30 Ekim 2020 Cuma

ji civata min û seadetê ya vê nîvrojê

-Mahdê we dihere çi, îşev çi ji we re çêkim?
-Îşev tu destê xwe nede tiştekî, şîvê bispêre min. Ez ê mikarna çêkim. 
-Dûrî tiştên guneh, nizanim hûn çi ji xwarina mikarna fêhm dikin!
-Mikarnayê ez çêdikim ne wek mikarnayê te ye, Seadetê.
-Mikarna mikarna ye, îja mikarnayê tu çêdikî çawa ye gidî?
-Nîv kîlo mikarna, nîv kîlo kuvark, sînga mirîşkê,  sê dendî sîr û krêma...
-Hahew! Ma tu van malzemeyan ji cêya min re bîne, cêya min ê jî xweş çêke, nêrî.
-Jixwe mesele jî ev e!
-Mesele çi ye?
-Cêya te nizanîbû bi van malzemeyan çêbikira.
Em dikenin...
Du hinaran tîne datîne ber min, dişikîne û keremî min dike. 
Hinar mêxweş in. Serê me di ber me de em hinarên xwe dixwin. 
Ji derve sura bê tê...
-Subhanelah! Heta payîzxêrk nekeve bêhna şênkayîyê ji erdê nayê. Îsal pê de min hewş av dida nedida gîyha şîn nedihat. Qey heta Xwedê emir neke ew gîyha şîn nayê.
-Seadetê, te jî û tu kesî jî Xwedê nedîtîye. Tu nizanî li ku ye, li ku rûdine, yekî çawa ye, dev û pozê wî, guh û çavên wî hene tune ne, dişibe çi...
-Weleh heye û li esmanan li derekê rûniştîye, ji me ne xuya ye, lê em ji wî xuya ne. 
-Yaw tiştekî te hîç nedîtibe û tu nizanibî dişibe çi, tu çawa bawerîya xwe pê tînî?
-Weleh heye û heta şevekê min ew di xewna xwe de jî dît. Yekî dirêj î yextîyar bû. Rîha wî wek wî pemboyê nav erdan bû, dirêj û spî dikir. Kirasekî spîboz lê bû û gopalek di dest de li ser kursîyekê rûniştibû. Di dilê xwe de min digot, qey yên digotin Xwedê li ser kursîya heq e, ev bi xwe ye. Û hîn ez weha difikirîm, ji xew çeng bûm ser xwe...
-Seadetê!
-Çi?
-Ew ê te di xewn de dît ne Xwedê bû, mêrê pîrka te bû!..
-Na weleh, Xwedê bi xwe bû!
Xwe hîç aciz nake. Qaşik maşikên hinaran û ew hebên li ser sifreyê belav bûne, kom dike, dibe diavêje ber mirîşkên xwe û dihere li odeya televizyon tê de pal dide.
Ez nuha li mitbexê vê nivîsê ji we re dinivîsînim, ew jî li odeya din paldayî li ber stranên MedMuzîkê li hebûna Xwedê difikire...