11 Ekim 2020 Pazar

bavê min û kera me

Xalê Silêman lê dinêre her şev kera wî dereng tê malê.

Gundê wan jî bi kerkutên xwe deng daye.

Xalê Silman di ber xwe de dibêje, "Hebe tune be xort mort dinin vê kerê, loma ev ker her şev dereng tê malê.”

Êvarekê lê dixe dihere wê besta ku naxir lê diçêre.

Ji naxirê çend gavekî wê de li paş girekî xwe vedixe û guhdarî dike.

Piştî kêlîyekê du xortên hevde-hîjde salî xwe li naxirê digirin û nêzîkî kerê dibin.

Xalê Silêman çawa dibîne wan nas dike. Di ber xwe de dibêje, "Weyla min di hestîkê bav nîyhano!" 

Yek bi serê kera wî digire yek jî tam xwe li ber xweş dike ku bikutê, xalê Silêman ji paş wî girekî çeng dibe ser xwe bi rev ber bi wan ve dibeze.

Her du xort firsendê nabînin birevin, di cî de disekinin.

Xalê Silêman dibêje, "Hey gû lawên pênc kîlo gû! Kera we heye, hûn çima dinin kera min, hi i?"

Her du xort li hev dinerin. 

Dû re yê xwe li ber kerê xweş kirîye, dibêje, "Bi telaq xalê Silêman, hingî her şev bavê min dikute kera me, êdî em bi çavê dêya xwe lê dinerin û hîç dilê me lê xera nabe em bikutinê!.."