Di kurdî de peyv, vegotina peyvan û herweha derblêdana peyvan pir girîng e.
Carina tenê peyvek têra pênasekirina zemanekî dike.
Dema meriv xwe dadigire û ji kûrayîya kezabê dibêje "erê"
û "ê"yê bi qasî nefesekê dirêj dike,
zemanek,
demek,
dewrek,
nifşek...
mîna fîlmekî di ber çavên meriv re diherike, li ser dilê meriv bi hezar bîranîn kom dibin
û li ser bîbikên çavan konek xwe vedigire ji mij û xumamê,
mîna leylanê...
Û carina dema rehmetîyê bavê min kûr difikirî, dûr diçû û ji nav lêvên wî "erê" dipekîya,
em jî bi wî re derdiketin rêwîtîyeke xeyalî û fantestîk,
hemû rabirdû li ser têla zemên dibû leylan.
Erê...
Bi qasî nefeseke kin, bi qasî romaneke qerase dirêj...