31 Mayıs 2021 Pazartesi

şêfê rojevê

Biborin!
Ev çar pênc roj in li ser Sedat Peker dinivîsînim, lê heyran, çi bikim! 
Rojev bi wî radibe, bi wî rûdine. 
Û mîna şêfê orkestrayê jî rojevê xweş bi rê ve dibe.
Wek ku ew bi xwe jî dibêje, bi kamerayekê û bi trîpotekê û bi hiş...
Lê hiş jî bi tena xwe ne hiş e; bi bawerîya min gelek îstixbarat ber bi wî hişî ve diherike.
Wer xuya ye ekîbeke xurt ji aqilmendan ava kiriye.
Lê slogana wî xweş e ha:
"Hûn ê li hemberî kamerayekê û trîpotekê û hiş têk herin!"
Sedat Peker, bi tena serê xwe bi desthilatîyê re şer dike.
Şerê Sedat Peker bi tena xwe dike-haya me ji pişt û piştevanîya wî heye-, hemû rêber û rêvebirên partîyên mixalefet nakin.
Û min berê jî gotîye, Teyo textê xwe li ser pişta vê mixalefeta qeşmer zexm dike.
Sibê Sedat Peker vegere Tirkîyeyê û partîyekê ava bike, bawer bikin, ne tenê derdora wî, ji sedî heyştê hilbijêrên CHP, MHP, ÎYÎ PARTÎ, HDP û partî martîyên din ê jî dengê xwe-raya xwe bidin wî.
Ciwamêr ji vê civakê derketîye û baş dizane bê wê bala vê zîhnîyetê çawa bikişîne ser xwe.
Heger "The Sedat Peker" bi vê xezebê dewam bike, li Tirkîyeyê, çi tirk çi kurd êdî her kes ê bi jargona Sedat Peker bipeyive, wek Sedat Peker kincan li xwe bike, tizbîyê têxe destê xwe.
Ma zemanekî biçûk mezin her kes nebûbû Polat Alemdar?
Û îro "The Sedat Peker" ji "Kûrtlar Vadîsî" bêtir tê temaşekirin.
Her ku dihere rojev germtir dibe; ev germa yê hinekan paqij, hinekan jî biqijîne.
Ya Rebî tu gurtir bikî, vî agirî!
Amen!

Gotina Dawî
Erê lawo çeqilmast!
Erê lawo çeqilmast!



qirçeqirça derizînê

Doh bi şev maça Chelsea û Manchester Cityê hebû û wek futbolhezekî bi kêfeke hew dibe min temaşe kir.
Bêbavan dilê meriv li futbolê rehet dikin; meriv li ber televîzyonê mest dibe.
Futbola serketî jî bi serê xwe hunerek e, heger futbolîs bi çavê hunermendî li xwe binerin.
Û Chelsea bi ser ket.
Çendî ji Pep Guardiola hez bikim jî, doh Manchester Cityê heq nekir.
N'Golo Kantê rebê Cityê leqand, bi tena serê xwe, mîna Sedat Peker ku bi tena serê xwe bi qefleya bênamûsan re şer dike.
Haa!
Hûn ê bibêjin ma Sedo pir paqij e?
Hîç ne xema min e.
Ji berê de ez hevalê êqil im, loma jî,
 ji Xwedê bêtir, qîmet didim Şeytên.
Heger ne heval Şeytan bûya, îro em ê jî mîna bedewîyên dewar, tirkên sunîfaşîst û farisên şiîcah pez bûna.
Şikir ji Şeytên re ku em di rêya aqil û zanînê de dimeşin.
Û Sedat Peker jî bi haweyekî jîrane mîna meriv bi şahmatê bilîze, 
geh pihênekê li qûna şebekeya Teyo dixe, 
geh tilîya xwe li çavê rojnameparsekan dixe, 
geh jî tavê dide qûna çepgir û sosyalîst û mirîdên qeşmer, li hemberî çavê raya giştî û çapemenîya dinyayê hemûyan dixe qûna kûçik û derdixe.
Ciwamêr,
bi felsefeya Sigmund Freud û Abraham Maslow dipeyive; qala pisîkanalîza humanîst û nizanim çi dike,
kurdan jî xwe daye hêvîya rêber û rêvebirên ku hîn li pey pêxemberan li hêvîya kulmek xwelî ne.
Jixwe hin ji wan êdî ultrapêxember in.

Gotina Dawî
Qirçeqirça derizînê ji temelê dewletê tê, lê gelo em kurd wî dengî dibihîzin!

29 Mayıs 2021 Cumartesi

zîhnîyet

Got,
"Tarî ket erdê, wê perdeyê bikişîne!"
Xwe kerr kir.
Got,
"Tarî ket erdê, wê perdeyê bikişîne!"
Ez rabûm ser xwe, min kincên xwe hemû ji xwe kirin. Nahlet li derewan bê, tenê derpîkê min ê binî li ser min ma û li ber paceyê min dest bi reqsê kir, bi haweyekî dînomîno ez reqisîm...

Em hîn bûbûn hefteyê li du beşên "The Sedat Peker" binerin, lê xuya ye êdî Reîz ê fîşekên xwe hêdî hêdî biteqîne.
Heger hesabekî navxweyî be û Reîz bi tena serê xwe be, bawer nakim Reîz zêde nigê xwe rade û şer bi Reîzê Reîzan re bike; lê na heger îstixbaratên navnetewî ev şer bi qastî û bi zaneyî derxistibin anku ji bo pişta dewleta tirko deyne erdê hin îstixbaratên navnetewî li pişta Reîz bin, wê çaxê şer ê nuh gur bibe.
Hêvî dikim ev şerê ku ji bo berjewendîyên şexsî dest pê kiriye, gurtir bibe û agir bi sînoran jî bixe.
De îja civak jî, mixalefet jî heq dikin, haa!
Vê sîstema qirêj, vê zîhnîyeta dijhumanîst û qesas, tecawizî kesayeta kesan kiriye, civak pûç û pîç bûye. 
Loma jî, 
ne yên li ser text û ne jî yên hewl di(na)din, derkevim ser text heman zîhnîyet e.
Li Mêrdîna min dibêjin,
"Gû birê rêxê ye!"

-Hoo Xalo!
-Xêr e dîsa xwarzê!
-Reîz di vîdeoyeke xwe de got dor ê were serokê sererd û binerd jî, ez ê ji we re çîroka wî jî bibêjim.
-Jixwe ez bi çîroka wî dizanim, lê bila ji we re jî bibêje; qet nebe belkî wê çaxê zingînî ji serê we bê. Bav û kalan belasebeb negotîye, "Gîhaya hewşê tahl e." 
-Na weleh ez naxwazim bibêje, Xal!
-Çima kuro?
-Çawa çima Xwedê ji te razî! Ji bo vê civakê Serok tenê ne Serok e; Serok, dîn û îman e; Serok, kesayet û karakter e; Serok, hebûn û nebûn e; Serok, hêvî û xeyal e; Serok, paşeroj û pêşeroj e; Serok, bawerî û îrade ye. Heger ev bêbav çîroka Serok bibêje, nêvî ji me yê dîn bibin û kirasê xwe biçirînin, bi çolê bikevin. Bawerîya me yê hilweşe, têk here, doz ê li me bibe toz û em ê av û av herin. Ne kurd dimînin, ne kurdî dimîne, ne Kurdistan!
-Ma bi Xwedê madem Serokê te ev şêrgele ye, ez û tu û xalojna te em ê bişînin pey muxtar û mele jî û em ê herin gundê Erban ser mezelê Şêx Hadî, destên xwe li ber Xwedê vegirin, bila Xwedê ruhê Reîz bistîne, da ku kes wê çîrokê nebihîze gidî!

Gotina Dawî
Ho kurdino!
Bi zîhnîyeta tirkan hûn nikarin xwe ji tirkan rizgar bikin!





28 Mayıs 2021 Cuma

ala û reng û remz

Her netew bi alaya xwe heye.
Û her ala jîyîna felsefî ya wê netewê sembolîze dike.
Ez ê ji we re qala alaya rengîn nekim, lewra hûn baş dizanin bê ew reng û remz çi sembolîze dikin.
Bêguman ez ji bo kurdên kurd dibêjim, ne kurdên ku bûne kurm.
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
Fermo, ka hûn jî li ser hev bi lez sê caran bibêjin;
anku yekbare, dubare, sêbare bikin.
Axir, ji ji nav sînorên mijarê dernekevim; ez li mijarê vegerim.
Min qala alayan û reng û remzên alayan dikir.
Jixwe hûn alaya Tirkîyeyê baş dizanin; 
ew alaya ku li erd û esmanê welatê me tirs û xofê dixe dilê me û li ber sîya wê çîpên me diricifîn ji ber kurdîtîya me.
Rengê wê yê sor, xwîn e; xwînê sembolîze dike.
Ew xwîn ne A-RH negatîf-pozitîf e,
ne B-RH negatîf-pozitîf e,
ne AB-RH negatîf-pozitîf e,
ne jî 0-RH negatîf-pozitîf,
ev xwîn, xwîna kurdan e, xwîna ermenan e, xwîna rûm û gelek kêmnetewên din e.
Lê ew heyv û stêrka spî?
Ew jî penêrê Venezuelayê sembolîze dike.
Û penêr jî mîna eroîn û kokaînê spî dike...

Lê kurd ?
Rêya wan dûr e...
Min got,
"Cez,  kurd ê kengî dev ji dûviktîya tirkan berdin?"
Kenîya, got,
"Heta meriv ji qantirê re nebêje bavê te ker e, qantir nameşe."
Lê ne ker xwe nas dike, ne jî qantir...

Gotina Dawî
Dewleta Tirkîye dike têk here, lê kurd çi dikin ji bo bi ser kevin?

27 Mayıs 2021 Perşembe

lîbîdo

Got,
"Seyda! Bêbavê jî çi derb li ser in! Ne vîagrayek, meriv deh vîagrayan bixwin jî, meriv ê nikaribe vê bêbavê têr bike. Bêbav mîna lastîkê ye. Wa ye ew jî dilê Reîz di qûna wî re derneketîye."

Got,
"Hela ka wê berçavkê ez jî lê binerim bê çi di vê vîdeoya Hecî de heye! Çavê min baş nabîne."
Birazîyê wê berçavka wê bi tîşortê xwe yê spîboz paqij kir û da destê wê.
Wê jî berçavka xwe li ber çavên xwe ediland û dest bi temaşekirina vîdeoyê kir.
Got,
"Ma Hecî çima weha destê xwe di bin wî fîstanê xwe yê spî de mîna destedarê tevşo rep sekinandîye?"
Birazîyê wê kir hakehak, kenîya.
Got,
"Metkê, ew ne dar e, kîrê wî ye, kîr!"
Destê xwe da ber devê xwe û bû pepûkpepûka wê...
Pişta xwe da birazîyê xwe, ji pîrekên din re vîdeo vekir.
Got,
"Haho! Çi zir kîr li ser Hecî ye!"
Ne carek, ne du car...
Birazîyê wê got,
"Ha metkê! Wexta tu qala kîrê Hecî dikî, şotika girêzê bi dora devê te dikeve. Xêr e, qey dilê te dixwaze..."

Got,
"Vê pêncşema pêşîya me em hevdu bibînin?"
Min got,
"Keçê, tê bîra min, wexta em zarok bûn, êvarên  pêncşeman nanê firnê belav dikirin, li ser mezelan şekir belav dikirin, cîranan ji şîva xwe sênîkek şîv li cîranên xwe belav dikirin. Ez bala xwe didimê, em jî her tim pêncşeman tên cem hev. Xêr e?"
Got,
"Ez jî xêra quzê xwe belav dikim!"

Got,
"Divê Reîz her êvara pêncşemê vîdeoya sîyasetvanekî ya seksê biweşîne û em jî li gorî performansa wî sîyasetvanî siberoja Tirkîyeyê binirxînin..."

Gotina Dawî
Heger hûn lîbîdoyên xwe kedî nekin, lîbîdoyên we yê we kedî bikin...

26 Mayıs 2021 Çarşamba

kê kir kê

Îja hîn nuh bû holîka zarokan.
Dor hat "kê kir kê"yê...
De îja bifikirin bê em di bin desthilatîya çi teresan de bi haweyekî teres dijîn!
Hemû problemên wan; çi sîyasî, çi ekonomî, çi kulturî, çi bazirganî dihere li doxîn û navranê disekine.
Dewleta ku çerxa wê bi kaset û vîdeoyan bizîvire...
Piştî twîta Reîz a îroj, êdî her kes ji qûna xwe ditirse.
Kê li ku nîyhaye kê, hemû tomarkirî ne.
Heyfa doxînê ku ji bo karên xwe yên qirêj bi kar tînin.
Şerefa doxînê hebû, ew jî çû;
van teresan kir ku êdî em girêka gû li doxîna xwe xin û hew doza daxwaza kîr û quzê xwe bikin.
Nahlet li sîstema we bê!

Çend vîdeoyên min jî hene bi çend xaniman re, lê ez ê ne navên wan bibêjim, ne jî paşnavên wan...
Piştî twîta Reîz a îroj, ez jî ji xwe ketim tasewasê û bû vitevita qûna min.
Ditirsim ew vîdeo bigihêjin ber destê Reîz û Reîz berê qûna min jî bide tavê...
Emannn!
Di ku de zirav bû, bila di wir de biqete!
Ez wek van teresan ne tirsonek im. 
Heger vîdeoya min belav bike jî, bi serbilindî ez ê rabim derkevim hemberî wan, destê xwe li sînga xwe bixim û bibêjim, "Erê, ew kîr jî kîrê min e, ew qûn jî. Kê nîyhaye we?"
Heger ji qûna we nayê,
yan nekin, yan jî we kir, ji ber kirinên xwe fedî nekin.

Min got:
-Pîrê, ji bo nexweşîya koronayê te derzî li xwe xist?
Got:
-Berxê min, dibêjin ew derzî pêşîyê li çêbûna zarokan digire.
Min got:
-Xwedê ji te razîyê! Tir hew di qûna te de disekine, çi zarok!
Got:
-Wer nebêje berxê min. Ma te dît digotin korona tenê yextîyaran dikuje, tişt bi ciwanan nayê. Derew! Li bajêr çend ciwan jî mirin. Bawerî bi van bêbavan nayê! Dikarin derman mermanan têxin nav wan derzîyan, ciwanan pûç bikin, yextîyaran jî avis bihêlin. De îja sera pîra hîn nuh em ê bibin filîm!
Min got:
-Pîrê teorîya te ji teorîyên komployî wê de ye. Te çi kişandîye?
Got:
-Min tişt nekişandîye, lê ev hefteyek e ez penêrê wenezuelayê dixwim.

Gotina Dawî
Heft lawên pîrê hebûn, ê baş penêrê wenezuelayê dixwar!

25 Mayıs 2021 Salı

piştî deh salan

Piştî deh salan di otobusekê de pêrgî hev hatin.
Otobus ji Taksîmê diçû Gazîosmanpaşayê.
Jin bi nav salan de çûbû, lê ji bedewîya wê tişt kêm nebûbû; 
ji berê mêrkujanetir û seksîtir xuya dikir.
Mêr jî li ser xwe bû; 
erê, di nav por û rîhê de tayên spî zora tayên reş biribû, lê wan tayên spî jî karîzmayek li karîzmaya wî zêde kiribû.
Dema nuh çav li hev ketin, kelecanekê her du jî dîl girtin.
Hundirê otobusê qelebalix bû.
Û piçekî ji hev dûr bûn.
Xwe li nav pêla însên qewimandin û hêdî hêdî ber hev ve hatin; 
xwe gîhandin hev.
Jinê parfuma xwe neguherîbû; heman parfum bû.
Serê mêr gêj bû li ber bêhna parfuma wê û wê bêhnê ew li ser baskên xwe kir, ber bi bîranînên berê ve bir.
Wek her car mêr parfum bi kar nedianî, lê bêhna xwêdana wî jî tune bû;
wek hin mêran bêhna nêrîyê hulorî jê nedifûrîya...
Sabûna ku wê sibehê pê serê xwe şuştibû, jin ber bi zaroktîya wê ve bir.
Salên dêya wê ew di teşta mîqa de dişuşt hat bîra wê.
Jinê devê xwe xist guhê mêr, got, "Wek berê, hîn jî bêhna welatê min ji te difûre."
Mêr di bin simbêlan de kenîya, piçekî din xwe bi wê ve zeliqand; nermayîya memikan di sînga xwe de hîs kir.
Got, "Ev deh sal in li pey şopa vê nermayîyê her rêwî me..."
Jinê di nav şeqên xwe de hinikayîyek hîs kir; şilîyek ber bi jêr ve herikî.
Otobus sekinî; li rawestgehê peya bûn. 
Rasterast derbasî hotelekê bûn.
Çawa ketin odeyê, hîç nepeyivîn; 
kincên xwe ji xwe kirin û xwe avêtin ser nivînan.
Bi qasî nîv seetê tenê hevdu maçî kirin, mêtin, alastin û firkandin.
Êdî gîhaştin asta herî jor a harbûnê.
Mêr ket nav şeqên wê, xwe bi ser de dahf da, lê kîrê wî rê bi ser qulê nexist; çi qasî bi vir de û wê de bir û anî jî, negîhaşt miradê xwe û kîr di goşt de sekinî.
Çav di serî de bûn tas; şaş û metel li jinê nerî.
Destê xwe berjêr daxist.
Navik...
Berzik...
Destê xwe li bin berzikê gerand negerand, rê bi ser quz nexist.
Got, "Quz?"
Jinê got, "Piştî te, min kîr mîr li xwe heram kirin û quzê xwe dirût..."

24 Mayıs 2021 Pazartesi

şerê sulo û sedo û holîka zarokan

Ev seetek e ez li Sulo guhdarî dikim, min got belkî ji bo blogê malzeme jê derkeve, lê...
ZIRHÎÇEK!
Sulo bi qasî Sedo ne serbest e û ji bo li ber kamerayan serketî û jêhatî tev bigere, xusûsî perwerdeyîyek jê re hewce ye.
Jixwe rojnamevan jî ketin feqa wî; ciwamêr li gorî kêfa xwe mijaran diguhere.
Piştî vê bernameyê, ez ditirsim Reîz li ser rojnameyên rûniştî ne jî vîdeoyek çêke û tavê bide qûna wan.
Axir, ez bawer nakim ji vê şevê sibehek bizê.
Ya baş ew e, ez têkevim pey mijarin din...
Tam min got ez têkevim pey mijarin din, sêl sincirî...
Lê na, tişt jê dernakeve.
Heger tiştine balkêş qewimîn, ez dikarim sibê lê vegerim.
Lê ez bidim pey mijareke çawa?
Pêkenok?
Analîz?
Edebî?
Hunerî?
Erotîk?
Ka ez deh deqeyan guh bidim Sulo, dû re ez ê li ser mijarekê hûr û germ bibim.
Bi şeref, piştî şerê Sedo û Sulo, kîmyaya min hat guhertin; 
li ber mirêkê li xwe dinerim, ne Devliken, ez Sedat Peker dibînim.
Ditirsim guharê xwe ji guhê xwe derxim, berê xwe bidim welêt, bedlekî li xwe kim, tizbîyekê têxim destê xwe, devançeyeke qaçax têxim ber xwe, herim li ser serê eşîrê rûnim û dest bi qebedayîtîyê bikim.
Zimanê min xurt e û ew potansîyela îknakirinê bi min re heye; xort û ciwan ê bidin pey min.
Reîztîya min li çend sedhezar dolarî dinere.
Û hefteyê mûlidek; 
di sêlan de goştê berxan.
De îja hûn li xatir binerin, hûn li hurmetê binerin, hûn li şinekî û şelafî û qûnalêsîyê binerin.
Tenê çend sedhezar dolarî û hefteyê mûlidek...
Ka bi destûra we ez deh deqeyên din guh bidim Sulo...
La hewle wela!
Dema Sulo qala namûsê dike û dibêje, ez zilamekî bi namûs im, meriv xwe bênamûs hîs dike.
Û wer xuya ye, îşev Sulo yê li ser pişta van rojnameyên bêkalîte xwe bişo...

Gotina Dawî
Dewleta tirkan holîka zarokan e.
Bi hêvîya rojek berî rojekê kurd xwe ji van bêesilan xelas bikin û ev bêesil tu carî ji bin vê desthilatîya qirêj dernekevin.

23 Mayıs 2021 Pazar

ava şolî

Kesên dibêjin "ji bo em xwe bînin ziman anku xwe îfade bikin, kurdî têra me nake" kurdî bibe marek û bi ser dilê we ve de, zimanê we di devê we de hişk bike.
Ji dêvla bibêjin, Kesayet û karektera me qels e, nikare di bin barê kurdî de rabe" radibin xwe dihetikînin, dibêjin, "Ji bo em xwe bînin ziman kurdî têra me nake!"
Ji qewla me mêr-dîn-îyan, 
We quzê wê xwaro!

Carinan dema mijar dibe comerdî, çavfireyî, hin kes qerf û tinazên xwe bi almanan dikin.
Usûla almanî! 
Anku her kes ji kîsê xwe dixwe...
Lê ev kesên qerf û tinazên xwe bi almanan dikin jî, 
dema du heval bi hev re diherin li mekanekê rûdinin û parîyek nan bi hev re dixwin, piştî xwarina xwe dixwin, ji bo dana hesêb, yek berî yekî radibe, dihere destê xwe diavêje bêrîka xwe û hewl dide hesabê maseyê bide.
Dû re...
Heger ew her du heval careke din bi hev re herin li mekanekê rûnin, xwarinê bixwin û dîsa heman kes hesab bide, wê çaxê jî yê hesab daye li paş yê hesab nedaye dibêje, "çi kesekî destgirtî û çavteng e; destê xwe navêje bêrîka xwe."
Hey qûnde!
Ha carekê min da, carekê te da, ha jî bi usûla almanan çi cara em çûn deverekê, her kesî ji kîsê xwe xwar, çi ferq heye?
Belkî bi qasî te rewşa min ne baş e.
Belkî bi min re tune ye!
Ma ku carekê ez ê bidim, carekê tu yê bidî, hevaltî li ku ma?
Heger rewşa her du hevalan wek hev baş be, kê daye, ne pirsgirêk e jixwe,
lê heger rewşa yekî baş, rewşa yekî ne baş be û yê rewşa wî baş nehêle hevalê wî destê xwe biavêje bêrîka xwe, her tim ew hesab bide, ew kes ciwamêr e, merd e;
lê heger piştî her dana hesêb ew heval here li paş hevalê xwe gazinan bike, ew kes ne ciwamêr e, ne merd e û hevaltîya wan jî ne hevaltî ye, tenê bihurandina zemên e.
Û bi min,
usûla almanî ji vê usûlê çêtir e; qet nebe bi derewan xwe wek kesekî ciwamêr û merd rê nadin.
Hevaltî li tengî û firehîyê nanere.
Hevaltî têrxwarinîya bi hev re û birçîmayîna bi hev re ye.

Li Tirkîyeyê, 
ne sîyaseta tirkan dixwaze pirsgirêka kurdan anku pirsgirêka Kurdistanê çareser bibe, ne jî sîyaseta kurdan dixwaze çareser bibe;
lewra
bi vê pirsgirêkê avê şolî dikin û masî di ava şolî de tên girtin...
Çi alîyê tirkan, çi alîyê kurdan naxwazin ev kaos û tevlihevî bi dawî bibe.
Tirkîye bûye navenda bazirganîya eroînê û
bi pereyê vê bazirganîyê ne tenê Kurdistanek, deh Kurdistan dikare ava bibe!
Lê...
Tenê bi avabûna Kurdistanekê av ê li ser wan zelal bibe...

22 Mayıs 2021 Cumartesi

bila xîreta we zêdeyî berjewendîyên we be

Heger kurd dev ji îslama tirk û ereb û eceman berdin û rêber û rêvebirên kurdan ji text bêtir ji bext hez bikin, di nava çend salan de, tirk û ereb û ecem, çawa bi dilbijandinekê li dewletên ewrûpî dinerin, herweha bi wê dilbijandinê ew ê li dewleta kurdan jî binerin, lê...
heger bext rûne li ser text!..

Reîz Sedat dibêje:
"Hoo rojnamevanên ku namûsa wan bi qasî meaşê wan e!"
Yaw çi yeman xwedênehişto!
Lê gotina wî ji Mishefa Reş û Avestayê ye ha...
Ma nizanim ev gotin bi rojnamevanên me jî tahde nehat?
Te dît ên me jî nêvî mirîdên Evdila ne, nêvî mirîdên Barzanî ne, nêvî jî li ser sifreya malbata talabanîyan diçêrin.
Hoo rojnamevanên ku namûsa wan bi qasî meaşê wan e!
Yan jî,
ka em piçekî biguherin:
Hoo rojnamevanên ku namûsa wan ji meaşê wan kêmtir e...

Piştî vê gotina Reîz, guharê min ket bîra min!
Û kenê min hat...
Ez dibihîzim carinan ji eşîrê jî hin xwelîserên ku kesayeta wan ji guharê min siviktir li paş min mîna pîrekên ser tenûran paşgotinîyan dikin.
Hûn bi qurbana jinên xwe bin!
Û ez kîrê Sedat Peker di we kim!
Hahahahahahahahahahahahahahahahahaha!!!

Li Tirkîyeyê îdeolojîya "PÎVAZÎZM"ê serdest e.
Eman eman!
Hûn hûn bin û li xwe miqate bin!
Û bila haya we ji we hebe, pîvaz mîvazê nexwin, 
an na, bi serê Şêx hûn ê pê bigirin û piştî hûn pê bigirin jî, berdan tune ye.

Hoo weşangerên ku xîreta wan bi qasî pereyê çapa kitêbekê ye!
We got em zimanperwer û netewperwer in û xema me jî tenê xizmet e?
Mêrdînî dibêjin:
"Ez di derewan nim!"
Weşanxane: Sinirsiz
Kitêb: Gor a Zinde (Gora Zinde)
Kitêb: Mirovên Axê (Mirovên Ji Axê)
Weşanxane: Avesta
Kitêb: Doza Kurdistan (Doza Kurdistanê)
Weşanxane: Ronahî
Kitêb: Barana Helbestê (Barana Helbestan)
Weşanxane: Îthakî
Kitêb: Malan Barkirin (Malan  Bar Kir)
Kitêbên ku şaşî ji navê wan dest pê bike, de ka îja hûn bifikirin bê metn ê çawa bin!
Jixwe wergêran bi nav edebîyatê de rîtine. 
Dema wergerê dikin, metnekê dixwînin, lê metneke din dinivîsînin; dema meriv orjînal û wergerê dide ber hev, du kitêbên cuda ne.
Tew ez qala kêmasî û şaşî û hetiketîya zimên nakim jî nakim...
Hey xwelîserino!
Ma qey hûn nikarin ji bo karê xwe yê edîtorîyê nîvmeaşekî bidin xortekî zimanxurt?
Him hûn ê bi karê xwe serbilind bin, him ew xort ê bi zimanê xwe parîyek nan bixwe, him jî xwendevan ê bi xwendina wan kitêban xwe qure bikin û bêtir ji zimanê xwe hez bikin.

Gotina Dawî
Bila xîret û namûsa we zêdeyî berjewendîyên we be!




21 Mayıs 2021 Cuma

mele û cin

Mele derket derve.
Berî bigihêje mizgeftê kevirek hat li nav şeqên wî ket; agir bi kîr û gunê wî ket; qîrînîya wî çû di erşê Xwedê re derket.
Li dora xwe nerî, kes nedît.
Xwe bi xwe got, "Hela hela! Ev karê Şeytên e" û di nig de vegerîya malê; neçû mizgeftê.
Jina wî li devê derî rûniştibû, bi cîrana xwe re dipeyivî.
Mele got:
-Ha Hesîna!
Jina wî got:
-Haa!
Mele got:
-Keçê, doh bi şev, piştî me nîyha hev, min xwe helal kir an min xwe helal nekir?
Jina wî destê xwe da ber devê xwe, got:
-Weyla li min porkurê! Ma tu dikî bixurifî, Seyda? Nîyhandina çi, halê çi! Doh ji êvar de ez ketim nav nivînan, min serî avêt xewê, raketim. De îja heger te di xew mew de nenîyhabe min, nizanim. Ma weleh xewa min jî ne pir giran e. Ez dibêjim ez ê bi xwe bihisîyama. Dîsa jî xêr û guneh di stuyê te de...
Mele got:
-La hewle wela! Keçê heger doh me nenîyhabe hev, ka tu ji min re nabêjî wê çaxê min nîyhaye kê?
Jina wî got:
-Ma ez ne nobedarê kîrê te me. Ez ji ku dizanim te nîyhaye kê, Seyda! Qey te nenîyhaye kesî wîî! Hela hela!
Mele got:
-Heger ez ne bi cenabet bûma, li ber mizgeftê kevir nedihat li kîr û gunê min nediket. Ew kevir ji esmên hat; ev, ji alî îlahî ve işaretek e. Nexwest ez bi heramî pê li mala wî bikim.
Jina wî fikirî, ji nişka ve got:
-Weleh doh destê sibehê hey inteinta te bû; girêz bi dora devê te ketibû. Ka îja te dinîyha hinekan, hinekan dinîyha te, nizanim.
Melê got:
-Temam, hat bîra min. Doh di xew de cin ketibû quzê yekê, min cin jê derdixist! Ez herim serşokê xwe helal bikim û dû re herim mizgeftê.
Cîranê got:
-Subhan ji navê te re! Çi meleyekî pîroz! Heta di xew de jî nasekine, şûrê wî di dest de her li pey cinan e.
Berî mele derbasî hundir bibe, xwe çend kir şalika Mele, sê caran maçî kir û da enîya xwe. Mele gava xwe avêt hundir û ber bi serşokê ve meşîya. Hîn derbasî serşokê nebûbû cîranê got:
-Seyda, bi şev carinan li dora mala me jî here û were. Ez ji cinan pir ditirsim. Û wek tu jî dizanî Hecî ji qawet de ketîye. Xêra te ye. 

20 Mayıs 2021 Perşembe

holîka zarokan û dewleta romê

Nêzîkî sê hezar sal berê bûyereke mîtolojîk diqewime.
Ka kî ne, em nizanin,
lê tê gotin hin kes bi navê Remus, Romulus du xwişkên hevalcêwî dibin ber bi çemekî ve berdidin û dêlegurek tê van hevalcêwîyan ji wî çemî xelas dike û wan şîr dide.
Piştî ev cêwî mezin dibin, Romayê ava dikin.
Ev çîrok, bi min xerîb nehat; dişibe çîroka Asenaya dêlegur û tirkan.
Bextê romê tune ye!
Kî dizane!
Belkî romîyan ev çîrok jî ji romayîyan dizîbe.
Jixwe karê wan dizî û talan e.
Berê, tenê kurd û ermen û rûman bi vê talanê dizanîbû;
îro, ew bi xwe jî bi vê talanê hisîyan,
bi saya serê fîlmê "The Sedat Peker"
Û di her vîdeoyeke xwe de tavê dide qûna hinekan.
Ez bi xwe jî ketim nav tasewasekê!
Xwe bi xwe dibêjim, gelo hin neyar wêne mêneyên min jî yên bi Sedat re serwîsî derinan nekin!
Xwedê meriv bistirîne, dek û dolabên Romê pir in û jixwe di serî de min slogana meşhûr jî gotîye:
Bextê Romê tune ye!
Vê sibehê ez ji xew şîyar bûm, çûm mitbexê, min ji xwe re tasek şorbe û felqeyek pîvaz danî ser sinîyê û ez hatim li ber televîzyonê rûniştim û min televîzyon vêxist.
Ji doh de wek her kesî haya min jî ji vîdeoya şeşan çêbûbû.
Şeytan ji teknolojîyê razî be! 
Lewra Xweda li dijî tiştên şeytanî ye...
Min pê li bişkoka youtubeyê kir û "The Sedat Peker" bi Vîdeoya şeşan dest pê kir.
Şorbe!
Pîvaz!
Û Sedat Peker!..
Weleh pê li terîya Sedat abê kirine! 
Lê Sedat jî Sedat e haa! Ew jî têra xwe heye. Di her vîdeoyê de ziravê hinekan diqetîne û di devê wan re derdixe.
Di vê vîdeoya dawî de navê serokê sererd û binerd jî derbas bû; ka bê li ser wî çi dibêje!
Lê bi şeref îja hîn nuh dawet xweş bû!
ha wa hat û ha wa çû
siwar hat û peya çû
ha wa hat û ha wa çû 
siwar hat û peya çû

Pirs:
Bi we serokê sererd û binerd ê kar û marên qirêj û tevlihev Sedat Peker ê li ser serokê sererd û binerd çi bibêje?

x-Erê, ji Urfayê ye, lê pîrka wî ji me ye, loma jî em xal û xwarzîyê hev in.
ê-Ne ji min û serokê sererd û binerd bûya, nuha ji zû de mîsak-i millî bûbû mîsak-i mirî.
î-Hefteyê rojekê, li Îmralîyê li qiraxa behrê em li ser stratejîyên nuh bi şahmatê dilîzin.
û-Her kî bibêje serokê sererd û binerd bi kurdî nizane, ew ne kurd e, nezan e.
w-Serokê sererd, ne li Îmralîyê ye; him li ser erdê ye, him li bin erdê ye, dilê wî ku derê bixwaze li wê derê ye.
q-Bi qasî ez û serokê sererd û binerd ji dewleta xwe hez dikin, ne Teyo, ne Kemo, ne Meral, ne Soylu, ne jî Bahçelî jê hez dike.

Her kî pê derxe, em ê têra salekê tûtina Xursê bidinê.
Têbinî anku Jêrenot:
Ji tûtina mişarên Mehemed Elîyê Xursî.

19 Mayıs 2021 Çarşamba

dem û dewran

Ma nizanim min ji we re gotibû di xortanîya xwe de, tam yazdeh salan, li Mêrdîn û Stenbolê di çend tîman de min bi futbolê lîst.

Erê bi serê Mele Quto, tam yazdeh salan...

Û heger bi zaroktî bavê min bi min re nexeyidîbûya û negotibûya, "Gawiran serê Hesen û Hisên jê kir, kirin gog û pê lîstin; guneh e..." û wek bavekî alman, îngiliz, îtalî, holandî piştgirîya min kiribûya, îro ne bi qelema xwe, bi nigên xwe ez ê bibûma belaya serê we.

Lê bi qasî ez dizanim û min xwendîye, serê Hisên tenê kirine gog û pê bi gogê lîstine; Hesen bi jahrê kuştine!

Çima min qala vê serpêhatîyê kir?

Piştî bi salan wek berê dîsa min xwest bi zarokan re çend hereketên messîkî bikim, lê bi ser neketim; min nigê xwe êşand û nuha li ser nigekî, biborin, li ser piştê veketime.

"Gur pîr dibe, dibe qeşmerê kûçikan!"

Û

"Heyfa xortanîyê ku yextîyarî li pêşîyê ye!"

Heger min ev her du gotinên pêşîyan ji bîr nekiribana, îroj min xwe nedixist vî halî.

Lê ya ewil gotina pêşîyan bû yan biwêj, nizanim.

Jixwe her tiştê me li bin guhê hev ketîye...

Beşa şeşa ya "The Sedat Peker" jî neket vîzyonê ku ez di vê rewşa xwe ya ne baş de lê temaşe bikim.

Piştî van têkilîyan meseleya mirîşk û hêkê hat bîra min; 

mirîşk ji hêkê derketîye yan hêk ji mirîşkê derketîye?

Mafya bûye dewlet an dewlet bi xwe mafya bû jixwe!

Nizanim.

Divê sosyolog li ser vê mijarê lêkolîn û lêpirsînan bikin.

Bi min,

nuha em li lîstikeke sîrkê temaşe dikin.

Sedat Peker, Suleyman Soylû, Mehmet Agar, tenê li pêş çavan in, 

lê yên wan dilîskînin hîn ne xuya ne.

Hewceyî teorîyên komployî nake;

parîyê nên mezin e û ew parî yê di ber gelek kesan de bimîne.

Bi hêvîya kevir li ser kevir nebîne!..


Nîşe-Têbinî-Jêrenot:

Bê henek, heger min dev ji futbolê bernedabûya, belkî jî îro min di bin navê tîmeke ewrûpî de jûbîleya xwe kiribû û li Kurdistanê ji bo pêşketina futbolê dixebitîm.

Min got,

nizanim lo!

18 Mayıs 2021 Salı

îlham derketîye betlanê

Ez nuha konsantre anku lê germ dibim ji bo nivîsa îşev, lê dikim nakim îlham nayê, mixabin.
Doh min li ser bîrova Evdila û bêhiştîya ji biratîya tirk û kurdan dizê nivîsand.
Pêr min li ser fîlmê  "The Sedat Peker" nivîsand.
Lê nuha mame li xwe heyirî...
Îşev dixwazim ji sîyaset û tiştên kaosî dûr bikevim.
Pêkenok?
Na!
Weleh îşev, xwe ji Devliken bêtir Kelogirî hîs dikim û ji bo meriv wî ewrê kelogirî belav bike, pêleke erotîk divê.
Wek hûn jî dizanin, jîyaneke bê erotîzm tije acizî ye û kesên aciz jî agresîf in.
Lê weleh ez bi xwe re nabînim îşev çîrokeke erotîk jî binivîsînim.
Ma îşev ez tiştekî nenivîsînim, hûn ê dilê xwe bigirin?
Ka îşev jî bila betlana min be.
Her şev, her şev...
Li jor Xwedê bi xwe carinan derdikeve betlanê; bi rojan kaos û tevlihevî diqewime.
Zivistanî baran nabare, havînî zîpik dibare, biharî ji ber germê meriv nikare serê xwe ji qula xênî derxe.
Û jixwe di wan çend rojên betlanê de însan ji dilqê xwe derdikevin; her kes li ser serê her kesî xwe dike Xweda!
Xwedayê reben ji betlanê vedigere ku şev û roj, zivistan û havîn, dîn û biaqil li bin guhê hev ketine. Heta denge û mêzîna dinyayê serast dike pirça qûna wî xwê dide.
Ka îşev bêhna xwe ji min re fireh bikin, sibê ez ê heyfa îşev jî hilînim.

Gotina Dawî
Ne guh bidin misilmantîya filistînîyan, ne jî guh bidin tenêtîya cihûyan; 
ji we misilmantir jî, ji we tenêtir jî netewek tune ye li ser rûyê erdê.
Ne li ser filistînîyan bigirîn, ne jî li pişta cihûyan derkevin; 
girîyê we têra we nake û pişta we jî di bin barê we de şikestîye.
Û ez ê gotineke din li gotina dawî zêde bikim:
Xelk nîyhandinê dike, hûn pişta xwe dixin ber xwe!
Ev ne gotina pêşîyan e, lê piştî sed salên din (îhtîmaleke mezên wê çaxê ez ê li hêla din bi horîyan re grûp seksê bikim) ew ê bibe gotina pêşîyan;
yan jî ew ê bibe gotina pêşîyên doxînsist...



17 Mayıs 2021 Pazartesi

dewleta karîkatur û bîrova serê evdila

Yaw çi dewleteke karîkatur!
Çi însanên serxweş!
Hûn Koksal Baba nas dikin; ew ê kin ê cûce yê trabzonî...
Qama wî metreyek heye tune ye, nizanim, lê ciwamêr 41 salî ye.
Kîrê li ser wî belkî li ser pirê kesên qama wan di ser du metreyan re tune ye, Reîzîcumhûrê dewleta mûhteşem Teyo rabûye çûye wek dîyarî jê re pêlîstokek kiriye.
Ji Koksal Baba re ne pêlîstok, ji Koksal Baba re jineke bi sê pêsîran lazim e.

Em kurd jî ne kêmî tirkan in; heta ez dikarim bibêjim, bi saya biratîya tirkan em jî bûne tirek!
Yanî em jî têra xwe ecêb in!
Rojeke ji rojan bîrov di serê Evdila de derdikeve; ew bîrov tije lêm û elem dibin.
Ji dêvla Evdila bibin nexweşxaneyekê rê doktorekî bidin, rehmetîya pîrika wî bi destê wî digire û wî berê xwe didin mala Şêx Fehîmayê.
De îja Şêx Fehîma jî Şêx Fehîma ye! 
Ji sed metreyî bêhna hilorîya nêrîyan jê difûre.
Xêr û guneh di stuyê gundîyan de be, digotin salê carekê serê xwe dişo; berzika wê mîna incika dînan li hev digere. 
Bi qalibek sabûn kef dike heta berzika xwe kur dike.
Axir, pîrê û Evdila bi peyakî û di kelekela germa wê havînê de dikevin kezeba rê.
Navbera her du gundan jî bi kêmanî heft kîlometre ye...
Şêxa ûcaxzede tam çel carî tûyî bîrovên serê Evdila dike; 
tûkeke bi belxem...
Û Şêxa ûcaxzede pîrê temî dike, jê re dibêje bila lawik hefteyekê serê xwe neşo, yan na rehet nabe.
Xatir ji Şêxa ûcaxzede dixwazin û berê xwe didin malê.
Di rê de li dora serê Evdila dibe govenda mêş û mozan; serî li Evdila dikin kewar.
Hefteyekê kes xwe naspêre Evdila ji bêhna genî, 
mîna Evdila bi xwe de rîtibe zarok xwe jê vedigirin.
Heger Evdilayê me neçûya di fakulteya Dîyarbekirê re derneketibûya, bîrovên serê wî yê lê bibûna kartol.

Gotina Dawî
Ne bi tirkan re bibin tirek, ne jî bi dîndaran re bibin ehmeq...

16 Mayıs 2021 Pazar

the sedat peker

Ne fîlmên Netflixê, ne fîlmên Blu Tvyê, ne jî fîlmên Gainê, ev çend roj in ez diherim, têm, tenê li fîlmekî dinerim.
Gain, ne gayîn haa!😉
Ev fîlm nuh ketîye vîzyonê:
"The Sedat Peker"
Fîlmekî ecêb e; 
tenê trîpot û kamera...
Sedat Peker li hember kamerayê rûniştîye û li ser sosyolojîya dewleteke têkçûyî dipeyive.
Carinan min difikirîne,
carinan min dikenîne,
carinan jî aciz dibim;
xwe bi xwe dibêjim, heyf e em di bin deshilatîya teresan de jîyaneke teres dijîn.
Sulu!
Suluuuu!
Suluyê paqij!
Wexta wer nabêje, ez ji hev de dikevim; dikenim, kêf dikim...
Yaw efsane ye ev zilam!
Kê dikarîbû bigota rojekê kêfa min ê ji Sedat Peker re bê!
Dema ez lê temaşe û guhdarî dikim, mîna ez li ber rapêşîyek standupê bim, zewqê disitînim;
ne Cem Yilmaz, ne Okan Bayulgen, ne jî Ricky Gervais dikarin avê li destê wî bikin; 
ciwamêr bi ziman û şêwazeke mîzahî dikute dîn û îmana teresên qirêj, hemû qirêjîyên wan radixe pêş çavan.
Erê, 
ez dizanim kûçikên ser berateyekê ne, lê dema goşt namîne û ji wê berateyê tenê perçeyeke hestî dimîne, li ser wî hestîyî pev dikevin.
Ya Sedat Peker bi Soylu û Agar û Selvî dike, ev e.
Lê bi rastî jî fîlmekî xweş e; hêjayî Oskarê ye.
Fîlm ji çend partan-beşan pêk tê; her ji çend rojan beşekê diweşîne.
Bi çar çavan li benda beşên din im...
Çepgirên çaqme!
Rastgirên çaqme!
Netewperestên çaqme!
Dîndarên çaqme!
Hahahahahahahahahahaha!!!
Bi şeref ev zilam jîr û biaqil e, kî bibêje çi jî, vê rastîyê naguhere.
Guhê wî dilive!
Efsane ye, efsane!

Qoserî bi serê xwe karîkatur in.
Zibêrê Kej, jina xwe, bûka xwe û zarokên xwe, li texsîya xwe ya Kartal siwar tên û berê xwe didin Xursê.
Pêşîya texsîyê, dawîya texsîyê û bagaja texsîyê serî di ber serî de heta dev tije ye.
Seet piştî nehê şevê ye.
Xwedêgiravî yanî qedexe heye.
Ji rêya dihere Mêrdîn dadigerin rêya Xursê. Ji wê de ronîya mekîneyekê dide ser çavên wan.
 Zibêr jî çavên texsîya xwe digire û berdide, digire û berdide, da ku ji texsîya wê de tê bipirse bê li ser rê kontrol heye yan tune ye.
Mekîne tê li texma wan disekine. 
Qey siûda wan e...
Mekîne jî mekîneya eskerîyê ye
Şofêr dibêje:
-Xêr e, çima te çavên texsîya xwe digirt û berdida?
Zibêrê Kej dibêje:
-Ma bi Xwedê me got ka li ser rê eskerî kontrolê dike yan nake! Ji bo vî hawî bû.
Ji eskeran yek peya dibe, tê cem texsîya Zibêrê Kej, xwe daqûl dike, çi bibîne? Serî di ber serî de neh kes di texsîyê de ne.
Yek bi yek ceza li gişan dibire û dibêje:
-Ji vir şûn de kontrol tune ye. Oxir be!
Zibêrê Kej kejika stuyê xwe dixwirîne û pê li xazê dike, berê xwe dide Xursê.

Gotina Dawî
Biaqil bin, lê hesabê aqilê kesên li hemberî xwe jî bikin.

15 Mayıs 2021 Cumartesi

zimanê malê û bêhna sêvan

Doh,
Kurdî zimanê kurdan ê malê bû;
li malê tenê kurdî serdest bû;
li kuçe û sikakan jî tenê kurdî serdest bû;
herweha zimanê sûkê-çarçîyê jî kurdî bû...
Ji ber ku,
li her derê em bi kurdî dipeyivîn, bêguman me xewnên xwe jî tenê bi kurdî didîtin; 
heger carinan bê hemdê xwe di xewna xwe de em bi zimanekî din bipeyivîyana, serê wê sibehê me çavên xwe vedikirin ku şeytan bi me kenîyaye!

Dû re,
mîna "bêhna sêvan" zimanekî din li kuçe û sikakan pêl bi pêl belav bû; 
kurdî ji xofa wê bêhnê xwe li hundirê xanîyan qewimand û derî li ser xwe asê kir.
Yan em ê di hundir de bimana, yan jî me yê derî vekira û bida pey wê bêhnê...
Bêhneke ecêb bû, mîna şivanşitexlîk bê hemdê xwe meriv diket xefikê.
Ji bilî çend serhişkan kes di hundirê xanîyan de nema, derî li ser xwe vekirin û dan pey wê bêhnê.
Kuçe û sikak radestî wî zimanê bîyanî bûn, lê me nehişt bêhna sêvan bi pişt derî û paceyan bikeve.
Dema em ji derve dihatin, berî em derî vekin û gava xwe biavêjin hundir, me xwe ji wê bêhnê dişuşt, dû re em derbasî hundir dibûn.

Îroj,
piştî demekê me hew guh da xweşuştinê; 
çawa em ji derve hatin, me xwe li derî qewimand û em derbasî hundir bûn.
Carekê em li xwe hayil bûn ku bêhna sêvan hundirê malan jî radest kiriye 
û em hemû bi bêhna sêvan jardadayî bûne.
Û ne tenê li kuçe û kolanan, êdî li malan jî serdest bû, 
bêhna sêvan...

Çi hewce ye?
Ji bo em mal û kuçe û sikakên xwe ji bêhna sêvan rizgar bikin, bêhneke ji bêhna sêvan xurtir divê;
divê tovên azadîyê li ser vê axê bireşe û serxwebûn ji vê axê bifûre;
tenê bêhna serxwebûnê dikare bêhna sêvan pûç bike û bikuje.

Gotina Dawî
Bi hêvîya zimanê malê bibe xwedîyê malê, kurdî li kurdan pîroz be!


14 Mayıs 2021 Cuma

çêlek û ga

Sê heval, sê şofêr bi hev re dikevin rê, ji Stenbolê berê xwe didin Kurdistanê.
Her sê jî mêrdînî ne.
Li gumrikê wezîfedar wan disekinîne; di bar de problem derdikeve.
Tirên xwe diajon parkê û li wir park dikin.
Rojek, hefteyek, panzedeh roj...
Tam mehekê vedikevin.
Êvarekê bi hev re hazirîya şîvê dikin.
Yek dihere malzemeyan dikire, yek dest bi çêkirina şîvê dike
û jixwe şuştina firaxan jî para yê din...
Li ser sifreyê rûdinin û dest bi şîva xwe dikin;
Ji hêlekê ve dixwin, ji hêlekê ve jî dipeyivin, quretîyan dikin.
Ekrem dibêje, "Ha Riza!"
Riza dibêje, "Haa!"
Ekrem dibêje, "Te û jina xwe çawa hevdu nas kir?"
Riza dibêje, "Çi naskirin û çi hal! Ez êvarekê hatim malê, dêya min got, "Bavê te ji binxetê vegerîyaye, ji te re jî qîza metika te anîye."
Kenîyan...
Riza dibêje, "Te û jina xwe çawa hevdu nas kir, Eko?"
Ekrem dibêje, "Jina min berî min jina birayê min bû. Çû eskerîyê û venegerîya, bavê min jî got ji nuha şûn de Xedra jina te ye!"
Sêlim di bin simbêla de kenîya. Dîzanîbû dorê were ser wî.
Dibêje, "Hema berî hûn bipirsin, ez ji we re bibêjim. Rojekê berê min li Stenbolê ye, ketime kezeba rê.
Min gundê Dihêmê derbas kir nekir, min dît qîzek li qiraxa rê çêlekan diçêrîne. Xwe bi xwe min got, jina li çêlekan miqate be, ew ê wek çavê xwe li gayê xwe jî miqate be. Min tir li qiraxa rê sekinand û ez çûm nig wê. Min navê gundê wê û dê û bavê wê pirsî û ez li tira xwe siwar hatim, min berê xwe da Stenbolê. Li Stenbolê min barê xwe bar kir û vegerîyam. Berî ez derbasî Kurdistanê bibim, min dê û bavê xwe li kêleka xwe siwar kirin û min tira xwe ajot gundê wê, ber derîyê wê. Ew roj ev roj e, ez gayê wê me, ew jî çêleka min e..."

13 Mayıs 2021 Perşembe

zemanê berê

Cejn û zaroktî!
Dema cejn nêzîk dibû, kelecana wê ji wê xweştir bû.
Deh roj ji cejnê re dima, me xwe bi erdê dida heta me bi dê û bavê xwe pantor û fanêreyek dida kirîn.
Jixwe ji cejnê heta cejnê me kincên nuh didîtin.
Mîratê, xizanî jî hebû...
Şeva berî cejnê me kincên xwe li ber serê xwe datanîn; pirê caran ji kelecanê xew nediket çavên me.
Û hevalê ku em ê bi hev re bigerîyana jî dihat hilbijartin; her kes bi her kesî re nedigerîya; her kesî li gorî kalîteya xwe hevalek hildibijart.
Ji zaroktîyê ve ez bi tiştên zarokane nehatim ser û tu carî daxwaz û hewesên min ên zarokane çênebûn; her mezin difikirîm, mezin tev digerîyam; min qayîş bi mezinan re dikişand,
loma jî,
pirê caran me şekirên nav naylonan ku me jê re digot şekirê zarokan, bi ser xwedîyê malê ve firfirandîne û ew mal şermezar û protesto kiriye.
Piştî demekê ez ji gera bi zarokan re aciz bûm; du sê salan jî ez bi bavê xwe re gerîyam.
Lawê ewil bûm, him ez delalî bûm, him jî bavê min xwedan qedir û qîmetekî xweşik bû.
Heta ez vedigerîyam malê, min bêrîk li xwe dinepixandin, bi şekirên zilaman.
Rojên berê xweş bûn; 
sal bi sal em mezin bûn, lê berevacî vê, dinya jî pûç bû...
Bi terikandina zaroktîyê re, gelek nirxên me yên baş jî em terikandin.
Ne henûnî ma,
ne kêf û coş ma,
ne mêvantî û mazûvantî ma,
ne jî ciwamêrî û maqûlî
û tew vê mîrata koronayê koka her tiştî anî; her tişt li tûşê çû.

Korona!
Vê sibêhê min telefonî Seadetê kir. Ceyran çûbû, Seadetê li xwe heyirî bû; tirşika wê ya fasûlîya nîvkelî mabû.
Min got:
"Seadetê, sibeha te bi xêr, îdîya te pîroz be!”
Got:
"Lo lawo, çi îdî û çi hal! Kûçikbavan dîsa ceryan qut kiriye, tirşika min li ser ocaxê nîvkelî ma."
Min got:
"Seadetê, hewşa meriv wek bexçeyên Babîlê be û meriv li ser ceryanê xwarinê çêke. Weleh ne tu hawe ye."
Got:
"De dev ji me û quretîyan berde lo! Ji qewla yên berê digotin 'rez ne tu rez bû, terezê jî lê xist' jixwe însanetîyê ji însên bar kiribû, korona jî bi ser de hat. Ne rojî rojîyên berê ne, ne jî cejn cejnên berê ne. Kes nema bi ser kesî de dihere û tê, law! Berê her kesî rojî digirt, xweş bû, sebra meriv bi hev dihat; nuha kes nema rojîyê jî digire."
Min got:
"Wa ye te jî nêt xera kiriye; xuya ye sala bê tu yê jî hew bigirî, Seadet xanim! Anarşîsta derengmayî!"
Got:
"De nizanim lo!"
Min got:
"Seadetê, bi serê te, Xwedê jî top avêt!
Û em kenîyan. 

Ken!
Her bikenin û bikenînin. 
Ken dijminê her derdî ye.
Ji kesên dikenînin hez bikin û li wan xwedî derkevin; zû bi zû terka devliken û devdikenînan nekin...

Gotina Dawî
Çedî ez ji rojên sembolîk hez nekim jî, cejn, pira henûnîyê bûn...
Bi hêvîya henûnîya berê vegere, cejna we pîroz be!


12 Mayıs 2021 Çarşamba

û qelem ket jîyana me

Berî Qelemê...
Sînorên bextewarîya me bi qasî sînorên zanîna me fireh bûn
û em nexwende bûn, mixabin! 
Lê di nava wan sînorên teng de, em têra xwe bextewar bûn.
Ji xêndî bajarê xwe, çavê me bi bajarekî din neketibû.
Haya me ji dinyayê jî tune bû; çi heye, çi tune ye, çi diqewime?
Hîç ne xema me bû.
Û dîn û îdeolojî jî hîn neketibûn jîyana me.
Me digot qey ji xêndî kurdî zimanekî din tune ye;
dê û bavê me bi kurdî dipeyivîn,
xwişk û birayên me bi kurdî dipeyivîn,
heval û cîranên me bi kurdî dipeyivîn,
çarçî û bazar bi kurdî dipeyivîn,
navê Xwedê jî bi kurdî bû û me digot qey Xwedê bi xwe jî kurd e.
Zaroktîya me bi zimanê me derbas bû; 
em bi zimanê xwe difikirîn,
em bi zimanê xwe dipeyivîn,
lîstikên me, xewnên me bi zimanê me bûn.
Û rojekê,
ji nişka ve em li qelemê hilkumîn...
Û qelem di ser dilê me de cit bû!

Piştî Qelemê...
Bi qelemê re zimanekî din jî bû şirîkê zimanê me.
Çendî di destpêkê de bi me zor hat jî, hêdî hêdî em hînî wî zimanê xerîb bûn û bi zemên re me ji zimanê xwe bêtir qedrê wî girt.
Me xwe pê qure kir.
Roj bi roj vî zimanî hişt em xwe medenî û modern hîs bikin û zimanê xwe jî wek zimanekî gundî û nezan bibînin û lê binerin.
Piştî demekê,
êdî wek berê em hew bi zimanê xwe peyivîn;
di nava rojê de ji xêndî lêpirsîna hal û ehwêl, me hew zimanê xwe bi kar anî.
Çilapekên şoreşê...
Bi saya qelemê xwende û zana pir bûn; 
şerê têgehan dest pê kir. 
Tevlihevî û kaos pêl bi pêl bilind bû.
Îdeolojî afirîn!
Partî û rêxistin ava bûn!
Û di manîfestoya hin partî û rêxistinan de, zimanê malê bû xaleke bingehîn û li ser girîngîya zimanê malê li hotel û motel û bar û maran zanayên bi zimanê xwe nizanîbûn, bi zimanê xwe yê dinê pesnê zimanê malê dan û bi wê feraseta xwe ya entelektuelî qayîş bi pêxemberan re kişandin.
Ew zimanê ku me bi çavê gundîtî lê dinerî, bû mode û kesên xwende di civatan de xwe pê qure kir.
Nivîsandina bi zimanê malê roj bi roj belav bû; kitêbên bi vî zimanî çap bûn.
Û nivîsandin û xwendin rabûn govendê; ciwanên ku terka axaftina zimanê malê kiribûn, bi cizbê ketin!
Nivîsandin, xwendin!
Nivîsandin, xwendin!
Dû re...
Şerê zimanê resen û zimanê akademîk dest pê kir.
Nivîsandin û xwendinê, zora axaftinê bir.
Û îro ro...
Kurd bi zimanê xwe dixwînin, dinivîsînin, lê kêm dipeyivin, mixabin!





11 Mayıs 2021 Salı

azadî û mejî

Got,
-Xalo, qutîya te heye?
Got, 
-Erê, heye, berxê xalo.
Got, 
-Xalo, wê çaxê tûtin û pelên te jî hene?
Got,
-Erê, ew jî hene.
Got,
-Tu dikarî bi xêra gora mirîyên xwe ji min re cixareyekê bipêçî?
Xalo qutîya xwe ji bêrîka xwe derxist, jê re cixareyek pêça û da destê wî.
Ciwamêrê me jî cixare ji destê xalo girt, di nav lêvên xwe de bi cî kir.
Got,
-Ê qey agirê te yê jî hebe?
Xalo destê xwe avêt bêrîka xwe, hesteyê xwe derxist, cixareya wî vêxist û hesteyê xwe dîsa xist bêrîka xwe.
Ciwamêrê me li ser hev du sê caran cixareya xwe kişand û dixana wê bi ser xalo de berda...
Got,
-Dêya min dibêje vexwarina cixareyê zirar e!
Xalo dîn bû.
Got,
-Tûtin ji min, pel ji min, agir ji min, kê nîyhaye dêya te, dibêje cixare zirar e!

De îja meseleya me û îsraîlî û ereban jî eynê ev e.
Axa me dagirkirî ye.
Tirk û ereb û farisan welatê me di nav xwe de parê kirine.
Perçeyê ku em li ser dijîn, 
zimanê me qedexe ye;
nav û paşnavên me qedexe ne;
kurdbûna me belaya serê me ye;
jinên me kirine mêr, mêrên me kirine nêromê;
zarokên me kirine dijminên ziman û nirxên me, êdî bi çavê dewar û hovan li me dinerin;
kultura me bermeqlûb kirine;
zikekî têr, zikekî birçî em li bin guhê dîwaran dikevin;
zimanê me li ser me wek zir pîneyekê xuya dike.
Û qûna tazî tembûrê dixwazî!
Ha ha em dibêjin ne bes e, minareyên xwe jî biebînin qûna me!
Ya Xwedayê ku ne bi şev, ne bi roj, tenê carekê jî neketîye xewna min ku haya min ji hebûna te tune ye, wexta te aqil belav dikir, kurd li ku derê bûn?
Kurdan çi gû belav dikir?
Kurdan çi xwelî li serê xwe dikir?

Gotina Dawî
Ji kurdan re ne azadî, ji kurdan re mejî hewce ye!

10 Mayıs 2021 Pazartesi

mele evdî û rojî

Ez ketim mitbexê, bi destê xwe, min ji xwe re mikarnayek çêkir, lê mikarna jî çawa mikarna?
Ji xweşbûna ne xweş bûbû.
Sos jî sos bû ha; 
ji Îtalîyayê heft xwarinpêj bihatana, ez bawer nakim bikarîbûna soseke weha xweş çêkin...
Û berî Mele azan bide bi deh deqeyan, ez filitîm ser, min zik li xwe kir kelek.
Piştî min têr xwar, ji bo şuştina dest û dev hîn derbasî destşoyê nebûbûm, Mele got, "Alahûekber!"
Her êvar berî Mele azan bide, carinan bi deh deqeyan, carinan jî bi pênc deqeyan ez li ser sifreyê rûdinim û şîva xwe dixwim.
Divê ez ji Mele Evdî bipirsim bê Xwedê yê çavên xwe ji neh deh deqeyên min re bigire yan negire?
Axir...
Rojekê ciwamêrek dihere nig Mele Evdî.
Roja din jî rojî dest pê dike.
Dibêje, "Selamûmuneleykum" û gava xwe diavêje hundir.
Mele Evdî jî dibêje, "Eleykumeselamwererehmetulahulberekatu" û wî keremî hundir dike.
Fîstanekî spî li Mele Evdî ye û rîha wî jî ji rîha nêrîyekî dirêjtir e.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin, ciwamêrê me dibêje, "Seyda, nerehetîyeke min heye!"
Mele Evdî dibêje, "Kerem bike, guhê min li te ye..."
Ciwamêrê me dibêje, "Seyda, wek cenabê te jî dizane, sibê rojî dest pê dike..."
Mele serê xwe kil dike.
Ciwamêrê me berdewam dike, dibêje, "Sibê rojî dest pê dike û ez jî dixwazim rojîya xwe bigirim, bibim şirîkê xêra vê meha pîroz, lê ez bi nefsa xwe nikarim, Seyda."
Mele Evdî dibêje, "Jixwe xêra vê meha pîroz bi kedîkirina nefsê ye; divê tu bi nefsa xwe bikaribî; di nava rojê de nan û avê neyne bîra xwe, mesele safî dibe. Û malnexerab, jixwe em di zivistanê de ne, ha ku meriv dibîne tew bûye êvar jî. Nahletekê li çavê Şeytên bîne û tu sax!"
Ciwamêrê me dibêje, "Seyda, mesele ne nan û av e!"
Mele Evdî şaş û metel dimîne, dibêje, "Madem ne nan û av e, wê çaxê mesele çi ye?"
Ciwamêrê me dibêje, "Quz!"
Çav di serê Mele de fireh dibin mîna tu tasan, dibêje, "Quzz!"
Ciwamêrê me dibêje, "Erê weleh Seyda, quz e. Jina min yek ji horîyên bihuştê ye. Wek ferzên nimêjê rojê heta pênc caran ez nenim jina xwe, ne çavên min têr dibin, ne jî bedena min. Hema qey bi ser wext dikeve, wê kêlîyê kurm dikeve canê min û heta ez nerim wî kurmî neşikînim, ez xwe rehet hîs nakim."
Mele Evdî dibêje, "Tobe estexfurelah, tobe!"
Ciwamêrê me dibêje, "Erê, tobe estexfurulah, tobe, lê ez nikarim bi xwe wey! Hela hela!"
Mele Evdî dibêje, "Heyran, mehekê bi kîrê xwe re bixeyide û rehet bisekine. Weha nabe!"
Ciwamêrê me dibêje, "Ma çi eleqa rojîyê û nîyhandinê bi hev heye, heyran? Ne nan e, ne av e. Îşê Xwedê jî nabe!"
Mele Evdî hêrs dibe, dibêje, "Kuro, nefs nefs e, çi jor, çi jêr. Jina her kesî heye, piçekî bi nefsa xwe re bixeyide wey!"
Ciwamêrê me dibêje, "De ka were tu jina xwe bidî min, ez ê jî jina xwe bidim te, bê nefs çi ye! Heger mehekê te xwe ragirt û nenîyha jina min, ez ê kîrê te maçî bikim!"
Mele Evdî dixeyide, xwe aciz dike û wî ji hizûra xwe diqewirîne. 
Ciwamêrê me jî difiskirîne, bêyî dilê xwe radibe, xwe li derve diqewimîne.
Tam ji ber çavên Mele Evdî wenda dibe, dîsa vedigere, stuyê xwe di ber derî re dirêj dike, dibêje, "Madem wek nan e, wek avê ye, wê çaxê ez ê jî her roj piştî xwarina sihorê carekê du caran di jina xwe nim!"
Mele Evdî tizbîya destê xwe diavêjê, lê tizbî lê nakeve; morîkên tizbîyê li erdê belav dibin, mîna nodûneh morîkên belavbûyî yên Helîm Yûsiv...

Gotina Dawî
Birçîbûna nîyhandinê ji birçîbûna nan û avê dijwartir e...

9 Mayıs 2021 Pazar

roja dayikan

Weke ji rewşê jî dîyar e, îroj roja dayikan e; roja dayikên ku salê carekê ewladên wan ên fehş wan bi bîr tînin!
Lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera neke; di nav wan de şîrhelal jî hene, yên ev roj ji xwe re kiriye adetek...

Li ser facebookê yekî bi şaşî wêneyê bavê xwe par ve kiribû û li bin wêne jî ev nivîsandibû:
"Roja te ya dayikan pîroz be, yadê!"
Ez fikirîm, lê ez baş fikirîm...
Xwe bi xwe min got:
Yan ev ciwamêr kopîpastçî ye; yanî çi ji kê dibihîze, ew jî eletexmîn bi wêneyekî par ve dike!
Yan bê dê mezin bûye, bav him jê re bûye bav, him bûye dê!
Yan jî ji qûna bavê xwe ketîye!..

Pîra Biharê, por spî kir di ber sê lawan de; 
xwe birçî hişt, lê nehişt ew law kêmanîyê bibînin.
Law mezin bûn, 
Pîra Biharê jî sal bi sal kêm kir.
Her sê law zewicîn; 
her yek bû bavê birek zarok...
Û ji rojan rojekê çongên Pîra Biharê di bin wê de fisîyan, 
Pîra Biharê li erdê bû term û ket nav nivînan.
Lawê mezin xwe neda ber,
lawê navîn ji tirsa jinê deng nekir,
Pîra Biharê ma para lawê biçûk, çendî jinê bêvila xwe daliqand jî...
Û dû re...
Lawê biçûk rapora Pîra Biharê derxist û li ser rapora wê texsîyeke luks bi nîvê heq kirî û herweha ji bo lênerînê jî ji jina xwe re meaşek derxist.
Haya Pîrê Biharê ji bayê felekê tune, di qula odeyeke xênî de, zikekî têr, zikekî birçî roj bi roj bi hesreta ji nav lepan û ji halê tê de ye xelas bibe roj bihurandin.
Tima ketê û ji bo meaşê Pîra Biharê her sê law ketin qirika hev; 
ewil lawê mezin ew bir cem xwe. 
Jina lawê mezin tenê sê mehan îdare kir.
Dû re lawê navîn...
Meaşê Pîra Biharê şêrîn bû, lê sixleta Pîra Biharê ne hêsan bû; xwarina wê bidê, bin wê biguhere, wê paqij bike...
Jina lawê navîn ji mêrê xwe re got, 
"Yan ez, yan ew! Heger tu çareyekê nebînî, ez ê terka te bikim û herim mala bavê xwe."
Pîra Biharê dîsa bû para lawê biçûk.
Jina lawê biçûk careke din bêyî dilê xwe ket bin wî barî.
Wexta zarok di ber derîyê odeya wê re derbas dibûn, destên xwe didan ser dev û pozê xwe, da ku bêhna odeya Pîra Biharê nere wan.
Eman yeman, ji mecbûrî salekê pê re îdare kirin.
Û piştî salekê Pîra Biharê serî danî, mir! 
Ji bo texsîya wî bêhn nekevê, ji sûkê texsîyek ticarî xwestin; bi wê texsîyê ew birin li gund veşartin.
Piştî Pîra Biharê mir bi mehekê, her sê lawan jî li ser hesabê xwe yê facebookê wêneyê Pîra Biharê par ve kir û li bin wêne jî ev nivîsandin:
"Dayika min a pîroz, roja te ya dayikan pîroz be!"

Gotina Dawî
Zarok bi baskên dayikan bi firê dikevin; dû re wan baskan dişikînin, xwe bê bask dihêlin!


şeva leyletulqedirê

Xwedê û Dinya
Got:
-Seyda, dibêjin Xwedê Teela dinya di şeş rojan de ava kiriye, lê hefteyek ji heft rojan pêk tê. Erê, şeş rojên xwe bi avakirina dinyayê derbas kir, bes roja heftan çi kir?
Seyda got:
-Roja heftan jî li seranserê dinyayê xwelî kom kir, ji bo li serê te bike!

Evdila û Xewn
Got,
Seyda, min xewnek dît, ya star!
Min got,
Xwedê bi xêrê bigerîne gidî! Te çi xewn dît?
Û dest bi xewnê kir:
Tu dihatî cem min, te ji min re digot yek bi demançeyê li pey min e. 
Bi helkehelkekê, bi tirsekê te digot, meriv pê derdixist bê tu çi qasî tirsîyayî!
Te digot ez ji mirinê filitîm!
Ji bo jinekê bû; jineke bi mêr...
Nizanim, xewn di xewnê de bû mîna fîlmê "Inception" an dubare dibû, min fêhm nekir.
Vê carê jî tu şifêrê tirekê bûyî.
Tu û sê zilamên din li ber derîyê tirekê bûn. We li hundirê tirê dinerî.
Jineke eynê wek Monica Bellucci bedew ji paş ve dihat cem we û ji lêvên te heta binê nigên te, her dera te difirkand, dialast û pê re pê re bi te xweş dihat anku tu orgazm dibûyî.
Zilamên li kêleka we, bav û mêr û birayê wê bû.
Bavê wê demançe ji ber xwe dikişand û bera ser sînga te dida.
Lo lo! Lo lo!
Bi teqeteqa fîşekan tu di nav gola xwînê de dimayî. 
Û bi ser halê xwe de te digot, Evdila bireve, ew ê te jî bikujin!
Li ser min jî girê didan, çend fîşek bera min jî didan, lê li min nediket.
Û bi wê tirs û xofê ez ji xewê çeng bûm.
Min got,
Evdila, ma me grûp seks dikir? Qey tu jî şirîkê gunehên min bûyî?
Kenîya...
Got,
Na yaw!
Axir, piştî Evdila xewna xwe ji min re got, xwe bi xwe min got, tobe, êdî doxîna min ê li heram venebe...
TOBE!

Îko û Leyletulqedir
Îko anku Îkram Baban!
Vî navî li ser hişê xwe pîne bikin; potansîyela vî xortî heye; kirasê kurdî xweş li ser bejna wî rûdinê.
Lê wek ku ez gazî wî dikim, gazî wî bikin:
Îko, tenê Îko.
Kêfa min ji navên dirêj re nayê, ji bilî Devliken Kelogirî!
Axir...
Got,
Devliken, leyletulqedira te pîroz be. Îşev, divê tu têr dua bikî. Û rast derew, xêr û guneh di stuyê wan de be, mele û şêx mêx (baş e ku min rêx jî pê ve nezeliqand gidî) dibêjin duayên îşev jî qebûl dibin. Yanî çi daxwazên te hene, ji bo werin cî dua bike.
Min got,
-Ji bo blogê mijareke xweş e. Meriv dikare serê xwe pê re biêşîne.
Got,
-Devliken, bi şeref doh min di xewna xwe de dît, di blogê de te qala min dikir.
Min got,
-Naxwe ez ji pêxemberan pêxembertir im!
Got,
-Bêguman, Hz Devliken!
De hey wa ye Îko leyletulqedir anî bîra min, ka ez jî duayekî bikim:
Ya rebî, tu kurdan ji kurdên bi kurdî egoya xwe tatmîn dikin û ew bi xwe jî tiştekî ji xwe fêhm nakin, bisitirînî û wan bêkesayet û megaloman û qeşmeran ji mêranî bixî!
AMEN!

Helbest û Helbestvan
Li ser twîterê ez pêrgî danasîna kitêbeke helbestan bûm.
Helbestvên digot:
"çawa be ezê bimrim
ewê neyê bîra min navê ti kesî" 
û pê de diçû...
Hewce nake bi risteyên din ez we ber bi zaroktîya we ve bibim.
Lê xuya ye, 
ne tirsa mirinê, tirsa jibîrkirinê ketîye dilê helbestvên û ji bo navê xwe li ser hişê bêhişan pîne bike, di nav hewldanekê de ye.
Min tu carî hez nekir ji kesên pirrû, ne durû...
Her hewl didin, da ku ne ji dêrê bimînin, ne ji mizgeftê
û mixabin, li ser serê vê civaka ketî ya bindest ew in ên serdest û xatir û qîmetê wan heye.
Û tew weşanxaneya Avestayê jî çap kiriye; ew Avestaya kurd bi kitêbên wê forsa entelektuelî diavêjin(!)
Bi rastî jî,
bi qasî kurd asta kurdî nizm dikin, tu kes nizm nake, mixabin.
Pirê kurdan, ne ji bo xatirê kurdîyê, ji bo ego, kompleks û pupulerîteya xwe têr bikin, dinivîsînin.
Çavnebarîyeke çikûs!
Megalomanîyeke teres!
Quretîyeke pûç û erzan!
Û edebîyateke masturbasyonîst!

Meraq nekin, hûn namirin û hûn ê nemirin, lê tirsa min ew e, heger nivîskar û helbestvan bi vê xezebê hespê xwe li beyarê edebîyata me bibezînin, ne ew, lê edebîyata me yê bimire.

Feminîst û Paşnavê Wan ê Mêrsîst
Hîn jî paşnavên hin feminîstan "filanoglu û bêvanoglu" ne.
Berê herin ji serdestîya paşnavê xwe yê mêrsîst xwe azad bikin, dû re kerem bikin werin em ê li fantezîyên we yên masturbasyonîst guhdarî bikin...




7 Mayıs 2021 Cuma

kalê dewrêş


Kalê Dewrêş wek her car rahişt radyoya xwe û hêdî hêdî ber bi sukurê ve meşîya. 

Konên xwe li binîya vê sukurê vegirtibûn. Bi roj wexta her kes diçû ser kar, ew û çend pîrek û çend zarokên biçûk diman. 

Li pişta konan sukurek hebû; li wê sukurê dareke mazî ber bi esmên ve bilind bûbû; eşîrek dikarîbû di bin sîya wê de bisitirîya. 

Kalê Dewrêş jî her roj diçû li bin sîya wê darê rûdinişt, sê çar seetan li ber kilamên kurdî xwe diavêt ser baskên xeyalan û ber bi gundê xwe yê şewitî ve diçû; 

carinan jî zarok lê vedihewîyan, ji wan re çîroka xwe digot.

Kalê Dewrêş derket sukurê, çû li bin sîya darê rûnişt, radyoya xwe vekir û kûr û dûr ket nav mitalan.

Hindik mabû çavên wî herin ser hev û di xew re here, bi pêjna zarokan çavên wî ji ser hev çûn.

Dilşa, Roza, Binevş, Tajdîn û Sîmko xwe lê girt, hatin li pêşîya wî qûna xwe dan erdê, rûniştin.

Kalê Dewrêş li wan nerî, bişirî, got:

-Xêr e, dîsa wek cendirmeyan hûn pev ketine û hatine?

Rozayê kenîya, got:

-Kalo, tu dikarî ji me re çîroka wê şevê dîsa bibêjî?

 Kalê Dewrêş yek bi yek li wan nerî û bi henûnî bişirî. Dû re fitilî ser Rozayê, got:

-Kîjan çîrok, berxa min? 

Rozayê xwe aciz kir, got:

-Wîî Kalo! Ma tu jî çi zû ji bîr dikî.

 Kalê Dewrêş kenîya; berî bersiva Rozayê bide, Tajdîn got:

-Kalo, ma tew tu jî! Jixwe tu her car eynê çîrokê ji me re dibêjî.

Zarokan li hev nerîn, kenîyan. Kalê Dewrêş jî bi wan re kenîya.

Kêlîyekê Kalê Dewrêş nepeyivî; zarokan guhên xwe miç kiribûn, li benda wî bûn.

Kalê Dewrêş qirika xwe paqij kir û dest pê kir:

-Hebû, tune bû, rehmet li dê û bavê min û we bû. Gundek hebû, jê re digotin, “Zerganê” Hawîrdorê Zerganê çîya bû. Her kes xwedî rez û pez bû. Wek tirîyê wan rezan xweş li tu devereke din a dinyayê tune bû. Binîya gund jî giş dahl û bexçe bûn. Kê mişmiş dixwar, kê hirmî dixwar, kê hejîr dixwar, kê sêvtirşk dixwar, kê gwîz dixwar; Xwedê bi ser gund de rijandibû. Mast û penêrê pezên gund li wî lêf û çîyayî deng dabû. Gundî bi heyran û qurban bi hev re dipeyivîn. Kesî tahde li kesî nedikir. Her kes bextewar bû. Heta ku rojekê komek telebe tên gund.

Binevşê got:

-Telebe çi ye, Kalo?

Kalê Dewrêş bi bişirîn got:

-Telebe! Yên xwende, yên diçûn mektebê. Erê, ew telebe tên gund û gundî jî meraq dikin. Gundî ewil bi guman tev digerin, lê dû re bi çûyin û hatina cem wan re, hêdî hêdî wê sawê ji ser xwe diavêjin. Çi cara tên gund, gundî biçûk mezin, jin mêr, diherin li dora wan dicivin û li wan guhdarî dikin. Telebe dipeyivin, ew jî bi balkêşî guhdarî dikin. Tiştên telebe li ser dipeyivin û qal dikin, heta wê rojê hîç nebihîstine û di xewnên şevan de jî nedîtine. Lenîn, Marks, Mao, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, komunîzm, sosyalîzm, dewrim, wekhevî, azadî, gel mel û nizanim çi çi… ew nav mavên di nav sohbetên wan de derbas dibin, pir bala gundîyan dikişînin. Dem diherike, êdî her ji çend rojan carekê bi şev li gund in; gundî jî hînî hebûna wan dibin, pir ji wan hez dikin.

Sîmko got:

-Qey wan jî wek te çîrok digotin, Kalo?

Kalê Dewrêş bi bişirîn got:

-Erê, çîrok û çawa çîrok. Piştî demekê êdî kesî hew ji wan re got telebe; telebe çûn, heval hatin.

Rozayê got:

-Telebe çûn ku derê, Kalo?

Kalê Dewrêş kenîya, got:

-Neçûn derekê, berxa min. Êdî li gund hew ji wan re telebe hat gotin, navê wan bû heval.

Zarokan li hev nerî, kenîyan.

Kalê Dewrêş got:

-Êdî her kesî bi navê heval gazî hev dikir. Biçûk mezin, jin mêr, kal pîr navê her kesî bûbû heval. Kalo, pîrê, apo, xalo, metkê, xaltîkê, xalojinê, emojinê hew hatin bihîstin. Hevalê Xelef were vir, hevala Rewşê here wir, hevalê Evdo hat, hevala Seyrê çû.

Zarokan ji hev re got heval û kenîyan.

Kalê Dewrêş berdewam kir:

-Bûbû wek dawetekê, êdî ne tenê bi şev, bi roj jî diçûn û dihatin. Û dîsa rojek ji wan rojan bi roj li nav gund in û esker digirin ser gund. Dora gund hawîrdor digirin û heta êvarî şer dikin. Mala minê! Her heft telebe jî tên kuştin. Hîn nuh simbêlên wan xwê dabû. Wê êvarê esker mêrên gund gişan li pêşîya gund kom dikin, kincên wan ji wan dikin, heta destê sibehê wan li ser wê berfê şilfîtazî disekinîne. Û êdî xêr û bereketa wî gundî namîne. Nêvîyê gundîyan radihêjin selehê, dibin cehş, nêvî jî mecbûr dimînin, terka gund dikin.

Çav li Kalê Dewrêş şil bûn. Zarok rabûn ser xwe û bi kêf bera ser pişta hev dan, xwe li nav konan qewimandin.

Ji radyoya Kalê Dewrêş kilama "Bavê Lalo" bilind dibû wê kêlîyê...

6 Mayıs 2021 Perşembe

kampa tazîyan û evdilselam

Salên nodî li Qoserê, nivîyê sûkê bûbû markçî-dolarçî; her ji sê dikanan yek ew bû.
Gundîyan pez û dewarên xwe, rez û erdên xwe difirotin, dihatin li sûkê ji xwe re dikanek kirê dikirin û qaseyeke pereyan û maseyek û çend qoltixên bi çerm jî lê datanîn û dest bi danûstendina mark û dolaran dikirin.
Mala xelkê xera kirin; di rûyê wan de gelek kesan top avêt, gelek malbat serobinî hev bûn.
Hin bi ser ketin, hin têk çûn!
Yên bi ser diketin, xwe dihetikandin.
Ger û kêf û qahpik û araq...
Xwîna însên vedixwarin, ew pereyê bi xwîna însên qezenc dikirin, diçûn li Mersîn û Îzmîr û Stenbolê li gerê û kêfê, li qahpik û araqê xerc dikirin.
Her yekî ji xwe re dostikek çêkiribû.
Tew hinekan ji wan îş mezin kiribû; heta Kibrisê jî diçûn.
Evdilselamê me jî yek ji wan serketîyên fahşketî bû.
Têra xwe pereyan qezenc dike; ne Mersîn û Edenê dihêle, ne Îzmîr û Stenbolê dihêle, ne jî Kibris û gazîno û qahpikên Kibrisê; ciwamêr berî here Hecê, çi hewce ye, dike, lê tenê meraqeke wî dimîne.
Kampa Tazîyan!
Ew kamp dibe kurm û dikeve nav mejîyê wî, mejîyê wî dikemirîne.
Rojekê ji ber meraqa xwe nake der û lê dixe, berê xwe dide Antalyayê.
Te dît dibêjin, "Bi pirsê meriv digihêje Marsê!"
Erê, belkî tam ne weha bû ev gotin, lê weleh ji xursîyan aciz im; çendî pîrka min anku dêya dêya min xursî be jî, loma ji dêvla ez bibêjim, "Bi pirsê meriv digihêje Xursê" min got, "Bi pirsê meriv digihêje Marsê"
Axir...
Evdilselamê me bi pirsê xwe digihîne kampa tazîyan.
Lê li ber derî du peya anku securîty hene.
Evdilselam silavê dide û xwe li derî diqewimîne, lê her du peya ji ber ku jin bi Evdilselam re tune ye, tenê Evdilselam û şiva kîrê xwe ye, destûrê nadinê.
Eman, yeman, Evdilselam di ber wan de reş û şîn dibe, her du peya ji ya xwe danayên.
Evdilselam bi dizî çend dolaran dixe bêrîka wan û derbasî nav govenda berîberdanan dibe.
Tu li van memikên gilover dinerî, tu li van qûnên mîna zebeşên amedî dinerî, tu li van quz û çîpên bedew dinerî, çav di serê Evdilselam de dibin du tas; li emrê xwe yê çûyî poşman dibe û kîrê Evdilselamê me mîna mûzek çikîta rep disekine; 
li wê kampê kîr ji kîrê Evdilselam reptir tune ye.
Evdilselam bi ber fedîyê dikeve. 
Destê xwe jê re dike talde nabe, bi rojnameyekê vedişêre, nabe û li wê ortê zîz dibe.
Du jinên agirpêketî di ber Evdilselam re derbas dibin; kîrê Evdilselam ê repbûyî bala wan dikişîne, ji kelecana wê kêlîyê şaş û metel dimînin, devê wan dihere li paş guhên wan disekine. 
Bi tirkî di ber xwe de dibêjin, "Aboo! Ev çi zir kîr e!" mîna mihînên hatibin fahl dibe hîrehîra wan û didin pey Evdilselamê me.
Evdilselam dadigere ku derê, ew her du xanim jî li pey wî diherin.
Li cîyekî xewle xwe digihînin Evdilselam, bi çengûrê wî digirin û wî dikişkişînin bin sîya darekê.
Yek li ser devê Evdilselam rûdine, yek jî li ser kîrê Evdilselam...
Piştî her du xanim têr didin Evdilselam, Evdilselamê me jî dibe yek ji şênîyên kampê; kîrê wî mîna xîlka elokê daliqîyayî, heta roj dihere ava, bi haweyekî jihaldeketî li qiraxa behrê ji xwe re dimeşe...

Gotina Dawî
Çi tê serê meriv, ji meraqê tê...



5 Mayıs 2021 Çarşamba

hergûkolog

Vê pêla dawî kurdên me li ser twîterê odeyên akademîk ava kirine, 

lê ka bê bi zimanê akademîk dipeyivin an bi zimanê organîk dipeyivin, nizanim.

Berê jî min gotibû, 

heger em nikaribin pişta tirk û ereb û farisan bigihînin erdê jî, teqez em ê li ser medyaya sosyal bi quretîyên xwe yên akademîk Kurdistanê ava bikin!


Bijî şoreşa li ser medyaya sosyal!


Henek li hêlekê, lê bi rastî jî medyaya sosyal şoreşek e; heger em dev ji quretî û populîzma xwe berdin...

Her kî radibe, odeyekê ava dike û çend kesên xew li wan herimî ye jî li dora xwe dicivîne û bi seetan li ser teorîyên ji bejn û qama xwe mezintir dipeyivin.

Ji zelqamirîşkîzmê bigire, heta marksîzm û komunîzm û tirşikîzmê li ser her mijarê peyvên ji serê xwe mezintir dikin û ji bo demekê li ser serê çend ciwanik û ciwamêrên haya wan ji ciwanikî û ciwamêrîya wan tune ye, dibin feylesof û teorîsyen û rewşenbîrên haya wan ji sîya wan a li ser dîwêr dilive tune ye.

Bêguman, 

di wan odeyan de jî carinan şerê navxweyî derdikeve;

hin kes dibin weletperwer û qehreman, bi lîrelîr û çepik û halanan wê şevê ji kefa heta destê sibehê xew nakeve çavan;

hin kes jî dibin xayîn, di bêdengîya şevê de xew li wan diherime, heta destê sibehê di nav fikarên xwekuştin û xwenekuştinê de diherin û tên.

Bi qasî em xwe berpirs û wezîfedar hîs dikin, tu kes xwe weha hîs nake.

Hema qey çar pênc sebî-zarok dikevin nav lepên me, demildest em dikevin moda mamostetî û rewşenbîrîyê û em dest bi ders û şîret û pêşnîyaran dikin, bi haweyekî teorîk mîna akademîsyen û pedagogan.

Bi qasî zimanê kurdan dirêj e, emelê wan jî ew çend xurt bûya, nuha ji zû de ew zimandirêjî ji Kurdistanê re bûbû sînor, lê gotin û emel li hev dernakeve, mixabin.

Haa!

Ez vê jî bibêjim...

Ez ne li dijî civat û sohbet û danûstendinên bi vî rengî me, berevacî vê, divê hebin, lê însanan li ber sîya pozê xwe mexel nekin.


Min got,

-Evdila, alîkarîya te divê!

Got,

-Li ser çavên min, Seyda!

Min got,

-Evdila, çavên te li ser memikên keçikên bajarîyan bin û tu carî pozê te ji bêhna memikan mehrûm nemîne, lê ezmûn heye û ji ber ku senaryoyek di nav destê min de ye, ez li ser vê senaryoyê dixebitim, ji bo ezmûnê ez hîç nexebitîm. 

Got,

-Êê!

Min got,

-Ka peyva min nebire, ez pê de têm...

Got,

-Fermo!

Min got,

-Ez ê şîfreya rûpela zanîngehê ji te re bişînim, ji dêvla min tu têkevê; qe nebe tu mamostetîyê dikî, tu yê ji min çêtir çêkî...

Got,

-Dubare li ser çavan, Seyda!

Min got,

-Weleh Evdila, ez wek te ne comerd û çavfireh im; min carekî çavên te birin li ser memikan danîn û pozê te li dora wan gerand, cara duduyan ez ê vê comerdî û çavfirehîyê nekim.

Em her du jî kenîyan.

Bû şev, berî wextê ezmûnê biqede bi seetekê min dîsa jê re nivîsand.

Min got,

-Xoce, seetek wext maye, ezmûna me ji bîr neke! (Tew ezmûn bû ya min û wî🤪)

Got,

-Yek û yek teyrê belek

Zaza bilbil dermanê dil

Şekir û şima

Çû ber çema

Çem miçiqî

Av tê de nema

Min got,

-Weleh tu jêhatî yî!

Got,

-Ez birayê te me. Min qûşa wê qetand!

Dema em zarok bûn, ku tiştek nediket serê me anku ku ber bi aqilê me ve nediçû, me digot,

"Yek û yek teyrê belek

Zaza bilbil dermanê dil

Şekir û şima

Çû ber çema

Çem miçiqî

Av tê de nema"

Erê weleh,

li ser rewşa kurdan, 

li ser têkçûyîna sîyaseta kurdan, 

li ser malkambaxîya îdeolojîyan, ew îdeolojîyên ku kurd ji kurdîtîyê xistine, 

li ser ruhê mirîdîtî yê ku kurd li ber derîyan kirine parsek, 

li ser kurdên bi aqilê dijmin anku bi aqilê protez tev digerin, 

li ser nivîskarên ku qelema wan masturbasyonê dike,

li ser têkçûyîna aborîya Tirkîyeyê û qeşmerîya ku Teyo bi tirkan dike, 

li ser biratîya gelan 

û li ser gelek tiştên din em dikarin bibêjin,

"Yek û yek teyrê belek

Zaza bilbil dermanê dil

Şekir û şima ,

Çû ber çema

Çem miçiqî

Av têde nema"


Bîstek berê min telefonî Seadetê kir; lê wek her tim bersivê nade; carinan ew û telefona xwe ji hevdu dixeyidin; her yek li odeyekê pal dide.

Cara duda min telefonî wê kir; wek ku ez nuh telefon dikim, got, "Elo!"

Ji "elo"ya wê min fêhm kir haya wê ji telefona min a ewil çênebûye.

Axir...

Min got, "Seadet, tu çawa?"

Got, "Ez baş im, lê min bihîst belalûk di serê lawê filankes de derketîye. Heger tu pê re peyivî, jê re bibêje, wexta heyv li esmên xuya bû, bila derkeve balkonê, li heyvê binere û sê caran li ser hev bibêje, 'Heyvê belalûka min ji te xweşiktir e, heyvê belalûka min ji te xweşiktir e, heyvê belalûka min ji te xweşiktir e!'"

Çi bawerîyeke ecêb!

Piştî vê gotinê, ez careke din tê gihîştim ku kurd hîn jî tam nebûne misilman.


Gotina Dawî

Ji kerema xwe re bila her kes karê xwe bike; şivan şivantîyê, gavan gavantîyê, mamoste mamostetîyê, sîyasetvan sîyasetvanîyê, nivîskar nivîskarîyê, hunermend hunermendîyê, fêkîfiroş fêkîfiroşîyê, mêr mêrtîyê, jin jintîyê, ker jî kertîyê bike.

Nebin hergûkolog!