30 Kasım 2023 Perşembe

jina bêkumik

xwedê ew kêr kiribû;
xwîn diçû ji hestên wê!
û baskên wê bi dirîkên ezmên ve aliqîbûn.
her ku xwe tev dida,
hêsir diniqutî ji birînan!
jin bû, lê...
jînê kumê xwe nedabû serî!..

28 Kasım 2023 Salı

kurdîtî

Îşev,
ez ê zêde bi vir de û wê de
nebim, neynim
û ez ê xwe nespêrim peyam meyaman sublîmînal jî
Ez ê kin lê bixim
û qut bibirim.
Çi nivîskar çi hunermend,
çi sîyasetvan çi rewşenbîr,
her kî bi zimanê dagirkerên xwe
binivîsîne,
biafirîne,
doza kurdîtîyê bike,
qahp e,
pûşt e,
rezîl e,
teres e,
dijminê qewmê xwe ye
û hew!

Gotina Dawî
Heger hûn kodên kurdî li karaktera xwe bar nekin, karaktera we yê mîna jina qûnde ji bin yekî rabe, here têkeve bin yekî!..


27 Kasım 2023 Pazartesi

konformîzm

Hrant Dînk
Ma hûn dizanin bê çima hedepeyîyan qedrê Hrant Dînk digirtin?
Ango çima di mirina wî de ew qasî li ber ketin û hîn jî li ber dikevin û di her salvegerê de wî bi bîr tînin?
Ê ma ne ew jî yek ji lawên pîrê bû û wî jî wek ên din dîn û îman û enerjîya xwe li ruhê mîsak-î milîyê xerc dikir.
Ma ne wî jî wek birayên xwe yên hedepeyî yekîtîya Tirkîyeyê diparast û qîmet dida biratîyeke teres.
Ma ne mîna birayên xwe yên hedepeyî yên kurd firotin, wî jî ermenî firotin û xulamtîya efendîyên xwe qebûl kir.
Ma ne mîna birayên xwe yên hedepeyî yên li dijî destketîyên başûrê Kurdistanê derdikevin, ew jî derdiket.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk û her du Sirri û Hasîp Kaplan çi bin, Hrant Dînk jî ew bû.
Yanî...
Hemû dizên neqebekê ne.

Tîktok
Kerxane û pavyona sanal ango kerxane û pavyona li ser înternetê. 
Berê, me digot, 
"Filankes çav li pereyan ket, xwe wenda kir; pereyan karakter pê re nehişt."
Lê ne sûcê pereyan bû, jixwe karakter bi wan kesan re tune bû; bi xêra pereyan ew maskê ji rûyê wan ket ango pereyan qûna wan da tavê...
Îja heyran,
Çi qas pûşt û qewad û qûnek û qûnde û qahpik hene, bi saya serê Tîktokê kifş û eşkere û deşîfre bûn.
Mîna sîrkekê, her kes hewl dide hunera xwe rê bide ango nîşan bide; bi haweyekî rezîl, teres û pûştî...

Azîz Sancar
Di hevpeyvîneke bi Azîz Sancar re, Azîz Sancar weha kerem kirîye:
"Ez lawê paleyekî bûm. Axeyekî êrîşî kalikê min kirîye, ew kuştîye û mal û milkên wî çi heye çi tune ye dest daye ser û li ser xwe tapo kirîye."
Ka îja wî zemanî çi mal û milkên paleyekî reben hene, ew jî çîrokeke din e.
"Ataturk, rabûye axe û ew 21 kesên bi axe re ew xerabî kirine, yek bi yek girtine, kuştine û ji bo careke din kes xerabîyeke weha neke, hefteyekê meytên wan li meydana gund hiştine. Dû re demildest dest bi lêkirina dibistanekê kirine, dibistan vebûye. Pîrka min ji ber jana zirav mirîye û di pê wê re navenda lênerînê hatîye gund. Û ya herî girîng mamosteya me Turkay xanim, ji bo em nebin xulam û koleyê kesî, her tim em şîret dikirin. Ha ew Azîzê ku lawê paleyekî belengaz bû li vê dibistanê xwend û bi xêra wê xwendin û dibistanê bû Azîzê xwedîyê xelata kîmyayê. Ho Ataturk, ez deyndarê te me."
Rast e.
Erê, Turkay xanima dêlegur, tu nekirî xulam û kole, lê tu ji wê ruhîyetîyê wêdetir birîye; qet nebe xulam xulam be jî, dizane bê kî ye û ji ku hatîye, lê tu? Wê xanima mamoste, dewşirmeyekî qerase ji te derxistîye, mixabin.
Te xwe û xwebûna xwe firotîye, te çerm û eyarê xwe guherîye, tu rabûyî ji min re çîrok û çîrçîrokan dibêjî û li dijî xulam û koletîyê sekn û helwestê nîşand didî, Azîz efendî!
Ji qewla me mêrdînîyan:
Te quzê wê xwaro!
Lo lawo! Hema te ji wî gundîyê xwe Ajdar jî fedî nekir?
Weyla te ew gunê Ajdar ê bêhêk xwaro!

Gotina Dawî
Ez di konfora ca we nim!

26 Kasım 2023 Pazar

aqilê heft jinan û tenûra hewşa me

Medyaya Sosyal û Kerametên Wê
Medyaya sosyal, ji bo demekê her kesî bi populerbûnê şad dike.
Hinek ji wan har dibin, 
hinek ji wan fahş dibin, 
hinek ji wan jî di ber cananekê de can didin.
Û civatên odeyên twîtterê ji paşgotin û galegal û dedîkodîyên ser tenûran xweşir digerin.
Hinek bi derewan germ dikin wê tenûrê; 
hinek bi pereyan germ dikin wê tenûrê; 
hinek jî bi peyv û gotin û kelam û hadîs û îdeolojîyên xweda û pêxemberan...
Û bi cizbê dikevin li ber quretîyên xwe yên ew bi xwe jî pê ne bawer...
Dibêjin, 
li Ewrûpayê, mirîdên pêxemberekî rolêgerîyayî û şevoquzîbûyî, 
ji bo tecrîta ser pêxemberê xwe şermezar û protesto bikin, xwe di qefesên hesinîn de kirine girtîyên azadîyê.
Erê, azadî...
lê xwezî me bi zimanê wê jî bizanîya!
Îja heyran...
xulam û koleyên belengaz, hêsîr û reben û pepûkên neazad, 
radibin bi haweyekî azad ji bo "hêsîr"ekî ji xwe azadtir li rê û çareyên azadîyê digerin.
Ka aqil!
Lê jixwe li ser vê axê ku aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mrîşka ku li ser mesefa savarê/birincê mêr goştê wê ji hev tîştîşî dikin û li hev hiltînin jî, dihere nikilê xwe li gûyê bin zarokekî nebalixbûyî dixe.
Û dû re...
wek tiştek nebûye jî, 
ew mêrên ku simbêlên xwe bi dohnê qûna mirîşkê diseyinînin, ji ser wê sifreyê radibin û govendekê digerînin li ber straneke Seîd Gabarî:
"yar de yar ya de yar
bêloma be ya star
sed maşelle ji xwedê re
ez bûme marekî teyar
ji kaşê mala hatime xwar..."

Gotina Dawî
Aqil jî vediceniqe dema dibe qala kurdan.
Û kurd ji aqil mezintir in!..

24 Kasım 2023 Cuma

gotina dawî

Feylesofên Sedsala Derewîn
Vî zemanî...
Kesên bêkalîte, radibin bi xêra google û medyaya sosyal xwe gûyekî dihesibînin û li ser serê xelkê quretîyan dikin.
De îja...
Bi wê şaşika serê Mele Birhan, tu wê telefonê ji destê wan derxî, mîna masîyê tu ji avê derxî, ew ê biperpitin û ziman ê di devê wan de hişk û zuwa û pûç bibe.
Ez ê bibêjim ez bikutim wê karaktera we, lê karakter jî tune ye, rebenê kîr ê li xwe biheyire!..
Axir!
Erê weleh, axirzeman e ev zeman!..

Hesen û Husên bi hev re diherin ber pez û li ber pez Hesen nêtê li kerê xera dike. 
Ji Husên re dibêje, "Ka were ji min re bi serê wê bigire."
Husên jê re bi serê kerê digire û Hesen dihere li paş kerê diedile, şelwerê xwe dadixe heya kabokan û xwe lê dixe. Dilê xwe li kerê hênik û rehet dike.
Dibe şev û gundî li odeya gund rûniştine û civat gerîyaye.
Hesen û Husên jî li wir hazir in.
Qerf û henek û laqirdî li bin guhên hev dikevin. Husên jî nikare bi xwe û ji nişka ve dibêje, "Îroj li ber pez Hesen nîyha kerê." û dibe hakehaka wî dikene.
Muxtar difitile ser Husên, dibêje, "Te jî ne nîyhayê, Husên?"
Husên bi ken dibêje, "Na weleh, apê muxtar, min nenîyhayê. Tenê min jê re bi serê girt."
Îja heyran...
meseleya me û apocîyan jî ev e.
Muxalîfên Apo ango partîzanên ku piştî demekê şirîkantîya wan û Apo bi dawî bûye, radibin li ser medyaya sosyal, bi taybetî jî di wan odeyên twîtterê de masturbasyona humanîzmî û kurdperwerî dikin.
Hûn jî ne bêguneh in û hûn hemû şirîkê gunehên hev in!
Bi salan di bin çengên Apo de xwe li kerrî û kawikî deynin û piştî ji cem wî birevin, îja rabin xwe wek milyaketan nîşan bidin û Apo jî bikin şeytanê nahletulah!
Na. Nebû. Nabe...
Bi qûna xwe bi aqilê me nelîzin!
Hûn hemû dizên neqebekê ne!
Êdî dev ji vê megalomantîyê berdin û ji pêxîla kurdan bikevin.
Kesên ku nikarin şivantîya kerîyekî pez bikin, bi salan xwe kirin şivanên vî miletî.
Biteqizin herin wan çîrok û çîrçîrok û çîvanokên xwe ji xwedîyên xwe re bibêjin.

Gotina Dawî
Min got gotina dawî, lê îşev nizanim bê ka ez ê bi çi gotinê vê mijarê bi dawî bikim?
De bila îşev jî gotina dawî tune be, ma qey qantir nazê û dinya xera nabe!..

Gotina Herî Dawî
Ez di ogretmenler gunuya we nim!

23 Kasım 2023 Perşembe

kurd qurm qul kir

Mem Ararat û Nahmeta Populîzmê
Mem Ararat, piştî bi stranên xwe yên keç û bûk û jin li ber wan kirasê xwe diçirînin û terka mal û malbat û mêrê xwe dikin û bi çolê dikevin, nav û dengê xwe di muzîka kurdî de gîhand erşê Xwedê, êdî ew ê bi wî kenê xwe yê gelek keç û bûk û jin dîn û har kirine, ji edebîyata kurdî re jî bikene, pardon ango bibore, ew ê binivîsîne.
Jixwe nivîsand û kitêba wî ya ewil derçû jî; bi navê "Quling û Ewr û Ba" kitêbeke helbestan.
Min jî dixwest piştî xwendina helbestên wî ez li ser kitêba wî nivîseke rexneyî binivîsînim, lê mixabin, buhayê mîrata kitêbê heqê qelenê jinekê ye mîna bilêtên konserên wî;
lewra ji ber ku êdî ew jî ketîye kategorîya elîtîstan, bilêtên konserên wî jî hew bi destê evdên Xwedê ango kurdên Xwedê dikevin.
Lê xwedîyê weşanxaneya pirtûka kurdî jî di bin simbêlan de fîqefîqa wî ye, dikene, haa!
Êêê!
Di rojekê de 500 sparîş û her sparîşek qelenê jinekê...
Ez di şûna wî de bim, ez ê zorê bidim Mem Ararat, bila serê mehê binê mehê kitêbekê binivîsîne.
Û jixwe hewce nake serê xwe zêde pê re biêşîne jî; dikare gotinên stranên xwe jî wek helbest biweşîne.
Û dîsa jixwe,
pirê kesên wan kitêban bikirin jî, ew ê nexwînin; lewra medyaya sosyal û tahma eşqa populîzmê ji tahma orgazmê bi çend gavan wê de ye. 
Ez dizanim min peyva "jixwe"ê pir bi kar anî, lê jixwe hûn jî dizanin her tişt ji "jixwe"ê dest pê dike!😉!

Dîlan Yeşîlgoz û Pêgirtina Kurdan
Ezbiheyranino!
Carekê, tenê carekê jî ji bin kontrola mejî dernekevin û kenê xelkê bi xwe neynin ango zûka bi ser avê nekevin; tenê carekê!..
Weleh êdî xwelî jî ji ber xwelîserîya we bûye mîna esrarê û ew bi dest dikeve.
Ji doh de we qûn li xwe qetand, guh jî li me çirand, ji wê wîrewîr û lîrelîr û qarewara we ya doh.
Dîlan Yeşîlgoz bi ser ket!
Dîlan Yeşîlgoz bû serokwezîra Holandayê!
Dîlan Yeşîlgoz dêrsimî ye, alewî ye, kurd e û bi her sê nasnameyên xwe serbilind e!
Dîlan Yeşîlgoz û Dîlan Yeşîlgoz û Dîlan Yeşîlgoz!
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê xwelî jî buha ye û zû bi zû bi dest nakeve êdî; piştî çûyîn û hatina Amarayê ya ji bo rojbûna Xwedayê Xwedayan Zeusê hemdem!
Axir, bi ser jî neket, lê xuya ye pir kes bi ser ketin!
Ka kerem bikin em di pencereyeke din re li vê meseleyê binerin û lê hûr û kûr bibin.
Ka îja bê çi xêr û fêdeya vê kurdkokenlîyê yê bi min/bi me bihata, heger bihata hilbijartin û bibûya seroka Holandayê?
Ew ê navê Holandayê biguherîya, bikira Kurdlandîya?
Ew ê li Kurdlandayê zimanê kurdî jî li kêleka zimanê flemenkî bikira zimanê dewletê yê fermî?
Ew ê her sal li Amedsterdamê ji bo danasîna kurdan a kulturî/hunerî festîval mestîval çêkira?
Ji bo Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne, ew ê li seranserê Ewrûpayê dest bi lobî û dîplomasîyekê bikira?
Ew ê paşnavê xwe yê wek dîyarî ji dagirkerên wê jê re mîrad maye, biguherîya û bikira Dîlana Kurdan?
Ew ê di navbera kurd û holandîyan de bibûya pire û ji bo kurd û holandî bi hêsanî bi ser hev de herin werin mecbûrîyeta vîzeyê rakira?
Bi rastî jî meraq dikim!
Heger Dîlan Yeşîlgoz bibûya serokwezîra Holandayê, ew ê çi biguherîya?
Ji xêndî pesn û quretîyeke pûç û vala!!!

Gotina Dawî
Kurm qurm qul kir!
Kurd qurm qul kir!
Kurd kurdî qul kir!
Bi hêvîya kurdî bibe kîrek û têkeve qûna kurdan!..

22 Kasım 2023 Çarşamba

şeytanê bêehlaq

Kurdên bi xwendin û zanîna xwe, xwe wek rewşenbîr dibînin;
bi telaq pirê ji we, meriv çermê canê we biguro û ji wî çermî telîsekî çêke, pez û dewar ê kaya di wî telîsî de nexwin.
Lewra...
Tenê xwendin ango tenê zanîn bi serê xwe kesekî baş, çê, hêja nake 
yan jî xwendin û zanîn bi tena serê xwe pere nake, heger karakter ne xurt û çê be.
Di nav me kurdan de, xusûsî jî di qada reşenbîrî û entelektuelîyê de pir pispor û zana û kesên xwedan vîzyon hene, lê ji ber ku karaktera wan lawiz ango qels û pûç e, zanîn û vîzyona wan ji quretîyê wê de nare.
Tenê masturbasyona entelektuelî dikin!

Hin nas û hevalên min, ji ber rexneyên min gazinan dikin; xwedê giravî ez zêde rexne dikim û rexneyên min jî mîna xencera xalanên min bilokîyan bel e.
Hinek jî dişibînin kelem û şûjinan!..
"Xencerbelê Bilokî" belkî we bihîstibe.
Yanî dixwazin bibêjin, dilê her kesî ji xwe nehêle; cî ji hezkirinê re jî bihêle.
Bi gotineke din:
Dibêjin kî bi tirkî peyivî, guh nedê, kê bi tirkî nivîsand, çavê xwe jê re bigire, kê bi tirkî stran got, najo ser, kê got ez rewşenbîr im û bi tirkî quretî kir, bila bike û û û...
Lê em tiştekî tev li hev dikin.
Çi ye ew tişt?
Ma we dîtîye min dev avêtîye Mahsûn Kirmizigul, Alî Şan, Îbrahîm Tatlises, Ozcan Denîz?
Ango we dîtîye min zimandirêjîya Yilmaz Odabaşi, Yaşar Kemal, Ahmet Arîf, Cemal Surreya?
Na.
Çima na?
Ji ber ku tu angaşteke wan ango îdîayeke wan a kurdîtîyê tune bû/tune ye; her wek tirkîyeyîyekî jîyan/dijîn, lê...
ev ên ez wan rexne dikim û diajom ser wan, di çarçoveya kurdîtîyê de destê xwe li sînga xwe dixin û quretîyên politîk dikin, loma ez ji wê durûtîya wan hêrs û aciz dibim.
Yan na bila politîk tev negerin û li ser kurdîtîyê quretîyan nekin, heger min tenê carekê jî ew rexne kirin, heqê wan heye.
Îja heyran,
mîna kalikê xwe Baba Tahirê Uryan, şût û rût û şilfîtazî digerim, lê ne ez, bila ew kesên karaktera wan lawiz/qels/zeîf xwe ji min himet bikin 
ango destê xwe bipelînin û di ber min re bibuhurin 
yan na, ew ê pê bigirin!
Yanî bi kin û kurdîya kurmancî,
ne nobran im, tenê ez qûna kesên qûn bi hêlekê ve direqise, serî bi hêlekê ve direqise, didim tavê, 
lê yên gilî û gazinan dikin jî tirsonek in, berjewendperest in, konformîst in, lewra bi van gilî û gazinan dixwazin ji min re bibêjin, "Zêde tev nede, xwe li ber çavê her kesî reş neke û li kêfa kîrê xwe binere."
Ez bikutim wê kêf û konforê, heger rişma min ê ne di destê min de be û ez ê nikaribim li gorî mejî û mentiq û azadîya xwe tev bigerim.
Konfora herî mezin duristî û rasgoyî ye û ev jî azadî û wêrekî û xwebawerîyê bi xwe re diafirîne.
Û ji vê jî karakter dizê!
Erê, ez dizanim civak ji kesên wek min zêde hez nake, lê jixwe şerê min jî bi vê civaka ketî, eciqî, pelçiqî, belengaz û têkçûyî re ye.
Genetîka civakê xera bûye, ehlaq têk çûye, karakter pûç bûye û pûşt û durû û oportunîst jî fîkefîka wan e digerin.
Li min negirin, lê ez ê her û her we aciz bikim, çendî agir bi konê min ê konforê bikeve jî!..

Gotina Dawî
Ez şeytanekî bêehlaq im û hûn jî zarokên qewmekî biehlaq...
De herin rahêjin kevirên xwe bê kî kê diricimîne!
Û ez ê paş ve gav neavêjm.

21 Kasım 2023 Salı

rojev bi pervînê germ dibe lê sar nabe

Populîzm nexweşîyek e!
De îja em namirin û em ê bi hev re bibînin; piştî demeke ne pir nêzîk lê ne pir dûr jî, 
ew ê di navbera Şivan Perwer û Pervîn Çakarê de şer û pevçûnek dest pê bike, 
lewra Pervînê ji nişka ve xwe xist rojeva tirk û kurdan, bê bask bi esmanên populertîyê ve rapelikî û Şivan ê zû bi zû vê performansê tehamul neke, danequrtîne.
Heyf!
Ket ber nanê Şivên jî, ev xwedênehişt!
Hêvî dikim piştî vê kabûsê mam Şivan ê nekeve andropozê!..
Her weha ev îroj du roj in, çi kurd çi tirk, çi kemalîst çi oldar kes nema ku bi vê meseleyê daneket.
Pervîn Çakarê, bi stratejîyeke şeytanî bi kevirekî sê qûç xistin û bi rêbazeke feylosofane...
-Ji kurdan re got ez stêrka we me û di hunerê de ez we sembolîze dikim.
-Di navbera biratîya kurdên entegrebûyî û tirkên kemalîst ên spî de xwe kir pire.
-Êdî bi vê populertîyê pişta wê hew tê erdê, êdî kes nema dikare jê re bibêje, "Pozika sola te xwar e."
Erê, Xwedê bide hinekan, nabêje tu lawê kê yî, lê jixwe Pervînê ne bi Xwedê re, bi Şeytên re dimeşîya, dimeşe; guhên wê dilivin. Ew zû zû pê li cîyê şil nake.
Îja...
Carinan hesabê malê û sûkê li hev dernakeve, divê hay ji xwe hebe, 
lê em ê bi hev re bibînin bê ev rê yê here bihuştê yan here dojehê, ji qewla rehmetîya Yildiz Çakarê.
Ahaa!
Pervîn Çakar!
Yildiz Çakar!
Lê na na, ne tiştekî hev in; tenê mexdûrên dewleta tirko ne, her du jî...
Haa! 
Berî ku Yildiza dîn a ne pir biaqil xwe aciz bike û were rapelike nav çavê min, ez meseleya rehm û rehmetê zelal bikim.
Weke hûn dizanin, rehm li mirîyan jî dibe, li sax û zindîyan jî.
Li ser meseleyê:
Dema meriv tasek av ji yekî dixwaze û ew kes dike ciwamêrîya xwe û radibe dihere tasek av tîne dide meriv, piştî meriv wê tasa avê vedixwe, bêyî ku meriv li dê û bavê wî bifikire bê sax in an mirî ne, meriv dibêje, "Rehmet li dê û bavê te be!"
Axir, min meseleya rehmetê pir dirêj kir di vê rewşa me ya bêrehm de.
Min digot çi?
Min digot xwe ji populîstan bisitirînin. Ji bo bigihêjin armanc û hedef û miradê xwe, dikarin bi deh rûyan bigerin, ne durû...
De îja sinifeke din jî heye; yên wê sinifê jî xwe didin ber bayê populîstên populer û bi xêra populertîya wan populeran ew jî piçekî li tahma populertîyê dinerin.
Li ser medyaya sosyal xwe perçe dikin ji bo bi van kesan re di heman kadrajê de cî bigirin.
Û ku di wê kadrajê de ji xwe re cî nabînin, êdî dest bi danasîn û reklama xwe, pardon ango biborin, dest bi danasîn û reklama wan dikin û xwe dihetikînin.
Jixwe ev kesên weha her tim sî ne li ber sîya hinekan. 
Axir...
Guh medin quretîyên wan.

Gotina Dawî
Di vê rêya populertîyê de tenê bêsiûdîyeke vê xanimê heye; 
ew jî, mixabin him kinik e, him jî ne xweşik e,
yan na, bi telaq ne Sezen Aksû, ne Emel Sayin, ne jî Seda Sayan ê nekarî avê li destê wê bikin.

20 Kasım 2023 Pazartesi

vîzyon

Li ser youtubeyê min li her sê beşên podcasta Dilbixwîn Dara ya bi Ciwan Haco re civatê digerîne, temaşe kirin.
Pêşkêşvanîya Dilbixwîn Dara pir bi haweyekî mekanîk e; 
sar, cemidî û pir ji rêzê ye ango ne rengîn e, loma jî civat li ser rengekî saya diherike.
Jixwe di medya û televîzyonvanîya kurdî de ev problemeke sereke ye û têra xwe beloq xuya dike, mixabin.
Lê dîsa jî...
Dilbixwîn bi çend qurişan ji ew ê gundî û bêvîzyon ê "Pencereya Bakur" pêşkêş dike çêtir, maqûltir û xwedan vîzyontir e.
Henek li alîyekî, bira jî ew pencereya bakur e yan pencereya bikul e, hêja ye meriv lê hûr bibe.
Bernameyeke bê ruh, bê hîs, bê hest; her du pêşkêşvan jî hewl didin xwe germ û samîmî û jidil nîşan bidin, lê her ku xwe dicivînin ser hev, xavbûneke beloq ji wan difûre.
Haa!..
Mehdî Mûtlû ne xerab e, lê ew jî ji ber qama wî ya kin e nizanim, mîna dîkê qoqo xwe zêde dibixudîne ango qure dike.
Û her weha li ser twîtterê jî piçekî bi zimanê xwe re bixeyidîya û ji tirkî dûr bisekinîya ew ê baştir bûya;
lewra sekn û helwest girîng e û zarok û ciwan li meriv dinerin, meriv dişopînin; bixwaze nexwaze erênî neyînî tesîreke meriv li wan dibe.
Axir...
Meseleya min a îroj ne devşorbetî û devşeltetîya xelkê ye; ez vegerim ser meseleya xwe ya sereke.
Erê...
Min ji performansa Ciwan Haco jî hez nekir. Min piçekî ew belawela dît; ji tiştinan aciz e, lê ew acizîya wî dihêle ew jî hinan aciz bike.
Belkî jî nîşane û semptomên yextîyarîyê ne, nizanim.
Tenêtî jî zor e.
Û her weha hêdî hêdî karîzmaya wî jî dihile wek hawê; jixwe xeyal, fantezî û afirînerîya meriv karîzmaya meriv zindî û jîndar dihêle. 
Û ev demek e ruhê Ciwan ê afirîner jî westîyaye.
Jixwe dibêjin ku însan pîr dibe, ji alîyê hîs û hestan ve nêzîkî zaroktîyê dibin; 
lê zaroktîyeke cirnexweş.
Ego û kompleks bi Ciwan re çêbûye; berê bi min naziktir, kubartir, maqûltir, nefsbiçûktir dihat.
Dema Dilbixîn pirsa xortanîya wî û muzîka wî zemanî kir, zêde bi serbilindî pesnê muzîka kurdî neda û navên hunermendên berê li wan guhdarî kiribû û baş xerab tesîrek li ser wî hiştibûn, nekir; kin û qut birî.
Ne navê Miradê Kinê got, ne navê Mehmed Arifê Cizîrî û Şakiro got, ne navê Hesen Zîrek û Hesen Cizîrî got, ne navê Tahsîn Taha got, ne jî navê Îsa Berwarî û Eyşe Şanê û Erdewan Zaxoyî got, tenê pesnê almanan û muzîka rojavayîya da, 
lê balkêş e, 
berî wî kurdên rojavayî û muzîka rojavayîyan nas kiribûn û berî wî dest bi wê muzîkê kiribûn jî hebûn, 
lê navê Koma Wetan jî nehat ser zimanê wî, mixabin.
Û qala hunermendên kurd ên dem û zemanê xwe jî nekir.
Ê jixwe piştî bi Deno re derket ser ekranê û ew jî bi ber bayê populîzmê ket, (çendî têra xwe populer e jî) min li ser ruhê wî fatîheyek xwend, bi kurdî...

Gotina Dawî
Vîzyon, vîzyon, vîzyon...

hetiketî

Gazin!
Gazin!
Gilî û gazin!
Xîret û şeref!
Sekn û helwest!
Karakter û kesayet!
Efendî û kole, axe û xulam
anku
dewletî û bêdewlet!
Erê..
Efendî û axe dewletî ne, lê 
kole û xulam û bêdewlet?
Ew jî xizmetkar in ji xizmeta efendî û axe û dewletîyên xwe re.
Efendî ji kole re dibêje, "Heger tu min şad bikî, ez ê jî carê destê xwe bi serê te bidim û bihêlim tu jî li qiraxa konfora min li tahma konforê binerî,
lê...
erê, lê tenê li tahma wê binere; bila nebe kurm û nekeve nav xwîn û canê te 
ango hînî efendîtîya min nebe."
"Û vê jî bike guhar û têxe guhê xwe" dibêje û berdewam dike, efendî:
"Ji xwe û xwebûna xwe dûr bisekine, lê ji bo tu yê bibî wek min, hewl jî nede..."
Û kole ango xulam ango bêdewlet, ji bo kulmek konfor, ji dêrê jî dibe, ji mizgeftê jî.
Lê jixwe...
êdî dêr jî ne dêra berê ye, mizgeft jî ne mizgefta berê ye;
lewra bext mir!
Pervîn Çakara ku li gorî hin kesan sopranoya kurd e, lê mixabin li gorî min konformîst û entegrasyonîst û oportunîst e, li keleha kemalîstên xwîna kurdan jî vexwin, dilê wan ê rehet nebe ango li Kadikoya Stenbolê konserek da û di wê konserê de, bi stranên xwe dilê tirkîyeyî û kemalîstan şa kir.

Gotina Dawî
Qey kurd ê jî rojekê hilkişin ser text û berê xwe bidin bext!


19 Kasım 2023 Pazar

mele şêxmûs

Mamoste Nenas, ji ber tayna jina wî ya mamoste ji Stenbolê radibe welêt, radibe mûlidekê datîne.
Ji bo xwendina mûlidê zarokan dişîne pey mele Menîr; mele Menîr tê li dawîya odeyê rûdine û dest bi hazirîya mûlidê dike.
Mamoste Nenas çendî dizane cira apê wî ne xweş e jî, ji ber fedîya dinyayê zarokan dişîne pey apê xwe hecî Şêxmûs jî; hecî Şêxmûs jî tê li odeyê rûdine û enîya xwe dide enîya mele Menîr.
Mele Menîr bi hatina hecî Şêxmûs piçekî aciz dibe, lê di ber xwe de nahletekê li Şeytên tîne û deng nake.
Hecî Şêxmûs jî dibistan mibistan nexwendîye; piştî wextekî xwe bi xwe, xwe fêrî xwendinê kirîye û ji Marx bigire heta Engels, ji Engels bigire heta Hegel, ji Hegel û Tolstoy û Dostoyevskî û Alî Şerîatî û Konfucyuz û Mao çi ketîye ber xwendîye.
Berî mele Menîr dest bi xwendina mûlidê bike, hecî Şêxmûs difitile ser cimhetê, dibêje, "Weleh ji mûlidan bawer nakim lê min got bila dilê zarokan nemîne, ez hatim."
Mele Menîr di ber xwe de dibêje, "Estexfurallah" û dest bi xwendina mûlidê dike:
-Wextê pêxemberê me ji dawa dêya xwe ket û hat ser rûyê erdê, wê şevê sed jin û sed mêrên kafir mirin.
Hecî Şêxmûs li civatê dinere, dibêje:
-Batil! Batil! Batil! Qetla dused kesî jî kir stuyê xwe.
Piqînî bi civatê dikeve, dibe hakehaka wan, lê noqan jî ji mele Menîr vala dikin. Mele Menîr difitile ser hecî Şêxmûs, dibêje:
-Hecî Şêxmûs, bêvila xwe nexe nav mûlidê, ez tiştekî ji te re nabêjim.
Axir, piştî mele Menîr mûlida xwe xelas dike, êdî dor tê weezan.
Bû qala bihuştê...
Mele Menîr dibêje:
-Erê weleh, yê îbadeta xwe xweşik û baş bike, li hêla din tê xelatkirin; 72 horî para wî ye.
Hecî Şêxmûs dîsa bi xwe nikare û difitile ser civatê, dibêje:
-Ê de bi telaq ne werê ye law! Ma 72 qahpik di kerxaneya Carbekirê de tune ne, îja 72 horî! La hewle wela!
Mele Menîr guh nadê, berdewam dike. Pirs tê ser xwarina rojîyê. Mele Menîr dibêje:
-Heger meriv rojekê rojîya xwe bixwe, hewce ye meriv piştî meha rojîyê şêst rojî wek ceza dîsa rojîyê bigire.
Hîn gotina Mele Menîr di dev de ye, hecî Şêxmûs dibêje:
Ê de yabo! Hi ihi! Hew ev ji me kêm bû. Wa ye rebenê Xwedê jî wek faîzcîyê Qiziltepeya me dest bi faîzê jî kirîye.
Cî li mele Menîr teng dibe, radibe bê destûr xatir ji civatê naxwaze û qundereya xwe şimikî bi ser nigên xwe ve dike û revî revî berê xwe dide malê.
Piştî mele Menîr civatê terk dike, hecî Şêxmûs dibêje:
-Ê ne quzê ca xwe dixwe, derewan dike. Îja 72 horî kuro! Hema yabo, aqil heye, mentiq heye; 72 horî ji min re, 72 horî ji Eyo re, 72 horî ji Remê re, 72 horî ji Cemal re... Ev horî giş ê çawa di vê bihuştê de hilên, kuro!

Gotina Dawî
Heta mele ji civatan nerevin, civat û civak ê li xwe venegerin.

17 Kasım 2023 Cuma

pirik

Xwedê giravî dînê herî paqij îslam e; îbadeta wan bi avê ye; rojê pênc caran destmêj digirin û qûna xwe li avê dixin,
lê...
ji dilqê wan qirêj û gemar difûre!
De îja tew ez qala
dil
û
bext
û 
ûjdanê wan nakim!..

Mixabin,
lê...
hukmê pereyan ne tenê di nav xizan û nezanan de, her weha di nav xwendeyan de jî hîn xurt e.
Hin kes hene,
meriv çakêtê wan li devê derî ji wan bike, bi pişt derî ve daliqîne û wan di derî re derbasî hundirê odeyê bike ku qundereyên wan ê di binya şekalên şivan û gavanan de bi zorê ji xwe re cîyekî bibînin, ji ber ku dewlemend in, bi wê ehmeqî û bêmejîtîya xwe, bi haweyekî bi xwe bawer, radibin li ser sîyasetê, li ser civakê, li ser edebîyatê, li ser huner û estetîkê quretîyan dikin û "xwende"yên me jî newêrin li ber wan (ji tesîra pereyê wan) devê xwe vekin û li dijî gotineke wan an fikreke wan rexne an nerazîbûnekê bînin ziman.
Ax pere, ax!
Weleh tu dine mere û tu nahêlî mere li paş û pêşîya xwe binere!..

Ziman!
Li ser meseleyê, 
hunermendekî tirk an ereb an jî faris bi zimanê xwe tiştekî binivîsîne û di wê nivîsê de ji alîyê rastnivîsînê şaşîyên beloq hebin, civaka wan ê bi qûna xwe bi wan nekenin?
Lê di civaka me de bi devê xwe bi wan dikenin û tew ev rewşa wan a trajîkomîk bi pirê kesan jî xweş û sempatîk tê, mixabin.
Hunermendino!
Rewşenbîrino!
Zanano!
Xwe fêrî rastnivîsîna zimanê xwe bikin.

jinê go,
-lambeyê vemirîne û were têkeve himbêza min.
gupegupa sobeyê bû.
ji çavikên sobeyê çirûskên êgir li ser dîwarê odeyê direqisîn...
mêr xwe şilfîtazî kir û çû xwe li derîyê derve qewimand;
di bin ewrekî sayî de, 
erd mîna bûkekê xemilî bû;
simsipî...
qefalî dibarîya!
bi qasî pênc deqeyan, 
li ser wê berfê mîna peykerekî, 
rep û cit sekinî, xwe tev neda, 
mêr.
û dû re...
li xwe zîvirî û bi lez û bez xwe avêt hundir;
rasterast çû xwe li nav nivînên jinên qewimand.
û ew mêrê cemidî,
di himbêza jinê de hêdî hêdî hilîya, hilîya
û herikî hundirê quzê wê.

Gotina Dawî
Di pozê xwe nin, bila namûs bizê!

16 Kasım 2023 Perşembe

heger ne fen e ev çi ben e

Çend kes û kûs hene, difikirim, xwe bi xwe dibêjim, Xweda temenekî dirêjtir bike qismetê rêzdar Îsmaîl Beşikçî, lê heger rojekê xatir ji vê dinyaya gewrik bixwaze û serî deyne, ev kes û kûsên her tim di kadraja wî de pozên rewşenbîrî û entelektuelî didin ê çi xwelîyê li serê xwe bikin?
Nizanim, lê...
Heger hûn bi ya min dikin, hûn jî mîna wan kemalîstên oportunîst û konformîst, berî mirinekê herin ji xwe re li gund û nehîye û navçeyên Çorumê bigerin bê hûn yekî di reng û tîp û prototîp û dilqê rêzdar Îsmaîl Beşikçî de nabînin!..
Heger we dît, jixwe hûn ê bibînin û dîsa hûn ê di wê rêya xwe ya şolî de rêwî bin; 
na, heger we nedît, bi serê Hecî Meter, hûn ê pê bigirin heta qurpikê;
lewra piştî çûyîna rêzdar Beşikçî zû bi zû kes ê nehêle hûn di kadraj madrajan de xuya bibin.
Jêrenot ango têbinî:
Min bi xwe nedîtîye, lê yên dîtibûn, digotin, kîrê Hecî Meter wextê rep dibe, dişibe marekî kobra yê li ber tu heywanî serî natewîne!.
Stara Xweda li wî kobrayî be ku xwe bigihîne dora qûna wan oportunîstên konformîst!
Amen!

Ev serê çend rojan e ji blogê dûr bûm, loma jî hin xwendevanên min ên dilsoz gilî û gazin dikirin; 
erê, yek ji wan jî Evdilayê me yê ne ji ometa Abdullah bû.
Got:
-Seyda, te bala xwe daye rojevê, qedr û qîmetê tiştekî nemaye. Di 13ê vê mehê de salvegera bûyera sînemaya Amûdê bû, lê li ser medyaya sosyal, li ser vê bûyerê min bîranîneke cidî û berçav nedît. Doh jî salvegera darvekirina Seyîd Riza bû, lê min li ser gorbuhiştê Seyid Riza jî tiştekî cidî û berçav nedît. Lê tu yê bibînî, îroj salvegera xatirxwestina Ahmet Kayayê wan e, li ser medyaya sosyal ew ê bi stranên Ahmet Kaya rebê me bileqînin.
Min got: 
-Na, na. Neheqîyê neke, Evdilayê ne ji ometa Abdullah. Erê, xebera te ye, li ser bûyera sînemaya Amûdê ez jî zêde li berketinekê rast nehatim, lê doh kurdkokenlîyan medyaya sosyal bi wêneyên Seyid Riza xemilandin!"
Û Ahmet Kaya...
Hewce ye ez çend peyv û gotin û kelaman li ser wî jî bikim.
Erê, çendî carinan Îkramê berî evîndar bibe wek navê xwe îkram bû, xwe ji vî qalibî aciz bike jî, li çîya û lêf û berîya Mêrdînê "gotin tê gotin jî, tê kirin jî."
Axir, ez Îkram ji Gulbihara wî re bihêlim û li ser mijar û meseleya xwe hûr û germ û konsantre bibim.
Ahmet Kaya!
Kurdkokenlîyekî ku di navbera xelîl û celîl de asê maye yan jî asê mabû!..
Bi salan di navbera dîn û îdeolojîyan de li xwe gerîya;
carinan bû sosyalîst, gotinên stranên wî yên giran mîna çakûtê kominîstan li serê sîstemparêzan ket;
carinan bû dîndar, mafê îmamxetîbîyan parast, li konseran piştgirî û destek da Reîz Recep Tayyîp Erdogan û îmana xwe kamil kir;
carinan jî bû kurd, lê kurdbûneke nîvco, di bin desthilatîya apocîyan de, rebeno ji dêrê jî bû, ji mizgeftê jî; 
bi kin û kurdîya kurmancî, pê girt û berneda!
Erê, ez bi xwe jî carinan li stranên Ahmet Kaya guhdarî dikim, 
lê Ahmet Kaya ji bo muzîka kurdî tişt nekir, mixabin; 
berevacî, ciwamêr ji tirkan re stranin çêkirin, çepgir jî li ber gêj û har bûn, rastgir jî li ber gêj û har bûn, qûnde û qûnek û homoseksuel jî li ber gêj û har bûn, dîndar û muhafazekar jî...
Haa!..
Ciwamêr ji kurdan re jî xizmetek kir; bi saya serê wî, hest û hîsa tirkîyetîyê di dilê kurdan de şîn û şên bû.

Tenê sloganek, erê, tenê sloganek dihêle em ji ser hişê xwe ve herin ango orgazm bibin.
Bi salan kurd li ber tayê tolikê reqisîn, lê mixabin hîn jî direqisin û ew ê bireqisin jî.
Bi du sloganan em kirin "heval", nehevalan û di nav toza dozekê de me ew hevaltî wenda kir, mixabin.
Doh, bi du sê sloganan zarokên me ji bo berjewendîyên xwe yên teresane kirin qurban;
îroj jî, bi "terorîst babandir"ê ango bi "terorîst bavê te ye"yê feqê li ber qurbanên nuh vedidin/datînin.

Gotina Dawî
Hoo kurdo!
Ka sê caran bilez li ser hev bibêje:
-Heger ne fen e, ev çi ben e!
-Heger ne fen e, ev çi ben e!
-Heger ne fen e, ev çi ben e!

15 Kasım 2023 Çarşamba

keskê û xeyalên wê yên romantîk

Çûriskên agirê şomîneyê li ser çavên keske direqisîn.
Bi tena binkirês, berê wê li êgir, çarmêlkî rûiniştibû, hêdî hêdî ji qedeha destê xwe şerab vedixwar. 
Peyayê wê jî, bi maşeya destê xwe pilingên agirê şomîneyê tev dida, agir gur û har dikir. Û tîna wî agirî tevzên harbûnê li bedena wan bar dikir; 
jixwe ji atmosfera mekanê arezû û şehwet difûrîya.
Mêr, piştî agirê xwe têr tev da, maşeya destê xwe danî ber şomîneyê, rabû ser xwe, çû li ber çongên jinê rûnişt, rahişt qedeha şeraba xwe û qurtek lê xist. 
Bi lêxistina wê qurtê re çavên xwe girtin û hêdî hêdî ew qurteşerab di zengeloka xwe de dawerivand; ew şerab sivik sivik dawerivî hundirê wî, 
xwe sist û sermest hîs kir.
Hîn çavên xwe ji ser hev ranekiribûn, bi germayîya lêvan bi xwe hisîya. 
Sorekî şerabî xwe li dewsa wan lêvan danî; 
mêr hartir bû.
Mekanê romantîk...
Tîna agirê şomîneyê...
Tîna şeraba sor...
Tevza erojen a li ser bedenan xwe tev da...
Û her du bedenên birçî...
Mêr qedeha şerabê ber bi devê jinê ve bir û bi nermî qiraxa qedehê di nav lêvên wê de bi cî kir 
û hêdîka qûna qedehê ber bi jor ve bilind kir, lê jinên her du lêvên xwe li qedehê şidandin û ew şerab di qiraxên lêvên wê re bi ser sîng û bersîng û pêsîran ve herikî. 
Mêr ew qedeh ji dev nekişand, heta binê qedehê xuya bû, 
mêr ew qedeha şerabê bi ser devê wê de dewisand; 
şerabê xwe gîhand nav berzikê û ji berzikê berjêr daket; 
serê gilikê jî ew şerab tahm kir.
Dû re...
Mêr ew li ser wî eyarê bihirî li ser piştê vexist û mîna gurekî tahma xwînê hilanîbe çû li ser wê edilî.
Ewil bi zimanan ew şeraba ku li dora lêvên wê nîvzuwa bûbû, alast û lêvên xwe li lêvên wê dewisandin; 
mêt û mêt û mêt...
Mîna erdekî beyar ê bi salan niquta baranê lê nebûbe, lêvên wê zîpîzuwa bû, bi wê mêtinê; nefes li xwe û wê çikand.
Û pê de çû...
Stu... gerdan... sîng... pêsîr... serê pêsîran... navik... berzik... û gilika di nav şerabê de sermestbûyî...
Bi dor her li deverekê emrek bihurand û di emrê nizanim çendbare de serê xwe xist nav şeqên wê û qurisî quz; 
vexwar, vexwar û vexwar; 
jin di nav lepên wî de diperpitî, lê ew jî mîna çîyayekî volkanîk dihejîya; 
dihejîya lê xwe girt, 
nehişt biteqe.
Axûwaxa jinê olan dida; hew Xweda dizane bê ji ezmanê çendan dihat bihîstin ew axûwax.
Jinê xwe ji nav lepên mêr xelas kir û ew bi paş ve dahf da, 
pişta mêr çû li dîwêr sekinî. 
Jin rabû ser xwe, çû di dawa wî de rûnişt û serê wî bi pêsîrên xwe ve dewisand. 
Her du jî dîn û har bûbûn, êdî hew dikarîbûn xwe kontrol bikin. 
Jinê destê xwe avêt kîrê mêr, ew bir di quzê xwe de bi cî kir û xwe li ser bir û anî, bi haweyekî aheng dans kir, reqisî. 
Çav li her duyan jî qulipîn û axûwax û qîrîn û barebara wan di hundirê xênî de olan dida.
Û ji nişka ve jinê got, 
-Ya Reb! 
lê reb wek rep ji nav lêvên wê pekîya. 
Ku jinê çavên xwe vekirin, li kêleka sobeyê di xew re çûye, gupegupa agirê sobeyê ye û misînkê wê yê avê yê ji bo çayê li ser e jî, xupexupa wî ye dikele.
Bişirîneke bextewar li ser lêvên wê kon vegirt.  Rabû ser xwe, çû çaya xwe dem kir, şekir û qedehên xwe anîn û dîsa rahişt Leylanê, 
lê berî dest bi xwendinê bike, di ber xwe de bi devlikenî got, 
-Ez di te nim, Devliken! Zivistanan bi vê sobeyê re kezeba me reş bibe û hûn jî rabin li ser vê rewşa me ya bijan romantîzmê bikîn!..

10 Kasım 2023 Cuma

dagirker

-Quz û qizwan di kevçî de, min qizwan xwar, quz ma di cî de.
-Quz û qizwan di kevçî de, min qizwan xwar, quz ma di cî de.
-Quz û qizwan di kevçî de, min qizwan xwar, quz ma di cî de.
Sê caran li ser hev me digot û di cara sisêyan de "quz" û "qizwan"ê cî diguherîn bi hakehaka mezinan re.
Em zarok bûn wî zemanî û ne me qizwan tahm kiribû ne jî me li tahma quz nerîbû, lê ji hakehaka mezinan xuya bû wan li tahma qizwanan jî nerîbûn û li tahma quz jî.
Dû re...
Bi herikîna zeman û tahmkirina bi zimên re, me jî fêhm kir bê çi çi ye û çi ne çi ye.
Û quz bû reb û em hemû bûn xulam û mirîdê wî quzî, mixabin.
Axir...
Ji zimanê xwe fedî nekin û çi hat ber devê we ango hat ser zimanê we texsîr nekin.
Li ser qizwanan jî bipeyivin/binivîsînin, li ser quz jî, 
lê bi haweyekî serhişk li her derê bi zimanê xwe bipeyivin; 
bipeyivin, lewra her peyveke we yê bibe gule û bimbe û di quzê dê û jinên dagirkerê we de biteqe!..
Guh nedin konformîst û entegrasyonîstan. Her kî qala demokrasî û wekhevî û biratî û merivhezî û xweşbînîyê bike, tû ser çav û rûyên wan bikin.
Çavê wan bar nabe hûn zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin.
Çavê wan bar nabe hûn li ser axa xwe li XWE bigerin.
Dîsa dibêjim,
her kê ji we re çîroka biratî û demokrasîyê got, li hundurê çavên wî binerin û bibêjin,
"Ez ê di kefenê sed û yek bavên te nim!"

Gotina Dawî
Ho dagirkero!
Pesnê xwe nede. Xezeba te ji tirsa nava te ye!