Rehmetîyê bavê min hîç li xwe danetianî zarokên xwe bixebitîne.
Li gorî fikir û nerîna wî ya civakî pir şerm bû em zarokên wî li ber destê hosteyekî bixebitiyana.
Cemîlê Hecî Hisênê Îsa bû û bi nav û dengê xwe, bi mêr û mêrxasiya xwe li mintiqê dengê wî olan dida, kesî newêrîbû jê re bigota, "sîya te xwar!"
Bi gotina wî,
Ji bavê kê zêde bû li ber wî bigota ez mêr im.
Di ferhenga wî de tirs ji xwe ditirsîya û tenê tirsê zanîbû tirs çi ye.
Rojekê li Qoserê teqîn çêdibe û ew jî li qahweya ku jê re dibêjin loqalê rûniştîye.
Li derve vize viza guleyan e, her kes xwe ji ber xezeba guleyan diparêze, lê ji ber nav û esaleta xwe fedî dike wek hevalên xwe ew jî xwe ji ber guleyan bide alî.
Li gorî gotina wî, wê şevê mêran ji tirsa guleyan xwe di bin maseya ew li ser rûniştî veşartibûn.
Wê şevê piştî derdor aram dibe û her kes li mala xwe vedigere, ew jî tê malê. Ji jina xwe re anku ji dêya min re dibêje, "Heyfa navê mêran ku li van xwelîseran e!"
Li gorî nerîna wî, helwesta mêrên xwe ji ber guleyan vedişartin, şaş bû.
Erê, bavêkî weha bû û ez lawê wî yê ewil bûm.
Zêdê, pir zêde bi ser min de bû.
Çavên wî bar nedibûn li min binere, bi wê xezebê yanî.
De îja hûn bifikirin bê bi çi hezkirinê ji min hez dikir.
Li gorî nerîna vî xweşmêrî nedibû kesî zarokên wî li sûkê kar dikin, bidîta.
Tew îja boyaxa qunderan an jî ereboka destan...
Hevalên me yên zarok, hin ji wan xwedan sindoqeke boyaxê bûn, hin ji wan jî xwedan erebok.
Bi me wek kêfekê dihat, lê rojekê ne hişt em bi sindoqeke boyaxê şad bibin, ne jî hişt em fêkî û zebzeyên ciwanik an ciwamêrekî têxin ereboka xwe û bibin malên wan.
Tew kula herî mezin, tatlî û gerandina tatlîyan bû.
Hevalên me şemî û yekşeman ji bo xercana xwe ya dibistanê serê sibehan tatlî digerandin, lê em di ber bavê xwe de reş û şîn dibûn, nedihişt em tatlîyan bigerînin.
Rojekê ji rojan bêyî ku ez destûrê jê bixwazim, ber destê sibehê, berî mele bibêje "Alah û Ekber" min ji mitbexê rahişt firaxekê û ketim kezeba rê.
Dema ez gîhaştim mala Bedrê, min dît hevalên min berî min ketine dora xwe ya tatlîyan.
Min jî xwe da bende dora xwe.
Bêhna şerbet û qetreya tatlîyan hiş ji serê meriv dibir.
Ya rast, a me zarokan, ji tucarîyê bêtir ji çilekîyan bû.
Xaltîka Bedrê her ji deh tatlîyan yek wek dîyarî ji bo xwarina meriv dida.
Te pêncî tatlî rakira, pênc para te ya xwarinê bû, sed rakira, deh...
Û Bedrê, xaltîka Bedrê:
Jineke rûken, delal û têra xwe jêhatî...
Li taxa Qosarê (Qosar navê taxeke Qoserê ye herweha) kesê ku Bedrê nas nekira tune bû.
Bedrêya Tatlîcî...
Axir, wê sibehê, em zarok li ser tutukan li dora wê niqreya ku tatlî tê de dipijiyan rûniştî li benda xwe û tatlîyên xwe bûn.
Piştî kêlîyekê tatlîyên me pijîyan, bi germî me ew li ser sinîyên xwe kirin û me berî da malê.
Ku ez gîhaştim malê hîn nuh meleyê sibehê bang dikir.
Rehmetî di xew de bû.
Dêya min bi hatina min re şiyar bû.
Sinîya min a tatlîyan danî cîyekî ewle û ji min re got, "De here ji xwe re rakeve, bi hilatina rojê re derkeve tatliyên xwe bifiroşe."
Ez çûm min serî avêt xewê.
Piştî çend seetan ez rabûm, da ku derkevim pêyasê tatlîyên xwe bifiroşim.
Dêya min sênîya min anî, got, "Bavê te deh tatlî ji zarokan re hilanîne. Pereyên deh tatlîyan jî xist bêrîka min û got, "De oxir be."
Bavê min ew tatlî ji zarokan re veqetandibû, lê di esasê xwe de ji bo karê min zû biqede wer kiribû.
Ji zarokan bêtir li min fikirîbû.
Rehma Xwedê lê be!
Erê weleh min sinîya xwe ya tatlîyan danî ser serê xwe û xwe bera sikak û kolanên Qoserê da.
Lê çi fêde...
Mîna Şener Şen ku di fîlmê "Zugurt Aga" de dema gund firot, li qûn rûnişt û ji mecbûrî dest bi firotina zebze kir û fedî dikir bang bike, li min jî wer hat. Ji qûna min nedihat ez bibêjim, "Tatlî... Tatlî... Werin tatlîyan..."
Min û tatlîyên xwe roj li xwe anî nîvro û talîya talî min tatlîyên xwe giş firotin û min berî da malê.
Ez hatim malê hesabê xwe bikim.
Ji bo kar û xisarê bidim ber hev min pereyê bêrîka xwe ji bêrîkên xwe derxist û dest bi hesêb kir.
Heqê panzdeh tatlîyan li min kêm ket.
Zarokên Qoserê şeytan bûn.
Tu nabêjî kê yek kiriye yekî jî ji paş ve yek-dudu dizî ye.
Rehmetî ji xêndî heqê wan deh tatlîyan, heqê wan panzdeh tatlîyan jî da min û ew roj bû roja min a ewil û dawîn a firotina tatlîyan.
Hesabê malê û sûkê li hev derneket û jîyana min a tucarî berî dest pê bike qediya...
Têbinî anku Jêrenot:
Li Mêrdîn em ji wan şêranîyên zirav î gilover re dibêjin tatlî. Çendî bi tirkî be jî, weha li ser zimanê me rûniştibû.