27 Mayıs 2023 Cumartesi

her şev navê te diqîre

Serê xwe xist nav şeqên wê, rîha wî ya reş ku tayên spî jî ne kêm bûn, di nav pirça sorhineyî de wenda bû. Avî bi ser lêvên quz ket, wê şilîyê xwe li serên tayikên rîhê girt; bêhna şehwet û arezûyê xwe di firnikên wî re gîhand nav mejîyê wî; li ser bedena ku di bin wî de diperpitî hestên wî bi cizbê ketin; çav lê qulipîn û qurisî quzê wê...
Xwe bênefes hişt lê kezeba wê jî di devê wê re derxist, mir û nemir!..
Lêvên quzê wê di nav lêvên xwe de mêt
û mêt û mêt...
Zimanê repbûyî, wezîfeya avdancîyekî dikir di nav wî bexçeyê li ser pişta quz şitil dabû. Û her ku rîh bi ser wî quzê harbûyî de disûrikî, bedena wê diperpitî mîna çivîkeke serjêkirî.
Hewar û axîn û barînek ji nav lêvên wê pekîya, ji nişka ve; seranserê bedena wê ricifî, perpitî û hejîya.
Serên memikan cit û bel bûbûn. Ew di nav tilîyên xwe de ba dan, şidandin û miz dan. 
Bi her du destan bi serê wî girt, devê wî ji quzê xwe kir û ber bi jor ve hilkişand; serê wî bi nav memikên xwe de dewisand û her du çîpên xwe li nava wî pêçan, her du nigên xwe li ser pişta qûna wî li hev gerandin. 
Êdî ew zindanî û mehkûmê wê bû...
Quzê ji şehwet û arezûya wê kêlîyê şilûpil bûbû nekarî xwe li ber xezeba kîr bigirta; kîr mîna marekî bisûrike hundirê qula xwe, xwe li cotderîyê quz qewimand, gun bêyî dilê xwe li bin guhên wî cotderîyî ket, quz ew neeziband hundir; tenê çavdêrî kir...
Dev di cotmemikan de û qîrîn bi wê ket!
Bi azana melê re çeng bû ser xwe. Xwe qulipand ser kêlekê, di paceyê re li derve nerî; hîn tarî nebişkivîbû.
Xwe dirêjî telefona ber serê xwe kir; telefon li ser sêpeyê bû. 
Ket whatsapê:
-Ez dikarim dev li dilê xwe bikim û xwe bigirim, lê quzê min her şev navê te diqîre!
Û şand...

24 Mayıs 2023 Çarşamba

pelûla diranketîyan

Xwelî li serê wê malê ku sermîyanê wê bêxîret be.
Û sermîyanên kurdan bêxîret in, mixabin.
Ne kurd in.
Ne bikarakter in.
Ne zana û ne xwedan vîzyon in.
Ne xwedan sekn û ne xwedan helwest in.
Ji sîyasetê fêhm nakin.
Ji dîplomasîyê fêhm nakin.
Ne hayê wan ji paşîya wan heye, ne jî hayê wan ji pêşîya wan heye.
Kî li wan siwar bê, di bin wî de bi çargav dibezin û wî digihînin qonaxa wî, lê ew êdî ji qonaxa xwe dûr in û jixwe qonax jî ne xema wan e.
Yek li defê dixe, yek jî li zirneyê û xweş digere govenda demokrasîyê...
Ji roja komara Tirkîyeyê ava bûye heta nuha hîn jî em hewl didin tenê bi ciwamêrî, bi ehlaqê xwe yê xweş û bi xweşbînî û merivtîya xwe ya mala me xera kirîye, xwe têxin çavê tirkan û ew jî carê bi rûyekî sexte bi me re bikenin û bibêjin, "Eferim kurdo!"

Roja yekşemê hilbijartin e.
Û dîsa wek her car kurdan bi saya serê sermîyanên xwe pê girt!
Êêê...
Heger aqilê meriv ji kîsê xelkê be, pêgirtin jî dibe qeder êdî.
Ji roja roj de em dibêjin HDP proje ye û dewlet bi vê projeyê dixwaze kurdên ku kurd mane jî di nav nekurdan de bimehînin.
Û jixwe mehîyan, dimehin, ew ê bimehin hêdî hêdî.
Bi kin û kurdîya kurmancî, bi vê projeyê:
Ji bo aqilê kurdî dernekeve pêş û ji xwe re sermîyantîyê neke, ji kurdan re aqilekî protez çêkirin.
Heta ew aqilê protez li xwedîyê xwe venegere, kurd ê bi xwe jî yek bi yek bibin protez.
Îja ew ê çi biqewime?
Erdogan ê bê ser text an Kiliçdaroglû yê bê ser text?
Weleh bi qasî zanîn û xwendina xwe ez dikarim bibêjim kî derkeve ser text jî, di bin wî textî de pişt ê li me bibe tert.

Rewşenbîro!
Divê rewşenbîrtî ew qasî ne erzan bûya, lê mixabin di civaka kurd de bi du slogan û du aforîzmayan mumkun e.
Û jixwe civak jî hînî slogan û aforîzmayan bûye, li karakterê napirse, 
lê karakter jî divê pîvana esasî bûya.
Îja tu ji kê re dibêjî, heyran!
Û tevna civakê jî xera bûye, mixabin.
Ew rewşenbîrên ku di salên nodî de zarokên xelkê bi fikir û îdeolojîyên pûç û beradayî ji ser rê dibirin û ew li şer û şoreşgerîyê sor dikirin û ji bo siberoja neteweyekê ew dişandin ser mirinê, îroj rabûne ji bo siberoja zarokên xwe, ji zarokên xelkê re dibêjin herin ji bo siberoja Tirkîyeyek bihuzûr dengên xwe bidin filankes...
Piçika namûs û xîretê bi we re tune ye.
Hûn bêehlaq in!

Gotina Dawî
Pozê we yê ji namûs û xîretê dûr ketîye, êdî bi asîta gazoz mazozan jî hew dişewite.


23 Mayıs 2023 Salı

ne îttahat ne terakkî bijî serxwebûn û azadî

Jixwe bi dehan car min gotîye. Ez kesekî agnostîk im; ne muhamedî me, ne Îsewî me, ne jî mûsewî;
tenê devlikenî me, devlikenî û bi vê devlikenîya xwe jî pir kesan bi girî ve dikim, wan dikim kelogirî!
Lê...
Dema ez bala xwe didim dîndaran, dîn li ser serê min dibe dar û ew dar gefan li min dixwe mîna şwîrê Demokles.
Bîska din hevalekê li ser whatsapê tiştek ji min pirsî. Got, "Şêx bizor çi ye, ji bo çi tê gotin? Dema ez zarok bûm pir caran dê û dapîra min ev gotin digot..."
Ha meseleya dîn û dîndaran jî ev e.
Şêx bizor!
Ciwamêran qala felsefeyeke însanî û têrxweşbînî dikin, lê dema meriv bi nigê wan lê nexe jî, radibin dibêjin, "Ecûrê min (kîrê min) tahl e, yan hûn ê bixwin yan hûn ê di xwe xin!"

Dixwazim ji vê sîyaset û zîhnîyeta qirêj dûr, tenê bi huner û edebîyatê re mijûl bibim, lê...
Erê, lê ka derfet û taqet?
Û ew jî kulfetekê dixwaze û jixwe ew kulfet jî vê gavê tune ye.
De îja loma...
Ez jî serê xwe bi sîyasetê re diêşînim. 
Erê wext û enerjîya min lê dihere, lê belaş û bêpere ye; du analîz, sê tehlîl û teorîyeke komployî...
Merheba sîyaset!

Jixwe Selo bi xwe jî nizane bê ka ji bo çi û di ber çi de di wê qulikê de ye (Erê ez dibêjim nizane lê bawer nakim nizanibe. Hesab û mesab! Teqtîk û maqtîk, stratejî û mitratejî🙂) îja ji bo kurd pîbarê kemalîzmê derkevin, radibe ba kurdan dike. 
De karê kurdan jî tune ye ew ê rabin herin ji bo Selo ji qulikê derkeve û kurdên sekuler ên bi jahra kemalîzmê tirkîyeleşmîş bûne, di nav kêf û konforê de bigevizin, dengên xwe bidin Kemalê kemalîst.
La hewle wela 
û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Min got,
Heta ku hûn dev ji vê eşqa xwe ya Selo bernedin, kes ê kurdan bi tiştekî nehesibîne.
Îja dev ji feqîr û xizan û nizan û belengazan berdin, ev ên xwende û xwedê giravî zane radibin ji bo populîzma xwe ha ha pesnê Selo didin û Selo li ser serê vê civaka ketî û belengaz dike pêxember.
Jixwe Xweda hebû, tenê pêxember mabû...
SedeqallahulEZ!

Aqil heye, mentiq heye, lê karakter?
Himm!
Jixwe mesele karakter e.
Û heger karakter tune be, tu hemû zanîn û agahîyên googleyê li mejî bar bikî jî, mejî yê neyê bi kêrî tu kesî...

Gotina Dawî
Ne îttahat ne terakkî, bijî serxwebûn û azadî.
Roja yekşemê herin dengê xwe bidin lê li ser pûsûlaya deng "Ne îttahat ne terakkî, bijî serxwebûn û azadî" binivîsînin û têxin wê zerfê...
Bila ew zerf di nav destên wan de biteqe û tirs û xofa dilê wan gurtir bike.

16 Mayıs 2023 Salı

meriv ker û golikan li cem hevdu girê bide ew ê ji hevdu bielimin tir û fisan

Bîlanço mîlanço û çend gotinên qutûgilover li ser zîhnîyeta encambûyî...
Erê, heger zîhnîyetek biencam bûbe, êdî vegera ji wê zîhnîyetê zor û zehmet û pir ne mimkun e.
Zîhnîyet biencam bûye, 
lewra...
Piştî vê qonaxê tenê mirin dikare di şûna vê zîhnîyetê de zîhnîyeteke din biafirîne.
Ne tenê ji bo tirkan, her weha ji bo kurdan jî rewş ev e û ji qewla rehmetîyê bavê min ku digot,
-Bereketa Xwedê li zanebûnê be.
-Rehma Xwedê li zanebûnê be.
Mixabin, yabo!
Ne bereket ma, ne jî rehm; her du jî bi desthilatîya Xwedayan têk çûn.
-Bereketa Xwedê li aqil be.
Erê, bereketa Xwedê li aqil be, lewra heger aqil xwe nas neke, tu hemû agahîyên googleyê lê bar bikî jî, ew aqil ê ne bi kêrî xwe bê, ne jî bi kêrî kesî bê. 
Bi kin û kurmancî, ew aqil ne tu aqil e û tenê ji wî aqilî yê qirêj û gemar û neheqî biherike.

Hûn ê nikaribin pişta Reîz deynin erdê, 
lewra... 
ev serê sîh salî ye Reîz li ser vê axê çandinîya mejîyan dike û ew mejî êdî li seranserê Tirkîyeyê di bin kontrola Reîs de ne. 
Ne ew, Reîz çi bixwaze, ew mejî li gorî kêf û daxwaza Reîzê xwe difikirin, 
heger Reîzê wan ji reş re bibêje spî jî, ew reş êdî nema dikare reş bimîne.
Ka werin em mijarê berevacî ango bermeqlûb bikin û cîyên tirkan û kurdan biguherin.
Heman quzilqurt e.
Apo jî ev serê çel salî ye li ser vê axê çandinîya mejîyan dike û ew mejî êdî li seranserê Kurdistanê (Bakur û Rojava) di bin kontrola Apo de ne.
Ne ew, Apo çi bixwaze, ew mejî li gorî kêf û daxwaza Apoyê xwe difikirin, 
heger Apoyê wan ji weletperwerekî re bibêje xayîn jî, ew welatperwer nema dikare welatperwer bimîne.

Encama Hilbijartinan:
-Reîztîya Erdogan wek şîrê dêya Erdogan li Erdogan helal e, 
lewra...
Reîz ji qewmekî kerîyekî pez çêkir.
-Bi wî kerîyê pez dewlet kir çêrgeheke bê ser û ber.
-Reîz ji tirkan modeleke wisa çêkir ku mejîyên wan tenê dema tî û birçî dibin li alarmê dixin.
-Hemû refleksên wan ên însanî têk birin û ew birin di dema berî evrîmê re derxistin. 
-Kemalîst modeleke cuda ye. Heger zikên wan têr bibin, ji xwe pê ve kesî li dora xwe naxwazin. Ew cureyeke din a pez in. 
Tenê rastîyeke wan heye: 
Faşîzm!
 Zimanek, netewek, alayek, dewletek...
-Her du kerî jî ku têr bin, li ber çavên wan kurd dibin gur.
-Lê kurd jî ne kurdên berê ne; bi saya serê kur-dewar-an kurdîtî pûç bû, tenê qalikê wê hiştin, mixabin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, ji qewla Mistefa Aydogan (Bijî Seyda. Weleh kurdî û kurmancî bi hev re kurdîtîyê li karakter û kesayeta meriv bar dike)
Erê, bi kin û kurdîya kurmancî:
-Reîz bi ser ket.
-Ji xêndî Kiliçdaroglû, muxalefet jî bi ser ket.
-YSPyê jî erk û wezîfeya xwe pêk anî. Jixwe ji roja roj de wek projeyekê di bin kontrola dewleta kûr de karê xwe dike. Bi saya vê projeyê kurd kirin tirkîyeyî û hundirê dozê pûç û vala kirin; êdî kurd bi xwe jî hew xwe nas dikin; tenê carinan wextê peyv tê peyvê xwe qûre dikin û bi tirkî dibêjin, "Ez kurd im."
--Ji 50-60 milyon "tirk" dîndarên wan bi ser ketin, netewperestên wan bi ser ketin, nasyonalîstên wan bi ser ketin, lê ji 30-40 milyon kurd tenê partîya ku xwedê giravî kurdan temsîl dike, ew jî bi zorê xwe li ser bendê/berajê hişt. Û jixwe yên di bin sîwana wê de bi ser ketin jî xizmetkar û dewşirmeyên nasyonalîzma tirk bi xwe ne, mixabin.

Gotina Dawî
Dilê Kemalê sazbend di bûkê de ye, lê Reîz bi pere û zêran bavê keçikê qanih kirîye, ew ji xwe re xwestîye û dawet e...
Govend xweş digere. 
Berbû bi dengekî diqîrin:
-Kî zava kî zava?
-Reîz zava!
-Kî zava kî zava?
-Reîz zava!
Kemalê sazbend bihêl tilîyên xwe li têlên tembûrê dixe û dibêje:
-Ne belî ye.
10-12 rojên din hilbijarin ê xwe nuh bike, xelk ê dîsa herin dengên xwe bidin.
Reîz an Kemal?
Ne belî ye, lê tiştekî belû heye, ji qewla Rîhsipîyekî mêrdînî:
Reîz jî bi ser keve, Kemal jî bi ser keve, ker ê di me keve!..

12 Mayıs 2023 Cuma

germ dibe sar dibe dikele dikele dipejiqîne

Van salên dawîn, ji ber têkçûyîna ekonomîyê, kurdan ji her demê bêtir terka welatê xwe kir/dikin û revîyan/direvin Ewrûpa û Amerîka û Kanadayê.
Tirs û bêçaretîya birçîbûnê ji tirs û bêçaretîya mirinê zortir û dijwartir e, mixabin.
Çi "dîndar" çi "şoreşger" kesên ji pîvazeke genî re nabin (ji bilî hin ciwanik û ciwamêran)  xwe li Amerîka û Ewrûpayê diqewimînin.
Wer xuya ye piştî pêncî salên din Amerîka/Ewrûpa û rojhilata nêzîk/rojhilata navîn ê cî biguherin;
belkî jî bi xêra vê koçê bêhemdê xwe em jî bibin perçeyekî vê medenîyeta ku bi salan e di ber wê de em hev kwîr dikin.

Strana Mehmûd Berazî ya bi navê "Li herî jorê" ji eşqa populîzm û qûnalêsîyê her kesî li hev hilanî(!)
Lihevhilanîn?
Yanî yekî ji destê yekî girt ango ji bo bi dest bixin, hevdu di ber nigan de birin...
Bi gotineke din a bazarê:
Dema li bazarê fêkî an sebzeyên xweşik û erzan tên firotin, xelk di nava bêhnekê de wan fêkî û sebzeyan li hev hiltînin ango xelas dikin.
Îja hûn tê gihîştîn bê lihevhilanîn çi ye?
Lê hin fêkîfiroş/sebzefiroş jî bêjî ne, guhê wan dilive. 
Fêkî û sebzeyên xwe yên baş û xweşik li pêşîya dezgeyên xwe datînin û muşterîyên xwe werê dixapînin.
Meseleya Mehmûd Berazî jî ev e.
Ne stran stran e, ne deng deng e, ne sewt sewt e, ne melodî melodî ye.
Yek bi haweyê kezebperitî diqîre, hinek jî bi haweyê aborjînan xwe li erdê dixin û hew; 
lê...
ciwamêr bazirganekî serketî ye û bi sosyolojî û psîkolojîya civakê baş dizane.
Ji civaka ku bi jahra mirîdtîyê gêj bûye re çi hewce ye?
Çend slogan,
cil û bergên gelêrî/neteweyî/milî
û nîvqeşmerîyek...
Bajoooo!

Mixabin di warê dîplomasîyê de kurd piçekî qels in.
Û dîsa mixabin, li derve raya giştî (ewrûpî) bi manûpulasyonên çepgir û lîberalên tirk dîzayn dibe; 
çepgir û lîberalên tirk HDPKKyê wek rêxistineke kurd didin naskirin û ewrûpî jî vê rêxistinê wek temsîlkara kurdan qebûl dikin.
Loma jî pêwist e kurd rişma xwe ji destê çepgir û lîberalên tirk derxin.
Heta ku aqilê kurdan ji kîsê tirkan be, li ser axa welatê xwe kurd ê her û her wenda bin.

Nav navê kurdan e, lê kêf kêfa tirkan e!..
Erê, piştî du rojên din dîsa gelek çepgir û lîberalên tirk û hin kurdên ku kurdî û kurdîtî ne li ser bala wan e, ew ê bibin parlamenter û li ser pişta kurdên belengaz di korîdorên parlamentoyê de bifîkînin.
Vî zemanî heta jin û mêr jî êdî bê hesab û kîtab mahra xwe nabirin û serî danaynin ser bahlîfekê.
Îja ka aqil!
We got Kurdistan!
Heta ku berjewendîyên neteweyî nekevin pêşîya berjewendîyên şexsî, em ê her û her vê stranê bistirên:
"bax û bîstanêm ka ax kurdistanam ka
bax û bîstanêm ka ax kurdistanam ka
dijmin tev girtin ax ka kurdistanam ka
dijmin tev girtin ax ax kurdistanim ka
em anîn cîhan wê, em kirin însan wê
em anîn cîhan wê em kirin însan wê
lê me ew zû berda ax kurdistanim ka
lê me ew zû berda ax kurdistanim ka
bax û bistanem ka ax gulîstanim?
bax û bistanem ka ax gulîstanim?
dijmin tev girtin ax ka kurdistanam ka"

Gotina Dawî
Demokrasî!
Li welatên medenî, modern, pêşketî demokrasî kirasekî rengîn e, lê li welatên nemedenî, nemodern, nepêşketî jî demokrasî fermana zilm û zordestîyê ye.