24 Aralık 2021 Cuma

kurdistan ê her hebe

Bi qasî misqalekê dewlet, milet, dîn, îman ne xema Erdogan e.
Bi qasî misqalekê berjewendîyên milî-netewî ne xema Erdogan e.
Derd û xema Erdogan tenê berjewendîyên şexsî ne; 
berjewendîyên şexsî di ser berjewendîyên milî-netewî re dibîne, digire,
loma jî,
ne ji Erdogan, ji teresên din bitirsin anku noqê ji teresên din vala bikin;
lewra,
Erdogan çi dike ji bo ji text neyê xwarê dike. 
Û ji bo text jî pirê caran bext difiroşe.
Sibê,
heger bizanibe tifaqa bi kurdan re ew ê textê wî xurttir bike, ji xweserîyê re jî, ji eyaletê re jî, ji federasyonê re jî ew ê nebêje na.
Wek min got, 
Erdogan li xwe, li berjewendîyên xwe û malbata xwe difikire û berjewendîyên xwe û malbata xwe di ser berjewendîyên milet û dewletê re dibîne, digire.
Heta vir hat fêhm kirin?
De baş e, ez piçekî din pê de herim û meseleyê veçirînim, raxim pêş çavên we.
Ji Erdogan netirsin!
Ji zîhnîyeta netewperest bitirsin 
û vê zîhnîyetê jî, 
ne AKP, ne MHP, ne jî ÎYÎPARTÎ temsîl dike, 
temsîlkarê vê zîhnîyetê CHP bi xwe ye.
Û jixwe hûn dizanin CHP kî ye, tecrûbeyên wê çi ne...
Ji roja ev dewleta barbar ava bûye, li binê hemû fermanên komkujîyan mohra vê zîhnîyetê heye.
Kurd, ermen, suryan, rûm, cihû û hwd...
Ev zîhnîyet bi xwe dewlet e û dewletê temsîl dike;
loma jî,
hemû refleksên wê ji bo parastina hebûna dewletê ne.
Di nav sînorên mîsak-i milî de, ew anku yên bi vê zîhnîyetê jardadayî bûne, her xwedî û efendî ne, yên mayî jî hemû xulam û xulamok in di çavê wan de. 
Li gorî hişmendî û zîhnîyeta wan a narsîst û faşîst, kes ne di asta wan de ye; 
her kes di bin wan re ye.
Serekê vê zîhnîyetê kurdekî dewşirme ye; 
jixwe ji navê wî jî kifş e...
Doh digot, 
"Heger di bin çengê me de KURDISTANek ava bibe û ez bizanibim ew ê zirarê bide me, ez ê bi xwe rahêjim çekê û li dijî wê şer bikim!"
Îroj jî rabûye dibêje, 
"Ez ji navê KURDISTANê aciz im!"
Û hin kurd jî hewl didin bi vê zîhnîyetê re şirîkantîyê bikin; 
jixwe hûn dizanin ez qala kîjan zîhnîyetê dikim.
Ew kurd jî bi hiş û nerîn, bi sekn û helwest, bi fikr û zîhnîyet nêzîkî vê zîhnîyetê ne û bi qasî vê zîhnîyetê ew bi xwe jî ji navê KURDISTANê aciz in,
mixabin!
Di esasê xwe de ez van kurdan jî dişibînim Erdogan û zîhnîyeta Erdogan,
lê bermeqlûb!
Ez baş dizanim berjewendîyên netewa tirk ne xema Erdogan in, lê herweha berjewendîyên netewa kurd jî ne xema van kurdan in.
Erê...
Stara Erdogan di dewlemendî û xurtîyê de ye, lê stara van kurdan jî di misogerîya mîsak-i milî, entegrebûn û asîmilebûnê de ye.

Gotina Dawî
Xwe û zarokên xwe ji van zîhnîyetan ku di esasê xwe de yek in, biparêzin.
Bi stratejîya dijminê dijminê min dostê min e, tev bigerin û ji bo dewleta barbar ji doh û îroj qelstir û lawaztir bibe, destek û piştgirîyê bidin textê Reîs, çendî bextê wî kêm be jî!..

23 Aralık 2021 Perşembe

sewda û nifirên wê

Em her du jî nîvtazî li ser qenepeyê veketî bûn; di bin pîkeyeke tenik de me ji xwe re li fîlmekî dinerî.
Ne şaş bim fîlmekî Tarantîno bû û dîsa ez ne şaş bim fîlmê "Kill Bill" bû.
Erê, çavên me li ser ekranê bûn, lê wek her car destê min neditebitî...
Min destekî xwe di bin serê wê re derbas kiribû, serê wê li ser bû; destê min ê din jî li ser sîng û berên wê derketibû kêf û seyranê.
Lê bi wê jî xweş dihat, dengê xwe nedikir.
Di bin atmosfera aksîyona fîlmekî de, em li pey aksîyoneke din bûn di fîlmekî din de...
Arezû!
Şehwet!
Bedena genimî!
Cotê memikan!
Dora memikan a qahweyî!
Navik!
Berzik;
ew berzika ku li ser pişta besteke genimî!
Û binberzik; 
buhuşta li ber çavê misilmanan mîna dojeha kafirî!..
Min serê her du memikan bi dor di nav tilîyên xwe de hêdî hêdî firkandin, firkandin û dû re min ew miz dan.
Çavên wê ji arezû û daxwaza wê kêlîyê qulipîn, diranên wê yên mîna birinca Qerejdaxê xuya bûn dema ji wê jana têrarezû dev li lêva xwe ya jêr kir.
Û keserek kişand ji kûrayîya hundirê xwe.
Wextê destê min gîhaşt ser pişta quzê wê, ricifînekê seranserê bedena wê dîl girt; di nav destê min de kil bû, hejîya mîna peleke çilo dema bi sura bê kil dibe.
Min got, "Sewda!" û pê re pê re min dev li lêva xwe kir.
Lê êdî dereng bû...
Bi hêl destê min ji ser pişta quzê xwe rakir, rabû ser xwe, derket şaneşînê û cixareyek vêxist, di wê tarîya ku berî dîk û mele biavêjin ber hev bi kêlîyekê...
Heta destê sibehê ne xew ket çavên wê, ne jî ket çavên min.
Û nizanim bûbû caran çenda ku Sewda diket navbera min û jinên piştî wê yek bi yek diketin jîyana min û derdiketin!..



22 Aralık 2021 Çarşamba

dolar û kîrê sofî reşîd

Sofî Reşîd pereyên xwe yên di bin bahlîfan de derxistin û derket devê derîyê xênî, şimika xwe bi serê nigên xwe ve kir û revî revî berê xwe da çarçîyê; bi pereyên xwe dolar kirîn û dîsa di nig de berê xwe da malê.
Şemsê derî vekir û Sofî Reşîd şimika xwe ji pê kir û derbasî hundir bû.
Şemsê got, "Xêr e Sofî? Mîna pisîkê li gûyê xwe bigere, tu li çi digerî; mîna botebotkê bi vir de û wê de tu piloz dibî!"
Sofî Reşîd destê xwe avêt bêrîka xwe, dolarên kirîbûn derxist û dirêjî Şemsê kir, got, "Van dolaran hilîne."
Şemsê got, "Ev çi ye?"
Sofî Reşîd got, "Pereyê Amerîkîyan e, pere. Reîs xurifîye, ji aş û baş dipeyive û her ku devê xwe vedike jî, dolar rep dike, tl sist dibe..."
Şemsê got, "Çii? Kê li kê rep kiriye?"
Sofî Reşîd got, "De here wan dolaran li derekê veşêre, berî ku ez li te rep bikim!"
Bû şev...
Sofî Reşîd û Şemsê sifreya wan li ber wan, şîvê dixwin; televizyon jî vekirî ye, nûçegîhan nûçeyan radigihîne...
Guhê Sofî li nûçeyan e, çavê wî li binîya ekranê cîyê ku buhayê dolar û euroyan nîşan dide.
Ji nişka ve Sofî Reşîd got, "Rabû! Rabû! Rabû!"
Şemsê destê xwe da ber devê xwe, got, "Pepûk reben, Sofî! Hema weha di ser sifreyê de! Tobe tobe!"
Guhê Sofî Reşîd li nûçeyan, çavê wî li binê ekranê, mîna şeple pê bikeve dîsa li ser hev got, "Rabû! Rabû! Rabû!"
Şev bû nîvê şevê...
Sofî Reşîd xirpişîye ser dilê Şemsê û di tarîyê de bêhnê li hev diçikînin; gupînîya reş e; dê weledê xwe avêtîye!..
Li hêwanê televizyon vekirî maye.
Erê, Sofî Reşîd li Şemsê rep kiriye û ketîye ser dilê wê, lê guhê wî jî li nûçeyan e.
Ji nişka ve kîrê Sofî Reşîd mîna xîlka elokê sist bû û daliqîya.
Hindik mabû bi Şemsê xweş bê, lê kêfa wê lê qewitî. 
Sofî xwe bi ser piştê ve avêt û bi dengekî mirarokî got, "Daket! Daket! Daket!"
Û wê şevê heta serê sibehê ne dolar rabûn, ne jî kîrê Sofî Reşîd...

21 Aralık 2021 Salı

mala xinziro

Li gundekî berîka Mêrdînê bi navê "mala xinziro" malbatek heye. 
Ev malbat, biçûk mezin hemû diz in, serîyê bi birç jî bi ber wan keve, nabêjin na, dibin û avê lê venaxwin. 
Malbateke birçî, têrnexwar û bi tima ye; bizanibin bêhna pereyan jê difûre, li helal û heramê napirsin.
Bi navê Xetîbo lawekî wan heye. Berî nuha bi çend salan li hêla Marmarîsê jineke ecnebî nas dike û dizewicin, lê dixin diherin li Polonyayê bi cî dibin. 
Xêr û guneh ne di stuyê me de be; gundîyan digot, çi mahr û çi zewac, dostikên hev in.
Axir, zivistanî wek her welatîyên halxweş ev malbat jî ji bo bikin qelî ji xwe re ciwangeyekî dikire, lê ciwange cirnexweş derdikeve. Dikin nakin nikarin pê; qesab li dorê dihere û tê, lê bi ser nakeve. Gazî bêtar dikin, bi haweyekî bêtar derzîyeke hişbir lê dixe û ciwange bêhiş dikeve; piştî bêhiş dikeve jî qesab kêrê dide ser qirikê û serjê dike.
Laşê ciwange ji hev de dixin, goştê xwe hûr dikin, diavêjin binê niqiran û niqirên goşt datînin ser êgir.
Li dora niqiran malîyên malbata xinziro kom dibin; ji hêlekê ve dengê pijîna senfonîya goşt, ji hêlekê ve jî mîna mirîşkan dibe tulxetulxa wan.
Jîrikê malbatê Bazo cênîka xwe dixwirîne û diponije; dû re difitile yek bi yek li malîyan dinere, dibêje, "Erê me ciwangê xwe bi derzîyê bêhiş xist û serjê kir, lê gelo di dînê îslamê de dewara bêhiş tê serjêkirin helal e yan heram e? Ka em ji Mele Birhan bipirsin!"
Malî li hev dinerin, Bazo ji wê nerînê tê digihêje ku hewce ye telefonî Mele Birhan bike û jê bipirsê bê ka goştê dermaleya wan helal e yan heram e...
Mele Birhan ji bo sersaxîyê li şwînekê rûniştîye, bin kon tije însan in.
Li kêleka Mele Birhan Evdikê rûniştî ye; jixwe Evdikê wek rêvîka pey qûna Mele Birhan e, Mele Birhan here kîjan şwînê, Evdikê jî ji bo li kêleka Mele Birhan rûne û li goşt û birinc û hemîsê bixe, Evdikê jî pê re ye.
Telefona Mele Birhan lê dikeve. Piştî du sê dengan Mele Birhan destê xwe diavêje bêrîka xwe, telefona xwe ya Iphone derdixe, telefonê vedike û dide ber guhê xwe; jixwe dengê mîrata Iphonê jî bilind e, wê kêlîyê kî nêzîk be, bi xwedîyê telefonê re li yê telefon kirîye guhdarî dike.
Evdikê jî di bin çengê Mele Birhan de rûniştîye.
-Elo! Ez Mele Birhan. Kerem bike.
-Seyda, ez Bazo Bazo!
-Madem tu baz î, bifire kuro! Ma hîn tu çi dixwazî?
-Haa!
-Henekan dikim, kuro. Ka kerem bike, te yê bigota çi?
(Mele Birhan bi qasî alîyê xwe yê ilmî herweha têra xwe şên e û ji qerf û henekan hez dike)
-Seydayê hêja, me dermaleya xwe serjê kir, lê meseleyek heye!
-Dereke we pê neêşe. Tahma devê we her xweş be, lê şeva we hûr û rêvî da ser, ilmê min jî bigihîninê.
-Li ser her du çavan, Seyda!
-Ka îja kerem bike, mesele çi ye?
-Seyda, ciwangeyê me cirnexweş bû, mûdî bû; me kir û nekir neket zevtê ku em wî serjê bikin. Dû re em mecbûr man, me şand pey beytar, beytar hat bi derzîyê ew bêhiş xist û qesab kêr da ser stuyê wî, ew serjê kir. 
-Êê?
-Ê ê! Gelo heram e yan helal e?
Berî ku Mele Birhan bipeyive, Evdikê xwe aciz kir, got, "Weyla te quzê wê xwaro! Dizîya vî welatî dikin, serê bi birç bi ber wan keve, avê lê venaxwin, lawê wan bi jina gawir re zewicîye, heger bira jî mahr û zewac jî hebe; dema tên welêt jî malî yên nêr hemû mîna ciwangan di ser wê jinê re derbas dibin û tew nuha jî ketîye hetirîya helal û heramê. Erê weleh, weyla te quzê wê xwaro!"
Îja meseleya malbata Xinziro û Reîs jî ev e.
Ji hêlekê ve dibêje selef û faîz heram e, ji hêlekê ve jî bi sûreya Nasê serî li misilmanên xwe dike tara bêjingê û di şûna Das Kapîtala Karl Marx de bi Nas Kapîtalê bin xwe tij euro û dolar dike.
Misilmanên wî yên IQya wan di qûna mirîşkê de jî bi rabûn û daketina euro û dolaran rep dikin sist dikin, rep dikin sist dikin; her tim jî dua û şukurîyê jî ji bîr nakin.
Elhemduralahşukur!

Evdilayê me telefon kir; hûn Evdila nas dikin jixwe; hewce nake her carê ez qala wî bikim û wî bidim naskirin.
 Got,
"Seyda, doh bi hevalan re em rûniştibûn, mijara me sîyaset û civak bû. Em li ser tirk û kurd û ereban dipeyivîn."
Min got, 
"Êê!"
Got, 
"Min ji hevalan re got 'Du kesan ji vê civakê baş fêhm kiriye; yek rehmetîyê Azîz Nesîn bû, dudu jî Sedat Peker e."
Ez kenîyam, ew jî kenîya; dû re got,
"Lê tu dizanî Seyda, piştî ez van analîzên te dixwînim, ez dibêjim min neheqî kiriye. Yên ji vê civakê baş fêhm kiriye ne dudu, sisê ne û yê sisêyan jî tu yî." 
Min got,
"Wey tu sax bî lo!"
Got,
"Heger rêya te bi Kibrisê ket, soz em ê heval ji te re bi stuyê yekê bigirin û têxin odeyekê; heta destê sibehê li ser sîng û berên wê biçêre!"
Min got,
"A ez ê ji vê ciwamêrî û mêvanperwerîya we re nebêjim na!.."
Û em kenîyan.

20 Aralık 2021 Pazartesi

korona

Dewlet bi xwe bi koronayê ketîye, milet ketîye hetirîya xwe û koronayê!
Ez ne li ser Devlet Bahçelî dibêjim, haa!
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Li nexweşxaneyan bi sedan însan li pey hev di dora testa koronayê de ne.
Jin û jîyan li wan bûye jahr û jan, lê wek her tişt normal e, tenê tirsa wan korona ye.
Bijî pezîzm!

Hulya Avşar got, 
"Hewce bike em ê tenê simîtan bixwin, lê zû dereng emê bi hêsanî ji heq van rojên dijwar derkevin."
Meseleya Hulyayê ne meseleya "Nanê bxwê û tirên şor e" meseleya Hulyayê meseleya gewîbûnê ye; Hulyaya ku tu carî destê xwe ji ava germ dernexistîye û nexistîye nav ava sar, îroj radibe weha quretîyan dike.
"Tirên wê ji cîyê germ e!"
Hin biwêj xweş rûdinin li ser bêesl û bêfeslan.
Lê di esasê xwe de min ji Hulyayê hez dikir; her tim bi çavekî biçûk li tirkan nerîye, dinere!..
Lê bi gotineke weha çima hewce dît xwe li ber çavê însên reş bike, nizanim!
Gelo dibe ew jî stratejîk tev gerîyabe?
Te dît bi qasî Reîs tu kesî bi vê xezebê zirar û xisar nedaye Tirkîyeyê.
Nizanim lê aqilê min ji min re dibêje, gelo dibe reha Hulyayê ya kurd hiştibe Hulyayê piştgirî û destekê bide Reîs, da ku Reîs bihêztir bibe û bi wê hêzê xurttir biajo ser Tirkîyeyê?
Çima na!..
De madem Tirkîye bûye Qeşmerîstan, em jî ji xwe re qeşmerîyên xwe bi wan bikin!
Şeva we bimîne xweş, lê..
Berî hûn ê rakevin, bi tasek av felqeyek simît bixwin; felqeyê din jî bila bimîne ji sibê re; ew jî ji bo taştê...

Gotina Dawî
Das Kapîtal bû Nas Kapîtal!
Li ser ruhê Karl Marx, 
El Fatîhe!



19 Aralık 2021 Pazar

sîyaset mîyaset

"Li Tirkîyeyê ji xêndî HDPyê tu partî bi qasî HDPyê hemû reng û nijadan temsîl nake. Û herweha HDP tekane partî ye ku wek heram li kurdan nanere; tenê HDP himbêza xwe ji kurdan re vedike!"
Parlamentera HDPyê Meral xanim ev gotin kiriye û ji vê sibehê de ez dibînim li ser medyaya sosyal her kes gazinan dike û kevir û gomeyan bi ser de dibarîne!
Weleh hûn lê neheq in, bileh hûn lê neheq in!
Heyran, ji roja roj de ev ciwanik û ciwamêr dibêjin em ne partîya kurdan e, em partîyeke ji partîyên Tirkîyeyê ne; mîna AKPyê, CHPyê, ÎYÎ PARTÎyê û MHPyê...
Hûn dahwa çi li wan dikin?
Hi ii!

Gotina Dawî
Îşev ez ê kin lê xim û qut bibirim.
Hûn nikarin bi zorê berê kesî bidin derekê yan jî hûn nikarin bi zorê ji yekî re bibêjin tu ev î!
Heger gen kurmî bûbe, çare û tedawî derew e.

18 Aralık 2021 Cumartesi

binivîsîne

Îşev nizanim ez ê çi binivîsînim!
Bêxew im û bi xwe re nabînim bifikirim, tiştekî bînim bîra xwe.
Hefteya ku ezmûnên min hebin, ew hefte ji bo min wek êşkenceyê derbas dibe. 
Di esasê xwe de ez ji xewa zêde hez nakim, lê îmana min ji şîyarbûna serê sibehê dihere.
Baş e ku ez ne karmend im, yan na min ê pê bigirta!
Îroj di otobusê de me, otobus di wê trafîka Stenbolê de hêdî hedî diherike...
Bala min ket pez, 
bibore, 
bala min çû ser rêwîyan; 
serî di ber serî de, ji bo ji birçîna nemirin, li ser nigan in.
Bêrîkên qul 
û serîyên vala, 
ji dilq û mirûzên wan belengazî difûrîya; 
lê ji bo kevirek an jî kulmek ax ji erda dewleta wan kêm nebe, li ser xwe ne, hişyar in.
Bijî ehmeqîya dewletperestî!
Û em!
Li ser pişta çar dewletan mîna çar pîneyan;
lê ne em, di eslê xwe de ew li ser pişta me pîne ne!
De îja ka aqil!
Piştî osmanîyan ber avêt û Tirkîye ji ber çû, ji bilî kurdan, ermen, suryan, laz, çerkez, rom, roman, ereb, avar, çeçen jî hebûn, lê bi demê re ji bilî hin kurdan kêmnetewên din hemû di nav vê çerxê de mehîyan, bi ber bayê asîmilasyonê ketin û ji tirkan bêtir bûn tirk.
Ecêba ecêban jî,
îro ro ji ber kesî bi qasî kurdan bi hev de fis nedikir û zêde nedibû, bi şev û roj kurdan bi hev de fis kirin û kurd û kurdkokenlî li xwe zêde kirin.
Îroj,
ev dewleta xedar, zalim û zilimkar ji kurd û kurdkokenlîyan re maye.
Kurdkokenlîyan çav bera koka her kurdî daye, lê kurd jî li ber xwe didin, ji bo kurdan û kurdkokenlîyan bikin cîran!..
Ka em binerin bê Xwedê dide ca kê!

Gotina Dawî
Roja ez dibêjim ez westîyame û bi xwe re nabînim binivîsînim, ji nişka ve Cibo bi gazî û hewara min de tê û destê xwe li pişta min dixe, ji min re dibêje, "Binivîsîne!"
Ez ne şaş bim, rastîya wê gotinê:
"Bixwîne" bû!

17 Aralık 2021 Cuma

ker ker e

Li Swêdê dîwarek heye bi navê "Dîwarê Xêrxwazîyê"
Li ser dîwêr nivîseke weha heye:
"Heger pêdivîya te pê hebe, ji xwe re rahêje çakêtekî; heger tu bixwazî xêrekê bikî, çakêtekî bi dar ve bike."
Edîp Yukselê misilman lê bi koka xwe kurd jî rabûye li ser vê dîmenê parvekirineke weha kiriye:
"Li gorî ayetên quranê Swêd dewleteke misilman e, lewra aştîxwaz e, lê li gorî nerîna şiî û sunîyên li pey hedîsan diherin, kafir e.
Weleh Edîbê ji xelkê re edîb, li gorî ayetên quranê jî, li gorî hedîsên pêxember mêxemberan jî Swêd kafir e û yên serî û keleyan difirînin û bi xwîna gawir û kafiran destmêj digirin jî misilman in.
Ha, ez vê jî bibêjim, heger ew dîwarê xêrxwazîyê li nav misilmanan be, misilman ê herin ji wî dîwarî rahêjin wan kincan, bibin li hêla din bifiroşin...

Ku mesele dibe Başûr (Kurdistan) ava reş bi çavê hinekan ve tê! 
Çavê wan bar nabe!..
Ez tu carî ji apoyîyên nexwende netirsîyame û her min gotîye gazin li wan nabe.
Çima?
Ji ber ku,
rebenan mîna pez in û pez jî, dema şivanek (çi dîn çi biaqil) berê pez bide ku, pez xwe li wir digirin û napirsin; loma jî gazin ji wan nabe.
Lê yên xwende?
Hemû problem ev girse ye; lê ev girse jî di hundirê xwe de dibe du beş.
Beşek jê, dixwînin lê tiştekî ji xwendina xwe fêhm nakin, nezan û cahil dimînin.
Beşek jê jî, guhê wan dilive, bîra bin zikê erdê dibin; him jîr in, him jêhatî ne, lê şexsîyet û kesayet bi wan re tune ye. Berjewendîyên xwe yên şexsî di ser her tiştî re digirin, dibînin.
Loma jî,
mîna margîseyan (bukalemûn) li gorî zemên û rewşê reng diguherin.
Di vê beşê de stratejîst û sîyasetvan hene, rewşenbîr û entelektuel hene, nivîskar û helbestvan hene, stranbêj û hunermend hene, rojnamevan û bernamevan hene.
Yaw hey xwelîserino!
Em dizanin kêmasî û şaşîyên Başûr hene; em dizanin, weleh em ji we çêtir dizanin; lê bihêlin, bêhna xwe fireh bikin, bila Başûr bibe Kurdistan û Kurdistan jî mîna dewletên cîran di qada navneteweyî de wek dewleteke serbixwe bê naskirin, qebûlkirin, dû re kerem bikin em bi hev re çavê wan "neyar" û "xayîn"an derxin!
Lê hûn derewan dikin û hûn ne bi xwe re, ne jî bi doza xwe re durist in.

Gotina Dawî
Ker ker e, çi ka li ber e, çi ceh li ber e!..

evîn guneş û durûtîya civakê

Durûtîya Civakê!
Sibê Mihemed Ronahî kitêbekê binivîsîne û ew kitêb bê çapkirin, bawer bikin ew kitêb ê ji kitêbên wî yên berê betir bê firotin-xwendin!
Derd û armanca min ne ew e ez rabim hinekan wek mexdûr, hinekan jî wek sûcdar destnîşan bikim; 
jixwe êdî ev mesele bûye meseleyeke hiqûqî û nuha malbata Evînê jî, sazî û dezgehên xwe berpirs dibînin jî bi haweyekî hûrgulî vê meseleyê dişopînin-taqîb dikin.
Lê...
Hewce ye meriv hin tiştan jî bibêje.
Çi ne ew tişt?
Gelo di vê bûyerê de tenê Mihemed Ronahî ye yê bi qebhet û sûcdar?
Mihemed Ronahî kî ye?
Fîgurekî çawa ye?
Kê û çi hişt ku Mihemed Ronahî bi vê xezebê bi haweyekî neyînî-xerab marjînalîze bibe?
Mihemed Ronahî bi xwe xwest marjînal bibe yan derdora wî ew marjînal kir?
Bi marjînalbûnê Mihemed Ronahî dixwest bigihêje kîjan qonaxê?
Yan jî helwest û armanca wî çi bû?
Mihemed Ronahî bi ber pêlên zroktîyek travmatîk ket an bi ber pêlên xortanîyek çavbirçî?
Ji çavbirçîbûnê qesta min, hest, hez, eşq û têkilîyên zayendî ne.
Ev mesele, ji bilî bûyereke krîmînal, herweha meseleyeke civakî-sosyolojîk e jî; hewce ye meriv bi vî çavî jî lê binere.
Bi qasî Mihemed Ronahî, herweha yên mîna şêxê dergahekê li Mihemed Ronahî dinerîn û li dora Mihemed Ronahî kom dibûn, dicivîyan û li ber gotin û şîret û quretîyên Mihemed Ronahî bi cizbê diketin û şotika girêzê ji devê wan diherikî jî, bi qasî Mihemed Ronahî bi qebhet in, gunehkar in, sûcdar in!
Berî Mihemed Ronahî min Evîn nas dikir û carcaran ku me derfet didît, bi rêya mesangerê me sohbet dikir; du caran rû bi rû jî em rûniştin.
Evîn ne bextewar bû; ji ber rewşa xwe ya sîyasî jî, ji ber têkilîyên xwe yên evînî jî û herweha ji ber şert û mercên aborî jî şikestî bû; derûnîya wê şolî bû.
Lê hewce ye ez vê jî bibêjim; jineke şareza, ji dil, pak û piçekî kawikane bû.
Dema min Mihemed Ronahî nas kir, Mihemed Ronahî bi vê xezebê têk neçûbû û bi vê xezebê ne li berçavan bû jî; bawer im populîzma medyaya sosyal tesîreke mezin li ser kesayeta wî ya hîn jî li xwe digerîya, kir.
Carinan em populîzm û populerbûyînê tevlihev dikin. Hin însan bi hunera xwe, bi berhem û xebatên xwe, bixwazin-nexwazin populer dibin, hin însan jî tenê dixwazin populer bibin û bi rêya wê populerîyê hest û hîs û daxwazên xwe yên qurmiçî, nîvco û şikestî têr bikin.
Ya din jî,
pirê caran em têgehên wek azadî, serxwebûn, anarşîzm û rehetîyê bi haweyekî dejenere dijîn.
Heger kesayet ne têr be û ji her alî ve vîzyoneke xurt tune be, di nav wan têgehan de meriv tenê dibe mîna meymûnekî sîrkan.
Kirasê azadî û serxwebûn û rehetîyê li ser her kesî xweş rûnane!
Û tenê bi xwestinê meriv nabe azad, serbixwe yan jî anarşîst; hin qonax hewce ne, lê herweha gen û genetîk jî girîng e!
Li ser meseleyê:
"Jina qereçî nabe xatûn!" ev biwêj çendî heqaretekê jî di xwe de bihewîne, herweha vê rewşê jî xweş pênase dike.
Azadî ne ew e hema çi hat hesabê meriv an jî çi hat ser zimanê meriv, meriv rabe bike, bibêje.
Erê, azadî xweş e û divê em azadîparêz bin, lê azadî ne ew e, meriv çêr û xeberan bide, heqaretê li însên bike û xwe di çavê jinan de bike zirkîrek!
Hewce ye meriv têgeha azadîyê ji têgeha bêkesayetîyê dûr bisekinîne. 
Azadî ne bêkesayetî ye.
Ez bi Mihemed Ronahî re jî rûniştime, bi Evîn Guneş re jî rûniştime û em her sisê bi hev re jî rûniştine; 
jixwe piştî em her sê bi hev re rûniştin û em li ser hin meseleyan bi hûrgulî peyivîn û pê ve têkilî jî hat birîn; careke din me hew li hev pirsî.
Têkilîyeke Dejenerebûyî!
Ez bi derûnîya her duyan jî baş dizanim.
Bi qasî wê derdora Mihemed Ronahî ya qirêj, kurmî û ketî, herweha para Evînê jî heye di vê rewşa Mihemed Ronahî ya têkçûyî de.
Li ser meseleyê:
Mîna derdora Mihemed Ronahî, Evîn jî dema li Mihemed Ronahî dinerî, li Mihemed Ronahî guhdarî dikir, li ber quretî û megalomanî û edebîyata Mihemed Ronahî, ji kêfan girêz ji devê wê diherikî û ji ser hişê xwe ve diçû; bi cizbê diket bi haweyekî mirîdane; 
wê li cem xwe Mihemed Ronahî pîrozwer kiribû û mîna xwedayekî antîk, mîna Zeus li wî dinerî.
Ha, ev nayê vê mahneyê ku ji ber Evînê zêde qîmet didayê, wî jî li Evînê dixist û çêr û xeber jê re didan, lê qîmetê zêde, bêguman pirê caran tesîreke neyînî jî li kesayetên birçî, nestewîyayî, qop û seqet dike.
Evîn û derdora Mihemed Ronahî ya qirêj, kurmî û ketî hiştin Mihemed Ronahî bi narsîzmeke beradayî xwe jî, derdora xwe jî bilewitîne, bihetikîne!
Û jixwe wer jî kir!
Xwe jî lewitand, derdora xwe ya lewitî jî bêtir lewitand!
Çendî Evînê gazin dikir jî, destê wê ji Mihemed Ronahî nedibû; jintîya wê ketibû pêşîya kesayeta wê jî, ketibû pêşîya dêtîya wê jî, mixabin!
Berî em ji hevdu bixeyidin û li ser platformên dijîtal ez her duyan asteng bikim, ji bo têkilîya xwe ji Mihemed Ronahî qut bike, min jê re bi haweyekî hûrgulî hin tişt gotin, lê bi ya xwe kir û ne guh da min, ne jî guh da keç û malbat û derdora xwe.
Û Evîn mir û çû!
Keça xwe stuxwar û belengaz di bin barekî giran de hişt! 
Hêvî dikim rojek berî rojekê bi rehabilîtasyoneke însanî derûnîya keça wê Hêjayê normalîze bibe.
Serê postmodernîzma ehmeq a ku bi sîh û starê modernîzmê neketibû, sax be!

Gotina Dawî
Bi genetîka vê axê lîstin, civakê ber avêt û miletek bi têgeh û îdeolojîyên pûç û beradayî dejenere bû!.. 

16 Aralık 2021 Perşembe

hûn li benda çi ne

Ez dibêjim vê carê temam e. 
Heger vê carê jî ji vê krîz û qeyranê, ji vê kaos û tevlihevîyê, Tirkîye ber neavêje û kurd ji ber nerin, êdî zor e û divê heta hetayê em li mala xwe rûnin û hew dengê xwe bikin.
Ku nebe, nabe!
Lê!
Erê lê...
Di vê rewşa Tirkîyeyê ya herî xerab û giran de, te dît heger ne derew be, 
mirîd li ku ne?
Çi dikin?
Li benda çi ne?
Ma ji roja serokê sererd û binerd ev rêxistin ava kiriye û heta nuha, we tu carî dîtîye Tirkîye bi vê xezebê li xwe heyirîye û ketîye nav kaos û tevlihevî û qeyraneke werê?
Min bi xwe ne dîtîye, ne jî bûme şahidê rewşeke weha!
Êê!
Meriv kengî û çi wext li dijminên xwe tê xezebê?
Di rewşa dijmin a herî dijwar û kaotîk de!
Îroj rewşa Tirkîyeyê ev e, lê hûn çi dixwazin?
Te dît, 
min got heger ne derew be!
Himm! 
Bibore!
Kurd bi bext in û tu carî bextê xwe navêjin!
Bi xêr kengî dijmin wek berê dîsa bi ser hişê xwe ve hat û hat ser hêl û hêza xwe ya berê, wê çaxê hûn ê sînga xwe bidin ber gulan û dest bi sloganên şoreşgerî û enternasyonalîstîk bikin!
Di rewşa Tirkîyeyê ya herî xurt û barbar de, we sînga keç û lawên vî miletî ji guleyên tirko re kir serad, qefle bi qefle hatin kuştin, bi xwîna wan erdê xwe reş girê da, 
lê îroj, 
di rewşeke wek rewşa îroj a dewletê de deng ji kozkên we nayê!
Dilê we bi dewletê dişewite 
yan hûn û dewlet bi hev re qerf û henek û tinazên xwe bi me dikin?
Min got,
nizanim!..

14 Aralık 2021 Salı

emînê dîn

Emîno!
Emînê Dîn!
Ne ku em jê re dibêjin dîn, ew bi xwe ji xwe re dibêje "Emînê Dîn", 
lewra ew dîntîya xwe bi biaqilîya hinekan nade.
Jixwe bi min jî weha ye; 
xwezî biaqil jî bi qasî vî dînî biaqil bûna!..
Hat li ser maseya min rûnişt.
Ez û ew û ew bûn;
lewra carinan ew dibû du kes û ez jî bi du kesan re dipeyivîm; serî li min dibû tara bêjingê.
Min got, "Emîn!"
Got, "Haa!"
Min got, "Emîn, ka ji min re bibêje, tu ji Xwedê hez dikî yan ji Apo?"
Di ser stuyê xwe re fitilî hêla xwe ya çepê, xwe bi xwe pirsî, got, "Ji te re dibêje Emîn! Tu çima bersiva wî nadî, hey himeq?"
Bêdengî çêbû...
Dîsa li wê valayîyê nerî, got, "Erê, Devliken dibêje tu ji Xwedê hez dikî yan ji Apo?"
Bi qasî bêhnekê sekinî, dû re fitilî ser min, got, "Te ji min re got?"
Mîna wî min jî ewil li wî nerî û dû re li wî nerî; ew jî zîvirî, li wî yê ji min û wî ne xuya bû, nerî û dû re dîsa fitilî ser min, li min nerî.
Min got, "Ez di dîn dîyaneta we nim! Ez ji we her duyan re dibêjim!"
Di bin simbêlan de bişirî, got, "Ez ne ji Xwedê hez dikim, ne jî ji Apo hez dikim!"
Min got, "Çima kuro? Ma ne hewce ye meriv ji yekî hez bike!"
Got, "Bi telaq tu ji Xwedê jî hez bikî, tu yê pê bigirî, tu ji Apo jî hez bikî, tu yê pê bigirî! Heger te ji wan hez kir, hewce ye tu kefenê xwe jî bi xwe re bigerînî!"
Garson qedeha çayê danî ber min, qedeha lezoyê jî danî ber Emîn. 
Berî ez şekir biavêjim binê qedehê û li hev bixim, Emîn qedeha çaya min kişand ber xwe, qedeha lezoya xwe jî danî ber min.
Got, "Lezo genetîka mêran xera dike!"


13 Aralık 2021 Pazartesi

rojev mojev

Rojev dîsa bûye çeqilmast!
Euro û dolar rabûne govendê û ha ha direqisin!
Erdogan hesabê muxalefetê nake; li wan dinere wek li jina xwe binere; hesabê Emîneyê dike, hesabê Meral û Kiliçdaroglû nake!
Akşener Meral bi Kiliçdaroglû re mil bi mil dimeşe, lê bi haweyekî fisgenî ji Bahçelî re jî dibêje, "Ez ji te faşîsttir im!"
Di girtîgehê de jineke kurd ji ber êşkence û destdirêjayîya dewletê xwe dikuje-dewlet dikuje, lê HDPyî mîna keleh fetih kiribin, govendê digirin û bi sloganên beradayî careke din wê jinê dikujin!
Û li ser medyaya sosyal, kurdperwer û welatperwer hîn jî di odeyan de bi haweyekî enternasyonal bi zimanê dagirkerên xwe direqîninê, bi megalomanî û quretîyan qayîşê bi hev re dikişînin.

Gotina Dawî
Roja ku kurd bizanibin çi dixwazin, belkî wê rojê dagirker jî hesabê wan bikin, lê bi vê zîhnîyetê, ne tenê dagirker, gur û ker jî bi qûna xwe bi wan dikenin.

12 Aralık 2021 Pazar

kûçik mêr û lîbîdo

Mîna kûçikên bêxwedî, xwezî meriv hin mêr jî bixesandana,
lewra ew lîbîdo pirê caran dibe belaya serê hin jinên bêguneh!

Xwezî meriv quzê hin jinan jî dax bikira,
lewra ew agirê di quzê wan de vêdikeve û gur dibe, pirê caran wan bi xwe jî dişewitîne!

Ji ber bêkesayetî û bêehlaqîya hin mêran û herweha ji ber bêhişî û ehmeqîya hin jinan, pirê caran hin zarok tahmekê ji zaroktîya xwe nastînin û ji nişka ve mezin dibin û difirin, bi ber bayê derûnîyeke têkçûyî ve dikevin; nema dijîn, asê dimînin.

"Welatparêzî" ji bêkesayet û bênamûsan re bûye mertal, da ku li ser pişta xizan, nezan, xwenezanan û belengazan bixwin, bigerin û biçêrin.

Eşqa pupulîzmê, ji egoyeke hişbir dizê, loma jî tahma wê demkî ye; wek xwe bin, wek xwe tev bigerin û ji dil bin;
lewra wextê hûn wek xwe bin, wek xwe tev bigerin û ji dil bin, tahma wê timî ye.

Gotina Dawî
Miletek; bi baş û xerabên xwe, bi dîn û biaqilên xwe, bi qûnde û qûnek û qahpikên xwe, bi dîndar û xwedanenasên xwe, bi hemû reng û aheng û cudayîyên xwe milet e.


11 Aralık 2021 Cumartesi

zema kaxetên qûnpaqijkirinê

Xelîl û Felît nimêja nîvro kiribûn, derketibûn hewşê, li ber derîyê mizgeftê rûniştibûn, ji xwe dipeyivîn.
Mijara wan aborî, buhayîya jîyanê û zem bû.
Ji nişka ve berê Felît dikeve hêla sûkê; ji wê de Elo tê. Her du destên Elo tije nêzîkî wan dibe. Digihêje texma wan û her du kîsên xwe datîne erdê û bêhna xwe vedike.
Felît dibêje, "Ero te xêr e, tu çi dikişînî weha; mîna qantirê mala Hewas te ew bar hilgirtîye?"
Elo dibêje, "Pelên cixareyan e, pel!"
Felît û Xelîl li hevdu dinerin; bi haweyekî şaş û metelmayî lêvên xwe ji hev re diqermiçînin.
Xelîl dibêje, "Xêr e, qey tu yê dest bi qaçaxî û bazirganîya pelên cixareyan bikî?"
Elo dibêje, "Na, min ji bo malê kiriye."
Xelîl dibêje, "Hey malnexerab! Ew pel zêdeyî vexwarina cixareya eşîrekê ye. Ma te mejîyê keran xwarîye?"
Elo dibêje, "Lo lawo! Reîs kir ku em hew dikarin kaxetên qûnpaqijkirinê bikirin; pelên cixareyan ji selmaq melpaqan erzantir e. Min got ji dêvla selpaq melpaqan em bi pelên cixareyan qûna xwe paqij bikin çêtir e."
Difitile ser Felît, dibêje, "Kuro Felît, te got çi? Ma ne xebera min e?"
Felît dibêje, "Weleh heyran, ez mêrikekî sofî me û di dînê me de ji bo qûnşuştin û qûnpaqijkirinê paçik maçik, kaxet maxet mekruh û guneh e. Em destmêja xwe bi avê dikin; av jî hewce ye cemidî be, çi havîn çi zivistan. Îbadeta bi ezab xêra wê bêtir e. Dev ji Reîs Meîz berdin, li misilmantîya xwe vegerin û bila Reîs hema hey selpaqan zem bike û hey zem bike!"
Guhê Xelîl li Felît e, ku Felît peyva xwe diqedîne, Xelîl difitile ser Elo, dibêje, "Xebera Felît e. Qûnzuwakirin karê gêwir e. Ne pere mereyên xwe li selpaq melpaqan xerc bikin, ne jî mîna gêwir qûna xwe zuwa bikin! Em mêrikên misilman in, misilman!"

10 Aralık 2021 Cuma

mirin

Carinan serî li meriv dibe tara bêjingê, mîna meriv bonzaî kişandibe, serî li meriv dewx dike û serê meriv bi gewdeyê meriv giran tê; jîyan li ser pişta meriv dibe zirbarek..
Îşev ez jî xwe eynî weha hîs dikim.
Pir mijar hene ez li ser hûr û germ bibim û binivîsînim, lê mîratê di rewşên weha de meriv bi xwe re nabîne tilîyên xwe bilivîne.
Vê sibehê min du xeberên mirinê bihîstin; xeberên du jinên nas.
Yekê jê jîyan di nav kefa destê xwe de guvaştibû, temenê wê bi ser sedî ketibû; yek jê jî di nav lepên jîyanê de, di temenê xwe yê navosere de hew di bin wî barê êş û janê de pişta xwe rast kiribû û bêyî ku hayê Xwedê ji xwe çêke, fermana xwe bi destê xwe dabû û çûbû.
Pîra Emşa bi çûyîna xwe re ax bi girî ve kir! 
Evîn Guneş jî toqa stuxwarî û bêkesîyê xist stuyê keça xwe û koç kir!
Ruhê we şad be!
Û...
Serê yên mayî sax be!

9 Aralık 2021 Perşembe

nifir

Mêr got,
"Keçê, de ka were vî kîsikî bikişîne serê kîrê min û van şevên zivistanê ku şehwet û arezû tenê kêlîyekê jî terka bedenên me nake, em bê minetî birepînin hev û dilê xwe li hev rehet bikin! Tu dibînî, her dihere dinya ber bi nexweşîyê ve dihere û jixwe êdî bi zorê em di bin barê xwe de li ser nigan diedilin, îja zarokan û sixlet û berpirsîyarîya zarokan jî li ser barê me neke bar û barekî din li berê me giran neke!"
Jin ji ser nivînan rabû, kincên xwe li xwe kirin û ber bi derî ve meşîya. Berî di derî re derkeve, di ser stuyê xwe re fitilî, li mêrê xwe nerî.
Got,
"Xwezî şeva ku tu yê biniqutîyayî malzaroka dêya xwe, wê kêlîyê, bavê te dêya te li ser dev vexista û ji paş ve kîrê xwe têxista quzê wê, lê berî pişta wî bê, kîrê xwe ji quzê wê derxista û ew avika ku tu yê bi xwe jî jê zêde bibûyayî bi ser pişta qûna wê ve bipejiqanda û ew avik hêdî hêdî biherikîya qelîşteka qûna wê; xwezî!"

8 Aralık 2021 Çarşamba

mêzîn

"Keça qereçî nabe xatûn!" yan jî meriv dikare weha jî bibêje, "Ji qereçîyan xatûn dernakeve!"
Bêguman ev gotin li dijî qereçîyan heqaret e, lê herweha ji bo kesên qedrê qencîyê nizanin wek biwêj tê gotin.
Piştî Kurdistan serbixwe û azad bibe, qereçî dikarin herin serî li dozgerîyê bidin û doza tazmînata manewî li kurdan bikin.
Mixabin, hin kurd hene, meriv wan bi ava zemzem û kewserê pîrozwer bike jî, her hilikîheram in û pak û paqij nabin;
lewra dijmin bi genetîka wan lîstîye û nizanin ji bo wan çi baş e, çi xerab e!
Ji bo kurd ji vê xwelîserî û belengazîyê rizgar bibin, çend xal hewce ne.
Çi ne ew xal:
-Hesasîyeta zimên.
-Xwendin û piştî daqurtandina wê xwendinê, hizra analîtîk.
-Xwenasîn û bi xwenasînê re dostnasîn, dijminnasîn.
-Aqil û mentiq; yek bêyî ya din nabe.
-Mêzîn; lê ji bo mêzîn şaş nebe, zanîna cebîrê-matematîkê. (Kurd nizanin fêde û zirarê bidin ber hev. Ji ber bi genetîka wan lîstine, şevoquzî bûne û kî zirarê dide wan, qedrê wî digirin)



7 Aralık 2021 Salı

jinwar û mêrwar

Çend roj berê Evdila sparîşek da, lê ez dikim nakim bi xwe re nabînim li ser wê sparîşa wî hûr bibim; ciwamêr mestere jî şandîye ji bo ez li ser wê mestereyê tevnê deynim û bihûnim.
De tişt nabe, jixwe ew mijar di binê tûr de ye û hîç kevn jî nabe; qey rojekê Şeytan ê destê xwe li pişta min bixe û min lê sor bike.
Kêlîyek berê dîsa li ser whatsapê vîdeoyek ji min re şand; rehmetîyê Seîd Gabarî li ser zîhnîyeta terkîgerdûn dipeyivî.
Cîyê wî bihuşt e, lê heger bihuşta ku ew çûbê xwedîyên wê zîhnîyetê jî lê bin, serê rebeno yê li kevirê gorê bikeve û hîn nuh ruh ê ji bedenê koç bike û bibe kazekaza ruh ji ber wan zebanîyan.
Îja JINWAR kuro!
Ji qewla rehmetî, ne azadîya kurdan xema we ye, ne jî azadîya jinan!
Tenê ji we re xulam û xulamok û mirîd hewce ne.
Û jixwe jinên doh ji jinên îroj kurdtir, kurdîtir û azadtir bûn; qet nebe li ser erf û adet û kevneşopî û jîyîna kurdî mezin dibûn, bi firê diketin, hez dikirin, dil digirtin, dibûn xwişk, dibûn jin, dibûn dê, dibûn takekes...
Haa!
Piştî îslam bi haweyekî beradayî li nav kurdan belav bû û kurd bi îdeolojîyên qeşmerane nexweş ketin, genetîka civakê jî xera bû û bi xerakirina genetîka civakê re jî, tevna civakê têk çû; ziman, kultur, kesayet serobinî hev bûn, mixabin!
Ê de baş e.
Me navê gunekî kir JINWAR!
Me navê gundekî jî kir MÊRWAR!
Êêê!
Jîn û jîyan bi mê û nêr dimeşe. Heger em gundekî ji bo jinan ava bikin û hemû jinan li wir bi cî bikin û em gundekî jî ji mêran re ava bikin û hemû mêran jî li wir bi cî bikin, wê çaxê, ew ê çawa li hev zêde bikin?
Li gorî zîhnîyeta we em tê digihêjin di projeyeke werê de jin û mêr ê bi sî û starê hev nekevin!
Bi hev re nejîn, hezkirin û eşq ê jî nebe û heger hezkirin û eşq jî nebin, zewac ê jî nebe!
Lê ji bo serjimarê, gelo hûn li ser pergaleke çawa xebitîne û bi vê pergalê hûn ê nêr û mê çawa li hevdu bibahinînin?
Yaw dar bi xwe jî nêr û mê ne û heger nêr û mê ji hevdu veqetin ne ber didin, ne jî fêkîyan...
Ax ax!
Ya Reb!
De ka rep bike û vê zîhnîyetê bide ber xwe!..

Gotina Dawî
Xeyal, fantezî, utopya xweş in, lê ya hûn dikin ne di xeyalan de hiltê, ne di fantezîyan de hiltê, ne jî di utopyayê de; ya hûn dikin qeşmerî, xwenenasî, xwenezanî û xwelîserî ye.


6 Aralık 2021 Pazartesi

quzjinge

Ji ber nivîsa min a doh xaltîka Feysê (facebook) heft roj ceza li min birî; heta heft rojan ez ê nikaribim ne tiştekî par ve bikim, ne jî biecibînim û şîroveyan binivîsînim.
Bi qasî ez dizanim tenê kurd min dişopînin û nivîsa min a doh jî bêyî ku ez alîgirîya partîyekê-rêxistinekê bikim û pesnê wan bidim, tenê min dagirkerên kurdan rexne kiribûn û acizîya min ji ber vê zîhnîyetê bû!
Ecêba ecêban ew e ku kîjan kurd dikare ji ber vê nerîn û fikra min xwe aciz bike?
Yan jî çima xwe aciz kiriye û çûye kîrê min kiriye jina xwe yan jî jina birayê xwe!
Yanî min pesnê partî yan jî rêxistinekê bida, min partî yan jî rêxistinek bi tundî rexne bikira, min ê bigota alîyê din ez gilî kirime, loma; 
lê heyran, 
xala ku min ew rexne kirîye, ez dibêjim qey hesasîyeta we hemûyan e; çi dizanim belkî jî şaş im; 
yan jî ew kes bê hesasîyet û bê heysîyet in!
"Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!"
Nahlet li wê zîhnîyeta we ya netiştek bê! 
De îja,
hûn di bin dagirkeran re ne!..
Qet nebe dagirker dagirker in û kifş û eşkere ne, lê hûn?
Hûn ji sîya xwe jî ditirsin!
Quzjingeyên heram!
Ka werin em bi hev re ji van bênamûs û bêkesayetan re bibêjin, "Tufîî!"
-Tufîîîîî!



şorbe û nîsk

Îroj ez têgîhaştim di navbera jinan û mêrên faris de tu cudayî tune ye.
Haa!
Berî serê min bi jinan re têkeve belayê, ez meseleyê zelal bikim; 
an jî ji dêvla "zelal"kirinê ez dikarim "ta bi derzîyê ve bikim" jî bibêjim!🤔 
Axir, ha zelal bû, ha ta bi derzîyê ve bû, her du jî diherin li derîyekî disekinin.
Te dît jin ji peyvê hez dikin loma, yan na jin taca serî ne, 
lê ka ew serîyê ku biwêre wê tacê bide serê xwe!..🤪
Erê, min ê çi bigota?
Berî ku li ber min bibe pirêze û serî li min û we bibe tara bêjingê, ez kin lê xim û qut bibirim...
Li Uskudarê ez li minîbusê siwar hatim û minîbusa me ber bi Ataşehîrê ve bi rê ket.
Bi min re sê mêrên faris jî li minîbusê siwar hatin; bêguman ji xêndî wan jî panzdeh bîst rêwîyên din...
Haho!
Jan bi serê van farisan keve û kulî bi ser zimanê wan de bimîze!
Ez dizanim nuha hûn xwe bi xwe dibêjin vî Devlikenî dîsa di ser qûşê ra kir; rastîya vê biwêjê, "kulîyan ziman xwar" bû!
Ê baş e, wa ye hûn dizanin çi çi ye û çi ne çi ye!
Ev bêbavên faris, em ji Uskudarê bi rêketine, heta em gîhaştine Ataşehîrê, tenê kêlîyekê jî bêhna xwe venekirin û nesekinîn!
Vit vit vit û vit!
Min heft xwezî bi pîrekên ser tenûran anî!
Erê bi Xwedê!
De îja dîsa nebêjin ev Devliken jî çi celeb însan e! Him bawerîya wî tune ye, li ku rûdine dibêje ez agnostîk im, him jî pizika serê zimanê wî Xwedê ye!..
Guh nedinê, ev mesele di navbera min û wî de ye û ez û midur delalîyên xwe li hev dikin!

Berê jî min bi caran gotîye, biratîya bi tirk û ereb û farisan re jî, cîrantîya bi tirk û ereb û farisan re jî serê wan bixwe!
Vê sibehê, belkî jî vê nîvrojê bû, axir îroj li ser twitterê ez li twitteke Seyda Ahmed Zekî Okçûoglû rast hatim. 
Twitta wî weha bû:
"Heger tirk û ereb û farisan heta nuha bi kurdan re li ser biratîyekê li hev nekiribin, ji nuha şûn de jî nikarin bi hev re bibin bira! Dev ji biratîyê berdin, cîrantîya bi tirk û ereb û farisan re bi xwe jî rîsk û xetere ye!"
Ji sedî sed ez bi te re me û ez jî wek te dinerim, difikirim, Seyda. 
Biratîya wan jî, cîrantîya wan jî serê wan bixwe.
Heger mimkun bûya, min ê bigota ka werin em bi teklîfekê herin nig misilmanên Bosna Hersekê. Em erdên xwe yên di navbera birayên wan ên misilman de mane bi erdên wan ên wê derê ve biguherin û em herin li şûna wan cîwar bibin, ew jî werin li şûna me cîwar bibin.
Bila her teyr bi refê xwe re bifire!..
Lê ne mimkun e, mixabin!
Xuya ye em azad û serbixwe bibin jî, her tim ev berate yê di bin çengê me de bin û em ê bi bêhna wan a berazî û xenzîrî car caran bêhiş bikevin.

Gotina Dawî
Heger rojekê Kurdistan azad û serbixwe bibe, hewce ye em di navbera xwe û tirk û ereb û farisan de bircan lê bikin, mîna bircên Çînê...

4 Aralık 2021 Cumartesi

mîdye bîra

Ez îroj westîyame, loma jî ji qûna min nayê ez îşev tiştekî binivîsînim.
Ma jixwe ez ji kê re dinivîsînim! Ez û çend beradayîyên mîna min dixwînin û hew! 
Wekî din ne xema kîrê kesî ye te çi nivîsandîye, di nivîsê de te qala çi kiriye; heger te du sloganên saxlem nenivîsandibin!
"Kurmê şîrî heta pîrî!"
Lê ji min re bûye wek adetekê, her şev heta ez çend gotinan di vê rûpelê de li pey hev rêz nekim, kurmê min naşikê!
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
Kurm qurm qul kir!
De ka sê caran li ser hev û bi lez bibêjin...
Axir, berî ez gotin motinên tewşemewşo nekim, ez herim serşokê destekî li serê xwe bixim û serî biavêjim xewê, rakevim.
Li herêma me "destliserîxistin" di şûna serşuştinê de tê gotin.
Bi min gotineke xweş e û hur bi kurdî ye; hewce ye her kes bi kûrahîya me nizanibe; hin qalib hene, tenê kurd dizanin û jixwe divê tenê kurd bizanibin.
Li ser meseleyê:
"Liberxweketin" Tenê kurdekî xemxwir dikare ji vî qalibî fêhm bike.
Loma,
kurdên bi kurdî mezin dibin û kurdên dû re kurdî nas dikin û bi kurdî xwe mezin hîs dikin, ne yek in.
Heger we fêhm nekir an jî hûn tê negîhaştin bê ez dibêjim çi, fermo, kerem bikin herin ji felsefevan Alî Gurdilî bipirsin, bila ew ji birîna we ya hûn nizanin ji ber çi jan dide re bibe derman an jî dermanekî bibîne.
Haa!
Heger we rêya xwe bi ser mala Seyda Alî Gurdilî xist û we li derîyê wî kir gurmînî, ji kerema xwe re ji bo min vê pirsê jî ji wî bikin:
-Erotîzm felsefe ye yan felsefe bi xwe rengekî erotîzmê ye?
Dilê min heye ez pirseke din jî jê bikim, lê guh nedinê, ka hûn bersiva vê pirsê ji min re bînin, bi xêr kengî rêya min bi Îzmîra xopan ket, rû bi rû ez ê bi xwe jê bipirsim di bin ambîanseke felsefîk de...
Belkî em du qedeh şerab jî bi hev re vexwin; herweha wê kêlîyê heger du xanim jî li nig me bin, ambîans ê piçekî ber bi romantîzm û erotîzmê ve jî here.
Ya bi xêr!
Lê jixwe Îzmîr ji bo min qiblegeha romantîzm û erotîzmê ye!
Ax ax! Karşîyaka, Alsancak, Balçova, Bornova...
Û mîdye, bîra!..

Gotina Dawî
Xewa min hat, ez herim ji xwe re rakevim; belkî bi rêya xewnekê ez herim bibim mêvanê karxezalekê, li Îzmîra xopan!

xwelî li serî

Îroj ez li otobusê siwar hatim; ji Ataşehîrê ber bi Kadikoyê ve diherim.
Piştî otobus bi rê ket bi pênc deqeyan du jin lê siwar bûn; yek jê navosere bû, yek jê jî ciwan.
Û ya navosere nixumandî û sergirtî bû, ya ciwan jî bi kincên bajarî û servekirî bû.
Heta ew her du xanim ji otobusê peya bûn jî, ya nixumandî û sergirtî bi kurdî peyivî, ya bi kincên bajarî û servekirî jî bi tirkî lê vegerand...
Wê kêlîyê min çavê xwe li piçek xwelî gerand!

Gotina Dawî
Ne hûn, kurdî ji ber we fedî dike!

2 Aralık 2021 Perşembe

ziman û feraseta we

"Kurdî zimanekî eroktîk e!"
Wextê hûn dibêjin "Kurdî zimanekî erotîk e!" bi hemd bê hemd hûn kurdî di nav sînorên teng de asê dikin.
Kurdî di qaliban de hilnayê, lewra kurdî zimanekî xwezayî ye û xweza jî serbixwe û azad e.
Loma jî,
nebêjin, "Kurdî zimanekî erotîk e!" Kurdî zimanekî xwezayî ye û heger hûn baş bi kurdî bizanibin, hûn ê bibînin kurdî zimanekî erotîk e jî, kurdî zimanekî felsefîk e jî, kurdî zimanekî edebî ye jî, kurdî zimanekî estetîk û hunerî ye jî, kurdî zimanekî romantîk û evînî ye jî.
Lê berî hûn ê qalibekî ji kurdî re bidirûn, hewce ye ewil hûn xwe hînî kurdî bikin, da ku hûn tê bigihêjin bê çi feraseta wî heye...

Vê pêlê ji min re bûye wek adetekê û carinan bêyî ku silavekê bidim, derbasî odeyên twitterê dibim û bi dizî bi qasî neh deh deqeyan ji xwe re li civata wan guhdarî dikim.
Çi qas xav in û ne wek xwe ne.
Li ser meseleyê:
Mijara wan netewperestî ye, lê ziman bi tirkî ye û bi tirkîyeke şikestî li ser netewperestîyê quretîyan dikin;
Ne eyb û ne fedî, 
lê hewce ye meriv ji poz bipirse bê poz çi hîs dike!
Carinan jî mijar netewperwerî ye, lê pirê kesên li ser netewperwerîyê quretîyan dikin, ji bo xebateke kurdî qêmîşî qurişekî xwe jî nakin!
Jixwe hewce nake ez qala kesên li ser sîyasetê dipeyivin, bikim! 
Xwelîseran tu yê bibêjî qey di guhê gê de dijîn!
Erê, ez nikaribim bibêjim hûn naxwînin, ilhez nuha hayê we ji kitêban û xwendina kitêban heye,
Lê...
Heyran, bi tena serê xwe kitêb û xwendina kitêban têra têgihiştinê nake!
Bi haweyekî analîtîk di mejîyê xwe nin, bila mentiq bizê!..
Problema kurdan a herî mezin ew e ku dixwînin naxwînin tiştekî ji xwendina xwe fêhm nakin;
lewra pirê wan ji bo di civatan de tenê bi haweyekî megalomanî quretîyan bikin, dixwînin.
Naxwe nexwînin!..

Gotina Dawî
Bi genetîka kurdan lîstin; kurd ji xêndî xwe bûne her tişt!..


1 Aralık 2021 Çarşamba

şeraba serxwebûnê

Barbadosên paşverû jî serxwebûna xwe îlan kir û bi navê Barbados dewleteke din a serbixwe li dewletên serbixwe zêde bû.
Qey hayê van ehmeqan ji felsefeya serokê sererd û binerd tune ye!
Hey serkundirên mejîsist!
Ma meriv ji bin desthilatîya dewleteke wek dewleta Brîtanyayê derdikeve?
Serokê sererd û binerd di navbera çar dîwarên ji duwazdeh metrekareyan pêk tê, hewl dide netewperestîyê têk bibe û li ser bingeha ehmeqîzmê sîstemeke postmodern ava bike, lê ev netewperestên paşverû hîn jî radibin enerjîya xwe bi tiştik miştikên demode xerc dikin.
Ka aqil!

Zulfu Lîvanelîyê kemalîst gotîye, "Ji rastgiran hunermend dernakeve; huner karê çepgiran e."
Weleh Zulfu axa, huner huner e û karê hunermendan e, lê...
Erê, lê li Tirkîyeyê,
çi hunermendên çepgir, çi hunermendên rastgir hemû doxa kêrekê, gûyê ser bêrekê ne!

Îroj xwe bi xwe ez fikirîm, di dilê xwe de min got, "Gelo ez merivekî çawa me?"
Dû re jinên ketine jîyana min, yek bi yek min ew anîn ber çavê xwe. 
Ez bişirîm; 
yek dudu ne tê de, ew jî ji bo dilê wan nekeve min û bi min ve neyên girêdan, belkî min ew êşandibin, 
lê wekî din ez dibêjim qey hemû bi qasî min ew jî bextewar hatin û bextewar çûn!..
Heger te jin bextewar kir, tu qenc î!
Lewra,
jin Xweda ye!

Gotina Dawî
Bi hêvîya ew ehmeqîya barbadosîyan mîna vîrusa coronayê di me de jî bigere û em terka felsefe û îdeolojîyên beradayî bikin û bi şeraba serxwebûnê serxweş û azad bibin!
Bijî paşverûtî!