15 Şubat 2023 Çarşamba

erdhej

Serekê Kurdistanê li Entabê ji bo serxweşîyê dihere serdana malbatake kurd; li bin kon bi wan re rûdine, lê bi rêya wergêr derd û kulên xwe ji hev re dibêjin.
Mixabin...
Bi hevkarîya dagirker û apocîyan êdî rebenên kurdan bê wergêr hew ji hevdu fêhm dikin.
Û sînorê di navbera kurdan de ew ê bi têkçûyîn û şikestina zimanê tirkî hilweşe;
heger hilweşe!

Li gorî felsefeya însên,
heta yek nemire, qedrê wî nayê girtin!..
Di felaket û bobelatan de jî werê ye, mixabin.
Piştî vê erdhejê têra xwarin û lixwekirina reben û xizan û belengazên miletekî ya deh salan xwarin û kinc kom bûn, 
lê heger ev hişmendî mayînde bûya, yan jî ne ji qirikê berjêr bûya, li vî welatî ne bêkar diman, ne birçî diman, ne jî tazî...
Lê em lehengên piştî hicacê ne!

Di vê erdhejê de dîsa kifş û eşkere bû, "her teyr bi refê xwe re difire."
Yek ji van teyran jî Garo Paylan e.
Helal be jê re!
Bi rastî jî ji bo qewmê xwe derxe pêş pir ber xwe da, pir hewl da.
Heqê wî ye.
Dîndaran dîndar derxistin pêş, nedîndaran nedîndar derxistin pêş, çepgiran çepgir, rastgiran jî rastgir derxistin pêş.
Lê di vê erdheja ku li ser axa kurdan qewimîbû, ne kesî kurd derxist pêş, ne jî kurdan kurd.
Berî gişan...
Ji Kurdistanê kurd bi hewara kurdan de hatin, piştî wê hewarê serekê Kurdistanê bi haweyekî nefsbiçûkî xwe li konên erdhejzedeyan qewimand, li kul û derd û êşa wan guhdarî kir, hewl da wê êşê sivik bike, lê HDPyîyên xwelîser, ranebûn kulmek ji wê xwelîya ji ber wan avayîyan mabû li serê xwe nekir û bi qasî Garo Paylan jî qedrê qewmê xwe negirt.
Heyf!
Dû re jî,
hin dost û nas û heval jî radibin gazinan dikin, çima di nav kurdan de yekîtîyek pêk nayê?
Te got kurd?

Gotina Dawî
-Kubir
-Çavnebarî
-Zinê
-Hesûdî
-Têrnexwarî
-Hêrsbûn
-Tiralî/Keslanî/Tembelî
Û axê xwe şuşt!