22 Ekim 2020 Perşembe

piştî evîneke mirî-name 2



Berxê min!

Şadî û jana min!..

Ka tu?

Ka dengê te?

Ka pêjna te?

Ka çima tu li berxa xwe napirsî?

Tu li ku yî, çi dikî, di çi rewşê de yî, haya min ji xwe çêbike...

Tenê gotineke te yê bes be ji bo kirasê bextewarîyê li jana xwe bipêçim.

Min bêrîya te kir, pir!

Ez bêrîya te dikim!

Min bêyî xwe nehêle.

Derkeve derve û çend gotinên xweş bi ber bê de berde, bila xwe bigihînin dilê min...

Tu zanî, doh xwişka min hat. 

Piştî bi mehan min xwarin xwar. 

Min ji wê re qala çîrokên te kir, ew çîrokên ji kena hêsiran di çavên me re diavêt. 

Ji doh şev vir de em dikenin. 

Min ji wê re qala Hecî Remo jî kir. 

Êdî ji ken mecal tune bipeyive.

Tê bîra te, carekê te ji min re gotibû, 

"Me çi guneh kiribû em bi agirê vê eşqê şewitîn?"

Berê ez jî wek te difikirîm, lê dû re dema ez fitilîm û min li pey xwe nerî, min şukurîya xwe anî.

Ji bo ez vî ezabî heq bikim, min çi guneh kirin, nizanim, lê ev eşq ji bo min xelateke xwedayî bû, ez werê qebûl dikim. 

Êş û jan û ezabê wê bi xwe jî taybet bû. Diêşim, lê bextewarî difûrê ji vê êşê.

Wê şevê destê sibehê min tu di xewna xwe de dîtî. 

Li qiraxa bahrekê tu rûniştîbûyî. 

Ez dimeşîyam, 

piştî çend gavan ez dizîvirîm min li te dinerî. 

Di bin awiran de bi xezebekê te li min dinerî, nikarim pênase bikim...

Ji janê ez çeng bûm ser xwe. 

Ka bê canê min, dilê min, kezeba min bi çi xezebê şewitîye, min serê xwe danî ser bahlîfê, demeke dirêj ez girîyam, ji îskeîska min banga melê fetisî di wê berbangê de. 

Ji hêsirên min ên belengaz bahlîfa ber serê min şil û pil bû. 

Û wê kêlîyê dilê min bi min û te şewitî...

Erê, berxê berxa xwe,

di vê jîyanê de bi haweyekî bû qismet min tu dîtî, kin an dirêj hîç ne xem e, ev bi xwe jî hêjayî zir emrekî ye û anuha ez serî deynim û xatir ji vê jîyanê bixwazim jî, hîç ne poşman im, berevacî ez ê xwe bi siûd û bextewar hîs bikim....

Heger li vê jîyanê em careke din hew bi rû hev bikevin û nebe qismet careke din em hevdu bibînin, hêvîya min ji yezdan ew e piştî mirinê li jîyana nuh berî her kesê herî zû ez te bibînim, 

lê dîsa bibe dildarê min, 

bibe hezkirîyê min, 

bibe berxê min.

Min bêhna te hîs kir...

Hebûna te...

Sîya te...

Her cara tu dihatî mala min bi bêhna toprihanê mest dibû hundirê mala min.

Tu dildarê min î,   

tu yê her dildarê min bimînî, 

wê rojê destê sibehê dema tu hatî xewna min, min fêhm kir.

Heta hetayê, careke din bi sî û starê min nekevî û ez rûyê te nebînim û herweha dengê te nebihîzim jî, sîya te yê her li ser vê malê kon vegire.

Û di dilê min de hebûna te yê hîç kêm nebe.

Pir şad im ku di vê jîyanê de ez li te rast hatim, hêja bû...

Piştî ew qas êş û jan ku ji êş û janê wê de ezabekî dojehî bû, çawa dilê min nesekinî, ez li xwe şaş û cêbmayî dimînim.

Dema difitilim, li pey xwe dinerim, heger zemên em paş ve bibira, ez ê nefikirîyama û dîsa min ê bi destê te bigirta...

Tu welatê min,

tu zimanê min,

tu dildarê min,

tu her tiştê min bûyî!...

Tu di hundirê canê min de canekî veşartî bûyî.

Tu aîdî min, aîdî rabirdûya min bûyî...

Ruhê min î tu.

Berxê min, ya herî xerab çi ye, tu zanî?

Evîn û evîndarekî ew qasî ji bo te hêja û bi qîmet mixabin jîyan jî neheqîyê lê dike û dest û nigên meriv girêdayî ne û tenê bi haweyekî bêçare meriv lê dinere, 

li bêçaretîya xwe...

Li ser rûyê vê erdê me bihuşt jî dît,

dojeh jî!..

Êdî ez ji qederê bawer dikim, ji her tim bêtir.

Axir...

Çû, çû qedîya...

Em şîyar bûn.

Ji henûnîya tavê xuya ye wê rojeke pir xweş be...

Gaveke din em ê herin ji firnê nanê germ bikirin, 

te dît ew firneya ku her sibeh me bi destên hevdu digirt û em diçûnê...

Piştî taştê em ê herin behrê. 

Û berêvarî jî himam, 

belkî bi lûfikê wê jana xwe li bedena in pêçaye sivik bibe.

Ji dêvla me ez ê bi pêlên behrê re bipeyivim.

Êdî ji berê çêtir im 

û roj bi roj baştir dibim.

Hay ji xwe hebe, berxê berxa xwe!..