17 Mayıs 2024 Cuma

senaryo menaryo

Çend belengazên xwelîser ên mîna min ne tê de, kêm/zêde her kes li ber Selo başqan ket, lê ya ku ez meraq dikim hûn dizanin çi ye?
Gelo Selo başqan ê jî li ber xwe bikeve û ji Apo re bibêje êdî tu ne vîn û îradeya min î?
Yan wek her tim û her car ew ê ji ser rêya wî venegere?
Divê xwe bi xwe ji xwe re vê biryarê bide.
Loma jî…
yê li ber xwe neket/nekeve, ez jî li ber nakevim û ez ê li ber nekevim.
Lê mixabin,
çendî em bizanin dewletê ev mesele kirîye mîna sîrkekê ango şanoyekê jî, em bi rola xwe bextewar in.
Senarîst nivîsandîye, derhêner li ser ekîba kêşanê ye û lîstikvan jî li gorî rola xwe sahneyên xwe dixwînin/jiber dikin û dilîzin.
Û bila dengbêjên ku hêdî hêdî kilamên wan ji zimanê wan dixeyidin jî, li ser belengazî û xwelîserîya me bifîkînin.
Lê ecêba ecêban ev e,
hîn jî hin xwendeyên nexwende radibin dibêjin, “Sirri wek kadro xizmetê ji dewleta xwe re dike, lê Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk û filano û bêvanê hayê wan ji sira Sirri Sureyya tune ye û ji nezanî û ehmeqîya xwe nigê wan dişemite.”
Hey kundirmastino!
Na na…
Serpîvazino!
Tew ku wek we be, hîn xerabtir e, lê ev tehlîl û tespîtên hûn dikin dûrî aqilan e.
Yanî hûn ê li bajarên Ewrûpayê lotikan biavêjin û bizanin bê destê kê di bêrîka kê de ye û ev kadroyon HDPKK yê nizanibin çi dikin û ji bo çi û kê dikin?
La hewle wela!
Gelo tu cudayî heye di navbera kadroyên dewletê û HDPKKyê de?
Mesele çi ye hûn dizanin?
Ê ma ne ez jî, 
ji xêndî nivîskarî ê mîzahjenîya xwe her weha sînemager ango sînemavan im jî, 
loma heqê min jî heye ez li gorî nerîn, fikir, xwendin, dîtin û tehlîlên xwe senaryoyekê binivîsînim.
Haa!
Belkî bi we piçekî fantestîk û xeyalî bê, lê jixwe sînema tiştekî weha ye, bê fantezî, bê xeyal nikare bigihêje armanc û mexsed û miradê xwe.
Axir…
Kadroyên her du alîyan jî tenê wezîfeyên xwe dikin, lê ya hûn naxwazin bibînin ango mejîyê we têrê nake hûn tê bigihêjin ev e: 
Di hundirê dewletê de ji bo parastina hebûnê ango bekayê du bask hene û ev bask wek ku bi hev re şer dikin xwe nîşan didin, 
lê di eslê xwe de her du bask ango alîyê dewletê yê kifş û alîyê dewletê yê veşartî/kûr ji bo dewlet hilneweşe li ser pişta van kadroyan şerê xwe yê xweparastinê dikin.
Û ji xwelîser û xulamokên me re jî qûnçirandin dimîne.
Haa!
Ev jî heye.
Hin kesên dikevin kategorîya wan qûnçirînîyan jî bi zaneyî dikin,
lewra…
bi wê qûnçirînê hin xelat jî hene:
Dewlemendî…
Konfora wan û malbatên wan…
Siberoja zarok û nevî û nevîçirkên wan…
Nav û deng û şohret û populîzm…
Lê ker dikeve ca nezan û feqîr û xizan û belengazan!

Gotina Dawî
Bi îhtimaleke xurt dewlet li pey hin hesaban e, lê çi ye ne çi ye, bi herikîna zemên re ew ê kifş bibe û em ê jî bibînin.
Haa! 
Belkî jî bi birîna vî cezayî dewletê xwest Selahattîn di nav kurdan de xurttir, bihêztir bike, 
lewra êdî dawî li dem û dewrana Abdullah Ocalan tê.
Bi min…

16 Mayıs 2024 Perşembe

bor

Dema min BORa Çîdemê xwend, BORan ez ber bi demên BORî ve BORandim.
Û ketim tunela dem û BORan…
Tu carî min ji tiştên asayî/normal/ji rêzê hez nekir; her û her “dîn”îtîyê/neasayîyê/nenormalîyê bala min kişand û min da pey delodînîyê.
Û li cem dînan ango sohbet û hevaltîya bi dînan re min li min vedigerîne, dibim xwe; şilfîtazî, kirasçirandî, ji kompleksan dûr…
Erê, wek her kesî min jî berhemên nivîskarên edebîyata klasîk bi kêfxweşî xwendin, lê herî pir nivîskarên ku jîrîtî, xwebûnî, bixweredurustî bala min kişand.
Her weha di beşên hunerê yên din de jî wisa bû. 
Li ser meseleyê:
Hubreya qelema Nabikov a afirînerîyane pejiqî nav mentiqa min, reng û aheng da hişê min. 
Mijarên berhemên Paulo Coelho ez ber bi qonaxa jîrîtîyê ve birim. 
John Fante ez li wê henûnî, pakbûnî û xwebûna zaroktîyê hilkumandim; hişt ku bi haweyekî sade/basît û sivik ez jîyanê bibînim, binirxînim û sade/basît/sivik bijîm.
Charles Bukowskî derket keşfa serserîtîya min a ku di nav qaliban de asê mabû. Bi Bukowskî min ew qalib şikenandin û bûm xweyekî serserî.
Bi helbestên Pablo Neruda yên şoreş û romantîzm jê difûrîyan, hêla min a muxalîf piçekî din şidîya.
Dînîtîya darbeyên firçeya Salvador Dalî, hêla toksîk a Frîda Kahlo, ew hesasîyeta ruhî ya Modîglîanî ez ber bi qonaxên rengîn lê têra xwe derûnî ve birim.
Bi felsefeya Charlîle Chaplîn ez gîhaştim asta bilind a qerf û mîzahê ya civakî û rexneyî.
Wekî din…
Divê ez neheqîyê li yên nijada xwe jî nekim. 
Bi Baba Tahirê Uryan min xwe ji qalibên civakî rizgar kir.
Bi Melayê Cizîrî ez bûm dînekî delodîn û mîna derwêşekî hişfirîyayî ketim pey evînan.
Bi Şêx Riza Talabanî min kirasê şermê çirand, lê şermeke ku meriv ji şerpezeyîyê azad dike.
Bi Cegerxwîn ez di nav dewlemendîya zimanê xwe de li xizanî û feqîrîya xwe hayîl bûm.
Axir…
min BORa Çîdemê jî xwend… 
xwend… xwend…
û hêdî hêdî li ber çavên xwe wenda bûm; wenda bûm, wenda bûm, bûm hîç. 
Dû re min got madem her hîçek bi hîçekê dest pê dike û berî hîçê jî piştî hîçê jî pêjna hin hîçan hebûye/heye/ew ê hebe, wê çaxê ez rabim xwe tev bidim û hêdî hêdî li ser wê hîçê bingeh û esasê hîçeke din deynim/saz bikim/ava bikim
û min xwe tev da; 
vê carê jî ez bûm pîç, pîçekî tişt ne li ser balê; pîçekî nahletulah!
Û hîç û pîç bûn destbirak li ser vê rêya şayîk!..
Erê, dema min ev roman xwend, di vê rêwîtîyê de carinan li hîçan, carinan jî li pîçan rast hatim,
lê…
pîçekî ne ji dê û bav pîç, pîçekî ji ber bêdewletîyê pîç û hîç, lê her weha pîçekî serhişk û têra xwe qure û zimanbenîşt!
Bi wî zimanê xwe yê ku ji roja neteweyan xwe kirîye dewlet û ew û neteweya xwe bê dewlet mane, qerf û henekên xwe bi hebûna serdestîzmê kirîye, ne guh dide hîçan, ne guh dide pîçan, hewl dide ji me re bibêje:
Ka hûn? 
Ka zimanê we?
Ka neteweya we?
Ka dewleta we?
BOR, meriv di tunelên dem û xwezî û dîsayan re diBORîne;
digerîne, dibezîne, dipengizîne…
celî dike ber bi bêwatebûneke xwedubarekirî ve…
Di wan tunelan de, meriv li xwedubareyîyan dihilkume û di wan xwedubareyîyan de meriv bi dehan car li hespê xwezîyan siwar tê û ber bi hebûnê ve dibeze, lê her gîhaştina qonaxeke hebûnê dîsa meriv tûşî hîçekê dike û ew hîç dibe destpêka hîçeke dinê.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra ji me re dibêje xwe nekin hîç çendî her tişt ji hîçê dest pê bike û dîsa li hîçê vegere jî.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra ji me re dibêje bi xwezîyan meriv nagihêje kezîyan.
BORa Çîdemê serhildan e, lewra rûtînîyê qebûl nake, red dike. Ji me re dibêje ji wê xewa mirar şîyar bibin û qûçan li ser hîçan ava bikin.

Gotina Dawî
Çîdem, bi BORa xwe govenda peyv û gotin û kelamên kurdî biaheng digerîne û xwenaskirineke hişî, karekterî, mentiqî, nasnameyî/bênasnameyî radixe pêş çavên me û ji me re dibêje ji ber zimanê xwe serbilind bin, lewra…
bi sermîyanîya vî zimanî hûn dikarin ne tenê dewletekê, hûn dikarin împaratorîyeke ku her û her dikare li ser nigan bimîne, ava bikin.

Gotina Herî Dawî
Çîdem Baran, lê li ser kitêbê navê wê weha hatîye nivîsandin: Çidem Baran
ango “î”ya piştî “Ç”yê bê kumik e
yanî ne Ç-î-dem e, Ç-i-dem e.
Loma jî…
di vir de peyameke sublîmînal heye.
Ne Çî, çi…
Çi dem?
Ji nav jî dîyar e, Çîdemê xwestîye bi gotinên xwe yên acizî ji xwezîyan, ji dîsayan, ji rûtûnîyan kirîye, me di qonaxên dewr û deman re derbas bike û em careke din li bêhişîyê neqewimin. 
Û ez dikarim bibêjim têra xwe jî gîhaştîye miradê xwe, berxikê.

Têbinî ango Jêrenot:
Ji ber ku min bihîst ku pir ji peyva berxikê hez dike, min nivîs bi “berxikê” xelas kir.

15 Mayıs 2024 Çarşamba

î

Zimanê Kurdî
Zimanê Kurd
Zimanê Kur
Zimanê Ku
Zimanê K
Zimanê
Ziman
Zima
Zim
Zi
Z
Çû û êdî bes bidin dû…
Ango
kulîyan zimanê me xwar!
Axir…
Roja zimanê kurmî li kurmîyan pîroz be!

Gotina Dawî
Rehma Xwedê li “Δyê be, êdî kurd ê serserqot bigerin!..

12 Mayıs 2024 Pazar

neteweperest

Pirs:
Gelo neteweperestên kurd ê kengî dev ji neteweperestîya dagirkerî berdin?
Neteweperestîya dagirkerî?
Belê.
Lewra…
neteweperestîya neteweperestên kurd dişibe bixwexweşanînê ango masturbasyonê.
Çima?
Êê heyran, ku tu bi zimanê neteweya xwe nejî, kes ê nekute neteweperestîya we!
Loma jî…
bes xwe bixapînin!
Û bes qerf û henekên xwe bi aqilê xelkê bikin.

Gotina Dawî
NetewePEREst!

em û neandertal

Îşev dilê min hebû ez li ser “BOR”a Çîdemê çend gotinan li hev mahr bikim, lê mixabin nebû;
nebû lewra serê min bi belgefîlma Neandertalan tevlihev bû.
Ka ez li vê belgefîlmê binerim bê bav û kalên me kî ne û em çi qasî li mîrata wan xwedî derketine/derdikevin, 
dû re…
bi bêhneke fireh ez ê li ser “BOR”a Çîdemê jî hûr bibim,
lê divê ez vê bibêjim, Çîdem jî Çîdem e, haa! Têra xwe heye û guhê wê dilive!
Axir…
Ez ê zêde nedim nav, bila sêhra wê neçe.
Haa!..
Îşev ez ê li ser rojevê jî nesekinim, nepeyivim, nenivîsînim 
bê kê kirîye kê û ji wê kêkirkêyê çi welidîye(!)
Wek min got,
ez ê li belgefîlma xwe binerim û piştî min xelas kir jî ez ê herim serî biavêjim xewê û rakevim bê pêşîyên min nayên nabin mêvanê min û ji min re qala serpêhatîyên xwe nakin!
Lê…
heger hatin û bûn mêvanên min, ez ê bi kîjan rûyî û çawa ji wan re qala çîroka bêdewletîya xwe bikim?
Ditirsim…
piştî bibihîzin me mîrata wan birîye li mîratê gerandîye, şîrê xwe li min û we heram bikin û li vê hêlê jî, li hêla din jî quta me bikin.
Heqê me ye!
Meriv nevî û nevîçirkên neandertalan bin û meriv rabe di nav lepên homo sapîensan de bibe HOMO!
Ji Xwedê re guneh e û bi ser de jî qebhet e!
Axir…

Gotina Dawî
Ji nevîyên neandertalan re Neanderlalistan hewce ye.
Û bijî neandertalên hemdem û nûjen!

11 Mayıs 2024 Cumartesi

çerxa derewan

Çi çerxeke ecêb!
Min di wê çerxa te nîyhê, felekê!

Halûk Leventê ku kes nizane bezê pişt guhê bavê wî ji ku ye, di civîna neteweyên yekbûyî de zimandirêjîya Israîlê dike û piştgirî û destekê dide filistînîyên diz û terorîst û keleş.

Bavil Talabanîyê kurê mam Celal ku ji bo du elokan dikarîbû Kurdistan bikira Elokistan, li Amerîkayê gefan li barzanîyan dixwe û dikeve nav hesab mesabên qirêj.

Sibê, li Amedê ji bo Amedsporê ew ê konsereke entegrasyonal û solf lîberal û nîvkomînal organîze bikin.
Di wê konserê de gelek stranbêj ê derkevin ser dikê û stranên biratîsîst bibêjin.
Îlkay Akkayaya çepgir û Pervîn Çakara nîvapocî, nîvbarzanîcî, nîvkurdistanî yê ji bo ruhê entegrasyonîst biavêjin ber hev û bistirên.
Lê tê gotin, 
ji ber ku Emînê Erbanî û Bismillî Zeko ji bo konserê nehatine vexwendin/ezibandin, sibê, her du bi hev re ew ê seet ji şeşê sibehê heta şeşê êvarî li ber şaredarîya mezin a Amedê têkevin greva birçîbûnê; her weha ew ê stranên xwe jî bibêjin û yên ku bixwazin bireqisin jî dikarin herin li wir him govendê bigerînin, him jî piştgirîyê bidin çalakîya wan.
Û divê ez vê jî bibêjim, Pervîn Çakar xanimê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanîyek belav kirîye, di daxuyanîya xwe de dibêje, ji ber sekn û helwest û ruhû xwe yê neteweyî/milî ez ê derkevim vê konserê ango ez ê bêpere stranan ji gelê xwe re bibêjim.
Me jî bawer kir, lê dibe jî, lewra têra xwe oportunîst e û heger xêr û menfeeta wê tê de tune be, bi ser tilîya meriv a kul de namîze, heger mîza wê derman be jî!..
“Senî gidî benî senî!” ji qewla Papo, lê pêjn û berateya Papo ne xuya ye, zabite mabiteyan jehr mehr nedabinê?
Axir, 
erê tu yê bêpere beşdar bibî, lê ev beşdarî yê bibe sermîyan ji şev û şahîn pêş re, xanimêê!”😉”

Û ev çend roj in serekê CHPyê li dora Reîz dide çirvîtikan. Wer xuya ye Reîz ê bi CHPyê serî li DEMîyan bigerîne, lê serekê CHPyê yê DEMîyan bi çend qurişan bifiroşe, hîn ne dîyar e.

Min got ne dîyar e, stranbêjê bêvîzyon Dîyar hat bîra min. Ji zû de ye pêjn û berateya wî ne xuya ye. 
Weleh heq e ew jî beşdarî vê konserê bibûya, lewra kes bi qasî wî sloganên şowenîst navêje!
Strana wî ya bi navê “Bîz bu yola baş koymuşuz” tam li vê rewşa entegrasyonîst dihat.

Gotina Dawî
“Biz bu yola baş koymuşuz
Les bir yana
Baş bir yana
Biz Apoya soz vermişiz
Bu yolda donuş yok bize
Biz Apoya soz vermişiz
Bu yolda donuş yok bize”

9 Mayıs 2024 Perşembe

govenda bêaqilîyê

Ji bo hişmendîya kurdî di nav kurdan de xurt bibe, divê zanistên kurd li ser teknîkeke hişdîzaynî bixebitin.
Ango ji bo meriv bikare hin tiştên ku di binhiş de cî girtine û zirarê didin karektera meriv a kurdî jê bibe, pêdivî ango hewcedarî bi teknîkeke zanistî heye ku bi rê û rêbaza wê teknîkê meriv kodên tirkî, tirkîperestî, tirkîhezî yên şopên mayînde li serhiş û binhiş hiştine.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heya em kurd xwe ji wan kodên genî rizgar nekin, em ê nikaribin xwe ji bayê entegrasyona ku berê me dide asîmilasyonê xelas bikin.
Lê…
hin pûşketin jî hene; çendî oportunîstîyê di xwe de bihewînin jî…
Çi ne ew pêşketin?
Hin xwelîserên ku bi salan bi qastî û bi zaneyî ji apoperestîyê re lîrandin û li çepikan xistin, nuha Kurdistan ji devê wan nakeve û xwe dikin qurbana min û Kurdistanê.
Erê, em ê kêfa xwe bînin bi vê kirasguherînê, 
lê her weha em ê ji bîr nekin û tu carî piştguh nekin ku hûn goştê ser birincê ne
û ji bo berjewendîyên xwe her û her hûn ê durû û duqûn û margîse bin;
yanî…
hûn dikarin xwe bixapînin, lê em ê nexapin bi xapînokên we,
heger rehmetîyê William Shakespeare ji gorê rabe jî!
Axir…
Min got kod mod, entegrasyon mentegrasyon, asîmilasyon masîmilasyon, teknîk meknîkên hişjêbirînê, lê dijmin û xwefiroş jî rehet nasekinin, mixabin, ew jî her li ser karê xwe ne.
Kurdên ku bi projeyên dewletê şevoquzî dibin û li hemberî taktîk û rêbazên dewletê yên entegrasyonîst û asîmilasyonîst devê wan ji hev dihere û ava heft şorbeyan ji devê wan diherike, wa ye pev ketine û hewl didin şampîyontîya Amedsporê pîroz bikin û govenda xwelîserîyê bigerînin.
Ma hewce dike ez rabim yek bi yek nav û paşnavên van xwelîserên oportunîst û entegrasyonîst ên ku ew ê bi deng ê stranên xwe sînorê vê hetiketîye firehtir bikin, binivîsînim?
Na, hewce nake.
Bila ev rûpel nelewite!..
Û hetîketîya hetiketîyan…
çendî berê bi saya serê eşîran nirx û hêjayî û jîyîn û kultura kurdî hatbe parastin jî, li pêşîya dewletbûnê eşîr dibûn asteng
lewra yekê ji ber yekê danediqurtand, şerê ezûezîyê bû û ji bo ezûezîyê, tim û daîm berê tivingên wan ne li dijminên wan, berê tivingên wan li hev bûn û li hev diteqandin;
lê îroj…
ew partî û rêxistinên xwe medenî û modern û pêşketî dibînin û bi çavê paşverûtî li eşîrtîyê dinerin li pêşîya dewletbûnê asteng in, mixabin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
dinya û alem bi serê me sûnd dixwin, em jî radibin rûdinin bi serê hev de dirîn û dimîzin!..

Gotina Dawî
Ka aqil!

8 Mayıs 2024 Çarşamba

tiroviro

Ka bû çi?
Çi bû çi?
Ma çi ne bû çi!
Ez qala elo welo bikim?
Ez qala hasil mûsil bikim?
Ez qala çîroka sala beravêtinê bikim?
Yan ez qala strana berçem berçem diçûmeyê bikim?
Ho ho!
De tew tu jî!..
Serê min serxweş e!
Serê min xweş e!
Serê min tewş e,
Axir…
Îşev ji dilê min nayê tiştekî binivîsînim.
Û ji gir û qehra cebeşan ez herim petêxekî bixwim; heger kesî berî min neçûbe nexwaribe.

7 Mayıs 2024 Salı

amedspor

Li paytexta mîsak-i milîyê, projeya biratîyê, bi qîrîna Cengiz Çandarê
ku nuha li ser xwîna belengazên kurd li ser qoltixên çermîn ên parlamentoyê di xew re dihere û piştî vediciniqe û şîyar dibe, ji kêfa parlamenterîya bikonfor di bin simbêlan de dikene, dest pê kir.
Şampîyon şampîyon, Amedspor şampîyon!
Şampîyon şampîyon, Amedspor şampîyon!
Û amedîyên ku ji ber vîrusa tirkî virikî bûne, bi serketina Amedsporê, êdî başewala digerin û li ku zor dide qûnê, li wir rûdinin û dirîn, mixabin!
Lê ya balkêş ew e,
çendî her kes dizane proje ye jî, ne xema kesî ye; xwe dide ber vê baranê û xwe şil dike.
Axir…
Bila kes xwe nexapîne, li bakurê welêt, ruhê netewehez bi ber bayê kur ketîye. 
Û amedî, 
bi wê tirkîya xwe ya xerxote, xwe ji kesên bi kurdî dipeyivin moderntir û medenîtir dibînin.
Axira axiran…
Rengên kesk û sor ên li ser formeyên Amedsporê, ew ê tu carî xwe negihînin roja zerîn,
lewra kesk û sor tenê cebeş sembolîze dike
û cebeş jî mîna margîse ye;
carinan cebeş e, carinan zebeş e, carinan şebeş e, carinan jî li sikak û kolanên welatê min dimeşin mîna gebeş in.
De îja…
sê hefteyan li ser hev her hefte min li maçên Amedsporê nerî,
De xwezî futbola wan jî futbol bûya! Meriv li ber lîska wan di xew re dihere.
Îja heyran,
mesele ne lîsk û futbol û kalîte ye; mesele, proje ye û proje jî li gorî pêvajoyê dimeşe;
bijî kirasê misak-i milîyê!
Bijî yekîtîya kesk û sor û spîyê!
Ma hewce dike ez amedîyan û katalonan jî bidim ber hev?
Ez bi xwe re nabînim, lê kî bixwaze, dikare here wan bide ber hev; bê çi kêm e çi zêde ye?
Îja Amedsporê bibe Barselona!
Lê hûn ê çawa xwe bigihînin wî ruhê neteweyî yê bi ber bayê kur ketîye?
Lewra…
Katalan bi wî ruhê neteweyî destek û piştgirîyê didin Barselonaya xwe û wî ruhê têkoşer lê bar dikin.
Yanî…
Mîna we li ber sloganên tirkî dendikan çerez nakin!!!

Gotina Dawî
Heq e meriv Emînê Erbanî bike serokê kûluba Amedsporê, Bismillî Zeko jî bike sekreterê kûlubê.


 

4 Mayıs 2024 Cumartesi

hema ji tenêtîyê

Tenêtî, azadî ye!
Azadî, tenêtî bi xwe ye!..
Û dema meriv dibe dudu, êdî meriv ne azad e; tenê meriv dibe bendewarekî azadîyê!..
Loma jî…
bila kes xwe nexapîne, kes ji me ne azad e
yan jî…
belkî em wateyeke din li azadîyê bar dikin;
nizanim!
Himm!
Xwenenasî, berîberdanîyê bi kirasê azadîyê dikişîne ser civakê û kesê ango civaka xwe azad dibîne, di eslê xwe de dibe berîberdan.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
divê meriv têgehan pûç neke.
Azîdî, heger bibe zirar û sînorê xwe li hinekan teng bike, ew azadî xwedîyê xwe nake azad, dike oportunîstekî berjewendperest û konformîst.

Gotina Dawî
Heger ne derew be, tenê Xweda azad e, lê heger ku tenê be, haa!

3 Mayıs 2024 Cuma

toqa nahletê

Bi saya serê apocîyan êdî tenê xelk qeşmerîyên xwe bi kurdan dikin.
Îroj li ser medyaya civakî nûçeyek belav bû; ne nûçe, sosret û hetiketî…
Medyaya swêdî ev nûçe belav kir, lê ewil em piçekî şaşomaşo bûn,
lewra di nûçeyê de qala xortekî apocî yê 74 salî dikir: xwedê giravî xortê 74 salî yê bi navê Senanîk Onen, ketiye axurê swêdîyekî û di axur de xirpişîye ser mihîna mêrikê swêdî, namûsa mihînê anîye pênc qurişan.
Bêguman ev nûçeyeke magazînî ye û ber bi aqilan ve nare, 
lê çima ev nûçe?
Wextê meriv bi zîhnîyeta şikeft û hezazan li bajarên modern û medenî yên ewrûpîyan lotikan biavêje, ewrûpî yê jî meriv têxin şûna qeşmeran û tenê qeşmerîyên xwe bi meriv bikin.
Axir…

Gotina Dawî
Apocîtî toqa nahletê ye û ketîye stuyê kurdan, mixabin!..

2 Mayıs 2024 Perşembe

neandertal

Kurd nevîyên neandertalan in.
Erê erê, we şaş nebihîst; kurd neandertal in.
Şûnwarnasan ango arkelogan li herêma Barzan li şikefta Şanederê hestîyên serê/rûyê jineke neandertal dîtine. Li gorî lêkolînê, temenê wan hestîyan qutûgilover digihêje 75 hezar sal berî nuha.
Ê de baş e, wa ye me xwe çêtir nas kir. Êdî em ne homo sapîens in, mîna Apo û mirîdên wî.
Û bila êdî bes kes qala biratî û yekîtîyê bike, ji kerema xwe re…
Neandertal neandertal in, homo sapîens homo sapîens in; wek ku çawa homo û neandertal ne bira ne û nabin yek, em û mirîd jî ne bira ne û em ê nebin yek.
Bijî biratî û yekîtîya neandertalan!
Bimire homo û sapîens û mirîdên mejîçelqîyayî!

Devlet Bahçelî dibêje:
DEMînino! 
Weleh meriv xwînê ji we berde, xwîna we hemûyan qedehek çaya demlî jî nake.
Karê we xapandin e, loma zarokên kurdan ên hur û resen ji we re dibêjin xapocî!
Ka kerem bikin werin bipirsin, hemû parlamenterên min ên neteweperest bi tirkî dizanin, lê yek dudu ne tê de, hûn parlamenterên DEMê bi kurdî nizanin.
Devê min venekin, haa! 
Ez ê bikim ku hûn ê nikaribin li sikakên Enqere û Dîyarbekirê bimeşin.
Û îroj…
parêzgarê/walîyê Hewlêrê çûye Dîyarbekirê serdana DEMîyan.
Lê mixabin
ji ber ku neandertal ji zimanê homo sapîensan fêhm nakin, bi xêra tirkî li hev kirine û bi hevdu dane fêhmkirin.

Gotina Dawî
Kesên ji zimanê hev fêhm nekin ango bi eynî zimanî derd û kul û kêf û coşên xwe bi hev re par ve nekin, ne bira ne, cîran in.

1 Mayıs 2024 Çarşamba

dîsa futbol

Îşev jî maça PSG û Borussia Dortmund heye.
Ka bila maç dest pê bike, carinan dema maç sekinî, ez ê têbinîyên xwe bi we re par ve bikim.
Bismilahulrehmanirehîm!
Bêguman ew ê wek maça doh ne xweş be; lê wek doh evana jî dikare min bibin li paş kerê bisekinînin.
Nuh dest pê kir, ez zû zû biryarê nedim.
Lêborînê ji her du tîman dixwazim, lewra deh deqeyên pêşîn hêvîya kêlîyên xweş bi meriv re geş dike.
Nîveka ewil bi dawî bû, lê ji bilî golê meriv nikare qala futboleke xweş bike.
Her du alî jî heta ber kelehê ditehebin û berî kelehparêz xwe biêşînin, êriş diqede.
Erê, nîveka ewil skor:
Dortmund=1 PSG=0
Nîveka dawî jî dest pê kir. Ka em binerin bê çi yê biqewime.
Weleh nîveka dawî xweş dest pê kir. Li ser hev du derbeyên PSGyê ji dîrekê kelehê vegerîyan
Êriş li ser êrişê berdewam e. Wer berdewam bike, PSGyê golê biavêje.
Qedrê min bizanin; çavekî min li maçê ye, çavekî min li ekrana telefonê ye, dinivîsînim.
Ya star!
Bi şeref îmanê li hevdu diçikînin. Êriş li ser êrişê…
Ka bê Xwedê yê ji dêya kê bistîne!
Nîveka dawî di ser re qulipand. Ji heyecan û kêf û zewqê devê min ji hev çû. 
Erê belkî gol çênebû, lê divê meriv heqê vê maçê bide. 
Weleh min digot ew ê wek a doh ne xweş be, lê qûş li ya doh qetand.
Axir…
Maça ewil Dortmûnd bi golekê bi ser ket, lê li Parîsê çi yê biqewime, piştî hefteyeke din em ê bi hev re bibînin.
Encama îşev:
B. Dortmûnd=1 PSG-=0

Gotina Dawî
Tenê sîyaset, tenê edebîyat, tenê mîzah û felsefe nabe, hewce ye carinan meriv stres û acizîya mejîyê xwe bi futbolê jî sivik bike.