27 Ocak 2023 Cuma

de were porê xwe kur neke

Li Îrana îslamîfaşîst, mele Ahmed Hatemî di xutba înîyê de, ji minafiqên wek xwe re gotîye zimanê dojehê yê fermî kurdî ye.
Ê heyran!
Jixwe li gorî nerîna we, li bihuştê hewceyî bi axaftinê tune ye; ji xêndî xewê dema meriv ê tenê bi kêf û zewqê derbas bibe. Ziman ê tenê li ser fêkîyên qedexe bisûrike û kîr ê xwe de hêlîna bihuştî de veşêre...
Lê dojeh?
Li dojehê hewceyî bi axaftinê heye û ji bo axaftinê jî zimanek divê.
Û dîsa û...
Ji ber ku zalim ê bên mahkemekirin ango darizandin, divê dozger û dadger jî kurd bin.
Erê weleh mele Ahmed Hatemî, ker ket ca te û te pê girt!

Got:
-Tu dizanî du cure êş hene; ya ewil êşa canê meriv e, ya din jî êşa hêvîyê ye, ew hêvîya ku ji zaroktîya me de ji me hatîye stendin.
Te dî şûna hin tiştan nayê dagirtin, eynî tiştekî wisa...
Min got:
-Me navên zarokên xwe kirin Hêvî jî ew hêvî bi sî û starê me neket. Û xuya ye emrê me yê bi hêvîyan bibihure...
 Got:
-Meriv herî pir dema li xwe digere diweste. Û meriv pê dihise ku dema meriv li xwe digere, ne mimkun e meriv xwe bigihîne destpêka emrê xwe.
Min got:
-Û jixwe meriv li xwe negere, meriv nikare xwe nas nake. Û dema meriv xwe nas jî dike, emir diqede.

Hewce nake meriv her tiştî bizane.
Lê çend tişt hene, nabe meriv nizanibe.
Çi ne ew?
Xwenaskirin.
Û dîsa xwenaskirin, 
lewra heta meriv xwe nas neke, meriv çi nas bike jî, ew tişt kêm e...

Kesên di tirkî de hîn nizanin "de/da"yan bi kar bînin, em dibêjin çima xwe hînî rastnivîsandina kurdî nakin?
Rastnivîsandin, her weha yek ji nîşaneyên sekn û helwestê ye jî...

Li cem me ji kesên bisiûd re dibêjin, "Ma quzê gurê bi te ve ye?"
Bi rastî jî quzê gurê bi hin kesan ve ye û Kawa Nemir jî yek ji wan kesan e.
Dema berhemekê werdigerîne "kurdî" ji xwedîyê wê berhemê bêtir xwe qure dike, lê ne neheq e; lewra derdor serî lê mezin dike; 
biçûk mezin, jin mêr, kal pîr, kurdîzan kurdînezan li ser wî dilîrînin û halanan tê de hildidin.
Ew jî wa ye per û bask pê ve şîn nabin û nafire!
Xwezîya min bi dilê wî, lê ne ku dilê xwe dibijînim wî, xwezîya xwe tînim bi wê siûda wî.
Vê havînê heger bû qismet, ez ê jî herim li Çîyayê Mazî bigerim bê ez ji xwe re dêlegurekê nakujim...
Xelk û alem di mejîyê xwe ne, bi şev û roj bixebitin, kedê bidin, lê ew rabe bi wergerandina wê berhemê ji xwedîyê berhemê bêtir bê naskirin û pesnê wî bê dayin.
Xweş bazar e weleh.
Axir…
Kawa Nemir, piştî Soneyên William Shakespeare , wa ye berhema James Joyce ya bi navê "Ulysses" jî wergerandîye "kurdî".
Tilîlîlîlîlîlîlîlîlî!
Erê erê, ji îngilizî wergerandîye "kurdî"
Lê hêja ye meriv jê re li çepikan bixe û bibêje "Şabaş û sed şabaş!"
Ê heyran! 
Hîn îngilizan bi xwe baş ji îngilizîya Shakespeare fêhm nekirîye, wa ye mêrê bi sed mêrî Kawayê Nemir ew îngilizîya rehmetîyê Shakespeare wek qurtek av daqurtandîye û di ser de jî wergerandîye ser zimanê bav û kalên xwe;
lê...
ji min derew, 
dibêjin zimanê bav û kalan bi bav û kalan xerîb û ecêb hatîye!..
Ji pêr de ye li ser twîtterê, kes nema ku ev nûçe par ve nekir.
Ka nizanim gelo Kurdistan serbixwe û azad bibe, ew qas kes ê bi serbilindî peyaman belav bikin?
Min got siûda mêrik heye loo.
Heger Shakespeare û James Joyce sax bûna, piştî vê lîrelîr û şabaş û halana kurdan, ew ê bi xwe jî biçûna nig Kawa û bejna xwe li ber wî bitewandana.
Û belkî kitêbeke bi îmze jî jê bixwestana...
De hêvî dikim ev werger ê jî nebe wek wê sosreta Soneyên Shakespeare.
Ji bo xwendin û têgihiştina wan soneyan hîn jî ez ji xwe re li zimanzanekî digerim, zimanzanekî ku bi kawakî-kurdî dizane, lê mixabin hîn jî ez negîhame miradê xwe û ew kitêb di refên kitêbxaneya min de bi ser kitêbên din de her roj hêsiran dibarîne. 
Ji Soneyên Kawa, bibore, ji Soneyên Shakespeare soneyek:
Bê zar im ji dinyaligê, dilzar, bimirama,-
Dibînim, merd kirin parsek li Kuçe-Kolanan,
Rûtik û Behle bi xeml û xêz, nabêjî çima?
Baweriya pak kuştiye şerê xwarze-xalan,
Şerm çûye, şoreta bi xeml û xêz hatiye cî,
Xamatiya dilpakî bir zorê dane amê,
Serpaki peymale kir qanûna axa hecî,
Hêz bû Kurdecehş, bi biratî derket ji Tehmê,
Zordest zimanê Hunerê best bir heft werîsan,
Hişsivik hefsar kir Şarezatî bin ezanî,
Te got, Rastiya saf, gotine te, Dilsaf, dîsan,
Pakî dîlê nepakiyê, Binzîn bû'b hêsanî:
Bê zar im ji dinyayê, lê xim herim mirinê
Lê ez ê dildarê xwe çawa bihêlim tenê."

Gotina Dawî
Yanî min got ez ê li ser HDPyê û kampanyaya wê ya hevdana pereyan jî çend gotin û kelaman bikim, lê nivîs zêde dirêj bû.
Û kurd jî ji xwendina nivîsên dirêj re qels in, mixabin.

11 Ocak 2023 Çarşamba

gotinên ji xwe ne bawer

Heger karaktera we yê ranegire jî, ji bo populîzmê bikin.
Jixwe hûn dikin...

Rastî tahl e, lê ji bo şêrîn bibe, xwe jî derdora xwe jî bixapînin û derewan bikin.
Ji ber ku xwexapandin şêrîn e.

Heger hûn bi kurdî nefikirin, zimanê we yê kurdî hîs neke.
Lê jixwe hûn jî wê dixwazin.


10 Ocak 2023 Salı

carinan

Xeysîyeteke min a balkêş heye; carinan bi xêra hin hevalan ez pê dihisim. 
Li ser medyaya sosyal; çi tiwîtter çi facebook, bi qasî yên ne hevalên min in nivîsên min dişopînin/dixwînin, yên hevalên min in nivîsên min naşopînin/naxwînin.
Li hemberî min dilbijandineke veşartî heye. 
Û ev jî, 
meraqa li ser min pirtir, hesûdî û nefreta li ser min jî gurtir û xurttir dike.
Lê...
Ez ê ji ya xwe danekevim, çendî rastîyên min bi we tahl û tûj bê jî...



7 Ocak 2023 Cumartesi

di serê min de pirsên qûnde

Tirkîye gav bi gav ber bi hilbijartinekê ve dibeze û ev hilbijartin ê jî guherîneke mezin bi xwe re bîne.
Kê senaryo nivîsandîye?
Di senaryoyê de çi hatîye nivîsandin?
Di vê senaryoyê de kî yê serlîstikvan, kî yê fîguran be?
Serlîstikvan û fîguran ê li dijî hev tev bigerin an bi hev re tev bigerin?
Ew ê proje Tirkîyeyê ber ku ve bibe?
Erdogan zilamê dewleta veşartî ye yan muxalefet?
Yan her du jî xizmetê tenê ji derekê re dikin?
Di navbera Erdogan û muxalefetê de wezîfeya HDPyê çi ye?
HDP bêtir zirarê dide reha kurd an bêtir fêdeya wê li reha tirk a neteweperest dibe?
HDP ne kurd e, HDP ne tirk e; naxwe derdê HDPyê çi ye?
Di hundirê serê min de pirsên qûnde xwe li hevdu diboqînin.
Lê mejîyê min pak û zelal e, lewra hemû rê derdikevin qonaxeke nuh...
Û li wê qonaxê tu tişt ê ne wek berê be.
Di vê rêwîtîya dûr û dijwar de heger em wek xwe man, pir baş e; na, heger em jî wek hevalan ji kerwên qetîyan, ker ê têkeve me.

Di temama zaroktîya xwe de min du caran mûz nexwarîye. 
Di nuhxortanîya xwe de ji şeş mehan carekê şeş mûz neketine mala me.
Û nuha jî xîyar ji mûzan buhatir in, mixabin. 
Ev şeş roj in mûzek di sinîya ser sêpayê li ser pişta hemû fêkîyan siwar bûye, stûyê xwe bi ser xwe de xwar kirîye, li min dinere û roj bi roj di ber min de reş û şîn dibe, da ku ez wê bixwim, lê guh nadimê û naxwim.
Ez naxwim, lewra
ez heyfa zaroktîya xwe jê hiltînim.

Gotina Dawî
Her tişt di zemanê xwe de xweş e.

6 Ocak 2023 Cuma

ez kîrê qasim suleymanî di qûna we kim

Ez kîrê Qasim Suleymanî di qûna we kim!
Ez
Kîrê
Qasim
Suleymanî
Di
Qûna
We
Kim
!
Ez kîrê Qasim Suleymanî di qûna we kim!
Ez
Kîrê
Qasim
Suleymanî
Di
Qûna
We
Kim
!
Ez kîrê Qasim Suleymanî di qûna we kim!

Gotina Dawî
Ez
    Kîrê
          Qasim
                    Suleymanî
                                     Di
                                        Qûna
                                                 We
                                                       Kim
                                                              !
                                                            Ez
                                                     Kîrê
                                          Qasim
                         Suleymanî
                     Di
            Qûna
       We
Kim
!
Ez kîrê Qasim Suleymanî di qûna we kim!

5 Ocak 2023 Perşembe

bi dîwêr re dipeyivim

Her kê bi tirkî şîret li we kir, li serê kîrê xwe binivîsînin û guh nedinê, di ser re gav bikin û bimeşin; lo ew ne rewşenbîr, ew lawê Xwedê be jî...
Lawê Xwedê!
Hîn em ji hebûna Xwedê piştrast û serwext nebûne, îja lawê wî jî derket!

Rojê bi nivîsandina çar pênc twîttan, ne kurdî rizgar dibe, ne jî hûn ji xwexapandinê...

Seloyê tu carî terka Selahattinîyê nekirîye, ji bo çi ew ê qîmet bide zimanê Selo?
Derdê Selo ne kurdî ye, lewra Selo ji min û we bêtir dizane ya kurdan dike kurd, kurdî ye;
loma jî, Selo bi hebûna Selahattin şad û bextewar e.

Û heger kurdî mîna sêwîyên ber dîwaran nebe xwedan dewlet
an jî li ser kurdan nebe desthilat û hukumran, bi  herikîna zemên re,
"Her kes wê hesabê xwe bide wicdana xwe. Rast e em gelek asîmîle dibin, emê fîre bidin, kêm bibin, lê emê bimînin. Sibe çi derî li Kurdî vebe em nizanin. Hêvî qûtê me ye; kî hêviya xwe wenda bike, ew mirî ye. Me çi gotibû:“Hoste Necar, razê wek her car, Xweda yek e, dergeh hezar.” 
ewil em ê wek vê nivîsa li jor bi tirkî bifikirin û bi kurdî bipeyivin/binivîsînin,
dû re jî, 
zimanê me yê jî mîna zimanê azerîyan bibe zaravayeke tirkî.
Binerin, şaş fêhm nekin haa!
Wek hinekan ez bi tirkî şîretan li we nakim; jixwe ya ez dikim ne şîret e jî, ez bi dîwêr re dipeyivim.
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî"
Lê mixabin, ne deng ji dîwêr tê, ne jî bûk bûkên berê ne.
Berê,
bûk ji malan re dibûn stûn, ji zarokan re dibûn per û bask û ji zimên re jî dibûn dê,
lê...
dê jî ji kîsê me çûn êdî; rehma Xwedê lê!..

Gotina Dawî
Ne ji bo sibê û zarokên bê, ji bo xwe bixwazin her hûn çi dixwazin...
Berî her kesî û her tiştî, meriv bi xwe dide qebûlkirin her meriv li pey çi be...
Wek ku Kurdistan heye bijîn, heger hîn sînor ne dîyar bin jî; 
lê nabe hûn xwe ji nirx û hêjayîyên kurdî dûr bixin û xwe bidin hêvîyê Kurdistanê.
Çima?
Heger tu nebî, Kurdistan jî derew e wîî!..