9 Ekim 2020 Cuma

şêx telhed

Şêx Telhed!

Şêxê zaroktîya min...

Xwedîyê hişekî bêhempa.

Çi wexta berê min dikeve Mêrdînê, teqez ez wî jî dibînim.

Ne şêxekî ji rêzê ye, rehmanî ye. 

Hew te dî di ber te de şîn hat, 

mîna yên ji me çêtir...

Erê, çendî bê bawerî me jî, lê ji paktîya dil û ji enerjîya gerdûnî bawer dikim.

Vê sibehê dîsa berê min ket Mêrdînê. 

Ez rabûm, min tûrikê xwe avêt nav pişta xwe û min berê xwe da balafirgehê. 

Berî balafira min bi hewa bikeve, li salonê ez rûniştim, 

jixwe her tim du seetan berî balafir bi hewa bikeve berê xwe didim balafirgehê. 

Ji min re bûye wek adetekê, weha hîn bûme, 

ya rast baş e ku weha hîn bûme. 

Berî balafir bi hewa bikeve bi seetan ez diherim li wir rûdinim.

Xwe bi xwe dimînim û ez û binhişê xwe bi hev re dikevin rêwîtîyeke fikrî... 

Min bingeh û esasê gelek nivîs û nivîsarên xwe li balafirgehan danîne. 

Û pirê wan nivîs û nivîsaran jî di wan rêwîtîyan de qedîyane.

Ji balafirgehan hez dikim, lê bi qasî ji balafirgehan hez dikim, mixabin ji rêwîtîya bi balafiran hez nakim, du seet li min dibe deh seet...

Ji balafirê re hîn wext hebû, ji bo sebra xwe bînim ez ketim arşîva xwe ya facebookê. 

Piştî çend wêneyan, ez li wêneyê xwe û şêxê xwe rast hatim. 

Û dîsa çûm wan rojên berê:

Dema ez zarok bûm, li Qoserê kerîyeke pezê wî hebû, 

şivantî dikir, şêxê min.

Wek ronîya çavên xwe li pezên xwe dinerî, her mîhek mak bû, dê bû ji bo wî.

Bextê xwe nediavêt, ji ber ku wî bi xwe jî zanîbû bext ji şîr dizê.

Loma gotina "şîrhelal" û "şîrheram" di rojên giran de li ser zimanan li kar e li ser axa vî welatî...

Êrê, wek çavên xwe li pezên xwe dinerî, şêxê min, lê wan jî bi wî şîrê xwe yê mîna qudret ew xelat dikir. 

Zemanê berê dema malbatan ji gund bar dikirin û diçûn li bajêr bi cî dibûn, jîyîna xwe ya gund jî bi xwe re dibirin.

Li derveyî bajêr ji xwe re dolimek du dolim erd dikirîn, di nav wî erdî de ji bo tê de bisitirin, ji xwe re xanîyek, ji pez û dewarên xwe re jî li kêleka xanîyê xwe gov û kadînek lêdikirin.

Çendî can û cesedên wan li bajêr xuya dikirin jî, ruh û xewn û xeyalên wan li gund bûn...

Jixwe çi hat serê me, ji ber vê derûnîya me hat serê me. 

Me hemû xewn û xeyalên xwe di van bajarên bêjî de fetisandin û em bi xwe jî man bêjî. 

Îro ro mîna masîyên meriv ji avê derxe, bi zorê em nefesê didin û disitînin.

Axir!..

Baş nizanim, lê tê gotin di xortanîya xwe de ji alîyê polîsekî ve lêdan xwarîye, loma jî piçekî derveyî civakî ye hal û hereket û tevgerên şêxê min. 

Zimanê wî giran e, loma jî dema dipeyive pêwîst e meriv bi baldarî lê guhdarî bike.

Du bizinên me hebûn. 

Me tev li pezên wî dikirin, ew bizin bi xwe re dibirin çêrê. 

Çi dema çav li min dikeve, qala wan rojan dike.

Û tiştekî din jî di bîrê de maye. 

Kuştina birayê min!

"Birê te, birê te! Kê ew kuşt!"

Dema ez dibêjim, "Eskeran", çavên wî tije dibin, hêrs dibe, dev li lêva xwe ya jêrîn dike û serê xwe dihejîne, dibêje, "Min di quzê ca wan niyho! Çima, çima kuşt?"

Ez ji balafirê peya bûm, min rahişt tûrikê xwe, tûrikê xwe avêt nav pişta xwe û min berê xwe da ser rê. 

Min destê xwe li tirimbêla nav bajêr bilind kir, li ber min sekinî, ez lê siwar bûm û tirimbêl bi rê ket, meşîya. 

Piştî deh panzdeh deqeyan tirimbêl gîhaşt nav sûkê. 

Ez peya bûm û min berê xwe da malê. 

Li serê kolana malê, li ber dibistana min a zaroktîyê ku heta dereng jî bi tesîra wê ez mîna çivîkekî baskokirî tevdigerîyam, li şêxê xwe rast hatim.

Şêxê min pişta xwe dabû dîwarkê parka hemberî dibistanê û ji xwe re li însên dinerî.

Berçavka min, maska min û min xwe li wî girt. Min got, "Şêxê min, tu çawa yî?" 

Ez nas nekirim. 

Bi destan û bû vinevina wî, ji min xwest ez wê maskê ji ber rûyê xwe bidim alî.

Çawa min berçavk û mask derxistin, pê re pê re rûyê wî bi ken veguherî, şilîyeke henûn li ser spîka çavan kom bû, bîbikên çavan di bin wê xumama leylanî de berî zimanê wî xêratina min kir. 

Destê xwe avêt ser stuyê min, ez ber bi xwe ve kişandim û rûyê min maçî kir.

Dîsa wek çilapekên baranê, bîranînên ji wan demên berê bi ser me de barîyan...

Zaroktî...

Bizin...

Pez...

Bira...

Kuştin...

Bav...

Û ew henûnîya ji dil...

Bi zaroktî me pir ew aciz dikir. Îmana wî ji çêr-xeberan diçû. 

Dema dibû êvar û pezên wî li qiraxa çemê Zerganê ber bi malê ve diçûn, em zarokên mûdî û bêhawe, derdiketin pêşîya wî û me tilîya xwe bi kefa destê xwe dida, mahneya wê jî: wek meriv jê re bibêje "ez di quzê ca te nim", -ya rast wî wer fêhm dikir. 

Û çav di serî de sor dibûn, kef bi dora dev diket û dida ser pişta me. 

Ji tirsa wek pezên gur têkeve nav, em ji hevdu tîştîşî dibûn. Heta em diketin malê jî ji pey me venedigerîya. 

Carina darê xwe di ser serê me re difrfirand. Heger ew dar bi dereke me bibûya, av nedigîhaşt ser me. 

Lê em lê neheq bûn,

her êvar mîna meriv here bi darikê xwe qulmoza mozan der bike, me ew ditehenand.

Erê, dem û dewran derbas dibe, 

lê ji wê esaleta xwe tiştekî wenda nake, şêxê min,

wek her car germ, 

wek her car henûn, 

wek her car dilovan û şên...

Min got, "Şêxê min, ez ji rê hatime, westîyame. Bi destûra te..."

Serê xwe hejand, destê xwe bilind kir û bi bişirîneke rehmanî got, "Here here!"