30 Nisan 2022 Cumartesi

kurd û kurdî kurd û kundir

Kurdeke mê li ser twîtterê gotîye, "Dema kurdên nêr bi kurdî dipeyivin, şêrîntir dibin!"
Heger vê mê yê bigota, "Dema kurdên nêr bi fransî yan jî bi îtalî dipeyivin, şêrîntir dibin!" ez ê rabûma li ser xwe biedilîyama û min ê bigota, "Ementûbîllah!" çendî ne dîndar bim jî...
Kurdên nêr!
Erê, ji bo kesên werê hewce ye tenê "nêr an jî mê" bê gotin,
lewra...
tenê nêr an jî mê nafikirin û dipeyivin!
De ka kerem bikin em bi hev re ji kûrayîya nav kezebê keserekê bikişînin û bi hev re bibêjin, 
"La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!"
Ya Rebê li vê civakê rep kirîye, ma çi gunehê me hebû te em kirin hevalnifşê vî nifşê qeşmer!
Axir...
Piştî serêşayîya van nêr û mêyan, ez rabûm min telefonî Seadetê kir.
Yên dizanin jixwe dizanin, ji bo yên nizanin ez bibêjim. 
Seadet!
Dêya min e!
Mamosteya min e!
Feylesofa min e!
Xwedawenda min e!
Ya herî girîng jî, 
Seadet!
Reh û ruhê min ê kurdperest e!
Min got:
-Seadet!
Got:
-Haa!
Min got:
-Tu nizanî dema kurd bi kurdî dipeyivin, çi qasî şêrîn dibin.
Bi qasî bêhnekê nepeyivî, deng jê nehat.
Got:
-Ma te got çi, Devlikeno?"
Min got:
-Dema kurd bi kurdî dipeyivin, tu nizanî bê çi qasî şêrîn dibin.
Got:
-Ma bi Xwedê, ji roja zimanê min gerîyaye heta nuha ji xêndî kurdî ez bi zimanekî din nepeyivîme; jixwe ez bixwazim jî ez nikarim, ez û ez im û zimanê min jî tenê ev e, lê hîn kesî ji min re negotîye, "Seadet tu çi şêrîn î dema tu bi kurdî dipeyivî!"
Min got:
-Hahew! Îro ro kurdî mîna esrarê ye, li her derê peyda nabe, Seadet!"
Got:
-Bi serê te, li vî welatî esrar mîna rêxa çêlekê li her derê belav bûye; kes hew cixareya normal vedixwe!"
Min got:
-De baş e gidî! Li cem we wa ye kurdî hîn jî piçekî buha ye!..

Gotina Dawî
Kurdên bi kurdî dipeyivin, kurd in, lê kurdên tenê ji bo quretî û megalomanîyê bi kurdî dipeyivin û pesnê kurdî didin, kundir in.
Û kurdên dema kurdek bi kurdî dipeyive, şaşomaşo dibin jî, nexweşên êqil in!

gunê mistê silo

Mistê Silo ji gundekî berîyê ye, berîya Mêrdînê...
Xelkê benîşt, şekirên mêtinê, nok, dendik, qidam dixistin bêrîkên xwe, bi xwe re digerandin, Mistê Silo ji xwe re kiribû wek adetekê, çi cara ew ê ji malê derketa, berî ji malê derkeve, diçû ji mitbexê radihişt du firingîyan (bacanên sor) dixistin bêrîka çakêtê xwe û derdiket derve. 
Di rê de heta digîhaşt sûkê hêdî hêdî dixwar; serê simbêlan bi ava firîngîyan şil dibûn.
Rojekê li gundekî cîran dibe dawet û xwedîyê dawetê dişîne pey wî jî.
Wek her car Mistê me dihere ji mitbexê radihêje du firîngîyan, wan dixe bêrîka çakêtê xwe û lê dixe, berî dide gundê dawet lê...
Lê vê carê ji heyecan û kêfa dawetê, di rê de ji bîr dike wan firîngîyan bixwe.
Axir...
Çawa digihêje cîyê dawetê, govend mîna miknatûzê wî ber bi xwe ve dikişîne.
Xwe nagire, dihere dikeve serê govendê û direqise.
Bi vingevinga saz û sewta Hemîdê Aşiq Mistê Silo ji ser hişê xwe ve dihere, bi hêç dikeve; mîna sofîyên li ber dengê erbaneyê bi selewatan bi cizbê dikevin, Mistê Silo jî li ber miqamê Hemîdê Aşiq bi cizbê dikeve. 
Hingî hilor dibe û xwe li erdê dixe, her du firîngî ji bêrîkê pengiz dibin û li pêşîya govendê gindir dibin.
Û Hemîdê Aşiq li wan firîngîyan dinere û miqamê xwe diguhere:
"lo lawo mistê silo
gunê te gunê kero
lo lawo mistê silo
gunsoro mistê silo
jin dipelînin wek çilo
lo lawo mistê silo
ew gun çi dike li wir wilo
lo lawo mistê silo
eyb e şerm e fedî ye lo
gunê te dişibê gunê qolo
lo lawo mistê silo
ka bibêje gunê te çû ku lo"



28 Nisan 2022 Perşembe

dîn û dîndar

Heta dînên me naşibin hev.
Li Mêrdînê, min bi çend dînan re hevaltî kir, tenê rojekê jî ez li dînekî dîndar rast nehatim; hemû komunîst, hemû anarşîst, hemû tolaz û doxînsist û oportunîst.
Hemîdê Dîn!
Emînê Dîn!
Ehmedê Dîn!
Mahsûnê Dîn!
Fexrîyê Dîn!
Seydo! Seydo Qurişko!
Û çend ên din...
Lê...
Li Stenbolê, hemû dîn dîndar in, tenê bê kitêb digerin; heger kitêbekê jî di bin çengên xwe de bigerînin; bi telaq ew ê bi Muhamed jî qayîl nebin!
Îroj ez ê ji alîyekî rê derbasî alîyekî din ê rê bibûma, lê vizeviza tirimbêlan e.
Hew min dît yek li min dibihure. 
Ez li xwe fitilîm nefitilîm, bi awireke cidî got, "Bê selewat pê li erdê neke! Ew ê te bieciqînin; çav ê ji serê te bipengizin, mejîyê te yê bi tekerên tirimbêlan ve bizeliqe!"
Û fiskirand, li paş xwe nenerî û çû!..

Gotina Dawî
Ne dînên me dişibin hev, ne dîndarên me dişibin hev, ne jî biaqilên me;
ji sibehê heta êvarî hûn bibêjin, "Em yek in, em birayên hev in!" jî, kes ê nekute wê yekîtî û biratîya we!

27 Nisan 2022 Çarşamba

ehmeqî ne qeder e keser e

Mîsak-î millî welatê wan e, 
Enqere paytexta wan e, 
di bin alaya tirko de bi tirkî hewtehewt û kewtekewta wan e,
di cejnên fermî de, li ber peykerê Misto bi rêzdarî sekinandina li ser nigekî karê wan e
û dû re...
ne eyb û ne fedî, 
rabin zimandirêjîya başûrê welêt bikin û bibêjin hûn xayîn em qehreman in!
Ji qewla rehmetîyê apê min Miheme:
"Wey hebeş! Ha ji te re kutilkeke bênavik!"

Seydayekî îmankurd weha digot;
"Tirkan li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewletek ava kir.
Farisan li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewletek ava kir.
Ereban li ser pişta misilmantîyê ji xwe re dewlet ava kirin.
Û me kurdan jî xwelîya wan û sed û yek bavên wan li serê xwe kir û ji wan û sed û yek bavên wan bêtir misilmantî xweş û nerm û mezin kir."
Erê...
ji bo xeml û şeml û estetîzma metnê belkî min çend gotin lê zêde kiribin, lê bi kin û kurmancî şîrove û meala peyvê ev bû.
Mixabin, 
karê me kurdan ev e; ji xelkê re şêr, ji xwe re em şilavil in.
Û şilavil jî her tim ji bo gezeke kurm û zîro xwe li derzîka şewkan diqewimîne û li ser sifreya masîgiran ditevize!..

Gotina Dawî
Rastîya gotinê ev e: Em ji xwe re kîsogir, ji xelkê re masîgir in.


26 Nisan 2022 Salı

mîrê min

Îroj, rojbûyîna Mîrê min e; 
Mîrê min, sed û bîst û neh sal berê wek îroj, ji dawa dêya xwe ket.
Berê...
Ez bi vî zimanî dipeyivîm, 
lê haya min ji efsûn û qudreta vî zimanî tune bû.
Dû re...
Bi saya serê te Mîrê min, 
di navbera min û hest û hîsên min de, 
di navbera min û nerîn û fikrên min de, 
di navbera min û şahî û kêfên min de, 
di navbera min û derd û kulên min de, 
di navbera min û xeyal û fantezîyên min de pirek çêbû; 
di ser wê pirê re ez meşîyam, bûm xwe û min xwe gîhand we...
EM afirîn ji eşqa te ya ziman û ax û neteweya te.
Pîroz be roja tu ji dawa dêya xwe ketî, 
Mîrê min!

Gotina Dawî
Kurd ji dawa kurdî ketin û bûn netewe; 
lê...
Neteweya di ber qolincan de ye, çong daye erdê, li benda welidandinê ye!..
Û heger biwelide, ziman ê ji nû ve ji dawa dêya xwe bikeve û bilîrîne bi navê Kurdistanê!

25 Nisan 2022 Pazartesi

qurtek av

Ji ber teres û teresîyan, hemû enerjîya me ji kîsê me dihere; em dikin nakin nikarin ji nav çirava sîyasetê derkevin.
Ne nirxandina kitêbeke edebî, ne nirxandina fîlmekî hunerî, ne nirxandina muzîkeke xwemalî...
Sibehê em ê rabin, çavên xwe bi sîyasetê vekin, bi şev em ê serî biavêjin xewê bi sîyasetê rakevin.
Qene me ji sîyasetê fahm bikira jî!..
Em nerîna nerînên kesên nanerin ji xwe re dikin nerîn û bi wan nerînan jî li rojevê dinerin û dinirxînin.
De here li quzê kerê binere loo!

De ka îşev ez ji xwe re li fîlmekî binerim û piştî min li fîlm nerî jî, ez nerîna xwe bi we re par ve bikim.
Hey van rojan xwendinê terka min kiriye û kitêb ji min xeyidîne, ez bi temaşekirina fîlman vê valayîyê dagirim.
Ma sînema şûna edebîyatê digire?
Na, lê edebîyat jî şûna sînemayê nagire.
Yanî...
De îja ez nikarim bi "yanî"yê berê metnê bi dereke din ve kim.
Yanî yanî ye û her yek bi serê xwe hêja ye.
Bi kin û kurmancî,
ji her duyan jî nemînin.

Gotina Dawî
Şêr şêr e lê hemû pisîk jî ne nêr in!

24 Nisan 2022 Pazar

zîhnîyeta genî

Pîroz be, Emmanuel Macron!
Li Fransayê Emmanuel Macron bi ser ket û dilê yarên xwe xweş, dilê neyarên xwe jî reş kir.
Bi hêvîya di demeke nêzîk de Macron û Nêçîrvan li bin Eyfelê bi şerabê serxwebûna Kurdistanê pîroz bikin!..

Û li bakurê welatê min jî qûn û serî cî guherîye; gû ji mejî buhatir e êdî!..
Sîyasetvanê tirk Ahmet Turk, bi wî temenê xwe yê qijalkane mîna nuhciwanên bi bonzaîyê bêhiş dikevin, ji ser hişê xwe çûye û ji haş û baş dipeyive.
Heger bi hişê xwe be, totik tune ye; na, heger xurifîbe, bila zarok û nevîyên wî, wî ji mîkrofon û kamerayan dûr bisekinînin.
Bêlome be!
Bi şaşî dikare devê wî bixelite û bibêje, "Ez ne Ahmet Turk im, ez Ahmed Kurd im!"
Gelek misilmanên fisgenî, ji tirsa qûna xwe, berî têkevin feqa Ruhsitîn lêvikên wan li hev dikevin û bi zorê eşheda xwe tînin.
Eşheduenlaîlaheîllalahweeşheduenemuhamedunresûlalah!
Apê Ahmed, ka tu di kîjan demsalê de dijî, nizanim, lê ji wî mejîyê te yê hew reaksîyonê dide zimanê te, dîyar e zivistan nêzîk e.
Û mirina di zivistanê de jî, belkî tenê ji bo mezelkolan xweş be, 
lewra...
Berf û baran, zîpik û boran gunehan naşo, xalê Ahmed!..

Min got, "Dîyar" ew stranbêjê nedîyar hat bîra min.
Hozan Dîyar!
Stranbêj in lê ji stranan bêtir propaganda dibêjin.
Nizanim çima lê ji roja roj de kêfa min ji vî beradayîyî re nehatîye.
Cahil, nezan, bê vîzyon û pragmatîst. Û jixwe ne tu stranbêj e jî.
Qureyekî bêvîzyon!
Ji PDKyîyan re gotîye kerikên mayînan!
Yanî li gorî vê zîhnîyeta teslîmîyetkar ji xêndî wan her kes cahş û fahş û xayîn e.
Hozanê devgome û devşorbe, weha bi fisgenîtî nabe. 
Madem tu ew şêr î, rabe wî sazê xwe bişikîne û here kaleşekê biavêje nav milê xwe û berê xwe bide Qendîla xopan.
Hewal Dûran li benda te ye.
Li welatên Ewrûpayê di nav konforê de serê xwe deyne ser pêsîrên jinan, kêfê li ser kêfê bike û bi vê megalomanîya te jî, zarokên reben û feqîr û belengazan jî herin xwe di ber vê zîhnîyeta teres de bikujin!..

Gotina Dawî
Heger hêla din hebe û li hêla din hûn rastî dê û bavên kezebşewitî bên, ew dê û bav ê bi diranên xwe we ji hevdu çîrçîrî bikin.

rojane mojane nûçe mûçe

Piştî vê dîplomasîyê heger hûn mizgînîya serxwebûnê negihînin, xewn û xeyalên me yê jî bi bindestîya me bikenin.
Û bindestê yê bibe qeder û li ser enîya me bê nivîsandin.

Piştî elektrîka Kemal Kiliçdaroglû qut kirin, Bay Kemal bi jina xwe re bi haweyekî medenî û demokrat dest bi protestoyê kirin û xwe di tarîyê de hiştin.
Bawer nakim îşev xew têkeve çavên Reîs û rakeve; heger ev kul wî nebe hêla dinê...
Çalakîyên bi vî rengî, li nav civakên şareza û medenî digihêje hedef û armanc û mexseda xwe.
Qesr û kulik!
Tahjî û maqûlî!
Reîs û medenîyet!

Li Kadikoyê li qiraxa behrê ciwanên kurd mîna zombîyan govendê digerînin û direqisin.
Wextê dagirkerên meriv ji meriv qeşmertir bin û meriv dilê xwe bibijîne qeşmerîya wan, meriv dibe qeşmerên qeşmeran.
Zîhnîyeta tirkîyetîyê li ser koka ciwanên kurd rûnişt, bi xwe re kultura xwe jî lewitandin, mixabin.
Heyf!

Wextê hûn û tirkek an jî erebek hatin cem hev, bi haweyekî faşîst û nijadperest xwe li ser serê wan qure bikin û netiştekbûna wan bi wan bidin hîskirin;
lewra...
Kurd ji zarokên Xwedê pîroztir in.

Hin nivîskarên kurd her ku bi nav salan de diherin, ji dêvla bikemilin û bistewin, ji nuhciwanên nuh balix bûne bêtir bi haweyekî balix tev digerin.
Dev û qûn cî diguherin pirê caran...

Gotina Dawî
Populîzm ne qedere, tercîh e, lê xuya ye hêdî hedî dibe qeder!



22 Nisan 2022 Cuma

başûristan an kurdistan

Bi wê şaşika sor hûn neheqîyê li serokê sererd û binerd dikin.
Ka ez niizanim bê hûn çi jê dixwazin!
Xwe aciz jî bike, 
biheside jî, 
xwe bixeyidîne û kirasê xwe biçirîne jî, 
ji vir heta mala Xwedê heq e wîî!
Wan tirkên bêbav ew avêtîye wê girava xopan, ji xêndî çend personel û çend esker û çend çawiş û serbazên serpîrek çavên wî bi evdekî din ê Xwedê nakevin!
Û Nêçîrvan û Mesrûr jî bedlên xwe yên îtalyayî li xwe kin, krewatên xwe yên valentîno û versace li dora stuyên xwe bigerînin û qundereyên xwe yên bi fîyaqe têxin nigên xwe û qûna wan erdê negire, bi vir de û wê de zîz bibin; 
geh bifirin herin xwe li nav welatên ereban deynin, şêx û mezin û serekên ereban bi tereheyên sor wan pêşwazî bikin û di hotelên 5-6-7 stêrk de kêfê li kêfê biqewitînin;
geh bifirin herin Parîsê, li retorantên Hotel Şenalîzeyê bi serekkomarê Fransayê Macron re şerabên Bordoyî vexwin;
geh derbasî Londrayê bibin, bi Borîs Johnson re li hespên îngiliz siwar bên û li sikak û kolanên Londrayê bigerin;
geh bifirin herin li Amerîkaya xopan bibin mêvanên xalê me Joe Bîden û li qesra spî bi hev re goştê berêz bixwin û bi vexwarina şampanyayê re çeqilkêf bibin  
û em rabin bibêjin çima serokê sererd û binerd xwe aciz dike, diheside, dixeyide û kirasê xwe diçirîne!
Weleh wa ye dîsa bi xwe kare û dil milê wî nasekine!
Kî di şûna wî de bûya, nuha ji zû de bûbû Baba Tahirê Uryan û şûtûrût xwe li çol û çîyan qewimandibû. 
Rebeno!
Serê sibehê çavê xwe vedike, eskerekî qûncilikî dibîne.
Nîvro wextê firavîn tê, dihere bi memûrekî îstixbaratê re firavînê dixwe. 
Heta dibe êvar û tarî dikeve erdê, radihêje şewqa xwe, dihere li qiraxa behrê rûdine, bi wê şewqa xwe ya eyretî hewl dide masîyan bigire, lê masîyên digire jî, pisîk tên bi dizî jê didizin û dixwin. 
Tehba Xelef çû ber telef!
Bi şev piştî xew digire ser çavan, radibe xatir ji çawîşekî belengaz dixwaze û dihere serî diavêje xewê, radikeve, 
lê vê carê jî, heta xew dikeve çavan Nêçîrvan û Mesrûr ji ber çavên wî wenda nabin; 
Kurdistan Kurdistana Nêçîrvan û Mesrûr di hundirê serê wî de olan dide; xew lê dibe xem!
Û ku lê dibe sibeh jî, 
bi azana Melê re ji xew çeng dibe ser xwe, bi çavên ji bêxewî werpişî bûne şîyar dibe û bê destmêj radibe dihere nimêj dike.
Etehyato çawa lê hato!
Û em dibêjin ev reben çima ew qasî xwe aciz dike!

Gotina Dawî
Heger ne derew be, ez dibêjim ew ê ji vê dîplomasîyê tiştek bizê!
Lê...
Em ê nav bikin Başûristan an em ê bikin Kurdistan, heger em nemirin, bi hev re em ê bibînin.

21 Nisan 2022 Perşembe

tac û serî

Gav bi gav ber bi Kurdistaneke azad û serbixwe ve...
Heger vê carê jî nig ji ber me nere û em neşemitin, 
yan jî em lê neşemitin, bêhna serxwebûnê ji axê difûre.
Zarên bavan nasekinin!
Geh li Erebîstanê ne, geh li Amerîkayê ne, geh jî li Fransa û Brîtanyayê ne.
Dinya diguhere û êdî bi guhertina dinyayê re kurd jî aqilê xwe diguherin.
Û aqil taca zêrîn e, kî heq bike, ew ê here xwe li serê wî deyne.
Gelo serî amade ye ji bo tacê?
De ka bila tac xwe bigihîne serî, serî yê bi xwe bibêje, "Amîn!"

Gotina Dawî
Sedsalek bi erdê ve çû, lê kurd ê heyfa sedsala çûyî ji vê sedsalê derxin, heger tac xweş li serî rûne!..

20 Nisan 2022 Çarşamba

berê gotin hebû

Min got: 
-Berxê, hêdî hêdî hewa germ û xweş dibe. Bila piçekî din jî germ û xweş bibe, ez ê werim Dîyarbekirê.
Got:
-Ma di kelekela germa Dîyarbekirê de çi karê te li vir heye, gêjo! Dîyarbekir nuha xweş e; her der şîn û şên e û jixwe tav jî zêde ne tûj e, meriv naxwaze ji ber rabe. 
Min got:
-Xem nake. Em zarokên rojê ne û zarokên rojê jî ji germê hez dikin.
Got:
-Êdî em ne zarok in û em çavên xwe li sî û sîberan digerînin. Û jixwe di germê de...
Sekinî, xwezîya xwe daqurtand û berdewam kir:
-Beden bedenê tehamûl nake! Di wê kelekela germa Dîyarbekirê de, ji pevşabûna bedenan tenê xwê û xwêdan dizê.
Li ser hevoka dawî ez piçekî fikirîm; xwe bi xwe min got helbestvanek sed û salekê bifikire ew ê metaforeke weha neyê hişê wî.
Min got:
-De bi xêr ku ez hatim Dîyarbekirê em ê du qedeh araq bi hev re vexwin.
Kenîya; ji ber ku dereng bersiva wê gîhaşt min, min wer texmîn kir. Nizanim belkî jî nekenîyabe.
Got:
-Di emr û heyata xwe de min araq venexwarîye. Nizanim!
Min got:
-Qey tu misilman î!
Got:
-Na, ne ji ber misilmantîyê; min hîç meraq nekirîye.
Min got:
-Agir bi mala te nekeve! Pêxember ji misilmanan re dibêje, "Îmana xwe bi min bînin û di rêya Xwedê de îbadetê bikin, wek xelat li hêla din (qesta wî ji hêla din, bihuşt/cenet e) ez ê di kefa destên horîyan de araqê bidim we û tu jî rabûyî ji min re dibêjî ez araqê venaxwim.
Min texmîn kir, him xweşîya wê çû û agir bi bedena wê ket, him jî bi mizawirî bişirî, lê bersiv nehat. 
Min got:
-Ya pevşabûnê dike pevşabûn araq e; bi araqê meriv bi ber pêlên şehwetê ve dikeve û di nav arezû û zewqê de avjenîyê dike. 
Û ziman singê xwe rakir...
Min got:
-Carekê ez mêvanê hevalekê bûm. 
Li şaneşînê em rûniştine, em şîvê dixwin.
Havîn e û ji mehan jî hezîran e. 
Piştî sura wî bayê li şaneşînê xwe li nav çavê me diqewimand û bi tesîra wê şeraba sor rehên canê me ji ser hev çûn, hew me xwe dît em her du jî şilfîtazî li ser nivînan in.
Û qedehên me yên şerabê jî di destên me de...
Memikên wê ne pir mezin bûn; mîna du purtuqalan, du purtuqalên nuhgîhaştî...
Min qedeha xwe piçekî xwar kir û bi dor min serê her du memikan di nav wê şerabê dakirin û mîna gêjekî sersem ez xirpişîm ser wan memik û sermemikan, min mêtin û hey mêtin...
Li hêla din çi diqewimî, nizanim, lê piştî kêlîyekê bersiva wê li ser ekrana telefona min xuya bû.
Got:
-Xwezî nuha ez di himbêza te de bûma!..

Gotina Dawî
Carinan tenê hevokek dibe tevnek û li ser wê tevnê meriv bi haweyekî fantestîk xeyalan dirêse...

futbol beyoglû û bîranînên nuhciwanîyê

Ji qewla kalikê me Hecî Evdo, îroj roja tipê bû. Nizanim ji ku hat xwe li hişê min qewimand, ez rabûm ji malê derketim û piştî siwarbûn û peyabûna çend wesayîtan min xwe avêt Beyoglûya xopan; jixwe stada Kasimpaşayê li binîya hotela Pera Palasê ye.
Ax Pera, ax!
Te gelek caran himbêza xwe ji rewşenbîr û zanayên kurd re jî vekiribû; ew odeyên te ji eşq û arezûya gelek kurdan re bûn hêlînên arezû, şehwet û romantîzmê...
Belê, îroj maça Kasimpaşa û Adana Demîrsporê bû.
Himm!
Wek ez di dilê we gelek hevalan de bim, nuha hûn xwe bi xwe bi deng dibêjin, "Weyla te di min nîyho, Devliken! Ma çi karê te heye li ber temaşeya wan tariş û temaşeyan!"
Kêfa min ji tîma Adana Demîrsporê re jî tê, ji Balotelî re jî.
Û jixwe dema xwe bi xwe dilîzin, ew nijadperestî û hovîtîya wan a fahş xwe nade der!
Stada Kasimpaşayê di ber bêvila Beyoglû/Taksîmê de ye; berî maçê jî piştî maçê jî heger dilê meriv bixwaze, meriv dikare demeke xweş jî derbas bike; bi tenê jî bi cot jî...
Çendî wek alîgirekî Adana Demîrsporê çûbûm di nav alîgirên Kasimpaşayê de rûniştibûm jî, ma qey min diwêrîbû xwe kifş bikira!
Lê jixwe hewce jî nekir. Kasimpaşayê çar golên qut û gilover gindir kirin; ew çar gol li ser dilê min û futbolîstên Adana Demîrsporê tirş kir.
Berî maç biqede, ji bo bi wê qelebalixîyê nelewiqim, ez rabûm ber bi derîyê stadê ve meşîyam, lê berî ez derkevim, ez li Devlikenê biçûk hayil bûm ku zixtan li min dide. Ez di nig de vegerîyam, min berê hespê xwe da tuwaletê.
Ji xêndî min ciwamêrekî din jî serê wî di ber wî de helkehelka wî bû, hewl dida bimîze. Lê ka çima, wek ku dikir nedikir wê mîzê xatir ji kîrê wî nedixwest; rebeno di ber kîrê xwe de reş û şîn dibû lê nedibû, dikir nedikir bi ser nediket. Dilê min pê şewitî. Hew mabû ez dev ji kîrê xwe berdim û herim bi serê kîrê wî bigirim û kil bikim da kêlîyek berî kêlîyekê wî ji wî ezabî xelas bikim.
Berî ez doxîna xwe bişidînim anku fermûara xwe bikişînim, min dît ciwamêr serê wî di ber de, bi haweyekî liberxweketî zîvirî, çû.
Û ez jî, heta niquta dawî jî ji binê kun vala nebe ez hey bi serê kîrê xwe digirim û bi vir de û wê de kil dikim, dihejînim.
Axir, karê min jî qedîya û ez jî derketim.
Li devê derî bêhna kofteyan ji ser tebleyê difûrîya. Bi qasî ez ji wan kofteyên seyarfiroşan hez dikim, ez Ew qasî ji kofteyên restoranta hez nakim. Çendî ne belî ye goştê çi ye û paqij e yan ne paqij e jî ez wan kofteyan bi kofteyên restorantê luks û hîjyen nadim.
Erê weleh, min nêt xera kir li çav û dil zikê xwe bikim dawet lê ji malê telefon kirin...
Li malê şîv hazir bû û li benda min bûn.
Axir, kêfa min li min qewitî û min serê xwe bera ber xwe da û bê silav di ber wan kofteyan re bihurîm. Heta ez gîhaştim ser rê jî bêhna wan kofteyan bang dikir û nifir li ser min dixwend.
Min kofte jî bêhna kofteyan jî li paş xwe hiştin.
Di nav wan kuçe û sikak û avayîyên Tepebaşîyê yên kevnare ku li her derê meriv ilhez li şopeke rûm, ermen an jî cihûyan dihilkume re meşîyam û derketim ser kolana Îstiklalê û hîç nesekinîm, ji Tunelê min xwe bera wê kolana tengik a xwe digihîne ser pira Galatayê da.
Li nêzîka derîyê xêrê (kerxane) wek deh kes bi min biqurincin, ez veciniqîm û bi xweber serê min bi hêla wê sikakê ve zîvirî û ez çûm nuhxortanîya xwe:

Piştî şîvan bû.
Ez û çend hevalên xwe yên mîna min namzetên tolazîyê, me da tengala hev û li ser rûyê wê kolana Îstiklalê me xwe li nav pêlên qelebalixîyê qewimand.
Em nuh hatibûn Stenbolê û mîna berxê maka xwe wenda kiribe çavên me di serê me de dilîstin; mîna lonkizan vêketibûn û çûriskên qûndetîyê ji wan difûrîyan.
Wextê di wê kuçeya tengik de em berjêr bûn, teperepa dilê me zêdetir bû. Em nuh ketibûn hîjdehsalîya xwe û rişma gayê tî ji destê me filitîbû.
Mala nobedarê ber derî ava be, li nasnameyên me nepirsî; heger bipirsîya, yekî duduyan ji me yê pê bigirta, lewra hinan ji me hîn huvdehsalîya xwe tije nekiribûn û neketibûn hîjdehsalîya xwe.
Mîna gurên har û birçî ên xwe li nav kerîyên pez qewimandibin, çavên me li ser sîng û berên jinên nîvtazî digerîyan. 
Hew min dît ji nav wan jinan bala yekê li ser min e û ziq li min dinere. Bala min jî kişand wê jina nîvtazî ya şehwetkar. Bêyî îradeya min awirên min jî li ser wê asê man.
Û ji nişka ve hêdî hêdî bi gavên togane ber bi min ve hat. 
Êdî hevalên min ji min dûr ketibûn, ez mabûm li pey wan. 
Hat bi bişirîneke têrşehwet bi destê min girt û ez ber bi hundir ve kişandim. 
Ji bo ez li dikika ber derî nehilkumim min li ber xwe nerî û gava xwe avêt. 
Wê kêlîyê ji bêhna parfuma wê serî li min gêj bû, hindik mabû ez ji ser hişê xwe ve herim, lê destê xwe li destê min pêçabû.
Û em bi hev re derketin jor...
Ji heyecanê teperepa dilê min xwe gîhandibû zimanê min, ziman bi zorê digerîya. Heta wê kêlîyê jî çavên min li jineke tazî neketibûn. 
Lêvên têrgoşt û zepitî, çavên çakarî, mijangên tenik û dirêj, birûyên kemanî, pozekî di xwêya xwe de, stuzirav, porzerî û du memikên gilover...
dora sermemikan bi rengekî nîvkahweyî û nîvçakarî xemilî...
Ma hewce dike ez qala navik û binnavik û berzik û binberzikê bikim?
Off û off!
Tew ew ten û beden!..
Xweşgenimî û şahîk; çavê meriv bi mûyekî nedibû, heger te mîkroskop li ser bigeranda, tenê mûyek jî bi ber nediket.
Lêvên min ji ser hev çûn; dengekî fedîyok lê qûndetîyeke nerm û xam jê difûrîya, "Pere, pereyê min tune ye. Ez û hevalên xwe jixwe hatibûn; tenê ji bo gerê em hatibûn. Nêta me ya..."
Nehişt ez peyva xwe bi dawî bikim. Hat xwe bi min ve zeliqand û bi haweyekî nazenîn bi destê xwe kincên min ji min kirin. 
Destê wê digîhaşt ku dera min, wê dera min di mejîyê min de erdhej çêdikir. 
Devê xwe ber bi guhê min ve anî, nefeseke şîrgerm xwe li nav çavê min qewimand. Heta wê kêlîyê jî kîrê min mîna xîlika elokan bi ser stuyê xwe de daliqîyayî bû. Bi tesîra wê nefesê re hêdî hêdî ew gayê girêdayî bi nêrtîya xwe hisîya û xwe rakişand, singê xwe rakir.
"Huşş deng meke! Îşev tu mêvanê min î; em ê ji kîsê min bixwin, şeveke din jî em ê ji kîsê te."
Û kenîya, hakehakeke qahpikane li hundirê odeyê olan da.
Dû re ez ber bi xwe ve kişandim û pişta xwe spart bahlîfan. Destên xwe li min pêçan, ez di himbêza xwe de guvaştim û serê min di nav memikên xwe de dewisand. Bi qasî deh deqeyan em wer man; ne ew peyivî ne ez, tenê carê pozê xwe dixist nav porê min û ew bêhn dikişand hundirê xwe.
Û ji nişka ve ez hêç ketim...
Ez bûm pilingekî hov ê birçî û li ser sîng û berên wê xezalê derketim nêçîra zemên; di nav çar dîwaran de, li ser sîng û berên wê xezalê ziman di zemên de asê ma.

Erê zemano!..

Ji wê kolana tengik min xwe gîhand ser pişta Karakoyê. Berî ez derbasî hêla vapûra Kadikoyê bibim, min li hêla pira Galatayê nerî û bi bişirîn silavek şand ji mîrê zimên Celadet re. Qajewaja qaqlîbazan û qarewara vapûran tev li hev bûn. Di bin wê qajewaj û qarewarê de ez ber bi vapûrê ve meşîyam. Bi zorê min xwe gîhand ser vapûrê.
Û vapûrê mîna marekî pêlên behre ji hev qelaştin û ber bi Kadikoyê ve surikî... 

Gotina Dawî
Min ev nivîs doh nivîsandibû, îroj ez bi we re par ve dikim...


19 Nisan 2022 Salı

heger ne fen e ev çi ben e

Apocîyan di xendekan de çi stratejî meşand, îroj li başûr jî li pey wê stratejîyê ne, mixabin.
Erê, şaşî û kêmasîyên başûrîyan jî hene, lê eşkere ye apocî taşarontîya dewletê dikin; jixwe serokê wan jî bi devê xwe dibêje û her tiştî piştrast dike. 
Yên nebihîstine dikarin herin serî li youtubeyê bixin; li wir mîna kewê gozel ji komûtanê tirk Atîlla Bînbaşî re dixwîne...
Haa! 
Başûrî sîyaseteke başûrane dimeşînin an sîyaseteke kurdane, li pişt perdeyê çi diqewime, em nizanin, lê tav li jor e û îlhez ew ê rojekê bide qûnê; wê çaxê jî kî berx e kî beran e, bi hev re em ê bibînin.

Û malbata barzanîyan!
Ji nuha heta du-sê salan heger barzanîyan karta xwe ya serxwebûnê derxist û mîna dewletên alemê Kurdistan jî serbixwe û azad bû, jixwe ew ê bibe û bi hev re em ê ji stratejî û dîplomasî û fedekarîya barzanîyan re li çepikan bixin; 
heta hetayê em ê vê qencî, qehremanî û fedekarîya wan ji bîr nekin.
Na...
heger ji nuha heta du-sê salan ava nebû, jixwe êdî ava nabe û ez ê hêvîya xwe ji serxwebûnê bibirim 
û malbata barzanîyan ê jî di çavê min de bibe mîna apocîyan û hûn sax!

Gotina Dawî
Hoo barzanînino!
Ji bo xatirê serxwebûnê, em ê çavên xwe ji zengînîya we re jî, ji konfora we re jî, ji gendelî û neheqîyên li wir diqewimin re jî bigirin, 
lê...
wek min got, 
ji nuha heta du-sê salan em ê xwe li xew dînin!
Tenê du-sê sal...

Gotina Herî Dawî
Heger kesayet têr be, bi wê terbîye û perwerde û vîzyonê ez dibêjim qey hûn ê çavên xwe bera textekî zêrîn nedin.
Nêçîrvan jî Mesrûr jî di zemanekî dijwar de ji êşê welidîn. Zaroktîya wan li ser çîyayên Kurdistanê bi têkoşîn û şer bihurî. 
Li ber çavên wan bi hezaran nas û dost û merivên wan mirin/hatin kuştin!..
Piştî Kurdistan ji Iraqê veqetîya û bû nîvdewletek, êdî giranîya xwe dan ser xwendinê; 
ji bo siberoja xwe; 
xwendin, perwerde bûn û bûn xwedan vîzyon.
Bi wê vîzyonê dîplomasî meşandin/dimeşînin da sibê mizgînîya serxwebûnê bigihînin.
Wek min li jor jî got, heger kesayet têr be!..
Na...
Heger kesayet birçî be, textê zêr jî wê kesayeta birçî têr nake.
Mixabin!

17 Nisan 2022 Pazar

kurdistan

Ma çend Kurdistan hene?
1?
2?
3?
4?
Heger 2+2=1 be, 
wê çaxê Kurdistana başûr çi ye?
Qey zor e hûn bibêjin Kurdistan?
Yan jî...
heger ilhez hûn ê tiştekî pê ve kin jî, bibêjin, 
"Başûrê Kurdistanê" 
Haa! 
Hêlên din hîn jî çima ne azad in, ew jî ne qebheta "başûr"ê Kurdistanê ye!

Gotina Dawî
Binhişîya we, we dipeyivîne anku binhişîya we, we dide dest;
ji ber vê jî...
hewce ye ewil hûn binhişîya xwe paqij bikin,
dû re...
bizirên neteweperwerîyê li ser binhişîya xwe bireşînin.
Heger na...
di navbera we û dagirkerên we de tu ferq namîne!..

16 Nisan 2022 Cumartesi

duayê piştî heramê

Ez ê îşev ji we re nenivîsînim; jixwe bi xwe re jî nabînim.
Ya rast, dilê min hebû ez îşev ji rojevê dûr ji we re qala bîranîneke xwe ya nîvromantîk, nîveroktîk bikim, lê ez fikirîm, min got nabe; ji xêndî yên mekroh û tirole, hin şêx û sofî û mele jî min dişopînin û bi dizî dixwînin, di vê meha remezanê de ez gunehên wan nexwim stuyê xwe. 
Wek hûn dizanin, ew ji yên mekroh û tirole nefsteniktir in û ez nikarim di bin gunehên wan de rabim.
Ka bila remezan bi pişt keve, ez ê dilê xwe û we rehet bikim.
Axir, ez herim ji xwe re rakevim, sibê dîsa azmûn heye.

Gotina Dawî
Maşalê îşev, ber destê sibehê Şeytan bi min nekene. Lo heger bi min nekene jî, bi "heramî" ez ê xwe li derve biqewimînim û bi avêtina her gavekê re ez ê duayekî bixwînim.

15 Nisan 2022 Cuma

dîwaro min ji te re got

Min nizanîbû meriv tûrikê xwe tije kitêbên xwe dike û ji bo reklam û danasîna kitêbên xwe derî bi derî digere.
Heger meriv kurd be, normal e, lê dîsa jî ne ehlaqî ye,
bi min!..

Vê remezanê em neçûn me li binê konekî fitaran zikê xwe têr nekir. 
Xuya ye îsal qirîzê bi konên fitaran jî ve daye; salên berê li ser û binê her taxê meriv pêrgî konekî dihat.
Û Remezanên bi remezanan xwe qure dikir!
Îsal me pê girt!
Çendî rojîyê negirim jî, xwarina li binê wan konan pir otantîk bû.

Ez di xêr û kêfa biskilêtê nim!
Doh bi qasî seetekê min biskilêt ajot, îroj ji ber êşa qûnê nikarim rûnim; hestîkên qûna min jan didin!

Belê, şerê ûris û ûkraynayîyan jî dewam e; her diçe li hev germtir dikin.
Xuya ye KGBya Pûtîn meseleya ûkraynayê xweş nepîvaye û hesab nekiriye.
Berê,
dema qala KGByê dibû, çong di bin meriv de sist dibûn û difisîyan, lê xuya ye Amerîkayê qûş li wan qetandîye.
Hevrê Pûtîn pê girt!
Hesabê wî yê malê û sûkê li hev derneket...

Gotina Dawî
Av dikele lê kî yê di nav de biqele!

xaliqê û gûyê rêzbûyî

Evdilxaliq, bi navê xwe yê resen ê ku nas û nenas hemû jê re dibêjin "Xaliqê" şofêrê minîbusa gund e.
Xaliqê yekî ji zikê xwe hez dike; bi ser zikê xwe de mirî ye. 
Ziktilêrekî Xwedê ye. Ji ber mezinbûna zikê xwe, heger nere li ber mirêkê nesekine û li nav nigên xwe nenere, sed û salekê jî hayê wî ji kîr û gunê wî çênabe.
Axir...
Rojekê xanima wî kutilkan çêdike. Û tu Xaliqê jî di nav kutilkan de bikelînî, jê têr nabe.
Xaliqê wê êvarê tam pêncî heb kutilk dixwe; zik lê dibe teşt û hema bêyî ku rabe here avekê li destên xwe bike, piçikekî ji sifreyê wê de li ser kulavê hirî xwe li ser piştê dirêj dike. 
Ji nişka ve dibe teqereqa derî, hinek li derî dixin.
Jina Xaliqê radibe dihere derî vedike. Zarokekî gundî li ber derî sekinî ye. 
Serê xwe di ber derî re dirêj dike, dibêje, "Xalê Evdilxaliq, bavê min got bila xalê te Evdilxaliq minîbusa xwe zû bîne û were; em ê berbûyan bibin mala bûkê." 
Xaliqê bêyî mahdê xwe, bi mirûzekî tirş di ber xwe de nahletekê li çavê Şeytên tîne û radibe ser xwe; di bin tilêra zik de bi zorê dimeşe. Heger te di tarîyê de ew bidîta û te nizanîbûya zilam e, teqez te yê bigota jin e, avis e û di meha xwe ya heyştan de ye.
Axir, Xaliqê dihere li minîbusa xwe siwar tê, ji mala berbû lê ne radihêje berbûyên xwe û minîbus ber bi mala bûkê ve bi rê dikeve.
Ne rê tu rê ye, ne jî rewşa Xaliqê tu rewş e; her ku tekerên minîbusê di ser koncalekê re derbas dibin, minîbus diheje û ew hejandin tahdê li zikê Xaliqê dike. Hindik maye Xaliqê bi xwe de birî...
Xaliqê difitile ser xortê kêleka xwe, ji xortê kêleka xwe re dibêje, "Kuro law, şofêrtîya te heye, tu dizanî bajo?"
Xort dibêje, "Erê xalo, çawa! Ez dikarim teyarê jî bajom!"
Xaliqê qûna xwe ji ser qoltixê bilind dike, dibêje, "Zû were qûna xwe deyne dewsa min û bi dîreksîyonê bigire."
Xort çawa dewsa qûna xwe xweş dike nake, bi lez û bez Xaliqê qûna di cama minîbusê re derdixe û li ser rê direşîne; mîna hespê bi çargavî dibeze û bi xwe de berdide, li pey hev rêz dike...
Ji xêndî Xaliqê minîbuseke din jî ji bo berbûyan di rê de ye, lê ji ber ku Xaliqê berî vî şofêrî xwe digihîne nav gund, hevdu wenda dikin.
Şofêr jî xerîb e, rê baş nas nake. 
Digihêje nav gundekî li ser rêya gundê bûkê ye, pê li firênê dike, minîbûsê disekinîne û ji xortê li ber dikanê ye dipirse, dibêje, "Xorto, ew minîbusa berî min di vir re derbas bû, bi ku de çû gelo?"
Xortê dikandar dibêje, "Xalo, hema vî gûyê li ser vê rêyê rêz bûye bişopîne, ev gû yê te bibe di wir re derxe..."

Gotina Dawî
Ji salên 80yî vir de serokê sererd û binerd rêzdar û bi ser de sayin Evdile Ocalan jî li ser paktî, nezanî û keda kurdan xwar û xwar û rî û reşand.
Û kurd jî her li ber bêhna wî gûyî ji ser hişê xwe ve çûn û bi cizmê ketin!..
Hîn jî bi cizbê dikevin, mixabin!

Gotina Herî Dawî
Hin ji me bi bêhna sêvê çûn, hin ji me bi bêhna gû...

13 Nisan 2022 Çarşamba

gotin

Ronakbîrino!
 Entelektuelino!
Zananino! 
Nivîskarino!
Hunermendino!
Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bextê xwe navêjin; 
bi haweyekî bêminetî zimanê xwe û qelema xwe têxin bin xizmeta mejîyê xwe 
da fikir û nerînên azad biwelidin.
Û fikir û nerînên azad serxwebênê bi civakan şêrîn û xweş dike.

Li bin esmanê bêstûn Xweda, li ser rûyê erdê zilm û zordarîya tirk û ereb û farisan!..
Hoo Xweda!
De ka ji kerema xwe re tenê du seetan wî textê xwe bispêre min...
Bi pifekê ez ê kevir li ser kevir nehlim û me ji hêsîrtîya te xelas bikim!

Gotina Dawî
Carinan gotin ji hukm dikeve ji ber bêkesayetî û durûtîya xwedîyê xwe!..


12 Nisan 2022 Salı

pkk a kê ye

PKKya Tirkîyeyê.
PKKya Îranê.
PKKya Rûsyayê.
PKKya kurdan.
Hin ronakbîr û zanayên kurd ka bi zaneyî ye yan bi nezanî ye, PKKê kategorîze dikin û bi teorîyeke weha radibin serî li xwe jî, li kurdan jî tevlihev dikin.
PKK, wek ku serekê wê Evdila Ocalan bi devê xwe dibêje, "Di rêya berjewendîyê de anku bi şertê her du alî jî qezenc bikin, kî çi ji me bixwaze, dikare bi me re peywendîyê deyne."
Erê, belkî eşkere nabêje em taşeron in, lê ji gotina wî ev kifş dibe.
Ka îja ez ji we re meseleya "PKKya kurdan" ta bi derzîyê ve bikim.
Lê ji bo em baş ji hevdu fahm bikin, hewce ye ewil em PKKya legal anku HDPê tehlîl û kategorîze bikin.
Kerem bikin, ewil bala xwe bidin kurdên hur/resen ên nav HDPê bê di çi rewşê de ne!
Mîna gêrîkên karker ên tenê ji keybanûya gêrîkan re dixebitin û xizmetê dikin, kurdên hur/resen ku em dikarin van kurdan wek kurdên netewperest jî bi nav bikin, ew jî tenê dixebitin û xizmetê ji efendîyên xwe re dikin.
Efendîyên wan jî, di hêlînên xwe yên bi konfor de di navbera wan û dewleta dagirker de tenê li ser êş û jana wan tucaretê dikin.
Kurdên HDPê yên netewperest her li pêş in:
Di meş û çalakîyan de ew in!
Di hefs û zindanan de ew in!
Di hefs û zindanan de yên birçî û belengaz ew in!
Di hefs û zindanan de yên bêkes û bêxwedî ew in! (Ji xêndî dê û bavên wan ên kezebşewîtî kes bi ser wan de naçe nayê)
Di êşkencexaneyan de yên ber xwe didin, ew in!
Yên dê û bav û zarokên xwe li ber dîwaran stuxwar dihêlin, ew in!
Piştî ji hefs û zindanan tên berdan, bi bedeneke seqet, bi ruhekî birîndar, bi hêvîyên têkçûyî dîsa ji bêçaretî yên li bin guhê dîwan dikevin, ew in!
Û...
Yên li ser ked û xizmet û fedekarîya van belengazan tucaretê dikin, dixwin, diçêrin jî belî ne bê kî ne jixwe.
Yên di nav HDPê de xwedan erk û xwedan wezîfe...
Ji van kesan ji sedî nod û neh hemû populîst in, megaloman in, konformîst in, tucar in.
Hemû di xanî û qesr û vîlayên luks de dijîn û ne ji gera xwe dimînin, ne ji kêfa xwe dimînin. 
Û zarokên hemûyan ji zîhnîyeta kurdîtîyê dûr, li Tirkîyeyê di kolejan de, li welatên Ewrûpayê di zanîngehan de dixwînin; mîna ciwanên ewrûpîyan li ber pêlên jîyaneke lumpen bi vir û wê de diqulipin...
Bi kin û kurmancî, 
derd û xema van kesan ne kurdî ye, ne kurdîtî ye, ne jî Kurdistan e; 
jixwe pirê wan li dijî kurdî ye û bi kurdî jî najîn.
Konfora van kesan li ser esas û temelê Tirkîyeyê bilind dibe. Tirkîyeyeke perçebûyî li dijî konfora van kesan e, 
loma jî heta ji wan tê hewl didin kurdan di nav zîhnîyeta tirkîyetîyê de bimehînin anku bi haweyekî asîmilasyonîst kurdan entegreyî tirkî û Tirkîyeyê bikin.
We got, PKKya kurdan!
Li hespên xwe yên spî siwar bûn û ber bi xeyalên xwe yên nîvcomayî ve pengizîn!
Hin ji wan bi destê dagirkeran hatin kuştin!
Hin ji wan bi destê "heval"ên xwe hatin kuştin!
Hin ji wan li ber serê hevalên xwe yên şehîdkirî, bûn nîv însan û hew bi ser hişê xwe ve hatin!
Hin ji wan mecbûr man, revîyan, çûn xwe li çîya û newal û zinaran qewimandin; 
hin mirin, hin hatin kuştin, hin jî wenda bûn, heta hetayê man bêdeng!

Gotina Dawî
Ne dagirkeran, xwefiroşan, dozfiroşan, zimanfiroşan, welatfiroşan mala kurdan xera kir!



11 Nisan 2022 Pazartesi

destbiraktîya dil û mejî

Îslam jehr e û dijminên kurdan ên îslamî bi vê jehrê kurdan dikujin, qir dikin!
Jehrkuj anku panjehra vê jehrê jî, qewmîyetî, kurdîtî, neteweperestî ye!..
Heger kurd ji "bira"yên xwe yên îslamîst dûr nekevin/nesekinin, heta hetayê ew ê di bin desthilatîya wan de zilmê bibînin.
Loma jî...
Hoo serek û rêber û berpirsên kurd!
Kirasê îslamî ji xwe bikin da hûn ji civaka xwe re bibin jehrkuj!

Min got:
"Ha jinê!" Ji rewş û tevgera te dîyar e dilê te heye tu bizewicî!
Got:
"No lo, çi zewac! Zewac dûrî min e!.."
Min got:
"Xwezîya min ne bi wî quzê te!
Êşkencaya tu bi wî quzî dikî, tirkan ew êşkence bi kurdan nekiriye! 
Li vê dinyaya gewrik ne te hişt rebeno xwe nas bike, ne jî te hişt kes wî nas bike! Çawa hat, ew ê werê jî xatir bixwaze û here. 
Heyf! Heyf! Heyf! 
Lê heger te bihişta, ew ê gelek bîranîn di xwe de veşartana û bi bextewarî bi xwe re bibirana û biçûya. 
Axir... 
De hêvî dikim li hêla din-ew jî heger hebe-, Nûrîyek te bispêre Nûrîyekî û ew agirê li vir tu pê şewitî, li wir bibe nûr û Nûrî li te bibarînin."

Gotina Dawî
Bidin pey dilê xwe û li paş xwe nenerin; dil rêberê bextewarîyê ye, heger bi mejî re destbirak be!..

heyf an ne heyf

Weleh carinan heqê hin hevalan heye meriv here li gotûbêj û çalakîyên wan ên edebî/hunerî/civakî/kulturî guhdarî bike, lê ji ber meriv naxwaze çav li hin tîpên patolojîk bikeve, meriv bi nigên xwe re dixeyide.
Ew tîpên bi eslê xwe bêkesayet lê hewl didin xwe wek entelektuel û rewşenbîran nîşan bidin...
Ax ax! 
Heger em bi xwe re nexeyidin, ji ber van bêkesayetan em dikarin ji kurdbûna xwe jî bixeyidin.
Ev tîpên ecêb, tu yê sûnd bixwî dola qantiran in!
Lê qantir jî zurîyet bi pey wan nakevin!..

Tu devê kê vedikî, dibêje, "Bi alîkarîya Xwedê!.."
Lê...
Êdî Xwedê bi xwe hew bi kêrî xwe tê, mixabin.

Û ji qewla ciwamêrekî gawir ji 1453an vir de anku ev 569 sal in tirkan Stenbol dagir kiriye û Stenbol di bin dagirkerîya tirkan de ye, lê hîn jî ev teresbav li Stenbolê bi cî nebûne; tu berê xwe didî ku, înşeat; tu di ku re derbas dibî, tehmîr û tehdîlat...
Ma qey bira jî Xweda Xweda bûya, hûn tirk diwelidîn!

Gotina Dawî
Lê helal be ji wan re, heger bi çi haweyî be jî, bi salan e ev ehmeqên teres li ser serê me desthilat in û em jî xwelîya bêkerîyê li serê xwe dikin!..
Ez ê bibêjim "heyf!" lê weleh ne heyf e; qey em heq dikin/heq nakin dewletekê!..

10 Nisan 2022 Pazar

çep û rast paşopê û pêşopê

Teorîyeke klasîk heye, jixwe kêm zêde yên piçekî bêhna hubrê ji tilîyên wan difûre, hay ji vê teorîyê hene...
Heger di odeyeke tarî de tu çavên xwe li pisîkeke reş bigerînî, ev felsefe ye.
Heger di odeyeke tarî de pisîkeke reş tune be jî tu rabî çavên xwe lê bigerînî, ev metafizîk e.
Heger di odeyeke tarî de pisîkeke reş tune be, lê dîsa jî tu rabî biqêrî û bibêjî min min ew dît, ev dîn e.
Heger di odeyeke tarî de tu bi fenerê/fanosê li pisîkeke reş bigerî, ev zanist/ilm e.
Heger li welatê te, li ser axa te, zimanê te qedexe bikin, hebûna te bê înkarkirin, stranên te, çîrokên te, destanên te, efsaneyên te biguherin bikin ên xwe; her cara tu serê xwe rakî û bibêjî ez û ew jî te bikujin, di zindanan de êşkenceyê bi te bikin, te ji ser axa te celî bikin, bi hesreta welatê xwe li welatên gêwir tu emir derbas bikî û di ser vî derdê bêderman re tu pê li her tiştî bikî/çavê xwe ji her tiştî re bigirî û bibêjî, "Bijî biratîya gelan!" ev jî apocîtî ye.
Encam:
Dîn û apocîtî bi havênekî meyane û her du zîhnîyet pir dişibin hev.

Kesên li pêşîya navê xwe "mamoste, hozan, helbestvan, nivîskar, doktor, profesor" dinivîsînin, qey hûn bi sekn û helwest û kesayeta xwe ne bawer in, hûn radibin xwe diavêjin pişt wan nasnavan?
Yan hûn bi kar û xebatên xwe ne ewle û piştrast in, loma hûn wan nasnavan destnîşan dikin û dixin çavê me?
Ya bi xêr, lê...
Xweda çêke jî, hûn çênabin!..

Gotina Dawî
Çi sîyasetvan û çi rewşenbîr, çi stranbêj û çi hunermend, çi nivîskar û çi helbestvan, bi qasî kesên bi binhişîya xwe apocî ne lê bi sekn û helwesta xwe hewl didin xwe lîberal û serbixwe nîşan bidin, zirarê didin kurdîtîyê, kesên bi her haweyê xwe apocî ne, ew qasî zirarê nadin kurdîtîyê.
Ji ber ku...
Qet nebe meriv beşa duyem nas dike û li gorî wê meriv hewce nabîne enerjîya xwe li wan xerc bike, lê beşa yekem?
Mîna margîse/bukalemûn in; ku der ji wan re xweş be, li wir in; xwe ne ji dêrê dikin, ne ji mizgeftê!..

8 Nisan 2022 Cuma

dilsozî û dilsozî

Em kurd şêrîn û sempatîk in, lê heyran wê şêrînî û sempatîkîyê tenê di ber qeşmerîyê de xerc nekin.
Û kurd ne qeşmer in; jixwe tirkan laz ji xwe re kirine qeşmer, hûn jî qayîşê bi lazan re nekişînin.
Bibin xwe û bila tirk bibin qeşmer û ji we re qeşmerîyan bikin.
Ma hewce dike ez rabim ji we re ta bi derzîyê ve kim?
Yanî nebin teqlît!
Û teqlîtê qeşmerîyê jî ji qeşmerîyê qeşmertir e.
Haa!
Bila qeşmerên bi haweyekî qeşmerî qeşmerîyê dixin bin xizmeta hunerê dilê xwe negirin; jixwe hûn dizanin qesta min kî ne!

Heyf!
Hingî me gir û rik avêt ser tirkan û me enerjîya xwe li giravêtin û rikavêtina wan xerc kir, me tu tehm ji emrê xwe yê çûyî fahm nekir. 
Û emrê me yê çûyî jî emrê me yê herî xweş bû, mixabin.
Nuha em dev ji her tiştî berdin û ji nû ve dest bi jîyaneke nuh bikin jî, bedena ku lê bûye zivistan ê nikaribe xwedîyê xwe bigihîne qonaxên biharî û havînî...
Ax ax tirkino!
Hûn xêrê ji bedena xwe nebînin, tirkino!

Ma tu Alain Delon î?
Dinya ne hêja ye boçika cixareyê!
Lehengê zaroktîya me Alain Delon jî koç kir û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.
Hew Xweda dizane bi di ser kê re derbas bû û nebû!
Hew Xweda dizane bê agir bi navrana çend hezar jinan xist!
Û hew Xweda dizane bi çend hezar jinan di xewn û xeyalên xwe de ji dêvla mêrên xwe ew bera ser xwe da!
Erê, bi zaroktî me bi wî forsa xwe diavêt!..
Ez wek Alain Delon im!
Lê dinya û jinên vê dinyayê ji Alain Delon re jî neman, mixabin!

Heger malbata Barzanîyan bi dil û can Kurdistanekê dixwazin, hewce ye pir baldar û li hal, hereket, tevger û kirinên xwe miqate bin. 
Û her weha ji her gilî û gazinê re jî hewce ye bersiveke wan a maqûlane hebe; 
heger na, tu ferqeke wan ê ji baron û dînozorên bakurê welatê min namîne.
Heger ev nûçeya ji alî rojnameyeke amerîkî hatîye nivîsandin û li ser medyaya sosyal belav bûye rast be, divê du gotinên we jî hebin.
Yek; yan bi belge û argûmanên xwe vê nûçeyê pûç bikin yan jî heger rast be, wek mêran rabin destê xwe li sînga xwe bixin û bibêjin, "Erê, ev tiştên tên îdakirin rast in, lê em vî mal û milkî ji diz û teres û çeqel û keleşan diparêzin da roj were em vî mal û milkî di ber pêşxistin û xurtkirina bingeh û esasê Kurdistanê de bi kar bînin!"
Lê tenê ne bi gotinê, divê hûn bizirên wê bawerîyê li ser dilan bireşînin; heger hûn bêdeng bimînin, ew kurdên bi dil û can li hêvîya Kurdistanê ne, ew ê hêvîya xwe ji we jî, ji Kurdistana we jî bibirin.
Em di dema teknolojîyê de dijîn û tiştek veşartî namîne.
Ka kerem bikin pêş ve werin û ji min xwarzîyê xwe re bibêjin.
Esasê vê nûçeyê çi ye?
Heger rast be, çima rast e?
Heger bêbextî û derew be, bi vê bêbextî û derewê kî dixwaze çi bike?
Min got, fermo!

Gotina Dawî
Kurdistan pir mezin e; loma xew li hinekan diherime!


7 Nisan 2022 Perşembe

mala pîrê gora pîrê

Heger ji nişka ve û bê hemdê kurdan Kurdistan azad û serbixwe bibe, av ê here qûna tirk û ereb û farisan; 
di nava deh salan de Kurdistan ê qayîşê bi Israîlê re bikişîne û her weha ew ê li ber dilê ewrûpîyan jî pir şêrîn û delalî bibe.
Ew potansîyela Kurdistanê heye, 
lê hewce ye kurd jî ber xwe bidin û êdî ne bi aqilê xelkê yê protez bi aqilê xwe û ji bo xwe tev bigerin...
Piştî şerê ûris û ûkraynayîyan rojhilata nêzîk ê bikele; va ye min got, hûn jî li ser dereke xwe binivîsînin...
Lê ne ku ez sêhrbaz an jî medyûm im û agirê bin wê kelê jî min danedaye; 
dilê min zixtan li mejîyê min dixe 
û zimanê min jî berdevkîyê dike ji her du lebatên min ên li xwe heyirîne!..
Neft...
Gaz...
Û tav jî...
Lê ne tenê neft û gaz û tav, hewce ye em mejîyê xwe jî bînin wê astê
û tenê mejî dikare me jî bike şirîkê wê bazarê.
"Bira bira ye, bazar xuya ye!"
Çi eleqeya wê bi meseleya me re heye, nizanim, lê hewce ye di vê bazarê de em nebin mal, em bibin bazarvan.
Te got çi?
Min got, "Hûn rojîyê digirin nagirin, hûn azad in, lê azadî ne mazat e."
Himm!
Ez texmîn dikim, we fahm nekir!..
Jixwe her kes ne mecbûr e ji her tiştî fahm bike;
lewra...
çi tê serê me ji ber vê quretîya me ya nepixî lê vala tê serê me.
Em zirtelîsekî vala ne, loo!
Û çi qasî em xwe binepixînin jî em ê her vala bimînin.
Min goooo!
Rehmetî digot, "Enerjîya xwe bi kesên û bi tiştên tu bi xwe jî dizanî ew ê hîç çênebin re xerc nekin; lewra Xwedê ew werê çêkirine!"
Û neft firîya û tekerên otomobîlan êdî hew digerin...
Çi? We got, "Rehmetî kî ye?"
De guh medê; jixwe rehmetî çûye, bûye rehmetî, ez navê wî bibêjim ew ê bibe çi, ez navê wî nebêjim ew ê bibe çi!
Xweş be meriv di saxîyê de navê hev ji bîr neke û her bibêje.
De axir...
Wer xuya ye, heger bi vê xezebê dewam bike, kapitalîzm ê merivatîyê ber bi serdema paleolitîkê ve kaş bike.

Gotina Dawî
Mala pîrê gora pîrê,
xweştir e ji mala mîrê!

6 Nisan 2022 Çarşamba

xal û xwarzê

-Ha xalo!
-Ooo! Berxê xalo... Ka were rûne, ka...
-Na xalo, ez rûnanim, karê min heye.
-Kuro, ka were taştê li erdê ye, xesûya te ji te hez dike, ka derbas be wey!
-Na xalo, efiyet be ji te re; ez bi rojî me.
-Wîî! Nahlet li çavê şeytên bê! Tew min xwe ji bîr kiribû. 
-Na, xem nake, xalo.
-Kuro, bi serê te ez jî dixwazim bigirim lê...
-Hewce nake tu tiştekî bibêjî xalo. Mî bi nigê xwe bizin bi nigê xwe...
-Kuro, bi telaq a min ne meseleya mî û bizinê ye, ya min...
Bû hakehaka xalo, kenîya.
-Kuro, bi serê te, wextê ez çav li qûna xalojna te dikevim, ji azana melê re deh deqîqe jî mabe, ez nikarim bi xwe, wê gavê ez radibim dixirpişim ser sîng û berên wê. Weleh çi guneh hebe, giş di stuyê xalojna te de ye; tu gunehê min tune ye. 
-Yanî ev kîrê te bûye bela serê te!
-Erê bi serê te. Kîrê min bûye belaya serê min jî, bûye belaya serê xalojna te jî. Rebenê jî bi agirê min dişewite. Bi Xwedê ez nema dizanim ez ê çi bikim.
Xwarzîyê wî serê xwe bera ber xwe da, bi dengekî nizm:
-Heqê te, meriv kîrê te jêke û têxe qûna te! Ji bo her kesî ya bi xêr ev e.
-Te got çi?
-Min got saxîya canê te, xalo, ma ez ê bibêjim çi!..

kurd û rojev

Di rêya azadî û serxwebûnê de,
çi qasî hûn gir û rik bi dagirkerên xwe re biajon, ew qasî hezkirina we yê li zimanê we, li axa we, li nirxên we zêde bibe.
Lê ka aqil!
Şîret û pêşnîyarên me, bi zimanê dagirkerên me ne.
Slogan û aforîzmayên me, bi zimanê dagirkerên me ne.
Xwemedenîhiskirin û xwemodernhîskirin, bi nirx û kultur û zîhnîyeta dagirkerên me ne.
Pesindayîna kurdî û Kurdistanê, bi zimanê dagirkerên me ne.
Şer û dijminatîya me bi dagirkerên me re, bi zimanê dagirkerên me ye.
Bi kin û kurmancî,
xwebaşhîskirin û xweîfadekirina me bi xwe jî bi zimanê dagirkerên me ne.
Çi? 
Dengê we nehat min!
We got Kurdistan!
"Kurdistan bar kir, çû û nema!" ji qewla Kerîmo.

Di wext de anku zemanekî kurd bi zorê bûne misilman, loma jî îro ro çendî pirê kurdan misilman bin jî, heqê kesî tune ye kirasê şerîetê li vê axê bike.
Û heger sibê Kurdistan azad û serbixwe bibe, heqê kurdên rêvebir û wezîfedar tune ye rabin bi zîhnîyeteke îslamî Kurdistanê bi rê ve bibin/îdare bikin.
Hewce ye sinifa wezîfedar/erkdar binhişîya xwe bi dîn şolî û genî neke.
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fahm bikî!"
Û dîwar jî belî ye, bûk jî...

Li Tirkîyeyê, di pêşbazîyekê de ji pêşbaz hat pirsîn: 
"Paytexta Tirkîyeyê ku ye?" 
Pêşbaz pê dernexist; got ez dixwazim jokerê xwe bi kar bînim.
Pêşkêşer ji mêvanên salonê pirsî.
Ji %60î pê dernexist.
Encam:
Li Tirkîyeyê, ji %60 Enqereyê wek paytexta xwe nabîne, loma...

Gotina Dawî
Ker ketîye me, hayê me ji me tune ye.

4 Nisan 2022 Pazartesi

xwelîya amarayê


Mûcîzeyên Xwelîya Amarayê:

-Her kî hefteyekê her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
êdî ew xwelî bi wî xwelî nayê; xwelî li ber çavê wî dibe dermanê welî û rojê pênc caran mîna ferzên nimêjê heta wê xwelîyê bi serê xwe daneke, hew sebra wî tê.

-Her kî du hefteyan her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
tesîrê li mejîyê wî dike û êdî mejîyê wî ji xêndî wî dikeve bin xizmeta her kesî; tenê bi kêrî wî nayê êdî. Bi kin û kurmancî, mejî ji wî serîyê tê de re dibe barekî genî.

-Her kî sê hefteyan her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
wî hînî dojehê dike û dihêle bi haweyekî mazoşîstî ew ji êş û jan û êşkenceyê zewqê bistîne.

-Her kî çar hefteyan her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
tesîrê li nav nigên wî jî dike; li malê êdî ew û jina xwe dibin xweh û birayê hev ên axretê û hew li hev disincirînin.

-Her kî mehekê her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
bi her haweyî sist dibe, dibe şima; mîna pez kî bi stuyê wî bigire û wî li pey xwe bi xwêr re bikişkişîne jî, deng ji wî dernakeve.

-Her kî du mehan her roj serê sibehê bi xwirînî ji vê xwelîyê kulmekê bixwe;
êdî ew ne xwe nas dike, ne dê û bavê xwe nas dike, ne jî Xweda û pêxemberê xwe nas dike; bi kin û kurmancî, dîn dibe û bi çolê dikeve; piştî demekê roj bi roj dihele dihele, dicive ser hev û dibe kulmek herî.

Gotina Dawî
4ê Nîsanê anku roja xwelîyê li hemû xwelîseran pîroz be!

zîhnîyet û dagirker

Sîstema perwerdeyîyê ya Tirkîyeyê li ser koka me rûnişt, mixabin.
Bi dana dîplomayekê em xapandin, li şûna wê paktîya me, bizirên zîhnîyeteke qeşmer û teres reşandin.
Êdî em hew xwe nas dikin;
zimanekî xav, sekneke lawaz, helwesteke pûç, kesayeteke sist, dilbijandineke teqlîd, vîzyoneke şolî, zîhnîyeteke beradayî û qûnek...
Di mirêkê de jî dema em li xwe dinerin, dagirkerên me dimizicin û simbêlan ba didin!

Gotina Dawî
Xwendeyên me ji nexwendeyên me bêtir zirarê didin me, mixabin.

2 Nisan 2022 Cumartesi

meha remezanê

Meha Remezanê, meha bazirganî û tucaretîya misilmanan dest pê kir.
Hinek ê bixwin, hinek ê dua bikin 
û yên dua dikin jî hemû reben û belengaz û feqîr in,
mixabin!
Dîndarên jîr ên megolaman ê li ser ekranên televîzyonan bi vegotina çîrokên fantestîk tûrikên xwe tije pere dikin;
şêx û sofî û meleyên terîqatperest ê li ser sifreya mûlidên dewlemendan bi goştê kehr û berx û elokan zikê xwe tije û têr bikin;
dîndarên dewlemend ên li ser pişta dîn û dîndaran bi fen û fûtên tucarî bin xwe tije kirine jî, ji bo gunehên xwe bişon, ew ê her hefte rojekê fitarekê bidin nas û dost û cîranên xwe.
Û bi gurmînîya topê re, ji xêndî wan reben û belengaz û feqîrên bi şev birçî bi roj birçî, her kes ê bi vekirina fitarê re di bin simbêlan de bimizice 
û ez ê jî bibêjim:
"Tu bi xêr hatî, meha xapandin û xwexapandinê!"

Remezanê di rojeke Remezanê de ji dawa dêya xwe ketîye, berî meha Remezana îsal dest pê bike bi rojekê, ji bo hazirîya vê mehê radibe sola xwe bi serê nigên xwe ve dike û berê xwe dide sûkê.
Ji bo sihorê ew ê ji xwe re nîv kîlo hinguv, nîv kîlo rûnê nivîşk û kolîyek hêk bikire.
Silavekê dide Hecî Çeçan û derbasî hundirê dikanê dibe.
-Kerem bike, Remezan. Çi lazim e?
Remezan çavê xwe li hundirê dikane digerîne û difitile ser Hecî Çeçan:
-Nîv kîlo hinguv, nîv kîlo rûnê nivîşk û kolîyek hêk...
Hecî Çeçan ji lawikê xebatkar ê li ber destê wî dixebite re dibêje:
-Berxê min, asûkên apê xwe jê re hazir bike.
Lawikê xebatkar nîv kîlo hinguv û nîv kîlo rûnê nivîşk diwezinîne, dixe kîsikan û tîne dide destê Remezan. Dû re li xwe dizîvire, dihere radihêje kolîyek hêk, wê jî tîne dide destê Remezan. Remezan li çavê Hecî Çeçan dinere, lê berî devê xwe veke, Hecî Çeçan dibêje:
-250 baxnot.
Çav di serê Remezan de dibin du tas. Ji nişka ve kolîya hêkan li erdê dixe, hêkek jî saxlem namîne, giş dişikên.
Hecî Çeçan bi haweyekî şaş û ecêbmayî dibêje:
-Wehh Remezan!
Remezan dibêje:
-Çi Remezan! Ji nuha pê ve ji min re nebêjin "Remezan!" bibêjin quzê kerê! Û ez ne misilman!

Gotina Dawî
Meha Remezanê ya kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye, li kesên bi kirasê misilmantîyê bêbextî û bêûjdanîya xwe vedişêrin, pîroz be!

1 Nisan 2022 Cuma

heger ne 1ê nîsanê bûya

Evdila Ocalan, ji dê û bavên gerîlayan lêborîn xwest û soz da ku
ew ê ji nuha pê de ji bo Kurdistaneke serbixwe têbikoşe.

Hevserokên HDPyê soz da ku
di hilbijartina bê de tenê ew ê kesên kurdîzan wek namzet nîşan bidin û ew bi xwe yê jî tenê bi kurdî sîyasetê bikin.

Nivîskarên kurd ên kurdîya wan qels û lawaz, soz da ku
heta kurdîya xwe çê û xurt nekin, ew ê hew kitêban binivîsînin/çap bikin.

Nivîskarên kurd ên bi destê xwe kitêbên xwe wergerandin tirkî/erebî/farisî, piştî lê nerîn wergerên wan jî tenê ji alîyê kurdên asîmlebûyî ve tên xwendin, soz da ku
êdî ew ê hew kitêbên xwe wergerînin tirkî/erebî/farisî.

Stranbêjên kurd ên li ser dikê bilbilê kurdî, li binîya dikê kund û bûm, soz da ku
êdî li ser dikê jî, li binîya dikê jî tenê ew ê bi kurdî bipeyivin.

Sîyasetvanên kurd ên li ber sîya dagirkerên xwe sîyasetê dikin, soz da ku
ji nuha pê ve ew ê tenê li gorî hesasîyetên kurdan tev bigerin û êdî derd û xema wan ê ne demokratîzekirina Tirkîyeyê be.

Rewşenbîrên kurd ên bi eşqa populîzmê gêj û sersem bûne, soz da ku
êdî ew ê çavê xwe bera çend "like"an nedin û ji kultura şinekî, şelafî û qûnalêsîyê dûr bisekinin; ne ji bo dilê her kesî xweş bikin, ji bo dilê hinekan xweş, dilê hinekan reş bikin ew ê tev bigerin.

Jinên bi zimanê xwe anarşîst lê bi kirin û emelên xwe teng û sist û kaotîk, soz da ku
ji nuha pê de ew ê dev ji anarşîstîyê berdin û xwe bidin benda qismetê xwe û bibin kevanîya mala xwe.

Kesên li ser medyaya sosyal bi haweyekî veşartî şalûl û bilbil in lê di jîyana xwe ya rojane de ker û kundir in, soz da ku
ew ê dev ji vê teresîyê berdin.

Kurdên bi zîhnîyeta dagirkerên xwe herimîne û êdî ne kurdbûna wan belî ye ne jî tirkbûna wan, soz da ku
ew ê herin xwe bi axa sor helal bikin û ji bo ji wê zîhnîyeta teres rizgar bibin, ew ê mejîyê xwe bidin ber tava Kurdistanê da kodên wê axê li mejîyê wan bar bibin û di şûna wê zîhnîyeta teres de zîhnîyeteke kurdî çêbibe/bizê.

Rêvebirên Kurdistanê (Başûrê Welêt) soz da ku
ew ê êdî ne bi soz û gotinên tirk û ereb û farisan, ne jî bi wî dînê wan ê tu carî ji kurdan re nebûye yar û çare û derman bixapin.

Nêçîrvan Barzanîyê bejindirêj ê nigekî wî li Tirkîyeyê, nigekî wî li Ewrûpayê, soz da ku
ew ê bibe nêçîrvanê welatê xwe û êdî nehêle xelk li ser axa welatê wî nêçîrvanîyê bike.

Rêvebirên rojavayê welêt soz da ku
ji nuha pê de, di çalakîyên xwe de ji dêvla posterên Apo, tenê ew ê alayên Kurdistanê derxin û li ba kin.

Ê de law, heger ne 1ê Nîsanê bûya, min ê ji vî duayî re bigota Amîn, 
lê mixabin, Amen!!!

Gotina Dawî
Em dikarin gelek tiştên din jî li vê metnê zêde bikin, lê ne di 1ê Nîsanan de...