31 Aralık 2020 Perşembe

ziman ne pêlîstok e

Ka werin bi hev re em serî li xwe biêşînin û li ser metaforên vê şahberhema jêrîn hûr bibin bê vî xweşhelbestvanê qerase bi çi xezebê hespê xwe li ser mêrga helbestê bi çargavî bezandîye.

"Xwedê axayê me yê li qesra xwe ya kurmal e, em nahebînin xwedîyê

ku ji şaneşîna şîn de dendikên pola direşîne ser hespên me yên

sîngkûrik û wan bi bêrma li ber lêva rojava ve cûm dike. Çavên me

bê west û rawest li kevirên reş î biçûk in, em li dora perestgeha

hebûna xwe dizivirin ha dizivirin, derîyên rika xwe ya bedew hê

hişkehişk radidin ha radidin. Di max û jûrên me hilnayê tenêtîya ku

kur û keçan ji me re zêde dike. Max û jûrên tê de dergûşên ku bi şîrê

sorgevez ê kilamên rûniştî kil dibin, bi nehatina qulingên taylan î

tîtal sil dibin, kafêtên no dimijin, li ber barana kilsa dîwarên ku lê ne bikevin."

Ji bo meriv li ser metaforan hûr bibe, pêşî divê meriv ji zimên fêhm bike, lê kîjan ziman?

Ji qewla Arifê me tenê min cîyê ku dibêje, "...radidin û ha radidin" fêhm kir. 

Lê kî radide kê, nizanim.

Gelo xwestîye bibêjê, vî zemanî her kes lawê bavê xwe ye û kî bi ber kê dikeve, radidê û ha radidê?

Lê qûn li ku das li ku!

Bibore, tir li ku, das li ku!

Heyran, here li ber çonga dêya xwe rûne û van hevokan jê re bixwîne, heger dêya te destê xwe bi serê te da û got, "Xwedê min bi qurbana serê te ke!" soz em ê jî terka zanîna xwe ya heyî bikin û mîna hewarîyekî bidin pey te, di rêya te de bimeşin û her ji deh gavan carekê em ê bisekinin, destên xwe ber bi jor ve bilind bikin û bibêjin, "Ya Reb! Spas ji bo te ev pêxember bexşî me kir û ew jî li me rep dike." 

Lê bi telaq ez wek navê xwe zanim piştî van gotinan, dêya te yê bike gazî û hewar, bibêje "cin ketine lawê min" û bi çengûrê te bigire, te li zîyaret û dergehên şêx û ûcaxan bigerîne.

Qey tu jî ji me re bûyî Muhamed ku bi rêya wehy ji alî Xwedayekî nenas ve, bi zimanekî nenas gotin bi ser te de dibarin û tu jî hewl didî bi van gotinan zimanekî nenas û qewmekî nenas biafirînî?

Weleh tu mêrekî bi sed mêrî ye ku berî her kesî te fêhm kirîye xêr di kurdan de nema ye û loma jî tu hewl didî qewmekî nuh biafirînî.

Bi ruh, bi can, em bi te re ne, ey serok!

Malnexerabo, çare ji şîfreyên Da Vîncî re heye, lê ji vî zimanê te re tune ye.

Jixwe her kî şîfreya zimanê te bişikîne, êdî hewce bi îbadeta ji bo xwedayan namîne; li hêla din, di derîyê VIP re ew ê derbasî bihuştê, nav horîyan bibe.

Lê hay ji Nûrîyên mîna min hebe, bi şaşî te neşînin wir...

Bi şerefa Kermodibo hîn nuh tu yê pê bigirî!

Ji min gotin, de îja tu bi kêfa xwe yî.

Henek li hêlekê...

Ev Kawa, Ne-mir ku em jê xelas bibin, vê wêrekî û xwebawerîyê ji ku distîne, bi vê xezebê tecawizî zimên dike û bi genetîka zimên dilîze?

Heta bîstsalîya xwe te baş bi kurmancî nizanîbû, çi qewimî ku di nava van bîst-sîh salên dawî de te kurmancîya reş xitim kir û tu derbasî kurmancîya heftrengî bûyî?

Qey tu newêrî bi kurdîyeke kurd jê fêhm bikin, binivîsînî?

Qey tu ditirsî bi kurdîyeke kurd jê fêhm bikin, binivîsînî û kurd têbigihêjin qral şilfîtazî ye, hi ii?

Stratejîya te ev e, "Ez çi qasî neyêm fêhmkirin, qusûr û kêmasîyên min ê ew qasî veşartî bimînin"

Stratejîyeke jîrane ye, lê bi azadbûna kurdî re ev stratejî yê têk here.

Jixwe girse ji xeyal û fantezîyan hez dikin; xeyal û fantezî ji rastîyan bêtir bi girseyan xweş û maqûl tê...

Kawa kî ye û çima zimanzan û zimannas û xemxwirên zimên du gotinan jê re nabêjin ku ew jî hedê xwe bizanibe û li ser terîya xwe rûne? 

Mîna holîka zarokan kurdî kirîye zimanekî çêkiroxerakiro, anku etehyatoçawalêhato.

Ma weha dibe yaw!

Jixwe kurdî li ber çavê kurdan mîna marê reş e; heqê kesî tune ye wî marî bike zîya...

Rûdine, peyvek tê bîrê; radibe, peyvek tê bîrê; dimeşe, peyvek tê bîrê; bazdide, peyvek tê bîrê; disekine, peyvek tê bîrê,; radikeve, di xew de wehy têyê, peyvek tê bîrê; şîyar dibe, peyvek tê bîrê; dihere tuwaletê li ber senfonîya tir û fisên xwe peyvek tê bîrê; derdikeve, tê dest û rûyê xwe dişo, peyvek tê bîrê...

Ma tu pêxember î, yan tu Xwedê yî ku tu dikî ji nû ve bi afirandina zimanekî qewmekî çêbikî?

Îja sûc ne sûcê te ye, sûc sûcê wan kesan e ku mîna hewarîyekî li te dinerin û her li dû te ne, serî li te mezin dikin.




30 Aralık 2020 Çarşamba

bêjing

Dengê Bêhişîyê:
Li serê taxê mizgeftek, li binê taxê mizgeftek û meleyên her du mizgeftan mîna hinekan pê li dêla wan kiribe, heta Xwedayê wan hêl daye wan, dikin qarewar û sewteke belawela mîna şorbeya qereçîyan pêl bi pêl belav dibe li seranserê bajêr.
Tu yê sûnd bixwî pêşbazî ye û bêyî ku dorê bidin hev, qirikê li xwe diqetînin.
Û here were deh yextîyarên nigekî wan li vê hêlê, nigekî wan li wê hêlê ku pirê caran xwe ji bîr dikin bi destmêj in an bêdestmêj in, diherin nimêj dikin.
Em rebenên bêxweda jî li ber vê senfonîya neakortkirî bi cizbê dikevin.
Alahûekber! Alahûekber!
Xwedê we hişk bike, mîna peyker!(🤫)

Şorbeya Qereçîyan:
Li herêma me ji bo tiştên tevlihev, kar û xebatên belawela, mîna biwêjekê ye.
Di xortanîya xwe de, ji bo vê peyvê ez û ciwamêrek ketibûn qirika hev.
Wî zemanî min ji Lotikxaneyê re nivîs û nivîsar û gotar û pêkenok û meselokên qerfî dinivîsandin, lê carina wek "şeytan bi min bikene" min hin nivîsar û gotarên sosyopolitîk jî amade dikir; min ew jî ji Kurdistan-Post û Rojeva Kurdistanê re dişandin.
Du malperên cidî bûn û bi saya wan carina ez jî cidî tevdigerîyam û min xwe cidî dikir.
Edîtorê beşa kurdî yê malpera Kurdistan-Postê Salih Agir Qoserî bû; nizanim belkî jî Agir Salih Qoserî bû, baş nayê bîra min.
Ya star, dixan ji firnikên wî diçû mîna ejderhayan!(😤)
Jixwe wî zemanî kê bi kurdî bizanîbûya, li ser serê civaka reben û ketî û belengaz dibû feylesofê jêr û jor.
Erê, min nivîsarên xwe dişandin ber destê wî xweşciwamêrî, wî jî lê dinerî, dixwend, kontrol dikir û heger bihata hesabê wî dişand çapê.
Rojekê dîsa ji bo malperê min nivîsarek ji Salih Agir Qoserî re şand; belkî Agir Salih Qoserî bû.
Axir, di nav hevokên nivîsê de "şorbeya qereçîyan" derbas dibû.
Û Salih li min bû agir û xwe li erdê xist, ha ha tu yê vê gotinê biguherî. Qereçî jî netewek e û te qerf û tinazê xwe bi wan kirîye, ev jî dikeve nav sînorên heqaretê!..(🤔)
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Çendî min xwest wî li ber xim ku mebesta min ne ev e, lê ciwamêr bû agir û bi min ket.
Yek ji min, yek ji wî, min got ne tu bî û ne malpera we be û careke din min hew nivîs mivîs ji wan re şand.
Lê nizanim ka Salih di rêya enternasyonalîzmê de agir magir bi xwe xist, çi kir, êdî hew bi ber çavê min dikeve.
Gelo dibe Salihê me dev ji agir berdabe û tenê wek Salih digere?
Û jixwe Salih jî pir in û heta nuha min çi qas Salih nas kirine, wek navê xwe ne salih in.(🤪)
Kî zane, belkî jî bi wan hestên xwe yên enternasyonalî çûbe, bûbe reîsê êleke qereçîyan.
Min got, nizanim.

Malper:
Ji nuha şûn de ji deh rojan carekê, li ser kanala "Malper"ê ya dijîtal, ez ê bi mêvanên xwe yên wek xwe nîvaqil re bi navê "Bêjing"ê bernameyekê çêbikim û ez û mêvanên xwe yê aqilê xwe li bêjingê xin bê çi bi ser dikeve, çi bi binî...
Her kes, heta jê tê hewl dide zilamên qerase û jinên seksî bikin mêvan xwe, lê ez ê wek wan nekim; çi zana çi nezan, çi xwende çi nexwende, çi dîn çi biaqil kî bi ber bêjinga min keve, ez ê wan li bêjingê xim.(🤒)

Dîn:
Dîn asta lixwevegerînê ye, lê ew qasî ne hêsan e meriv li xwe vegere. 
Em hemû hewl didin wek dînan tevbigerin, lê destê me ji maskeya me nabe em ji ber rûyê xwe bidin alî û xwe kifş bikin.(🙄)

Kifş:
Roja ku kurd xwe kifş bikin û tav bide qûna nekurdan, li ser kurdî yê Kurdistan ava bibe.(😷)

Gotina Dawî:
Berî hûn ê bi cizbê kevin, aqilê xwe li bêjingê xin û ji çarçoveya mentiqê dernekevin, da ku xelk bi qûna xwe bi we nekene û hûn jî nehetikin.(🤠)




bela

Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî ez bêvila xwe têxim nav çi?

Nivîskar?

Na yaw, guneh in. Jixwe rebenan di jîyana xwe ya rastîn de ne bextewar in, loma jî diherin li ber derîyê weşanxaneyan rûdinin, stuyê xwe li ber weşangeran xwar dikin, da ku kitêba wan çap bibe û qet nebe bi derçûna kitêbê re bêhna xwe fireh bikin. 


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Weşanxane?

Nizanim, ma gelo hêja ye meriv enerjîya xwe li wan xerc bike û erênî-neyînî wan têxe rojevê?

Kurd bi çavê qehremanî û şoreşgerî û netewperwerî li weşanxaneyan û li weşangeran dinerin, lê di esasê xwe de tiştekî weha tune ye. 

Weşanxane tucaretxane ne û weşanger jî tucar in; ji bilî mamosteyên zimên û nivîskaran kes ne parêzvan û şowalyeyên zimên in, lê ez qala wan nivîskarên dunig lê dixin nakim; ên bi dil û can tenê bi kurdî dinivîsînin û nahêlin berhemên wan wergerin tirkî-erebî-farisî. 

Ma weşanxane kitêbên kurdî ji kîsê xwe çap dikin û ji kîsê xwe-belaş li kurdan belav dikin?

Na.

Wê çaxê weşanger kurd be çi ye, tirk be çi ye, ereb be çi ye, faris be çi ye.

"Bira bira ye, bazar xuya ye."

Ji kerema xwe re bes serî li weşangeran mezin bikin.

Li ser keda xemxwirên kurdî, tenê çavê wan li elîtîstîyê ye ku li restorant û kafe-bar û klûban simbêlan ba bidin, li ser sîngên karxezalan.


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Helbestvan?

Hinek li pey hestîyan in, hinek li pey halan û çepikan in, hinek jî li pey quz û pêsîran in.

Û rebena helbestê jî derî bi derî digere, li çend peyvên kurmancî...


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Serok merok?

Law de jixwe Xwedê li wan xistîye, êdî tavê daye qûna wan, ferqa wan û Heynderê Aşiq nema ye.


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Sîyaset?

Her yekî li ber sîya yekî din pal daye. Kesê ku sîya xwe şaş kiribe, ma kare sîyaseteke rast bajo û bimeşîne?

Ne mimkun e. 

Ji bo hûn jî sîya xwe şaş nekin, pişta xwe bidin tavê; tav derewan nake û meriv naxapîne.

Ma belasebeb tav li cem pêşîyên me (êzîdî) pîroz bû-e.


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Rewşenbîr?

Wî de mala min

Mala bavê min mala mêran e eywax

De here mala min hê hê hê

Lê mala min mala mêran e

De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e

De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê

Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo yallah lo Kurdo


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Stranbêj?

Li bakurê welatê min, bi têkçûna şoreşê re hunerê ber avêt, nifşekî şeşmehî ji ber çû. Piştî stranbêj û stranên sloganîk demode bûn, bi destê vî nifşê şeşmehî çêbûye, stranên entegrasyonîst derketin pêyasê ku tenê ji sermîyanê kurdî dixwin.

Serê wan bi hêlekê ve dihere, qûna wan bi hêlekê ve.

Şikrîya Şikrîya

Eman eman Şikrîya

Wey eman eman Şikrîya


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî ez bêvila xwe têxim nav çi?

Jinên kurd?

Tofan rakirin bi hêsirên xwe; 

Xwedê di nav wê tofanê de fetisî.

Û nuha ketine pey şopa xwe, 

li jintîya xwe ya wenda digerin...


Îroj ez bela xwe bi kê bidim, an jî bêvila xwe têxim nav çi?

Birêz Şeytan çi gotibû?

"Her kî li xwe biheyire, ez di zotika wî nim!"

Ya baş ez rabim herim bela xwe bi jinekê bidim û bêvila xwe ji nav quzê wê dernexim!..


28 Aralık 2020 Pazartesi

nexweşên nexweş

Min li birinc û goşt xist, zikê xwe da ber, têr xwar û ez rabûm, min firaxên xwe xistin firaxşoyê û ji bo qahweyê ava xwe danî ser êgir û anuha jî qahweya min li ber min e, ji bo nivîsa blogê amade me.

Di navbera me û tebayan de tu cudatî tune ye; tenê nuanseke biçûk: ew goşt bi xavî dixwin, em dipijînin-dibirêjin-diheşînin-dikelînin-diqelînin-sor dikin û dixwin.
Min karîbû tenê "pijandin" jî binivîsanda, lê carina dixwazim bi dewlemendîya kurdî xwe qure bikim.
Te dît carina hin xwelîser gazinan dikin, dibêjin kurdî têra me nake em hest û hîs û daxwazên xwe bînin ziman.
Ji qewla me mêrdînîyan,
"We quzê wê xwarino!"
Heger hûn bixwazin bibin kurd, kurdî têra felsefe û edebîyatê jî dike, têra estetîzm û hunerê jî dike, têra qerf û mîzahê jî dike, têra romantîzm û erotîzmê jî dike û têra xwelîyê li serê we bike jî dike...

Piştî xwarina giran, qahwe jî xweş e û di ser re diqulipîne ha!

Rehmet li gora dê û bavê Darwîn be! 
Ne ji rehmetî bûya, me yê bira jî ji wan çîrok û çîrçîrok û çîvanok û metelokên dîndaran bawer bikira.
Li gorî ilm û zanîna wan em giş ji kîrê Adem û quzê Hewayê çêbûne û wexta meriv lê dikole dîroka Adem û Hewayê jî nagihêje 10 hezar sal berê...
Lê di lêkolînberhema "Homo Sapîens" de qala 250 hezar sal berê dike. Û yên êdî tam dişibin me jî 25 hezar sal berê.
Jixwe bi kolanên erkeolojîk kifş bû Girê Miraza 12 hezar sal berî nuha ava bûye û ev jî tê vê wateyê Adem û Hewa zarokên doh in.
Êê?
Ê ê! Qey ên berî Adem û Hewa teva Xwedayê xwe mirine û bi çêbûna Xwedayekî nuh re Adem û Hewa çêbûne û dû re jî em.

Carê ez ji bîr dikim qurtekê ji qahweya ber xwe vexwim; li ber min sar bû. Qahwe jî wexta sar dibe, dibe kerafî, nayê vexwarin.

We hîç bala xwe daye şifêrên otobusan ên li ser rêyên dûr dixebitin?
Pirê wan qut û gilover in, meriv nikare zû bi zû serê wan û qûna wan ji hevdu veqetîne. Serê wan ji ku dest pê dike, stuyê wan ji ku dest pê dike, qûna wan ku, pişta wan ku ye, zahmet e meriv pê derxe, lewra sibehan, nîvroyan, êvaran, paşîvan her li kibaban dixin, her xwarina wan goşt e, loma jî piştî lêkolîneke zanistî meriv têdigihêje ew jî ji me ne.

Ka ez qurteke din jî li qahweya ber xwe xim, berî sar bibe. Min ew qas tahb di ber de dît, bila tahba xelef nere ber telef.
Lê piştî her qurta qahweyê jî mijar diguhere. Mesele ez im, an di nav qahweyê de aramoyeke taybet a meriv gêj û serxweş dike heye, nizanim.
Wek her tiştê me, bi genetîka qahweya me jî lîstine. Ji bo mejî li meriv binermijînin çi dixin nav vê qahweyê, xêr û guneh di stuyê wan de be.

Ev nifşê nuh ê bi genetîka wan lîstine ku ez ji wan re dibêjim "nifşê masturbasyonê" ne eyb û ne fedî, bi ser halî xwe de tew radibin qerf û tinazên xwe bi yên ji xwe çêtir dikin; yanî bi me dikin.
"Gurîyo navê min li te, kumê min li serê te!"
Em kî ne?
Em, ên li mala xwe rûdinin, bi kurdî difikirin, bi kurdî dipeyivin, bi kurdî dixwînin, bi kurdî dinivîsînin, bi kurdî xewnan dibînin ku di nav van xewnan de azadî û serxwebûn jî heye.
Ev nifşê masturbasyonê yê bi îdeolojîyeke pûç û bêjî şevoquzî bûye, ku hemû hewldanên wî nifşî di xizmeta asîmilasyonê de ne, bi qerf û tinaz dibêjin, tenê hûn li malê rûniştine, bi kurdî dijîn û doza azadî û serxwebûnê dikin, bi vî haweyî kes azadî û serxwebûnê nade we.
Hey ehmeqino!
Qe nebe em hewl didin hebûna xwe biparêzin û wek xwe bimînin, bes hûn çi dikin?
Ji bêhişîya xwe hûn jîyane li xwe û xelkê dikin dojeh, çi dikeve destê we?
Pirê we, bêhemdê xwe karê dagirkeran hêsantir dikin. Bi haweyekî entegrasyonî hûn asîmilasyonê bi derdora xwe şêrîn dikin.
Ew îdeolojîya hûn li ber bayê wê bi cizbê dikevin, mejî di serê we de pûç dike û we dike dijminê we; ji bilî wê tu xêr û fêdeya wê tune ye.
Tesîra qaşo şerê hûn dikin, ji tesîra şerê dagirker dikin, bêtir e.

Xwezî min qurta dawî venexwaribûya ji qahweya ber xwe. 
Lê bi xêra qurta dawî min pê li firênê kir, hew dinivîsînim.
Êdî bes e!
Ev ne slogan e ha, şaş fêhm nekin. Min xwest bibêjim min dawî li nivîsê anî.
Jixwe her tişt li bin guhê hev ket, min serî li we jî, li xwe jî kir tara bêjingê, lê ka ez ji serî de pê de dakevim bê min çi tofan rakirîye...

27 Aralık 2020 Pazar

çi girse çi pez

Sê-çar roj berê Evdila ji min re pdfa kitêbekê bi rêya whatsapê şand...
Evdila!
Ji salan mehan carekê min got, "Evdila" çima hûn weha veciniqîn!
Ew Evdilayê li ber sîya navê xwe di xew re dihere û di xewna xwe de geh dibe serokê rêxistinekê, geh dibe pêxemberê dînekî...
Erê wî!
Hevalê min Evdila!
Meriv hew diwêre bibêje "Heval Evdila"jî, hin "heval" karin şaş fêhm bikin û bi sloganan berê xwe bidin mala wî û bigirin ser; aha hîn nuh Evdilayê me yê bibe Evdilayê di xewnan de û pê bigire.
Axir, ez dev ji Evdila û wî navê wî yê mîna kirasê ji êgir li xwe kirîye, berdim û vegerim ser meseleya xwe ya esasî.
Wek ez di dilê we de bim, nuha xwe bi xwe hûn ji xwe re dibêjin, "Vî Devlikenî mejîyê xwe xwarîye, çi ye! Têra naveroka çîrokekê peyv li dû peyvê rêz kirine, lê hîn jî li meydanê ne mijarek, ne jî sermijarek heye û ne eyb û ne fedî tew xwe qure dike û dibêje ez vegerim ser meseleya esasî. Hîn li meydanê meseleyek tune ye, te esasî ji ku derxist îja, heyran?"
De îja pişta xwe bidin bahlîfa xwe, nigên xwe radin û guh li min miç û bel bikin.
Lê divê ez haya we ji tiştekî çêbikim. Dema we dest bi xwendina nivîsên min kir, ne bi xwe bilîzin, ne bi hev bilîzin, tenê li xwendinê germ û konsantre bibin.
Erê, Evdilayê heval anku heval Evdila ji min re bi rêya whatsapê pdfa kitêba Gustave Le Bon "Psîkolojîya Girseyan" şand û got, "Seyda, bixwîne, belkî rojekê tu jî ji xwe re kerîyekî pez bikirî û bibî şivan."
Eûzûbillahîmîneşeytanirecîmbismilahirehmanirehîm!
"Ji bo meriv ji girseyan fêhm bike, divê meriv hestên wan nas bike û wisa tevbigere ku ew girse meriv wek şirîkê hestên xwe bibînin anku meriv ji xwe bibînin-bihesibînin."
Îroj, dema meriv bala xwe dide dîn û îdeolojîyan (Jixwe her du jî îdeolojî ne) ew girseyên bi şewba pezî ketine û bi haweyekî sîyasî-politîk li pey şêx û serokan dimeşin, ev girse bi xwe ne. Û şêx û serok berî bi şerbeta mirîdîtîyê wan gêj û sersem bikin, ewil bi haweyekî psîkolojîk-sosyolojîk lêkolîn û lêpirsînan çêdikin, hest û hîsên wan, gilî û gazinên wan, xeyal û daxwazên wan baş nas dikin, dû re bi wê şerbetê wan gêj û sersem dikin.
"Yên seroktîya girseyan dikin, nikarin bibin rewşenbîr û sekn û helwesteke rewşenbîrî bi wan re tune ye, lewra piştî demekê rewşenbîr ji taqet û tevger dikevin, di nav konforê de mexel tên, lê ev têrnexwarên çavbirçî, nikarin bêtevger bisekinin, her tim di nav aksîyonê-tevlihevîyekê de ne, enerjîya wan zêde ye."
Rast e, rewşenbîr piştî demekê bi baweşînka lîberalîzmê di xew re diherin û xewnên eksantirîk dibînin.
Heger wek rewşenbîran tevbigerin, ew ê nikaribin şivantîyê ji pez re bikin. Pez bi hestên demokratîk û lîberal nayên birêvebirin. 
Û herweha divê pez jî îradeya xwe radestî şivên bikin; him ji şivên bitirsin-serê li ber bitewînin, him jî jê hez bikin, bi wî ve bên girêdan.
Ê ji bo têkilîyeke weha jî, divê serok-şivan piçekî zalim û dîktator be.
"Bêtir kî xwe li seroktîyê radikişînin?  
Kesên nexweşîya nevrozê bi wan re heye, kesên ji roja ji dawa dêya xwe dikevin ve, sergerm û kelecanî ne, kesên li derdora dînîtîyekê diherin û tên ku meriv kare ji wan re bibêje nîvdîn in."
Weleh dema ez bala xwe didim serok merokên îroj, gotina vî ciwamêrî ne dûrî aqilan e.
Nexweş in?
Erê.
Sergerm û bi kelecan in?
Erê.
Nîvdîn in?
Erê, lê xwezî bi tevayî dîn bûna; qe nebe dîn çi dikin, ji dil dikin û dilsoz in.
"Fikr û ramanên wan çi qasî beradayî bin jî, armanca wan çi qasî pûç xuya bike jî, zû bi zû kes nikare wan û fikr û ramanên wan rexne bike; heger bike jî, xwedîyên wan rexneyan bi tundî afaroz dibin."
Ciwamêr sed sal berê qala rewşa me ya îroj kirîye.
Serok, bi haweyekî nevrozî û bi wê enerjî û kelecana xwe ya zêde, heta bi sîya xwe re dikevin nav nakokîyan. Û ji bavê kê zêde ye ji wan re bibêje "pozika sola te xwar e!"
Yan tu ji me yî, yan tu xayîn î!
"Di nav herikîna zemên de serokên qewman hîç kêm nebûne, her hebûne, lê bi qasî bibin hewarî tesîra wan li zemên nebûye û di herikîna zemên de zêde bala dîrokê nekişandine. Wek xetibekî jêhatî her tim ji bo berjewendîyên xwe yên biçûk ên şexsî tevgerîyane û bi ajoyên nizm ên însên lîstine û hewl dane wan bixapînin. 
Tesîra serokên weha demkî ye, wek barana nîsanê ye; ha te dî barîya, ha te dît sekinî jî, zû derbas dibe."
Mîratê qey şens û siûda me ye. Ez ditirsim tesîra yên me, piştî mirinê li hêla din jî berdewam bike.
Wer xuya ye, ya me ne barana nîsanê ye, barana mûsonî ye.
"Panjahra girseyan dubarekirin e. Di nav girseyê de tiştek çi qasî bê dubarekirin, ew qasî bi tesîr e, bi demê re dibe slogan û ew slogan hêdî hêdî di bin hişê însên de rûdine; piştî demekê ew tiştê dubare bûye ji alî kê ve hatîye gotin, ne girîng e, girse dide pey wî tiştî û bêyî ku lê bipirse-mahkeme bike, bawerîya xwe bi wî tiştî tîne."
Temam, ev pasaj, nexweşîya me ya esasî destnîşan dike.
Derewên fantestîk di nav civaka me de wek brûskê tesîr dike û bi giregira tavan li her derê olan dide.
Hindik maye rebenê Beşikçî bikin zilamê Gladyoyê; piştî çend dubareyan...
"Bi kin û kurmancî hiş e yê rêbertîyê ji dinyayê re dike, lê dema fikrên ji wî hişî dizê tesîrê li dinyayê dike, êdî feylesofên xwedîyên wan fikran ji mêj de mirî ne."
Ev jî rastîyeke tahl e. 
Mixabin, tu feylesof di dema xwe de nehatîye fêhmkirin û hin ji wan hîn jî nehatine fêhmkirin...
Ez ê bi xwe jî serî deynim û kurd ê ji min fêhm nekin.
Yê nizanibe, wê bibêje qey bira jî xema min e(🤪)
Jan bi serê kurdan keve! Ma ne ew jî yek ji van girseyan e; nêvî ji wan li pey dînan, nêvî ji wan jî li pey îdeolojîyan pengizîne...

Gotina Dawî:
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!




26 Aralık 2020 Cumartesi

xweşhawe

Nivîskar û Weşanger:
Îroj, min têkilîya xwe bi weşanxaneya kitêbên min çap dikir re qut kir, ez ê êdî dosyayên xwe ne ji weşanxaneya xwe ya berê re bişînim, ne jî ji weşanxaneyeke din re...
Dosyaya nuh ê wek PDF bigihêje ber destê xwendevanan.
Jixwe tu xêra weşanxaneyê jî tune bû; ne bi kêrî min dihat, ne jî bi kêrî xwendevanan.
Çapkirina kitêban tenê bûye wek quretîyekê û li kartvîzîta nivîskêr navekî din zêde dike; ew nav jî ji min re ne pêwîst e.
Bi mehan ez li ser dosyayekê dixebitîm, ez çavên xwe li ser dikim, ez û heval bi hev re edîtorî û redaksîyona wê dikin û dû re dişînim ber destê weşanxaneyê, weşanxane jî ji xwe re dişîne çapê û li ser wê berhemê him pereyan qezenç dike, him jî quretîyên entelektuelî.
Oxx! Kêf kêfa we ye weleh!
Em nivîskar di mejîyê xwe nin, bi mehan bifikirin, binivîsînin, biafirînin û ew rabin li ser hesabê me quretîyên entelektuelî bikin.
Xêra Xwedê ye weleh!
Xêr di nivîskarîyê de tune ye. 
Weşanger mîna patronên holdîngan li ser qoltixên xwe rûdinin, nigên xwe diavêjin ser hev û kîrê xwe diqirpînin.
Ez ê ji hevalên xwe yên li Kanada-Amerîkayê dijîn, rica bikim, bila herin Kubayê ji wan re çend qutî piro jî bişînin.
Ne tenê dosyayên xwe yên nuh, ez ê dosyayên berê çap bûne jî hêdî hêdî bikim PDF û belav bikim. Bila xwendevan li ser telefon û tablet û komputerên xwe bar bikin û bixwînin. 
Wek şîrê dêya we li wan xweş helal be!
Madem em quretîyan dikin û xwe dikin şowalye û parêzvanê zimanê xwe, em ê bi vî haweyî belav bikin, qe nebe bila şowalyetî û parêzvantîya me bi cî were û rast bigere.
Ya din jî, ji dêvla em li pêş bin, ew ji me bêtir li pêş in.
Ma mîratê weşangerî ne tucaret e û weşanger jî ne patron in ku bi çavê karkeran li nivîskaran dinerin.
Xwezî bi çavê karkeran...
Bi çavê mirîşkên hêk dikin, li nivîskaran dinerin.
Jixwe ji mêj de ye kêfa min hew ji ruhê girseyî-kîtleyî re tê.
Girse, pez e û jixwe tu carî min hez nekirîye li pey şivanekî herim...
Her tenê bûm, her tenê me û ez ê her tenê bim; balo bi vî haweyî bila tenêtîya min teqez bibe.

Rexne û Rêxne:
Min bi xwe jî hin caran mamoste Îsmaîl Beşikçî rexne kirîye û dikim jî û ez ne mecbûr im ji sedî sed wek wî binerim, bifikirim jî, lê divê meriv bextê xwe jî xera neke.
Mamoste Beşikçî wek sosyologekî akademîk li ser neheqîya li kurdan bûye-dibe gelek xebatên akademîk kirîye û ji ber van xebatên xwe bi salan di zindanên dewletê de girtî maye.
Ne bawer im tu kes bixwaze salên xwe yên herî xweş di navbera çar dîwaran de derbas bike, çendî ew kes welatperwer û netewperestekî qewî be jî...
Rexne û rêxneyê tev li hev nekin û xwe nehetikînin!
Bi salan Dogu Perînçek û Yalçin Kuçuk di nav rêxistina we de lotik avêtin, lê bi qasî hûn ziman dirêjîya Îsmaîl Beşikçî dikin, we zimandirêjîya wan her du tahjî û pûştan nekir.

Gotina Dawî:
Berî her tiştî divê sekn û helwesteke meriv hebe, lê ji bo vê jî kesayet-karakter divê...

25 Aralık 2020 Cuma

qelî û elok

Îroj hindik mabû ez nenivîsînim, lê wek her car dîsa Seadetê bi hewara min de hat.
Pêxemberê, di rojên herî giran de, çendî ji min dûr be jî, tu yê sûnd bixwî hîs dike, hew te dît mîna leylanê li ber çavên min çû û hat...
Û jixwe wexta mijar dibe Seadetê, hest û hîs û daxwaza nivîsînê li pişt çîyayê Qaf di xew de be jî, şîyar dibe û xwe li nav mejîyê min diqewimîne, xeyal û fantezî bi xweber dizê...
Seadetê!
Xwedaya mê!
Jina bi bext û ûjdanê xwe însan û bi wê însanetîya xwe jî misilmantîyê li ber dilê meriv dike dînekî pak û dilovan, ji lawê xwe yê kafir re (yanî ji min re) elokek û têra zivistanê qelî şandibû.
Û ez jî ji bo herim emanetê xwe bînim, ji sibehê de li ser rêyên Stenbolê ji tirimbêlekê peya bûm, li tirimbêlekê siwar bûm, heta min xwe gîhand Otogarê.
Hûta devmezin û diranbixwîn!
Hew Xwedê zane bê çi qas însan ketin pey xeyalên xwe û xwe li te girtin; 
hinek bi ser ketin, hinek jî li ser têla zemên bi ber bayê xeyal û fantezîyên xwe ketin, bûn leylan.
Di salên nodî de te himbêza xwe ji kurdan re jî vekir; ji kurdên ji ber kurdbûna xwe direvîyan û te ji xwe re dikirin stargeh.
Wî zemanî kurdbûn ji êgir kirasek bû û ew kiras jî ji canê me birîbû, dirûtibû û li bejna me kiribû, wî Xwedayê ji bilî me yê her kesî; 
ne ji me dibû ew kiras, ne jî em karîbûn jê birevin, her li ser me bû û her em dişewitîn bi wî kirasî.
Te bi hezaran malbat dabelihandin, bi dehhezaran zarokên kurd pê li axa te kirin û hew xwestin careke din li axa xwe vegerin.
Nifşekî hat xwe li te girt, kultura xwe spart te, lê te çi kir?
Te bi wê kultura xwe ya dilbijok kultura wî nifşî li ber çavê wî nifşî kir qebhet, wî nifşî ji xwe, ji ber wê kultura xwe fedî kir û careke din hew bû xwe; celî bû, serî bi derekê ve pengizî, qûn bi derekê ve...
Otogara Esenlerê di nivîsekê de hilnayê, divê ez rojek bi taybet li ser wê binivîsînim.
Axir...
Nahlet li bêderfetîyê bê, heger tirimbêleke min a xusûsî hebûya, ma min ev tahb didît!
Îja meriv bê xwedî û bi ser de jî bê xweda be, halê meriv dibe halê helawcîyan û jixwe helawcî jî êdî nan diçînin şorbeyê; ji ber ku xwarina helawê demode bûye.
Berê, ez dibêjim berê, lê ne ew berêya hûn zanin, berêya ku hîn ev nifşê îroj danewerîyabû malzaroka dêya xwe...
Erê, berê...
Taseke çeqilmast û sênîkeke helaw, firavîna herî maqûl bû, ji bo kesên qîmetê nanekî tenûrî zanîbûn û bi wî nanî sûnd dixwarin, ji dêvla serê pêxemberan, malên xwedayan û quran û încîl û tewrat û zebûran.
Lê yên îroj nanê bêxwê dixwin û tirên şor dikin, nizanin qîmetê nanê berê, mixabin!
Û berê çû ji berê re, îroj jî ji bo sibê wê bibe berê, heger nifşê îroj wek nifşê berê qîmetê îroj zanibe...
Nifşê îroj!
Nifşekî bi dilê xwe di nav kultura populer a dagirkerên wan bi wan xweş û şêrîn dike de roj bi roj dimehe û dişibe dagirkerên xwe.
Wek wan dipeyive...
Wek wan dikene...
Wek wan digirî...
Wek wan difikire...
Wek wan dinere...
Wek wan dijî...
Axir, ez çawa gîhaştim malê, min qelîya xwe xist binê miqilkê, miqilk danî ser êgir, du hêk bi ser de şikenand û ez filitîm ser mîna gurekî birçî ku meha zivistanê bi rojan birçî mabe û ketibe ser dilê karxezalekê, min zik li xwe kir meşk.
Min li tahma qelîyê nerî, lê elok ma sersalê; jixwe Seadeta bi bext û ûjdanê xwe însan û bi wê însanetîya xwe misilmantîyê li ber dilê meriv dike dînekî pak û dilovan, ji bo lawê wê yê kafir (yanî ez) wê elokê bi şerabê bixwe û jê re dua bike, ew elok şand.
Lê elok jî elok e ha; bi qasî berxekî şeşmehî ye, bi telaq!
Telaq!
Kî guh dide telaq melaqan êdî looo!




24 Aralık 2020 Perşembe

ferhenga berîya mêrdînê

Berîya Mêrdînê qada zimandirêjî û zimançepelîyê ye.

Xwedan ferhengeke taybet e û zû bi zû her kes ji wate û naveroka qalibên wê ferhengê tênagihêje.

Jargoneke sikakê ya xas û xusûsî heye. Heger tu ne ji wir bî, yan jî heger ji wir bi çend kesan re te hevaltî nekiribe, li hember wê jargonê meriv tûşî erdê dibe.


Qûna xwe ji derpî dernexe: Wexte yek xwe bêedeb bike, di nav civatê de xwe û derdora xwe bihetikîne, meriv jê re dibêje "qûna xwe ji derpî dernexe."


Ji fitês avêt: Wexta di civatê de yekî dest bi peyva haş û baş kir û eletewş peyvek ji vir, peyvek ji wir bir û anî, meriv li hev dinere û dibêje, filankes "ji fitêz avêt."


Xwe berda: Wexta yek dûrî mijarê û dûrî edeb û ehlaqê peyivî-tevgeriya, meriv li hev dinere û dibêje, "xwe berda."


Qûn li wê kir încas: Wexta yek têr nîyhandinê li yekê bike, (çi mê, çi nêr) meriv jê re dibêje, "qûn li wê kir încas."


Ji binê beroşê derket: Wexta yek ji xetere-tehlûkeyeke mezin xelas bibe, mîna meriv ji mirinê bifilite, meriv jê re dibêje, "ji binê beroşê derket."


Terik avêt alîyê rastê: Terrik kîr e jixwe. Wexta yek bimire, lê bi haweyê meriv li ber wî nekeve, bi mirina wî kêfa meriv bê, meriv jê re dibêje, "terik avêt alîyê rastê."


Av ji qûnê hat: Wexta yek karekî bike û di wî karî de pir biweste, ji hal de bikeve, meriv jê re dibêje, "av ji qûnê hat."


Pûzepûza qûnê ye: Ji kesên zexel, tiral, tembel re tê gotin. Wexta yek karekî bike û di karê xwe de qelp be, meriv jê re dibêje, "pûzepûza qûnê ye."


Xwir ketîye canê wî: Ji kesên bêsebr re tê gotin. Wexta yek li benda tiştekî be û bi haweyekî bêsebir bi vir û wê de here û were, meriv jê re dibêje, "xwir ketîye canê wî."


Yeke din ajot ber-Reqandê: Wexta di cavatê de yekî derewçîn dest bi peyvê dike û dipeyive, ku derewekê dike, pişt re dest bi dereweke din dike, meriv li hev dinere û dibêje, "yeke din ajot ber-reqandê."


Lê direşîne: Wexta di civatê de yekî derewçîn dest pê dike û hew dorê dide kesî, meriv li hev dinere û dibêje, "lê direşîne."


Li bin zikê xwe dixe: Wexta li yekî radibe, rep dike, lê jinek bi nav lepên wî nakeve ku bêhna xwe lê fireh bike, meriv jê re dibêje, "li bin zikê xwe dixe." Ker jî wexta rep dike û makerek tune be, li bin zikê xwe dixe û bêhna xwe fireh dike.


Bêhna beratêyê ji te tê: Wexta yekî bi rojan xwe neşuştibe û di nav gemar û qirêjê de gevizî nêzîkî meriv tê, meriv jê re dibêje, "bêhna berateyê ji te tê."


Bêhna hilorîyê ji te difûre: Wexta yekî xwê daye tê cem meriv, meriv jê re dibêje, "bêhna hilorîyê ji te difûre." Di esasê xwe de ev bêhneke taybet a nêrîyan e. Hilorîbûn: Dema li nêrî radibe û bi dora bizinan dikeve.


Qûna xwe li avê xist: Wexta yek hewl dide karekî bike, lê bi ser nakeve, bi kêr nayê, meriv jê re dibêje, "qûna xwe li avê xist."


Bi qurmê girt: Yanî bi ser neket. Hewldana wî vala çû. Wexta yek karekî bike û bi kêr neyê, meriv jê re dibêje, "te bi qurmê girt."


Fisgenî: Ji kesên kone û zexel re tê gotin. Wexta yek li cem meriv xwe feqîr û reben nîşan dide û bi nigê meriv lê dixe, lê li paş meriv jî bi nigekî din lê dixe û diavêje meriv, meriv jê re dibêje, "fisgenî."


Quzjinge: Kingotina "ez di quzê jina te nim" e. Wexta du kes şer dikin û dijûn û xeberan ji hevdu re didin, ji dêvla "ez di quzê jina te nim" bi kinî ji hev re dibêjin "quzjinge."


Lawê qere qahpê: Wek meriv bibêje, lawê qahpika herî navdar û herî qûnde; pisporê pûştîtîyê.


Kîrquzdê: Ev jî mîna peyva quzjinge ye û ji dêvla "kîrê xwe di quzê dêya te kim" bi kinî ji hevdu re dibêjin, "kîrquzdê."


Lawê quzê: Ji ber ku civaka me civakeke mêrane ye û mêr desthilat in, bi çavekî kêmqawet li jinê dinerin, loma jî ji bo yekî bêxîret û bêheysîyet bikin, bi gotina "lawê quzê" wî ji mêranîyê dûr dixin. Yanî wek meriv bibêje tu ne ji pişta bavê xwe yî, tu ji quzê dêya xwe pengizîyî û xîreta mêran bi te re tune ye.


Quzê wê xwaro: Wexta yek zêde xwe bera bide û dest bi hereket û tevgereke eletewş bike, meriv jê re dibêje, "quzê wê xwaro." wê, dê-dayik e.


Diçerpînê-Xwe pimpe dike-Li xwe dixe-Li debokê dixe: Ev her çar qalib jî ji bo kesên qûnek-gay tê gotin.


Şemitandê-Xeritandê-Heta kokê radayê: Wexta yekî kawik ji bo tiştina bikire dikeve nav lepên yekî zexel î bi fen û ew ê zexel î bi fen bi buhayekî zêdetir tiştan difiroşê, meriv dibêje, "şemitandê-xeritandê-heta kokê radayê."


Ji mirinê lê dixe: Wexta yekî xwire li ser sifreyê rûdine û bi xezebeke ji ber xelê filitîbe dixwe, meriv jê re dibêje, "ji mirinê lê dixe."


Gotina Dawî:

Ferhenga we çi qasî dewlemend be, xwebawerîya we jî yê ew qasî xurt be.


Spas ji bo keda Evdila...

23 Aralık 2020 Çarşamba

şoreş û romantîzm

Şoreş:
Dema li welatekî şoreşek dest pê dike û ew şoreş bi ser dikeve, çi erênî, çi neyînî, ji serî heta binî tesîrê li seranserê wî welatî dike. 
Civakê bermeqlûb dike, hemû doktrîn û jîyîna berê diguhere, ji nû ve saz dike.
Tesîrê li perwerdehîyê dike, tesîrê li hunerê dike, tesîrê li edebîyatê dike, tesîrê li estetîzm û zewqa însên dike;
bi kin û kurmancî kirasekî nû li civakê dike.
Lê dema ew şoreş bi ser nakeve, ew şoreş di nav dev û lepên qeşmeran de tenê dibe qeşmerî.
Û mixabin li welatê me jî şoreş şikest û têk çû!

Romantîzm û Qeşmerî:
Li Qoserê bi navê Newafê ciwamêrek hebû, belkî hîn jî heye;
ji ber ku berî nuha bi panzdeh salan min ev bûyer bihîstibû, ka nuha sax e, yan mirîye, nizanim.
Heger miribe, yezdan wî bi rehma xwe şa bike û wî ji himbêza horîyan dernexe; na, heger sax be, ji bo wî temenekî dirêj û siheteke xweş dixwazim, 
lê mixabin piştî hew li meriv rabû, xêr di temenê dirêj de tune ye.
Ha hew li te rabûye, ha tu mirîyî!..
"Newafê"
Çima navê vî rebenî mîna navên mêyan tewandine?
Çima ne Newaf, lê Newafê?
Zarokên Qoser û Dêrikê bi zîhnîyeteke nêrane, dema dilê wan ji yekî re nexwaze, bi genetîka nav dilîzin û bi vî haweyî mêran pûç û nerm û nermik dikin.
Axir, em vegerin ser meseleya xwe ya esasî.
Newafê xwarinpêjekî jêhatî ye. (Em nizanin sax e, yan mirîye, loma jî min got "jêhatî ye")
Li derdora Qoserê çi dawet çêbibûya, ji bo nanê dawetê dişandin pey wî. 
Rojekê ji gundekî cahşan-korucîyan jî ji bo nanê dawetê dişînin pey wî.
Newafê alav malavên xwe dide ser hev û bi tirimbêla hatîye pey wî, berê xwe dide gund.
Bi roj gundî govendê digirin, direqesin û ew jî nanê berbûyan çêdike. 
Hinek xort tên dora wî û dest bi qerf û henekan dikin.
Yek dibêje, dewlet dewleta me ye, nizanim miletê me dahwa çi dike.
Yek dibêje, yên çîyê zulmê dikin, ne hevalên kurmancan in.
Yek dibêje, li jor Xweda ye, li jêr dewlet e.
Yek dibêje, ev terorîstina bûne belaya ser milet, nîyhan tevna civakê.
Yek dibêje, bi fikrên beradayî zimanê jinan li ser serê me dirêj kirin, hew peyv bi jinan re dibe.
Newafê jî ji bo cîyê xwe li cem wan çêbike, çend peyvan ji xwe bera dide...
Dibe şev û her kes dihere mala xwe.
Newafê jî li odeya jê re veqetandinê hazirîya xewê dike; rebeno di ber niqirên xwarinê de ji hev de ketîye.
Tam xwe li ser nivînên xwe dirêj dike, rakeve, bi hêl û gupîn derî vedibe. 
Çar pênc xortên gundî xwe wek şervanên çîyê girêdane, bi çek û tiving dikevin hundir û diherin li ser serê wî disekinin. 
Dest û çavên wî girêdidin, bi çengûrê wî digirin û wî li derve diqewimînin. 
Bi qasî nîv seetê bi çîyayê pişt gund ve radipelikin û disekinin. 
Radibin wî şilfîtazî dikin, li dora wî dicivin û dest bi lêpirsînê dikin.
-Tu li paş me diavêjî me û li ber çavê miletê me tu me pîs dikî.
-Tu diherî ku derê, mîna ajan û sîxuran tevdigerî û bi propagandayeke genî tu bêbextîyan dikî.
Rebeno, çav girtî, şilfîtazî di nav lepên wan de ji tirsa hindik maye dilê wî di qûna wî re derkeve.
Bi dengekî Newafê jî bibihîze bi hev dişêwirin û biryara kuştinê didin.
Newafê ji tirsa ziman di dev de werimîye, deng jê dernakeve.
Ji nişka ve, yek ji wan, bîst gavekî ji hevalên xwe wê de, devê keleşkofê bi esmanan vedike û dibe teqereqa keleşê, direşîne...
Bi dengê teqînê re, dibêjin "eskerî hat, birevin" û wî tenê li wir dihêlin û direvin, ji wir dûr dikevin.
Newafê tikîtenê li wir dimîne; ji tirsa newêre xwe tev jî bide.
Seetekê, du seetan...
Deng û pêjna kesî nayê.
Bi cîqecîqa çivîkan û bi dengê xwezayê têdigihêje ku êdî sibeh e.
Ewil benê destê xwe vedike, dû re hêdîka kevnê ber çavên xwe dide alî...
Li xwe dinere, şilfîtazî, li dora xwe dinere, kes ne xuya ye.

Encam:
Piştî wê bûyerê, psîkolojî û derûnîya Newafê têk çû, Newafê hew bû Newafê berê, her tim di bêrîkê de bi hebên tirsê gerîya.
Belkî hîn jî digere...
Nizanim.

Gotina Dawî:
Şoreş ne karê gundî û nezanan e, şoreş karê kesên xwedan vîzyon e. Heger gundî û nezan ew qasî jîr û jêhatî bûna, ewil ew ê xwe ji gundîtî û nezanîyê rizgar bikirana.


22 Aralık 2020 Salı

kesayet

Berî kurdbûnê, divê meriv kesayetê biafirîne. Heger kesayet tune be, bi kesayeta tune meriv nikare berê kesan bide xîretê û sekn û helwesteke netewperwerî ji wan hêvî bike. 
Kesayet tune be, meriv çi bernameyê li bêkesayetîyê bar bike jî, ew bername lê bar nabe, heger lê bar bibe jî, di demeke pir nêzîk de vîrus ê têkevê û wê têk bibe.
Ji pevşabûna mêrekî bêdunde û jineke pûç tovên jînê nagire...
Û jixwe ji ber ku problema me ya kesayetî heye, dewleteke me tune ye û em di bin desthilatîya ehmeqên bêvîzyon de bindest û reben in.
Mixabin bi genetîka me lîstin û êdî em nexweş in; ne yek û dudu û deh, bi tevayî;
çi sîyasetvan, çi rewşenbîr, çi nivîskar, çi hunermend, çi şervan, wek milet bi haweyekî genetîkî em nexweş in.
Ez ê qala kesên ji rêzê nekim, 
ez ê nekim, ji ber ku şoreş ne karê wan e û ne xema wan e jî.
Gazin ji wan nabe...
Genetîka me genî kirin, loma jî bêhna genî ji sîyaseta me, bêhna genî ji rewşa rewşenbîrên me, bêhna genî ji nivîskar û hunermendên me difûre...
Derûnîya me têk çûye, em mîna paranoyak û şîzofrenan tevdigerin û haya me jî ji me tune ye em şîzofren û paranoyak in.
Sîyasetvanên me bi sîyaseteke ne kurdî qaşo ji bo kurdan sîyasetê dikin. 
Diherin gilî û gazin û daxwazên demokratîk li dagirkerên xwe yên bi haweyekî ne demokratîk û hovane welatê wan dagir kirine, dikin. 
Hewl didin zîhnîyeteke bi jahra nijadperestîyê jardadayî bûye veguherînin û bi haweyekî entegrebûyî ew û dagirkerên xwe bi hev re bijîn.
"Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!"
Rewşenbîrên me ne serbixwe ne, her hinekan pişta xwe dane partîyekê û hesasîyetên wê partîyê di ser ên netewî re dibînin-digirin.
Lê hizra rewşenbîrî, seknek e, helwestek e, bi serê xwe kesayetek e û di ser hemû partî, rêxistin û serokan re ye.
Lê ka aqil!
Nivîskarên me hîn jî baş bi zimanê xwe nizanin. Her yekî ji wan herî kêm sê kitêb çap kirine, lê hîn jî ne hakimê zimanê xwe ne; di warê mentiqî, rêzimanî û hevoksazîyê de bi dehan kêmasîyên wan hene û ya herî ecêb û sosret jî, hîç ne xema wan e, ji wan heye weha jî hewce ye.
Bi qasî nivîskarên kurd kurdî bêqîmet kirine, tu kesî ew qasî kurdî bêqîmet nekirîye.
Ez bawer nakim di nav miletekî din de bi vî rengî sosret û hetiketî hebe.
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Û tew hunermendên me, tenê dema pêşkêşkirin û danasîna hunera xwe dikin xwe wek kurd nîşan didin, lê ew kurdbûn jî ji serî heta binî seqet e.
Ziman seqet e, stran seqet in, sekn û helwest seqet e.
Heger rojekê kurdî azad bibe, gelek sîyasetvan û rewşenbîr ê zimanê xwe, gelek stranbêj ê miqrofona xwe, gelek nivîskar jî wê qelema xwe bişikînin û di qûna xwe kin.
Mixabin, ev hemû sosret û bobelat û karesat jî ji nebûna kesayetê ye. 
Heger kesayet tune be, hemû tişt li ser meriv wek pînê disekine.
Kesayet tune be, meriv têkeve nav çi kar û xebatê, meriv ê nikaribe wî karî, wê xebatê bi duristî, bi dilsozî bike.
Heger kesayet tune be, meriv bi sedan kitêb jî bixwîne, bi dehan îdeolojî jî nas bike, li pey bi sedan şêx û mele û serokan îbadet bike, bimeşe jî, meriv nikare bibe xwe.
Û heger tu ne xwe bî jî, tu yê nikaribî bibî kurd û kurdîtîyê jî bikî.


Gotina Dawî:
Heta em kesayetê neafirînin, bi van kesayetên qop û seqet em ê nikaribin bibin milet.
Û heger em ê nebin milet jî, jixwe dewletek jî ji me re ne hewce ye.
De li ber derîyê xelkê mîna parsekan nan biçînin şorbeyê, bê hûn ê kengî ji kurtêlan têr bibin û terka kurtêlxwirîyê bikin.
Noşîcan be, nexweşên bêdewlet!

21 Aralık 2020 Pazartesi

çend gotinên ji bêxewîyê

Îroj ez bi xwe re nabînim binivîsînim, nizanim çima, lê ez bi xwe re nabînim.

Xeweke bêxîret dihere û tê, xwe li nav çavên min diqewimîne û ez jî mîna Keslanê Bexdê çavên min her li cîyekî vala digerin, da ku pal bidim...

Jixwe doh li bin nivîseke min doktorekî, erê ji profîla wî tenê meriv zane doktor e, şîrove kiribû, gotibû, "Li ser heqaretê kes nagihêje tu derê; ewilî jî nagihêje asta rewşenbîrîyê. Marjînalîyê her qedera te be. Di her nivîsê de tu skandalekê diafirînî." û çend şîretên ji bejna xwe mezintir li min kiribû.

Skandal!

Yaw doktor te kulek xist ser dilê min, êdî ew kul hew derdikeve; ne bi şev, ne bi roj hew xew dikeve çavên min. 

Û zû bi zû ez ê bi ser hişê xwe ve neyêm piştî van gotinên te yên qerase.

Xwezî te ji min re qala wê astê jî kiribûya!

Heger min bi xwe re bidîta, heta çongê min ê xwe hilkira û bi emeletî bêr di dest de min ê bida pey, heta digîhaştim wê astê.

Min got "heta çongê û emeletî" Cemîl mîna leylanê li ber çavê min çû û hat...

(...)

ne ew tav bûya 

min ê çarde qirnan av vexwara ji wan her du kanîkan

ew tayên porê te min ê di hemû çepera dil de biçanda

bi emeletî xwe hilkira heta çongê

bêr di dest de

di hênikaya her sibehên xwedê de av bidaya

wexta te got hez kirin bi te re nema ye

kelemên peyvên te li kezeba evîna min ketin

xwîna lokekî jê çû

ne ew tav bûya

evîna min a birîndar nedibû leylan

û li ber çavên reş wenda nedibû

(...)

Cemîl jî rebê helbestê leqandîye haa, doktor!

Wexta te got asta rewşenbîrtîyê bi te re nema ye, kelemên peyvên te li kezeba dilê min ketin, xwîna feylesofekî jê çû!..🤪

Erê doktor! 

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv bi serê çend şêx û sofî û meleyan sûnd bixwe?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv pesnê çend serokan, xwedayan bide?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv bi şewba çend îdeolojîyan bi cizbê bikeve?

Ji bo meriv bigihêje wê astê divê meriv zimanê xwe bi dora qûna kê xe, mejîyê xwe teslîmî kê bike, kesayeta xwe bi çi bifiroşe?

Rewşenbîrtî di nava qalib û sînoran de hilnayê, doktor!

Ew kirasê hûn difesilînin-didirûn, li bejna rewşenbîrtîyê nayê, doktor.

Rewşenbîrtî, sekn e, helwest e, kesayet e, lê ew jî bi yên wek we re tune ye, doktor.

Û ez karim sed rewşenbîrên tu bi serê wan sûnd dixwî tî bibim û birçî bînim, doktor.

Erê doktor, bi qastî û bi zanebûn ez "d"ya pêşîn biçûk dinivîsînim, ji bo tu mezin bibî, doktor.

Dev ji reçeteyên rewşenbîrtîyê berde, doktor, here ji nexweşên xwe re reçeteyan binivîsîne û bêvla xwe nexe nav kar û meseleyên ji asoya xwe firehtir.

Heger serê min êşîya, ez ê daxwaza çend novalgîn û aspirînan li doktorê xwe bikim...


Xwe ji mamoste Îsmaîl Beşikçî aciz nekin. Wek kalikekî xwe, mezinekî xwe lê binerin. 

Li ser teza xwe ya kurdan ciwanîya xwe di zindanan de buhirandîye.

Û tiştekî xerab jî nabêje, rebeno.

Ji kurdan re dibêje heta hûn nebin kurd, tu kes we nake tiştek. Û ji bo kurd kurd bimînin jî ji kurdan re Kurdistanek divê.

Wexta zîhnîyeta dij-kurd, dij-dewletî rexne dike jî, ez tênagihêjim çima kurd, an jî yên ji bo kurdîtîyê kezeba xwe reş dikin, li dij wî derdikevin?

Ev bi serê xwe nakokî û paradoksek e û hêja ye civaknas li ser vê rewşa paranoyak tezan çêbikin.

Haa, ew jî însan e û li gorî hest û hîsên xwe, li gorî sekn û helwesta xwe normal e xwe nêzîkî alîyekî bibîne.

Wexta xwe nêzîkî alîyekî dibîne, alîyê din çima xwe aciz dike, nizanim; heger xema wî alîyî jî kurd û kurdîtî be...


Gotina Dawî:

Erê, mamoste Îsmaîl Beşikçî wek sosyologekî xwedan bext û xwedan ûjdan, di zemanekî bir dijwar de li ser neheqî û zulma li kurdan bûye tezeke zanistî amade kir û di ber wê tezê de bi salan di zindanên tirkan de girtî ma. Ciwanîya xwe ya herî xweş di navbera çar dîwaran de derbas kir, lê...

Erê, lê bi saya teza wî ya di heqê kurdan de jî, di qada rewşenbîrîyê de nav û dengê wî li her derê olan da û bi Beşikçî.

Bi kin û kurmancî, mamoste Beşikçî meseleya kurdan xist çavê dewletê, meseleya kurdan jî Beşikçî danî ser serê civakê.




20 Aralık 2020 Pazar

çend meseleyên trajîkomîk

Nav:

Dê û bavên ku wan bi xwe jî di vê jîyana kambax de bi qasî navên xwe tesîr li derdora xwe nekirine, navên ecêb li zarokên xwe dikin, da ku ew zarok bi qasî kûrayî û wateya wan navan jîr û jêhatî û kêrhatî bin û di nav civakê de nav û deng bi wan bikeve, lê...

êrê lê ji bîr dikin,

gen genetîk e û heger gen genî be, ne nav ne jî paşnav bi kêr tê.

Zanyar, Jêhat, Bahoz, Çîya, Ronî, Şervan, Jîr, Serxwebûn, Brûsk, Huner, Pîroz, Felat, Serfiraz, Mamoste...

Heger ev şewb weha dewam bike, gelek navên hur û resen ê herin ber golikan.

Şemsa, Bozê, Rihanê, Berfo, Xelef, Evdî, Dewrêş, Cemîl, Seadetê, Felît, Faris, Binevşê, Temo, Seydo, Bedirxan...


Birçî:

Birçî xwe birçî dihêlin xwedêgiravî ji bo birçîyekî ku tu carî xwe "birçî" nehiştîye û her tim nan çandîye şorbeyê...


Tirs û Paranoyakî:

Berê, cîyê ku kurd bi şev diçûnê, tirk bi roj newêrîbûn herinê, lê ji ber zulm û zordestîya dagirkeran û sendroma bêxwedîtî û bêdewletîyê gelek ji me ziravqetîyayî bûn, mixabin!

Rojekê ji qereqolê dişînin pey Hecî Evdî. Hecî Evdî jî kurmek pê re ye, ku qirika wî nexwire, kuxik zorê nedê jî, bi zorê dike exxkexxk heta wê belxemê kom dike û xwe dikuxîne.

Hecî Evdî li ber derîyê odeya qomutan sekinîye, li benda îfadeya xwe ye. 

Wek her car dîsa li devê derî du gavan pêş de, du gavan paş de dihere û tê û dibe exxkexxka wî û belxemê di devê xwe de kom dike.

Tam hewl dide wê belxemê biavêje, qumutan dîn dibe, destê xwe li maseyê dixe û çeng dibe ser xwe, ber bi derî ve dimeşe, tê nig Hecî Evdî, bi hêrs dibêje, "Ulan sen kimsin, ulan!" û çav di serî de li hev diqulipin.

Ji tirsa zimanê Hecî Evdî li hev digere, dibêje, "Qomutanim! Alahima ben turkim, anam turktur, babam turktur!"

Qomutan ji kuxik û belxema wî aciz dibe, lê Hecî Evdî ditirse ku hinekan li ser meseleya kurdîtîyê tiştin bera stuyê wî dane...


Jinên kurd û nîyhandin:

Wek hinek dibêjin "jinên kurd ji nîyhandinê fêhm nakin" ne werê ye.

Jin jin in, lê hûn çi qasî mêr in û mêrtîya xwe bi cî tînin?

Yê jinê dike jin jî, yê jinê dike jan jî mêr e. Heger mêr ne azad be û bi azadî nenere, nefikire, tevnegere, heqê wî tune ye gazinan bike, 

ji ber ku...

di civakê de mêr serdest in û heger mêr xwe azad nekin, jin bi agirê wan dişewitin.

Mêrê ku ji bo nîyhandineke fantestîk û rengîn here li derîyê qahpikekê xe û di himbêza wê qahpikê de fantezîyên cûr bi cûr biceribîne, lê dema dor were jinê, tenê di tarîyê de û di nava pênc deqeyan de pişta xwe bîne-xwe rehet bike, heqê wî mêrî tune ye bibêje, jinên kurd ji nîyhandinê fêhm nakin!"

Roja ku te bi çavê qahpikekê li jina xwe nerî û tu bi xwe jî ji bo jina xwe bûyî qehpikek, heger hîn jî jina te dil û bedena xwe nexist xizmeta zewq û bextewarîya te û bi hunereke qahpikane dilê xwe û te li nîyhandinê rehet nekir, wê çaxê tu gazinan bikî û bibêjî, "jinên kurd ji nîyhandinê fêhm nakin" tu mafdar î, 

lê divê ewil tu mejîyê xwe terbîye û perwerde bikî, da ku raman şûtîtazî azad bin.


Gotina Dawî:

"Qûna tazî tembûrê dixwazî!"