30 Eylül 2022 Cuma

mesele kûr e dahwe giran e

Em kurdên bakur li malên xwe rûniştine, me pişta xwe daye bahlîfên xwe û mîna meriv li fîlmên Hollywoodê temaşe bike, em li bûyerên li her sê perçeyên din diqewimin, dinerin;
lê...
heger hat û Tirkîye li bin guhê hev ket, rev ê jî bi destê me nekeve!..
Û jixwe...
mala sîyasetvan û partî û rêxistinên bakur neava be, di nav destên tirkan de em kirine lîstok û pêlîstok û qeşmer; 
ne qudûm di me de hiştine, ne jî zirav!..
Ez ê bibêjim Xweda çêke, lê ez nizanim ew jixwenerazî xwe li ku vedişêre jî...

Zû... dereng...
Kurdistan ê serbixwe û azad bibe, heger kurd nexwazin û li pêşîya serxwebûn û azadîyê bibin asteng û dîwar û mertal û xwe li erdê bixin jî.
Li jêr jî her tişt di bin kontrol û birêvebirîya Amerîkayê de ye, li jor jî; 
lewra heta Amerîka nexwaze yê li jor newêre baranê jî bibarîne.
Erê, sibê, em bibêjin ji kurdan re bi piştgirî û desteka Amerîkayê Kurdistan ava bû, 
êêê?
Em ê kurdan çawa li wan vegerînin û wan hînî zîhnîyeta kurdîstanîbûnê bikin?
Kurdên ku ji mêj de ye ji dengbêjan xeyidîne, dilê wan ji dengê def û zirneyê dixele û bilûr êdî bi wan xerîb e!..
Kurdên ku nizanin çima ji wan re kurd tê gotin!..
Kurdên ku bi rêya wergêr û tercûmanan bi hev re pêwendîyê çêdikin û dipeyivin!..
Kurdên ku kultura dagirkeran a çeqilmastî di ser kultura xwe ya qedîm û kevnare re digirin/dibînin!..
Kurdên ku li ser hêjayîyên xwe bûne kund û dixwînin!..

Gotina Dawî
Wa ye lîrelîr e Kurdistan li ser kurdan dilîrîne, lê kurd ê kengî dest bi lîrelîra bi zimanê xwe bikin û ji Kurdistanê re bibin berbû û bilîrînin?
Mesele kûr e, dahwe giran e lê hewce ye îsota tûj ewil pozan, dû re dev û ziman û qirikan, herî dawî jî zotikê bişewitîne!




29 Eylül 2022 Perşembe

çend gotinên bermeqlûb

-Çar alîyên me behr e lê em têr masîyan naxwin.
-Em xwedan deşt û berî ne lê arvanê me ji genimê xelkê ye.
-Biçûk mezin her kes bi sîyasetê radibe û bi sîyasetê rûdine lê rişma sîyasetê di destê sîyasetnezanan de ye.
-Ji mêranî ketîye, kîr hew lê radibe lê çavên wî her li ser qûnên jinan dilîzin.
-Zirav di zik de tune ye lê demançeya çardederb a rûhsatkirî di ber de ye.
-Ehlaq li cem wî destê xwe dide ser qûna xwe, xwe disitirîne lê ji zarên xelkê re dibêje sût û sûtik û serserî.
-Mêrê wê li cem wê pesnê tolazî û qûndetîya xwe dide lê ew xwe bi mêrê xwe serbilind hîs dike.
-Nan tune ye bixwe, zarok di qula xênî de ji birçîna kîrê hev dimêjin lê ew ji bo piştgirî û alîkarîya xelkê her seferber e.
-Xelk qala qûndetîya mêrê wê dike lê ew dihere ji jinika mêrê wê bi dorê dikeve re dibêje qehpik.

Gotina Dawî
Gurîyo navê min li te, kumê min li serê te.

28 Eylül 2022 Çarşamba

kurdî mertal e

xwîna min erzan e têra qayîşekê nake
û ez nigên xwe bi gorêyên her ferek bi rengekî û qulqulî vedişêrim.
ma min ji ku dizanîbû xwedê yê bi xezeba xwe min li ber çavê însên biricimîne û bihetikîne
min got xwîna min erzan e;
bi kêrî bext û ûjdanan jî nayê; 
lê ez dizanim,
ew qayîşa min û ew goreyên min ên her ferek bi rengekî ew ê ji bo pir kesan bibe mijara quretî û populîzmê.
û tu jî di nav de, nivîskaro!..

Selo başqan serê xwe zelût kir, bi gotineke din, serî da ber jilêt û gwîzanê.
"Gurî gurî qaqa, serî bi şîlmaqa!"
Dema zaroktîyê ev jî yek ji sloganên me yên bêhawetîyê bû.
Bêhawe!
Yanî...
Fiqûr, tercal (Decal), şeytan, netebat, bêedeb...
Selo başqan!
Na, Selo başqan ne bêhawe ye, bermeqlûb têra xwe biedeb û maqûl e li hember sîstem û dewletê!..
Kîjan dewlet?
Kurdistan!
Tew!
Îja Kurdistan!
Ziravê wan diqete dema navê Kurdistanê dibihîzin.
Lewra...
Kurdistan dibe bombe û diteqe, textê konfora wan bi ser serê wan de hildiweşe.
Lê...
Bi telaqên bêfutû, Selo başqan ji Suleyman Soylu bêtir tirkîyehez e.
Nuxte!

Îroj li ser medyaya sosyal ez li wêneyekî ciwanîya Meral Akşenerê rast hatim...
Bêbavê têra xwe bedew û medew bû; hûn wê medewê dikarin di wateya seksîbûnê de jî bifikirin.
Bi qasî kêlîyeke şeytanpêkenîn ez kûr û dûr bi nav xeyal û fantezîyan ve pengizîm.
Di wext de...
heger ew xeyal û fantezîyên min bira jî qewimîbûna, îroj kesî yê jê re negota "Meralê" navê wê yê Delalê bûya.

"de min go delalê delalê
şêrînê hevalê
bêxwedî bêmalê
çi digerî"

Li rojhelatê dilê min, 
dil digirî, 
dil diqîre, 
hewara dil e;
dil bi gilî û gazin e!..
Hoo mola û meleyên bextREŞ û dinyaREŞ û mejîREŞ, xwîna we çarçipik li enîya wê jina kurd a porreş bikeve!
Lê ev tirs û xof ê we ji qudûm de bixe!
Hindik, pir hindik ma ji temenê zîhnîyeta we re.
Hûn wê rîhê ji binî de jê bikin jî, li hêla din kirasê horîyan ê bi destê we nekeve.

Gotina Dawî
Dagirker roj bi roj qels dibin lê hewce ye em xwe bi kurdî bipêçin;
lewra...
kurdî mertal e ji kurdbûnê re!..

ji nû ve

Ne li ber sîya kesî pal bidin, ne bi sîya kesî xwe mezin bikin, ne jî bibin sîya kesî.
Rewşenbîr!
Heger tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe bi sifreyên dewlemendan neguherî û ji bo berjewendîyên şexsî pişta xwe neda desthilatên li ser text, ew e rewşenbîr; 
na heger qîma xwe bi tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe neanî û li ser sifreyên dewlemendan çav berda ava di taseke zêrîn de û nanê di sênîkeke porselen de, ew ne rewşenbîr e, ew kurtêlpivîn e.

Min got,
"Seadet, tişt wek xwe nema, her tişt hat guhertin; ne eşîr eşîrên berê ne, ne mêr mêrên berê ne, ne jî jin jinên berê ne..."
Got,
"Hahew! Te dîsa kul û derdên min tev rakirin, Devlikeno. Rehmetîyê bavê te digot 'eşîr çilvirî ye.' 
Ma qey ne xebera wî bû! Êdî mêr di hundirê çakêtan de req û beloq disekinin. Çakêt ji ber mêran fedî dikin. 
Li sûka çakêtan xwedîyên çakêtan top avêtine; kes nema çakêtan li xwe dike; çakêtê ku tenê heqdirûna wî bi komek pere, bi 10 wereqan difiroşin lê dîsa jî kes newêre bi sî û starê wan keve..."
Min got,
"Le jin?"
Got,
"Tew jin! Tew çi xweşik devê xwe xwar dike û dibêje jin!
Çi jin û çi hal, jinkok jinkok! Weleh me gişa zarok anîn, lê ne bi vê xezebê!.. 
Tu di ber dibistanan re derbas dibî, ji zarokan bêtir li ber derîyê dibistanan jin hene. Li hewşa dibistanê xwe digihînin hev û li ser fesadîyê hevdu perwerde dikin. 
Na na heger di wext de min jî wek van jinan bi destên we girtibûya û min hûn biribûna û anîbûna, nuha dîplomeya min a profesorîyê hebû. Ew ji zarokên xwe bêtir li dibistanê ne. Wey tufîî!"

Gelo rojekê rêya min jî bi Kurdistanê keve, Nêçîrvan Barzanî yê min jî li meqamê xwe biezibîne?
Erê, ne qûnalês û durû û berjewendperest û bazirgan im lê qet nebe min kirasê kurdî kişandîye ser ruhê xwe, lê...
ma kurdîbûn û kurdbûn xema kurmîyan e, lo te serê min xwaro!
Kî dikute kiras, kî dine ruhê kurdî û kurdîtîyê!
Dem dema şeqşeqok û hekhekok û şinek û şelafan e!..
Vî zemanî huner ne karê hunermendan e; 
huner, xwebazarkirin û xwexweşfirotineke jîrane ye.
Ê weleh heyran!
Ji qewla urfayîyan, ev çito huner ji qûna min nayê!

Nîşane û Semptomên Bêxîretî û Xwelîserîyê:
- Li ser axa te navê axa te li te qedexe bike lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerî bijî!
- Bi hezaran gundên te bişewitînin, xanîyên te bi ser serê te de hilweşînin lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerên xwe biêşî, bigirî!
- Li pêş çavên te dê û jin û xwehên te tazî bikin lê dîsa jî tu rabî bibêjî ziman ziman e, çi kurdî çi tirkî!
-Di nav destên dagirkeran de bibe qareqar û warewara te, dest biavêjin namûsa te, qîrîna te here di guhên bav û bira û mêrê te de olan bide lê dîsa jî tu pesnê zimanê dagirkerên xwe bidî û xulamtîyê ji ziman û edebîyata wan re bikî!
- Bi salan ji ber kurdbûna xwe/kurdîbûna xwe dagirkerên te, te di hefs û zindanên xwe de birizînin lê dîsa jî tu rabî hemû çalakî, xebat û sîyaseta xwe bi zimanê dagirkerên xwe bikî!
Dîsa tufîî!

Gotina Dawî
Ev zêdeyî mehekê ye ji ber tiralîya xwe û bêxemîya xwelîseran min navber dabû nivîs û nivîsînê...
lê heger bayê reş bi min nekeve yan jî ez bi ber bayê reş nekevim, ji nuha şûn de wek berê pirê caran ez ê ya dilê xwe lê carinan jî ya dilê we binivîsînim û bigihînim ber çavên we.
Ka îşev bi vê quzilqurtê bi xwe xweş bînin, heta ku hêdî hêdî lê germ dibim.