3 Kasım 2020 Salı

çend gotinên dînoke

KESAYET Û HELWEST:
Temenê wî li dora nodî bû. Bi zorê li ser xwe diedilî. 
Ber bi balkonê ve meşîya. 
Balkona malê li hêla eskerîyê dinerî. 
Berê xwe da eskerîyê, xwe ripîrast kir, her du tilîyên xwe bilind kir û heta Xwedê hêl dayê qîrîya:
"Bijî kurd û Kurdistan!"
Û piştî du seetan serî danî, mir!

PISPORÎ Û ŞEYTANÎ:
Ji taxa jêrîn çêlekek hat dizîn. 
Roja din xwedîyê çêlekê ji bo kifşê şand pey du sê kesên di dizîyê de pispor û jêhatî yên dizên mentîqeyê nas dikin.
Wî û wan pisporan şop gerandin. Fikirîn nefikirîn, serî li xwe teqandin, lê pê dernexistin bê ev çêlek kê dizîye û çawa hatîye dizîn.
Xwe bi xwe gotin, "Heger li hundir serjê kiribûya, qey em ê li çenek xwîn an peçek goşt rast hatibûna. Heger bi saxî biribe, şop tevlihev e..."
Bi hevdu şêwirîn, şandin pey Beşîrê Elahêt. 
Ji Beşîrê Elahêt xwestin vê dizîyê safî bike.
Beşîrê Elahêt destên wan li quranê xist, got, "Heger hûn nerin lê gilî nekin û heqê xwe lê xweş helal bikin, ez ê bibêjim kê dizîye."
Soz dan Elahêt ku ew ê lê gilî nekin.
Elahêt çû rahişt herdu ferên cîzmeyê, hat li nig wan sekinî, got, "Min ev cîzme kir nigên wê yên pêşîyê û min bi xwe dizî...

HEZ Û FEDEKARÎ:
Doh sibehê ji bo xwarina şorbeyê ez derketim çarçîyê. 
Vê sibehê ez şîyar bûm Seadetê zir beroşeke şorbe çêkirîye...

QERF Û HENEK:
Di salên nodî de rêxistinê ji me esnafan re digot du rojan dikan ê girtî bin. Em jî radibûn me xwarinên xwe yên çêkirî di cî de dihiştin, derîyê xwaringeha xwe digirt û em derdiketin bajêr. 
Hevalekî me yê enayî hebû. 
Di qumarê de me heyfa apocîyan ji wî hevalê xwe yê enayî hiltanî, mesrefa du rojan me bera stuyê wî dida...
(Xwedîyê xwaringehê ereb e, enayî jî kurd)

HEVALTÎ Û DILSOZÎ:
Got,
"Li cem min hebe, li cem te tune be û li cem te  hebe, li cem min tune be, wek hev in, em ne mûxtac in, em ê bixwin, vexwin û bigerin. 
Tew ku li cem me her du yan hebe, em maqûl û mêrxas in û şwîr simbêlê me nabire, 
lê heger li cem me her du yan jî tune be, wê çaxê me pê girt, em perîşan in..."

Gotina Rojê:
Berî her tiştî divê kesayet hebe, dû re li ser wê kesayetê hûn çi îdeolojî, dîn û zanînê bar dikin, hûn serbest in.