31 Mart 2022 Perşembe

qazî mihemed

Mêr hene û mêrik hene!..

Di esasê xwe de ez ji rojên sembolîk hez nakim, 
lê...
dema mijar dibe Qazî Mihemed an Mîr Celadet an jî Qasimlo, mixabin ez nikarim bi xwe û xwe mecbûr û berpirs hîs dikim çend gotin û kelaman li ser wan bibêjim, binivîsînim.
"Bixwînin! Bixwînin! Bixwînin!" gotibû û em temî kiribûn, 
lewra baş dizanîbû tenê xwendin û zanîn dikare derîyê serketin û serfirazîyê li ber miletekî veke û wî miletî bigihîne qonaxa xwezanîn û xwenasînê.
Dîzanîbû xwenasîn ji xwendinê dest pê dike 
û ji bo zarok û nevîyên wî li ser ruhê wî welatekî azad û serbixwe ava bikin, di wesîyeta xwe de ji wan re got:
"Bixwînin! Bixwînin! Bixwînin!"
Wî dixwest bi xwendinê zarok û nevîyên wî xwe nas bikin û bi wê xwenaskirinê li wî zêde bikin; wek hin barûteyan çavê xwe pîs nekir û ji bo li ser textê xwe genî nebe çavê xwe bera nezanîn û xwenenasîna miletê xwe neda.
Ferqa wî ji yên nuha:
Wî dixwest zarok û nevîyên wî bixwînin, bi xwendinê xwe nas bikin, xwe zana bikin û bi wê zanînê jî xeyalên wî yên nîvcomayî nîvco nemînin; him zarok û nevîyên wî bigihêjin miradê xwe, him jî ruhê wî şad bibe. 
lê yên nuha...
Tenê li pey nav û textê xwe ne.
Zarok û nevîyên Qazî çi qasî ji xwendinê dûr bisekinin, ew qasî bi kêrî van barûteyan tê,
lewra...
Ew li ser zîhnîyeta mirîdîtîyê diçêrin û hebûna xwe weha diparêzin.
Qazî koç kir, çû, li pey xwe bi dehan partî û rêxistin hiştin.
Lê tu carî ew partî û rêxistin ji Kurdistanê re nebûn derman û çare;
Dagirkeran Kurdistan di nav xwe de kir çar perçe, lê heyf û xebînet, partî û rêxistinan her perçeyek kir çar perçe.
Û...
"Kurdistan bar kir, çû û nema!"

Şêr di qefesê de jî şêr e!..

Piştî rehmetî ji alî bêbavên faris tê girtin, wî derdixin mahkemeyê. 
Heyeta mahkemeyê bi haweyekî veşartî- qesta wan Mistefa Barzanî ye-, ji rehmetî re dibêje, "Bêyî destûra dewleta Îranê çima te bîyanîyek derbasî nav sînorê dewleta Îranê kiriye?"
Rehmetî bi wî dilê xwe yê kurdistanî dibêje:
"Kurdistan mala her kurdî ye, dilê kê bixwaze, dikare ji odeyeke wê derbasî odeyeke wê ya din bibe."
Ev gotin dibe xwîn û dadiwerive nav mejîyê heyetê...

Erê, zemano!..

Dagirkerên Kurdistanê, tirk û ereb û ecem in û her sê qewm jî di esasê xwe de misilman in, lê teva ku kurd bi xwe jî çûne ser dînê wan, rehmetî ji qewmê xwe re dixwaze bibêje bi dîn û dîyaneta wan bawer nebin, loma vê gotinê ji zar û nevîyên xwe re dibêje:
"Heger dijmin hezar carî destê xwe li quranê bixin û bi quranê sûnd bixwin jî, hûn ji wan bawer nekin."
Lê hezar mixabin, em hîn û hîn jî di nav rûpelên quranê de qewmekî mirî ne.

Gotina Dawî
Ji dêvla em guharên zîv û zêr dixin guhên xwe, di wext de me çend gotin û şîretên Qazî kiribûna guhên xwe, îroj em ê ne li bin text, li ser text bûna.

Gotina Herî Dawî
Xwezî bi Qazîyan!..




ziman û ax

Piştî ez gîhaştim Kadikoyê bi du seetan Fero hat, lê heta Fero hat, ez jî nesekinîm, ez çûm, min pişta xwe da dîwêr, berê min li behrê, li ber tavê min nigên xwe radan.
Hewa xweş bû û mîna pezên ji govê bifilitin, qîz û xortan xwe li wê perava Modayê qewimandibû.
Hîç min texmîn nedikir, 
lê piştî ez hînî Kadikoyê bûm, êdî wek berê nema kêfa min ji Beyoglûyê re tê. 
Yanî meriv rastîyê bixwaze, piştî şerê li Sûrîyeyê qewimî û têkçûyîna ekonomîyê, xêr di Beyoglû û Taksîmê de nema. 
Çendî di çavê tirkan de em di bin efrîkî û ereban re bin jî, li Beyoglû û Taksîmê ji ereb û efrîkîyan meriv nikare gava xwe biavêje.
Hîrehîr û qarewara wan dihere di erşê Xwedê re derdikeve.
Got,
mêvan ji mêvan aciz e, mazûvan ji her duyan.
Ya me jî ev e...
Axir, min kitêba xwe derxist û min dest bi xwendinê kir. 
Xusûsîyeteke min heye, her ji çend salan carekê hin kitêbên min berê xwendine, ez wan derdixim û ji nû ve dixwînim.
Piştî bi salan min kitêba Enwer Karahan a bi navê "Xanima Kozê" derxist û xwend. 
Çîroka bi navê "Tirsa Tarîyê" çîrokeke serketî ye; bi naverok û pevxistina xwe, bi hest û hîsên li meriv bar dike, bi herîkbarî û henûnîya zimanê xwe tesîreke giran lê têra xwe xweş li ser meriv dihêle. 
Wextê min çîroka bi navê "Axe" xwend, fîlmê "Zugurt Axa" hat ber çavê min; tirajedîya her du axeyan pir dişibîya hev.
Piştî min kitêb xwend û danî ber çonga xwe, careke din ez tê gîhaştim bê di edebîyatê de tesîra zimên çi qasî xurt e.
Ji bo berhemeke edebî,
Xwendin, şarezabûn, lêkolîn, lêgerîn, tecrûbe, xeyal, fantezî, zanîn, bi kin û kurmancî vîzyoneke xurt divê, 
lê ji bo ev vîzyon xwe bigihîne nav dilan jî zimanekî xurt hewce ye.
Belê bêguman, 
ji bo felsefe û zanistê hin peyvên nuh jî ji me re lazim in û hewce ye em li ferhenga xwe zêde bikin, 
lê dema meriv dest bi vegotina bûyer an meseleyekê kir, kêm zêde ji bo her kes fahm bike, hewce ye meriv hewl bide bi zimanekî sivik, henûn û herîkbar binivîsîne, 
loma jî,
Ziman, ziman, ziman!..

Gotina Dawî
Bila ji zimanê we bêhna axa welatê we bifûre.

29 Mart 2022 Salı

hevalên ezîz

Nizanim çima lê min hîç ji peyva "ezîz" hez nekir; ne tenê peyva "ezîz" her weha min ji yên navê wan "Ezîz û Ezîze" jî hez nekir.
De îja hin ji me yê jî rabin rûnin, bibêjin, "hevalê ezîz û hevala ezîz"
Belkî min bi xwe jî hin caran bi kar anîbe, lê heger min bi xwe bi kar anîbe jî, bi îhtimaleke xurt Ezîz ketine xewna min loma...
Xwe ji Ezîz û Ezîzan biparêzin!

Wê şevê di odeyeke twîtterê de sê seetan min li civatekê guhdarî kir; civata ateîst/xwedanenas û oldaran...
Mijar:
Ateîzm/xwedanenasî çi ye û Xweda heye yan tune ye.
Lê ez vê jî bibêjim,
danûstendin û nîqaşa wan di çarçoveya maqûlîyê de bû. Ranedipelikîn nav çavê hev.
Lo lawo!
Ew enerjîya hûn li hebûn û nebûna Xwedê xerc dikin, heger we li xwe xerc bikira, nuha ji zû de hûn bi xwe bibûn Xweda.

Mentiqa tirkan û mentiqa keran eynî mentiq e. 
Wê rojê gerînendeyê "et balik kurumu"yê 
anku 
gerenendeyê dezgeya goşt û şîr daxuyanî da:
"Ji bo we em ê goşt buha bikin, zemê çêkin, lê şaş fêhm nekin, her tişt ji bo çêya we ye. Di esasê xwe de ew zem ne zem e, ji bo reben û feqîr û xizan li ser nigan neqerimin."
Ji nuha pê ve kî li ku ket dorê, bila li xwe miqate be, dû re nexesire û kejika stuyê xwe nexwirîne û venegere malê...

Gotina Dawî
Meriv tirk û kurdan li cem hev girê bide, kurd ê ji tirkan xweştir û baştir bi tirkî bipeyivin.

28 Mart 2022 Pazartesi

bindestî teresî ye

Îja "Dimilî dilê kurdî ye."
Peyveke têra xwe qure, têra xwe populîst.
De baş e...
Madem dimilî dilê kurdî ye, kurmancî çi yê kurdî ye?
Mejî?
Çav?
Poz?
Guh?
Kezeb?
Fatreşk?
Pişik?
Ka bibêje, kurmancî çi yê kurdî ye?
Heyran bila kes nebe dilê kesî, bila her kes bibe dilê xwe û bes e.
Heger dimil li dimilî xwedî derkevin û bi dimilî bifikirin, bipeyivin, bixwînin, binivîsînin; heger kurmanc li kurmancî xwedî derkevin û bi kurmancî bifikirin, bipeyivin, bixwînin, binivîsînin; heger soran û goran û hewreman li zaravayên xwe xwedî derkevin û bi zaravayên xwe bifikirin, bipeyivin, bixwînin, binivîsînin, hewceyî namîne kes xwe bike dilê kesî.
Kurmancan demançe nexistîye serê dimilan, ji dimilan re negotine terka dimilî bikin, xwe fêrî kurmancî bikin û bi kurmancî bijîn.
Em bindest nikarin bi dagirkerên xwe, radibin xwe bi xwe çavê hev derdixin.
La hewle wela!
Û kî xwe kurd dihesibîne, nahesibîne û çi navî li xwe dike, nake, azad e û bi serê xwe ye; çi dimil, çi kurmanc, çi soran, çi goran û çi hewreman...

Heta çar pênc salan heger Kurdistan ava bû jixwe ew ê ava bibe, na heger ava nebû, dev ji fantezîyên xwe yên sîyasî berdin û dest bi fantezîyên xwe yên zewqî û seksualî û kêfî bikin.
Bixwin...
Vexwin...
Bigerin...
Û bixirpişin ser hev, di hev nin!
Lewra hîç wext,
bi fantezîyên sîyasetvan û polîtîkvanên kurd Kurdistan ê ava nebe.
Heger hûn ne dîndar û bawermend bin jî, destên xwe vegirin û ji wî efendîyê jor re dua bikin da avakirina Kurdistanekê li fêdeya Amerîkayê be;
yan na sed û salekê jî hûn xwe li erdê xin û bikin "bijî bijî" ne mumkun e!

"Xorto, min go tu min nakî, lo!"
Çi gotineke xweş, çi gotineke henûn, çi gotineke ji milkê dil...
Zemanê berê qîzan ji xortan re wer digot, lê qîzên nuha bi gotinên xav xwe di nav devê xortên xam de dikin benîştê daran, 
mixabin!

Gotina Dawî
Keça qereçî nabe xatûn an jî ji jina qereçî xatûn çênabe!

27 Mart 2022 Pazar

ji mecbûrî

Her kurdê xwe fêrî kurdî dike, dixwaze rojekê kitêbekê çap bike û wek nivîskar navê xwe li ser enîya her kesî binivîsîne.
Loma jî, 
hewce ye kurdî kurdan hilbijêre, ne kurd kurdî...

Hin ciwanik û ciwamêr hene, hebûn û nebûna wan ne belî ye. 
Xusûsî jî li ser medyaya sosyal çima xwedan hesab in û çi ji xwe fêhm dikin, nizanim.
Ne tiştekî par ve dikin, ne jî li bin tiştekî xwe eşkere dikin...
Bi rastî jî hêja ye bi haweyekî sosyolojîk û psîkolojîk meriv lêkolînekê li ser wan bike bê di hundirê serên wan de çi kaos û tofan diqewime!

Hewce ye em rojek berî rojekê xwe ji wê kompleksa xwebiçûkdîtinê dûr bixin.
Em ne mecbûr in sal duwazdeh meh stuyê xwe li ber dagirkerên xwe xwar bikin û bibêjin, "Xalo ez vaa me!"
Tu xwe bibînî bes e, hewce nake tu bala xalo bikişînî ser xwe.
Û heger tu hebûna xwe qebûl bikî, tu bixwazî jî nexwazî jî xalo yê ji mecbûrî te bibîne û qebûl bike...

Gotina Dawî
Heger qirika we xwirîya, hundirê guhê xwe bixwirînin; na, we lê nerî xwira qirika we neşikest, wê çaxê herin li ser nivînên xwe pal din û serî biavêjin xewê. Bi îhtimaleke mezin, sibê wextê hûn şîyar bibin, ne xwir dimîne ne jî mir!..

26 Mart 2022 Cumartesi

ji rojevê dûr çend gotinên beradayî

Îslam û kurd!
Bi zayîn û çêbûna îslamê re tenê mala kurdan xera bû û çû li mîratê gerîya!
Ka bala xwe bidin dîrokê!!!
Berî îslamê xwedayê siruşt û şaristanîyê kurd bûn, lê bi çêbûn û derketina îslamê re sal bi sal kurd qels û lawaz bûn û hêdî hêdî ber bi nebûnê ve çûn.
Bi kin û kurmancî,
Îslam!
Ji tirk û ereb û eceman re bû bihuşt û yar, 
ji kurdên ji spîka çavê xwe bêtir lê miqate re jî bû dojeh û neyar.

Zîhnîyeta tirkan!
Di dîroka merivatîyê de di şekl û rengê tirkan de qewmek çênebûye.
Tirk vîruseke genî ye û dikeve ku derê ew der jî genî dibe.
Li gorî teorîya xalê me Darwîn a evrîmê, bi zemên re meymûn veguherîn însên, lê heft evrîm jî biqewimin, tirk ê veneguherin însên.
Loma jî bi min, tirk ne ji meymûnan, meymûn ji tirkan çêbûne!
Lê dawîya wan ê here di ku re derkeve, ne em dizanin, ne jî zanist texmîn dike.
Wê rojê zanistek li ser şerê ûris û ûkraynayê dipeyivî. Mîna qantirê sikê xwe rakiribe, hêç ketibû...
Digot,
Heger dilê Pûtîn heye Natoyê test bike, bila rabe fuzeyeke bîyolojîk bifirîne nav dewletek ji wan dewletên ji Rûsyayê cîhê bûne. Piştî wê fuzeyê bifirîne nav wê dewletê, Nato yê deng neke û Rûsya yê jî fêhm bike fort û gefên Natoyê pûç û derew in!
Min got heqê vî qewmî li ser rûyê vê erdê tune ye!..

Kurd û platforma dijîtal!
Li ser platforma dijîtal kurd bi nexweşîya populîzmê sewsî û gêj bûne. Her kî ji kê hêrs û aciz dibe, radibe li ser platforma dijîtal televîzyonekê ava dike, çar pênc hevalan jî dide tengala xwe û li ser ekrana wê televîzyonê di kirasê rewşenbîrtîyê de dest bi lotikên kerkî û qantirkî dike.
Û hay jê heye ji Amerîkaya xopan bigire heya Çîn û Maçînê her kes bi çar çav û çar guhan li wan temaşe û guhdarî dike.
Ya star û bêlome be!
Bi qasî hûn serê xwe bi wê populîzma beradayî re xerc dikin, wek alemê we serê xwe bi zanîn û perwerdeyîyê re biêşanda, qet nebe nuha hûn hînî sîyaseta stratejîk û dîplomasîyê bûbûn.
Yek bi yek televîzyonan ava bikin û di wan televîzyonan de jî li ser dewletên avanebûyî quretîyên populîst bikin.
Ji qewla rehmetîyê apê min Meheme, Wey hebeş! Ha ji te re kutilkeke bênavik!

Sîyasetvanên kurd!
Sîyasetvanên kurd ên bi tirkî dest bi sîyasetê dikin, hîç hewce nake xwe bitehebînin, jixwe di serî de pê digirin!
Ku esas/temel pûç be, avayîya çêbibe jî, tenê ji kundan re hêlîn e.

Gotina Dawî
Senteza tirk û îslamê ji çekên kîmyewî û bîyolojîk bitesîrtir e.
Û vê sentezê mala kurdan birîye li mîratê gerandîye!

24 Mart 2022 Perşembe

netewedewlet

Çar Xusûsîyetên Belengazîyê:

-Hîn me gundîtîya xwe ji ser xwe neavêtîye, em radibin ji bajarvanîyan bajarvanîtir tev digerin.

-Berî em xwe baş fêrî kurdî bikin, em radibin diherin xwe dikin nivîskar û hespê xwe di qada edebîyata kurdî de dibezînin.

-Kes bi çavê gel li me nanere, em radibin destê xwe li sînga xwe dixin û dibêjin "bijî biratîya gelan" û lotikên enternasyonalîs diavêjin.

-Jin hîn nebûne jin, hîn xwe nas nekirine, radibin feminîzmê berbeqlûb dixwînin û ji mêrên herî paşverû paşverûtir tev digerin.

Gotina Dawî
Netewe, li ser nirxên xwe yên neteweyî bilind dibin û di çavê neteweyên din de dibin xwedan qîmet.
Û nirxên wan ên neteweyî wan dike netewedewlet.

23 Mart 2022 Çarşamba

hema werê

Dibêjin,
vê Newrozê li sikak û kolanên Amedê siwarek, ala rengîn di dest de hespê xwe dibezand.
Û dibêjin,
her kî çav li wî siwarî ketîye, bê hemdê xwe serê xwe bera ber xwe daye û nepeyivîye...

Serî û qûnê cî guherîye; 
ji dêvla serî qûn difikire, 
ji dêvla qûnê jî serî dihere tuwaletê.
Û mejî jî nazê!

"Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir ji ney û nay û bilûrê
Karwanê me va bi rê ketî lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval rêka me dûr e"
Ruhê te şad be, Seydayê Tîrêj!

Gotina Dawî
Mirîdan aciz mekin; jixwe ji himehima hundirê serên xwe sewsî û gêj in.

jan jîyan zeman

Di emr û heyata xwe de min cixare nekişandîye; heger meriv zaroktîyê nehesibîne...
Dema em neh deh salî bûn, di rojên cejnan de ji ber wê kompleksa xwe ya biçûkbûnê ya me dixwest em xwe mezin hîs bikin, carinan bêyî ku em bikişînin hundirê xwe me çend cixare dikişandin û dixana wan cixareyan bi ser serê xwe dixist.
Nahlet li çavê şeytên bê!
Nuha jî carinan dema civatek xweş digere û di bin konê kêf û zewqê de em çong datînin erdê, bi caxareyek ne ji wan cixaran em eyarê xwe fireh dikin û kurmê xwe dişikînin.
Lê hewce ye ez vê jî bibêjim; çendî ez ne cixarekêş bim jî, her tim min ji nîyhandina jinên cixarkêş kêf û zewqeke xweş stendîye.
Ew aromaya cixarê li ser zimênê min diherike, ziman di devê min de hêç dikeve; hest bi cizbê dikevin.
Û lîbîdo bi dîwêr ve radipelikin, wê kêlîyê!..

Ax ax, zaroktî!
Bi hesreta du dîlîm peqlawe, şûşeyek qola, mûzek û çikolatên hoby û tadele...
Ma wî zemanê bi destê kê diket; kê bi dilê xwe tahm dikirin?
Û roja ku ew xwarin û vexwarin dibûn qismetê me jî, ji bo zû xelas nebin, destê me li wan nedigerîya bi têrxweşî em wan bixwin...
Ax tunebûn, ax!
Agir bi te keve tunebûn!
Îroj ji wan tiştan hemû hene,
lê...
Êdî em dikin nakin çav têr nabin, mixabin!
Û zaroktîya me ji destê me filitî, em av û av çûn...

Gotina Dawî
Jîyan ji kulmek bîranîn pêk tê, lê bîranîn jî ji jîyînê dizên!..
Û jîyîn di zemên de asê bûye, ne bi pêş ve diçe, ne bi paş ve...


21 Mart 2022 Pazartesi

newroz û xalê sebrî

Heger di zemanê pêxemberan de psîkîyatrî hebûya, ji sedî sed ew ê hemû pêxember bişandana nexweşxaneyên dînan; lewra dema meriv çîrokên wan dixwîne, li cem gişa nîşane û semptomên şîzofrenîyê hebûne.
Ji halusînasyonên doh re digotin "wehî" ji halusînasyonên îroj re jî dibêjin "şîzofrenî"
Halusînasyonên doh rê li ber hinekan vekir, ew kirin pêxember û derketin ser text; halusînasyonên îroj jî derî li ber hinekan girt, ew di nava çar dîwarên tazî de kirin dîn û şîzofren.

Êdî kurd ji kurdî ditirsin.
Û ev yek, qebhet û têkçûyîna partî û rêxistinên kurdan, serfirazî û serketina dagirkeran e.
-Elo, Seyfo, berxê min!
-Ha, yadê! Çi bû!
-Berxê ca xwe, anuha Şewket ji min re got Seyfo tişt miştên sîyasî dixe telefona xwe. Berxê ca xwe, dinya xera bûye, guh mede telebe meleba! Ji xwe re mektebka xwe bixwîne.
-Ê Şewket negot çi yadê!
-Çi zanim! Got bi kurmancî tişt miştin nivîsîye!..

Xalê Sebrî, rabû bi cil û bergên kurdî xwe xemiland û çû li ber mirêkê sekinî, bi bişirîn serê simbêlan jî ba da, derket devê derî, qundera xwe bi haweyê şimikî bi ser nigê xwe ve kir û ket kezeba rê, du sê gav avêt neavêt, bi paş ve vegerîya, ala rengîn ji bîr kiribû. Çû ji hundir rahişt ala rengîn û dîsa derket, berî da qada Newrozê...
Xalê Sebrî ji malê derket, heya gîhaşt qada Newrozê jî strana "Lê Amedê Amedê" ji ser zimanê wî qut nebû:
"amedê serhildan e lê amedê amedê
dîlana me kurdan e warê şêran amedê
darbesta wedat aydin lê amedê amedê
ala rengîn pêçane tu bûka kurdistanê
bi darbesta wedat aydin lê amedê amedê
ala rengîn pêçane meskenê egîdan e"
Li qada Newrozê dê weledê xwe avêtibû; te ax biavêta bi erdê nedibû.
Te yê sûnd bixwara, biçûk mezin amedî hemû li vê qadê kom bûne.
Çi kurmanc, kirmanc, çi tirkmanc, her yekî bi nigekî lê dixist.
Xalê Sebrî li nava qadê sekinî, destê xwe avêt bêrîka xwe, her du destên xwe kirin newqa xwe û hawîrdor li girseyê nerî; 
xelk li ber muzîk û stranên kurdî ji ser hişê xwe ve çûbû; xumexum û himehema wan, erd digupandin.
Xalê Sebrî bi kêfa wê coşê rabû destê xwe avêt bêrîka xwe, ala rengîn ji bêrîka xwe derxist û bi her du destan ew bilind kir.
Hîn nuh hêdî hêdî serî li wî jî germ dibû, ji nişka ve bala wî çû ser dikê. 
Xortekî qert, bi cil û bergên kurdî, bi qurpika mîkrofonê girtibû û bi dengekî dawidî diqêrîya:
Bijî Newroz!
Bijî Azadî!
Bijî berxwedana demokrasîya Tirkîyeyê!
Wek ceryan bi xalê Sebrî bigire, xalê Sebrî di cî de sar sekinî. Li dora xwe nerî, girse bi çepik û lîrelîr û sloganan ji ser hişê xwe ve çûbû. 
Kesî li xwe ho venedida!
Hêdîka ala xwe pêça, xist bêrîka xwe û serê wî di ber wî de ji nav wê qelebalixîyê derket û ji qada Newrozê dûr ket.

Gotina Dawî
Xweda dide hinekan û dine hinekan!..

20 Mart 2022 Pazar

nevrûza we pîroz be

Meriv xwe bike qurbana esaletê. 
Pêdivî û pêwistîya me bi karakter û kesayetê heye.
Anna Muzychuk!
Ev xanim, pêxembera lîstika setrancê/kişikê ye.
Ji ber şert û mercên şerîetî yên dewleta Siûdî Erebîstanê, vê xanimê çûyîna tûrnûvaya kişikê red kiriye.
Gotîye:
"Heqê kesî tune ye destdirêjîya azadîya min bike; her weha heqê kesî tune ye rabe ji min re bibêje li gorî zîhnîyeta min a jinê di bin mêr re digire, tev bigere. Ne ez xwe dinixumînim, ne jî ez li ber sîya mêrekî digerim."
Esalet ne bi sloganan e, esalet karater bi xwe ye.

Li qad û kolanan bi qêrîna du sê sloganan meriv azad nabe û azadî ne ew qasî erzan e.
Te dî li ser zimanan bûye benîşt, 
"Bedêl!"
Erê...
Ji azadîyê re bedêl hewce ye.
Û hewce ye ew bedêl jî berberî dewletekê be.
Heger dewleteke meriv tune be, li ber sîya her neteweyeke serdest, meriv tenê dikare azadîyê teqlîd bike.
Û di Newrozan de, li ser axa welatê xwe tenê em bi xwe xweş tînin!
Hûn dikarin bibêjin masturbasyon jî;
lewra...
Dewletek di ser me re derbas dibe, tenê bixwexweşanîn para me ye.

Gotina Dawî
Nuha...
Ûkraynayî di ber azadîya xwe de bedêl didin. Bira jî, ev hûn ji min re nabêjin,
ev zêdeyî çel salî ye kurd di ber çi û kê de bedêl didin?
Belê...
Roja kurdan ev pirs ji xwe pirsî û xwe gîhand bersivê, belkî wê rojê bedêl û azadî qayîşê bi hev re bikişînin.

Gotina Herî Dawî
Nevrûza we pîroz be!

19 Mart 2022 Cumartesi

ronakbîr û ronakbîrî

Carinan meriv ji ber ruhê xwe aciz dibe û dixwaze bi sî û starê medyaya sosyal nekeve.
Tu yê sûnd bixwî hemû pirik û çirav û qirêj û gemara civakê li wir kom bûye.
Her kesî xwe li pişt maskeyekê veşartîye û bi kirasekî pîne hewl dide xwe ji derdora xwe veşêre.
Lewra...
bê maske, bê kiras tav dide qûnê û her tişt kifş û eşkere dibe.
Lê wextê kifş û eşkere bibin jî, ew ê nikaribin bibin ew kesê ku dilê xwe dibijîninê lê tu carî ji qûna wan nayê xwe bikin ew.
Tenê ji konetî û zexelî û xapandin û xwexapandinê re jîr û jêhatî ne.
Ji ber ku bi qumaşê xwe dizanin...
Di jîyana rastîn de bi qasî misqalekê kes qîmet nade van kesan, loma jî hewl didin bi haweyekî veşartî li ser medyaya sosyal kurmê xwe bişikînin anku xwe tadmîn bikin.
Û wer xuya ye kurmê xwe dişikînin jî, lewra civak ji sedê nod wek van kesan in.
Ev celeb kurd,
ji bo qurişekî dikarin qûna xwe bidin,
lê her tim hewl didin xwe 
welatperwer, neteweperwer, zimanperwer nîşan bidin.
Hin kurdên tirkînivîs bi tirkî li ser twîtterê piştgirîya kurdînivîsan dikin û bi gazin dibêjin:
"Erê, ji bo em asîmile nebin, bi qasî hêz û qaweta xwe em jî ber xwe didin, lê yên bîst û çar seetan rexneyan dikin û kurdî kurdîya wan e li ku ne? Kitêbên kurdî di depoyan de dirizin, lê ew ên warewar û barebara wan e û rexneyan li me digirin çima narin kitêbên kurdî nakirin, naxwînin û piştgirîyê nadin kurdînivîsan? Here were hezar kitêb çap dibin, ew jî hemû di depoyan de dirizin!.."
Tew wek qebheta wan tune be, bi haweyekî fisgenî xwe ji bin derdixin.
De îja ev ên van gazinan dikin jî bi kêmanî bi qasî min û we bi kurdî dizanin, lê xwelîseran ji ziman û edebîyata tirkî re xizmetê dikin.
Çîroka wan balkêş e. 
Ji bo ji bîr nekim, min li ser mejîyê xwe nivîsandîye. 
Qey rojekê ez ê li wan û çîroka wan jî vegerim. Bila nuha lotikên populîst biavêjin û dilê xwe li populîzmê rehet bikin.
Şeytan ji min û wan re mezin e!

Doh li ser medyaya sosyal min ev peyvforîzma belav kir:
"Heta ronakbîr xwe li ber çavê civakê reş nekin, ronî yê nekeve çavê civakê û di wê reştarîyê de civak ê ber xwe nebîne!"
Bi min ne peyameke zêde asê ye. Û têra xwe vekirî û zelal e.
Yanî hewce nake meriv biponije û bibêje, "Gelo şaîr xwestîye li vir çi bibêje?"
Şaîr bi haweyekî eşkere ta bi derzîyê ve kirîye.
Heyran!
Em bê dewlet in.
Her weha em xwedan civakeke ketî, belengaz û nexwende ne.
Loma jî...
Pirê xwende, zana, entelektuel û ronakbîrên me jî bi qasî civaka me ketî û belengaz in.
Lê barê ronakbîrîyê giran e; yan tu yê heqê ronakbîrîyê bidî, yan jî tu yê wek ronakbîrekî tev negerî û tenê ji mal û zarokên xwe re sermîyantîyê bikî.
Heger te destê xwe li sînga xwe xist û got ez ronakbîr im, wê çaxê heqê te namîne tu bi nigê civakê lê xî!
Hewce ye tu ji rastîyên xwe venegerî.
Hewce ye hêz û qaweta te ji bext û ûjdanê te bizê.
Hewce ye tu wêrek bî û bi xwe bawer bî.
Hewce ye tu xwedan sekn û helwest bî.
Kê çi got, hewce ye her tim tu ya xwe bibêjî û tu bi hestîyarî tev negerî.
Nizanim ez weha bibêjim filankes ê biêşe, nizanim ez weha nebêjim bêvankes ê xwe aciz bike; na, hewce bike tu yê filankes jî biêşînî, tu yê bêvankes jî aciz bikî.
Heqê ronakbîran tune ye bi çepik û lîrelîr û halanên girseyan ji ser hişê xwe ve herin û wê egoya xwe ya nekedîkirî hovtir bikin.
Ne ronakbîr, civak ê ronakbîran ji xwe re bike mirêk û pê li xwe binere; heger di wê mirêkê de wahş jî bibîne!..

Gotina Dawî
Kurd nexweş in û heger Kurdistan ava bibe, hewce ye li serê her kolanê nexweşxaneyek çê bibe...

18 Mart 2022 Cuma

xwexapandinasyon

Berê jî min gotîye; bi qasî xwende û zanayên kurd zirarê didin kurdî, tu kes nade.
Hûn Mehdî Mutlu nas dikin; ez bi xwe jî nas dikim. 
Televîzyonvan û bernamekêşekî jêhatî ye. Bi sekn û helwesta xwe û bi kar û xebat û tevgera xwe jî dîyar e xwedan vîzyoneke xweşik e û her weha ji bo kultura kurdî xizmeteke hêja jî dike, lê...
Ax ax! 
Xwezî ne ji wê "lê"yê bûya û bi çend hevokên din jî min pesnê wî bida û halan tê de hilda.
Lê! 
Erê, lê...
Xwezî bîr û hiş û mentiqa xwe jî li wê jêhatîbûna xwe bar bikira!..
Ax ax!
Nizanim sedema vê nakokîyê çi ye, lê çawa hûn qêmîşî xwe dikin û ji hêlekê ve kedê didin, ji hêlekê ve jî bi ser wê kedê de dirîn!
Mixabin!
Êdî ev nexweşîyek e û ji vê nexweşîyê re derman û çare zehmet e.
Tirkîtîyê, mîna kurmekî di bin hişê me de kemîn danîye û veketîye; hema qey ew kodên kurdî serê xwe bilind dikin, demildest ew kurm çeng dibe ser xwe û wan kodan ber bi kemînê ve dikişîne, yek bi yek wan dixwe; li ser binhişîya me tevna bêhişî û xwenenasînê dirêse.
Bi kin û kurmancî,
ew kurm, wê bîrê şolî dike û kurd di bîra xwe de wenda dibin.
Bi taybetî jî,
yên bi ber pêlên vê nexweşîyê ketine, sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend û stranbêjên kurd in.
Îja heyran!
Heger meriv xwe tedawî neke, meriv nexweş e. Û heger meriv nexweş be jî, meriv bê hemdê xwe her kesî, her tiştî bi xwe re nexweş dixe.
Bi dehan caran min gotîye;
bi genetîka kurdan lîstine; genetîka kurdan nexweş e.
Li ser twîtterê ez li twîtteke Mehdî Mutlu rast hatim. 
Bi tirkî weha gotibû:
"Her tim ji min dipirsin, çima ez bi tirkî dinivîsînim? Min jî her tim ev bersiv daye: Ji bo kurd bixwînin!"
Ka bala xwe bidin vê hişmendîyê bê xwende û zanayên kurd di nav çi nakokîyê de digevizin!
Û ciwamêr vî tiştî bi helwesteke rewşenbîrane tîne ziman; mîna keleh fetih kiribe, bi serbilindî dibêje û xwe qure dike.
Ax ax, ev eşq û sewdaya me ya populîzmê!
Gelo hêja ye meriv rabe ji bo eşq û sewdaya populîzmê keda xwe bi erdê de berde?
Lê hayê wî ji wî tune ye bê di nav kaos û tevlihevî û nexweşîyeke çawa de ye û xwe di çavê yar û neyaran de çi qasî erzan dike.
Li bin twîtta wî ciwamêrekî jî bersiveke xweş dayiyê:
"Ez bi kurdî dinivîsînim da tirk ji min fêhm nekin û kurd jî meraq bikin!"
Çi bersiveke xweş, lê heger têgîhiştin hebe!
"Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî!"
Lê vî zemanî ne kes li ber dîwaran rûdine, ne jî xema kesî bûkê ye...

Gotina Dawî
Hewce ye ev zîhnîyet biguhere. Heta ev zîhnîyet neguhere, hewceyî dijmin nake; jixwe em dijminê xwe ne.
Heger dilê we bi kurdan dişewite, neçin kurdan mecbûrî asîmilebûnê nekin.
Bi rê û rêbazên maqûl hewl bidin bila xwe ji asîmilasyonê biparêzin.
Nivîskar bi kurdî dinivîsînin, diherin kitêbên xwe bi kurdî çap dikin, hîn ew kitêb negîhane ber destê xwendevanan, radibin îja wan kitêban werdigerînin tirkî.
Û dîsa tenê kurd dikirin û dixwînin; tirk meraq jî nakin.
Sîyasetvan bi tirkî doza kurd û Kurdistanê dikin, lê nizanin Kurdistan bi kurdî dibe Kurdistan.
Rewşenbîr bi tirkî analîzan li ser rewşa kurdan dikin, lê analîzên wan bêtir kurdan bi ber bayê tirkî dixe.
Stranbêj li ser sehneyê bi kurdî stranan dibêjin û li ser pişta kurdan diçêrin, lê piştî ji ser sehneyê dadikevin, bi tirkî direpîninê!..
Xwende û zana terka tirkî nakin, dibêjin ji bo em xwe bigihînin kurdan û kurdên asîmile bûne ji me fêhm bikin, lê nafikirin, nabêjin em ê çawa ji asîmilasyonê re dermanekî, çareyekê bibînin.
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
De were bi vê zîhnîyetê kurdan bi kurdbûna wan bihisîne!

Gotina Herî Dawî
Ji ber kurd ê ji kurdî fêhm nekin, hûn jî rabin bi tirkî binivîsînin, ne xêra we, zirara we yê bigihêje kurdan û digihêje jixwe.



17 Mart 2022 Perşembe

maç

Vê êvarê ez çûm marketê, min ji xwe re hin tahmtîtik kirin û hatim malê.
Berî maça Brcelona û Galatasarayê dest pê bike, hêdî hêdî min hazirîya xwe kir û min xwe da benda maçê.
Heger îşev Galatasaray bi ser biketa, li seranserê Tirkîyeyê milet ê ji ser hişê xwe ve biçûya, ji bo demekê ew ê ne bêkarî bianîya bîra xwe, ne birçîbûn bianîya bîra xwe, ne jî reîs û sîyaseta muxalefetê...
Ji bo demekê kes ê ji tirkan bextewartir nebûya...
Lê Xwedayê ez pê ne bawer, kêfa tirkan li wan qewitand û têkçûyîna Galatasarayê kulek din li ser kulên wan zêde kir.
Agir bi mala Barcelonayê nekeve, erê belkî zêde gol neavêtin, lê mîna pisîka ji xwe re bi mişk qeşmerîyan bike, Barcelonayê qeşmerîyên xwe bi Galatasarayê kir û nefes lê çikand.
Ez bawer im futbolîstên Galatasaray ê îşev ji tesîra wê şokê xew bi çavên wan nebe.
Xweda kesî nexe nav lepên Barcelonayê, rehm pê re tune ye!
Ê de baş e...
Xwedê kirî Galatasaray bi ser neket, 
yan na ji hewtehet û zûrezûra wan îşev heya sibê xew bi çavê me nedibû.

Gotina Dawî
Divê meriv zêde bilind nefire, yan na weha baskên meriv dişikînin!

16 Mart 2022 Çarşamba

16ê adarê û ruhekî têkçûyî

Ji kerema xwe re êdî bes ji hevdu re bibêjin, "Tu çi xîyar î!"
Anuha ez ji marketê hatim. Kîloya xîyaran bi 35 lîrayan bû.
Yanî bi 2 euroyan.
Li Tirkîyeyê meaşê herî kêm 4250 lîre anku 246 euro ye.
Bi kin û kurmancî, bi meaşekî meriv dikare 123 kîlo xîyar bixwe.
Heger meriv howardatî û tolazî û doxînsistîyan neke û zêde nigê xwe ranede, meriv dikare rojê 4 kîlo xîyar bixwe.
Di taştê de meriv kîloyek xîyar bixwe.
Di firavînê de meriv kîloyek xîyar bixwe.
Di şîvê de meriv kîloyek xîyar bixwe.
Ji bo kêf û zewqa şevê, nîvê şevê, berî meriv serî biavêje xewê û rakeve jî, meriv kîloyek xîyar têxe qûna xwe, mesele safî dibe.
Ji nuha şûn de êdî ji hevdu re bibêjin, "Tu çi mûz î!"
Lewra...
Bi kîloyek xîyar meriv dikare çar kîlo mûz bikire.
Yanî êdî ji dêvila qîvarê meriv dikare mûzan biavêje ber keran.
Wê çaxê...
Hewce ye em slogana xursîyan a "Xursî xwedîyê xîyarên çelmîsî, ne dixwin, ne didin kesî" biguherin û bikin, "Xursî xwedîyê xîyarên cewherî, ne dixwin, ne jî destê wan lê digere bfiroşin bi erzanî!"

Li Filîstînê, li dawetekê stranbêj weha distirê:
"Pûtîn, li ser Ûkraynayê êrişên xwe gur û xurt bike, jinên ûkraynayî jî ji me filîstînîyan re bişîne!"
De îja...
her çar alîyên me jî bi xerab û teresan dorpêçkirî ne; 
li alîyekî me ereb, 
li alîyekî me tirk, 
li alîyekî me jî faris 
û yek ji yekî xerabtir, terestir û pûşttir!
Axir...
Tirk û ereb û faris ji masturbasyona Xwedê çêbûne!
Bi hêvîya kîrê Xwedê birize û zurîyeta wî qir bibe!..

We got mejî di serê Ahmet Guneştekîn de kemilîye û afirînerî jê difûre!
Heya ruh ji tavê nere, tav ê her bide qûna we, loma jî, 
hewce ye hûn hay ji qûna xwe hebin!
Heger na,
hûn ê bihetikin!
Di 1989an de piştî dîwarê Berlînê hildiweşe, hunermendê japon Chiharu Shiota, di 2009an de ji wê derdorê 1000 çarçoveyên paceyan/pencereyan dide ser hev û bi wan çarçoveyan bi navê odeya bîrê berhemeke weha çêdike.
Çi?
We got Ahmet Guneştekîn hunermendekî xweser e?
Tew!
Her kî bi tirkan re nan û avê bixwe, vexwe, ne xweser, dibe xwelîser!..

Odeya Bîrê!
Heger ilhez hûn ê bibêjin bila bîra me şolî nebe, ne li wêne û dîmenên Ahmet Guneştekînê bi konfor û îdeolojîya tirkîyeyîtîyê gêj û sersem bûye, di her 16ê Adarê de sêvan li xwe qedexe bikin û nexwin, hêdî hêdî bîra we yê zelal bibe.

Gotina Dawî
Kurdên bi îdeolojîyên beradayî bêhiş ketine û doza tirkîyeyîtî, îranîtî, iraqîtî û sûrîyeyîtîyê dikin, xwîna we çarçipik li axa Helepçeyê keve!

15 Mart 2022 Salı

stratejî mitratejî

Reîs mîna dîkê elokan xwe dinepixîne. Van rojan şwîr simbêlê wî nabire.
Bi şerê Ûris û Ûkraynayê re dîsa analîstên jeopolitîknas dest bi hesab bi kitêban kir.
Û Tirkîye mîna jina qûnde ye; kî çavekî bidê, dihere dikeve bin wî.
Lê wek her car dîsa kurd ketine pey xwelîyê û heya xwelîyê li serê xwe nekin, sebra wan nayê.
Mirîdîtîyê ava reş bi çavê kurdan de anîye; kurd pêşîya xwe nabînin.
Bijî rêxistina min!
Bijî partîya min!
Bijî serokê min!
Û bijî ez!
Lê dewlet hesabê dewletan dikin, kes guh nade partî û rêxistin û serok merokan.
Û jixwe tu tune yî!..

Erê, stratejî hewce ye,
lê...
her weha hewce ye em vê realîteyê jî ji bîr nekin;
neteweyîtî yan jî neteweyîbûn hewcetir e ji hewceyê.
Hêvî dikim min serî li we nekiriye tara bêjingê, lê heger min serî li we kiribe tara bêjingê jî, rabin mejîyê xwe li wê bêjingê xin, bila mentiq bi ser keve.

Gotina Dawî
Heger çavê kurdan têr bibe, kurd ê bigihêjin miradê xwe, lê ez bawer nakim zû zû çavê kurdan têr bibe.
Loma jî...
Kurdistan ji çavbirçî û çavparsekan re luks e!


letîfê hedo

Merivekî Letîfê Hedo dimire. 
Letîfê Hedo jî yekî fiqur e; guhê wî dilive.
Radibe xwe hazir dike û ji bo sersaxîyê dihere şwîna wî merivê xwe. 
Piştî Letîfê Hedo wesîfeya xwe ya sersaxîyê bi cî tîne û fatîheyekê diduyan dixwîne, radibe ser xwe, xatir ji civatê dixwaze. 
Wextê mazûvan wî bi rê dikin, çend kesên wek wî fiqur jî dikevin bin çengê wî û bi wî re dimeşin.
Îja wextê bi wî re dimeşin, ji hêlekê ve jî dest bi qerf û qotikan dikin. 
Yek ji wan dibêje:
-Ha Brahîm! 
Letîfê Hedo dibêje:
-Haa!
-Ev tu ji min re nabêjî, rewşa yê te yê jêr çawa ye?
Her du destên Letîfê Hedo di bêrîkên şelwerê wî de ne. 
Û jixwe bêrîkên şelwer jî têra xwe kûr in; meriv sê kîlo xwê jî berdê, ew ê hîn cî hebe meriv nîv kîlo nok û qidam jî berdê...
Axir, destê xwe yê çepê dirêjî nav şeqên xwe dike, kîrê xwe dixwirîne, dixwirîne û dû re di ser stuyê xwe re dizîvire, ji binê nigên wî heya tepelika serê wî, dûr û dirêj lê dinere û dibêje:
-Pir baş e. Bi qasî bejna te ye; tenik û dirêj e!..

14 Mart 2022 Pazartesi

xalê kemal û sosyalîzm

Kemal Burkay û emrekî tûşbûyî!
Kemal Burkay gazinan dike, ji kurdên netewperest re dibêje çima hûn zimandirêjîya sosyalîzmê dikin!
Bi sosyalîzmê we mala kurdan xera kir û nuha jî ne eyb û fedî hûn radibin gazinan dikin.
Xalê Kemal!
Berî her tiştî ricayeke min ji te heye; ji kerema xwe re wî navê xwe biguhere.
Tu dikî Hêmo, tu dikî Kêmo, tu dikî Cemo nizanim, lê ji bo meriv qedrê te bigire û bi haweyekî cidî li te guhdarî bike, wek min got, ji kerema xwe re xwe ji navê wî qesasê kurdan xelas bike.
Îja ez werim ser meseleya me.
Xalê Kemal, temenê te bi ser heyştê ketîye; eyb e meriv bibêje lê di nav xelkê de gotineke xweş heye:
"Emrê te sê tirên keran maye!"
Heyrana xalê xwe!
Tu bi xwe jî, emrê te sê tirên keran maye, dev ji xwe û sosyalîzmê berde.
Mîna berfa nav avê, tu dibînî sal bi sal kurdî di nav kurdan de û kurdî jî li ser axa xwe dihelin.
Bi salan bi sekn û helwesta xwe ya ji kurdîtîyê dûr, we kurd di nav îdeolojî mîdeolojîyên pûç û beradayî de kirin hîç!
Berî ker tiran sisêyan bike li rastîya xwe bihilkumin û bibin xwe,
da ku meleyekî kurd li ser ruhê we mûlida bi kurdî bixwîne.

Gotina Dawî
Sosyalîzma xwe û hemû îdeolojîyên xwe li xwe bipêçin û bicehemin, ji pêxîla vî miletî bikevin!

13 Mart 2022 Pazar

bê war û bê welat

Dinya, mîna dergûşê xweş diheje û ji bilî me kurdan jî her kes şîyar e.
"ketin xewê ketin xewê
ketin xewa zilm û zorê!.."
Ûris êrîşî Ûkraynayê dike.
Îran fûzeyan difirîne Hewlêrê.
Li rojavayê welêt şervanên kurd ber xwe didin.
Tirkîye bûye qada dîplomasîyê ji nû ve.
Deh rûdinin û deh radibin...
Û hîn jî aqilê me ji kîsê xelkê ye, mixabin!

Dek û dolab, fen û fût...
Dewleta tirk bi qastî û bi zanayî ji zimanê xwe ji xwe re dijminek çêkir,
lê...
Tirk bi xwe jî baş dizanin, ji ziman mezintir tişt tune ye; 
lewra bi zemên re ew dijmin jî mezintîya ziman qebûl dike û dibe perçeyeke ji zimanê ew dipeyivin.
Û ziman tu yî!
Ziman ew in!
Tu bi çi zimanî bipeyivî, tu ew î!..
Bi kin û kurmancî,
heger bi zimanê wan hûn di jinên wan nin jî, heger bi zimanê wan hûn di jinên xwe nin jî, yên ji wê nîyhandinê biwelidin, ew ê bibin zarokên wan û hûn ê kurdunde anku bêdunde bimirin!..

Gotina Dawî
Jixwe Xwedayê jor em celî kirine, bê war û bê welat, em li hestîyên hev dihilkumin; lê hêvî dikim Xwedayê jor me li ber dîwaran stuxwar nehêle!

12 Mart 2022 Cumartesi

rehm û dilovanî mir

Li vî welatê teresan, êdî zarok jî hew bi meriv şêrîn tên;
lewra...
piştî çend salan ev zarokên îroj paktî û henûnî ji çav û rûyên wan difûre, sibê her yek ji wan ê bibe olperestekî bêbext, nijadperestekî bêûjdan û doza xwîna me bikin. 
Loma jî...
Kêfa min hew ji zarokên we re tê!
Li hewş û parkan, li kuçe û kolanan û li ser ekranên televîzyonan çendî hûn hewl bidin wan li ber dilê me şêrîn bikin jî, talîya talî ji pişta we ketine û her yek ji wan ê bibe yek ji we.
Û bê şik,
heger van teresan bi zimanê heywên bizanîya, ew ê heywan jî li me bikirana agir.
Nahlet li we bê!
We zarok jî li ber çavê me reş kirin.
Lê vê jî ji bîr nekin, 
ji rehm û dilovanîya xwe em çi qasî dûr bikevin, ew qasî jî ji bo we ne bi xêr e!..

Gotina Dawî
Zarokên îroj, sibê ew ê bibin parêzvanên zîhnîyeta îroj.

11 Mart 2022 Cuma

fisgenîtî û şer

Podcastkurdî:
Ev platform tiştekî çawa ye, xizmeteke çawa dike, ez nizanim, lê çendî ez hîç beşdarî bername û çalakîyên wê nebûbim jî, hayê min ji vê platformê heye.
Anuha li ser medyaya sosyal ez li nûçeyekê rast hatim; li daxuyanîyekê...
Tiştê min ji vê daxuyanîyê fêhm kir, dema mijar dibe pere û berjewendî, pirê kurdan dibin fisgenî û hewl didin bi fisgenîtî nigên hev bişemitînin!..
Wextê peyv tê peyvê û mijar diqulipe rewşenbîrî û entelektuelî û welatperwerîyê jî, ev fisgenîyên berjewendîperest radibin qayîşê bi Xwedê re dikişînin.
De îja baş e ku tav heye û dide qûnê.
Û qûna ku germ dibe, nikare wê fisê di xwe de bigire, dikuşkuşîne û xwedîyê xwe dide dest!..

Şerê ûkraynayîyan û ûrisan her ku dihere dibe çetilxêr û li ber me pahn dibe.
Di vî şerî de destê kê di bêrîka kê de ye ne kifş e, lê wê rojê generalekî teqawîtbûyî digot, "Şerê giran, piştî şerê Ûkrayna û Rûsyayê li Sûrîyeyê ye!.."
Balkêş e!
Lê wer xuya ye piştî li jor lihevkirinek çêbibe, li jêr qîyamet ê rabe.
Û ji wê qîyametê jî, bihuşt û dojeh ê bizên.
Bi hêvîya bihuşt bibe para me, lê heger zebanîyên me bihêlin!..

Gotina Dawî
Ji derdê bêderdan, bi ser erdê de berf dibare, di bin erdê de bêkefen dinalin!

10 Mart 2022 Perşembe

ji rojevê dûr çend mesele

Erê, em ne zarokên avî bûn û di xewnên şevan de jî çavê me li behr û behristanan nediket belkî, 
lê qirax û peravên çemê me jî ne kêmî qirax û peravên Antalya û Bodrûm û Marmarîsê bûn.
Tenê ferqek hebû...
Ji derpîkên wan re digotin "Mayo"
Û em bê mayo diketin avê...
Lê derpîkên me jî derpîk bûn haa; bi rengînîya xwe ne kêmî mayoyên ecnebîyan bûn.
Spî, reş, keskê tarî, keskê vekirî, şîn, şînê tarî, cûn û reş...
Yên derpîkên wan spî bûna, ha bi derpîk ketine avê, ha tazî ketine avê, ferq nedikir, lewra piştî xwe di avê dadikirin, kîr û gunê wan û ferşên qûna wan derdiketin çolê û tew ne xema wan bû jî.
Çawa îroj kiras û fîstanên transparan hene, wî zemanî, berî li rojava cil û bergên transparan derkevin pêyasê û bibin mode, li qiraxa çemê Zerganê me mayoyên transparan li xwe dikirin.
Jixwe me pirê kesan ji hev fedî nedikir, şûtîtazî me xwe li nav pêlên avê diqewimand.
Ax ax!
Agir bi mala xursîyan bikeve! 
Ji bo tûtina xwe av bidin, av ji ser Zerganê birîn; zaroktîya me di temenê me yê herî xweş de miçiqî.
Zergan bê av, bîranînên me bê nav man!..

Bi min...
Divê kurdên bi tirkî difikirin lê bi kurdî dinivîsînin, pozê xwe nexin nav edebîyata kurdî û zimanê kurdî nelewitînin. 
Kêm kes ne tê de...
Lê heyf û mixabin, 
yên xwedan vîzyon û afirîner, bi tirkî difikirin lê bi kurdî dinivîsînin, loma jî ziman li pêşîya afirînerîya wan dibe zirbendek û ew afirînerîya wan di nav hiş û xeyalên wan de asê dimîne; 
yên bi kurdî difikirin û bi kurdî dinivîsînin jî zêde gundî mane; derî û paceyên xwe ji modernîzmê re girtine. 
Çendî bixwazin di berhemên xwe de xwe modern û medenî rê bidin jî, ew kiras li ser wan rûnane û beloq disekine.
Îja heyrana çavên we...
Bi lez û bez divê kurdên xwedan vîzyon û bi kurdî difikirin li edebîyata kurdî zêde bibin û bibin serdest.
Yan di hev nin, hev zêde bikin, 
yan jî yên din bixesînin, nehêlin yên din di hev nin, da ku zêde nebin.
Yan na...
ew ê romanên me jî,
çîrokên me jî,
helbestên me jî nîvkelî anku xav bimînin.

Kalê Evdo û pîra Kewê li ser kulêv rûniştibûn, ziq li televîzyonê dinerîn. 
Li ser ekranê jineke bedew û mêrekî mîna fêrizekî xwe li hevdu pêçabûn û bi haweyekî estetîk bi hev şa dibûn; bi gotineke din, dinîyhan hev.
Kalê Evdo fitilî, li pîra Kewê nerî û kûr û dûr çû; dû re keserek ji kûrayîya kezebê kişand û got, "Axx axx Kewê! Emir derbas bû, lê me dilê xwe li nîyhandinê rehet nekir!"
Pîra Kewê jî bi haweyekî polîpoşman serê xwe kil kir û lê vegerand, got, "Erê weleh. Nahlet li zewacê bê! Xwezîya min bi dilê qahpikan!.."

Gotina Dawî
Azadî xweş e, heger meriv bi qûna xwe bawer be!..


9 Mart 2022 Çarşamba

xîyar û mûz serxweşî û berdûşî

Xîyar û mûz!
Di zaroktîya me de mûz fêkîya herî populer a sinifa dewlemend û elîtîst û burjûwazîyan bû. Heger bi roj li ber dikanekê em çav li mûzan biketana, bi şev di xewna me de ew mûz dibûn xîyar û di qûna me re diçûn.
Û berê, 
tu kesî xîyar nedixwar, ew xîyar di lemên xwe de qert dibûn, te bibira danîya ber keran, keran jî nedixwar.
Ji xêndî xursîyan...
"Xursî, xwedîyê xîyarê çelmisî, ne dixwin, ne didin kesî!"
Lê ya xursîyan jî ji çikûsî û çavtengîya wan bû; destê wan lê nedigerîya bixwin yan jî îkramî ciwamêrekî, ciwanikekê bikin.
Û îroj li bazarê, bi buhayê du kîlo mûz meriv nikare kîloyek xîyar bikire, mixabin.
De îja...
Doh, 
xîyarên xursîyan di leman de qert dikirin û didan kerên xwe, 
îroj,
ne tezeyên wan xîyaran, ne jî qertên wan xîyaran bi destê meriv dikevin.

Reîs li serxweş û gerhezan hatîye xezebê...
Şûşeya bîrayê û lîtreya benzînê bûye 22 lîre.
Bi bîrayekê meriv serxweş nabe, bi lîtreyek benzîn jî teker nagerin.
De were safî bike!
Kin û gilover...
Xêr di vî welatî de nemaye. 
Êdî ne serxweşî bi destê meriv dikeve, ne jî ger û kêf û berdûşî...
De îja were di qula xênî de rûne û bi ser kul û derdên xwe de bifikire, biponije. 
Me bi hev re pê girt!

Durûtîya civakê...
Jin jin e, mêr mêr e, lê li ser axa welatê min her du jî hîn jî kêm in.
Loma jî...
Kî jin e, kî mêr e, Xweda dizane her du jî serberjêr in.
Û ji bo dawî li vê serberjêrîyê bê jî, hewce ye bi perwerdeyîyeke xurt zîhnîyet bê guhertin, 
lê mixabin civaka ku genetîka wê nexweş ketibe, ew civak bîra perwerdeyîyê jî nabe.
Bi kin û kurmancî...
Hewce ye berî her tiştî, 
bi perwerdeyîyeke xurt însan hînî însanetîyê bibin;
dû re,
însanên xwe hînî însanetîyê kirin û xwe kirin însan, dikarin li ser têgehên felsefîk, sosyolojîk û edebî bi hev bişêwirin û li hev bikin.
Wekî din...
Li welatê însan hîn nebûye însan, quretî û nîqaşên li ser wekhevî û azadîya jinê, tenê ehmeqî ye.

Gotina Dawî
IQ ketîye qûna mirîşkê û mirşk jî hew hêk dike!


8 Mart 2022 Salı

jin jîyan xwenezanî

Heger kurdî bi kurdên li ser pişta kurdî nên dixwin û diçêrin bimîne, kurdî yê hîç wext nebe serdest; ew ê her bindest be û bindestên mîna van xwelîseran jî ew ê kurdî tenê ji bo wê romantîzma xwe ya kubir û pozbilindî û populîzm jê difûre, bi kar bînin.
Û wer jî dikin jixwe.
Berê jî bi dehan caran min gotîye, anîye ziman, gazin ji kesên ji rêze re tune ye; 
yên bêminetî ji bo kurdî cehd dikin, dixebitin, heger ji bo wan prensîb û helwest ne girîng bin, wek tercîh dilê wan bixwaze dikarin ji xêndî kurdî bi zimanekî din jî bipeyivin, binivîsînin. Heqê kesî tune ye ji wan re bibêje çima hûn bi filan zimanî dipeyivin/dinivîsînin, lê dema meriv dibîne ev ên li ser pişta kurdî dixwin, diçêrin, li ser medyaya sosyal û di jîyana xwe ya rojane de ji kurdî bêtir tirkî bi kar tînin, mixabin zora meriv dihere.
Îja heyran, ne xema kesî ye û poz moz jî hew dişewite; tenê wextê gazozê vexwin û ew gazoz rêya xwe şaş bike, poz dişewite û wê çaxê hayê wan ji poz û şewata poz çêdibe!..
Axa xîretê ji ser koç kiribe, li wir êdî şerm û fedî ne derd e.
Û xîretê ji ser vê axê koç kiriye.
Lê...
Şerm e!
Ev tiştê hûn dikin ne ehlaqî ye.
Em nivîskaran rexne dikin.
Em hunermendan rexne dikin.
Em rewşenbîr û sîyasetvanan rexne dikin.
Lê ev ên mîna ava binê kayê tev digerin û ji her kesî bêtir li ser pişta kurdî dixwin, diçêrin, nayê bîra kesî û ji rexneyan difilitin.
Û nakokî û paradoksa herî mezin jî, di nav kurdan de qîmetê van kesan ji qîmetê me belengazan bêtir e.
Heyf!
Bi kin û kurmancî,
bi vê helwesta xwe, tu ferqî di navbera we û tirkan de tune ye. 
Ha tirkekî xwe hînî kurdî kiriye û hatîye vî karê hûn dikin, kiriye; ha we kiriye, heman tişt e.
Erê weleh, heyf!

8ê Adarê ji bo jinan heqareteke mezin e. 
Wek çawa bi gulekê nabe bihar, her weha bi rojekê jî jin nabin jîn û jîyan!
Lê wer xuya ye ev roja sembolîk bi kêrî her du alîyan jî tê.
Bi saya wê rojê, mêr xwe kubar, romantîk, medenî hîs dikin, jin jî ji kîsê jintîya xwe dixwin wê rojê, 
lewra ew bi xwe jî wextê bifikirin ew ê bibînin bê çawa li gorî desthilatîya mêran tev digerin.
Îja ka aqil!
Dû re wextê mêr dibêjin, "Aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mirîşk jî dihere nikilê xwe li gû dixe!" radibin xwe aciz dikin.
Na lê!
Hûn heq dikin û heya bi vê rojê hûn xwe bixapînin, di bin desthilatîya mêran de hûn ê her û her jina wan bin anku hûn ê ji wê şeraba azadîyê tahm nekin.
Noş ji bêhişîya we re!
Li ser meseleyê:
Heger ez jin bûma û mêrekî min ê xwelîser hebûya, ez ê biçûma sûkê, ji ser tebleyekê min ê tîzbîyek yan jî kevçîyekî qundereyan jê re bikirîya û bi munesebeta wê rojê min ê bianîya dîyarî wî bikira û bigota, "Xwelîsero! xwelîya 8ê Adarê li serê te be!"
Lê ez baş dizanim pirê jinan bi çar çavan li benda vê rojê ne. 
Ew bi xwe jî dizanin 8ê Adarê zirderewek e, zirxapandineke mezin e jî, lê ji bo qeflek gul, hingulîskeke zêr yan jî ji bo fîstanekî, parfumekê kenê mêran bi kêmaqilîya xwe tînin.
De wê çaxê...
8ê Adarê li we jinan pîroz be!

Gotina Dawî
Wer xuya ye ew ê hîç dawîya gotinê neyê!..

çend gotinên beradayî

Ew dêyên piştî kuştina zarokên xwe bi serbilindî tilîyên xwe bilind dikin û dibêjin, "Bijî serok Apo!" ne DÊ ne, tenê MÊ ne.

Sîstem û zîhnîyeta ez ê xwe di nav de kurd hîs nekim û nehesibînim, ew sîstem û zîhnîyet sosyalîst û demokrat be ew ê bibe çi, oldar û sekuler be ew ê bibe çi?

Felsefe ne fesadî ye; pirê kurdên xwende li ser navê felsefeyê tenê fesadîyê dikin.
Û heger felsefe ev be, bi qasî pîrekên ser tenûran tu kes ne felsefevan e.

Ji kurdîzanan bêtir kurdînezan li ser kurdî quretîyan dikin. 
Û mixabin, pirê kurdan jî li pey kurdînezanan dibezin; lewra ev êdî nexweşîyeke genetîk e.
Kurdîyeke qels, ji bo gelek kurdan pîne ye û bi wê pîneyê hewl didin qelsî û kêmasî û xwelîserîya xwe veşêrin.

Gotina Dawî
Gelî ciwanik û ciwamêrên bi zimannezanîya xwe, xwe ji zimanzanan zimanzantir dihesibînin, heger di warê rastnivîsîn û rêzimanîyê de hûn ê bi qûna xwe ne bawer bin, zimandirêjîyê nekin, 
yan na hûn ê xwe bihetikînin û jixwe pirê kesan dihetikin jî...

 



7 Mart 2022 Pazartesi

sûc û zîhnîyet

Şer berdewam e.
Wer xuya ye hesabê malê û sûkê li hev derneket.
Ne ûris disekinin, ne jî ûkraynayî bi paş ve gav diavêjin.
Û Amerîka û Ewrûpa jî tenûrê xweş germ dikin!..
Belkî gotineke klasîk be, lê serketîyê şer tune ye; 
yê xwe serketî dihesibîne, piştî demekê bi cizba sersemtîyê dikeve û ji yê têkçûyî bêtir têk dihere.
Û kesê bixwaze ji şer serwext bibe, bila li fîlmê "Blessed by fire" temaşe bike bê mirina ji kîsê dê/dayikê çawa ye!
Şerê bi fermana despot û dîktatoran û di ber sîstemên xwînmij de, tenê bi kêrî bazirganan tê, mixabin.
Û ji bo destpot û dîktatoran, ji bo sîstemên despotîk û xwînmij, qîmetê we û qîmetê kûçikekî sikakan nêzikî hev in.

Gotina Dawî
Despot û dîktator bi tena serê xwe nabin despot û dîktator, zîhnîyeta civakê jî girîng e û hêdî hêdî ji wê zîhnîyeta bêxem û ehmeq dizên anku ew despot û dîktator hêza xwe ji bêhêzîya civakê/milet disitînin.
Loma jî,
destpot/dîktator û sîstemên wan, bi tena xwe ne sûcdar in, civak/milet jî şirîkê sûcê wan e.
Bi kin û kurmancî,
bi qasî tirk şirîkên sûcê dewleta xwe ne, her weha ûris jî şirîkên sûcê dewleta xwe ne.

5 Mart 2022 Cumartesi

fen û ben

Rojên şemî û yekşeman, mîna keslanê binê dara xurbeyê, qûna min ji erdê ranabe; carinan li ser piştê, carinan li ser kêlekê heta nîvê şevê ez li maçên lîga premierê temaşe dikim.
Van her du rojan, heya ji min tê ez xwe ji rojevê disitirînim.
Heger maçek ne li pey maçekê be, di ber re carinan ez ji xwe re li fîlmekî jî temaşe dikim.
Sînemahezino!
Bi serê wî Tarkovskîyê nuha Netflixê zext danîye ser fîlmên wî, platforma fîlman a bi navê "Mubi" ji heft bavên Netflixê çêtir e.
Bi dehan fîlmên serbixwe û yên di festîvalan de xelatgirtî hene...

Xuya ye rêzdar Zelenskî zîroyê/kurmikê serê derzîka şewkê ye.
Û şewk di nav avê de ye!
Amerîkayê ji bo piştê li Rûsyayê bişikîne, Zelenskî bi serê derzika şewkê ve kir û wer xuya ye heya Amerîka bigihêje armanc û miradê xwe, Zelenskî yê bi serê wê derzîkê ve her kil bibe.
Û Pûtîn jî semasîyekî qerase ye!..
De ka ez çi duayî bikim ji vî belengazê kawik re?
Tew!
Ma Xweda yê nebêje, "Min di te kiro, Devlikeno! Ez ê çawa ji wî duayê tu bi xwe jî pê ne bawer î re bibêjim amîn!"
Heq e û li ser heq e.
Axir!..
Xweda li pişta te û Şeytan jî rêberê te be, Zelenko!
Heger hat û tu bi ser neketî, ez ê herim li derîyê dengbêjekî serhedî xim, bila vê mêrxasîya te ji nifşê çilvirî re bistirê; 
lê heger hîn jî ji wî nifşî yên bi zimanê wî dengbêjî dizanin, mabin!..

Gotina Dawî
Pêşîyên me digot, "Heger ev ne fen e, ev çi ben e?"
Her kê bi xweşî qetek ben dirêjî me bikira, dû re ew qeta ben dizîvirî dihat li stuyê me digerîya.
Û ne carekê û ne du caran; gelek caran...
Bi kin û kurmancî,
Lo lawo Zelenskî! 
Kes bi qasî kurdan nehatîye xapandin. 
Berî te yê dest bi vê serhildanê bikira, tu yê bihatayî nig me, me yê çîroka benê fenok ji te re bigota; 
bi dehan car nigê me şemitî, qet nebe te yê xwe ji wî benî bistiranda!




4 Mart 2022 Cuma

hişk û ter

Bi koronayê bazara dermên dest pê kir. Bazirganên dermên tûrikên xwe heta dev tije pere kirin û wek korona hîç nexuliqîbe, nuha li ber senfonîya bêdengîyê li ser hin hesabên din bi hev dişêwirin.
Dinya bi dor e...
Piştî bazirganên dermên gîhaştin miradê xwe û ji bo demeke kin xatir ji muşterîyên xwe xwestin û çûn, dor hat bazirganên çek û sîlehan; heya vîrus û dermanin nuh peyda bibin, em ê li senfonîya şer guhdarî bikin.
"Bira bira ye, bazar xuya ye."
Di şerê ûris û ûkraynayîyan de jî, çendî her du alî di eslê xwe de neteweyek bin jî, dema mesele dibe bazirganî biratî pere nake;
ji bilî biratîya kurd û tirkan...
Stara Xwedê li vê biratîyê be!

Bi almanî: Er ist wieder da
Bi kurdî: Ka binere bê kî vegerîya
Di vî filmî de Hîtler vedigere Almanyaya îroj û bi destbiraktîya xortekî televîzyonvan hewl dide ji nû ve zîhnîyeta faşîst vejîne, lê jixwe hewce jî nake;
lewra ew zîhnîyet di binhişîya civakê de raketîye. Hîtlerê me tenê wê zîhnîyetê ji wê xewa giran şîyar dike.
Heger we li vî filmî nenerîbe, pêşnîyar dikim; hûn ê bi kêfî demeke xweş li ber derbas bikin.
Piştî şerê ûris û ûkraynayîyan dest pê kir û bi rêberîya Amerîkayê, bi Ewrûpayê re dest bi zextên li ser Rûsyayê kirin, ew zîhnîyeta faşîst a me digot qey bi mirina Hîtler re koç kiriye û çûye, mixabin me dît ku tenê xwe li xew danîye. (Ji bo ewrûpîyan dibêjim)
Zextên li ser fîlmên Tarkovskî...
Zextên li ser Dostoyevskî û Tolstoy û berhemên edebî yên ûris...
Zextên li ser huner û muzîka ûris...
Zextên li ser ûrisan û jîyîn û kultura ûrisan...
Ji bo pozê Pûtîn û kesên zîhnîyeta Pûtîn diparêzin, bişewite, çi hewce be, divê bê kirin, lê ne bi vê xezebê;
bi kin û kurmancî, ji adetê dernexin.
Hişk û ter bi hev re neşewitînin.
Çendî ev despotîzma Pûtîn bi xweber çênebûbe jî, ji bo xatirê xatiran divê em ronîya di çavên xwe de wenda nekin.
Lê xuya ye ronî di çavên we de nemaye û hûn hew ber xwe dibînin.
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Di wê civakê de, doh jî îroj jî yên wî xatirî heq dikin, ne hindik in.
Dem û dewran ê biguherin, Pûtîn û zîhnîyeta xwe yê biqelihin herin û ev despotîzma Pûtîn ê ji edebîyat û sînemaya ûris re bibe mestere, ji bo nifşê nuh bi vê jahrê jahrdadayî nebe.
Lê bila dawîyê poşmanî çênebe!
Lewra...
Tiştin hene, kevn nabin û gotina "tiştê çû nede dû" lê rûnane.

Gotina Dawî
Ez di wê sosyalîzmê nim, heger wê sosyalîzmê li ser dilê sosyalîstan tov û bizirên merivtî û humanîzmê nereşandibe!

3 Mart 2022 Perşembe

yan qantir ê bizê yan kurdistan

Hêvî dikim heya Kurdistan serbixwe bibe, mêrdînî yê ji desthilanînê nekevin; 
yan na, heger were û ji desthilanînê bikevin, hin kurd ê bi genetîka kurmancîya me bilîzin û tahm ê di kurmancîyê de nemîne, mixabin.
Yên dizanin jixwe dizanin, yên nizanin, bila herin çîroka kurmancîya stuxwar ji yên dizanin bipirsin..
Di kurmancîyê de, ji xêndî hin qeydeyên rêzimanî û rastbikaranîna daçekan, her weha xala herî girîng hevoksazî, hizir û mentiqa bi kurdî û xweşahengîya peyvan e.
Li berîya Mêrdînê maqûlek hebûye. 
Ev maqûl bi eslê xwe ereb bûye, lê di nav kurdan de sal bi sal elimîye kurdî jî.
Vî maqûlî di dem û zemanê xwe de mêrek kuştîye. 
Îja wextê di civatekê de rûniştî bûya û mijar li ser mêranî û mêrxasîyê vebûya, ji dêvla ji civatê re bigota, "Min Îsa kuşt" digot, "Ez kuştim Îsa!"
Heger mêrdînî ji desthilanîn bikevin, ez ditirsim kurdîya me jî sal bi sal ber bi "Ez kuştim Îsa"yê ve here.

Hin xwedêgiravî humanîst li dijî helwesta Amerîka û Ewrûpayê ya zextên li ser rûsan derdikevin.
Dibêjin,
Ma sûcê milet çi ye?
Kêfa min ji humanîzma romantîk re nayê.
Pirê caran milet bi xwe jî bi hemd bê hemd, bi zaneyî bi nezanî dibin şirîkê sûc û qebhetên dewleta xwe.
Pûtînê zalim, destpot û dîktator bi tena serê xwe nebû xwedan hêz û qudret û derneket ser wî textê bêbext.
Li ser axa Kurdistanê,
tirk şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne;
ereb şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne;
faris şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne!..
Û em kurd,
jî şirîkên xwelîserî û belengazî û bêkêrîya partî û rêxistin û serek û serokên xwe ne.

Êdî em hew dizanin bê destê kê di bêrîka kê de ye.
Dema meriv baş bala xwe dide êrîş û dagirkerîya rûsan a li ser ûkraynayîyan, zingînî ji serê meriv tê û ew zingînî dihêle meriv li hin nakokîyan bihilkume.
Meriv şaş û ecêbmayî dimîne, ji ber ku ev ehmeqîya Pûtîn dike, tenê bi kêrî Amerîkayê tê û Amerîkayê xurttir dike.
Gelo Pûtîn jî ne zilamê Amerîkayê be?🤔
Min got êdî meriv nizane meriv ê ji çi bawer bike û ji çi bawer neke!
Me bi serê Xwedê sûnd dixwar, Xweda jî bi kurdî nizane!..

Çi qasî rast e nizanim lê jixwe êdî rast û derew bira ne.
Li gorî nûçeyeke Rudawê:
Xwedêgiravî PAKê, bi haweyekî veçirandî, Partîya Azadîya Kurdistanê çûye li derîyê CHPyê xistîye û daxwaz û hêvîyên kurdan raxistine ser sifreya wan!..
Ka aqil!
Ma nizanim dengê min dihere seyda Kasim Ergun?
Yan jî gelo seyda Kasim Ergun min dibihîze?
Çawa ez dibêjim nuha dibihîze û heger li nivîsê rast bê, ew ê were bixwîne û li bin nivîsê şîroveyekê jî binivîsîne.
Erê bi eslê xwe ermenî ye, lê ji ber ku ermenîyekî kurdistanî ye û li ser axa Kurdistanê mezin bûye, ji pirê kurdan bêtir bi kurdî dizane.
Lê ez vê jî bibêjim:
Wek dost û nasekî wî jî, ez jê hez dikim û jê razî me; çendî carinan bêvila xwe têxe nav qada min û bala jinan bikişîne ser xwe jî, maqûlekî mêran e.😉
Tenê avantajeke min heye, ew jî ev e:
Ez bi çend salekê ji wî ciwantir im, yan na min ê pê bigirta.
Ciwamêr bi karîzmaya xwe agir bi herîyê dixe, lê li Stenbolê herî jî kêm e êdî.

Gotina Dawî
Ji vê tevlihevî û kaosê yan qantir ê bize yan jî Kurdistan...

2 Mart 2022 Çarşamba

gilik û zîlik û pîpilk

Min zîlik dizanîbû.
Min gilik jî dizanîbû.
Lê pîpilk çi ye heyran?
Ez
Wê rojê li ser rûpelekê, ez ne şaş bim rûpeleke înstagramê bû, mêrekî şingalî ji jineke binxetî re digot,
"Ez ê pîpilka quzê te bimêjim!"
Ya star! Çi wahş hene.
Îja pîpilk!
Û bê kompleks.
Weha bi haweyekî rehet digot, te yê sûnd bixwara qedehek av dixwaze.
De tew min jî ji xwe re digot, Devlikeno tu çi firleme û yeman î.
Zarokên xelkê li ber çavê bi hezaran kesî li pîpilka quz dixin û dimêjin, îja ez û yeman!
Ne mêrên navosere, lê kal û pîrên zemane yên berî ol û îdeolojî bi genetîka wan bilîze, ez bawer dikim hay ji gilik û zîlikê jî hebûne, hay ji pîpilkê jî hebûne...
Ma qey belasebeb kesî ew nav li gilik û zîlik û pîpilkê nekiriye; ilhez nuha tahm kirine, dane tahmkirin ku îro em ji wê nuxta herî hesas û har re dibêjin gilik û zîlik û pîpilk!
Jixwe ew nuxteya Gyê bi bawerîya min ji Gya gilikê tê.
Nizanim!
Ev ne karê min e, bila zanalog û quzolog li ser vê meseleyê lêkolîneke zanistî bikin.

Rojekê Behcet dikeve ser sîng û berên jinekê. 
Lê berî ez qala serpêhatîya Behcet bikim, hewce ye ez bi çend gotinan Behcet bi we bidim naskirin bê Behcet xwedan profîleke çawa ye.
Behcet gundî ye; emrê rebeno li ber pez û dewaran derbas bûye. 
Heya berî dest bi zanîngehê bike jî, bi destên xwe tenê jinek jî nepelandîye; her çi dîtîye jî tenê bi rêya înternetê li ser malperên pornoyê dîtîye.
Axir...
Behcet piştî dibistana seretayî, navîn û lîseyê diqedîne, ji bo perwerdeyîya zanîngehê berê xwe dide bajarekî Anatolîyayê. 
Her du salên ewil tiştekî ji xwe fêhm nake. Mîna gurekî bejî nizane ew ê çawa adapteyî jîyana sosyal bibe.
Sala sisêyan bi xêra hevalan ji xwe re hevalekê çêdike.
Piştî baş hevdu nas dikin û li hev germ dikin, rojekê ji hevalê xwe yê bi hev re dimînin re dibêje, "Heya êvarî neyê malê."
Ew û hevala xwe li malê derî li ser xwe diqefêlin û dixirpişin ser dilên hev.
Hevala wî ji wî bitecrûbetir e; berî wî jî gelek xort bera ser xwe dane.
Bi her du destan bi serê Behcet digire û serê Behcet bi ser quzê xwe ve didewisîne.
Behcet jî ne vala ye; erê xerîbê quz e, lê bi rêya vîdeoyên pornoyê kêm zêde ew jî hînî hin fantezîyan bûye.
Û dest bi alastin û mijandina gilikê dike...
Di nav axûwaxê de hew dibîne, bi ricifandinekê re qêrînî bi jinê dikeve û ji nişka ve jin orgazm dibe. 
Ser çav û rûyê Behcet di nav şilîyê de dimîne.
Behcet ditirse, xwe bi xwe dibêje bi Xwedê dil milê vêya sekinî, loma diperpite. 
Û wê di wî halî de dihêle, kincên xwe li xwe dike û xwe li derîyê derve diqewimîne...

1 Mart 2022 Salı

zelenskî û sekn û helwest

Ev çend roj in dilê min heye ez çîrok-serpêhatîyeke nîvromantîk û nîverotîk binivîsînim û bi we re par ve bikim, lê mixabin ev şerê ûris û ûkraynîyan nahêle.
Di vê germayîya şer de ez rabim agir bi doxînan xim û li we bisincirînim, nabe.
Yanî ez çi binivîsînim jî, ew ê di bin sîya populîzma Zelenskî de bimîne;
ciwamêr heq jî dike.
Divê meriv bextê xwe xera neke û destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bibêje.
Berî bibe serekê Ûkraynayê têra xwe populer bû, piştî bû serekê Ûkraynayê sînorê populerîtîya xwe firehtir kir û jixwe nuha jî ji Xwedê jî populertir e; ji Xwedê jî populertir e, lewra li ber Pûtîn serê xwe netewand û rep sekînî ku îro ro Reb bi xwe jî newêre li ber Pûtîn rep bisekine û bibêje ez Reb im!.. 
Lê wek min got, ji erdê heya esmên ciwamêr heq e û heq dike.
Text û bext li hev dikin!
Û bext derketîye ser text li welatê gêwir.
Dema meriv li profîla vî ciwamêrî dinere, dilê meriv bi meriv dişewiite. Meriv dibêje heger sereketî ev be, yên me çi ne?
Dewlemendîya ciwamêr a herî li ber çav, ciwamêrîya wî bi xwe ye:
Însan e.
Şareza ye.
Hunermend e.
Modern û medenî ye.
Xwedan sekn û helwest e.
Xwe navêje pişt dîn û îdeolojîyan; ne cihûtî û xirîstîyantî û misilmantî li ser bala wî ye, ne jî komunîstî û sosyalîstî û netewperestî; çep bixwaze çep lê dixe, rast bixwaze rast lê dixe.
Derdê wî tenê ev e ku 
bi qasî qaweta xwe xizmet e û bi vê xizmetê tenê xwe û welatîyên xwe bextewar bike û hew!
Û yên me!..
Di bêrîkeke wan de Xweda, di bêrîka wan a din de Şeytan heye 
û li gorî berjewendîyên xwe, dilê wan kengî bixwaze, me bi Xweda dixapînin, dilê wan kengî bixwaze, me bi Şeytan ditirsînin.
Him Xweda ne li ser serê me, him Şeytan in!
Û em!..
Destên me her vekirî, ji bo serê wan êş nekevê em dua dikin li pey wan.
Wekî din jî, em gazinan dikin:
Amerîka û Ewrûpa bi qasî ji bo ûkranîyan diêşin û hewl didin, çima ji bo miletên rojhilata navîn naêşin, hewl nadin?
Bi xêr kengî rojhilatîyan anku misilmanan jî zîhnîyeta xwe guherî û biçûk mezin berê xwe dan medenîyet û modernîyetê û terka fahşîtî, ehmeqî û durûtîya xwe kirin, Amerîka û Ewrûpa yê li ser wan jî biêşin û hewl bidin.
Zîhnîyeta ku dijminatîya zîhnîyeta rojavayîyan bike, heqê wê zîhnîyetê tune ye bigirî.
Ne xwe ji dêrê dikin, ne xwe ji camîyê!..

Gotina Dawî
Vê êvarê roketeke rûsan li ser dilê Xwedê ket û ambulansa ku hat wî bibe nexweşxaneyê jî di rê de pê li mayînê kir, teqîya.