Dema ez çav li van dîmenên Seadetê yên li ser tenûrê nan pê ve dide dikevim, nikarim bi xwe. Hest û hîsên min li hev diqulipin û dibe lehî, diherike ber bi zaroktîyê ve...
Seadetê,
tenûr,
nan
û bêhna ji wî nanî difûrîya ku mirî ji gorê radikir...
Dîsa ez çûm şeş heft salîya xwe.
Pîrekan dora xwe diatanîn ser tenûrê.
Kîjan pîrekê nanên xwe rakira, nanek jî li şênîyên li taxê rûniştî belav dikir.
Her yekî ji wî nanî parîyek jê dikir û rehmet li gora mirîyên wê dianî.
"Xwedê bigihîne ber destê mirîyan!"
Peyveke ji rehma Xwedê rehmantir.
Û bi xêra wî parîyê nên, mirî di gorên xwe de bi hizûr disitirîn.
Em zarokên taxê jî bi çar çavan li bende wî nanî bûn.
Nanê ewil ê ji tenûrê derdiket, di nava bêhnekê de li hev hiltanîn.
Nanê germ û ava firingîyan,
carina jî ji dêvla ava firingîyan, seneyax anku margarîn û me şekirê hûr bi ser werdikir.
Ax Seadetê, ax!
Bi çi zor û zahmetîyê te em bi firê xistin.
Duwazdeh zarok...
Ez yên mirî nabêjim.
Ji roja tu zewicîyî heta nuha,
yan te zarok anîye, yan te zarok têr kirîye,
tenê piştî nîvê şevan ew çar-pênc seetên xewê ne tê de...
Ev tu ji min re nabêjî,
hey qîza Xwedê!
Xwedaya mê!
Di kîjan navberê de te derfet didît û parîyeke nan diavêt devê xwe, hi ii?
Hîç tu di bîra xwe de dihatî gelo?
Ez zanim,
heger te derfet bidîta jî,
bawer bike ne ji bo xwe bû, dîsa.
Zarok li destê te bûn,
ji bo pêsîrên te şîr bigirin û ew zarok birçî nemînin te ew nan dixwar.
Nan jî çi nan...
Kurtêleke nan,
taseke dew,
an jî te pîvazek hûr dikir û çenik gijnîj jî bi ser werdikir...
Weleh Seadetê,
wexta ez dibêjim "Seadetê" herfên din ên di navê te de derbas nabin dilê xwe bi xwe dişewitînin
û li ser te digirîn.
Tu bûyî jin ji mêrê xwe re.
Tu bûyî bûk ji xesû û xezûrê xwe re.
Tu bûyî dê ji zarokên xwe re.
Tu bûyî cîran ji cîranên xwe re.
Tu bûyî xaltîk û metik ji zarokên cîranên xwe re.
Jin û keçên taxê ji te pê ve nediçûn cem kesî ji bo derzîlixwexistinê,
tu bûyî hemşîre jî ji wan re.
Tu bûyî çi, nebûyî çi, Seadetê.
Tu ked î,
tu ked bi xwe yî.
Û tu bextewarîyê dixemilînî,
êşê jî diêşînî, Seadetê...