30 Kasım 2021 Salı

mala şeytano

Bi nasnavê mala şeytano malek heye. Biçûk mezin îmana malîyan di hûr û rêvîyan de ye.
Bi xwarina hûr û rêvîyan li gund deng dane. Hefteyê rojekê ilhez hûr û rêvî li ser tifika wan dikele.
Bi navê Sîno kurtêlxwirek jî heye; ew jî mîna malîyên mala şeytano tu wî di nav hûr û rêvîyan de bikelînî, jê têr nabe; lê mixabin kes tune ye li malê jê re çêke.
Wî jî ji xwe re kirîye adet, çi êvara şîva mala şeytano hûr û rêvî be, mîna kûçikê bêhnê berî sifre bê raxistin bi pênc deqeyan dikeve derî û dibêje, "Êvara we bi xêr!"
Her hefte êvara ku şîv hûr û rêvî be, karê mala şeytano û Sînoyê kurtêlxwir ev e.
Malî êdî ji ber wî acizîyan dikin.
Carekê ji caran dîsa ji bajêr hûr û rêvîyan dikirin, tînin malê, jinên malê dişon, vedişon û didin ser agirê tifikê.
Berî hûr û rêvîyên xwe ji ser tifikê deynin, bêhna hûr û rêvîyan li nav gund belav dibe û wek her car dîsa Sînoyê me yê kurtêlxwir radibe ser xwe, sola xwe dixe pê û ber bi mala şeytano ve xwe diavêje ser teqleyan...
Malî li dora sifreyê rûdinin, hîn dest bi xwarinê nekirine, Sîno beyî ku li derî bixe, derî vedike û dibêje, "Selamuneleykum!"
Malî li hev dinerin, çav didin hev û dest bi nîqaşê dikin.
-Osman, ma min negot berê pezên xwe êm bike, dû re were nanê xwe bixwe!
-Na lo! Ez êm bidim pez û hûn jî bixirpişin ser hûr û rêvîyan! Lawê yadê!
-Hey min tu bi qurbana pez kiro! Pez li wir birçî û li vir tu li kêfa terikê xwe binerî!
-Ma bi serê min ketîyî! Ma ez tenê heme!
-Biçûkê bira kûçikê bira ye!
-Kûçik tu yî!
-Kûçik tu yî!
Yek ji Osmên, yek ji Evdo û li ser sifreyê xwe li hevdu radikişînin. 
Meheme birayê navîn e. Hewl dide wan aş bike lê li Meheme guhdarî nakin. Bi şîlmak û kulmikan li hev dixin. Meheme hewl dide wan ji hev bike, lê ji heq nayê; Sîno jî dihere alîkarîya Meheme û dibe daweta dînan. Her sê bira Sîno dixin nava xwe û bi şîlmaq û kulmik û pihênan dixirpişin ser wî, wî nerm dikin; taqet tê de namîne li ser nigên xwe biedile. 
Xwe ji nav lepên wan xelas dike nake, bêyî ku şekala xwe têxe pê, ber bi derî ve dilezîne û derdikeve derve. 
Di ber xwe de dibe vinevina wî, dibêje, "Ez ne bênamûs lawê bênamûsan bûma ez nediketim navbera we û min hûn ji hev nedikirin!" û bi zikê birçî dikeve kezeba rê, berê xwe dide malê...
Ew roj ev roj e nigê Sîno ji wir qut dibe; hew dihere wir.
Malî dibêjin, "Wey gidî! Xwezî ji zû de me ev tişt kiribûya!"

Gotina Dawî
Heger tirkan bêvila xwe xist nav karê we, hûn jî mîna mala şeytano li wan bikin; lewra tirk kurtêlxwir in û tenê li ser pişta kurdan di nava konforê de dijîn!

29 Kasım 2021 Pazartesi

telefona min

Çar sal berê Berdan telefonî min kir, got, "Li Kibrisê konsera min heye, ka tu jî nayê? Du rojan ji xwe re nîvtatîlekê bike..."
Min got, "Çima na!.."
Û piştî du rojan li balafirgehê me hevdu dît.
Li salonê em rûniştine, em li benda derîyê dawîn in ku piştî kontrola dawîn em derbasî balafirê bibin.
Civat xweş gerîya...
Tew me dît seeta ku balafir ê bi hewa bikeve hatîye. Bi lez û bez em tev rabûn, lê derîyê hatibû girtin, dîsa venebû; çendî bi rêya personelan em bi pîlot re ketin nav pêwendîyê jî, pîlot destûr neda, em li şûna xwe hiştin û bi hewa ket ber bi Kibrisa xopan ve...
De îja pişta meriv li derî be, di navbera meriv û derî de deh-panzdeh gav hebin û meriv ji balafirê bimîne!..
La hewle wela!
Ez û Berdan û asîstana wî û kuaforê wî man li wê meydanê û me kejika stuyê xwe xwirand.
Axir...
Berdan bi rêya têkilîyan ji me re di balafira ku ew ê piştî sê seetan bifire cî veqetand û piştî bi sê seetan bi haweyekî nîvrotarî em ber bi Kibrisa xopan ve firîyan.

Li balafira Kibrisê bi haweyê VÎP em hatin pêşwazîkirin; di destên van jinên mîna perîyan de gul û kulîlk û çîçek, em bi tirimbêlên luks birin hotelê.
Şûr simbêlê me nedibirî!

Piştî em li odeyên xwe hatin bicîkirin, ji bo şîvê em daketin jêr; li restorantê ji bo me sifreyeke xweş amade kiribûn.
Çend cureyên masîyan, karides, mîdye, kamar, ehtepot û hin cureyên mezeyan...
Bêguman û araq...
Min hemû tahm kirin, tenê min destê xwe bi ehtepotê nekir.
Berdan di bin simbêlan de kenîya û çavek da min, got, "Devliken, çima tu li tahma ehtepotê nanerî? Ji piştê re pir baş e." û kenîya.
Min jî destê xwe dirêjî perçeyeke ehtepot kir û min ew perçe avêt devê xwe.
Û min cût û cût û cût, lê dikim nakim nikarim daqurtînim.
Axir bi zorê be jî min daqurtand, lê ne ji bo pişt miştê haa! Jixwe yên min nas dikin, dizanin problema min a piştê tune ye.😉
Me zikê xwe da ber, têr xwar nexwar, em rabûn ser xwe.
"Bi ku de?"
Berdan got, "Hevalan şandîye pey me, tirimbêl li derve li benda me sekinîne, em ê derbasî casînoyê bibin.
Îja casîno, kuro!
Ew "C"ya li pêşîya cazînoyê "K" tê xwendin. Lê bi kin û kurmancî hûn dikarin jê re bibêjin qumarxane jî...
Em ji hotelê derketin, çûn li tirimbêlên xwe siwar hatin û me berê xwe da casînoyê yanî qumarxaneyê...
Casîno jî casîno bû yanî!
Piştî min ew ambiyans û atmosfer dît, ez tê gihaştim bê lawên baban çima mal û milk û serweta xwe li ser dikin.
Bi rastî jî serî li meriv gêj dibe.😳
Em derbasî maseyekê bûn; lê ji me wê de heta çav çav didît, zirholek û li wê zirholê bi sedan jin û mêr, serî di ber serî de bi qûmarê dilîstin.
Piştî du-sê deqeyan mazûvanên me jî hatin. Çendî listina qumarê teklîf kirin jî, Berdan qebûl nekir. Got, "Na em ji rê hatine, em ê qedehek araqa we vexwin û derbasî hotelê bibin."
Wî zemanî ez jî hîn derbasî telefonên androîd anku yên biaqil nebûme; telefoneke min a kevn heye; ew ên tenê meriv dide ber guhê xwe û dipeyive.
Min jî telefona xwe ji bêrîka xwe derxist û danî ser maseyê.
Weleh heyran ez kesekî bê kompleks im û ji tiştik miştikên werê fedî nakim; jixwe çima însan fedî dikin, ez wê jî tê nagihêjim.
Hew min dît Berdan devê xwe xist guhê min, got, "Kuro, wê telefonê ji ser maseyê rake û têxe bêrîka xwe, te em hetikandin!"
Min got, "Weleh berxê min, tu dihetikî nahetîkî nizanim, lê ne xema gunê min e; malê min ev e û ji ber malê xwe fedî nakim. Nayê hesabê te, ji min re telefoneke wek a xwe bikire û qedîya."
Got, "Law, rahêje wê telefonê, têxe bêrîka xwe, soz ku em vegerîyan Stenbolê, ez ê yekê ji te re bikirim."
Min hêdîka destê xwe dirêjî telefonka xwe kir, ew xist bêrîka xwe û ez di bin simbêlan de kenîyam.
Weleh Berdan ciwamêr derket. Em çawa vegerîyan Stenbolê, di hundirê hefteyekê de telefoneke wek qîzekê ji min re kirî û wek dîyarî da min.
Axir, ji qewla yên berê, gel zeman, gît zeman telefona min kevn bû.
Du hefte berê Berdan şand pey min, ez çûm malê cem wî; li ser hin projeyan em bi hev şêwirîn.
Civat gerîya, me xwar, vexwar û ji nişka ve zirînî, bibore zingînî bi telefona min ket.
Min destê xwe avêt telefona xwe, ez wê ji bêrîka xwe derxim, hew min dît şarja wê xelas bûye.
Min got, "Berdan, weleh êdî ev telefon jî zira wê hatîye; wextê wê yê guhertine nehat?"
Ewil Berdan li ber neket; min berdewam kir, "Min got ma nayê bîra te herî dawîn çar sal berê te ev telefon ji min re kirîbû? Ji bo xwe tu ji şeş mehan carekê telefona xwe diguherî, qet nebe ji çar salan carekê jî ya min biguhere."
Kenîya û got, "Temam, li ser çavan!"
Ciwamêr wek her car dîsa soza xwe anî cî û telefoneke Iphone ji min re şand.
Ez jî rabûm, li ser whatsapê min jê re peyamek spasîyê şand:
"Wey Xweda te ji ser serê surgucîyan kêm neke! Wey Reb her tim pişta te xurt, terikê te rep bike!"
Piştî peyam xwend, bersiv nivîsand:
"Min bizanîbûya tu yê van duayan bikî, min ê ji xêndî telefonê komputerek jî ji te re bişanda, cinetîyo!"
🤪🤪🤪



28 Kasım 2021 Pazar

wekhevî

Evdilqeher ket hundir, çi bibîne baş e! Melkis di destê Xeto de ye, hundir dimale.
Jina wî Xanê jî li ber televîzyonê rûniştîye, li nûçeyan guhdarî dike.
Evdilqeher di cî de sekinî, li birakê xwe nerî, got:
-Xeto, qawet be ji te re!
Bi dengê Evdilqeher re, Xanê di ser stuyê xwe re fitilî, li hêla Evdilqeher nerî; destê xwe bi haweyekî hişyarîyê bide da ber devê xwe û got:
-Huşş! Dîsa tecrîd danîne ser Serok! Ka deng mekin bê çi heye çi tune ye?
Xeto teva melkisa destê xwe ber bi Evdilqeher ve meşîya. Bi hev re derbasî hêwanê bûn. 
Evdilqeher qutîya xwe ji bêrîka xwe derxist, cixareyek ji xwe re, yek ji Xeto re pêça û dîsa qutîya xwe girt û xist bêrîka xwe.
Xeto him cixareya wî vêxist, him a xwe.
Piştî Evdilqeher ji cixareya xwe hilmek kişand, li Xeto nerî, got:
-Ev çi hal e, Xeto? Tu mêrê bi sed mêrî bûyî!
Xeto serê xwe hejand, got:
-Xwedê ji hevalan ne razî be! Bi vê wekhevîyê nîyhan ca me! Em bûn wek hevîr, hevîr! Jin kirin mêr, mêr jî kirin jin.
Evdilqeher got:
-Wê çaxê wî qurmê simbêlan jî jêke û bibe bide Xanê, bila bi ser pişta lêva xwe ve bizeliqîne; heq heqê wê ye.
Xeto serê xwe bera ber xwe da, got:
-Hewce nake; jixwe êdî hew berzika xwe jê dike; pirça li ser pişta quzê wê, ji simbêlên min û te gurtir e!

27 Kasım 2021 Cumartesi

ker û zinê

Ji rojan înî ye; xutbe ye.
Mele ji cimhetê re li ser zinê weazan dide.
Sîno jî li pêşîya cimhetê li ser çongan rûniştîye, bi baldarî li Mele guhdarî dike.
Mele got:
-Ha we zinê kiriye, ha we agir bera mala Xwedê daye, eynî ye. Nahletekê li Şeytên bînin û ji zinê û zinêkarîyê dûr bisekinin!
Peyva Mele xelas bû nebû, Sîno xwe negirt, got:
-Ma nîyhandina bi keran re jî dikeve zinê, xalê Mele?
Mele wek hîç tişt nebûbe, xwe neêşand, got:
-Naa! Ker di keran ne, nakeve zinê!

26 Kasım 2021 Cuma

rojev mojev

Vê sibehê şîyar bûm nebûm, ez hatim li ber nûçeyan rûniştim; jixwe vê pêla dawîn karê min ev e.
Lê berî ez li ser youtubeyê nûçegerînekê bikim, ez derbasî mitbexê bûm;
taştêya min hêkeke qelandî, piçek penêr û jixwe bê çayê nabe.
Her roj li ser Tirkîyeyê fatîheyan dixwînin, lê Reîs hesabê kesî nake; ciwamêr li kêfa terikê xwe dinere.
Tirkîye kiriye zirtimarxaneyek, lê kî dîn e, kî biaqil e, ne belî ye.
Lê ji mêj de ye ez tiştekî meraq dikim, penaberên di navbera Belarûs û Polonyayê de asê mane; bi taybetî jî yên ji başûrê Kurdistanê çûne.
Ez kurdên rojhilat fêhm dikim!
Ez kurdên rojava û bakur jî fêhm dikim, lê derdê kurdên başûr çi ye?
Ji ber kê, ji ber çi direvin?
Hewce ye rojnamevanên xwedan vîzyon vê meseleyê ji me re zelal bike.

Gotina Dawî
Mesele kûr e, dahwe giran e!

25 Kasım 2021 Perşembe

kîrê reîs

Reîs telefonî min kir, got:

-Devlikenê dev li girî, me xwe avêt bextê te!

Min got:

-Xêr e, çi qewimîye?

Got:

-Qûna dolaran rabûye, em dikin nakin danakeve!

Min got:

-Êê!

Got:

-Ê ê... Heger tu bibêjî erê, em dixwazin sûretê te li ser dolaran bixin.

Min got:

-Çi eleqe?

Got:

-Kes bi qasî kurdan ji dolaran hez nake û li Tirkîyeyê jî erê xwe kifş nakin lê em dizanin serjimara wan ji serjimara tirkan bêtir e.

Min got:

-Yaw Reîs, dev ji çîrok û çîrçîrok û çîvanokan berde, çi eleqeya sûretê min bi rabûn û daketina dolaran heye?

Got:

-Bi Xwedê heger tirkan bi kurdî bizanîbûya, nedihiştin roj li te hilê, lê şens û siûda te heye, bi kurdî nizanin û wan fikir û xeyal û fantezîyên te yên di nav nivîsên te de veşartî ne, naxwînin; jixwe ji sedî heyştê kurd jî bi çavê dijminatî li te dinerin, lewra aciz in, aciz in ji ber ku tu xwelîyê buha dikî û ew jî heta xwelîyê li serê xwe nekin, sebra wan nayê, xwe baş û rehet û bi huzûr hîs nakin.

Min got:

-Hîn jî ez baş li ber neketime bê çima tu dixwazî sûretê min li ser dolaran bixî!

Got:

-Bibore, lê hey kundir! 

Wextê wî ji min re got kundir, bi qudra Xwedê wê kêlîyê min jî li Hisênkê Omerî guhdarî dikir:

"Kundiro weyla kundiro

Kundirê avya bi tenê

Av dabû bi ava vergerê

Şaxê kundir çû Edenê

Dengê kundir çû Yemenê

Wawey lê kundirê mîranê"

Min got:

-Reîs! Ez te şermezar û qûna Dewlet Bahçelî jî dax dikim! Ji zilaman re nebêje kundir! Yan na, ez ê jî ji te re bibêjim "Cebeş!"

Axir, lêborîna xwe xwest û got:

-Kurdên li ser dolaran çav li wî mirûzê te bikevin, ew ê dev ji kirîna dolaran berdin. Û heger kurd jî hew dolaran bikirin, dolar hew radibe, ew ê dakevin!

Min got:

-Dolar dakevin jî, kîrê te danakeve, ew ê her rep be, ya Reîs!

Di bin simbêlan de kenîya, got:

-Huşş! Deng meke! Heger tu li kemalîstan sist bikî, ew ê li te rep bikin!


Gotina Dawî

Xweda li dijminê min jî sist neke!

Reb her rep e!..

24 Kasım 2021 Çarşamba

şeva futbolê

Dîsa bû êvar û bi ser efendîyê xwe de kûr û dûr ketim nav fikir û mitalan; biponije û biponije...
Rewşa Tirkîyeyê giran e, Reîs ahd kiriye heta wê tarûmar neke, nasekine; de Xweda kêmanîya te nede û aqubet li serê reîsên me be jî. 
Bi hêvîya rojek berî rojekê ew jî wek Reîsê xelkê bibin reîs û reîstîya xwe bi cî bînin.
Nakeve serê min, lê ya bi xêr!

Axir, ez îşev zêde tiştekî nenivîsînim, jixwe wextê ji dilê meriv nehat, hewce ye meriv zorê nedê û tiştên bi zorê jî bê tahm e;
mîna nîyhandina bê şehwet û arezû.
Ez rabim ji xwe re qedeheke vîskî dagirim, herim şûna qûna xwe xweş bikim; 
îşev şeva futbolê ye; 
piştî deh deqeyekê din maça Manchester City û PSG dest pê dike.
Neymar û jixwe êdî Messî jî heye.
De destê Şeytên li pişta we be!
Bijî PSG!




23 Kasım 2021 Salı

hema werê

Heger Tirkîye vê carê jî ji vê krîzê xelas bibe, Xweda û Şeytan bibin destbirak jî êdî hew tiştek bi Tirkîyeyê tê!!!

Û bila kurd jî li mala xwe rûnin û ji xwe re bi tirkî bifîkînin.

Dolar û Euro bi Hisên (Usain) Bolt re ketine qayîşê û bi çargavî dibezin!..

Li ber beza Dolar û Euro çîpên Hisên Bolt diricifin û li hev digerin.


Milet dev ji gûyê xwe berdaye, ketîye pey gûyê Bojî.

Hey xwelîserino!

Belkî haya we ji we tune ye, lê hûn bi xwe bûne gûyê Bojî, di çavê Reîs de!..

Ha! Berî ji bîr bikim, wek her car dîsa Selo Başqan jî ji vî gûyî anku ji meseleya Bojî nemaye.

"Kî xal e tu heval î!"

Wer xuya ye piştî demeke din Selo Başqan ê bi kitêbeke mîzahî jî ji xwendevanên tirk re bibêje, "Roj baş!"


Li ser twitterê digerim, ji ber rewşa dewlet tê de ye, kurdkokenlî ji tirkan bêtir li ber dewletê dikevin.

Ê jixwe li ser vê axê, di bin sîya vê alaya bi xwînê sor bûye de netewperwerî zirderewek e; her kes li pey berjewendîyên xwe ye, çi tirk çi kurd.


Rast derew, li ser bextê çapemenîya tirkan be, dibêjin Barcelona li pey Mesût Ozîl e û dixwaze Mesût transfer bike.

Heger rast be ev nûçe, ez ê dev ji Barcelonayê berdim, bibim alîgirekî Real Madrîdê; û jixwe Madrîd jî bi guhê meriv wek Mardîn tê; Real Mardîn!


Tanjû Çolakê futbolîst di bernameyekê de li ser pirsa pêşkêşvanê bernameyê, dibêje, "Ez ji ber pirbûna bîyanîyan aciz im. Ez hez nakim li vir bîyanî pir bibin. Em xwe bi xwe besî xwe ne. Hewce ye em xwe him bikin xwemalî, him jî netewî!"

Piştî van gotinên wî yên netewperwerî jê difûre, pêşkêşvan dibêje, "Çavê te ronî be, wa ye tu dikî bibî kalik!"

Li ser vê pîrozbayîyê Tanjûyê netewperwer di bin simbêlan de dikene û dibêje, "Erê weleh, sibê em ê herin Amerîkayê, bi îzn û destûra Xwedê sibê ez ê bibim kalik!"

De îja kes ji van netewfiroşên tucar re nabêje, "Tir li ku das li ku!"

Kewaşe ji qewmê kewaşeyan ji hêlekê ve bi quretî û megalomanîyê pesnê netew û netewperîyê dide û qala xwemalîbûn û milîbûnê dike, ji hêlekê ve jî qîza xwe-bûka xwe ji bo zarok û nevîyên wan bi haweyekî xwemalî di nav xwelîyê de newelidin, wan dişînin nav bîyanîyan.

 









22 Kasım 2021 Pazartesi

hema wilo

Helbestvanî jî barekî giran e ha; tew ku li derdora te yên mê pir bin, nivîsandina helbestan rîskeke mezin e; ilhez jî helbestên evînî!..
Te ev helbest li ser kê nivîsand?
Te ev helbest li ser min nivîsand?
Çi ket bîra te te ev helbest nivîsand?
Û nizanim çi û nizanim nizanim ne çi!..
Hela hela!
Yaw ma mestereya helbestekê ilhêz hewce ye rast qewimîbe?
Belkî wextê li derve ez dimeşim, pinpinîkek li dora serê min dihere û tê, difire û bala min dikişîne ser xwe; ez jî li wê firîna wê ya nazenîn û kubar dihilkumim û ew hezar û yek rengên li ser baskên wê barkirî berê min dide xeyalan û fantezî diwelidin, hêdî hêdî, yek bi yek bi haweyekî romantîk!..
Îja te li ser min nivîsand?
Te li ser kê nivîsand?
Çi ket bîra te... 
Û nizanim çi û nizanim ne çi!
Quzilqurt ket bîra min û ew quzilqurt li ber çavên min bû zirquzek û min ev helbest li ser nivîsand.
La hewle wela!

Redaktorê min Îkoyê serhedî awiran di min de difirîne û bi haweyekî serhedkî mirûzê xwe tirşotalî dike, dibêje, Devliken, xuya ye tu 'berê û berî' tevlihev dikî.
Ez kenîyam, lê wek wî min jî mirûzê xwe tirşotahlî nekir; min got, "Xortê serhedî! Îkoyê ji Îkram zaye! Ne ku ez tevlihev dikim, ez bi klavyeya kurdî dinivîsînim û "î-ê" di bin çengê hev de xwe li hev diboqînin, loma carinan bi şaşî tilîya min dihere wan li bin guhê hev dixe; î dibe ê, ê jî dibe î"
Got, "Himm, bibore, Devliken!"
Min got, "Ez te şermezar û qûna te jî dax dikim!" lê ne ji wî re, xwe bi xwe, di ber xwe de anku di dilê xwe de min got.

Dost û hevalbenda kurdan xatûna kubar, nazenîn û xwedan ûjdan Danielle Miterran 22ê Berfanbara 2011an wek îroj serî danî û mir.
Wek rehmetîya Miterrandê me pir dost û hevalên baş ên rojavayî ji xwe û doza xwe re kirin heval û hevalbend û hevrê, lê mixabin, ji ber rişma kurdan di destê zîhnîyeteke teres de bû, me ew vîzyona wan nexist bin xizmeta berjewendîyên kurdîtîyê; heger zîhnîyet pak û paqij bûya, bi lobîyeke xurt meriv dikarîbû ew zanîn û vîzyon veguherta xizmeteke netewî.


20 Kasım 2021 Cumartesi

êvareke şemîyê

Rojên şemî û yekşeman ez bi xwe re nabînim binivîsînim.
Ji futbolê hez dikim; çendî berê min bi xwe jî dilîst, îroj hew ji qûna min tê û tenê bi temaşekirinê kurmê xwe dişikînim.
Ji lîgan jî kêfa min ji lîga premierê re tê û ji tîmên vê lîgê jî ji Liverpoolê re...
Lê wek kurdekî xîretkêş ez alîgirekî yeman ê Barcelonayê me; erê îroj rewşa wê ne pir xweş be jî, ez bawer im bi hatina Xavî serketin nezîk e.

Rojekê pismamê kalikê min, di esasê xwe de ew jî kalikê min tê hesêb; erê kalikekî min rojekê ji bo asûkan berê xwe dide bajêr. (Yên berê ji Mêrdînê re digotin bajêr)
Wê rojê jî futbol heye; ka bê Mêrdîn bi kê re dilîze...
Kalikê min li serê sûkê li komekê rast tê, xort û navosere û yextîyar tevlihev bi çepik û bi qîrîn ber bi wî ve tên. Rebeno şaş û metel devê wî dihere li paş guhên wî disekine. Di ber xwe de dibêje herhal li bajêr bûyereke mezin qewimîye; li hev dibihurin.
Çend gavekî din dihere nare, li komeke din rast tê; ew jî wek koma din bi heman çepik û qarewarê ber bi wî ve tê. 
Ziravê wî diqete. 
Dîsa di ber xwe de dibêje, "Hela hela! Çi qewimîye gelo! Hema bi silametî ez vegerîyama!" 
Tam serê xwe bilind dike, li yekî wek xwe kal rast tê; ew jî endamê wê komê ye û ew jî bi yên din re li çepikan dixe û dike qarewar.
Kalikê min xwe li wî digire û dihere, li pêşîya wî disekine, dibêje, "Birayo law! Hela ji kerema xwe re ka bibêje, çi qewimîye. Ji tirsa ziravê min qetîya!.."
Kalo dibêje, "Tip heye Hecî, tip tip!"
Kalikê min dibêje, "Wey nahlet li we û tipa we bê! Me got hela bê dijmin girt ser bajêr, bê çi qewimî!"
Çend gavekî ji wan dûr dikeve nakeve, di ber xwe de dibêje, "Min di nav mejîyê serê we de mîsto!"

Vê berêvarê li ser ekrana CNN Turkê ez li bernameya Cuneyt Ozdemîr rast hatim; Cuneyt Ozdemîrê sosyal faşîst bi cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê berê re dipeyivî. 
Bi mirûzekî tirş got, "Amerîka hewl dide di şûna Tirkîyeyê de, ji xwe re li Rojava hêzeke alternatîf ava bike.
Anku...
Bi gotineke din, 
ji tirsa bûye vitevita qûna wan û êdî ew bi xwe jî dizanin li ber bêvila wan Ruhstîn anku Kurdistan dizê.
Heger hûn xwe nekin însan, jixwe wer xuya ye fikreke we ya weha tune ye, wê çaxê dora we yê bi însanan bê lêkirin û hûn ê îzole bibin ji însanetîyê!..

Gotina Dawî
Ma nizanim ez çi bibêjim çi nebêjim! Hema bi kin û kurmancî Xwedê ji Xwedê ne razî be û hew!
Heger em ji tirkan ne xerabtir bûna, îroj ne tirk, em ê li ser serê tirkan serdest û desthilat bûna!
Îja heyran, qey em heq nakin, jixwe ji bo em heq bikin, hewce ye em xwe ji teqlîda wan xelas bikin û bibin xwe!
Mimkun e?
Erê, heger ev zîhnîyeta rezîl biqeşte, biqelihe, biceheme, bimire!

19 Kasım 2021 Cuma

em û ew

Misir
Sal 1957, radyoya Qahîreyê dest bi weşana kurdî dike.
Reîscumhûrê Misrê Cemal Abdul Nasir e.
Konsolosê tirk wê şevê heta destê sibehê xew nakeve çavan; mîna gêrîk li ser canê wî bigerin, xwe bi vir de û wê de dizîvirîne...
Serê sibehê radibe ser xwe, xwe hazir dike û bêyî taştê bixwe berî dide qesra Reîsîcumhûr.
Reîsîcumhûr Cemal Abdul Nasir bi qastî bi qasî seetekê wî li ber derî disekinîne.
Piştî derbasî huzûra Reîsîcumhûr dibe, dest bi gilî û gazinan dike.
Reîsîcumhûr di bin simbêlan de dikene û lê guhdarî dike. 
Piştî gilî û gazinên wî bi dawî dibin, Reîsîcumhûr bi tinazî dibêje:
"Çima hûn xwe ji radyoya kurdî aciz dikin, ez difikirim nafikirim, ber bi aqilê min ve nare; nizanim ji bo çi ye ev acizîya we; lewra li gorî te û serekên dewleta te ji min re gotîye li Tirkîyeyê kurd tune ne; ew tirkên çîyayî ne. Ê madem li gorî fikir û nerîna we mesele ev e, wê çaxê tu problem tune ye, ma ne?"
Û bi destê xwe derî rê dayîyê, gotîye, "De here, bimîne di xweşîyê de!.."
Wextê meriv ehmeq be û bi ser de jî ker û nezan be, para meriv tenê rezîlî û hetiketî ye.

Hunermendê ereb Omar Suleyman hat girtin, lê hat berdan jî.
Sedem:
Carinan di nav kurdan de xuya dibe û carinan jî stranên kurdî distirê.
Heqê navê gû ji nû ve bê nirxandin û di ferhengê de ji dêvla gû tirk bê nivîsandin.

Dizîya ji dizîyê!
Îja ev çawa ye?
Êê!
Pêşîyan belasebeb negotîye, "Meriv ker û golikan li cem hev girê bide, ji hev dielimin tir û fisan."
Meseleya me jî eynî ev e, mixabin.
Bi rojan lome û gazin, lome û gazin, lê axir tavê da qûnê û her tişt kifş bû.
Nuha xwe bi xwe hûn dibêjin ev xwedêjênerazî qala çi dike!
Weleh Xweda ji min ne razî ye, yan ez ji Xweda ne razî me, ev mjara gotûbêj û nîqaşeke din e, lê hêdî hêdî ez vegerim ser meseleya xwe ya her ku dihere kezebê li we reş dike û dihêle min li ber çavê we reş bike.
Wek hûn dizanin çend roj berê wêneyek û wênesazek ket rojeva me.
Xwedêgiravî wênesazekî tirk berhemeke wênesazê me teqlîd kiriye, dizîye û dewleta vî ciwamêrê tirk jî ev berhem hêjayî xelatê dîtiye.
Du sê rojan bi kevir û gomeyan, bi lome û gazinan tiştek ji vî xwedêjêstendê tirk re nehiştin û wênesazê me (Hakan Yaşar) jî kirin qehremanê netewî; tenê ez neçûm pêşangeha wî û pê re wêne negirt.
Dû re...
Çi bû hûn dizanin?
Wêneyê ku bi rojan di rojevê de nîqaş û pevçûn li ser qewimîn, ne yê wênesazê tirk derket, ne jî yê wênesazê kurd derket; wêne di eslê xwe de fotografek e û ev fotograf ji alî wênesazê fransî Pierre Gonnord ve hatîye girtin. 
Yanî diz ji diz aciz e, xwedîyê mal ji her duyan.
Piştî sed salên din ev gotin ê jî bibe yek ji gotinên pêşîyan...

Were em li hev helal bikin, lê berî wê, ka kerem bikin em vê çîrokê bînin bîra xwe-hev:
Rojekê marek bi zarokekî ve dide.
Bavê zarok dide pey mar, berî mar xwe rade qulê, radihêje kevirekî û kevir diavêjê, lê kevir ne li serê mar, dihere li terîya mar dikeve; terîyê jê dike. 
Bavê zarok li devê qulê rûdine û hewl dide bi bergerînê mar bixapîne; dibêje, "Birayê mar, ka were ji qulê derkeve, em li hev bên!"
Mar ne xeşim û kawik e, dibêje, "Na birayo, na. Em nikarin li hev bên. Heta êşa kezebê bi te re be û birîna terîyê bi min re be, em ê nikaribin li hev bên!.."
Îja heyran!
Heta ji axa me û ji lepên we xwîna me bifûre, em ê nikaribin li we helal bikin.

Gotina Dawî
Xweda bike em nebin cîran jî...

18 Kasım 2021 Perşembe

hebûna wan dizî ye

Çîroka Asenayê jî ji zirderewekê pêk tê.

Ne tenê ew, heta mîtolojîya wan jî derew e û hebûna tirkan li ser dizîyê ava bûye.

Li gorî mîtolojîya Romayê, berî nuha bi 2774 salan, bi gotineke din, berî zayînê anku berî çêbûna Îsa di 753an de, bi navên Remûs û Romûlûs du xwehên hevalcêwî li ber çemekî bera didin. 

Dêlegurek li van her du xwehan rast tê, wan ji çem derdixe û dibe di şikeftekê de xwedî dike. 

Piştî bi salan ev xwehên hevalcêwî mezin dibin û bajarê Romayê ava dikin.

Û jixwe belkî bala we jî kişandibe, di wêneyê li ser armaya tîma Romayê ya futbolê de kifş e; di wêne de dêlegurek keçên hevalcêwî şîr dide.


Kî xal e, Selo başqan heval e!

Wê rojê Kemal Kiliçdaroglûyê kurdkokenlî daxuyanîyek da çapemenîyê, got, "Werin em li hev helal bikin!"

Piştî vê daxuyanîyê, Selo başqanê ku hewl dide kurdan mîna Kiliçdaroglû bi ber bayê asîmilasyonê bixe û wan jî mîna Kiliçdaroglû bike kurdkokenlî jî pî da xalê xwe Kemal û ew jî ket vê govendê.

Bûk ew, zava ew, berbû ew, daholvan û zirnevan ew...

De li hevdu helal bikin!

Lê...

Em kurd ê li we helal nekin.

Tu û xalanên xwe li hev helal bikin, lê vê bizanibe,

ne dê û bavên bi dehhezaran keç û lawên kurd ê li we helal bikin,

ne dê û bav û jin û zarokên kurdên bi haweyekî veşartî bi destê dewletê hatin kuştin (faîlî-dewlet) ê li we helal bikin,

ne xwedîyên wan pênchezar gundên şewitî yê li we helal bikin, ne dê û bavên zarokên wan di êşkencexaneyan de bûn nîvînsan ê li we helal bikin,

ne jî kurdên ji mecbûrî li metropol û bajarên Tirkîyeyê belav bûn û di nav wê xizanî, belengazî û hêsîrîyê de roj bi roj ji xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe, ji jîyîna xwe dûr ketin, li we helal dikin.

Îja heyran!

Hûn tirk û kurdkokenlî dikarin li hevdu helal bikin!


Gotina Dawî

Hema bi silametî em ji van bêeslan biqetîyana, dû re ew qir dibûn, pir dibûn, ne xem bû.






17 Kasım 2021 Çarşamba

tirs merga rovî ye

Wezîrê Parastinê yê Tirkîyeyê Hulûsî Akar di civîna xwe ya meclîsê de gotîye,”Ne li Tirkîyeyê, ne jî li derveyî Tirkîyeyê bi navê Kurdistanê derek tune ye.”

Ê weleh Hulûsî beg, heger tu berê xwe didî me û ji me bakurîyên belengaz re dibêjî, erê weleh xebera te ye. Hal hazir li bakurê welêt, dev ji Kurdistanê berde, hindik maye kurd û kurdî nemînin, lê em bakurîyên belengaz nikarin li ser navê başûrê welêt ku îroj nîvdewletek e bipeyivin an jî tiştekî bibêjin.

Wa ye dengê te dihere serek û sekreter û rêberên Kurdistanê. Bi navê Kurdistanê derek an deverek heye tune ye, hewce ye ew bersiva te bidin; lê lo lawo heger wan jî mîna me bakurîyên reben û belengaz xwe li rebenî û belengazîyê danîn û du gotin ji te re nekirin, wê çaxê heqê me li te tune ye û ji vir heta esmanê heftan tu heq û mafdar î.

Ez pir meraq dikim!

Li ser meseleyê,

anuha piştî vê gotina Hulûsî Akar, ji malbata barzanîyan an jî ji malbata talabanîyan ciwamêrek an jî ciwanikek rabe destê xwe li sînga xwe bixe û ji Hulûsî re bibêje, "Hoo Hulûsî Akarê cewregurê Asenayê, ez kurd im, zimanê min kurdî ye û navê welatê min jî Kurdistan e. Û nigê te digihêje ku, here deyne wir..." 

Pirs:

1- Hulûs ê çi bike?

2- Dewleta Hulûs ê çi bike?

3- Tirsa we ji çi ye?

4- Heta kengî hûn ê ji van heqaretên rêveberên dewleta Tirkîyeyê re guhên xwe bigirin?

5- Hûn ê kengî bibin kurd?


Gotina Dawî

Tirs merga rovî ye!




.

16 Kasım 2021 Salı

ka aqil

Doh 15ê Mijdarê bû.
83 sal berê, di 15ê Mijdarê de Seyid Rizayê Kal û hevrêyên xwe di ber namûs û xîret û axa xwe de serî danî; 
herweha di 15ê Mijdara îsal de jî anku doh jî Osman Ocalan serî danî, 
lê Osmên ew serî di ber çi de danî, 83 salên din di nav rêpelên dîrokê de ew ê bê nivîsandin û cî bigire.
Osmanê Kal, an Osmanê kal!
Ka aqil!

Şaredarîya Keçîorena Enqereyê konsera Mem Ararat betal kiriye.
Li kurd û kurdî pîroz be!
Sedem, bêtehamulîya kurdî ye; ne bêtehamulîya stranên kurdî ha, kurdî bi xwe ye.
De îja hin quzjinge radibin, dibêjin, "Zimanê muzîkê tune ye; muzîk gerdûnî ye."
Ji qewla me qoserîyan, we quzê wê xwaro! Îja gerdûnî!..
Tirk û gerdûn?
Qesr û kulek?
Tahjî û maqûlî?
Ereb û paqijî?
Û gelek tiştên din bi vî haweyî!..
Jixwe heger zimanê muzîkê hebûya, ew ê muzîkê ji tirkan re bigota ji kerema xwe re hûn çi gûyî dixwin bixwin, lê bêvila xwe nexin nav karê min û ji min dûr bisekinin!
Îja heyran, sûc ne sûcê keçîyan û keçîorenîyan e, heger piçika mejî di serê Mem Ararat de hebûya, nediçû ji bizin û keçî û keçîorenîyan re nedistira!
Ka aqil!

Kemal Kiliçdaroglû ji raya giştî re got werin em heqê xwe li hev helal bikin û xetekê li ser doh bixin, bi hev re em li sibê binerin.
Sibê!
Tew hîn sibê jî heye!
Kemalê kal bêyî ku kalikê xwe Kemo bi bîr bîne û qala guneh û qebhetên wî bike, di ser re gav kir û ji dema Ismet paşa dest pê kir û heta îroj hat.
Çend gotinên sloganîk!..
Na Kemalê kal, na!
Ji bo heqhelalkirinê hewce ye tu ji kalikê xwe Kemo dest pê bikî, heger na, helal û heram ji hevdu nayên şuştin; ji ber ku,
gunêhên kalikê te Kemo ji Tirkîyeya piştî mirina wî jî mezintir e!
Ka aqil!

Bi kamyonek quran belasebeb hûn nan diçînin şorbeyê.
Heger Rêzdar Ruhstîn dosyaya Erdogan a xêr û gunehan nexe bin çengê xwe û berê xwe nede qesra wî, ne muxalefet, ne jî ev miletê mîna pez dikarin wî ji ser text deynin!..
Ciwamêr hesabê kesî nake, dewlet ji xwe re kiriye sîrk û ji jor de ji xwe re li milet dinere û qerf û tinazên xwe bi milet dike.
Ez pir şad û bextewar im bi seroktîya Erdogan. Bi saya serê Erdogan ez careke din tê gîhaştim bê tirk çi qeşmer, nezan, ehmeq û pez in.
Bi saya serê Erdogan ez li vêya jî hilkumîm; heger îroj dewleteke me tune ye, ev jî xwelîserîya serek û rêveberên me ye!
Ka aqil!

Gotina Dawî
Xwe ji Erdogan aciz nekin; bi saya serê Erdogan me fêhm kir heger em bixwazin ev tirk ne barê me ne, lê hewce ye em jî xwe nas bikin û hay ji xwe hebin.
De îja,
ji qewla me dêrikîyan, 
ka aqil!

15 Kasım 2021 Pazartesi

Osmên jî çû

Osmên jî çû!
"Osmano lo Osmano!
Osmano lo Osmano!"
De îja bila Keremo here li hemû kafeyên Şirînevlerê rûne û helbesta "Osman" bixwîne.
Lê piştî vê çûyîna kambax a bê xatir, bila carê çend çipik hêsir jî bi xwe re bigerîne...
"Osmannnn!"
Ez ê bibêjim rehma Xwedê lê be, lê di saxîya xwe de bi sî û starê rehmê neketîye, loma jî ji wî re rehm mehm ne hewce ye.
Tew ez ê qala dojeh û bihuştê nekim;
lewra di saxîya xwe de bihuşt li gelek keç û lawan kir dojeh, Osmên!..
Lê ya bi min ecêb tê, di kuştina gelek keç û lawên kurd de tilîya wî bi xwe jî hebû; yek ji kujer û qesasên wan keç û lawên kurd ew bi xwe bû, lê tew wek tiştek nekiribe, wek ne ew be, ez bim ew kujer û qesas, kesî hesab mesab jê nepirsî.
Îja heyran, ji qewla Hisênkê Omerî;
"Normalll eee!"
Lewra!..
Ne Xwedê xwedîtî li kurdan kiriye, ne jî serek û rêberên wan dikin!
Heyf!
Piştî li ser desthilatîyê wî û hevrêyên xwe li hev nekir, ji rêxistina xwe veqetîya, çû xwe avêt bextê Barzanîyan û heta talîya emrê xwe mîna qehremanekî netewî li wir jîya.
Tew carinan qerewat li dora stuyê xwe digerand û li ser ekranan dibû mêvanê bernameyan.
Û ew keç û law ji kîsê dêya xwe çûn, mixabin!
Jixwe bav li ber golikan bûn...
Lê Covîdê (Dangeha Bilind a Xwedayî) ji Mr. Osmên re got, "Stop Mr. Osmên!"
Û Rêzdar Ruhstîn anku bi navê xwe yê fermî Rêzdar Ezraîl li ser daxwaza Covîdê dosyaya Mr. Osmên a xêr û gunehan xist bin çengê xwe û bi peraşûtê xwe bera ser axa Başûr da.
Wextê nigên wî bi axê bûn, pê re pê re wecyê wî ne xweş bû û xwe ne baş hîs kir. 
Xwe bi xwe got, "Ya Rebî, qey te rehm li vê axê nekiriye? Êş û jan û belengazî ji vê axê difûre!"
Çendî destê Mr. Osmên ji vê dinyaya gewrik nedibû jî, Rêzdar Ruhstîn bêyî ku dosyayê veke û xêr û gunehên wî jê re bixwîne, dosya li nav çavê wî xist û ew li pişta xwe kir, bi xwe re bir hêla din...
Ka îja li hêla din çi heye, em nizanin; heger hêla din hebe, haa!
Tune be, jixwe ne problem e, lê heger hebe, hîn nuh Mr. Osmên ê pê bigire!
De îja Osmên û siûda xwe!..
Dibêjin piştî mirina Mr. Osmên (Xêr û guneh di stuyê Salihê me yê çapemenîst de be) Hakan Fîdan kiriye alarm û bi ekîbeke nepen birayê mezin Sayin Evdila ji Îmralîyê derxistiye, ew biriye li cîyekî ku ew bi xwe jî nizane bi cî kiriye ku Rêzdar Ezraîl nekeve pey şopa wî.
Heta ku hemû kurdên Bakur nebin "kurdkokenlî" ne Ruhstîn, bavê Ruhstîn jî ji jor dakeve, ew ê nehêlin Sayin Evdila bi nav lepên Ruhstîn keve.

Gotina Dawî
Heger Kurdistan ava bû, hewce ye em wê roja ku vîrusa Covîdê li ser rûyê erdê belav bû, wek rojeke netewî îlan bikin û her sal wê rojê em wek cejn bi bîr bînin.

14 Kasım 2021 Pazar

rebîa û dêya belengaz

Seet bi ser nîvê şevê ketibû.
Dê û bav û xwişk û birayên Rebîayê raketibûn; Rebîa bi tena serê xwe mabû.
Sîxikê wê di destê wê de, ji hêlekê ve morîkên dora leçeka xwe çêdikirin, ji hêlekê ve jî çav li televîzyonê, li televîzyonê dinerî.
Ji nişka ve dest lê sist dibin û sar dimîne, çav li ser ekranê asê dibin.
Jin û mêrek, şilfîtazî li ser nivînan hevdu bi vir de û wê de digevizînin.
Nefes li Rebîayê diçike, ji kûrayîya kezebê keserekê dikişîne.
Heta fîlm bi dawî dibe, ji cîyê xwe naleqe...
...
Serê sibehê li ser sifreyê rûdinin, bi malbatî taştê dixwin.
Bav radibe, ber bi sûkê ve dihere; xwişk û bira radibin hazirîya xwe dikin, diherin dibistanê; tenê ew û dêya xwe Xensa dimînin.
Difitile ser dêya xwe, bê eyb û bê fedî dibêje, "Ha yadê!"
Xensa, serê wê di ber wê de, nên dixwe. Bi dengê Rebîayê re serê xwe ji ber xwe bilind dike, li Rebîayê dinere, dibêje, "Haa!"
Rebîa dibêje, "Bavê min xweş dine te? Yanî ji sinhetê xwe re jêhatî ye, yadê?"
Nan di ber Xensayê de dimîne, dibe urteurta wê, dikuxe.
Ji ser sifreyê radihêje qedeha çayê û vedixwe. Piştî bêhna wê tê ber wê, bi haweyekî hêrsbûyî awiran di Rebîayê de difirîne.
Dibêje, "Hey keran di te nîyhê! Ma tu meymûn î! Ev çi gotin in, hi ii!"
Dibe tiqetiq û hakehaka Rebîayê, dikene. 
Xensa çavê xwe li dora xwe li şimikekê tiştekî digerîne ji bo biavêjê. 
Rebîa fêhm dike, ji cîyê xwe çeng dibe ser xwe, radibe ber bi derî ve direve.
Piştî Rebîa ji wê dûr dikeve, piçekî di ber xwe de dike niçeniç, dû re xwe bi xwe dibêje, "Erê çawa! Hema îşê nîyhandinê dike, ew xwelîserê bavê te! Ha mêşê nîyhaye mêşê, ha bavê te nîyhaye min, eynî quzilqurt e! Ji kerba wî, berî wextê xwe ez ketim menopozê û min tahmek ji vê heyatê nestend! Weyla bi qurbana mêrê alemê bûyo!.."
Rebîa dîsa ber bi wê ve tê, dibêje, "Te got çi? Dengê te nehat min, Xensa!"
Xensa dibêje, "Min got, pişta bavê te mîna pişta kerekî nesinetkirî ye!"
Awireke din tê de difirîne û berdewam dike, "Hêvîya min ji Xwedê ew e yekî wek bavê te yê di te de derkeve û tu yê jî wek min nestirî, rebbbîî!"



13 Kasım 2021 Cumartesi

ezmûn

Îroj ezmûna min hebû.
Wek hûn dizanin, hîn jî ez xwendekar im.
Pola çaran dixwînim, lê ez ê çend salekê taloq bikim; acela min tune ye.
Li bajarekî wek Stenbolê, avantajên wê pir in:
Akbîla min a xwendekaran e. (Bi pêncî û heft wereqan, mehekê ez Stenboêl serobinî hev dikim; heger na, meriv di ber heqê rê re nagihêje)
Bi erzanî diherim sînemayê.
Êê xwe xort jî hîs dikim. (Jixwe avantaja herî mezin ev e😉)
Ya din jî, beşa ez dixwînim ne xerab e. 
Berê, dema dibû qala erdnîgarîyê, tenê dîmenên çîya û gelî û zinar û gol molan li ber çavê min diçûn û dihatin...
Na heyran!
Dîrok, arkeolojî, civak, civaknasî, huner, estetîzm, felsefe, zanist, hema tu bibêjî çi, di vê beşê de heye.
Û bi şeref ev beş, têra xwe entelektuelîyê li entelektuelîya meriv zêde dike.
Pêşnîyar dikim, lê ji bo kesên mîna min fîk û difîkînin!..🤪
Belkî jî bi tesîra bêdewletîyê hezkirina me ya vê beşê gurtir dibe; te dît em tim û daîm şerpeze ne li ser rêyan, bi vir de û wê de, dipengizin, zîz dibin; 
û jixwe di nava xirecira vê feleka bêîman de em her yek bûye nîv seyahek.
Axir, derdê min ne ew e ez erdnîgarîyê li ber dilê we şêrîn bikim; 
ya baş ew e, ez vegerim ser serpêhatîya xwe ya îroj.
Îroj, du ezmûnên min sibehê hebûn, piştî nîvro jî du ezmûnên min.
Ezmûnê di neh û nîvan de dest pê kir; di nîvseetekê de min qedand û ez rabûm, derketim.
Ne ku ez zêde jêhatî me min weha zû qedand haa!
Hew ji qûna min hat û ez jî, piştî çend pirsên zelal min stratejîya "etehyatoçawalêhato" bi kar anî.
Kitêb mitêb jî bi min re tune bûn, ez herim pişta xwe bidim dîwarekî, enîya xwe jî bidim tavê û bixwînim.
Jixwe akbîla min di bêrîka min de bû. Ez rabûm, min xwe bera ser rê da; li otobozekê siwar hatim û min berê xwe da Kadikoyê.
Li Kadikoyê peya bûm, ez çûm min ji xwe re poxaça kirîn û ber bi vapûrê ve meşîyam.
Ku vapûr bi rê ket, çaya min jî hat; hewa jî têra xwe xweş bû.
Hêdî hêdî bi haweyekî romantîk min kêfa vê sibehê derxist.
Çendî tenêtî romantîzmê nîvco bihêle jî, mêrikê jêhatî bi xeyal û fantezîyan dikare wê valayîyê jî dagire.
Êê! Ez jî têra xwe jêhatî me di vî warî de jixwe!..
Li Karakoyê ji vapûrê daketim, ber bi pira Galatayê ve çûm û hêdî hêdî di ber wan masîgiran re ji xwe re meşîyam.
Hin ji wan ji şiveqa sibehê de li wir bûn, hin ji wan nuh hatibûn, hêdî hêdî hazirîya xwe dikirin; jixwe ji girtina masîyên di satilkên wan de dîyar dibû bê kengî hatîye.
Erêê...
Çi cara ez di ser wê pira xopan re dimeşim, Mîrê Zimên Celadet Elî Bedirxan diniqute dilê min û ez xwe di nav wan kêlîyên evînî de hîs dikim.
Ax ax, zemano!
Lê careke din ez têgihaştim meşa li ser wê pirê, bi cot xweş e; 
ku meriv di nav kefa destê yarê de wê germayîya erojen a arezûyê li bedena meriv bar dike, hîs neke, tahma wê pirê tune ye.
Pira Galatayê...
Masîfiroşên xewlêherimî...
Senfonîya qaqlîbazên çilek...
Li ser pişta bahra zikqedîfe nalenala vapûran...
Û kulmek însan; 
kulmek însanên ku wê seetê derketine nêçîra xizanî, feqîrî, belengazîyê!..
...
Dû re ez hatim ketim ezmûnên xwe yên din.
Çendî ezmûnên min bêyî dilê min derbas bûn jî, roj bi dilê min qedîya.
Sibê jî ezmûn hene...
Her kî bixwaze bi min re di vapûrê de taştêyeke nîvromantîk bixwe, bila seet di yazdehan de li ber îskeleya Kadikoyê li benda min be; 
tew heger jin be, ew nîvromantîzm ê bi xweber veguhere romantîzmê.
Min bê xwe nehêlin!..

12 Kasım 2021 Cuma

xwezî û xwezî

Xwezî te stand up bikira!..
Ez dibêjim qey tu sahne wek wê sahneya Evdila Ocalan û Yalçin Kuçuk rûniştine û Evdila Ocalan dibêje, "Di tarîxa Tirkîyeyê de Mistefa Kemal zilamê herî biçûk e" ne komîk e.
Çi cara ez li wê vîdeoyê dinerim, piqînî bi min dikeve, ez bi deng dikenim.
Ji dêvla Evdila Ocalan agir bi kezeba ew qas dê û bav xist û ew qas keç û law di ber fantezîyeke beradayî de dan kuştin, xwezî tenê stand-upî kiribûya;
qet nebe dema kêf li me biqewitîya û em aciz bibûna, em biçûna, me yê ji xwe re lê guhdarî bikira û em ê ji wê stres û acizî û bêhuzûrîya xwe xelas bibûna...
Haa! 
Berî ez ji bîr bikim, ew hevpeyvîna ku Mehmet Alî Bîrand pê re çê dike jî muhteşem û ecêb xweş e.
Tew dema bi hevalan re bi futbolê dilîze...
Hahahahahahahaha!
Law Evdila, bi şeref tu heyat î!
Çendî ne bi qasî te be jî, ez ji qerf û mîzaha Dewlet Bahçelî jî hez dikim.

Nenere li mirûz, binere li gurûz!
Baran birazîyê min e. Temenê wî, ji pêncan dagerîyaye şeşan...
Bavê wî, bi destê wî digire, wî derdixe gerê.
Li derve li zilamekî ji xwe kiniktir rast tê. Ziq dimîne li mêrik dinere; dû re difitile li bavê xwe dinere.
Dibêje, "Ev çi zilamekî ecêb e, yaw!"
Deng dihere zilam. Zilam li Baran dinere, li bavê Baran dinere, dibêje, "Heger bavê te ne zilamekî ecêb bûya, pîçekî wek te jê nediket!"
Bavê Baran û zilamê cûce di nav qelebalixîya însên de xwe çend dikin hev û şer dikin.
Zilamê cûce bi hêl serê xwe li nav şeqên bavê Baran dixe, kîr û gûnê bavê Baran jan didin. Bavê Baran di cî de li ser tutukan rûdine, xwe tev nade, heta bêhna wî tê ber wî. 
Bavê Baran di nav wê qelebalixîyê de ewil li zilamê cûce dinere, dû re di ser stuyê xwe re dizîvire, li Baran dinere.
Dibêje, "Ev çi zilamekî ecêb e, yaw!"
Baran serê xwe kil dike, dibêje, "Erê baba, ma min jî ji te re negot!.."

Gotina Dawî
Kesl bi qasî Erdogan bi şerefa tirkan nelîst! 


11 Kasım 2021 Perşembe

yeke din biajo ber

Kî çi qasî kemalîst e?
Herî pir kî kemalîst e?
Yan jî ka em weha bipirsin...
Qebhet qebheta kê ye?

Evdila Ocalan bi dehan car pesnê Ataturk û kemalîzmê daye û wextê peyv tê peyvê hîn jî dide.
Û pirê caran wextê bûye qala Ataturk, ew wek leheng û qehremanekî dîrokî bi nav kiriye, dike.
(Rolmodelekî ne xerab e.)
Her tim kurdên dewletxwaz wek kesên hov, paşverû, gundî bi nav kiriye û ji bo ev hov û paşverû û gundî negihêjin miradê xwe, her li pêşîya wan bûye asteng.
Bi kin û kurmancî,
ciwamêr tu carî ji ya xwe daneketîye û tu carî Kurdistan neketîye nav programa wî ya stratejîk; her çep lê xistîye lê "rast" meşîyaye.
Ji xeta stalînîst hîç şaş nebûye. 
Her gotîye:
Biratîya gelan!
Tirşika xalan!
Têkoşîna hevalan!
Demokrasîya xurtan!
Komara demokratîk a xwelîseran!
Neynûkên tilîyan!
Û şorba nîskan!
Çendî li dijî dewletbûnê tev gerîyaye jî, kurdan her ew danîye ser serê xwe û hîç ji pey wî venegerîyane; 
bi jîr û jêhatîbûna xwe li ser nezanîyê Nezanîstan ava kir û ew jî derket ser text, li ser wî textî çarmêlkî rûnişt.
Kurd mirin, wî fîkand!..

Û nuha...

Ayhan Bîlgenê ku demekê di nav HDPyê de serê govendê dikişand, doh anku di 10ê Mijdarê de salvegera mirina Ataturk bi bîr anî.
Û kurdan xwe aciz kir.
Îroj li ser twitterê Ayhan Bîlgen twîtteke din par ve kir; twitta wî weha bû:
"Silhedîn Demîrtaş Ataturk bi bîr anî!
Û şeva we teva bimîne xweş!"
Yanî ciwamêr xwest ji mirîdan re bibêje, hûn ji min re mêr in, lê ji Apê xwe û Selocanê xwe re kerê nêr in!..
Mixabin!
Deng ji kesî derneket.
Evdila Ocalan pesnê Ataturk dide, ne qebhet e.
Silhedîn Demîrtaş Ataturk bi bîr tîne, ne qebhet e.
Lê...
Wextê Ayhan Bîlgen Atayê xwe bi bîr tîne, qebhet e.
Û xwedêgiravî yanî Ocalan û Demîrtaş kurd in, Ayhan Bîlgen jî tirk e, 
Ocalan û Demîrtaş Ataturk bi bîr tînin, ne qebhet e, lê Ayhan Bîlgenê reben bi bîr tîne, qebhet e.
Yeke din biajo ber!
Ev jî çû!..

10 Kasım 2021 Çarşamba

10ê mijdarê seet 09:05

Sofî Reşad ji nişka ve bi xwe hisîya; mîzê zor dabûyê. 
Ji nav nivînên xwe rabû û berê xwe da tuwaletê. 
Tuwalet li hewşê bû, bi xwe re nedît heta tuwaletê here; li ser dika ber xênî derpîyê xwe ji xwe şeqitand, bi serê kîrê xwe girt û li ser axa hewşê reşand.
Bi qasî deqeyekê bû şureşura mîza wî; kunê xwe vala kir û dîsa bi şûn de vegerîya, hat ket nav nivînên xwe.
Roj bi qasî nîvbejnekê bilind bûbû. 
Ji wî wê de jina wî Wesîla li ser kêlekê veketibû; qûna Wesîlayê di bin kirês de zepitî xuya dikir. Şotika avê bi ser devê Sofî Reşad ket, girêz ji dev herikî.
Ji ser doşeka xwe, xwe ber bi doşeka Wesîlayê ve kaş kir, hêdîka lihêfa wê bilind kir û xwe rada kêleka wê, xwe bi qûna wê ve zeliqand.
Derpîyê xwe ji xwe kir û kirasê Wesîlayê jî li nava wê pêça; Wesîla jî şîyar bû.
Çendî xwe piçekî giran kir jî, di nav lepên Sofî Reşad de hêdî hêdî sist bû. 
Destên Sofî di nav çiçikan de, Wesîla hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve hat.
Sofî bi çengûrê Wesîlayê girt, ew li ser piştê vexist, derpîyê wê jê kir, çîpên wê ji hevdu dan alî û xwe di nav her du çîpan de bi cî kir.
Serê Sofî di nav çiçikên Wesîlayê yên mîna petêxên Sêrtê de, helkehelka wî bi haweyê senfonîyê bi guhên Wesîlayê ve radipelikî. Mîna nexweşekî li ber mirinê dike can bide, teperepa dilê wî bû.
Û Sofî mahrê xwe bera qulê da...
Rabû û daket...
Rabû û daket...
Û ji nişka ve dengê sîrên û korneyan hat.
Wesîlayê destê xwe li pêxîla Sofî xist, got, "Hişş! Xwe tev nede!"
Sofî sar sekinî û hew xwe tev da.
Got, "Keçê Weso, çi qewimî? Di kêlîya herî xweş de, tam mahrê min dikira jahra xwe berda, çima te ez sekinandim? Te ez şewitandim, hey bêbavê!"
Wesîlayê got, "Ka bise, hey zalim lawê zaliman! Bila piçekî rêz û hurmeta te ji Ata re hebe. Seet neh û pênc deqe. Rehma Xwedê lê be! Ata mir!"
Ku dengê sîrên û korneyan sekinî, pê re pê re kîrê Sofî jî mîna xîlka elokê sist bû.
Wesîlayê destên xwe li kulêmekên Sofî şidandin û dîsa ew bi ser xwe de dahf da.
Got, "De Sofî, dee! Rehma Xwedê lê be, Ata mir! Îja dora te ye; de ka îja tu wê rehma xwe bi ser min de bibarînî, de, dee!"
Sofî kir û nekir, kîrê wî yê sist bûbû hew rep bû. 
Wesîlayê got, "Çi bû, Sofî?"
Sofî keserek ji kûr kişand, got, "Weleh Wesîla, te pê girt! De îja bişîne pey Atayê xwe, bila ew were di te ne û kurmê te bişikîne! Ew mir, ê min jî mir!"

9 Kasım 2021 Salı

carinan tenê bifîkîne

Îşev tişt nayê hişê min.
Mîna zarokekî nuh ziman vebûye, ez ê jî hema çi hat ser zimanê min, bi we re par ve bikim;
lê ez ê hewl bidim kesî neêşînim.
Heger carinan gotinên heram anku bi cenabet ji zimanê min bizên, ji kerema xwe re li min negirin.
Ziman!
Ziman nêr e, ne mê ye, loma jî ji dêvla ez bibêjim "ji ziman bizê" ez bibêjim "ji ziman bipeke" yan jî "ji ziman zêde bibe" baştir, xweştir, qenctir e.

Baş baş e, xweş xweş e, qenc qenc e, lê her sê bi hev re qudret e û ev qudret jî zû bi zû bi destê kesî nakeve.
Heger meriv ewladê dê û bavekî kurd be, baş e.
Heger meriv mîna dê û bavê xwe kurd be û kurdî be, xweş e.
Heger meriv li dê û bavê xwe zêde bike, qenc e.
Û teva van xusûsîyetan meriv rast û durist û xwedan sekn û helwest be, ev jî qudret e.

Çendî qudret peyveke têr û dagirtî be jî, wek nav ne li mêr tê, ne jî li jinê...

Jinekê got,
"Hêvîya min ji Xwedê ew e, li ser rûyê erdê mêr ê nemînin."
Min got, 
"Erê, bila li ser rûyê erdê mêr nemînin û tu û yên wek te jî bi tilîyan bi xwe xweş bînin!"

Vê pêla dawî dîsa hin kundir hewl didin kurdan kategorîze bikin.
Kurdên dîndar...
Kurdên sosyalîst...
Kurdên kemalîst...
Kurdên demokrat...
Kurdên hov...
Lê belasebeb qûnê li xwe neqetînin, kurd kurd in, dawîya mayî me eleqedar dike, ne we!

Tirkîzimanî, narsîzmeke fahş li xwedîyê bar dike; dihêle xwedîyê xwe bi quretîyeke beradayî bihetikîne, bêyî ku hayê wî jê çêke...
Û pirê kurdên tirkîziman, bi xweşzanîna bi tirkî qerf û tinazên xwe bi tirkan dikin, lê hay ji wan tune ye ku tirk bi vê xizmeta koleyên xwe şad û bextewar in.
Û dîsa û...
Kes bi qasî kurdên tirkîziman ne bi kompleks e; dema li kurdekî hur û resen dihilkumin, ziravê wan di nav gûyê wan de bi çavgirtînkê li piçeke wêrekîyê digere!..
Lê wêrekî xelat e, ji mêrxasên hur û resen re, birako!

Hûn ne mecbûr in ji bêeslan re qala feraseta xwedaneslan bikin.
Bila kurd xwe bi xwe, xwe bizanibin, hewce nake ji bo tirk ji wan fêhm bikin, xwe di ber wan de reş û şîn bikin.
Û hûn bi zimanê tirkî ji tirkan re çêr û xeberan bidin jî, ew ê xwe ji we aciz nekin,
lewra rezîlî piştî mirina zimên bi xwe ye!..
Heger meriv li koka wan binere, kes nizane bê ji kê zêde bûne;
ji kurdan zêde bûne, ji rûman zêde bûne, ji ermenan zêde bûne, ji laz û gurcî û eceman zêde bûne, îro ro ne xem e ji bo wan.
Kes li doh û pêr napirse bê kî ji kê çêbûye, kî ji kê zêde bûye, ya girîng îroj e 
û îroj li ser vê axa em û ew li ser dijîn, ne kurd hene, ne rûm hene, ne ermen hene, ne jî laz û gurcî û ecem hene, 
tenê tirk hene û tirkî heye!

Gotina Dawî
Jîyan kulmek bîranîn e; lê heta ji we tê, hewl bidin bila bîranînên we jîyanê bixemilînin.

civata ji xweber

Piştî bi salan li Taksîmê, li kuçeya Mîsê me.
Carlsberg bîra û satilkek garis...
Ji mêj de ye min bêhna vê otantîzma Mîsê ji bîr kiribû.
Li benda du ciwamêran im; ji Dîyarbekira xopan Doktor Eser û ji Îzmîra malmîrat Bavê Sîmko (Kekê Xelîl) hatine.
Heta ew tên ez ê di bin vê atmosfera ku bêhna xortanîya min jê difûre, xwe bi xwe vexwim.
Berêvarî jî bîra xweş e ha;
jixwe bîra, hewce ye zikê meriv ne tam têr be, ne jî tam birçî be...
Ez jî ne têr im, lê ne birçî me jî; berî nuha bi du-sê seetan min li kibabekê xist, lê divê meriv bextê xwe neavêje û ûjdanê xwe xera neke, kibab jî kibab bû ha.
Xwedîyê xwaringehê entabî bû.
Heta kibab ji me re anî, bi pesindayîna xwe em têr kirin jixwe.
Weleh piştî wê xweşkirinê min hêvîya xwe ji kibabên wî birîbû, lê teorî û pratîk anku gotin û emel wek hev derketin.

Û yek bi yek hatin...

Navê Lîstikê:
Kurdên Belawela
Mijar:
Trajedî û Sendroma Bêdewletîyê
Sahne-Cî-Mekan:
Beyoglû/Taksîm/Kuçeya Mîsê
Lîstikvan:
Devliken Kelogirî (Yanî ez)
Hewce nake ez xwe bi we bidim naskirin, jixwe ez nîvpopulerek im😉
Doktor Eser
Bi eslê xwe ji Dêrika Mêrdînê ye, lê mîna min ew jî belawela ye; li Dîyarbekira xopan dijî, li Sitewrê dixebite, lê li ku û çawa û bi çi diçêre, nizanim.
Di karê xwe de pispor e û medyaya sosyal jî baş bi kar tîne. (Carinan jê dihesidim, lê baş e ku em ne li bajarekî ne û herweha pisporîya me ne yek e)
Bavê Sîmko (Kekê Xelîl)
Kurdekî kurd e; him merd e, him jî ciwamêr û comerd e. Ji destê xwe re jî, ji bêrîka xwe re jî temam e. Û têra xwe jî karîzmatîk e. Hewce ye kurdên mîna Bavê Sîmko hîç ji nav me kêm nebin.
Azad Sagniç 
Lawê Feqî Huseyn Sagniç e û berî bibe xort ketîye nav têkoşîna kurdîtîyê. Xortanîya wî bi sirgûnîyê û di hefsan de derbas bûye. Nuha bi qelema xwe têkoşîna xwe berdewam dike, lê qelema wî bi tirkî qala êş û jan û trajedîya me kurdan dike. Çendî ez wî rexne bikim jî, bi rexneyên min hîç aciz nabe.
Erdal (Îro min ew bi saya Doktor nas kir)
Serhişk, hov û nijadperestekî kurd e; ne netewperest, haa! Ew bi xwe ji xwe re dibêje nasyonalîst im û faşîst im. Bi eslê xwe ji Sitewrê ye û ew serhişkîya çîyayîyan bi wî re jî heye çendî li Kadikoya Stenbolê çêbûbe jî. Di nav tirkan de li esaleta genên xwe hilkumîye, loma jî, bi çavekî biçûk li tirkan dinere. Ez bi xwe jî wek wî me. 
Û hewce ye her kurd bi haweyekî qure xwe di ser tirkan re bibîne.
Herweha endezyarê deng e û di karê xwe de pispor e. 
Mûrad (Îro min ew jî bi saya Doktor nas kir)
Bi eslê xwe lîceyî ye, lê em sê seetan rûniştin, Şeytên tû wecyê wî nekir û negot ha ji we re du cixare. Û ciwamêr guhdarekî baş bû; dikirî, nedifirot.
Gonul Dabakoglû
Bûka farqînîyan e, lê ez ne şaş bim bi eslê xwe kurda Erzîncanê ye. Û ji bo pîrekên ser tenûran sibehê nîvro li ser tenûran û li ber derîyan li ser wê bipeyivin, qala wê bikin, çûye li Londrarê bi cî bûye; yanî bûye nîvarîstokrateke îngilîz.

Zêdeyî sê seetan me civat gerand;
geh li ser zimên,
geh li ser edebîyatê,
geh li ser sîyasetê,
geh jî li ser belengazî û xwelîserîyê.
Talîya talî wê jina londrayî di nav ew qas mêr de rabû, çû hesabê maseyê da û em hemû mêr xistin ber fedîyê; lê di kultura rojavayîya de hesab hesab e, çi jinê daye, çi mêr daye...
Ê heyran, 
hesabê ku Eyşêya pîreka apê min Şêxê dikare du mehan pê debara xwe bike, Gonul xanimê çû bi sîh, sîh pênc sterlînan safî kir û hat rûnişt.
Wê hesab da, şûr simbêlê me nedibirî!

Gotina Dawî
Ka Beyoglûya berê...

7 Kasım 2021 Pazar

trajedîya jineke belengaz

Got,
Min her tişt taloq kir, tenê li kar û tucareta xwe dinerim; hemû enerjîya xwe li qezenckirina pereyan xerc dikim.
Min xêr ji zewaca xwe nedît; ez û mêrê xwe di hundirê xanîyekî de mîna du neyaran dijîn. 
Jîyana min a seksual têk çûye. Ji hesreta orgazmê bedena min diricife; êdî wek berê masturbasyon jî hew kêf û zewqê dide min, lê tişt nabe, ez ê du-sê salên din jî bi xwe re bixeyidim û ji bo rewşa xwe ya aborî baştir bikim, ez ê ber xwe bidim.
Piştî du-sê salên din ku min rewşa xwe ya aborî baştir kir, ez ê pihênekê li der qûna mêrê xwe bixim û bi her haweyî ez ê jê veqetim.
Dû re ez ê ji xwe re karavanekê bikirim û bi kêf û daxwaza dilê xwe tev bigerim û bidim lotikan.
Bi kin û kurmancî ez ê bibim hur general û heqê hurîyetê bidim...

Min got,
Temenê te çel û du sal e. Li gorî hesabê te- heger hesabê malê û sûkê li hev derkeve-, piştî temenê te bibe çel û pênc, çel û şeş, tu yê bigihêjî miradê xwe û êdî tu yê li gorî kêf û daxwaza dilê xwe tev bigerî û bidî lotikan, lê... erê, lê piştî tu aborîya xwe baştir bikî û xwe bikî hur general, tu wan pereyan gişî kom bikî jî, ew pere yê nikaribe kurmê quzê te bişikîne; nikare, ji ber ku piştî wî temenî tenê jugolo yê bikaribin xizmetê ji quzê te re bikin.
Û ew xizmeta ji bo quz heger hest û hîs lê bar nebe, masturbasyona te yê jê xweştir û bi tahmtir be; qet nebe dema masturbasyonê meriv kesên li gorî dil û kîr û quzê xwe xeyal dike...
Sekinî, fikirî û hew peyivî...

Gotina Dawî

Hin însan, tenê ji bo nemirin dijîn; bi haweyê kûçiktî...

6 Kasım 2021 Cumartesi

kurdistan

Birazîyê Şêxê Îmralîyê, yek ji parlamenterên TBMMyê rêzdar Omer Ocalan gilî û gazin li birayên xwe yên tirk kirine û gotîye:
Pirs 1:
"Kurd çi dixwazin?"
Pirs 2:
"Em çi dixwazin?"
Ciwamêr belkî jî nexwestibe weha bibêje, lê carinan binhişîya meriv bi xweber vedirişe û ya dilê meriv derdixe, anku meriv lê diçerixîne.
Lê xweş çerixîye haa!
Îja, 
Kurd çi dixwazin?
Em çi dixwazin?
Law Emero, bi telaq tu heyat î, heyat!
(Şaş fêhm neke, ji ber ku wek kurdekî û bi kurdî ez bi te re dipeyivim, di şûna Omer de, ez Emer bi kar tînim. Ha heger tu yê dilê xwe bigirî jî, ez dikarim bi zimanê xwe re bixeyidim û bibêjim Omer)
Tiştê ku Xweda nayne bîra meriv, Şeytan bi şeytanî bi meriv dide kirin...
Bijî Şeytan!
Bimire Xweda!
(Ku ez herim welêt, ji bo van kufrîyên xwe ez ê herim li ber destê Mele Birhan tobe bikim. Xwedê Teela Mele Birhan ji ser serê vê civakê kêm neke)
Emero!
Heyrana çavê te, qurbana serê te!
Ka îja du deqeyan li vî birayê xwe yê him paşdemayî, him hov û him jî netewperest guhdarî bike, lê berî wê, wê qerewata stuyê xwe sist bike û here derpîyekî sentatîk li xwe bike, da ku tu bikaribî bi rehetî bi haweyê çarmêlkî rûnî.
Ji qewla rehmetîyê apê min Mehemê Hecî Hisênê Îsayê Hesê Îsa,
Birê bavê min!
Berî salên heyştêyî apê te rêxistinek ava kir û li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê manîfestoya wê nivîsand.
Nizanim ka temenê te çi ye!
Belkî neyê bîra te, lê heger tu ji mezinên xwe bipirsî, ew ê ji te re bibêjin.
Belê, apê te piştî ew rêxistin li ser esasê azadî û serxwebûna Kurdistanê ava kir, keç û lawên kurdan ref bi ref xwe lê girtin, mîna dawetekê bi dil û can...
Kurdistan bûk e û kurd berbû ne!
Ez ê ji te re çîroka ku bi hezaran kes dizane ji nû ve ta bi derzîyê ve nekim, lê bi kin û kurmancî ez ê ji te birayê xwe yê ne ji DÊya xwe re bibêjim:
Sal bi sal sînorên daxwazan teng bûn.
Serxwebûn... Serxwebû... Serxweb... Serxwe... Serxw... Serx... Ser...
Û ser jî çû!
Dû re,
Federalîzm...
Konfederalîzm...
Xweserî...
Komara Demokratîk...
Û nizanim çi û nizanim çi û nizanim çi!
Û îro ro jî qonaxa em hatine lê asê bûne, di nav sînorên Mîsak-i Millîyê de doza biratîya gelan e.
Heyf!
Xwezî biratîya wan jî bira bûya!..
Bi dehhezaran keçên gulîsor û lawên mîna egîd û fêrizan di ber biratîya gelan de li ser axa xwe bûn kulmek ax!
Û ji dê û bavan re jî ji kûrayîya kezebê tenê ma "AX"ek!
Ax! Ax!
Îja ne eyb û ne fedî wa ye hîn jî tu dipirsî û dibêjî, 
"Kurd çi dixwazin? Em çi dixwazin?"
Weleh birako, piştî ew qas êş û jan û mirin, kurd tenê tiştekî dixwazin; ew jî Kurdistan e, çendî ev nav bi we xerîb be jî, 
lê hûn çi dixwazin?
Nizanim.

Gotina Dawî
Dijminê bavan nabe dostê lawan!




5 Kasım 2021 Cuma

ez û xwe

Av bi çongên min de hat!
Erê weleh, av bi çongên min de hat.
Ez nîvro ji malê derketim, seeteke berê min xwe avêt malê. Nêzîkî şeş seetan qûna min bi erdê nebû, sikak bi sikak, kolan bi kolan ez bi vir û wê de bezîyam.
Dema ez ketim hundir, raste rast min berê xwe da tuwaletê, mîzê zor dabû min...
Bêyî ku ez derpî ji xwe daxim, teva derpî ez li ser kevirê kilozetê rûniştim, lê berî ez bibeliqînim bi nîvkêlîyekê ez li xwe hayîl bûm.
Tam min dikira nahletek li Şeytanê reben bikira, di ber xwe de du caran li ser hev min got, "tobe tobe!"
Jixwe yê ez bi ser hişê xwe de anîm rêzdar Şeytan bi xwe bû. Ne ji wî bûya, Xwedê yê min bi min bida jibîrkirin û ji sedî sed min ê bin xwe şil bikira...
Baş e ku ez hêla xwe ya çepê her tim dispêrim Şeytên...🤒
Hêla min a çepê!🤔
Erê, ez çep im, loma!😉

Piştî piçekî min xwe rehet kir, lê ne wê rehetkirina hûn lê difikirin ha...
Li Serhedê, heger şaş bim bila Îko min hişyar bike, ji rewşa piştî nîyhandinê ku canê meriv sist dibe re dibêjin, "filankesê-filankeso xwe rehet kir!.."
Erê, ez vegerim ser mijara xwe.
Piştî min xwe piçekî li ser piştê vezeland û xwe rehet kir, mahdê min anku dilê min çû masîyan. (Jixwe îsal hîn masî bi devê min nebûbû)
Li cem masîfiroşê me yê taxê kîloya hemsîyan bi panzdeh lîreyan e, çêkirina wan jî duwazdeh lîre...
Weleh muhameleya şuştin û veşuştin û çêkirina masîyan jî teşqele ye. Heta meriv dişo, vedişo û çêdike, jixwe êdî hew mahdê meriv anku dilê meriv diherê, meriv xwe bi xwe têr dixwe.
Piştî wê betilandin û westandinê xwarina masîyan ez rehetttt kirim, lê êdî dereke min xwe ne rehet hîs kir!..🤪🍺😚
De guh medinê!🤫

Îko anku Îkram Baban!
Ew kurdên bi kurdî di nava konforê de ne û li ser pişta kurdîyê quretîyan dikin, diçêrin, gunê Îko bixwin.
Bi emir min du emrê wî kiriye, lê bi wê jîrbûn û biaqilbûn û kurdîhezîya xwe tu carî nehişt ez wek zarokekî lê binerim, loma jî bû yek ji hevalên min ê herî ciwan; jixwe av di navbera min û ciwanan re derbas nabe, ji min hez dikin, lê bi serê Şeytên ez jî ji wan hez dikim.
Min ê çi bigota!
Ev xortê jîr bi qasî rehma Şeytên ji zimanê xwe anku ji kurdî hez dike û herweha di warê rastnivîsîna kurdî de jî serketî ye.
Ev xort ji bo debara xwe bike di înşeetan de dixebite, erê kar û xebat ne eyb e; çêtir e meriv xwe motajî bêkesayetan bike, lê ev xort dikare bi rehetî ji weşanxaneyekê re edîtorîyê bike.
Û jixwe hûn baş pê zanin bê di warê redaksîyonê de weşanxaneyên kurdan di çi rewşê de ne; bi kêmanî di her kitêbeke çapbûyî de sed şaşî, kêmasî hene.
Gunê vî xortî bixwin û bihêlin bila ev xort bi dilê xwe ji zimanê xwe yê wek dilê xwe dibîne re xizmetê bike û bi xêra vê xizmetê baş xerab debara xwe bike.
Ji dêvla wê enerjîya xwe li înşeetan xerç dike, bila di ber zimanê xwe-we de xerç bike.

Gotina Dawî
Qey rojekê bext ê jî dernekeve ser text...




4 Kasım 2021 Perşembe

tiroviro

Ez kurdekî agnostîk im, lê hesasîyet heysîyet e, çendî qibleya meriv ne yek be jî, di warê kurdîtîyê de hewce ye meriv rast, durist û ji dil be.

Loma jî,

ziman ziman ziman, heta ku kurdî nebe hesasîyeta kurdan, 

bi taybetî jî nebe hesasîyeta partî û rêxistinên kurdan, 

heysîyet tenê cîyê şikê ye.


Kemal Kiliçdaroglû singê xwe rakir, xwe rakişand û got, "Erdogan bi xêr kengî tu ji ser wî textî ketî û ez derketim ser wî textî, tu yê bibînî bê ez çi felaketê tînim ser Qendîlê. Heger li Qendîlê min kevir li ser kevir hişt, bila xavika serê jina te li serê min be!"

De bi serê Şêxê Îmralîyê, ne ji Qendîlê be, ne kes dine qûna Erdo, ne jî kes dine qûna te Kemo!

De îja bila yên têgihiştî ji yên tênegihiştî re ta bi derzîyê ve bike!..


Zimanê tirkî vîrus e û roj bi roj mîna şewbekê li nav me belav dibe.

Jîyana rojane...

Perwerdeyî...

Sîyaset...

Edebîyat...

Têkilîyên evînî...

Û sînema...

Bakurî ne bes bûn, wa ye mîna dargerînkê tirkî xwe gîhand rojhilatîyan jî.

Berî nuha derhêner Hiner Selîm bi şewba tirkî ketibû, wa ye nuha jî wê şewbê xwe bera ser kezeb û gurçikên Behmen Qubadî jî daye.

Ez ê bibêjim Xwedê bi xêrê bigerîne, lê weleh êdî ev mesele ji xêrê jî wê de ye; xwelîserî ye.

Agir bi mala kapitalîzmê bikeve!

Ji bo jîyaneke bi konfor agir bi jîyana kurdî xistin,

lê ew xwelîser tê nagihêjin ku konfora mezin jîyîna bi kurdî bi xwe ye.


Ez ê bibêjim Xwedê aqil bide, lê Xwedayê reben jî êdî dike bixurife jixwe!

Ne kesî binê quz dîtîye, ne jî kes ji qezençkirin û berhevkirina mal û milk û pereyan têr bûye.

Hewce ye meriv qîmetê kêlîya tê de ye baş bizanibe; 

lewra zeman diherike û kalûpîrbûn anku yextîyarî mîna kerengê kelandî ye; û kerengê kelandî jî ne tê xwarin, ne jî tê avêtin; 

meriv bixwaze jî ew mal û milk û pere yê bi kêrî meriv neyê, piştî qonaxa dawî ya temen.

Lê...

Wek min got,

Ka aqil!


Gotina Dawî

Heger kurdî ji ber xwe fedî nekira, xwe li kurdan nedikir xwedî...

3 Kasım 2021 Çarşamba

xwelîya xelkê

Spas ji Xwedê re, ji bo vê roja xweş.
Li ser wan gomeyên perava Modayê û di bin tîna wê tava pêjinxweş de, bi du bira re û bi vexwarina bîrayê re sohbeteke cirxweş.
Xuya ye mêzîna kişwerê bermeqlûb bûye; demsal li bin guhê hev ketine; ne zivistan zivistan e, ne havîn havîn e, ne jî bihar û payîz mîna berê di navbera germî û sermê de qasidîyê dikin.
Ê heyran, nayê bîra min ez çêbûme, de îja Xwedê sed emrê min kiriye.
Kifş e ew jî êdî ne yê berê ye û hişê wî dihere û tê...

Tav dide qûnê...
Bi cîguhertina demsalan re, germî jî ji berê germtir, ji berê tûjtir bûye.
Û mejîyê bakurîyan bi tesîra vê germîyê roj bi roj dihele, dimehe, difûre...
Kes hew "Das Kapîtal"a Karl Marx dixwîne, bakurî radibin, rûdinin, ji çend salan carekê li "Kapitalîst Modernîte"ya Şêxê Îmralîyê vedigerin û mîna hecîyên diherin li hecê bi ava zemzemê destmêj digirin û tobe dikin, ev pepûkên reben jî bi xwendina van kitêban mahra xwe bi mirîdîtîyê re nuh dikin.
Bi kin û kurmancî,
heger di nava van pênc-dehsalan de ji kurdî re Kurdistanek ava nebe, bakurê me yê bibe rojhilat û başûrê rojhilatê xelkê.
Xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Min got xwelî, lê xwelî nabe qismetê her kesî!
Kesên hayê wan ji xwelîya welatê wan tune ye, diherin xwelîya xwelîserên xelkê li serê xwe dikin.
Heger poz bişewitîya û biçûna xwelîya welatê xwe li serê xwe bikirana, jixwe ew ê di nav wê xwelîyê de li nirxên wê axê bihilkumîyana.
Îja,
dengê defê ji dûr (ne)xweş e!

Gotina Dawî
Heger rojekê qantir za, bi xêra gora mirîyên xwe bila hinek werin ji bakurîyan re bibêjin.
Belkî piştî zayîna qantirê, bakur jî gon bixwe!..



2 Kasım 2021 Salı

aqil taca zêrîn e

Meriv çi kir, hewce ye meriv ji dil bike; heger dil neke û meriv çi bike, mîna pîneyekê li ser meriv beloq disekine.
Ji ber ku xwebûn mîna kirasekî transparan e; xweya tu dixwazî bibî ew jî, xweya tu bi xwe jî di bin wî kirasê transparan de dibiriqînin...
Li ser medyaya sosyal, bi taybetî jî li ser twitterê, 
Gundî hewl dide bajarî tev bigere!..
Kevneşopperest hewl dide modern tev bigere!..
Dîndar hewl dide xweşbîn, bi tolerans û medenî tev bigere!..
Nezan (bi saya googleyê) hewl dide zana tev bigere!..
Nexwende (bi saya jiberkirina navên çend nivîskar û kitêban) hewl dide xwende tev bigere!..
Qalibperest hewl dide anarşîst tev bigere!..
Xwenezan hewl dide dîn û cuda tev bigere!..
Lê tenê mirîd (xwe bi ava zemzem û kewserê bişo jî) mirîd e û naguhere!

Endezyarê projeya entegrasyonîst Selo başqan, li dijî Erdogan û Bahçelî piştgirî û destekê dide Kiliçdaroglu û Akşenerê.
Ji wî heye bi çûyîna Erdogan, Meral ê Tirkîyeyê ji bo kurdan bike bihuşt.
Lê hişê wî, wî nabe li "hafiz"a Ahmet Guneştekîn naqewimîne bê ew pêşengeh ji bîranînên Meralê jî mişt û tije ye...
Ka aqil!

Aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne!
Tenê di van çelsalên dawîn de kurd û tirkan bi dehhezaran ji hevdu kuştine; di her maleke kurd de êşa şervanekî, di her maleke tirk de êşa eskerekî...
Ez yên bi destê dewletê bi haweyekî veşartî (faîlî meçûl) hatine kuştin jî nabêjim.
Bi vî gir û rikî û bi van birînên nayên kewandin hûn çi qasî hewl bidin jî, hûn ê nikaribin kurd û tirkan bi hev bibahnînin; ne bira, cîrantîya wan ê jî ne tu cîrantî be.
Zû bi zû kes êşa xwişk û birayê xwe, êşa mêr û bavê xwe ji bîr nake.
Loma jî,
dev ji vê biratîya qeşmerane berdin!
Kes bi kesî re nabe bira.

Nakokî!
Ez fêhm nakim bê kurdên me yên xwende-zana-nivîskar-rewşenbîr-hunermend-sîyasetvan ên li dijî tirkî û tirkîtîyê kirasê xwe diçirînin, çima terka zimanê tirkî nakin û hîn jî xwelîya tirkî li serê xwe dikin û xewn û xeyal û fantezî û fikrên xwe bi tirkî dibêjin, dinivîsînin, par ve dikin, belav dikin?

Gotina Dawî
Hewce ye namûs bibe kîrek û têkeve poz, belkî wê çaxê poz ji xîretê avis bibe û namûs bizê!


1 Kasım 2021 Pazartesi

gur ji qulê derket

Ma min got merheba ji we re!
Ev zêdeyî mehekê ye min ji xwe (we) re nenivîsandibû...
Mixabin, carinan meriv ji taqet dikeve û bi xwe re nabîne xwe tev bide; mîna tiralê bin dara xurmeyê li meriv tê.
Axir...
Gur ji qulê derket!
Ka dîsa ez ji xwe û we re bikim adet û her roj ji vê bloga xwe ya bi qasî zimanê min belengaz re binivîsînim.
Ez ji ku û çawa dest pê bikim?
De ez ê jî xwe lê biqewimînim; qey ew Xwedayê ku Mele Birhan îmana xwe pê anîye ew ê li ber min bike ronî û bihêle ez di wê rêyê de bi çavgirtîngê bimeşim.

Ahmet Guneştekîn!
Şagirtê Yaşar Kemal; 
Yaşar Kemalê bi sekn û helwesta xwe bi haweyekî bêhişî kurd di nav pirika tirkî de gevizandin û hişt ku zimanê tirkî li ser serê kurdên ji mecbûrî di bin desthilatîya tirkan de dijîn, bike maqûl û efendî;
erê, bi saya Yaşarê nuha najî gelek çîrok, çîrçîrok, çîvanok, serpêhatî û destan bûn malê tirkî û kurdî jî li ber dîwaran ma sêwî û belengaz. 
Ahmet Guneştekîn jî di rêya mamosteyê xwe de bi çargavî dibeze.
Li ser êş û birînên kurdan bi haweyekî postmodern hunera tirkîtîyê berztir, xurttir dike.
Ji bo Ahmet Guneştekîn û yên mîna wî berjewendîyên şexsî berî her tiştî tên û ji bo konfora xwe çi hewce be, wê dikin.
Sînorên welatê wan ji pereyan dest pê dike, li pereyan diqede.
Dîn, îman, netew, ala, dewlet ne girîng in ji bo wan; konfora wan ji ku bê, li wir in.
Û heta mecbûr nemînin jî hêla xwe ya kurd-kurdî dernaxin pêş; wextê derdixin jî, ilhez berjewendîyeke wan tê de heye, loma derdixin pêş...
Kurdkokenlîbûn besî wan e û ji serê wan zêde ye.
Kurdkokenlîbûn mîna kirasekî transparan e; him li ser wan xuya ye, him ne xuya ye.
Sîstema dagirker, bi saya van belengazan kurdan di nav tirkî de dimehîne, anku entegre dike û hêdî hêdî wan ber bi kurdkokenlîbûnê ve dahf dide.
Û jixwe heta hemû kurd nebin "kurd kokenlî" ev proje yê her berdewam be.
Û piştî em hemû bûn "kurd kokenlî" jixwe ev mesele jî bi xweber çareser dibe.
Ma we bihîstîye kurd kokenlîyekî doza kurdî û kurdîtîyê kiriye?
Na; 
na ji ber ku yên dibin "kokenlî" çi kurd, çi ereb, çi ermen, çi rûm, çi laz, çi çerkez ji tirkên tirk bêtir dibin tirkperest û xwelîya kokên xwe li serê xwe dikin.
Bijî xwebûn!
Heger ew jî mabe...

Li Tirkîyeyê sîyaset bûye "Kêkirkê!"
Desthilat û muxalefet ketine qirika hev, yek diz e, yek dixwaze bidize...
Û sîyaseta kurdan jî di navbera dizan de dibize!
Ez bibêjim Xwedê çêke, lê Xwedayê reben jî ketîye heyra xwe û xwebûnê; êdî ew bi xwe jî bi şik û guman li xwe dinere!

Du cureyên mirîdan hene;
Yek jê ji ehmeqî û nezanîya xwe mirîd e, yek jê jî bi konetî û pûştîya xwe...
Yên ehmeq û nezan jixwe nizanin mesele çi ye, ker in û cehê wan li ber in; dinya ji ku tê, dihere ku, ne li ser bala wan e.
Yên kone û pûşt jî, hayê wan ji ser erdê jî, ji bin erdê jî heye; erê bi sloganan pesnê serok merokan didin, lê heger hewce bike, bi hêsanî dikarin wan serok merokan bi telîsek ka bifiroşin; 
ew tenê li pey hestî û kurtêlan in; kî hestî û kurtêlan bide wan, ji wan re dibin mirîd û xulam.
Û mixabin, hemû xerabî jî ji van kone û pûştan çêdibe!

Bila îşev weha be, heta sibê Xwedê biçûk, em mezin in!..