31 Ağustos 2021 Salı

çend şûjinok

Got:
-Ne sosyalîzm, ne komunîzm, bijî erotîzm!
Got:
-Erotîzt çep in, an rast in?
Got:
-Ji erotîstan re ferq nnake, xalo; çep jî lê dixin, rast jî lê dixin...
Got:
-Bi qurana min îmana xwe pê anîye îja em ê bi ser kevin. Yên berê ji bişkulekê re nedibûn. Hinekan çep lê dixistin, dilê rastan ji xwe dihiştin, hinekan jî rast lê dixistin, dilê çepan ji xwe dihiştin. Ne çep û ne rast, her bijî lêxistina çepûrast!

Got:
-Ev mêrê te ye?
Got:
-Ma tu çawa hemşîre yî, hey min bi qula çavê te de rîtê! Ma lawê min tê; tune be, tune be, bi kêmanî sîh salan ji min biçûktir e.
Got:
-Xaltîkê, berê çû ji berê re; berê mêran qîzên ji xwe biçûktir dikirin, nuha jin xortên ji xwe biçûktir dikin. Sûc ne sûcê çavan e, dewr û dewran guherîye, dewr û dewran!

Got:
-Bext neçû ser text...
Got:
-Bext bext e, lê roj ê bê, text ê birize û hilweşe!

Got:
-Ji kurdan nivîskar dernakeve!
Got:
-Ji kurdan dernakeve, lê ew ê ji kurdî derkeve.

Got:
-Pîrê, ka bihar nehat!
Got:
-Ka bila bi xêr kalo bimire, bihar ê jî were, havîn ê jî...

Got:
-Çima kurd qala Kurdistanê nakin?
Got:
-Barê kurdîyê giran e...

30 Ağustos 2021 Pazartesi

dîplomasî tirs xof azadî serxwebûn macron îdeolojî kurd kurdî kurdistan analîz

Kurdistan!
Ji navê Kurdistanê
ditirsin,
dibizdin,
ziravê wan diqete!
Kurdistan,
azadî ye,
serxwebûn e
û heger Kurdistan nebe,
qala azadîya xwe neke.
hin xwelîser û belengaz ji azadîyê ditirsin,
loma,
Kurdistan mîna marekî ye li ber çavê wan.
Hîç meraq nekin!
Kurdistan ê we ji wê tirs û xof û metirsîyê rizgar bike û ew ê kodên azadîyê li we bar bike.
Piştî ew kod li we bar bûn, hûn ê jî wek me û ji me bêtir bibin birçîyê serxwebûnê.

Dîplomasî girîng e 
û heger îroj dewletek me tune ye, sersedem dîplomasînenasîya me ye.
Loma jî, 
divê kurd qîmet bidin dîplomasîyê.
Û jixwe êdî hêdî hêdî hînî dîplomasîyê dibin.
"Goştê ga ye, li ber çava ye!"

Serdana Emmanuel Macron, 
ji xêndî tirkan û kurdên mejîsist ên bi îdeolojîyên pûç û fahş şevoquzî bûne û êdî tip û zanist ê jî nikaribin ji wan re bibin derman û çare, pê ve bala her kesî kişand.

Gotina Dawî
Heger kurd nexwazin jî Kurdistan ava dibe!

29 Ağustos 2021 Pazar

plan û proje

Amerîka ji Afganîstanê vekişîya, di nava bîst û çar seetan de zîhnîyeteke pênekirî şûna xwe ji zîhnîyeteke eşkere û vekirî re hişt.
Talîbanên bi unîforma vekişîyan, talîbanên serşaşik û bi tirag li dewsa wan li ser text rûniştin.
Û Amerîka ji dinyayê re got, "Ev, tenê ne pirsgirêka min e."

Rêzdar Emmanuel Macron berê xwe da Kurdistanê û bû mêvanê kurdan.
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi germî û bi hestên dostane ew pêşwazî kir.
Di tirimbêla fermî de, Nêçîrvan bû şofêr, Macron jî li kêleka wî rûnişt.
Tiştin diqewime, lê ji van tiştên diqewimin çi yê bizê, gavê ne dîyar e, lê mîna dêyek li ber welîdînê be û bi qolincan xwe aciz bike, acizîyek heye.
Ne kurd, cîranên kurdan xwe aciz dikin.
Plan û proje çi ne, em nizanin,
lê bêhnek tê...
bêhna azadîyê!

28 Ağustos 2021 Cumartesi

helal û heram

Xwedê çi li we heram kir, li we xweş helal e.
Şêxan çi li we heram kir, bi ya wan nekin, wan ji çi re got heram e, li we xweş helal e.
Meleyan çi li we heram kir, guh nedin wan, li we xweş helal e, texsîr nekin, bixwin, bikin û lê nefikirin.
Dewletê çi li we qedexe kir, lê guhdarî nekin.
Şeytên çi ji we re got, hîç lê nepirsin, bikin, li xêr û fêdeya we ye.
Yanî heram...
Yanî qedexe...
Heram jî, helal jî ji dil û ûjdan û bextê xwe bipirsin; rêya rast di wir re derbas dibe.

27 Ağustos 2021 Cuma

rojbûna vînsint

"Req req req!"
Ezîzê Ezîza li derî xist.
Hemê Sitikê derî vekir.
-Selamuneleykum!
-Weeleykumeselam!
Hemê Sitikê xwe ji devê derî da alî, Ezîzê Ezîza gava xwe avêt hundir.
Hêwan xemilî bû.
Te li balonan dinerî, te li qurdêleyan dinerî, te li tîşik mîşikên bi dîwêr ve daliqîyayî dinerî...
Ezîzê Ezîza li dora xwe li xeml û şemla hêwanê nerî, di bin simbêlan de kenîya.
Got:
-Kuro Hemê, ev tu dikî bizewicî, yan tu dikî xwe sinet bikî, xêr e?
Hemê Sitikê hîç bi xwe tahde neanî; dizanîbû karê Ezîzê Ezîza qerf û qot û tinazî ye. Guh nedayê.
Got:
-Rojbûna Vînsint e. Zarokan ji bo wî hazirî kiriye.
Ezîzî Ezîza bi haweyekî neketibe serê wî serê xwe kil kir.
Got:
-Kuro weleh tu filîm î ha! Ma bavê me rojbûn çêkir? Ma kalik û pîrika me rojbûn çêkirin? Îja rojbûn kuro! We bi van adetên ecnebîyan bi nav adetên me de rît û mala me xera kir weleh!
Hemî Sitikê deng nekir. Ezîzê Ezîza destên xwe dan paş qûna xwe û du sê gav ber bi maseyê ve avêtin. Ziq li pastaya ser maseyê nerî. 
Baş xerab xwendina wî hebû; heta sinifa çara xwendibû; ji ber kes tune bû here ber pez, bavê wî nehiştibû dewam bike.
Serê xwe piçekî din ber bi pastayê ve dirêj kir û bi dengekî nizm hewl da nivîsa li ser pastayê bixwîne:
-Ro.. Roj... Rojbû bû... Rojbûna... Rojbûna te... Pîroz... Pîroz be... Rojbûna te pîroz be... Vî... Vî... Vînsint!
Û kir hakehak kenîya.
Got:
-Kuro, tu ecêb î ha, Hemê! La hewle wela! Îja Vînsint! Kuro tu kurmanc lawê kurmancan î! Îja Vînsint çi ye, hewara Xwedê?
Hemê Sitikê pir aciz bû.
Got:
-Law Ezîz! Hey te quzê wê xwaro! Meriv dev li zimanê xwe dike, nahletekî li çavê Şeytên tîne, lê bi zorê tu dihêlî meriv bipeyive. Bi zorê tu peyvê ji meriv derdixî! Ê law, navê zarokên te, Egîd e, Pakrewan e, Newroz e, Hogir e, lê bi wê tirkîya xwe ya ne tirkî tu hewl didî bi wan re bi tirkî bipeyivî. Çima? Ji ber ku bi zimanê te nizanin. Tu kurmanc lawê kurmancan, jina te Gewrikê kurmanc qîza kurmancan û navên zarên we bi kurmancî ne, lê zarokên we bi zimanê toltahjîyan bi we re dipeyivin. Erê weleh, hewara Xwedê! Lo lawo! Navên zarokên min ên ecnebîyan in, lê qet nebe ruhê wan kurmancî ye, kesayeta wan kurmancî ye, zimanê wan kurmancî ye, hey xwelîser!
Ezîzkê li xwe zîvirî, ber bi derî ve meşîya, derî vekir û di ser stuyê xwe re zîvirî.
Got:
-Wexta nimêjê ye, lê deng ji meleyê me nehat. Ka ez ber bi Mele Sidîk ve herim bê çi pê hatîye!
Û derket, gurmînî ji derî anî, li pey xwe girt.

26 Ağustos 2021 Perşembe

hecî mahmûd û teyrê wî

Hecî Mahmûd ji xwe re teyrekî digire.
Kêfa wî pir ji teyrê wî re tê. 
Di axurê dewêr de jê re cîyekî çêdike. 
Her roj li dorê dihere û tê; ne ava wî jê kêm dike, ne êmê wî...
Û bêxwedîyê teyr çima rojekê nafilite û nafire, nare. 
Hecî Mahmûd pir li ber dikeve.
Teyr bi hêla gundê pismamekî wî ve difire û li wir wî digirin.
Yê teyr digire jî tiretire û qeraseyekî nêçîrvanan e; bi sekvanîya xwe li wê herêmê deng daye.
Û qismetê wî jî hatîye ber derî!
Go kwîro tu çi dixwazî, go çenek ronayî.
Meseleya nêçîrvanê me jî ev e; teyr firîyaye, hatîye xwe li ser dara hewşa wî danîye.
Hecî Mahmûd dibihîze, lê dixe, dihere gund.
-Selamuneleykum!
-Weeleykume selam û werehmetulahulberekatû!
Hecî Mahmûd perîkê teyrê xwe ji bêrîka xwe derdixe, dibêje:
-Weleh apê Hecî, ez bi şopa teyrê xwe ketime û min bihîst te teyrê min girtîye.
Perîkê xwe dide ber bêvila wî, dibêje:
-Heger tu yeqîn nakî jî, aha va ye perîkê wî.
Hecî xwe aciz dike, dibêje:
-De here ji xwe re karekî bike, lo! Îja teyrê min e! Çûye perîkê mirîşkê rûçikandîye... Îja perîkê teyrê min!
Hecî Mahmûd kejika stuyê xwe dixwirîne û vedigere malê.
Pîreka wî Hecî Zeko jî li ser tenûrê ye, nan pê ve dide.
Hecî Mahmûd difitile ser pîreka xwe, dibêje:
-Keçê, careke din ez nebihîzim tu di ber mala Hecî Hesen re derbas bûyî! Ji nuha şûn de bila rêya te bi wir nekeve.
Hecî Zeko dibêje:
-Xêr e Hecî, çi qewimîye?
Hecî Mahmûd dibêje:
-Bi Xwedê ew ê dest deyne ser te, ez herim di ber de reş û şîn bibim jî, êdî ez ê nikarim bi wî bidim qebûlkirin ku tu ne jina wî yî!








25 Ağustos 2021 Çarşamba

teresî meresî

Li ser medyaya civakî çi qasî ez antîpatîk bim, di jîyana rojane û rastîn de jî ew qasî ez şêrîn, rûken û sempatîk im; mîna şev û rojê...
Hûn dixwazin bawer bikin, hûn dixwazin bawer nekin, hûn bi kêfa xwe ne,
lê yên min sempatîk dibînin, dikarin li cem yên min antîpatîk dibînin, qala min bikin!
Heta roja îroj hîn min nedîtîye û ez lê rast nehatime ku piştî rûniştandina rû bi rû yekî xwe ji min aciz kiriye!
Na, 
bira jî yên rû bi rû min nas dikin, baş dizanin hemû gotinên min ji paktî û duristîya dilê min dizên.
Û ne qûnalês im, ne jî ji qûnalêsan hez dikim.
Bêguman li ser medyaya civakî yên kêfa wan ji min re tê û ez bi wan sempatîk têm jî hene, lê wexta meriv bide ber hev, hejmara kesên min antîpatîk dibînin ji hejmara kesên min sempatîk dibînin pirtir e.
Ev jî rastîyek e.
Ka îja ev rewş baş e, yan xerab e, xêr û guneh di stuyê we de...
Çima ez bi hin ciwanik û ciwamêran antîpatîk têm?
Ez ji we re ta bi derzîyê ve kim:
-Ez qûna hin kesan didim tavê, loma qûna belot û rabûyî jî ji alî her kes ve tê dîtin.
-Ez dibêjim xwe bin wek xwe tev bigerin, ji bo hûn xwe bişibînin hinan hewl nedin û dilê xwe nebijînin kesî.
-Ez dibêjim nefsbiçûk bin, ne qure bin, lê serî li ber qureyan jî daneynin.
-Ez dibêjim nebin mirîd û ji xwe re Xweda û pêxemberan çênekin.
-Ez dibêjim bila serê we bi hêlekê ve, qûna we bi hêlekê ve nere; anku ne durû û duqûn bin.
-Ez dibêjim ne bixapin, ne bixapînin, durist bin û xwedan sekn û helwest bin.
-Ez dibêjim kurd bin û heger hûn ê doza Kurdistanê bikin jî, kurdîyê li xwe bar bikin.
-Ez dibêjim biaqil bin û hay ji xwe hebin, bila aqilê we ne ji kîsê xelkê be.
-Ez dibêjim tiştan di bin hişê xwe de genî nekin, dû re hûn jî derdora we jî genî dibin.
-Ez dibêjim li pey daxwaz û hêvî û xeyalên xwe herin, li dengê dilê xwe guhdarî bikin, lê heqaretê li mejîyê xwe jî nekin.
Yanî,
bi kin û kurmancî ev in ên min antîpatîk an jî sempatîk dikin.
De îja hûn deve ne û bi serê xwe ne.
Ne hûn mecbûr in bi çavekî sempatîk li min binerin, ne jî ez mecbûr im xwe bi we sempatîk bikim.

Tirk û kurdî, kurd û tirkî!
Bi qasî tirk ji kurdî nefretê dikin, nêvîyê vê nefretê, kurdan ji tirkî nefret bikirana, nuha ji zû de tirk û kurd bûbûn "bira"!
Îja belasebeb najon ser Dîdem Arslanê, heger Kurdistan ji kurdî re nebe stargeh, piştî bîst salên din em ê hemû bibin Dîdem!
Dîdem! 
Dîdem! Dîdem! Dîdem!
Dîdem bi kurdî ye.
Qîza dê û bavekî kurd e.
Lê...
Ew bi xwe ne kurd e.
Me çi digot?
Dê û bavê meriv kurd be, nayê wê mahneyê meriv jî kurd e; 
ya meriv dike kurd, kurdî ye.
Û tirkî jî Dîdemê kiriye tirk!

Evdoyê Biçûk û Silhoyê Ne(seleh)
Evdo çel salekî enerjîya kurdan (xwîna kurdan) ji bo demokrasîya tirkan, bibore, ji bo hovîtî û barbarî û nijadperestîya tirkan xurttir bibe xerc kir, 
anuha jî Evdoyê Biçûk anku Silhoyê Ne(seleh) xizmetê ji ziman û edebîyata tirkî re dike û ha ha pesnê berhem û nivîskarên tirk dike û pêşnîyarî mirîdan dike.
Em ji Xwedê, Xwedê jî ji me ne razî be!


24 Ağustos 2021 Salı

ruhstîn û salih

Vê pêla dawî ji bo min nivîsandin zor û zahmet e; erê ez Devliken Kelogirî me, 
lê bêtir ez bi hêla xwe ya devliken li pêş im; dikenim, dikenînim, 
lê ev serê hefteyekê ye ewrekî reş û kelogirî li ser me kon vegirtîye, her roj em çavên xwe bi mirina xweşmêrekî yan jî mirina xweşjinekê vedikin, 
lê weleh vê pêlê bêtir em çavên xwe bi mirina xweşmêran vedikin, ji mêj de ye min nebihîstîye xweşjinek mirîye.
Xweda kêmanîya jinan nede, ez nabêjim bila bimirin an çima ew jî namirin,
lê wek ku vê pêlê mêr ji jinan bêtir dimirin.
Rêzdar Ruhstîn îtimazîyê dike; min ji edaleta wî hez nekir; bi haweyekî feminîst tev digere.
Kî çi dizane! 
Belkî jî tew di ber de jê kiribe û zayenda xwe guherîbe!
Nizanim!
De tew ez jî nabim ha!
Ka kê derpîyê Ruhstîn jê şeqitandîye û li nav nigan nerîye bê bi kîr e yan bi quz e?
La hewle wela!
Axir, ne di saxîyê de meseleya wekhevîya "jin û mêr" çareser dibe, ne jî di mirinê de.
Lê...
Haya min jê heye, min zêde "lê" bi kar anî.
Lê lê jî xweş e ha!
Him hevokan bi hev didirû û dixemilîne, him jî "lê" jinê sembolîze dike û jinê bi meriv dike jîn.
Û jîn jî xweş e, heger meriv bizanibe bê meriv çi jê dixwaze...

Gotina Dawî
Xwe ji Salihê Kevirbirî bisitirînin! Tu yê sûnd bixwî nûnerê Ruhstîn e û di her mirinê de komîsyona wî heye.
Ji kê re dibêje merheba, di nava şeş mehan de xatir ji me dixwaze û dihere ser rehma Xwedê.
Ez bawer im kurdên Sovyeta kevn ê çûyîna Salih a Kafkasyayê qedexe bikin.
Salih pasaporta sor jî têxe bêrîka xwe, êdî derî yê li Salih venebin.
Û vê têbinîyê jî ji bo mamoste Hejarê Şamil dinivîsînim.
Min bihîst ku navbera te û Salih jî xweş e; temîya min li te, heger bixwaze were serdana te, bibêje, ez ne li malê me, ez tune me, ez mirime!
Û tew tu bi ya min dikî, wêneyên xwe yên bi wî re jî gişan bişewitîne.
Tu çi qasî ji Salih dûr bî, ew qasî tu yê ji mirinê dûr bî...


23 Ağustos 2021 Pazartesi

jîyaneke bêminetî

nifşê îroj baskê nifşê sibê ye, 
lê nifşê îroj,
hewl dide bê bask bifire, 
mixabin.
payîz tê dîsa...
û bi hatina her payîzê re 
yek bi yek diweşin ji dara kurdîyê,
pelên z(ê)rîn.
ax kurdo!
ax kurdê!
ax kurdino!
li ser axa Kurdistanê, 
hîn çend ê ji we bi hesreta azadîyê koç bikin 
û negihêjin miradê xwe?
ax ax!
wer xuya ye ne li ser axa wê,
lê li bin axa wê,
hûn ê azad bin heta hetayê!..

Gotina Dawî
Evdirehman Onen, bêyî ku bike teqereq, bêyî ku bike himehim û ji reklamê dûr, ji populîzmê dûr, bi haweyekî bêminetî û bê serhevdayî ji Kurdistanê re xizmet kir.
Erê weleh, 
çi xweş e meriv bi bêminetî û bê serhevdayî bike û bi serbilindî serî deyne!
Ruhê te şad be, Evdirehmanê Kurd!

22 Ağustos 2021 Pazar

şeveke sorxweş

Got,
"Agir bi min ketîye, dişewitim; ez dikim nakim nikarim li pêşîya vê arezû û daxwaze bibim bend û bisekinim; pêl bi pêl di nav vê behra arezûyê de difetisim. Were!"
Û fîstanê li ser xwe yê tenik ku bedena wê ya genimî di binê wî fîstanî de mîna ronîya heyvê xwe dida der, ji xwe şeqitand û bi çavên ji arezûya wê kêlîyê sist bûbûn, li mêr nerî.
Mêr li binîya textê nivînan şipîya sekinîbû. Du gavan ber bi wê ve çû, xwe ber bi wê ve daqûl kir, serê xwe ber bi serê wê ve bir û bi dengekî nizm got,
"Ma tu ne di kincan de yî?"
Jinê destên xwe li dora stuyê wî gerandin û ew bi ser xwe de kişand.
Got,
"Roja dawî ye, lê ez nikarim bi xwe, ez te dixwazim!"
Mêr jî xwe tazî kir. Û mîna mar xwe li bedena wê pêça.
Bi qasî bîst deqeyan lêvên wan di lêvên hev de, tenê hevdu mêtin.
Û dû re...
Jinê şeqên xwe li nava mêr gerandin û mêr bi xwe ve şidand.
Her du pêsîrên jinê di bin giranîya qefesa sînga mêr de hindik ma biteqin, lê bi wê xweş bû!
Mêr bi aheng daket û rabû, daket û rabû...
Û ji nişka ve berê mêr li jor, çav lê qulipîn, rehên stuyê wî bel bûn û pê re pê re bi valakirina wê avikê her ku çû sist bû.
Wê kêlîyê,
jinê dev li kêleka destê xwe kir, ji bo qîrînî pê nekeve.
Û dema mêr ji bo xweşuştinê rabû ser xwe, berî ku ber bi serşokê ve bimeşe, li xwe fitilî û li ser nivînan nerî.
Li şûna wan li ser nivînan çend niqut xwîn ji arezûya wê kêlîyê re şahidî dikirin.

21 Ağustos 2021 Cumartesi

kesayet mesayet xîret mîret zîhnîyet mîhnîyet

Namûs!
Pizika serê zimanan,
Namûs!
Dewlet namûs e!
Netew namûs e!
Sînor namûs e!
Ala (bayreq) namûs e!
Marş namûs e!
Misak-i milî namûs e!
Namûs! Namûs! Namûs!
Namûs jî quzê jinê ye, ji bo vê zîhnîyetê.
Û quzê jinê jî li pêyasê bi pêncî lîreyan difiroşin!

Zewac!
Derdê her kesî zewac e,
lê...
hîn min nebihîstîye tenê yekî zewicî jî di heqê zewacê de xweş peyivîye!
Êê!
Madem zewac ne tu kerafî ye û kêm zêde her kes dizane çi kerafî ye, 
wê çaxê çima her kes hewl dide wê kerafîyê bixwe?
Ka aqil!

Jin, jîyan, azadî!
Jinên ji jintîya xwe tişt fêhm nekirine, li welatekî ew bi xwe jî li wir ne azad in, ji bo azadîya jinên afgan, li pêş çavê girse û qelebalixîya însên kincên xwe ji xwe kirin û zirçalakîyeke hetiketîk pêk anîn.
Dema aqilê meriv ji kîsê xelkê be, ji dêvla serî qûn dibe rêber.
Û qûn jî tenê meriv ber bi gû ve dipengizîne, mixabin!

Û pirê nivîskarên kurd, ji ruhê netewperwerî dûr, an jî bêpar in, 
mixabin!
Ez bawer im têgeha "perwer" serê wan tevlihev dike;
lewra pirê caran perwer û pere cî diguherin...
Ji hêlekê ve bi quretîyên pûç û pîç zarokên kurdan dikin dijminê zimanên dagirkeran, ji hêlekê ve jî bi zimanên dagirkeran meymûntî û megalomantî û qûnalêsîyan dikin.

Gotina Dawî
Heger kesayet stewr be, xîret nazê!




20 Ağustos 2021 Cuma

hisênkê

Hisênkê!
Di esasê xwe de navê wî Hisên e, lê ji ber ku kes wî naxe şûna zilaman, her kes jê re dibêje Hisênkê.
Hisênkê dikeve antropozê, bi kurmancîya reş, ji mêranî dikeve.
Lê bi ser kîrê xwe de jî mirî ye!
Piştî ji mêranî dikeve, ji bo kîrê wî wek berê mîna kewê gozel bike qebeqeb û bixwîne, hew Xwedê zane bê li cem çend şêx û melayan niviştan çêdike, lê dike nake ew kîr ji xewa bêxîretîyê ranabe.
"ketin xewê, ketin xewê,
ketin xewa zilm û zorê
raketin, raketin, 
lê yek caran serê xwe rakirin,
dijmin serî zû jêkirin!"
Piştî Hisênkê ji mêranî dikeve, ehlaqê wî jî pê re diguhere; wek kurmekî pê re çêdibe, her cara derdikeve sûkê, li sûkê telefonî malê dike, piçekî dengê xwe diguhere û bi tinazî benda jina xwe dikeve, qerfê xwe pê dike.
Jin jî piçekî kawik e.
Çi dema jina wî radihêje telefonê û dibêje, "Elo!"
Dibêje, "Xwehê, ma ew mala Hisênkê ye?"
Ku jin dibêje, "Erê, mala Hisênkê yî. Tu kî yî?"
Tenê dibêje,"Ez di jina Hisênkê nim!" û telefon digire.
Her roj karê Hisênkê ev e; ew ê here sûkê, telefonî jina xwe bike, xwe li jina xwe biceribîne û telefonê bigire.
Rojek...
Hefteyek...
Deh roj...
Ji rojan dîsa rojekê Hisênkê li sûkê telefonî jina xwe dike. 
Jin dev ji karê xwe berdide û bi rev tê radihêje telefonê, dibêje, "Elo!"
Hisênkê wek her car dîsa dibêje, "Xwehê, ma ew mala Hisênkê ye?"
Jixwe serê salekê ye Hisênkê ji mêranî ketîye, daye dilê jinê û jin kewişî ye, agir bi deling ketîye. 
Dibêje, "De tu yê werî di jina Hisênkê nî, were tênê, heyran! Jixwe ev serê salekê ye xêr di Hisênkê de nemaye, hew lê radibe. Ma te xêr e, her roj her roj tu yê telefon bikî û bi derewan bibêjî, 'Ez di jina Hisênkê nim!' Heger tu mêr î, de were ha!"
Wek Şeytan bi Hisênkê bikene, telefon di dest de, sar disekine.

19 Ağustos 2021 Perşembe

çend gotin ji rojevê

CHPyî dibêjin, "Sînor namûs e!" lê li ber çavê wan sînorên xelkê bexdûnis e.
Anuha heqê me heye em ji van bêarên namûs û bexdûnis tev li hev kirine re bibêjin, "Heger piçika namûsê bi we re hebûya, we nediçû çav bera namûsa xelkê nedida!"
Îja bêvila bênamûsan naşewite!
Û hîn jî hêvîya hin kurdan heye ku CHP ji wan re tirşikê çêke...
Ka aqil!

Cevherî Guven daye bin dêla her du reîsan; her du reîs jî şevoquzo bûne, nizanin ew ê xwe çawa biparêzin, her ku xwe tev didin, bêtir dilewitin.
Lê êdî eşkere ye şer giran e û dewlet û dewleta kûr li ser mîratên milet li hev nakin.
Ka em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin bê Xwedê ji kê distîne û dide kê!
Lê her ji kê bistîne jî, tiştek ê negihêje kurdan, jixwe ev, ji vir û heta mala Xwedê kifş e.
Gotina mala Xwedê jî, wek qalib ji bo dûrbûnê hatîye gotin û loma ez jî dibêjim.
Ez bi xwe jî dizanim mala ku dibêjin mala Xwedê ye, bê di destê kê de ye û li wir li ser qirkirina kê fatîheyan dixwînin.
Axir, ev ne mijara me ye. Heger rojekê bû qismet, ez ê ji Mele Birhan bipirsim.

Gotina Dawî
Xwedê heqê me ji Xwedê re nehêle!

18 Ağustos 2021 Çarşamba

kurd û afgan

"Dîwaro ez ji te re dibêjim, bûkê tu fêhm bikî!"
Erê, em ne afgan in!
Erê, rewşa me û afganan ne jî yek e; him di warê kulturî de, him di warê jeopolitîk û stratejîk de.
Lê...
Piştî tevlihevî û kaosa li Afganistanê qewimî, hewce ye kurd giranî û girîngîyê bidin lobî û dîplomasîyê; 
lê hewce ye ewil lobîyên hotelan li dîplomatên xwe qedexe bikin û kod û hişmendîyeke kurdî-kurdistanî li wan bar bikin.
Bi kin û kurmancî,
bi lez û bez divê kurd enerjîya xwe li dewletbûyînê xerc bikin û li ser esasekî xurt û saxlem dewletekê ava bikin.
Heger na...
Hewce nake ez ji we re ta bi derzîyê ve bikim! Jixwe hûn jî dizanin çi dojeh li pêşîya me ye, heger em nebin xwedîyê dewletekê...
Îja ez jî rûniştime, ji xwe re fantezîyan difiroşim xeyalperestên romantîk.
Ne dem dema dewletan e, ne jî dem dema netewan û netewperestîyê ye.
Bijî biratîya gelan û hûn sax!

Vê sibehê çawa ez ji xew şîyar bûm, ez derbasî mitbexê bûm, min taştêya xwe danî ser sinîkekê û ez hatim li salonê rûniştim.
Berî ez dest bi taştê bikim, min televizyon vekir û ketim youtubeyê; her sibeh li ser youtubeyê ez rojevê dişopînim bê ka çi qewimîye.
Piştî qeşmerîyên Can Atakli, li ser ekranê Saîd Sefa derket pêşîya min.
Rojnamevanekî ne xerab e, jîr û biaqil e; erê, piçekî bi analîzên xwe, xwe qure dike, lê Xwedê ew wer çêkirîye. 
Em çi bikin!
Axir, gitineke wî pir xweşîya min çû. 
Got, "Ez bawer nakim Tirkîye hilweşe anku perçe bibe. Ne ku tirk ê nehêlin ha! Na, kurd nahêlin; kurd naxwazin ji Tirkîyeyê veqetin û bi serê xwe dewletekê ava bikin. Kurd dixwazin di nav sînorên Tirkîyeyê de bi haweyekî demokratîk ew û tirk bi hev re bijîn."
Ciwamêr kurdan baş nas dike.
Lê em jî bi malê xwe dizanin.
Kurdên bi ber bayê asîmilasyonê ketine û bi saya zimanê tirkî di nav tirkan de mehîyane, jixwe ew ê nexwazin ji bo xwe dewletekê ava bikin.
Hebûn û berjewendîyên xwe di tirkîyeyîtîyê de dibînin.
Civaka bi tirkî bipeyive, bi tirkî bifikire, bi tirkî bixebite, bi tirkî xwe bextewar hîs bike, çi ji wê civakê re milet, çi ji wê civakê re dewlet!

Gotina Dawî
Xwelî heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê me be!

17 Ağustos 2021 Salı

evdo û zîha

Pismamekî min heye, navê wî Evdo ye; di eslê xwe de Evdirehman e, lê ez bawer im dê û bavê wî jî tu carî jê re negotîye Evdirehman.
Jixwe li hêla me tenê ji yên dewlemend û axa re dibêjin Evdirehman, lê bawerî bi wan Evdirehmanan jî nabe.
Cîyê lê dixebite her kes jê re dibêje, Apo.
Axir, mijara me ne Apo û Evdirehman e, mijara me Evdo ye.
Qama Evdo yek û pêncî cm e, lê mîratê kîrê wî nerepkirî sîh cm heye; yekî zedê ne qelew be, bi rehetî dikare kîrê Evdo ji xwe re bike qayîş û bide nava xwe.
Hefteya çûyî Evdo jina xwe dişîne welêt cem mala bavê wê û bi tena serê xwe dimîne.
Vê sibehê pismamekî min ê din telefonî min kir, me li hal û ehwalê hevdu pirsî û bû qala Evdo.
Min got, "Eledîn em kengî herin çayeke Evdo vexwin? Ji zû de ye gazinan dike..."
Eledîn got, "Ka bise bi xêr bila jina wî vegere, dû re..."
Ewil ez tê negîhaştim bê dixwaze çi bibêje, min got, "Kuro, ma çi ji me jina wî! Em ê herin çayekê li cem pismamê xwe vexwin, civatekê bigerînin û vegerin."
Eledîn got, "Hahew hahew! Ev serê hefteyekê ye ew zirkîr di nav nigên xwe de kirîye pizotê êgir. Bihêle bila jina wî were, bi wê de biteqe, ji bo em bi silametî herin û vegerin. Bi serê te, anuha Evdo mîna tivinga dagirtî amade ye!"
Û hew min dît Evdo jî ket nav sohbeta me.
Heyran, teknolojî bi zemên re dibeze, em ne dikarin xwe bigihînin zemên, ne jî em dikarin qayîşê bi teknolojîyê re bikişînin.
Sibe du sibe bibêjin wa ye Xwedê jî êdî înstagramê bi kar tîne, ew ê bi min ecêb neyê.
Axir, min got, "Evdo, min ji Eledîn re got ka em herin çayekê li cem Evdo vexwin, got na, jina xwe şandîye welêt, bila jina wî ji welêt vegere, paşê em ê herin."
Got, "Yaw de ka werin lo!" 
Eledîn got, "Weleh bawerî bi wî zîhayê di nav nigên te de nayê, Evdo. Ev serê hefteyekê ye raketîye, nuha têra xwe enerjî kom kirîye, Xwedê neke, bi kê de biteqe, av nagihêje ser, ew ê beqa bike, bimire."
Têbinî anku jêrenot:
Zîha= marê mezin.
Min got, "Evdo, dibêjin kîrê mezin barê giran e. Ku dimelise, zû bi zû ranabe. Rast e?"
Evdo got, "Kî dibêje, derewan dike. Her serê min ji ber bilind e û heta nuha li hemberî kesî ez mehcûb nehiştime."
Eledîn kenîya, got, "Mala minê! Yê nizanibe, wê bibêje qey Evdo Kazanovayê vî welatî ye! Û şevê dixirpişe ser dilê jinekê. Xwedê kirî, sibehê tu di himbêza jina xwe de çavê xwe vedikî, bi şev jî tu di himbêza wê de digirî. Berî wê, heger tu li çend keran jî siwar hatibî, ez nizanim."
Têbinî anku jêrenot:
Di ferhenga sikakê de, siwarhatin, nîyhandin e.
Evdo hêrs bû, got, "Bênamûsê heram! Kazimo çi kîrê lawê min e! Bi telaq wê rojê li cîyê kar min nan dixwar, jinek hat li ser maseya min rûnişt, got, "Apo, tu çi dikî?"
Ez kenîyam, min got, "Îja ji te re got tu çi dikî? Ma dinya xera bû?"
Got, "Ho ho! Ev îşana werê ne, berxê min. Bi çi dikî dest pê dike, bi ser ve dikî diqede..."




ergatîv

Îkram Baban dibêje, "Şerma mezin ew e ku meriv bi mijara ergatîvîyê nizanibe!"
Rast e, şermeke mezin e, lê...
ez jî dibêjim hewce ye meriv bextê xwe xera neke û ûjdanê xwe neavêje.
Gotina "meriv" di şert û mercên îroj de pir giran e, ji ber ku bi salan e kurd bi haweyekî sîstematîk hatine asîmilekirin,
loma jî heger kesên ji rêzê baş bi zimanê xwe nizanibin jî, normal e û hewce ye meriv çavê xwe ji wan re bigire,
lê heger yên baş bi zimanê xwe nizanibin nivîskar bin, ev nayê qebûlkirin.
Hewce ye nivîskarek berî her tiştî bibe bilbilê zimanê xwe, dû re here li sir gul û çîçek û kulîlk û beybûnan bixwîne.
Bi kin û kurmancî,
di şert û mercên îroj de, 
kesekî ji rêzê dikare baş bi zimanê xwe nizanibe û haya wî ji ergatîvîyê tune be,
lê heqê nivîskarekî tune ye baş bi zimanê xwe nizanibe û xerîb û nezanê ergatîvîyê be.
Û ez jî him wek Îkram difikirim, him jî vê yekê lê zêde dikim:
"Şerma mezin ew e ku nivîskarek bi mijara ergatîvîyê nizanibe!"

15 Ağustos 2021 Pazar

dilop bi dilop

Her cara ez dibihîzim rîhspîyek xatir ji me dixwaze û ji vê dinyaya gewrik bar dike, dihere, ji Kurdistanê tîpek kêm dibe;
mîna bi ber payîzê ve ji darekê yek bi yek pel biweşin, eynê wisa...
Heger neferên vê jenerasyona ku temenê wan gihaştîye heftêyî bi vê xezebê koç bikin û herin, jenerasyona li pey vê jenerasyonê tê yê belawela bibe.
Her rîhspîyek tîpek e
û Kurdistan sal bi sal li xwe kêm dike!
Kurdistan!..
Kurdista!..
Kurdist!..
Kurdis!..
Kurdi!..
Kurd!..
Kur!..
Ku!..
K!..
...
Loma jî,
ji bo kurd li ser rûyê vê erdê wek "kurdkokenlî" neyên naskirin, dev ji fantezî û megalomanîyan berdin, bi dîplomasîyeke xurt ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe tê bikoşin.

Gotina Dawî
Piştî 15 Tebaxê, hinekan hinek xapandin, hinek jî ji alîyê hinekan ve hatin xapandin.
Û xwîn jî her herikî ji reh û damarên kurdan!

 

14 Ağustos 2021 Cumartesi

teresî meresî

Şêxê senanîyan û Vahdettîn Înce!
Îroj li ser twîterê ez li nivîseke Vahdetîn Înce rast hatim.
Bi tirkî ji bo rojnameyekê nivîsandibû.
Nivîsar li ser Şêxê senanîyan bû.
Çîroka Şêxê senanîyan û çîroka tirkan a pêvajoya Yekîtîya Ewrûpayê dabû ber hev.
Wek hawê li ber Tirkîye ketîbû...
Xwe bi xwe min got, yanî tu derdê te tune ye!
Osmanî!
Tirk!
Şêxê senanîyan!
Û teva ku ew qas bobelat bi serê kurdan de anîne, wek kurdekî hîn jî mîna welatîyekî ji rêzê tu gazinan li dewleta "xwe" dikî.

Baş e li pey me pirêze mirêze tune ye ku yek rabe bi wan pirêzeyan şantaj mantajan li me bike gidî!
Ji ber berjewendîyên qeşmerane carinan însan xwe dihetikînin.
Dû re,
dikin nakin hew dikarin xwe xwe ji nav lepên teres meresan xelas bikin; di nav lepên wan de dibin meymûn.
Ji bo kêfa kêlîyekê temenê xwe bi teresî derbas nekin.
Heyf!


13 Ağustos 2021 Cuma

mîrata hemreş

Feyzo, Eko û Remê bira ne.
Remê birayê mezin e; biçûkê bira jî Feyzo ye.
Pez û dewarên wan, mal û milkên wan tev hev in.
Bi jin û zaro bi qasî hejmara qereqolekê ye hundirê malê.
Û rojekê piştî azana melê û banga dîkê serê sibehê Hemreşê bavê wan dibêje tirt û dimire.
Kon vedigirin, şwîna wî datînin, hefteyekê mêvanên wan qefleyek radibe, qefleyek rûdine...
Piştî şwîna bav bi mehekê her sê bira dibin gû û xwe bi hev didin.
Her roj şer û pevçûn...
Mele Sidîq lê dinere weha nabe, dişîne pey her sê bira.
Êvar e, li ser dika xênî berxek ji Mele Sidîq re avêtine ser birincê û Mele Sidîq jî li ser sifreyê çarmêlkî rûniştîye, dawa xwe li nava xwe pêçaye, destmalek avêtîye ser çongên xwe û kevçî li ser kevçî mîna meriv bêrê li binê kendalê axê bixe, di devê xwe radike.
Piştî têr şîva xwe dixwe, ji her sê bira re dibêje: 
"De ka werin rûnin, îja em çareyekê ji meseleya we re bibînin."
Her sê bira, her yek li qozîyeke xanî rûdine û bi baldarî li Mele Sidîq guhdarî dikin.
Mele Sidîq yek bi yek li wan dinere û dest bi peyvê dike:
"Bavê we Hemreş, rehma Xwedê lê be, di zemanê xwe de, zad çand, genim çinî, şivantî kir, dû re hûn lê gîhaştin, hûn bi hev re xebitîn; we ka çêkir, we şofêrtî kir û elhemdulalah we têra xwe û zarokên xwe mal û milk dan ser hev. Lê wer xuya ye, li ser vî mîratî hûn hevdu biêşînin. A baş ew e hûn ji hevdu cîhê bibin."
Deng ji wan dernakeve. Mele Sidîq radihêje tasa avê bi ser xwe de dadike û bi pişta destê xwe dora simbêlê xwe zuwa dike û difitile ser Feyzo:
"Terextor û patoz ji te re."
Difitile ser Eko:
"Xanîyê bavê te û eraseya pişt xanîyê wî jî para te."
Mele Sidîq li Remê dinere, mahdê Remê ne xweş e, dibêje:
"Tu birayê mezin î, Remî. Deynê malê jî ma di stuyê te de..."
Remê radibe ser xwe, xwe aciz dike. Mele Sidîq dibêje:
"Ka rûne, hîn min xelas nekiriye kuro!"
Remê dibêje:
"Ma te çi quzê ca xwe ji min re hişt! Ez hîn li çi kîrê te guhdarî bikim!"
Û lê dixe, xwe li derve diqewimîne...

Gotina Dawî
Ha meseleya mîrata Hemreş, ha meseleya Kurdistana me...
Bêeslan Kurdistan di nav xwe de perçe perçe kirine; li ser her perçeyekî zîhnîyetek diçêre û kurdên reben û belengaz jî difîkînin.
Ne ax ma, ne kultur ma, ne erf û adet û jîyîneke kurdî ma, ne jî zimanekî em pê ji hevdu fêhm bikin...
Erê weleh, tişt nema, em rût û tazî man li şûna waran...

serek û serok

Hevalê Talat Paşayê devbixwîn, Kapancizade Hamîd ê di 1914an de li Dîyarbekirê walîtî kirîye, gotîye:
"Em tu carî li derekê nebûne xwedîyê welatekî. Li welatên me dagir kirin, em mîna kirêdarekî rûniştin."
Qet nebe wa ye li xwe mikur hatîye.
Erê weleh,
Xwedê jî ji Xwedê ne razî be ku ev dagirkerên teres li ser serê me û merivantîyê kirin xezeb!

Ji bo birêvebirin û îdarekirina dewletekê, anku ji bo serekekî baş çend xusûsîyetên girîng:
-Kesayet
-Vîzyon
-Bext
-Ûjdan
Û bi min, 
ji bo serekekî belkî jî berî hemû xusûsîyetan tê; bêdîntî û ateîstî...
Erê, ji bo bext û ûjdanekî pak hewce ye ew kes ê namzetê serekatîyê ne alîgirê alîyekî be, anku ne dîndar be.
Tenê serekekî ne dîndar dikare zanîn û vîzyona xwe têxe xizmeta xelkê xwe.
Lê ka aqil!




11 Ağustos 2021 Çarşamba

merd û namerd

Qoltixa piskilêta min xurek bûbû, dileqîya; ev serê mehekê ye di xeraca xênî de girêdayî bû.
Vê berêvarê ez rabûm, min got nahlet li çavê şeytên bê, ez bibim çêkim. (Jixwe ji herfa serî jî xuya ye, ez li ser mêrikê birayên me yên êzîdî nabêjim; yan na min ê bi herfa mezin binivîsîya.)
Axir, hosteyê piskilêt tamîr dikirin, yekî temenmezin bû; temenê wî li dora şêst û heftêyî bû.
Di navbera pênc deqeyan de dewsa qûna min anku qoltixa min serast kir. 
Ji xêndî qoltixê dest avêt du sê cîyên din jî, mala we û wî ava be, ew jî serast kirin.
Min destê xwe avêt bêrîka xwe, min got, "Hoste, heqdestê te çi qas e? Ez çi qasî bidim te?"
Di bin simbêlan de mizicî, got, "Hema te çi da!"
Min got, "Hoste tu yî û heqê keda te çi be, ez ê wî bidim..."
Dîsa di bin simbêlan de mizicî, got, "Te çi da, ew e!"
Min destê xwe ji bêrîka xwe kişand, peleke pêncan û peleke bîstan derket. Min pela bîstan dirêjî wî kir, min got, "Bes e?"
Dîsa di bin simbêlan de mizicî, got, "Ka were, em vî bîstî bikin nêvî û li hev par ve bikin."
Bîstê min dayê girt, destê xwe xist bêrîka xwe, pereyên bêrîka xwe derxist. Ji nav wan pereyan peleke dehan dirêjî min kir."
Ez jî mizicîm. Min bi quloçên piskilêta xwe girt, ez meşîyam; hîn min du gav neavêtibûn, got, "Tu ji ku yî?"
Min got, "Ez mêrdînî me..."
Dîsa mizicî, got, "Ji merdbûna te dîyar e!"
Ez jî mizicîm û meşîyam; dû re xwe bi xwe min got, "Erê, em merd in, lê mixabin em li namerdan rast hatin!"



10 Ağustos 2021 Salı

helbesteke şîzofrenîk

min ji pela darê pirsî
hêdî hedî zer vediguherî
xemgîn û bi fikar bû
go ax ax ez hişk dibim êdî

min ji dara sipîdarê pirsî
bilin diçû ber bi ewran ve
keser dikişand
go wax wax ji axê dûr ketim ez

min ji zerê payîzê pirsî
wek xezebekê dibezîya
evîndar bi şewba evînê diketin
hin digirîyan hin diponijîn hin bextewar

min ji evînê pirsî 
halê evîndaran
berî ji dilan koç bike bi kêlîyekê
barê xemê hilgirtibû 
û gazin dikir li ser mirina xwe 
digirîya

min jî evîndaran pirsî 
halê pela zerbûyî
kirin îskeîsk girîyan
go ew jî li ser bêbextîya me hişk dibe

min ji bextê xwe pirsî
serê xwe bera ber xwe da
hîç nepeyivî
go dilê te dojeha evînê ye zalim

min ji dilê qûnde pirsî
tu çi ji min dixwazî
go ya ya teres tu dibêjî xwezî
ez jî diherim didizim ji bo te dizî





9 Ağustos 2021 Pazartesi

korona morona nebin kerê zorava

Wexta em dibêjin korona di labaratuaran de bi destê însên çêbûye, nayê wê mahneyê ku korona tune ye, yan jî derew e.
Vîrusa koronayê heye û şewbeke giran e; çendî ez pê neketime jî, piçek mejî dihêle meriv li vê rastîyê bihilkume.
Yên ev vîrus çêkirîye, berî vê vîrusê li nav însên belav bikin, bêguman dermanê wê jî dîtîye.
Ez ê bi teorî meorîyên komployî serî li we nekim kundirê milanî;
her kê çêkirîye, ne bi tena xwe, yan jî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî çêkirîye; 
her kê çêkirîye, li ser navê sîstemekê û ji bo siberoja wê sîstemê çêkirîye.
Kîjan sîstem?
Siberojeke çawa?
Karê ne karê meriv be, hewce nake meriv serê xwe pê re biêşîne.
Loma jî,
dev jî ehmeqan û ehmeqîyê berdin!
Zanist û zanistan çi ji we re got, wek wan bikin, tev bigerin;
kesên serşaşik ên di nav rîha wan de sipî didin lotik û çirvîtkan ji vîrusa koronayê jî xerabtir in.
Sipî dikevin por û rîhê, lê ev cure vîrus rasterast dikevin nav mejî û tesîrê li hişê meriv dikin.
Û çare li koronayê dibe, lê çare ji bêhîşîyê re tune ye.
Mizgîna min li we, îroj min derzîya duda jî li xwe xist û bawer bikin piştî derzîya ewil pişta min ji berê xurttir bû;
hêvî dikim piştî derzîya duda ez bi dîwaran ve ranapelikim.
Ev yek...
Û dudu jî, cehalet!
Îroj li ser twîterê ez li twîteke apê Zinar, Zinarê me yê Xamo rast hatim.
Apê Zinar jî bera jî mîna zinar e ha!
Carinan ez li wî ecêbmayî dimînim; ez xort im, ew xort e, li xwe şaş dimînim.
Tenê di derekê de bi ser karîzmaya xwe de dimîze, ew jî...
Wexta kaprî li xwe dike, ew goreya wî ya mîna goreyên futbolîsan di bin kaprîyê wî de karîzmaya wî li ber dilê jinan dike du quriş û nîv, lê heger meseleya gorê jî safî bike, jin li pêyasê namînin, 
çû ji min de, êdî tenê fikandin dimîne para min.
De maşalê vê nivîsê nexwîne û her bi wê goreyê bigere û jin min jî ji min re bimînin.
Ez vegerim ser twîta wî...
"Mark Twain gotîye: 
-Cehalet ne nezanî ye; cehalet, nezanîya bi nezanîna xwe nezan e."
Min ji vê gotinê hez kir, lê nuha cahil ê bi çavê nezanî li min jî binerin.
Jixwe çi tê serê me, ji ber vê zanîna me ya nezanîn e.
Ma ku me bizanîbûya,
em dibûn mirîd û li ber sloganên pûç û vala girêz ji devê me diherikî?
Ma ku me bizanîbûya,
bi destê xwe me kirasê bi pîne dikişand ser bedena xwe û me ji ber resenîya xwe şerm dikir?
Ma ku me bizanîbûya,
li ser axa xwe me destê xwe vedigirt û em li parsê digerîyan?
Ma ku me bizanîbûya,
ji bavê tirk û ereb û eceman zêde bû tilîya xwe ber bi me ve dirêj bikin!
Ma ku me bi xwe bizanîbûya,
ev wêrekî û mêrxasî di îdeolojîyan de hildihatin?
Heger me bi xwe bizanîbûya...


kinyaz îbrahîm

Kinyazê Îbrahîm
Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê Profesor Kinyazê Îbrahîm serê xwe danî û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.
Bi mirina her kalemêrekî, 
yan jî bi mirina her pîrejinekê, kurdîtî piçekî din lawaz dibe, zirav dibe, tenik dibe...
Her kalemêrek, 
her pîrejinek,
bi xwe re kulmek kurdî jî dibe û serî datîne, dimire, mixabin.
Û dîsa mixabin, di navbera nifşê nuh û nifşê berê de jî zirdîwarek heye.
Nifşê berê hiş û hafizeya kurdîtîyê ye, 
lê nifşê nuh bê hiş û bê hafize tev digere...
Û wer xuya ye, tu carî hewcedarîya vê bê"hiş"tîyê yê ji dewletekê çênebe.
Bi çûyîna her Kinyazekî re hîmek ji esasê (temel) netewîyê kêm dibe
û netewa li ser esasekî qels û lawaz tu carî ber bi avahîyekê ve bilind nabe.
Li hiş û hafizeya xwe xwedî derkevin.
Li ser Kinyazên xwe bigirîn, bi çûyîna Kinyazên xwe biêşin, 
lê herweha hewl bidin, bila ruhê Kinyazan li ser vê axê her şîn û şên bibe!..
Ruhê te şad be, hoo kalekurdo!
Serê netewa te sax be, hoo kalemerdo!

7 Ağustos 2021 Cumartesi

tiroviro

Kurd û kurd
Her kes dikare bibêje ez kurd im,
lê...
Hin kurd bi kurdî dibêjin ez kurd im, hin kurd jî bi tirkî û erebî û farisî.
Û hin jî dibêjin, ziman ne girîng e, meriv xwe çi hîs bike, meriv ew e.
Li ser meseleyê,
Yek dikare xwe gû jî hîs bike.

Megalomanên medyaya sosyal
Li ser medyaya sosyal (kêm kes ne tê de) pirê kesan bi maske tev digerin.
Bi gotineke din:
Durû, sêrû, çar û çardehrû ne!
Mîna bê û kerengê...

Toqa nahletê
Kurd û Yan hûn ê toqa nahletê têxin stuyê xwe û kirasê tirkîyeyîtîyê li xwe bikin, yan jî hûn ê yek bi yek, dudu bi dudu, qefle bi qefle bên kuştin!

Kurd û dîplomasî
Em dikujin, tên kuştin, lê em bi zimanê dîplomasîyê nizanin,
loma jî xwîna me belasebeb bi erdê de diherike!


6 Ağustos 2021 Cuma

ne tenê mejî divê kîr jî azad be

Jîyan jîyan e, ji jinê re jî ji mêr re jî, çi çêkirina xwarinê, çi şuştin û veşuştina hundirê malê.
Bi kin û kurmancî,
meriv şirîkê xwe û her tiştî ye.
Vê sibehê ez ji xew şîyar bûm, min taştêya xwe xwar nexwar, ez rabûm ketim ber beroşa pelan, pelên mêwan.
Xanimek ji welatê pengueanan hatibû, bûbû mêvana min.
Çendî bi esl û koka xwe ne kurd be jî, ji xwarinên mitbexa kurdan hez dike; 
bi taybetî jî ji pel û kortikan, kortik jî, çi yên hişkbûyî, çi yên teze...
Lê ez jî têra xwe heme ha!
Mêrikê hunermend, hewce ye di hemû karên xwe de hunermend be. 
Û tu sax! 
Ji qewla Seyda Laleş Qaso.
Berê, dema ez xort bûm, wexta min û jinekê hevdu nas dikir û wê jinê ji min re digot, sê xusûsîyetên xwe yên herê xuyanî bibêje, demildest min digot:
-Xweş dinivîsînim!
-Xweş xwarinê çêdikim!
-Xweş nîyhandinê dikim!
Anuha?
Nizanim.
Divê em ji xanimên îro bi min re radibin, rûdinin sewal bikin bê min çi li xwe kêm kiriye, çi jî li xwe zêde kiriye!
Erê, belkî performansa min a nîyhandinê ne wek a deh sal berê be, lê ez dibêjim kesa bi min re nîyhandinê dike, piştî orgazmê xwe xwedawend û hunermend hîs dike, loma min her tim gotîye,
nîyhandin huner e û hunermend heqê nîyhandinê didin.
Axir, ez ê ji we re qala pelên xwe nekim bê çawa çêbûbûn û tehma wan çawa bû.
Herweha ez ê ji we re qala piştî xwarina pelan jî nekim...
Bila bimîne, belkî ez rojekê xusûsî li ser wan çend kêlîyên şadîyê bi zimanekî romantik lê bi şêwazeke erotîk binivîsînim.
Lê ez vê jî bibêjim, heger ez nebêjim, nabe.
Lîbîdoyên min bi pişta min re qayîşê dikişînin...


Vê berêvarê ez dîsa derketim, meşîyam, lê vê carê min di bin kaprîyê xwe de kîlot (boxer) li xwe nekir.
Azadî ne tenê ji bo mejî, azadî ji bo kîr û gun jî hewce ye.
Biceribînin, hûn ê poşman nebin.
Bê kîlot meriv xwe wek Adem hîs dike û tenê çavê xwe li Hewayan digerîne.

Sînorê azadîya meriv bi qasî sînorê zanîna meriv teng, an jî fireh e.
Mejî azad e, dikare her tiştî bifikire, lê ne bi destê xwe ye; di nav bedeneke rezîl û kurmî de hefsî ye.
Divê ew bedena kedîbûyî azad bibe û hînî hovîtîyê bibe.
Tenê bedeneke hov dikare di bin barê mejîyekî azad de rabe.

Gotina Dawî
Û bextewarî leylan e, her tim hesabê şikestinan jî bikin.






5 Ağustos 2021 Perşembe

firêna tirkîyeyê teqîyaye

Firêna Tirkîyeyê teqîyaye û Erdogan şofêr e, li ser dîrekson e...
Kurdino!
Xwe ji ser rê bidin alî...
Erdogan li tirkan hatîye xezebê, lê carinan di nav re çend zîtok û zîtirkan li ser dilê kurdên ku qibleya xwe şaş kirine, dixe!
Reîz Sedat bi kîmyaya wan lîst, tiromiro bûn; vî agirê ji serê kîrê Xwedê pekîyaye jî bi carekê ew tûşî erdê kirin.
Li jêr Şeytan, li jor Xwedê li wan hatîye xezebê, rebenan hew dizanin ew ê berê xwe bidin ku!
Û Selo başqan jî di qulikê de li ser biratîya tir û fisan peyforîzmayên romantîk diafirîne.
"Heger tirkan zilm li we kir jî, hûn himbêza xwe ji wan re vekin!"
Piştî vê kaos û tevlihevîyê, divê Emînê Erbanî rahêje tembûra xwe û here ser tirba Ozan Arîf, li ber serê wî rûne û straneke tirkmancî bistirê.

Her roj, berêvarî ez radibim derdikevim derve û ji xwe re dimeşim.
Li nêzîka mala me stadyûmek heye, zemîna wê ax e. Ji xêndî min jin, mêr gelek kes ji xwe re sporê dikin.
Vê berêvarê dîsa ez derketim.
Ê heyran, jin ji mêrên zikteşt û qûnkewar hez nakin; divê ez li xwe miqate bim.
Qelema min, afirînerîya min û hêla min a hunerî, edebî, şeytanî heta derekê...
Loma jî ji bo karîzma temam bibe, divê ez li bejn û bala xwe jî miqate bim.
Erê, axir...
Vê berêvarê jî li stadyûmê ez dimeşîyam, du jinên navosere jî li pêşîya min bûn; ew jî ji bo bezê zik û qûna xwe bihelînin derketibûn, ji xwe re dimeşîyan.
Eyb e meriv bibêje û heta ji min tê jî ez naxwazim bi feminîstên mîz li wan esirîye re têkevim nava heftûheyştan, lê heyran di wê kelekela germê de, serê wan girtî, ji qirikê heta gwîzikên nigan nixumandî, yanî bi zorê bêhn didan û distendin, bi şeref dişibîyan du telîsên kayê.
Di ber xwe de, xwe bi xwe min got, "Ez di şerefa wan mêran nim ku hûn ji xwe re kirine jin!"
Berî ez li wan bibuhurim, min guh da sohbeta wan;
jixwe hûn dizanin, sirf ji bo zemanê wan bi erdê de nere, wexta yek dihere tuwaletê jî, hevala xwe jî bi xwe re dibe;
gûyê wê bê, neyê, mîza wê bê, neyê, bi çengûrê wê digire, bi xwe re dibe, ji bo wê kêlîyê jî bi virevir û gotegotê derbas bikin.
Ez piçekî din nêzîkî wan bûm.
-Ez çûm marketê, min kaxetên tuwaletê kirî. Buhayê wan kêm kiribûn, min du kolî kirîn. Lê fêkî û zebzeyên baş tune bûn, sibê ji bazarê ez ê bikirim.
-Kolîya kaxetên tuwaletê bi çi qasî bû?
-Min du kolî bi heftê û pêncan kirîn.
-Keçê, tu ne şaş bî? Ez kolîyekê bi wî pereyî dikirim. Qey ên ne baş in!
-Na weleh, berî ez ji mal derkevim, ez çûm tuwaletê, min ew kaxet ceriband. Eyn wek meriv kevnê hevrîşîm bi qûna xwe xe..."
Dû re...
Gazinan dikin, dibêjin çima mêr bi çavekî din li me dinerin!
La hewla bela!
Roja ku hûn hew li ser tiştik miştikên beradayî û belasebeb peyivîn, wê rojê mêr ê êdî wek berê hew li we binerin.

Min got qey hewa germ e, lîbîdo yê xwe bidin ber sîya gunê min û pal bidin,
lê bêxwedîyan ne li sermê guhdarî dikin, ne li germê...
Û ez jî bîst û çar seetan "heram" digerim!

Gotina Dawî
Berxwedan jîyan e, xwebierdêdan mirin e!

4 Ağustos 2021 Çarşamba

emerê emerekî

Emerê Emerekî!
Şaş fêhm nekin, tu eleqeyek emer û emerekîyan bi Emerîka û emerîkîyan tune ye.
Emerekî ezbetek ji ezbetên Xelecîyan e û Xelecî jî eşîrek ji eşîrên Mêrdînê ye,
mîna Erbanîyan, Xursîyan, Sirgucîyan, Omerîyan...
Û Emer jî yek ji mêrên eşîra Xelecîyan e.
Lê li derdorê jê re nabêjin Emerê Xelecî, jê re dibêjin Emerê Emerekî.
Bi kin û kurmancî,
dema Emer li nav sînorên Mêrdînê xwe dide naskirin, dibêje, "Ez Emerekî me," lê dema derdikeve derveyî Mêrdînê, dibêje "Ez Xelecî me."
Min xwest di heqê eşîrtîyê de vê zanyarîyê bi we re par ve bikim.
Îja ez dikarim derbasî meseleya Emerê Emerekî bibim...
Li gund kes hesabê Emer nake; di çavê gundîyan de ha Emer, ha gayê ka li ber...
Her şev li odeya gund civat digere, lê her tim cîyê qûna Emerê reben nav sol û şekalan e.
Çemê Zerganê jî di ber gundê wan re derbas dibe.
Çemê Zerganê jî berê çem bû ha! Van xwedêjênerazîyên xursîyan bi avdana dahl û bexçeyan û bi kolandina bîr mîran, av di çemê reben de nehişt.
Axir...
Şevekê Emerê me radihêje dînamîtan û ji bo masîyan bigire dihere ber çem.
Agir bi qûna dînamîtê dixe û wê dînamîtê diavêje nav çem.
Gurmînîyek ji ber vê dînamîtê dihere, ji gurmîna dengê wê dînamîtê yên li odeya gund rûniştine, çeng dibin ser xwe, ziravê wan diqete.
Bi haweyekî şaş û metel li hev dinerin, dibêjin, "Xêr e, çi diqewime?" Dibêjin, "Emerê me ye, çûye masîyan!"
Axir, piştî demekê Emerê me jî tê odeyê; silavekê dide civatê û li şûna xwe ya her car rûdine.
Civat jê re dibêje, "Qawet be ji te re, Emer. Maşalê te têra xwe masî girtin!"
Emerê me yê Emerekî hîç xwe aciz nake, bi şêwazeke nerm dibêje, "Na weleh, min masîyek jî negirt!"
Civat dibêje, "Madem te kîrê me negirt, ew çi deng û gurmînî bû, te ziravê me qetand, malnexerab!"
Emerê me xwe qure dike, dibêje, "Anuha we di civatê de qala min kir, nekir?"
Civat dibêje, "Weleh me qala te kir."
Emer dibêje, "Ê xelas. Min jî ev dixwest!"

Gotina Dawî
Piştî şerê çel salan; malên me agir pê ketin, gundên me xera bûn, bajarên me bûn mîna gundan, em ji ser axa xwe sirgûn bûn, zarokên me hatin kuştin, zimanê me li ber çavê me bû marê reş, kultur û jîyîna kurdî têk çû, em li bajar û metropolên Tirkîye û Ewrûpayê belav bûn û li ser navê entegrasyonê em bi vê netewa faşîst û nijadperest ve pîne kirin...
Û anuha jî tu rabî ji kurê pîrê anku ji serokê sererd û binerd re bibêjî, "Ka bû çi?"
Ne eyb û ne fedî, mîna Emerê Emerekî ew ê jî rabe, bibêje, "Ma li her derê her kes qala min dike, nake?"





3 Ağustos 2021 Salı

tirk har bûne

Tirk har bûne!
Û ji kûçikên har re jî jehr hewce ye...
Kûçikên har, hefteya çûyî li Konyayê êrişî malbateke kurd kir, biçûk mezin hemû endamên vê malbatê hatin kuştin; malbatek qir bû!
Pêr jî li Antalyayê kûçikên har hewl dan êrişên xwe bi êrişeke din berdewam bikin, lê vê carê miradê wan di qirika wan de ma, bi ser neketin.
Malbata ku kûçikên har êrişî wan kir merivên min in; pismamên min in.
Li berîya Mêrdînê eşîra me, bi taybetî jî bavikê me (Mala Îsa) bi cirnexweşîya xwe tê naskirin. Her tim ji ber vê cirnexweşîya wan min bi tundî jî ew rexne kirine.
Ji ber nerîna min a civakî, hunerî, edebî ez ji têkilîyên eşîrtîyê dûr im, 
lê tu carî min ji ber têkilîyên eşîrtîyê fedî nekirîye; berevacî vê yekê, her tim min gotîye bi qasî şaşî û kêmasîyên zîhnîyeta eşîrtîyê, herweha alîyên wê yên baş jî hene û yek ji alîyên wê yê baş û girîng jî reha wê ya kurd û kurdî ye 
û bi xêra vê reha kurd û kurdî jî hîn entegrasyon û asîmilasyona dewletê ya bi haweyekî sîstematîk dimeşîne û herweha otoasîmilasyona me bi xwe tam bi ser neketîye.
Divê meriv bextê xwe neavêje.
Hin adet hene, li gorî zemanê me êdî nabe û nayê qebûlkirin, loma jî divê meriv wan adetan reforîze bike; 
hin adet jî hene, bingeha netewê temsîl dikin û divê em wan adetan biparêzin.
Çi ne ew adet?
Ziman e, 
kultur û jîyîna bi vî zimanî ye, 
ciwanikî û ciwamêrî ye, 
comerdî û mêvanperwerî ye
û herweha xusûsîyeta herî girîng ku pirê caran me ji neteweyên din vediqetîne, mêrxasî ye.
Erê, mêrxasî yek ji xusûsîyetên herî girîng ê kurdan bû, 
lê bi qelsbûna ruhê eşîrtîyê re û herweha bi serdestîya îdeolojîyên pûç û vala re, em bi ber bayê zemên ve ketin û baskên me şikestin.
Axir, ez li meseleya me ya esasî vegerim.
Vê carê ez bi cirnexweşîya eşîra xwe, bi cirnexweşîya bavikê xwe serbilind im; 
serbilind im, lewra neh deh xortan li hemberî sêsed mêrên tirk ên harbûyî şerekî mêrxasane kirin û ji ber wan danequrtandin.
Doh li ser vê bûyerê gelek nûçe û gotegot belav bûn; her ji serîyekî dengek derdiket; loma jî tiştekî zelal tune bû.
Ewil bi min wek bûyereke magazînî hat, loma ez zêde bi ser de neçûm, dû re min lê nerî li ser medyaya civakî mesele giran e, ez rabûm, min telefonî pismamê xwe kir.
Ew bi xwe li zanîngeha Dîcleyê xwendekar e, lê ji bo destek û piştgirîyê bide malbata xwe û mesrefa xwe ya xwendinê derxe, piştî dibistan ketin betlanê, lê dixe dihere cem malbata xwe.
Wê rojê ew bi xwe jî di nav şer de bûye û tiştên wî ji min re got ev in:
Wek hûn dizanin piştî şewata daristanên Tirkîyeyê, hin fraksîyonan bi qastî kurd wek hedef nîşan dan û ez ê nebêjim nijadperestên tirk, ji ber ku ya tirk dikin, ji nijadperestîyê wê de harbûn e...
Belê, piştî hin fraksîyonan kurd kirin hedef, van kûçikên har derketin nêçîra kurdan;
van kûçikên har ewil li Konyayê êrişî malbatekê kir, ew malbat qir kir,
dû re li Antalyayê hewl dan êrişî kurdên wir bikin.
Berî êrişî malbata pismamê bikin, diherin digirin ser du sê malên din, gefan li wan malbatan jî dixwin.
Lê carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve.
Zarokên me amade ne; texmîn kirine kûçikên har ê ber bi wan jî ve werin; loma jehra xwe amade kirine.
Sê gund, xort û mêrên sê gundan bi tevayî sêsed kes digirin ser malbatê. 
Gefan li wan dixwin, dibêjin, "Em ê we kurdan wek cewrikên kûçikan bikujin! Em ê nehêlin tenê kurdek jî li welatê me bimîne!" û filan û bêvan...
Heta eskerî tê, xwe digihîne ser wan, şer dest pê dike.
Eyb e meriv pesnê xwe bide, lê zarokên me ji şer re jêhatî ne û têra xwe jî wêrek û mêrxas in.
Ji ber ku berê hazirîya xwe kirine, ne destvala ne.
Kî xwe li sînorê xênî diqewimîne, demildest derbê dixwe û bi şûn de direve.
Heta eskerî xwe digihîne nav wan, pênc kûçik jehrdadayî dibin; 
yek jê şîş di çav re dihere, çav dirije; çar jê jî dest û serî û parsûyên wan dişikên, bi birînên giran wan radikin nexweşxaneyê.
Di wê navberê de pismam mismamên me yên li wan deveran dixebitin jî dibihîzin û ber bi wan ve diherin; ên me jî dibin çel pêncî kes.
Axir...
Ji dêvla esker herin kûçikên xwe aş bikin, tê li ber ên me digerin.
Ka komutanê eskerîyê ji kîjan bajarî ye, nizanim lê li hemberî mêrxasîya zarokan şaş dimîne, difitile ser pismamê min, dibêje, "Helal be ji we re! Bi sed xortên mîna we meriv dikare bajo ser dewletan!"
Êê!
Wexta meriv mêr û mêrxas be, dijminên meriv jî qedr û qîmetê meriv digirin.
Axir, ji qewla me mêrdînîyan:
"Çû heyfa bavê, qûna dê jî li ser kir!"
Û serhedîyên me jî dibêjin:
"Zenda zer, qûn da, kadik li ser!"
Ez çavê we bixwim!
Ha werê ha!
Cira xwe ne ji hev re, cira xwe ji dijminên xwe re ne xweş bikin, bila dijminên we hesabê we bikin.
Ji vî qewmê harbûyî re kurdên bi genetîka wan nehatîye lîstin hewce ne;
kurdên li ser koka bav û kalên xwe mezin bûne û bi eslê xwe serbilind!..
Tirkên harbûyî hînî kurdên pûç û vala bûne; hînî kurdên bi îdeolojî û sloganên beradayî gêj bûne û xîret û kesayet bi wan re nemaye, bûne; texmîn nekirin kurdên hur û xas jî hene.
Wêrekî û mêrxasî mîna şewbê ye, belav dibe.
Vê malbatê tirs û xof bera dilê van kûçikên harbûyî dan ku ji mêj de ye van kûçikan ev hest ji bîr kiribû û loma jî êdî hesabê kurdan nedikirin.
Bi vê mêrxasîyê zingînî ji serê wan çû; ez bawer im ji nuha şûn de berî êrişî kurdan bikin, êdî ew ê hesabê wan bikin.
Û heger kurd hazirîya xwe bikin û bi vî haweyî reaksîyonê nîşan bidin, tirk ê ji nû ve kurdan nas bikin û mîna cinê ji hesin bitirse, ew ê hesabê kurdan bikin û bitirsin.
Qewmên hov û teres, tenê ji zorê fêhm dikin û tirk jî ji wan hov û teresan in.
Heger bizanibin tu ditirsî, ji ser te venagerin, lê heger bizanibin tu wêrek û mêrxas î, zû bi zû newêrin têkevin zevta te û xwe naspêrin te.
Pêr neh deh şêran ji çeqel û wawîk û keftaran re got, "Dem û dewran guherî!"
Bi salan bi saya serê van sîyasetvanên xwelîser kurd ji kurdbûnê dûr ketin;
berê kurd kurd bûn, wêrek û mêrxas bûn; di dilê dijmin û neyarên xwe de tirs bûn, xof bûn; ji bavê kê zêde bû tilîya xwe ber bi wan ve dirêj bikira!
Bi sîyaseteke rezîl, bi şerekî qeşmerane, em di nav lepên tirkan de kirin tirsonek û bizdonek, tirk jî li ser serê me bûn egîd û mêrxas.
Dema partî û rêxistinên kurdan derbas bû; êdî divê xwe fesh bikin; lewra ji kurdan bêtir ketine bin xizmeta dagirkeran.

Gotina Dawî
Gur gotîye heger min bizanîbûya ev hêz hêza min e û ez weha xurt im, min ê dinya xera bikira.
Û êdî gur ji qulê derket!...

2 Ağustos 2021 Pazartesi

nifşê doh nifşê îro

Enwer Karahan gotîye:
"Kurdên Swêdê, di warê edebîyatê de, demekê  roleke baş lîstin, lê ev serê çend salan e ew pêl jî qels bûye. Nivîsîna kurdî derbasî nifşê nuh nekirin, an jî nikarîbûn ev yek pêk bianîyana."
Tespîta Seyda rast e û bi serê xwe werê ye.
Ew nifşê Seyda qal dike, nifşekî rehkurd bû û bi sekn û helwesta xwe mîrateke xurt ji nifşê dû xwe re hişt.
Bi saya serê wan him zimanê me, him jî edebîyata me ber xwe da, li ser nigan ma.
Belasebeb ji Swêdê re "Kurdistana Biçûk" nehatîye gotin.
Lê bi min,
vî nifşî nikarîbû pêk bianîya.
Çima nikarîbû?
Kurdên ku Seyda qal dike, bermayîyên şoreşeke şikestî bûn.
Li ser axa xwe çêbûn, li ser axa xwe mezin bûn
û piştî demekê bi çavên serê xwe ew zilm û zordestîya dagirkeran dîtin;
zimanê wan bû belaya serê wan; ji ber zimanê xwe hatin girtin, êşkence xwarin.
Hin ji wan bi wê êşkenceyê mirin, hin ji wan bûn nîvînsan,
lê tu carî terka zimanê xwe nekirin; lewra baş dizanîbûn a wan û dijminê wan ji hevdu vediqetîne, zimanê wan bi xwe ye.
Û serî rakirin, 
ber xwe dan,
dîsa hatin girtin, 
dîsa êşkence xwarin,
dîsa mirin, 
dîsa hatin kuştin!
Di nav wan şert û mercên giran de tenê kurdîtî bû hêvîya wan û li dora wê hêvîyê kom bûn.
Dû re,
ji wî nifşî, pirê wan ji mecbûrî welatê xwe terk kirin, li seranserê Ewrûpayê belav bûn, lê cîyê Swêdê cuda ye.
Wî zemanî dewleta Swêdê jî roleke xweş lîst û li penaberan xweş xwedî derketin.
Kurdên ji ber xezeba zilimkaran revîyan, li Swêdê zimanê kurdî ji xwe re kirin qible û bi vî haweyî nehiştin hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe ji dêlê wan derkeve.
Ez vegerim ser meseleya me ya esasî; me got çima vî nifşî nikarîbû nivîsîna kurdî derbasî nifşê dû xwe bike?
Zarokên wî nifşî wek wî nifşî li ser axa xwe çênebûn, li ser wê axê bi zimanê wê axê mezin nebûn; erê, belkî di nav malê de bi dê û bavê xwe re bi kurdî dipeyivîn, lê zimanê wan ê civakî- qesta min ji civakî ev e: rabûn û rûniştin, perwerdeyî, danûstendinên hevaltî, danûstendinên xebatî û herweha têkilîyên zayendî-, bi zimanê swêdî bû.
Meriv bi kîjan zimanî bijî, meriv wek wî zimanî serdest, an jî bindest e. 
Ew ziman e, dihêle tu biêşî, yan jî neêşî...
Rewşa zimanê tu pê dijî çawa be, kêm, zêde rewşa te jî li gorî rewşa zimanê te rûdine, dîzayn dibe.
Sûc ne sûcê nifşê rehkurd e.
Sûc ne sûcê zarokên li derveyî welatê xwe, li welatên bîyanîyan çêbûne ye jî.
Sûc sûcê bêdewletîyê ye.
Meriv li ser kîjan axê çêbibe û bi zimanê kîjan axê bijî, hesasîyetên meriv jî li gorî hesasîyetên wî zimanî û wê axa rûdinin.
Kurdên doh di ber kurdbûn û kurdîtîya xwe de eciqîn, êşîyan, êşkence xwarin, li tehma mirinê nerîn, lê kurdên îro hay ji wê êş û êşkenceyê tune mezin bûn 
û êdî dewleteke wan heye, dewleteke ku ji wan re xwedîtîyê dike; ew jî bûne û dibin yek ji welatîyên wê dewletê.
Û ji Swêdê Kurdistan pir dûr xuya dike, mixabin.
Nifşê doh erk û wezîfeya xwe bi cî anî û sûc û gunehên wan jî tune ye; 
lewra meriv dikare tiştina heta derekê kontrol bike, piştî demekê kontrol û kontrolkirin zor û zahmet e.
Loma jî,
di nava van neh deh salan de Kurdistaneke serbixwe çêbû çêbû, heger çênebû, yên diêşîyan jixwe wê bimirin û yên neêşîyane jî ew ê ji xwe re nekin xem.
Û wê çaxê, 
em ê bi hev re li helbesta Kerîmo guhdarî bikin:
"Kurdistan bar kir, çû û nema!.."

1 Ağustos 2021 Pazar

kurdên doh kurdên îro

Temenê min sêzdeh an jî çardeh bû dema cara ewil ji bo mesrefa xwe ya dibistanê, ez ji malê dûr ketim û çûm hêla rojavayê Tirkîyeyê bixebitim.
Apê min, her sal ji bo karê demsalî diçû li hêla Çanakkale, Balikesîr, Bursa û Îzmîrê kar disitend û pênc, şeş mehan li wir dixebitîn; carinan bi berpirsên daîreya daristanan re, carinan jî bi xwedîyên erdên firingî û erdên pembo re peywendî datanî û kar distend; dû re teva malbata xwe, neh, deh malbatên din jî bi xwe re dibir û diçûn dixebitîn.
Wê salê min jî dibistana navîn qedandibû, ez ê derbasî lîseyê bibûma.
Ji bo her sê mehên betlanê ez jî herim cem apê xwe, min xwe li erdê xist û min ji bavê xwe re got ha ha ez ê jî herim.
Bavê min maqûl û axayê eşîra xwe bû, ji ber xwe fedî dikir, nedihat hesabê wî xelk bibihîze zarên wî çûne li ber destê xelkê dixebitin.
Axir, bi zora xwe ez wê salê çûm.
Apê min li navbera Kêşan û Malkarayê karê daristanê girtibû.
Cîyê apê min û malbatên karker konên xwe lê vegirtibûn, nav daristanê bû; navbera konan û gundê herî nêzîk pênc, şeş kîlometre hebû.
Rojekê ez û pismamekî xwe bi hev re çûn wî gundî- ez ne şaş bim navê gund Danişment bû-, erê, hin asûk masûk lazim bûn û em çûn gund.
Piştî pirsê em gîhaştin ber derîyê dikana gund; jixwe dikan jî mal bû, odeyek jê kiribûn dikan.
Me li derî xist, piştî kêlîyekê jineke navosere hat derî vekir, keça wê ya şazdeh, huvdeh salî jî li pişt wê sekinîbû.
Ji awirên wan me ferq kir bi metirsî ne.
Jina navoserê got, "Hûn... Hûn kurd in? Ew ên ku qal dikin, dibêjin hatine li nav daristanê bi cî bûne?"
Min got, "Erê, em in."
Wê û keça xwe li hevdu nerîn, dû re fitilî ser me, got, "Hela hela! Hûn dişibin me! Ev serê hefteyekê ye em bi tirs derdikevin, diherin nav erd û zevîyên xwe. Me jî digot hela ka bê hûn dişibin çi!"
Min û pismamê xwe li hevdu nerî, di ber xwe de em bişirîn.
Bi kin û kurmancî ez dixwazim çi bibêjim?
Berê em di çavê wan de wehş û hov bûn, lê mîna cinê ji hesin bitirse ji me ditirsîyan!
Berê,
Kurd, di ferhenga wan de tirs û xof bû!
Îro,
Kurd, di ferhenga wan de bûye mişkê labaratuaran. 
Kengî dilê wan bixwaze, radibin yekî, duduyan derdixin û li ser wan tirsa xwe tecrûbe dikin û bi vî haweyî jî qehremanîya xwe dipîvin.
Carinan jî bi kuştina me netewperwerîya xwe diceribînin; ji bo wan em bûne alava stres û acizîyê; kengî aciz bibin, bi vexwarina xwîna me kurdan ji wê acizîya xwe xelas dibin.
Û em jî mîna qurbanîyên cejna misilmanên xwînhez stuyê xwe dirêjî kêra wan dikin.

Gotina Dawî
Divê rêxistin û partîyên kurdan xwe fes bikin, lewra êdî hebûna wan tenê zirarê dide kurdan.
Ji kurdan re gunikreş hewce ne; dem ne dema mêrên xesandî ye.