29 Şubat 2024 Perşembe

yaşar kemal

Îroj salvegera mirina Yaşar Kemal e; neh sal berê wek îroj Yaşar Kemal xatir ji edebîyata tirkî xwest û çû!..
Û îroj dîsa wek her sal, bêtir alîyê wî yê kurd derket pêş, ji alî kurdên wek wî bi tirkî jardadayî bûne ve.
Heger…
di saxîya Yaşar Kemal de Kurdistaneke azad û serbixwe hebûya, mîna dewletên dagirker ên îroj axa Kurdistanê li hev par ve kirine, 
belkî îroj min jî bi serbilindî qala wî bikira û bi pesindayîn ew bi bîr bianîya,
ku xelk û alemê bigota,
“Erê weleh, helal be û her bijî ji kurdan re ku him bi kêrî xwe tên, him jî bi kêrî xelk û alemê tên!..”
lê mixabin…
dema Yaşar Kemal sax bû jî, axa min li ser zimanê min dinalîya û diêşîya,
dema Yaşar Kemal mir jî, axa min li ser zimanê min dinalîya û diêşîya
û îroj jî axa min li ser zimanê min dinale û diêşe,
lê…
ne xema kurdan e, 
lewra…
kurd ji bilî xwe aşiqê her kesî ne.
Heyf!

Gotina Dawî
Belkî rojekê em jî pesnê edebîyata dagirkerên xwe bidin, 
lê heger bin sîya welatekî azad bibe para me jî!..

27 Şubat 2024 Salı

hîç

Dev ji xwe û van fantezîyên xwe berdin.
Jin jin e, mêr jî mêr e; bi qasî hev pîroz in, bi qasî hev ji rêzê ne; yek ji yê din ne çêrir e, ne jî xerabtir e.
Û jîyan bi her duyan dimeşe;
ne jin bi tena serê xwe dikare jînê jîn bike, ne jî mêr bi tena serê xwe dikare…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Çipirîzkên jînê ji reqîna kîr û quz difûre!..
Loma jî…
dev ji me û xwe û van fantezîyên xwe yên feminîstî berdin!
Bi qasî jinên pîroz hene, her weha jinên qirêj û beradayî jî hene.
Bêguman,
bi qasî mêrên qirêj û beradayî hene, her weha mêrên pîroz jî hene.
Li ser meseleyê:
Ez bi xwe jî yek ji wan pîrozweran im û hûn sax!

Gotina Dawî
Em ji hîçê çêdibin, dîsa li hîçê vedigerin.
Ango…
Her tişt derew e.
Ê madem her tişt derw e, wê çaxê em çima qûnê li xwe diqetînin?
Qûnqetandin jî rengekî fantezîyan e!..

25 Şubat 2024 Pazar

devrîm û şoreş

Bi xêr kengî me hemû “Devrîm”ên xwe kirin Şoreş, belkî wê çaxê ji ser vê axa ku di bin tîpên tirkî de nalenal e, azad bibe;
loma jî…
ez dibêjim fêrî zimanê xwe bibin û hewl bidin birînên xwe bi zimanê xwe bikewînin;
heger na…
û hîn jî hûn rabin bi “Devrîm”an şeraba şoreşê vexwin, mixabin lê hûn ê tu carî ji serxweşî û kompleksa bindestîyê rizgar nebin;
lê jixwe…
bawerî bi we nayê, hûn dikarin herin rizgarê jî bi “ruzgar”a tirkan biguherin û wek bayekî ji ber serê xwe berdin!..

Gotina Dawî
Hûn bi kîjan zimanî bifikirin, hûn ê ji wî zimanî re xulamtîyê bikin,
lê jixwe
êdî hûn xulam in û hûn bi dilê xwe wê xulamtîyê dikin.

24 Şubat 2024 Cumartesi

twîtter

Ne apoyî, ne barzanîyî, ne jî talabanîyî, heger rojekê Kurdistan azad û serbixwe bibe, ew ê bi têkoşîn û raperîna wan kurdên me yên di hêlînên twîtterê de dikin wîtewîte azad û serbixwe bibe.
Wît! Wît! Wît!
Axir…
Ciwanik û ciwamêran, rojê bîst seetan wîtewîta wan e, enerjî û zemanê xwe di van hêlînan de xerc û feda dikin;
ne xweşik dixwin, ne xweşik vedixwin, ne xweşik digerin, ne xweşik radikevin û ne jî tahmekê ji wê jîyana xwe ya seksual distînin, hebe nebe kurd û kurdî û Kurdistan e xema wan. 
Bijî wîtewîta we ya li ser twîtterê!
Lê heyf û mixabin,
yên vê xemê dixwin, çendî quretîyên neteweperestî bikin jî, sal bi sal kurdîya wan neteweperestîya wan bi paş ve dibe.
Haa!..
Hûn ê bibêjin erê, me fêhm kir, bîst seetên xwe di van hêlînên twîtterê de bi wîtewîtê derbas dikin, lê di wan çar seetên mayî de çi dikin?
Radikevin û xewnên neteweperestî dibînin!..

Gotina Dawî
Bijî şevbuhêrka mala bêmalan!..

22 Şubat 2024 Perşembe

jin jîyan azadî

Wer xuya ye di demeke ne pir dûr de, li ser navê her çar perçeyan, li başûrê welêt, Kurdistan ê azad û serbixwe bibe,
lê…
hewce ye em kûr û dûr bifikirin û hesabê xwe li ser rewşên zor û dijwar bikin;
lewra…
mîna Israîlê dijmin û neyarên Kurdistanê ne kêm e;
loma jî…
hewcedarî bi sîyaset û dîplomasîyeke jîrane heye, hewcedarî bi hişmendîyeke neteweyî heye, hewcedarî bi sîstemeke ewleyî ya profesyonel heye, hewcedarî bi artêşeke xurt heye;
bi kin û kurdîya kurmancî, hewcedarî bi aqilekî israîlî heye.

Baş e ku ji bo roja zimanê zikmakî jî rojek heye û wê rojê hayê me ji me çêdibe bê em kî ne, em ji kê ne, em ji ku hatine; 
yan na…
hayê me yê hîç ji me çênebûya,
lê…
mixabin, dilsozî û samîmîyet nemaye;
loma jî…
ev roj û ew rojên wek vê rojê hemû ji quretîyên pûç re, ji populîzmeke beradayî re xizmetê dikin
û jixwe…
roja din dîsa her kes li rastîya xwe vedigere û dibe xwe; xweyê xwexapan!..

Gotina Dawî
Jîyan kulmek orgazm e,
lê…
divê meriv kulmek jîyîn jî li wê orgazmê bar bike 
û jîyîn jî bi jîyînzan dibe jîn!..

Gotina Herî Dawî
Lê ji kerema xwe re ji gotina dawî “jin, jîyan, azadî”yê dernexin, haa!


20 Şubat 2024 Salı

cilika bênamûsîyê

Ahmet Turkê ku tu carî ji ber paşnavê xwe, xwe kêm nehesibandîye û her ji ber paşnavê xwe bûye xwedîyê pesindayîneke erzan, di daxuyanîyeke xwe de dibêje:
“Tu lîderî/serokî bi qasî Erdogan zirar neda kurdan.”
De îja berevacî vê gotinê, ez jî dibêjim, tu lîderî/serokî bi qasî Erdogan zirar neda tirkan, 
lewra…
bi saya serê Erdogan, ew teresên kemalîst ên ku xwe xwedayê vê erdnîgarîyê didîtin û ji roja ev dewleta zulimkar ava bûye heta nuha tenê bi xwîna kurdan serxweş bûne, bûn qeşmer û tewtewe li ser zimanan.
Tenê ji bo vê wekhevîyê mabe, hewce ye em spasdarê Erdogan bin, çendî rengê vê wekhevîyê ne bi dilê me be jî,
lê…
wekhevî, wekhevî ye çi xweş, çi ne xweş; mixabin, di şert û mercên îroj de em û tirk li ser wekhevîyeke reş bûn şirîkên hev.
Serokê sererd û binerd çi kir?
Mixabin…
wî tu carî wekhevî neparast, çi xweş çi reş!..
Bêguman ji bo wî tirkîyetî asta herî bilind bû, loma jî heta ji destê wî hat kurdîtî li ber çavê kurdan pîs û xerab kir.
Îja Ahmet Turkê ku paşnavê wî tu carî nehiştîye kurdîtîya wî têkeve pêşîya tirkîyetîya wî û her weha nehiştîye bi kurdî bifikire û her û her xwe wek perçeyekî vê sîstemê dîtîye, êdî bes e, lo!
Dev ji xwe jî berde, dev ji me jî!..

Gotina Dawî
Divê kurd cilika bênamûsîyê ango rojhilatîyê ji ser serê xwe biavêjin!

Gotina Herî Dawî
Bi telaqên bêfitû, bi qasî we qedrê Apo girt û we ew danî ser serê xwe, bi wê xezebê we qedrê Erdogan bigirta û ew danîbûya ser serê xwe, nuha ji zû de Tirkîye bûbû Kurdîye!

19 Şubat 2024 Pazartesi

mixabin

De were kirasê xwe neçirînin!
Lê şerab jî xweş e haa, heger mijarek hebe meriv li ser bipeyive.
Mijar jî têra min û we û şevê hene, bi serê şêx Hadî; şêx Hadîyê ku bêbextî lê kirin, lê nizanim, belkî jî ne bêbextî be!
Axir…
Mijara me ya îşev bila ne şêx Hadî û doxîna şêx Hadî be.
Rojev bermeqlûb bûye. Bêhna Ezraîl ji rojhilata nêzîk difûre. Wer xuya ye qelem ji bo hinekan şikestîye û bi wê qelema şikestî hin şikestî yê bicebire.
Ne pir dûr, lê di demeke nêzîk de, kurd dikarin govendekê bigerînin, govenda azadîyê.
Loma jî…
divê ji nuha de hazirî hebe, lê mixabin em nizanin hazirî çi ye.
Axir…
azadî nêzîk e, lê hûn ji bo azadîyê çi qasî amade ne?
Ma nizanim li ser mijareke din jî çend kelaman bikim?
Na na, guh medê!..
Jixwe em ji xwendinê hez nakin heger em ê xwe tê de nebînin!..
Û nivîs çi qasî kin bin, bazara wan ew qasî xurt e.

Gotina Dawî
Kurd bi qasî kurdî ne esîl in, vî zemanî, mixabin!..

16 Şubat 2024 Cuma

hoo kurdo

Tenê dezavantajeke kurdî heye, ew jî ev e: hin kurdên bi kurdî dinivîsînin, bi qasî kurdî ne esîl in, mixabin.
Û kurd ê bi xêra kurdî li esaleta xwe vegerin.

Kurdên li ser medyaya civakî şovalyetîya kurdî dikin, pirê wan di jîyana xwe ya rojane de rojê bîst û sê seetan bi tirkî dipeyivin.

Heger Tirkîye dewleteke demokrat bûya ê welatîyên wê yên ji xwe re dibêjin tirk xweşbîr û şareza û medenî bûna, xebera we yê min ê jî destek û piştgirî bida çalakîyên we yên ji bo kurdî, 
lê ma qesr û kulek?
Tahjî û maqûlî?
Heyf e; heyfa enerjî û dem û zemanê we ye; wê enwrjî û dema xwe li kurdbûna xwe xerc bikin û hewl bidin kurd bibînin;
jixwe Kurdistan ê rojekê azad û serbixwe bibe, heger kurd nexwazin jî…

Çi DEM/HDP çi muxalîfên DEMê/HDPyê, sîyaseta sîyasetvanên “kurd” a li Tirkîyeyê, tenê ji bo qultix û rant û îhaleyan e,
lloma jî…
qûna xwe neçirînin ji bo berjewendîyên çend xwelîser û teresan!..

Heger bi qasî em ji nivîsandinê hez dikin, me ji xwendinê jî hez bikira, nuha gelek kesan tenê karê xwe dikir,
lê mixabin…
li vê xwelîserîstanê her kes bi her gûyî dizane. Û wer xuya ye diserife jî; diserife ku hejmara nivîskaran roj bi roj ji hejmara xwendevanan pirtir dibe.

Gotina Dawî
Agir bi mala neyaran keve, lê em jî têra xwe neyar in ji hev re, haa!..

15 Şubat 2024 Perşembe

rojev mojev pêvajo mêvajo

Wer xuya ye bêhn û pêjna projeyeke din tê. Pêvajo û rojev û surêççç vî tiştî ji me re dibêje.
Û heger dîsa di newroza îsal de “heval”ek derkeve ser dikê û bi tirkmancîyeke ekolojîk rabe nameyek ji nameyên biratolojîk ên serokê sererd û binerd bixwîne, nebêjin te negot!
Ka em guhdarî bikin, lê divê em li guhên xwe jî miqate bin;
lewra…
ev bêbavên rom dikarin bi gotinên wek rûn nigên me bişemitînin.
Û hevalê nigê şemitî jî tune ye, pêşîyên me belasebeb negotîye…
Min got pêşî, lê hêvî dikim, berî em jî bibin pêşî, ji vî zimanî re stargehek ango dewletek ava bibe,
yan na…
em ê av û av herin; 
lê…
heger em av û av nerin jî, bi îhtimaleke xurt em ê pê bigirin!
Û pêgirtin jî rengekî şeytanpêkenînê ye, welhasil.
De îja…
berî hasil here di mûsil re derkeve, divê em benîştê xwe bicûn û berçem berçem bimeşin,
lê heger hîn çemê me yê bi navê Zerganê nemiçiqîbe.
Ax axx!
Dîsa kul û derdên min tev rabûn!..
Agir bi her duwazdeh gundên xursîyan bikeve û xêrê ji bax û bexçe, rezû dahlên xwe nemînin,
Rebîîî!

Gotina Dawî
Weleh govend ranabe, bileh govend ranabe, Evdo mêrê xerab e û dike nake tecrît ji ser rebeno ranabe!..

14 Şubat 2024 Çarşamba

14 sibatê roja ehmeqîyê pîroz be

“Req! Req! Req” deng bi derî ket…
Xatê, teşta mîqa danîye ber xwe, nigekî xwe li xwe pêçaye, nigê xwe yê din jî bi ber teştê ve radaye û şepeşepa wê ye, kincan dişo.
Hêdîka destên xwe ji nav ava teştê kişand û nigê xwe yê qerimî rast kir û hewl da rabe ser xwe, lê pişta wê ketibû ber wê, bi zorê rabû li ser xwe edilî û nigên xwe bi xwêr re kişkişand û ber bi derîyê hewşê ve çû.
“Req! Req!” lê Xatê nehişt cara sisêyan reqînî ji derî bê, destê xwe avêt isqateka derî, derî vekir.
Bi vekirina derî re, mêrê wê Haşim bi wî qilafetê xwe yê mîna qilafetê hirçekî devê derî zevt kiribû, got, “Surpîzz!” û di bin simbêlan de bû hîrtehîrta wî kenîya.
Xatê got:
-Ma tu dikî bixurifî, Haşim. Derî vekirîye û tu hatîyî li ber derî sekinîyî, reqereqa te ye, tu li derî dixî. Ma qey pir zor e tu destê xwe biavêjî wê îsqateka derî, hi ii? Jixwe ji sibeha Xwedê de di ber şuştina van kincan de pişta min ketîye ber min, bi ser de jî ev haweyê te. Bêlome be! 
Û bû niçeniça Xatê. 
Haşim got:
-Ê keçê, bi serê seyda, tu ji surpîzan jî fêhm nakî, haa! Ma ku min li derî nexista, çi mahneya surpîzê dima!
Xatê got:
-Çi çi çii ii? Surpîzz!! Îja surpîzz! Jixwe hew surpîza me kêm bû.
Haşim ji nişka ve xwe bi hêla çepê ve hop kir. Xwe ji devê derî da alî. Bi hopkirina Haşim re, Xatê û bûka serbixêlî rûbirûyî hev man.
Haşim got:
-Roja te ya xoşewîst û evîndaran pîroz be, Xatê! Û ev dîyarî jî ji bo te. 
Xatê got:
-Hi ii!
Haşim got:
-Bi Xwedê ez pir fikirîm. Min got ez gurzek gul û çîçek bibim, ez fikirîm, min got weleh ev pir klasîk e. Ji bo fîstanekî min got ez perçeyekî bikirim, dû re min got jixwe tu tim li malê yî, naçî derekê; kar û sixleta malê û xwarin û vexarin û veşuştina zarokan, zehmet e. Min got ez cotek bazin bikirim, lê ew jî neket serê min, min got ew jî nabe. Ma bîst û çar seetan ji ber şuştin û veşuştina zarokan û kincên wan destên te ji nav ava gû û pîsî dernakeve; ma zêr û gû! Axir, min got a baş ez ji xwe re jinekê û ji te re xizmetkarekê bînim ji her tiştî çêtir û qenctir e.
Xatê got:
-Waa!
Haşim:
-Ê erê keçê. Ma dinya ji çi re ye? Hema tim kar û kar û kar. Ma heta kengî? Piştî emrekî hewce ye meriv li rehetî û isreheta xwe jî miqate be, wîî. Ji nuha pê ve ew ê ji dêvla te zarokan çêke. Ew ê ji dêvla te kar û sixleta malê bike. Ew ê ji dêvla te serê min bişo. Û carinan jî ziviztanan em ê bi hev re têkevin nav nivînan; kêfê li ser kêfê bikin. 
Xatê destê xwe kir newqa xwe, li xwe zîvirî û xwe avêt ser teqleyan, ber bi derîyê malê ve meşîya. Berî derbasî hundir bibe di ser stuyê xwe re zîvirî, li hêla derîyê hewşê nerî.
Xatê got:
-De wa ye teşt li wir e. Min nêvî şuştibû, nêvî maye. Xwedê ji te û haziran razî be. Ez herim piçekî ji xwe re pal bidim.

galaksî

Evdîkê Hemo nuh ji cot vegerîyaye. Rebeno ji hev de ketîye. Ji serê sibehê heta tarî ketîye erdê nesekinîye, xebitîye.
Li ser sifreyê çarmêlkî rûniştîye, devê wî ji hev çûye, lê çav jî li ser ekrana televîzyonê, him xwarina ber xwe dixwe, him jî çav li ser ekranê, li nûçeyên êvarî guhdarî dike. 
Ji nişka ve parîyê nan di dest de, bi nûçeya derdiçe, sar disekine, xewa ku kêlîyeke berê girtibû ser çavan, ji ser çavan dihere.
Bi bihîstina nûçeya, “Piştî 4 an jî 5 milyar salên din bi îhtimaleke xurt ew ê galaksîya Rêka Kadizê û galaksîya Andromedayê li bin guhên hev bikevin û her du galaksî yê bibin hîç û pîç!” şaş dimîne, ji şaşbûna devê wî mîna qaçika bizinê ji hev dihere û bi dengekî hêl bangî jina xwe dike:
-Zînê! Zînêê!
Zînê mîna brûskê xwe li derî diqewimîne û tê li devê derî disekine.
-Keçê Zînê! Hey agir bi konê bavê te ketê, Zînê! Ew kûçikbav dibêje, piştî 4-5 milyar salên din galaksîya me yê li bin guhên galaksîyeke din bikeve û yek ji me yê nefilite, ew ê erd û ezman bibin yek!
Zînê destê xwe dide ber devê xwe û dibe pepûk pepûka wê:
-Ma çima tu nabêjî dinya yê xera bibe!..

12 Şubat 2024 Pazartesi

zanist manist

Xwendin, ne her tişt e, lê belê xwendin, her tişt e jî her weha!..
Hin kes hene, bahlîfa ber serê wan, doşeka bin wan û lihêfa ser wan ji tîpan/herfan bin jî, bêhn û pêjna entelektuelîyê bi sî û starê wan nakeve, mixabin.
Çima?
Ji bo ew tîp/herf di mejîyê wan de bibin têgeh û ew têgeh pirekê di navbera mejî û dil û karektera wan de çêke û her weha bi sibûta wê pirê bibin xwedan sekn û helwest, pêdivî bi kapasîteyê heye; bi kapasîteyeke têr a mejî…
Erê, kapasîte!
Heger kapasîte teng be, belasebeb ji zemanê xwe nexwin û ji bo hûn ê xwe bikin feylesof nexwînin.
Ew ê fêde neke. 
Haa, heger mîna xwarin û ger û seksê hûn ê ji bo kêfê bixwînin, ew tiştekî din e, lê wekî din tenê hemaltî ye, bila hayê we jê hebe.

Erê, em jî di saûnayê de ji dawa dêya xwe neketine, lê ew mejî belasebeb ne di serî de ye; ji bo meriv rê li ber nezanîya xwe veke ew mejî heye, lê ji qewla dêrikîyan,
ka aqil!
Wek hûn dizanin min dest bi sporê kirîye. Û piştî sporê jî rojekê diherim dikevim hawiz, avjenîyê dikim, rojekê jî diherim di saûnayê de xwe vedizelînim.
De îja heyran,
hin bêedebên ji medenîyatê dûr hene, him xwe dilewitînin, him jî xwe dihetikînin.
Teva derpîkên kinik (boxer) tên di saûnayê de rûdinin û ew derpîkê kinik ku bi germayîya hundirê saûnayê şilopilo dibe û xwe bi canê wan ve dizeliqîne, dil û mahdê meriv di devê meriv re derdikevin.
Hey dola neînsanan, berî meriv here xwe li tiştekî nuh biqelibîne, hewce ye meriv li ser wî tiştî lêkolekê bike; 
îja ne sûcê we ye; pêşîyên we barbar û hov bûn.
Axir…

Li ser bextê lêkoleke zanistî, tê gotin ku demeke dûr û dirêj meriv ji kîr û quzê xwe dixeyide ango meriv nîyhandinê nake, dû re meriv bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimîne; jîyana meriv a cinsî serobinî hev dibe û di nava demê de meriv di nîyhandinê de hêvîşikestî dibe;
lewra tê gotin ew hormonên ku tenê di dema nîyhandin û pişthatin û orgazmê de xwe diguherin ango xwe nuh dikin, naguherin, xwe nuh nakin.
Û tê gotin bêtir jî mêr perîşan dibin,
loma jî…
bila doxîna we tim sist û kîrê we jî rep û amade be!..

Gotina Dawî
Reb, rep e!..


10 Şubat 2024 Cumartesi

taq û qûn

Gelî şoreşgerên devşorbe, dema mijar bû bav û kalên we, wî zemanî bi feodalî bi nav nekin. 
Di esasê xwe de kurd ne civakeke feodal e, beravacî, ji pirê civakan moderntir û medenîtir in.
Lê heyf û mixabin, bi perçekirina Kurdistanê re, kurd li ser axa xwe bûn bêkes û bêwar û vê bêkesî û bêwarîyê jî ji alîyê xwendin û pêşketin û guherînan malik li kurdan xera kir.
Ew kurdên ku bi tesîra zîhnîyeta çepgirên dagirker hûn wan bi feodalî tawanbar dikin, ji ber zilm û zordarîya dagirkeran tî mane, birçî mane, ji perwerdeyîyê bêpar mane.
Û nexwendebûn nezanîyekê jî bi xwe re tîne, mixabin.
Lê…
Nezanîna kurdan ne feodalî ye, tenê nezanî ye.
Û heger kurd bixwînin û xwe nas bikin, ji sed û yek bavên we esîltir in, moderntir in, medenîtir in.
We fêhm kir, zarokên dewşirme yên dola bav û kalên nefeodal?
De îja hûn ne feodal in jî; 
hûn pîç in!
Hûn zir û hîç in!..

Gotina Dawî
Got,
-Yabo, taq mezin e, qûna min?
Bav got,
-Qûna te qîza min!..

8 Şubat 2024 Perşembe

te got çi

Divê em kurd çi bikin?
Rewşenbîr ê rabin vê pirsê bikin!
Sîyasetvan ê rabin vê pirsê bikin!
Hunermend û nivîskar ê rabin vê pirsê bikin!
Divê em kurd çi bikin?
Ma ji xwelîyê çêtir çi heye?
Jixwe karê me xwelîserî ye.
Axir…
Ez ê bi qasî (ne)zanîya xwe hewl bidim bersivekê yan jî bersivinan ji vê pirsê re bibînim.
Bi wî serê min û we yê ku em dikin nakin bi kêrî pîvazekê jî nayê-jixwe ku bi kêrî pîvazekê bihata, wek xelk û alemê qey nuha stargeheke me jî hebû- di vê herêma teres de zêde tiştekî em bikin û ew ê bi kirina me sersast an dîzayn bibe tune ye.
Tune ye, lewra halhazir em ne li ber tiştekî ne û jixwe kes hesabê bêdewletan jî nake.
Qeda bi bext û ûjdanê dinyayê bikeve, ax û axistana me di nav lepên çar dewletên hov û wahş de perçe perçe bûye û li ser her perçeyî nalenala me ye, êş û jan ji dilqê me difûre.
Bi salan e ne tenê canê me, hemû nirx û hêjayîyên me jî talan kirine, van bêbavan.
Di bin vê zilma hovane de çendî em dibêjin/bibêjin em kurd in jî, kurdîtîya me di bin zilma potînan de di nav xetereyeke mezin de ye, mixabin. 
Em û zimanê xwe mane, lê hêdî hêdî ziman jî ji devê me dikişe/dikişînin.
Erê…
Divê em kurd çi bikin?
Bi min divê em hedê xwe bizane û tiştekî nekin.
Bi dehsalan jî bi vê bêderfetîya xwe em bi van dewletên zalim re şer bikin, tenê em ê bimirin çendî car caran di laşên wan de em qulekê vekin jî!..
Hêz, ne qaweta pîyan e û ne jî wêrekî û cesareteke esîl e jî, vî zemanî; 
hêz, çek û seleh e, bombe û roket e, tank û top e, firokên şerî ne, bi kin û kurdîya kurmancî, artêş e 
û mixabin em êdî ne eşîr in jî, ji bilî başûrê welêt, lê li wir jî, şerê text û desthilatîyeke lokal/herêmî heye, mixabin.
Li rojhilatê welêt çawa em serê xwe radikin, werîs kil dibin li dora serê me. 
Li bakurê welêt em serê xwe radikin, di nava yên ji xwe û yên ne ji xwe de em pêlîstok in 
û jixwe hewce nake em qala rojavayê bi zîhnîyeta Evdila ji xelkê re evdîtîyê dike, bikin; hasil çûye di mûsil re derketî ye; kî bi kê re ye, ne dîyar e; kurdîtîyeke xav, zîhnîyeteke dewşirme û nalenala bêhişîyê!..
Û careke din axir…
Wek bi çendan car berê, heger dîsa carek ji caran dinya li bin guhên hev ket û ji wê tevlihevî û kaosê mirîşkê ji me kurdan re jî hêk kir, qenc û baş e, 
lê heta wê çaxê jî hewl bidin zindî bibînin, him bi beden, him bi hiş û zêhnê xwe.
Bi kevir û çeqelîk û çetellastîk û kevkanîk û keleşkovên ku êdî bi kêrî rûsan jî nayê, najon ser mirinê û xwe nedin kuştin; 
her weha nekevin nav xewn û xeyal û hêvîyên demokratîk û li kuçe û qad û kolanan xwe nedin girtin.
Yanî gelî xwişk û birayan,
heta ku dewletên mezin xwe bi xwe dikutin dêya hev û bi wê kutanê dewletên nîvmezin jî ji mêranî dikevin, kurd bimînin.
Û kurdmabûn jî, bi kurdî ye!..

Gotina Dawî
Vî zemanî ku bira bira ye, bazar xuya ye, pişta xwe nedin kesî, lewra kî diçe, ji kîsê dêya xwe diçe!..

5 Şubat 2024 Pazartesi

min go merheba ji we re

Tenêtî, ne quretî ye.
Dema meriv zêde qîmet dide xwe, nayê wê wateyê ku meriv qure ye; 
erê, belkî wek hinekan dora meriv ne şên be, lê meriv xwe ji kesên nehewce jî diparêze.
Loma jî heta ji meriv bê, hewce ye meriv ji kesên pûç û vala dûr bisekine.

Kurd û kurdî…
Berê jî min çend carekî gotibû, lê wer xuya ye hewce ye meriv her ji çendakî dubare bike: lewra bîra me kurdan zû şolî dibe.
Kurd ji bilî karê xwe di her karî de pispor in, mixabin; 
bi taybetî jî dema mijar dibe ziman; “mamoste”yên zimên li ser stuyê hev siwar tên û dibe mamoste mamosteya wan!..
Wê şevê di odeyeke twîtterê de dîsa mijar ziman bû û civat pêl bi pêl li hev diqulipî.
Nizanim li gundê me navê vêya ev e…
Nizanim pîrka min ji filan pincarî re ev digot…
Nizanim xaltîka min dema bin zaroka xwe paqij dikir, ji nerehetîya zaroka navçûyî re nizanim çi digot…
Û û û…
Û bi vî haweyî hewl didan xwe li ser serê hev bikin pispor û zana.
La hewle wela!
Dîyalektîk, bi tez û antîtezan digihêje encamekê, ne bi quretîyên bêbingeh.
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Meseleya ziman, ne meseleya pîrka we û xaltîka we û gundê we ye; meseleya ziman, meseleyeke neteweyî ye û ji vê meseleyê re zanîneke zanistî û vîzyoneke têr divê.
Heger şivan şivantîya xwe, qeraş qeraştîya xwe, etar jî etartîya xwe bikin, zimannas û zimanzan ê jî karê xwe bikin.
Zimanzanîn ne we e ku em mîna papaxanan peyvan jiber bikin û bibêjin navê vêya ev e, navê vêya ew e; zimanzanîn ew e ku meriv bi mentiqa wî zimanî bizane û li gorî mentiq û fikirîna wî zimanî hevokan çêke, saz bike.
Loma jî…
Ji bo em kurdî biparêzin, hewce ye em ji mentiq û fikirîna bi kurdî dûr nekevin.
Ji bo vê jî…
Hewce ye em kurd di nava rojê de ji her zimanî bêtir bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin, binivîsînin.

Gotina Dawî
Ziman, man û neman e, lê yên ev slogan ji devê wan nakeve jî derdê wan tenê quretî û populîzm e, mixabin.

Gotina Herî Dawî
Çi zewac, çi flort, çi evînî, hemû rengên têkilîyê dijminê azadîyê ne!
Û tu kes bi qasî heywanan ne azad e!..