1 Ekim 2020 Perşembe

el fatîhe

Pîra Nofê serî datîne û dihere ber rehma Xwedê.
Axir şwîna wê datînin û ji bo sersaxiyê xelk diherin û tên. 
Evdirezaq jî tê cîyê şwînê.
Evdilrezaq yekî bi kubir e û şwîr simbêlê wî nabire. Tu yê sûnd bixwî Mêrdîn li ser navê wî tapokirî ye. Dema dimeşe, pif ewran dike.
Çawa derbasî bin kon dibe, dihere li kêleka Mele qûna xwe li ser kursîyê xweş dike, her du destên xwe vedigire û dibêje, "Îlahî, şerefînnebî û musîbetul û nizanim çi.."
Hecî Menaf di dev de dibêje, "Evdirzaq, hema musîbetê mezin tu yî û el fatîhe!..