31 Ocak 2022 Pazartesi

motorsiklêt

Havîn e, dinya dikele.
Silêman motorsiklêta xwe dişixulîne û ji bo Hamid jî di rê de pê re rêhevaltîyê bike, bangî wî dike; dibêje ka were xwe biavê ser...
Hamid jî hîn nuh av di gunikan de dawerivîye, ji mêşa li dora serî dihere û tê û dike vizeviz re dibêje "min di te kirê!"
Tevî derpîkê kinik e û wek her tiştî, di wê kelekela havînê de kîr lê kişîyaye mîna qamişekî.
Hamid mîna xwe biavêje ser pişta kerekê, xwe diavêje ser pişta motorsiklêt û cîyê qûna xwe xweş dike.
Piştî Silêman dinere Hamid cîyê xwe xweş kir, çîpekî xwe diavêje hêla motorsiklêt a din û qûna xwe datîne ser wî kîrê Hamid ê li ber wê kelekela germa havînê mîna qamişekî vezelîyaye; 
ji ber ku li ser Silêman jî pantorekî qumaştenik heye, kîrê Hamid dihere di qelîşeka nava her du ferşên qûnê de bi cî dibe.
Motorsiklêt bi rê dikeve...
Hamid ji ber fedîya dinyayê dev li zimanê xwe dike; dengê xwe nake. 
Û ev motorsiklêt di wan rêyên xam ên keremkortî de hey hilor dibe. 
Û her ku hilor dibe, qûna Silêman a ji bêhna kîr bi cizbê ketiye, hol dibe û bi ser kîr de tê xwarê!..
Heta Silêman û Hamid digihên qonaxa xwe ya dawîn, bê hemdê Hamid pişta Hamid tê, bi gotineke din, bi Hamid xweş tê...
Lê wê pişthatin û pêxweşhatina Hamid, di bin qûna Silêman de çi agir vêxist, em nizanin!

Gotina Dawî
Di her mêrî de potansîyela qûnektîyê heye; li gorî şert û merc û derfetan ew qûnektî carinan xwe dide der, carinan jî heta hetayê mîna çîyayekî volkanîk ê temirî, asê dimîne.

30 Ocak 2022 Pazar

xalê hesîb û sublîmînalîzm

Vê sibêhê ez şîyar bûm, çawa min çavên xwe vekirin, vîdeoya Xalê Hesîb (Hasîp Kaplan) derket pêşîya min.🤔
Li ser vîdeoyê bi tirkî "xwe bi hev bigirin" nivîsandibû.
Bi bawerîya min, bi destan û bi mîmîkên ecêb hewl dida peyameke sublîmînal bide!
Bi qasî nîvseetekê ez li ser wê vîdeoyê fikirîm bê Xalê Hesîb xwestibû ji me re çi bibêje!🤔
Û ji nişka ve zingînî ji serê min hat!
Min xwe bi hêla din ve qulipand û xirpişîm ser sînga hevala xwe, di nav xwedanê de me hevdu gevizand; bêhn li me çikîya!
Piştî min kurmê xwe şikenand (bi îhtîmaleke mezin kurmê wê jî şikest) û ez rabûm ber bi serşokê ve çûm, wek deh kes ji min re bibêje "Hey himeq! Te ji peyama xalê xwe Hesîb fêhm nekiriye" ez dîsa paş ve vegerîyam. 
Vê carê heta dawîyê min guh da vîdeoyê û lê temaşe kir...
Tu nabêjî Xalê Hesîb xwestîye ji me re bibêje "Tifaq tifaq tifaq!" lê ez li ber neketime, mixabin.
Min nahletek li Şeytên anî û bi sloganan min êrişî serşokê kir; heta min serê xwe şuşt, hew mabû sabûn ji nav lepên baz bide û here gilîyê min li qereqolê bike!
Zirqalibek sabûn bi qêrîna sloganan di nav lepên min de bû şima û herikî devê qulika serşokê, li devê qulika serşokê ji kefê konek hat vegirtin!..

Gotina Dawî
Got, 
-Tiving derket, mêranî betal bû!
Got,
-Heft xwezî bi tivingê! Tew piştî ev medyaya sosyal derket, mejî xwe kuşt, aqil bi çolê ket!..



29 Ocak 2022 Cumartesi

twîtter

Li ser twîtterê tu Xweda bî jî, bi qasî misqalekê qîmetê te tune ye.
Di jîyana rastîn de yên kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, radibin li ser serê civakê dibin masîgir;
yên di emr û heyata xwe de li ser hev deh kitêb nexwendine, radibin li ser serê civakê dibin pisporê rexneyê û zimandirêjîya edîban û edebîyatê dikin;
yên bi şev newêrin ji sikaka xwe derkevin, ji sikaka xwe du sikakan wê de herin, wek kesên bi çargurçik radibin fortan dikin;
yên li ser sîyaset û dîroka sîyaseta cîhanê sê analîzên cidî nexwendine, radibin li ser serê civakê dibin şoreşger û demokrat û welatperwer û pisporê rojevê;
yên ji dê û xwişk û jina xwe re dibêjin "namûs, ehlaq, edeb, adet, û hwd" û nahêlin jin û xwîşkên wan bi tena serê xwe derkevin derve, radibin li ser serê civakê pesnê wekhevîya jin û mêr û azadî û modernîteyê didin;
yên xwe nas nekirine û ji nêrtî û mêtîyê tişt fêhm nekirine bê mêr çi ye, jin çi ye, radibin li ser serê civakê li ser feminîzmê destan û manîfestoyan dinivîsînin;
yên di emr û heyata xwe de li tahma orgazmê nenerîne û bi masturbasyonê mala xwe xera kirine, radibin li ser serê civakê xwe wek kesên herî fantezîst, medenî, modern û rehet nîşan didin;
yên di nav çar dîwaran de asê mane û bi haweyekî monoton tenê rojan li rojan diqulipînin û hemû rojên wan jî dişibin rojeke wan, radibin li ser serê civakê mîna kesên herî sosyal xwe nîşan didin;
yên di malê de gundî ne, radibin li ser serê civakê sola bajarîyan di taqê re diavêjin;
yên her roj li qahweyan bi okey û joker û pinîker dilîzin, lê wextê dibe şev, vedigerin malê, radibin li ser serê civakê dibin pisporê civak û sîyasetê û bi teorî û analîzên xwe hesabê kesî nakin;
yên bi çend "like"an serî li wan dibe cebeşê Amedê, radibin bi wê xwebawerîyê bi çavê sût û sûtikên sikakan li Hegel û Arîsto û Marx û Spînoza dinerin;
yên bîst û çar seetan bi tirkî dijîn û destê wan ji konfora tirkî nabe, wextê mijar dibe kurdî û kurdîtî, radibin berî her kesî hespê xwe dibezînin;
yên newêrin ji tirsa bav û bira û mêrê xwe qala hez û evînê bikin, radibin li ser serê civakê lotikên anarşîst diavêjin;
yên di jîyana xwe ya rojane de homofobîk in û bi gotinên wek "homo-qûnek-top" heqaretê li hev dikin û hevdu pê biçûk dixin, radibin piştgirîyê didin homoseksuelan/nêromêyan û li ser azadîya zayendî/cinsî quretî û megalomanîyê dikin...

Ho romantîkino!
Ho entelektuel û zananino!
Ho şoreşger û welatperwerino!
Ho medenî û modernino!
Ho azadîxwaz û wekhevîxwazino!
Ho fanteztîk û feminîstino!
Gelo twîtter tune bûya, we yê xwe bi çi bixapanda?

Gotina Dawî
Ne di dînan nin, ne jî dînan bera ser xwe din!

28 Ocak 2022 Cuma

sûcê kê ye

Di bernameyeke qeşmerane de kîrquzdêyekî dewşirme ku kes nizane bezê paş guhê bavê wî ji ku ye, bi qeşmerîyan diajo ser keçeke kurd û hewl dide di nav wê civata teres de wê bihetikîne.
Ji keçikê re dibêje, "Navê te çi ye?"
Keçik dibêje, "Şengal!"
Û qeşmerî û teresî û bêjîtî dest pê dike...
Ji keçikê wateya navê wê dipirse, keçik jî soromoro dibe, devê xwe xwaromaro dike, dibe "ii û ii"ya wê, lê dike nake nizane wê çi bibêje; 
lewra bîra wê şolî ye;
bîra wê şolî kiriye, xwelîser û teresan!
Ji sibehê de ye nizanim ev cara çendan e ez li vîdeoya vê rebenê rast têm; 
her yekî li ser tiştek nivîsandîye, bi haweyekî şîrove kiriye.
Lê gelo sûcê kê ye?
Dê û bavê wê?
Derdor û hevalên wê?
Civak?
Yan teresî û xwelîserîya sîyaseta kurdan?
Erê, 
sûcê dê û bav jî, sûcê derdor û hevalan jî, her weha sûcê civakê jî heye;
Lê...
Erê, lê sedema esasî anku sebeba bingehîn çi ye?
Heger em berê xwe nedin wê problemê û bi dilsozî neajon ser, tenê em ê xwe û hev bixapînin.
Ev çel pêncî sal in, hûn çi şerî dikin?
Ev çel pêncî sal in hûn çi sîyasetê dikin?
Ma ne ev civak anku ev qonaxa em hatine tê re derketine encama xwelîserîya we ye.
Ne di şer de, ne di sîyasetê de, tu carî we ziman nexist navenda/merkeza xwe û wek problema sereke we ji xwe re nekir xem.
Bi qasî we serê xwe bi biratîya gelan/derewan re êşand, 
bi qasî we serê xwe bi demokratîkbûn û demokratîkkirina ehmeqan re êşand,
bi qasî we serê xwe bi entegrasyona konformîst re êşand, we serê xwe bi ziman re biêşanda, îroj ew keçika we ya reben di nav wan teresên kemalîst de nedihetikî.
Herin qerf û tinazên xwe bi zîhnîyeta xwe ya dewşirme bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan îdeolojîyên xwe yên pûç û pîç bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan fantezî û masturbasyonên xwe yên di ber demokratîzekirina gelên bêjî de bikin!
Herin qerf û tinazên xwe bi wan sîyasetvan û rewşenbîr û hunermendên xwe yên ji tirkan bêtir tirkî xweş û pîrozwer dikin, bikin!

Gotina Dawî
Heger gen genî bûbe, êdî xwelîserî dibe genetîk.
Ev serê çel salan e hûn kurdan dikujin, kurdkokenlîyan zêde dikin.
Mixabin, bila kes negirî û gazinan neke; heger we serê xwe bi sersebeban re biêşandana, encam ê ne ev bûya.



27 Ocak 2022 Perşembe

xweşgotina kurdî

Got:
-Tu çawa yî, çi dikî?
Got:
-Ez baş im, saxîya canê te. 
Û nuha ez ji kar hatime, li malê me; 
li ber sobeyê rûniştime; 
min agirekî xweş dadaye;
min nigê xwe li ber radaye; 
nav nigên min ketîyaye;
devreşo tê re xuya ye;
devê wî devê mara ye
û pûrta wî pûrta kahra ye!

Ka ber bi min ve werin û kerem bikin ji min re bibêjin bê di kîjan zimanî de xweşgotineke bi vî reng û bi vê ahengê heye?
Îja...
Ji bo meriv ji vê qudretê bêpar nemîne, hewce ye meriv nehêle li ser wê axê şopa meriv zuwa bibe.
Ji ber ku...
Di navbera te û zimên de ax pire ye û heger ax nebe, tu û zimên nagihêjin hev...
Û...
Heger tu xwe negihînî zimên jî, axa tu li ser dijî, bi zemên re te vediguhere; tu dibî yekî din!..

Gotina Dawî
Ax dinale, ji ber şopên xerîb!





26 Ocak 2022 Çarşamba

elok

Zarokên Enwerkê li Stenbolê dijîn.
Enwerkê bêrîya zarokan dike û ji bo çûyîna Stenbolê radibe dikeve nav hazirîyekê.
Berî bilêta xwe bibire, telefonî lawê xwe Celal dike bê ka lazimîyek heye tune ye.
Lê wek çawa her kes jê re dibêje, "Enwerkê" ji Celal re jî dibêje "Celalkê"
Celalkê jî piştî jîyîna gund a bi salan, li Stenbolê çav li jîyana fantezî dikeve û ew jî dest bi xwarina nanê bêxwê û tirên şor dike.
Sersal nêzîk e û ji bo pîrozbayîya sersalê ji bavê xwe Enwerkê dixwaze elokekê bi xwe re bîne.
Axir, Enwerkê radibe eloka xwe dixe bin çengê xwe, dihere li bajêr bilêta xwe dibire û xwe dide benda hatina otobusê.
Otobus tê.
Mawên (muavîn) alavên rêwîyan yek bi yek di taqikên baxajê de bi cî dike. 
Enwerkê eloka xwe dirêjî destê mawên dike, lê mawên lê ho venade. Taqikên baxacê yek bi yek digire û radibe ser xwe, dibêje:
-Barkirina heywanên sax qedexe ye qedexe, xalo! Ma ne pîkaba gundan e. Hela hela!
Berî otobus bi rê keve, Enwerkê dihere kîloyek qidam (nokên şêrîn) dikire û bêyî mawên bi xwe bihisîne, bi dizî dihere li ser qoltixa xwe rûdine û eloka xwe dixe bin şelwerê xwe.
Otobus bi rê dikeve...
Her cara mawên di nav rêwîyan de dihere û tê, bala wî dikeve pêşîya Enwerkê; pêşîya Enwerkê ji ber elokê nepixî xuya dike. Mawên bi haweyê bibêje "la hewle wela" carê serê xwe dihejîne û devê xwe xwaromaro dike.
Enwerkê jî ew qidam kiriye ji bo di rê de elok ji birçîna nemire. Her ji sê çar deqeyan carekê, carê qidamekê diavêje devê xwe, qidamekê jî diavêje binê şelwerê xwe.
Bala mawên dikişîne. Mawên ber bi wî ve dihere, dibêje:
-Xalo! Gemara xwe (çopa xwe) neavêje erdê.
Enwerkê dibêje:
-Gemara çi halê çi, xwarzê! Ka gemar?
Mawên bira jî li biniya nigên wî dinere, tu gemarê nabîne. Dîsa serê xwe dihejîne û devê xwe xwaromaro dike. 
Dibêje:
-Ka hela bixwe bê tu çawa dixwî!
Enwerkê dîsa li xwe mikur nayê. Qidamekê diavêje devê xwe, qidamekê jî diavêje binê şelwerê xwe.
Mawên dibêje:
-Ev tu çawa dikî yaw!
Enwerkê dibêje:
-Talîya talî tu yê min bipeyivînî, haa! Kîrê min qidaman dixwe, qidaman!..

Gotina Dawî
Bi saya ol û îdeolojîyan anuha hin kes ji hin kesan re bibêjin, "kîrê min qidaman dixwe" ew kes ê nepirsin û nebêjin "çawa" ew ê bawer bikin û dikin jî...


25 Ocak 2022 Salı

xweşxeberok

Ji zaroktîya me çend xweşxeberokên bicenabet:

Ez li ser dara çinçinî, tu li ser dara çinçinî, kîrê min bû topeke hesinî, di kezeba quzê ca te de sikinî!

Ez li ser darê, tu li ser darê, min quzê ca te kir perwana teyarê!

Ez li ser derî, tu li ser derî, min di şewqeyê bavê te de rî!

Ez li zorava, tu li zorava, min nîyha te, ca te got gomleksoro mala te ava!

Ez xelîl im, celîl im, perdeya quzê ca te bi vî kîrî diqetînim!

Ez li mûsîka tu li mûsîka, min ji quzê ca te derxist heftê û pênc çêlikên pisîkan!

Ez li ser cihokê, tu li ser cihokê, bavê te nîyha çêlika pîrebokê!



hilbijartina kurdî

Êvarî, piştî şîvan...

-Keçê Henîfa, doh li pêşîya dibistanê ez li mamoste qewimîm, hikûmetê dersa kurdî xistiye mufredatê. Mamoste got werin dibistanê ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin. Tu dizanî jixwe, wextê min tune ye, serê sibehê ez ê rabim pez derxim çêrê. Sibê piştî taştêyan here dibistanê, bê çi hewce ye.
-Baş e, ez ê herim.

Sibeh, piştî taştêyan...

-Mamoste, roja te bi xêr. Henêfî ez şandim; nizanim qala ders mersan kir...
-Erê, hewce ye hûn ji bo Felemez dersa kurdî hilbijêrin. 
-Ew çima?
-Îja ew çima! Ew ê fêrî zimanê xwe bibe.
-Te xwelîya ser van sergoyan li serê min kiro! Ma Felemez ji min û te xweştir bi kurdî dizane; rebeno nizane bi tirkî bibêje gûyê min tê! Na na, ji dêvla wê dersê, tu dersa tirkî jê re binivîsîne. Rebeno neelime tirkî, ew ê di hundirê polê de bi xwe de birî.

Evarî, piştî şîvan...

-Ha Henîfa!
-Çi bû Henêfî?
-Vê sibehê tu çûyî cem mamosteyê Felemez?
-Erê, ez çûm.
-Ê?
-Ê ê... Mamoste dikira dersa kurdî jê re binivîsîya, min got na heyran, rebeno xweşikî bi du peyvên tirkî nizane. Dev ji kurdî mirdî berde, tu jê re dersa tirkî binivîsînî!
-Keçê, ma tu himeq î! Mesele ne lawê te bi kurdî dizane yan nizane, mesele serîlêdan e; hejmara serîlêdanan çi qas pir be, ji bo doz û dahwa me kurdan ew qasî baş e. Û ya din jî, her kes mîna lawê te ne bi siûd e, Henîfa. Li bajaran êdî zarok hew bi kurdî dipeyivin; qet nebe belkî bi xêra vê dersê kurd dîsa li zimanê xwe vegerin.
-Kuro Henêfî, min digot qey bira jî tu biaqil î! Ma himeqê mezin tu yî! We dewleta tirko nas nekir û nekir. Yê îroj ji bo desthilatîya xwe dersa kurdî dixe mufredata perwerdeyîyê, sibê ji desthilatîyê bikeve û yekî din bê şûna wî, ew ê han ê jî rabe wê dersê ji mufredatê derxe. Yanî bi kin û kurmancî, hewce ye meriv hay ji dek û dolabên tirko hebe. Piştî girêka xwe bi pişt dixin, gotin û sozên wan hew di bîra wan de tên.
-Êê feylesofa sedsala nehatî, tu çi pêşnîyar dikî, hi ii?
-Kuro, kurd mîna keslanê bin dara xurmê ne. Heger hînî tiştik miştikên biçûk bibin, ji bo tiştên mezintir hew hewl didin; loma jî hewce ye meriv wan ji xewa bêhişîyê şîyar bike û nehêle bên xapandin.
-Yanî çi? Ez ji feraseta te tê nagihêjim. Xweşik ji min re ta bi derzîyê ve ke! Bîst û çar seetan ez di nav pez de me, ez zû li ber nakevim, Henîfa!
-Heyran xwe aciz neke. Heger kurdî nebe zimanê bazarê, bi dersa kurdî, kurd ê qîmet nedin kurdî; hewce ye kurdî pere bike, pere. Ka hikûmeta teres ji bo bazara kurdî çi dibêje? Çi difikire? Kurdî yê çawa wek kar û nan li me vegere? Ji bo vê çi dibêje?
-Hela hela! Ê keçê, kurdî yê çawa bibe zimanê bazarê? Ya feylesof tu yî!
-Heyran, heta em kurd nebin xwedîyê dewleta xwe û wek xelk û alemê dewletek me çênebe, zimanê me kurdî jî nabe zimanê bazarê! Erê, tu wer li ber pez î, lê werê dewam bike, dewlet ê me bi xwe bike pez...

24 Ocak 2022 Pazartesi

qasimlo û gaffar okan

Vê sibehê Evdila ji min re got, "Bila mijara blogê ya îroj Doktor Qasimlo û Gaffar Okan be, Seyda..."
Ne Evdilayê Îmralîyê haa, Evdilayê me yê hevbajarîyê min.
Ji xêndî hevaltîyê, her weha şopînerekî min ê dilsoz e; her şev heta nivîsa blogê nexwîne, serî navêje xewê û ranakeve. 
Heta carinan wextê ez nivîsê bi derengî dixim, ji min re dinivîsîne:
"Ka nivîsa îşev çer bû, Seyda?"
Şeytanê ku nahêle em ji rêya aqil derkevin û me ji peztîyê diparêze, kêmanîya we û wî nede, Rebî!
Amen!
"Tir li ku, das li ku!"
Kuro, ma ne heyf e meriv rabe di nivîsekê de him qala Doktor Qasimlo bike, him jî qala Gaffar Okan bike?
Ez anuha rabim qala Doktor Qasimlo bikim, dirêjayîya çîroka wî yê bibe werîsek û bi wî werîsî hin serok merok ê herin xwe pê bixeniqînin.
Bext û ûjdanê wî romanek bû.
Sekn û helwesta wî romanek bû.
Fikr û nerîna wî romanek bû.
Feraset û vîzyona wî romanek bû.
Qehremanî û wêrekîya wî romanek bû.
Fedakarî û dilsozîya wî romanek bû.
Kurdperwerî û netewperwerîya wî romanek bû...
Hewce ye roman li ser wî bên nivîsandin.
Hewce ye fîlm li ser wî bên çêkirin.
Hewce ye çîroka wî li ser dikên şanoyê bibe lîstik.
Hewce ye opera li ser bê çêkirin; 
hewce ye, lewra Doktor Qasimlo "lo lo û lê lê"yên axa Kurdistana min bû.
Gaffar Okan kî ye anku kî bû?
Gaffar Okan di kirasê mîhê de gur bû; gurekî xwînmij!
Gaffar Okan, yek ji endamên lijneya entegrasyonê bû.
Gaffar Okan, yek ji endamên lijneya tirkîyetîyê bû; 
bi stratejîyeke zexel a rovîyane hewl dida bi rêya entegrasyonê hemû kurdan di nav çerxa dewleta dagirker de bimehîne, wan bike tirk.
Zimanek!
Olek!
Netewek!
Dewletek!
Loma îroj,
kurdên konfora wan di nav qalibên entegrasyonê de veşartî ye, Gaffar Okan bi bîr tînin û bi çavê CHE lê dinerin.
Hewce ye kurd gurên nav xwe nas bikin. 
Û Gaffar Okan gurek bû; bi haweyekî fisgenî xwe li ber dilê kurdan şêrîn dikir. 

Gotina Dawî
Kesên îroj Gaffaran bi bîr tînin, sibê zarokên wan ê bi çavê xayîntî li Qasimloyan binerin.

ziman û berfa îroj

Êdî mû bi zimanê me ve hat, hingî em dibêjin,
ZIMAN! ZIMAN! ZIMAN!
Lê wer xuya ye em şaş in û di derekê de xwe şaş dikin.
Çi ye ew şaşî?
Kesayet têk çûye!
Ê wextê kesayet têk here jî,
namûs bi derekê ve dipengize,
xîret bi derekê ve dipengize;
ne sekn dimîne, ne helwest
û di nav vê xirecir û kaosê de tu ziman girê bidî jî, nasekine!
Loma...
Hewcedarî tovan heye; bi tovên kesayetê;
bi kin û kurmancî, 
heger li ser wê beyara xopan tovên kesayetê nereşin û kesayet şîn û şên nebe, ziman ê negire, 
mîna erda meriv tov lê direşîne û piştî baran lê dike, bi wê baranê tov li ser wê erdê şîn û şên dibe û ber digire;
erê ji bo ber bigire anku ji bo li ser wê axê ziman bigire, tov hewce ye, tovên kesayetê...

Vê tofanîyê ez rabûm ji malê derketim û ber bi Taksîma xopan ve çûm.
Wek her car dîsa min rêya xwe bi ser sikaka Mîsê xist û li cîyê xwe yê her tim ez lê rûdinim, rûniştim û min bîrayek vexwar. 
Piştî di bin wê atmosfera romantîk de min bîraya xwe vexwar, ez rabûm, min heqê bîraya xwe de û min xwe li nav pêlên berfê qewimand; berf kulî bi kulî dihat...
Ji bo li fîlmê derhêner Mehmet Alî Konar yê bi navê Govenda Alî û Zîn binerim, ber bi Navenda Çanda/Kultura Fransîyan ez ketim rê.
Lê...
Ma nizanim ez fîlm rexne bikim!
Ka berî şorbeya min bicemide, ez şorbeya xwe bixwim; 
dû re heger min bi xwe re dît, ez ê du kelaman li ser bikim.
Vê gavê ji min re noşîcan be, ji we re jî her hûn çi dixwazin, ew...
Ez hatim!
Lê...
Axir, bila nuha bimîne; heger bû qismet, ez ê sibê li ser bisekinim.

21 Ocak 2022 Cuma

xwexapandin tav û qûn

Berê, di nav kurdan de parsek tune bûn; li bajarên kurdan tenê qereçîyan pars dikir, loma jî ew kultur û adet dûrî me bû, lê îro ro bi saya serên ne xwedîyên bedenên xwe, em hînî parsekîyê jî bûn.
Xwelîya çar perçeyan li perçeyekî û xwelîya wî perçeyî jî li serê we be!

Heger piçika aqil di serê Reîs de hebe, ji bo ji desthilatîyê nekeve, ji dêvla serê xwe ew qasî bi Evdila Başqan û Selo Başqan re diêşîne û mîna mişk û pisîk wan bera ber hev dide, curm û bac û wergîyên li ser alkolê betal bike û buhayê alkolê nêvî nêvî daxe, bi telaqên bêfitû, di hilbijartinan de, bi ferqeke mezin ew ê bi ser keve û mîna şev li muxalefeta teres û qeşmer bigere, ew ê şevoquzî bibin; xwelihevboqandin ê jî bi destê wan nekeve.
Birêz Reîs, ez hawenta anku belasebeb napeyivim; vê tahlîla min a civakî, ji bo tu li ber bikevî, vê tahlîla min a sosyolojîk bike guhar û têxe guhê xwe.
Haa!
Heger tu bibêjî guhar qebhet e, eyb e û ji bo me xeta sor e, xaltîka Emîne jî dikare ji dêvla te guharê xwe yê zêr û pirlanta ji guhê xwe derxe û vê pêşnîyarê bike guhar û têxe guhê xwe. Û piştî tu bi ser ketî û li ser text rûniştî, xaltîka Emîne dikare guharan biguhere, ji nû ve guharê xwe yê zêr û pirlanta têxe guhê xwe.
Û vê qencîya min jî ji bîr neke, haa!
Ya ez ji te re dikim, bav ji ewladan re nake, bizanibe, serok Reîs!

Erê, kêm zêde ego bi me her kesî re heye; lê hin kes hene, bi taybetî jî yên xwendine, lê xwendinê tesîr li nefsa wan nekiriye, egoya wan wahş e, dînozor û zîya ye; mîna wan her du marên li ser milên Dehaq, devên wan vekirî, her dixwazin!
Temîya min li we, bawerîya xwe bi kesên werê neynin û pişta xwe nedin wan; ne bextê wan heye, ne ûjdanê wan heye, ne jî xêr û bereket ji qelema wan diniqute!

Nîyhandin anku seks, mîna nan û avê ye; ji şuştina firaxan, ji çêkirina xwarinê û ji paqijkirina hundirê malê pêştir e.
Bi qasî jin serê xwe bi çêkirina xwarinê û bi paqijkirina malê re diêşînin, serê xwe piçekî bi felsefeya nîyhandinê re biêşînin, ne ji sedî sed be jî, ji sedî heftê mêr ê zêde çavê xwe li tolazîyên derve negerînin.
Ev, yek ji sedemên herî girîng e.
Bêguman, ev tahlîl û tespît ji bo mêran e jî...
Nîyhandin anku seks:
Zanîn û xwezanîn û hevzanîn jê re hewce ye...
Heger meriv bi çavekî hunerî û estetîk lê nenere û bi fantezîyên rengîn wê nexemilîne, piştî demekê, her du alî jî li ber çavên hev dibin mîna du marên reş!

Gotina Dawî
Xwexapandin, mîna meriv bi kirasekî transparan xwe binixumîne û ji xêndî meriv her kes meriv bibîne...
Xwe nexapînin!
Tav li jor e û qûn nikare jê bireve!..





20 Ocak 2022 Perşembe

heger serokatî azad nebe

Heger serokatî azad nebe,
kurdî yê bimiçiqe, kurd ê çem û çem herin!
Heger serokatî azad nebe,
mirîşk ê têkevin menopozê, li pêyasê hêk namîne!
Heger serokatî azad nebe,
qantir ê bizên, ker hew dinin bergîran; nifşekî din ê li heywên zêde bibe!
Heger serokatî azad nebe,
bi peymaneke aştîyane, li ser esasê biratîyê, mişk û pisîk ê li hevdu bên, însan ê ji ber xezeba mişkan herin xwe biavêjin bext û dexlê maran!
Heger serokatî azad nebe,
tevna biratîya gelan ê xera bibe, heta hetayê ruhê enternasyonalîzmê hew vedije!
Heger serokatî azad nebe,
kî bi ber kê keve, ew ê avê li hev venexwin, di hev nin û bi pirbûna însanan, dinya yê bi ber nigan ve here; ji birçîna xelk ê çavê hev derxe!
Heger serokatî azad nebe,
Kîloya pîvazan ê here sed wereqî; êdî tu kes ê hew bikaribe têr kulmek beluh bixwe!
Heger serokatî azad nebe,
penguen ê cemedistanê protesto bikin û ber bi germenistanê ve dest bi koçeke îdeolojîk bikin!
Heger serokatî azad nebe,
kuna ozonê yê berfireh bibe, demsal ê cî biguherin; textê Xweda yê hilweşe, Xweda yê ji desthilatîyê bikeve!
Heger serokatî azad nebe,
jin ê nîyhandina mêran li xwe qedexe bikin, di nava pêncî salî de nifşê/neslê însên ê nemîne.
Heger serokatî azad nebe,
teyr û tulûr ê perikên xwe birûçikînin, hew difirin!
Heger serokatî azad nebe,
li hêla dinê, Kant, Hegel, Spînoza, Nietzsche, Descartes, Sartre, Platon, Sokrates, Thales, Pisagor, Camus, Engels û Karl Marx ê heqê xwe li me helal nekin!
Heger serokatî azad nebe,
dîn ê biaqil, biaqil ê dîn bibin!
Heger serokatî azad nebe,
emperyalîzm têk nare, kapitalîzm sist nabe, biratîya gelan pêk nayê!
Heger serokatî azad nebe,
Erdogan ê bibe çepgir, Kiliçdaroglû yê bibe muhafezekar, Bahçelî yê bibe kurdperest!
Heger serokatî azad nebe,
Kurdistan ê serbixwe bibe, tirk û ereb û faris ê herin ber golikan!
Heger serokatî azad nebe,
misilman hew diherin hecê, Mek û Medîne yê ji serserî û berdûşan re bimînin!
Heger serokatî azad nebe,
bi kin û kurmancî, roj hew hiltê, heta hetayê em ê di tarîyê de mîna kwîran xwe li hev biboqînin!

Gotina Dawî
Ma we got qey bira jî serokatî ne azad e?
Ka aqil!

19 Ocak 2022 Çarşamba

sezen aksû

Sahdîya li hewşê, li ber tifikê rûniştîye, beroşa ser êgir li hev dixe; 
şîva wê şorbe ye.
Mêrê wê Reşadê Hemdîn ji derve tê; li hêla Sahdîya nanere, rasterast xwe li hundir diqewimîne, derbasî hundir dibe; dihere di ber sindoqa cd û kasetan de rûdine û dest bi şikenandina cd û kasetan dike.
Bi dengê şikestina cd û kasetan, Sahdîya ji ber tifikê radibe û xwe li hêla deng digire.
Wextê Reşadê Hemdîn derbasî hundir dibe, hayê Sahdîya jê çênabe, loma jî bi dengê reqereqê re şaş û metel dimîne; xwe bi xwe dibêje, "Pîrebok mîrebok ketin hundir, xêr e!!"
Sahdîya di ser serê mêrê xwe re disekine, destê xwe dide ber devê xwe û di ber xwe de dibêje, "Wî li min rebenê! Tu çi dikî, Reşad? Qey tu dikî bixurifî!"
Reşadê Hemdîn serê wî di ber wî de, reqîna wî ye, pê ketîye, yek bi yek cd û kasetan dişikîne; dibêje, "Ez cd û kasetên Sezen Aksûyê dişikînim!"
Sahdîya dibêje, "Ma ne tu heyran û qurbanê Sezen Aksûyê bûyî! Te digot mînîk serçe eşqa min a platonîk e, hi ii! Îja çi bi te hatîye, tu rabûyî pê ketîyî cd û kasetên wê dişikînî?"
Reşadê Hemdîn dibêje, "Keçê, jixwe mesele jî ev e. Ez wê peretesto dikim, peretesto!"
Sahdîya dibêje, "Ê çima tu wê peretesto dikî, kuro?"
Reşîdê Hemdîn dibêje, "Doh Devliken ji kesên Sezen Aksûyê protesto dikin re got, 'Hûn quzê Sezen Aksûyê bixwin!' Min jî got ez rabim wê peretesto bikim, da ku ez jî ji wê zîyafetê nemînim!"

Gotina Dawî
Bi qasî tirk qîmet didin çîrok û çîrçîrok û meselokên xeyalî, heger wan teresan ew qîmet bidaya rastîyê û li pey rastîyê biçûna, halê wan ê ne ev hal bûya.
Rebena Sezenê di straneke xwe de rabû ji Adem û Hewaya di eslê xwe de hebûna wan ji zirçîrokeke derewîn pêk tê re got nezan û cahil, nezan û cahilan rebenê afaroz kir!
Îja...
Heger Sezenê ji wan sazanan re bigota, Homo Hobîlîsê pêşîyê we yê bira jî hûn ji kîrê wî zêde bûne û hestîyên wî jî hatine dîtin, cahil û nezan e, bi vê xezebê zora van cahil û nezanan nediçû!..
Însan, ji dêvla pişta xwe bidin zanistê û bikevin pey şopa xwe û hebûna xwe, radibin diherin hebûna xwe dispêrin çîrokeke derewîn an jî dispêrin gurekê, keftarekê, kûçikekê, wawîkekê, tahjîyekê...
Heyfa quzê Sezen Aksûyê!
Hûn gûyê wê bixwin!

xwedubarekirin

Apocî, bi armanca serxwebûn û azadîya Kurdistanê rabûn, dest bi şer kirin, lê îroj qonaxa em hatine lê sekinîne, hêz û qawet û enerjîya kurdan nemaye tenê gundekî jî azad û serbixwe bikin.
Bi daxwaza çi xewnê me serî danî ser bahlîfê û bi çi xewnê em şîyar bûn!
Heyf!
Mixabin vê zîhnîyeta teres, kurd ji kurdîtîyê dûr xistin û hiştin li ser axa xwe, kurd bibin xulam û parsek û bûn jî...
Û nuha,
parsektîyê bi me şêrîn dikin.
Em dizanin destê we ji konfora we nabe.
Em dizanin konfora we di nav fisgenîtîya we de weşartî ye; 
konfora we bi entegrebûyîna pergalê ve girêdayî ye. 
Hûn çi qasî xweş entegreyî dewletê anku hûn çi qasî xweş entegreyî tirkîyetîyê bibin, sînorê konfora we yê jî ew qasî vezele, fireh bibe.
Kurdbûn anku kurdîbûn kirasekî ji êgir e; zû bi zû kes newêre wî kirasî li xwe bike.
Ji bo meriv vî kirasî li xwe bike,
hewce ye meriv bibe "XWE"
Xwebûn hewce ye.
Xwebawerî hewce ye.
Wêrekî hewce ye.
Duristbûn û jidilbûn û rastgoyîbûn hewce ye.
Bext û ûjdan hewce ye.
Sekn û helwest hewce ye.
Bi kin û kurmancî,
qûn hewce ye ji vêya re, qûn qûn!

Doh, wek hûn dizanin mijara bloga min dersa kurdî bû.
Ê te dî meriv nikare dilê her kesî xweş bike; her kes bi haweyekî dinere, dibîne, loma jî mijara bi deh kesan xweş, dibe bi bîst kesan jî ne xweş be; herweha ji bo rexne û gazinan jî heman tişt e.
Heger hevîrtirşê civakekê dîn û îdeolojî bin, mixabin fikr û nerîn, sekn û helwest jî li gorî qaliban dîzayn dibin. 
Û heta em ji nav wan qaliban dernekevin, hin ê ji tahl re bibêjin şêrîn, hin ê ji şêrîn re bibêjin tahl, hin ê jî him bibêjin tahl, him bibêjin şêrîn.
Piştî hevalekî min vê nivîsê dixwîne, radibe ji min re peyamekê dişîne:
"Bi ya min ji tunebûnê çêtir e. Û xwestekeke werê bi çi awayî be jî rojeveke xweş e. Jixwe em dizanin bê çi xwelîya kuçeyan li serê me ye, lê ev nivîsa te jî li gorî min xwesteka însên a daxwazê dişikîne. Yanî em jî dizanin çi mesele ye, lê dilopek jî dilopek e."
Dibêje ji tunebûnê çêtir e.
Carinan,
yan ez baş xwe nadim fêhmkirin yan jî hin heval ji bo ji min fêhm nekin, çi ji destê wan tê, texsîr nakin.
Heyran!
Xwezî tirk miletekî medenî bûya û dewleta wan jî bi normên demokrasîyê xemilî tev bigerîya, lê ne werê ye.
Tirk hov in û mekanîzmaya dewleta wan jî bi zîhnîyeteke hovane dimeşe.
Loma jî,
peyv bi serê hovan de nare û bi hewldaneke medenî û demokratîk hûn nikarin rêya medenîbûn û demokratbûnê pêş hovan bikin;
lewra,
xwestek û daxwazên we yên medenî û demokratîk ne xema hovan in; hov hov in û tenê ji hovîtîyê fêhm dikin.
Heger sibê di dibistanên xwe de destûrê bidin dersa kurdî jî, ji bo ev hewldan bi ser nekeve, çi ji destê wan bê, ew ê texsîr nekin.
Ji dîndarên wan bigirin heta xwedanenasên wan, ji demokrat û lîberalên wan bigirin heta nijadperest û netewperestên wan, ji komunîst û sosyalîstên wan bigirin heta qûnek û qûnde û qewadên wan, ji lezbîyenên wan bigirin heta bîseksuel û nêromêyên wan hemû dibêjin:
Zimanek!
Netewek!
Alayek!
Dewletek!
Û yek yek yek!..
Xwezî me bikarîba ev hov ji hovîtîyê xelas bikirana û bi haweyekî medenî me xwestek û daxwazên xwe bi wan bidana qebûlkirin, lê nabe nabe nabe.
Dev ji van daxwazên parsekane  berdin; enerjîya xwe li tiştên heqê we ye û wek şîrê dêya we li we helal e, xerc bikin.
Axir, piştî min peyama wî xwend, ez jî rabûm, min bersiveke weha jê re nivîsand û şand:
"Na na, meraq neke. Ew ên tu dibêjî li hemanan in û zû dişikên, nivîsên min naxwînin. Û yên pozê wan naşewite jî, jixwe wê hîç neşewite!
Hesab bike ez ji xwe re xwe bi xwe dipeyivim."
Bêguman gotina dawî wî got:
"Ez bi xwe hema hema hemû nivîsên te dixwînim û bi piranî jî dikevin serê min, lê li gorî min pirê caran tu dubareyan dikî. Û carinan jî li cîyê ne hewce ye tu rexneyan dikî, yanî pirê caran tu bê rexne û bê gazin binivîsînî, bi ya min kêrhatîtir û xweştir dibe. Ev fikrên min in.
Hesab bike ez xwe bi xwe dipeyivim."
Lê birako!
"Hesabbikeya" min û "hesabbikeya" te ne heman hesabkirin e. 
Erê, min gotibû gotina dawî wî got, lê hewce ye ez vî hesabî piçekî ji hev veqelêşim, veçîrînim û pê kevim, ji nû ve vehûnim.
Erê birako, çendî tu dizanî kêfa min ji sekn û helwesta te re tê jî, hewce ye ez bi çend gotinên dêrikî û qoserkî vê meseleyê zelaltir bikim.
Te gazin kiriye; xwedêgiravî carinan di hin "MIJAR"an de ez xwe dubare dikim. 
Ew mijara te ji xwe re kiriye kul û derd û xem jî kurdî û kurdîtî ye, mixabin.
La hewle...
Ka vê carê ez "bela"yê pê ve nezeliqînim û tenê bibêjim "la hewle!"
Erê weleh, la hewle!
De îja ji vir û pê ve ez ê berê xwe bidim civakê; ji ber ku baş dizanim ji xêndî te jî nuha pir kes weha dinerin, weha difikirin.
Weleh hevalino,
bi dilê we be, ne bi dilê we be, wextê mijar bibe kurdî û kurdîtî, ne dubare, hewce bike ez ê xwe dehbare, sedbare û hezarbare jî bikim;
ez ê bikim, ji bo dilsoz û dilbimoz ji hevdu veqetin; 
ez ê bikim, ji bo rast û derew kifş bibin;
ez ê bikim, ji bo tav bide qûna fisgenîyan û kes bes bi zexelîyên wan zexel bikeve.
Û ez vê jî bibêjim, 
ew xwedubarekirina min ne ji bo we ye, ji bo min bi xwe ye; ji bo ez ji bîr nekim, xwe dubare û dehbare dikim.
Bîra me şolî ye û em zû tiştan ji bîr dikin;
loma jî,
tiştên wek namûs û xîretê, tiştên wek sekn û helwestê, tiştên wek bext û bêbextîyê, bi kin û kurmancî, tiştên wek kurdî û kurdîtîyê hewce ye em tim û daîm ji xwe re bibêjin, bînin bîra xwe; yanî ez ji xwe re dibêjim anku ji bo xwe ez dubare û sedbare dikim, da ku bîra min şolî nebe.

Gotina Dawî
Heger derd û xema min "like"ek bûya, heger derd û xema min li lîsteya xwe zêdekirina çend hevalan bûya, bawer bikin min ê tenê bi haweyekî romantîk li ser şoreşa kulî û şakulîyan, kurmik û kêzikan, çîçek û kulîlkan binivîsanda û wê çaxê jî ne ez dibûm Devliken, ne jî ez dibûm Kelogirî...

17 Ocak 2022 Pazartesi

perwerdeyîya kurdî

Li ber derîyê xwînmijan dernekevin parsa rehm û dilovanîyê.
Ev serê çend rojan e kurdan dest bi kampanyayekê kiriye; 
ji tirkên li ser mirina kurdî xwe çêkiriye, doza mirina tirkan dikin.
Heger tirk li we guhdarî bikin û bi ya we bikin anku wek we bikin, xwe dikujin; heger guh nedin we û wek xwe bikin, gotin û qêrînên we yê wek sloganan li ser zimanan bimînin;
jixwe çi hat serê me û tê serê me, ji ber van sloganên pûç û vala hat serê me-tê serê me!
Gelî ciwanik û ciwamêran!
Heger dilê we heye hûn kurdî di nav kurdan de şîn û şên û geş bikin, berî hûn ê herin destê xwe li ber dijmin û dagirkerên xwe vekin, xwe bi xwe ji xwe bipirsin bê îroj çima kurdî li ser zimanan tenê bûye navgîn û enstrumana quretî û populîzmê?
Pirê kesên doza perwerdeyîya kurdî li dewletê-li dagirkeran dikin bi xwe jî, ne ji dil in û baş dizanin ev daxwaz ê tenê wek daxwaz di ferhenga dijmin de cî bigire û hew.
Ya din jî, 
pirê ji van kesan wek îmana xwe dizanin ji tirkekî bêtir entegreyî tirkî û kultura tirkîyetîyê bûne û kurdî ne xema wan e; derdê wan "Nanê bêxwê û tirên şor in"
We got:
Kurd!
Kurdî!
Kurdistan!
Ji bîr nekin!
Ev dewleta li ser nebûna we ava bûye, ew ê tu carî li we neyê rehmê û xwe û we nekin yek; hûn hûn in û di çavê wan de hûn ne tiştek in û ew jî ew in, xwedî û xwedayê we ne.
Û jixwe heta hûn hûn bin û ew jî ew bin, hûn ê jî, ew ê jî tim doza xwe bikin.
Gavê ew xwe ne, lê hûn çi ne?
Aqil û mentiq weha dibêje:
Kurdî kurdan dike kurd û bi kurdî serjimara kurdan pir dibe; ev jî nayê hesabê dewletê; 
serjimara kurdan çi qasî hindik be, pasafîzekirina kurdan anku asîmilekirin û entegrekirina kurdan jî ew qasî hêsantir e, rehettir e.
Wek min got, ne ez, aqil û mentiq dibêje, 
Loma jî:
-Hewce ye kurd dev ji parsa dijminê xwe berde û xwe bi xwe, bi haweyekî şoreşî dest bi kampanyayên kurdî bikin.
-Hewce ye yên li ser navê kurdan sîyasetê dikin, di qada rewşenbîrîyê de bi çavê rewşenbîrî li xwe dinerin û hespên xwe dibezînin, dev ji quretî û populîzm û megalomanîyê berdin û bi dil û can hewl bidin ji bo pêşketina kurdî.
-Îro ro kurdî li ber sekratê ye û dewlet jî hewl dide bi birçîbûnê kurdan terbîye bikin; 
û kurdên birçî nikarin bibin perçeyekî şoreşê. 
Şoreş, ne bi nezan û xizan û gundîyan; şoreş bi xwende, zana û xwezanan dibe şoreş.
Encam:
-Hewce ye kurdî dîsa li malan vegere.
-Hewce ye kurdî dîsa li kuçe û sikak û kolanan vegere.
-Hewce ye kurdî dîsa li nav sûk û çarşî û esnafan vegere.
Bi kin û kurmancî, hewce ye kurdî li kurdan vegere, 
lê çawa?
Sîyasetvan û rewşenbîrên serê xwe bi entegrebûyîna kurdan re diêşînin û hewl didin bi kurdan Tirkîyeyê pîne bikin, hewce ye serê xwe bi meseleyên sereke re biêşînin.
Ma hewce ye ez ji nû ve ta bi derzîyê ve kim?
Xwe bi xwe dibêjim,
"NA!"

Gotina Dawî
Dev ji gotin û daxwazên populîst berdin, çare çi ye û ev mesele çawa çareser dibe, wê bibêjin!
Ha ji bo zivistanî çend çipik baran li erda we ya zuwa û qelişî bike, we xwe daye benda rehma Xwedê, ha jî ji bo hûn li zimanê xwe xwedî derkevin, we xwe daye benda rehma tirko!..
Aş çûye hûn ketine pey çeqçeqokê!

16 Ocak 2022 Pazar

pozê neşewitî

Silhedîn û apê xwe pişta xwe dane çîyê, li ber êgir rûniştine, xwe germ dikin.
Agirê darêzingên mazî gur bûye, har bûye; tîna wî xwe ji pênc metroyan kifş dike. Di wê sermê de her duyan jî xwe li ber wî agirî xweş kirine.
Silhedîn qutîya xwe ji bêrîka xwe derdixe, du cixareyan dipêçe; yekê îkramî apê xwe dike, yekê jî di nav lêvên xwe de bi cî dike û qutîya xwe digire, dixe bêrîka xwe û bi maşê ji nav êgir pilingekî derdixe. 
Ewil wî pilingî dirêjî ber devê apê xwe dike, apê wî cixara xwe pê vêdixe, dû re dibe ber devê xwe, ew cixareya xwe vêdixe û wî pilingî dîsa diavêje nav êgir.
Hilmekê du hilman li cixareya xwe dixe naxe, difitile ser apê xwe, dibêje:
-Ha apo!
Apo jî berê qûna xwe daye êgir, li ser kêlekê piçekî pal daye. Hilmekê li cixareya xwe dixe, dibêje:
-Çi?
-Anuha ez te biavêjim nav vî agirî, her dera te yê bişewite, di nava nîv seetê de heta hestîyên te yê hemû bibin qirik û xwelî, lê...
-Lê?
-Lê tenê dereke te yê neşewite!
Apê wî xwe daye ser kêlekê, pal daye. Xwe dide hev û bimeraq difitile ser Silhedîn, dibêje:
-Ku dera min naşewite, kuro?
-Ka texmîn bike!
Apê wî bi qasî kêlîyekê dikeve nav mitalan, difikire. Di bin simbêlan de dikene, dibêje:
-Qey kîrê min ê neşewite.
Silhedîn serê xwe dihejîne, dibêje:
-Na na. Pozê te naşewite!

Gotina Dawî
Welatê ku xîret lê derketibe parsê, li wi welatî poz hesabê êgir nake!


15 Ocak 2022 Cumartesi

heyf

Wextê em zarok bûn, me ji xwe re dilîst. Em pir bêhawe û cirnexweş bûn; piranîya wextê me bi şer û pevçûnê derbas dibû. 
Anuha ez serê xwe bidim ber gwîzanê, bi kêmanî dewsa sê çar cîyên şikestî hene.
Em hîn neh deh salî bûn, lê danûstendinên me ji qam û bejna me dirêjtir bûn, ji stratejî û şerê me zanîn difûrîya...
Ev serê hefteyekê ye ez "Îmrali Notlari" dixwînim. 
Çi not û çi not!..
Ew zirzilamên wek qedenan li ber çavê meriv dibin wek qidaman
û bi zaroktî me ew qidam diavêtin kemçika devê xwe û bi diranan me ew dihêran mîna qeraşê di zikê êş de genim dihêra.
Ew zirzilamina di devê dewletê de bûne qidamên zaroktîya me, hayê me jê tune ye.
Heyf û sed carî heyf!


14 Ocak 2022 Cuma

www.sinemayakurdi.net

Huso li devê derî sola xwe ji pê kir û wek bayê bezê xwe li hundir qewimand.
Şehem li ber televizyonê rûniştibû, li bernameya Seda Sayanê temaşe dikir.
Huso got:
-Ha yadê!
Şehemê hîç di eynê xwe de neanî; çav li ekrana televizyonê, tenê got:
-Çi?
-Îja çi! Ne wextê Seda Sayan û temaşekirina li bernameya Seda Sayanê ye; ker di qaçika wê ne! Rabe ser xwe, rabe! Wa ye festîvalê dest pê kir. Zû bilezîne, rahêje telefona xwe, têkeve malpera www.sinemayakurdi.netê û dengê xwe (reya xwe) bide fîlmê min. 
Şehemê rahişt telefona xwe, lê nizanîbû ew ê çawa têkeve malperê; got:
-Qesifîyo! Hela were min têxe vê pêderîtê! Meriv çawa dikevê? Meriv çawa dengê xwe dide? Yê nizanibe ew ê bibêje qey ez pîlota teyaran im!
Huso hat di ber wê de rûnişt, telefona wê ji destê wê girt, ket malperê, fîlmê xwe vekir û da destê wê; got:
-Piştî te lê temaşe kir, li jêr vebijarka dengdanê heye. Temam?
-Temam temam! Tam di cîyê herî biheyecan de te pê de rît, te nehişt ez tahmekê ji bernameya xwe bikim. Min nedît bê xaltîka lawik ji xesûya lawik re çi got!
Çavên Şehemê li fîlmê Huso, guhên wê li Seda Sayan... Piştî fîlm diqede, bê hemd tilîya wê dihere ser fîlmekî din, dest bi temaşekirina wî fîlmî jî dike. Wextê ew fîlm xelas dibe, bi şaşî ji dêvla deng bide fîlmê Huso, radibe deng dide fîlmê diduyan yê lê temaşe kir û bêyî ku li hêla Huso binere, telefonê dirêjî wî kir. 
Huso li ekrana telefonê nerî, çi bibîne, Şehemê ji dêvla fîlmê wî, deng daye fîlmekî din. Bi hêrs telefon li erdê xist û bi ser Şehemê de kir qarewar; got:
-Ez di zîlika quzê Seda Sayanê de bimîzim! Ji dêvla te deng bida fîlmê min, tu çûyî, te deng daye fîlmê xelkê! 
-Off! De ez ji çi zanim lo! Tu yê bibêjî qey dêya min sînemager û teyatro bû! Tişt nabe! Yê nizanibe, ew ê bibêje qey ew ê rutbe û medalya bi te ve kin...
-Keçê, xelat tam 500 euro ye. Min ê bi wî 500 euroyî porê xwe biçanda...
-Te got 500 euro!
-Erê, 500 euro!
Şehem rabû ser xwe û wek bayê bezê xwe li derîyê derve qewimand. Ji serê taxê pê ket, heta binê taxê, mal bi mal li derîyê hemû cîranan xist û ji bo deng bidin fîlmê Huso, daxwaz û lava kir ji wan.
Piştî dawîya serlêdana hemû cîranan hat, Şehemê bi bêhnçikînekê li malê vegerîya. Fitilî ser Huso, got:
-Cîranan hemûyan deng da fîlmê te û ew ê jî ji nas û dost û hevalên xwe re bibêjin, ji bo deng li dengên te zêde bibe...
Huso di bin simbêlan de kir xirexir mîna kûçikê hestî di ber de mabe; got:
-Bi soz heger ez xelatê bistînim, ez ê ji te re du kîlo hine bikirim. Na na, ji nuha pê ve hineya serê te li min...
-Ka bise ez li ser whatsappê jî belav bikim! Dengek dengek e wîî!

Mixabin, rewşa me kurdan ev e.
Li ser navê hunerê, radibin bi qeşmerîyan qerf û henek û tinazên xwe bi aqilê xelkê dikin.
Festîvala Fîlman!
Me jî got qey çalakîyeke cidî û maqûl e; me nizanîbû, li ser navê populîzmê ew jî ketine pey reklam û danasîna xwe.
Law erê, reklam û danasîna xwe bikin, lê keda xelkê jî nekujin!
We li ser navê festîvala fîlman ji xelkê fîlm xwest. Xelk jî rabû, baş xerab bi qasî derfet û qaweta xwe fîlmek kişand û dû re ew fîlm ji wan re şand, lê ji dêvla lijneya jurîyê (Kesên ji sînemayê fêhm dikin) ji nav wan fîlman fîlmên herî serketî hilbijêrin, lijneya jurîyê rabû erk û wezîfeya xwe spart xaltîka Zeyno, meta Neyo, pîra Edê, xalê Bekir, mamê Evdo, Eledînê gavan, Sebrîyê mastfiroş, Evdîyê qeraş, Semîrê sobecî, Bedrîyê muxtar, Xelefê qesab û nizanim filankes û nizanim bêvankes û wan jî him deng dan, him jî wek jurî ew ê bibin xwedîyê biryarê û hewl bidin fîlmên herî serketî bên hilbijartin.
La hewle wela!
Bi kin û kurmancî, 
li ser meseleyê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî serketî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî ne pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî neyê hilbijartin;
lê berevacî vê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî beradayî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî bê hilbijartin.
Mîratê! Ne festîvala sînemayê, "O Ses Turkîye"ya Acûn Ilicali ye.
Bi mehan li ser malperê daxuyanî belav kirin; festîvala fîlmên kurdî, festîvala fîlmên kurdî û festîvala fîlmên kurdî...
Lê festîvala fîlmên kurdî bû festîvala fêkîyên kurdî.
Mişmiş!
Sêv!
Hinar!
Hejîr!
Tirî!
Hirmê!
...
Eyb e, şerm e!
Keda însên nekin malzeme ji bo masturbasyona xwe ya hunerê!

Gotina Dawî
Bi vî haweyî anku bi vê zîhnîyetê, ne huner bi ser dikeve, ne jî civak bi pêş ve dihere; tenê serî li we mezin dibe û hew!

13 Ocak 2022 Perşembe

serê salê binê salê

dam û dam kîsikê qidam
serê salê binê salê
xwedê kurekî bide kevanîya malê
kevanîyê destzêrînê
destê xwe biavêje kulînê
para qirdik bi vir de bînê

Îroj 13ê mehê bû, yanî sersala me bû.
Em her sal dibêjim, "sal bi sal, xwezî bi par!"
Mixabin, bi qelsbûna kurdan re, ziman qels nabe, ziman her ziman e, yên qels dibin kurd bi xwe ne,
loma jî, bi qelsbûna kurdan re, her sal piçekî din em ji kultura xwe dûr dikevin; piçekî din em nirxên xwe wenda dikin.
Bi pêşketina teknolojîyê ve, em ber bi jîyaneke mekanîk û robotî ve gindir dibin.
Ji hêlekê ve teknolojî bi xezebeke bêpîvan bi pêş ve dikeve, ji hêlekê ve jî nirxên me, hîs û hestên me yên însanî dimirin.
Xwezî me bikarîbûya teknolojî têxista bin xizmeta însanetîyê, lê wer xuya ye însan û însanetî yê bibin xulamên teknolojîyê û dibin jî...

12 Ocak 2022 Çarşamba

şerê xal û xwarzîyan

Ragnar Lodbrok.
Şervan û qralê vîkîngan.
Vîkîng li ku, kurd li ku!
Yan jî,
"Tir li ku, das li ku!"
Li Amedê lawek ji dawa dêya xwe ket, bêguman bi xêra spermên bavekî.
Wan navê lawê xwe kir Ragnar.
Lê...
Ev du sê roj in di rojeva medyaya sosyal de Ragnarê biçûk heye.
Bi min navekî xweş û karîzmatîk e, çendî ne bi kurdî be jî...
Li ser meseleyê:
Ragnar Robar an jî Ragnar Rûbar wê him xweştir, him jî kurdîlîzetir bike.
Ma ne çêtir e ji Elî, Emer, Osman, Bekir, Evdilqeher, Remezan û Mistefa?
De ya bi xêr!
Xweda bi dê û bav mezin bike û merheleyeke wek merheleya Ragnarê mezin bibe qismetê wî.

Reîs, di ser Apo başqan re gefan li Selo başqan dixwe û ji ber ku Selo başqan jî newêre derkeve derveyî xeta Apo başqan, rebeno bêdeng e.
Selo başqan hîn jî bi HDPyê tê xwendin; ji bo kurdên HDPyî hîn jî başqan e.
HDP di bin kontrola Qendîlê de ye.
Qendîl di bin kontrola Apo başqan de ye.
Apo başqan di bin kontrola Reîs (dewletê) de ye.
Û dewlet û Qendîl jî bi devê tivingê li hevdu dinerin...
De îja ka were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Destê kê di bêrîka kê de ye (ne)belî ye, lê Xweda ji kurdan stendîye!

Hin kurdên enternasyonel ên hîn jî tişt ji xwe û ji kurdbûna xwe fêhm nekiriye, ji bo nijadperestî û faşîzma tirkan dibêjin "nexweşî!"
Ne ew, hûn nexweş in;
lewra ew ên hûn ji wan re dibêjin nexweş, xwîna we mîna şurûbê vexwin jî, ji "nexweşî"ya xwe rehet nabin.
Nijadperestî û faşîzm tercîheke sîyasî û îdeolojîk e.

Gotina Dawî
Enternasyonalîzm xweş e, heger netew û dewlet tune bin!


9 Ocak 2022 Pazar

siberoj

Piştî ew qas zilm û zordestî, piştî ew qas lêdan û êşkence, piştî ew qas şewitandin û talan û wêrankirina mal û milk û gund û bajaran, piştî ew qas kuştin û koçkirin û penaberî...
Li devê derîyê dagirkeran em derketine parsa zimanê xwe!
Ji kerema xwe re,
zimanê min ê li serê min û we bûye kul û derd û problem, li dibistanên xwe hînî zarokên min bikin,
da ku hîçwext dijminantîya min û we bi dawî nebe...
Ziman, zimanê malzarokê ye 
û li malzaroka zarokên xwe xwedî derkevin!
Mal!
Ziman!
Zarok!
Malzarok!
Mala bê ziman!
Mala bê zarok!..

Şîretan bi zimanê xwe li hev nekin; şîretan bi zimanê dijminên xwe li hev bikin,
da ku zarokên we bi şîretên we ji dijminên we hez bikin!
Zarok, siberoj in
û hewce nake hûn ji siberoja xwe bitirsin;
lewra zarokên we bi xwe yê şûna dijminên we bigirin.



8 Ocak 2022 Cumartesi

piçekî edebîyat

Hefteya çûyîn min romana Ahmet Altan a nuh xwend.
Ya rast, 
min meraq jî dikir bê ka Ahmet Altan ê bi hestên xwe yên di nava çar dîwaran de bi hevîrtirşê neheqî û zordestîyê stiraye, xwarineke çawa deyne ser sifreya me;
di nava çar dîwaran de hestên wî kedî bûne yan bêtir li xwezaya xwe ya "hov" vegerîyane, li hêvîya vê berhemê bûm.
"Hayat Hanim!"
Berî bi zimanê xwe yê resen bê çapkirin, bi çend zimanên din hatibû çapkirin û vê jî hişt bêtir meraq zêde bibe.
Bêguman Ahmet Altan rewşenbîr û entelektuelekî xurt e; 
tesîra qelema wî zêde ye.
Ez dikarim bibêjim û ne şaş bim, 
min hemû berhemên wî xwendine; 
nizanim belkî yek dudu ji nav lepên min filitîbin; lê ez ji qelema wî ya romantîk û nîverotîk hez dikim; 
bi taybetî jî,
jinê, hest û hîs û daxwaz û arezûya jinê û herweha têkilîyên zayendî bi hostayîyeke serketî dirêse, dihûne û radixe pêş çavê meriv.
Hayat Hanim, berî çap bibe, bi berfirehî deng da; 
ji xêndî Tirkîyeyê, li gelek welatên Ewrûpa û Asyayê...
Berî li Tirkîyeyê bi tirkî çap bibe, li Fransa û Îtalyayê çap bû; 
ne şaş bim nuha li çend welatên din jî ji bo çapa wê hazirîyek heye.
Ji alî edebîyatzanan hat nirxandin; rexneyên erênî bû para wê, 
lê...
ez bi xwe piçekî hêvîşkestî bûm, wek min hêvî dikir nebû; lewra bi min, bi naveroka xwe bi qasî di qada edebîyatê de deng û olan da, li ser min ew tesîr û bandor nehişt; 
nehişt, ji ber ku ev berhem ji romanekê wê de, li dijî neheqî û zordestîyê qêrînek bû jî herweha!
Lê mixabin!..
Dema min ev roman dixwend, bi min weha dihat ez li fîlmekî Çagan Irmak dinerim.
Ji alîyê politîk ve jî,
ji alîyê romantîk ve jî,
ji alîyê hest, hîs û arezûyê ve jî bi min piçekî lawaz û qels hat; 
mîna ji qelema edebîyatvanekî xort derketibe; tahmeke balixane, daxwazeke populîst jê difûrîya.
Û piçekî jî dişibîya fîlmê Netfilxê yê bi navê "Kûlub"; 
him ji hêla têkilîyên xwe yên zayendî ve, him jî ji hêla nerîna xwe ya nerm a politîk ve...
Nizanim, belkî jî pirê kesan jê hez bikin, lê min hêvîya berhemeke kûrtir, berfirehtir û bitesîrtir jê dikir.
Hayat Hanim, ji ber rewşa Ahmet Altan a politîk bi vê xezebê deng da û di qada navnetewî de cî girt, 
loma jî ji romanekê wê de, ev berhem di rengê manîfestoyekê de bû ji bo pirê kesan;
lê manîfestoyeke ji hêvîyê dûr; ne zêde xurt, tesîra wê jî lawaz, mixabin.
Wek min got, 
piştî min ev roman xwend, mîna ez li ber fîlmekî Çagan Irmak binerim û ji bo çend kêlîyan ji derd û kul û pirsgirêkên xwe dûr ketibim... 
erê, eynî min xwe weha hîs kir.
Lê Ahmet Altan, 
di esasê xwe de xwedan feraseteke xurt e û rewşenbîrekî xwedan bext, xwedan ûjdan e.
Bêguman,
ez ji qelema wî ya nêr hez dikim, çendî mêyîtî jê bifûre jî...

Mirina Kalekî Rind!
Ji min re bûye wek adetekê, 
her ji çend salan carê ez radibim kitêbên min berê xwendine, derdixim û dîsa dixwînim.
Wê rojê ji bo testa covîdê ez çûm nexweşxaneyê. 
Ji ber ku min texmîn kir dorê pir be, min ji nav kitêbên xwe kitêbek derxist û bi xwe re bir. Heya dor hat min, hema hema min kitêb qedand; 
pazdeh bîst rûpel man, ew jî dema ez bi otobusê vegerîyam malê, di rê de min xwendin.
Min hemû Kitêbên Mehmet Ûzûn him kurdîya wan, him tirkîya wan xwendine; 
çendî zimanê Rehmetî yê kurdî zêde ne rewan be jî, bi min tahma berhemên wî bi zimanê wî xweştir in.
Lê ez vê jî bibêjim;
her ku bi nav salan de diherim, qelema Rehmetî bi min tahmsarkî tê; wê zewq û kêfa berê jê wernagirim anku jê nastînim.

Ecêba ecêban!
Wê rojê, wextê ji bo testa covîdê ez çûm min nimûne da nexweşxaneyê, mixabin nimûneya min dabû, li labaratuarê wenda dibe, loma jî îroj ji bo testê ez dîsa çûm nexweşxaneyê.
"Xidiro, he ro du ro li viro!"
Rêzdar Devliken Covîd!
Vê carê min kitêbek xalê Luis Borges bi xwe re bir; çendî wek wê rojê dor tune bû jî, heta nêvîyê kitêbê min daqurtand.
Min got nivîskarê xelkê qerase ne, loo!
Lê hewce ye em vê jî ji bîr nekin, 
heger em resenî û hurbûna xwe biparêzin û sînorên vîzyon û zanîn û feraseta xwe berfirehtir bikin, bi serê Reb, em ê jî bikaribin di qada edebîyatê de rep bikin û rep bigerin;
lewra,
ew nirxên vê axa ku em li ser dijîn, têra me û sed û yek bavên me dikin, heger em xwe xurt û jîr û jêhatî bikin; 
çi serpêhatî û bîranîn, çi destan û efsane, çi şer û raperîn, çi sewda û evîn, çi mesele û meselok, çi çîrok û çîrçîrok û çîvanok...
Lê ka aqil, ji qewla dêrikîyên me!


7 Ocak 2022 Cuma

netirsin

Netirsin!
Û xeman nexwin!..
Hewce bike xwe ji dêrê jî bikin, 
xwe ji mizgeftê jî, 
lê tu carî bextê xwe neavêjin 
û ji bo çend qurişan 
an jî ji bo çend hestî û kurtêlan nedin pey bêûjdanî, bêehlaqî û bênamûsîyê.
Heger bi çend çepik û çend lîrelîran, 
heger bi çend pesindayîn û çend şabaşan hûn ê bi ser avê bikevin, 
nahlet li we jî, nahlet li sekn û kesayeta we jî bê!
Sînorê netewperwerî û welatperwerîya we ji berjewendîyên we dest pê dike, li qûretî û megalomanî û bextreşîya we diqede...
Çi rewşenbîr çi entelektuel, 
çi nivîskar çi hunermend, 
çi xwende çi zana, 
heger hûn bi xwe re ne rast û durist bin, 
hûn ê nikaribin bi hevrêyên xwe û doza xwe re jî rast û durist tev bigerin û bimeşin.
Hîn jî hemû biryarên we,
li gorî îdeolojîyan,
li gorî ol û bawerîyan,
li gorî jimeyî û nejimeyîyan in...
Prensîbên we, 
bi qasî duristî û wêrekîya we yan hene yan jî tune ne...
Bext û ûjdanê we,
bi qasî berjewendîyên we yên şexsî û genî yan hene yan tune ne.
Xwe li ser serê kesî qure nekin!
Zanîna we,
bi qasî qelsbûn û xurtbûna înterneta we ye; deh qatê zanîna we di tûrikê googleyê de heye, lê google bi xwe jî bi qasî we ne qure ye.
Nefsbiçûk bin, 
lê nehêlin kes bi nefsa we nefsfisekîyan bike.
Heger ne li gorî nefs û hest û hîs û mejî û mentiqa we be, 
belasebeb qûna xwe bi vir de û wê de nebin, neynin û ji bo hûn ê xwe li ber çav û dilê hinekan xwîntahl nekin, xwe jî, wan jî nexapînin.
Bi haweyekî bi xwe bawer bibêjin,
ev berhem xweş e, ev berhem baş e, ev berhem hêja ye
yan jî,
ev berhem ne xweş e, ev berhem ne baş e, ev berhem ne hêja ye.
Hûn diecibînin naecibînin, hûn bi kêfa xwe ne, 
lê bila ew ecibandin û neecibandin nebe esasê civakeke sexte û barûte.
Heger tenê deh kes jî li dora we bimînin, ji bo dilê wan deh kesan ê ji we nemîne, ji ya xwe daneyên; tenê hûn û hûn bimînin jî.

Gotina Dawî
Azadî û serxwebûn, li ser esasê duristî û xwebawerîyê ava dibin, lê îro ro duristî û xwebawerî derketine parsê li ber derîyê dagirkeran.
Lê...
Ji duristî û xwebawerîyê re jî,
vîzyonek, ferasetek hewce ye!

6 Ocak 2022 Perşembe

kurd û kurdî

Li gorî îstatîstîkên dezgeyekê, kurd û kurdî:
Di 1920an de: %100ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1930î de: %97ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1940î de: %90ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1950î de: %85ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1960î de: %80yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1970yî de: %70yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1980yî de: %60ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1990î de: %50yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2000î de: %40ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2010an de: %30ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2020an de: %20ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Va ye du sal bi ser îstatîstîka dawîn ket. Heger îroj lêpirsînek bibe, bi îhtîmaleke mezin hejmar ê kêmtir bûbe...
Kurd bi kurdî kurd in û em di vê îstatîstîkê de jî dibînin, sal bi sal kurd ji kurdî dûr ketine û bi vê dûrketinê, Kurdistan jî êdî li ber çavê kurdan mîna leylanê tenê dilive...
Kodên axê li ziman barkirî ne û heger ew ziman ne xurt be, hezkirin û eşqa axê jî qels dimîne.
Loma jî,
heger kurdî xurt bibe, kurd ê pir bibin û heger kurd pir bibin, tu kes ê nikaribe li ber daxwaza kurdan a dewletbûnê anku Kurdistanê bisekine.
Bi kin û kurmancî,
kurdî çi qasî li nav kurdan xurt û belav bibe, daxwaza Kurdistanê yê jî ew qasî li nav kurdan xurt bimîne.
Ji kurdan re kurdî, ji kurdî re Kurdistan hewce ye!

Gotina Dawî
Nebêjin,
"Aş çûye, em ketine pey çeqçeqê!"
Bikin çeqçeq, da ku aş vegere...


5 Ocak 2022 Çarşamba

reîs û rojeva dewleta tirko

Dewleta tirko bûye wek holîka zarokan.
Berê, wextê em zarok bûn, heger yekî neheqî bikira yan jî yekî cira xwe ne xweş bikira, di nav me de yê herî desthilat radibû ji yê neheq re digot, "Xwe fahş neke, yan na ez ê rabim te bidim ber pihênan haa!"
Dema ez guh didim rojeva Tirkîyeyê, ew rojên zaroktîyê mîna fîlmekî tê ber çavê min, di bin simbêlan de ez li bêkêrî û belengazîya me dikenim.
Heyf!
Erê weleh, heyf e ku zirmiletekî mîna me îro ro di bin desthilatîya van qeşmer û teresan de ye.
Reîs îro ji Kemal Kiliçdaroglû re digot:
-Heger tu mêr î, tu yê gazî girse û heval û hevalbendên xwe bikî û hûn ê derkevin qad û sikak û kolanan! De ha de! Em ê kerrên we di kwîrên we re derxin! Em ê bidin pey we hata hûn li ser stuyên hev siwar tên!..
Bi serê Şêx, Reîs hesabê jina xwe dike, hesabê Kiliçdaroglû û muxalefetê nake!

Heyf û heyf!
Di nav me kurdan de, hîn jî hin xwelîserên teres ên ji xewa bêhişîyê şîyar nebûne, ji bo Evdila Ocalanê kes nizane bezê paş guhê bavê wî ji ku ye û ji kê re xizmetê dike, ne eyb û ne fedî, radibin ji kurdan re çêr û xeberan didin.
Heyf!

4 Ocak 2022 Salı

şivan perwer

Carinan hewce ye meriv guhdarî bike û zû zû neajo ser bûyeran; hin tişt ne wek tên qalkirin in; sebir û bêhneke fireh divê.
Bi gotineke din, hewce ye meriv zû bi ser avê nekeve.
Min ji şîroveya doh a Seyda Alî Kut ev derxist; hindik mabû ez xencerê ji kalên derxim û çep û rast xwe li nav meseleyê biqewimînim, lê Xwedê ez ji hetiketîyê stirandim ku min xwe giran kir.
Dibe ez pê ne bawer bim û hayê wî jî ji min tune be, lê di zargotina kurdî de êdî ev peyv û gotinên weha wek qalib tên bikaranîn.
Ez dizanim hîn jî hûn tê negîhaştine bê ez qala çi dikim an jî ez ê qala çi bikim.
Doh mijara me Mehmedelîyê me yê şivan bû, lê meseleya me ya îroj Şivan Perwer bi xwe ye.
Xwezî şivanan şivantîya xwe bikira, Şivan Perwer jî stranên xwe bigotana...
Belê, meseleya me Şivan e, Şivan Perwer!
Doh hindik mabû ez meseleya Mehmedelîyê şivan bi meseleya Şivan Perwer ve girê bidim, lê nizanim çi hêz û qaweteke efsûnî bû, nehişt ez derbasî wê meseleyê bibim.
Vê sibehê ez rabûm, li ser rûpela Şivan Perwer min li bangewazî û daxuyanîya wî guhdarî kir; min got ka bê dîsa çima heval mevalan xwe ji Şivên aciz kiriye!
Belkî gotineke klasîk be, 
lê wek her kurdî ez jî li ber deng û sewt û stranên Şivan Perwer mezin bûm û bi stranên wî yên tije niştimanperwerî ez li niştiman û niştimanperwerîya xwe hilkumîm û xwebûna min xurt ma.
Lê hewce ye em tiştinan tevlihev nekin.
Pirê caran wek pirê kesan min jî gotîye, hewce nake meriv ji şexs û kesayeta nivîskar û hunermendan hez bike; 
heger berhemên wan serketî û hêja bin, wekî din min eleqedar nake, besî min in û têra min dikin.
Lê ev fikr û nerîn û helwest carinan ji bo hin kesan derbas nabe; yek ji wan kesan jî Şivan Perwer e;
lewra Şivan Perwer rûnane û rehet nasekine; pozê xwe dixe nav her karî, tilîya xwe dixe her qulê; meriv çi kevirî radike, Şivan Perwer ji bin derdikeve.
-Şivan Perwer kurd e, kurdî ye.
-Erê.
-Şivan Perwer hunermend e û bi hunera xwe xwedan tesîreke mezin e.
-Erê.
Lê hêleke Şivan Perwer a narsîst jî heye û ev hêla wî ya narsîst jî mîna marekî duserî ye; dev her vekirî ne û çi dibîne dixwaze dabelihîne.
Bi kin û kurmancî, hêla wî ya narsîst tim birçî ye, têrxwarin ji narsîzma wî re tune ye.
Ji ber vê hêla xwe ya narsîst jî,
Şivan Perwer tenê bi hunermendîyê nayê ser; herweha hewl dide mîna feylesof, rewşenbîr, dîroknas, civaknas, edebîyatzan û sîyasetvanekî jî tev bigere û tev digere, 
lê pirê caran di qada sîyasetê de ji tahmê derdixe; qayîşê bi serok û serekan re dikişîne û ew bi xwe jî mîna rêber û berpirsê partîyekê tev digere, xwe wek serek û serokekî sîyasî dibîne û agir û quretî ji dev dibare.
Di esasê xwe de min di daxuyanî û bangewazîya wî ya tije gazin de tiştekî anormal-ne ji rêzê nedît; 
heta ez vê jî bibêjim, ez jî mîna wî li ol û bawerîyan dinerim. Kî ji çi bawer dike, bi qîma xwe ye; heqê kesî tune ye ol û bawerîya xwe derxe pêş û di ser ol û bawerîyên yên din re bibîne, bigire.
Xebera wî ye, dewlet bi ol û bawerîyan ava nebûne, nabin; 
çi misilman, çi êzîdîyatî, çi elewî, çi kakaî hemû yek in; 
ha em dikarin vê bibêjin û lê zêde bikin, êzîdîyatî bêtir nêzîkî me ye.
Çima?
Li ser axa me bi zimanê axa me ye hemû gilî û gazinên vê olê, hemû dua û îbadetên vê olê, hemû êş û şahîyên vê olê, hemû folklor û rîtuelên vê olê...
Lê di warê bawerîyê de di esasê xwe de hemû mîna hev in; ol in, dîn in.
Loma jî ji bo fikr û nerîna Şivan Perwer ya di heqê ol û bawerîyan de heqê kesî tune ye çêr û xeberan jê re bide, heqaretê lê bike.
Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, loma jî pirê caran gotinên wî ji sînorên quretî û megalomanîzmê dernakevin; her di wî qalibî de dimînin.
Bi min hewce jî nake; bi tiştên xwe yên heyî rûne, bêtir ew ê xwe jî, derdora xwe jî şad û bextewar bike.
Û ya din jî, 
Tu Şivan Perwer î. Dema te rexne kir jî, hewce ye binê wan rexneyan mişt dagirtî bin; di nava têgehan de bêhnfiskî nebe.
Ji bo hunermend û rewşenbîran sekn û helwest stûna zêrîn e. Nabe meriv li gorî sura bê bi vir de û wê de zîz bibe û bi ber bê keve.
Li Başûr, li hêla Zaxo, Dihok û Hewlêrê, Şivan Perwer PDKyî û barzanîhez e.
Li Başûr, li hêla Silêmanîyê, Şivan Perwer YNKyî û talabanîhez e.
Li Bakur û Rojava, Şivan Perwer PKKyî û apohez e.
Li Ewrûpayê, Şivan Perwer yekîtîxwaz û elîtîst û bûrjûwazîhez e.
Yanî Şivan Perwer li ku be, wir jê re xweş e.
Hunermend kirasê heqîyê ye, dengê bêdengan e, li dijî desthilatan muxalîf in, netewhez in.
Min got Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, lewra heger dikarîbûya piçekî bifikire, mejîyê wî yê jê re bigota feodalî û eşîrtî ne heman tişt in.
Şivan Perwer qala feodalîzma Ewrûpayê dike ya berî nuha bi sedan sal û qonax bi qonax diajo, tîne heta serdema nuh û wê û eşîrtîya kurdan dide ber hev; kultura kurdan a eşîrtîyê jî wek feodalîzma ewrûpîyan dinirxîne. 
Li gorî fikr û nerîna Şivan Perwer eşîrtî jî mîna feodalîzmê paşverûtî ye û bi eşîran jî dewlet ava nabin; ciwamêr wer dibêje.
Wextê qala paşverûtîya eşîrtîya kurdan dike jî, "felsefe"ya Apo û PKKê jî wek felsefeyeke medenî û modern diparêze.
Şivan Perwer bi qilafetê xwe mezin bûye, lê mixabin feraseta wî di nav qalibekî îdeolojîk de asê maye.
Hewce ye hin ciwanik û ciwamêrên hayê wan ji dîroka kurd û Kurdistanê heye, herin bi Şivan Perwer re civatekê bigerînin û ji Şivan Perwer re qala şerê apoyîyan ê çel salan bikin bê kurd ji ku anîn, di ku re derxistin...
Şivan Perwer ji bîr dike ku,
Îro ro heger kurd hîn jî piçekî xwe yan jî wek xwe mabin, ew jî bi xêra nirx û têkilî û rîtuelên eşîrtîyê ne.
Rast e, sed sal berê ji ber nerîna me ya eşîrtî em nebûn xwedîyê xwe û dewletekê, lê îro jî bi xêra ruhê eşîrtîyê ye ku ev ziman, ev nirx, ev kultur tê parastin.
Wek Şivan Perwer dibêje, bêdewletbûna me ya îro ne ji ber eşîrtî û paşverûtîya me ye, ji ber felsefeya "modern" a apoyîyî ye...

Gotina Dawî
Yekîtîya Şivan Perwer:
Şivan Perwer hemû hêzên kurdan wek reng û ahenga axa Kurdistanê dibîne, dinirxîne, 
lê ji bîr dike hin hêz axê diparêzin, hin hêz jî axê diguvêşin!..
Û ji yên axê diparêzin û ji yên axê diguvêşin, yekîtî çênabe.

3 Ocak 2022 Pazartesi

çerxa felekê bermeqlûb e

Piştî bêhnvedaneke ne pir kin û ne pir dirêj dîsa ez li xwe û we vegerîyam; 
ev deh roj in ji ber meseleyên xwe yên şexsî ji rewşê û rojevê dûr bûm.
Îroj...
Tam ez rûniştim, min got ez li ser rewşa derûnîya Şivan Perwer binivîsînim, Sofî Ridwan ket hundir û got, "Selamun eleykum!"
Sofî Ridwan, him pismamê bavê min e, him jî zavayê me ye.
Erê navê wî Sofî ye, lê ji alîyê qûnê ve ne safî ye.
Henek li hêlekê, 
Sofî Ridwan dikare sed sofîyên xwedan bawerî û xwedan îman di nav kefa destê xwe de bi rehmeke rehmanî pîrozwer bike!..
Çay li erdê bû, me hîn ji qedehên xwe venexwaribû.
Di rewşên weha de em dibêjin:
"Xesûya te ji te hez dike!"
Lê bira jî xesûya wî jê hez dike, haa!
Axir, piştî me li hal û ehwalê hev pirsî, zarokan ji wî re jî qedehek çay dagirt, lê tasika şekir nedanê, 
lewra ji mêj de bû mîna sinifa entelîjansîyaya fransîyan dest bû vexwarina çaya bêşekir kiribû.
Wî bi xwe destê xwe dirêjî tasika şekir kir, ew ber bi xwe ve kişand. 
Min got, "Sofî Ridwan, ma ne te êdî hew şekir dixist çaya xwe; te çayê bê şekir vedixwar!.."
Di bin simbêlan de bi haweyekî bi xwe bawer kenîya, got, "Şekir ji ronîya çavan re baş e, loma min dîsa dest bi vexwarina çaya bişekir kir!"
Min got, "Kê got?"
Got, "Şivanê gundê me Mehmed Elî got."
Li vî welatî, bi qasî li pey şivanan diherin, li pey zanîn û zanistê narin, loma jî em her tim du gavan bi pêş ve, sê gavan bi paş ve diherin, mixabin.
Bi haweyekî devliken ez kelogirî bûm.
Xanima wî Eyhan jî pê re bû; ji hêlekê ve çay vedixwar, ji hêlekê ve jî guhên wê li me, li me guhdarî dikir. 
Ez fitilîm ser wê, min got, "Ma hûn ji ku tên?"
Got, "Em ji nîşanîyê tên!"
Berî ez devê xwe vekim û bibêjim, "Ya kê bû" wê bi xwe berdewam kir:
-Keçika Xalidê Meyrê bû. Keçik piçekî sivik e, ji alîyê êqil ve kêm e, lê li ser xwe ye û jêhatî ye. Lawik bi panzdeh salan jê mezintir e û kerr û lal e..."
Min got, "Helal be ji wan re! Bi xêra kîr û quzê wan nifşê însên ê her li ser rûyê erdê be!"
Însanên temam ji zewacê direvin û hew zarokan çêdikin, însanên netemam jî hevdu li ku zevt dikin, li hevdu siwar tên û zarokan çêdikin.
De îja were bi vê zîhnîyetê civakê baş û xurt bike!
Tew!
Piştî lêkolîna zanistî ya Mehmed Elîyê Şivan û nîşana kerr û dîn û lalan, taqet di min de nema ez li ser Şivên binivîsînim.
De bi xêr ka bila bibe sibe, Xwedê mezin e ji min û Şivên re!..