31 Temmuz 2021 Cumartesi

çetilxêr

Kurd dibêjin, "Kezeba me şewitî!" 
Ê tirk jî dibêjin "Kezeba me şewitî!"
Heger kezeb eynê kezeb be, no pirsgirêk!
Lê...
Her du kezeb ne yek in.
Him!
Wê çaxê mesele kûr e û dahwe jî giran e!
Û biratî jî heye...
Jixwe zêdeyîya ser kezebê jî ew e.
Îja biratî!
Ew çi ye?
Dişibe çi?
Tiştekî çawa ye?
Yanî kesên ji serê kîrekî pengizîne û ji quzekî pekîyane.
Himm!
Min fêhm kir,
lê...
De guh nedê lo!
Bira bira ye, bazar xuya ye.
Û jixwe hewce bike, em ê bibin bira, hewce neke, em li mala xwe, ew li mala xwe, lê...
Erê, lê!
Mala wan heye, lê mala me!..
Çi pê hat?
Ma ne dagir bû!
Agir pê ket!
Şewitî!
Hilweşîya!
Xera bû!
Ji tûpişk û maran re bû stargeh!
Û em li ser axa xwe, lê li ber derîyên wan man sêwê.
Ez dizanim, min "lê" pir bi kar anî, lê...
Ohoo!
Îja bû çetilxêr ha!
Çetilxêr!
Yanî êdî çilvirî û hew meriv dikare ji nav derkeve.
Axir!
Kezeba me bi destê wan dişewite, lê ji dêvla em li ser kezeba xwe bigirîn û li çareyekê bigerin, 
em radibin ji bo agirê bi kezeba wan ketîye, xwe bi xwe li hev dixin û hev bi girî dikin; 
dû re em bi hêsirên wî girîyê xwe yê belengaz diherin agirê bi kezeba wan ketîye, vedimirînin.
Berê, 
ji bo wan em gundî, nezan û hov bûn, lê hesabê me dikirin; te bigota ez kurd im, tirs û xofê seranserê bedena wan dîl digirt, 
diqutifîn!
Dibizdîyan!
Sîya wan li ber çavê wan dibû em û jê vediciniqîn!
Lê îro,
me hewl da em xwe bi wan şêrîn bikin û ji wê gundîtî, nezanî û hovtîya xwe xelas bibin; ne em, lê ew bi ser ketin.
Çawa?
Ji bo wan em hîn jî gundî, nezan û hov in, lê me teresî û tirsonekî jî li xwe zêde kir,
loma jî,
bi çavê rezîl û teres û tirsonekan li me dinerin êdî.
Dewleta wan li pişta wan e, mîna cewrikên kûçikan yek bi yek, dudu bi dudu, qefle bi qefle me dikujin û hîç ne xema wan e jî.
Lê em çi dikin?
Qesta min ji me, yanî yên pêşengî û rêbertîyê dikin...
Heşayî we, lê quzê "wê" dixwin!
Wê?
De herin ji mamoste Evdila re bibêjin, bila ji we re bibêje û kirasekî li wê "wê"yê bike.
Ne Evdilayê fêrizê Îmralîya xopan ha, Evdilayê me yê qoserî;
mêrê jina xwe, bavê keçikên xwe û mamosteyê nizanim çi qas telebe.
Erê, berê mezinên me ji xwendekaran re digot, " telebe"
Dû re telebe bû gewende
û gewende jî bûn belaya serê me.
Ka ez dîsa bibêjim axir û hêdî hêdî vê mijara ku li ber min bû çetilxêr, bi hev girê bidim.
Bi kin û kurmancî,
bi saya serê sîyasetvan û şoreştirşikçîyên me,
libergerîneke teres,
xwebiçûkdîtineke belengaz,
ehmeqîyeke fahş
û xwelîserîyeke bêsînor bû para me.


30 Temmuz 2021 Cuma

dê û bav û zîhnîyet

Dîn û Bawerî
Xwedê mir!
We ew çêkir, wî xwe kuşt!
Pêxember jî mirin; 
lê we ne terka xwedayan kir,
ne jî terka pêxemberan.
Û sêwîyên Xwedê,
hîn jî rojên înîyan, radihêjin tejik û cilikên xwe
û tên li ber derîyê mala wî, berê xwe didin qibleya wan teresên ereb ên ku tenê bi wî pereyê sêwîyên wî diherin xwe lê dikin "hecî" û li deverên dinyayê yên herî xweş li ser dilê jinên nîvhorî araqê vedixwin û di quzên wan horîyan de serxweş dibin, nimêj û dua dikin û bi cizbê dikevin...
Dîn zirderewek e!
Xwe û zarokên xwe ji dîn dûr bisekininîn.
Û bêdîntî ne bêehlaqî ye,
herweha bêdîntî ne bêedebî ye jî...
Berevacî vê, bêdîntî paqijî ye, parastina bext û ûjdên e.
Bêdîntî xweşbînî ye.
Bêdîntî dihêle tu wek xwe li hevalên xwe binerî, xwe di ser wan re negirî
û herweha bêdîntî nahêle tu lê bipirsî bê kî kî ye, çi çi ye û li ser çi bawerîyê ye.
Bêdîntî hesta te ya însanetîyê derdixe pêş û dihêle tenê tu bi çavê însanî li însên binerî; 
ji te re dibêje, kirasê li ser wî însanî ne girîng e, bext û ûjdanê wî, duristî û xweşehlaqîya wî girîng e.

Îdeolojî û Bêmejîtî
Min nîyha gora Lenîn!
Lenîn mir!
Min nîyha gora Stalîn!
Stalîn mir!
Min nîyha gora Marks û Mao!
Ew jî mirin!
Û îdeolojîyên xwe jî li ser pişta kefenên xwe girê dan, bi xwe re birin.
Ew îdeolojî rizîyan, bi wan re bûn kulmek xwelî...
Loma jî,
ji bo hûn bibin xwe, li xwe vegerin û hûn jî mîna nevî û nevîçirkên wan bibin xwedan dewlet, hewce ye hûn ji axa xwe îdeolojîyekê biafirînin, bidin pey wê îdeolojîyê û bigihêjin hedef û armanca xwe;
bi kin û kurmancî, 
bibin xwedîyê dewletekê mîna netewên din ên li ser axa xwe, bi hebûna nirx û hêjayîyên xwe, xwe mezin û qure dikin.
Heger hûn nenin gora Lenîn, Stalîn, Marks û Mao û hûn bi ser îdeolojîyên wan de nemîzin, di nava vê çerxa bêbext de hûn ê hêdî hêdî bimehin;
hin ji we yê bibin ereb,
hin ji we yê bibin ecem,
hin ji we yê jî bibin tirk!
Û wê çaxê ez ê jî bi deh dengan biqîrim û bibêjim,
min nîyha gora we!

Malbat û Civak
Got:
"Bi min ne ferz e her ewlad li dê û bavê xwe binere, li wan xwedî derkeve."
Û berdewam kir:
"Dê û bav gelek caran ji nezanîya xwe, lê carinan jî bi zanebûn jîyana zarokên xwe diherimînin; jîyanê li wan dikin dojeh. Barekî ku ew ê tu carî nikaribin di bin de rabin, li wan dikin û dû re dema yextîyar dibin û qawet di wan de namîne, ji taqet dikevin, radibin dibêjin, de haydê, me hûn bi firê xistin, mezin kirin, êdî dor dora we ye, hûn li me binerin, me xwedî bikin."
Dû re dengek ket guhên wê û veciniqî:
"Heta ku dê û bav bi çavê "rojekê zarokên me jî mezin bibin, ew ê li me binerin û li me xwedî derkevin" li zarokên xwe binerin û bi wê zîhnîyetê wan mezin û perwerde bikin, civak ê her çirav(k) be!"

Gotina Dawî
Heqê dê û bavên bêkesayet tune ye ji ber bêkesayetîya zarokên xwe gazinan bikin!

29 Temmuz 2021 Perşembe

tirk tirk in û qedîya

Tirk tirk in!
Tu tirkan bi ava zemzemî jî bişoyî, tirk tirk e û hew!
Bala xwe bidin wan rojnamevanên muxalîf ên ji ber xezeba tirkên nijadperes û îslamîst ji Tirkîyeyê revîyane, çi spor, çi zanist, çi politîk, dema di qada navnetewî de tirkek bi ser dikeve yan jî xelatekê disitîne, ji tirkên li Tirkîyeyê dijîn bêtir şanaz û serbilind dibin û kêf dikin.
Guh nedin lêxistina wan a çep û rast, wexta dikeve dawîyê, tenê bi nigekî lê dixin; ew nig jî, tenê tirkîtîyeke genî ye.
Muxalîfê herî tûj jî dema mijar dibe hebûn anku bekaa dewletê, kurd, ereb, ermen, laz, avar, arnavût tenê teferûat e. 
Bi kin û kurmancî,
tirkên qenc û xerab tune ne, tenê tirk heye.

Zîhnîyeta qeşmer!
Îroj ez li daxuyanîya komutanekî YPGê rast hatim, digot:
"Îja dewlet! Bi ser de jî dewleta kurdî! Ma qey me mejîyê keran xwarîye em rabin di nava vê dojeha rojhilatê de dewleteke kurdî bixwazin û ava bikin! Na na, her kî qala dewletê bike, ne ji me ye. Em hewl didin bi ruhekî entegrasyonîst di nav Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyeyê de bimehin û mîna çimento em û ereb û tirk û faris bi hevdu bizeliqin. Bijî biratîya gelan! Fikir û daxwaza dewleteke kurdî ne di felsefeya me de heye, ne di hiş û aqilê me de heye, ne jî di ehlaqê me de..."
Min fikir û felsefe û hiş û aqil fêhm kir, lê ehleq çawa çêdibe?
Nizanim.
Ez jî dibêjim,
Kurdekî dewletê nexwaze, bêehlaq e û qedîya!
Lê tiştê balkêş, hûn çima bêehlaqîya xwe wek vîrusa koronayê li nav milet belav dikin?
Bext û ûjdan û dilsozî, samîmîyet nemaye, em dizanin, lê qet nebe xîretê ji xwe nexeyidînin.
Bi hezaran gulîsor û beranên simbêl bi hine di ber çi de mirin?
Ew xwîn di ber fantezîyên we de herikî?
Şerm bikin, şerm!
Îja şerm!
Ku ehleq miribe, şerm li ku ye...





28 Temmuz 2021 Çarşamba

zîhnîyet û helwest

Mirîd û Nexweşîya Mirîdîtîyê!
Her kî serokan ji xwe re bike mertal; çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava, çi jî li derveyî Kurdistanê, ji wî tirsonektir, ji wî bêkesayettir kes tune ye.
Xwe nespêrin sîya serokan; bi sekn û helwesta xwe her tim li dijî şaşî û kêmasîyên wan bisekinin û rexne bikin; 
heger xizmeteke baş jî kirin, terka rexnekirinê nekin û pesnê wan nedin, lewra jixwe erk û wezîfeya wan ew e û xelk jî ji ber vî haweyî ji wan re dibêjin serok û li pey wan diherin.
Azad tev bigerin, da ku ew bi xwe jî sînorên azadîyê fireh bikin.

Qerf û Mîzah!
Li Afganîstanê rêxistina tundrew a îslamî Talîban yek ji mîzahjen û komedîyenên Afganîstanê kuşt.
Tirs û xofa herî mezin a desthilatan qerf û mîzah e; ew baş dizanin qerf, mîzah çekeke bi tesîr e û textên rizîyayî bi rêya qerf û mîzahê zûtir hildiweşin.
Loma çavê desthilatan bar nabe!
Lê li Tirkîye û Kurdistanê qerf û mîzah di bin sîya desthilatan de tê kirin.
Li Tirkîyeyê, kes newêre mîzaheke politîk bike; yên herî navdar Cem Yilmaz, Yilmaz Erdogan, Ata Demîrer, Şener Şen in, lê ev jî ji sîya xwe ditirsin; ji qeşmerîyan pê ve tu gûyekî belav nakin.
Û jixwe desthilat jî ji qeşmerên qûnalês hez dikin; mîna padîşahên berê...
Û li Kurdistanê jî hema hema rewşa qerf û mîzahê dişibe rewşa li Tirkîyeyê.
Ji tirsa partî, rêxistinan qerf û mîzaheke cidî tune ye; jixwe pirê wan jî xwe dişibînin serdestên xwe û bi mîzaheke entegrasyonîst a qeşmerane civakê piçekî din ber bi ehmeqîyê ve kaş dikin.
Di vî warî de du biwêjên xweş hene:
"Gû birayê rêxê ye!"
"Meriv ker û golikan li cem hevdu girê bide, ji hevdu dielimin tir û fisan!"
Meseleya mîzaha me û tirkan jî ev e.
Bi saya serê sîyasetvanên xwelîser bi her haweyî em tirkan teqlîd dikin û xwe dişibînin wan.
Loma jî, 
hêdî hêdî em ji jîyîna kurdî dûr ketin; ne kultur kultura berê ye, ne stran stranên berê ne, ne henek henekên berê ne, ne jî ziman zimanê berê ye, mixabin.
Û heger werê dewam bike, kirasê li ser me yê hew ji pîneyan bê naskirin.

Xewn û Seadet!
Seadetê telefon kir, got:
"Min îşev xewnek dît!"
Ji bo ez ber dilê wê xweş bikim, min got:
"Xwedê bi xêr bigerîne, Seadet!"
Û dest bi xewna xwe kir:
"Min dît bavê te ber bi min ve dihat. Ez jî li ser nivînên xwe rûniştime, ziq mame lê dinerim. Bi desta ji min re got were û li xwe fitilî, meşîya. Ez jî rabûm ser xwe û min da pey wî, lê ez li xwe hayil bûm min diranê xwe di bin bahlîfa ber serê xwe de ji bîr kirîye. Min got ka bise, ez herim rahêjim diranê xwe, min diranê xwe ji bîr kirîye. Ez li diranê xwe vegerîyam û ji nişka ve ji xew çeng bûm ser xwe..."
Ez kenîyam, min got:
"Seadet, dua bike diranên te taxim in, yan na çûbû ji te de; diranê te tu xelas kirî, lê temîya min li te, xwe ji bîr neke û teva wan diranan ranekeve, weleh Cemîl ê were te li pişta xwe bike û te bibe li xwe mahr bike."
Em kenîyan, 
lê eşq carinan dihêle meriv hesabê mirinê jî neke.
Û ji roja Cemîl serî danîye û mirîye, Seadet hesabê mirinê nake!



27 Temmuz 2021 Salı

xwendin him kar e, him zewq e

Carinan cinikên min tên min û ez radibim qayîşê bi Einstein re dikişînim, du sê kitêban bi hev re dixwînim.
Yekê datînim ber serê xwe, berî rakevim çend rûpelan jê dixwînim (Hîn min ji bîst rûpelî zêdetir nexwendîye. Pê re pê re çav li min sist dibin, devê min wek qaçika bizinan ji hev dihere û serî diavêjim xewê)
Yekê dixim binê tûrikê xwe, di metro, otobus û metrobusan de dixwînim. (Heger jin bihêlin)
Yekê jî datînim tuwaletê anku rehetgehê. (Ji bo vir jî konsantrasyon hewce ye)
"Ew ne ez bûm"a Şêxo Fîlîk min danî tuwaletê, "Qijalk"a Fewzî Bîlge jî min danî ser sêpêyê, ji bo derve...
Lê di esasê xwe de heger meriv xwendevanekî dilsoz û jîr û jêhatî be, xwendina her du kitêban karê rojekê ye;
yek şêst û pênc, heftê rûpel e, yek jî sed û bîst sed û sîh rûpel e...
Axir, heşa (te dît li hêla me wexta qala tuwaletê dibe, pê re pê re dibêjin "heşa" jî")
Erê, ez çûm li tuwaletê rûniştim, min dewsa qûna xwe xweş kir û rahişt kitêba xwe.
Rûpelek...
Du rûpel...
Sê r...û...p...e...l...
Min kir û nekir sisê nebû çar; rehetgeh li min bû êşkencegeh û konsantrasyona min xera bû, ne li karê xwe yê esasî germ bûm, ne jî li xwendinê...
Min nahletek li çavê mîrê başan anî û ez rabûm ser xwe. Tam dikira derketama, hat bîra min ku min pê li bişkoka sîfonê nekirîye, li xwe zîvirîm, min pê li bişkokê kir û gurînî bi avê ket.
Nizanim çima, lê dema ew av di hundirê wê klozetê de li hev vedigere, pir xweşîya min dihere; ne nêzîkî orgazmê be jî ew deng, nêzîkî masturbasyonê ye ew zewq.
Min kitêb guherîn; 
min "Qijalk"a Fewzî Bîlge danî tuwaletê, "Ew ne ez bûm"a Şêxo Fîlîk jî ji tuwaletê derxist, ji bo derve min danî ser sêpêyê.
Roja din...
Li derve, li bin sîya daran min kursîya xwe vekir û ji nû ve min dest bi xwendina kitêba xwe kir, lê mixabin,
dîsa, rûpelek, du rûpel, sê rûpel...
Nebû çar.
Û jixwe min jî neajot ser.
Bi şev berî ez rakevim, ez çûm tuwaletê, wek her car dîsa min dewsa qûna xwe xweş kir û min rahişt kitêba xwe.
Berî meleyê sibê azan bide bi nîv seetê (Ji ber ku her tim dîkê taxa me berî mele bi nîv seetê azan dide û min dengê dîk bihîst wexta ji tuwaletê derketim loma)
Erê, "Qijalk"a Fewzî Bîlge nehişt ez ji tuwaletê derkevim heta min ew neqedand.
Min wê şevê kitêb xelas kir û ketim nav nivînên xwe;
baş e ku ya di himbêza min de nedişibîya qijalkê, lê her cara ez ji xew şîyar bûm, çavên min li qijalkê gerîyan.
Axir...
Bi kin û kurmancî,
qada huner û edebîyatê ne cîyê masturbasyonê ye.
Û cîyê ku orgazm lê hebe, kes nare bi masturbasyonê hest û hîs û arezûya xwe nakuje.
Jîyan kulmek orgazm e, bi masturbasyonê me nexapînin.

26 Temmuz 2021 Pazartesi

max kruse û tesîra çalakîyan

Huner di îdeolojîyan de hilnayê...
Berî nuha bi du sê mehan mamoste Kerem Gerdenzerî ji min xwest ez fîlmê xwe bişînim festîvala fîlmên kurdî ya Moskowê.
Organîzatorên festîvalê zarokên wî bi xwe bûn.
Li ser daxwaza wî min jî fîlmê xwe "Reş û Şîn" ji festîvalê re şand, lê min texmîn kir tu tiştek ê jê dernekeve; kêm zêde haya min ji wan fraksîyonan heye;
lewra berê jî min gotibû, li seranserê dinyayê, li her devera ku kurd lê dijîn, hemû çalakî û xebatên hunerî, kulturî di bin desthilatîya apoyîyan de ye; herweha festîvalên sînemayê jî...
Encam?
Weke min texmîn kiribû derket; 
destvala...
Dev jî xelatwergirtinê berde, heta ji bo temaşekirinê jî nehat hilbijartin.
Weleh helal be ji wan re!
Bila tenê ew bibêjin tifaqa me heye; bi haweyekî rêxistinî û kolektîf em tev digerin û ji xêndî xwe û yên wek xwe difikirin qîmet nadin kesekî û tiştekî.
Li nav kurdan ji mirîdîtîyê pîroztir tişt tune ye; yan tu yê mirî bî yan jî mirîd...
Lê ez li ber hunermendan dikevim; ew çawa di hundirê vî kirasî de aciz nabin?
Mîratê!
Carinan berjewendîyên şexsî û karîyer zora kesayetê dibin.

Mirîd jî difirin!
Yaw van mirîdan bira jî mejîyê keran xwarîye; meriv mejîyê di serê hemûyan de derxe, bide ser hev û têxe qûna mirîşkekê, dîsa jî ew ê şûna hêkekê danegire û mirîşk ê nebêje ew çi ye we rada qûna min, bi rehetî û bê êş ew ê hêka xwe bike û nabêje "ay serê min" jî!
Mejîyê ku xwendin tesîrê lê neke! 
De îja were bi vî mejîyî re şer bike...
Ji hev re qala felsefeya Manî, Zerdeşt, Osho û Nietzche dikin, lê ji bin fisa Apo dernakevin û terka mirîdîtîyê nakin.
"Tir li ku, das li ku!"
Yanî yekî hay ji felsefeya van ciwamêran hebe, çawa ranabe terka mirîdîtîyê nake, bira jî ev mijar hêjayî nîqaşê ye; 
yan jî çawa dikare bi serîyekî bê mejî felsefeya van ciwamêran bixwîne!
Baş e ku mejî di serê van kesan de tune ye, yan na Xwedê yê pê bigirta!
Jixwe Xwedê jî li xwe heyirîye. Rebeno dike nake, hîdayet nabin.
Divê ev nakokîya xwelîser a trajîk ji lîsansa bilind û doktorayê re bibe mijara tezan.
Axir...

Max Kruse li seranserê dinyayê bû mijar û hemû kanalan wek nûçeyeke flaş ew derxist pêş, 
lê ji bilî tirkan.
Mîna di guhê gê de dijîn, guhê xwe ji vê nûçeyê re girtin.
Hûn guhên xwe jî bigirin, çavên xwe jî bigirin, kurd û kurdî yê her di nav çavê we de bin.
Teva ku berî nuha bi salekê di tîma wan Fenerbahçeyê de lîstibû jî, hîç qal û behs nebû; nebû, lewra ji bo her kesî ev nûçeyeke magazînî, kulturî bû, 
lê ji bo tirkan sîyasî...
Keça ku Max Kruse dil xistîyê û li hember kamerayan daxwaza zewacê lê kir, keçeke kurd e û li ser tîşortê xwe bi kurdî: "Ez ji te hez dikim! Tu dixwazî bi min re bizewicî?" nivîsandîye.
Dema mijar dibe kurd û kurdî, tirk har dibin, mîna gayê çav li xwînê bikeve...
Lê hûn ê bi vî gir û rikî di nav xwîna xwe de bigevizin!
Heger kurdên ehmeq û xwelîser rişma xwe ji destê we derxin û ji we re bibêjin, "Ne hûn bin, ne biratîya we be û terka biratîya we bikin!"

Gotina Dawî
Loma em dibêjin tesîra kar û xebatên hunerî, kulturî, sporî ji tesîra şer û sîyasetê bêtir e; 
qîmet bidin edebîyatê,
qîmet bidin huner û kulturê,
qîmet bidin sinema û muzîkê.
Bi vê çalakîyê, Tesîra Max Kruse li dinyayê kir û hişt haya dinyayê ji kurdan çêbibe, ji tesîra şer û sîyaseta van çel salên dawî bêtir e.

Û ji bo keça mêrdînî jî du sê gotin:
Ji dil û can ez te pîroz dikim ku bi rêya çalakîyeke weha di qada navnetewî de te ji kurdan re got kurd bi kurdî hene û ji dinyayê re jî got kurdî zimanê kurdan e.
Ya din jî,
 dema me mêrdînîyan xwe qure kir, hiş bin û dengê xwe nekin.
Mêrdînî ji nîyhandina cin û însên çêbûne, heger hûn bawer nakin jî, fermo herin berê xwe bidin Mêrdînê bê ji xêndî zarokên cinan kî dikare bajarekî weha efsûnî ava bike?


25 Temmuz 2021 Pazar

rûgenimê

min hestên xwe spartin dilê te
li ber nefesa te
hêdî hêdî kedî bûn
û min dojeh jî dît
bihuşt jî 

tav in çavên te
te dît 
li ber tavê kemilî zaroktîya min
loma jî
ji demsalan min ji hevînê hez kir
û di meheke havînê de ji genim jî
li pey dîtina te

genim bi tavê diseride
ez bi te seridîm
dû re 
min dil xist rûyê te yê genimî
û ji wê rojê de ye
çavê min bar nabe li genim binerim
rûgenimê

ji tenûrê hesidîm
çi cara min dît jineka rûgenimî li ber tenûrê ye 
û nan pê ve dide
ez hesidîm 
pir hesidîm

rûyê genimî ez bengî kirim
celî bûm bi carekê
bi çolê ketim
û ez tenê me nuha
tikîtenê

her şev 
di rengê nanekî tenûrê yê rûgenimî de
ez dengê te dibihîzim 
li ser meytê min tu dilorînî
rûgenimê
û ji nişka ve vediciniqim 
digirîm
diqîrim
diêşim
jan dide xortanîya min
çendî xwezîya xwe bi mirinê bînim jî
namirim ez
bi hesreta kulmek genim
hîn jî dijîm
lê wer xuya ye bi vê kulê 
mîna te ez ê jî bibim hebek genim
û xwe bigihînim malzaroka axê

heger bû qismet 
û me xwe gîhand hev
belkî rojekê 
erê belkî rojekê
bi hev re em biqelêşin zikê axê
û derkevin nêçîra eşqê

min got
me çend zarok anîn dinyayê
bêyî hev
û hêdî hêdî dimirin 
bi nifirên me re

em ji çûriskên eşqê zêde bûn
lê ew ê nebin çûriskek jî 
qewlê genim li erdê ket
ma te nizanîbû genim ê li me bê xezebê
rûgenimê


24 Temmuz 2021 Cumartesi

şofêrên texsîyên ticarî

Dest min nedin!
Ji vê sibehê de derketime, va ye nuh gîhaştim malê.
Ker di jina hin şofêran ne!
Meriv newêre berê van kîrquzdêyan bi cîyê nêzîk ve bike; wek meriv di ser jina xwe de zevt bikin, bi xwe tahde tînin.
Min di...
Tobe tobe!
Seyda Fuad Onen jî carinan nivîsên min dixwîne. Naxwazim zêde devê xwe edem bikim.
De jixwe we fêhm kir...

Ji ber ku ne mirîdên serokan û ne jî mirîdên xwedayan im, li ser twîterê zû bi zû kes newêre bi min re têkeve nav têkilî û peywendîyê; xwe ji min disitirînin.
Ê ew jî ne neheq in ha! Derdora wan hemû mirîd in, naxwazin navbera xwe û çepikan, biborin, navbera xwe û mirîdan xera bikin.
Haho!
Jina ku dikeve himbêza min, heta ez nebêjim "xêr e?" li ser twîterê tew nizane ez heme yan ez tune me.
Weleh min ji ber kîrê xwe fedî kir; hema bi qasî wan mirîdên bêkesayet jî tesîra wî tune ye.
Heyf!
Axir...
Doh ez ji dêrê derketim, tam li devê derîyê wê ez û dînek qoçaqoça çûn hev. Wî da pêşîyê, min da dû...
"Nahlet li we bê! Hûn çawa diherin wê dêrê tewaf dikin! Hûn çawa misilman in! Qey hûn ji pêxemberê xwe şerm nakin!.."
Min got, "Xwedayê te heye lo!"
Li min nefitilî, bi hêrs got, "De hiş be lo! Qala Xwedê neke û navê wî neyne ser zimanê xwe..."
Û ew pêlên însên qelaşt û ji ber çavan wenda bû.
Dîn û dîndar!
De îja dîn e ne bes e, bi ser de jî dîndar e.
Yanî ewil mejî pûç bûye, dû re ew mejîyê pûç bûye ji serî celî bûye!
Haho!
Tirk çi qewmekî ecêb e!
Ji sedî sed ji qûna Xwedê ketine.
Lê...
Ew ji qûna Xwedê jî ketibin, ji kîrê Şeytên jî pengizî bin, dem û dewran li wan dibihure.
Wekî din?
Min dixwest îşev ez ji we re helbestekê jî binivîsînim, lê piştî van gotinan helbesta ez binivîsînim, ew ê ji vê nivîsarê ne kêm be, loma jî ez dixwazim kizînîya dilê xwe şeveke din bikewînim.
De...
Biborin, ev "de" bê hemd ji nav lêvên min pekîya.

23 Temmuz 2021 Cuma

sosret û hetikandin

Di salên heftêyî û heyştêyî de,
bi rêya sînemayê, tirkan têr qerf û tinazên xwe bi lazên asîmle bûne kirin; 
devoka wan ji gelek fîlmên Yeşîlçamê re bû mîzah û bi devoka wan ew hetikandin.
Îroj jî,
kurd ketine dewsa lazan.
Di fîlmên wan ên li bajarên kurdan de tên kişandin, bi tirkîyeke şikestî civaka kurdan ji xwe re dikin mijara pêkenînê.
Xwedêgiravî mîzah e, lê ji bilî mîzahê dişibe her tiştî.
Pirê caran kurdên bi koka xwe kurd, lê bi saya sîyaseta kurdan a kurmî entegreyî vê sîstema rezîl bûne jî di van fîlman de dilîzin û xwe jî, me jî dilewitînin, dihetikînin.
Heyf!
Divê meriv xîretê bi pereyan neguhere, lê xîret jî bi vî miletî re nehiştin, mixabin.
Îroj di TRT1ê de ez li fîlmekî rast hatim.
"Nuh Gemîsî Cîzre'de-Keştîya Nûh li Cizîrê ye"
Di wî fîlmî de ez li hunermendekî kurd jî rast hatim.
Bi dîtina hunermend Mesûd Cizîrî ez êşîyam. 
Hewce nedikir Mesûd Cizîrî ji bo çend qurişan di wî fîlmê qeşmerane de bilîsta.
Îja civaka ku ji herîyê pêxember û xwedayan ji xwe re çêke, bêguman di wê civakê de qîmetê huner û hunermendan ê tune be.
Di projeyên xelkê de, di nav kultura xwe de em wek zirpîneyekê beloq xuya dikin.
Aqilê meriv ji kîsê xelkê be, halê me yê ev hal be.
Xwedê ji we ne razî be û ez jî ji Xwedê!

Di qada hunerê de,
quz pênc gavan di pêşîya kîr de dibeze!
Û heger tu mê bî, nêr xalîçeyên sor radixin li ber nigên te...
Dengê te xweş e, ne xweş e, hîç ne girîng e.
Çend awrirên jinane û tu sax, 
ji qewla Seyda Laleş Qaso.

Hin teres hene, ew bi xwe jî dizanin çi teres in, lê hewl didin bi wê teresîya xwe ji teresên wek xwe re bibêjin teresî serbilindî ye.
Û ev teres, bi teresîya xwe bextewar in, mixabin.




22 Temmuz 2021 Perşembe

dêr û lawê xwedê

Piştî salekê li Taksîmê ez derbasî dêrekê bûm;.
Nizanim, çendî ne dîndar im jî, îhtîşam û atmosfera dêran ji mizgeftan bêtir bala min dikişîne.
Lê çi dêr, çi mizgeft, çi sînegok û çi îbadetgehên dînên din...
Ji bo min hemû yek in.
Axir berî ez derbasî hundirê dêrê bibim, ez çûm li ber peykerê Papa sekinîm; lê Papayê çendemîn bû, nizanim.
Jixwe min ji xanimekê rica kir, çend wêneyên min jî di himbêza wî de girt.
Bi qudra Xwedê, belkî jî dengê wî bi xwe bû; hew min dît wek sura bayekê ji ber guhê min çû û dengekî nerm di guhê min de olan da:
"Ma hema her tim xelk ê di himbêza te de rûne!"
Di ser xwe re ez fitilîm, min li peyker nerî; lê haya peykerê reben ji min tune bû.
Demildest ez pengiz bûm, min qûna xwe ji wir bilind kir.
Di ber xwe de bû "tobetobe"ya min û derbasî hundirê dêrê bûm.
Wek her dînî, ev dîn jî li ser bazirganîyê ava bûye. Ji quncikê min mûmek kirî û ez ber bi quncika mûman ve meşîyam.
Min jî mûma xwe vêxist û bi qasî sê çar deqeyan ez li ber wan mûman sekinîm.
Ka nizanim xewê girt ser çavên min an bi tesîra mala Xwedê bêyî vîn û îradeya min çavên min çûn ser hev, du sê deqeyan çavên min girtî, destên min vegirtî, min dest bi gazin û lomeyan kir:
"Ya lawê Xwedê!"
Dû re min got, "Çima lawê Xwedê?"
Rast e, Îsa Xwedê bi xwe ye.
Ma law piştî demekê şûna bavan nagirin?
Îsa jî lawê Xwedê ye û jixwe nayê bîra min Xwedê li ser wî textî rûniştîye.
Qey roj were Xwedê yê ji ser wî textî rabe û Îsa yê li dewsa wî rûne.
Erê lo, min got:
"Ya Xwedê!"
Dîsa bi sura bayekî nerm dengekî di guhê min da olan da:
"Kerem bike, Devliken!"
Ez veciniqîm, min çavê xwe vekir, mîna şeple bi min ketibe, min li dora xwe nerî, lê her kes bi karê ber xwe mijûl bû.
"Ez im ez, Devliken! Ma te bi xwe gazî min kir, nuha jî wek Şeytan bi te bikene, tu xwe şaşomaşo dikî! Ez im, Îsa Îsa, lawê Xwedê, piştî çend emir û temenên din Xwedê bi xwe! Ka bibêje, tu çi ji min dixwazî!"
Min got:
"Saxîya canê te, ma ez ê çi ji te bixazim!"
Got:
"Dev ji peyvên klasîk berde û netirse, berxê min! Tu çi ji min dixwazî, kerem bike!"
Min got:
"Binere, ez ê bixwazim, dû re qûna xwe bi vir de û wê de nebe û neyne, haa!"
Hêrs bû, dikira bi min de biteqîya, min got:
"Henek, henek!"
Bêtir aciz bû, got:
"Ez ê di henekan nim ha, Devliken! Ma henek bi Xwedê dibe?"
Min got:
"Bibore, cara ewil e ez bi Xwedayekî re dipeyivim, ji ber vê jî ji kelecanê zimanê min li hev digere."
Got:
"Zû bilezîne, bi sedan însan hene, divê yek bi yek ez li gilî û gazin û daxwazên hemûyan guhdarî bikim. Tu çi ji min dixwazî?"
Min got:
"Weleh ez dizanim derew e, lê dîsa jî ez ê bixwazim..."
Got:
"Çi ye?"
Min got:
"Te ji her miletî re dewletek çêkir û da wan, ji me kurdan re jî Kurdistanekê çêke û bide me."
Got:
"Bi soz, kengî kurdan Kurdistan xwest, ez ê Kurdistanê çêkim û bidim wan."

Gotina Dawî
Heft Xweda û heft pêxember jî bibin yek û bixwazin, heta kurd ji dil û can nexwazin, Kurdistan ji bo kurdan tenê fantezîyek e.

tirk ji hukim bikevin

got,
dijminên kurdan ji kurdan bêtir xizmetê ji kurdan re dikin; qet nebe meriv dizane dijmin in û meriv li dijî wê dijminatîyê reaksîyoneke netewî nîşan dide; lê hin kurd hene, bi devê xwe kurd in, lê mîna kurman hêdî hêdî ji kurdîtîyê dixwin.

got,
ez ji jina xwe re dibêjim ka were em vê pozisyonê biceribînin, jina min xwe aciz dike, dibêje ma ez fahîşe me!

got,
dema tirk di qada sîyasetê de ji hukim dikevin, di her qadê de dibin wek jina qûnde.
û holandîyan pênc kîrên ji kîrê Hecî Meter girstir radan qûna tirkan.
PSV 5-GS 1



20 Temmuz 2021 Salı

şêx ehmedê dîn

Cejn e...
Şêx Ehmedê Dîn serê sibehê, berî mele û dîk biavêjin ber hev û bi hev re azan bidin, şîyar bû, ji nav nivînên xwe rabû, derket derve, şipîyakî mîst û berê xwe da mizgeftê. 
Destê xwe da derîyê mizgeftê yê hewşê ji bo derbasî hundir bibe, berê deng bi dîk ket, dû re bi "Alahuekber"a mele, azan da.
Dengê mîratê dîk xweş dernediket, azana melê bi ser dengê wî diket.
Şêx Ehmedê Dîn di ber xwe de kenîya, xwe bi xwe got, "Dengê melê min wek zengil derdikeve vê sibehê; ji azana wî jî xuya ye nîyhandineke xweş li jina xwe kiriye, jinê dilê wî rehet kiriye."
Serê xwe bi belengazî kil kir, got, "Ez di siûda xwe nim!" û qûna xwe da ser derenceya ber derîyê hundir.
Piştî bi kêlîyekê mele jî hat.
Şêx Ehmedê Dîn ji ber mele rabû ser xwe, qedrê wî girt.
Mele bi dîtina Şêx Ehmed re verqilî, di ber xwe de selewat anî. Ber bi Şêx Ehmedê Dîn ve du sê gav avêtin, got, "Xêr e Ehmedê Baqil, dîsa Şeytan bi te kenîyaye, berî min tu li vir î!"
Şêx Ehmed serê xwe bera ber xwe da, bi şêwazeke fedîyok got, "Ma weke kêfa tu dikî, kes tune ye himbêza min jî germ bike. Ez jî rebenê Xwedê serê sibehê berî Xwedê û Şeytên bi xwe dihisim."
Mele got, "Estexfuralah! Wer nebêje Ehmed. Tu dikevî kufrê!"
Mele derîyê mizgeftê vekir û her duyan da pey hev û derbasî hundir bûn.
Mele di ser stuyê xwe re fitilî, li Şêx Ehmedê Dîn nerî, got, "Kuro, tu ne heram î, ne?"
Hîn mele tam li xwe nezîvirîbû, Şêx Ehmedê Dîn bi dengekî nizm kir vinevin, got, "Ma min nenîyhaye jina te!"
Deng çû mele, lê baş tê negihîşt bê Şêx Ehmedê Dîn çi got. 
Dîsa di ser stuyê xwe re zîvirî, got, "Te got çi, dengê te nehat min!"
Şêx Ehmedê Dîn got, "Weleh Seyda, ne ji heramê fêhm dikim û ne jî li helalan rast hatime..."
Mele berê xwe guherî, xwe bi xwe got, "Tobe tobe! Tew ev ê dîn û felsefeya wî!"
Dû re fitilî, li Şêx Ehmedê Dîn nerî, lê nepeyivî. Di ber xwe de got, "Şeytan wî dipeyivîne, Şeytan!"
Mele çû li şûna xwe rûnişt.
Yek bi yek gundî jî hatin ji bo nimêja sibehê; di nava deh deqeyan de deh kes ketin hundir; temenê hemûyan jî di ser heftê re bû.
Û hemû jî bi maske...
Mele got, "Firehî hev bisekinin!"
Her di navbera du kesan de du metre navber xistinê û xwe dan benda komûta mele.
Berî mele paşîya qûna xwe bide wan û bibêje, "Allahuekber!"
Şêx Ehmedê Dîn got, "Seyda, ma ne berê te weaz dida, te digot, mil bi mil nimêj bikin, bila ba jî di navbera we re derbas nebe; heger hûn navbera xwe vala bihêlin, Şeytan ê were têkeve navbera we û we jî bi xwe re gunehkar bike."
Mele hêrs bû, got, "Dînê Xwedê! Korona heye, korona! Ji bo hûn nexweş nekevin. Ma ji kêfa ez dibêjim firehî hev bisekinin."
Şêx Ehmedê Dîn her du destên xwe dan paş qûna xwe û hêdî hêdî ber bi derî ve meşîya. Berî di derî re derkeve, di ser stuyê xwe re zîvirî, li cimhetê nerî, got, "Bi telaqê min, bi qasî hûn ji koronayê ditirsin, hûn ji Xwedê bitirsîyana, hewce bi nimêj û rojîyê, ji dua û çûyîna hecê nedima."
Û ji ber çavan wenda bû...

19 Temmuz 2021 Pazartesi

doh doh bû îroj îroj e

"Rehma Xwedê li zanebûnê be" digot, rehmetîyê bavê min.
Û pêşîyekî me jî, belkî jî pêşîyeka me be, digot, "Pştî tiving derket, mêranî betal bû."
Nizanim, belkî jî yê ev gotin gotibe, ne ji êl û eşîra me be, lê her kê gotibe, xweş gotîye.
Rehmet li gora mirîyên wî be!
Erê...
Rehmetîyê bavê min jî xweş gotîye, pêşîyan jî li ser rewşa doh û îroj analîzeke rast û baş kirine.
Doh doh bû, îroj jî îroj e...
Û piştî medyaya sosyal derket, bira jî me rehmet li ser aqil û zanîn û zanebûnê xwend û gora mêranîyê kola.
Vî zemanê teres, 
her kes pispor e, 
her kes zana û feylesof e 
û kes newêre tirekê bike ji tirsa van megalomanên medyaya sosyal ku di rewşên giran de newêrin serê xwe ji qula xwe derxin.
Her kes dibêje, ez û ez, lê kes nabêje ka çer bû û çi hat serê pez!
Li ser twîterê Jan Dost ji şoreşê re got, "şowreş" dîn û baqil, kerr û kwîr, qop û seqet hemû li ser serê wî bûn yek û êrişî wî kirin.
Yaw heyran, ma mecbûr e her kes wek we binere, bibîne, bifikire?
Wî got, "Şowreş!" hûn jî bi qerfî bigerînin û li bin "şowreş"a wî binivîsînin, "Heyran, te ew "w" zêde nivîsandîye û qedîya.
Axir, jixwe zêde mejîyê me tune bû, van îdeolojî, partî û rêxistinan ew piçikê mejî jî bi xwe re bir û çû.
Lê li ser meseleyê, çima ne bi hashtaga "Rojava" an jî "Rojavayê Kurdistanê" lê bi hashtaga "Bakurê Sûrîyeyê" dest bi çalakîyekê kirin, nizanim.
Ez ê bibêjim, "Xwedê çêke!" 
lê ji ber Xwedayên sexte û derewîn, Xwedayê reben jî hew diwêre ji qulê derkeve û li xwedêtîya xwe mikur bê...

"Dilê sar bibe, têkeve heft tenûran jî, germ nabe!"
Off! 
Çi gotineke qerase!
Çi gotineke rebanî!
Tenê ev gotin, bi serê xwe 
zirhelbestek e...
Zirçîrokek e...
Zirromanek e...
Xwedê kurdî afirand û xwe lal kir.
Dû re got, 
"Madem ji nuha şûn de kurdî yê hebe, hewceyî min nake ez bipeyivim."
Lê kurdan ji bîr kir herin xwe bi kurdî pîrozwer bikin.
Û Xwedê jî rabû kurdên bi kurdî pîrozwer nebûne, ji dergeha xwe qewirand, ew celî kirin.




18 Temmuz 2021 Pazar

rewşenbîr û rewşenbîrî

Kî rewşenbîr e, kî ne rewşenbîr e,
heta nuha bi sedan nîqaş û galegal li ser çêbûn, 
rewşenbîrî bû mijara gelek panel û konferansan 
û di gelek civatên entelektuelî de qirik qetîyan, mû bi zimanan ve şîn hat, 
bi hezaran nivîsar û makale li ser hatin nivîsandin, 
lê hîn jî ew nîqaş berdewam e.
Kî rewşenbîr e?
Kî ne rewşenbîr e?
Di rewşên çawa de rewşenbîr rewşa xwe kifş dike?
Her kesê ku çend kitêb xwendibin, gelo dibe meriv jê re bibêje yan jî ew ji xwe re bibêje rewşenbîr?
Li ser meseleyê, hin ciwamêran li ser rewşenbîran û rewşenbîrîyê weha gotine:

George Orwell:
"Di rewşên tevlihev û kaotîk û giran de, dema tirs û durûtî dibin serdest, rastgoyî bi serê xwe çalakîyeke şoreşgerî ye."
Yanî ciwamêr xwestîye bibêje rewşenbîr, heger serî jî bifire, divê ji heq û rastîyê şaş nebe.

Noam Chomsky:
"Rastgoyî û kifşkirina ser derewan berpirsîyarîya rewşenbîran e; kesên rastîyan veşêrin û nebêjin, ne entelektuel in."
Vî ciwamêrî jî rastgoyî destnîşan kirîye û herweha xwestîye bibêje tavê bidin qûna derewîn û sextekaran, bila rast û derew ji hev kifş bibin.

Jean Paul Sartre:
"Kesê ku guh nade astengîyan, di qaliban de hilnayê û guh nade gef û fortan û dipeyive, fikir û nerîna xwe bi wêrekî dibêje, tîne ziman, rewşenbîr e."
Ev zilam, zilamê min e; ji orta mishefa reş peyivîye. 
Bi min jî rewşenbîr di sînor û qaliband de hilnayê.

Edward Saîd:
"Kesê li hemberî desthilatîyê hîç serî danayîne, di her şert û mercî de azadîya însên diparêze û ji bo azadî geş bibe, her tim cehd dide, hewl dide, ber xwe dide, rewşenbîr e."
Vî ciwamêrî jî qalibê rewşenbîrîyê xweş danîye.

De îja ka werin vî kirasê ku van ciwamêran birîye, em jî bidirûn û li rewşenbîrên me bikin bê li bejn û bala wan tê yan nayê?
Ev kiras ê li ser kê rûne û li ser kê rûnene?
Di civaka me de, kê çend kitêb xwendibin, çend kitêb çap kiribin (bi pereyê xwe), vî kirasî dikişîne ser bedena xwe û radibe quretîyên ji qilafetê xwe mezintir dike.
Tew carinan asta rewşenbîrîyê heta hûn bixwazin dadixin, nizm dikin, da ku serjimara rewşenbîran pir bibe û em xwe bi xwe qûna hev rakin û serî li hev mezin bikin.
Kesên radihêjin mîkrofonê û çend helbestan dixwînin jî dibin rewşenbîr...
Kesên bûbin endamên partîyekê...
Kesên di çend çalakîyan de çend slogan avêtibin...
Kesên li ser medyaya sosyal fikrên xelkê wek fikrên xwe belav kiribin û bi xêra wê dizîyê populer û fenomen bûbin jî...
Yanî, 
bi kin û kurmancî,
li ser axa welatê min a ku ehmeq û megaloman li ser serê civakê bûne serdest, her kî çend peyvên xemilî yên ji kesayeta xwe mezintir bike, li ser serê civakê dibe rewşenbîr û li pêşîya navê wî teqez "mamoste" tê gotin.
Û "mamoste" remz û nîşaneya rewşenbîrîyê ye.
Heger rojekê we dît di civatekê de bi "mamoste" gazî hev dikin, hîç nepeyivin, dengê xwe nekin, teqez ew ên li wir hemû rewşenbîr in; qedrê wan bigirin.
Axir, 
ez jî li ser rewşenbîrîyê çend gotinên ji xwe qelewtir bikim:
Rewşenbîr, divê wêrek û bi xwe bawer be, lê wêrekî û bixwebawerî jî bi xweber çênabe.
Divê tu rast bî, rastgo bî, durist bî û herweha xwedan vîzyon bî.
Dû re,
divê tu hîç wext bextê xwe neavêjî û ûjdanê xwe kwîr nekî.
Û xala herî girîng,
divê tu azad û serbixwe bî; tu ne endam û zilamê partî û rêxistinekê bî; heger tu ne azad û serbixwe bî, kes ê ji çîrokên te yên li ser azadî û serxwebûnê bawer neke.
Biborin!
Hewce bû min di serî de weha bigota:
"Rewşenbîrê miletekî heger bi zimanê miletê xwe nikaribe bifikire, bixwîne, binivîsîne, jixwe divê kes li pey wî nere û hîç guh nede gotinên wî; 
ji ber ku yekî xwe bixapîne, dikare we bi rehetî bixapîne...
Ka ez vêya jî lê zêde bikim û dev ji we berdim.
Rewşenbîr, heger dem û dewran guherî û kesên ji wê zîhnîyeta ew bi xwe diparêze derketin ser text û bûn desthilat jî, divê ji bo ew zîhnîyet xwe nuh bike û her tim li xwe zêde bike, li dijî wê zîhnîyetê bi haweyekî muxalîf her tê bikoşe.



17 Temmuz 2021 Cumartesi

tirkên ehmeq û kurdên ehmeq

Hûn dizanin di navbera tirkên nezan-ehmeq û kurdên nezan-ehmeq de çi ferq heye?
Tirkên nezan-ehmeq dewleta xwe di ser dîn û Xwedayê xwe re digirin, bi xezebekê dewleta xwe diparêzin, devê meriv dihere li paş guhê meriv disekine; bi kin û kurmancî, ji bo dewleta xwe bi bêhişî xwe li mirinê diqewimînin; lê berevacî vê yekê, kurdên nezan-ehmeq li dijî dewletê ne; heta pirê wan haya wan ji bayê feleqê tune ye; yên çavbişikivî û haya wan ji bayê felekê heye jî, li pey dîn û îdeolojîyan mirîdîtîyê dikin jixwe.
Û mixabin ji ber ku li her derê nezan-ehmeq serdest in, rewşa me kurdan giran e.
Roja ku kurdên nezan-ehmeq jî bigihêjin asta tirkên nezan-ehmeq, wê rojê serxwebûnê ji her tim nêzîktir be.
Lê mesele ye haa!
Îroj nîvro, ez bi otobusê ji Sahrayi Cedîdê derbasî Ataşehîrê bûm.
Yekî qijmirokî bala min kişand; ne dîn bû, lê nedişibîya biaqilan jî; 
pantorê xwe kişandibû ser navika xwe, bi qayîşê nava xwe guvajtibû, mîna Red Kît xuya dikir.
Li ser wî pantorî qutikekî bi pî (qazax) li xwe kiribû; 
meriv lê dinerî, havîn li meriv dibû zivistan, lê tew ne xema kîrê wî bû; min xwê dida, wî nedida...
Axir,
Bi strana "hoplayiver çekîrge, ziplayiver çekîrge, bidi bidi bidi çekîrge" deng bi telefona wî ket.
Dema telefon ji bêrîka xwe derxist û da ber guhê xwe, bişirînekê xwe li ser lêvên min danî, lê min nehişt ew bişirîn veguhere ken.
Li ser pişta telefona wî alaya tirkan hebû.
Xwe bi xwe min got, "Ehmeq, nezan û mirîdên me bi qurbana kîrê te bin û hew!"

Li perava Modeyê me.
Li pêşîya min jinek û du xort hene; bi gavên kubar dimeşin, ez jî li pey wan im...
Ji nişka ve bala min ket jinê; 
bêbavê mîna kihêlekê bû; bejindirêj, lihevhatî, porkurîşk, rûgenimî, mîna ronîya heyvê bû.
Heger ez bi Devlikenê biçûk re nexeyidîyama, wê di pêşîya min de bibezîya; 
baş e ku her tim rişma wî di destê min de ye.
Û her du lêvên wê jinê ji ser hev çûn; peyivî...
Ji nişka ve ew ronîya heyvê li ber çavê min bû tarîyeke dojehî. 
Devlikenê biçûk li pey min ma, wek tu satileke ava cemidî bi ser serê min dakî, sar sekinîm.
Xwezî min dengê wê nebihîsta!
Belkî ji çîrokeke romantîk re bibûya îlham û mestere, lê deng ew sêhr û efsûn belav kir, mixabin.
Min got,
ji bo jinê deng girîng e...
Dengê xweş dikare jina herî ne xweşik bike horî, dengê nexweş jî dikare jina herî xweşik bike pîvazeke genî.
Deng jinê dike jin.
Min got, deng...







16 Temmuz 2021 Cuma

genetîka nexweş

Dema genetîka miletekî nexweş ketibe, êdî ew milet nema dikare li rastîya xwe vegere û bibe xwe;
hemû refleks û reaksîyonên wî, bi haweyekî protez xwe didin der.
Ji bilî xwe li ser her tiştî digirî;
gilî û gazinên wî ne ji bo wî ne, 
bi serketîyên xelkê pesnê xwe dide,
ji xelkê bêtir li ser xelkê diêşe!
Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin xwenenasên weha têm.
Dema ez çav li nivîs û parvekirinên wan dikevim, ji bilî kurdekî dişibin her gûyî.
Ji tirkekî betir xwe tirk, ji tirkekî bêtir xwe xwedîyê vê dewleta teres dibînin.
Di nivîs û parvekirinên wan de hewldanek heye ji bo desthilatîyê biguherin;
bi gilî û gazinan hezkirin û xweaîdîyeta xwe kifş dikin.
Û pirê ji van kesan jî, li ser medyaya sosyal wek şoreşger û niştimanperwerên kurd tev digerin.
Min di serî de jî gotibû,
dema genetîka miletekî nexweş dikeve, êdî ew milet nema dikare li rastîya xwe vegere û bibe xwe.
Hîn jî hay ji hin xwenezan û xwelîseran heye, bi çûyîna desthilatîya Erdogan re meseleya kurd û tirkan ê çareser bibe.
Weyla min di IQ we nîyho!
Ji bîr neke!
Heta tu wî kirasê kurdbûnê yê li ser xwe çîrçîrî nekî û neqetînî, dilê tirkan ê rehet nebe;
çi dîndar çi xwedanenas, çi netewperest çi demokrat, çi rastgir û nijadperest çi çepgir û lîberal...

Gotina Dawî
Êdî mû bi zimanê min ve hat, lê xuya ye zingînî yê ji serê we neyê!

15 Temmuz 2021 Perşembe

nîvcomayîn

Nîvcomayîn û Rew-şen-bîr
Carinan ez nahletekê li çavê wî yê ji me çêtir tînim û xwe bi xwe dibêjim,
kê çi kir, guh nedê, li kêfa kîrê xwe binere; bixwe, vexwe, bigere, bixwîne, binivîsîne û heger ji qûna te hat, nîyhandina xwe bike, 
lê nahêlin...
Her çi tê serê me kurdan, ji ber kesên nîvaqil û nîvkurd tê serê me.
Her tiştê wan nîvco ye;
mejîyê wan nîvco ye, 
kurdîtîya wan nîvco ye, 
xebatên wan nîvco ne
û ji ber ku her tiştê wan nîvco ye,
ji doza xwe re jî nîvco ne;
tu carî bi duristî, bi dilsozî, bi saxlemî nabin neferek ji neferên dozê; loma jî dawîya wan her tim toz e.
Her tim çavê wan li fen û fûtan, li dek û dolaban e 
û li pey berjewendîyên xwe yên ji kesayeta xwe biçûktir bi haweyekî kone û zexel dibezin.
Kesên weha kone û zexel tu carî bi vîn û îradeya xwe tev nagerin;
tev nagerin, 
ji ber ku dîn û îdeolojîyan tecawizî kesayet û karaktera wan kiriye.
Hîç nikarin bibin xwe û li ser nigên xwe biedilin, her pişta xwe didin hinekan û li pey hinekan diherin.
Şêx û serokên wan ew hînî mirîdîtîyê kirine;
bi kin û kurmancî kultur û edeba mirîdîtîyê ketîye bin hişê wan, ketîye nav xwîna wan.
Mirîdîtî jî ji pençeşêrê wê de ye anku prosesa piştî pençeşêrê ye.
Wek ku min di destpêkê de jî destnîşan kir, kesên nîvco dibînin, hemû kar û xebatên xwe jî nîvco dikin.
Pirê rewşenbîrên kurd nîvco ne.
Û ev nîvcomayîn problemeke netewî ye; rê li ber nexweşîyên sosyolojîk û travmatîk vedike.
Rewşenbîrên kurd, ji bilî civaka kurd ji her civakê re rewşenbîr in; rewşenbîrtîya wan tenê ne di xizmeta civaka kurd de ye.
Dunig lê dixin.
Ne ji civaka tirkan dûr disekinin, ne jî ji civaka kurdan, 
lê bi qasî ji civaka tirkan re kubar û hesas in, ji civaka xwe re ne kubar û hesas in.
Zimanê tirkan ji tirkan çêtir dizanin.
Zimanê tirkan ji zimanê xwe çêtir dizanin.
Edebîyata tirkan ji edebîyata xwe baştir dizanin.
Kultura tirkan (di eslê xwe de ji dizîyê pêk hatîye) ji kultura xwe medenîtir dihesibînin.
Ji tirkan bêtir hebûna xwe di nav ruhekî tirkîyeyî yê entegrebûyî de dibînin û wisa bawer dikin ku bi rêya entegrebûyînê meseleya kurd û tirkan dikare çareser bibe.
Ji tirkan bêtir hewl didin wek tirkan bijîn.
Lê ne xema wan û hîç nakeve bîra wan bê ew kî ne, çi ne, ji ku hatine, zimanê wan, edebîyata wan, folklora wan çawa ye, çi qasî xurt e, çi qasî qedîm e!
Ji mêj de razî ne ji bo bi kirasekî entegreyîbûyî bigerin.
De îja ev celeb rewşenbîr jî xwedêgiravî hewl didin kurdan biparêzin, kurdan li kurdîtîya wan vegerînin.
Rewşenbîrê ku nikaribe bi zimanê xwe bipeyive, bixwîne, binivîsîne, ew ne rewşenbîr e, tenê megalomanekî sextekar ê kwîr e.
De îja...
Wî ruhê wan ê genî yê rezîl mejîyê wan pûç kiriye; di ehmeqîyê de asê mane.
Kesên weha, ne xwe ji dêrê dikin, ne jî ji mizgeftê; 
di cavaka tirkan de li pey nav û karîyer û şohretê ne, di civaka kurdan de jî wek rewşenbîr tev digerin;
nanê bêxwê dixwin, tirên şor dikin.

Bi qasî kurdî ji destê kurdan kişand û dikişîne, ji destê kesî nekişand û nakişîne!

Rewşenbîr û Ziman
Doh li ser twîterê ez li twîteke Profesor Abdullah Kiran rast hatim.
Twît ev e:
"Takîpçîlerîmîz onbînî bulmuş/Şopînerên me deh hezarî dîtine."
Xwedêgiravî vî ciwamêrî jî serê xwe bi zimanê kurdî re êşandîye, gelek nivîs, nivîsar, makale û kitêbên wî bi kurdî çap bûne. 
Herî dawî li ser ferhengeke onlîne xebitîye û belav jî kiriye.
Mala wî ava be!
Tenê carekê ez bi vî misilmanî re rûniştime û me bi hev re çayek vexwarîye.
Çawa ye?
Xwedan kesayeteke çilo ye?
Fikir û nerîna wî çi ye?
Nizanim.
Belkî ciwamêr ji min û we qenctir, çêtir be jî; jixwe tu problemeke min a şexsî jî bi wî re tune ye.
Doh ez li ser twîterê li vê twîta wî rast hatim û min xwe negirt.
Ma tenê min ew twît dît?
Na.
Ji xêndî min bi hezaran kes...
Jixwe wa ye wî bi xwe jî di twîta xwe de gotîye, "Şopînerên me deh hezarî dîtine."
Yanî bi kêmanî hezar kesî ew twît dîtîye.
Çima ne kesekî din, lê ez?
Heyran, 
wek ku min berê jî qal kiribû; 
ev civak, 
bi saya şêx û serokên xwe hînî kultureke sexte, mirîdane, qeşmer bûye.
Kesên di nav peywendîyekê de bin, tu carî kêmasîyên hevdu nabînin, heger bibînin jî, nabêjin;
Tenê qûnalêsîya hevdu dikin û ji hevdu re li çepikan dixin, pesnê hevdu didin, serî li hevdu mezin dikin.
Mixabin, ez nikarim wek van xwelîseran çavê xwe bigirim û zimanê xwe di ber de jêkim!
Ev ciwamêr, ne profesor, tu dixwazî bila ordûnaryûs be, ziman şaş bi kar anîye.
Vî ciwamêrî di ber kurdîtîyê de por jî spî kiribe, ziman şaş bi kar anîye.
Bi kin û kurmancî, 
ev ciwamêr, ne profesor, heger lawê Xwedê bûya jî, min ê jê re bigota, te ev ziman şaş bi kar anîye;
şaş bi kar anîye, ji ber ku bi tirkî fikirîye û hewl daye bi kurdî binivîsîne.
Jixwe piştî rexneya min ez bawer im nuha ew bi xwe jî li xwe mikur hatîye ku ziman şaş bi kar anîye, 
loma jî ne li ser twîterê, ne jî li ser facebookê nehat tişt negot.
Tiştekî bibêje jî tune ye jixwe.
Lê di şûna wî de hin nezan û xwenezanên li ber araqê mejîyê keran dixwin û bêhiş dikevin hatin jê re berdevktî kirin û ew parastin.
De îja derd û kula mezin ew e ku
dema yekî baş bi qeydeyên zimên nizane tê li ser serê te dibe pispor û mamosteyê zimên û xwe dihetikîne!
Tu bersivê bidî, tu jî bi wî re dihetikî, tu bersivê nedî, xwe qure dike û xwe bi xwe dibêje, min pişta wî da erdê, li ser şaşî û kêmasîyên xwe rûnişt.
Meriv di navbera xelîl û celîl de dimîne.
Axir, 
kesên weha derdên bêderman in.
Divê tu carî bi nîvaqilan re meriv nekeve nav heftûheyştan û nîqaşê.
Narsîstî, egoîstî û kompleksê mala civakê xera kiriye.
Bavê min jî be, heger şaş be, ez ê destê xwe li pêxîla wî xim û jê re bibêjim, tu şaş î.
Û min destê xwe li pêxîla bavê xwe jî xistîye; 
Cemîlê ku mêran newêrîbû li ber wî ji xwe re bigota "Ez mêr im!" di wext de min jê re gotîye, "Heyfa te! Tu Cemîlê Hecî Hisênê Îsa yî. Tu maqûl û rêberê eşîra xwe yî, çawa tu li xwe datînî bi filankes û bêvankesên weha qeşmer re bigerî!"
Sar sekinîye, bersiv nedaye...
Erê, ez weha me; 
serê min jî tê de bifire, ji şaşîyê re dibêjim şaş e û ji rêya rastîyê danagerim.
Tevna vê civakê xera bûye;
Ne bext maye, ne ûjdan maye, ne jî duristî û saxlemî...

Gotina Dawî
Çima ez nayêm hezkirin, hûn dizanin?
Ji ber ku tevna civakê xera bûye û ez hewl didim wê tevnê serast bikim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez tavê didim qûna megalomanan û wan di nav nakokîyên wan de digevizînim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez ne mirîd im û kurdî û Kurdistanê di ser hemû partî û rêxistinan re, di ser hemû serok û îdeolojîyan re digirim, ji min hez nakin.
Ji ber ku ez bala kesên jîr û zana dikişînim ser xwe, ji min hez nakin.
Ji ber ku jîr û zîrekî karîzma bi xwe ye û jin jî ji kesên karîzmatîk hez dikin, ji min hez nakin û dihesidin...
😉😉😉

14 Temmuz 2021 Çarşamba

carinan aciz dibim

Vê bêbava dewletê hingî çavê me tirsandîye, dema ji mecbûrî ji bo hin karên birokratîk jî rêya meriv bi qereqoleke wê dikeve, sûcekî meriv tune be jî, çong li meriv sist dibin, nigên meriv bi meriv re dixeyidin.
Ax ax!
Ez di qedera xwe (me) nim!
Her kî bûye sedema bêdewletîya me, li hêla din ez kîrê Xwedê di zotika wî kim!

Balkêş e!
Her sal, di salvegera mirina serekê doza xwe Doktor Qasimlo de, 
çi başûrî, 
çi bakurî, 
çi rojavayî, 
çi rojhilatî...
her kes gorbihuştê nemir Doktor Qasimlo bi bîr tîne.
Erê, ez serxwebûnxwazan fêhm dikim, lê kê nîyhaye van entegrasyonîstên xwelîser?
Ji qewla Ahmet Kayayê entegrasyonîst:
"Bu ne yaman çelîşkî anne!"

Ecêb e!
Carinan ez li hin berhemên kurdî rast têm û dixwînim...
Bawer bikin (hûn dixwazin bawer nekin jî) nivîskar tenê dixwazin ji xwendevanan re bibêjin, "Ez hewl didim hûn ji min fêhm nekin û bi gotin motinên qure, ez xwe li ber çavê we bikim yekî ne ji we."
Ji kesên weha re jî dibêjin, "Hosteyê Peyvan"
Bi min ev ne hoste moste ne; heger ji bo van kesan navek hewce be, ew jî ev e:
"Belengazên bi kompleks!"
Kurdên reben bi zorê ji zimanê xwe fêhm dikin, ev belengazên bi kompleks ê jî rabin li ser nezanîna wan, bi genetîka peyvan bilîzin û bi wê masturbasyona xwe ya ku ji fantezîyên wan ên kompleksî dizê xwe qure bikin.
Ji ber sîya pozê xwe rabin û piçekî li xwe vegerin; ji wê pozbilindîya we hûn ji xwe pê ve kesî nabînin.

Û sibê,
heftê sal di ser koça dawî ya Mîrê Zimên Celadet Elî Bedirxan re derbas dibe...
Erê Mîrê min!
Sal bi sal, 
li ser bingeha te danîye, ziman şîn û şên dibe;
lê pirsgirêkek heye, Mîrê min...
Sal bi sal, 
kurdîzan pir, lê kurdîaxêv kêm dibin!
Te bingeh danî, lê me ew hêz di xwe de nedî em li ser wê bingehê avahîyê temam bikin.
Kurdî yê kurdan bigihîne Kurdistanê, 
lê kurd di ser kurdî re gav dikin...
Ruhê te şad be, 
Mîrê min!

13 Temmuz 2021 Salı

qewmê wenda

Heger ji nuha heta deh salên din Kurdistan serbixwe û azad nebe:
Kurd ê hêdî hêdî ji kurdî dûr bikevin
û bi zemên re kurdên ji kurdî dûr bikevin, dor bi dor, ewil ew ê bibin kur... dû re bibin ku... k... û herî dawî jî ew ê bibin zirhîçek.
Ez bi xwe, 
çendî ez bi ruh û dilekî anarşîst tev digerim jî, ez ji kurdî re, ne ji kurdan re dewletekê dixwazim.
Her û her min sînor mînor nas nekiriye û di qaliban de hilnehatime, 
lê dîsa jî, 
bi dil û can ji bo kurdî, ne ji bo kurdan... 
ez dewletekê dixwazim.
Ev çel sal in,
kurdî di navbera dewletê û sîyaseta kurdan de roj bi roj ber bi mirinê ve dihere.
Bi şer kurd kuştin!
Bi sîyasetê jî kurd ji kurdî dûr xistin!
Heger heta deh salan Kurdistan serbixwe nebe û bi serbixwebûnê re kurdî azad nebe, kurd ê ne kurd bimînin, ne jî dikarjn dibin tirk; lewra tu ji sibehê heta êvarî li ber derîyê wan bizûrî jî, di çavê wan de tu yê her kurd bî.
Û kes ji heramzadeyan hez nake, 
heger xîret were xwe li bêvilê biqewimîne jî, pere nake, êdî tu heram î û heramzadeyekî dera han î.
De îja kurdên ji kurdî dûr bikevin, xîret ê jî ne xema wan be!
Ha bûne kurd, ha bûne kurm...
Hîç xem nake.
De hûn bi kêfa xwe ne.
Bixwin...
Vexwin...
Di hev nin...
Jixwe heywan jî van tiştan dikin.

Gotina Dawî
Em kurd qewmê wenda ne; ew qewmê ku di tewratê de derbas dibe û mesîhî ketine pey,
lê em bira jî wenda dibin!

ez û tu

got,
di germê de nîyhandin ne xweş e.
min got,
lê jixwe di nav cemeda alaskayê de jî ez û tu di hev nin, ji agirê ji bedenên me bifûre, cemed ê bihile; di rûyê me de, xwedê yê di bin avê de bimîne...

got,
her şev her şev ma qey tu jê têr nabî?
min got,
roja ku ez jê têr bûm, bila rebê alemê were ruhê min bistîne û emanetê xwe bibe...

got,
herî pir tu ji çi yê min hez dikî?
min got,
ji quzê te hez dikim; heger ne ji quzê te bûya, tu qîza xwedê jî bûyayî, min ê li rûyê te nenerîya...

got,
ma her tişt quz û nîyhandin e?
min got, 
bi serê te ne ji kîrê min bûya, te li hêla min jî nedinerî û nuha ji zû de tu ji xwe re derketibûyî pars û nêçîra kîrekî din...

got,
euww! gotinên te çi ne xweş in!
min got, 
ya min li ber dilê te şêrîn û xweş dike û dihêle tu bi min ve bêyî girêdan ev gotinên min ên fahş in ku tu jê re dibêjî ne xweş...

got,
de here lo! ez çi dibêjim, tu radibî singekî li ber dikutî.
min got,
karê min sing e û her wek sing im; heger ne ji singê min be, ew sînga te yê nebe qismetê min...

12 Temmuz 2021 Pazartesi

fînal

Îşev ez wek kurdekî sicîlyayî alîgirê Îtalîyayê me.
Bavê dêya min anku bavê Seadetê Evdî, ji "î"ya paşî jî dîyar e bi eslê xwe ji gundekî derdora Sicîlyayê bûye.
Heta dereng jî wek Rossî, Cardellî, Maldînî, Sikîlaçî jî wî re jî Evdî dihat gotin. 
Lê bi demê re Evdî guherî, bû Evdo.
Û Evdo jî di nav kurdên bêdewlet de bû belengazek ji wan belengazên qudûmşikestî.
Erê, îşev fînal e. 
Îtalîyayî û Îngilizên tevlihevîhez dilîzin.
Gavê 1:1 e.
Hêvî dikim Yezdan ê ji îngilizan bisitîne û bide mervanên me îtalyayîyan.
Îşev weha îdare bikin, heta sibê Xweda biçûk, em mezin in.

11 Temmuz 2021 Pazar

bim bim

Çi diqewime?
Erdogan çû Dîyarbekirê...
Dîyarbekirîyan bi sloganên "Serok Erdogan" ew pêşwazî kir.
Di TRT Muzîkê de stranên kurdî...

Bim bim! Bêhna xelkê xerîb tê!
Bim bim! Bêhna xelkê xerîb tê!

Bi zaroktî me pir digot...

Xapandin an xwexapandin?
Kurdan her du jî tahm kirine, lê jê têr nebûne...
Dîsa pakêtek di rê de ye, lê ji pakêtê çi yê derkeve, ne dîyar e!
Komir derket...
Pîvaz derket...
Petat derket...
Xîyar!
Na, hîn xîyar derneketibû, lê xuya ye vê carê ji pakêtê xîyar ê derkeve.
Û xursî, xîyarê xwe ne dixwin, ne didin kesî, didin kerê, ker pê difetisî!
Em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin bê em ê wî xîyarî bixwin an ew xîyar ê bikeve qûna xwedîyê xwe?

Bim bim! Bêhna xelkê xerîb tê!
Bim bim! Bêhna xelkê xerîb tê!

Bim bim! Bêhna xapandineke dinê tê!
Bim bim! Bêhna xapandineke dinê tê!

Gotina Dawî
Serîyê vala û zikê birçî...
De were xwelîyê li serê min rebenê bêdewlet bikin!

9 Temmuz 2021 Cuma

îşev ez çi bikim

Îşev ez dixwazim gelek tiştan binivîsînim, lê nizanim ez ê ji ku derê û çawa dest pê bikim.
Hêleke dilê min dibêje çarînekê binivîsîne, bila li ser harbûna bedenê be.
Hêleke dilê min dibêje li ser kurdan binivîsîne, bê çima di guhê gê de xwe veşartine.
Hêleke dilê min dibêje li ser xwendina îro çend rexnenirxandinan bike bê kî berx e, kî beran e.
Û hêleke dilê min jî dibêje de îşev xwe bi tiştekî neke, here serî biavêje xewê û bi xewnên fantestîk ji vê dinyaya derewîn koç bike.
Min got nizanim...
Ez guh bidim kîjan hêla dilê xwe?
Ya baş ew e, ez herim serî biavêjim xewê û di xewna xwe de li ser sîng û berên dîlberan bi zimanê xwe çarînan binivîsînim; kurdan ji guhê rizgar bikim û bêyî sloganan wan ber bi xîretê ve kaş bikim û hemû kitêbên bêkêr di nav agirê şehweta xwe de bişewitînim.

Gotina Dawî
Gotin tu carî bi dawî nabe!

8 Temmuz 2021 Perşembe

tehba xelef çû ber telef

Li Tirkîyeyê herî pir kê kurd, ermen, rûm kuştibin, qîmetê wî heye.
Çi jin çi mêr,
çi sîyasetvan çi dîplomat,
çi sivîl çi leşker...
bi qasî xwîna rijandîye nav û paşnavên wan li rê û piran, li sikak û kolanan, li kuçe û qadan, li dibistan û zanîngehan, li park û balafirgehan dikin.
Ez ê bibêjim bi xêr piştî Kurdistan serbixwe bibe, em ê jî nav û paşnavên van xwînrij û nijadperest û faşîstên xwînmij li ker û kûçikên xwe bikin, 
heyfa ker û kûçikan!

Wexta gundê Xano şewitandin û pez û dewarên wî di govan de birijandin, Xano hîn nuh zewicîbû; zavayê salê bû.
Wê salê, Xano ji neçarî bar kir, berê xwe da Antalyayê.
Du sê salan, wî û jina xwe bi qaweta pîyan karên xelkê kirin.
Li pey hev du keçikên wan çêbûn.
Roza û Nazdar.
Xano jêhatî bû û herweha xwedan dilekî pak û paqij bû; bextê xwe jî, ûjdanê xwe jî bi xwe re digerand, 
biçûya ku derê jî...
Hêdî hêdî zarok mezin bûn û sal bi sal halê wî jî xweş bû.
Dû re dev ji wî bernedan, li Antalyayê jî toqa nahletê kirin stuyê wî; li partîyê wezîfeyek danê; 
carinan çay çêkir, gerand, belav kirin, carinan rahişt pankartan û di meş û çalakîyan de serî kişand, carinan jî belavokên partîyê û rojname belav kirin.
Bi qasî "heval" li mala wî diman û radiketin, ew li mala xwe nedima û ranediket.
Keçikên wî mezin dibûn, lê rewşa wî roj bi roj bi paş ve diçû êdî.
Her du keçikan dibistana navîn qedand, dest bi lîseyê kir, lê Xano her di cîyê xwe de dijimart; du gavan bi pêş ve, du gavan bi paş ve.
Çay çêkir...
Çay gerand...
Derket meş û çalakîyan, pankart di dest de slogan avêtin, qîrîya...
Belavok belav kirin...
Tenê nema rojname belav kirin; wezîfeya belavkirina rojnameyan spart lawê xwe Egîd ê ku piştî Roza û Nazdarê çêbûbû.
Êvarekê, 
Xano bi haweyekî westîyayî tê malê. Kêfa Rozayê tune ye, piçekî xemgîn e; 
Nazdar li odeya din li dersên xwe dixebite.
Roza xwe li bavê xwe digire û tê cem wî; di serê Xano de bi dehan karker çakûç di dest de pirsgirêkan bi serê Xano ve dikutin, zingînî ji serê wî dihere.
Roza dibêje:
"Yabo! Îro li dibistanê Nazdarê li cem hevalên min ez biçûk xistim, min pir fedî kir, pir!"
Xano dibêje:
"Nazdarê çi bi te kir?"
Roza dibêje:
"Nazdar hat li cem hevalên min bi kurdî bi min re peyivî..."
Xano sar û metelbûyî dimîne; çav lê şil dibin, lê bi xwe re dixeyide, nahêle hêsir ji çavan biniqute. Keserekê dikişîne, dibêje:
"Ax Roza, Ax! 
Me mal û milkên xwe, 
me pez û dewarên xwe
me gund û warê xwe li ser vî zimanî kir; 
em ji ser axa xwe sirgûn bûn, çûn ketin kurtêlên xelkê, 
jîyan li me bû dojeh; 
di ber vî zimanî de em bûn nîvînsan 
û îro jî em ji ber vî zimanî şerm dikin, fedî dikin!
Heyhat!"

Te got biratîya gelan!
Te got biratîya zimanan!
Te got kurdî û tirkî xwişk û bira ne!
De here zimanê xwe jêke û di qûna xwe ke lo!

Gotina Dawî
Tehba xelef, çû ber telef!

7 Temmuz 2021 Çarşamba

biratî û mirartî

Got,
Mamoste ez derxistim ber texte. 
Ez hatim li ber texte sekinîm. 
Mamoste bi zimanekî min nuh dibihîst ji min re got, "a-b-c" binivîsîne, 
lê min nizanîbû ez ê çawa binivîsînim. 
Mamoste hat bi her du gulîyên min girt û ez bilind kirim; 
nigên min ji erdê qut bûn, serê min gîhaşt texma wêneyê Ataturk û ji min re got,
"Maçî bike." 
Min maçî kir û bi îskeîsk ez çûm li cîyê xwe rûniştim.
We got,
"Biratîya zimanan!"
Ez bikutim biratîya gelan jî 
û ez bikutim biratîya zimanan jî!

6 Temmuz 2021 Salı

erdêl û zirîn

Erdêl li eskerîyê ye.
Şevekê xew lê diherime û aciz dibe.
Ka dê û bav dikevin bîrê, jin û zarok dikevin bîrê, ez nizanim, lê li ser ranzeya xwe, xwe bi vê hêlê ve diqulipîne, xwe bi wê hêlê ve diqulipîne, nabe, dike nake xew nayê.
Û zira wî tê!
Seet ji nîvê şevê derbas bûye.
Radibe ser xwe, derdikeve derve û dihere ber lojmana sûbayan, komutanan.
Heta Xwedê hêlê didê ji kezebê dizire, ji kerekî kertir.
Hîrehîra wî li nav bolukê olan dide, li hev vedigere.
Berî eskerî rabe alarmê, bi dizî dihere xwe diavêje ser ranzeya xwe û betanîyê dikişîne serê xwe.
Dibe alarm û wê seetê hemû esker derdikevin derve, teva eşofmanan.
Eskerên reben mîna qaçika bizinan ji bêxewîyê devên wan ji hev diherin.
Komutan dibêje, "Heta hûn vî kerê ketîye nav sînorên bolukê nebînin, xew li we heram e!"
Eskerên reben li nav bolukê belav dibin; bi vir de diherin tune ye, bi wê de diherin tune ye; tu derek namîne ku lê nanerin, lê ker tune ye.
Rebenan perîşan dibin.
Dilê Erdêl bi esker dişewite û dihere li derîyê odeya komutan dixe, tekmîlê dide û cit disekine.
Komutan di bin çavan re li Erdêl dinere, awiran tê de difirîne, bi hêrs dibêje, "Çi ye?"
Erdêl dibêje, "Ezxulam, min ker dît!"
Komutan ji ser qoltuxa xwe çeng dibe ser xwe, dibêje, "Ka li ku ye?"
Erdêl dibêje, "Ez im!"
Kêlîyekê komutan şaş û metelmayî li Erdêl dinere. Berî ku hêrsa wî bi serê Erdêl de biteqe, Erdêl dest bi zirînê dike û dibe zirezir û hîrehîra wî...
Devê komutan dihere li paş guhê wî disekine, şaş û metelmayî ji xwe re li Erdêl guhdarî dike.
Piştî ku zira Erdêl diqede, komutan dibêje, "Tu ne ker î, tu şêxê keran î, heyran!"

Rojekê dîsa Erdêlê me li ber pez e.
Pezên wî li nav pirêzeyê belav bûne, diçêrin, wî jî xwe daye binîya darekê, rûniştîye.
Ji gundê cîran kerîyek pez ber bi wî ve tê.
Şivan bi ker e, li ser pişta kerê xwe siwar hatîye û li pey pez e.
Erdêl radibe ser xwe, destê xwe dide ber devê xwe û dibe hîrehîra wî dizire.
Ker di bin şivên de kîrê xwe rep dike û dide zîtik û zîtokan, şivên ji ser pişta xwe diavêje û xwe Erdêl digire.
Û Erdêl dibêje nigo ez bi qurban û direve; bi zorê xwe ji terikê ker xelas dike.

rojev û mojev

Ev nêzîka mehekê ye ez ji rojevê dûr im; haya min zêde ji sîyasetê û qulopuloyên wê tune ye; kî bi kê re ye, kî bi kê re li ser çi projeyê dipeyive, li hev dike, nizanim.
Sibehê zû radibim, (ne bi azana melê re ha, piştî azana melê bi çar pênc seetan) tuwalet, serşok, ez têm Seadetê taştê hazir kirîye, ez rûdinim, bi civatî em taştîya xwe dixwin; qesta min ji civatê, ez, Seadet, Leyla, Fero û Huso ne; bibore divê min Huso berî Fero binivîsanda, lewra Huso bi kulmek garis ji Fero mestir e, herweha Seadet jî ji min, ji ber ku ez bi xwe lehengê çîrokê me, ewil ez xwe dinivîsînim.
Axir, bi kitekit û hûrgulîyên beradayî serî li we nekim tara bêjingê.
Piştî taştê ez têm li ber kilîmayê vedikevim; li gorî rewşa min a wê kêlîyê diguhere; 
carinan temaşekirina fîlmekî, carinan xwendina kitêbekê, carinan jî bi Seadetê re li ser sîyaset û civak û felsefeyê sohbet...
Erê erê, we şaş fêhm nekir, felsefe!
Jixwe li ser meseleya Kurdistanê ez û Seadetê nizanim rojê çend caran Kurdistanê tînin ber avakirinê û dû re dîsa nizanim li ser kîjan qeyde qanûn û makezagonan em li hev nakin, em radibin dev jê berdidin û dîsa li serê pêşî vedigerin.
Wê rojê em li hundir rûniştibûn, me li televizyonê dinerî.
Nizanim fîlm bû yan bernameyek bû, baş nayê bîra min, lê peyva "manyax" derbas bû.
Seadetê hîç xwe neêşand, fitilî ser min got:
-Ha Devliken!
Min got:
-Hêê, Seadet!
-Ma tu dizanî peyva "manyax" ji ku hatîye?
-Ji ku hatîye, Seadet?
-Ji Manî hatîye, Manî!
Min jî got qey qala gundî mindîyên xwe, bavanên xwe mavanên xwe wan dike.
Berî ez bibêjim, "Kîjan Manî?"
Got:
-Manî Manî, pêxember Manî.
Û dest bi çîroka Manî kir...
Na na, wer berdewam bike, Seadet ê bibe feylesof û ber bi esîmanan ve bifire!
Îja Manî law!
Hew Manî mabû, Seadetê tilîkek avêt qûna Manî jî...

Şofêrê min bîska din telefonî min kir, got, "Barê min li Mêrsînê ye, sibê ez ê herim Mêrsînê, ma tu jî nayêyî?"
Ez fikirîm, fikirîm, dû re min xwe bi xwe got, "Çima difikirim! Here Mêrsînê, rojekê, du rojan li wir jî çend lotikan bide xwe û dû re tu berê hespê xwe bi ku ve dikî, tu serbest û azad î heyran!"
Û min bi ya dilê xwe kir...
Nuha tûrikê xwe hazir dikim, sibê bi şofêrê xwe re diherim Mêrsînê.
De ka bê îja em ê bibin mêvanê kê û kî yê ji me re mazûvanîyê bike!
De ku em gîhaştin wir, ez ê li rehbera telefonê binerim; çi nêr çi mê qey xwedîxêrin ê derkeve.

Gotina Dawî
Dil ku xwest, berê wî bide wir...
SedeqalahulEZ!

4 Temmuz 2021 Pazar

xwelîya heft gundan

Destê Seadetê li mirîşkên wê nagere wan serjê bike. Û tu yê bibêjî qey ev mirîşk jî wê hîs dikin, her roj hêk dikin.
Ev serê mehekê ye ez li vir im, hîn destê xwe neavêtîye kêrê, ji min re mirîşkek serjê nekirîye.
Du rojan bi ser û pê, hûr û rêvîyan çavê min girê da; du rojan bi goştê sêlê û tirşikê, du rojan bi şorbe û pel û kortikan...
Va ye sibê ez ê xatir bixwazim û herim, lê mirîşkên wê di pînika xwe ya servekirî ku dişibe  sînemayên havînê de kubar kubar xwe dihejînin mîna xaniman.
De Xwedê ji min û wan re mezin e; qey heta hetayê hûn ê hêk nekin, du mehên din dîsa ez li vir im.

Ev serê çel salî ye em di gelek qonaxan re derbas bûn, lê xortekî kurm, pardon kurd, qonaxeke din li qonaxan zêde kir.
Bi hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe em derketin vê rêwîtîyê, sal bi sal me doz û dahweya xwe teng kir.
Û
Serxwebûn daket federasyonê...
Federasyon daket xweserîyê
Xweserî daket xwelîserîyê...
Xwelîserî gîhaşt asta Komara Demokratîkê...
Û Komara Demokratîk bi Ruhê Eşmeyê ber bi Tirkîyeyîtîyê ve bezîya.

a wa hat û a wa çû
siwar hat û peya çû
çavê min li çavê wê ket
aqil û sewda pê re çû

Heta nuha biratîya gelan bû, îja biratîya zimanan derket.
La hewle wela!
Ji bîr nekin!
Xwexapandin, xwexapandin e, derdora we pê naxape; haya derdorê ji teresî û xwelîserî û finêsên we heye, belasebeb qûna xwe bi vir de û wê de nebin û neynin.
Heta nuha bi slogana "biratîya gelan" we hewl da, hûn kurdan bixapînin û entegreyî tirkî û tirkîyeyîtîyê bikin, nuha jî bi sloganeke nuh hûn hewl didin kurdan bi carekê bitevizînin û pûç bikin.
Wexta poz neşewite, kesayet ber diavêje.
Xwelîya heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Gotina Dawî
Loma ez dibêjim, kesayetê ber avêtîye; berî bi dijmin re, divê em bi bêkesayetan re şer bikin û ji nû ve kesayetê biafirînin.

3 Temmuz 2021 Cumartesi

kurd û kurd an kurd û nekurd

Xwe bi xwe dibêjim, êdî ez ê hew li ser sîyasetê û qirêjîya sîyasetê binivîsînim, lê carinan meriv nikare bi xwe û xwe nagire; 
ew qirêjî meriv ber bi hundirê xwe ve dikişîne û wê çaxê jî meriv mecbûr dimîne mîna wan, bi şêwazeke qirêjane bersivê bide qirêjîya dil û mejîyê wan, ûjdan û bextê wan...
Ev serê çend rojan e bûyera kuştina Emîn Îsa di rojevê de ye.
PDKyî û yên dilê wan ji PDKê re dixwazin dibêjin, "Emîn Îsa bi êşkenceyê hatîye kuştin! Ha ha daxuyanîyan didin, çalakîyan çêdikin, hewl didin bala kurdan bikişînin ser vê kuştina dagirkeranî."
Dagirkeranî, lewra bi salan dagirkerên Kurdistanê kurd bi van rê û rêbazan kuştin!
PKKyî-PYDyî û yên dilê wan ji PKKê-PYDê re dixwazin jî dibêjin, "Na, Emîn Îsa bi êşkenceyê nehatîye kuştin; dilê wî sekinîye, mirîye."
Lê wek kesekî bê dîn, bê îdeolojî, bê partî, ez dibînim ku li ser medyaya sosyal, wêne û vîdeoyên vê êşkenceyê piştrast dikin, hene, belav bûne. (Heger ew wêne û vîdeo ne derew bin. Te dî em hîn bûne ji her tiştî re bibêjin, teqtîk e, stratejî ye, montaj e)
Wek kesekî bê dîn, bê îdeolojî, bê partî ku her tim min hewl daye bext û ûjdanê xwe radestî partî û rêxistinan, dîn û îdeolojîyan nekim, ez dixwazim ji konformîstên populîst ên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne re çend gotinan bikim:
Hûn dizanin bê îro wek her neteweyê çima dewleteke me jî tune ye?
Sedem pir in, lê yek ji sedemên herî girîng û balkêş a vê malwêranîyê ev e ku me kurdan tu carî terka ruhê xwe yê humanîst û aştîxwaz nekir.
Me ûjdan û bextê xwe hîç neavêt û her tim me ûjdan û bextê xwe di ser her nirxê xwe re girt ku pirê caran ji ber bext û ûjdanê xwe me pir xisar û zirar jî dît; 
erê çendî me pir xisar û zirar dît jî, me hîç terka bext û ûjdanê xwe nekir.
Her tim me hewl da em bi merdî û însanetîya xwe ji dijminên xwe cuda bin; me nehişt bext û ûjdanê me têkeve pêşîya berjewendîyên me yên şexsî jî, yên netewî jî, 
loma jî em êşîyan û her êşîyan!
Fikir û nerîna we çi dibe bila bibe, her kurd bimînin, her wek xwe bimînin; veneguherin, nebin wek dijminên xwe, dilê xwe nebijînin wan û bi rêbazên wan ên hovane kirasê qirêjîyê nekişînin ser bedena xwe.
Heyf e!
Nizanim tê bîra we, bi dehan car eskerên dagirkeran ketin destê şervanan; rehîn hatin girtin.
Şervanan nanê xwe bi wan re par ve dikir; nedihiştin neynûka wan xwîn bibe.
Wexta daîşîyên hov ên ku ji xêndî dagirkirina axa Kurdistanê û kuştina bi hezaran keç û xort, kal û pîrên kurd, tecawizî keç û jinên me kirin, li bazaran keç û jinên me mîna koleyên berî dema zayînê difirotin jî ketin destê we, we ew rehîn girtin, we êşkence bi wan nekir; dev ji êşkenceyê berdin, mîna dermaleyan we ew xwedî kirin û pirê wan hatin berdan...
Lê çima hûn ji xelkê re humanîst û xweşbîn û demokrat in, lê ji kesên ji xwîna xwe re zalim û barbar û hov in?
Asayîşa PKK-PYDê, 
erê, Emîn Îsa ne ji we bû, bi fikir û nerîna xwe ne wek we bû, heta ez bibêjim dijminê we bû!
Madem we ew girt, jixwe di nav destê we de bû û girtî bû, çima ew kuştina bi êşkence?
Madem bi girtinê dilê we rehet nebû, çima ji serê serî de we guleyek bera enîyê neda û ew nekuşt, lê bi êşkenceyê?
Ma qey heqê Emîn Îsa jî tune bû, bi qasî wê dilrehmî û toleransa ku we ji girtî û rehîneyên dagirkerên xwe re dikir, we ji wî re jî bikira?
Ya din jî,
piştî bi êşkenceyê we ew kuşt, ma em li ser gerstêrkeke din dijîn, bi derewan mîna meriv qerf û tinazên xwe bi aqilê hev bike, hûn rabûn, we got, "Dilê wî sekinî, mir" û we termê wî bir, avêt ber derîyê mala wî?
Min digot ez ê nenivîsînim, nenivîsînim, lê ev çend roj in li ser medyaya sosyal, PDKyî û yên nêzîkî PDKê gilî û gazinan dikin; PKK-PYDyî û yên nêzîkî PKK-PYDê li xwe nagirin û bi kirina xwe serbilind in; konformîstên populîst ên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne jî sloganan diavêjin û bi kuştina Emîn Îsa serxweş in.
Tew li ser gilî û gazinên nivîskar û rewşenbîran, hin konformîstên xwenenas û populîst jî radibin bi gilî û gazinan bertek û reaksîyonê nîşanî gilî û gazinên nivîskar û rewşenbîran didin:
"We xêr e, ev serê çend rojan e we êş xist serê me ji bo kuştina xwefiroşekî, ajanekî, xayînekî teres!"
"Bi qasî hûn li ser kuştina vî xwefiroşî, vî ajanî, vî xayînî disekinin, çima hûn li ser qehremanîya keç û lawên li ser wê axê, ji bo parastina vê axê şer dikin, tên kuştin nasekinin, çima hûn qala qehremanîya wan nakin?"
Pêşîyan xweş gotîye:
"Tir li ku, das li ku!"
Dibe Emîn Îsa ne ji we be,
dibe Emîn Îsa wek we nenerîbe, nefikirîbe,
dibe Emîn Îsa dijberê partî û rêxistina we be,
dibe û dibe, lê çi nabe hûn dizanin?
Nabe ji ber fikir û nerîna kurdekî hûn wî kurdî di bin çav de bi êşkenceyê bikujin!
Nabe hûn kuştineke bi êşkenceyê normalîze bikin û bi sloganên tolhilanîn biqîrin!
Nabe, ji ber ku kurdek wek we nanere, wek we nafikire, hûn rabin wî bikujin û vê kuştinê heq bibînin!
Nabe, ji ber kurdek ne ji partî û îdeolojîya we ye, hûn rabin wî bi êşkenceyê bikujin û bi vê kuştinê hûn ji ser hişê xwe ve herin!
Nabe, nabe hûn ji eyarê kurdbûnê derkevin û têkevin eyarê dagirkerên xwe!
Nabe, lê heger bû jî, êdî hûn ne hûn in, hûn ew in!
Û nahlet li we û wan bê!

Gotina Dawî
Li ser vê axê, bext mirîye, ûjdan ber avêtîye, zîhnîyet têk çûye
û kesayet hatîye tecawizkirin!



2 Temmuz 2021 Cuma

dûrbîn

Mahmûdê kwîr mahkûm e.
Bi şev xwe bera nav gund dide, tê malê cem jina xwe, nav zarokên xwe, bi roj jî xwe dide alî, ji nav gund derdikeve, heta tarî dikeve erdê li nav çîyê digere.
Rojekê ji lawê xwe re dibêje ji min re ji bajêr dûrbînekê bikire, da ku ez bizanibim kî tê, kî nayê...
Lawê wî jê re ji bajêr dûrbînekê dikire û tîne didê.
Bi xêra dûrbînê êdî Mahmûd rehettir tev digere.
Êvarekê li odeya gund civat digere. Mahmûd jî ji çîyê xwe bera nav gund dide û nare malê, derbasî odeyê dibe.
Sofî Brahîm jî rûniştî ye; Sofî Brahîm jî wek Mahmûd bi çavekî ye.
Çav li dûrbîna stuyê Mahmûd dikeve, dibêje, "Ma bi Xwedê ez jî bi çavekî me, tu jî bi çavekî yî. Ew dûrbîna bi du çavan di stuyê te de, çavekî wê fizûlî û zêde ye; ka were em wê bikin du perçe, çavek ji min re, çavek ji te re..."

1 Temmuz 2021 Perşembe

şêbî

Çend Serpêhatî Ji Eşîra Şêbî

Salên nodî ye.
Gund di navbera dewlet û apocîyan de asê mane.
Bi şev apocî, bi roj dewlet...
Lê şêbî jî bi ruh û canê xwe piştevanên apocîyan in.
Hin ji gundên derdorê radihêjin selehê, dibin cerdewan, hin jî cerdewanîyê re dibêjin "na" gund terk dikin.
Rojekê eskerî digire ser Şêbê.
Serbaz dişîne pey muxtarê gund; muxtar radibe tê nig serbaz.
Serbaz dibêje:
"Muxtar, binere, jin hene, zarok hene,  pez hene, dewar hene, bi gundîyan re bipeyive, weleh em ê gund bişewitînin!"
Muxtar difitile ser gundîyan, dibêje:
"Binerin binerin, av çûye qûna wan haa! Bê çawa li ber me digerin!"

Şêbî tê bajêr.
Seet di dest de tune ye. 
Ber êvarî ye, tarî ketîye erdê.
Li dora xwe dinere, kes bi ber çavê wî nakeve.
Li xwe difitile, peykerê Ataturk...
Dibêje:
"Apo seet çi ye?"
Ew û peyker ziq li çavên hev dinerin; deng ji peyker nayê.
Şêbî xwe aciz dike, dibêje:
"Tew tiro li xwe danayîne bipeyive jî. De te negot, nebêje lo! Te dît xema min e..."