5 Ekim 2020 Pazartesi

manîfestoya medyaya sosyal

-Di nivîs mivîsên wan de rexneyeke xurt, şîreteke civakî, pêşnîyareke maqûlane tune ye.
-Hiş, aqil, mentiq û hişmendîya wan di qûna mirîşkê de ye.
-Margîse-bûkalemon in, lewre diherin ku, dibin ew.
-Qûnalês in, lewre li cem kê bin, şelafî û şinekîyan ji wî re dikin.
-Di meseleyên civakî de fikreke wan, an nerîneke wan tune ye, li gorî berjewendîyên şexsî fikir û nerîna xwe diguherin.
-Kesayeta wan hatîye tecawizkirin, loma jî ne "xwe" ne.
-Dixwînin, lê naserifînin.
-Birçî û belengaz in, lê xwe têr û qure nîşan didin.
-Gundî ne, lê hewl didin wek bajarîyan tevbigerin.
-Xwelîser in, lê bi xwelîya li serê xwe bextewer in.
-Kes wan nasyonal nahesibîne, diherin serê govenda enternasyonalan dikişînin.
-Xwe nas nakin, lê hay ji wan heye kes wan nas nake.
-Mejîsist in, loma masturbasyonê di rengê orgazmê de hîs dikin.
-Ne tiştek in, lê qerf û tinazên xwe bi her tiştî dikin.
-Xwe ne ji dêrê, ne ji mizgeftê dikin.
-Him dîndar in, hîm dîndeyuz in, him jî xwedanenas in.
-Ji bo wan rastî jî rast e, şaşî jî rast e.
-Di lîteratura wan de rexne-rexnekirin tune ye, "kî xal e ew heval in."