23 Temmuz 2022 Cumartesi

mala bavê nivîskarîya kurdî

Bi min,
hewce ye hin nivîskarên kurd du-sê salan hemû zimanan li xwe qedexe bikin û tenê bi kurdî bixwînin;
lewra meriv ji ber nivîsîna wan a kurdî fedî dike.
Lê ew fedî nakin, mixabin.
Tevna kurdî ergatîvî û tewang e, lê nivîskarên me yên xwedan kitêb-nahlet li kitîbîya wan bê-, hîn mîna zarokeke nuh dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kiriye, her tiştî li bin guhê hev dixin.
Ez û min cî diguherin...
Ew û wê cî diguherin...
Pirjimarî û yekjimarî bi devê tivingê li hev dinerin...
Daçek mîna çekan bi nav destê wan de diteqin...
Û nivîskarên me ji ya xwe danakevin; qup û qure, bê eyb û bê fedî xwe...
Kê çi gotîye ne xema wan e; guh girtî, tenê dinivîsînin ne bi kurdî, bi wî zimanê xwe yê şikestî!..

Gotina Dawî
Hindik ma kurdî azad bibe! 
Û ku hat û azad bû kurdî, ez ê wan tîpên li pêşîya navên we bûne "nivîskar" di qûna we kim, yek bi yek!

21 Temmuz 2022 Perşembe

dergûş

Firên teqîyaye, xwe bidin alî!
Sîyaset çilvirîye!..
Ekonomîyê top avêtîye!..
Civak bûye qeşmer!..
Dolar û euro bi dor serê govendê dikişînin!..
Û xizan destên xwe li ber Xwedê vedigirin û dua dikin:
"Ya Rebî! Tu me jî tofanên girantir bistirînî!"
Tofanên girantir!
Ji vê rewşê girantir mirin e, lê pirê caran mirin ji bo meriv ji vê belengazîya stuxwar rizgar bibe, kulmek hizûr e.
Lê destê xizan û nezan û belengazan ji vê jîyana teres jî nabe.
Nabe, lewra ji mirinê jî ditirsin, ji jîyînê jî...
Ji nuha heta salekê hin tişt anku pir tişt ê biguhere, lê em ji van guherînan re çi qasî amade ne, nizanim.
Dergûş diheje!
Yan em ê di xew re biçin,
yan jî em ê veciniqin!..

Gotina Dawî
Jîyan di navbera xew û mirinê de tayekî zirav e; wekî din zirxewnek e.

20 Temmuz 2022 Çarşamba

xwelîs û rojeva pelûlê

Çanakkale!
Gelîbolû!
Goşt!
Neynûk!
Mirîşkên me!
Mirîşkên wan!
Me qiz dane hev bi ruhê eşmeyî li ser axa jixwexeyidî...
Û ser(n)okên me ji dijminên me bêtir xwe difiroşin bi gurzeke anku bi baxeke nok.
Nok!
Gurz!
Bax!
Bi qasî vî miletî ji ber Evdilselehatînan kişand, kesî ji ber kesî nekişand.

Got,
"Devliken, dinya bûye berîberdan!"
Telefona wê di destê wê de, bi rêya Tîk-Tokê li vîdeoyan temaşe dikir.
Min got,
"Xêr e, dîsa tu ji çi aciz bûyî?"
Got,
"Lo lawo, bûkên nuha dikevin serê govendê, ji berbûyan bêtir xwe dihejînin û direqisin. Qey eyb û heya nemaye."
Min got,
"Seadet, bûkên berê, bi piranî bêyî dilê xwe dizewicîn, loma jî ew roj ji bo wan ne şahî, xemgînî û şînî bû, lê bûkên nuha bi dilê xwe dikin û dizewicin. Ma ku agir ji sîng û berên wan nefûre û nedin lotikan, ew ê ji sîng û berên kê bifûre û bidin lotikan!"
Got,
"Ma weleh me jî bi dilê xwe kir û em zewicîn, lê ne bi vê xezebê. Na na, tevna civakê xera bûye, ne eyb maye, ne heya."

Evdilayê Momikê ji bo pêdivî û asûkên xwe erebeya xwe ya dewaran dibe dikişîne ber dikanê û derbasî dikanê dibe. Li pêşîya erebeya wî ya dewaran erebeyeke din a dewaran sekinîye anku parkkirî ye. 
Bergîrê wî nêr e, ya pêşîyê mê ye...
Bi rûyekî têrken Evdilayê Momikê silavê dide dikandar. Dikandar silava wî lê vedigerîne û dizîvire li derve dinere.
Dibêje, "Kuro Evdikê, berê bergîrê te bi malê ve ye û te rişma wî jî xweşik neavêt derekê. Te li şûna xwe nehêle û neçe malê?"
Evdilayê Momikê di bin simbêlan de dikene, mîna kûçikê hestî di ber de mabe xîzexîs ji qirikê te.
Dibêje, "Kuro Cemîlo, quz li pêşîya wî ye, quzzz! Ma ew ê wî quzî bihêle û biçe kuu!"
Cemîl bi haweyê bibêje weleh xebera te ye, devê xwe diqermiçîne û serê xwe dihejîne.
Dibêje, "Erê weleh Evdikê, xebera te ye. Ji derdê vî quzî ne dîn bi me re ma ne îman, ne bext bi me re ma ne ûjdan! Ev quz berê qibleyê ji meriv diguhere."

Gotina Dawî
Bi qasî ji bo vî perçekê quz em hewl didin, ji bo kurdîtîya xwe me hewl dabûya, nuha ji zû de belav bûbû li ser her çar perçeyan ew mij!.."

18 Temmuz 2022 Pazartesi

hewa jî germ e rojev jî

Berçavka li ber çavên Erdogan bi 54.500 lîreyî ye.
Yanî 500 kêm 55 hezar...
Markaya berçavka rehmetlênehatê Sadam jî ev bû.
Sadam çû, Tayyîp daye dû!
Gelo di wê markayê de peyameke sublîmînal tune be?
Lê...
Ciwamêr li ser nezanî û xizanîyê ji xwe re împaratorîyek ava kir.
Tayyipîstan!
Û nuha jî,
pirê kesên muxalîf hewl didin wî ji text bixin û ew li ser wî textî rûnin.
Bi kin û kurmancî,
derd û xem ne ew e text hilweşînin, derd û xem ew e, ew bibin xwedîyê text.
Îja heyran!
Text text e; çi Evdo li ser, çi Medo!..

Ciwamêrekî gotîye, "Tenê yên beşa kurdolojîyê xwendin xêr ji kurdî nedîtin û pere jê qezenc nekirin."
Na bi serê te, ne werê ye.
Tenê yên beşa kurdolojîyê xwendin, ji bo ji kurdî bixwin û biçêrin, xwendin.
Û yên ji kurdî dixwin û diçêrin jî jixwe dîyar in; durû, bêkarakter, qûnalês...

Ji caran vê carê min xwe li ser axa xwe xerîb û bîyanî hîs kir.
Li kuçe û sikak û kolanên welatê min mirî dimeşin; mîna zombîyên "Walking Dead"ê; bêziman, bêmejî, gêj û ehmeq.
Nifşê Zyê pê girtîye, lê civak ber bi dejenerebûnê ve bi çargavî dibeze.
Fuhûş!
Esrarkêşî!
Metafetamînkêşî!
Û dizî!..

Bakurî anku apocî balkêş in!
Bîst û çar seetan ji Barzanî û barzanîyan re çêr û siqêfan didin; çavê wan bar nabe ji Kurdistanê re bibêjin Kurdistan, lê dema karekî wan dikeve wê hêlê, di civatan de bi naskirina pêşmergeyekî yan jî endamekî asayîşê pesnê xwe didin û xwe qure dikin.
Cîyê we ne li başûr û bakur heye, ne jî li rojhilat û rojava.
Heqê we çi ye hûn dizanin?
Meriv bi şiva hêzran we bikute, têxe nav merşan, dû re jî meriv we di nav pere û dolaran de veşêre û agir berde wan pere û dolaran!
Populîzma bi nezanî jî pir xav û beloq e!

Min got:
"Bi qasî dîyarbekirî zirarê didin kurdan, yozgatî nadin!"
Min digot qey kesên IQya wan bilind min dişopînin lê bala min lê ye qantirên ker bera ser ca xwe dane jî hene!
Îja hin qantir xwe aciz dikin dema devê min û devê doxîna min li ser hin mijarên beradayî dibin destbirak! 
Lê dû re bi van her du şîroveyên IQbilind û qedirbilind bêhna min hat ber min û ez ji wê atmosfera negatîf xelas bûm.

Part-1
"Kekocan, Yozgat warê kurdên lek û şêxbizinî bû û kete vê rewşê. Heger tedbîr neyê wergirtin, dawiya dawîn Amed ê ji Yozgatê derbastir bike û bikeve rêza yekem. Amedî di pêşbirkê de serî nadin kesî, çi qenc çi xerab..."

Part-2
"Kesê ku ji Amedê be û ji ber vê parvekirinê xwe aciz bike, yan IQya wî di bin sifirê re ye yan jî namûs û xîret di pozê wî de tune ye. Yanî kesekî kurdewar çima ji ber vê parvekirinê aciz bibe? Jixwe wan kesên bi qasî li Diyarbakirlîbûna xwe xwedî derdikevin li Kurdistanê û kurdewariyê xwedî derketibûna rewşa Amedê yê ne ev rewş bûya!"

Gotina Dawî
Ku tav dide mejî, mejî dimehe, dibe mîna virikê; ew virik hew di serî de hiltê.
Û dema li mejî teng dibe jî, qûn ecêban dibîne!..
Ka bê hîn em ê çi ecêban bibînin!



14 Temmuz 2022 Perşembe

mûlida çeqoberî

Hoo Xwedayê li jor û jêr
Te em însan çêkirin ji penêr
Hoo Xwedayê li jor û jêr
Te em însan çêkirin ji penêr
Penêr xweş e penêr xweş e
Lo rebeno lo rebeno
Min tu çêkirî ji penêro
Min tu çêkirî ji penêro
Penêr xweş e li ber çayo
Çay jî çaya qaçaxîyo
Çay jî çaya qaçaxîyo
Wey Selîmo wey Siltano
Teker neteq li ser rêyano
Teker neteq li ser rêyano
Ji me re bîno çaya qaçaxo
Çaya qaçaxo çaya qaçaxo
Nahlet were li çaya tirko
Nahlet were li çaya tirko

Hoo Xwedayo ho Xwedayo
Te em însan çêkirin ji masto
Masto masto dew di tasêdo
Masto masto dew di tasêdo
Tasa sifir tasa sifir
Nifir li me pir dibare
Nifir li me pir dibare
Lo lawo lo lawo
Hoo Xwedayo ho Xwedayo
Ker jî nazê li vî waro
Ker jî nazê li vî waro


13 Temmuz 2022 Çarşamba

civatek bi rengê mêrdînî

Mêrdîn... 
keleha kultur û huner û edebîyatê û her weha hêlîna kurmancîya reş...

Berêvarekê, em du kesên rehên wan di bin axa Mêrdînê de veşartî û li ser nirxên kurdî şînbûyî û her weha şaxên xwe li seranserê Kurdistanê belav kirine, li Mêrdîna kevn û bi qasî kevnbûna xwe bedewîn gîhaştin hev.
Me hev nas dikir, kêfa me jî ji hev re hatibû û me dizanîbû em pêlên avekê ne û ber bi heman deryayê ve jî diherikin lê hîn rû bi rû em rûneniştibûn.
Li mala Metîn Aydin em rûniştin.
Metîn bi xwe jî welatîyê me ye û her weha em ji heman êl û eşîrê ne, em çêlkewên hêlînekê ne anku em ferxên nav bax û bexçe, dar û dahlên Erban in, lê wek seyda Mistefa min û Metîn jî cara ewil hevdu rû bi rû didît.
Bi rûnermî û dilgermîyeke henûn em hatin pêşwazîkirin; ez dibêjim em lê bi zanîn ez "em"ê bi kar tînim, lewra birakê min Abdullahê ez jê re dibêjim Evdila jî bi min re bû. 
Li vî welatî bi qasî me ji destê Abdullahan kişand me ji destê tu kesî nekişand!🙂
Axir...
Ji rojan cejn bû û endamên malbatê yên biçûk bi anîna şekir û kolonyayê dest bi wê mazûvanîya xwe ya mêvanperwerî kir. 

Çar mêrdînî, li ser axa Mêrdînê û di bin wê atmosfera efsûnî de bi tûrikên xwe yên tije bigihêjin hev...

Berê jî min gotîye, ez dîsa bibêjim: 
Em mêrdînî qure ne lê heger hûn ji Mêrdînê bûna, bi kêmanî hûn ê jî mîna me qure bûna, lewra Xweda bi xwe jî dema dibe şev, li jor radibe ser xwe, pişta xwe dide stêrkekê û bi dilbijîneke hew dibe li Mêrdîna mîna bûkekê xemilîye dinere, temaşe dike û dilê xwe dibijîne wê esaleta wê.
Lê bawer bikin, quretîya me ne quretîyeke qeşmerane û beradayî ye, bi wê quretîyê tenê em hewl didin dagirkeran bi wê esîltî û esaleta xwe bihisînin; 
anku hewce ye her kes xwe nas bike û bizane bê kî ye û ji ku hatîye.
Em ne zarokên doh û pêr in, berî tirk û ereb û faris Xwedê nas bikin, bi dest û hostayîya Xwedê, me ev ax ji bo siberoja hemû candaran çandîye û şaristanîyek ava kiriye.

Heya zimanê min azad û serbixwe nebe, mîna nijadperest û faşîstekî ez ê zimanê xwe di ser her zimanî re bibînim û bigirim; bi taybetî jî di ser tirkî û farisî û erebî re!

Bi mazûvanîya Metîn re "şer"ekî "dij"minayî dest pê kir.
Li ser navê kurdên serdestzimanî û duzimanî Metîn ket nav parastinekê û gilî û gazinên xwe kirin. 
Wî got û me guhdarî kir...
Wî got û me guhdarî kir...
Lê min dizanîbû seyda Mistefa jî li hember vê sekn û helwestê ne zêde hişk e, bêguman ji bo vê fikr û nerîna wî ya nermane anku lîberalîzmane argûment û sedemên wî hebûn.

Reha kurdî!

Wî dixwest bi reha kurdî bigire û bi rêya wê rehê xwîna neteweperestîyê dawerivîne rehên din.
Lê...
Ji bo min her tişt ji rastî û dilsozî û duristîyê dest pê dike; heger meriv bi xwe re ne rast û dilsoz û durist be, meriv ê nikaribe bi doz û dahweya xwe re jî rast û dilsoz û durist be.
Û doz û dahwe jî ji zimên anku ji kurdî dest pê dike.

Kurdî kurdan dike kurd û kurd ê ji kurdî re Kurdistanê ava bikin.

Bila ji kurdî re Kurdistan ava bibe, wekî din derdê min ne ew e kî bi kurdî peyivîye, kî bi kurdî nepeyivîye.
Hîç ne xema min e.
Loma jî...
Heta ji kurdî re Kurdistanek ava dibe, hewce ye nivîskar, hunermend, ronakbîr û sîyasetvan xwe ji kurdî re bikin Kurdistan.
Lewra,
kurdî yê bibe siberoja Kurdistanê û kengî Kurdistan lawaz bû, Kurdistan ê biçe xwe bispêre kurdî...
Û piştî Kurdistan bû hêlîna kurdî, êdî hûn dibin serdestzimanî, hûn dibin duzimanî, sêzimanî, çarzimanî, hûn hur û azad in û hûn bi kêfa xwe ne, lê...
Ne nuha!
Ne nuha, lewra bi qasî zirara duzimanîyan digihêje kurdî zirara serdestî û serdestîzimanîyan nagihêje kurdî.
Dema kurdekî nivîskar ê duzimanî rabe bi kurdî û tirkî berhemekê çap bike, kurd ê biçin berhema bi tirkî bikirin, bixwînin;
ji ber ku piranîya kurdan bi zimanê tirkî perwerde bûne û ji xwendin û nivîsandina kurdî re kêm in, qels in.
Loma jî,
dema berhemek him kurdîya wê him jî tirkîya wê çap bibe, kurd ê tahdeyê li xwe nekin û neçin berhema bi kurdî nekirin/nexwînin. 
Axir...

Populîzm nexweşîyek e û di rewşeke wek rewşa îroj a kurdî tê de tercîha duzimanî, ji duristî û dilsozîyê dûr, xapandin û xwexapandin bi xwe ye.

Ji cem Metîn em rabûn, em derbasî xwaringehekê bûn. Me civata xwe ya nîvcomayî li wir dewam kir, lê bi yekî kêm...
Me sparîşên xwe spartin xebatkarê restorantê. Ciwamêr bi mirûzekî henûn û bi şêwazeke nerm li me fitilî û berê xwe da mitbexê.

Kurdî mêvanê herî birûmet e!

Garsonê ku guhekî wî li ser sohbet û civata me, bi wê kêfxweşî û dilxweşîyê, li mitbexê ji bo me sifreyeke têr û xweş amade kir.
Û hêdî hêdî me dest bi civata xwe kir, me xwar û em peyivîn. 

Ez dibêjim qey li ser wê sifreyê em ji xwarinê, kurdî jî ji me têr bû...

Berê me li medreseya Mele Birhan, em ketin kezeba rê û ji Mêrdînê me xwe ber bi berîya Dinêserê/Qezê/Qoserê ve berda. 
Medrese, berî meriv bigihêje Dinêserê li ser rêya gundê Hecî Fariz e; Hecî Fariz yek ji duwazdeh gundên Xursê ye.
Cî piçekî çep e, bi şev heger ne bi navîgasyonê be, zû bi zû meriv ê rê bi ser nexe.(🙂)
Mele ye, xwe ji jor jî xwe ji jêr jî diparêze. Me jêr fêhm kir lê çima ji jor, hêja ye nîqaşê!..
Mala Mele Birhan xera nebe, tu yê sûnd bixwî tirk û ecem lê hatine xezebê, dîwarên xwe bilind lê kirine mîna bircên keleha Dimdimê.
Û Mele Birhan bi wê ebaya xwe ya spî ya nîvtransparan li devê derîyê kelehê, biborin li devê derîyê medreseyê bi wî rûyê xwe yê nûranî em pêşwazî kirin.
Hewşa wî ji hewşa Swîssotela Stenbolê xweştir bû. Şên û şênkayîya wê hênikayî jê difûrîya.
Ji wê hênkayîya wê şevê dîyar dibû Mele Birhan li cem Xwedê bi torpîl e.(🙂)
Lê heta ez rabûm jî ew ebaya wî ji hişê min derneket. Ez bi benda wî ketim neketim, min ew eba jê nekir, mixabin; 
lewra wî bi xwe jî texmîn dikir ez ê wê ebayê ji bo fantezîyên şevên har bi kar bînim...(🙂)
Berî çay ji me re were, ji me re av hat. Min rahişt qedeha ava xwe, ber bi devê xwe ve bir lê min venexwar. Min danî ber Mele Birhan. 
Min got, "Seyda, ji kerema xwe re li ser vê avê bixwîne!"
Mele Birhan di dilê xwe de tiştin xwend û ava min keremî min kir. Çendî min xwest fêhm bikim bê çi li ser xwendîye jî, negot û min qedeha ava xwe bi ser xwe de dakir.
Ez texmîn dikim a min jê dixwest û ya wî li ser xwend ne heman tişt bûn.
Xem nake!
Ez û Mele Birhan bîst û çar seetan qirikê li hevdu biqetînin jî, ne ew dadigere ser rêya min, ne jî ez dadigerim ser rêya wî, lê...
Wek Seyda Mistefa gotîye, ya me digihîne hev ew reha kurdî ye û reha Mele Birhan a kurdî jî pir xurt e.
Mijar di mijarê de li dora wê sifreyê me hevdu bir û anî; geh em li ser zimên peyivîn, geh em li ser sosyolojîya civakê peyivîn, geh em li ser dîn û dîndar û dîndarîyê...
Lê reha kurdî rakişîya, tehenî, bel bû, xurt bû, şax da...
Û me destûr xwest ji Mele Birhan.
Dema em ji cem Mele Birhan rabûn, seetê nêzîkî li nîvê şevê kiribû. 
Piştî nîvê şevê bi qasî seetekê, seet û nîvekê jî em bûn mêvanên Mawayê. 
Li wir jî bi fikr û nerînên cuda civatek gerîya li ser reha kurdî...
Û bi dilekî têr û tije me xatir ji şevê xwest.

Gotina Dawî
Piştî vexwarina wê ava ku Mele Birhan li ser xwendibû, heta destê sibehê di xewna xwe de ez ji himbêza horîyekê derketim, rabûm çûm ketim himbêza horîyeke din...
Û ew ebaya spî ya nîvtransparan li ser bedena min a tazî diricifî...

9 Temmuz 2022 Cumartesi

7 Temmuz 2022 Perşembe

mar û siruşt

Rewşa Tirkîyeyê roj bi roj ber bi nexweşîyê ve dihere; bûye zirsîrkek...
Mafya ketîye nav dewletê, bi rêya şantajê rêvebir bi dest xistine, êdî ew dewletê bi rê ve dibin an dewlet bi xwe bûye mafya û mafyaya heyî bi gef û tehdîdan ji bo karên xwe yên kûr û veşartî bi kar tîne, nizanim.
Sîstem têk neçûye, sîstem bûye mafîya û êdî kes ne di ewleyîyê de ye.
Gef û fordên desthilatîyê, hûpehûp û hîrtehîrta muxalefetê zirt û virtên derewîn in.
Kirasê mar kevn bûye, rizîyaye û êdî wextê guhertinê hatîye.
Di dema guhertinê de yan kirasê li serê mar bigere, mar ê bifetise yan jî bi kirasekî nuh mar ê ji nû ve bibe perçeyek ji siruştê.
Û siruşt xwe vediguhere...

Gotina Dawî
Yan jî mar ê bi xwe ve de, xwe bikuje!..

6 Temmuz 2022 Çarşamba

wî got min got

Got,
"Tu çi karî dikî?"
Min got,
"Bi wî zimanê hûn dibêjin tune ye, ez kitêban dinivîsînim."
Got,
"Hi ii!"
Min got,
"Ne hii, serî, şikefta bê derî min tê de bir û anî!"

Min got,
"Qama lawê te çi qas e?
Got,
"Qama wî bûye yek û heyştê."
Min got,
"Wehew! Ma çend salî ye?"
Got,
"Hîn sêzdeh xelas nekiriye, neketiye çardehan."
Min got,
"De maşalê bi ser yek û nodî nekeve."
Got,
"Na na, bila bi ser du metreyan keve û here xwe bigihîne cem Xwedê û bi pêxîla Xwedê bigire, jê re bibêje, Ma bavê min li talanê bavê te xistibû law, te ew ew qasî kin çêkir!"




5 Temmuz 2022 Salı

holîka zarokan

Qeşmer û qeşmerî bûye mode û maqûlî hew pere dike, mixabin.

Li dewleta Tirkîyeyê bûye holîka zarokan. Rêvebirên dewletê tecawizî ruhê dewletê kir, xêr di dewletê de nemaye.
Destê kê di bêrîka kê de ye, kîrê kê di qûna kê de ye, ne belî ye.
Û ev qûnde û qûnek jî dewletê bi rê ve dibin; li ser pişta vî miletê tevna wî xera bûye, dixwin, vedixwin, diçêrin.

Erê weleh, wek ku Reîs digot, bi kamerayekê û bi trîpotekî tav da qûna vî miletê teres, tiştekî veşartî nema, her tişt kifş û eşkere bû.
Ji têkçûyînê re du qonax man; bajooo!..

Gotina Dawî
Carinan ji nişka ve qîyamet radibe û erd û esman dibin yek.
Nêzîk e, ne dûr e...

4 Temmuz 2022 Pazartesi

weşangerên fisgenî

Got,
"Kurdî li ser pişta weşanxaneyan diçêre yan weşanxane li ser pişta kurdî diçêrin?"
Got,
"Weşanger bazirgan in, tucar in. Û sînorê neteweperwerîya wan bi qasî hejmara pereyên dikevin bêrîkên wan teng an jî fire ye."

Got,
"Jixwe li ser vê axa nahletbûyî xwendin pir kêm e, lê xwendina bi kurdî bêtir kêm e. Weleh helal be ji weşanger û weşanxaneyan re ku xwe didin bin vî barî!"
Got,
"Ne xema weşanger û weşanxaneyên kurdan e. Jixwe xisara wan tune ye. Hejmareke pir hindik ne tê de, dosyayên diherin ber destê wan weşanxaneyan, bi heqê mesrefa xwe diherin ber destê wan. Yanî tiştek ji bêrîka wan dernakeve. 
Li ser meseleyê: 
Hevîrê hilatî tê ber destê wan û ew jî radibin wî hevîrî dikin girik û dû re diherin wan girikan li tenûrê dixin. Heger hat û çend kesan ji wî nanî xwarin, çend qurişên din jî dikeve bêrîkên wan; na, heger nexwarin jî, jixwe xisara wan tune ye, di ser re gav dikin û dest bi pêvedana nanê tenûreke din dikin."

Gotina Dawî
Û weşanger anku xwedîyên weşanxaneyan bi çapkirina kitêban ji xwedîyên kitêban bêtir xwe qure û entelektuel dihesibînin.

3 Temmuz 2022 Pazar

bin sîya dara gwîzê

Dagerîya nav rez, ji mêwê goşîyekî tirî jê kir û li xwe zîvirî, berê xwe da bin dara gwîzê...
Li bin sîya darê reşek bi ber çavê wî ket; di dudulîyê de ma, here yan nere! Zû biryar da û ber bi darê ve meşîya.
Stêra li bin sîya darê di xew re çûbû. Li ser piştê veketî, serê pêsîra wê ya rastê di ber pêxîla kirasê wê re derketibû; bel sekinîbû.
Li goşîyê tirîyê xwe nerî, li serê pêsîra rastê nerî...
Ji kûrayîya kezebê keserek kişand û pişta xwe da Stêrayê û hêdî hêdî dest bi xwarina tirîyê xwe kir, 
lê...
mejî bi dil re ket şer!
Çendî bi xwe re dixeyidî jî, ew wehşê di hundirê wî de girêdayî hêdî hêdî hêç diket û hewl dida sing rake.
Nikarîbû bi xwe, di bin teperepa dil de dîsa di ser stuyê xwe re zîvirî li Stêrayê nerî.
Çav di serî de fireh bûn, nefes lê çikîya!
Stêrayê destê xwe yê çepê di bin delingê xwe re gîhandibû nav şeqên xwe û hêdî hêdî nav berzika xwe dixwirand.
Bala wî ket jêra wî, kîr lê dişidîya, lê nahletek li çavê Şeytên anî, dîsa bi xwe re xeyidî û berê xwe guherî, serê xwe bera ber xwe da û di nav fikaran de xwarina tirîyê xwe berdewam kir.
Erê tirî dixwar lê her cara hebeke tirî diavêt devê xwe, ew heba tirî di nav diranên wî de dibû serê pêsîra Stêrayê û bi arezû û şehweteke nayê navkirin dicût û hey dicût...
Di nav pêlên xeyal û fantezîyan de ji nişka ve bi himbêzkirina du dest û zendan veciniqî.
Nermbûna her du pêsîran hişê mayî jî ji serê wî bar kir, bir.
Dû re...
Ew her du destên li ser navika wî gîhaştibûn hev, hêdî hêdî berjêr daketin.
Berzika xwe kur nekiribû; Stêrayê bi qasî bêhnekê tilîyên xwe li nav berzika wî gerandin.
Pêjna tilîyên Stêrayê kîr li wî har û rep kir. Piçekî din xwe bi paş ve bi Stêrayê ve dewisand; germayî û nermayîya memikan tofan di hundirê wî de rakir.
Hêdîka xwe ji nav lepên Stêrayê xelas kir, lê zîvirî û ew li ser piştê vexist. Bi lez û bez kincên xwe ji xwe kirin û bi wê lez û bezê deling û kiras û binkirasê Stêrayê jî jê kirin. Di bin delingê xwe de derpîkê kin li xwe nekiribû, Stêrayê.
Serê xwe xist nav memikan û bi dor ew memik mêtin. 
Mîna gurek xirpîşîbe ser laşê mîyekê, xirexir jê diçû.
Û di bin wî gurî de Stêra bi nalenal bû.
Devê xwe ji her du kanîyên heyatê kişand û dest bi maç û ramûsanan kir; 
sîng, stu, çeng, gep û her du lêvên sor û zepitî...
Her du şeqên wê li nava xwe pêçan, xwe li ber xweş kir û dest bi xwelêxistinê kir.
rabû daket...
rabû daket...
rabû daket...
Û ji nişka ve qîrînî bi Stêrayê ket, neynûkên wê mîna keleman li ser pişta wî bi cizbê ketin, lê wî ew êş hîs nekir, 
lewra hîn qîrîna Stêrayê bi dawî nebûbû, bi orîna gayekî her du beden bi hev ve kelîyan!..



2 Temmuz 2022 Cumartesi

reklama baş û xerab

Were û bihikume, ji bavê xwe bêminet im û hesabê kesî jî nakim, heger di çarçoveya mentiqê de ez heq û rast bim, haa!
Texsîr nakim, lê dixim û lê diherim...
Dema mijar dibe rexne, wek hinekan peyvê bi vir de û wê de nabim naynim, rasterast xwe lê diqewimînim û bi nav dikim.
Loma jî...
min dilê gelek kesan êşandîye, dilê gelek kesan ji xwe hiştîye û li ber çavê gelek kesan reş bûme mîna marekî reş,
lê...
carinan destnîşankirin, eşkerekirin, kifşkirin û bi navkirina hin kesan, çi baş çi xerab ji bo wan dibe danasîn û reklam, mixabin;
ji ber vê jî...
êdî ez hewl didim bi stratejîyeke sublîmînalî hin tiştan, hin kesan rexne bikim.
Haa!..
Nayê wê mahneyê êdî bi haweyekî kifş û eşkere ez ê kesî rexne nekim; lê hewce ye ew kesê meriv ê wî rexne bike, hêjayî wê rexneyê be anku ne rêx be.
Wê rojê...
li ser bêkesayetekî populîst min çend kelam kirin. 
Evdila rabû li ser whatsapê ji min re nivîsand.
Hûn Evdila nas dikin jixwe; him hevalê min e, him jî hembajarîyê min e; 
lê ji xêra Xwedê re navê wî ne Evdila bûya!
Axir...
Got, "Seyda, heyfa te û wê vîzyon û kalîteya te. Çawa tu radibî her teres û kurtêlxwir û qeşmerî ji nivîsên xwe re dikî mestere û mijar! Baş xerab heger yek ê di nivîsên te de bibe mijar, hewce ye bi başîya xwe jî, bi xerabîya xwe jî hêja be û heq bike."
Dû re...
Ez fikirîm, xwe bi xwe min got bi Xwedê ciwamêr rast dibêje. Ma hewce ye meriv hiş û zanîn û vîzyon û qelema xwe têxe bin xizmeta reklam û danasîna teres û xwelîser û belengazan?
Na, ne hewce ye...

Gotina Dawî
Kûçik ji tolik û nançûk û pirpar û strîzerkê fêhm nake û naxwe; kûçik tenê ji hestîyan fêhm dike lê naxwe, dikoje!..

1 Temmuz 2022 Cuma

dîn û dîndar

Hin heval ne tê de, pirê dîndarên misilman pir ehmeq in.
Îja ecêba ecêban ew e, li ehmeqîya xwe hilnakumin, radibin ji xêndî xwe her kesî ehmeq dibînin.
Bîska dinê li ser medyaya sosyal min vîdeoyek par ve kir; di wê vîdeoyê de dengbêjekî hemdem kilamek digot...
Yanî heger dengê wî biçûya Xwedê û Xwedê li wê kilamê guhdarî bikira, ew ê rabûya dest û pî û canê xwe bida ber jilêtan û careke din hew ji Muslum Gurses re digot, "Şabaş!"
De baş e deng neçûyîyê gidî! Yan na orta vê havînê em di nav wê xwîna wî de bigevizîyana, bifetisîyana.
Axir...
Li ser vîdeoyê jî min weha nivîsand:
"Kurd ji Xwedê jî kevntir in."
Piştî vê twîttê dîndarekî dîndeyûz hatîye ew twîtta min bi şîrove RT kiriye. 
Di şîroveya xwe de gotîye:
"Tu ji ehmeqan jî ehmeqtir î."
De îja were kîrê van kerên şamî di ber de jê neke û nexe qûna wan!..
Hey teresê cehbeleş, ma tu lawê Xwedê yî yan Xwedê tenê para te û dêya te ketîye?
Ez dîn, tu dîndar...
Ne tu werî li ser sifreya min goştê berêz bixwî û araqê bi ser xwe dakî, ne jî ez werim ceh û kaya ber te bixwim;
tu li mala xwe, ez li mala xwe...

Gotina Dawî
Qantir ê bizê lê dîndar ê dev ji şeytanîyên xwe bernedin!