Doh şandeyeke Cîgdemê bi ber çavê min ket. Hinek Cîxdem jî dinivîsînin, lê bi min divê meriv bi genetîka navan nelîze, çi be, ew e.
Heger "g" ya qûnek di elfaba kurdî de hebûya, min ê guh nedabûya qûnekbûna wê, min ê ew bi kar anîbûya,
lê mixabin, di elfaba me de "g"ya qûnek tune ye, loma jî min xweha wê tercîh kir...
Axir, wê bi xwe jî gotîye, "Cîgdem, Cî"g"dem, an Cîxdem ji bo min ne pirsgirêk e."
Ez zêde serê we bi mijara navê Cîgdemê re neêşînim, jixwe ew têra xwe serê we bi mijar û meseleyên xwe re diêşîne.
Û doh serê min jî bi mijarekê re êşand. Hişt ez li ser wê mijarê bifikirim û kûr û dûr herim.
Kesên jîr bi jîrbûna xwe zanin ew ê çawa bala meriv bikişînin û berê meriv bidin mijaran.
Li ser zimanan kritîkeke xweş kiribû.
Li gorî kritîka wê:
Kurdî zimanê me ye. Bi kurdî em karin bibin kurd.
Îngilizî jî zimanê erd û esmên e. Bi îngilizî jî em karin bibin dinyayî û li seranserê dinyayê bi rehetî, bê pirsgirêk bijîn.
Li gorî nerîna wê:
Ji xêndî hînbûna zimanê dayikê û zimanê îngilizî, hînbûna zimanên zêde himaltî ye. (Ez ê nekevim hûrgulîya vê mijarê. Yên sedemê meraq dikin, karin berê xwe bidin rûpela wê. Li wir mijarê zelal dike.)
Ez jî dibêjim, ev nerîneke feylesofane ye.
Û jixwe mêrdînî jî bi haweyê nîvfeylesofî ji dawa dêya xwe dikevin.
Çîgdemê jî yek ji wan e...
Lê çima, li bin şandeyên Cîgdemê ez zêde li navên rewşenbîr û sîyasetvanên me rast nayêm(!)
Belkî jî wêneyên xwe kêm belav dike, loma!
Nizanim.
Rewşenbîr û sîyasetvanên kurd ne ji nivîsandina jinên kurd, ji wêneyên jinên kurd ên eksantrîk hez dikin,
loma jî hin rewşenbîr û sîyasetvan facabookê tenê ji bo wêneyên jinan bi kar tînin.
Tenê jinek jî ji destê wan nafilite, xweşik, ne xweşik li bin her wêneyî meriv li navên wan rast tê.
Ez bawer im, piştî mêr dikevin antropozê û hew li wan radibe, ji kerbê sistbûna kîrê wan binhişîya wan dikeve dewrê û mejî li wan rep dike.
Xwedê Teala jinan ji mejîyê repbûyî bistirîne!
Amen!
Lê heger du hinar di pêxîla te de bang neke, tu bi mejîyê xwe erd û esmên bigihînî hevdu jî, bi qasî serê derzîyê bala van rewşenbîr û sîyasetvanan nakişîne, loma jî ez ji van rîhspîyan re dibêjim,
REWŞENKÎR!
Gotina dawî:
Zimanê we têra we û sed û yek bavên we dike ji bo hûn bibin netew, zimanê îngilizî jî têra we û têkilî û dîplomasîya we dike ji bo hûn û israîlî û fransî û amerîkî ji hevdu hez bikin û bibin dewlet.