31 Mart 2023 Cuma

çend mijarên bêeleqe

Eren Keskîn dibêje:
"Çi tifaqa cumhûrê çi tifaqa miletê, her du jî di bin kontrola dewlata kûr de ne."
Bêguman HDP jî dûvikê tifaqa miletê ye...
Sînan Ogan dibêje:
"Bi saya serê Selahattîn Demîrtaş HDP bi her haweyî bûye tirkîyeyî."
Beşîr Atalay dibêje:
"HDP ji alî MÎTê ve hat damezrandin."
Êêê?
Madem tiştekî veşartî tune ye û her tişt kifş û eşkere ye, ev qûnqetandin û qûnçirandin ji bo çi ye?

Di dîroka kurdan de çend malbatên kurd hene, mîna dewleta kûr in, meriv kîjan kevirî radike, ew li wir in.
Loma jî...
Tehlîl û analîzên sosyolojîk divê, 
yan na em ê nekarî ji nav vê tevlihevî û kaosê derkevin.
Bi kin û kurmancî,
destê kê di bêrîka kê de ye, ne belî ye.
Êêê?
Kî yê van tehlîl û analîzan bikin?
Dîsa endamên van malbatan bi xwe...
Tew!
De were safî bike!

Heger sibê Kurdistan serbixwe û azad bibe, Xwedê yê jî bibêje ez kurd im.
Lêbelê...
dîsa ez û tu yê bimînin li ber dîwaran;
stûxwar, 
belengaz, 
bêxwedî, 
bêxweda!..

Gazinan ji kurdan nekin; kesî bi qasî kurdan bedel neda.
Li ser navê kurdîtîyê kê berê wan da ku, texsîr nekirin, dan pey wan û çûn.
Lê...
Serek û serok û rêber û rêvebirên nekurd enerjîya van reben û belengazan di rêya nekurdîbûnê de xerc kir, mixabin.

"Yê zane zane, yê nizane dibêje qey baqê nîskê ye."
Lê em ne ji wan mejînîskan in.
Çi legal çi îlegal ango çi fermî çi nefermî li başûrê welêt bazarek heye û bi wê bazarê gelek "kurdistanperest"ên bazirgan (Xusûsî jî yên paşnavên wan Barzanî û nêzîkî wan û yên paşnavên wan Talabanî û nêzîkî wan) bûne karûn ango ûltra dewlemend.
Em çavê xwe ji wan re digirin û em ê çavê xwe ji wan re bigirin jî...
Çima?
Şert û merc, dem û zeman vê dixwaze, lewra ax avis e û em li hêvîya Kurdistanekê ne, 
loma jî,
em ê erênî binerin, em ê erênî bifikirin û ji xwe re/ji hev re bibêjin, 
"Ev pereyê ku bi rêya legal/îlegal ango fermî/nefermî kom dibe, ew ê ji bo pêşketin û vîzyona Kurdistanê xerc bibe."
Mimkun e?
Hêvî û daxwaz ev e,
lê...
heger wek em hêvî û daxwaz dikin dernekeve?
Ma em ê çi bikin!
Yan em ê kejika stûyê xwe bixwirînin
yan jî em ê pê bigirin û herin.

Gotina Dawî
Vî zemanî zarokên kürt ên dê û bavên wan kurd li bin guhên hev dikevin.


27 Mart 2023 Pazartesi

xwexapandin qebhet e ne qeder e

Hin hdpkkyî gazinan dikin û dibêjin heger Hasan Cemal bibe namzet em ê destê xwe ji partîyê bişon û êdî em li mala xwe ew li mala xwe...
Waweylê!!!
Ango...
Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat.
Ji bo hûn baş bibihîzin:
“mezin apo, bilind apo
serok apo, apê me
şêrîn apo, qehreman tu
rêberê gelê me”
Hoo hevalino!
Ma hûn piçekî dereng neman?
Li ser meseleyê:
Wextê Dogû Perînçek li kampa Bekaayê gul û kulîlk didan destê Apê we û gerîlayên reben li ber wî mîna şivekê cit disekinîn, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê Yalçin Kuçuk li xwe û partîya we mikur hat û got, "Armanc ew e bi rêya PKKê em ruhê kemalîstî li kurdan bar bikin û kurdan gişan bikin kemalîst û tirkîst, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê ciwanên pak û paqij ên bi tirkî nedizanîn çûn nav refên gerîla û li wir qible û qiblegeha wan bû tirkî û tirkîyeyîtî, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê hevalên we yên şoreşger xwe bera nav gundan da û bi stratejî û plana kemalîstên tirkperest tevna eşîrtîyê xera kir û nirx û adet û kevneşopîyên kurdî hilweşandin, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê Apê we bi plan û program xwe radestî dijmin kir û di nav lepên dijmin de toqa nahletê/teslîmîyetê kir stûyê we, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê Apê we ji dijmin re got ji nuha şûn de ez ê mîna leşkerekî çak û çalak xizmetê ji we re bikim, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê tucar û bazirgan li ser xwîna ciwanên we bûn parlamenter û parlamento kirin çewlika/çiftlika bavê xwe, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê li ser navê çepgirî û anarşîstî û şoreşgerîyê, di bin çengên we de zarokên we di hendekan de perçe perçe kirin û bi rojan termên wan li wê erda Xwedê bêxwedî man, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê yên wek Hesîp Kaplan û Osman Baydemîr û Ahmet Turk û hin kesên wek wan ên nuha navên wan nayê hişê min li ser xwîna kurdan konfora xwe û xwarzîyên xwe û birazîyên xwe fireh kir, we xwe ji partîya xwe bişuşta...
Wextê we rişma xwe xist destê tirkên çepgir û erebên çepgir û wan jî kurdîtî bi ruhê eşmeyî terbîye kir, we xwe ji partîya xwe bişuşta, îroj wan ê hesabê we bikira û bêyî dil û daxwaza we wan ê gav neavêtana.
Îja heyran!
Hasil çûye di mûsil re derketîye, hûn rabûne gazinan li Hasan Cemal û yên wek Hasan Cemal dikin.
Ma qey ên berê we ew hilbijartin keleh fetih kirin!
Ew jî hatin li we siwar bûn, li ser keda we xwarin, vexwarin, têr çêrîyan û çûn; na na, hin ji wan hîn jî diçêrin.
Ji qewla yên berê:
Aş çûye, hûn ketine pey çeqçeqokê.

Gelî Hdpkkyîyan!(🤔)
Ez dizanim hûn ji min hez nakin, lê dil miqabilî dil e û ez bi xwe jî ji wê îdeolojîya pûç û beradayî ya we daye pey, hez nakim. 
Axir...
Ne ji bo ez li parlamentoya tirko rûnim û enerjîya xwe li demokratîzekirina tirko xerc bikim; ji bo ez salê kitêbekê û fîlmekî dîyarî edebîyat û sînemaya kurdî bikim û carinan jî ji bo sûd û îlhamê ez herim bi xanimekê re li bar an jî meyxaneyekê rûnim, du qedeh araq vexwim, werin min bikin parlamenter û bişînin parlamentoyê ku ez jî bi wî meaşê parlamenterîyê kurdî li kurdan gur li tirkan jî har bikim û tirkan ji dîn û îmanê derxim.(😂)
Ya star!
Ditirsim ev daxuyanî bi hdpkkyîyan cidî bê û bira jî min bikin bernamzet!!!
Off! De îja...
Li hêlekê ez, li hêlekê Semîyanî Perîzade...
Em ê wê parlamentoyê tam bikin sîrk û daweta dînan, bi telaq.(🤪)
"lê xin birano lê xin
ala sor bilind e
kurdistana azad
çi qas xweş û rind e"

Çima Bûrsa?
Tirkîyeyîperestino!
Du sê hefte berê we dît bê li stadyûma Bûrsayê bûrsayîyên tirkperest çi anîn serê futbolîstên Amedsporê.
We bi çavên xwe dît bê wêneyên kê xistin çavên we û xwestin bi wan wêneyan ji we re çi bibêjin...
Û sibê jî li vê stadyûmê maça Tirkîye û Xirvatîstanê heye.
Meriv dikare çi navî li vê refleksê bike?
Yan jî ka em ê ji parêzerên Selahattîn Demîrtaş bipirsin, bila ew jî herin bi Selahattîn Demîrtaş bişêwirin bê Selahattînê tirkîyehez ê çi bibêje?

Gotina Dawî
We got biratîya gelan û demokrasî!
De here qûna xwe li avê xe, lo.

Gotina Herî Dawî
Xwexapandin qebhet e, ne qeder e!..


26 Mart 2023 Pazar

selo û stand-up

Populîzm nexweşîyeke genî ye û kî dikeve ber wê, wî dicû û dihêre.
Û populîzmê kurdên bakur di nav pirika sîyasetê de hetikandîye, mixabin.
Kurdên ku li genetîka xwe ya wenda digerin, bi rêbertîya sîyasetvanên "kurd" roj bi roj gen-îtir dibin. 
Selahattinê ku bi îhtimaleke xurt navê xwe ji Selahedînê kurd girtîye û bîst û çar seetan li ser twîtterê lotikên elitîst û nîvkemalîst diavêje, ji sîyasetvanekî bêtir, dişibe şanogerekî komedîyen.
Û li welatên paşdemayî jî tenê bi çavê qeşmerî li komedîyenan dinerin.
Selahattînê ku di nava çar dîwaran de bîst û çar seetan wext û enerjîya xwe bi demokratîzekirina Tirkîyeyê re xerc dike, bi zimanê dagirkerên xwe (belkî jî ew ji bo xwe wan dagirker nahesibîne) xwelîya dagirkerên xwe li serê xwe dike û ji dagirkerên xwe yên neteweperwer bêtir hewl dide ji bo xizmetê ji tirkî û tirkan re bike.
Mîzah çek e,
lê heger meriv xwelîser be, ew çek dizîvire, bi meriv de diteqe.
Bi kin û kurmancî:
Bi sîyaseta xwe Selahattîn Demîrtaş qayîşê bi Recep Îvedîk û Yilmaz Erdogan û Cem Yilmaz re dikişîne.
Û bi qasî çepgir û lîberalên tirk bi Selahattîn Demîrtaş şa dibin, kes bi kesî şa nabe, mixabin.
Xulamtîya we serê we bixwe û nahlet li wî ruhê we yê Eşmeyî bê!

Kurdên ku kurdî ji bîr kirîye, radibin xwe ji tirkên ji kîsê kurdan diçêrin û xwe wek demokrat bi kurdan didin naskirin, aciz dikin.
Hûn yek in, yek.
Û tenê armanceke we heye, 
ew jî ev e:
Qoltix 
û karîyer 
û berjewendîyên şexsî...

Gotina Dawî
Kêrê daye hestî, lê êdî hestî jî ne xema kêrê ye.

23 Mart 2023 Perşembe

kurdo

"Quzê gurê bi te ve ye."
"Gur li ku mirîye."
"Gur pîr dibe, dibe qeşmerê kûçikan."
Ji pêşgotinên me jî dîyar e pêwendîyeke xurt di navbera pêşîyên me û guran de hebûye.
Lê piştî dêlegura Asenayê, gur li ber çavê me reş bûn û hêdî hêdî me hewes û hilma xwe avêt ser kûçikan.
Bi gotineke populîst:
Gur bûn out!
Kûçik bûn în!
Çima?
Çimaya ji bo vê meseleyê çimayeke sosyolojîk e û hewce ye em lê bikolin û bi hev re bibêjin,
"Çima?"
Erê, çima?
Lewra...
Pêşîyên me hur bûn, resen bûn û xwe bûn ango li ser esl û feslê xwe bûn.
Û kesên hur û resen û xwe jî ji tiştên wek xwe hur û resen û xwe hez dikin.
Gur hur in lê gurên tûle û qûnde û xayîn û xwefiroş û entegreyî sîstema însên bûne jî kûçik bi xwe ne.
Loma...
Pêşîyên me ji guran, em ji kûçikan hez dikin; 
ji ber ku...
Hêdî hêdî em jî tûle dibin û ber bi kûçiktîyê ve diherin.

Li ser medyaya sosyal ez li parvekirineke hevaleke bi eslê xwe kurd lê bi qelema xwe tirk rast hatim. Ji bo LGBTÎ+yên Ûgandayê dilêşî û xemgînîya xwe anîbû ziman.
Min go, me Kurdistan ava kir, kurd û kurdî azad bûn, dor hat demokrasî û mafên însanî yên ûgandayîyan.
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Bav û kalên wê li çîyayê mazî dest diavêt namûsa keran, ew jî hatîye ketîye pey doxîna LGBTÎ+yên Ûgandayê.
Carinan em qûna xwe ji derpî derdixin, lê hayê me ji qûna me tune ye.
Erê, meriv merivhez/humanîst be baş e, lê 

Aqilê kurdan ji kîsê xelkê ye.
Û her carê bi deynekî bêveger em aqilê xwe didin qesasekî xwe yê din.
Doh aqilê me ji kîsê tirkên dîndar bû, îroj jî em aqilê xwe ji kîsê tirkên dîndar derdixin, dixin kîsê tirkên kemalîst.

Gotina Dawî
De bimire kurdo, hîn mirin erzan e.


16 Mart 2023 Perşembe

bêhna sêvan

Li ser meseleyê: 
Kurd bibêjin di tûra ewil de em ê neçin ser sindoqan, bila xwe bi xwe di hev nin, dû re berî tûra duduyan kî were ber terikê reş, em ê jê re bibêjin, "Sihet xweş."
Lê ka aqil!
Na weleh, aqil heye, lêbelê ji kîsê xelkê ye ew aqil.
Û aqilê ji kîsê xelkê jî li kar û fêdeye xelkê ye...

Populîzm nîrvanaya kurdên entegrebûyî ye.
Lewra...
Entegrebûn konforê di xwe de dihewîne.
Û ji bo konfora xwe jî em dikarin agir bi dinyayê xin.
Na lo!
Ne bi vê xezebê...
Ji bo konforê tenê tiştek hewce ye û jixwe ew jî têra xwe bi we re heye.
Durûtî, qûnalêsî, xulamtî û terka ji xwe-bûnê.
Û dû re...
Bi wê xavbûn û sextekarîya xwe lotikên populîst.

Hin rewşenbîrên kurd ên di navbera Xelîl û Celîl de ango di navbera Barzanîîzm û Apoîzmê de asê mane û kurd bi serê wan sûnd dixwin, vê pêla dawîn li ser medyaya sosyal tenê sloganan diqîri n.
Heyf!

Berî nuha bi çend salan li ser medyaya sosyal min hevaleke hdpyî nas kir. Rêvebira partîyê bû. Ez naxwazim zêde ta bi derzîyê ve kim, lê bi kurtî bibêjim yeka di nav partîyê de xwedan peyv bû.
Axir...
Dû re piştî çend lotikên politîk û îdeolojîk, ji bo em derbasî qonaxeke din bibin, ji ser medyaya sosyal em ber bi jîyana rasteqîn ve kaş bûn.
Du sê mehan, carinan li ser politîka û sîyasetê em li hev rabûn, carinan li ser huner û edebîyatê em li hev rabûn, carinan jî li ser civakê û hesasîyetên civakê em li hev rabûn, lê lihevrabûnên herî yeman piştî van nîqaş û sohbetan diqewimîn.
Piştî azmûn û tecrûbe û lêgerbûn û lêkonsantrebûn û tîrbûna li ser her babet û mijarê zeman hat û em ji hevdu veqetîyan.
Û demeke dûr û dirêj hayê me ji hevdu çênebû; ne li ser medyaya sosyal, ne jî li deverekê...
Pêr li ser mesangerê silavek da min. Me li hal û ehwalê hevdu pirsî.
Mijarekê derî li mijarekê vekir û me derîyek vekir û derîyek li pey xwe girt, em ketin nav bîranînan û kûr û dûr çûn.
Min got:
-Ma wek berê tu hîn di nav partîyê de çalak/aktîf î, lêê?
Kenîya, got:
-Erê, lê ez di navbera te û Apo de diherim û têm...

Gotina Dawî
Min got, bêhna xapandin, xwexapandin û durûtîyê tê, yadê!

11 Mart 2023 Cumartesi

tevna esl û feslê

Dema ziman asîmile dibe, pê re hêdî hêdî zîhn û zîhnîyet jî asîmile dibe.
Û jixwe heger hat û zîhnîyet jî asîmile bû, êdî vegera li xwe ne mimkun e.
Problema pirê kurdan mixabin ev e; zîhnîyet ji dest çûye.

Heger zana û xwendeyên civakekê guh nedin "XWE" ew civak ê çawa qîmet bide "XWE" û li xwebûna xwe vegere?
Li ser twîtterê ez li twîteke Lal Laleş rast hatim; Lal Laleşê nivîskar û helbestvan û weşanger û gelek tiştên din...
Weha nivîsandibû:
"Saet xweş."
Sihet kiribû saet lê ka îja behsa seeta dest û zendan dikir an behsa seeta dîwaran dikir, nizanim.
Bêguman seetên ser maseyan û yên bikostek ên dikevin bêrîkên îşlikan jî hene.
Heger we ew dît, jê bipirsin bê qesta wî ji seetê kîjan seet bû?
Îja "saet xweş."
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!

Kurdî, bi qasî ji ber duzimanîyan kişand, ji ber tu kesî nekişand.
Û pirê kesên xwe şoreşger û welatperwer û kurdperwer dibînin, piştî demekê dema fêhm dikin di israrkirina bikaranîna kurdî de populerî û populerbûn kêm e, radibin giranîya xwe didin ser bikaranîna zimanê serdestên xwe û bixwazin nexwazin li hemberî qudret û mezinbûna serdestên xwe kêmbûn û biçkbûna xwe qebûl dikin.
Bi vê kompleksa genî û kurmî, ne karakter çêdibe, ne jî bi vê bêkarakterîyê civakek, neteweyek, welatek rizgar dibe.

Bi kesên bêkarakter re pere heye xîret tune ye, lê bi kesên bikarakter re jî xîret heye pere tune ye, mixabin.
Û dem jî dema kapîtal û kapitalîzmê ye.
De îja were ji van bêkarakteran re bibêje, civakek bi huner û edebîyat û sînema û muzîkê xurt dibe, pêş dikeve û di qada navneteweyî de cî digire.
Heger tu qedrê xwe negirî, kes ê qedrê te negire.
Kes ne lawê bavê te ye!
Îja...
Ma qesr û kulek?
Ma tahjî û maqûltî?

Gotina Dawî
Heramzade pir in û xwîna kurdan jî helal e. 
De îja ka were li ser vê tevna bêbextîyê merşa esl û feslê birêse...
Tew!




9 Mart 2023 Perşembe

girêka gû

Netewperestî!
Heger tu xwedan karaktereke xurt bî û bext û ûjdan bi te re hebe, 
netirse! 
Li her derê destê xwe li sînga xwe bixe û bi serbilindî bibêje, 
"Ez kurd im, kurdperest im, netewperest im."
Çi tirk çi ereb çi faris, ji bo tu yê xwe li ber dil û çavê wan şêrîn bikî, bi çavê nijadperestî/faşîstî li netewperestîya xwe nenere.
Kurd, neteweke kevn û xwedan şaristanîyeke dîrokî ye. 
Kurdbûn bi heyvanekî însanî/humanîst û medenî hatîye sitirandin, 
loma jî,
kurdhezî/kurdîhezî nikare bibe enstrumaneke dijînsanî di destê neînsanan de.
Û dema hûn ketin nav civateke dêlegurên asenayî, ji bo hûn ê li ber dil û çavê wan cewreguran şêrîn bibin, kurdbûna xwe erzan nekin û netewperestîya xwe di çerçoveya nijadperestî û faşîstîya tirk û ereb û farisan de nenirxînin.
Lewra...
Bi wê kurdperwerîya xwe hûn dikarin li ser her sifreyê rûnin, lê ew tersina ji xwe pê ve ne ji kesî hez dikin, ne jî kesî qebûl dikin.

Ez fêhm dikim bê çima ereb ji Muhamed hez dikin, 
lewra...
Muhamed dîn û îman û zimanê wan kamil kirine û li ser temelê zimanê wan ji wan re împaratorîyek ava kirîye.
Îro ro, li ser axa vê gerstêrkê zimanê erebî yek ji zimanê herî xurt e.
Û jixwe hemû misilman bi vî zimanî îmana xwe dişon.
Ji xêndî pere û dewlemendî û tucareta bi ser wan de rijîyaye...
Ez fêhm dikim bê tirk çima ji Mistefa Kemal hez dikin,
lewra...
Mistefa Kemalê kes nizane bê bezê paş guhê bavê wî ji ku ye, ji diz û keleş û eşqîya û nîvînsanan neteweyek çêkir û ew netewe li ser serê neteweyên xwedîyên vê axê kir serdest û efendî.
Lê ez fêhm nakim bê çima kurd ji Abdullah Ocalan hez dikin,
lewra...
Abdullah tu carî nebû Apo û Evdila û bi qasî misqalekê serê kurdan bilind nekir di qada navneteweyî de; 
her û her xulamtî û hemaltî bû para me kurdan.
Berî wî zimanek hebû û wî zimanî xwedîtî li gelek nirx û hêjayîyên me dikir, 
lê bi hatina wî re ew ziman jî qels û zeîf û pûç bû, mixabin.
Û tew ez ê qala hêsîrî, penaberî, feqîrî, belengazî û kuştina kurdan nekim jî...
We got Selo Başqan?
Tu kesî bi qasî wî ji tirkî û dewleta tirkî hez nekir, lê mixabin kir û nekir ew hezkirin di dilê tirkan de şîn nehat.

Gotina Dawî
Xuya ye em ê bibînin qantir ê zaye, lê em ê nebînin tipê ji nexweşîya apocîtîyê re dermanek peyda kirîye...

8 Mart 2023 Çarşamba

rojev û sêla sincirî

Amedspor, di qada navneteweyî de, dikare ji partîyên "kurd" ên bakurê welet bêtir dîplomasîyekê bimeşîne.
Çima Ameda kurdan nebe Barcelonaya katalanan?
Di dema Francoyê faşîst de, serekê Barcelonayê Josep Sunol bi haweyekî hovane hat kuştin; bi çek û selehan lê reşandin. 
Dû re...
Di dîroka Îspanyayê de Barca bû sembola berxwedan û serhildana katalanan; 
loma jî...
katalanî ji Barcayê re dibêjin, "Mes que un clup" yanî Barcelona ji kulûbeke futbolê wêdetir e."
Heger kurdên jîr û zana û kurdperwer di kadroya rêvebir a Amedsporê de cî bigirin, Amedspor jî mîna Barcelonaya katalanan dikare bibe sembola berxwedan û serhildana kurdan, 
lê her weha hewce ye bi haweyekî xurt bê fînansekirin.
Ew fînans li cem kurdan heye gelo?
Erê, heye, lê hewce ye berî her tiştî xîret têkeve pêşîya fînansê...
Mimkun e?
Heger sekn û helwesteke kurdî, kurdistanî xwe bi me bide hîskirin, mimkun e.
Lê...
Bi vê pêla di ser bakur re diqulipe, ew sekn û helwest zor û zehmet e.
Sîyaseta bi salan, qudûmê me bakurîyan şikenandîye û ehlaq têk çûye, mixabin.
Tevna civakê xera bûye û dîsa mixabin, karakter/kesayet mirîye.
Piştî maça bi Bûrsayê re tîma Amedê ya futbolê vegerîya welêt, 
lê welatîyên welêt, ji ruh û karaktera welêt dûr, bi dûrişme û slogan û stranên tirkî tîma xwe pêşwazî kir.
De were kirasê xwe neçirîne!

Li Tirkîyeyê sêl disincire!
Hilbijartin nêzîk e û dema "kî bike kê"yê dest pê kir.
Û heger meriv hesabê xwe neke, tu kes ê jî hesabê meriv neke.
Û jixwe nake jî.
Rastî tahl e, lê rast e...
Heta ku partîyek bi sekn û helwesta xwe, xwe kurd nehesibîne, ew partî ne dikare kurdan temsîl bike, ne jî kesek bi çavekî cidî li wê partîyê dinere.
Nuha rewşa HDPyê ev e, jixwe. 
Ne kurdan temsîl dike, ne jî kesek bi çavekî cidî lê dinere.
Û heger werê dewam bike, ew ê him ji dêrê bimînin, him jî ji mizgeftê.
Îja...
Heger piçika êqil di serê Reîz de hebe, ew ê here xweserîyê pêşnîyarî/teklîfî HDPyê bike, 
lê hewce ye HDP jî çêya kurdan bixwaze, haa!..
Pêşnîyara/teklîfa Reîz ber bi aqilan ve dihere, lê sekn û helwest û daxwaza HDPyê ber bi aqilan ve nare, mixabin.

8ê Adarê!
Roja xwexapandinê!
Ne tenê mêr, jin jî xwe dixapînin, lê ji vê xapandinê kapitalîzm xweş diçêre.
Û pirê jinan jî,
çendî ji vê helwest û samîmîyeta mêran bawer nekin jî, ji bo dîyarîyeke beradayî çavên xwe digirin û ew jî xwe dikin perçeyek ji vê xwexapandinê.
Êê!..
Dinya ketîye ser berjewendî û hesaban, heyran.
Û bê berjewendî, bê hesab mêr jî nikare here nav nivînên jina xwe êdî.
Min go, 
8ê Adarê roja mêrên durû pîroz be!

Gotina Dawî
Erê, çendî rojeva Tirkîyeyê bêtir bala me bakurîyan bikişîne jî, li başûrê welêt dîplomasîyeke xurt dimeşe.
Danûstendinên rêvebirîya Kurdistanê di asteke bilind de dewam dikin.
Ji Amerîka û dewletên Ewrûpayê qefle bi qefle ber bi Kurdistanê ve diherin; şandeyek tê, şandeyek dihere... 
Di bin vê mij û dixanê de pêjna rojê tê; hêdî hêdî roj hiltê...
Û bi min wer tê,
heger rêvebirîya Kurdistanê di Newroza îsal de serxwebûnê ragihîne, divê em şaş nemînin.
Hazir û amade bin. 
Newroza îsal dikare mohra xwe li dîrokê bixe.