30 Nisan 2024 Salı

futbol

Min dixwest wek her şev îşev jî ji we re çend gotinan li pişta çend kelaman siwar bikim lê, mixabin maça Bayern Munîh û Real Madrîdê nahêle.
Nîveka pêşî bi dawî bû; Real Madrîd=1 Bayern Munîh=0
Û hal ev hal be Bayern Munîh ê tu gol molan navêje.
Xêr tê de nemaye; Bayern Leverkûzenê pişt lê şikenandîye, mîna aşê xerabûyî tenê çeqeçeqok jê difûre.
Ka em binerin bê nîveka dawî çi diqewime. Bawerî bi bêbavên alaman nayê, hew te dî ez birim li paş kerê sekinandim.
Axir…
Wa ye nîveka dawî dest pê kir. Piştî maç bi dawî bû, ez ê bêm li vir çend têbinîyên din jî lê kim ji qewla derikîyên me.
Nevîyên Hîtler zû ji wê xewa belengaz şîyar bûn, lê Real Madrîdê nehişt alman bigihêjin miradê xwe; kêfa wan li wan qewitand û kes bi ser neket.
Hefteya bê,
kî berx e, kî beran e, em ê bi hev re lê binerin û bibînin.
Lê mala her du alîyan jî ava be. Min bi xwe kêfeke xweş stend.

Gotina Dawî
Wer xuya ye sibê jî şevbihêrka me yê bi futbolê derbas bibe. PSJ û Borîsîa Dortmond ê bilîzin.
De hela ka bila bibe sibe, belkî plan û program biguhere.

29 Nisan 2024 Pazartesi

helbesteke şeplepêketî

li welatê ku her kes bi qasî pereyê xwe dipeyive
û bi qasî giranîya pereyê xwe xwedan qedr û qîmet e
ez û şiva kîrê xwe ne
pirê caran pereyê bêrîka min tenê têra kirîna qalibek sabûn kirîye
û bi xeyalên ku pere nikare min bikire
fantezî li ser fantezîyê di serê min de zîz dibin 
û dû re
diherim li serşokê bi xwe xweş tînim

28 Nisan 2024 Pazar

amedspor

Piştî nîvro min serî avêt xewê û raketim. 
Raketim!..
Raketim!..
Raketim!..
Lê carekê min serî rakir!..
Ya star!
Ez çi bibînim!
Agir bi erdê ketîye, bibore, agir bi twîtterê ketîye, wîtewîta twîtvanan e.
Min got çi? 
Min got vê carê rast e û Kurdistanê serxwebûna xwe ragîhand ango îlan kir.
Erê bi serê şêx Hadî!
Hindik mabû ez şelwerê xwe yê reş li xwe kim û alaya rengîn li xwe bipêçim û xwe li kolanan biqewimînim, 
lê mixabin û hezar heyf, 
wek Şeytan bi min bikene; kêfa min li min qewitî.
Amedspor bûye şampîyon!
Ji apoyîyan bigirin heta barzanîyîyan, ji serxwebûnxwazan bigirin heta xweserîxwaz û federasyonxwazan, ji anarşîstan bigirin heta lîberal û dîndar û kefneşopîxwazan, ji homoseksuelan bigirin heta qûnek û qûnde û qahpik û feminîstan, ji sîyasetvanan bigirin heta rewşenbîr û hunermend û stranbêj û nivîskar û aktivîstan, hemû kurd, baskên wan li ewran ketibûn, difirîyan.
Tenê kurd?
Na.
Ji bilî Dewlet Bahçelî û Umît Ozdag, hemû çep û çepgir û lîberal û kemalîst memalîstên tirk jî bi hev re ketibûn pêşbirka pîrozbayîyan.
Amedspor û Amedspor û Amedspor!
Bêguman, 
Selahattîn Demîrtaşê serhildêr jî ji vê govendê nemabû; bi formeyê xwe yê Amedsporê xwe qup kiribû; 
ez ê bibêjim şwîr simbêlê wî nedibirî, lê di hefsa Edîrneyê de, berberê wî, her sibe bi haweyê “sînekqaydî” tiraşî wî tiraş dike.
Lê ez bawer nakim kêfa şêrê Îmralîyê hatibe, lewra ew alîgir û fanatîkekî tirtire yê Galatasarayê ye.
Ne şaş bim estarê lihêfa wî jî bi sembol û motîfên sor û zer ên Galatasarayê xemilandî ye.
Axir…
Nizanim hûn çi hîs dikin an li ser vê meseleyê çi difikirin, lê bêhna projeyeke entegrasyonîst xwe li firnikên pozê min diqewimîne.
Hîrtehîrt û himehima kemalîstan ne ji xêrê re ye, lê heger Amerîkayê Reîz terkîproje nekiribe, haa!
Belkî jî di projeyê de rola Reîz guherî, êdî em ê Reîz bi karektereke din bişopînin.
Êêê!..
Amerîka ye û Amerîka jî destê Xwedê yê li ser rûyê erdê ye; yanî çawa bixwaze, dikare bike û dike jî jixwe.

Gotina Dawî
Erê, 
Amedspor bû şampîyon, 
lê amedî yê piçekî din pê bigirin!..

26 Nisan 2024 Cuma

mîrê zimên

Di 26ê Nîsana 1893an de ango 128 sal berê wek îroj, Xwedê lawek da.
Ew law bû hewar ji zimanekî bê dewlet re.
Îroj rojbûna mîrê min e.
Îroj rojbûna zimanê min e.
Îroj rojbûna neteweya min e.
Mîrê zimên, 
zimanê neteweya xwe, 
Celadet Elî Bedirxanê nevîyê mîrê mîran, 
rojbûna te pîroz be!

Gotina Dawî
Ziman ziman ziman!

25 Nisan 2024 Perşembe

şerê derewan

Şerê neteweperest û apocîyan berdewam e. Her du alî jî li kerê Şeytên siwar bûne û ji ya xwe danayên.
Kî kurd e? 
Kî xayîn e?
Her du jî kurd in.
Her du jî xayîn in.
Çima?
Apocîtî ji zarokên kurdan ên mejîyê wan bloke bûye pêk tê;
neteweperest jî ji zarokên kurdan ên ji kurdan re welatekî azad û serbixwe dixwazin, lê ew bi xwe jî nizanin bê netewe çi ye, neteweperestî ji çi dest pê dike, pêk tê.
Her du alî jî kurd in, her weha her du jî xayîn in.
Lewra…
ez bala xwe didim derdora xwe û li ser medyaya civakî guh didim wan, pir kêm bi zimanê neteweya xwe dipeyivin, dinivîsînin.
Û ji wê beşa ku bi zimanê xwe dipeyivin, dinivîsînin jî, pirê wan hewl nadin zimanê xwe serast û xurt bikin;
ji ber ku…
populîst in, oportunîst in û kurdîtî, netewe û neteweperestî ne xema wan e, ne li ser bala wan e; çi xwende, çi nexwende, mixabin. (Bila hin ciwanik û ciwamêr ên ji min çêtir li xwe negirin. Ew taca serê min in)

Gotina Dawî
Û dema peyv tê peyvê jî, di ser gûyê xwe re disekinin, demançê bera gûyê xwe didin.
Ez bikutim wê zîhnîyeta we ku genetîka wê pûç bûye.

24 Nisan 2024 Çarşamba

teorî meorî

Hûn dizanin ji bo çi apocî ji çûyîna Kurdistanê aciz in?
Ji bin xwe şil in, loma!..
Yanî çawa?
Reîz bi eslê xwe gurcî ye ango 
ne tirk e,
loma jî…
tirk firîyane, nefirîyane, ne xema kîrê Reîz e; ew tenê li textê xwe dinere û siltanetîya xwe diparêze.
Lê guhê wî dilive!
Dizane ku kemalîst kêsê pê xin, ew ê serî ji gewdeyê wî hilqitînin.
Û dizane apocî jî projeya dewleta kûr e.
Êêê?
Dewleta kûr kî ne?
Kemalîst bi xwe ne;
yanî…
kemalîst û apocî dizên neqebekê ne.
Pardon ango biborin!
Kemalîst xwedîyê dewletê ne, apocî jî ji bo vê dewletê li ser nigan bihêlin, taşarontîyê dikin.
Dîsa ango…
yanî apocîtî projeya kemalîstan e.
Himmm!..
Ka piçekî din sebir bikin, hêdî hêdî ez ê ji we re ta bi derzîyê ve kim û we li ber xim.
Reîz dijminê kemalîstan e!
Kemalîst ji Reîz aciz in!
Kemalîst û apocî destbirak in!
Û kemalîst jî, apocî jî dijminatîya barzanîyan dikin û li dijî destkeftîyên Kurdistanê ne.
Îja hêdî hêdî zingînî ji serê we tê bê dema Reîz dihere Kurdistanê û bi barzanîyan re rûdine, çima dibe vitevita qûna kemalîst û apocîtan?
Naxwazin poxê wan derkeve, ji qewla yên berê.
Pişta Reîz ji dewleta wî ne rast e, loma jî baş dizane ku dewleta kur/kemalîst/apocî kêsê pê xin, ew ê di repika wî nin!
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Reîz û Barzanî bi haweyekî stratejîk, bêyî ku kesî bi xwe bihisînin, dixwazin qûna kemalîst û apocîyan bide tavê û bi vî haweyî her du alîyan pûç û lawaz bikin ku sibê rê li ber serxwebûna Kurdistanê vebe.
Ev jî teorîya min e û hûn ne mecbûr in bawer bikin!..

Gotina Dawî
Reîz baş dizanîbû ku ew ê hez û qaweta wî têrê neke kemalîstan qanih bike û di vê sîstemê de di warê hiqûqî û welatîyê de kurdan bigihînin asta tirkan, 
loma jî wî jî bi stratejîyeke din her du kirin wek hev; 
kurd ji xwe sefîl û birçî û perîşan û belengaz bûn, di nava van bîst salên dawîn ên desthilatîya wî de, êdî tirk jî wek kurdan sefîl û birçî û perîşan û belengaz in.

daweta dînan

Şaredarên DEMê yên legal dibêjin problema me bi merşa milî ya dewletê re tune ye.
Milîtanên wan ên îlegal dibêjin em li dijî dewleta kurd in.
Serokê wan ê kes nizane bê di kîjan qulê de ye, dibêje derfetê ji min re çêkin, li başûr ez ê kevir li ser kevir nehêlim û ez ê wir jî têxim bin desthilatîya we.
Nîvserokê wan di hefsê de bi qelema xwe xizmetê ji ziman û edebîyata tirkî re dike.
Mirîd navên qehremanên kurd ên mirî li zarokên xwe dikin, lê ji kurdîtîyê dûr mezin dibin.
Û dijminê mezin, xayînê mezin, sîxwirê mezin,
barzanî ne.
Û Kurdistan jî hêlîna hêzên tirk ên tarî ye, xwedê giravî!
Nahlet li we bê, nahlet!

Gotina Dawî
Piştî gotinên min ên van çend rojên dawîn, ditirsim hinek min jî bikin barzanîperest!..
Lê ez bi ya dilê xwe dizanim û pê bawer im, loma jî, ji bo text ez ê tu carî nefiroşim bext.

22 Nisan 2024 Pazartesi

rojevê nelewitînin

Mejî di serê her kesî de heye, lê hinek li mejî siwar tên, hinek jî mejî li wan siwar tê…
Mejî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî nayê, heger bêjinga mentiqî tune be.
Û li bakurê welatê min mejî bloke bûye, mixabin. Na na, ne bloke, mejî bi virikê ketîye ango virikî bûye û xwedîyê xwe dilewitîne.
Di nav sîstema Tirkîyeyê de dijîn;
nav û paşnavên wan bi tirkî ne,
nasname û pasaportên tirkî di bêrîka wan de ne,
li ofîs û mekanên wan wêneyên Mistefa Kemal û alaya tirkan hene,
di dibistanên wan de dibin bilbilên tirkî,
rojê 23 seetan bi tirkî dixwînin, dinivîsînin, difikirin, dipeyivin, seeta maye jî radikevin, lê wê seetê jî xewnên xwe bi tirkî dibînin,
di sazîyên dewletê de dibin mamoste, parêzer, doktor, endezyar û gelek tiştên din,
sîyaseta wan bi tirkî ye; ji bo di parlamentoya tirkan de qoltixekê bi dest bixin, çavê hev derdixin, hevdu bi du qurişan difiroşin
û ne eyb û fedî, radibin êrîşî perçeyê azad û serbixwe dikin û rûyê xwe reştir dikin.
Hey netiştekino!
Teva hemû şaşî û kêmasîyên wan, li wir bi navê Kurdistanê herêmek heye;
bi kurdî dijîn,
alaya rengîn li ba dibe,
parlamentoya wê heye,
xelk û alem tên-diherin, di asta dewletî de qedrekî wê heye,
û ji bo xweştir û geştir û xurttir bibe, bi haweyekî dîplomatîk bi Amerîka û dewletên Ewrûpayê re di nava danûstendinan de ne.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Bakurî qala hetiketîya xwe nakin, diherin dibezin başûrîyan!!!
Pêşîyan belasebeb negotîye,, 
“Nikare bi kerê, dibeze kurtên.”
Ka hûn jî wek başûrîyan li ser axa xwe azad bibin, dû re em guh bidin gilî û gazinên we.
Te dî heger ne derew be, haa!..
Ew ê rabin, dev biavêjin barzanîyan, ew ê rûnin, dev biavêjin barzanîyan!..
Heyran!
Yê hûn bi serê wî sûnd dixwin, ji ber tirsa qûnê, hîn gava xwe neavêtibû Tirkîyeyê, ji Atîllayê kurdkuj re got, “Dêya min tirk e, ez xwarzîyê we me! Û ez ê ji xizmetkarekî bêtir xizmetê ji we re bikim.”
Ma we ji bîr kir an hûn me dixin dewsa ehmeqan?
Her hûn bi çi bawerîya xwe tînin, bi wê  bawerîya we îman pê anîye, ez ne alîgirê başûrîyan im, ne jî alîgirê bakurîyan, lê hûn ne durust in.
Bi qasî min kes başûr rexne nake, lê dema mijar dibe dewlet û têkilîyên navdewletî, hewce ye meriv li ser baskên hestên xwe siwar neyê û nefire. 
Dîplomasî, sîyaset, berjewendîyên neteweyî/dewletî carinan dihêle meriv biêşe jî; lê divê meriv bizane bê piştî wê êşê çi hesab heye!
Dewleta Kurdistanê hîn nehatîye wê astê ku bi fantezîyan dilê kurdan şa bike!

Gotina Dawî
Kesên ku ji fantezîyên xwelîseran re dibin fîguran, nikarin bi haweyekî fantestîk me bixapînin, lewra fîguran tenê fîguran in û tenê ji serekan re xizmetê dikin.

amedspor û amedî û barselona

Franco, Îspanya, Katalonya, Barselona, Apo, Tirkîye, Kurdistan, Amedspor û fêhmkirina ji alîyê qûnê ve…
Berî ku hûn ê fikrekê yan organîzasyonekê biparêzin, ewil baş lê bikolin, baş bixwînin, da ku xelk bi qûna xwe bi we nekene.
Katalonî di nav sînorên Îspanyayê de herêmeke xweser e. 
Parlamentoya wê heye, 
zimanekî wê heye, 
makeqanûneke wê heye 
û tu carî ji fikra serxwebûnê dûr neketine;
her û her di nav hewldanekê de ne û xwe/xwebûnê diparêzin;
ango di nav çavê dagirkerên xwe de ne, lê ji bo xwe bişibînin wan, doza biratîyeke teres nakin û ji wê zîhnîyeta xapînok direvin.
Û tîma Barselonayê jî,
hêz û qawet û desteka xwe ji vî ruhê serhildêr û berxwedêr û esîl û qure disitîne.
Bi kurd û kurdîya kurmancî,
Barselona di qada navneteweyî de lobî û dîplomasîya katalonan berztir, xurttir dike. 
Bi tena xwe li ser navê katalonan bi hemû tîmên Îspanyayê re şer dike û dihêle katalonî her û her bike zingînî di serîyan de.
Û dike jî jixwe…
Barselona li dijî zîhnîyeta Franco deng û rengê serhildêr û berxwedêr e, şevreşk û kabûsê pergala faşîst e;
lê Amedspor?
Berevacî Barselonayê, 
Amedspor şivanşitexlîk e; 
hewl dide kurd ji xewa bindestî û belengazî û teresîyê şîyar nebin.
Amedspor vîrus e, 
xwe bera nav xwîna kurdan dide û bi rêya reh û damaran xwe li seranserê bedenên kurdan dipêçe, pûç dike bedenan; 
ne ziman dihêle, 
ne karekterê dihêle, 
ne jî wî ruhê kurdî…
Pergala asîmileker, bi rêya Amedsporê hewl dide kurdan ji kurdîtîyê bixe û zîhnîyeta tirkîyetîyê li wan bar bike. 
Û bi rê û rêbazên werê, bêhemdê xwe hêdî hêdî kurd di nav tirkan de dimehin, mixabin.
Piştî demekê çendî em kurdbûna xwe înkar nekin jî, bi zimanê dagirkerên xwe em ê halanan di xwe de hildin.
Halanên pûç û vala, mîna şerê apocîyan ku ev çel sal in tenê ji sermîyanê kurdan dixwin û tu carî neketîye xizmeta kurdan.
Axir…

Gotina Dawî
Berî hûn ê hewl bidin ji Amedsporê Barselonayekê çêkin, ewil amedîyan bînin ser sekn û helwesta katalonîyan, dû re jixwe ji wê sekn û helwestê tîmeke serhildêr û berxwedêr ê bizê. 

19 Nisan 2024 Cuma

sînorê bêxîretîyê

Birçî bûm.
Ez rabim ji xwe re tostekê çêkim…
We got qey ez henekan dikim?
Bi serê şêx, ez rabûm, min ji xwe re tostek çêkr, zikê xwe da ber, têr xwar û nuha jî rûniştime, çavên min li ser ekrana tvyê, li futbolê dinerim, guhên min jî li odeya twîtterê, li giregir û maqûlên “kurd”an guhdarî dikim, lê bi tirkî bêguman;
wek her tim, wek her car.
Axir…
Qey ev jî vîrusek e û çare û derman ji vê vîrusê re tune ye.
Wer xuya ye ev vîrus ji korona moronayê jî girantir e, bitesîrtir e.
girantir û bitesîrtir e, lewra ji wan vîrusan re çare û derman tê dîtin, lê ji vîrusa tirkî re nayê dîtin, mixabin.
Û ecêba ecêban jî ew e, 
ev kesên ku guh didin giilî û gazinên sêwîyên mîna min û dema mijar dibe kurdîtî û netewetî dibêjin ziman û ziman û bêyî ziman meriv nabe însan, ku pişta xwe didin te û diherin, dîsa li wê belengazî û bêxîretîya xwe vedigerin
û dibe qebeqeba wan bi tirkî direpînin hev.
Weleh êdî ez hew qêmîşî wê xwelîyê dikim li serê we kim; 
lewra…
bi wê xwelîyê nuha min ji dewletekê re bi dîwar û bircan sînorek çêkiribû.
Îja heyran,
ka aqil!

Gotina Dawî
Xwezî we bizanîya bê berjewendîyên we yên şexsî li ber berjewendîyên neteweyî çi qasî pûç û erzan in.
Û we bizanîya bê bi destketîyên neteweyî çi qasî berjewendîyên meriv ên şexsî buhatir û biqîmettir dibin.
Wek ku min got,
ka aqil!

ji selahattîn demîrtaş re azadî

Apocî dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Barzanîcî dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Hudaparî dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Hakparî, pskyî, pdk-bakurî, pakî dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Çepgirên tirk dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Aktivîst û hunermend û nivîskar û rewşenbîr dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Kemalîst dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Reîzçî dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Li ser twîtterê çi DEMî çi muxalîf, keç û lawên kurd dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Qûnde û qûnek, bîseksuel û lezbîyen dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Profesor mirofesorên fizîka kûantûmê dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Feminîst û pezhez û dewarhez û pisîkhez û kûçikhez dibêjin ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!
Û Selahattîn Demîrtaş jî radibe dibêje mifteya derîyê çareserîyê di destê Abdullah Ocalan de ye! Ew bibêje çi, ew e!..
Hi ihi!
De îja ka werin vê meseleyê safî bikin ango vî kerî di vî bihurî re derbas bikin!
Mejî bloke dibe, mentiq ber diavê bi vê denklem û stratejîyê.
Her kes dibêje Selahattîn, Selahattîn jî berê her kesî dide lawê pîrê.
Û lawê pîrê jî wenda ye!..
Weleh ne wenda ye, lê de bila wenda be!

Gotina Dawî
Ma nizanim ez jî nebêjim ji Selahattîn Demîrtaş re azadî?
Na weleh ez nabêjim û ez ê nebêjim jî.
Ka bila ewil ji bin sîya apê xwe azad bibe, dû re ez ê jî bibêjim ji Selahattîn Demîrtaş re azadî!



17 Nisan 2024 Çarşamba

sêla sor

Ne dîndar im lê belkî piçekî dîn…
Rojev sêla sor e, lê ji kerema xwe re ev sêla sor bila Cahît Mervanê devşorbe neyne bîra we(!)
Çi diqewime di navbera Amerîka û Îranê de?
Mesele wek ku ne Israîl e.
Şerê cîhanê yê sêyemîn, lê xalê hecî Emîn, ji ber ku hew bawerî bi civatê tê, navê xwe qulipand, kir Emê Dîn.
Û siberoja me ketîye destê çend dînên tiredîn.
Tir li ku, das li ku!
Weleh ez jî nizanim bê ji kê re çi dibêjim, lê qey hin dînên ne tiredîn ê fêhm bike bê peyama min a sublîmînal çi ye?
Sub-lî-mî-nal!
Li ser twîtterê şerê apocîyan û barzanîcîyan e, lê barzanîcî ji gotina “barzanîcî” aciz in û ji xwe re dibêjin kurdistanî ango neteweperest.
Kurdistanî û neteweperestên pereperest,
lewra…
qibleya wan ne Kurdistan e, Bazirganîstan e.
Û di vê bazarê de,
bira bira ye, bazar xuya ye, lê bira kî ye ew ne xuya ye.
Offf û off!
Dîsa serî li min bû tara bêjingê.

Gotina Dawî
Heger Kurdistan ê azad û serbixwe nebe, hêvî û daxwaza min ew e, berî bimirim bi hefteyekê bixwirifim;
erê, bixwirifim ku bi wê êşê nerim!
Axir…

14 Nisan 2024 Pazar

amedspor

Bi serketina Amedsporê serbilind nebin,
lewra…
serketina Amedsporê, bindestkirina we ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
hezkirina we ya Amedsporê, bêyî ku we bi xwe bihisîne, 
ew ê we bike tirkîyeperestekî yeman
û bi wê yemanîya xwe, piştî demekê hûn ê li ser mirina ruhê kurdistanî bistirên û bibêjin,
“yeman yeman yeman
yar yeman yeman yeman!..”
Û…
jixwe amedîyan pê girtîye û wer xuya ye nêta wan jî tune ye berdin;
hasil çûye di mûsil re derketîye û ji bilî çend kal û pîrên kulistir kes hew bi kurdî dipeyive;
îja tew eşq û sewdaya Amedsporê jî ew ê bibe zêdeyîya ser kezebê.
Ruhê eşme yê pêl bi pêl eşmetir biqulipe li ser bajarê Amedê û ew ê teşikên wê li bajarên derdorê jî bikevin.
Bi serê Şêx Quto law,
em kurd in û ne katalanî ne,
loma jî…
ji Amedsporê ruhê Barcelonayê nazê.
Axir!..
Hûn çi qasî ji Amedsporê dûr birevin, ew qasî hûn ê nêzîkî xwe bibin.
Û xwe jî xwebûn e û xwebûn jî meriv dike netewe, 
lê…
heger xewn û xeyal û daxwazeke me ya werê hebe!..

Gotina Dawî
Dijminên we çi bi we şêrîn kir, hûn bi guman nêzîk bibin û lê binerin;
lewra ji xêra we bêtir li xêra wan e.


10 Nisan 2024 Çarşamba

îd eyd cejn

Jîyan êdî di telefonan de asê bûye,
loma jî…
beroşên ser agirê tifikan jî ji xwe re dikele;
heger…
bêhemdî ciwanikek an ciwamêrek danegere malê.
Û li nav malan…
zarok jî hew digerin wek berê;
şekirên di tasikan de bi mirûzekî tahl tenê li xwedîyê malê dinerin, mixabin.
Lê…
ez bêrîya îd û eydên berê dikim;
ew îd û eydên ku berî bibin cejn!..
Ji eydîyan heta eydîyan me kincên nuh li xwe dikirin;
şeva berî eydê me ew kinc dipêçan û ew datanîn ber bahlîfa ber serê xwe û em radiketin;
bi serxweşîya bêhna ji wê nuhbûna wan difûrîya serî sibehê em şîyar dibûn.
Û her kesî berî eydê bi çend rojan hevalê xwe yê ku ew ê bi hev re bigerîyana kifş dikirin;
carinan cot bi cot, carinan jî kom bi kom em digerîyan.
Me her şekir nedieciband;
şekirên zarokan, şekirên zilaman…
Me şekirên zarokan dîsa li xwedîyên wan vedigerandin bi haweyekî bêhawe.
Û bi gotina “nahlet li şeytanê we bêbe” me ber bi maleke din ve dilezand.
Tew ku şekirên malê lord û kent bûna, me difîkand û bi mizawirî hevalên xwe jî pê dihisandin.
Piştî me kîsikên xwe tije dikirin, êdî dema vegera malê û jihevveqetandina şekirên xweş û nîvxweş dihat.
Lê…
tahma rojê,
birinca serbigoşt û tirşika fasûlîyan bû, bêguman!..
Axx ax!
Em mezin bûn,
lê tahmên me berevacî me, biçûk bûn û dibin.

Gotina Dawî
Malê, sibeha we bi xêr eyda we bimbarek be!

4 Nisan 2024 Perşembe

ken çalakîyeke kurdistanî ye ne polîtîk

Erê erê…
Zarokên we, li kolejan, li dibistanên taybet bixwînin, perwerde bibin; 
zarokên we, li Ewrûpayê hînî kulturên rengîn û cuda û fantestîk bibin;
zarokên we, di partî û kokteyl û festîvalan de, di binê qedehên şampanyayê de orgazm bibin;
ji bo konfora siberoja zarokên xwe hûn sermîyên girê bidin û bin xwe tije bikin
û zarokên vî miletê belengaz jî di ber text û bêbextîya we tirkîyeyîperestan de birizin û perîşan bibin.
Axir…
DEMîno!
Xwe qure nekin, haa!
Kurd ne ji bo sîyaset û zîhnîyeta we ya pûştane û beradayî dengên xwe didin we, kurd wek eks û înad diherin ji dagirkerên xwe re dibêjin, “Mesele ne Elo Welo ye û kêm zêde em bi hev dizanin bê kî kî ye û çend ta mû bi qûnê kê ve heye! Em bi vê dengdayînê dengê xwe didin xwe û dixwazin ji we re bibêjiin em hene, em ê hebin û em ê tu carî neqedin!..”
Loma jî, 
piştî kurd gîhaştin dêya xwe (Kurdistan) Xwedê ji we re jî mezin e, DEMîno!

Gotina Dawî
Li pişt wî kenê kurdistanî hêsirên kone nebarînin!
Em bi qûna hev dizanin!..

Gotina Herî Dawî
Ken çalakîyeke kurdistanî ye, ne polîtîk!