23 Ekim 2020 Cuma

xwebûn

Doh camêrekî ji min re peyamek şand. 
Bi qasî nîv seetekê li ser mesangerê me sohbet kir. 
Got, "Mamoste, nivîsên te pir balkêş in. Bi baldarî te dişopînim, lê tiştekî meraq dikim..."
Ez keniyam. 
Min got, "Tu çi meraq dikî? Ka kerem bike."
Got, "Tu barzanîyî yî?"
Min got, "Na, ez ne barzaniyî me."
Got, "Ê heyran, bi qasî ez te dişopînim, tu ne apoyî yî jî."
Dîsa kenîyam.
Min got, "Ez ne barzanîyî me, ne apoyî me û ne tu gû me. Tenê ez kurd im."
Got, "Mamoste, heşayî te! Min şaş fêhm neke. Êdî em şevoquzî bûn. Em nema zanin çi çi ye, çi ne çi ye? Em ê ji kê bawer bikin, em ê bidin pey kê?"
Min got, "Dev ji Elo û Welo, Xelîl û Celîl berde. Tenê ji xwe bawer bike û bibe xwe. Bila qibleya te zimanê te, qiblegeha te jî welatê te be û hew!"
Kêlîyekê bêdengî çêbû...
Dû re got, "Tu zilamekî ecêb î yaw!" û xatir ji min xwest.
Kurdîtî, ne barzanîyî ye, ne apoyî ye, ne jî telabanîyî ye.
Ev her sê têgeh jî ji kurdîtîyê diçêrin...
Û herweha kurdîtî jî ji kurdî dizê!
Bi kin û kurmancî kurdîtî:
xwedîlêderketina ziman û nirxên kurdî ye.
Lê...
berî kurdîtîyê jî,
kesayeteke xurt divê,
sekn û helwesteke dilsoz divê.
Xwe bi dîn û îdeolojîyên beradayî nexapînin û enerjîya xwe li ehmeqîyê xerc nekin.
Nebin mirîdê dîn û îdeolojîyan, bibin mirîdê xwe
û xwe, xwebûn e.
Xwebûn jî hezkirina kurdî û xwedîlêderketina nirxên kurdî ye.
We got, "Erê?"