30 Ekim 2020 Cuma

ji civata min û seadetê ya vê nîvrojê

-Mahdê we dihere çi, îşev çi ji we re çêkim?
-Îşev tu destê xwe nede tiştekî, şîvê bispêre min. Ez ê mikarna çêkim. 
-Dûrî tiştên guneh, nizanim hûn çi ji xwarina mikarna fêhm dikin!
-Mikarnayê ez çêdikim ne wek mikarnayê te ye, Seadetê.
-Mikarna mikarna ye, îja mikarnayê tu çêdikî çawa ye gidî?
-Nîv kîlo mikarna, nîv kîlo kuvark, sînga mirîşkê,  sê dendî sîr û krêma...
-Hahew! Ma tu van malzemeyan ji cêya min re bîne, cêya min ê jî xweş çêke, nêrî.
-Jixwe mesele jî ev e!
-Mesele çi ye?
-Cêya te nizanîbû bi van malzemeyan çêbikira.
Em dikenin...
Du hinaran tîne datîne ber min, dişikîne û keremî min dike. 
Hinar mêxweş in. Serê me di ber me de em hinarên xwe dixwin. 
Ji derve sura bê tê...
-Subhanelah! Heta payîzxêrk nekeve bêhna şênkayîyê ji erdê nayê. Îsal pê de min hewş av dida nedida gîyha şîn nedihat. Qey heta Xwedê emir neke ew gîyha şîn nayê.
-Seadetê, te jî û tu kesî jî Xwedê nedîtîye. Tu nizanî li ku ye, li ku rûdine, yekî çawa ye, dev û pozê wî, guh û çavên wî hene tune ne, dişibe çi...
-Weleh heye û li esmanan li derekê rûniştîye, ji me ne xuya ye, lê em ji wî xuya ne. 
-Yaw tiştekî te hîç nedîtibe û tu nizanibî dişibe çi, tu çawa bawerîya xwe pê tînî?
-Weleh heye û heta şevekê min ew di xewna xwe de jî dît. Yekî dirêj î yextîyar bû. Rîha wî wek wî pemboyê nav erdan bû, dirêj û spî dikir. Kirasekî spîboz lê bû û gopalek di dest de li ser kursîyekê rûniştibû. Di dilê xwe de min digot, qey yên digotin Xwedê li ser kursîya heq e, ev bi xwe ye. Û hîn ez weha difikirîm, ji xew çeng bûm ser xwe...
-Seadetê!
-Çi?
-Ew ê te di xewn de dît ne Xwedê bû, mêrê pîrka te bû!..
-Na weleh, Xwedê bi xwe bû!
Xwe hîç aciz nake. Qaşik maşikên hinaran û ew hebên li ser sifreyê belav bûne, kom dike, dibe diavêje ber mirîşkên xwe û dihere li odeya televizyon tê de pal dide.
Ez nuha li mitbexê vê nivîsê ji we re dinivîsînim, ew jî li odeya din paldayî li ber stranên MedMuzîkê li hebûna Xwedê difikire...

29 Ekim 2020 Perşembe

li ser krîtîka çîgdemê

Doh şandeyeke Cîgdemê bi ber çavê min ket. Hinek Cîxdem jî dinivîsînin, lê bi min divê meriv bi genetîka navan nelîze, çi be, ew e.
Heger "g" ya qûnek di elfaba kurdî de hebûya, min ê guh nedabûya qûnekbûna wê, min ê ew bi kar anîbûya, 
lê mixabin, di elfaba me de "g"ya qûnek tune ye, loma jî min xweha wê tercîh kir...
Axir, wê bi xwe jî gotîye, "Cîgdem, Cî"g"dem, an Cîxdem ji bo min ne pirsgirêk e."
Ez zêde serê we bi mijara navê Cîgdemê re neêşînim, jixwe ew têra xwe serê we bi mijar û meseleyên xwe re diêşîne.
Û doh serê min jî bi mijarekê re êşand. Hişt ez li ser wê mijarê bifikirim û kûr û dûr herim. 
Kesên jîr bi jîrbûna xwe zanin ew ê çawa bala meriv bikişînin û berê meriv bidin mijaran.
Li ser zimanan kritîkeke xweş kiribû. 
Li gorî kritîka wê:
Kurdî zimanê me ye. Bi kurdî em karin bibin kurd.
Îngilizî jî zimanê erd û esmên e. Bi îngilizî jî em karin bibin dinyayî û li seranserê dinyayê bi rehetî, bê pirsgirêk bijîn.
Li gorî nerîna wê:
Ji xêndî hînbûna zimanê dayikê û zimanê îngilizî, hînbûna zimanên zêde himaltî ye. (Ez ê nekevim hûrgulîya vê mijarê. Yên sedemê meraq dikin, karin berê xwe bidin rûpela wê. Li wir mijarê zelal dike.)
Ez jî dibêjim, ev nerîneke feylesofane ye.
Û jixwe mêrdînî jî bi haweyê nîvfeylesofî ji dawa dêya xwe dikevin.
Çîgdemê jî yek ji wan e...
Lê çima, li bin şandeyên Cîgdemê ez zêde li navên rewşenbîr û sîyasetvanên me rast nayêm(!)
Belkî jî wêneyên xwe kêm belav dike, loma!
Nizanim.
Rewşenbîr û sîyasetvanên kurd ne ji nivîsandina jinên kurd, ji wêneyên jinên kurd ên eksantrîk hez dikin,
loma jî hin rewşenbîr û sîyasetvan facabookê tenê ji bo wêneyên jinan bi kar tînin.
Tenê jinek jî ji destê wan nafilite, xweşik, ne xweşik li bin her wêneyî meriv li navên wan rast tê. 
Ez bawer im, piştî mêr dikevin antropozê û hew li wan radibe, ji kerbê sistbûna kîrê wan binhişîya wan dikeve dewrê û mejî li wan rep dike.
Xwedê Teala jinan ji mejîyê repbûyî bistirîne!
Amen!
Lê heger du hinar di pêxîla te de bang neke, tu bi mejîyê xwe erd û esmên bigihînî hevdu jî, bi qasî serê derzîyê bala van rewşenbîr û sîyasetvanan nakişîne, loma jî ez ji van rîhspîyan re dibêjim,
REWŞENKÎR!

Gotina dawî:
Zimanê we têra we û sed û yek bavên we dike ji bo hûn bibin netew, zimanê îngilizî jî têra we û têkilî û dîplomasîya we dike ji bo hûn û israîlî û fransî û amerîkî ji hevdu hez bikin û bibin dewlet.


28 Ekim 2020 Çarşamba

manîfestoya xwelîserîyê

Manîfestoya Xwelîserîyê:


Êdî mû bi zimanê min ve şîn hat, lê xuya ye ehmeq ê ji ehmeqîya xwe rizgar nebin.


1-Ez Devliken im û bi tena serê xwe me.

2-Ne endamê tu partî û rêxistinê me.

3-Ne pişta xwe didim bakur, ne didim başûr, ne didim rojava, ne jî didim rojhilat.

4-Kî ji kê re dibêje "serokê min" kare bibêje û ne xema min e. Çawa ez ne endamê partî-rêxistinekê me, herweha ez ne mirîdê serok merokan im jî.

5-Ez deve me û bi serê xwe me. Dilê min çi bixwaze wê dikim. 

6-Îdeolojî û sîyaseta we serê we bixwe. Ne îdeolojîst im, ne jî siyasetmedar; loma neyên di rûpela min de masturbasyona politîk nekin.

7-Ne mecbûr im wek we bifikirim. Herweha hûn jî ne mecbûr in wek min bifikirin.

8-Bi wî mejîyê xwe yê di qûna mirîşkekê de hilnayê bi sî û starê min nekevin, hûn ê bixesirin.

9-Zimanê min tûj û çepel e. Bi zimanekî nerm û hênik serhişkîya vê civaka bi kompleks jê nare. 10-Şêwaza min ev e. Her kî ji vê şêwazê aciz e, min bi destê wî negirtîye, bila strana "berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme" bibêje û bêyî ku bi wî bihisim, biqeşte here.

11-Ez qebûl im, terza min, jiyîna min bi we ecêb tê, lê terz û jîyîna we jî bi min ecêb tê, loma jî ev ne problema min e, ev problema we ye.

12-Kî çi ye, kî çi dike, ew e û ji xwe re dike. Bila tu kes xwe li ser serê tu kesî xwe neke tiştek. 13-Kurdbûna xwe û hewldanên xwe yên di ber kurdîtîyê de nekin serhevdayî. Heta derekê erê, lê hûn zêde ji ser xwe herin, mafê min û mafê yên wek min heye em ji we re bibêjin, "Kurdbûna we serê we bixwe!"

14-Xwendin û zanîna we têra we dike nake nizanim, lê têra min nake. Her kî bi xwendin û zanîna xwe bajo ser min û quretîyan bike, ez ê bi ser mejiyê wî yê ku bi xwendin û zanînê terbiye û perwerde nebûye de masturbasyonê bikim.

15-Qûna we qûna mirîşkê ye, ji bo hêka betê zorê nedin qûna xwe, heger ew hêk di wê qûnê re were jî, ew qûn ê êdî doza tiştine din bike. Li xwe, li qûna xwe miqate bin. Ew qûn ji bo qirêjiya hundirê we yê genî ji we re lazim e, ne ji bo fihêlên fahş.

16-Bixwînin, lê ne ji bo zimanê we çend peyvên xemilî bike, bixwînin ji bo asoya we fireh û kesayeta we jî bibe xwedan sekin û helwest.

27 Ekim 2020 Salı

ger û geşt

Ev du roj in deng û pêjna min nayê.
Serê sibehê şîyar dibûm û bi şev berî raketina vedigerîyam malê.
Doh ez û Hemdila- him dostê min e, him merivê min e. Ewladekî baş, mêrekî çê, bavekî qenc û dostekî hêja ye-, me berê xwe da Midyadê. 
Wexta meriv ji Qoserê hildikişe, digihêje Mêrdînê, tevî ku ne dûrî hev in jî, mîna meriv ji parzemînekê derbasî parzemînekê bibe, du bajarên ji hev cuda ne.
Li Qoserê kultura gundîtîyê serdest e, li Mêrdînê kultura bajarvanîyê...
Heger rojekê vegereke min hebe, teqez ez ê li Mêrdînê bi cî bibim û bijîm. 
Jîyina wê ya modern û medenî heger ji ya Stenbolê ne wêdetir be, ne kêmtir e.
Axir, ji bo dîyarîya Leylanê min soz dabû hevaleka xwe Gulê- Gulê wek navê xwe gul e û tenê xweşî jê difûre. Xwezîya min bi dilê xwendevanên wê-, loma min got hey em ê di Mêrdînê re derbas bibin, ez emanetê wê deynim deverekê. 
Erê, min emanetê wê bir teslîmî kafeyekê kir, dû re bi telefonê ez lê gerîyam, min haya wê jê çêkir û em ketin rêya xwe, me berê xwe da Midyada xopan...
Ji Mêrdîn heta em gîhaştine Midyadê, ez û Hemdila çavên me her duyan li her du qiraxên rê, em li petêxan gerîyan, 
lê demsal ne demsala petêxan e heyran, ne petêx, ne jî zebeş bi ber çavên me ketin.
Bila Kekê Xelîl- Bavê Sîmko-, li me negire û heta sala bê bifîkîne.
Li nav Midyadê em nesekinîn, rasterast em derbasî manastira Mor Gabrîel a suryanîyan bûn.
Ew manastir li cîyekî pir xweş ava bûye. 
Cîyê wê bilind û hawîrdora wê çîyayên nizm lê bi dar xemilîye, çendî ne gur be jî...
Bi rêbertîya rêberekî ciwan ê suryanî me manastir nas kir.
Piştî ger û naskirina manastirê, hêdî hêdî me hîs kir em birçî dibin.
Navnîşan dîyar bû, berî em ji Qoserê derkevin, me gotibû em ê li Kafro's Pîzzeria pîza bixwin.
Suryanî jêhatî ne. 
Gundê ku di salên 90î de xera bûbû, ji nû ve ava kiribûn. 
Suryanîyên piştî hilweşandina gund çûbûn li Ewrûpayê bi cî bûbûn, vegerîyabûn, ji nû ve gundê xwe ava kiribûn, 
lê çi û çawa avakirin!
Her xanîyek mîna koşkekê-qesrekê...
Bi kevirên derdora Mêrdînê gundek ji xanîyên bêhempa ava bûye. 
Meriv xwe li bajarekî herî modern ê Ewrûpayê hîs dike.
Û di nav gund de jî Kafro's Pîzzeria...
Helal be ji ciwamêran re!
Tenikbûna hevîrê pîzayê, pijandin, terz, tahm, bi rastî jî ne kêmî pîzayên îtalîyayîyan bû.
Vê sibehê jî Hemdila berê me da Wêranşahrê.
Ka meriv ji bo çi dihere Wêranşahrê, nizanim.
Ji Qoserê jî nexweştir e.
Lê jixwe em ji bo xwe neçûn, ji bo xatirê her du dayikan (Meryem û Seadetê) em çûn me serîyek da Nebî Eyub-Eyub Pêxember.
Em li ber serê wî rûniştin û ji xêndî min rêhevalên min dest bi dua û îbadetê kirin.
Çendî beşdarî îbadeta wan nebûm jî, di dilê xwe de ez bi Nebî Eyub re peyivîm, ji bo zû bi zû nekevim antropozê, min peymanek bi Nebî Eyub re îmze kir.
Li gorî peymanê:
1-Heta nodsalîya xwe ez ê ji hukim nekevim.
2-Ji ber doxînsistîyê guneh ê ji min re neyê nivîsandin.
3-Her ji bo orgazma jinekê du xêr ê ji min re were nivîsandin.
4-Ji nuha şûn de ez ê dîn û pêxemberan li ber çavê însên reş nekim.
5-Heger li hember jinekê fedîkar derkevim, doxîna min li stuyê min bigere û negihêjim mirazê xwe, xwe bi xwe peyman betal dibe û heta talîya emrê xwe ez çi gunehî jî bikim, Nebî Eyub ê bibe kefîlê gunehên min, loma jî ew guneh ê tesîrê li sicîla min neke.
Piştî lihevkirina li ser vê peymanê, em derbasî restorantekê bûn û me li kibaban xist û em vegerîyan malê...
Navê restoranê jî pir balkêş bû:
"Pisîka Bi Sebir"
Wexta meriv ji Qoserê dihere Wêranşahrê, berî meriv têkeve Wêranşahrê li hêla çepê dikeve.

24 Ekim 2020 Cumartesi

dil

Wênesaz tabloyek çêkirîye. 

Mêrekî navosere li ber derî sekinîye, ji bo derî veke û têkeve hundir, destê xwe avêtîye çemlê derî, lê çemil tune ye.

Rexnegirekî hunerê ji wênesaz dipirse: 

"Tablo xweşik e, lê ez tênegîhaştim bê te xwestîye tu di vê tabloyê de çi bibêjî. Çima çemlê derî tune ye? Bi bawerîya min te ji bîr kirîye çemlê derî çêbikî. Qey ev derî yê hîç li vî ciwamêrî venebe?" 

Wênesaz bi bişirîn lê vedigerîne: 

"Ev ciwamêr ne li ber deriyekî ji rêzê ye. Ev derî dilê însên sembolîze dike. Ji ber ku tenê ji alîyê hundir ve vedibe, pêdivî bi çemlê derveyî derî tune ye." û berdewam dike, "Heger ew derî ji alîyê hundir ve li we venebûbe, hûn nikarin têkevinê!.."

Bi kin û kurmancî,

her tiştî bi dilê xwe bikin, da ku hûn bibin dil...

23 Ekim 2020 Cuma

xwebûn

Doh camêrekî ji min re peyamek şand. 
Bi qasî nîv seetekê li ser mesangerê me sohbet kir. 
Got, "Mamoste, nivîsên te pir balkêş in. Bi baldarî te dişopînim, lê tiştekî meraq dikim..."
Ez keniyam. 
Min got, "Tu çi meraq dikî? Ka kerem bike."
Got, "Tu barzanîyî yî?"
Min got, "Na, ez ne barzaniyî me."
Got, "Ê heyran, bi qasî ez te dişopînim, tu ne apoyî yî jî."
Dîsa kenîyam.
Min got, "Ez ne barzanîyî me, ne apoyî me û ne tu gû me. Tenê ez kurd im."
Got, "Mamoste, heşayî te! Min şaş fêhm neke. Êdî em şevoquzî bûn. Em nema zanin çi çi ye, çi ne çi ye? Em ê ji kê bawer bikin, em ê bidin pey kê?"
Min got, "Dev ji Elo û Welo, Xelîl û Celîl berde. Tenê ji xwe bawer bike û bibe xwe. Bila qibleya te zimanê te, qiblegeha te jî welatê te be û hew!"
Kêlîyekê bêdengî çêbû...
Dû re got, "Tu zilamekî ecêb î yaw!" û xatir ji min xwest.
Kurdîtî, ne barzanîyî ye, ne apoyî ye, ne jî telabanîyî ye.
Ev her sê têgeh jî ji kurdîtîyê diçêrin...
Û herweha kurdîtî jî ji kurdî dizê!
Bi kin û kurmancî kurdîtî:
xwedîlêderketina ziman û nirxên kurdî ye.
Lê...
berî kurdîtîyê jî,
kesayeteke xurt divê,
sekn û helwesteke dilsoz divê.
Xwe bi dîn û îdeolojîyên beradayî nexapînin û enerjîya xwe li ehmeqîyê xerc nekin.
Nebin mirîdê dîn û îdeolojîyan, bibin mirîdê xwe
û xwe, xwebûn e.
Xwebûn jî hezkirina kurdî û xwedîlêderketina nirxên kurdî ye.
We got, "Erê?"

22 Ekim 2020 Perşembe

piştî evîneke mirî-name 2



Berxê min!

Şadî û jana min!..

Ka tu?

Ka dengê te?

Ka pêjna te?

Ka çima tu li berxa xwe napirsî?

Tu li ku yî, çi dikî, di çi rewşê de yî, haya min ji xwe çêbike...

Tenê gotineke te yê bes be ji bo kirasê bextewarîyê li jana xwe bipêçim.

Min bêrîya te kir, pir!

Ez bêrîya te dikim!

Min bêyî xwe nehêle.

Derkeve derve û çend gotinên xweş bi ber bê de berde, bila xwe bigihînin dilê min...

Tu zanî, doh xwişka min hat. 

Piştî bi mehan min xwarin xwar. 

Min ji wê re qala çîrokên te kir, ew çîrokên ji kena hêsiran di çavên me re diavêt. 

Ji doh şev vir de em dikenin. 

Min ji wê re qala Hecî Remo jî kir. 

Êdî ji ken mecal tune bipeyive.

Tê bîra te, carekê te ji min re gotibû, 

"Me çi guneh kiribû em bi agirê vê eşqê şewitîn?"

Berê ez jî wek te difikirîm, lê dû re dema ez fitilîm û min li pey xwe nerî, min şukurîya xwe anî.

Ji bo ez vî ezabî heq bikim, min çi guneh kirin, nizanim, lê ev eşq ji bo min xelateke xwedayî bû, ez werê qebûl dikim. 

Êş û jan û ezabê wê bi xwe jî taybet bû. Diêşim, lê bextewarî difûrê ji vê êşê.

Wê şevê destê sibehê min tu di xewna xwe de dîtî. 

Li qiraxa bahrekê tu rûniştîbûyî. 

Ez dimeşîyam, 

piştî çend gavan ez dizîvirîm min li te dinerî. 

Di bin awiran de bi xezebekê te li min dinerî, nikarim pênase bikim...

Ji janê ez çeng bûm ser xwe. 

Ka bê canê min, dilê min, kezeba min bi çi xezebê şewitîye, min serê xwe danî ser bahlîfê, demeke dirêj ez girîyam, ji îskeîska min banga melê fetisî di wê berbangê de. 

Ji hêsirên min ên belengaz bahlîfa ber serê min şil û pil bû. 

Û wê kêlîyê dilê min bi min û te şewitî...

Erê, berxê berxa xwe,

di vê jîyanê de bi haweyekî bû qismet min tu dîtî, kin an dirêj hîç ne xem e, ev bi xwe jî hêjayî zir emrekî ye û anuha ez serî deynim û xatir ji vê jîyanê bixwazim jî, hîç ne poşman im, berevacî ez ê xwe bi siûd û bextewar hîs bikim....

Heger li vê jîyanê em careke din hew bi rû hev bikevin û nebe qismet careke din em hevdu bibînin, hêvîya min ji yezdan ew e piştî mirinê li jîyana nuh berî her kesê herî zû ez te bibînim, 

lê dîsa bibe dildarê min, 

bibe hezkirîyê min, 

bibe berxê min.

Min bêhna te hîs kir...

Hebûna te...

Sîya te...

Her cara tu dihatî mala min bi bêhna toprihanê mest dibû hundirê mala min.

Tu dildarê min î,   

tu yê her dildarê min bimînî, 

wê rojê destê sibehê dema tu hatî xewna min, min fêhm kir.

Heta hetayê, careke din bi sî û starê min nekevî û ez rûyê te nebînim û herweha dengê te nebihîzim jî, sîya te yê her li ser vê malê kon vegire.

Û di dilê min de hebûna te yê hîç kêm nebe.

Pir şad im ku di vê jîyanê de ez li te rast hatim, hêja bû...

Piştî ew qas êş û jan ku ji êş û janê wê de ezabekî dojehî bû, çawa dilê min nesekinî, ez li xwe şaş û cêbmayî dimînim.

Dema difitilim, li pey xwe dinerim, heger zemên em paş ve bibira, ez ê nefikirîyama û dîsa min ê bi destê te bigirta...

Tu welatê min,

tu zimanê min,

tu dildarê min,

tu her tiştê min bûyî!...

Tu di hundirê canê min de canekî veşartî bûyî.

Tu aîdî min, aîdî rabirdûya min bûyî...

Ruhê min î tu.

Berxê min, ya herî xerab çi ye, tu zanî?

Evîn û evîndarekî ew qasî ji bo te hêja û bi qîmet mixabin jîyan jî neheqîyê lê dike û dest û nigên meriv girêdayî ne û tenê bi haweyekî bêçare meriv lê dinere, 

li bêçaretîya xwe...

Li ser rûyê vê erdê me bihuşt jî dît,

dojeh jî!..

Êdî ez ji qederê bawer dikim, ji her tim bêtir.

Axir...

Çû, çû qedîya...

Em şîyar bûn.

Ji henûnîya tavê xuya ye wê rojeke pir xweş be...

Gaveke din em ê herin ji firnê nanê germ bikirin, 

te dît ew firneya ku her sibeh me bi destên hevdu digirt û em diçûnê...

Piştî taştê em ê herin behrê. 

Û berêvarî jî himam, 

belkî bi lûfikê wê jana xwe li bedena in pêçaye sivik bibe.

Ji dêvla me ez ê bi pêlên behrê re bipeyivim.

Êdî ji berê çêtir im 

û roj bi roj baştir dibim.

Hay ji xwe hebe, berxê berxa xwe!..

21 Ekim 2020 Çarşamba

ji amedê ber bi mêrdînê ve

Ez nuha di kezeba rê de me, ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diherim.
Ji pêşîyê dengê stranekê pêl bi pêl li hundirê tirimbêlê belav dibe û xwe digihîne guhên me.
Berdan Mardînî "Nesrînê" distirê.
Û me fêhm nekir ka "Nesrînê" ya kê ye.
Berdan Mardînî li bin stranê gelêrî nivîsandîye, lê Ciwan Haco jî bi haweyekî ne ji dil xwe li erdê xist û gazin kir. 
Qaşo stran a wî ye û Berdan Mardînî neheqî lê kirîye.
Rojekê min ev mesele ji Berdan pirsî, ji min re got, "Gazin bi fisgenîtî nabe. Madem Ciwan Haco li stranê xwedî derdikeve, bila bi haweyekî fermî kerem bike were em rast û derewan ji hevdu derxin"
Bi qasî ez jî zanim gotin a xwişka wî Dîlber Haco ye, lê awaz?
Ne kifş e...
Û jixwe rast û derew tev li hev bûne ji mêj de û kî rast e, kî derewîn e, meriv hew pê zane.
Kirasê derewîn ji kirasê rastîn çêtir li ser bedena însên rûdine vî zemanî.
Ciwamêrê li qoltuxa pêşîya min rûniştîye, telefona wî li ber guhê wî ye, qebeqeba wî ye dipeyive:
Mêvantî...
Xatir...
Qîmet...
Şîv...
Elok...
Girar...
Sewta wî li hundirê tirimbêlê belav dibe, qayîşê bi Berdan Mardînî re dikişîne,
lê divê meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje, kurmancîya wî ji ya Berdan Mardînî pir baştir e.
Jixwe piştî TRTKurdî ava bû, kurdî paş ve çû- her du sê salên destpêkê ne tê de.
Jixwe armanc jî ew bû. 
Ewil wê bikin televizyoneke kurdî, dû re têxin bin xizmeta zîhnîyeta xwe ya qirêj.
Û wer jî bû, 
mixabin.
Îro ro ji televizyonên dewletê yên din bêtir li ser hesasîyeta tirkî disekine û xizmetê ji zimanê tirkî re dike.
Jixwe karê me kurdan ev e...
Di hemû qadên jîyanê de, çi sîyaset, çi karên kulturî-civakî, em du gavan pêş ve, çar gavan paş ve diherin.
Tîyax!
Min cîger nexwar û ji Amedê vedigerim.
Û mesela şîv û elokê hîn jî çareser nebûye, hîn jî ciwamêrê li pêşîya min rûniştîye û mazûvanê xwe di ber hev de didin...
Min meraq kir, 
ka îşev mazûvanê wî yê jê re elokê serjê bike, yan bi goştê mirîşkeke asîmlebûyî çavên wî girê bide!


piştî evîneke mirî-name 1

Berxo!

Piştî ew qas rojên xweş û bîranînên xwedayî ku zû bi zû nabe qismetê kesî, qonaxa em hatine lê sekinîne û rewşa îro em tê de, hîç ne bi dilê min e û zora min dihere, diêşim.

Heger heta talîya emrê xwe em careke din bi rû hevdu nekevin jî, ez naxwazim her tişt bi carekê bibe kulmeke hîç û ez ê nehêlim ew qîmetê me dida hev û ew bîranînên xweş î xwedayî were jibîrkirin.

Ez bawer im bi qasî em vê yekê heq dikin me hez kir.

Heger bi dilê te be û tu destûrê bidî, heta mirinê ez dixwazim li eşqa xwe xwedî derkevim û vê eşqê ji hemû qirêjîyan biparêzim.

Dema ez li xwe zîvirîm û min li pey xwe nerî, ne gir û rik û nefretê, ez dixwazim bêrîyê hîs bikim.

Û ku ez tengijîm û dilê min hew di qefesa sînga min de hilat, dixwazim du gotinan binivîsînim û dilê xwe ji te re vekim.

Eşqeke bêsiûd bû, mixabin!

Lê çendî bêsiûd be jî, eşqa rasteqîn bû!

Berxê min!

Dildarê min ê bi qasî min bextreş!..

Tu nizanî bê çi qas gotin kom bûne di dilê min ê di qefesa sîngê de hefsî.

Û ji kîjanê dest pê bikim, ez nizanim.

Roja min vê nameya ji te re bi rê kir, ez ne şaş bim, tu ketibûyî kezeba rêyeke ne dîyar, rêyeke bi mij û dixan...

Qederê!..

Belkî jî mîna evîna di ''Sîya Evînê'' de derbas dibû, ne eşq bi xwe, sîya wê bû ya bûbû qismetê me.

Carina jîyan mîna girêkekê dikeve qirka meriv, ne wisa?

Ne meriv kare daqurtîne, ne jî meriv kare derxe.

Gelo jihevdûrketin çi ye?

Di qirka te de girêkek e, yan diltepîna dil e, jihevdûrketin?

Ka bibêje dildarê min ê bextreş, tu di çi halî de yî? 

Rewşa te çi ye? 

Hêvîya min ji Xweda ew e tu baş bî, lê ez ji rewşa xwe zanim, ez çawa bim, tu jî mîna min î, ne kêm, ne zêde...

Çi wexta ez te meraq dikim, ka bê tu çi dikî tu çawa yî, her tim ez berê xwe didim dilê xwe, li rewşa xwe ya ez tê de dinerim.

Min ji xwe re digot, ez çawa bim, nuha ew jî weha ye.

Li vî bajarî, li vî xanîyî tu der û dever nema ye ku şopa te lê çênebûye, zalim lawê zaliman. 

Dema ez vegerîyam malê, bi vê hîsê ez li êş û xezeba vê eşqê hilkumîm û mîna mirîşkeke serjêkirî perpitîm.

Dîwar...

Mirêk...

Mitbex...

Şaneşîn...

Komputer...

Asansor...

Perav...

Rê...

Bexçe...

Hawiz...

Rojên ewil dil û bedena min bi êş û êşkenceyeke ecêb jan da, lerizî.

Min bi xwe re şer kir. 

Min xwe perîşan kir. 

Min çav û guhên xwe ji her tiştî re girtin, lê ez carekê li hîsên xwe hilkumîm ku jîyîna bi te re di binê hişê min de hêlîn çêkirîye. Ne tenê li ser dil û mejîyê min, li ser canê min, li ser dîwarên xanîyê min, li nav bexçeyê hewşa min, li hundirê mala min û li ser ruhê min kon vegirtîye, te...

Piştî demekê ez ketim rewşekê, êdî ruhê min hew di bin barê wî ezabî de rabû, li ber wî ezabî min çong da. 

Berxwedana min têk çû, ez radestî "me" bûm. 

Ez dibêjim ev qonaxa ez gîhaştimê, qonaxa herî dawî ya êş û janê bû. 

Piştî wê nameya wê rojê, ez wê sibehê bi rengekî din şîyar bûm, êdî ez ne ya berê bûm. 

Êş veguherîbû dilşadîyê.

Min xwe bi xwe biryar da ku ez ê bi bîranînên xwe re, bi eşqa xwe re, bi bîra xwe re, bi bedena xwe re û bi mal û bexçe û dîwarên xwe re û bi perav û rê û bi te re li hev werim. 

Piştî wê nameyê min tovên aştîyê li ser dilê xwe reşand, ez bûm xwe, xweya berê.

Eşqeke wisa bû qismetê min ku di gerdûnê de zû bi zû nabe qismetê kesî.

Bi bedena xwe û bi ruhê xwe...

Ez vê eşqê ji alîyê Xwedê ve wek xelatekê qebûl dikim, xelateke îlahî. 

Û ez li kîjan devera dinyayê bim, piştî mirinê ez nizanim, lê heta mirinê pêwîst bû ez bi bîranînên xwe re di nav aştîyê de bûma û ez ê wer jî bikim, ez ê te û bîranînên xwe biparêzim, ji ber ku jîyîna bi te re pîroz bû.

Piştî vê xelata îlahî nedibû min berê xwe ji te û bîranînên xwe biguherîya.

Belasebeb bi rojan min ev ezab kişandîye. Ji dêvla min şukurîya xwe anîbûya, min di navbera xwe û wê bihuşta bîranînan de bendek lêkir.

Erê, ezab! 

Tiştê min anî serê xwe ezab bi xwe bû. 

Û ji bo ez vê bêhuzûrîya xwe çareser bikim, pêwîst bû heta mirinê ez li eşqa xwe, li wê xelata îlahî xwedî derketima...

Piştî min ev name bi rê kir, ez ketim rêwîtîya bîranînan, min hemû bîranîn ji binê bîrê derxistin; wek nuh ji dawa dêya xwe bikevim, min xwe bi huzûr hîs kir. Û ji nû ve min hemû bîranîn mîna meriv li fîlmekî binere, anî bîra xwe. 

Yek bi yek, ji serî heta binî...

Xwe bi xwe min got, "Evîn ji ya min e, evîndar jî yê min e û wê heta mirinê jî yên min bin!.."

Ji nuha şûn de tu li ku bî, tu bidî pey kê, heta hetayê ez careke din te nebînim jî, heta mirinê tu yê berxê min bî, tu yê yarê min bî û ez ê xwe yara te bihesibînim, ez ê nehêlim ev hîs bimire.

Bi başbûn û dilşadbûna te bêhna min ê fireh bibe.

Ez ê her tim ji te re binivîsînim. 

Heta ez hebim bi haweyekî nivîsên min ê xwe xwe bigihînin ber destê te.

Berxê min!

Hêla min a herî stemdar. 

Baskê min ê şkestî.

Bêçaretîya min!..

19 Ekim 2020 Pazartesi

hema wilo

Di fîlmê "Lovîng Vîncent-Ji bo Vîncent bi hezkirin" de karakterê fîlm weha dibêje:

"Di çavên gelek însanan de ez kî me gelo?

Ne tu kes im.

Hîçek im, kesekî hîç ne hêjayî hezkirinê me.

Yekî di vê civakê de ji xwe re cîyek nedîtîye û wê hîç nebîne, bi kin û kinayî, pîsekî dera hanê me.

Baş e naxwe, heger em bibêjin ev hemû rast bin jî, wê çaxê rojekê ez ê di berhemên xwe de nîşanî we bidim bê vî netiştekî, vî zirhîçî di dilê xwe de çi dihewand..."

Anku,

bi kurmancîya em ji hevdu fêhm dikin, karakterê me xwestîye bibêje, li hember nivîskar û hunermendên xwe bi haweyekî pêşhukmî tevnegerin. 

Dema bi hêza mejîyê xwe xeyal û fantezîyên xwe li berhemekê bar kirin û ew berhem hat ber destê we, ne nivîskar û hunermendên xwe têxin nav qaliban, ne jî xwe di nav qaliban de bifetisînin.

Nivîskar û hunermend bi haweyekî hosteyî başî û xerabîyê, xweşî û nexweşîyê radixin pêş çavên we û ji we re dibêjin, kesayeta xwe biçêrînin,

li gorî zanîn û tecrûbeyên xwe...

Lê dema bi haweyekî hosteyî ji we re dibêjin kesayeta xwe biçêrînin, 

di helwest û şêwaza wan de şîret tune ye. 

Kesayet zane, yan jî nizane çi jê re hewce ye-çi jê re ne hewce ye.

Min got,

heger nivîskar nivîskar be, hunermend hunermend be...

Gotina dawî:

Heger we li vî fîlmî nenerîbe, lê binerin, hûn ê poşman nebin...

Û qaliban di hundirê qaliban de asê nekin.

18 Ekim 2020 Pazar

erê

Erê...
Di kurdî de peyv, vegotina peyvan û herweha derblêdana peyvan pir girîng e.
Carina tenê peyvek têra pênasekirina zemanekî dike.
Dema meriv xwe dadigire û ji kûrayîya kezabê dibêje "erê" 
û "ê"yê bi qasî nefesekê dirêj dike, 
zemanek, 
demek, 
dewrek, 
nifşek...
mîna fîlmekî di ber çavên meriv re diherike, li ser dilê meriv bi hezar bîranîn kom dibin 
û li ser bîbikên çavan konek xwe vedigire ji mij û xumamê, 
mîna leylanê...
Û carina dema rehmetîyê bavê min kûr difikirî, dûr diçû û ji nav lêvên wî "erê" dipekîya, 
em jî bi wî re derdiketin rêwîtîyeke xeyalî û fantestîk, 
hemû rabirdû li ser têla zemên dibû leylan. 
Erê...
Bi qasî nefeseke kin, bi qasî romaneke qerase dirêj...

17 Ekim 2020 Cumartesi

dendikên cebeş mebeş zebeşan

Vê pêlê ez li Qoserê me.
Dema ez ji wê xirxêca Stenbolê aciz dibim, lê dixim, berê xwe didim qiblegeha xwe.
Li ber bêhna Seadetê hêdî hêdî bi ser hişê xwe ve têm
û piştî demekê dibim Devlikenê berê û hest û hîs bi çargavî dibezin.
Ji ber vê kîrquzdêya koronayê, civak lewitîye, li derve dev û rûyên bi maske, meriv xwe di sîrka orangûtan û meymûnan de hîs dike,
her kes bi tirs di ber hevdu re derbas dibe û bi çavê qebhet bi meriv de hatibe, bi dîzî di min çavan re li hevdu dinere...
Tenê yên terkîdinya bê maske ne;
ne korona li ser bala wan e, ne jî morona...
Mor rengekî xwedawendî ye, asta herî bilind a rengan e,
ji bo min, lê ez dibêjm hemû jinperest wek min difikirin.
Piştî şîvan ez û Fero bi haweyekî pir rehet-di vê sermê de bin me kamprî, ser me hirqa em xwe li derve diqewimînin, bi nigên tazî û bi şimikê...
Fero kî ye?
De guh medinê, jixwe piştî çend salên din hûn ê wî nas bikin.
Doh jî ez û ew wek her şev dîsa teva kaprî û hirka û şimikê derketin derve. 
Li dora mizgefta mezin me tûrek avêt...
Ji serê çarçîyê heta dawîya çarçîyê du tûr...
Û li dora wî girikê di nava Qoserê de êdî bi zorê xuya dike jî me fetlokek da xwe û dîsa xwe li nav çarçîyê qewimand.
Berî em bigihêjin nav taxa ku mal tê de, me got ka em ji xwe re hinek dendikê cebeş mebeş zebeşan bikirin û em ketin dikanekê.
Xwedîyê dikanê yekî qijmirokî bû, te yê sûnd bixwara qijnikan xwe bi qûnê ve zeliqandibûn û bi haweyekî vampîrane xwîna wî dikişînin...
Her ku ez bi kurmancî peyivîm, neciwamêro bi tirkî li min vegerand...
Kîsikê dendikan wezinand, xist kîsikekî ku markeya dikana wî li ser û tam dikira rahişta kîsik, kîsik bide destê min, ji ser dezge min rahişt pereyê xwe, ew pere xist bêrîka xwe û min got "ez nakirim."
Li pey min şaş û maş li min nerî,
lê min di ber xwe de got- deng çû Fero jî-,
"Here wan dendikan yek bi yek ji kîsik derxe û têxe qûna xwe, gû lawê pênc kîlo gû!"

16 Ekim 2020 Cuma

hêvî û daxwazên seqet

Daxwaza hin belengazan a ku "Li Tirkîyeyê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî" seqetî ye.
Seqetî ye, 
lewre kerr û kwîr û gêj û ehmeq jî zanin tirkîtî li ser dagirkerî, bêtehamulî û neqebûlkirina kurdîtîyê ava bûye 
û heger tirkîtî dev ji vê dagirkerîyê berde, kurdîtî vedije, bi vejîna kurdîtîyê re jî tirkîtî xwe tune dike. 
Her du bi hev re nabe,
nabe, lewre yek li ser nebûna yekê heye...
Û ji bo kurdî bibe zimanê fermî jî, ji kurdî re ax û welatekî azad û serbixwe divê.
Di herikîna dîrokê de,
împaratorîyek li ser hilweşandina împaratorîyekê ava bûye
û piştî împaratorîyek ava bûye, hemû nirx, kultur, folklor, stran û berhemên hunerî yên wê împaratorîya têkçûyî bi mirina zimanê wê împaratorîyê re bûne mal û milkên împaratorîya nû.
Tirkîye dewleteke dagirker e û li ser axa Kurdistanê ava bûye.
Bi demê re, hemû nirx, kultur, folklor, stran û berhemên hunerî yên kurdî bi kirasekî tirkî bûne mal û milkên vî qewmê dagirker î çêkirî.
Loma...
Ji bo meriv xwe bide benda hêvî û daxwazeke weha seqet, pêwîst e meriv hur ehmeq be
û ehmeqên me jî pir in, mixabin.
Gotina dawî:
Yên xwe didin hêvîya vê daxwazê, yan hur ehmeq in, 
yan jî di sekn û helwesta wan de seqetîyek heye,
heta ji seqetîyê wê de, ji ruhê wan xayîntî, xwefiroşî difûre.
Daxwaza van belengazan a ku "Li Tirkîyeyê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî" ev e, hêvîya wan qet û qet tune ye Kurdistan azad û serbixwe bibe,
loma dikevin pey van hêvî û daxwazên seqet!
Û daxwazên seqet jî ji berjewendîyên biçûk û erzan dizê...
Û erê, û
hûn sax, 
ji qewla xweşciwamêrekî.

15 Ekim 2020 Perşembe

kurd û îslam

Tu kesî bi qasî kurdan dînê îslamê bi însanetîya xwe xweş nekirîye.

Însanetîya kurdan îslam bi haweyekî henûn û rehmanî nermijandîye 

û bêhna xweş, tenê li cîyê kurd lê dijîn ji îslamê difûre...

Kurdan kirasekî henûn î rehmanî li îslamê kirine.

Rojekê emojina min û lawê xwe yê biçûk li hêwanê rûniştine, li ser meseleyekê dipeyivin.

Ji bo lawê xwe li ber xe û wî qanih bike, emojina min qirikê li xwe diqetîne, lê lawê wê yê fiqur her li ser a xwe ye, ji ya xwe danayê.

Emojna min xwe acîz dike, bêhn lê teng dibe û bi hêrs destê xwe ber bi jor ve bilin dike, dibêje, "Bi wî Xwedayê jor!.."

Lawê wê hîç xwe naêşîne, li jor dinere û di dev de dibêje, "Jora me beştên xanî ne, Xweda meda ne xuya ye..."

Jixwe emojina min li ber derîyê hêwanê yê derdikeve derve rûniştîye. 

Ku lawê wê wer dibêje, hebikekî din xwe bi xwêr re dikişkişîne, serê xwe di derî re derdixe û destê xwe ber bi esîmanan ve bilind dike, dibêje, "Ha bi vî Xwedayê jor!.."

zîhnîyeta belawela

Nizanim Kurdistana Başûr,

Kurdistana Bakur!..

Nizanim Kurdistana Rojhilat,

Kurdistana Rojava!..

Nizanim Kurdistana Marsê,

Kurdistana Qersê!..

Nizanim Kurdistana Elo,

Kurdistana Welo!..

Û û û û...

Me hîn Kurdistanek safî nekirîye, we li ber me kir çar Kurdistan.

Ka kerem bikin werin em li ser Kurdistanekê li hev bikin, 

dû re em karin wê Kurdistanê di nav xwe de bikin hezar û yek Kurdistan.

Bi zîhnîyeta dagirkeran ne çar, 

hûn nikarin Kurdistanekê jî rizgar bikin.

Berî her tiştî divê hûn di bin hişê xwe de zîhnîyeta dagirkerî bikujin û vê jargonê biguherin.

Ne Kurdistana Başûr û Bakur, 

ne jî Kurdistana Rojhilat û Rojava...

Rastî ev e:

Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê.

Sîyasetmedar û rewşenbîrên vê axê, nivîskar û hunermendên vê axê, 

heger bi zîhnîyeta dagirkerên xwe tevbigerin û bi jargona dagirkerên xwe bipeyivin, 

ew ax ê tu carî nezê 

û welatek ê jê newelide.



14 Ekim 2020 Çarşamba

de bixwe ha

Kurd!
Kur-d..
Kur-t...
Kurt...
Ne "d" ne jî "t"...
ya girîng dengdana bin hişê te ye
û di bin hişê te de,
ne "d" heye, ne jî "t"!..
Loma jî,
Bi wê binhişîya xwe ya qirêj dest neavêje namûsa herfan,
herf bêguneh in.

Li Qosera Mêrdînê rê mê nema ne, 
Qoser bûye zirgundek
û di vî zirgundî de ne gundî hene, ne bajarî,
her kes bûye devquzkê çiravî û avjenîyê dike li ser ava sikak û kuçe û kolanên vî gundbajarî.
Bi salan enerjîya van însanan bi sloganên beradayî xerç kirin.
Û îro ro...
her kes ji sîya xwe ditirse,
dema çav li sîya xwe dikevin, ronîya rojê şermezar dikin.
Her tişt ji bo konfora meriv e,
lê ji bo konforê êdî ji qûnê nayê rabe, 
qûn konforê dike konfor, heger qûn ji konfor neketibe...

Ne ermenî xwedîyê wir in, ne azerî, her du jî mêvanên in li wir,
lê mêvan bûne xwedî, xwedî li ber derîyê mêvanan derketine parsa "xwe",
mixabin!
Li xwe digerin em,
li başûr,
li bakur,
li rojhilat,
li rojava.
Lê xwe...
kulmeke xîret e
û xîretê bar kirîye ji pozê me.
Em pir in, em hindik in,
em kevn in, em nuh in,
lê...
em ji xelkê re hene, ji xwe re tune ne.

Û...
Ma çi ma?
Zimanek!
Heger ew ziman ma, em jî man û em ê karibin bi wî zimanî ji bo xwe ava bikin stargeheke hêja,
loma jî ne guh bidin "d"yan, ne jî guh bidin "t"yan.
Lê...
heger ew ziman nema, wê çaxê em ê pê bigirin û bibin kulmeke ka
û pez ê biçêrin û bi me dermale bikin ji bo hinekan.
De bixwe ha!..




13 Ekim 2020 Salı

bêdewletîbûna xwe bi dewletbûna wan nadi

Carina baş-xerab ez dibêjim xwezî dewleteke me jî hebûya.
Lê dû re ez li tirkan difikirim, 
ez li Tirkîyeyê difikirim, 
pê re pê re ew daxwaz di dilê min de difetise û ez ji vê fikrê dûr dikevim.
Dolar û euro bi çargavî dibezin...
Bi qasî misqalekî qîmetê aqil nema ye...
Dewlet bûye zirzindanek, bi hezaran kes ji ber fikir û nerîna xwe girtî ne...
Bi sedhezaran kes bê kar in, nikarin bi rehetî ji zar û zêçên xwe re parîyeke nan bibin malê...
Dewlet bi destên ehmeqan îdare dibe, ehmeq li ser aqil qeşmerîyan dikin...
Dîn dest avêtîye namûsa zanistê, dîndar hesabê zanist û aliman nakin...
Civak bûye çêregehek, mîna pez serê her kesî di ber de, çi li ber wan be wê dixwin, çi ji wan re tê gotin wê dibêjin...
Û hîn jî ji ser a xwe danayên,
qure ne,
têr in,
bextewar in
û bi hebûna dewleta xwe serbilind in.
Nîrvana bi xwe ye asta ku tirk gîhaştinê 
û arezûyê ji dilên wan bar kirîye, hîsa êşê mirîye,
mixabin!
Na na, ez naxwazim, 
ez bêdewletîbûna xwe bi dewletbûna wan nadim.


12 Ekim 2020 Pazartesi

taştêya vê sibehê

Piştî xwendina hin helbestan, derûnîya min dibe êşkencexane

û herf di bin hişê min de ber diavêjin.

Di wê navberê de telefonek ji min re tê. 

Xwedîyê deng bi dengekî li dengê xwe digere 

û ji min dipirse ka ev deng dengê kê ye. 

Xwe bi xwe dipirse, 

xwe bi xwe bersivê dide 

û xwe bi xwe digihêje wê bawerîyê ku bi şaşî telefon kirîye.

Li deng difikirim, 

li xwedîyê deng difikirim 

û deng dide dengê bin hişê min:


bû vîzevîza bê,

di nav porê min re çû û hat,

teyrek firîya, 

ji dengê baskên wî sê mêş gêj bûn!..

vîqevîka ambûlansekê ji dûr hat,

xwe negîhand ser,

her sê mêş jî mirin!

di rê de ambûlans li pîreke peloxwarî qelibî,

zarokeke du serî û bi nigekî ji ber çû,

taximê devê wê pengizî

diranek jê şkest,

û heft doktor 

sî û du rojan xebitîn ji bo wî diranî bi wî taximî ve bicebirînin.

li qiraxa çem masîyek bi avê bêhiş ketîye,

dengê girî tê ji taxa jêrîn

û zimanek mirîye,

malbatek li ser digirî,

derî û pencereyên cîranan girtî ne

û şer derketiye,

di nava gumgumok û marmarokan de...

li ser teriyên jêkirî porê xwe radikin çend jinebî!

her perpitandinek nifirek e,

nifir dibare bi ser qewmekî de.

berê ziman mir,

dû re ew,

û her dawî jî,

ax bi ser xwe de girîya!..