10 Ekim 2020 Cumartesi

megalomanîya hecîyan

Berêverekê bû.

Bi "Selamuneleykum"ê ez derbasî hundirê mekanê bûm. 

Du sofîyên yek ji yê din şeytantir rûniştibûn.

Bi silava min re, axavtina xwe birîn, li hêla min nerîn û bi hev re li min vegerandin, "We eleyne eleykumeselam"

Li ser kursîyekê ez rûniştim û min enîya xwe da enîya wan.

Dem dema çûna Hecê bû. 

Her du sofî li ser çûna "pîroz" dipeyivîn.

Heyecan û kêfxweşîya wan ji çavên wan dîyar dibû, bîbîkên çavan direqisîn. 

Dema digotin, "Mala Xwedê" hundirê çavên wan dibiriqand.

Ez jî ji xwe rûniştime, li wan guhdarî dikim.

Piştî min dît bi heyecaneke hew dibe qala hazirîya xwe dikin, min jî li cem xwe got belkî cara ewil e dikin herin.

Ewil tenê min ji xwe re guhdarî kir, lê dû re min xwe negirt, min go, "Xwedê qebûl bike. Wer xuya ye hûn jî dikin herin Mala Xwedê tewaf bikin û bibin hecî."

Her du sofîyan li hev nêrin. Wek ku bi wê nerînê destûra peyvê ji hev bixwazin, kêliyekê weha man. 

Dû re xwediyê mekanê berî hevalê xwe dest bi axavtinê kir, got, "Ez sala çûyîn jî çûbûm, ev cara duduyan e dikim herim."

Sofîyê din jî pê re pê re got, "Weleh ez jî berê çûme. Ev cara susîyan e dikim herim."

Min got, "Ma carek têr nake hûn dikin bikin dudu û sisê?"

Sofîyê hazirîya çûna sisîyan dikir, bi nîvkenekî qûnde got, "Tişt ji wê hestê xweştir tune ye, xwarzê. Ne carek û ne du car, meriv dixwaze her sal herê û ruhê xwe jî li wir teslîm bike."

Min lê nerî xalo firîyaye lê bask pê ve şîn nehatine. 

Min got, "Xalo, tu li kîjan taxê rûdinî?"

Got, "Ez li taxa perekêtan rûdinim, xwarzê."

Min serê xwe xist nav destên xwe, kêliyekê bêdeng mam. 

Min taxa perekêtan anî bîra xwe. 

Dû re min li sofîyê xwe nerî û got, "Xalo, ew taxa tu lê rûdinî, hin malbat hene, mehê kîloyeke goşt nakeve malên wan. Ji dêvla tu yê cara sisîyan herî mala Xwedê tewaf bikî, tu herî wî pereyî bidî wan malên xizan, ne bi xêrtir e?"

Bi nîvkenekî fiqurî got, "Tew! Bi qurbana mala Xwedê bin. Ku meriv dide xizanan, ji ser xwe diherin, qûna wan radibe. Xêr li xizanan nare."

Bi wê gotinê ez pir aciz bûm. Min dev li reha dilê xwe kir û bi hêrs min got, "Ya ya teresê teres! Tu zanî heqê te çi ye! Wexta li Hecê tu çûyî Kabê, ji bo maçîkirina wî kevirî li dorê çûyî û hatî û te xwe gîhand ber qula wî kevirî û te serê xwe xist hundirê wê qulê, heqê meriv ji paş ve were wî kirasê te li nava te bipêçe û bikute te qûna te."

Bêguman di dilê xwe de min jê re got û bêyî xatirxwestin ez ji wir rabûm, çûm...