31 Mayıs 2022 Salı

pêgirtin

Alî Fikrî Işik dibêje, 
"Divê em çi fêhm bikin ji lidijderketina Aynur Doganê? An jî lidijderketina Aynur Doganê tê çi wateyê?"
De ka du deqeyan guhê xwe bide min û li min guhdarî bike, rêzdar Alî Fikrî Işik.
Şîfreyên lidijderketina Aynurê çi ne?
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, peyameke eşkere radigihînin: dibêjin hûn kurd in, em jî tirk in; tu carî em ê we ji xwe nehesibînin û wek xwe nebînin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, hûn kole û xulam in, em jî efendî û xwedan in; ji bo konfora me hûn ê tenê bixebitin.
Ew tirkên li dijî Aynurê derdikevin, dibêjin, Tirkîye ya tirkan e û xwe bi xwe hûn xwe asîmile bikin û heta qirika we biqete û biqîrin bibêjin em tirk in jî, li ber çavê me hûn ê her kurd bin.
Lê...
Xwezî bi qasî tirk a dilê xwe dibêjin û dijminatîya we dikin, xîret bi we re jî çêbiba û we jî xwe nas bikira.
Îja ka aqil!

Wer xuya ye tirk jî êdî dibînin sêhra serokê sererd û binerd belav dibe û roj bi roj tav dide qûnê, kurd pê dihisin bê çi baloneke xapînok e, radibin hewl didin wî ji nû ve li ber dilê kurdan şêrîn bikin.
Lewra...
baş dizanin bi saya serê Evdila bi genetîka kurdan lîstin, kurd ji kurdbûnê dûr xistin.
Lê...
dibînin roj bi roj kurd ji wê xewa bindestîyê, ji wê xewa hêsîrîyê şîyar dibin û ji ser şopa Evdila vedigerin.
loma jî...
bi vê şîyarîyê hesabê wan ê malê û hesabê wan ê sûkê yê li hev dernekeve...

Gotina Dawî
Erê, berê pêgirtin para me bû, lê êdî hûn piçekî pê bigirin û sebra xwe pê bînin!..

30 Mayıs 2022 Pazartesi

ax û ax

Van îdeolojîyên teres kurd hînî xwexapandinê kir, mixabin.
Dixwînin lê ji wê xwendinê fêhm nekin jî, li xwe danînin bibêjin min jê fêhm nekir; 
lewra...
heger li xwe mikur bê, kêmasî ye ji bo wî.
Ji ber ku,
rêber û rêvebirên wan kodên ehmeqîyê li ser mejîyê wan bi cî dikin; 
da ji her tiştî re serê xwe bihejînin û bibêjin erê.
Jixwe...
piştî wextekî êdî hewcedarî namîne ew bi xwe bifikirin û li gorî aqil û mentiqa xwe tev bigerin; aqil jî, mentiq jî hew bi kêrî wan tê;
êdî her yek ji wan li ber çonga şêxê xwe mirîdek e.
Di sîyasetê de weha ye...
Di edebîyatê de weha ye...
Di hunerê de weha ye...
Bi kin û kurmancî,
van teresan ruhê civakê stendîye, civak bûye sosret û di mirêkê de xwe dibînin lê xwe nas nakin.

Gotina Dawî
Ax, him diafirîne, him jî dirizîne!..

29 Mayıs 2022 Pazar

bimire kûçikatî

Hunermendên qîmet nedan zimanê berhemên xwe, ji sekn û helwest û dilsozîya wan jî bawer nekin,
lewra...
ew tenê tucar in.
Û Aynûr Dogan û yên mîna Aynûr Dogan tenê ji kurdî diçêrin
anku kurdî ne li ser bala wan e, ne jî xema wan e.
Tûrikên xwe tije dikin ji bo jîyaneke bikonfor û carinan jî li zimanê xwe dipêçin ji bo populîzma xwe ya netêrbûyî.
Ev çend roj in rojev ew in; bi têra xwe reklama xwe kirin.
Çi erênî çi neyênî reklam reklam e...
Ji xêndî çend daxuyanîyên teres û erzan û libergerîn hûn li helwesteke tund û xurt rast hatin?
Na.
Na, ji ber ku qêmîşî dewleta xwe nakin; belkî sibê lazim bibe.

Gotina Dawî
Axir, bi kesayetên qop û seqet lixwevegerîn zor û zehmet e.
Bimire kûçikatî!

28 Mayıs 2022 Cumartesi

îhd

Serekê ÎHDyê Ozturk Turkdogan dibêje, "Amerîka dixwaze li rojhilata navîn dewletên neteweyî zêde bike, lê serokê me yê sererd û binerd baş dizanîbû dewra dewletên netewî derbas bûye, zû bi vê fen û fûta Amerîkayê hisîya û ev proje têk bir, nehişt bi ser keve."
Îja heyran!..
Mafê her kesî heye dewletê bixwaze û xwe qure bike.
Lê her weha...
Mafê her kesî jî heye dewletê nexwaze û xwe pîs û teres bike.

27 Mayıs 2022 Cuma

kurd û mejî û qehreman û xayîn

Bi qasî misqalekê kêfa min ji Grup Yorumê re nayê, lê min daxuyanîya wê ya di heqê Aynur Doganê de belav kiribû nuh xwend; çendî di wê pencereya xwe ya teng de li mijarê nerîbe jî, ne neheq e.
Mesele sekn û helwest û prensîb e...
Û mixabin, 
ne sekneke Aynurê heye, ne helwestek Aynurê heye, ne jî xwedan prensîb e.
Hîn jî peyv û sloganên berê:
Biratî...
Tirkîyetî...
Û komplekseke teres.
De tu jin î, ji ber vê zîhnîyeta teres a tirkan rabe vê zîhnîyetê bi redkirina zimanê wan protesto bike.
Dee!..
Lê ka ew bîr û bawerî!
Ka ew sekn û helwest!

Reîs sûnd xwarîye, ew ê kevir li ser kevir nehêle.
Sûnd xwarîye heta vê dewleta teres hilneweşîne, ew ê nesekine.
Sûnd xwarîye!
Sûnd xwarîye heta Kurdistan ji bêkêrîya kurdan rizgar nebe, ew ê nesekine.
Û...
Sûnd xwarîye, ew ê navê xwe jî di nav avakarên Kurdistanê de binivîsîne,
sûnd xwarîye!..

Gotina Dawî
Pirê kurdan bi mejîyê xwe re xayîn in!

26 Mayıs 2022 Perşembe

wextê xîret bar dike

Xwezî hemû partî/rêxistinên kurdan şer bikirana û ji ser rûyê erdê qir bibûna; dû re çend rîhspî/aqilmendên dilkurd pev biketana û serî li Amerîka, Îngilistan û Israîlê bidana...
Belkî bi xêra van gawiran em jî bigîhana miradê xwe.

Li ser twîtterê yek rabûye gazinan dike, dibêje, "Ez fêhm nakim çawa kurdek ji kurdekî re bi zimanê dagirkeran qala dagirkerîyê dike!"
Û ev kes jî HDPyî/apocî ye!..
Ê weleh yadê heyranê!
Bi qasî serokê te xulamtîya tirkî û tirkan dike, kes nake.
Bi qasî partîya te xizmetê ji tirkî û tirkan re dike, kes nake.
Bi qasî rêxistina te dijminatîya kurdî û kurdan dike, kes nake.
Lê tenê rojekê jî hîn min nedîtîye te destê xwe li sînga serokê xwe xistîye û rexne li partî û rêxistina xwe girtîye!
Dev ji populîzmê û wan quretîyên xwe yên beradayî berdin. Tav li jor e û tu qûn nikare xwe ji tavê vedize!..
Êdî tavê daye qûnê; ne xwe bixapînin, ne jî derdora xwe.
Lê yan hûn ehmeq in yan jî hûn derdora xwe ji xwe ehmeqtir dibînin.
Ne sûcê we ye.
Genetîka vî miletî xera bû, êdî ev milet hew bi ser hişê xwe ve tê.
Û hûn bi ser ketin.
Bijî ehmeqîzm!

Aynûr Dogan û sekn û helwest û têkçûyîn!
Tirk dilê min li we rehet dikin; hûn heq dikin.
Ciwanik û ciwamêran li hundirê çavên we dinerin û ji we re dibêjin, "Em xwîna we jî vexwin, kela me narije!" lê heyf û mixabin namûs nakeve pozê we û pozê we naşewite.
Her ku ew xwîna we vedixwin, bêtir dibe bira biraya we û hûn xwe bêtir bi wan ve dişidînin.
Aynûr!
Heger piçek xîret mabe, hewce ye tu zimanê tirkan li xwe qedexe bikî!
Lê...
Ji tirkan bêtir tu bi tirkî şewitîyî!..

Haho ji derdê vê bêxîretî û bêşexsîyetîyê!
Bi kurdî îngilizî dizanin...
Bi kurdî fransî dizanin...
Bi kurdî almanî dizanin...
Lê dîsa jî terka tirkî nakin!
Hûn pîç û pûç in û hew!

Gotina Dawî
Ax! Tenê ax!..

projeya mezin a rojhilata navîn

Bi salan bi me wek teorîyeke komployî hat!
Lê...
Wer xuya ye ew teorî rast digere.
Êdî kifş û eşkere ye, Reîs muhendisê projeya projeya mezin a rojhilata navîn e.
Doh, Kemalê me yê nîvkurd û nîvelewî got, "Reîs hazirîya xwe dike, ew ê agir bera binê dewletê bide û lê bixe here Amerîkayê.
Çima ne Katar û Erebîstan û Ebu Dabî lê Amerîka?
Ji ber ku...
Proje, projeya Amerîkayê ye û Reîs jî di bin kontrola Amerîkayê de ye.

Gotina Dawî
Bi serê we, heya Reîs agir bera temelê Tirkîyeyê nede û Kurdistanê serbixwe neke, ji pêxîla tirkan û birayên tirkan neket!

24 Mayıs 2022 Salı

holîka zarokan û zarokên bê holîk

Di qada sîyaset û huner û edebîyatê de, heta zîhnîyeta dîyarbekirîyan neşikê, bakurê welêt rizgar nabe.
De îja bi wê tirkîya xwe ya beradayî jî xwe him bajarî, him jî komîk dibînin.
Lê hewce ye meriv destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe neavêje; erê, bi qasî pîvazekê xêr û fêdeya wan li kurdî nabe, lê tirkî jî dilewitînin.

Teresên nezan!
Efes, navê bajarekî antîk/kevnare yê Yewnanîstanê ye.
De jîa...
Tirkan navê tîma xwe ya basketbolê kiriye Anadolû Efes e, lê Efes her weha navê markayeke bîrayê ye jî. 
Wek min berê jî gotîye, tirk tirek e û bê hemd ji ber Xwedê çûye?
Ji ber ku IQya van teresan nare qûna mirîşkekê, navê Efesê tenê wek markayeke bîrayê di hişê wan de maye.

Derdê kesî ne netewe û netewebûn e, ne jî xema kesî kurd û kurdî û Kurdistan e; her kes li pey berjewendîyên xwe ye.
Li ser medyaya sosyal, bala min lê ye, çi apoîst çi barzanîîst, çi dîndar çi ne dîndar hemû li pey populîzmê ne.
Kulmek populîzm ji hemû axa Kurdistanê buhatir e.

Feylesofê berî dema xwe, rêzdar Meheme Ocalan dibêje, "Heger derîyê Îmralîyê venebe, mesele û pirsgirêk û problemên rojhilata navîn ê çareser nebin."
Meheme kurdekî pak û paqij xuya dikir, heta berî têkeve nav sîyaseta van sîyasetnezanan, lê sîyasetê ev reben jî ji dilqê însanetîyê derxist, mixabin. 
Mîna çêleka ku li mazatê kî ber bi wê ve biçûya, berî ew devê wê vekin, wê bi xwe devê xwe vedikir û diranê xwe rê wan dida, rebenê Meheme jî êdî dema çav li kamerayan dikeve, wek şeple pê keve, berî nûçegîhan/muxabîr tiştekî bipirse, xwe bi xwe dest bi feylesofîyê dike û felsefeya hîn ji alîyê tu feylesofan ve nehatîye nivîsandin, dibe qebeqeba wî, li ber çavan radixe her tiştî.
Li ser bextê wî be, dibêje heger ne ji birayê min be, rojhilata navîn ê bi ser xwe ve neyê.
De îja...
Rojhilata navîn a ku her ji deh rojan pêxemberek lê zêde dibû û kes nizane bê hejmara pêxemberan çi qas e, mesele û problem û pirsgirêkên rojhilata navîn çareser nekirin, serokê sererd û binerd ê rabe çareser bike.
Belî nabe.
Belkî jî wek Meheme dibêje, şîfreyên formula çareserîyê li Îmralîyê veşartî ne, lê...
Heger birayê wî bi xwe jî ji wan şîfreyan ne şîfreyek be!..

Gotina Dawî
Ya Rebî, tu çêkî û hew!

23 Mayıs 2022 Pazartesi

şerê gû

Evdila!
Ka şîfreyên di vî navî de veşartî çi ne, nizanim lê heta nuha bi navê Evdila ez hîn li yekî hedayet anku ne faziq rast nehatime. 
Çi dîndar, çi politîk, çi ji rêze...
Borîyên tuwalet û lawaboya Hecî Simaîl dixetimin.
Hecî Simaîl ji gunekî berîya Mêrdînê ye.
Radibe dişîne pey hoste.
Piştî seetekê du seetan hoste û şagirtê xwe tên.
Navê hoste jî Evdila ye.
Hecî Simaîl xêrhatinê li wan dike û bi hev re derbasî hêla tuwalet û lawaboyê dibin.
Şagirt destê xwe diavêje borîyekê, hewl dide wê borîyê veke lê Evdila nahêle, dibêje, "Kuro, ka bisekine; belkî ew borî borîya gû mû be, ecele neke, tu yê me bilewitînî!" lê şagirt lê guhdarî nake û bi ya xwe dike, wê borîye vedike.
Bi vekirina borîyê re Evdila û şagirt di nav gû û mîzê de dimînin, dilewitin.
Û Evdila xwe li şagirt radikişîne û bi ser de diqîre, "Hey min di quzê wê nîyho! Hey dola kîrê min! Hey min ew borî di qûna te û bavê te kiro! Lawê kîrê min! Ma min negot bisekine, veneke? Ev tir bi te re bû, hi ii! Te çima li min guhdarî nekir û kîrê min kir ca xwe!"
Teva wî gûyî xwe li hevdu radikişînin û xwe digihînin hevdu; hevdu didin ber pihên û şîlmaqan...
Wek meseleya "Girêka gû" Hecî Simal li wan dimîne heyirî. 
Here wan ji hevdu bike, ew ê gûyê xwe bi wî bidin, ew ê jî bilewite; nere wan ji hevdu neke, ew ê hevdu bikin gû lawê gû, hevdu ji gû jî nermtir bikin.
Di erênayê de dimîne...
Dû re qutîya xwe ya tûtinê ji bêrîka xwe derdixe, li ser tutukan rûdine, cixareya xwe dipêçe, vêdixe û di bin dû û dûmana cixareyê de ji xwe re li şerê wan temaşe dike.

Gotina Dawî
Temîya min li we, dema hdpyîyan û tirkan şer kirin, hûn jî wek Hecî Simaîl tenê ji xwe re li wan temaşe bikin; heger na, ew ê we jî bi xwe re bilewitînin, bihetikînin.

22 Mayıs 2022 Pazar

bext û text

Zemanekî, 
ew cebeşên di bin wê tava tûj de di lemên xwe de xera dibûn û pez û dewaran jî li xwe dianetanîn li hêla wan binerin, di refên marketan de bi dîliman tên firotin êdî...

Bi qasî Reîs Recep Tayyîp Erdogan enerjîya xwe li hilweşandina Tirkîyeyê xera dike/xerc dike, sîyasetvanên bakurê Kurdistanê jî xerc bikirana, nuha ji zû de kurd û tirkan dev ji biratîyê berdabûn, bûbûn cîran!..

Nêçîrvan Barzanî ji bo siberoja Kurdistanê hefteyê bi serekê dewletekê re rûdine, dîplomasîyê dimeşîne, lê hîn jî di nav xwe de yekîtîyek pêk neanîne;
Malbata Barzanîyan...
Malbata Talabanîyan...
Bi melekê tawiz sûnd dixwim, bi vê zîhnîyetê, dewleta ku serbixwe bibe jî, ew dewlet ê serê xwe bixwe!

Gotina Dawî
Ji bo guhertina zîhnîyetê perwerdeyîyeke baş,
ji bo perwerdeyîyeke baş sîstemeke xurt
û ji bo sîstemeke xurt jî, 
kesayet divê,
dilsozî divê,
netewperwerî divê,
bext divê, bext...
Ew bextê ku qêmîşî xwe nake xwe bifiroşe text!


21 Mayıs 2022 Cumartesi

zîhnîyet û birçîyên azadîyê

Weleh xweş bazar e.
Şivan Perwer, ne xwe ji dêrê dike, ne jî xwe ji mizgeftê; dilê wî çawa bixwaze, wê dike...
Geh bi apocîyan re dixwe, geh bi barzanîcîyan re dixwe, lê dixwe naxwe, mixabin têr naxwe.
Nizanim, qey quzê gurê bi Şivan Perwer ve ye; ciwamêr çep jî lê bixe, rast jî lê bixe, kes ranabe jê re nabêje, "pozika sola te jî xwar!"
De qey zeman werê dixwaze; em li pey zemên mane. Em nizanin bi nigê zemên lê bixin.
Kurdistan çar perçe ye, lê li ser her perçeyî kurdîtî perçeperçe bûye!..
Min got, ên îroj belkî nizanibin, lê berê bext hebû.
Bext mir û bêbext li ser text bi bêbextan re rehmetê dixwînin li ser bext!
Heyf!

Ez fêhm nakim, ev dewleta tirk a ji teresîyê wê de bûye zirteres, gelo vê hêz û wêrekî û xwebawerîyê ji çi yan jî ji kê distîne weha destê xwe li sînga xwe dixe û gefan li dewletên Natoyê dixwe?
Hûn ê bibêjin ev jî stratejî ye, heval!
Lê...
Ez di stratejîya we û sed û yek bavên we nim ku hûn dihêlin tirk xwe li ser serê me qure bikin!
Axir!
Rişma dinyayê ketîye destê teres û qeşmeran û mixabin em ji zimanê teresî û qeşmerîyê fêhm nakin!
Qet nebe berê mêr û mêrxas hebûn û wek mêr û mêrxasan li ser şerefa xwe serî datanîn.
Min got, ew jî zemanek bû; mir û çû!

Gotina Dawî
Heger bi vê zîhnîyetê Kurdistan ava bibe jî, kurd ê di bin hişê xwe de tu carî azadîyê tehm neke û ew ê her bindest bin!..
De ka bila ava bibe, heger em kurd azad nebin jî, qet nebe kurdî yê azad bibe û belkî zemanekî kurdên azad jî ji dawa kurdî bikevin!
Min got, meriv nizane çi li pêşîya meriv e!..

20 Mayıs 2022 Cuma

gotinên heram

Sîstema Tirkîyeyê bi her haweyî Tirkîye birîye li sifirê sekinandîye, lê hîn jî wek her tişt normal e, her kes li benda rehma Xwedê ye.
Jixwe Xwedê jî daye nav, êdî hiş û zanîna wî hêdî hêdî li hemberî teknolojîyê têk dihere; ji çar demsalan em ber bi du demsalan ve diherin.
Ji demsalan ez ji havînê hez dikim, çendî germa zêde hebe jî.
Şortek an kaprîyek û fanêreyekî pîqut an jî tîşortek...
Di rewşên weha de kes ji mêran re nake qebhet ka di bin wî şortî yan kaprîyî de boxser li xwe kirîye yan nekirîye, lê jinên bê memikdank digerin, li ser zimanan dibin sosret.
Sosret!
Çi sosret e û çi ne sosret e, vî zemanî!..
Sosreta herî mezin ew e ku
hêdî hêdî ber bi xweasîmilekirinê ve gavavêtin e; ev gavavêtin jî ji milkê dil e.
Gavavêtin!
Di sîyaseta kurdan de kurd, du gavan pêş ve, sê gavan paş ve diavêjin.
Û ji vê bêkêrîyê re jî dibêjin taktîk, mixabin.
Taktîk!
Hingî we got taktîk taktîk, hindik maye hebûn û nebûna me bibe taktîk.
Û hebûn û nebûn!
Heger tu bi ziman bî, tu heyî; na, heger tu bê ziman bî, tu tune yî.

Gotina Dawî
Teknolojî yê me bikuje yan bi teknolojîyê em ê ji nû ve biafirin, Xweda dizane!
Gelo?
Xweda û teknolojî!
Xweda, teknolojî bi xwe ye; 
yan em ê bi zimanê wê tev bigerin,
yan jî bi zimanê wê em ê heta hetayê li xwe bigerin...

19 Mayıs 2022 Perşembe

axir û axur

Nizanim we bala xwe dayiyê, yên di televizyonên kurdî de dixebitin, pir hindik ne tê de pirê wan nîvçe ne.
De îja hûn ê bibêjin "nîvçe" çi ye?
Nîvçe!
Kin û gilover nîvçe ev e.
Kesê ne xwe ji dêrê dike, ne jî xwe ji mizgeftê. 
Anku 
Him apocî him ne apocî, him barzanîcî him ne barzanîcî...
Çawa wilo dibe?
Ji qewla Evdê apê min Şêxê:
Ev îşana werê ye.
Pêyase durû ye û durû jî ji margîseyan/bûkalemûnan hez dike.
Axir...
Çi axir û çi axur!
Karê me tune ye hey em bibêjin axir û hey bibêjin axir, ji ker û dewaran cî nemaye li axur!..

18 Mayıs 2022 Çarşamba

rojev û durûtî

Swêd û Fînlandîya, ji bo endamtîya Natoyê serî li Natoyê dan, lê Reîsê di nava bîst û çar seetan de bîst û çar teqleyan diavêje, xwe aciz kir û got, "Dewletên piştgirîyê didin rêxistinên terorîstî, cîyê wan di nav me de tune ye."
Piştî vê nîqaşê, apocîyan jî xwe dan ser hev û li kuçe û kolanên Stokolmê dest bi meş û çalakî û tevlihevîyan kirin.
Lê rêvebirên ewrûpî nabêjin, 
"Kuro, ma hûn çi dibêjin? Dewleta we ya kûr PKK ava kir da bi rêya vê rêxistinê him hûn kurdan pûç û qels bikin, him jî di bin atmosfereke kaotîk û şolî de hûn kar û tucaretîya xwe ya qirêj bikin."
Baş e..
Em bibêjin we ev tişt bîr nebir, ma hûn nikarin têkilî û hevalbendîya wan û daîşê jî kifş bikin?
Lê nizanim ji nezanîya van dewletan e yan ji ehmeqîya wan e, Şeytan tû wechê rêvebirekî wan nake, ranabe nabêje, 
"Ya ya teresino! Hûn çi dibêjin? Kifş û eşkere bû we destek û piştgirî dida daîşê. Şervanên daîşê li binxetê kurd dikuştin, li serxetê anku li cem we jî tedawî dibûn, xwe rehet dikirin."
Û ev hemû tişt li ber çavê dinyayê qewimîn, lê ka aqil!


17 Mayıs 2022 Salı

rojeva derew

Bi qasî misqalekê ne xema min e ku konsera Aynûrê betal kirine; 
lewra hewce nake meriv bêvila xwe têxe nav problemên bira û bira!..
Madem bira ne, guh mede gotinên qura!

Heft çîrokên hirçê hene, hemû jî li ser hirmîyê ne;
her weha heft çîrokên apocîyan hene, ew jî hemû li ser xwexapandinê ne!..

Gotina Dawî
Ji qewla Seyda Ahmed Zekî, Apo mezel kola, Selahedîn ê veşêre!..

16 Mayıs 2022 Pazartesi

got û got

got,
"ziman dil e, yê bi zimanê te bi te re nepeyive, ne ji dil e!.."
got,
"erêê, lê heta min fêhm kir ziman dil e, em yek bi yek mirin!"

got,
"ziman tesîrê li ramanê dike yan raman tesîrê li zimên?"
got,
"ziman xulamê ramanê ye, lê ziman jî her çi dibihîze li ramanê bar dike!.."

got,
"heger raman her tiştî ji bîr bike, ziman ê çi xwelîyê li serê xwe bike?"
got,
"ew ê jîyaneke nuh li ramanê bar bike!"

got,
"felsefe çi ye?"
got,
"here ji zimên bipirse!.."

15 Mayıs 2022 Pazar

cejna zimanê kurdî

Kurdino!
Bi pîrozkirina cejna zimanê kurdî, kurdî rizgar nabe.
Kurdî, roj bi roj ber bi mirinê ve dihere. 
Her rojeke kurdan a bê dewlet derbas dibe, ji zimanê kurdî peyvekê dikuje.
Loma jî...
heger di demeke nêzîk de dewleteke kurdî çênebe, kurd namînin!
Bi kin û kurmancî,
hewl bidin lê tenê bi hewldanê jî nabe, mixabin; hewce ye him em hewl bidin, him jî em ji amerîkî û ewrûpîyan re dua bikin, da bi lez û bez Kurdistan serbixwe bibe.

Gotina Dawî
Bi hêvîya fêde û berjewendîyên amerîkî û ewrûpîyan di serxwebûna Kurdistanê de hebin!..

12 Mayıs 2022 Perşembe

nameya selo başqan

-Hoo, Xalo!
-Kerem bike, berxê Xalo!
-Bîska din min li nûçeyên êvarî guhdarî dikir...
-Êê!
-Digot, Selo başqan ji Edîrneyê nameyek şandîye Dîyarbekirê. Tam dikira li ser naveroka nameyê bipeyivîya, janpêketa ceryanê çû! Min meraq kir weleh. Min got nuha hayê te jê heye; ma ji hemû aqilmendan re şandîye, tu jî aqilmendekî me yî; qey nuha hesabê te jî kiriye...
-Teww! Weyla te xwelîya Edîrneyê li ser min kiro! Nameya ku gîhaştîye Dîyarbekirê, berî hayê dîyarbekirîyan jê çêbibe, nuha li Enqereyê û li derdora Enqereyê deng û olan daye.
-Yaw Xalo, tew ev teorîyên te yên komployî! Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!
-Kuro, hey xwelî li sero! Ku Enqere bibêje temam, ji bavê dîyarbekirîyan zêde ye bibêjin na, ne temam; jixwe ji doh de razî ne. 
-Yanî çi?
-Yanî qula çavê te! Hey pozkutilk! Selo başqan bi haweyekî fisgenîtî li ser navê Dîyarbekirê qûnalêsîya tirkan dike û ji tirkan re dibêje, hûn çi navî li me dikin bikin, em birayên we ne. Û çimentoya biratîyê jî, xerca biratîyê jî, mezeloqa biratîyê jî tirkîtî ye, tirkîyetî ye û destûrê bidin me, em ê ji we û sed û yek bavên we bêtir xizmetê ji we û dewleta we re bikin.
-Serê min tevlihev bû, Xal. Ka ez herim anitqebîrê bayekî ji ber xwe berdim.
-De hereee! Pif ke zirnê û berde erdê, berxê Xalo!

Gotina Dawî
Li bazara welatê min, xîret ji bexdûnisê erzantir bûye, mixabin!

11 Mayıs 2022 Çarşamba

tirk û împaratorîya osmanî

Di dema împaratorîya osmanî de qîmetê tirkan bi qasî qîmetê tahjîyekî jî tune bû.
Çawa berê dema mezinên me ji hev aciz dibûn, ji hev re digot, "Ma tu ne eşîr î!" di dema împaratorîya osmanî de jî tirkbûn di asta bêeşîrtîyê de bû.
Çendî ne mînakeke xweş be jî, berê mezinên me ji yekî bi bêedebî tev bigerîya re digot, "Ma tu aşiq/qereçî/mirtib î!" 
Belê, di çavê împaratorîya osmanî de mîna aşiqan/qereçîyan/mirtiban li tirkan dinerîn.
Bi sedsalan wek qewmekî teres/rezîl/cahil/nezan hatin ricimandin; hiştin ji ber xwe fedî bikin; pirê wan tirkbûna xwe vedişartin, şerm kirin bibêjin em tirk in.
Îroj Erdogan jî xwezîya xwe bi împaratorîya osmanî tîne; xeyal û daxwaza wî ew e ku dîsa li dema împaratorîya osmanî vegere.
Û bi qasî împaratorîya osmanî, Erdogan jî tirk kirine xwelî û pê li wan dike.
Mistefa Kemal hûn ji bindestî û hetiketîya împaratorîya osmanî rizgar kirin, lê kî yê we ji bindestî û hetîketîya Erdogan rizgar bike?

Gotina Dawî
Sedsalekê hûn ji merivantîyê/însanetîyê re bûn vîrus, lê sadsalek ê jî ji bo paqijkirina vê vîrusê hewce be...

10 Mayıs 2022 Salı

birçîbûn zehmet e

Berê, 
dema yekî peyveke çewtomewto û beradayî bikira, jê re digotin, "Mîna ker tiran bike, tu çi dibêjî!"
Îja heyran,
îro ro kî devê xwe vedike, mîna ker tiran bike, ji haş û baş dipeyive.

Dûran Kalkanê li Qendîlê hindik maye bixurife, berê xwe daye başûrê welêt û ji serxwebûngeran re dibêje:
"Heger hûn ê nikaribin welêt bi rê ve bibin, dewrî KCKê ango Me bikin, em talibê vê wezîfeyê ne.
Li çîya û newalên welêt gur jî nemane, rabin bi qûna xwe bi Dûran Aga bikenin!
Min got,
te bakurê welêt ediland, îja dora başûr e!..
Weyla xwelîya Bulent Serttaş li serê te be, rebîî!
De ka ez jî rabim vê stranê dîyarî şahê Qendîlê Dûran Aga bikim:

"Dûran agabey Dûran agabey
Mûradini alasin 
Dûran agabey Dûran agabey
Hûrîlere kalasin
Dûran agabey Dûran agabey"

Û Selo başqan!
Derdê bêderman!
Ev pênc şeş sal in li zindana Edîrneyê veketîye û hesreta wî kulmek azadî ye, ne eyb û ne fedî, radibe rûdine xwelîya biratîya tirkan li serê xwe dike.
Bi qasî ew hebûna Tirkîyeyê diparêze, tirk ew qasî naparêzin.
Êdî erk û wezîfeya xwe bi cî tîne yan bira jî aşiq û evîndarê tirkan û Tirkîyeyê ye, nizanim.
Lê tiştê ez dizanim ev e,
Selo başqan û Evdila başqan qayîşê bi hev re dikişînin; kî bêtir ji dewletê hez dike, ew ê nuha belî bibe.
Lê faworîyê min Selo ye, lewra qelema wî jî êdî xizmetê ji tirkan re dike.

Gotina Dawî
Heger çav birçî, zik birçî, kîr birçî be, zehmet e!..


8 Mayıs 2022 Pazar

çilvirî

Ji zimanê brokrasîya tirkan meriv tê digihêje Tirkîye ber bi têkçûyînê ve diçe.
Û Selo başqan di zindana Edîrneyê de hewl dide ji barê bermeqlûb bûye re bibe pişt.
Lê...
Pişta ji wî re dibe pişt!..

Kaos...
Tevlihevî...
Pevçûn...
Şer...
Guhdarî bikin lê baldar bin; heger hûn sax man, êdî hûn hew dimirin!

Yekserî!
Duserî!
Dehserî!
Çilvirîye, êdî kes nizane tu berx î yan beran î!
Lê...
Berx jî beran e, heger bi zemên re bimeşe...
Û êdî Tirkîye jineke qehp e, kî beran be, ew ê li ser be.

Gotina Dawî
Şev dereng e û berî raketinê ez rabim herim kulmek av li serê xwe bikim.
Dibêjin,
xewa mirîyan û xewa heraman nayê!
Eşheduenlaîlaheîllallahweeşheduennemuhammedenresûllallah!

7 Mayıs 2022 Cumartesi

dilgiranî

Malbatên bi dîn dejenere bûne...
Malbatên bi îdeolojîyên tiroviro dejenere bûne...
Malbatên bi mal û milk û dewlemendîyê dejenere bûne...
Malbatên bi xizanîyê dejenere bûne...
Û zarokên bi zîhnîyeta van malbatan mezin dibin...
Ma tu ma?
Jixwe yên man jî ji bêçaretîyê tenê gazinan dikin!
We got şoreş!
Li ser axa welatê min, nanê bêxwê û tirên şor e, şoreş!..

Gotina Dawî
Carinan raman ji mejî dipengize; lêkirina du hevokan bi meriv tahde tê.
Û ziman ji meriv dilgiran dibe!..


6 Mayıs 2022 Cuma

erê

Me got qey em ê li şerê deveyan temaşe bikin, lê deve tahjî derketin, mixabin.
Jixwe belî bû
û belasebeb nehatîye gotin:
Ji kûçikên direyên û dikin hewtehewt netirsin!
Her du kûçik jî tenê reyîyan û kirin hewtehewt.
Lê...
Têra xwe jî bal kişandin ser xwe; xweş rojev guherîn...
Digotin,
"Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmîyê ne!.."
Tirk jî,
bîst û çar seetan li ser mêranî û mêrxasîyê quretîyan dikin, lê li ber ronayîya heyvê ji sîya xwe ditirsin.

Gotina Dawî
Erêêê...
Heger we bizanîba bê di vê "erê"yê de çi veşartîye û çi neveşartîye...

5 Mayıs 2022 Perşembe

pehlîwan

Suleyman Soylû û Umît Ozdag li hevdu sor kirin!
Suleyman Soylû çavê girt û devê xwe vekir, çi hat ber devê wî, texsîr nekir, mîna reşaşeyê li Umît Ozdag reşand.
Umît Ozdag jî hevalbendên xwe li dora xwe kom kirin û destê xwe li sînga xwe xist; Suleyman Soylû bêminet kir...
Heger ne derew be û piçika xîretê bi Suleyman Soylû re mabe, sibê seet di yazdehan de Umît Ozdag ê li pêşîya wezareta karên hundirîn li benda Suleyman Soylû be.
Kî berx e, kî beran e, em ê jî gunê xwe bifirkînin û ji xwe re li şerê wan temaşe bikin.
Her du jî tirkperest in, nijadperest in, faşîst in!
Loma jî...
Bila şerê wan jî li gorî kultur û adetên tirkîtîyê be.
Bi haweyê navê anku "yagli guleş"ê herin hev. Jixwe Dewlet Bahçelî jî ji Osmanîyeyê ye û di kultura Osmanîyeyê de jî lixwekirina şelweran heye.
Bila Dewlet axa jî şelwerekî reş bikişîne ser navika xwe, çefîyekê li nava xwe bipêçe û rahije misîneke zeyt. Her cara her du pehlîwanan hevdu alastin û hevdu zuwa kirin, bila Dewlet Bahçelî wî misînê zeytê bi ser wan de bireşîne.
Lê hûn a rast bixwazin, hakimtîya vê guleşê heqê Sedat Peker e...


qebhet qebhetan venaşêre

Ev du roj in em li ser qebheta wê qebhetpêdehatîyê dipeyivin; ew mamosteya dêlegur!..
Lê bi min, 
qebheta şaredarîyê ji qebheta wê qebhetpêdehatîyê mestir e.
Çima?
Berê jî bi dehan caran min gotîye, 
tirk tirk e; 
çi jin çi mêr, 
çi xwende çi nexwende, 
çi çepgir çi rastgir, 
çi komunîst çi netewperest, 
çi xwedanenas çi dîndar...
dema mijar dibe kurd û kurdîtî, hemû li ser xeta faşîzmê digihêjin hev û wek hev dinerin, wek hev tev digerin; 
kurd/kurdîtî ji bo wan xeta sor e!
Lê ew kurdên bi îdeolojîyên beradayî gêj û sewsî bûne!
Li ser tabelaya berî meriv têkeve bajêr weha hatîye nivîsandin:
"Hûn bixêr hatin!"
Ji dêvla "bi xêr" "bixêr" hatîye nivîsandin.
Hûn dikarin bibêjin, de tu jî ji bo peyvekê agir bi pirêzeyê nexe!
Mesele ne şaşnivîsandina peyvekê ye; mesele zîhnîyet bi xwe ye 
û ev zîhnîyet jî bi qasî misqalekê qîmetê nade kurdî û kurdîtîyê.
Heger qîmet bidana kurdî û kurdîtîyê, bi hezaran kurdên xwende yên bi xwendin û nivîsandina kurdî baş dizanin hene, ew ê biçûna ji wan bixwestana...
Yan jî, 
li ser medyaya sosyal tenê bi daxuyanîxwazekê di nava nîvseetê de sed kesî yê ji bo alîkarîyê ji wan re binivîsanda.
Lê...
wextê zîhnîyet xerab be, fahşîtî jî bi wan normal tê.
Loma,
qebheta şaredarîyê ji qebheta wê dêlegurê mestir e, heger meriv kûr lê binere...

Reîs li dijî konsepta tirkîyetîyê ye.
Bala xwe bidinê, yên Reîs li dijî wan e hemû tirkîyetîyê diparêzin.
Kiliçdaroglû, tirkîyetîyê diparêze...
Akşener, tirkîyetîyê diparêze...
Babacan, tirkîyetîyê diparêze...
Davûtoglû, tirkîyetîyê diparêze...
Karamollaoglû, tirkîyetîyê diparêze...
HDP, tirkîyetîyê diparêze...
Û tirkîyetî jî, hewl dide kurdan ji kurdî û kurdîtîyê dûr bixe, wan di nav sîstema tirkperest de bimehîne.
Loma jî hewce ye em bibêjin,
Bijî Reîs!

Gotina Dawî
Ne ji yên xwe kifş û eşkere dikin, ji yên bi fisgenîtî tev digerin, bitirsin!

3 Mayıs 2022 Salı

kurmê darê

"Jîyan bi kurdî xweş e!"
Gelo çima kurdek hewce dibîne vê gotinê bibêje?
Jixwe heger meriv kurd be, meriv ê bi kurdî bijî; çi xweş çi ne xweş!..
Lê dema kurdek dibêje, "Jîyan bi kurdî xweş e!" ev gotin bi min pir beloq û xav tê, 
mixabin!
Haa!
Heger tirkekî, 
yan erebekî, 
yan farisekî,
yan jî îngilizekî bigota, min ê fêhm bikira, 
lê çima kurdek weha dibêje, nizanim. 
Hewce ye lêkolîneke sosyolojîk li ser vê mijarê bê kirin.
Û bi min,
ev, yek ji semptom û nîşaneyên kompleksa xwebiçûkdîtinê ye.
Bi kin û kurmancî,
hewce ye em xwe ji vê kompleksê rizgar bikin.
Naxwe...
"Jîyan xweş e, heger meriv xwe di bin kesî re nebîne!"

Mamosteyeke "kurdkokenlî" ji bo nivîsa kurdî ya li ser tabelaya bajarekî kurdan nivîsandîye, tilîya xwe ya navîn nîşan naye û ji kurdan re gotîye, "Ez kîrê we di xwe kim!"
Ê de weleh, kîrên me hemû kurdan têkevin ser hev, ew ê bibe zirkîrek û ew zirkîr ê jî têra te û silsila te bike!
Îja heyran!
Ne sûcê wê dêlegurê ye; lewra ew dêlegur bi eslê xwe ne tirk e jî; bi îhtîmaleke xurt dê an bav an jî her du jî bi eslê xwe kurd in; ji ber ku navê dêlegurê ne Asena ye, Berfû ye.
Şeş heft sal berê, li Unîversîteya Bîlgîyê, di konferanseke zimanî de, piştî axaftina seyda Celîlê Celîl min ji seydayê dilsoz re gotibû, "Berê me digot zarokên me siberoja me ne, lê heger em dêyên kurd bi ruhekî kurdperestî perwerde nekin, sibê zarokên me yê li ser koka me rûnin; lewra zarok di bin baskên dêyên xwe de mezin dibin, perwerde dibin û dû re bi firê dikevin. Hewce ye em dêyên xwe ji jehra dagirkeran biparêzin; loma jî ne zarokên me, dêyên me siberoja me ne!"
Erê, heger em dêyên xwe ji nav lepên dagirkeran ên qirêj rizgar nekin, ne Kemal û Tûran û Asena û Yavûz, Berfû û Baran û Evîn û Dîlan û Egîd û Bêrîvan ê li ser koka me rûnin.

Gotina Dawî
Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!


2 Mayıs 2022 Pazartesi

cejn

Piştî ezîyeta mehekê, ezîyetkêşan bi cejnê zikê xwe bi xwarinê çirand.
Digot,
"Madem rojî xweş e, piştî rojîyê ew cejn ji bo çi ye?"
Nizanim, ka ji bo çi xwe birçî dihêlin, lê qey ew jî adetek e êdî...
Axir, cejna we pîroz be!

1 Mayıs 2022 Pazar

sofî eledîn û menîfa

Meha remezanê ye; ji rojan roja dawîn e.
Serê sibehê Sofî Eledîn bi dengê dîkê kofîsor bi xwe hisîya.
Di ber xwe de got, "Wey gidî! Bi telaq ne ji kofîsoro bûya, min bin xwe şil kiribû" û bi lez rabû ser xwe, berê xwe da tuwaletê. 
Heta xwe gîhand tuwaletê, du sê çipik mîz ji serê kîrê wî niqutîn jî.
Sofî Eledîn jî, erê gundîyan jê re digot "Sofî" lê di eslê xwe de çendî nav Sofî be jî, ji alîyê qûnê ve ne safî bû; rêya qubleyê nedidît; sal duwazdeh meh bêdestmêj pê li erdê dikir.
Piştî kunê mîzê vala kir, çû dest û ser çav û rûyê xwe şuşt û hat li ser nivînên xwe bi haweyê çarmêlkî rûnişt.
Destê xwe avêt qutîya xwe ya tûtinê, lê hîn venekiribû, jina wî Menîfa hat sifre li ber wî raxist, bi şûn de vegerîya, çû ji ser tifikê rahişt beroşa şorbeyê, şorbeya xwe bera binê mesefê da û mesefa xwe anî danî ser sifreyê.
Dû re çû ji qaseya bin kulînê serîyek pîvaz jî derxist, ew jî anî danî ber Sofî Eledîn û li xwe fitilî. 
Hîn negîhaştibû devê derî, Sofî Eledîn kevçîyek li binê mesefê xist û firînî ji şorbeyê anî.
Got: 
-Haa Menîfa!
Menîfa li xwe fitilî...
Got:
-Keçê! Bi telaqên bêfitû heger ez Xwedê bûma, min ê rojeke te bi du rojan bihesibanda. Tu bi rojî yî û her sibeh berî ez şîyar bibim, tu radibî ser xwe, taştîya min hazir dikî, tu min bê firavîn nahêlî, berî fitaran jî tu dikevî dahdeloka şîfê û radibî ji min û xwe re şîvê çêdikî û tew ez qala karê malê, paqijkirina bin pez û dewêr û êmkirina wan jî nakim! Na na bi Xwedê heqê rojeke te du roj bê hesêb; heger Xweda ne kwîr be!..
Menîfa got:
-De bi Xwedê heger Xwedêtî bi rêya hilbijartinan bihata hilbijartin, min ê jî dengê xwe/reya xwe bida te û hew!