29 Kasım 2017 Çarşamba

Zirhîçek

Kurdên ku bi Kurdî najîn, lê xwe Kurd his dikin, tenê ji bo wê hiskirinê, xwedêgiravî doza kurdayetiyê dikin û dixwazin welatekî ava bikin. 
Ji bo tahba Xelef nere ber telef,
hûn bi ya min dikin, rûnin li mala xwe, belasebeb xwe neêşînin û me jî aciz nekin.
Em doza Kurdistanê dikin, ne doza Hisistanê…
Min go:
Edaleta eşîrên berê ji edaleta eşîrnezanên îro ku xwe li ser serê xelkê zana-modern-medenî-pêşketî û nizanim çi dibînin çêtir-baştir-moderntir-medenîtir-pêşketîtir bû.
Xwe qure bikin heta qûn li we diqete.
Wek Nimûne:
Dema bûyerek diqewimî, serokeşîr ligel çend rîhspî û maqûlan diçûn li ser wê meseleyê digeriyan û li her du helan guhdarî dikirin.
Piştî wê mahkemeyê jî, kî heq, kî neheq li hember wê civatê diyar dibû û bêyî îtraz û lidijderketin ew biryarên di wê mahkemeyê de dihat stendin û ji alî her du hêlan ve dihat qebûlkirin.
Em dîsa vegerin serî…
Kurdên ku tenê xwe Kurd his dikin, ew bi xwe jî nizanin doza çi dikin.
Ziman ne girîng e ji bo van ciwanik û ciwamêran, lê doza nirxên netewekê dikin, yan jî bi me weha didin xuyakirin.
Nizanim!
Ziman nebe, ew nirx jî ne yên te ne, mixabin.
Lê ew ciwanik û ciwamêr xwe dixapînin û dixwazin me jî bixapînin.
Xapanistan!
Min go:
Hûn bi kîjan zimanî bijîn, hûn qebûl bikin-nekin, hûn aciz bibin-nebin, hûn dibin perçeyeke ji wî zimanî.
Bila şaş neyê fêhmkirin; ew ziman nabe zimanê we, hûn dibin xelkê wî zimanî.
Tu bi kîjan zimanî binivîsî, tu xizmetê ji edebiyata wî zimanî re dikî.
Tu bi kîjan zimanî stranan bibêjî-bistirêyî, tu xizmetê ji muzîka wî zimanî re dikî.
Tu bi kîjan zimanî fîlman çêbikî, tu xizmetê ji sînemaya wî zimanî re dikî.
Kurdî ye, ya Kurd û nekurdan ji hev vediqetîne.
Û axa ku Kurd li ser dijîn ji ber rengê xwe yî Kurdî dibe Kurdistan.

Û
...
Nahlet li wê hisa we bê!
Ez jî car caran xwe pêxember his dikim.
Lê dû re li xwedêtiya xwe vedigerim.
Xelk pêş ve dihere, ez ê çima paş ve herim?
Heger rojekê ji bo Xwedayê Xwedayan rê li ber min vebû,
çima na?
Ez karim bifikirim.
Xwedayê Xwedayan!
Haho!
Çi xeyaleke xweş.
Bi rastî jî, heger rojekê bêhemdî ez bibim Xwedayê Xwedayan, karê min ê ewil, ez ê dest têxim qirika Xwedayê Tirk-Ereb-Eceman û wî bikujim.
Lê nizanim...
Wek ku hevalekê digot,
Xwedê jî dimire!
Û her kes, her tişt dibe zirhîçek.

28 Kasım 2017 Salı

Dema Ew Hatin Divê Em Nexapin!

Serokê damezrînêr yê Kenyayê gotiye:
“Dema rojavayî hatin, di destê wan de încîl, di destê me de jî erdên me hebûn. Çavên me girtin û em hînî duakirinê kirin. Dema me çavên xwe vekirin jî, di destê me de încil, di destê wan de jî erdên me hebûn…”  

Dema Ereb hatin, di destê wan de quran, di destê me de azadî hebû; li ser axa xwe-li welatê xwe bi zimanê xwe em azad û serbixwe bûn. Nirxên me yên me bûn û bi kultur-çandiniya xwe em hebûn. Kirasekî spî kişandin ser bedena me, şaşikek dan serê me, rojê pênc caran berê qûna me bi bakur berê serê me jî bi başûr vekirin. Dema em li ser xwe edilîn jî, ew man evdên Xwedê û em jî  man evdên wan.

Dema Tirk hatin, di zimanê wan de biratî, di dilê me de jî dilovanî û mirovhezî hebû. Bûn vîrus û ketin xwîna me; bi biratiyeke pûç, vala, derewîn û xapînok em xapandin. Dema em ji wê xewa xapînok hişyar bûn û me çavên xwe vekirin jî, di çav û dilê wan de tunekirin, asîmlekirin, di zimanê me de jî biratî hebû.

Dema Ewrûpiyan soz dan me, di zimanê wan de demokrasî, azadî, wekhevî, dad û dadwerî hebû, di destê me de jî çek-seleh. Ji me xwestin ku em bi rêya siyasî û demokratî mafên xwe bixwazin. Me jî wek wan kir û me xwe bi wan girêda. Em li xwe hay bûn ku em ji çek û şer dûr sekinîne, lê ew li gotinên xwe xwedî derneketin. Em bê çek xistin hêmbêza neyarên me û ji bo berjewendiyên xwe jî her tim çekên xwe firotin me û neyarên me.
Ne rehm ket dilê neyarên me û ne jî Ewrûpiyan çareyek dîtîn ji bo derdê me.
Zarokên me li serê çiyayan bi çekên kîmyewî qeliyan û di sênîkên zêrîn de ji bo xwedayan hatin serwîskirin.

Dema AKP hat, di zimanê wan de muslimantî û biratiyeke olî, di dilê me de jî dilsozî hebû. Bi muslimantî û biratiyeke derewîn em xapandin, bi destên xwe yên qirêj û gemarî mejiyê me yê pak û paqij lewitandin. Dema em li xwe hay bûn jî, di zimanê wan de terorîst, ateîst-xwedênenas, di dilê me de jî muslimantî hebû.

Wek tûpişkê ku herçar alî ji êgir dorpêçkirî li me hat. 
An em ê bi xwe vedin û xwe ji xwe, xwe ji dinyayê, dinyayê ji xwe xelas bikin, an jî em ê xwe û neyarên xwe di nav wî agirî de bişewitînin.

Dijminê me yê herî mezin ne Tirk, ne Ereb, ne jî Faris in. 
Dijminê me yê herî mezin cehalet û nezanî ye. 
Divê em şerê mezin bi xwe re, bi cehalet û nezaniya xwe re bikin.
An em ê bixwînin û xwe nas bikin, an em ê bixwînin û xwe nas bikin. Wekî din tu rêya din tune ye.


Têbinî:
Serok û rêberên em bi serê wan sûnd dixwin, bi qasî gavanekî Kurd jî netewî nanêre-nafikire, mixabin.

27 Kasım 2017 Pazartesi

Tecrûbeya Min a Ewil a Tucarî

Rehmetiyê bavê min hîç li xwe danetianî zarokên xwe bixebitîne.
Li gorî fikir û nêrîna wî ya civakî pir şerm bû em zarokên wî li ber destê hosteyekî bixebitiyana. 
Cemîlê Hecî Hisênê Îsa bû û bi nav û dengê xwe, bi mêr û mêrxasiya xwe li mintiqê dengê wî olan dida; şûr simbêlê wî nedibirî.
Bi gotina wî,
Ji bavê kê zêde bû li ber wî bigota ez mêr im.
Di ferhenga wî de tirs ji xwe ditirsiya û tenê tirsê zanîbû tirs çi ye.

Rojekê li nav çarşiyê teqîn çêdibe û ew jî li qahweya ku jê re dibêjin loqalê rûniştiye. 
Li derve vize viza guleyan e, her kes xwe ji ber xezeba guleyan diparêze; ji ber nav û esaleta xwe fedî dike wek hevalên xwe ew jî xwe ji ber guleyan bide alî. 
Li gorî gotina wî, wê şevê zilaman ji tirsa guleyan xwe di bin maseya ew li ser rûniştî veşartibûn.
Wê şevê piştî derdor aram dibe û her kes li mala xwe vedigere, ew jî tê malê û ji Seadetê re anku ji dêya min re dibêje, "Heyfa navê mêran li ser zilaman..."
Li gorî nêrîna wî, helwesta zilamên xwe ji ber guleyan vedişartin, şaş bû.
Erê bi serê min û we, ew bavêkî weha bû û ez lawê wî yê ewil.
Zêdê pir zêde bi ser min de bû. 
Çavên wî bar nedibûn li min binêre; ewqasî yanî. 
De îja hûn bifikirin bê bi çi xezebê ji min hez dikir.
Li gorî nêrîna vî xweşmêrî diviya bû kesî zarokên wî li çarşiyê kar dikin nedîta.Tew îja boyaxa qunderan an jî ereboka destan...
Hevalên me yên zarok, hin ji wan xwedan sindoqeke boyaxê bûn, hin ji wan jî xwedan erebok. 
Bi me wek kêfekê dihat. 
Lê ne rojekê hişt em bi sindoqeke boyaxê şad bibin, ne jî hişt em fêkî û zebzeyên ciwanik an ciwamêrekî têxin ereboka xwe û bibin malên wan...
Tew kula herî mezin tatlî û gerandina tatliyan bû.
Hevalên me şemî û yekşeman ji bo xercana xwe ya dibistanê serê sibehan tatlî digerandin. 
Em di ber bavê xwe de reş û şîn dibûn, nedihişt em tatliyan bigerînin.
Rojekê ji rojan bêyî ku ez destûrê jê bixwazim ber destê sibehê berî mele bibêje "Alah û Ekbermin ji mitbexê rahişt firaxekê û ketim kezeba rê. 
Ez gîhaştim mala Gulê, min dît hevalên min berî min ketine dora xwe ya tatliyan. 
Min jî xwe da bende dora xwe.
Bêhna şerbet û qetreya tatliyan hiş ji serê meriv dibir.
Ya rast, a me zarokan, ji tucariyê bêtir ji çilekiyan bû. 
Xaltîka Gulê her ji deh tatliyan yek xwarina me dida me. 
Te pêncî tatlî rakira, pênc para te ya xwarinê bû; sed rakira, deh...
Û Gulê, xaltîka Gulê. 
Jineke rûken, delal û têra xwe jêhatî...
Li taxa me kesê ku Gulê nas nekira tune bû. 
Gulêya tatlîcî...
Axir, em zarok li ser tutukan li dora wê niqreya ku tatlî tê de dipijiyan rûniştî li bende xwe û tatliyên xwe ne. 
Piştî kêliyekê tatliyên me pijiyan; bi germî me li ser siniyên xwe kirin û me berî da malê.
Ku ez gîhaştim malê hîn nuh mele azan dida. rehmetî di xew de bû.
Dêya min bi hatina min re şiyar bû. 
Siniya min a tatliyan danî ciyekî ewle û ji min re got, "Here ji xwe re rakeve, bi hilatina rojê re derkeve tatliyên xwe bifiroşe." 
Ez çûm min serî avêt xewê. 
Û piştî çend seetan ez rabûm, da derkevim piyasê tatliyên xwe bifiroşim.
Dêya min sêniya min anî, got, "Bavê te deh tatlî ji zarokan re hilanîne." Pereyên deh tatliyan jî xist bêrîka min û got, "De oxir be."
Bavê min ew tatlî ji zarokan re veqetandibû, da karê min zû biqede. 
Ji zarokan bêtir li min fikirîbû.
Rehma Xwedê lê be!
Erê weleh min siniya xwe ya tatliyan danî ser serê xwe û xwe bera sikak û kolanên Qoserê da.
Lê çi fêde...
Mîna Şener Şen ku di fîlmê "Zugurt Aga" de dema gund firot, li qûn rûnişt û ji mecbûrî dest bi firotina zebze kir û fedî dikir bang bike, li min jî wer hat. 
Ji qûna min nedihat ez bibêjim, "Tatlî... Tatlî... Werin tatliyan..."
Min û tatliyên xwe ro li xwe anî nîvro û taliya talî min tatliyên xwe giş firotin û min berî da malê.
Ez hatim malê ku hesabê xwe bikim, da kar û xisarê ji hev derxim. 
Heqê panzdeh tatliyan li min kêm ket.
Zarokên Qezê şeytan bûn, tu nabêjî kê yek kiriye yekî jî ji paş ve yek-dudu dizî ye.
Rehmetî ji xêndî heqê wan deh tatliyan, heqê wan panzdehan jî da min û ew roj bû roja min a ewil û dawîn a firotina tatliyan.
Hesabê malê û sûkê li hev derneket û jiyana min a tucarî berî dest pê bike qediya.

25 Kasım 2017 Cumartesi

Cizba Bîra û Mûlida Kurmancî

Du meleyên Bismilî tayina wan derdikeve Tokatê.
Her du mele jî girêdayî Diyanetê ne anku karmendên-memûrên dewletê ne.
Eşref jî xortekî Bismilî ye, li Tokatê zanîngehê dixwîne.
Her sê welatî li Tokatê hevdu nas dikin û di navbera wan de destbirakiyek dest pê dike.
Şevekê her du mele ji acizî bi raterqa hev dikevin û berî didin mala Eşref.
Eşref jî Eşref e yanî; şeytan ji ber fiquriya wî berê xwe daye paş çiyayê Qaf.
Têra xwe fiqur, têra xwe melhûn, têra xwe mûdî û bêhawe...
Eşref mîna kevaniyeke ji wan kevaniyên Kurdan ên zemanê bav û kalan, pêşmala xwe li nava xwe digerîne û dikeve mitbexê. Ji her du mêvanên xwe yên îmana wan ji fîstanê li ser wan pak û paqijtir re mirîşkekê hûrhûrî dike, diavê binê beroşê; xweş dikelîne û dû re radiqelîne û bi ava goştê wê mirîşkê jî savareke mêrdînkî pê dadike. Li ber jî zeleteyek û sulhiyeke dew...
Heta her du meleyên me destmêj digirin û nimêj dikin, Eşrefê me li odeya lê rûdinin sifreya xwe radixe û şîva xwe datîne.
Eşref û mêvanên xwe dixirpişin ser şîvê, zikê xwe didin ber savar û goştê mirîşkê; têr dixwin.
Mêvanên wî li ser wê savar û wê mirîşkê qedeheke dew jî li eniya xwe dixin û bi qûnkişkê paşpaşîko ji sifreyê vedikişin, diherin pişta xwe didin bahlîfên xwe.
"Eşrefê hêja, destê te sax be. Xwedê bi ber destê miriyan gihîne. Pir xweş çêbûbû."
"Erê bi Xwedê, ji jinekê xweştir çêkiribû, zalimo! Ji mêj de ye min şîveke weha bi tahm nexwaribû."
Her du mele bi dor a dilê xwe dibêjin û dilê Eşref şad dikin.
"Ez xulamê seydayên xwe me. Ez gelekî şad im ku ji we hêjayan re xizmetê dikim" dibêje û sifreya xwe radike, Eşref.
Axir, piştî şîvê çaya xwe vedixwin, civata xwe digerînin, dibe dereng.
Eşref destûrê ji wan dixwaze ku wan li malê bihêle û ew here mala hevalekî xwe.
Her du mêvan li hev dinêrin, wek ku ji hevdu re bibêjin, "Ev ji ku derket?"
Eşref dibêje, "Seydayên min, ez her şev bîra vedixwim. Heta ez bîra venexwim xewa min nayê. Lê li hizûra du şexsiyetên wek we îmana wan temam bêhurmetî ye; loma jî hûn li vir bin, ez ê herim."
Her du mêvan li çavên hevdu dinêrin, kêliyekê nizanin ew ê ji hev re çi bibêjin.
Piştî wê bêdengiya bi qasî bêhnekê, yek ji meleyên me dibêje, "Na heyran, nere, tu yê ji bo me çima şerpeze bibî. Em ne xerîb in. Emrê me ji Xwedê re. Here bîrayên xwe bikire bîne û vexwe."
Li ser gotina wan, Eşrefê me dizîvire; ku pişta wî dikeve wan, bi awayekî mizawirî di bin simbêlan de dikene. Û derdikeve derve.
Piştî nîvseetekê kîsikekî naylon î reş, çend şûşe bîra di binî de dikeve hundir ,Eşrefê me.
Dihere li hember mêvanên xwe, eniya xwe dide eniya wan û rûdine.
Şûşeyekê ji xwe re vedike, du şûşeyan jî ji wan re vedike û dibe datîne ber wan.
Her du meleyên me şaş û metelmayî li hevdu dinêrin. Wek ku ji xwe re bibêjin, "A ev ji me kêm bû"
Eşref li rewşa wan dinêre, zane mejiyê wan li bin guhê hev ket.
Dibêje, "Ez xulamê we me, şaş fêhm nekin. Jahrtêketa bîrayê bi tenê nayê vexwarin. Xwe bi xwe meriv vedixwe wek şeytan bi meriv bikene, ne xweş e. Bila li ber we be ji bo ez li cem xwe wer his bikim ku em bi civatî vedixwin.
Her du mêvan dengê xwe nakin.
Eşrefê me vedixwe û her du meleyên me jî bi dilbijandinekê lê dinêrin.
Piştî demekê, her du meleyên me li Eşref dinêrin, li şûşeyên ber xwe dinêrin, nikarin bi xwe û ji hev re dibêjin bi gulpekê du gulpan dinya xera nabe û radihêjin şûşeyên ber xwe.
Gulpek...
Du gulp...
Sê gulp...
Mazûvan û mêvan bi hev re şûşeyên xwe diqedînin û dest bi şûşeyên duda dikin.
Ku şûşeyên duda xelas dibe, Eşref ji mêvanên xwe daxwaz dike mûlida Kurmancî bixwînin.
Serî li her du meleyên me germ bûye.
Û yek ji wan dest bi mûlidê dike û direqînê û Eşref û meleyê din jî davên ber hevalê xwe û xwe li ber dihejînin.
Û cizb dest pê dike.
Her cara ku tê ciyê nakaratê, her sê bi hev re dibêjin,
-Esselaaat û esselaaam, esselaaat û esselaaam, eleyke ya resûlelah
-Esselaaat û esselaaam, esselaaat û esselaaam, eleyke ya resûlelah
Û şûşeyên xwe li hev dixin û noş dikin.
Mazûvan û her du mêvan heta dudê şevê vedixwin.
Piştî demekê her yek li ciyê xwe di xew re dihere.
Dibe sibe ku Eşref şiyar dibe, çi bibîne? Her du meleyan xwe li nava hev pêçane û xurexura wan e.
Eşref hêdîka radibe ser xwe dihere tuwaletê dimîze.
Ku vedigere odeyê lê dinêre her du mêvan şiyar bûne.
Eşref di nig de vedigere, derbasî mitbexê dibe da ji mêvanên xwe re taştê hazir bike.
Piştî çend deqeyekî sênîka taştê di dest de ku vedigere odeyê, lê dinêre pêjn û berateya her du meleyan nexuya ye; revîrevî reviyane...



Sosreta NivîskEran

"Min xiyarAN xwar-xwarin"
"Te xiyarAN xwar-xwarin"
"Wî xiyarAN xwar-xwarin"
"Me xiyarAN xwar-xwarin"
"We xiyarAN xwar-xwarin"
"Wan xiyarAN xwar-xwarin"
De îja gelek kitêbên nivîskErên me bi vê sosretê çap bûne.
NivîskErên bi vê sosretê nivîskariyê dikin û edîtorên di ser vê çewtî-şaşî-sosretê re gav dikin, heqê we, meriv rûpelên wan kitêban rûpel bi rûpel bipêçe-bike kovik û têxe qûna we.
Û hew!

Min ji vê gazinê ev encam derxist

1-Xaltîka me Hamiyet ji Kurdên ku Kurdî baş zanin û hewl didin rastnivîsa Kurdî-bikaranîna Kurdî li nav Kurdan belav bikin, pir aciz e.
2-Xaltîka me Hamiyet dide zanîn ku Kurdî malê Kurdan e anku Kurdî made în Kurd e. (Mala wê ava be. Me jî digot belkî Kurdî zimanekî parzemîna Awûsturalyayê ye û tenê qebîleya Aborjînan pê dipeyive)
3-Xaltîka me Hamiyet dixwaze bibêje, "Em çawa dipeyivin-çawa dinivîsin çi bi serê we ketiye?" (Mafê her kesî heye di şûna "tu"yê de "te" di şûna "ew"ê de "we" di şûna "xiyar" de "xiyaran" û di şûna "ker" de "keran" binivîse-bi kar bîne. Jixwe armanc jî kertî ye. Em Kurd in, ne medenî ne. Kî çi deyne ber me, bê lêpirsîn em ê bixwin)
4-Xaltîka me Hamiyet dibêje, "Here were Kurdî ye. We dinya xera kir. Ma we dîdiye me di Tirkî-Erebî-Frisî de zimanekî weha li gorî we şaş-çewt bi kar aniye?" (Jixwe Kurd bi Kurdî nizanin, em rast binivîsin çi ye, em şaş binivîsin çi ye?)
5-Xaltîka me Hamiyet bi dengê binhişiya xwe dibêje, "Mesele têgîhiştin e, mesele fêhmkirin e. Piştî ku kê xwestiye çi bibêje hat fêhmkirin, hewce nake meriv serê xwe bi rêzimana Kurdî re biêşîne.
6-Şeş, navê Xwedê û Pêxember û Hamiyet xweş!
Têbinî:
Xaltîka me Hamiyet berpirsa Basnewsê ye ku ez ne şaş bim Basnews heftenameyeke Kurdî tê hesab, herçend beşeke xwe yî bi Tirkî jî hebe.
De îja werin safî bikin.
Ev jî berpirs merpirsên dezge mezge-sazî maziyên Kurdî ne.
Ax zimano, wax zimano!
Gunehê te çi bû tu bûyî zimanê vî qewmî, zimano?

Hîn zêdetir b

23 Kasım 2017 Perşembe

Xezeba Mîzê

Heqê min, ez anuha rabim kîrê xwe di ber de jêkim û xwe jê xelas bikim.
Tam di çilê xewê de (kêliya xewa herî şêrîn) radibe serî radike, zixta li min dide da ez bi serî bigirim û wî bibim tuwaletê çend niqut mîz jê berdim.
Ez ranebim nabe, nahêle xew têkeve çavê min...
Ez rabim nabe, xew li min diherime.
Derdê bê derman e.
Heger min zanîbûya ez ê bi zimanê xwe karibim wê zewqa îlahî bistînim, bi telaq min ê îşev di ber de jêkira, nedihişt sibê.
Îja heyran,
zewqa ew janpêneket û zewqa ziman didin ne yek in.
Rast e,
ziman jî diedilîne, lê janpêneketo yeman e; him xwediyê xwe, him jî xwediyên xwediyê xwe bi cizbê dixe.
Ya din jî,
jixwe êdî ez bi tenê ne erkdar im ku li ser wî biryar miryaran bidim. Qasî min heqê hin xaniman jî heye...
Çi bikim?
Ez mecbûrê te me, janpêneketo.
Yan na,
heqê te meriv te di binê quzekî genî de veşarta...
Îja ne li ber te, ez li ber xwe dikevim
û dilê min bi wan quzên belengaz û stuxwar dişewite.

21 Kasım 2017 Salı

Meqap

Xalê Nisret û hevalê xwe yê salan Sofî Remo li dikanê rûniştine.
Xalê Nisret bi salan e li sûka şewitî solan difiroşe. 
Nasnavê wî Nisretê Meqapçî ye.
Çaya wan li ber wan, ji xwe re qala berê dikin. 
Telefona Xalê Nisret dike zingînî û dengê wê olan dide. 
Xalê Nisret ji ser kursîka xwe ya biçûk radibe û ber bi telefonê ve dihere.
Piştî lêdana sê-çar dengan xwe digihîne ser û radihêjê.
-Elo! Kerem bike...
-Nisretê Meqapçî tu yî?
-Erê, ez im. Tu kî yî?
-Ez berpirsê ERNKyê Doktor Fûad.
-Te got çi? Doktor?
-Erê, ez Doktor Fûad.
-Li ser her du çavên min, Doktor beg. Emir bike, lê te got kîjan xestexane, min fêhm nekir.
-Ne wexta qerf û henekan e. Ez Doktor Fûad, qûmandanê partiyê. Sîh û heft cot meqap têxe kîsekî, piştî seeteke din ew ê yek were navê min bide; tu yê bidî wî. Te fêhm kir?
-Baş, li ser çavan. Lê bila jimarên wan çi bin, heval Doktor beg?
-Deh cot: 42, deh cot: 43, pênc cot:44, duwazdeh cot jî: 46...
-Weheww! Ez ê 46an ji ku bînim malnexerab? Em solan nafiroşin hûtan.
-Zêde dirêj meke. Telefonên me tên guhdarîkirin. Haa berî ji bîr bikim, weleh tenê cotek jî sixte derkeve, ez ê kefenê te ji meqaban çêbikim.
Û telefonê li ser çavê Xalê Nisret digire.
Xalê Nisret kejika stuyê xwe xurand hat li ser kursîka xwe li cem hevalê xwe rûnişt û bû pinepina wî.
Sofî Remo lê dinêre rewşa wî nebaş e.
-Xêr e, Nisret? Kî bû? Çi dixwestin?
-Kuro! Ma ez ji ku zanim. Got ez Doktor Fûad qumandanê partiyê me. Sîh û heft cot meqap ji min xwest. 
-Wehew! Bi telaq xuya ye wê îşev bigirin ser qereqola bajêr.
-Sofî, hela her tişt temam, ez ê solên 46 nimro ji ku peyda bikim, heyran? Ma febrîqa meqaban li ser navê dêya min ne tapokiriye. La hewle wela!
-Te got 46?
-Erê kuro. Û ne yek û dudu jî, tam duwazdeh cot...
-Bi telaq ev ne însan in; ev hût in hût.
-Na loo! Bela hingî li çiyê dimeşin, nigên wan mezin dibin, dibin wek hûtan.
-Himm! Erê weleh te rast got. Kesên bi basketbolê dilîzin jî bejna wan dirêj dibe.
-Bes yên di bin şelwer de derpîkê kin li xwe nakin, çiyê wan dirêj dibe, Sofî?
Û dibe hakehaka wan.
Xalê Nisret destûrê ji hevalê xwe dixwaze û ber bi refên solan ve dihere.
42, 43, 44an safî dike, lê 46 tune ye. Ref mefên dikanê tîne xwarê lê nabîne. Di şûna 46an 45an hazir dike.
Piştî nîvseeteke din xortek tê li devê deriyê dikanê disekine û silavê dide.
Li hal û ehwalên hev dipirsin û bi hev re derbasî dikanê dibin.
Xalê Nisret yek bi yek hemû solan dijmêre, dixe kîsekî û dide destê wî xortî. 
Xort kîs diavêje nav piyê xwe û xwe hazir dike here, Xalê Nisret dibêje, "Pere!"
Xort kîsê li nav pişta xwe datîne erdê û tûj tûj lê dinêre.
-Çi pere? 
-Heqê solan!
-Ev cirma te ye? 
-Çi cirm?
-Yanî çawa dewlet vergiyê ji we distîne û hûn wek berxikan didin, ev jî cirm e û partiyê li we biriye. Heger hûn wek berxikan nedin jî, em ê wek ker û kahrikan ji we bistînin.
-Yaw wer mekin. Ne yek, ne dudu; tam sîh û heft sol û meqap û hur orjînal. Ez şeş mehan bifiroşim, xisara min dernakeve, ezxulam!
-Di ber azadî û serxwebûna axa xwe de hinek canê xwe didin, hinek jî malê xwe. De va ye ez çûm. Û tu jî, karibe bi zimanê xwe. Em li jêr û li jor in; her tiştî dibihîzin.
Xort radihêje kîsê xwe yê solan, davê nav pişta xwe û lê dixe dihere. 
Xalê Nisret jî lê dinêre peyv derew e, deng nake û difiskirîne tê li kêleka hevalê xwe rûdine.
Sofî li hevalê xwe yê şoreşger û malfedayiyê welatê xwe dinêre, di bin simbêla de dikene. 
-Kuro Nisret, bi telaq Kurdistan rizgar bibe, heval ê li orta sûkê peykerê te bi meqaban lêkin.
                               ***
Axir, wext derbas dibe, dem diguhere, ji rojan rojekê, ji qereqolê bang Xalê Nisret dikin.
Xalê Nisret, dikana xwe digire û dihere qereqolê.
Li devê qereqolê polîs wî disekinîne.
-Xêr e? 
-Weleh xêr e, nexêr e, ez jî nizanim. We şand pey min, ez jî hatim...
Polîs bi wî re derbasî hundir dibe, wî dibe oda qomsêr.
Qomsêr li ser kursiya xwe rûniştiye bi ewraqina mijûl e.
Bi ketina hundir re qomsêr serê xwe ji ser ewraqan radike li hêla Xalê Nisret dinêre.
-Tu kî yî?
-Ez ez Nisret... Nisret Ozturk.
-Ooo! Nisret Ozturk. Qey tu ji paşnavê xwe jî şerm nakî, hey xayin!
Çong li Xalê Nisret sist dibin. Nizane wê çi bibêje.
-Efendim!
-Ez rabim ez ê di efendim nim haa! Terorîstê xayin! Naxwe desteka lojîstîk tu didî wan terorîstên bolucî, hi ii!
-Çi çi çi? Jofîstik çi ye efendim?
-Jofîstik navê şandina meqabên çiyê ne, Nisret efendî. Meqap meqap...
Xalê Nisret ji ber wan meqaban şazdeh salan di hefsê de dimîne.
Pişt lê kûz, rehên stu lê bel dibin, dibe mîna kerengekî kelandî, di nav wan çar dîwaran de.
Çawa ji hefsê derdikeve, li welêt nasekine, berê xwe dide Stenbolê.
Xalê Nisretê ku ji ber meqabên hur orjînal şazdeh salan ceza xwar, nuha li Emînonuya Stenbolê fanêre û tîşortên lakoste yên sixte difiroşe.



Belawelabûn

Ev serê panzdeh rojan e min lêvên xanimekê tahm nekiriye.
Ez bi xwe zanim, wexta bi ser panzdeh rojan dikeve, wek tirimbêla bêbenzîn li min tê; sar, bêdeng, cirnexweş, hêrsokî, agresîf û aciz…
Û deng û pêjna kesekê jî nedihat.
Min berê xwe da mesincerê(Messenger), min got hela ka bê silavek-kelamek ji xanimekê tune ye. Min li deriyê mesengerê kir gurmînî; çend peyam hatibûn, lê ji navên wan xeyal tevizîn, hêvî şikest.
Ji ber ku ji peyamên hatibûn navekî mê tune bû, min jî eletexmîn ji yekê dest pê kir.
Ferîd Mîtanî, Sernivîserê Buyerpressê peyv bi peyv weha nivîsiye:
”Seyda, bila hemî demên we xweş bin!”
Ji mêj de ye ji meseleya ”we-hûn”ê aciz im.
Ew ciwanik-ciwamêrên ji bo qîmet-xatir-hurmetê ji dêvla “te-tu”yê “we-hûn” bi kar tînin, bi mentiqa zimanekî din qîmet-xatir-hurmetê didin kesên li hember xwe, lê berevacî vê, zimanê xwe jî bê qîmet, bê xatir, bê hurmet dikin.
Axir, ez vegerim ser mijara xwe û Ferîd.
Nuha Ferîd ê bibêje, “Meriv ji Ereban re nebêje merheba”
Lê ez ne Ereb im.
Belê, Ferîd piştî wê silav û demxweşiyê ji min daxwaz kir ku ez ji bo wan nivîsekê binivîsim.
Ez fikirîm û fikirîm û dîsa fikirîm…
Ez bawer im, li ser Ferîd, bibore li ser daxwaza Ferîd ji min daxwaz kiribû, nizanim çend kêliyan fikirîm, lê baş zanim, ez baş fikirîm.
Min got, “Ferîd heyran, ev serê sê-çar mehan e li Mêrdînê me û ji ber mêrdîniyên ne biaqil û ne dîn, ez jî bûme nîv biaqil û nîv dîn. Tevî vê nîvbiaqilî û nîvdînîtiyê ez hin karên biaqilane ji bo biaqilan dikim.
Nuha haziriya kitêba xwe ya nuh dikim.
Her ji çend rojan, bi dor;
ji Lotikxaneyê re dinivîsim,
ji Rîataza re dinivîsim,
ji Rewanbêjê re dinivîsim.
Ka ji birayê xwe re bibêje, ez çi bikim?”
Ferîd sekinî, sekinî, sekinî û gotineke dîrokî kir.
Got, “Seydayê Devliken, hey maşale!”
Ma dibû piştî vê maşaleyê min ji vî xweşmêrî re bigota na?
Jixwe min jî negot na.
Lê min ê çi binivîsiya?
Haa! Berî jibîrkirinekê, ciwamêr şertek jî da ber min. Lazim bû gotinên nivîsê ne kêmî şesedî û ne jî zêdeyî hefsedî bûna.
Ma nizam, ev gotinên li jor min kirin jî dihesibin?
La hewle wela!
Meriv ji yekî bêsînor daxwaza bi şesed-hefsed gotinî hûnandina mijarekê bike.
Îja carinan mijar ji mijarê dizê.
De ka ez bi mijarekê xwe li nav mijaran biqewimînim.

Bismilahûrehmanûrehîm!

Mijar Yek:
Xwendin baş e, lê divê meriv ji xwendina xwe fêhm bike.
Xwendina ku tesîrê li dilê te, li hestên te, li nêrîna te, li kesayet û helwesta te neke, ew xwendin ne xwendin e, himaltiyeke beradayî û quretiyeke megalomanî ye.
Û mixabin, pirê “zane”yên me tenê dixwînin; dil, hest, nêrîn, kesayet û helwest bi ber bayê xwendinê-zanînê nakevin.
Û çi tê serê vî miletî, ji ber van xwendeyên nexwende tê serê vî miletî.
Divê sîstem an civak an desthilatî ne robotan, însanan biafirînin.
Bawer im, ji ber kontrola robotan ê di destê meriv de be, heger meriv bixwaze robot jî kare ji van xwendeyên nexwende baştir bin.

Mijar Dudu:
Xwezî her kesî karê xwe bikira.
Wek nimûne:
şivanan şivantî,
gavanan gavantî,
muxtaran muxtarî,
hunermendan hunermendî,
nivîskaran nivîskarî,
siyasetmedaran siyasetmedarî,
jinan jintî,
mêran mêrtî bikiraya.
Û serê civakê bi kultureke bermeqlûb tev li hev nebûya.

Mijar Sisê:
Kes qasî Kurdan pesnê xwe nade, lê Kurd hîn nebûne Kurd.
Kurdî behr e, lê Kurd nebûne masî.
Du Kurd bi hev re bi Kurdî dipeyivin, lê wexta dibin sisê, çar, pênc, bi zimanê dagirkerî ji hevdu fêhm dikin.
Û bi wî zimanî jî dîsa propagandaya Kurdayetiyê dikin.
Kurdî…
Kurd…
Kur…
Ku…
K…

Mijar Çar:
Kesên durist û dilsoz ji desthilatdariyê pirrrr dûr in.
Û heta durist-dilsoz neyên ser text, Kurd nabin xwedî bext.
Û bext jî nebe, text textik e.
Û textik jî ji bo çend kurtêl nan tim di firneyan de dişewitin.
Bext…
Text…
Textik…

Mijar Pênc:
Îmaj û terza min.
Her ji du-sê rojan carekê ez porê serê xwe didim ber jilêt û gwîzanê.
Ez nahêlim tayên por serê xwe rakin.
Serîhildana por, ez bi terzeke stalînîst û bi hişmendiyeke hîtlervarî têk dibim.
Lê hêdî hêdî zivistan tê û di serma û seqemê de serê rût û zelût ne karê aqil e.
Lê dil heye li hember serma û seqemê bi serê rût û zelût serî hilde.
Berxwedan,
serhildan jiyan e hey hey,
serhildan jiyan e…

Mijar Şeş:
Navê Xwedê û pêxember xweş!

Wesiyeta Lenîn û Daxwaza Stalîn

Lenîn li ber sekratê ye, Ruhsitîn li ber serê wî veketiye, di bin simbêlan de dikene.
Lenîn ji xulamê xwe re dibêje, here pêy Stalîn, bila ew lawê min were vir.
Xulamê wî dihere pêy Stalîn, Stalîn wek bayê bezê di hundirê çend deqeyan de tê nig Lenîn.
Wexta Stalîn çav li Lenînê nexweş dikeve kêfa wî tê, di ber xwe de dibêje, "Min kirê ew jî çû!"
Lenîn bi çavan ji Stalîn re dibêje, nêzîk were.
Stalîn tê li ber serê wî rûdine.
Lenîn:
-Kuro Sto, xuya ye vê carê ev bênamûsê Ruhsitîn ê dev ji min bernede.
Stalîn:
-Erê weleh Seyda, heşayî te, xuya ye vê carê te pê girtiye!
Ruhsitîn di bin simbêlan de dike xirexir dikene.
Êdî zimanê Lenîn bi zorê digere.
Lenîn:
-Piştî ez bimirim gelo kî were şûna min ji bo xelkê baş e?
Stalîn:
-Ez! Ma ji min çêtir kes heye, Seyda?
Lenîn:
-Le ku xelk li pêy te neyê?
Stalîn:
-Heger li pêy min neyê, wê li pêy te herin...

Helwesta Rewşenbîrî

Teorîsyenê hunerê û nivîskarê Polonyayî Wladyslaw Strzemînskî, kesekî hêja û xwedan vîzyon bûye.
Di şerê cîhanê de pê û piyekî wî anku dest û nigekî wî jêdibin.
Piştî şerî, li Polonyayê teva hevalên xwe bi navê hunera modern fakulteyekê ava dikin û li wê fakulteyê mamostetiyê dike.
Deshilatî ji wî û xebatên wî aciz dibe.
Li her derê jê re astengiyan derdixin.
Lê hîç wext paş ve gav navêje; her li ser a xwe dimîne û helwesta xwe diparêze. Wî ji kar derdixin, helwesta xwe naguhere.
Nasnameya wî ya hunerî betal dikin, paş ve gav navêje. Tabloyên wî qedexe dikin, li her derê wêneyên li ser dîwaran çêkiriye jêdibin, ji ser a xwe danayê.
Birçî dimîne, keça wî li ber diwaran dimîne, her li ser a xwe dimîne, paş ve gav navêje, helwesta xwe naguhere.
Asoxî, nexweş dikeve, bi weremê dimire, lê wek xwe dimîne.
Wladyslaw Strzemînskî, nimûneyeke baş e ji bo ûjdan û bext û helwesta rewşenbîrî. Berî bimire hevalekî wî yê helbestvan tê serdana wî. Rûdinin, bi hev re qahweyê vedixwin.
Piştî li hal û ehwalên hev dipirsin, hevalê wî bi dilbijandinekê lê dinêre. Dibişire dibêje, "Wladyslaw, tu zanî, carina wexta te tînim bîra xwe, ez pir ji te dihesidim. Dinya guherî, huner guherî, hunerê çend caran xwe nuh kir, di hundirê xwe de gelek ceribandin kir, lê tu her wek xwe mayî, tu hîç nehatî guhertin. Dilê xwe dibijînim te û helwesta te, ez ji te dihesidim."
Erê, heger hesûdî hebe, divê ji bo xusûsiyetên-taybetmendiyên weha hebe. Pêdiviya axa min, pêdiviya rewşenbîr û hunermendên min ên li ser vê axê dijîn bi şexsiyetên mîna vî şexsiyetî heye.
Rewşenbîr û hunermendên filan partiyê...
Rewşenbîr û hunermendên filan serokî...
Rewşenbîr û hunermendên vê îdeolojiyê...
Rewşenbîr û hunermendên vê baweriyê...
Rewşenbîr rewşenbîr e, hunermend hunermend e.
Dev ji qûnalêsiya text mextan û bêbextan berdin.
Bila seleha we, qelema we be.
Bila seleha we ûjdanê we be.
Bila seleha we bextê we be.
Bila seleha we helwesta we be. Û li ser heq bin, li cem heq bin.

20 Kasım 2017 Pazartesi

Em ê Kengî Bibin Em?

Sosyolog Îsmaîl Beşikçî gotiye, “Divê her Kurd mala xwe bike dibistana Kurdî û bi Kurdî bixemilîne.”
Bêguman birêz Beşikçî wek dilêşekî Kurdan bi Tirkî di konferansekê de weha dibêje.
Ez ne li wir bûm, lê li gorî agahiyên hatin guhê min, du hezar kes anku du hezar Kurd li wê konferansê amade bûne û li birêz Beşikçî guhdarî kirine.
Di nav wan du hezar kesan de anku di nav wan du hezar Kurdan de ilhez Kurdîzan jî hebûne; ka çiqas ji wan Kurdîzan bûn ez nizanim, lê ilhez nuha girseyeke mezin hebûye.
Mala birêz Beşikçî ava be ku pirê caran dilêşiya wî bûye sedema Kurd bi Kurdîbûna xwe bihisin.
Lê jixwe wek zanistekî-akademisyenekî ev jî karê wî-erka wî ye.
Zanistekî durist-akademisyenekî durist bi nêrîn û fikir û helwesta xwe ya objektîf dibe zanist-akademisyen û xatir û qîmetê wî di nav alemê de çêdibe.
Ji bo karê xwe-erka xwe bi duristî pêk aniye-pêk tîne, em spasiya birêz Beşikçî dikin.
Herweha qasî fêda wî gîhaştiye civaka Kurdan, bi xêra problemên Kurdan jî li derve-hundir qedir û qîmetekî mezin bûye para wî-qismetê wî.
Lê ev jî rastiyek e:
Tespît û analîzên birêz Beşikçî ji tespît û analîzên Kurdekî bêtir balê dikişîne-bêtir bi tesîr e.
Jixwe tespît û analîzên bi zimanê meriv xav in û bi meriv balkêş nayên.
Kurdek pesnê Kurdî bide çawa ye?
Tirk-Ereb-Faris-Îngilizek bide çawa ye?
Bêguman fors û paye û hewa biyaneyekî ku pesnê zimanê meriv bide bêtir e.
Û…
Piştî min got, “û” nuha hûn di ber xwe de dibêjin, “îja çi bû?”
Bise ez qurteke qahwe ji qahweya di vîncana xwe de vexwim, dû re ez ê dewema “û”ya xwe bînim.
Oxx û xweşş!
Tahma vê qahweyê nêzîkî orgazmê bû.
Hahahahaha!
Rebenên ku (bi taybetî jin) hîn orgazm tahm nekiribin ew ê çawa têbigihên ez qala çi tahmê dikim?
Jixwe ji ber pirê me hîn negîhaştine tahma orgazmê, civak tenê bi masturbasyonê bi xwe xweş tîne.
Berî qahweya min sar bibe, ez çend qurtên din vexwim.
Ku qahwe sar dibe, dibe kafirkeratî, nayê vexwarin.
Îmana min ji Icteayê anku aystiyê dihere.
Axir, ez di ku de mabûm?
Min gotibû “û” û ez sekinîbûm.
Na, ez ne sekinîbûm; min qurteke qahwe vexwar ji vîncana ber xwe.
Mesela pirê caran bi zaneyî û qastî ez hin peyvan bi devokî dinivîsim.
Wek nimûne:
Ji dêvla “Min got” dibêjim, “Min go”
Ji dêvla “Nizanim” dibêjim, “Nizam”
Û hwd.
Xortekî ku ew jî rojnamevan e, ji min nîvîsek xwest ji bo hejmareke rojnameyê. Min jî nivîsek jê re nivîsî û di çend ciyan de min çend peyvên weha bi kar anîn. Piştî nivîs çû ber destê wî û redakte kir, li min vegeriya got, “Seyda, min du-sê peyvên te guherîn.” Min got, “Çima?” Got, “Te ji hin peyvan tîp diziye” Min got, “Haya min jê heye.”
Lê herçend devok xweş bin jî, divê di edebiyatê de meriv li standardîzeyê miqate be, ji ber ku pirê ciwanan dixwînin-dişopînin û hewl didin wek meriv binivîsin.
Di heman demê de anku dema birêz Beşikçî li konferansê ji du hezar kes anku ji du hezar Kurd re bi Tirkî qala Kurd-Kurdî-Kurdîtiyê dikir, li devereke din jî li ser “Şivanê Kurmancan” û romana Kurdî konferansek li dar bû û di wê konferansê de tenê du KURD hazir bûne.
Jixwe ji bo meriv xwe Kurd his bike hewce nake meriv bi Kurdî zanibe.
Qahweya binê vîncanê sar bû, lê ez wê jî bi ser xwe dakim.
Oxx û xweşş!
Min ê bigota çi?
Dawiya êş û brînên me nayê.
Meriv nizane ji ku dest pê bike û wê li ku bisekine.
Ez bawer im, ev sembol“∞” ji bo êş û brînên Kurdan xweş rûdine.
Ne dawiya êşên me tê, ne dawiya brînên me…
Û li Kurdistana min zulma Tirk-Ereb-Eceman ne bes bû, ya Xwedê jî bi ser de hat.
Gotineke me yî xweş heye;
“Meriv bê Xweda dibe, bê xwedî nabe”
Xwedî dewlet e û em bê xwedî ne.
Encam:
Kurd hîn nebûne “K”ya Kurdiyê, radibin doza Kurdistanê dikin.


Biqeştin

Min go nizanim ez ji ku dest pê bikim?
Ji tengbûna xeyalan an ji têkçûyîna hêviyan?
Nizanim!
Meriv tenê di xeyalên xwe de azad e.
Û hêvî xeyalan dixemilîne.
Hêvî li ber sekratê ber xwe dide;
xeyal li ser hêviyê li xwe dixe, xwe reş girêdaye...

Em di dem û dewraneke ecêb re derbas dibin.
Destê kê di bêrîka kê de ye yan jî bêrîka kê bi destê kê tije dibe, em zanin-em nizanin.
Ew welatê ku bav û kalên min li ser erda wê ji bo meseleyên beradayî dijminatiya hevdu dikirin, bi dijminatiya dijminên dijminên me û ji bo xezne û gencîneyên bin axa me em bûn çar perçe.
Hinin ji me bûn xulamên îdeolojiyan.
Hinin ji me bûn xulamên sofiyan.
Hinin ji me jî ûjdan û bextê xwe avêtin, dîn bû pere, îman bû pere...

Li Nezanîstanê, nezan aqil difiroşin, li kuçe û kolan û qadên bajaran.
Û bêhna mejiyekî genî difûre ji asîmanê bajaran.
Nezan efendî,
zana kole ne vî zemanî...

Vê netewa belengaz, bi qasî ji destê serokan kişand, ji destê kesî nekişand.
Li ser her perçeyî her serokek bû pêxemberek
û her pêxemberekî jî ji xwe re ometek afirand.
Pêxemberê min...
Pêxemberê te...
Ometa min...
Ometa te...

Li perçeyê bakur ji mêj de ye deng û pêjna Apo nayê.
Deng ji alîgirên wî yên bakur jî nayê.
Piştî şerê hendekan, ew ruhê ”berxwedêr” têk çû û ”berxwedan” tevizî.
Dewlet çar gavekî din bi nav kurdan de çû. Êdî piçekî din efendîtî û dagirkeriya xwe dixe nav çavên me.
Li perçeyê başûr mejî çolbeyar bûye.
Bi stratejîsistî destkevtiyên heyî jî dike ji dest here.
Barzanî dev ji serokatiyê berda.
Go, ”Ez pêşmerge çêbûme, ez ê pêşmerge herim.”
De oxir be!
Lê wek ku ji vê sloganê bêhna tolekê difûre.
Gir û rik ne baş e, lê xuya ye em bibin çi jî, gir û rikê me jî bi me re dibe ew.
Tol!
Tolhilandin!
Tolhilîn!
Tolê ne bi hev hilînin, tolê ji serê xwe yê bêaqil hilînin,
heger hûn bi ser kevin jî serî yê tije aqil bibe.
Axir,
baş e ku Emerîka û Israîl ji bo qûna xwe mabin, nahêlin-ew ê nehêlin Hasil here di Mûsil re derkeve.
Li perçeyê rojava carina roj hiltê, carina dihere ava, lê dîsa herî pir meriv li ber germa roja wê xwe germ his dike.

Min berê jî gotibû û ez ê dîsa bibêjim.
Siyaset karê aqil e û siyasetmedarên Kurd dûrî aqil in.
Bi mentiqeke gundîtî karê bajarvaniyê nabe.
Û serok ne muxtar in.
Herweha qada siyasetê, ne mazata pez û dewêr e.
Bi slogan û quretiyên vala û bi megalomaniyeke ne hêja ye du quriş û nîvan meriv her tim dimîne li pey hevalan.
Du gav pêş de, sê gav paş de, meriv nagihîne mexsedan.

Û mutahîtino!
Bazirganino!
We Kurdistan têra xwe û sed û yek bavên xwe talan kir.
Ji bo kursî û desthilatiya xwe, ji bo qesr û qonaxên xwe, ji bo kêf û zewqa xwe, ji bo konfora xwe û çêlik û çêçikên xwe, li ser xwîn û keda belengazan we têra xwe û sed û yek bavên xwe dizî û dizî û xwar û xwar.
De êdî biqeştin ji bêxîla van belengazan bikevin wîî!

Têbinî:
Ji Kurdan re serokekî bê ol û bê îdeolojî divê...


Derûniya min a vê sibê

Mamoste, wek tu zanî welatê ku şer-şoreş lê hebe, li wir efsane jî pir in. Kî dibihîze li cem xwe jî tiştekî li ser dike û diçe ji hinekî din re dibêje, ew jî li cem xwe li ser dikin ji hinin din re dibêjin û bi vî hawî di demeke ne pir dirêj de yek dibe sed, sed dibe hezar.

Mesela li herêmeke Kurdistanê çîrokeke weha tê gotin, mamoste.
Rojekê ji rojan, di nava sê gerîla û sêsed û sîh û sê eskeran de şerek derdikeve.
Berî bi hev de biteqînin her sê gerîla sê seetan civînekê çêdikin.
Berpirsê komê dibêje, "Kî bê kuştin wê xwerexne bike anku ozeleştiriya xwe bide." û şer dest pê dike.
Ji sibê heta tarî dikeve erdê bênavber dibe reqîna selehan.
Esker giş tên kuştin tenê yek dimîne. Lê di destê wî eskerî de mîtrazor û bi sedan fîşek heye.
Û bi her sê gerîlayên me jî fîşekek.
Berpirsê komê ji her du gerîlayan re dibêje, “Rabin bi dansa gerîlayî serê wî eskerî tevlihev bikin da ku fîşekên wî nemîne.”
Her du gerîla radibin dest bi dansê dikin û ew esker cebilxaneya xwe di wan de vala dike, lê bi ser nakeve.
Piştî fêhm dikin ku esker êdî destvala ye, digirin ser û di kozika wî de dixirpişin ser dilê wî. Berpirs jî tê cem wan.
Rast derew xêr û guneh di stuyê wan de be dibêjin, berpirs bi têlsiza esker li merkezê bi qumandanê elayê re dipeyive jê re dibêje, "Here ji bo meytên eskerên xwe sêsed û sîh û sê metro hizar bikire û bibe cem Xelefê Terzi bila ji wan re bike kefen û were wan li ser pişta hespan bike û bibe" û têlsiza esker li serê wî dixe, ji esker re dibêje "Tu jî siktir bibe here oxlim. Rêz û hurmeta me heye ji qanunên şer û hiqûqa herbê re, em kesên bê seleh nakujin.”

Îja çend pirsên min hene, mamoste. Heger ez nepirsim, ew pirs ê bibin kurd bibore bibin kurm û mejiyê min kurmî bikin.

Mamoste, gelo kî û bi çi mexsedê van efsaneyan belav dikin. Û bi vê pirsê ve girêdayî, medyaya azad heye?

Mamoste, ez zanim pirsên min jî wek serê min belawela ne, lê min nexwest li gorî mijaran pirsan amade bikim û her ji bo mijarekê te aciz bikim. Min xwest di bi carekê hemû pirs û mijaran bi hevdu bidirûm û xwe jî, te jî jê xelas bikim.

Ez dîsa vegerim ser pirsên xwe…

Gelo çima kurd bi yekê têr nabin; jina duda sisiya û carina ya çara tînin, mamoste?
Mesela sê jinên te hebin, di nava rojê de kî çi karî dike û kirina kar ew bi xwe di nav hev de parê dikin an tu biryara kî yê çi karî bike didî?

Gihaya hewşê tahl e. Gelo em karin çi ji vê biwêjê derxin? Gelo ev derew û bêbextiya şivan û gavanan e ji bo pez û dewarên xwe bera nav erd û zad û bexçeyên cîranê xwe bidin an sedemeke din heye?

Gelo tu rewşa edebiyeta kurdî, rewşa nivîskar û stranbêj û helbestvanên kurdî çawa dinirxînî, mamoste?

Mamoste, ez dixwazim em piçekî li ser rewşa muxtariyê bipeyivin, wek cenabê te jî zane ferqa muxtarekî û gavanekî tune bû, lê îro şûr simbêlê muxtaran nabire. Tu karî ji me re bibêjî tesira muxtara ya li ser edebiyatê, hunerê, muzikê, siyasetê çi ye gelo?

Mamoste wek cenabê te jî zanî em Kurd di nav çar dagirkeran de çar perçe, di nav xwe de jî çarde perçe ne. Li gorî bîr û bawerî, zanîn û tecrûbeyên te em ê çawa çarde perçeyan ewil bikin çar dû re wan çaran bikin yekperçe?

Mamoste tu zanî, Kurdî zimanekî balkêş e, dema tu baş bi zimên nizanibî, tevlihevî çêdibe û hin xwelîser ji tevliheviyê hez dikin. Min xwest çi bibêjim yaw? Xuya ye serê min jî tevlihev e. Axir…

Mamoste bi te, demokrasî çi ye? Hin kes dibêjin demokrasî ji medeniyeta Yewnaniyan hatiye û li seranserê dinyayê belav bûye. Hin kes dibêjin, demokrasî zirdereweke rojavayiyan e û pê me rojhilatiyan dixapînin. Hin kes jî dibêjin, demokrasî ji demagojiyê tê, demagolojî jî ji du peyvan pêk hatiye; dev û gû bûye devogûlojî, devûgolojî jî bi demê re veguheriye formeke nuh û bûye demagolojî û herweha ji ber ku ev nav ev têgeh bi kurdî ye, demokrasî jî ji medeniyeta kurdan li seranserê dinyayê belav bûye. Wer tê gotin; xêr û guneh di stuyê wan kesan de be ku serê me tevlihev dikin. Gelo cenabê te bi wê ilm û îrfan û zanyarî û tecrûbeyên xwe di heqê demokrasiyê, dev û gûlojiyê û demagolojiyê de wê ji me re çi bibêje?

Mamoste, ez dixwazim vê pirsê jî ji te bikim û hew. Gelo Kurd stratejîst in an stranbêjîst? Û bi te, em ji xwe hez nakin an dinya ji me hez nake?

De mahdê xwe tirş neke lo; ne du pirs in. Heger “û” tune bûya xebera te bû, lê ji ber ku “û” heye tenê pirsek tê hesibandin.

Aqilê Sivik Barê Giran

“Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir”
Rehma Xwedê li Şivên be! Wî ev stran distira û bi saya serê wî me ji “xwelî”yê hez kir.
Na na, tişt bi Şivên nehatiye, wek qurmekî ye, sipî sax e.
Herçend ne oldar bim jî, di ol û baweriya mislimantiyê de “rehm” li saxan jî dibe, li miriyan jî.
De Xwedê emrekî dirêj bidê, da ku em ji wî dengê wî yê xweş berî mirinekê çend stranên din jî guhdarî bikin.
Lê bi hêviya bêvila xwe nexe nav siyasetê.
Û xwelî!
Meriv baş bi xweliyê bê şuştin, meriv dibe welî.
Lê welî jî wexta ji ser xwe diherin, dîsa taliya wan xwelî ye.
Anku, yan jî bi kurt û kurmancî;
xwelî û welî, wek reş û spî ne; him ji hev cîhê ne, him hevdu temam dikin.

Em Kurd, ji mêj de ye ji rastiyê dûr ketine.
Tenê hêvî û xeyalên me em bi jiyanê ve girêdidan.
Hêvî seqet e nuha.
Xeyal jî bûye leylan û dilerize li ber çavan.
Xwedê ji hêvîşekestan re û ji xeyalfiroşan re nehêle, lê nizanim dengê min ê here wî Xwedayê ku ji mêj de ye ez ji dergeha xwe qewirandime?

Wek pezên gur têkeve nav, Kurd ji hev tîştîşî bûne.
Berê çar perçe bûn, nuha bûne çardeh perçe.
1-Kurdên Kurmanc
2-Kurdên Soran
3-Kurdên Zaza
4-Kurdên Goran
5-Kurdên Apoyî
6-Kurdên Barzanîyî
7-Kurdên Talabanîyî
8-Kurdên Misliman
9-Kurdên Şîa-Alewî-Kakaî-Êzîdî
10-Kurdên Sosyalîst
11-Kurdên Ateîst
12-Kurdên Xwefiroş
13-Kurdên Xayîn
14-Kurdên Quzê Kerê
Le Kurdên Kurd?
Mixabin, ew mirin!
Rehma Xwedayê ku hêviya me heye rojekê were şûna vî Xwedayî li wan be!

Kurd hîna nebûne netew anku milet.
Û ji ber ku nebûne netew jî, zahmet e bibin dewlet.
Û dîsa û,
heger berî bibin netew bibin dewlet, ew dewlet ê jî wek zaroka tu têxî hêlanê û kil bikî, wê tim bi tirs be.
Bi quretiyan, bi megalomantiyan nabe.
Her kes ji bo textê xwe hewl dide.
Û li ser text jî tenê şûna qûna endamên malbatê heye.
Bext bûye text û text jî li nava bêbextan bûye rext.
Kî bi rext be, ew e xwedî text.
Bextê we jî, textê we jî serê we bixwe!

Wexta haya meriv ji meriv tune be û meriv xwe nas nekiribe, meriv dost û dijminê xwe jî ji hevdu nas nake.
Û jixwe em ne xwe nas dikin,, ne jî dost û dijminê xwe ji hevdu nas dikin.
Berjewendiyên şexsî ketine pêşiya berjewendiyên netewî û berjewendperest bûne şivanên vî miletî.
Şivan…
Pez…
Şîr…
Mast…
Penêr…

Weleh heyran, mesele ne meseleya “hesabê malê û sûkê” ye.
Mesele kûr e û dahwe giran e.
Hûn gur in û di eyarê pez de ketine nav pez û rûreşiya herî mezin şivan bi xwe jî gur nas dike.
Kî qehreman e, kî xayîn?
Li gorî dem û dewranê diguhere.
Xayînên îro, qehremanên sibê ne; qehremanên sibê piştî ba û bahozekê dîsa kare vegere ser xayîntiya xwe ya berê.

Referandûm çêbû!
Bi kêf û coşeke mezin…
Kurdên Ewrûpa û metropolên Tirkiyeyê bi al û sloganan xwe li sînorên bêyî îrada me di navbera me û me de lêbûbûn qewimandin.
Wek dawetên berê ku heft roj û heft şevan bi def û zirneyê dikirin kêf û seyran, li welatê me yê hindik mabû bibe welat heft roj û heft şevan bi lîrelîr û sloganan guh ji xwe jî kirin, ji me jî.
Di firehiyê de her kes lawê bavê xwe ye, pêwist e di tengayiyê de meriv karibe bibe lawê xelkê.
Û ew xelk, ez im, tu yî, ew e, em in, hûn in, ew in…

Taliya talî,
ji bo serfiraziya xwe, tenê bibin mirîdê aqilê xwe.
Guh nedin çavnebar, birçî û têrnexwaran.
Bimire zîhniyeta mutahîtî!
Kurdistan di bêrîkên we de hilnayê.
Li ser enerjiya vî miletî mutahîtiyê nekin.
Biqeştin!
Biteqizin!

Bicehemin!

Mejîsistî

Vê sibehê dîsa ez bi xwe hisiyam.
Giregira dengê mîratmaya klîmayê wek giregira dengê aşekî xerabe ye.
Hezar mixabin, xewa me jî asîmle bû wek zimanê me.
Berê, sê mehên havînê em li ser xaniyan radiketin.
Me li stêrkan dinêrî û asîman li xwe dipêça û me xatir ji şevê dixwest.
Nuha klîmayên dagirkerên me bi bayekî asîmlebûyî me di nav çar dîwaran de ditevizînin.
Ziman zuha,
beden hişk,
mejî tevizî,
dil bi brîn,
xeyal belawela…

Hişmendiya miletbûnê ziman e
û dagirkeran zimanê Kurdan li ber çavê Kurdan reş kirine.
Kurd bêyî ku bi zimanê xwe zanibin xwe Kurd his dikin
û bi serbilindî quretiyan dikin.
Û navê vê sendromê jî bûye şoreşgerî, mixabin.

Li vê malê Seadetê berî her kesî şiyar dibe, dû re ez û bi dor yek bi yek ên din…
Ferêt her tim wek çêbûna xwe efara dawî ye. Heta ew şiyar dibe em meseleya taştê safî dikin. 
Mirîşkên Seadetê mîna Seadetê xwe qure û kubar dikin.
Her sibe bi hêkên xwe me bertîl dikin.
Û em jî ji bo xatirê wan hêkên wan ên ekolojîk û organîk çavên xwe ji qûna wan ya mîna qûna Sîbel Canê ku zemanê dansozî dikir dihejand û aqil ji serê me dibir, bi vir de û wê de dihejînin re digirin.

Nezanî ne qebhet e û ne jî qeder e.
Lê ehmeqî qebhet e û wexta meriv di wê ehmeqiyê de israr bike jî dibe qeder.
Wexta em qala girîngiya zimên dikin, nezan guhdarî dikin, li wê nezaniya xwe hay dibin û girîngiyê didin zimanê xwe, lê ehmeq ne weha ne.
Ehmeq, hewl didin bi nimûneyên erzan û pûç û vala zimên li ber çavê meriv bêqîmet bikin.
Wek nimûne dibêjin,
“Cahş jî Kurd in û bi Kurdî zanin. Sîxur jî Kurd in û bi Kurdî zanin. Bêkesayet û bêamûs jî Kurd in û bi Kurdî zanin” û hezar mahne û bahaneyên din.
Lê tiştekî ji bîr dikin.
Di her miletî de çê jî hene, xerab jî hene. Çê û xerab bi hev re bi zimanê wî miletî dipeyivin û wî miletî dikin milet.
Miletek bi zimanê xwe heye.
Miletek bi çi zimanî bipeyive-bijî, navê wî miletî dibe ew ziman.
Hûn jî, çê-xerabên we xwe hînî zimanê xwe bikin, bila hûn bibin milet, dû re hewl bidin xeraban veguherînin çêyan.

Seadetê dîsa çû di ber televizyona xwe ya Kurmancî de rûnişt.
Ew rojevê ji qenalên Kurmancî dişopîne, ez jî rojeva rojevê ji wê dişopînim.
Ez jî rabim serê xwe bişom û dest bi karê xwe bikim.
Tew!
Yê nizanibe jî wê bibêje qey karê vî bajarî gişî ez dikim.
Xeyal karê herî maqûl e.
Û meriv dide pey xeyalên xwe.
Xeyal rêberê meriv ê jînê ye.

Bê xeyal nebînin.

Li Ser Kobaniyê Nirxandineke Kelogirîk

Kobanî!
Kurdistana biçûk!..
Ji çar hêla ve hat dorpêçkirin,
mîna dêya xwe,
mîna Kurdistanê ku ji her çar hêla ve hatiye dorpêçkirin-dagirkirin.
Êş ji ber êşê bi çolê ket.
Ewrekî reş seranserê esîmanê wê dagir kir
û Kobanî bi belengaziya Kobaniyan xwe perçe kir, kevir li ser kevir nema,
kevir bi ser belengazî û stuxwariya wan de giriyan-qîriyan.
Hêsirên keviran têr nekir ku ew kuçe û kolanên Kobaniyê ji xwînê paqij bibe.
Li Kobaniyê kund xeyidîn.
Kundan li ser Kurdan xwe reş girêdan, nexwendin, lal bûn.

Belê, dema meriv Kobaniya Jan Dost dixwîne, dilê meriv bi bindestî û belengaziya me Kurdan dişewite.
Em çiqas guneh in.
Em çiqas ketî ne.
Em çiqas belengaz û bêxwedî ne.
Jan Dost, di berhema “Kobanî”yê de di esasê Kobaniya brîndar de qala Kurdistanê dike.
Malbateke Kobanî, mîna welatê xwe belawela-perçe perçe dibe.
Malbateke ku li ser axa xwe bûye muhacir.
Lawekî xwe qurbanî daye dewleta Sûriyeyê.
Lawekî xwe kiriye pêşmerge.
Lawekî xwe kiriye gerîla.
Keçeke xwe kiriye şervana YPGê.
Keçeke xwe dişîne Penaberistanê
Lawek hunermend û lawek jî bazirgan…
Hemû rengên êşê wek ahengekê di vê êşbaziyê de xwe li nav çavê me dixe.

Berî ev berhem çap bibe, gelek nîqaş li ser hat kirin.
Berî ev berhem were ber destê xwendevanan, xwendevanan erênî-neyînî dest bi nirxandin û rexneyan kirin.
Em Kurd pir ecêb in.
Nizanim ji hesûdiya me ye, yan ji bindestî û belengaziya me ye, tehamula me ji hev re tune ye.
Belkî jî ji tesîra dagirkeran e.
Dema dijminên meriv ji meriv nezantir û ehmeqtir bin, meriv jî kêm-zêde bi terza wan tevdigere.
Herçend bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi nirx û adet û kevneşopiyên xwe em xwedan dîrokeke qedîm bin jî, ji nezaniya ji ber nezaniya dagirkeran em ji xwe bi dûr ketine.
Em nizanin ji hevdu hez bikin, em nikarin ji tiştên-kesên ji xwe cuda hez bikin.
Fikra wî…
Nêrîna wî…
Tercîhên wî…
Jiyîna wî…
Îdeolojiya wî…
Wî… wî… wî…

Min Kobanî xwend.
Hefteya ewil piştî danasîna kitêbê ya li Stenbolê min xwend.
Û min jê hez kir.
Lê min xwe kerr kir.
Min go, hela ka bê çi dixan û hicac radibe li pey xwendina wê.
Berî xwendinê xwendevanên nexwendî bûbûn du grûp;
Kobanîparêz
Kobanîpirêz
Biborın, Janhez û Janneehez…
Nizanim Jan berê apocî bû, nuha barzanîcî ye.
Nizanim Jan doh li ser şervanên ji bo Kobaniyê şer dikirin xeber-çêr dida, îro li ser Kobaniyê roman nivîsiye.
Nizanim Jan bi zimanê xwe jan e, lê bi dilê xwe ne jan e…
Heyran, em ne mecbûr in ji Jan hez bikin. Û Jan jî ne mecbûr a dilê me bibêje-bike
û herweha ne mecbûr e ziman û dil bike yek jî.
Kesayeta Jan çi dibe bila bibe, me eleqedar jî nake. (Ez karim li ser navê xwe bibêjim. Ji ber ku ji xêndî roja danasîna kitêba wî me hevdu nedîtiye. Û belkî em hew jî hevdu bibînin. Loma jî Jan baş an xerab min eleqedar nake. Başiya wî jî, xerabiya wî jî ji wî re ye.)
Ji bo min berhem girîng e. Û ez ê bi Jan re mahrê jî çênekim. (Baş e ku heteroseksuel im, yan na ji vê gotinê Kurd karin hezar pîneyî bi min ve bizeliqînin. Ne bext maye ne jî text)

Kobanî, berhema êşê ye.
Kobanî berhema belengazî û stuxwariya Kurdan e.
Jan, bi Kurdiyeke xweş, bi Kurdiyeke herikbar, bi hevokên nerm û henûn ev berhem nivîsiye û diyarî wêjeya Kurdî kiriye.
Nivîskar, êş û belengazî û şerpezebûna Kobaniyan xweş radixe pêş çavê me xwendevanan.
Di rastiya malbatekê de, êşa hemû Kobaniyan heta êşa hemû Kurdan xweş tîne zimên.
Berhemê bixwînin, lê dîsa ji Jan hez nekin. Jixwe Jan jî ne ji bo hûn ji wî hez bikin, ji bo hûn bi vê berhemê ji xwe hez bikin, ev berhem nivîsiye.
Jan, ev berhem ji bo hûn êşa xwe nas bikin, ev berhem nivîsiye.

TÊBINÎ:
Bi diyalogên bi devoka Kobaniyê herçend ez piçekî di erênayê de çûm hatim jî, piştî min berhem qedand, min go tercîha nivîskar e û min çavê xwe jê re girt.