31 Aralık 2023 Pazar

sersal

Îşev ez dixwazim li ser mijarekê binivîsînim, lê dikim nakim mejî nazê.
Erê, sersal e, lê naxwazim li ser sersalê binivîsînim; jixwe îşev heta destê sibehê ew ê mijara her kesî ev be.
Şûşa min a şerabê hat li nêvî sekinî, lê hîn jî tesîr li mejîyê min nekirîye; ew ê bike neke, ew jî ne belî ye.
Hevalekî min digot, "Devliken, min tu serxweş nedîtîyî. Ez dixwazim şevekê bi te re vexwim heta em serxweş dikevin; jixwe bi halê xwe yê normal tu ne kêmî serxweşan î, gelo ku tu serxweş bibî, tu yê têkevî çi halî?"
Ez kenîyabûm û min jê re gotibû, "Piştî ez serxweş dikevim, ez jî dibim wek we."
Ditirsim îşev ev şerab li min bê xezebê û her ku ez vexwim ez ji xwe dûr bikevim. 
Û jixwe ku ez ji xwe dûr bikevim jî, ez ê bibim wek we.
Yanî?
Yanî ev e!..
Ez ê bibim wek we û ez ê jî wek we li ser sersalê binivîsînim.
De ka ez qedeha xwe ya nîvco maye biqedînim, ku wek xwe mam, ez ê li ser mijareke balkêş binivîsînim; na, heger bûm wek we, li min negirin lê ez ê jî ji mecbûrî wek we bikim..
Piştî nîvseetekê...
Qedeh vala bû, lê mixabin ez serxweş nebûm, loma jî divê ez li ser mijareke balkêş hûr bibim, lê hîn jî li dora mejî pêjna qolincan nayê!
Axir...
Mêr mêr e, ker ker e; lê mêrê ker ji kerê ker bêkêrtir e!..
Mêrek, serê sibehê ji malê derdikeve, ber bi cîyê kar ve dihere.
Li ser rê li kerekî rast tê; ker jî rep kirîye, li bin zikê xwe dixe, mîna meriv du bacanên reş bi ser hev ve bidirû.
Mêr li xwe dinere, li wî dinere, dibêje:
"Erê, ma xema kîrê te ye! De kero bila nan û xwê ji te bihata xwestin, bê te yê bikarîya ew kîr weha rep bikira û li bin zikê xwe bixista?"
Îja heyran, 
nan û xwê ji nivîskaran tê xwestin bêyî ku ji nivîskarîya xwe çend qurişan qezenc bikin.
Dû re...
hinek heval ji ber nebûna nan û xwê, diherin xwe dikin xulamê hestî û kurtêl.
Nahlet li bêderfetîyê bê, 
lê dîsa jî,
hewce ye meriv zêde xwe kêm neke, lewra heger karekter hat û şikest, êdî hew dicebire, mixabin.
Û karektera şikestî jî ji dijmin dijmintir e ji xwedîyê xwe re.

Gotina Dawî
Serê salê binê salê, Xwedê karekterekê bar bike li vê civakê.

30 Aralık 2023 Cumartesi

çend gotinên keskeyî

bihar e
berîya mêrdînê kesk xemilîye
ne serî heye ne binî
û li bêrîyê bêrîya min dike
bêrîvaneke çavkeskeyî

got:
-tu ji kîjan pêsîra min hez dikî?
min got:
-kîjan di devê min de be, ew!..

got:
-tu rebê min î?
min got:
-heta ez rep bim, ez ê rebê te bim, lê ku ez ji repanî bikevim?
got:
-wê çaxê jî ez ê bibim reba te ji bo dîsa li te rep bikim!..


29 Aralık 2023 Cuma

dengê defê

Ji ber daxwaza me ya futurîst, em ji nirxên xwe yên jîyanî dûr dikevin, mixabin.
Hêdî hêdî jîyan ber bi monotonîzmê ve diherike; li ser navê modernîzmê, sîstem merivan vediguherîne robotan û merivên robotîk jî bi haweyekî mekanîk, ji nû ve jîyanê dîzayn dikin.
Li ser meseleyê:
Bala xwe bidin welatên pêşketî yên modern, jîyan ji hîs û hestan dûr, bi hewldaneke robotane tenê sîstemê modernîze dikin; merivên modern, mîna koleyan, enerjî û zemanê xwe bi piranî ji bo dîzaynkirina vê sîstemê xerc dikin.
Meriv, ji hest û hîsên merivî, ji nirxên ehlaqî, ji têkilîyên germ û henûn dûr in.
Her weha dûrketina ji van nirxan, tesîra xwe li siruşt/xwezayê jî dike û siruşt/xweza jî wek berê ne comerd e, mixabin.
Ji hovîtîyeke nemodern ber bi hovîtîyeke modern ve!..

Xewnên meriv nasnameya meriv dîyar dikin. Meriv herî pir bi kîjan zimanî xewnan bibîne, êdî bivê nevê meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.
Loma jî...
Hewl bidin xewnên xwe bi zimanê xwe bibînin, heger na, 
di zimanê xwe de hûn ê bi xwe bibin xewn!..
Ji bîr nekin!

Ev çend roj in li ser medyaya sosyal dîsa li ser rewşenbîrîyê nîqaşek heye.
Rewşenbîrî çi ye?
Meriv dikare ji kê re bibêje rewşenbîr?
Wek hinekan nikarim peyvê bi vir de û wê de bibim bînim; 
ji bo rewşenbîrtîyê xala yekem:
Kesekî bi zimanê neteweya xwe nizanibe, ne rewşenbîr e heger ji google zanatir be jî...
Bi min divê pîvana rewşenbîrîyê weha be:
-Divê tu bi zimanê xwe bizanî.
-Divê tu bîrbir, zana û xwedan vîzyon bî.
-Divê tu xwedan bext û xwedan ûjdan bî.
-Divê tu ji rastî û pêwistîyên normal re nelîrînî, li çepikan nexî, pesnê kesî nedî; berevacî vê, divê her tim hişê te, bala te li ser şaşî û çewtîyan bî û bi sekn û helwesta xwe ji kesî/ji tiştekî re texsîr nekî; rexne bikî, rexne bikî, rexne bikî!..
-Divê tu ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora xwe ji ber kesî danequrtînî; her û her biheq, biedalet tev bigerî.
-Divê tu pişta xwe nedî partîyekê, rêxistinekê, sazîyekê; her serbixwe û azad bî.
-Divê tu xwedan prensîb bî.
-Divê tu bi nefsa xwe ya populîst bikarî û nebî mirîdê ego û kompleksên xwe.
Heger ev feraset ê bi te re tune be, ji kerema xwe re here li mala xwe rûne, bê meriv çawa dikare ji jina xwe re/ji mêrê xwe re bibe mêrekî çê/jineke çê û ji bo siberoja zarokên xwe meriv dikare çi bike?

Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e!..

28 Aralık 2023 Perşembe

bêhna zaroktîyê

çavên me li mûzan asê diman 
li ser dezgeyên fêkîfiroşên ku tenê dewlemendan bi quretî xwe lê diqewimandin
me xwezîya xwe dadiqurtand wê kêlîyê 
çendî me nedizanî bê tahmeke çawa ye jî
û berî nîvroyan bi çar çavan me xwe dida benda evdo
em zarokên wê hewşê li ser stuyên hev siwar dibûn ji bo qetraya binê sinîya wî ya tatlîyan
carinan çend tatlî jî di stuyê wî de diman û dibûn para me
lê herî pir me nahlêt li xizanîyê dianî dema bêhna goştê birajtî xwe li firnikên zaroktîya me dixist
em biçûk bûn û bajar biçûk
dû re em li ber lorînên zemên 
bajar jî bi şopên me mezin bû
û ew tahmên bi me xerîb bi mezinbûna bajêr re ji tahm ketin
ne tahm di me de ma ne jî bajar wek xwe ma
mixabin

26 Aralık 2023 Salı

ziman û zarava

Erê, soranî jî zaravayeke me ye û bi min xweş û şêrîn e jî wek hemû zaravayên din ên kurdî, lê ya bala min dikişîne ev e: 
Mesûd Barzanî di nav de, pirê rayedarên/kadroyên rêvevir ên Kurdistanê ji kurmancîyê bêtir soranîyê bi kar tînin. (Ji bo rayedarên/kadroyên PDKyê)
Hûn kurmanc lawê kurmancan in, lê di gotar û daxuyanîyên xwe de herî pir hûn soranî bi kar tînin.
Çima kaka gîyan, hi iii? Çima?
Û heger hûn û yên wek we soranîyê di ser kurmancîyê re bigirin, jixwe soranîperestên mîna Şêrko Bêkes ê jî hewl bidin soranîyê bikin zimanê fermî yê Kurdistanê.
Heyf!!!

Gotina Dawî
Kes bi qasî me ne dijminê xwe ye!..


25 Aralık 2023 Pazartesi

ax û ax

Divê cizîrkî jî li zaravayên kurdî zêde bibe; lewra ne kurmancî ye, ne kirmanckî ye, ne soranî ye, ne jî lorî û hewramî ye; bi serê xwe zaravayek e û ez bawer nakim ji wan pê ve kes ji wan fêhm bike.

Carinan çûyînek bi dizî û kin di xwe de çîrokeke dûr û dirêj dihewîne. Sê çar hevok têra trajedîyekê dike.
Û hewceyî gazinan jî nake.

Piştî salên heyştê, pirê kurdên xwedan kesayet û jîr û zîrek ji ber nasnameya xwe ya sîyasî ji welêt derketin û revîyan, çûn li bîyanîstanê bûn kulmek hêvî, kulmek hesret û li wir ketin pey şopa trajedîya xwe; trajedîya wan bû kabûs û ket xewnên wan; bedenên wan li vê dinyayê ne, lê ruhên wan li ser pira silatê li xwedîyên xwe digerin.
Lê van çend salên dawî, berevacî salên heyştê, êdî kurdên bêkesayet û zîrt û zirtole ji ber bênasnametîya xwe ji welêt derketin/derdikevin, revîyan/direvin.
Bi têkçûyîna aborîyê re kurtêl û hestî ji diz û keleş û qeşmer û tewtewe û qahp û pûştan re jî nema.
Bi koça doh em xemgîn bûn, lê bi koça nuha em şad û bextewar in.
Bi hêvîya çûyin hebe, veger tune be...
Belkî piştî vê çûyînê ax xwe ji şopên bêxîret bişo!..

Mixabin, 
tucarên tirk û apocî ji xwîna zarokên me têr nebûn/têr nabin û wer xuya ye ew ê têr nebin.
Hîn jî di ber vê zîhnîyeta teres de dêyên kurd li çongê xwe dixin û porê xwe radikin.
Lê dê jî êdî ne dêyên berê ne; 
dêyên doh di ber zarokên xwe de mirin didan ber çavê xwe; xwe tî û birçî dihiştin, nedixwarin, didan zarokên xwe, 
lê îroj ji bo fantezîyên Apo bi destê xwe zarokên xwe dişînin mirinê.
Heyf, 
lê tu ji kê re dibêjî!

Gotina Dawî
Ax li xwe digere!..

23 Aralık 2023 Cumartesi

kurd û kurdî û nivîskarî

Li fûara kitêban a Amedê nivîskarên me yên mîna xiltan di bin axê de dijîn, bi hev re ketine qayîşa îmzekirinê.
Qayîş?
Ji bo kurdên hîn nuh zimanê xwe hîn dibin, ez vê jî bibêjim, bila serê wan tevlihev nebe. Guneh in.
Jixwe her kî hînî du sê gotinên "akademîk" dibe, radibe li ser serê civakê dibe mamosteee!
Haa!
Qesta min ji qayîşê, ne doxîn e ha! Qayîşkişandin yanî qerez. 
Li ser meseleyê:
Filankesan bi hev re dikevin qerezê.
Spasîyek ji bo Keskokê😉 ez jî ji wê hînî vê peyvê bûm, lê hîn jî ji bo min lê dikolê. Di sindoqa dêya wê de gelek peyvên sernixumandî hene...
Axir, dîsa mijar û mesele li bin guhên hev ketin. Ka ez li nivîskarên xwe yên bêhna entelîjansîyaya fransîya ji wan difûre vegerim...
Her yekî desteyek qelem xistîye binê tûrikê xwe û mîna teyrên ser berateyan bi çarçavan li benda berateyên xwe, pardon ango biborin, li benda xwendevanên xwe ne.
Û kurdên me yên xwende yên di jîyana xwe ya rojane de di nava rojê de tenê seetekê jî bi kurdî napeyivin, ji bo kitêbên xwe yên kurdî bi nivîskarên xwe yên kurd bidin îmzekirin, telefonên wan di destê wan de li benda dora xwe ne.
Selfîî!
Selfîî!
Selfîî!
Lê ji hemû nivîskaran Receb Dildar bi min balkêş tê; tu yê sûnd bixwî fûar ji bo wî çêdibin; li her fûarê ew li pêş e û mîna zarokekî berî cejnê/eydê kincên nuh jê re hatibin kirîn, her bi kêf e, her bi coş e.
Hezar şabaş ji sebr û kêfa wî re!..
De îja tew ku dema keç û jin kitêban bi wî didin îmzekirin û wêneyan pê re digirin, bi şerefa Kermo Dibo, wê kêlîyê di vê dinyaya gewrik de kes bi qasî wî xwe şad û bextewar hîs nake.
Îja vê êvarê min di twîttekê de bi şaşî ji dêvla Receb binivîsînim, Reeb hat nivîsandin; ew "c" ji ber tilîyên min filitî û nizanim çû ket kê?🤔
Ê de qey Şeytên bi min qurincî û got werê binivîsîne
Îja kî bîra Reeb!!!😂😂😂
De îja nuh hin ji we jî dibêjin Devliken hesûdîyan dike ji ber ku kesî eşandîye pey wî!..
Bi serê we, ji vir de û wê de bilêtên min bibirin jî, ez neçûm û min ew kitêbên xwe yên bê redakte ji bo kubir û ego û quretî û tucaretîya wan weşangeran îmze nekirin.

Min got,
-Evdilayê ne ji ometa Abdullah, heyfa kurdî ku kurd ji quzê wê ketine!
Got,
-Seyda, kurd di meha heftan de ji zikê kurdî ketine, loma jî nîvco ne, nîvco!
Min got,
-Yanî?
Got,
-Seyda, mejîyê wan tam nesitewîyayî ye yan na, ma dev ji zimanekî wek zimanê kurdî berdidan û diçûn zimanê tirkî dikirin qûna xwe!

Gotina Dawî
Heger kurdî azad bibe û rojekê kurdî bibe zimanê kurdan, gelek nivîskar ê qelema xwe bişikîne û têxe qûna xwe!


22 Aralık 2023 Cuma

helbesteke nehelbest

di binê şûşeya bîrayê de ez çav li zaroktîya xwe ketim vê êvarê
mîna serserîyekî serxweş zîz dibûm bi vir de û wê de li ber zimanê zemên
binê nigan hew hîs dikirin sitirî û kelem û bixuşk
sergo bi sergo digerîyan em ji bo tahmtîtikên tahmzarok
xalê xidir ê tat bi nîverebî û nîvkurmancîya xwe bi nîvê heq ji me dikirîn sifir û tûtya û elemiyonên me
lê em jî têra xwe hebûn haa
bi qasî nîvê heqê xwe yê me nedistend me bi kulman tije dikirin bêrîkên xwe bi çikolata û qidam û gufret  
xalê xidir dikenîya di bin simbêlê xwe de bi haweyekî zexel 
lê bi fîkefik em derdiketin û li pey hev rêz dibûn mîna morîkên tizbîya nodûneh

21 Aralık 2023 Perşembe

şeva yelda

Got,
"Tu radibî rûdinî dibejî ez kurdperwer û neteweperwer û kurdîhez im, lê quz û jin ji ser zimanê te hilnayê. Dînê te quz e, îmana te jin e."
Min got,
"Hey ehmeqê nizanim ji kî derê ca xwe derketo! Xizmeta bi kîrê xwe ez ji bo kurdî/kurdîtîyê dikim, pirê kesên mîna te ji sibehê heta êvarî halanan di xwe de hildidin û quretîyên populîst dikin, nikarin bi hiş û hişmendîya xwe, nikarin bi tevger û pratîka xwe wê xizmetê bikin."
Dêla xwe xist nav şeqên xwe û li paş xwe nenerî, fiskirand, çû!..
Carinan dema li ser hin mijarên kurd û kurdî ez û hin camêr dikevin qirka hev, ku tahde li wan tê û bersiveke wan namîne, hêrs û aciz dibin û bi wê hêrsbûn û acizîyê radibin ji min re dibêjin,
 "Ez ji te kurdîheztir im. Tu doxînsistekî jinperest û quzperest î!"
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Tam ez devê xwe tije dikim ku bibêjim, "Kurdîtîya di serê kîrê min de di serê te de tune ye" lê dev li zimanê xwe dikim, nahêlim ziman rep bibe...
Haa! Vê jî bibêjim:
Şeytanê ez nahletê lê dibarînim û Şeytanê ku misilman bi bêhişî diherin êrişî wî dikin û di wê alozîyê de serî li hev dişikînin û dipelixînin ne eynî Şeytan in, haa!..
Axir...
Kîrê min gelek jin kirine kurdîhez û ew bi xwe hisandine, lê hûn çi dikin?
Ji bilî xwelîya Amarayê!..
Hey bêhişên ehmeq!
Bi wê durûtîya xwe hûn eşq û hez û nîyhandinê jî li ber çavê jinan reş dikin, hûn wan ji kurdî û kurdîtîyê jî dûr dixin.
Îja ez çi bikim!
Heger ez ne heteroseksuel bûma, min ê hûn mêr jî bi kîrê xwe terbîye û perwerde bikirana, lê hezar heyf û mixabin, ji min nayê û nikarim wê xizmetê bikim.

Dibêjin îşev şeva Yeldayê ye!
De îja di vê şeva dûr û dirêj de meriv ji yara xwe dûr be û heta destê sibehê meriv bahlîfekê têxe himbêza xwe û xwe li wê bahlîfê biboqîne!..
Ker di Yeldayê ne û hew!

Û sîyaset...
Nizanim çi qasî rast e, çi qasî ne rast e, lê dibêjin partîzanên DEMê, piştî vexwarina çayek bidem biryar dane ji bo namzetîya şaredarîya Amedê herin li derîyê Leyla Zanayê bixin.
De îja...
Heger Leyla Zana teklîfa wan qebûl bike, Leyla Zana ji wan xerabtir e!!!
Û hûn sax, ji qewla Laleşê Qaso!..

Gotina Dawî
Yanî hîn min ê qala Şivan Perwer û sekna rewşenbîrî bikira,
lê...
De bila ev mijar jî bimîne ji sibê re.
Ma weleh şeva Yeldayê ye û hîn ji sibehê re pir heye.
De ka ez qenehek cîn vexwim, heger min bi xwe re dît, ez ê çend kelaman li ser vê mijarê jî bikim.
Axir...
Ka ez herim ji xwe re li bahlîfeke nerm bigerim; şev dirêj e!

19 Aralık 2023 Salı

ji şeva şevoquzî re

Got,
"Tenê tu bi çavê nîyhandinê li min dinerî. Ji bo te, nîyhandina bi qahpikekê re û nîyhandina bi min re eynî tişt e. Ez ne qahpik im. 
Min got,
"Kes bi qasî qahpikan ne pîroz e, lewra qahpik bi wê arezû û şehweta xwe mêran pîrozwer dikin û bi saya serê wan qahpikan mêr azad dibin."

Got,
"Tu çawa yî? Çi dikî, zalim? Pênc sal in deng û pêjna te nayê!.."
Min got,
"Ez baş im, lê li ser romanekê dixebitim; dikim nakim nikarim lê germ bibim. Îlham û mîlham nayê."
Got,
"Ka were serê xwe têxe nav şeqên min, ez ê bi her du destan serê te bi quzê xwe ve bidewisînim; piştî te ew bêhn kişand hundirê xwe, heger tu neçûyî te bi ser gora Tolstoy de bi şipîyakî nebeliqand ez ê ser pişta quzê xwe bi şîşa sor dax bikim û hew qahpiktîyê dikim."

Got,
"Ez bi heft dilan dil di te de me, lê ne xema kîrê te ye!"
Min got,
"Çima tu radibî barê heft dilan li dilekî dikî û wî dilî di bin wî barî de bênefes dihêlî, hey jina janzayî?"
Got,
"Tu hatîyî guhertin; êdî tu ne yê berê yî; wek berê tu li dora min nagerî, zîz nabî."
Min got,
"Na. Ez ê berê me û hîç nehatime guherîn, lê mîna te ez nikarim rabim di bin barê heft dilan de bimeşim bi dilekî,."

Gotina Dawî
hez kir...
hez kir... 
hez kir...
hezkirina wê ew kir ar û agir!..

helbesteke nehelbest/xewnên beradayî

li qiraxa gola reqo min pif kir qûna beqekî 
bi darpûşekî qulqulî 
ji bo ez bibim avjenekî wek masî û avjenîyê bikim bê tirs û bê metirsî
û marmaroka ku ji bo ez beza bibim min xwe lê diboqand, qebhet bi ser de hat wê êvarê bi dizî
li ser tenûra taxa jêrîn pîrekekê ji şeş pîrekan re bi şeş quranan sûnd dixwar bi kurdîyeke rewan û safî
qebhetbiserdehatina marmarokê vedigot û li xwe dixist dikir gazin û gilî
wê şevê pelçimokan xwe hiznî girê dan û derneketên ji wê qula xwe ya reş û tarî
heta destê sibehê bi ser hev de ponijîn girîyan bi haweyekî belengazî
û berî tarî bibişkive bi kêlîyekê ji nişka ve veciniqîn bi dengê meleyê mizgefta bêminare yê nesunetkirî
lê xuya bû mele bêyî dilê xwe derketibû ji himbêza jina xwe ya nuhbalixbûyî
her memikeke wê dişibîya şimamokeke bêhnîlahî
ne mele meriv ewlîya û pêxember bûya jî meriv dev ji mêtina wan memikan bernedida wê şeva harbûyî
heger kîr li meriv nebûbe boçikeke cixareya vemirî 
mele lê ho veneda û berê xwe da şaneşînê ji bo bi azana xwe tirs û xofa xwedê tixe dilê şênîyên wî bajarî
jinê go berî ez ê orgazm bibim bi kêlîyekê çima te wî kîrê xwe yê bikumik ji quzê min kişand hey kafirê nesunetkirî
ez ê heqê xwe li te helal nekim heta roja qîyametê heger mirina te yê li ser sicadeyê be jî
lê bi şertekî ez ê te efû bikim ya meleyê ku ûjdanê xwe di binê kumika kîrê xwe de ji bîr kirî
heger rojekê min dît kurdan pesnê xwe dan bi kurdî bi soz ez ê mîna baba tahir sikak bi sikak bigerim û bêm maçî bikim kumika wî kîrî

17 Aralık 2023 Pazar

gotinên beravêtî

Ahmet Turkê 81 salî yê tir di qûnê de bûye fis, dike careke din ji bo şaredarîya Mêrdînê bibe namzet.
Sînemê sînemê sitara rebê alemê
Hiş û aqlê min li cemê, wê êvara çarşemê
Wê êvara sêşemê, ji min re kul û derd û xemê
Hewara xwedê sînemê, hewara xwede sînemê
Li wê herêmê, mala hecî Sînan, ne dev ji axatîya xulaman berdan, ne jî dev ji şivantîya mirîdan.
Li berîyê axa ne, li çîyê serşoreşger.
Axir...
Wer xuya ye heta hûn li Kibrisê qoltixeke qumarxaneyekê li ser Ahmet Turk tapo nekin, Ahmet Turk ê ji dêvla vîskîyê her doza xwîna we bike.
Û serxweşîya bi xwînê jî naşibe serxweşîya bi alkolê; alkol hest û hîsan li meriv sist dike, lê xwîn rehm û ûjdan û bext dikuje!..
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Ahmet Turkê ku gun lê sist bûye û êdî pîrekek jî hew pê qayil dibe, wa ye hewl dide dîsa bibe mêrê bajarekî!
Tu çi jin û tu çi mêr
Here şoreşê wek şêr
Geh li jor û geh li jêr
Çi bi çek û çi bi bêr
Milîtano milîtan Kurdistan
Min got gun, çîroka gunê Xeto hat bîra min:
Evdîyê lawê Xeto ji bo bazirganîyê dihere Çînê. Hefteyekê li Çînê bi vir de û wê de zîz dibe, digere, dibeze. 
Piştî hemû kar û barê xwe dike, danûstendinên xwe pêk tîne, vedigere welêt.
Dê û bavê wî li devê derî bi dilekî germ û xweş lawê xwe pêşwazî dikin.
Evdî teva walîzê destê xwe derbasî hundir dibe, sola xwe ji pê dike û li ber dîwêr qûna xwe datîne ser balîfê û walîz li ser kêlekê vedixe.
Ji kêfan dê û bav li ser nigan li bende ne.
Evdî walîz vedike, kinc û alav û asûkên di walîz de yek bi yek derdixe û destê xwe diavêje sindoqeke biçûk, wê sindoqê dirêjî bavê xwe dike û dibêje:
-Ev dîyarî ji bo te min anî, yabo.
Xeto di bin simbêlan de dikene û destê xwe dirêjî sindoqa destê lawê xwe dike. 
Dibêje:
-Çi di vê sindoqê de ye, kuro?
Evdî dibêje:
-Ka veke.
Xeto bi kêf û coş û piçekî jî bi heyecan wê sindoqê vedike. Bi vekirina sindoqê re piçekî şaş dimîne. Du topik di sindoqê de ne. Destê xwe diavêje topikan, wan ji sindoqê derdixe, bi haweyekî pisporane li wan dinere lê tê nagihêje bê çi ye û bi kêrî çi tên. 
Dibêje:
-Ev çi topik in, kuro? Ma ez zarok im?
Evdî bi haweyekî qure wan topikan ji destê bavê xwe digire û di kefa destê xwe de wan bi hev dide û dizîvirîne.
Dibêje:
-Ji van topikan re dibêjin topikên acizî û stresê. Rojê pênc caran wek ferzên nimêje carê pênc deqeyan pê bilîze, ne acizî dimîne li dora te, ne jî stres.
Xeto di bin simbêlan de dikene û dîsa xwe dirêjî topikên xwe dike. Wek ku bira jî jê fêhm dike, di kefa destê xwe de wan bi hev dide û li ber wî dengê ji topikan derdikeve bi xwe xweş tîne.
Dêya wî Xoxê mirûzê xwe dadiliqîne, dev û lêvên xwe turşotahlî dike û dilê xwe bi xwe dişewitîne. 
Dibêje:
-Ji sibehê heta evarî ya derd û qehra bavê te dikişîne û kezebê li xwe reş dike ez im, tu radibî wan topikan didî bavê xwe. Ka ez ê çi xwelîyê li serê xwe bikim, hi ii?
Evdî dikene, dibêje:
-Lê yadê heyranê! Jixwe xêr di bavê min de nemaye û gun lê sist bûye. Hema çi cara bavê min rahişt wan topikan û bi wan lîst, tu jî herî di ber wî de rûne, derpîkê wî jê bike û ji xwe re bi gunikê wî bilîze. Bi Xwedê hêkên gunê bavê min ê ji topikên Çînê bitestir bin ji bo acizî û stresa bedena te!..

Gotina Dawî
Ji sembolan hez nakim, lê hewce ye kes jî bi çavê sembolan li kesî nenere.

16 Aralık 2023 Cumartesi

azad û kole

Divê başûrî ji wê kompleksa xwe ya xwebiçûkdîtinê rizgar bibin û êdî terka wê zîhnîyeta xwe ya dilbijandin û evîndarîya tirkî û tirkîtîyê bikin.
Di warê dîplomasîyê de kî bi kê re çi keratîyê dixwe, ne derd û problem e û me eleqedar nake;
lê ew weşanên medya û çapemenîya başûrîyan ên bi tirkî?
Ma li Tirkîyeyê we dîtîye televîzyonekê yan jî rojnameyekê bi kurdî weşan kirîye?
Çi ii?
We got, "TRT Kurdî"!
Heyran, TRT Kurdîyê jî mîna televîzyonên xwe yên din ji bo berjewendî û propagandaya xwe bi kar tînin û jixwe hema hema hemû bernameyên wan jî ji jîyîn û tevger û kultura kurdî/kurdan dûr in;
zimanekî xav û çêkirî, bernameyên muhamedî yên dînî û rêzefîlmên tenê kurdan li ber çavê kurdan kêm dixin û wan dihetikînin.
Berê qeşmerîyên xwe bi lazan dikirin, nuha jî êdî bi rêya TRT Kurdîyê kurdan karîkaturuze dikin, mixabin.
Lê divê ez bextê xwe navêjim û neheqîyê li TRT Kurdîyê nekim. Baş xerab, dîsa bi çend qurişan zimanê wê ji zimanê medya û rojnameyên apocîyan kurdîtir e.
Tew ez ê qala qerf û mîzaha wan nekim!..
Ya star 
û bi ser de jî bêlome be!
Yanî bêbavan kirine ku êdî em bi hetiketîya xwe dikenin û kêfa xwe, kêfa hev tînin.
Haa!
Di warê qerf û mîzahê de jî TRT Kurdî û kurdên entegrasyonîst ên bi dizî apocîtîyê dikin jî bi haweyekî sosret bi hev re qayîşê dikişînin; yek ji yê din re dibêje, "Ez ji te beradayîtir û qeşmertir im!"
Axir...
Ez ji mijarê dûr nekevim.
Ka bila ciwamêrek an jî ciwanikek pêş ve bê û ji min re vê (bê)vîzyonê şîrove ango rave bike û min li ber bixe bê çima ev zîhnîyet, ev helwest bi min ecêb tê.
Yan jî...
Gelo tenê ez û çend xwelîserên mîna min vê helwestê şaş dibînin?
Gelo ev rewş tenê bi min û çend xwelîserên mîna min sosret tê?
Gelo xwe bi xwe hûn ji xwe re dibêjin bi van weşanên xwe yên bi tirkî em çi xizmeteke baş ji kurdên ku hindik maye terka kurdîtîya xwe bikin re dikin?
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!
Ew egoya we ya mîna berazekî hov, ne têr dibe, ne jî têr dixwe.

Gotina Dawî
Xelk tûrikê xwe bi zanînê dadigirin, hûn jî tenê derdikevin nêçîra "like" û eferim û çepikan...

Gotina Herî Dawî
Hûn dibêjin qey em azad in, lê mixabin di çerxa populîzmê de hûn koleyên populîst in.

15 Aralık 2023 Cuma

twîtter spaces

Twîtter spaces ango odeyên twîtterê yên civat û sohbetê...
Cîyê orgazmê ye yan cîyê masturbasyonê ye?
Nizanim!..
Lê tiştê ez dizanim ev çend roj in ez jî bi vê masturbasyonê bi xwe xweş tînim.
Bêguman ji bo hinekan jî cîyê gunehan e; ji bo gunehên xwe bişon an jî xwe ji gunehên xwe pak bikin, li vir dicivin.
Êşîyane!
Êşandine!
Diêşîn!
Diêşînin!..
PKKyîyên kevn bala min dikişînin. Qala xwe û serpêhatîyên xwe û zilm û zordestîya Apo ya hovane dikin û li ser narsîzma wî radiwestin, lê gelo bi herikîna zemên re hûn jî piçekî neşibîyan wî ango hûn jî nebûn wek wî?
Belê, hûn bindest bûn, lê meriv bi salan ji wê zilm û zordestîyê re kwîr û kerr û lal dimîne?
Her tişt li ber çavê we diqewimî û we jî, ji bo hûn xwe têxin çavê Apo, we xwe li kwîrî, kerrî, lalî diatanî.
Hûn hemû şirîkê sûc û gunehên Apo ne, hemû!
Bêguman ez ji bo serkirde, giregir û konseya serokatîyê dibêjim; lewra di artêşan de jî esker esker e û fermandar berê wan bide ku, diherin wir, lê...
çendî em bi hestîyarî tev bigerin û bibêjin gerîla zarokên me ne jî, piştî demekê yên wê zilm û zordestî û fantezîyên Apo bibînin û hîn jî ji bo fantezîyên Apo di nav wê rêxistinê de bimînin, tev bigerin, ew jî mîna serkirde û giregiran sûcdar in, gunehkar in.
Axir...
Yên serkirde û giregir ên di avabûn û xurtbûna rêxistinê de rola wan nayê piştguhkirin, bûne muxalîfê Apo û çi qas sûc û guneh hebin, bera stuyê Apo didin û wek rûnê bi ser avê keve, tiştekî li xwe nagirin.
Yanî baş xerab çi qewibîbe, bi Apo qewimîye.
Êê!
Ma xelk ê nebêje, madem baş xerab hemû bi destê Apo û bi ferman û emrê Apo diqewimî, naxwe hûn li ber keran bûn? Ango we şivantîya kulîyan dikir?
Di wan odeyan de bi qasî ez li wan guhdarî dikim, heşayî haziran, lê tenê ker ketîye dêya zarokên feqîr û jar û hejar û belengazan.
Yên serkirde û giregir xwe dane alîyekî û tenê bi masturbasyonê bi xwe xweş tînin; apocî jî diherin gefan li belengazên bêxwedî dixwin û dema kêsê pê dixin jî, wan dikujin.
Belê, hewce ye li xwe mikur bên û bipeyivin. Bila tu gîyha di bin tu kevirî de nemîne; kê çi kirîye, bila derkeve.
Lêborînxwestin, lixwemikurhatin, lixwegirtin, poşmanî, qebûlkirina şaşîyan, kêmanî, çewtî...
Belê, baş e hûn van tiştan dibêjin, lê jixwe yên li we guhdarî dikin 300/400 kes in û kêm zêde ew 300/400 kesên li we guhdarî dikin, ne bi qasî we be jî, ew jî Apo nas dikin û ew jî dizanin Apo narsîstekî nexweş û xwedan îdeolojîyeke beradayî ye.
Ya girîng,
ji bo ciwanên ku hayê wan ji we û sohbet û civatên we tune ye, hûn çi difikirin?
Çi rê û rêbazên we hene ji bo hûn nehêlin ew jî bi wê jahrê jahrdadayî bibin?
Apo li ser nezanî û cehaleta wan, ji bo narsîzma xwe împaratorîya nezanîyê ava kir.
Ka kerem bikin bi rê û rêbaz û projeyên xwe pêş ve werin bê hûn ê vê împaratorîya nezanîyê bi zanîna xwe çawa hilweşînin.
Ev mesele tenê bi fantezîyên odeyên twîtterê çaresar nabe.
Haa! 
Vê jî bala min kişand!
Ev odeyên twîtterê, kurdên kurd mane jî dihêrin û bi qasî dewletê û apocîyan ew jî bi zimanê tirkî kurdan ji kurdîtîyê dûr dixin.
Xwedê ji we jî ji Apo jî ne razî be!

Gotina Dawî
Bi kesayeta têkçûyî hûn nikarin bi durustî bimeşin!..

14 Aralık 2023 Perşembe

mêr û nêr

Evdilayê ne ji ometa Abdullah telefonî min kir û meseleya kalemêrekî ji min re vegot.
Di bin simbêlan de kenîyam û xwe bi xwe, min got de ka ez jî bi afirînerî û xeyal û fantezîyên xwe vê meseleyê xweşik bixemilînim û bikim pêkenokek û têxim xizmeta kurdîyê:

Xalê Bekir û xaltîka Nazê di nav nivînên xwe de, xurexura wan e, di xew de ne.
Ji nişka ve dibe gurmegurma derî, hew tune ye derî ji ber bê xwarê; bi wê xezebê...
Xalê Bekir teva derpîyê xwe yê bipîne çeng dibe ser xwe û bi lez dihere derî vedike.
Bi vekirina derî re cendermeyê li devê derî sekinîye, qondaxa selehê li sînga xalê Bekir dixe, xalê Bekir li ser piştê tûşî erdê dibe.
Xaltîka Nazê di nav nivînên xwe de mîna ji xwe re li lîstikeke şanoyê temaşe bike, ziq li wan dinere û xwe tev nade.
Cenderme destên xalê Bekir ji paş ve kelepçe dike û wî radike li ser nigan diedilîne.
Xalê Bekir ji bêdengî û rehetîya xaltîka Nazê pir aciz dibe.
Cendirme xalê Bekir bi delkan ber bi derî ve dahf dide.
Xalê Bekir hew xwe digire. Di nav lepên cendirme de xwe li xaltîka Nazê dizepitîne:
-Keçê, ma çima tu nagirî? Çima tu nakî hahohaho û gazî?
Deng ji xaltîka Nazê dernakeve; bi heman helwestê mîna ji xwe re li şanoyê temaşe bike, tenê ji xwe re li wan dinere.
Çav di serê xalê Bekir de fireh dibin û dev lêva xwe ya jêrîn dike, dibêje:
-Tu jî ne neheq î, Nazêê, tu jî!.. Bila pişta min wek berê xurt bûya û ji du şevan carekê min bikarîya di te nîyha û dilê te hênik bikira, te yê nuha li ser min hirbî û kitan û kirasê xwe biçirandana. Îja ez çi bikim! Ne sûcê te ye. Kîrê min bi min re xayîn ket! 
Û difitile ser cenderme, dilê xwe bi xwe dişewitîne û bi haweyekî kelogirî dibêje:
-Cendirme beg! Xweda kesî ji nêranî nexe û hew!

firçeya diranan û kîrê hecî demşo

Hecî Demşo têr şîva xwe dixwe, di ber xwe de "Elhemdulîllah!" dibêje û ji ser sifreyê radibe, dihere li ber destşoyê disekine, dest û devê xwe dişo.
Berî destê xwe biavêje destmalê, diranên xwe qîç dikin û di mirêkê de li diranên xwe dinere; pirtikên xwarinê yên ketine ber diranan, wî aciz dike. 
Li dora xwe dinere, çavê wî li firçeya diranan a di tasika ber dezge de ye, dikeve; destê xwe dirêjî firçeyê dike, piçek macûn bi ser dide û dibe xirtexirta wî dest bi firçekirina diranên xwe dike.
Pîreka wî hecî Meyrê jî, sifreya xwe dide hev, radibe ber bi mitbexê ve dimeşe, lê li serê korîdorê li hecîyê xwe disekine. Sifreya wê di bin çengê wê de, mesefa bilxurê li ser destê wê, dibêje:
-Hecî, ma tu dikî bixurifî! Tu çima bi firçeya min diranên xwe firçe dikî, hi ii?
Hecî Demşo bi devê xwe yê tije kef dibe keftelefta devê wî, dibêje:
-De îja firçeya te çi ye, firçeya min çi ye, hecîyê? Firçe firçe ye!
Hecî Meyrê sifre û mesefa xwe dibe li mitbexê datîne û bi şûn de ber bi hecî Demşo ve tê. Hecî Demşo diranên xwe şuştine, bi destmalê dest û devê xwe zuwa dike. 
Hecî Meyrê bihêrs destê xwe dirêjî firçeya xwe dike, ji tasikê derdixe û diavêje satilka sergo/çopê.
Hecî Demşo ji tevgera jina xwe pir aciz dibe, dibêje:
-Porkurê! Ew firçe hîn nukîtop bû, ma çima te ew avêt? Û wek qudret bû; tenê pirtikeke xwarin jî di ber diranên meriv de nedihişt. Qey tu têdemayî yî!
-Weleh hecî, ez nikarim bi firçeya tu pê diranên xwe firçe dikî, rabim têxim devê xwe û pê diranên xwe firçe bikim. Dil û mahdê min ê di devê min re derkevin. Yeqqq! Tu çi genî yî! 
-Weleh Meyrê tu jî fentezî û gewî bûyî! Êdî te sola ewrûpîyan jî di taqê re avêtîye. Îja kî bîra "ez nikarim firçeya tu pê diranên xwe firçe dikî, rabim têxim devê xwe û pê diranên xwe firçe bikim!" Weylêê! Çima her şev tu kîrê min dikî quzê xwe, bi kîrê min quzê xwe dişoyî! Hi ii! Çima wê çaxê dil û mahdê te di devê te re dernakevin? Ha te firçeya min xist devê xwe, ha te kîrê min! Çi ferq dike?

12 Aralık 2023 Salı

fatîh altayli

Fatîh Altayli kî ye?
Fatîh Altayli li Wanê ji dawa dêya xwe ketîye û kes nizane bê bezê guhê bavê wî ji ku ye!
Lê...
Em dizanin.
Erê, em dizanin Fatîhê ku "Altay"li bi navê xwe ve dirûtîye bê kî ye û çi ye û çima xwe li pişt wî paşnavî veşartîye!
Pêşîyên me belasebeb negotîye,"Tirs merga rovî ye!"
Fatîhê ku dû re û ji tirsa bûye Altayli, ermenî ye û bi îhtimaleke xurt, bav û kalên wî ji tirsa qûnê bi vî paşnavî, xwestine ji bo pêşerojeke ewle paşeroja xwe kamûfle bikin ango ser wê bigirin.
Û bi ser jî ketine!
De îja...
Teresê ji bav û kalên xwe terestir, ji bo ji sîstemê re bibêje ez ji bav û kalên xwe jî terestir im, radibe zimandirêjîya nirx û hêjayîyên kurdan dike.
Ez dikarim bibêjim, "Şoşş!" an jî "Hoşttt!" lê heyfa ker û kûçikan, 
lewra ker û kûçik jî ji bo kulmek ceh an çend hestîyan bi qewmê xwe re nabin xayîn û xayîntîyê nakin.
Lê bi min...
Ji bo dînamîk û hesasîyeta me ya qewmîyetîyê sist nebe, carinan hewce ye teresên weha bipeyivin û bi wan peyvên xwe yên mîna xencerê xwînê ji kesayeta me biherikînin!..
Bêguman...
Bi xêra wê îdeolojî û felsefeya Apo ya qirêj, îroj kurd li bin sîwana neteweperwerîyê/qewmîyetperestîyê digihêjin hev
û bi xêra yên wek Fatîhê ne ji Altayê jî ev dînamîk û hesasîyeta wan a neteweperwerî gur dibe, xurt dibe, geş dibe.
Spas û malavayî ji bo dijminatî û xayîntîya dewşirmeyan! 
Axir...
Vî dewşirmeyê Fatîh Altayli zimandirêjîya şêxê me kirîye.
Binere Fatîhê ji tirsa qûnê xwe avêtîye paş "Altay"liyê, belkî ew bav û kalên te yên ji ber şwîrê osmanîyan filitîne, bi saya serê şêxê me filitîbin.
Belkî jî nuha bi xêra kîrî şêxê me tu di nav vê konforê de digevizî.
Baqil be û qedrê kîrê jê bigire.

Gotina Dawî
Xizmeta ku dewşirme di ber kurdîtîyê de dikin, ew hunermend û nivîskarên bi eslê xwe kurd lê bi huner û qelema xwe tirk, nakin!..

11 Aralık 2023 Pazartesi

kundir an cebeş

Di huner û edebîyat û qada rewşenbîrtîyê de pirsgirêka herî mezin ew e ku
çi hunermend, çi nivîskar, çi rewşenbîr, pirê wan, ji bo konfora xwe ya tenê bêhna çend kurtêl û hestîyan jê difûre, diherin li ber sîya dewlemendên bêkarakter pal didin.
Û ew dewlemendên bêkarakter jî radibin li ser pişta van konformîstên bêkarakter quretîyên populîst dikin.
Loma jî îro ro...
mixabin, ne qîmetê xeyal û afirînerîyê heye, ne jî qîmetê qelemê û mejî!..
Têbinî ango Jêrenot:
Hin nivîskar û hunermend û rewşenbîrên lawê bavê xwe jî hene, haa!

Carinan ez azadîyê dişibînim firînê, firîna çêlika çivîkekê yan jî çêlika balindeyekê...
Li ser meseleyê,
ji bo çêlikên teyr û balindeyan azadî bi firînê dest pê dike.
Û heta wê rojê jî di bin baskên maka xwe de hêdî hêdî hînî jîyanê dibin.
Heger maka wan ne li ser serê wan be, ew çêlik berî bi bask bibin, dikarin li teyr û tulûrên di ser xwe re dibînin bê çawa baskan li ewran dixin, binerin, bixapin û bêyî ku hay ji xwe û hêz û qudreta xwe hebin, ew jî dikarin ji bo azadîyê baskan li hev bixin, lê...
heger ew bask baş negîhaştibin ango xurt nebûbin, hewldana wan a ji bo azadîyê dibe felaketa wan;
loma jî...
xwendin xwendin xwendin,
hînbûn hînbûn hînbûn,
xwenaskirin xwenaskirin xwenaskirin,
vîzyon vîzyon vîzyon!..
Yan na...
Azadîya bi nezanî, ji serxweşîya alkolê xerabtir e û heta meriv li xwe hayil dibe, hasil dihere di mûsil re derdikeve.
Azadî serxweşîyeke xweş e, lê heger meriv bi wê serxweşîya xwe bizane û bikare xwe kontrol bike.
Haa!
Hûn dikarin bibêjin, "Ez di kontrolê nim!"
Min got,
"Hûn azad in!" :))

Jin û mêrek,
çi heval, çi dildar, çi zewicî...
Heger ji xêndî pevşabûn û nîyhandinê, 
ew ê nikaribin li ser romanekê, li ser çîrokekê, li ser nivîsarekê bipeyivin, nîqaşê bikin; 
heger ew ê nikaribin bi hev re li fîlmekî binerin û piştî ew fîlm qedîya, li ser wî fîlmî civateke hunerî bigerînin û çend krîtîkan bikin;
heger ew ê nikaribin li ser meseleyên sîyasî, civakî, kulturî sohbetekê bikin;
heger ew ê nikaribin ji bêdengîya hev jî sûd û îlhamê bistînin û li ber rîtmên wê bêdengîyê li ser baskên hîs û hestên delodîn siwar bên û xwe ber bi xeyal û fantezîyan ve bibezînin; 
heger ew ê bi hezkirineke çavnebarî hevdu basko bikin û sînoran li hevdu teng bikin, 
berî ku baskên we yê bişikên û bi tevayî hûn ê firînê ji bîr bikin, bifirin, herin baskên xwe li ewran bixin.

Vê carê jî HEDEP bû DEM!..
Wer xuya ye heta du sê salan êdî alfabe û ferhenga tirkî yê hew bi kêrî van partîzanan bên, lewra hêdî hêdî dawî li herfan jî tê, li peyv û gotinan jî...
Lê eyarê bêxîretîyê fireh e, loma jî hemû alfebeyên dinyayê di xizmeta wan de ye;
ji bilî alfabeya kurdî.

Dibêjin ji erdheja Gemlikê vir de ye deng û pêjna serokê sererd û binerd sayin û bi ser de jî birêz Evdela Ocalan nayê!..
Rast derew, xêr û guneh di stuyê rojnameger û çapemenîst Haşimê Fatê de be, dibêje, bi îhtimaleke xurt, di dema erdhejê de serokê sererd û binerd li qiraxa bahrê li ser kendalekî bi şewka xwe ya seksî masî digirt û bi wê erdhejê re nig lê şemitîye û ketîye nav avê û mîna Yûnis pêxember nuha di zikê masîyekî yûnis de ye û bi hukm û qudret û têgihiştina îlahî, ji bo felsefeya xwe li seranserê dinyayê belav bike û qûnê li enternasyonalîstîya Che Guevara biqetîne, okyanûs bi okyanûs derketîye rêwîtîyeke şoreşgerî.
Lê dîsa jî parêzerên wî hewl didin derkevin kifşê bê ev bûyera dîrokî çawa qewimîye!..

Gotina Dawî
Azad, tenê wek nav li zarokên xwe nekin, her weha wan hînî azadîyê jî bikin,
lê...
hewce ye hûn bi xwe jî azad bin!



felek û felaket

Heger bextê kurdî tune be, kurd ê pê bigirin, lê jixwe me pê girtîye, hayê me ji bayê felekê tune ye.
Û felek jî li ser serê felekan diqeeime, mixabin.
Hew Xweda dizane bê çend felek bi haweyekî felaket bi ber bayê felekê ketin!
Lê dîsa jî...
Di nav vê felaketê de em xwe li qîrîna felekê digirin!..
Feleq bi kurdî diqîre,
lê ew ziman êdî ne stargeh e.

Gotina Dawî
Êdî gotin ji xwedîyê xwe xeyidîye!..

9 Aralık 2023 Cumartesi

helbesteke nehelbest

li ber kulîyên berfê, zarokekî nuhbalix bi serê kîrê xwe girtibû û dibeliqand, bi şeytanî
sofîyekî ereb î diranfîşek ku heta vî emrî ji ber nebûna avê tenê bi axê destmêj girtibû, rabû destmêj girt bi mîza wî zarokê nuhbalixbûyî;
lê berî destmêja xwe temam bike bi kêlîyekê
mîz li lawik esirî û nimêja esir li sofî bihurî!
sofî go hey xwedênehişto! çima mîz li te sekinî?
lêwik go, "kîr kîrê min e, çi ji te re, hey sofîyê tiredîn î beradayî!
sofî bê bask firîya çû bi ewrê bê stûn ve aliqî,
lê bi tiqetiqa kenê xwedê re veciniqî û li erdê ket, pengizî!
laşê wî bû nod û neh perçe û çû bi serê kîrê zarokekî kurd ve zeliqî!


8 Aralık 2023 Cuma

mejîsistîzm

Min got,
"Yaşar Kemalên me ne kêm in!.."
Çi ii?
Te got,
"Kewa gozel!"
Ê ma tu nabêjî hezkirina kurdan a li kewa gozelê ji ku tê?
Her du jî dijminê qewmê xwe ne!
Lê...
Ya meriv diêşîne hûn dizanin çi ye?
Ew kurdên me yê bi qelema xwe ya bi tirkî dijminatîya tirkan dikin...
Ax ax û sed ax!
De îja hûn nizanin bê bi wê dijminatîya xwe ya bi tirkî, ruhê tirkîtîyê çi qasî xurttir û qewîmtir dikin.
De ka em ê çi xwelîyê li serê xwe bikin û em ê çawa bi vî dijminê ku em bi destê xwe wî mezin dikin re şer bikin?
De xalo de xalo!
Çemê çetelê de xalo!..
Û ecêba ji ecêban mezintir jî, 
qedr û qîmetê van qelemtirkan ji qedr û qîmetê me qelemsêwîyan pirtir e.
Ê de bila,
kurd derkevin nêçîra kewê
û kew jî ji wan re bike qebeqeb, bixwîne di qefesê de.
Erê...
Kew bike qebeqeb, bixwîne
û kurd jî li ber wê qebeqebê bi cizbê kevin, heta hetayê!..

Kurdên dewşirmebûyî yên mejîyê wan bi çîrçîrok û çîvanok û meselokên çepgirî û sosyalîzm û komunîzm û enternasyonalîzmê bloke bûye, ji dêvla hûn ji bo karaktera xwe ya pûşt û pûç têkevin nav hewldanekê û wê karakterê lê vegerînin, hûn radibin xwe dikin dûvikê qûna tirkên çepgir ên sexte û hewl didin hemû kurdan jî mîna xwe bikin bêkarakter.
Û ev pûşt û pûçên heram jî destek û piştgirîyê ji apocîyên dewşirme distînin.
Weke doh jî min gotibû,
heta rişma kurdan ji destê apocîyan dernekeve, kurd ê nebin xwedîyê xwe!..

Berê,
dema em zarok bûn, meh mîna salan bûn; ji destpêka dibistanê heta betlanê, bi meriv wek emrekî dirêj dihat; çavê me diqerimî di rêya havînê de.
Ax ax ew havîn!
Xeyal û afirînerîya zarokên nuha têr nake ji bo bi ruh bînin wan havînan.
Lê piştî meriv mezin dibe, 
dem û zeman zû diherike; êdî ne roj û hefte û meh, sal mîna avê diherikin...
Qîmetê ku dema hûn tê de ne bizanin. 
Heger we bextewarî zevt kir, li reng û ins û cinsê wê nepirsin, xwe serbest berdin û bi ber pêlên wê ve bipengizin; lê nepirsin bê ka ji ku an ji kê hat...
Wê kêlîyê heger we xwe bextewar hîs kir, wê hîsê biparêzin, nehêlin ji nav lepên we bifire.
Û ji bo ew hîs nemire, hewce ye hûn destê xwe lê neşidînin; kulmek nefes jî divê...

Gotina Dawî
Heger tu bi kurdî nizanibî, tu ne kurd î.
Û heger tu ne kurd bî jî, heqê te tune ye tu bibî berpirs û nûner û temsîlkarê kurdan.

7 Aralık 2023 Perşembe

huner û hunermendên nehunerî

Huner azad e.
Û divê huner azad be.
Lê...
Hunermend?
Hunermendê ku tê negîhaştibe bê azadî çi ye, ew ê di nav hunerê de xav û beloq xuya neke?
Anku huner ê qûna wî hunermendê neazad nede tavê?
Dev ji çîrok û çîvanokan berdin!
Nizanim huner azad e!!!
Nizanim huner bi îdeolojî û sîyasetê nelewitînin!!!
Nizanim huner ne malê partî û rêxistinan e; huner azad û serbixwe ye!!!
Nizanim huner ji bo hunerê ye!!!
Nizanim huner ji bo hunerê ye yan ji bo civakê ye!!!
Erê! Erê! Erê!
Lê heyran,
jixwe huner li dewsa xwe ye û hur û azad û serbixwe ye, yên ne hur û azad û serbixwe "hunermend"ên we ne.
Xêr di felsefeya pûç de tune ye. Bi gotina "huner azad e" meseleyan manupule nekin; hunermendên hûn bi serê wan sûnd dixwin ne tu barûte û qeşmer in.
Kesên ku dilê wan heye karê hunerê bikin û bibin hunermend:
1-Divê şûtîtazî anku şilfîtazî be.
2-Divê ne alîyê sîstemê be, ne jî alîyê partî û rêxistinekê be, ji bo hunera xwe û civakê her muxalîf be.
3-Divê xwendeyekî xwedan vîzyon be.
4-Divê xeyalxurt û afirîner be.
5-Divê durist û saxlem û wêrek û bixwebawer be.
6-Divê di nav qalibên ehlaq û şerm û tirs û metirsîyê de nefetise.
8-Divê bi serxweşîya populîzmê serxweş nebe û nekeve pey konforeke sexte.
We got dev ji Mem Ararat berdin, huner azad e?
Huner azad e, lê Mem çi qasî hunermend e?
Divê em bersiva vê pirsê bidin!..

Min got:
-Evdilayê ne ji ometa Abdullah, çi dikeve serê te ji van çîrok û çîrçîrokên misilmanan?
Got:
-Seyda, hemû fantezî ne, lê ne bi nîvê fantezîyên te xweş û balkêş in; bi qasî te ne xeyalxurt û afirîner in.
Ez kenîyam...
Min got:
-Erê temenê min bi ser çelî ketîye, lê gelo ew îhtimal heye wehîy ji min re jî bê ango Cibo bê di guhê min ê çepê de bifîkîne?
Ew jî kenîya...
Got:
-Seyda, hema qesem bi navê Xwedê, heger pêxembertî ji te re bê, mirîdê te yê ewil ez im û tu sax! Felsefeya te, vîzyona te, sekn û helwesta te, nerîna te ya li jîyanê, ya li ehlaq, ya li zewq û fantezî û kêfê... bi şeref bihuşta baqî yê bibe heqîqî.
Em bi hev re kenîyan...
Min got:
-Ji çîroka Mûsa û Ferhûn fîlmekî xweş çêdibe, haa!
Got:
-Kirine fîlm, lê bi min ne têr û tije ye ew fîlm. 
Ji nişka ve kenekî ew girt û bû hakehaka wî...
Min got:
-Çi bû, malnexerab?
Got:
-Seyda, rojekê ez li cem mala hevalekî xwe bûm, mijar wek nuha li ser Mûsa û Ferhûn vebû. Bavê hevalê min got, "Ew Mûsayê ku bahr kir du felqe çima ji ber Ferhûn revîya? Bila Ferhûn jî bikira du felqe û xwe û ometa xwe jê xelas bikira. Derew merew in. Haa û bira navê Ferhûn ê rast jî ne Ferhûn bû, Ewnê ye û her fereke gunê Ewnê bi qasî petêxekî mezin bûye.
Min got:
-Çima tu nabêjî Mûsa ji tirsa gunê Ewnê revîyaye!
Û bû hakehaka me, em kenîyan.
Xweda ji misilmanan razî be. Ma ku ne ji van çîrok û fantezîyên wan bûya, me yê fantezîyên xwe çawa bixemilandana!

Gotina Dawî
Heta rişma kurdan ji destê apocîyan dernekeve, kurd ê nebin xwedîyê xwe!!!

6 Aralık 2023 Çarşamba

ji roja çarşem e îroj

Dîroka Kurdan rastîya quranê û felsefeya îslamê têk dibe.
Çima û çawa?
Ê heyran, li gorî quranê û felsefeya îslamê, temenê Adem û Hewayê li dora 7 hezar sal e, lê li gorî lêkolên arkeolojîk ên li ser axa kurdan, dîroka şaristanîyê berî nuha bi deh duwazdeh hezar sal dest pê dike.
De hîn ev şaristanî ye, ka bê îja berî însan bigihêjin asta vê şaristanîyê çend hezar sal derbas bûne!
De lo lo lo lo lo lo!..
Ê ma ne de lê lê lê lê lê jî heye.
Axir...
Min got,
jan bi serê we û çîrok û çîvanokên we keve!

Di şerê israîlî û filistînîyan de hest û hîsên însên li bin guhên hev dikevin.
Heger tu israîlîyan biparêzî, tu dibî zalim, xwînmij xwînrijhez, bêûjdan, bêrehm!..
Heger tu filistînîyan biparêzî, tu dibî îslamîstê radîkal yê paşverû, şerîethez, hamasîst, hîzbulahîst!..
Gelo çare û çareserî çi ye?
Axir...
Ev mesele jî bûye girêka gû...
Tu wê girêkê vekî jî venekî jî, lewitandin e!

Meseleya HDPKKyê, ne meseleya xayîntî yan jî kurdîtîyê ye; 
meseleya HDPKKyê, meseleya rantê anku bazirganîyê ye.
Bi kin û kurmancî,
ev şer, tenê ji bo konfor û berjewendîya dused sêsed kesî ye; 
dawîya mayî jî, ji kîsê dêya xwe diherin, mixabin!..
Haa!
Ev konfor û berjewendî jî ne tenê ji bo alîyekî ye; her du alî jî mîna teyrên berateyan li ser diçêrin.
Yanî em dikarin ji vê tifaqê re bibêjin biratîya tirk û kurdan.
Pardon!
Yanî biborin, şirîkantîya tirk û kurdan!..
Lê kîjan tirk û kîjan kurd?
Tirkên ne tirkbûn û kurdên ne kurdbûn li ser bala wan...
Yanî notr in anku bêqewm in; 
dînê wan, îmana wan, ûjdanê wan, bextê wan pere ye.
Tirkên elîtîst û kurdên elîtîst, bi xwîna zarokên xizan û belengazan reng didin xeyal û fantezîyên xwe.
Û dê û bavên wan zarokan jî bi sloganan li ber fantezîyên van tucar û bazirganan bi cizbê dikevin.
Îja ka aqil!
Û ez baş dizanim, 
piştî xwendina van çend hevokan, zarokên xizan û belengazan ê di bin simbêlan de ji min re bibêjin,
"XAYÎN"!

Azadî, heger meriv bi zimanê wê bizane, azadî ye, wekî din malxerabî ye.
Û ji bo meriv hînî zimanê wê bibe jî,
xwendin, xwendin, xwendin; xwenaskirin, xwenaskirin, xwenaskirin hewce ye.
Azadî mîna kirasekî ye, lê berî meriv wî kirasî li xwe bike, hewce ye terzîyek wî perçeyî/qumaşî li bejna meriv bigire, bipîve, bibire û dû re bidirû, yan na ew kiras ê li ser meriv rûnane û meriv ê di hundirê wî kirasî de bibe qirdik û sosret.
Îja tew marjînalbûna bi azadîyeke sexte tê...
Ya star!
Gelî ciwanik û ciwamêrên "marjînal"!
Hewldana ku ji bo meriv marjînal xuya bike, meriv xav û beloq nîşan dide û pirê caran li ser zimanan meriv dibe mijara qerf û henekpêkirinê
ango bi zimanekî kuçe û sikakî, meriv dihetike, xwe dihetikîne.
Ne ku ji bo xelk ê ji we re bibêje filankesê/filankeso marjînal e, hûn jî rabin bi zorê xwe bikin marjînal, heger bi xweber hûn di çavê xelkê de bûn marjînal, ha ew e marjînal.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne azadîya bi nezanî, ne jî marjînalbûna bi zorê û xavî...

Gotina Dawî
Xwe bin, tenê xwe bin!..

5 Aralık 2023 Salı

heft çîrokên hirçê hebûn

Peyva "ji mêranî ket" bêguman ji bo însên e, lê ji bo heywên, xusûsî jî ji bo kûçikan "ji nêranî ket" ne xerab e.
Min got, lê bêguman ev ne karê min e, karê zimannasan e; dikarin serê xwe pê re biêşînin/neêşînin.
Lê ez dibêjim heger seyda Mistefa Aydogan vê nivîsê bixwîne, li ser rê be jî, ew ê telefonî min bike û ya xwe bibêje.
Îja ez vegerim ser rojeva xwe...
Serjimara kûçikên bêxwedî êdî problemeke ewleyîyê ye; lewra meriv dadigere ser kîjan kolanê, ilhez meriv li yekî duduyan rast tê; tew carinan mîna pez bi kerîyan digerin.
Ê de kes newêre dengê xwe jî bi wan re bike ji tirsa heywanhezan!
Na na...
Ji ber xwedîlêderketina heywanhezan, kûçikên vî welatî ji çêlekên Hîndistanê quretir bûne.
Kêf kêfa wan e; heger ne ji tirsa meleyan be, ew ê herin di mizgeftan de jî vekevin, 
bêdestmêj...
Her ku xelk dibêje, "Xeter e, êdî çareyekê ji van kûçikan re bibînin, em hew dikarin zarokên xwe bi tenê bişînin derekê." 
Heywanhez dibêjin, "Ê wa ye em wan ji nêranî dixin ango pûç dikin. Ma hîn hûn doz û dahweya çi dikin?"
La hewle wela!
Heyran!
Ev kûçik nanin me ango nakutin me, êrişî me dikin, êrişî me!..
Yanî...
Ne kîrê xwe, diranên xwe dixin me!

Mem Ararat li ser twîtterê weha kerem kir:
"Kurdbûn, bêyî sosyalîzm, komunîzm, îslamîzm, kapitalîzm û hemû îzmên din dibe, lê kurdbûn, bêyî zimanê kurdî nabe."
Û piştî vê twîttê mirîd lê hatin xezebê, lê ka em ê guhdarî bikin bê ev mijar ê berê me bide kî derê?
Lê hûn dizanin problem çi ye?
Bi qasî ez Mem Ararat dişopînim, Mem bi xwe jî ne dûrî civaka wê zîhnîyetê ye; kesên bi wan re radibe rûdine jî ji wê sifreyê diçêrin û heval û hogir û ehbabtîya wan eşkere ye.
Piştî wê twîttê û wan êrişan, li ser medyaya sosyal ango li ser twîtterê hîn ez rast nehatime ku hevalekî wî yan ehbabekî wî piştgirî û destek dayîyê û li ser wî du gotin nvîsîne...
Di rewşên weha de xwe li bêdengîyê datînin û newêrin dengê xwe bikin; lewra naxwazin konfora xwe xera bikin; ji wê zîhnîyetê diçêrin. 
Nizanim tê bîra we?
Carekê êrişî Yildiz Çakarê jî kiribûn.
Piştî wê êrişê ji derdora Yildiz Çakarê ku dema mesele dibe civatên magazînî, ji hev re xweş dikin, deng ji kesî nehat, kes li pişta wê derneket û wek destek du hevok nenivîsandin.
Îja heyran!
Me dêr jî şewitandîye, mizgeft jî...
Her kî pêrgî êrişekê tê, em radibin xwe jê re dikin mertal û dest bi parastinê dikin, xwe piçekî din li ber çavê wê girseyê/kîtleyê reş dikin, 
lê ew ên em xwe ji wan re dikin mertal, piştî demekê tew wek ku tişt neqewimîye, dîsa dikevin nav wê êl û naxirê û dibe hîrtehîrta wan û ji hev re xweş dikin.
Loma jî...
Êdî ez ê zû bi zû xwe bi ser avê nexim û nekim qarewar. Ewil bila Mem Ararat navberekê/mesafeyekê têxe navbera xwe û wê girseyê/wê zîhnîyetê, dû re em ê ji wê sekn û helwesta wî re bibêjin,
"ŞABAŞ!"

Ji min re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin!
Stranên te, çîrok û çîrçîrok û çîvanokên te, metelok û meselokên te, bîranîn û serpêhatîyên te, folklor û destanên te bi zimanê te dibin ên te.
Xwe nexapînin û nebêjin dema mijar dibe qewmîyetî/neteweyetî, xala herî girîng ne ziman e.
Heger ziman tune be, tu bi xwe jî ne xwe yî; kî te bi kîjan zimanî bipeyivînî, tu ew î, tu aîdî wî yî!
Û ya din...
Dîsa dubare dikim. Xwe neavêjin pişt mahne û bahaneyan û xwe û me nexapînin.
Çi sîyasetvan çi rewşenbîr, çi hunermend çi nivîskar, heger kurdek ê rabe doza kurdîtîyê, netewetîyê bike, hewce ye ewil ji xwe dest pê bike û xwebûn jî ji zimên dest pê dike. 
Çawa ku ji bo tucaretê û berjewendîyên xwe yên şexsî di nava salekê de hûn xwe hînî her gûyî û her şeytanîyê dikin, ji bo doza xwe jî (heger hûn bi xwe û doza xwe re rast û durust bin) hûn mecbûr in xwe hînî zimanê xwe bikin; qe nebe wê hewldanê bikin;
heger na, ji qûna we nayê, belasebeb ji xelkê re çîrok mîrokan nebêjin û ji bo populîzma xwe herin ji xwe re bi tiştik miştikin din re mijûl bibin.
Ziman, ji quretî û populîzma we wê de ye!

Gotina Dawî
Dema mijar bû netewe, li ser zimên bi kesî re nekevin nav nîqaşê, lewra ya te dike perçeyeke ji wê neteweyê zimanê te ye.


30 Kasım 2023 Perşembe

jina bêkumik

xwedê ew kêr kiribû;
xwîn diçû ji hestên wê!
û baskên wê bi dirîkên ezmên ve aliqîbûn.
her ku xwe tev dida,
hêsir diniqutî ji birînan!
jin bû, lê...
jînê kumê xwe nedabû serî!..

28 Kasım 2023 Salı

kurdîtî

Îşev,
ez ê zêde bi vir de û wê de
nebim, neynim
û ez ê xwe nespêrim peyam meyaman sublîmînal jî
Ez ê kin lê bixim
û qut bibirim.
Çi nivîskar çi hunermend,
çi sîyasetvan çi rewşenbîr,
her kî bi zimanê dagirkerên xwe
binivîsîne,
biafirîne,
doza kurdîtîyê bike,
qahp e,
pûşt e,
rezîl e,
teres e,
dijminê qewmê xwe ye
û hew!

Gotina Dawî
Heger hûn kodên kurdî li karaktera xwe bar nekin, karaktera we yê mîna jina qûnde ji bin yekî rabe, here têkeve bin yekî!..


27 Kasım 2023 Pazartesi

konformîzm

Hrant Dînk
Ma hûn dizanin bê çima hedepeyîyan qedrê Hrant Dînk digirtin?
Ango çima di mirina wî de ew qasî li ber ketin û hîn jî li ber dikevin û di her salvegerê de wî bi bîr tînin?
Ê ma ne ew jî yek ji lawên pîrê bû û wî jî wek ên din dîn û îman û enerjîya xwe li ruhê mîsak-î milîyê xerc dikir.
Ma ne wî jî wek birayên xwe yên hedepeyî yekîtîya Tirkîyeyê diparast û qîmet dida biratîyeke teres.
Ma ne mîna birayên xwe yên hedepeyî yên kurd firotin, wî jî ermenî firotin û xulamtîya efendîyên xwe qebûl kir.
Ma ne mîna birayên xwe yên hedepeyî yên li dijî destketîyên başûrê Kurdistanê derdikevin, ew jî derdiket.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk û her du Sirri û Hasîp Kaplan çi bin, Hrant Dînk jî ew bû.
Yanî...
Hemû dizên neqebekê ne.

Tîktok
Kerxane û pavyona sanal ango kerxane û pavyona li ser înternetê. 
Berê, me digot, 
"Filankes çav li pereyan ket, xwe wenda kir; pereyan karakter pê re nehişt."
Lê ne sûcê pereyan bû, jixwe karakter bi wan kesan re tune bû; bi xêra pereyan ew maskê ji rûyê wan ket ango pereyan qûna wan da tavê...
Îja heyran,
Çi qas pûşt û qewad û qûnek û qûnde û qahpik hene, bi saya serê Tîktokê kifş û eşkere û deşîfre bûn.
Mîna sîrkekê, her kes hewl dide hunera xwe rê bide ango nîşan bide; bi haweyekî rezîl, teres û pûştî...

Azîz Sancar
Di hevpeyvîneke bi Azîz Sancar re, Azîz Sancar weha kerem kirîye:
"Ez lawê paleyekî bûm. Axeyekî êrîşî kalikê min kirîye, ew kuştîye û mal û milkên wî çi heye çi tune ye dest daye ser û li ser xwe tapo kirîye."
Ka îja wî zemanî çi mal û milkên paleyekî reben hene, ew jî çîrokeke din e.
"Ataturk, rabûye axe û ew 21 kesên bi axe re ew xerabî kirine, yek bi yek girtine, kuştine û ji bo careke din kes xerabîyeke weha neke, hefteyekê meytên wan li meydana gund hiştine. Dû re demildest dest bi lêkirina dibistanekê kirine, dibistan vebûye. Pîrka min ji ber jana zirav mirîye û di pê wê re navenda lênerînê hatîye gund. Û ya herî girîng mamosteya me Turkay xanim, ji bo em nebin xulam û koleyê kesî, her tim em şîret dikirin. Ha ew Azîzê ku lawê paleyekî belengaz bû li vê dibistanê xwend û bi xêra wê xwendin û dibistanê bû Azîzê xwedîyê xelata kîmyayê. Ho Ataturk, ez deyndarê te me."
Rast e.
Erê, Turkay xanima dêlegur, tu nekirî xulam û kole, lê tu ji wê ruhîyetîyê wêdetir birîye; qet nebe xulam xulam be jî, dizane bê kî ye û ji ku hatîye, lê tu? Wê xanima mamoste, dewşirmeyekî qerase ji te derxistîye, mixabin.
Te xwe û xwebûna xwe firotîye, te çerm û eyarê xwe guherîye, tu rabûyî ji min re çîrok û çîrçîrokan dibêjî û li dijî xulam û koletîyê sekn û helwestê nîşand didî, Azîz efendî!
Ji qewla me mêrdînîyan:
Te quzê wê xwaro!
Lo lawo! Hema te ji wî gundîyê xwe Ajdar jî fedî nekir?
Weyla te ew gunê Ajdar ê bêhêk xwaro!

Gotina Dawî
Ez di konfora ca we nim!

26 Kasım 2023 Pazar

aqilê heft jinan û tenûra hewşa me

Medyaya Sosyal û Kerametên Wê
Medyaya sosyal, ji bo demekê her kesî bi populerbûnê şad dike.
Hinek ji wan har dibin, 
hinek ji wan fahş dibin, 
hinek ji wan jî di ber cananekê de can didin.
Û civatên odeyên twîtterê ji paşgotin û galegal û dedîkodîyên ser tenûran xweşir digerin.
Hinek bi derewan germ dikin wê tenûrê; 
hinek bi pereyan germ dikin wê tenûrê; 
hinek jî bi peyv û gotin û kelam û hadîs û îdeolojîyên xweda û pêxemberan...
Û bi cizbê dikevin li ber quretîyên xwe yên ew bi xwe jî pê ne bawer...
Dibêjin, 
li Ewrûpayê, mirîdên pêxemberekî rolêgerîyayî û şevoquzîbûyî, 
ji bo tecrîta ser pêxemberê xwe şermezar û protesto bikin, xwe di qefesên hesinîn de kirine girtîyên azadîyê.
Erê, azadî...
lê xwezî me bi zimanê wê jî bizanîya!
Îja heyran...
xulam û koleyên belengaz, hêsîr û reben û pepûkên neazad, 
radibin bi haweyekî azad ji bo "hêsîr"ekî ji xwe azadtir li rê û çareyên azadîyê digerin.
Ka aqil!
Lê jixwe li ser vê axê ku aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mrîşka ku li ser mesefa savarê/birincê mêr goştê wê ji hev tîştîşî dikin û li hev hiltînin jî, dihere nikilê xwe li gûyê bin zarokekî nebalixbûyî dixe.
Û dû re...
wek tiştek nebûye jî, 
ew mêrên ku simbêlên xwe bi dohnê qûna mirîşkê diseyinînin, ji ser wê sifreyê radibin û govendekê digerînin li ber straneke Seîd Gabarî:
"yar de yar ya de yar
bêloma be ya star
sed maşelle ji xwedê re
ez bûme marekî teyar
ji kaşê mala hatime xwar..."

Gotina Dawî
Aqil jî vediceniqe dema dibe qala kurdan.
Û kurd ji aqil mezintir in!..

24 Kasım 2023 Cuma

gotina dawî

Feylesofên Sedsala Derewîn
Vî zemanî...
Kesên bêkalîte, radibin bi xêra google û medyaya sosyal xwe gûyekî dihesibînin û li ser serê xelkê quretîyan dikin.
De îja...
Bi wê şaşika serê Mele Birhan, tu wê telefonê ji destê wan derxî, mîna masîyê tu ji avê derxî, ew ê biperpitin û ziman ê di devê wan de hişk û zuwa û pûç bibe.
Ez ê bibêjim ez bikutim wê karaktera we, lê karakter jî tune ye, rebenê kîr ê li xwe biheyire!..
Axir!
Erê weleh, axirzeman e ev zeman!..

Hesen û Husên bi hev re diherin ber pez û li ber pez Hesen nêtê li kerê xera dike. 
Ji Husên re dibêje, "Ka were ji min re bi serê wê bigire."
Husên jê re bi serê kerê digire û Hesen dihere li paş kerê diedile, şelwerê xwe dadixe heya kabokan û xwe lê dixe. Dilê xwe li kerê hênik û rehet dike.
Dibe şev û gundî li odeya gund rûniştine û civat gerîyaye.
Hesen û Husên jî li wir hazir in.
Qerf û henek û laqirdî li bin guhên hev dikevin. Husên jî nikare bi xwe û ji nişka ve dibêje, "Îroj li ber pez Hesen nîyha kerê." û dibe hakehaka wî dikene.
Muxtar difitile ser Husên, dibêje, "Te jî ne nîyhayê, Husên?"
Husên bi ken dibêje, "Na weleh, apê muxtar, min nenîyhayê. Tenê min jê re bi serê girt."
Îja heyran...
meseleya me û apocîyan jî ev e.
Muxalîfên Apo ango partîzanên ku piştî demekê şirîkantîya wan û Apo bi dawî bûye, radibin li ser medyaya sosyal, bi taybetî jî di wan odeyên twîtterê de masturbasyona humanîzmî û kurdperwerî dikin.
Hûn jî ne bêguneh in û hûn hemû şirîkê gunehên hev in!
Bi salan di bin çengên Apo de xwe li kerrî û kawikî deynin û piştî ji cem wî birevin, îja rabin xwe wek milyaketan nîşan bidin û Apo jî bikin şeytanê nahletulah!
Na. Nebû. Nabe...
Bi qûna xwe bi aqilê me nelîzin!
Hûn hemû dizên neqebekê ne!
Êdî dev ji vê megalomantîyê berdin û ji pêxîla kurdan bikevin.
Kesên ku nikarin şivantîya kerîyekî pez bikin, bi salan xwe kirin şivanên vî miletî.
Biteqizin herin wan çîrok û çîrçîrok û çîvanokên xwe ji xwedîyên xwe re bibêjin.

Gotina Dawî
Min got gotina dawî, lê îşev nizanim bê ka ez ê bi çi gotinê vê mijarê bi dawî bikim?
De bila îşev jî gotina dawî tune be, ma qey qantir nazê û dinya xera nabe!..

Gotina Herî Dawî
Ez di ogretmenler gunuya we nim!

23 Kasım 2023 Perşembe

kurd qurm qul kir

Mem Ararat û Nahmeta Populîzmê
Mem Ararat, piştî bi stranên xwe yên keç û bûk û jin li ber wan kirasê xwe diçirînin û terka mal û malbat û mêrê xwe dikin û bi çolê dikevin, nav û dengê xwe di muzîka kurdî de gîhand erşê Xwedê, êdî ew ê bi wî kenê xwe yê gelek keç û bûk û jin dîn û har kirine, ji edebîyata kurdî re jî bikene, pardon ango bibore, ew ê binivîsîne.
Jixwe nivîsand û kitêba wî ya ewil derçû jî; bi navê "Quling û Ewr û Ba" kitêbeke helbestan.
Min jî dixwest piştî xwendina helbestên wî ez li ser kitêba wî nivîseke rexneyî binivîsînim, lê mixabin, buhayê mîrata kitêbê heqê qelenê jinekê ye mîna bilêtên konserên wî;
lewra ji ber ku êdî ew jî ketîye kategorîya elîtîstan, bilêtên konserên wî jî hew bi destê evdên Xwedê ango kurdên Xwedê dikevin.
Lê xwedîyê weşanxaneya pirtûka kurdî jî di bin simbêlan de fîqefîqa wî ye, dikene, haa!
Êêê!
Di rojekê de 500 sparîş û her sparîşek qelenê jinekê...
Ez di şûna wî de bim, ez ê zorê bidim Mem Ararat, bila serê mehê binê mehê kitêbekê binivîsîne.
Û jixwe hewce nake serê xwe zêde pê re biêşîne jî; dikare gotinên stranên xwe jî wek helbest biweşîne.
Û dîsa jixwe,
pirê kesên wan kitêban bikirin jî, ew ê nexwînin; lewra medyaya sosyal û tahma eşqa populîzmê ji tahma orgazmê bi çend gavan wê de ye. 
Ez dizanim min peyva "jixwe"ê pir bi kar anî, lê jixwe hûn jî dizanin her tişt ji "jixwe"ê dest pê dike!😉!

Dîlan Yeşîlgoz û Pêgirtina Kurdan
Ezbiheyranino!
Carekê, tenê carekê jî ji bin kontrola mejî dernekevin û kenê xelkê bi xwe neynin ango zûka bi ser avê nekevin; tenê carekê!..
Weleh êdî xwelî jî ji ber xwelîserîya we bûye mîna esrarê û ew bi dest dikeve.
Ji doh de we qûn li xwe qetand, guh jî li me çirand, ji wê wîrewîr û lîrelîr û qarewara we ya doh.
Dîlan Yeşîlgoz bi ser ket!
Dîlan Yeşîlgoz bû serokwezîra Holandayê!
Dîlan Yeşîlgoz dêrsimî ye, alewî ye, kurd e û bi her sê nasnameyên xwe serbilind e!
Dîlan Yeşîlgoz û Dîlan Yeşîlgoz û Dîlan Yeşîlgoz!
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê xwelî jî buha ye û zû bi zû bi dest nakeve êdî; piştî çûyîn û hatina Amarayê ya ji bo rojbûna Xwedayê Xwedayan Zeusê hemdem!
Axir, bi ser jî neket, lê xuya ye pir kes bi ser ketin!
Ka kerem bikin em di pencereyeke din re li vê meseleyê binerin û lê hûr û kûr bibin.
Ka îja bê çi xêr û fêdeya vê kurdkokenlîyê yê bi min/bi me bihata, heger bihata hilbijartin û bibûya seroka Holandayê?
Ew ê navê Holandayê biguherîya, bikira Kurdlandîya?
Ew ê li Kurdlandayê zimanê kurdî jî li kêleka zimanê flemenkî bikira zimanê dewletê yê fermî?
Ew ê her sal li Amedsterdamê ji bo danasîna kurdan a kulturî/hunerî festîval mestîval çêkira?
Ji bo Kurdistan serxwebûna xwe ragihîne, ew ê li seranserê Ewrûpayê dest bi lobî û dîplomasîyekê bikira?
Ew ê paşnavê xwe yê wek dîyarî ji dagirkerên wê jê re mîrad maye, biguherîya û bikira Dîlana Kurdan?
Ew ê di navbera kurd û holandîyan de bibûya pire û ji bo kurd û holandî bi hêsanî bi ser hev de herin werin mecbûrîyeta vîzeyê rakira?
Bi rastî jî meraq dikim!
Heger Dîlan Yeşîlgoz bibûya serokwezîra Holandayê, ew ê çi biguherîya?
Ji xêndî pesn û quretîyeke pûç û vala!!!

Gotina Dawî
Kurm qurm qul kir!
Kurd qurm qul kir!
Kurd kurdî qul kir!
Bi hêvîya kurdî bibe kîrek û têkeve qûna kurdan!..

22 Kasım 2023 Çarşamba

şeytanê bêehlaq

Kurdên bi xwendin û zanîna xwe, xwe wek rewşenbîr dibînin;
bi telaq pirê ji we, meriv çermê canê we biguro û ji wî çermî telîsekî çêke, pez û dewar ê kaya di wî telîsî de nexwin.
Lewra...
Tenê xwendin ango tenê zanîn bi serê xwe kesekî baş, çê, hêja nake 
yan jî xwendin û zanîn bi tena serê xwe pere nake, heger karakter ne xurt û çê be.
Di nav me kurdan de, xusûsî jî di qada reşenbîrî û entelektuelîyê de pir pispor û zana û kesên xwedan vîzyon hene, lê ji ber ku karaktera wan lawiz ango qels û pûç e, zanîn û vîzyona wan ji quretîyê wê de nare.
Tenê masturbasyona entelektuelî dikin!

Hin nas û hevalên min, ji ber rexneyên min gazinan dikin; xwedê giravî ez zêde rexne dikim û rexneyên min jî mîna xencera xalanên min bilokîyan bel e.
Hinek jî dişibînin kelem û şûjinan!..
"Xencerbelê Bilokî" belkî we bihîstibe.
Yanî dixwazin bibêjin, dilê her kesî ji xwe nehêle; cî ji hezkirinê re jî bihêle.
Bi gotineke din:
Dibêjin kî bi tirkî peyivî, guh nedê, kê bi tirkî nivîsand, çavê xwe jê re bigire, kê bi tirkî stran got, najo ser, kê got ez rewşenbîr im û bi tirkî quretî kir, bila bike û û û...
Lê em tiştekî tev li hev dikin.
Çi ye ew tişt?
Ma we dîtîye min dev avêtîye Mahsûn Kirmizigul, Alî Şan, Îbrahîm Tatlises, Ozcan Denîz?
Ango we dîtîye min zimandirêjîya Yilmaz Odabaşi, Yaşar Kemal, Ahmet Arîf, Cemal Surreya?
Na.
Çima na?
Ji ber ku tu angaşteke wan ango îdîayeke wan a kurdîtîyê tune bû/tune ye; her wek tirkîyeyîyekî jîyan/dijîn, lê...
ev ên ez wan rexne dikim û diajom ser wan, di çarçoveya kurdîtîyê de destê xwe li sînga xwe dixin û quretîyên politîk dikin, loma ez ji wê durûtîya wan hêrs û aciz dibim.
Yan na bila politîk tev negerin û li ser kurdîtîyê quretîyan nekin, heger min tenê carekê jî ew rexne kirin, heqê wan heye.
Îja heyran,
mîna kalikê xwe Baba Tahirê Uryan, şût û rût û şilfîtazî digerim, lê ne ez, bila ew kesên karaktera wan lawiz/qels/zeîf xwe ji min himet bikin 
ango destê xwe bipelînin û di ber min re bibuhurin 
yan na, ew ê pê bigirin!
Yanî bi kin û kurdîya kurmancî,
ne nobran im, tenê ez qûna kesên qûn bi hêlekê ve direqise, serî bi hêlekê ve direqise, didim tavê, 
lê yên gilî û gazinan dikin jî tirsonek in, berjewendperest in, konformîst in, lewra bi van gilî û gazinan dixwazin ji min re bibêjin, "Zêde tev nede, xwe li ber çavê her kesî reş neke û li kêfa kîrê xwe binere."
Ez bikutim wê kêf û konforê, heger rişma min ê ne di destê min de be û ez ê nikaribim li gorî mejî û mentiq û azadîya xwe tev bigerim.
Konfora herî mezin duristî û rasgoyî ye û ev jî azadî û wêrekî û xwebawerîyê bi xwe re diafirîne.
Û ji vê jî karakter dizê!
Erê, ez dizanim civak ji kesên wek min zêde hez nake, lê jixwe şerê min jî bi vê civaka ketî, eciqî, pelçiqî, belengaz û têkçûyî re ye.
Genetîka civakê xera bûye, ehlaq têk çûye, karakter pûç bûye û pûşt û durû û oportunîst jî fîkefîka wan e digerin.
Li min negirin, lê ez ê her û her we aciz bikim, çendî agir bi konê min ê konforê bikeve jî!..

Gotina Dawî
Ez şeytanekî bêehlaq im û hûn jî zarokên qewmekî biehlaq...
De herin rahêjin kevirên xwe bê kî kê diricimîne!
Û ez ê paş ve gav neavêjm.

21 Kasım 2023 Salı

rojev bi pervînê germ dibe lê sar nabe

Populîzm nexweşîyek e!
De îja em namirin û em ê bi hev re bibînin; piştî demeke ne pir nêzîk lê ne pir dûr jî, 
ew ê di navbera Şivan Perwer û Pervîn Çakarê de şer û pevçûnek dest pê bike, 
lewra Pervînê ji nişka ve xwe xist rojeva tirk û kurdan, bê bask bi esmanên populertîyê ve rapelikî û Şivan ê zû bi zû vê performansê tehamul neke, danequrtîne.
Heyf!
Ket ber nanê Şivên jî, ev xwedênehişt!
Hêvî dikim piştî vê kabûsê mam Şivan ê nekeve andropozê!..
Her weha ev îroj du roj in, çi kurd çi tirk, çi kemalîst çi oldar kes nema ku bi vê meseleyê daneket.
Pervîn Çakarê, bi stratejîyeke şeytanî bi kevirekî sê qûç xistin û bi rêbazeke feylosofane...
-Ji kurdan re got ez stêrka we me û di hunerê de ez we sembolîze dikim.
-Di navbera biratîya kurdên entegrebûyî û tirkên kemalîst ên spî de xwe kir pire.
-Êdî bi vê populertîyê pişta wê hew tê erdê, êdî kes nema dikare jê re bibêje, "Pozika sola te xwar e."
Erê, Xwedê bide hinekan, nabêje tu lawê kê yî, lê jixwe Pervînê ne bi Xwedê re, bi Şeytên re dimeşîya, dimeşe; guhên wê dilivin. Ew zû zû pê li cîyê şil nake.
Îja...
Carinan hesabê malê û sûkê li hev dernakeve, divê hay ji xwe hebe, 
lê em ê bi hev re bibînin bê ev rê yê here bihuştê yan here dojehê, ji qewla rehmetîya Yildiz Çakarê.
Ahaa!
Pervîn Çakar!
Yildiz Çakar!
Lê na na, ne tiştekî hev in; tenê mexdûrên dewleta tirko ne, her du jî...
Haa! 
Berî ku Yildiza dîn a ne pir biaqil xwe aciz bike û were rapelike nav çavê min, ez meseleya rehm û rehmetê zelal bikim.
Weke hûn dizanin, rehm li mirîyan jî dibe, li sax û zindîyan jî.
Li ser meseleyê:
Dema meriv tasek av ji yekî dixwaze û ew kes dike ciwamêrîya xwe û radibe dihere tasek av tîne dide meriv, piştî meriv wê tasa avê vedixwe, bêyî ku meriv li dê û bavê wî bifikire bê sax in an mirî ne, meriv dibêje, "Rehmet li dê û bavê te be!"
Axir, min meseleya rehmetê pir dirêj kir di vê rewşa me ya bêrehm de.
Min digot çi?
Min digot xwe ji populîstan bisitirînin. Ji bo bigihêjin armanc û hedef û miradê xwe, dikarin bi deh rûyan bigerin, ne durû...
De îja sinifeke din jî heye; yên wê sinifê jî xwe didin ber bayê populîstên populer û bi xêra populertîya wan populeran ew jî piçekî li tahma populertîyê dinerin.
Li ser medyaya sosyal xwe perçe dikin ji bo bi van kesan re di heman kadrajê de cî bigirin.
Û ku di wê kadrajê de ji xwe re cî nabînin, êdî dest bi danasîn û reklama xwe, pardon ango biborin, dest bi danasîn û reklama wan dikin û xwe dihetikînin.
Jixwe ev kesên weha her tim sî ne li ber sîya hinekan. 
Axir...
Guh medin quretîyên wan.

Gotina Dawî
Di vê rêya populertîyê de tenê bêsiûdîyeke vê xanimê heye; 
ew jî, mixabin him kinik e, him jî ne xweşik e,
yan na, bi telaq ne Sezen Aksû, ne Emel Sayin, ne jî Seda Sayan ê nekarî avê li destê wê bikin.

20 Kasım 2023 Pazartesi

vîzyon

Li ser youtubeyê min li her sê beşên podcasta Dilbixwîn Dara ya bi Ciwan Haco re civatê digerîne, temaşe kirin.
Pêşkêşvanîya Dilbixwîn Dara pir bi haweyekî mekanîk e; 
sar, cemidî û pir ji rêzê ye ango ne rengîn e, loma jî civat li ser rengekî saya diherike.
Jixwe di medya û televîzyonvanîya kurdî de ev problemeke sereke ye û têra xwe beloq xuya dike, mixabin.
Lê dîsa jî...
Dilbixwîn bi çend qurişan ji ew ê gundî û bêvîzyon ê "Pencereya Bakur" pêşkêş dike çêtir, maqûltir û xwedan vîzyontir e.
Henek li alîyekî, bira jî ew pencereya bakur e yan pencereya bikul e, hêja ye meriv lê hûr bibe.
Bernameyeke bê ruh, bê hîs, bê hest; her du pêşkêşvan jî hewl didin xwe germ û samîmî û jidil nîşan bidin, lê her ku xwe dicivînin ser hev, xavbûneke beloq ji wan difûre.
Haa!..
Mehdî Mûtlû ne xerab e, lê ew jî ji ber qama wî ya kin e nizanim, mîna dîkê qoqo xwe zêde dibixudîne ango qure dike.
Û her weha li ser twîtterê jî piçekî bi zimanê xwe re bixeyidîya û ji tirkî dûr bisekinîya ew ê baştir bûya;
lewra sekn û helwest girîng e û zarok û ciwan li meriv dinerin, meriv dişopînin; bixwaze nexwaze erênî neyînî tesîreke meriv li wan dibe.
Axir...
Meseleya min a îroj ne devşorbetî û devşeltetîya xelkê ye; ez vegerim ser meseleya xwe ya sereke.
Erê...
Min ji performansa Ciwan Haco jî hez nekir. Min piçekî ew belawela dît; ji tiştinan aciz e, lê ew acizîya wî dihêle ew jî hinan aciz bike.
Belkî jî nîşane û semptomên yextîyarîyê ne, nizanim.
Tenêtî jî zor e.
Û her weha hêdî hêdî karîzmaya wî jî dihile wek hawê; jixwe xeyal, fantezî û afirînerîya meriv karîzmaya meriv zindî û jîndar dihêle. 
Û ev demek e ruhê Ciwan ê afirîner jî westîyaye.
Jixwe dibêjin ku însan pîr dibe, ji alîyê hîs û hestan ve nêzîkî zaroktîyê dibin; 
lê zaroktîyeke cirnexweş.
Ego û kompleks bi Ciwan re çêbûye; berê bi min naziktir, kubartir, maqûltir, nefsbiçûktir dihat.
Dema Dilbixîn pirsa xortanîya wî û muzîka wî zemanî kir, zêde bi serbilindî pesnê muzîka kurdî neda û navên hunermendên berê li wan guhdarî kiribû û baş xerab tesîrek li ser wî hiştibûn, nekir; kin û qut birî.
Ne navê Miradê Kinê got, ne navê Mehmed Arifê Cizîrî û Şakiro got, ne navê Hesen Zîrek û Hesen Cizîrî got, ne navê Tahsîn Taha got, ne jî navê Îsa Berwarî û Eyşe Şanê û Erdewan Zaxoyî got, tenê pesnê almanan û muzîka rojavayîya da, 
lê balkêş e, 
berî wî kurdên rojavayî û muzîka rojavayîyan nas kiribûn û berî wî dest bi wê muzîkê kiribûn jî hebûn, 
lê navê Koma Wetan jî nehat ser zimanê wî, mixabin.
Û qala hunermendên kurd ên dem û zemanê xwe jî nekir.
Ê jixwe piştî bi Deno re derket ser ekranê û ew jî bi ber bayê populîzmê ket, (çendî têra xwe populer e jî) min li ser ruhê wî fatîheyek xwend, bi kurdî...

Gotina Dawî
Vîzyon, vîzyon, vîzyon...

hetiketî

Gazin!
Gazin!
Gilî û gazin!
Xîret û şeref!
Sekn û helwest!
Karakter û kesayet!
Efendî û kole, axe û xulam
anku
dewletî û bêdewlet!
Erê..
Efendî û axe dewletî ne, lê 
kole û xulam û bêdewlet?
Ew jî xizmetkar in ji xizmeta efendî û axe û dewletîyên xwe re.
Efendî ji kole re dibêje, "Heger tu min şad bikî, ez ê jî carê destê xwe bi serê te bidim û bihêlim tu jî li qiraxa konfora min li tahma konforê binerî,
lê...
erê, lê tenê li tahma wê binere; bila nebe kurm û nekeve nav xwîn û canê te 
ango hînî efendîtîya min nebe."
"Û vê jî bike guhar û têxe guhê xwe" dibêje û berdewam dike, efendî:
"Ji xwe û xwebûna xwe dûr bisekine, lê ji bo tu yê bibî wek min, hewl jî nede..."
Û kole ango xulam ango bêdewlet, ji bo kulmek konfor, ji dêrê jî dibe, ji mizgeftê jî.
Lê jixwe...
êdî dêr jî ne dêra berê ye, mizgeft jî ne mizgefta berê ye;
lewra bext mir!
Pervîn Çakara ku li gorî hin kesan sopranoya kurd e, lê mixabin li gorî min konformîst û entegrasyonîst û oportunîst e, li keleha kemalîstên xwîna kurdan jî vexwin, dilê wan ê rehet nebe ango li Kadikoya Stenbolê konserek da û di wê konserê de, bi stranên xwe dilê tirkîyeyî û kemalîstan şa kir.

Gotina Dawî
Qey kurd ê jî rojekê hilkişin ser text û berê xwe bidin bext!


19 Kasım 2023 Pazar

mele şêxmûs

Mamoste Nenas, ji ber tayna jina wî ya mamoste ji Stenbolê radibe welêt, radibe mûlidekê datîne.
Ji bo xwendina mûlidê zarokan dişîne pey mele Menîr; mele Menîr tê li dawîya odeyê rûdine û dest bi hazirîya mûlidê dike.
Mamoste Nenas çendî dizane cira apê wî ne xweş e jî, ji ber fedîya dinyayê zarokan dişîne pey apê xwe hecî Şêxmûs jî; hecî Şêxmûs jî tê li odeyê rûdine û enîya xwe dide enîya mele Menîr.
Mele Menîr bi hatina hecî Şêxmûs piçekî aciz dibe, lê di ber xwe de nahletekê li Şeytên tîne û deng nake.
Hecî Şêxmûs jî dibistan mibistan nexwendîye; piştî wextekî xwe bi xwe, xwe fêrî xwendinê kirîye û ji Marx bigire heta Engels, ji Engels bigire heta Hegel, ji Hegel û Tolstoy û Dostoyevskî û Alî Şerîatî û Konfucyuz û Mao çi ketîye ber xwendîye.
Berî mele Menîr dest bi xwendina mûlidê bike, hecî Şêxmûs difitile ser cimhetê, dibêje, "Weleh ji mûlidan bawer nakim lê min got bila dilê zarokan nemîne, ez hatim."
Mele Menîr di ber xwe de dibêje, "Estexfurallah" û dest bi xwendina mûlidê dike:
-Wextê pêxemberê me ji dawa dêya xwe ket û hat ser rûyê erdê, wê şevê sed jin û sed mêrên kafir mirin.
Hecî Şêxmûs li civatê dinere, dibêje:
-Batil! Batil! Batil! Qetla dused kesî jî kir stuyê xwe.
Piqînî bi civatê dikeve, dibe hakehaka wan, lê noqan jî ji mele Menîr vala dikin. Mele Menîr difitile ser hecî Şêxmûs, dibêje:
-Hecî Şêxmûs, bêvila xwe nexe nav mûlidê, ez tiştekî ji te re nabêjim.
Axir, piştî mele Menîr mûlida xwe xelas dike, êdî dor tê weezan.
Bû qala bihuştê...
Mele Menîr dibêje:
-Erê weleh, yê îbadeta xwe xweşik û baş bike, li hêla din tê xelatkirin; 72 horî para wî ye.
Hecî Şêxmûs dîsa bi xwe nikare û difitile ser civatê, dibêje:
-Ê de bi telaq ne werê ye law! Ma 72 qahpik di kerxaneya Carbekirê de tune ne, îja 72 horî! La hewle wela!
Mele Menîr guh nadê, berdewam dike. Pirs tê ser xwarina rojîyê. Mele Menîr dibêje:
-Heger meriv rojekê rojîya xwe bixwe, hewce ye meriv piştî meha rojîyê şêst rojî wek ceza dîsa rojîyê bigire.
Hîn gotina Mele Menîr di dev de ye, hecî Şêxmûs dibêje:
Ê de yabo! Hi ihi! Hew ev ji me kêm bû. Wa ye rebenê Xwedê jî wek faîzcîyê Qiziltepeya me dest bi faîzê jî kirîye.
Cî li mele Menîr teng dibe, radibe bê destûr xatir ji civatê naxwaze û qundereya xwe şimikî bi ser nigên xwe ve dike û revî revî berê xwe dide malê.
Piştî mele Menîr civatê terk dike, hecî Şêxmûs dibêje:
-Ê ne quzê ca xwe dixwe, derewan dike. Îja 72 horî kuro! Hema yabo, aqil heye, mentiq heye; 72 horî ji min re, 72 horî ji Eyo re, 72 horî ji Remê re, 72 horî ji Cemal re... Ev horî giş ê çawa di vê bihuştê de hilên, kuro!

Gotina Dawî
Heta mele ji civatan nerevin, civat û civak ê li xwe venegerin.