31 Temmuz 2020 Cuma

cejna we ya xwîn jê difûre, pîroz be!

Bi zaroktî me bi tavê sûnd dixwar.
Bi min, ev bawerî ji bawerîya me ya berî vê bawerîyê dihat.
Me digot em kurmanc in.
Dû re, sal bi sal em mezin bûn û bi mezinbûna me re, bawerîya me ya berê, qels, bawerîya me ya nuh, xurt bû.
Û me hew bi tavê sûnd xwar.
Misilmantîyê serê tavê xwar.
Kurmanc bûn kurd û kurd jî bûn parsek li ber derîyên mizgeftan.

CEJNA WE YA XWÎN JÊ DIFÛRE, PÎROZ BE!

24 Temmuz 2020 Cuma

Mejî û serî

Di emr û heyata xwe de, ne li bextê xwe guhdarî kirine, ne li ûjdanê xwe, di rojên înê de radibin gilî û gazinan dikin, dibêjin, "Ev dinya xanek e, ji te re jî namîne, wê roja te jî were!.."

La hewle wela!

Mejî tiştekî ecêb e. Di her serîyî de heman tesîr û randûmanê nade.

Ji Xwedê bawer dikin.

Pê bawer in ku bêyî qudreta wî pel nalive.

Lê hemû dek û dolab, qulopuloyên wan li ser xapandina Xwedê ye.

Loma jî, 

mîna çîroka hêk û mirîşkê; 

"Hêk ji mirîşkê derketîye, yan mirîşk ji hêkê!"

Piştî vê ehmeqîyê, heger em destê xwe li pêxîla van xwelîser û xwenezanan xin û ji wan bipirsin, 

"Xwedê însan çêkirine, yan însanan Xwedê!" divê xwe ji me aciz nekin...


22 Temmuz 2020 Çarşamba

Senfonîya Dengan


li bin konên ereban,
pîrebokên lezbiyen govend digerandin
li ber senfonîya cizba sofîyên bîseksuel.
hecîyên serserî bonzayî dikişandin, 
li pişt mizgefta gund.
û 
meleyê pedofîl, 
li ber fîlmekî erotîk li ser şujdeyê di xew re çûbû; 
bi sed û yek oxên bi derb 
morîkên tizbîya wî belawela bûbûn.
şêxê mêrê çar jinan bi xwe xweş dianî vê esirîyê,
bi bêhna delingê jinebîyekê.
û 
bi niviştên şêx,
jinên kurdunde, 
mêrên nemêr bera ser xwe didan,
bi hêvîya kurekî din li ser serê keçan zêde bikin.

li vê dinyaya ku,
jîn bi jinê diwelidî,
jîn ji jinê direvîya
û 
li dinyaya din jî 
dibûn xelata bêehleqîyê,
jin.

pezên bê şivan ji şevînê vedigerîyan,
di bin çavdêrîya guran de.
piştî şoreşa keran, kûçik civîyan
ji bo hilbijartina şivantîyê;
bi navê elo elokek bû şivan.
û 
ji bêhişîya mirîşkan,
jin derketin duayê aqil.
mirîşkan hew nikilê xwe li gû xistin,
dîkan terka azanê kirin,
wê salê çavê kesî bi hêkan nebû.

zivistana îsal,
ji jor de, 
ji dêvla baranê aqil barîya,
tenê kurd ji malên xwe derneketin 
û 
xwe nedan ber.
li ser hêsirên kombûyî, 
dengbêjekî bi zimanekî nedihat fêhmkirin kilam digot.
herfên qaçax yên ji nav lêvên wî dengbêjî difilitîn,
li kumên xwe digerîyan, 
bi dizî.
û 
berî roj hilê bi çar deqeyan,
jinekê ber avêt, 
kur(d)ek ji ber çû.

rojeva ji rojevê dûr

(Ji bo kesên bi xwe re nabînin lînkan bitikînin)
       
Li Stenbola xopan pêjna biharê tê.
Tav bi awayekî fedîyok di nav pêlên ewran de bi me re dimizice,
henûn henûn, germ germ.
Hêdî hêdî em ê himbêza xwe ji demsala kêfê re vekin.
Bi hevalan re vexwarina bîrayê li ser wan gomeyên perava Modayê,
rêwîtîya yûnisan,
senfonîya qaqlîbazan
û hevmêtina evîndarên xam…  
Li Serheda min meytê min sêwî ma,
hêleke min, Mûş,
hêleke min Varto;
tikîtenê li ser wê berfê,
ji serî heta binî di pirika bêwelatîyê de asê mam.
Û ji Edîrneya xopan tîpên nameyeke bêbext mîna baranê bi ser meytê min de barîya,
ez nuh bi mirina xwe hisîyam,
dilê meytê min bi min şewitî.
Ez ê rabim kincên xwe li xwe bikim û xwe berdim perava Uskudarê.
Ji wir jî li vapûrekê siwar bêm
û di bin senfonîya qaqlîbazan de ez ê xwe bigihînim Karakoyê.
Heger bû qismet, ez ê parîyeke nan bixwim, heger nebû qismet jî, mîna pisîkên sikakan ez ê çavên xwe li derîyekî bigerînim.  
Zîhnîyeta li ser mirîyên xwe digirî, pesnê xwe bi kuştina zarokên xelkê dide
û derdikeve parsa girî.
Girî li girîyê wan diheyire,
hêsir naxwazin veguherin girî.
Û xwe bi xwe bi derewan bi awayekî xapînok bi ser hev de digirîn.
Sîyasetvan, rojnamevan, hunermend û sporvanên wan ên welatperwer ku eskerîya xwe bi pereyan kirîne û tenê fîşekek neteqandine, li ser xwîna şehîdan silav û sloganên qehremanî didin û diavêjin.
Û li ser her xanîyekî xirbe alayeke sor daliqandî ye;
ji bin wê alayê feqîrî, rebenî, belengazî difûre.
Dev dilê xwe dikin û diqîrin:
“Bila dewleta me sax be!”
Kezeba wan xwe li devê wan diqewimîne,
diran xwe bi hevdu dişidînin bi fermana tirsê.
Û hest ji bedenan koç dikin,
hêdî hêdî, roj bi roj kêm dikin,
heta dibin kulmeke xwelî.
Ji Karakoyê ez ê ber bi Taksîmê ve rapelikim, xwe li nav pêlên însên biqewimînim û çavên xwe li hin belengazên kurd bigerînim.
Heger wan belengazan jî piştî vekişîna ji sînoran teva penaberên sûrîyî xwe li sînoran neqewimandibin.
Ya rast, ji bo kurdên êdî hew karin ji ber vê sîstema faşîst serbest tevbigerin, derketina derveyî sînoran jî tercîhek e.
Û bi min, ne dûrî aqilan e jî.  
Piştî şoreşa medyaya civakî, sitranbêjên medyaya civakî jî dest bi şoreşê kirin û bêyî kedekê bidin li ser keda kedkaran rûniştin.
dengekî nexweş,
terzeke beradayî,
hestên nuhbalix,
quretîyeke teres,
vîzyoneke pûç,
û sendroma dilbijandina kultura dagirkerî.
Ji zîhnîyeteke genî, sitranbêjên kurmî za,
mixabin!
Û mêrên civaka nêrdest ku tenê di xewnan de li tahma orgazmê dinerin û li ber bêhna quzan gêj dibin, xwe dihetikînin-pesnê wan didin,
bê eyb û bê fedî…
Li ser wan gomeyên perava Modayê,
Meriv diqerime piştî demekê,
hestîyên qûnê li ser pişta wan gomeyên cemidî û hişk pûç dibin.
Û mîz di hewarê de tê.
Çendî vexwarina bîrayê ji bo hinekan himalî be jî,
ji himaltîyan ez ji himaltîya bîrayê hez dikim.
Û berî ez ji bîr bikim, bi navê “Kürt Hamal” Mucahît Bîlîcî jî lêkolîneke sosyolojîk kiribû û wek berhem xistibû xizmeta me himalên kurd.
Erê, Mucahît Bîlîcî bi helwest û nerîneke populîst, yên xizmet ji sîstema tirk re dikirin bi himaltî pênase kiribû, lê ew bi xwe jî yek ji wan himalan bû.
Qey zêde di bin barê xwe de betilîye, loma nehatîye bîrê…
Xwendekarên ku piştî “pêvajoya aştî û çareserîyê” li beşên Kurdolojî yên zanîngehên Tirkîyeyê dest bi xwendina lîsans û master û doktorîyê kirin,
ji bîr dikin ku,
ew zimanê xwe fêrî wî dikin, jixwe zimanê me ye û em pê dijîn,
em dipeyivin,
em difikirin,
em dixwînin,
em dinivîsînin,
Yanî, mîna Christopher Columbus, hûn ji nû ve Amerîkayê keşif nakin.
û hewce nake hûn bi zimanê xwe yê hîn nuh hayê we jê çêdibe, hûn rabin xwe li ser serê me qure bikin.
Belkî hûn xwe nabînin, lê hûn pir beloq xuya dikin
û kenê guran bi we tê.

Tewlomewlo

Tucareta herî xweş, di muzîkê de ye. Piçekî li ser terbîyekirina dengê xwe bixebite, çend sitranan ezber bike û tew ku tu jin jî bî, her hefteyê tu li bajarekî yî.
Sivê gundê me erzan e,
werin sêva.
Werin sêva, 
werin sêva, 
werin sêva...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
‪Ev şerê man û nemanê ye. ‬
‪Di rewşeke wek rewşa îro de divê her kes-kesayet-sazî-partî bi sekn û helwesteke kurdayetî tevbigere.‬
‪Çi dibe bila bibe, her kî danasîn-reklam-tucareta zimanên dagirkeran(tirkî-erebî-farisî) bike, ji dagirkeran dagirKertir e. 
Ilhez jî weşanxaneyên kurdî.‬..

Seadetê û Êş

Min got:
-Seadetê, li hember mirinê tu çi qasî hestsar î, lêê. Yê nizanibe, wê bibêje qey tu hîç li ber nakevî...
Got:
-Ma çawa li ber nakevim, berxê mino. Piştî demekê êdî mirin jî dibe hestek ji hestên te. 
Min êşa bav tahm kir,
min êşa dê tahm kir,
min êşa bira tahm kir,
min êşa xwehê tahm kir,
min êşa mêr tahm kir,
min êşa law tahm kir...
Bi kin û kurmancî min hemû rengên mirinê bi van çavan dît û tahm kir. Tahl, şêrîn, mirin heye û li ser ser û li ser çavan, berxê min.
Min got:
-Weleh êdî tu bi xwe bûyî êş û êş bi te diêşe, dêya êşê, Seadeta êşê!

Ez Di Dîn û Dîyaneta Însên Nim

Bi salan e, ne dewleteke xwe heye, ne jî mîna însanan heqekî xwe.
Li ser axa bav û kalên xwe mîna her netewê ne hur in, ne jî azad in.
Axa wan di nav çar dewletên zalim de perçe perçe ye û li ser axa xwe pêrgî her zilm û bêbextî û zalimtîyê tên.
Bi xwîna wan destmêj digirin, li ser bextê wan demokrasî û konfora xwe saz dikin.
Serê kê diêşe, berê xwe dide wan, ji bo aramî û aştîya însên her tim li pêş in.
Lê ne dilê misilmanekî bi wan dişewite, ne dilê kafirekî bi wan dişewite, ne jî dilê demokrat û sosyalîst û kominîstekî...
Ji roja vîrusa koronayê derketîye, hemû netewên serdest ketine tev, vitevita qûna wan e, hew zanin ji tirsa wê berê xwe bidin ku û çi xwelîyê li serê xwe bikin.
Û ez wek navê xwe zanim, anuha kurdek dermanê vê vîrusê bibîne û ji van netew-dewletên pûç û û vala û bêbext re bibêje, "bi şertê hûn Kurdistana min azad bihêlin ez ê vî dermanî bidim we" dîsa ev bêbext ê ji mirin û qira xwe re bibêjin erê, lê wê ji Kurdistanê re bibêjin na.
De madem na ye, 
Bijî vîrusa koronayê!
Ez dîn û dîyanet û bextê însên nim!

Sosret

Rewşa herî trajîkomîk çi ye, hûn zanin?

Dema nexwendeyekî me ji ber belengazîya bêdewletîya xwe ji mecbûrî xwe hînî zimanê serdestê xwe dike û carina dema dixwaze ya dilê xwe li ser medyaya civakî bîne ziman, bi wê tirkîya xwe ya teqlomeqlo peyvan li bin guhê hev dixe...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Ev kurdên ku bi xwendin û nivîsandina çend kitêban bi şêwazeke entelîjansîyayî peyvan li bin guhê hev dixin, hûn ne wek xwe ne û hûn pir beloq û komîk in...

Dîn Bela ye

Rêzdar Mesûd Barzanî dibêje, 
"Bi qeneata min, dîn û welat tu carî ji hevdu nayê veqetandin. Dema meriv li dîroka kurdan dikole, hemû rêber û pêşeng dîndar bûne."
Ez reben û belengazê Xwedê jî dibêjim, 
"Loma me pê girtîye û em ji tirênê mane ..."

Jêrenot anku Têbinî:
Û li Kurdistana nîvserbixwe hîn jî zimanê dîplomasî û sîyasetê soranî ye.
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
‪Cubbelî Ahmet dibêje, ‬
‪"Qaweta çel mêrî bi pêxemberê me re hebû, pişta wî pir xurt bû. Piştî pişta her neh jinên xwe dida erdê, dû re diçû xwe helal dikir; tenê di navbera her nîyhandinê de destmêj digirt û hew.‬"
‪Ya star!‬
‪Qey vîegra ji avika wî çêbûye...‬
‪🤔🤣🤔‬

Her Tiştê Bi Nezanî Demkî ye

Her tiştê bi nezanî, demkî ye:

Dawîya ateîstîya bi nezanî, dîndarî ye.
Dawîya kominîstîya bi nezanî, kapitalîstî ye.
Dawîya çepgirîya bi nezanî, rastgirî û muhafazakarî ye.
Dawîya feminîzma bi nezanî, jintîyeke xwelîserî û xêrjibedenaxwenedîtî ye.
Dawîya welatparêzîyeke bi nezanî, berjewendperestî û welatfiroşî ye.

Pêşnîyar:
Dermanê her tiştî, xwendin û xwenasî ye.

Yadê û Eşqa Kurdî

Min got, "Yadê, tu ji welatê xwe hez dikî?"
Got, "Eee."
Min got, "Çawa?"
Got, "Îja çawa çi ye! Ez bîst û sê saetan bi kurmancî dipeyivim, rabûn, rûniştandin û hemû tevgerên min bi kurmancî ne. Hezkirina welêt ji zimên dest pê dike û min eşqa zimên kir dilê hemû zarokên xwe; zarokên min hemû, bi zimanê xwe mezin bûn-firîyan. Ma wekî din çi hewce ye?"
Min got, "Çima ne bîst û çar seet, bîst û sê seet?"
Got, "Berxê min, wek tu jî zanî seeteke min jî li nimêj mimêja min dihere. Te dî dua mua bi erebî ne, loma..."

Pupulîzm

‪Qîmet nedin kesên ku tenê ji kîsê xelkê diçêrin.‬
‪Dû re serî ji qûnê mezintir bibe, ew mejîyê bi qasî qinê gwîzekê wê di hundirê wî zirqafî de gêj bibe...‬

Bi kin û kurmancî:

Ev kesên li ser medyaya civakî xwe dixin şûna bav û mamoste û rêberan û bi awayekî qure û populîst şîretên ji xwe mezintir li civakê dikin, hûn him komîk, him jî bê vîzyon in...

Hecî

Piştî jina Hecî mir bi şeş mehan, Hecî ji bo zewacê çû ji xwe re jina herî qûnde ya gund xwest.
Muxtar çawa bihîst, rabû ser xwe, lê xist çû mala Hecî. 
Hecî derî vekir venekir, Muxtar got, "Te çi kir Hecî? Di gund de kes nema ku nenîyha vê jinê! Qahpetîya wê li vê berîyê belav bûye..."
Hecî got, "Erê, ez zanim, lê berî nuha bi sê mehan, li binya gund, li nav bênderan min jî carekê nîyhayê. Pir xweş nîyhandinê dike; ji nîyhandinê fêhm dike, loma ez dixwazim bi wê re bizewicim...

Bavê min

li cîyê xwe yê her tim li ser tutukan rûniştî
ziq li min dinerî
min zanîbû berê wî li min e
awirên wî li ser min digerin
westîyayî bû
êdî kal bû
ruhstîn ketibû pêxîlê
wî bixwe jî zanîbû qonaxa dawîn e
êş difûrîya ji awirên wî
çav sist
pişt xûz
qermîçekên rûyê wî dinalîyan
min nedixwest bi min bihise
ku ez zanim wa ye li min dinere
pir û pir bi ser min de bû
bi salan bi hesreta lawekî 
her dest vegirtibû li ber xweda
lawê ewil bûm
delalî 
rûmeta mêranî 
û berdewamîya zurîyeta wî bûm ez
ji nerîna wî ya wê kêlîyê min hest kir ku 
êşa wî ne ji ber koça ji nav me ye
êşa wî dûrketina ji lawê xwe ye
cara dawîn
ji kezeba peritî
ji hesreta netebitî kûr û dûr dinerî
wê kêliyê 
ji nav kezebê min hîs kir ku
awir jî digirîn
diqîrin
diêşin
jan didin
wê kêlîyê min hîs kir ku
bavê min ne tenê li min dinere
herweha
bi nerîna li min dinere
dixwaze çavên xwe têr bike 
di ber ruhstîn de bûbû lepeke hestî
mîna zarokekî birçî ku 
ji girî hestîkên çavên wî qerimî 
ew bavê min ê wek çîyayekî 
ji bo hesreta nerîneke parsekî
li ber ruhstîn serî danî
lê têr li min nenerî

Ji Mecbûrî Goştê Mirîşkê

Seet li dora dehê şevê bû. Min telefona xwe ji bêrîka xwe derxist û çav li rehberê, li çend navên mê gerîyam. Bi dor, yek bi yek min telefonî wan kir, lê tişt jê derneket. Kîrê min di destê min de, mîna mirîşka gêj di kuçe û sikakên Taksîmê de çû û hatim.
Di wan kuçe û sikakan de çi qasî meşîyam, nizanim, ji nişka ve telefona di bêrîka min de bi melodîya strana "Sînemê Sînemê" hêta min a çepê ricifand. 
Min destê xwe avêt telefonê, telefon ji bêrîka xwe derxist, lê nav nedinivîsî, tenê hejmar hebû. 
Kî bû gelo? 
Min pê li "YES"ê kir û da ber guhê xwe. 
-Fermo!
Wê jî texmîn kiribû telefona wê li cem min ne tomarkirî ye. Ji dudulîya dengê min gîhaşt wê hîsê.
-Xayino! Tew te telefona min jî jêbirîye...
Deng bi min ne xerîb bû. Bi qasî bêhnekê min da bala xwe û berî dest bi gazinan bike, min deng nas kir.
-Wîî! Fîgen!
-Fîgen û quzilqurt! 
Ez kenîyam, lê wê çend gazinên din jî kir. Dû re me li hal û ehwalê hev pirsî û sohbet germ bû.
-Tu hîn di xanîyê xwe yê berê de yî?
-Erê.
-Tu nuha li malê yî?
Bi dengekî şehwetkar bersiva min da. Di wê bersivê de vexwendineke henûn hebû, ji wê henûnîyê arezû difûrîya. 
-Ez werim?
-Tu nêzîk î?
-Nêzîk, dûr, ez werim, neyêm?
-Were, were zalim lawê zaliman, were!
Û ez ketim kezeba kolana Îstiklalê. Di nava deh deqeyan de min xwe gîhand rawestgeha ku otoboz ji wir diherin hêla mala wê.
Wexta ez li otobozê siwar bûm seet li dora yazdehan bû. Ji Taksîmê heta cem wê çel û pênc deqe-seet digirt. 
Şev bû, loma jî rê vekirî bûn. Di çel deqeyî de ez gîhaştim. Berî derbasî malê bibim, li ser rêya xwe min çend şûşe bîra kirîn. 
Xanimê, ka bêrîya min kiribû yan bêrîya çêra quzê xwe kiribû, li devê derî çav li rê, li benda min bû. 
Di nîvê wê şevê de bi makyajê kiribû ku meriv wê nas neke- rebenê zêde ne xweşik bû, loma jî hewl dida bi makyajê xwe piçekî xweşik bike.
Erê, ne xweşik bû, lê bejn û bala wê ne xerab bû. Di bin ronayîya lambeyeke loş de dilê meriv li nîyhandinê rehet dikir.
Çawa ketim hundir, min kincên xwe ji xwe kirin û derbasî serşokê bûm, bi sivikî min avek li canê xwe kir, xewlî li nava xwe pêça û hatim li salonê rûniştim. Jixwe wê berî min xwe şuştibû. 
Li ser sêpayê fêkî û çerez bi aheng di sênîkan de di ber hev de rêzkirî bûn. 
Ji xwe û min re bîra anî û hat li kêleka min rûnişt, xwe bi min ve zeliqand. 
Qurtek li bîraya xwe xist, lê şûşeya destê xwe daneanî ser sêpayê. Serê xwe nêzîkî serê min kir, ez bêhn kirim. Ewil qiraxa devê min, cîyê ku her du lêv xwe digihînin hev, maçî kir, dû re lêvên wê li bin çenga min û li dora stuyê min reqisîn.
Bi du bêhnan min bîraya xwe bi ser xwe dakir. Min ji xwe re extra kirîbû. Jixwe bi vexwarina yekê re di hundirê serê meriv de tsûnamîyek xwe dide hîskirin; ku bi du bêhnan min bi ser xwe dakir, Fîgen li ber çavên min bû Charlize Theron û hêdî hêdî çav li min sist bûn. 
Serê wê di nav şeqên min de, bi hemû pisporîya xwe ez mêtim û mêtim...
Wexta min çavên xwe vekirin, min dît ku tenê niquteke avik jî bi erdê de neçûye, bêbavê hemû daqurtandibû.

21 Temmuz 2020 Salı

Balkêş

Amedî, bi mentiqa kurdî bi tirkî dipeyivin.
Loma jî, 
kurdî ji bîr kirine, lê tirkî jî dilewitînin.
Yanî,
erê, çendî jibîrkirina kurdî xisar be jî, lewitandina tirkî jî kar-fêde ye...
🤔🤣🤔
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Xwelîserên kurmancan, hema kî bi soranî peyivî, kê bi soranî nivîsî, xwe jî-ew jî li ser serê me kirin rewşenbîr...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
‪Min berê gotibû, dixwazim dîsa û careke din li derîyê bîra we bixim:‬
‪Berhemên bi qelema kurdîzanan bi zimanên dagirkeran çap bûne-çap dibin, ji çek û selehên dagirkeran bêtir tahdeyê li kurdî-kurdan dike!‬
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Zana û xwendeyên kurd- bi taybet jî yên bi awayekî cidî hewl didin bi rêbazeke rêberî û rewşenbîrî şîretan li civakê bikin û berê civakê bidin rêya rast- ji kerema xwe re bi aforîzmayên Hegel, Fanon, Sertre, Nietzsche, Osho yan jî bi pasajên berhemên Tolstoy, Hemingway, Tolstoy, Camus, Kafka û Dostoyevski quretîyan nekin. 
Em zanin hûn wan feylesof û nivîskaran nas dikin û we berhemên wan "xwendin"e, lê bi qasî we ji xwe û ji dinyayê fêhm kirîye, li gorî şert û mercên civak û axa xwe, heger du gotinên we hebin, kerem bikin, heger na, pêdivî bi tûrikên we yên tenê ji nav û peyvan pêk tê, tune ye.

Salihê Ne Salih

Ez ê ji we re meseleyekê bibêjim, lê ev bûyer doh qewimîye, yanî wek meseleyên min ên din ji xeyal û fantezîyên min nezaye.
🙂🙂🙂
Xwarzîyekî min heye bi navê Salih, li Wêranşarê rûdine. 
Xwedê wî bihêle piçekî serserî ye. Karê wî araq û esrar e.
Doh, ew û çend hevalên xwe yên sût ji bo li ber destê Şêx tobe bikin, bi hev dişêwirin û dibêjin ka em bîskê herin mala Şêx. 
Axir, diherin mala Şêx, piştî şêwir û civat xweş dibe, Salihê me cixareyekê dipêçe û keremî Şêx dike. Şêx îmana cixareyê diçikîne, heta bêhnek jî tê de hebe, dikişîne nav kezeb û gurçikên xwe.
Derengê şevê xort destûrê ji Şêx dixwazin û radibin derdikevin. Şêx jî bi wan re derdikeve derve û heta serê sikakê bi wan re dimeşe. Xatir ji hev dixwazin û her kes dihere mala xwe, Şêx jî li mala xwe vedigere.
Roja din berî nîvro, Şêx li çarçîyê li Saliho rast tê.
Şêx dibêje, "Kuro Saliho, doh ew çi cixare bû te da min law! Heta min xwe gîhand malê, li bin guhê deh dîwaran ketim."
Salihê me di bin simbêlan de dikene.
Bi kin û kurmancî, Şêxê me repandîye esrarê, serî lê bûye dixan, haya wî ji bayê felekê tune.
🤣🤣🤣
Xwedêgiravî yanî Saliho û hevalên xwe ji bo terikandina esrarê, diherin li ber destê Şêx tobe bikin, Şêx jî dikin hevalê xwe...

Ax û Ax

Meriv biçûya gora Antonî Quîn veda û kîrê wî-heger goşt pê ve mabe- jêbikira û têxista qûna wî.
Bi du fîlman (Peyam, Omer Muxtar) bi sedhezaran îslamîstên radîkal li ser dinyayê kir bela...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Jinekê got:
Bi qasî tu serê xwe bi Kurdistanê re diêşînî, te bi min re biêşanda, nuha min ji te re pênc zarok çêkiribûn.
Min got:
Kengî Kurdistan ava bû, em ê bîst û pênc zarokan çêbikin. Û bi şertê navê gişan jî bi tîpa "K"yê dest pê bike...
🤔🤣🤔

Xîret

Bi yek zimanî binivîsin.
Lê heger we lê nerî hûn bi xwe nikarin, wê çaxê qet nebe berê bi zimanê xwe, dû re bi zimanê dagirkerê xwe binivîsin.
Dema hûn bi çavê welatperwerî û şoreşgerî tevbigerin û xwelîyê li serê xwe bikin, berê bi zimanê dagirkerê xwe, dû re bi zimanê xwe binivîsin, li min negirin lê, hûn ne tu dunde û barûte ne, mixabin.

Tenê Rojekê Bibûma Xweda

Tenê 24 seetan Xwedê wezîfeya xwe bisparta min, tenê 24 seetan...
Min ê ew mikrofon û hepelorên wan mizgeftan yek bi yek têxista qûna meleyên wan mizgeftan.
Serê taxê, binê taxê bûye mizgeftek. 
Nîyhan mejîyê me yaw! 
Tu yê sûnd bixwî bi hev re dikevin qayîşê. Hewar hewara wan e! Yek dorê nade yê din.
Qene dengê wan xweş jî bûya. Her yek bi meqamekî bang dike.
Heft xwezî bi berê yaw. 
Di bajarekî de du-sê mizgeft û bi dengê tazî...
Weleh li ber sewta meleyên berê meriv karîbû sê şûşe şerab vexwara. Dengê wan bi meriv wek dengê Muslum Gurses û Ferdî Tayfur dihat.

Nezanî Zor e

Heger bi salan e tirk û ereb û fars, her yek ji hêlekê ve hewl didin li ser rûyê vê axê kurdan ji kurdîtîyê dûr bixin, de îja hûn ji xwe re rûnin û bifikirin bê di bin vê axê de koka kurdî çi qasî xurt û kûr e ku dema mijar dibe kurd, neyarên bi salan e neyartîya hev dikin jî dibin destbirak...
Roja xwelîserîya kurdan pîroz be!
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Nezanî û bawerîya bêmentiqî zahmet e. 
Berê, wexta em zarok bûn, ku me li erdê li ser perçeyeke kaxiz nivîseke erebî bidîta û di wê nivîsê de, "Ez di dêya we nim!" jî nivîsandibûya, me radihişt wê kaxizê, sê caran maçî dikir, dida enîya xwe û dibir dixist qula dîwarekî, da edem nebe, kes pê lê neke. 
Tenê tîpeke erebî, ji tepelika serê me heya binê nigên me diricifand; xov-tirs û hesteke pîrozwer di dilê me de jan dida.
Bi hêvîya rojekê em bi wan çavan li zimanê xwe jî binêrin...

Nakokî

Kurdên li Ewrûpayê dijîn û hevdu bi tirkîhezî û tirkîyehezîyê, rexne dikin, ew bi xwe jî nikarin terka tirkî bikin...
Gelo,
em ji vê sosret û hetiketîyê re bibêjin, 
"NAKOKÎ",
"NEZANÎ",
"EHMEQÎ",
"KERTÎ",
"MEGALOMANÎ" 
yan
"MIRÎ"
???

Şêxê Bê Şaşik

Civat geriya, bû qala hez û eşq û doxînsistîyê.
Serî li me germ bûbû. 
Ji nişka ve bêdengî çêbû.
Çavê gişa li ser min bû.
Birazîyê min got, "Apo tu jî doxînsist î?"
Min got, "Birazîyê hêja, bi serê te doxîna min li heram venebûye."
Xortê nuhbalix ewil li min nerî, dû re fitilî ser apê xwe yê din, li wî nerî. Got, "Ha apo! Ma rast e?"
Apo li min nerî, ziq ma sekinî, dû re bi fiqurî mizicî, got, "Erê berxê min, çawaa! Meriv kare li ser çakêtê wî nimêj bike..."

Jin û Mirîşk

Tenê jineke misilman jî nafikire ku kulmeke mejî di serê wê de jî heye û ranabe nabêje, "Yaya meleyê pûşt î pêzeveng! Tu radibî rûdinî mizgînîya bihuştê didî mêran û bi nîyhandina bi horîyan re doxînê li wan şil dikî, lê em jinên xwelîser û belengaz ê çi xwelîyê li serê xwe bikin? Em ê herin ber golikan an em ê bi destê xwe serê van nêrîyan bişon û wan helal bikin?

Qesr û Kulek

Di sedsala 21ê de ku xelk û alem li ser qûna reş, biborin qula reş lêkolîn û lêgerînên zanistî dikin, hin heval radibin dibêjin, "îro ro ji kurdan re dîn hewce ye yan zanist?"
De were kirasê xwe neçirîne û serê xwe di zotika mirîşkê de veneşêre!
Bajoo kurdo! 
Rê dûr e...

Goştê Elokan Ji Koronayê Xerabtir e

Bafel Talebanî di daxuyanîyeke xwe de gotîye, "Kurd, dewletê naxwazin."
Ê heyran, bi saya serê we, dev ji dewletê berde, kurd êdî hew xwe dixwazin, tu rabûyî qala daxwazên wan dikî. 
Yekî ji xwe dûr ketibe, wê çawa zanibe ji bo xwe çi dixwaze çi naxwaze? Wê çawa zanibe ji wî re çi hewce ye çi ne hewce ye!
Bi xêr kengî kurd bûn kurd, tu û yên wek te hûn ê bibînin bê kurd çi dixwazin çi naxwazin!..
Îja hûn li ser koka kurdan rûniştine law. Kurd ê dîsa karibin li ser koka xwe şîn û şên bibin, nizanim!

Nanê Bêxwê Tirên Şor

Pêşnîyarek ji bo hevalên bi kurdî nizanin û bi tirkî kurdperestî û netewperestîyê dikin:
Enerjîya xwe ya hûn bi tirkî li quretî û megalomanîyan xerc dikin, baştir e hûn ji bo fêrbûna kurdî xerc bikin ku hûn bibin netewperestên herî kurdperest. Wekî din, bi tirkî kurdperestî û netewperestî nabe.
Ne xwe bixapînin, ne jî kesî...
Piştî hûn fêr bûn jî, qet nebe belkî bi xêra we çend ciwanik û ciwamêr li we binerin û govenda netewperestîyê firehtir bigere.

Bijî Şeytan

-Xalo, heger bera jî rojekê Şeytan derkeve pêşîya te, tu yê çi bikî?
-Ewil bi xezebekê ez ê xwe dirêjî destê wî kim, ramîsim û bidim enîya xwe; dû re jî, ji ber ku çavê me vekir û hişt em ew qas ehmeq bibînin û nas bikin, ez ê spasîya wî bikim, bavê xalo...

Dilovanîya Derewîn

Li hewşa sîteyê ji xwe re dimeşim.
Du mêrên navsere, temenê wan li dora şêstî li hevdu sekinîne, li ser nigan sohbet dikin.
Mijara wan, bûyera li Amerîkayê qewimî ye.
Gilî û gazinan dikin, li ser kuştina ew ê reşik xemgînî, liberketin û dilêşîya xwe bi hevdu re par ve dikin.
Min di çiçikê ca we û durûtî û dilovanîya we nîyhanino!
Ji axa hûn li ser sekinîne û qala rehm û dilovanîyê dikin xwîn difûre; xwîna kesên berî we li ser vê axê bûn...
Û di bin çengê we de, her roj, kurd bi awayekî hovane hatin êşkencekirin-hatin kuştin-tên êşkencekirin-tên kuştin, lê rehm û dilovanîya we nayê xwe li derîyê hiş û ûjdan û bextê we naxe.
Hûn ji alî kîjan Xwedayî ve hatin afirandin, nizanim, 
lê ew Xweda ne tu Xweda ye ku hûn jê pengizîne...

Heyfhilanîn

Heger dilê we heye hûn heyfa xwe ji dewleta nijadperest hilînin, hêvîya xwe bi partî martî, kesayet mesayetên beradayî ve girê nedin, derblêdan û tola herî mezin, li kuçe û sikak û kolanên bajarên xwe û bajarên hûn lê dijîn, tenê bi zimanê xwe bipeyivin...

Daxwazên Min

Du daxwazên min yên sereke hene ji bo dema nêzîk:
1-Pir dixwazim herim St. Petersburgê, bi çavên xwe wan kuçe û kolanên hîn jî pêjna şopên nigên lehengên edebîyata rûsî jê difûre, bibînim û li ser ruhê sedsala 19an fatîheyekê bixwînim.
2-Pir dixwazim herim ser gora Nazim Hîkmet, li ber serê wî, di bin pêlên germayîya stranên Mihemed Şêxo de bi jineke rûsî re nîyhandinê bikim.
Hoo Xwedayê Xwedayan! 
De wa ye dengê min tê te...

Mejîsistî

Nizanim gunehê kurdî çi ye?
Dema mijar dibe kurdî, dil û gurçikên her kesî çargopal lê dixe, ji çav û firnikên wan wêrekî difûre.
Li ser medyaya sosyal kî radibe bernameyekê çêdike û li ser serê vî zimanî dibe bernameçêker û pêşkêşvan.
Îja ne sûcê wan e; sûc sûcê wan kesan e ku ji xwe re dibêjin nivîskar, helbestvan, hunermend, rewşenbîr...
Çima hûn dihêlin ev xwelîser li ser pişta we quretîyan bikin?
Çima hûn dibin mêvanê van xwelîseran û xwe jî ziman jî dihetikînin?
Eyb e, eyb!

Azmûnên Onlîne

Wek hûn zanin, belkî jî hûn nizanin, ez hîn jî xwendekarek im.(🤔)
Ji ber vê koronayê, azmûnên vê dansalê onlîne anku bi rêya înternetê çêbûn.
Ez jî zêde li wê azmûnê nexebetîbûm. Ez fikirim, çi bikim, çi nekim, min got bi şaşika serê Mele Birhan ji Abdullah çêtir tune ye. Ciwamêr, him cotkar e, him mamoste ye û di ser de jî bê destmêj pê li erdê nake...
Ez rabûm min telefonî wî kir. 
Min got, "Apo îşev azmûna me heye, xwe amade bike"- tew min negot a min ha, min got a me, min ew jî kir şirîkê xwe. 
Got, "Heyran, li ser her du çavên min, ma qey ez karim ji te re bibêjim na..."
Min got, "Çavên te li ser memikên keçikên bajarîyan! Û heger ez bawernameyê-dîplomayê heq bikim, ez ê telefonî rektorê zanîngehê bikim, li ser bawernameyê-dîplomeyê bila wêne wêneyê te be, nav û paşnav jî yê min...
Got, "Weleh tu ciwamêr î!"
Min got, "Tu ciwamêrîya xwe dibêjî."
Û hûn sax!..
🤣🤣🤣

Ez û Emîno

-Hoo Emînoo!
-Çi hohoya te ye dîsa, Devliken? Te nîyha perdeya guhê min yaw!
-Îroj ez li rûpela kê dinerim wêneyê Selahedîn derdikeve pêşîya min. Wek min û te wî jî rîh berdaye...
-Guh mede kultura populer û romantîzma wê, Devliken. Ji rîha Selahedîn îdeolojî, ji rîha min û te felsefe difûre...
-De here qûna xwe li avê xe lo! Ma dîn û felsefe?
-Tew! Min jî digot qey tu baqil î, Devliken!
-Çi eleqe, Emîn?
-Îja çi eleqe! Ma dîn çima dîn dibin?
-Çima?
-Ji derdê baqilên tiredîn!
-Haa!
-Haa û serî, Devliken! 
-Cîyê reş û tarî, Emîn!
-Şkefta bê derî, Devliken!
-Û min tê de bir û anî, Emîn!
-De ka em bikenin: Hahahahahahaha🤣🤣🤣

Kerîtî

Ez bira dibêjim, li Tirkîyeyê problemek heye.
Bi qasî ez zanim û jixwe wê rojê jî min gotibû; qerf, henek, mîzah bi aqil tê kirin, 
lê bala min lê ye, 
li Tirkîyeyê, her ji sê bernameyên wan ên TVyan an jî her ji sê fîlmên wan ên sînemayê yek jê mîzahî ye.
Û gorbihuştê Azîz Nesîn jî gotibû, 
"Ji sedî şêst tirk ehmeq in."
Rast e, 
li gorî dema Azîz Nesîn ji sedî şêst ehmeq bûn,
lê li gorî dema îroj,
wan ehmeqan qeşmerî jî li CVya xwe zêde kirin.

Weşankerxane

‪Weşanxaneyên bê edîtor, divê bên girtin.‬
‪Edîtorên ne pispor-ne zimanzan, divê pozê wan bê firkandin.‬
‪Stranbêjên bi eslê xwe kurd, lê bi zimanê xwe ji bilî kurdî her tişt, divê werin cezakirin(sembolîk-ji bo şerm bikin)‬
‪Di nav civakê de xelk li gorî pîvana rêzimanî peyivîye nepeyivîye, ne problem e, lê heqê kesên karên kulturî-edebî-entelektuelî dikin, tune ye bi kurdîyeke şaş tevbigerin...‬

Rêya Rast

Ciwamêrekî gotiye, "Heta çelsaliya xwe ateîstbûn sunet e."
Rast e. 
Hz. Muhamed piştî çelsaliya xwe rêya heq nas kirîye. Bi gotineke din, ew jî heta çelsaliya xwe ateîst bûye. 
Loma;
misilman heta çelsaliya xwe her jahrê dixwin-belav dikin; piştî çelsaliya xwe dest bi nimêj û rojî û îbadetê dikin.
Mirov di rêya pêxemberê we de bimeşe, sunet e.

Kurd û Îslam

Heta ku rêvebirên Kurdistanê îslamê marjînalîze nekin anku di hundirê sîstemeke sekuler de nemehînin, bila ji rojavayîyan destek û piştgirîyeke berçav hêvî nekin.
Israîl û Amerîka dijmênê îslamîstên radîkal in. Îslamîstên radîkal jî destek û piştgirîyê ji Tirkîye û Îran û Iraqê distînin.
Le kurd û Kurdistan?
Kurd û Kurdistan jî bêvila xwe ji qûna van dewletan dernaxin!

Sofî Doxînşil

Keçikino!
Qîzino!
Jinino!
Ji kerema xwe re li cil û bergên xwe, li boyax û meqyaja xwe miqate bin.
Transparan negerin!
Kin û dekolte li xwe nekin.
Bila qûna we di bin pantor û kiras û etekan de neçirçire, nezepite, kifş nebe!
Bila derzika nav pêsîrên we ne xuya be!
Nekin hakehak, nekenin!
Ev ciwamêrên oldar ji ber we di qula xênî de asê mane, hew diwêrin derkevin derve. 
Derûnî û psîkolojîya wan li bin guhê hev ketîye.
We mala wan xera kirîye, agir bi kezeb û gurçikên wan xistîye, bîst û sê seet û nîvan navran û doxîn şil e. 
Êdî hingî serê seetê binê seetê destmêja xwe nuh dikin, rûyê wan û nav şeqên wan giş terikî ne.
Eman û eman!
🤣🤣🤣

Xalê Cemîl û Zeûs

Xalê Cemîl bi sê dengan bang Zeûsê xwedayê xwedayan kir û got,
"
zeûs lawo xwedayê xwedayan li min lîyan e li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te xwedayê xwedayan ke li min lîyan e
em ji ber eskerên romê jar û perîşan in li min lîyan e
heger tu bi gazî û hewara me de werî û me xelas bikî ji van teresbavan e
sozê didim te ji wan sozên mêran e
em ê li qendîlê te bikin mêvan û dawetekê çebikin ji te re ji wan dawetên bav û kalan e
em ê jineke ereb û jineke ecem û bi ser de jî jineke tirk li te mahr bikin li te xweş helal e
em ê di daweta te de lêxin deh def û deh zirneyan e
heger dilê te rehet nebe em ê bişînin pey emînê erban e
bila bi tembûra xwe hilweşîne van gelî û lat û zinaran e
lê me xelas bike ji van teresan heta hetayê te go çi em ê dernekevin ji peyva te lo xwedayê xwedayan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te ke zeûso law li min lîyan e
"

Zeûsê xwedayê xwedayan bi sê dengan bi ser konseya xwe de kir gazî û hewar û got,
"
kuro law poseidon bilezîne here li derîyê mala hermes û hefestî xîne bila rabin
ji wan bêbavan re bibêje bila ji ser sîng û berên atîna û artemîzê rabin
ji nîvê şevê heta destê sibehê meriv di wan ne meriv ji wan têr nabe
û ji xwe ew bi xwe jî ji nîyhandinê têr nabin heta pişta te nekeve ber te ji bin te ranabin
kuro law poseidon ez ji te re dibêjim li me gazî û hewar e
apolo jî şîyar bike bila nebêjin zeûs qêmîşî wî lawê xwe yê pîç î bênamûs nekir berê wî neda şeran e
şûr û mertalên xwe hildin em ê herin ber bi qendîla fêrizan e
dibêjin eskerên romê eriş birine ser xalê cemîl û mûrad û dûran e
heger em xwe negihînin wan mîna xiltan ew ê binê qendîlê qulqulî bikin û bikolin heta olîmposa bav û kalan e
ev şer ne şerê mahfelîtîyan û şerefîyan e
ev şer şerê asîmilasyon û entegrasyon û ekolojîya hevalên me kurdan e
xêr û guneh di stuyê xalê cemîl de be vê êvarê go bêbavên tirkan hewl didin me asîmle bikin li  ser axa me şêran e
bext nemirîye lazim e em herin bi hewar û gazîya van hevalan e
belkî rojekê ji me re lazim bibin ew şêrên şikeftan e
bilezînin xwe biavêjin ser baskên teyran e
heta qendîlê li derekê nedin mola û bêhnvedan e
"

Çend Mijarên Cîhêreng

‪Divê komeleya LGBT-Îyan bi stratejîyeke rêxistinî hemû mêrên tirk bixesîne...‬
‪Wê çaxê kurd û tirk ê bê problem karibin bi hev re bi awayekî demokratîk bijîn.‬
‪Ji ber ku nêromê şareza ne û herweha ji aştî û aramîyê hez dikin.‬
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Şems efendî gotîye, 
"Jin, ji bo nezanan nefs, ji bo zanayan nefes e."
De here qûna xwe li avê xe! Min kîrê te di qûna Mewlana kiro!
Jin, him nefs e, him nefes...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Jin, tenê ne dêya zarokên xwe ne, herweha dêya zimanê netewa xwe ne jî...
Û piştî jinên kurd bi şewba tirkî ketin, zarok jî, ziman jî sêwî man.
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Ji enerjîyê bawer dikim. 
Heger pirê kurdan ji dil Kurdistan bixwestana, li ber vê sînerjîyê tu hêz nedisekinî.
Îja heyran, 
xizan û nezan perîşan in. 
Lîberal û sekuler û nîvburjuwazî, konfora xwe ya ku îro dijîn, di hebûna Kurdistanekê de nabînin.
Û jixwe sîyasetmedar û rewşenbîr jî sextekar in!
Bijî Kafirîzm!

Kîjan Rast e

Navê kitêba Erebê Şemo, "Şivanê Kurmancan" e. Lê anuha li ser rûpela înstegramê ya Medya Kîtapê ez li tirkîya wê rast hatim, Kitêb wek "Kurd Çoban" qulipandine.
Bi min divê wisa bûya: "Şivanê Kurmanc" dema meriv dibêje "Şivanê kurmancan" wek meriv bibêje, "Şivanê Pez-Şivanê Elokan"
Nizanim, Erebê Şemo bi çi mentiqê gotîye "Şivanê Kurmancan"?
Yan Erebê Şemo xwe şaş kirîye, yan jî bi mentiqeke şaş qulipandine tirkî...

Hîtler

Ker di jina Hîtler ne! Û ez bi ser gora wî de bimîzim!
Hey lawê Gurzo! Ma çi gunehê cihûyan hebû, te xwe kir qurbana wan, mîna qesaban te hemû gura! 
Li vê rojhilata nêzîk bi milyonan quzjingeyên bi zîhnîyeta daîşî dijîn hene. Tu yê bihatayî kîrê van bavteresina di dêya xwe kira!..

Lîbîdo

-Ha Xalo!
-Kerem bike, berxê Xalo!
-Heşa ji hizûra te, lê tu min di nav beroşa quz de bikelînî jî, dilê min rehet nabe, her şev her şev canê min dixwaze...
-Libîdo, libîdo!
-Livîdo!
-Ne livîdo hey qûnde, libîdo libîdo!
-Ew çi ye, Xalo?
-Wexta aqlê kîrê meriv zora aqlê serê meriv dibe...
-Himm! Yanî aqlê kîr e.
-Wey rehmet li wî terikî ku tu jê herikî!
-Libîdo bi te re jî zêde ye, Xalo?
-Were her sibeh li meşa xalojna xwe binere, tu yê bibînî bê zêde ye yan ne zêde ye libîdoya xalê te...

Megalomanî

Hoo serek û sekreterino!
We got em ê Kurdistanê rizgar bikin?
De ka berê nirxên xwe ji Goristanê rizgar bikin, dû re Xwedê biçûk, em mezin in!..
Û
‪Xalê Seyîdxan ji kîsê zimên çû!‬
‪Serê zimên sax be. ‬
‪Û bi qasî zimên, xalê Seyîdxan jî stuxwar û belengaz bû,‬
‪mixabin!‬

Quretî û Xwekêmdîtin

Ew kesên nîhîlîst, ji xwe re hedonîst, ji xelkê re nîhîlîst in. Mîna çeteyan in. Dema dilê wan bixwaze, karin qûna dost-hevalên xwe bifirînin bi esmanan xînin, lê ne ji derdora wan bin heger, bi serê pozê xwe dinerin.
De îja dema tu berê xwe didî van kesên nîhîlîst jî, ne vîzyon heye, ne zanîneke analîtîk heye, ne jî di heqê edebîyatê de kûrayîyek.
Ji kompleks û egoyan nepixîne nepixîne hew maye bifelişin.
Edebîyat û edebîyata wan e. 
Çi yanî?
Qey hemû edebîyatvanên cîhanê qerase ne û hemû romanên wan têr û tije ne?
Min ji gelek welatan romanên gelek romannivîsan xwendine. Gelek nivîskarên her kes bi serê wan sûnd dixwe, min gelek berhemên wan nîvco hiştine, nexwendine...
Edebîyat!
Zanîn û vîzyona te hebe, bîr bawerîya te hebe û ji afirandinê re jêhatî bî, qelem jî karibe azad û serbixwe bigere, kulmeke xeyal û fantezî ye edebîyat.
Ew qasî jî li ber çavê ciwanan nekin gurê manco vê edebîyatê...

Ehmeqî

Ezxulam!
Bi şeref problemek mentiqî heye.
Nizanim, lê belkî sedemên vê ehmeqîyê ji kesayeteke seqet be jî.
Sedemên vê bêmentiqî û seqetîyê çi ne, divê pedegog, psîkolog û sosyolog li ser hûr bibin-bixebitin.
Berê bi vê xezebê derfet tune bû,
loma jî gazin li nifşê berê nabe. 
Lê îro ro, 
bi xêra teknojojîyê hayê meriv ji bin erdê jî çêdibe, ji ser erdê jî,
lê nifşê îro, 
mîna mirîşka sersem î gêj, her nikilê xwe li gû dixe.
Mejîyê we heye...
Derfetên xwedinê hene ku meriv xwe biguhere-pêş bixe-zana bike...
Guh û çav jî hene...
Ezheyran!
Tiştên hûn dixwînin, dibihîzin, dibînin, li bêjinga mentiqê xin û terka derûnîya mirîşka sersem î gêj bikin.
We nîyha tevn û mêzîna vê civakê!

Nîyhandin

Heta kurd ji nîyhandinê têr nebin, ew ê nikaribin hunereke baş, edebîyateke têr û civakeke xwedan kesayet biafirînin.
Ji ber ku,
mejîyê orgazm tahm nekiribe, tenê bi masturbasyonê xwe dixapîne.
Û ya herî girîng,
welat jî, bi mejîyên orgazmbûyî ava dibin!..

Dansozên Edebîyat û Hunerê

Pêyase pêyaseya dansozan e. 
Di edebîyat û hunerê de jî, di politîka û sîyasetê de jî, yên herî populer û li ber çavan, her tim dansoz in.
Ne dilê kesî dihêlin, ne jî dihêlin kes dilê wan bihêlin; serî bi hêlekê ve dilîze, qûn bi hêlekê ve...

Pîra Kelbecerî

Pîreke kelbecerî- Kelbecera Kurdistana Sor- ji ber êşa canê xwe dişîne pey lawê xwe. 
Navê law Yûsif e. Yûsif li Bakuyê profesorekî qerase ye.
Axir Yûsif tê cem dêya xwe, dibêje, "Xêr e yadê, kî der te diêşe?"
Pîrê dibêje, "Berxê min, bi şev heta destê sibehê dikim nakim nikarim rakevim, xew nakeve çavên min; ji bêxewî êş dikeve serê min."
Yûsif dihere malê, radihêje şûşeyeke konyak û dîsa di nig de vedigere. 
Bi dizî qedeheke konyak dadigire û dide destê dêya xwe. 
Dêya wî li qedehê dinere, li wî dinere, dibêje, "Ev çi ye, Yûsifê min?"
Yûsif dibêje, "Derman e, yadê. Ez çûm, min nexweşîya te ji hevalê xwe yê doktor pirsî, wî ev derman ji bo te da min. Ka vexwe, vexwe..."
Pîrê qedehê li enîya xwe dixe, bi ser xwe dadike û derbasî odeya xwe dibe. 
Heta sibehê dibe xurexura pîrê, radikeve.
Roja din Yûsif dîsa tê serîyekî didê. 
Li dêya xwe dinere, dibêje, "Ew derman çawa bû? Tu pê baş bûyî, yadê?"
Pîrê destên xwe vedigirin û li jor dinere, dibêje, "Wey Xwedê ji te û hevalê te razî be, berxê min! Wek zarokeke berşîr, heta sibehê ez raketim û min pêxember di xewna xwe de dît."