31 Ocak 2021 Pazar

go

Go,
wexta meriv zêdeyî qîmetê yekî qîmet dide yekî, belasebeb qûn lê radibe û serî lê dibe cebeşê carbekirî; loma jî bihêlin, bila bêvila wî ji nav gûyê wî dernekeve, da ku her cara xwe tevda, gûyê wî wî bi wî bihisîne ku ne tu gû ye...

Go,
çendî ez yara te, tu yarê min bûyî û di nava behra hestên xweş û germ de bi arezû û şehweteke bêsînor em gêj û har dibûn û li vir û wir bi nîyhandinê me hevdu bênefes dihişt jî, îro ro ez wek lawekî xwe ji te hez dikim, lê ez bi xwe zanim û baş zanim, heger anuha tu bi nav lepên min kevî, ez ê dîsa te bera ser xwe dim wek berê, mîna yarekî...

Go,
lo lawo vê koronayê nîyha me, rebê me leqand! Ne maqûlî hişt, ne ciwamêrî hişt, ne jî mêvandarî û mazûvanî hişt. 
De va ye ez ê heqê nîv elokê bişînim hesabê te yê bankê, here wî pereyî bikişîne, ji xwe re pê nîv elokê bikire, bîne malê bila jina te ji te re biavêje ber birincê û sifreya xwe raxe, komputera xwe vêxe, kameraya xwe veke û ez ê jî li vir nîveloka xwe biavêjim ber birincê, sifreya xwe raxim, komputera xwe vêxim, kameraya xwe vekim û em ê li enîya hevdu binerin û bixwin. Hesab bike tu mêvan î û ez jî mazûvan im...
Heta korona diqede û jîyan normalîze dibe, emre me ji Xwedê re, em çi bikin!

Go,
lêwik ta girt, lê min ew nebir ser doktor, min ew li pişta xwe kir, revî revî ew bir ber destê Şêx Pero. Şêx Pero tilîya xwe bi binê beroşa li ser agirê tifikê ji tenîyê reşxeniqî bû da û li ser enîya lawikê min xaceke ji xacên fileyan çêkir. Hîn ez venegerîyabûm malê, lêwik di nav lepên min de can da...

Go,
piştî min bavê xwe di ser dêya xwe de zevt kir, derûnîya min li bin guhê hev ket, psîkolojîya min têk çû; heta dereng min digot qey dêya min orospîyek, bavê min jî neyarê min e...

Go,
berê, min digot qey nabe dilê meriv li yara meriv xera bibe, heger dilê meriv li yara meriv xera bibe, yara meriv li ber çavê meriv dibe orospîyek; lê heta ez bi xwe hisîyam, hasil çû di mûsil re derket, hew min dît yara min bûye orospîya yekî din, ez jî li ser dilê orospîyeke din diçêrim...

Go,
heger tu ji sistbûna kîrê xwe aciz bî, rahêje benekî, hêleke ben biavêje serê kîrê xwe, serê kîrê xwe girêbide û hêla ben î din jî biavêje kevirekî bi qasî du kîloyan giran, girêbide û her roj rojê seetekê bide kêş, bimeşe. Heger di nava sîh û rojekê de kîrê te nebû mîrkut û te pê dahn nekuta, ez ê kîrê xwe di ber de jêkim û biavêjim ber pisîk û kûçikan...

Gotina Dawî
Hema ji her heft mijarên jor yekê ji xwe re bineqînin û wê bikin gotina dawî û hûn sax.

30 Ocak 2021 Cumartesi

bêdewletî

Vê sosyalîzm û komunîzmê niyha me kurdan, li ber dîwaran em bûn parsek, me destê xwe vegirt.

Kes bi şewba sosyalîzm û kominîzmê bêhişt neket, ji bilî me kurdan.

Her kes bû xwedan dewlet, ji bilî me kurdan; tenê me kurdan dev ji bêhişîya xwe berneda.

De îja wek ku ev ne bes bû, "Biratîya Gelan" jî bi ser de hat.

"Rez berê ne tu rez bû, terez jî bi ser de hat! "

Bi sosyalîzm û kominîzmê em ji tirênê man, bi biratîya gelan jî paşpaşîko em li kerê siwar kirin, berê me dan bêhişistanê...

Xwedê ji Xwedê ne razî be!

Erê...

Bîrbir û zanayên xelkê ji wan re dewlet ava kirin; bîrbir û zanayên me jî bi masturbasyonên îdeolojîk malik li me kurdan xera kirin.

Xwezî bi qasî nexwendeyên me, xwendeyên me jî zana bûna, 

yan jî xwezî xwendina li ser xwendeyên me li ser nexwendeyên me bûya.

Îja heyran, bi xwezîyan dest nagihêje baqê kezîyan!

Axir...

Bunyamîn Natenyahu dibêje,

"Miletên dewleta wan tune be, ne malê wan malê wan e, ne dewlemendîya wan dewlemendîya wan e, ne nirxên wan nirxên wan in, ne jî ew axa li ser dijîn axa wan e. Miletekî dewleta wî tune be, siberoja wî miletî jî tune ye, siberoja zarokên wî miletî jî tune ye. Kes nizane bê wê kengî, li ku, bi destê kîjan dijminî were qirkirin. Ziman, çand û hafiza dîrokê ji wan tê stendin."

Û...

Hesenê Metê dibêje,

"Min bi kurdî nivîsand, da ku ji Xwedê û kurdan pê ve tu kes nikaribe bixwîne."

Lê...

Hesenê Metê tiştekî ji bîr dike, kurd ne xema kîrê Xwedê ne!


Gotina Dawî

Xalê me Natenyahu rast dibêje, xweş dibêje, lê em kurd êdî ji rastî û xweşîyê hez nakin. 

Bi genên me lîstine û êdî bi haweyekî genetîk em bûne mazoşîst, 

em bûne evîndarên êşê.

Dewlet, dewletbûn ji bo me luks e; em ê çi bikin ji luksê!


29 Ocak 2021 Cuma

ziman û zeman

Îroj hingî betilîme, ez bi xwe re nabînim tilîyên xwe bilivînim- heger berê bûya, min ê bigota ez bi xwe re nabînim qelema xwe bileqînim-
Êê! 
Li gorî zemên meriv entegre dibe; zeman çi bixwaze, ew dibe, tu bixwazî nexwazî; 
her tişt derew e, ji bilî zemên.
Û zeman diherike...
Dema li ser medyaya sosyal ez mirina kal an pîrekê dibihîzim, li ser zimên digirîm.
Zeman û ziman!
Kurdî darek e û bi mirina her kal û pîreke me, pelek ji wê darê diweşe, mixabin.
Dema we ew kal û pîr spartin axê, bi hêsirên xwe wê axê av bidin, 
av bidin, da ku ziman şîn û şên bibe.
Ne ez û hûn, xwedîyê zimên ew in; 
ew, ziman bi xwe ne.
Nehêlin ziman bibe zeman!
Û dû re hûn bi tepikan bi serê xwe kevin û bibêjin,
"Axx zemano!"
Xêr û fatîheya herî baş ew e, li pey çûna wan xwedîlêderketina li zimanê wan e.
Li pey wan dua û fatîheyan nexwînin, bi zimanê wan zêmaran, dûrikan bibêjin, sitranan bistirên...
Zimanê wan bikin zimanê xwe û ji wan re bibêjin,
"Em ê li ser koka we her şîn û şên bin!"

Gotina Dawî
Ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman...


28 Ocak 2021 Perşembe

kulmeke êş

Jin jan e...
Wexta mêr mir, sîh û pênc bû temen.
Jina ciwan û du law li pey xwe hişt, mêrê emirqutî.
Du lawên temenê wan hîn nuh bi ser dehan ketibû.
Baş zanîbû wexta li vî welatî mêr dimirin, jin dibin para tîyan.
Û tîyê wê jî, bi her du lawên wê re ji sibehê heta êvarî li vir û wir dilîst; 
pirê şevan bi xwe de dimîst.
Li ber destê wê mezin bûbû; heta dereng jî bin wî paqij kiribû...
Her yekşem, bi destê xwe, di teşta mîqa de dor bi dor serê her sisêyan şuşt.
Piştî mahra wê bi tîyê wê re birî û heta roja ew kir mêrê xwe jî, wek her tim serê wî û her du lawan şuşt.
Law mezin bûn, zewicîn û ji wan cîhê bûn, lê ji tîyê xwe yê kiribû mêrê xwe jî, çar zarok çêkiribû.
Mêr jî li ser, pênc...
Ew tahba di ber law û mêrê xwe de dît, di ber zarokên din de jî dît.
Jîyana xwe li ser her du mêran û her şeş zarokan kir.
Zarokên din jî mezin bûn, bi firê ketin; tenê ew û mêrê xwe yê ciwan man di qula xênî de.
Lê mêr mezin nebû, her wek xwe ma...
Û nesekinî.
Xeber jê re da, lê xist, bi rojan pê re nepeyivî.
Jixwe jintî û mêrtîya wan jî nema bû êdî.
Û rojekê mêr nêt xera kir, çû ji xwe re yeka ciwan eciband.
Rabû bi mêrê xwe re çû, ew jin ji mêrê xwe re xwest.
Hêvîya xwe ji bextewarîyê birîbû, ji mêj de; derdê wê tenê kulmeke huzûr bû.
Bêyî dawet û lîrelîr jin anî, li mêrê xwe mahr kir.
Wê şevê heta destê sibehê girîya, bi hêsirên xwe bahlîfa ber serê xwe şilûpil kir, 
lê dengê girîyê wê bi ser axûwax û nalenala odeya hember neket; 
girîyê wê di şehweta wê şevê de fetisî.
Rabûn bi hêsirên wê xwe helal kirin, sibeha wê şevê.
Lê girîyê wê ne ji ber hesûdîya wê bû.
Wê şevê heta sibehê li ser qedera xwe û li ser bextê xwe yê reş girîyabû, rebenê!
Heta nefesa dawî,
ji mêrê xwe û hewîya xwe re bû xesû, 
ji malê û zarokên wan re jî bû navmalî û xulam...
Û roja mir, heqê xwe li her kesî helal kir,
ji xêndî Xwedê!

Gotina Dawî
Jîyan kulmek bextewarî ye, lê li ser axa welatê min ew jî bi destê jinan nakeve...

27 Ocak 2021 Çarşamba

înternet

Her çi bi nezanî bê kirin, sosretan jî bi xwe re tîne...
Loma jî,
berî her tiştî zanîn û xwezanîn divê.

Ka îja em derbasî mijara xwe bibin.

Înternet, bi serê xwe şoreşek e.
Û herweha reng û cureyên şoreşê hene.
Şoreşa kesekî nedişibîya şoreşa kesekî din.
Her kes şoreşgerê şoreşa xwe ye. 
Û li welatê me, bi hatina înternetê, her kesî înternet xist xizmeta şoreşa xwe û bû şoreşgerê şoreşa xwe.
Dema nuh înternet ket jîyana me rojhilatîyan, em rojhilatî jî ketin pey şoreşa xwe û me hewl da em şoreşa xwe pêk bînin û bi pêkanîna şoreşa me re derîyê şaristanîyê li ber me vebe.
Lê me derîyê şaristanîyê û derîyê doxînê tevlihev kir.
Û şoreşa doxînê dest pê kir...

Şewketo kewişîyekî quz e; ji nebûna jinan, agir bi doxînê xistîye, lê çare lê nabe, kîrê wî li ser milê wî, her digere... 
Mesele ne nebûna jinan e; jin wek axê ne, lê bi destê Şewketoyê me nakeve.
Wek çawa dema li derekê gêj û sewsî û sersem hebin, teqez li wê derê baqil, jîr û guhliv jî hene, li Qoserê jî bi qasî gêj û sewsî û serseman, ew qasî jî kesên jîr, zîrek û guhliv hene.
Şewketoyê me yekî gêj e, lê Şêxdawid û Fesîhê jî şeytan in, guhê wan dilive.
Şêxdawid ji Fesîhê re dibêje, "Ka were em piçekî qerf û tinazê xwe bi vî quzkêşê Şewketo bikin."
Fesîhê dibêje, "Çawa"
Şêxdawid dibêje, "Ka ez ê navnîşana te ya mesengerê bidim wî; ez ê bibêjim jin e û tu jî wek jinekê tevbigere û pê re sohbet bike."
Li hev dikin.
Şêxdawid xwe digihîne Şewketo, dibêje, "Kuro binere, ez ê mesengera yekê bidim te, ji xwe re bi dorê keve, belkî tu ji xwe re wê ji rê derxî û di quzê wê de biçêrî."
Dibêje, "temam" û kêfa wî tê.
Dibe êvar, Şewketo peyamekê ji Fesîhê re dişîne. 
Piştî li hal û ehwalên hev dipirsin, Şêxdawid daxwaza kamerayê li Fesîhê dike. 
Fesîhê jî dibêje "temam, hayhay" û girêz ji devê Şewketo diherike...
Çawa kamera vedibe, zir kîrek li ser ekrana komputerê bi haweyekî repbûyî Şewketo silav dike.
Wek cerîyan bi Şewketo bigire, çav di serî de dibin tas û demildest kamerayê digire û radibe ser xwe.
Heta sibê xew nakeve çavan.
Roja din li sûkê Şêxdawid zevt dike û xwe di gûyê xwe dide. 
Çendî Şêxdawid dibêje ne ez im jî, bawer nake.
Dû re Şêxdawid telefonî Fesîhê dike û telefonê dide destê Şewketo.
Fesîhê dibêje, "Heyran, ez im, ne Şêxdawid e."
Şewketo dibêje, "Na, ew kîr ne kîrê te bû, ew kîr kîrê Şêxdawid bû."
Û dibe hakehaka wan, dikenin.
Şêxdawid bi ken dibêje, "Hey qûnde! Ma tu hevalên xwe bi kîrê wan nas dikî? Li dereke din nebêje, em ê bihetikin."

Pirs:
Gelo Şewketo li gorî kîjan pîvanê dibêje, "Ew kîr ne kîrê te bû, ew kîr kîrê Şêxdawid bû?" an jî meriv kare çi peyamê ji vê gotina Şewketo derxe?

ê-Şewketo û Şêxdawid gelek caran bi hev re nîyhane keran.
q-Şewketo û Şêxdawid hevalên hev ên grupseksê ne.
x-Şewketo qûnek e, Şêxdawid jî qûnde ye, loma jî Şewketo gelek caran Şêxdawid bera ser xwe daye.
w-Her cara Şewketo û Şêxdawid diherin himamê, pişta hev lûfik dikin û berzika hev kur dikin.
û-Hevalên ji dil û samîmî heta hev ji kîrê hev jî nas dikin.
î-Şewketo ji dilê pak weha gotîye.



26 Ocak 2021 Salı

keşe

Bobelat hene û bobelat hene...

Du jintî, du jintîyên yek ji yekê bedewtir, lê hesreta wan kurmikek e.

Kurmik anku zarok...

Yên berê di şûna zarokan de kurmik bi kar dianîn.

Wexta dilê wan bi kesên kurdunde dişewitî, bi şêwazeke hestyar û liberketî digotin, "Hema Xwedê kurmikek bikira qismet..."

Ev her du jintî çi qas digerin nagerin, ji derdê xwe re dermanekî nabînin.

Pîrekên kurmancî...

Şêx û mele...

Cî û warên pîrozwer û zîyaretgeh...

Tu dera bêhna hêvîyê jê difûre bernadin, lê dikin nakin nagihêjin miradê xwe û rê û çare peyda nabe.

Axir, navê keşeyekî li bajêr olan dide. Tê gotin kes destvala ji cem wî keşeyî venagere. 

Her kî sitewr çûye, avis vegerîyaye...

Her du jintîyên yek ji yekê bedewtir, bi raterqa hev dikevin û berê xwe didin mala keşê.

Pêşîyan belasebeb negotine:

"Bi pirsê meriv dihere Xursê"

Lê rastîya vê gotinê ne werê ye; ev bêbextîya xursîyan e; xursîyan ji xwe re kirine malê xwe.

Rastîya vê gotinê ev e:

"Meriv bi pirsê, digihêje Misrê"

Lê siberojê "Misr" kare bibe "Mars" jî.

Axir...

Her du jintîyên me yên yek ji yekê bedewtir, bi pirsê xwe digihînin mala keşê.

Teq teq teq!

Keşe derî vedike.

Ne ins û ne cins, keşe bi tena serê xwe ye.

Ev gotina "ne ins û ne cins" jî min ji Seadetê bihîstîye.

Xweda kêmanîya wê nede, ferhenga wê dewlemend e. 

Di rêwîtîya ferhenga wê de carina li hin peyvan rast têm, devê min dihere li paş guhên min disekine.

Keşeyê me xêratinê li wan dide û wan keremî hundir dike.

Her du jin piçekî fedîyok, bi teperepa dil derbasî hundir dibin.

Keşe fstanekî reş bi ser bedena xwe de berdaye, rîha wî ji ya nêrîyekî dirêjtir e.

Çavên xwe digire û dibêje, "Guhên min li we ye, çi derdê we heye?"

Her du jin li wî dinerin, li hev dinerin, jintîya mezin dibêje, "Em ketin bextê te. Me tu der nehişt, ne şêx ne mela, ne mizgef ne zîyaretgeh, malzaroka me zuwa ye, zarok ji me re çênabe. Me ji kê pirsî, berê me dan te. Eman û eman! Em ketin dexlê te!"

Keşe çavên xwe venake, di ber xwe de dike pistepist û ji wan re dibêje, "Herin odeya din, xwe tazî bikin, milyaket ê were di we ne! Bi emrê îlahî hûn ê avis bibin û bigihêjin miradê xwe."

Her du jintî di ber xwe de dikin "pepû pepû!" lê bêhurmetîya keşe jî nakin. Derbasî odeya din dibin, kiras û delingên xwe ji xwe dikin, binkiras û bindelingên xwe difirfirînin hewa û bi haweyekî şûtîademî xwe didin benda milyakêt.

Keşe jî lampeya odeya jinan vedimirîne, kirasê xwe ji xwe datîne, kîrê xwe mîna cunihekî rep dike û dibe himeihim û gimegima wî û xwe li derîyê odeya jintîyan diqewimîne.

Keşeyê me çawa xwe digihîne wan, geh li jintîya biçûk dizîvire, geh li jintîya mezin dizîvire...

Gao reşo te çi xwar!

Jintîya biçûk ji jintîya mezin re dibêje, "Keçê, weleh ev kîr jî wek kîrê însên e, naşibe kîrê milyaketan!"

Ya mezin bi pistepist lê vedigerîne, dibêje, "De hela hiş be lê! Gunehan li me nebarîne! Yê nizanibe wê bibêje qey tu ji himbêza milyaketan dernakevî; her ro du ro tu milyaketan bera ser xwe didî! Deng neke û her cara ket te, di hundirê xwe de duayan bixwîne..."

Hew dipeyivin û xwe bi destê keşê de berdidin. Keşe li ser dilê her duyan wek kewê ribat dixwîne û mîna şimayê her duyan di ser hev de nerm dike. 

Têra şeş mehan nîyhandînê li wan dike.

Piştî keşe karê xwe diqedîne û kîrê xwe diçêrîne, dihere kirasê xwe li xwe dike û wek tiştek nebûye tê li cîyê xwe yê berê rûdine.

Her du jintî jî binkiras û kirasên xwe, bindeling û delingên xwe li xwe dikin û tên di ber keşê re derbas dibin. 

Her du çavên keşê girtîne, hîç li jintîyan ho venade.

Jintî jî, bêyî xatir ji keşê bixwazin, derdikevin û berê xwe didin malê...

Xesûya wan li devê derî li benda wan e.

Bi hev re derbasî hundir dibin. 

Serê wan di ber wan de, diponijin. 

Xesû dibêje, "We çi kir?"

Bi dor diavêjin ber hev, her tiştî ji xesûyê re ta bi derzîyê ve dikin.

Xesû şaş û metelmayî destê xwe dide ber devê xwe, dibe wax waxa wê û dibêje, "Hey min serê bavê we di we kirino! Milyaketê çi halê çi! We keşe bera ser xwe daye, zarokên ji we çêbibin dola keşe ne û hur gawir in!"


Ne belî ye kî dola kê ye û kî ji kê ye...
Meriv nikare di ber tu jinê de sûnd bixwe û jixwe dema yek dimire û terqîn li ser tê xwendin, ne bi bav, bê dê tê naskirin. 
Mele dibêje lawê Rehmê, nabêje lawê Hisên, ji ber ku mele nizane ew zarok dola hesen e yan dola Hisên.
Pirê kurdan dola şêx û mele û axayan in, lê wa ye keşe jî li şêx û mele û axayan zêde bû.

Gotina Dawî
Ne xwe bispêrin dîwarê mizgeftê, ne jî xwe bispêrin dîwarê dêrê, destê xwe bidin ser qûna xwe û xwe biparêzin ji her hêlê ve...

25 Ocak 2021 Pazartesi

metrobus

Ez di dîn û dîyaneta Stenbolê nim. Û piçika mixê meriv hebe, meriv tenê deqeyekê jî li Stenbolê nasekine.

Qey hema xalê min Xwedê çeneke baran bi ser Stenbolê de dibeliqîne, trafîqa wê dibe kafirkeratî; tu yê sûnd bixwî kes di mal de nema ye, her kes rêwî ne û derketine rê, li ser rêyan in.

Weyla min di mejîyê xwe û we nîyhano!

Ma meriv li vî bajarî dijî!

Lê baş e metrobus heye gidî.

Na, heger ne ji metrobusê be, li ser rê ruh ê ji meriv here û bêhn ê têkeve berateya meriv.

Axir piştî seetekê min xwe gîhand metrobusê.

Nuha hûn di ber xwe de dibêjin "piştî seetekê nuh dike li metrobusê siwar bê; berê wî li ku ye, dike bi ku de here?"

Heyran, ka ji kerema xwe re ji Ataşehîrê heta Beylukduzîyê bihesibînin...

Heta meriv xwe ji Ataşehîrê digihîne Beylukduzuyê, bi teyarê meriv ê ji Setenbol here Mêrdînê û dîsa ji Mêrdîn vegere Stenbolê; heger trafîq tune be ha! 

Lê heger trafîq hebe, min kir te, tu mayî li ser rê û rêyan, heta xalo Xwedê li te bê rehmê!

Şifêr jî berguhk di guh de, qebeqeba wî ye, dengê wî pêl bi pêl di hundirê metrobusê de li hev vedigere.

Tu yê sûnd bixwî ciwamêr telekonferansê dike. Kî lê guhdarî dike, kî lê guhdarî nake, hîç ne xema kîrê wî ye.

Metrobusa ca wî ye.

Bi jina xwe re li ser xwêya şorbê dipeyive. 

Ji hevalê xwe re qala pêyasê dike; li ser meaşê xwe û zor û zahmetîyên jîyanê analîzên sosyolojîk dike.

Dû re bi wî re jî diqedîne, telefonî yekî din dike. Vê carê jî mijara wî dibe sîyaset û qala hilbijartinên Amerîkayê dike. 

Çend xeber-dijûnan ji Joe Biden re dide û berê tivinga xwe bi Trump ve dike; qûna ca Trump jî dibe li ser darê disekinîne û li bin sîya wê darê dest bi fantezîyên xwe yên hiçwext nebûne qismetê wî dike; pesnê sîyaseta wî dide û wî û reîzê xwe dişibîne hev.

Li pêşîya min du jin rûniştine.

Yek li ser whatsapê bi du mêran re civatê digerîne û geh ji vî re, geh ji wî re xweş dike. 

Di ber xwe de jî bi aqilê her duyan dikene.

Ê heyran ma mêr jî sê-çar jinan bi hev re îdare nakin?

Belê.

Ma ji mêran re adet, ji jinan re qebhet e?

Na.

Di ber xwe de min got "tu çavê kul derman dikî, berdewam bike." û min guhê xwe yê rastê li jina li kêleka wê rûniştîye, miç û bel kir.

Jina li kêleka wê rûniştîye jî telefon li ber guhê wê, qala taloqanên xwe anku mala xezûranên keça xwe dike, ji hevaleke xwe re.

Mîna jineke îngiliz a arîstokrat xwe bilind, xezûranên keça xwe jî dike xwelî û ax.

Wehh!!!

Ez carekê li xwe hayil bûm min rawestgeha ez ê li peya bibim, derbas kirîye.

Xwe bi xwe min got, "Ez di xwe nim!" û ji metrobusa xwe peya bûm, derbasî hêla din bûm, li metrobusa bi alîyê din ve dihere siwar hatim.

Xwedê ez stirandim, tenê sê-çar kes di metrobusê de rûniştibûn û şifêr jî bi telefonê li ser rojeva mal û welêt û dinyayê nedipeyivî.

Yek di xew re çûbû...

Yekî serê xwe spartibû camê, li derve dinerî...

Berguhka yekê di guh de, li muzîkê guhdarî dikir...

Û yekî jî li ser telefonê li rêzefîlmekî tirkan dinerî...

Xwelîya heft gundan li serê te be! Li malê ne bes e, di rê de jî li rêzefîlman dinere...

Û ez!

Ka ez xwe jî piçekî qure bikim...

De dev jê berdin, jixwe ez têra xwe qure xuya dikim!..



24 Ocak 2021 Pazar

tu yeman bûyî yabo

Sal 1980 ye.
Eskerîyê darbe kirîye, agir bi erdê ketîye.
Şerê çepgir û rastgir û kurdgiran e.
Li kuçe û sikak û kolanan, mîna mişk û pisîkê, xort li kuştina hev digerin...
Bavê min ne çepgir e, ne rastgir e; ji ber dijminantîyê kurdekî mahkûm e û ji bo nekeve nav destê polîsan, şevekê li vir, şevekê li wir, bi vir de û wê de zîz dibe û digere...

Piştî şîvan bavê min devança xwe xist ber xwe û ji bo şevbuhêrkê rabû çû mala cîranê xwe.
Cîranê wî serma girtîye, di nav nivînan de paldayî ye.
Zivistan e. 
Sobe vemirîye, agirê sobeyê di manqirê de, manqir nêzîkî nivînên wî ye.
Bavê min silavekê dide û dihere li kêleka cîranê xwe rûdine.
Jin û zarokên cîranê wî jî rûniştine.
Civat digere, çayê vedixwin, gwîz û bastêqê dixwin, cîran bi coşa civatê re bi ser xwe ve tê; mîna kîso stuyê xwe ji qêlik derdixe û dibe qebeqeba wî dest bi fortan dike.
Bavê min fêhm dike cîran ê xwe berde û xwe bilewitîne.
Hîn weha difikire, cîranê wî dibêje:
-Ha Cemîl!
Bavê min dibêje:
-Kerem bike, cîran...
-Hûn her pênc lawên Hecî Hisên, tivingên we li milên we û tivinga min jî ya çapilî li milê min, em li ku li hev rast bihatana?
-Li ku, cîran?
-Li Gîyarê Sergo!
-Êê!
-Ê ê! Bi her sê telaqên bêfitû min ê tivingên we her pênc birayan jî ji we bistenda!
Bi gotina dawî re xwîn dadiwerive mejîyê bavê min. 
Hêdîka radihêje devançeya ber xwe, fîşekê diajo ber û xwe çend dike destê cîranê xwe, destê xwe li destê wî dipêçe û devê devançeyê dide ser pişta destê xwe.
Cîran mîna mirîşka serjêkirî di nav lepên bavê min de diperpite; ziman bi zorê digere:
-Tu! Tttuu! Tu dikî çi bikî?
-Ez ê bera destê xwe dim. Tu û siûda xwe! Heger gule di destê min de ma, jixwe ew ê bimîne; na, heger guleyê destê min perçe kir û tê re firîya, xwe gîhand destê te, tiştekî ez bikim tune ye. 
Û dibe qarewara cîrên di nav lepên bavê min de:
-Haho! Ma tu dîn bûyî? Dinya xera bûye. Agir bi erdê ketîye! Bi dengê devançeyê re di nava nîv seetê de hundirê hewşê yê tije polîs bibe...
Bavê min devançeyê datîne ber xwe, lê destê cîranê xwe bernade û destê xwe teva destê cîranê xwe ber bi agirê manqirê ve dibe.
Bavê min çi qasî dest xwe û wî ber bi êgir ve radikişîne jî, ew xwe paş ve dikişîne û nahêle.
Destê xwe ji nav destê bavê min difilitîne û xwe paş ve diavêje. 
Rûyê wî ji tirsa zer dixeniqe mîna pelên tûtina hişkbûyî.
Li pêş çavên jin û zarokên xwe dibe kulmeke xwelî, xwe dihetikîne.

Gotina Dawî
Temîya min li we, tu carî peyvên ji xwe mezintir nekin. Dû re ew peyv dibin gome û xwedîyê xwe di bin de dihêle.
Meseleya "qûna mirîşkê û hêka betê" ji bîr nekin!


23 Ocak 2021 Cumartesi

jin

Hin jin tenê ji bo bibin dê çêbûne...

Ev celeb jin, divê tenê zarokan çêkin. 

Ji xêndî çêkirina zarokan divê meriv bar û berpirsîyarîya wan zêde giran neke.

Ew, tenê ji bo dêtîyê xuliqîne û dixuliqînin. 

Zarokên xwe di bin baskên xwe de diparêzin û heta ew zarok bi firê dikevin, wan ji çavên xwe jî distirînin.

Pir hesas û hestîyar in; loma jî bêyî zarokên xwe tune ne, difetisin heger zarokên wan ne li ber bêhn û hilma wan bin; 

lê karin xwe li ser zarokên xwe bikujin û xwîna xwe çarçipik li enîya wan xin, heger neynûka wan zarokan xwîn bibe.

Loma, zarokên kurdan heta dereng qels in, baskokirî ne, xwebawerîya wan kêm e; ji ber ku her di bin baskên dêya xwe de xwe dîtine.


Hin jin tenê ji bo jintî û kevanîtîyê çêbûne...

Ev celeb jin, tenê divê ji mêrê xwe re jintîyê, ji mala xwe re kevanîtîyê bikin.

Bêvîzyon in û tenê mîna robotan bi haweyekî mekanîk ji bo daxwaz û xwestekên mêr, ji bo kar û barên malê hatine formulezîkirin. Berpirsîyarîya wan ketîye pêşîya hest û hîs û daxwazên wan, 

loma jî ne bi bextewarîya xwe, bi bextewarîya kesên li dora xwe xwe bextewar hîs dikin.

Bêtir mêrên xwelîser û bêkêr bi jinên weha qayîl in û wan tercîh dikin.


Hin jin tenê ji bo nîyhandinê çêbûne...

Ruhê wan fahîşe ye.

Ev celeb jin, tenê arezû û şehwetê di xwe de dihewînin.

Dêtî yan jî kevanîtî ne li ser bala wan e; her li pey daxwazên xwe dibezin. 

Xwe jî bextewar dikin, mêrên bi xwe re jî bextewar dikin.

Hormon û fîzyolojîya wan ji bo arezû û şehwetî formulîze bûye. 

Jinên weha bi ruhê xwe yê fahîşe mêran dikin mirîdên sîng û berên xwe û bi şehweta xwe wan dîn û gêj û har dikin; 

mêr, ji bo jinên weha karin dîn û îmana xwe jî biavêjin, karin bawerî û îdeolojîya xwe jî biguherin, karin partî û rêxistinên xwe jî bifiroşin.

Herweha jinên weha, fahîşetîya bin hişê mêr jî kifş û deşîfre dikin.


Hin jin jî xwedawend çêbûne...

Ev celeb jin, hemû taybetmendîyên jinane di xwe de dihewînin.

Li cem wan, meriv peyva acizîyî ji ferhengê derdixe. 

Ew huzûrê sembolîze dikin.

Diafirin, diafirînin.

Bixwazin, karin bibin jin jî; bixwazin, karin bibin dê jî; bixwazin, karin bibin kevanî jî û bixwazin, karin bibin fahîşe jî.

Ev cure jin, karin mêrên herî gêj û ehmeq jî bi xwedawendîya xwe bikin xweda. 

Û...

Ev jin, karin xwedayan jî ji jor daxin jêr û bi şehweta xwe ya fahîşane wan bike qeşmerên ber devê ademîyan.


Û mêr çêbû...

Delalîyên ber dilê Xwedê ne.

Kîrê wan li ser milê wan, her li pey şehwetê dibezin. 

Ji kevir nermtir çi bi nav lepên wan keve, lê dixin, lê diherin û qul dikin.

Bi nefs û nefesa jinê diwelidin, di bin baskên jinê de mezin dibin û bi şehweta jinê xwe nas dikin.


Gotina Dawî

Xwedê mêr çêkir û bi hostayîya xwe xwe qure û serbilind hîs kir, 

lê piştî mêr jin nas kir, ji bo jinê, rabû, çû Xweda tûşî erdê kir!

22 Ocak 2021 Cuma

li xwe neheyirin

Şeytên gotîye, 
"Yê li xwe biheyire, ez di wî nim!"

Seadetê her dibêje,
"Ez bi qurbana Xwedê bim! Goşt hebe, ez jî karim her şîvê çêkim; jin ew e, bêyî goşt karibe xwarinê çêke û li xwe neheyire."

Nîyazî Ûsta jî (Sosyocivaknasê Zindana Dîyarbekirê) digot, 
"Hûn leymûnê bi ser gûyê min de biguvêjin, gûyê min ê jî bibe qudret."

Sê kesên bi tu haweyê naşibin hev.
Îja hûn ê bibêjim dîsa Devliken li pey çi fantezîyan e!
Ez ê ji jêr dest pê bikim û hêdî hêdî ber bi jor ve werim û mijarê bînim ser mijara sereke.

Di salên heyştêyî de Nîyazî Ûsta jî wek gelek welatperwerên kurd di zindana Dîyarbekirê de zindanî ye.
Êşkenceya bi haweyekî sîstematîk her roj li wan dibe ne bes e, bi ser halê ne hal de, xwarina ji bo wan derdikeve jî ji êşkenceyê xerabtir e.
Jixwe mîde-hûrê Nîyazî Ûsta ne rehet e; ji ber êşa mîdeya xwe ne di tu halî de ye.
Û hema hema her roj şîva wan kapûska ye. (Kabûska cureyeke xwarin e, ji lehaneyan çêdibe û hefteyê sê-çar caran li hefs û eskerîyê ji bo hefsî û eskeran çêdibe)
Dîsa êvar e, qerwane hatîye û wek her car dîsa şîv kapûska ye.
Berpirsê qerwaneyê şîvê li girtîyan belav dike û her kes mîna ji ber xelayê hatibe, dikişin ser û dixwin.
Nîyazî Ûsta mahdê wî tirş, li hêla sênîka ber xwe jî nanere. 
Hevalên wî jî hemû zanin Nîyazî Ûsta hîç ji kapûskayê hez nake; roja şîv kapûska be, wê rojê birçî radikeve.
Hevalê kêlekê çend parîyan ji sênîka ber xwe dixwe-naxwe, difitile ser Nîyazî Ûsta, dibêje, "Nîyazî Ûsta, çima tu naxwî?"
Nîyazî Ûsta bi hêrs dibêje, "Yanî tu nizanî ez ji bo çi vê kerafîyê naxwim!" û dibe niçeniça wî!
Hevalê kêlekê dibêje, "Weleh wexta meriv leymûnê bi ser de diguvêje, dibe qudret, meriv tilîyên xwe pê re dixwe."
Lê li pêyasê leymûn tune ye.
Nîyazî Ûsta xwe aciz dike, dibêje, "Tu leymûnê bi ser gûyê min de biguvêjî, gûyê min ê jî bibe qudret!"

Wexta meriv li cem Seadetê pesnê mitbexa jinekê dide û heger ew xwarin di mitbexa Seadetê de tune be, Seadetê xwe aciz dike û dest bi felsefeyê dike, dibêje,"Ez bi qurbana Xwedê bim! Goşt bînin ber destê min, ez ê jî ji we re vê xwarinê çêkim."
Li gorî felsefeya Seadetê, ya kevanîyê dike kevanî, goşt e...

Ez hatim malê, şîv tune ye. 
Ji sibehê de li ser taseke şorbe me; berî nîvro di taştê de min taseke şorbe xwar û heta berî êvarî ez li ser şorbeyê mam.
Jixwe rojê du dahnan nên dixwim.
Axir, ez çi çêkim, çi çênekim...
Min sarinc vekir.
Kuvark, îsot, firingî qelî û hêk bi ber çavê min ketin.
Min got "Ya Xwedayê Mela Birhan pê bawer" û min malzemeyên xwe li ber xwe rêz kirin.
Ewil min kuvarkên xwe xweşik paqij kirin, dû re min hinek zeyt bera binê miqilkê da û kuvarkên xwe avêtin miqilkê, baş raqelandin.
Piştî kuvarkên min baş raqelîyan, min qelîya xwe bera nav da û ez sekinîm heta qelîya min di nav kuvarkên min de mehîya.
Min îsot û firingîyên xwe jî hûrhûrî kirin û ew jî avêtin hundirê miqilkê, xwêya xwe pê werkir û rûniştim.
Bi qasî panzdeh deqeyan xwarina min li ser êgir pijîya û herî dawî min du hêk bi ser de şikenandin û şîv hazir û amade bû.
Gao reşo te çi xwar!
Ez ketim ser, min ew zirmiqilk bi tena serê xwe li enîya xwe xist.
Lê min ji bîr kir ji xwarina xwe re navekî bibînim.
De bila dîtina nav jî ji xwendevanan re bimîne...
Êê!
Şeytên çi gotibû?
"Yê li xwe biheyire, ez di wî nim!"
Baş e min qûn li ser nekir û bi serfirazî ji nav lepên Şeytên filitîm û min berê Şeytên da yekî din.
Li xwe neheyirin, an na kîrê Şeytên li ser milê wî ye, qul bi qul lixweheyirîyan digere!..


nivîskarî

Nivîskar
Nivîskar û Xwedê li ser xwedatîyê qayîşê bi hev re dikişînin; 
Xwedê nivîskaran diafirîne, nivîskar jî Xwedayan.
Û Xwedayên nivîskar wan diafirînin, hewl didin textê bin Xwedê hilweşînin...
Lê nivîskarî ne hêsan e, çendî îro ro her ji sê kesan du kes nivîskar bin jî.

Ji bo nivîskarîyê çi divê?

1-Ziman divê.
Çendî li cem me kurdan ziman ne girîng be jî, her tişt ji zimên dest pê dike. 
Bi qasî jîyana hundirê okyanûsekê ya rengîn tu tije û xemilî bî jî, ji bo tu karibî wê jîyanê raxî pêş çavan, ziman divê;
peyv divê, gotin divê, hevok divê, hevoksazî divê, qeydeyên rêzimanî divê.
Û ji bo tu karibî vê tevnê birêsî jî, divê tu bi sosyolojîya zimên zanibî; 
her peyvek çîrokeke wê heye; heger tu bi çîroka wê peyvê nizanibî, ew peyv li te germ nabe, herweha nahêle tu jî lê germ bibî.
Ez nabêjim ji bo nivîskarîyê bibin kurdolog û fîlolog, lê hûn jî bi qasî nivîskarên xelkê bi zimanê xwe zanin, zimanê xwe zanibin.

2-Zanîn divê.
Zanîn tune be, tu bilbil bî jî, têrê nake. 
Ji bo zanînê jî; xwendin divê, guhdarîkirin divê, temaşekirin divê, lêkolîn û lêpirsîn divê...
Divê tu bixwînî, tu lê bikolî, guhên te her vekirîbin, tu guhdarî bikî, çavên te her vekirîbin, tu binerî.
Divê haya te ji edebîyata te jî hebe, ji edebîyata cîhanê jî hebe.
Herweha divê haya te ji nirxên te, divê haya te ji folklora te, divê haya te ji kultur û dîrok û kevneşopî û kelepûra te hebe.

3-Vîzyon divê.
Ji bo vîzyoneke baş, divê haya te ji rojev û sîyasetê jî hebe, divê haya te ji edebîyat û felsefeyê jî hebe, divê haya te ji sînema û muzîkê jî hebe, divê haya te ji magazîn û tolazîyê jî hebe, divê haya te ji mîzah û sporê jî hebe.
Civaka tu di nav de dijî?
Axa tu li ser dijî?
Şêx û mela çawa dijîn?
Dîn û serserî çi dikin?
Axa û gundî?
Zana û rîhspî?
Jîyana şivan û gavanan?
Têkilîya pez û dewêr bi çêre û pincar û şênkayîyên vê axê re?
Xweza û însan?
Dar û ber, gul û kulîlk?
Têkilîya gundî û bajarîyan?
Malbatî, mervantî, cîrantî, hevaltî?
Bi kin û kurmancî dînamîkên civakê çi ne, ne çi ne, divê tu zanibî.
Ji bo van hemû dînamîkan xwendin divê, zanîn divê, xwenuhkirin divê û ev hemû jî ji te re. vîzyonekê çêdike.

4-Afirînerî divê.
Belkî jî xala herî girîng ev e.
Afirînerî taybetmendîyeke xwedayî ye; yan bi te re heye, yan tune ye; 
bi xwendin û nivîsandinê, bi ger û geştê, bi nerîn û guhdarîkirinê bi dest nakeve.
Heger mejîyekî afirîner hebe, kare ji peyvekê çîrokekê, ji çîrokekê roman û senaryoyekê biafirîne.
Kare ji nebûnê hebûnê biafirîne.

5-Xeyal û fantezî divê.
Jixwe ji bo tevna xeyal û fantezîyan jî afirînerî divê. 
Di kultura kurdan a şevbuhêrkîyê de xeyal û fantezî du dînamîkên taybet bûne.
Bi afirînerîya çîrokbêjan, gundî dibûn rêwî li ser rêya xeyal û fantezîyan û ber bi jîyaneke efsûnî ve ruhê xwe serbest û azad berdidan.
Ya însanên normal û ne normal ji hevdu cuda dike, afirînerî bi xwe ye.
Afirînerî asta herî bilind e di civakê de. 
Û kesên afirîner, ne ji rêzê ne.
Afirînerî, dana îlahî ye.

6-Azadî divê.
Erê, ziman divê,  zanîn divê, vîzyon divê, afirînerî divê, xeyal û fantezî divê, lê...
Lê ya herî girîng, azadî divê.
Heger nivîskar ne azad be û li gorî dilê kes û kesayetan, desthilat û desthilatîyan, partî û rêxistinan tevbigere û qelema xwe têxe xizmeta wan, ew ziman, ew zanîn, ew vîzyon, ew afirînerî, ew xeyal û fantezî hemû li tûşê diherin û nivîskêr dike zirhîçek.
Loma jî,
divê qelem azad be ku peyv û hevok li ser têla zemên bibezin.
Bi ruhê mirîdîtî nivîskarî qeşmerî ye.
Ji qelemê re sekn û helwest, karakter û kesayet divê.

Gotina Dawî
Bila her kes li gorî kapasîte û vîzyona xwe karê jê fêhm dike, bike...


20 Ocak 2021 Çarşamba

sê mijarên ne dûrî hev ne nêzîkî hev

Qûn di qûnê de, serî di serî de, sê mijarên bêeleqe-pireleqe, ne dûrî hev, ne nêzîkî hev.
Ka ez ji ya ewil dest pê bikim.

Mesut Ozil û netewperestîya tirkan...
Tirk neteweke ne netew e; neteweke etehyatoçawalêhato ye. 
Ji zibil û xwelî û pîsîyê her netewê piçik piçik li hev kom kirine, bi hev dirûtine û jê re gotine netewa tirk.
Di eslê xwe de neteweke weha tune ye; jixwe tu ji kê bipirsî, piştî du-sê bavikan ew ê bixetime, yek, dudu, yê sisêyan ê yan neyê bîrê, yan jî wê here li neteweke din bisekine;
nikare yê sisê û çaran bibêje, nikare, ji ber ku yê sisê û çara yan dihere digihêje arnawûtekî, yan dihere digêje yûnanekî, yan dihere digêje lazekî, yan dihere digêje çerkezekî, yan dihere digêje ermenekî, erebekî, avarekî, yan jî dihere digihêje serê kîrê kurdekî...
Ev hefteyek e raya giştî û çapemenîya vê netewa eyretî bi Mesût Ozîl radibin, bi Mesût Ozîl rûdinin. 
Mesût Ozîlê ku di ciwanîya xwe de bêvila xwe ji tirkan û tîma tirkan re xwar kiribû û kîrê almanan kiribû xwe û tîma almanan hilbijartibû, îro ro wek netewperestekî tirk radibe quretîyan dike.
Madem tu ew nihîtê mêran bûyî û dilê te bi çargopalî ji bo tirkan û netewperestîyê lêdida, çima ne tîma tirkan, tu çûyî te tîma almanan hilbijart, hi ii?
Dîn û îmana we berjewendî ye!
Hevîrtirşê we nijadperestî ye!
Û ez bikutim netewperestîya we ya ku ji netewperestîyê wê de nijadperestî û faşîzm e.
Ew Mesût Ozîlê ku li xwe daneanî formayê ala tirkan li ser e li xwe bike û çû bi formayê ala almanan li ser e li xwe kir û ji bo serketina almanan têkoşîya, îro ro bi hatina Tirkîyeyê re wek Fatîh Sultan Mehmet hat pêşwazîkirin.
Ev netewa ne netew ji bo wek netew xuya bike kare ji qantirê jî bibêjin "Yadê" heger qantir bi tirkî tir û fisan bike...
Ev netewa ne netew ji quretîyeke pûç, ji nav û deng û pesn û şowê pê ve ji tiştekî re nabe.
Çend sal berê jî li hember popstar Tarkan xwe hetikandibûn. 
Ji bo neçûna eskerîyê Tarkan ew bêminet kirin, lê wan çi kir?
Ji bo yekî wek Tarkan ji destê wan nere, rabûn qanûn guherîn û eskerîya bi pere derxistin.
Tarkan li ser a xwe ma, neçû eskerîyê, lê tirk hetikîn; ker û kûçik û gur bi qûna xwe bi wan kenîyan.
Tiştê meriv diêşîne ew e, çawa neteweke wek netewa kurdan ku karin bi herîya xanîyên xwe yên berî serdema Îsa û Mûsa û Dawid û Muhamed ava kirine, bi sedan netewên wek tirkan çêbikin, îro ro di bin destê vê netewa ne netew de bindest in!
Xwelîya heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê me û sed û yek bavên me be!

Derhêner Ersîn Çelîk "Ji bo Azadîyê"
Sînema çek û sîleheke xurt e ji bo meriv di qada navnetewî de xwe bide naskirin, lê divê meriv nehêle ew çek, ew sîleh di nav destê meriv de biteqe.
Sînema, ji fantezîyan wê de, mirêk e ji bo civakan.
Sînema, bi qasî netewperwerîya xwe, herweha muhalîf e; 
li dij neheqî, zordestî û kêmasîyên deshilatan sekn û helwestek e,
herweha serhildan e li dij bêdengîyê.
Erê, ji bo meriv ji desthilanîn nekeve, hêz e, qawet e jî, lê...
Nabe meriv têkçûyînan wek serketinan raxe pêş çavan.
Heger meriv bi çavekî profesyonelî û cidî li sînemayê nenere, di kadrajê de meriv bi xwe dihetike û dibe sînema.
Sînema di kadraja îdeolojîyan de hilnayê.
Fîlmê Ersîn Çelîk "Ji bo Azadîyê" ji hunerê bêtir masturbasyoneke îdeolojîk e.
Senaryo qels e.
Performansa lîstikvanan pir xerab e.
Dîyalog mekanîk û îdeolojîk in.
Û muzîka fîlm kaos e.
Min performansa Mehmûd Berazî jî neeciband.

Laleş Qaso û Serok Altaxus...
Êvara ku min romana Laleş Qaso "Serok Altaxus" qedand, min li fîlmê Ersîn Çelîk nerî.
Roman, kêm zêde trajedîya şoreşeke têkçûyî ye.
Romantîzma rêxistinekê, fantezîyên serokekî û nezanî û belengazîya miletekî...
Heger ev roman bibe lîstikeke şanoyê û li bakurê welatê min li ser dika şanoyê derkeve pêşberî temaşevanan, pirê ji wan ê kirasê xwe biçirînin.

Gotina Dawî
Bi mentiqa gundîtî û belengazîyê huner nabe...

19 Ocak 2021 Salı

tolazî

Temenê mêr li dora çelî bû, lê mîna fêrizekî xuya dikir; 
li ser xwe, xurt, şidîyayî û têrbawerî; 
ji awirên wî arezû û şehwet difûrîya.
Jin hîn nuh ketibû hîjdesalîya xwe; 
bejina wê zirav î dirêj, ji sîng û berên wê bihar difûrîya.
Lê daxwaz, arezû û şehwet li temen guhdarî nake; 
dil dixwaze, beden arezû û şehwetê dihewîne, ew arezû û şehweta di bedenê de kombûyî jî dibe lehî û xwe li mentiqê diqewimîne; 
mentiq jî di nav coşa mejî de kerr dibe, lal dibe, hest û hîs bi haweyekî dîn û gêj û har dibezin...
Mêr tolaz bû, hîç dil nedigirt; 
tenê ji bo daxwaz û arezû û şehweta bedena xwe têr bike, tevdigerîya; 
hemû jin di wê kêlîya orgazmê de difetisandin.
Ne xema jina nuhgihiştî bû jî; 
ew jî di destpêka rêwîtîya nasîna bedenî de derketibû rêwîtîya xwenasînê, derketibû rêwîtîya xwehîskirinê 
û mêr jî di xwenasîna bedenî de pispor û seraf bû.
Her roj, carina di nava rojê de, carina bi şev piştî şênîyên bajêr radiketin û şev dispartin wan, 
bi xezebeke te yê bigota qey tenê hew vê carê ye dinîyhan hev; 
nefes li hev diçikandin. 
Piştî her nîyhandinê di nav xwêdana hev de xwe dişuştin, 
xwe helal dikirin; 
jixwe bixwestana jî, ew taqet di xwe de nedidîtin rabin herin serşokê avekê bi ser xwe de birijînin.
Piştî her nîyhandinê mêr li xortanîya xwe vedigerîya, 
jin piçekî din dibû jin, bi jintîya xwe ya xwedawendî dihisîya.
Mêrê tolaz, mîna marê kiras diguhere, her çû, hest guherî, hew xwe nas dikir;
hestên wî bi wî xerîb dihatin;
êdî ne xwe bû, roj bi roj diguherî...
Û mêr dil girt!
Dil bi wî girt!
Ji binê nigên wî heta tepelika serê wî, ricifandinekê ew dîl girt!
Hilmek ji cixareyê kişand, got, 
"Ji te hez dikim!"
Lê jina ciwan di serê têkilîyê de haya wî jê çêkiribû; jê re gotibû, 
"Ji min hez neke. 
Di têkilîya me de eşq tune ye; 
tenê em ê di bedenên hev de biçêrin û li sibê nefikirin. 
Bi çavê te li fahîşeyên din dinerî, li min binere
û ez ê jî bibim fahîşeyek ji wan fahîşeyên te..."
Her du beden şilfîtazî li ser textê raketinê li ser piştê veketî bûn.
Êdî nedipeyivîn.
Çavên wan li esmanê xênî asê mabûn, tenê difikirîn.
Jinê hêdîka xwe bi ser mêr de qulipand, mêr xwe tevneda.
Bi nermîyeke nazenîn destê xwe li ser sînga mêr bir û anî 
û hêdî hêdî ber bi jêr ve daket. 
Dema destê jinê gîhaş kîrê mêr, axîneke nerm ji nav lêvên mêr bi haweyekî dizî derket. 
Mêr zimanê xwe bi dora lêvên xwe xist û xwezîya xwe daqurtand.
Lêvên jinê li ser sînga mêr direqisîn, lê reqseke nerm, henûn û kubar.
Hêdî hêdî ber bi jor ve hilkişîya; 
lêva wî ya jêr di nav lêvên xwe de bi cî kir û mêt
û mêt û mêt û mêt...
Ji nişka ve çipikeke hêsir ji çavê mêr herikî, xwe gîhand lêvan
û lêv ricifîn; lêvên jinê jî bi lêvên xwe re ricifandin.
Kelogirî xwe ji bin jinê xelas kir û li ser qûnê rûnişt, 
çongên xwe kişandin zikê xwe, 
serê xwe di nav çongên xwe de veşart 
û bû îskeîska wî!
"Êdî hew radibe! 
Hew li jina ez jê hez nekim radibe! 
Arezû mir! 
Te arezûya min kuşt! 
Şehwetê ji bedena min koç kir! 
Ji ber ku tu ji min hez nakî, ez hew te dixwazim! 
Te ez di hundirê xwe de kirim hîçek! "
Lê jinê jî dil girtibû, bi dizî...
Bi dilê xwe re xeyidîbû wê kêlîyê 
û hêsirên xwe jî diniqutand hundirê xwe!
Jin derket, çû, li pey xwe nenerî 
û careke din hew hevdu dîtin.
Mêr heta talîya emrê xwe ji yeka din hez nekir, 
lê ya di dilê jinê de jî tu carî nebihîst.



18 Ocak 2021 Pazartesi

lêpirsîn-anket

Ji acizî lêpirsînek-anketek:

1- Peyva "Kurdewar" di kîjan vebijarkê de rast hatîye bikaranîn?
ê- Kurd ji dewaran hez dikin.
x- Kurdê Kurdistanê nexwaze, dewar e.
q- Kurdê Kurdistanê bixwaze, dewar e.
w- Kurdê bi kurdî nizane, dewar e.
û- Hemû.

2- Astengîya herî mezin a ku nahêle dewleta kurdan serbixwe û azad bibe, herî baş û rast di kîjan vebijarkê de hatîye gotin?
ê- Kurdistan di nav çar dewletên dagirker de bûye çar perçe û li her perçeyî jî partî û rêxistinan ew di nav xwe de kirine çardeh perçe.
x- Sîyasetvan û rewşenbîrên kurd, berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên netewî re digirin-dibînin.
q- Bi qasî kurd dilê xwe dibijînin ziman, nirx, kultur û jîyîna dagirkerên xwe, nabijînin ziman, nirx, kultur û jîyîna xwe.
w- Bi qasî kurd bi hev re şer dikin, bi dagirkerên xwe re şer nakin.
û- Serok û rêberên partî û rêxistinên kurdan, seroktî û rêbertîya partîyekê-rêxistinekê bi seroktî û rêbertîya dewletekê nadin; nadin lewra berpirsîyarîya dewletekê ji berpirsarîya partîyekê-rêxistinekê zortir û girantir e; ya din jî, tirsa wan ew e, luks û konforan wan kifş bibe. Bi mentiqa bila hindik be, bila ya min be tevdigerin. 

3- Xalê Sahdo, her cara dine kera xwe, piştî karê xwe diqedîne, destê xwe bi serê wê dide, dihere enîya wê, enîya wê maçî dike û di guhê wê de dibêje, "Menîfa bi qurbana quzê te be! Hema te karîbûya kulmeke savar, an jî beroşeke şorbe çêbikira, min ê her sê kevirên Menîfayê têxista kefa destê wê û berê wê bida mala bavê wê."

-Kemalê kayserîyî yê heftê salî, li binya hewşa mizgeftê, li dereke xewle, di bin atmosfera azana melê de kûçika reben zevt dike û kîrê xwe yê dike nake nikare rep bike, bi nav şeqên wê dide.

-Elîzabeta îngiliz a arîstokrat ku di qonaxa xwe ya bi konfor de bi tena serê xwe dijî, her şev berî rakeve, xwe şûtîtazî dike û qûn û quzê xwe bi her du kûçikên xwe dide alastin.

Li gorî naveroka van hevokên jor meriv kare çi li ser têkilîya însên û heywên bibêje?
ê- Xalê Sahdo û Pîra Elîzabetê heywanhez in, lê Kemalê kayserîyî sapix e.
x- Xalê Sahdo li gorî teorîya Darwîn hîn baş nekemilîye, di navbera însên û heywên de asê maye, loma jî carina hormonên wî yên heywanî zora hormonên wî yên însanî dibin.
Pîra Elîzabetê êdî kemilîn derbas kirîye, ne însan li ser bala wê ne, ne heywan, xwe diavêje ser pişta xeyalên xwe û ber bi jîyaneke fantestîk ve bi çargavî dibeze.
Kemalê kayserîyî birçî çêbûye, naxwaze birçî here, loma jî ji kevir nermtir çi bi nav lepên wî dikeve, xwe lê dixe û lê dihere.
q- Hevaltîya bi heywên re ji hevaltîya bi însên re xweştir e.
w- Hemû.q
û- Ne yek jî.

4- Koronavîrus ji kê direve?
ê- Ji yên nîyhandinê dikin, lê xwe helal nakin û radikevin.
x- Ji yên qeşmer, ehmeq û bêkesayet..
q- Ji yên dîn.
w- Ji yên tenê bi kurdî difikirin, dipeyivin, dixwînin, dinivîsînin, dijîn.
û- Ji yên bêkêr.





17 Ocak 2021 Pazar

berf û romantîzm

Doh wexta Seadetê telefonî min kir, seet çi bû, nizanim, 
lê ne şaş bim hîn nuh berfê dest pê kiribû û ketibûm ser dilê komputerê; biborin, nahlet li çavê şeytên bê, ketibûm ser dilê telefonê, min ji blogê re dinivîsand.
Got, "Ma li cem we berfê dest pê nekir?"
Min got, "Belê, belê, wa ye dibare."
Kenîya, got, "Ez bi qurbana rehma wî bim! Te dît milet digot îsal baran kêm e, em ê ji tîna bifetisin. Ew bixwaze, dibare, ew nexwaze, nabare..."
Min got, "Seadetê, ma em qerf û henekên ber devê vî sadîstî ne? Kêfa wî dixwaze, dibarîne, kêfa wî nexwaze, nabarîne..."
Got, "Ev e!"
Min got, "Bi wî serê te yê delalî, her tişt li gorî tevn û mêzîn û dengeya gerdûnê bi xweber dimeşe. Tiştekî tune ye wek heye ranexe pêş çavên me; jixwe tu wî raxî pêş çavên me jî, em ê wî nebînin; em ê nebînin, lewra tiştekî tune, bi çavan nayê dîtin."
Got, "Tobe tobe! Dîsa cinik hatin dorê!"
Min got, "Wexta neyê hesabê te, tu wer dibêjî."
Got, "Devliken, karê xwe bike û bêvila xwe nexe nav karê wî"
Min got, "Îja 'wî'! Tu yê bibêjî qey qala birayê xwe Hemdila dike..."
Bi "La hewle"ya wê re mijar guherî, hat ser nexweşîyê û nexweşan. 
Got, "Xwedê bixwaze, kare mirîyan ji gorê rake!"
Min got, "Seadetê, heyran, ne mirîyan, ma ne wa ye filankesê bi qansêrê ye..."
Got, "Êê!"
Min got, "Ê ê! De bila wî Xwedayê tu ew qasî bi hêz û qudreta wî bawer î here wê rebena ketîye ber sekratê û êdî doktoran jî destê xwe jê şuştine, sîpîsaxlem bike û rake! Bi soza mêrê berê, heger wê pîrekê sipîsaxlem bike, ez ê dev ji minafiqîya xwe ber dim, tobe bikim û rojê pênc caran li pey te nimêj bikim..."
Got, "Heger bixwaze, kare wê sipîsaxlem bike!"
Min got, "Kare, lê tu dibêjî nake!"
Devê xwe bir û anî, got, "Yanî heger bixwaze, kare..."
Min got, "Seadetê, Xwedayê ku karibe mirîyan rake û raneke, Xwedayê ku karebe nexweşên nexweşîya wan giran rehet bike û neke, Xwedayê ku bi êş û birînên min zewqê bisitîne û bi hêsirên min xwe helal bike, ji min re ne hewce ye, li te pîroz be!"
Wek her car dîsa xwe aciz kir û gotina xwe ya herî klasîk kir:
"Xwedê Teela meriv ji te bisitirîne! Tu rêya rast li ber meriv şaş dikî!"
Axir...
Ez vê sibehê rabûm, her der spîboz dike, dar û ber di bin berfê de maye.
Biçûk, mezin, nêr, mê pev ketine bi berfê dilîzin. 
Hin ji wan jî wêneyan digirin ji bo di facebook û înstagramê de belav bikin.
Jixwe di rewşê herî giran de jî em terka romantîzmê nakin.
Û romantîzm jî herî pir li ketî û belengazan tê. Belengazî bi xwe jî ensturumaneke romantîk e di destê kapitalîstên oportunîst de.
Heger ruhê meriv romantîk be, meriv kare ji gelek rewşan romantîzmê biafirîne:
Vexwarina çaya qaçax...
Meşa li ber peravekê...
Dema roj diçe ava...
Tîna agirê sobeya êzingan...
Nivîsandin û xwendina helbestan...
Parvekirina çend pasajan ji kitêbên Mehmet Uzun...
Pesindayîna kilamên Şakiro...
Wêneyekî bi kitêb...(Bi taybetî jî kesên tirkîaxêv û kitêbên kurdî)
Xwarina simîtan...
Nanê bêxwê, tirên şor...
Guhdarîkirina li stranbêjên kuçe û kolanan...
Û li meş an çalakîyekê du sloganên îdeolojîk...
Lê, piştî koronayê meş û çalakî jî demode bûn. 
Ji bavê kê zêde ye êdî bi komî tevbigere!..
Sîstem li ser kare û êdî jîyaneke dîjîtal î mekanîk li hêvîya me ye.
Di navbera çar dîwaran de jîyaneke dîjîtal;
kar û xebat li malê bi haweyê homeofîs, ders û perwerdeyî bi reya bernameyên înternetê.

Gotina Dawî
Me pê girt!

16 Ocak 2021 Cumartesi

mêvanê axê

Her Evdila ne Evdila ye...
"Abdullah-Evdila" navekî giran e; him navê bavê pêxemberê misilmanan e, him jî navê serokê sererd û binerd e, loma jî ev nav li ser pişta pirê kesan barek e û ji tirsa vî navî ne diwêrin çep lêxin, ne diwêrin rast lêxin.
Lê ji hêlekê ve jî baş e; ji hurmeta vî navî, ne misilman diwêrin vî navî qurçomirço bikin, ne jî mirîd diwêrin...
Çendî hin kes bibêjin, "Evdî, Evdikê" jî, ji bêedebî û fuqurîya xwe dibêjin.
Axir,
Evdilayê heval got, "Devliken ez li navê xwe heyirîbûm, min digot ez ê çawa navê xwe biguherim, lê navekî ji navê min ecêbtir, sansasyoneltir û hetiketîtir derket.
Min got, "Euww!"
Got, "Hahew!" û dest bi meseleyê kir:

Çi tê serê meriv, ji meraqa zêde tê serê meriv...
Li gundekî berîyê (Berîya Mêrdînê) jin û mêrek dijîn. Navê jinê Perîşanê ye, navê mêr Etman e.
Jin pir bedew e, mêr jî kesekî ji rêzê ye.
Zarokên wan tune ye; bi tena serê xwe dijîn.
Gundî bi roj dixebitin, piştî şîvan jî li odeya Axê dicivin, şevbuhêrka xwe li wir dikin.
Odeya Axê jî ode ye: mezin, fireh, bi xeml û neqş, bi kulav û bahlîf û xalîçe... 
Kî dibîne, devê wî dihere li paş guhên wî disekine, şaşomaşo dibe.
Êvarekê Perîşanê û Etman şîva xwe dixwin naxwin, Perîşanê ji Etman re dibêje, "Ez odeya Axê pir meraq dikim, ez jî dixwazim werim bi çavên xwe bibînim."
Etman dibêje, "Keçê, ma tu dîn î? Çi karê jinan li odeya Axê heye! Ew der cîyê mêran e, mêr lê rûdinin..."
Perîşanê xwe li erdê dixe, dibe agir û dikeve pêxîla Etmanê xwe.
Eman yeman, Etman dike nake nikare Perîşanê ji fikra wê vegerîne. Di ber xwe de dibêje "emrê min ji Xwedê re" û daxwaza wê ji mecbûrî qebûl dike.
Ji bavê wî zêde ye qebûl neke!
Etman baş zane heger jê re bibêje na, paş stuyê xwe bibîne, careke din wî quzê gewr î boz î mêrkê misilman ji ser dînê wî vedigerîne hew dibîne...
Axir, radibe fîstanê xwe lê dike, çefî û egala xwe li ser serê wê diedilîne (Li berîya Mêrdînê, mêr jî fîstanan li xwe dikin; ev lixwekirina fîstanan ji kultura ereban tê)
Erê, Etmanê me Perîşana xwe xweşik diedilîne û ew jî radibe fîstanekî xwe yê din li xwe dike û bi raterqa hev dikevin, berê xwe didin mala Axê.
Çawa derbasî hundir dibin, silavê li civatê dikin û diherin li cîyekî vala li ser kulêv xwe bera erdê didin, rûdinin û pişta xwe didin bahlîfan...
Axa difitile ser Etman, dibêje, "Mêvanê te ne ji vir e, ji ku ye gelo? Min nas nekir, Etman."
Etman dibêje, "Ji hêla serhedê ye, ezxulam. Navê wî Elî ye. Sala çûyîn me hevdu nas kir; min dewarên xwe firotibûnê. Ew roj ev roj e em bi ser hevdu de diherin û tên."
Çay, qahwe, civat digere...
Dibe dereng û hêdî hêdî gundî radibin xatir ji civatê dixwazin, yek bi yek, dudu bi dudu ber bi malên xwe ve diherin. 
Etman û mêvanê xwe jî ji bo destûra çûyîna malê ji Axê bixwazin, xwe tev didin, radibin ser xwe, ber bi Axê ve dimeşin.
Etman destê xwe dirêjî destê Axê dike, bi destên hev digirin, dû re Axa destê Etman berdide, bi destê mêvanê Etman digire. 
Destê mêvan ê nerm î bêpirç di nav destê Axê de wenda dibe. 
Nermbûn û şahîkbûna destê mêvan balê Axê dikişîne. 
Axa li çavan dinere, çav çavên xezalan e. 
Pê derdixe jin e, ne mêr e. 
Di bin simbêlan de dikene, dibêje, "Bi telaq min nehişt mêvanê te here, îşev mêvanê te mêvanê min e û ez nahêlim."
"Go kwîro tu li çi digerî, go li çenik ronî digerim."
Eman yeman, Axa bi ya xwe dike û nahêle.
Etmanê me radibe kejika stuyê xwe dixwirîne, berê xwe dide malê.
Piştî civat belav dibe, Axa ji navmalîyan re dibêje, şev dirêj e, nuha mêvanê me birçî ye, ka ji me re paşîvê bînin."
Navmalî di nava deh deqeyan de, qelîyê tînin li ser sifreyê datînin û Axa û mêvanê xwe dikevin ser.
Piştî paşîva xwe dixwin, navmalî tên sifreyê didin hev, dibin û nivînên wan li odeyê datînin.
Navmalî çaydan li odeyê ji bîr kirîye. 
Piştî nîv seetê lê hayîl dibe û ji bo çaydan bibe li odeyê vedigere. 
Hêdîka derîyê odeyê vedike, çi bibîne! 
Axa xirpişîye ser dilê Perîşanê û çîpên wê li nava xwe gerandine, radibe û dadikeve, radibe û dadikeve...
Navmalî şaş û ecêbmayî dimîne; derî digire, li paş xwe nanere û bi lez xwe li hêla malê yî din diqewimîne, ji navmalîyên din re dibêje, "Çû ji me de! Axa xwar qelî û wa ye dikute Elî!"

Gotina Dawî
Temîya min li we wek xwe bimînin û mîna margîseyan-bûkalemonan reng neguherin.
Hûn çi bin ew bin, an na hûn ê jî wek Elî qûnê li ser kin...

15 Ocak 2021 Cuma

bêdewletî

Xîret derkeve bazarê, kurd ê herin bexdûnis bikirin!..
Heta hûn li dij ziman, wêje, huner û muzîka dagirkerên xwe, bi sekn û helwesteke netewperestî tevnegerin, hûn ê nikaribin axa xwe ji bin destnîyhandina dagirkerên xwe derxin. 
Şoreşgerîya romantîk a bi haweyekî oportunîstî, destnîyhandina dagirkerên we bi we xweştir dike.
Xwe ji wê belengazî û stuxwarîyê rizgar bikin êdî!
Dilê xwe nebijînin konfora dagirkerên xwe; heger hûn ê dilê xwe bibijînin wê konforê jî, bi şoreşgerîyeke qeşmerane nebin qeşmer û qirdikên efendîyên xwe; ne xwe bixapînin, ne jî civaka xwe.
Civak, ketî û nezan e, loma jî guhê civakê her li we ye; hûn rast bimeşin, civak ê jî rast bimeşe, hûn xwar bimeşin, civakê jî xwar bimeşe.
"Xeta xwar ji gayê pîr de ye!" ji bo rewşên weha hatîye gotin.
Ga hûn in, xet jî sekn û helwest û kesayeta we ye.
Û ji netewperestîyê şerm nekin, lewra xweşbînî û merivhezî û humanîzma di nav netewperestîya kurdî de têra heftê û du netewan dike.
Heta hûn nebin netew, serhişk û xwedan helwest bin li dij netewên dinê, yên ku nahêlin hûn bibin netew.
Loma jî...
Bi çavê dijmin li zimanên dagirkerên xwe binerin.
Wek hinekan bi haweyekî oportunîstî ez ê nebêjim, "Dijmin dijmin e, zimanê dijmin ne dijmin e!"
Na, yê dijmin dike dijmin, zimanê dijmin e û îro ro heger ne ji zimanê dagirkerên we yê serdest be, ne hûn bindest in, ne jî zimanê we bindest e.
Erê, êdî kifş e...
Sîyasetvan di nav çirava sîyasetê de lewitîne.
Ro li rewşenbîran gerîyaye.
Û stranbêj jî bi slogana "zimanê muzîkê tune ye" di ser esmanê heftan re di bin xwe re li Xwedê dinerin...
Le qada wêjeyê anku qada wêjevanan?
Van qelemşoreşgerina mejîyê xwe li ber kîjan bayî li ba kirine?
Çi vedixwin, çi dikişînin ku hişê wan bi vê xezebê belawela ye?
Êdî mû bi zimanê min ve hat!
Lê ez ji kê re dibêjim?
Wek tu ji dîwêr re bibêjî.
Weleh bi vê xezebê meriv bi ser dîwêr de çûbûya, nuha dîwar jî bi ziman bûbû...

Li ser xêrê be!..
Wêjegeha Amedê bernameyek amade kirîye. Koordînatora giştî ya Weşanxaneya Tekînê Elîf Akkaya yê bi nivîskara tirk Ece Temelkuranê re li ser romana wê ya nuh civatekê bigerîne û Wêjegeha Amedê yê jî vê bernameyê li ser hesabên xwe yên medyaya sosyal bi haweyekî zindî biweşîne.
Ê de wek çawa stranbêj dibêjin "zimanê muzîkê tune ye" qey zimanê wêjeyê jî tune ye...
Qey!
Lê zimanê her tiştî heye û azad e, tenê zimanê kurdî "tune" ye û ne azad e.
Di Wêjegeha Amedê de zimanê tirkî yê di nav dîwarên wêjegehê de olan bide û ji zimanê kurdî re qala çîroka azadîyê bike...
Azadîxwazên neazad!

Heger gotin û emel ne yek be!..
Go, 
-Azad! Azad!
Go,
-Ne ez bim û ne azadîya min be, loo! Xwezî navê min Jahro bûya û ne Azad bûya; qet nebe belkî di bin şert û mercên giran ên bindestîyê de min ew qasî ji navê xwe nefret nekira! Azadî ji bindestan re barekî giran e!..

Gotina Dawî
Her teyr bi refê xwe re difire, lê mixabin em kurd baskokirî ne...

14 Ocak 2021 Perşembe

romana nuh û komputera min

Îroj min xwest dest bi nivîsandina romaneke nuh bikim.
Ji mêj de ye çarçoveya wê dîyar e.
Mijar çi ye?
Karakter kî ne?
Ji ku û çawa dest pê dike?
Ew ê çawa biqede?
Kêm zêde tevn temam e, tenê maye ez li ber komputerê rûnim û li ser wê tevnê merşa xwe birêsim û bineqişînim.
Jixwe dema meriv dest pê dike, êdî tu hêz hew kare xwe li ber meriv bigire; mîna meriv xwe biavêje ser kelekekê û xwe ber bi pêlên Dîcleyê ve berde; diherike û hey diherike...
Li ber komputera xwe rûniştim, min komputera xwe vekir û xwe li ber xweş kir ku dest bi nivîsandinê bikim, haya min ji bayê felekê tune, ji nişka ve ekrana komputerê li bin guhê hev ket; geh şîn bû, geh reş bû, geh şîn bû, geh reş bû û hew sekinî; min kir û nekir rûpela worldê venebû.
Mahta min li min sar bû û min komputer girt, ez rabûm ser xwe.
Ez devê xwe jî xwar dikim, dibêjim komputer, lê heft xwezî bi komputerê. 
Kerkoteke min heye (notebook) ew jî piştî mirina kalkê min bi du sê salan derketîye pêyasê, ez li ser wê dixebitim, dixebitîm!
Gelo ez romana xwe jî wek nivîsên blogê li ser telefonê binivîsînim?
Êdî xelk bi telefonan kilîb û fîlman dikişînin, ez jî rabim li ser telefonê romanekê binivîsînim, belkî bêtir balê bikişîne.
Bi telaq ez bi darikekî pûş li ser erda şil binivîsînim jî, bala kurdan nakişîne, ku tirkî û erebî û farisî hebin...
Axir, rehma Şeytên lê be! Tiştê çû, nede dû...
Ez dibêjim "rehma Şeytên" ji ber ku zanîn û teknolojî şeytanî ye û karê şeytên e; ne ez dibêjim haa! Bav û kalên me yên enîya wan ji kirina nimêjê dibû wek pêşîya qemyona fordê ji me re wer digotin.
Dîn dijminê aqil e.
Û şeytan jî her tim bi şeytanîya xwe meriv li dîn sor dike.
Xweda kêmanîya wî nede.
Amen!
Lê divê şêkir jî hebe û meriv bextê xwe xera neke.
Li ser vê komputerê (netbook) min bi dehan çîrok û çîrçîrok û çîvanok û xweşgotinok û zûgotinok û mesele û metelok nivîsandin; min bi dehan bername û senaryo nivîsandin, min bi dehan dosyeyên kitêban û bi sedan nivîs û nivîsar nivîsandin.
Heger ev komputer (notebook) heqê xwe li min helal neke, li hêla din ne horî, nûrî yê min pêşwazî bikin.
Hayê zikê têr ji zikê birçî tune ye!..

Lê tiştekî bala min kişand- a rast ji zû de ye bala min dikişîne, lê min nedikir karê xwe û serê xwe pê re nediêşand.
Di peyva "hay"ê de ez di ernênayê, anku di dudulîyê de me.
Ez nuh li xwe hayîl bûm ku ez carina "hay"ê mê dikim, carina ez "hay"ê nêr dikim:
Hay(a) min jê heye...
Hay(ê) min jê heye...
Gelo dibe sedem hormonên me yên nêromêtîyê bin?
Wek hûn zanin- belkî jî hûn nizanin-, her mêr ji xêndî hormonên nêrane herweha hormonên mêyane jî di xwe de dihewîne.
Û heger mêrek zêde serê xwe bi wan hormonên mêyane re biêşîne, yan jî ew hormonên mêyane zêde xwe li nav hiş û mejîyê wî biqewimînin, piştî demekê ew mêr dikeve pey doza qûna xwe.
Û doza qûnê jî ji doza dîn û îdeolojîyan girantir e; were û agir bi qûnê keve, qûn rabe, ne li dîn û îdeolojîyan dipirse, ne jî li ehlaq û civakê...
Herweha berevacî vê, jin jî wek mêran ji xêndî hormonên mêyane, hormonên nêrane jî di xwe de dihewînin; heger mêzîna wan jî bermeqlûb bibe, destê xwe dikin zirkîrek û radidin qûna mêran; hin ji wan jî dest bi bîseksuelîyê dikin; him li goşt dixin, him goşt dixwin...
Yan min di fîlmekî de dîtibû, yan jî ji kitêbekê xwendibû, baş nayê bîra min; kêm zêde weha digot, "Yên herî bextewar biseksuel in, him lê dixin, him li xwe dixin, ji her hêlê ve kêf û zewqê disitînin."
Nizanim, ez bi xwe hetero me, divê em ji hevalên biseksuel bipirsin!
Axir, em rehmetê li gora xalê xwe Sigmun Freud bibarînin û zêde vê meseleye tev nedin; lewra mesele him kûr e, him giran e, him jî qûn hesas e...

Gotina Dawî
Nivîsandin ne karê aqil e, lê jixwe piçika aqil di serê me de tune!..



13 Ocak 2021 Çarşamba

ji tûrik

Ne ap ap in, ne xal xal in. 
Û hîn jî "aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne" gotina herî qure ye, li ser axa welatê min.
Lê divê em li ser gotina "aqilê me ji kîsê xelkê ye" pir hûr bibin, lewra heger em nebin mirîdê aqilê xwe, di navbera dêr û mizgeftê de em ê tenê avê bikişînin...

Rehm jî mir, rehman jî!
Îsal av kêm e û wek berê kes hew derdikeve duayê baranê jî ji bo Xweda li me bê rehme.
Û yên berê, rehma xwe jî bi xwe re birin û xatir xwestin, çûn ji vê dinyayê.
Ne rehm ma, ne jî wek berê Xweda tê rehmê...

Hîn jî pirê kesan dibêjin li ser vê jêrzemînê behr û okyanûs ji axê bêtir e û her kî bibêje av hew têra me dike, ehmeq û kêmaqil e...

Yên tevna civakê xera kirine, ne tirk in, ne ereb in, ne faris in; ehmeqên me ji dijmin xerabtir in.
Û dema tiştên em bi xwe jî zanin em ji kesên bîyanî dibihîzin, em dibin bîyanîyê xwe.
Pez û ehmeq!
Lê heyfa pez ku ji bo ehmeqan tê bikaranîn.
Xwezî pez jî zanîbûna bê çi zewadeyî diafirînin...

"Heger pezê meriv tune be, gur nakeve nav" pêşîyên me gotine, 
lê îroj di nav sohbetekê de ji devê Seadetê derket ev gotin:
"Pezê meriv tune be, gur nakeve nav"
Mijar çi bû, em li ser çi dipeyivîn, nizanim, lê jixwe mesele jî ev e; her ji sohbetekê gotineke weha li ferhenga meriv zêde bibe, piştî demekê kes ê nikaribe xwe li ber hêza zimên bigire.
Û ziman netewan, netew jî dewletan ava dikin...

Seadetê ferhenga min e. Çi cara ditengijim, diherim li derîyê dilê wê dixwim, lê carina hin gotin bi xwe ber ji tûrikê wê dikevin.
Bi zaroktî, şîrê wê ez bi heyatê ve girêdam; ez bi firê ketim, dilovanî û fedekarîya wê hişt ez li ser nigên xwe biedilim û piştî ez mezin bûm jî, zimanê wê bû mertal, ez disitirim li pişt wî...

Dilovanî û Fedekarî
Çendî du peyvên xweş bin jî, di kesayeta me de hîn jî li wateya xwe digerin...

Gotina Dawî
Serê salê, binê salê, Xwedê netewekê bike qismetê zimanê malê...







12 Ocak 2021 Salı

metrobus

Serê pêsîrên wê li dora lêvên min çûn û hatin;
çûn û hatin, çûn û hatin, çûn û hatin...
Û ji nişka ve serê pêsîra wê ya çepê di nav lêvên min de sekinî û hew leqîya.
Hêdîka xwe bi ser min de dewisand; ew nermayî li dora devê min belav bû.
Bêhna xwêdana wê di bin giranîya bêhna parfumê de bi zorê xwe li firnikên min digirt.
Bi haweyekî gêj û sersem min çavên xwe vekirin ku...
Çi bibînim?
Porê reş î xelekxelekî bi ser rûyê min de rijîyaye û serê pêsîra wê ya çepê mîna mewîjeke dagirtî yî bel di nav lêvên min de hewar hewar e...
Min çavên xwe girtin û mêt û hey mêt; bi xezeba berxekî berşîr î ji nav lepên bêrîvanan filitîbe û xwe li navguhanê maka xwe girtibe...
Di bin bedena genimî de bedena min bi cizbê ket ji arezû û şehweta wê kêlîyê.
Bi hewldaneke nazenîn min xwe ji bin wê kişand û hilkişîyam ser sîngê...

da min da min da min
cotê memikan wê da min
ketima ser sînga wê
ketima xêra xwedê da

Berî navranê şil bikim bi kêlîyekê şifêrê metrobusê hat niqurcand min, ez şîyar kirim.
Min li dora xwe nerî, ji min pê ve kes di metrobusê de nema ye; metrobus li rawestega dawî sekinîye.
Û di guhê min de hewar hewara Ciwan Haco ye:

kubar kubar kubarê
kubar kubar kubarê
meyzin meyzin miyzine
wan çavên min meyzine
here were wer were
here were wer were
sê caran wê çav da min 
sê caran wê lêv da min

Hindik mabû Ciwan Haco şeytan bi min bikenîne, lê bi ser neket.



11 Ocak 2021 Pazartesi

ehmeq ehmeq e

"Jin, jîyan, azadî!"
Bi guhên meriv xweş tê, lê...
heger haya jinê ji jinê hebe, jixwe jin jîyan e û jîyan jî bi serê xwe azadî ye; jîyana meriv bi dilê xwe bijî, ne jîyana di bin sîya hinekan de meriv dijî...
Min go çi?
Te go çi?
We go çi?
Yan jî...
Me go çi?
We go çi?
Wan go çi?
Em hemû jî yek tiştî dibêjin,
Azadî ji bo azadan e...
Jina ji îdeolojîya mêrekî narsîst afirîbe, tenê li ser sifreya fantezîyên wî mêrî kare bibe mezeya azadîyê û fantezîyan bixemilîne.
Noş li ser sîng û berên we!
Azadî çi ye?
Azadî ew e, meriv ji hemû tiştî re bi dil û îradeya xwe karibe bibêje, 
"ERÊ" yan jî "NA"
Bi kin û kurmancî, azadî di "erê û na"yê de ye, anku kodên azadîyê di van her du peyvên kin û kûr de veşartî ne...
Kî azad e?
Her kî çi bi dil û îradeya xwe bike, azad e; hewce nake meriv bi sedan peyv û têgeh û hevok li pey hev rêz bike û qayîşê bi tirêna sirgucîyan re bikişîne.
Tirên jî tirêna kê ye, nizanim, lê ez ê ji heval Evdila re, bibore, ji hevalê xwe Evdila bipirsim; bi qasî ez zanim ew jî sirgucî ye.
Nebû ez ê xwe bigihînim Berdan Mardînî, Berdan jî ji sirgucîyan e; heger jimara telefona xwe neguherîbe...
Lê tê bîra min min carekê ji Ajdarê hunermendê sererd û binerd pirsîbû; wek hûn zanin Ajdar jî sirgucî ye, wî ji min re gotibû, tirên ne ya me ye, ya cilînîyan e.; cilînî bêbextîyan li me dikin.
Xêr û guneh di stuyê wan de be, ka îja ya kê ye em nizanin.
Sirgucî dibêjin, a cilînîyan e, cilînî jî dibêjin, na, ne ya me ye, ya sirgucîyan e.
Û sî û sê gundên sirgucîyan hene û tu li kîjan sirgucîyî rast têyî, ji mala axê ne xweş e.
Agir bi mala axê keve!

agir ketîye dilê min 
xew nakeve çavê min
çima tu ji min dûr ketîyî
bêje ronîya çavê min

Ji terz û stranên Beytocan hez dikim. Şifaya xêrê dixwazim ji bo wî!
Gelo kê ev nav lê kirîye?
ê- Bavê wî
w- Dêya wî
q- Lawê xaltîka wî
x- Jina wî (Belkî jî navê wî Beytulah e, bi delalî jê re gotibe Beytocan)
Ez ê ji Beytocan bipirsim ka bê kê ev nav lê kirîye. Û her kî pê derxe, ez ê şevekê Beytocan bikim mêvanê wî...
Axir,
Erê, na!
Heger ev her du peyv bêyî ku tu di bin tesîran hinekan de bimînî) te bi kar anî, tu azad î, yan na tu pepûk û rebenekî belengaz î.
Kesên di nav tabû û qaîde û îdeolojîyan de asê mane, pepûk in, reben in; pepûk û rebenên ku hewl didin pepûktî û rebentîya xwe bi sloganan veşêrin...
Him hûn ê bibêjin, "jin, jîyan, azadî!" him jî hûn ê rabin mêrekî li ser serê xwe bikin Xweda û bi haweyekî mirîdane di bin sîya wî de bijîn...
Ji kerema xwe re azadîyê nelewitînin û xwe jî nehetikînin.
Loma jî divê em vê sloganê bigjherin:
Jin, jîyan, mirîdî!

Ev serê çend rojan e civak ketîye tev û ha ha li ser medyaya sosyal hevdu hişyar dikin.
Tirs û xofekê dil û mejîyê wan dîl girtîye, mentiqa wan bloke bûye; agir bi zotika her kesî ketîye.
Kurdên gav û seet bi quretîyên xwe agir bi mala dagirkeran dixin û li dijî sîstemê xwe li erdê dixin û diqîrin, ev çel-pêncî sal in li dij dewletê derdikevin û her li sikak û kolan û qadan li ser pîyan in, bi slogana "serhildan"ê radibin û bi slogana "berxwedan"ê rûdinin, ji Zuckerberg re dibêjin, heger di facebook û whatsapê de tu wêne û nivîsên me bêyî destûra me bi hinekan re par ve bikî, em ê terka facebook û whatsapa te bikin.
Yanî ev ciwanik û ciwamêr ditirsin Zuckerberg wêne û nivîsên wan li dij wan bi kar bîne; ew wêneyên wan ên fantestîk û ew nivîsên wan ên teorîk ku karin bibin sedema têkçûyîna sîstema emperyalîstan!

milîtan milîtan milîtan
milîtan milîtan kurdistan
simbêl qeytan dayik bi qurban
simbêl qeytan dayik bi qurban
milîtano
milîtan kurdistan

Dibêjin,
piştî Zuckerberg bihîstîye kurd li dij wî bûne yek, ji xwarin ketîye, ev serê sê rojan e xwarin bi devê wî nabe, rebeno ketîye tev.
Xwedê neke ev yekîtî û hayjixwebûna kurdan weha berdewam bike, Kurdistan jî kare azad û serbixwe bibe...
Ya star û bêlome be!

Gotina Dawî
Hey ehmeqino!
Hûn ne xema quzê mêşekê ne. Haya Zuckerberg ji hebûna we tune ye, ew ê çi bike ji wan wêneyên we yên beradayî, ew ê çi bike ji wan nivîsên we yên hûn bi xwe jî di nav de li xwe digerin.
Hey ehmeqino!
Wexta xelk û alem derketin parsa aqil, hûn di ser gûyê xwe de diponijîn, an hûn bêhiş ketibûn?
Ji bîr nekin,
ne hûn û wêneyên we, ne fikir û nerînên we, ne jî tez û teorîyên we bi qasî serê derzîyê ne xema kîrê Zuckerberg e.