Rast e, pirê caran meriv ji ber ruh û canê xwe aciz dibe û hew tune meriv kirasê xwe biçirîne. Wê kêliyê esman bi ser meriv de dihedime, erd vediqelişe, meriv di bin de dimîne, her tişt li ber çavên meriv dibe leylan, di dojeha bêdewletîyê de beden li kulmeke aramî digere û meriv xwe bi xwe diqîre:
"Ez di quzê felekê nim! Ez ne ji tu netewê me!"
(Lêborîn ji bo kesên navê wan Felek)
Lê mixabin,
ew luksa meriv tune ye meriv bibêje, "Ez ne ji tu netewê me."
Ji ber ku,
tu bixwazî nexwazî, zimanê meriv pê dijî, meriv dike perçeyeke ji wê netewê...
Himm!
Wek ku mîna vingevinga senfonîya kelmêşan dengê we dikeve guhê min, hûn xwe aciz dikin û xwe bi xwe dibêjin "çima zimanê Devliken ew qasî tûj û çepel e!"
Ê weleh heyran, ez wek we nikarim ji quz û kîr re bibêjim "bacan, xiyar, gêzer, xox, pîvaz, an jî çîk û ewk" Quz quz e, kîr jî kîr e, çendî hûn navên wan biguherin jî...
Bi hemû navan heman wezîfeyê dibînin.
Hûn çawa ji ber poz û dev û guhê xwe fedî nakin, ji ber quz û kîrê xwe jî fedî nekin.
Jêrenot anku Têbinî:
Xwezî bi qasî "penîs û vajîna" bi we romantîk tê, ew qasî "kîr û quz" jî bi we romantîk bihata...