30 Ağustos 2020 Pazar

êdî mû bi zimanê min ve şîn hat

Hin heval ji zimanê min ê nîyhanîst anku seksîst acizîyan dikin. Li gorî nerîna wan hevalan, ez bi awayekî bêedeb û bêehlaq dinivîsînim. Û bêedebî û bêehlaqîya min jî ev e: Ez ji kîr re dibêjim kîr, ji quz re dibêjim quz, ji qûnê re dibêjim qûn û ji bêjîyên bi kîrê desthilatên xwe lewitîne re jî dibêjim dolheram!
Heyrana çavê we, hûn xwe dixeyidînin naxeyidînin, hûn xwe aciz dikin nakin, hûn serbest in, lê ez ê jî her bi serbestî ji kîr re bibêjim kîr, ji quz re bibêjim quz, ji qûnê re bibêjim qûn û ji dolheraman re jî bibêjim dolheram û pûşt û pîç!
Û yên ku ji ber ji kîr re dibêjin kîr, ji quz re dibêjin quz, ji qûnê re dibêjin qûn û ji dolheraman re jî dibêjin dolheram û pûşt û pîç, ew ê xwe bixeyidînin û aciz bikin, bila xwe di malzaroka dêya xwe de bi awayekî kamîkazekî bikujin û ji quzê dêya xwe dernekevin.
Ez bêedeb im!
Ez bêehlaq im!
Lê bêedebî û bêehlaqîya min, ji binhişê we paqijtir e. Binhişê we hingî gemarî bûye, hingî qirêj girtîye, di nava wê gemar û qirêjê de we xwe wenda kirîye. Û heta hûn binhişê xwe paqij nekin jî, hûn rê bi ser XWE nexin!
Yaw min dikira qala serpêhatîyeke xwe û Qomançero bikira, van mîratên kîr û quz û qûnê rê li ber min şaş kir.
Ma ev her sê mîrat rê li ber kê şaş nakin!

29 Ağustos 2020 Cumartesi

de bila îşev jî weha be

Ez nuh li xwe hayil bûm ku îroj min ji bo bloga xwe tişt nenivîsandîye.
Seet li dora yekê şevê ye, yan jî bi gotineke din meriv kare bibêje, êdî dem bi ser nîvê şevê ketîye, lê ji ber ku hîn şev e û bi ser de jî derdor tarî ye û jixwe me jî hîn serî neavêtîye xewê, ne dereng e.
Lê ka ez çi ji xwe re bikim mijar û vê şeva ku ji 28an derbasî 29an bûye ji kîsê min nere?
Wek ku serê min jî piçekî diêşe. Lê min zêde jî venexwar, tenê du şûşe...
Gelo çima?
Yaw de ez jî filîm im!
Îja çima!
Serî ye û êş ketîyê!
Ma mîrato ne Xurs e ku ez rabim bi pirsê herim Xursê...
Ev gotin jî, bi min ji bin serê xursîyan derketîye. Bi qasî xursî pesnê Xursê didin, yewnanî pesnê mîtolojîya xwe nadin.
Ka ji kerema xwe re rawestin, nebêjin çi eleqe? 
Erê, bi qasî xursî pesnê Xursê didin, yewnanî pesnê mîtolojîya xwe nadin, loma jî êdî li ser rûyê erdê yekî rêya wî bi derdora Mêrdînê bikeve, teqez navê Xursê jî di programa xwe ya gerê de dinivîsîne.
Li ber dilê xursîyan şeml û şemal û îhtîşama sûlava Xursê, di ser sûlava Nîagarayê re ye.
Xursî ne û normal e. Wa ye ew jî xwe di ser feylesofên qedîm-antîk ên yewnanî re nabînin.
Axir, min dikira qala çi bikira?
Jan bi serê xursîyan bikeve! Dema meriv wan tîne bîra xwe, rêya rast li ber meriv şaş dibe...
Belasebeb negotine:
Şeytan li Dêrikê gon xwarîye, li Qoserê avis bûye, li Xursê zaye!
De berî mijar here ser omerîyan û tirî û dimsa wan, ez xatir ji we û şevê bixwazim.
De bila îşev jî weha be!

27 Ağustos 2020 Perşembe

evrîm

Çawa bi demê re meymûn veguherîn însanan, bi demê re mêr ê jî veguherin asta herî bilind a însanîyetîyê; heger temenê dinyayê têrê bike.

Û belkî wê çaxê evrîma jinê jî ji nû ve dest pê bike...

Bi xêr heger roj hat û jin û mêr têgîhaştin jin nêvîyek e, mêr jî nêvîyek e û her du nêvî bi hevdu re dibin yek û tam, îhtimal e problema wekhevîyê jî çareser bibe.

Hetero metero, lezbîyen mezbîyen, bîseksuel mîseksuel, homoseksuel momoseksuel hemû tercîhên zewq û kêf û dilxweşîyê ne. Kî çawa dixwaze, weha dijî-wê bijî, lê divê mêzîn xera nebe û yek yekê danequrtîne, yan na ew ê tevna civakê xera bibe û kaos ê dest pê bike. 

Bi kin û kurmancî, "kê kir kê" nabe. Her tişt di tahma xwe de xweş e. Lê heqê kesî jî tune ye gilî û gazinan li "kê"yan bike.

Dazwaz mîna lehîyê ye û her bendê xera dike, loma belasebeb bendan nedin ber daxwazan.

Gotina dawîn:

Ez dîsa vegerim serî, lê bi meqamekî din û berevacîyê destpêkê. 

Çawa bi demê re meymûn veguherîn însanan, bi demê re însan ê jî veguherin meymûnan.

Loma "kê kir kê" heta evrîm temam nebe, wê berdewam be!..


26 Ağustos 2020 Çarşamba

we got namûs

Zemanê berê, 

êşîrên kurdan fedî dikirin gilî û gazinên xwe bibin ber devê derîyên qereqol û dadgehên dewletê; 

şerm dikirin gilîyê hevdu bikin. 

Dadgeh, wan bi xwe diatanîn 

û di wê dadgehê de şexsîyet û xîret û şeref bi hev re dibûn dadger. 

Heq û neheq li ser heqê xwe rûdiniştin 

û dahwe safî dibû.

Ma hewce dike ez ji we re qala namûsê bikim?

Ku mesele dibû namûs û namûs dilewitî, tenê bi tiştekî paqij dibû ew namûsa lewitî; 

bi xwînê,

erê, bi xwînê!

Axir, doh doh e, îro îro ye.

Û îro ro,

kurd li ber derîyên qereqol û dadgehên dewletê destê xwe vedigirin mîna parsekan ji bo namûsê, 

namûsa ku bi destê dewletê lewitîye.

Em karin ji bo du mirîşkan,

em karin ji bo şerê du zarokan,

em karin ji bo şerê du pîrekan,

em karin ji bo nîv metro erd ku ew dibêje sînorê te bi nav sînorê min de hatîye, yê din dibêje na sînorê min heta vir e, mêran ji hevdu bikujin, 

lê em nikarin serê xwe ji bin cilika bênamûsîyê derxin û ji eskerekî pîç î teres re bibêjin, gû lawê gû û kîrê wî di ber de jêke û têxe qûna wî!


Jêrenot an jî Têbinî:

Herweha baş tê bîra we, zemanê berê dema şervanan cahş dikuştin, bi dîregên ceriyanê ve dadiliqandin û pere dixistin devên wan!

Ma qey ev namûs hema ne wek wê namûsê ye jî!

De min got, hûn jî nigên xwe radin, bixwînin û li romantîzma berê bifikirin.

25 Ağustos 2020 Salı

k-u-r-d-m-a-n-c

Kurdmanc ji nivîsên zêde û dirêj hez nakin.
Loma,
roj bi roj kin û qut dibin.
Kurdmanc!
Kurdman!
Kurdma!
Kurdm!
Kurd!
Gavê hatîye li vir sekinîye, 
lê heger bêkêrî, bêxemî û xwelîserî bi vê xezebê dewam bike 
û di şûna tîpa "d"yê de tîpa "m" şîn bibe, 
ha wê çaxê em ê pê bigirin û bi tepikan bi serê xwe bikevin;
lê 
heger serî bi destê me keve!..

24 Ağustos 2020 Pazartesi

ez bikutim sosyal deneyên we

Ez bikutim sosyal deneyên we!

Li ser axa me hûn ê zimanê me li me qedexe bikin, hûn ê bi zimanê xwe yê pînekirî zimanê me li me bike marekî reş û me jê bitirsînin û dû re werin li welatê me pesnê humanîzm û ciwamêrîya me bidin.


Ez bikutim sosyal deneyên we!

Di bin navê biratîyeke pûç û derewîn de hûn ê her tim bi çavê "biçûkê malê kûçikê malê" li me binerin, çi karê pîs û zor hebe, hûn ê me bidin pêş û bi me bidin kirin, dû re werin li welatê me pesnê merdî û jêhatîbûna me bidin.


Ez bikutim sosyal deneyên we!

Dema em li kuçe û kolanên we dimeşin, ji tirs û xofa faşîsîzm û barbarîya we em newêrin bi zimanê xwe bi hev re bipeyivin, ku em li straneke xwe guhdarî dikin, çavê we bar nabe, hûn nabêjin biçûk e mezin e yan jî jin e, mîna meriv di şer de be û êrişî dijminê xwe bike, hûn êrişî me dikin, dû re wek tiştek nebûbe werin li welatê me pesnê ciwanmerdî û mêvanperwerîya me bidin.


Ez bikutim sosyal deneyên we!

Hûn diz in!

Hûn barbar in!

Hûn hov in!

Hûn pîç in!


Û kurdino!

Hûn jî dev ji vê belengazîya xwe berdin û bes bi wê hestîyarîya xwe ya teres bixapin.

Neyarên we, ji hêlekê ve bi alîyê we yê însanî-dilovanî pesnê we didin, ji hêlekê ve jî bi neînsanbûna xwe pê li serê we dikin.

Heta hûn ji van neînsanan xelas nebin, hûn jî nebin însan; 

însanetî û dilovanî û rehma xwe taloq bikin. 

Û bi neînsanan re bi neînsanî şer bikin.

Stuyê xwe bi ser xwe de xwar nekin.

Yan hûn ê li ser xwe biedilin û dijmin û neyarên we yê ji sekn û helwest û heybeta we biricifin, 

yan jî hûn ê cilika bênamûsîyê heta hetayê bidin serê xwe û hew gazinan bikin.


nok û bîra, bayern û psg

Vê sibehê min kulmeke nok xist nav avê, ji bo êvarî ez bikelînim û li ber bîrayê, piştî her qurtê carê çend hebeyekî biavêjim devê xwe.
Wek hûn zanin îşev maça Bayern û PSGyê hebû.
Heger we neceribandibe, biceribînin. Hûn ê poşman nebin.
Li ber bîrayê, nokên kelandî heyat e!
Axir, min nokên xwe kelandin, bîraya xwe danî ber xwe, lambeyên zêde vemirandin û li ber televizyonê min xwe dirêj kir.
Min xwe dirêj kir, lê min kir û nekir PSG dirêj nebû...
Min go em kurd pişta kê digirin, xêrê ji xwe nabîne. 
Îşev jî me pişta PSGyê girt, PSGyê jî pê girt!
Di nava rojê de jî min çend şûşe li enîya xwe xistin, nuha jî çend şûşe...
Lê ji kerbê Neymar û Embape, şev li min şevoquzî bû, min kêf û zewq ji şevê nestend. (Xwezî min şeva xwe bi tiştekî din derbas kiribûya)
Tiştê çû, nede dû!
Nuha jî min xwe li ber xewê xweş kirîye, heger hat, jixwe ew ê were, na heger nehat, ez ê bifîkînim heta tê.
De bila îşev jî werê be. 
Her roj her roj nabe ez bi nivîsên seksî destmêja we bişikînim.
Şev xweş û xew û xewn geş!..

22 Ağustos 2020 Cumartesi

microsoft

Microsoft ji kurdan re dibêje,
"Ez we bi qurbana kurdî kim! Heger ne kurdî bûya, min hesabê we nedikir, îja rabin rûnin, dua bikin hûn ji vî zimanî zêde bûne. Ez we didim xatirê vî zimanî."
Erê, bi qasî bîyanî qîmet didin vî zimanî, kurd nadin...
Lê divê kurd hay ji xwe hebin. 
Dinya ne dinyaya berê ye û teknolojî roj bi roj pêş dikeve, bi çargavî dibeze. 
Belkî jî roj were Microsoft, an jî yeka mîna Microsoftê kurdî ji van kurmîyan xelas bike û li ser serê qewmekî din bike taca zêrîn.
Çawa?
Êdî her tişt li labaratuwaran çêdibe.
Û mimkun e!
Heger bîyanî bikin karê xwe, di nava çend salan de karin ji bo vî zimanê yezdanî û nûranî di labaratuwaran de qewmekî nuh çêbikin û vî zimanî monteyî wî qewmî bikin.
Aha wê çaxê kurdî yê ji kurdan rizgar bibe û di nav zimanên din de bi serbilindayî bigere.
Û kurd ê pê bigirin!
De tirkî û erebî û farisî li kurdan pîroz be!

bayê reş û çongên hinekan

Berê, dema meriv bi xwe re nedidît karekî bike, mezinên me digotin, 
"Ma bayê reş bi te ketîye!"
Yan jî, 
"Çongên min ketine zikê te!"
Ev serê deh rojan in, ka bayê reş bi min ketîye yan çongên hinekan ketine zikê min, nizanim, lê tiştê ez zanim, nikarim li xwendinê germ bibim. Piştî xwendina du-sê rûpelan ez aciz dibim û ji bo ji wê acizîyê birevim xwe bi tiştine din diştexilînim.
Li televizyonê dinerim, heman nûçe, heman rojev û nîqaşên pûç û vala...
Hewl didim li fîlmekî binerim, lê li ber wî fîlmî ez di hundirê serê xwe de di nava du-sê fîlmên din de dibim karakterekî stuxwar û mîna bayê reş bi min ketibe, yan jî çongên hinekan ketibin zikê min, xwe tiral û westîyayî hîs dikim û diponijim di ser efendîyê xwe de...
Li muzîkê guhdarî dikim, hemû stranbêj di guhên min de dibin Emînê Erbanî û "Ax Aynûr zalim Aynûr" Aynûrên zalim li ser têla bîra min digihîne hev û dest bi govendê dikin...
Dû re radibim derdikevim derve. Hîn min du gav avêtine neavêtine, li ser sîyaseta kurdên bi jahra tirkî jardadahî bûne difikirim!
Û kenê min tê dema di zindana dagirkeran de kurdan ji bo kurdan kurdunde bikin bi kar tînin.
Lê me raperîn û berxwedana zindana Dîyarbekirê jî ji bîr nekirîye ku,
bi kurdîtî û xweşmêrxasîya zarokên kurdan dagirker ji qudûm de ketibûn û li xwe heyirîbûn!..
Heger ez li xwendinê germ bûm, jixwe ez ê germ bibim, na heger ez germ nebûm, ez ê xwe bidim benda tavê...
Û dema tav dide qûna meriv, hişê meriv tê serê meriv!

20 Ağustos 2020 Perşembe

mejîsistî-çeqilmastî-şîzofrenî

Di otobusê de du mêrên navsere ku meriv kare bibêje eletexmîn temenên wan li dora 60-65an in, li ser koronavîrusê dipeyivin.
Ji 5 metreyan li ser maskeyên wan gûyê mêşan  kifş dibe.
Gazinan dikin: 
"Çima xelk bê maske digerin!"
Yê sergurûz û yextiyartir li min nerî û fitilî ser hevalê xwe:
"Ji yekîtîyê qawet dizê"
Biwêjeke tirkan e. Kurdîya wê jî:
"Meriv bibe yek, her tişt safî dibe yek bi yek!"
Belkî jî di nav biwêjên kurdî de biwêjeke weha tune ye, lê xem nake, bila ev jî ji bo gencîneya biwêjên kurdî ciwamêrîya min be. Û jixwe piştî can û cesedê min di bin axa sar de bibe para kêzik û kurmikan, nifşê ji kîr û quzê me zêde bibe, ew ê vê gotinê jî wek biwêj ji xwe re bi kar bîne.
De îja wê çaxê serî yê li min mezin bibe, mezin bibe, hew di gorê de hiltê, heger kêzik û kurmik bihêlin...
Axir, ez vegerim mijara xwe û wan her du ciwamêran. 
Piştî gotina ciwamêr ku got, "Ji yekîtîyê qawet dizê!" yê din jî serê xwe kil kir û lê vegerand got, "Xebera te ye"
Li cem me "Xebera te ye" tê wateya "Tu rast dibêjî"
Dû re ez fikirîm, ev her du xweşmêr qala vîrusê dikin an qala artêşa Çînê dikin(!)
Çi eleqe(!)🤔
Otobus sekinî, tam min gava xwe avêt jêr, bi bêhna parfuma jineke jin ez sersem û gêj bûm. Çi qasî min li dora xwe nerî jî, min xwedîya wê bêhnê nedît. 
Lê li avahîya hember li şaneşînê jinek porsor rûniştibû, cixare di nav lêvên sor de, awirên wê li derdorê belav dibûn. 
Min texmîn kir ew bêhn bêhna wê ye.
Û nizanim çi eleqe, ji nişka ve têgeha feminîzmê xwe li nav pêlên mejîyên min xist. Û herweha ez li ser feminîzma me kûr û dûr çûm...
Jinên kurd ên feminîst doza heqê jinê û neheqîya li jinê dibe li mêrên kurd ên belengazîst dikin.
Jixwe rebenên mêran, ji bêdewletbûnê perîşan bûne, mîna mirîşka gêj ku çi bi ber dikeve nikilê xwe lê dixe, heta nuha çi ji wan re hatîye gotin, bi serê xwe erê kirine, ew ê çawa bi kêrî jinê werin.
Serê xwe rakirîye, dewletê li serî xistîye, nigê xwe radaye, rêxistinê qondaxa çekê li çongê xistîye. Peyivîye, civakê ziman birîye, nerîye, dîn çav derxistîye. Di navbera dîn û civakê de, di navbera dewlet û rêxistinê de kesayet pûç bûye, xîret mirîye, namûs bi ber nigan de çûye, hew zane çi ye, çi dixwaze, jinên feminîst radibin bi gilî û gazin û heqaretên xwe hebekî din wan ji kesayetê dûr dixin.
Feminîstino!
Mêrên kurd ne mêr in ku bi çavê jintîyê li we binerin û guh bidin gilî û gazinên we.
Li ser rûyê vê erdê berê ji bo xwe û mêr konekî netewî vegirin, dû re li ser xeyal û fantezîyên xwe bifikirin û serî li xwe û mêran biêşînin.


19 Ağustos 2020 Çarşamba

rêxistinek divê

Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo bi devançe û keleşkof û kevkanîk û patpatkan şerekî romantîk bikin, 
ji bo parastina xîret û şerefê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo di nav sîstema dagirker de hêdî hêdî marjînalîze bibe û piştî demekê bibe dijminê xwe, 
ji bo parastina heysîyet û rûmetê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo xwîna keçên gulîsor û xortên bejnfêrizî di ber demokratîzekirina dagirkerên zalim de biherike, 
ji bo parastina siberoja xwe û axê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo hinek li ser xwîna hinekan bibin baron, kont, beg, axa, karsaz, konformîst û bixwin, vexwin, bigerin, li kêfa xwe binerin, 
ji bo parastina namûsê...
Lê kîjan namûs?
Berê ji bo kurdan namûs namûs bû, li ser namûsê eşîr diketin ber hev, mêr dihatin kujtin, malbat sirgûn dibûn. Sûcdar, an diket bin axa sar an jî mîna xeybanîyan bi carekê ji ortê wenda dibû, êdî hew haya kesî jê çêdibû.
Lê îro ro, 
bi saya serê xwelîser û xwenenasan, wek hemû nirxên kurdan, namûs jî bi erdê de çû û bû kulmeke ax.
Rêxistinek divê!
Divê tenê armancek wê hebe: 
Li ser serê kesên li metropolan kurdan lînç dikin, 
li ser serê kesên dest diavêjin namûsa keç û jinên kurd,
li ser serê kesên di înşeatan de kurdan biçûk dixin û bi xwîna wan li ser canê wan alaya xwe çêdikin, 
li ser serê kesên kurdan di ber kurdî de dikujin,
li ser serê kesên di malên kurdan de êriş û tecawizî wan dikin û li ser dîwarên wan sloganên faşîstane dinivîsînin, 
li ser serê kesên bi salan e kurd ji desthilanîn xistine, bênamûs û bêxîret kirine, 
rixistinek divê, rêxistinek ku li ser serê van pûşt û teresan bibe ruhstîn û celad.
Erê, rêxistinek divê!
Rêxistinek mîna wê rêxistina di fîlmê Quantin Tarantino yê bi navê "Inglourious Basterds" de ku hedefa wan tenê faşîstên neqane-bijarte bû...
Erê, rêxistineke bi vî rengî divê!
Ji bo dîsa em li namûs û şeref û xîreta xwe vegerin, rêxistineke xweparêz, namûsparêz, şerefparêz, xîretparêz divê!
Rêxistinek divê!
Divê endamên vê rêxistinê, bi roj rakevin, bi şev bibin celad û ruhstîn û mal bi mal, kuçe bi kuçe, kolan bi kolan, bajar bi bajar li pey şopa wan kujerên devbixwîn, destbixwîn bigerin û ceza li wan bibirin, di dil û mejîyên wan hov û teresan de bibin tirs û xof..
Rêxistinek divê!
Divê xwe nesipêre bext û ûjdan û rehma dagirkerên xwe...
Rêxistinek divê!..

18 Ağustos 2020 Salı

korona

Li Mêrdînê korona bi çargavî dibeze. 

Ez telefonî kê dikim, bi koronayê ye. 

Û bi awayekî cidî kes hew li vê kîrquzdêya koronayê dinere. 

Ne xwe ji hev vedigirin- Doktor Eser, ji dêvla navbera civakî vê peyvê bi kar bîne û têm çavên te-, ne jî hev distirînin. 

Bi qedehekê avê vedixwin...

Di mesefekê de xwarinê dixwin...

Sê kevçîyan şeş kes bi kar tîne...

Hevdu maçî dikin...

Hevdu himbêz dikin...

Bi hevdu diqurincin...

Dinin hevdu...

Û koronavîrusê diwelidînin.

Etehyato, 

korona lê siwar hato!

Dewleta ku ji bo kurdan qir bike, çi qas celebên qirkirinê bi kar anî jî bi ser neket, hêvîya wê maye korona; ji Xwedayê bertîlbûyî re dua dikin, da ku kurd bi ber pêlên koronayê kevin û nefilitin.

Lê wer xuya ye, 

ne xweda,

ne dewletên dagirker,

ne jî korona, 

ew ê nikaribin kurdan qir bikin...

Kurd ji koronayê, biborin, kurd ji mirinê mezintir in!

Û jixwe kurd, bi şirîkantîya tîpa "K"yê dişibin koronayê.

Heger ew xwe bi xwe xwe qir nekin, tu hêz û nexweşî yê nikaribe wan qir bike!


17 Ağustos 2020 Pazartesi

mîrato

Min got, "Keçikê, I hez you!"
Kenîya, got, "Tu çi qehpe yî!"
Min got, "Keçê, li cem me nabêjin qehpe, dibêjin qûnde, lê qûnde û qûnek ne yek in ha."
Guhê wê dilivîya, bi bişirîn, lê bi awirên fiqurî got, "Erê, ez zanim. Li cem me jî ji qehpe re dibêjin qûnde. Tu qûnde yî, ne qûnek!.." dîsa kenîya û berdewam kir, "Nizanim ev jin çi di wî mîratî de dibînin! Jixwe nuha qermiçî ye û qey du sal jê re maye yan nemaye..."
Min got, "Keçê, tecrûbe, tecrûbe! Jina ku carekê li tahma wî dinere, careke din jî dixwaze li tahma wî binere."
Got, "Weleh heqê wî, meriv wî ji kokê de bi kêreke ko jêke. Bi binê hezar quzî bûye, xêr tê de nema ye êdî."
Min got, "Heqê wî meriv wî ji kokê de jêke û di qûna hin kurdên xwelîser ke bê pozê wan dişewite û ber bi xwe ve diherin!"
Kenîya, got, "Ma mîrato bû îsota Urfayê!"
Min got, "Xwedê neke, keçê! Ji roja ku îsota Urfayê ketîye qûna kurdan, kurdan navê axa ku li ser dijîn ji bîr kirine."
Serê xwe kil kir, di ber xwe de mizicî, got, "Tu çi şeytan î! Heta tu bi kîrê xwe jî peyamên sublîmînal didî. Ya star ji ber wî mîratî!"
Min got, "Ka bise ez ê wêneyê wî bigirim û ji te re bişînim bê qermiçî ye yan ne qermiçî ye!"
Got, "Pepûk!!!" û revîya...




16 Ağustos 2020 Pazar

xalê hesîp (hesîp kaplan)

Xalê Hesîp:

"Ne Joe Biden, kurd ê xwe bi xwe-bi qaweta pîyên xwe bi ser kevin."


Xalê Evdî:

"Bi saya serê we, ev serê çel salî ye, em di navbera Xelîl û Celîl de şevoquzî bûn. Du gavan pêş de diherin, sê gavan paş ve."


Muxtarê Çizaviza:

"Heger di şûna Hesîp de min ev gotin bikira, ne muxtar, kesî yê ez nekirama gavan ji dewarên xwe re."


Haşimê Xaltîka min Şeha:

"Qafê xalê Hesîp pir xweş e, nizanim her şev berî rakeve çi dikişîne-çi vedixwe? Ka ji kerema xwe re li ser twîterê bila daxuyanîyekê bide, em jî wek wî bikin. Li ser van rêyên dûr bi serîyekî normal şifêrtî nabe."


Evdirhîmê Hecî Emîn (Evdirhîmê Dîn):

"Gelo kî kare bi xêra xwe dengê min bigihîne xalê Hesîp? Piştî hefteyekê li gundê me daweta Fexrî heye. Em ê di qûnê kin yekê ji Fexrî re bînin. Bila xalê Hesîp were beşdar bibe, bi wî qafî em ê govendeke xweş bikişînin."


Hisênê Şêxê:

"Bi telaq, babayekî wek xalê Hesîp ji vê pêyasê re hewce ye. Xwezî nuha li vir bûya, me yê bi saya serê wî xeraca Qezê giş bixwara."


Emîna Sadûno:

"Xwedê min bike qurbana serê te, Hesîbo! Ka ew mêrên berê loo! De îja were piştî van gotinên te, here bibe jina xwelîserekî!.."


Ez:

"Xalê Hesîp, te pirça jêr û jor di serhildan û berxwedanan de spî kir, lê îro ro kurd mîna sîh sal berê, bi dizî bi zimanê xwe dipeyivin li kuçe û kolanên demokratîk-ekolojîk Tirkîyeyê."



15 Ağustos 2020 Cumartesi

ax mesî, ax! almanan tu, te jî em kirin teres û merezî

Doh bê kêf û bê dilê xwe min berê xwe da odeya raketinê. 
Almanan tofanî li Katalanan rakir! Bi 8 golan mala Mesî û Barselonayê li mîratê gerandin. 
Wek hûn zanin, belkî jî hûn nizanin, bi qasî edebîyat û hunerê, pisporîya min a li ser fitbolê jî ne xerab e. Di xortanîya xwe de nêzîkî 15 salan bi awayekî mehelî û fermî min di çend tîmên cuda de bi fitbolê lîst. Nuha jî bi kêfxweşî temaşe dikim-dişopînim. Û wek gelek xortên bêwelat û belengaz, ez jî alîgirekî Barselonayê me, mixabin.
Ax Mesî, ax! 
Almanan tu, te jî em kirin teres û merezî!
Lê...
Axir, piştî "lê"yê hewce nake ez ta bi derzîyê vekim. Çendî bê kêf û bê dilê xwe çûm rakevim jî, bi kêf û bi dilê xwe min serî avêt xewê. 
Ne hûn bipirsin, 
ne jî ez vebêjim...
Vê sibehê çawa min çavên xwe vekirin, li ser youtubeyê min strana "Çîçekê" ji dengê Mem Ararat guhdarî kir. 
Ka bê zalimo tesîreke çawa li derûnîya min kirîye, ev du roj in lê guhdarî dikim nakim, jê têr nabim.
Erê, 
min hestên xwe bi ber bayê stranê ve xistin û kûr û dûr ketim nav bîranînan; çîçekek hat û çîçekek çû...
Piştî min dilê xwe li Mem û Mem jî dilê xwe li çîçekê rehet kir, min xwest çîçekê bi çend versîyonên din jî guhdarî bikim, 
lê ji nişka ve Samîra Tewfîq a ereb derket pêşîya min û 30-35 salekî paş ve çûm. Rehmetîyê bavê min ket bîra min. 
Çîçeka wî jî Samîra Tewfîq bû. 
Dema li ser ekranê mîna sîyeke şevê xuya dibû- televizyon wî zemanî reşûspî bûn-, bavê min jî mîna çawa li ber çîçeka Mem Ararat dikevim nav xewn û xeyal û bîranînan, ew jî bi deng û sewta Samîra Tewfîq kûr û dûr diçû, di nav xewn û xeyal û bîranînên xwe de avjenî dikir.
Rehma wî Xwedayê te bawerî pê anîbû li gora te be!
Û bi guhdarîkirina Samîra Tewfîq, ez careke din li dizî û keleşî û talana tirkan hayîl bûm. 
Muzîka wan a erabesk, stranên stranbêjên wan ên diz û bêrûmet...
Ax Mesî, ax!
Alamanan tu, te jî em kirin teres û merezî!..

bextê xwe neavêjin

Çi çep çi rast, 

çi oldar çi xwedanenas, 

çi feminîst çi lezbîyen, 

çi heteroseksuel çi bîseksuel çi homoseksuel, 

hemû tirk in, tirkperest in.

Xwe ji Tirkîyeyê nehesibînin, heta ji pêşîya Tirkîyeyê peyva tirk-tirkî neguhere-jênere, 

lê ev jî ne mimkun e.

Yanî, bila tahba Xelef neçe ber telef!

Bi kurdmayîn û kurdîmayîna xwe jî hûn karin bibin hêzeke mezin û gelek tiştan pêk bînin.

Tenê dilsoz bin, 

durist bin

û bextê xwe neavêjin!


Pirê kesên di sazî û dezgehên kurdan de rêvebirîyê dikin, ne bi ruhê xwe kurd in, ne jî bi zimanê xwe kurdî ne.

Û para me belengazan jî, tenê gilî û gazin in!..

Çima?

Zimanê me rep e!

Zimanê me tûj e!

Zimanê me çepel e!

Ê wele heyran, em nikarin ji bêkêrî û xwelîserîya we re li çepikan xin û halanan hildin.


14 Ağustos 2020 Cuma

televizyon

-Xalo, berê hesreta me televizyonek bû, nuha her kes bûye xwedî televizyonek. Televizyona denbêjî heye, televizyona edebî heye, televizyona rewşenbîrî heye, televizyona sîyasî heye, televizyona kulturî heye, televizyona civakî heye... Ka em jî ji xwe re televizyonekê venekin?
-Çima na! Kameravan tu, derhêner ez û bila xalojna te jî ji me re bibe nûçegîhan û qedîya, çû...
-Le bila naveroka televizyona me çi be?
-Magazîn.
-Magazîn!
-Erê, magazîn.
-Kurd û magazîn, xal?
-Haweh! Jixwe kirasê magazînê li bejn û bala me tê, xalheyran. Tiştekî me wek xwe nema ye, her tiştê me bûye magazîn; ji sîyaseta me magazîn difûre, ji rewşenbîrîya me magazîn difûre, ji edebîyata me magazîn difûre, ji kultura me magazîn difûre, ji civaka me magazîn difûre. Kî derdikeve ser wê ekranê, mîna artîst û aktirîstan tenê quretî, halan, pesn û şinekî ji wan difûre...
-Te dîsa kevir li gwîzika hinekan xist!
-Bi serê te, ne li gwîzikê, tu kevir li serê wan jî xî, êdî ne xema wan e. Belasebeb negotine, 
"Yê elimî ji yê cehemî xerabtir e."
-De baş e, em ê jî ji xwe re radyoyekê vekin naxwe...

7 Ağustos 2020 Cuma

nifş hêsîrê nefsê

Ne ev nifş, 

ne nifşê piştî vî nifşî jî, 

nifşê ku bi me re ranebe-rûnene û bi me re hevaltîyê neke, wê bi berhemên me me binirxîne û qîmet bide me.

Hêvîya min ji vî nifşî û ji nifşê piştî vî nifşî tune ye.

Sedem:

Ev nifş, nifşekî durû, şinek, şelaf, qûnalês û populîst e. 

Û em ji durûtî, şinekî, şelafî, qûnalêsî û populîstîyê hez dikin.

Nifşê piştî vî nifşî jî ew ê di bin bandora vî nifşî de mîna vî nifşî ne xwedan helwest be,

ji ber ku,

hîn em ê sax bin û ji mecbûrî carina em ê bi rû hev kevin.

Lê heger welatekî azad û serbixwe bibe qismet û nifşê sêyem xwe ji xwelîserîya partî-rêxistinan, xwe ji nezanî û ehmeqîya sîyasetnezanan rizgar bike, mîna projektorê tav ê bide qûna me.

Û wê çaxê qûn ê serîyan kifş bikin,

ka kî berx e, kî beran e.

Loma,

ez bi mejîyê xwe re şer dikim

û hûn ne li ser bala min in.

Ne çepikên we, 

ne halanên we, 

ne jî gotinên we yên tije pesin û durûtî ji wan difûre,

belika guhê min jî xwê nade ji we û bêkêrîya we

heger siberojek hebe...

De ku hebe, jixwe ew ê hebe; na, ku tune be,

em ê bi hev re nan biçînin şorbeyê.

2 Ağustos 2020 Pazar

çima

Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada edebîyatê de edîbên herî xurt kurdên qelemtirk in. Edebîyata wan ê beyar bimîne, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada hunerê de hunermendên herî jêhatî kurdên hunertirk in. Hunera wan ê xav bimîne, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada bazar û xizmet û hemalîyê de bazirganên herî jîr, xizmetkarên herî jêhatî, hemalên herî birçî kurdên zimantirk in. Ew ê li xwe biheyirin, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada muzîkê de muzîkvanên herî serketî kurdên hesttirk in. Muzîka wan ê pûç bibe mîna meytekî bê ruh, loma nahêlin. 
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Heger tirk bihêlin kurd ji wan veqetin, bi destê xwe xwe dikujin-tune dikin, loma nahêlin ji wan veqetin.
Ma tirk ehmeq in?
Na, yên ehmeq em in ku em pozê xwe ji qûna wan dernaxin.