16 Ocak 2018 Salı

Bextê Xweda Tune ye



Mûrad û Sadiq heval in.
Mûrad kesekî dilpak û piçekî kawik e; Sadiq jîr û jêhatî ye; nanê xwe ji kevir derdixe.
Pîqabeke Mûrad heye, lê ew pîqab belasebeb li ber derî betal sekiniye.
Sadiq tê ji Mûrad re dibêje, "Mûrad, tu feqîr î; zarokên te hene. Ka were em ê ji halê fêkî û zebze bikirin li pîqaba te kin û bibin ji xwe re li gundan bifiroşin. Karekî baş e û ez jî, tu jî ji xwe re pariyeke nan bixwin."
Pêşniyar û teklîfa Sadiq xweşiya Mûrad dihere û roja din serê sibehê radibin diherin pîqabê dikişînin halê, fêkî û zebzeyên xwe dikirin, li bîqaba xwe bar dikin û didin kezeba rê berê xwe didin gundên hêla Dêrikê.
Meha rojiyê ye.
Mûrad bi rojî ye, Sadiq ne bi rojî ye.
Piştî li çend gundan digerin dibe êvar wexta fitaran.
Panzdeh-pîst deqe maye ji fitaran re.
Nêzîkî gundekî ne.
Mûrad diajo, Sadiq li paş pîqabê ye.
Rê ne xweş, keremkortî ye.
Koncalek derdikeve pêşiya pîqabê.
Sadiq devê xwe tije dike ku bibêje "baldar be" Mûrad li koncalê diqelibîne û tekerê pîqabê diteqe.
Ji hêrsbûna ronî di çavên Mûrad de namîne.
Deriyê pîqabê vedike derdikeve derve; her du destên xwe ber bi jor vedike û dibe barebara wî, "Ka wek te bû? Te niyha dêya me! Te dilê xwe li me rehet kir? Ma meriv li hev wer dike! Meriv li evdê xwe wer dike! Ji sibehê heta êvarî ez xwe tî-birçî bihêlim ji bo te rojiyê bigirim, tu rabî li min wer bikî! De bi telaq min hew rojî girt û va ye ez ê rojiya xwe bişikînim! Û bila te niyha be min ku ez careke din ji bo te rojiyê bigirim!.." û ji Sadiq re dibêje, "Tu ka wê şûşeya avê!"
Sadiq li seeta destê xwe dinêre, deh deqe ji fitaran re maye. Û şûşe di dest de ji ber wî direve.
Li dora pîqabê hevdu gêj dikin.
Mûrad xwe digihîne Sadiq, şûşeya avê ji Sadiq distîne û bi ser xwe dadike; têr vedixwe û dibêje, "Oxxx! Min kir te!"

2 Ocak 2018 Salı

Min ê Dua Bikira

Nizanim em çi navî li vê nexweşiyê bikin?
Zekema Teknolojîk?
Almewta Elektronîk?
Şewba Xwelîserîk?
An Bapêşa Mejîsistîk?
Gelo ev nexweşî tenê li cem me kurdan heye yan ev nexweşî nexweşiyeke navnetewî ye?
Li ser medya sosyal li çare û dermên digerin.
Yek wêneyê bavê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Bav li ser kêlekê veketiye derpiyekî xetxetî kişandiye ser atlêtê spî, ziman ji dev kişiyaye mîster Ruhstîn li benda emrê birêz Xwedê ye.
Yek wêneyê dêya xwe li ser rûpela xwe belav dike-Dê li ser piştê veketiye, her du destên wê ji wê fireh, çav bi zorê diherin ser hevdu.
Yek wêneyê kalkê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Kalik bi xwe êdî gazî mîster Ruhstîn dike da kêliyekê berî kêliyekê were wî ji wî ezabî xelas bike.
Yek wêneyê pîrka xwe li ser rûpela xwe belav dike-Pîrik li ber sekratê ye, belkî mîster Ruhstîn bi xwe jî xwe negihîne ser.
Ji me şopînerên xwe ji bo dê û bav, pîrik û kalik û nizanim çiyê xwe dua dixwazin da nexweşên wan sipîsax bibin.
Heyran!
Heger min zanîbûya tesîra duayên min ewçend xurt e, duayên min ê ne ji bo dê û bav û kalik û pîrika te yên mîster Ruhstîn jî hew kare wan xelas bike bûna.
Mesele,
Kurdî kurd celî kirine; min ê dua bikira da ku kurdî kurd efû bikira.
Civak ji nezaniyê ji pez xerabtir bûye; min ê dua bikira da ku civak piçekî li mejiyê xwe hayil bibûya.
Mirîdîtî prosesa piştî qansêrê ye û ji sedî heyştê kurd bûne mirîd; min ê dua bikira da ku ew mirîd bi cizma êqil biketana û li xwe vegeriyana yan jî heger venegeriyana jî bimirana û em ji wan xelas bibûna.
Partî û rêxistinên kurdan ji xêndî kurdan ji her miletî re xizmetê dikin; min ê dua bikira da ku piçekî bi kurdî çend nifir li dijminên kurdan jî bikirana.
Serokên kurdan ne serokên kurdan e, serokên malbat-eşîr-derdor-zîhniyet-îdeolojiya xwe ne; min ê dua bikira da ku serokekî kurdan jî wek serokê xelkê çêbibûya û serê me ji ber bilind bûya.
Ne bext maye, ne ûjdan; min ê dua bikira da ku ev miletê xwedan dîrok û medeniyet li bext û ûjdanê xwe vegeriya.
Ji xwelîseriya siyaseta siyasetmedarên ji siya xwe ditirsin, helwest bi kurdan re nema ye; min ê dua bikira da ku kurd bibûna xwedan helwest.
Em hew jinên xwe ji mêran nas dikin; min ê dua bikira da ku jinên me jî bibûna wek jinên xelkê bedew-seksî û bêhna jinîtî û şehwetê ji wan bifûriya.
Ol û îdeolojiyan malik li me kurdan xera kirine; min ê dua bikira da ku xela li ol û îdeolojiran rabûya.
Ji tesîra siyaseteke qirêj, ne huner, ne edebiyat, ne jî sînema pêş dikeve li ser axa welatê min; min ê dua bikira da ku kesî hew qala siyasetê bikira.
Zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê bi zimanê vê civakê nizanin, min ê dua bikira da ku zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê zimanê nas bikirana û bielimiyana. 
Heyrana çavê we!
Heya dor were dê û bavê we, pîrik û kalkê we, li ser zimanê min ne "D" dimîne, ne "U" dimîne, ne jî "A". 

Tecrûbeya Ewil

Elawedîn û Qudbedîn du pismam in û li gund dijîn.
Çavên xwe vekirine xwe li gund dîtine.
Tenê rojên cejnan çûne bajêr.
Emrê wan bi şivantiyê derbas bûye.
Rewşa wan nebaş dibe, êdî şivantî hew bi qîma wan tê.
Dipeyivin, bi hev dişêwirin, biryarê didin herin Stenbolê û piştî haziriya xwe dikin berê xwe didin Stenbolê.
Xwe li Hemdîn digirin.
Hemdîn jî gundiyê wan e.
Hemdîn berî ew werin ji wan re kar jî dîtiye.
Axir, tên Stenbolê, Hemdîn dihere wan ji otogarê radihêjê û wan tîne malê.
Êvarî li ser sifreyê rûdinin, bi hev re şîvê dixwin.
Piştî şîvê çaya xwe çêdikin û datînin ber xwe.
Him çayê vedixwin, him sohbet dikin.
Ji vir, ji wir peyv tê ser meseleyên fiqurî.
Her du pismam piçekî jî fedîyok in.
Li hevdu dinêrin û dizîvirin ser mazûvanê xwe.
Elawedîn dibêje, “Hemdîn, daxwazeke me ji te heye.”
Hemdîn bi awayekî meraqdar dibêje, “Tiştekî ku ez karibim…”
Elawedîn li Qudbedîn dinêre, lê napeyive.
Hemdîn dibêje, “Bibêjin, hûn çi ji min dixwazin?”
Elawedîn dibêje, “Weleh pismam va ye emrê me bû bîst, lê ji quzê keran pê ve me quz nedîtiye. Berî em dest bi kar bikin te ji me re du qahpik bianiya û me kîrê xwe biçêranda…”
Hemdîn dikene, dibêje, “Ya rehet ew e. Sibe êvarî ez ê hal bikim.”
Roja din êvarî her du pismam li malê ne li derî dibe grmînî.
Qudbedîn bi lez dihere ku derî veke.
Ku derî vedibe, Hemdîn û yekî bi simbêl li devê derî sekinî ne.
Qudbedîn dibêje, “Tu bi xêr hatiyî xalo.”
Hemdîn digere nagere wê êvarê jin bi dest nakeve, ew jî dihere ji taxa qûnekan ji wan re qûnekekî tîne.
Derbasî hundir dibin. Hemdîn û qûnekê bi simbêl li ser qoltixekê, Elawedîn û Qudbedîn jî li kêleka hev li ser qoltixekê rûdinin.
Kêliyekê deng ji kesî nayê.
Dû re Hemdîn ji yê qûnek re dibêje, “Derbasî wê odeyê bibe.”
Yê qûnek radibe ser xwe dihere derbasî odeyê dibe.
Her du pismam bi awayekî şaşbûyî û ecêbmayî li hev dinêrin.
Hemdîn li Qudbedîn dinêre, dibêje, “Qudbedîn ka berê tu derbasî hundir bibî, li benda te ye.”
Qudbedîn ewil li Elawedîn dinêre, dû re dizîvire ser Hemdîn, dibêje, “Hemdîn, ez ê di wî nim an ew ê di min ne?”


Serê Salê Binê Salê

Ji roja em ji dawa dêya xwe dikevin heta roja em dîsa li dêya xwe vedigerin, tenê zemanek heye;
temen anku emir...
Û dê her tim ji kezeba xwe re dibêjin, ”Emrê min ji te re be, berxê min."
Anku "Ji emrê min têkeve ser emrê te, berxê min.”
Roj bûne hefte, hefte bûne meh, meh jî sal.
Û sibe em derbasî saleke din dibin; ji temenê me saleke din kêm dibe,
lê salek li tecrûbe û zanîna me zêde dibe.
Min ji xwe re du şûşe bîra û du şûşe şerab kirî.
Wek salên berê ez ê li ber televizyonê rûnim û ji xwe re li qenalekê bigerim; di kîjan qenalê de dansoz hebe ez ê li ser wê qenalê bisekinim û li ber reqsa wê dansozê xwe bi bîra û şerabê waftîz bikim.

Dansoz!
Dansozan dev ji dansoziyê berdan ji ber dansoziya bêaran.
Di siyasetê de dansoz...
Di edebiyatê de dansoz...
Di hunerê de dansoz...
Di têkiliyên hevaltiyê de dansoz...
Di hez û eşqê de dansoz...
Ji serî heta binî dinya bûye dansoz.

Dinya!
Ji roja dinya ava bûye heta nuha, bi rêya ol û îdeolojiyan însan hîç wext ji zîhniyeta pez xelas nebûne.
Wek pez dinêrin.
Wek pez difikirin-nafikirin.
Wek pez guhdarî dikin.
Wek pez îtaat dikin.
Wek pez meriv berê wan dide ku diherin wir.
Bi vê zîhniyetê pêdivî bi mejî tune ye; mejî di hundirê wî qafikî de tenê kulmeke mast e.

Pez!
Pez rengekî din ê mirîdtiyê ye.
Mirîd kwîr in.
Mirîd kerr in.
Mirîd mîna mirîşka gêj gêj û sewsî ne.
Û bi saya serê van mirîdên kwîr-kerr-gêj îsal jî kurd ji nekurdan rizgar nebûn.

Kurd!
Anku kesên bi kurdî dijîn.
Kurdîjiyîn.
Meriv hez û eşq û êşên xwe dike bêjê û bi wan bêjeyan zimanekî diafirîne.
Ew ziman dibe meriv bi xwe.
Û ez te, tu wî, ew ê din hîn dike û em hemû bi hev re dibin qewmek bi xêra vî zimanî.
Meriv hînî zimanekî din jî bibe, ew ziman ê nikaribe wek zimanê meriv ji hez û eşq û êşên meriv re bibe deng;
her tim hêlekê xav bimîne.

His!
Meriv bi hiskirinê nabe kurd.
Meriv bi kurdî dibe kurd.
Di nava rojê de meriv herî pir kîjan zimanî bi kar bîne, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.

Ziman!
Ziman man û neman e.
Û heger rojekê zimanê we ji we bikeve, li erdê hûn kîjan zimanî bibînin, êdî ew e zimanê we.
Qewmek li ber mirinê be, zimanê wî qewmî kare ji nû ve wî qewmî vejîne,
lê heger zimanê wî qewmî li ber mirinê be, ew qewm bi mirina zimanê xwe re dimire û hew radibe.

Serê salê, binê salê, xwedê zimanekî bide vî qewmê li ber sekratê!