31 Mart 2021 Çarşamba

mamoste

Dibêjin,
"Nexweşî, bi roj dihere kaşan, bi şev dikeve laşan!"
Ez jî bi roj baş im, bi şev jî ji ber fişefişa poz û serêşê fahş im.
Anuha fişefişa pozê min e, dipişkim û bi her pişkînîyê re hêsir ji çavên min diherikin mîna Dîcle û Feratê.
Lê...
Baş e ku Seadetê heye û li dora min zîz dibe.
Berî min ew bi bapêşê bû; belkî jî ji bo ez bapêşa xwe nexim bin serê wê û bera stuyê wê nedim li dora min dihere û tê, zîz dibe.
De weleh ka ji wê pê ketim, an cin û pîrebokên Mêrdînê bi min ve dan, nizanim.
Belkî jî xwe bi xwe min xwe çavînokî anku nezerî kiribe.
Min go nizanim!
Li ser ekrana TRT Kurdîyê bernameyek heye, bernameya xwarinê.
Jineke sergirtî pêşkêşvan e, xwarinpêjekî mêr ê navosere jî (Temen li dora 35an 40î) mêvan...
Serê wî di ber wî de, li ser dezgeyê pîvazê hûr dike.
Pêşkêşvan got, "Mamoste!" 
Seadetê nehişt em fêhm bikin bê pêşkêşvan xanimê dike çi jê bipirse, got, "Wîî! Tew mamoste mamosteya van xwelîseran jî. Pîvazê hûr dike, îja mamoste!.."
Min got, Seadet! Mamoste Seadet! Tu jî mamoste yî. Tu mamosteya mitbexê yî, tu mamosteya paqijîyê yî, tu mamosteya hewşê û bexçe yî, tu mamosteya min î jî, wîî!"
Wek hawê neket serê wê, li xwe zîvirî û ber bi mitbexê ve çû.
Sibê dîsa daweta min e. Ser û pê, hûr û rêvîyan paqij dike.
Lê divê ez spasîyekê ji Emîna Şêbî re jî bişînim. Ciwanikê vê êvarê ji min re tirşika fasûlîyan û goşt û birinc çêkiribû.
Weleh rebê şîvê leqandibû, ji qewla amûdîyan...

Gotina Dawî
Erê weleh, xebera Seadetê ye. Wek peyva "Heval" we peyva "Mamoste" jî li ber çavê me reş kir.

30 Mart 2021 Salı

em û ew

Doh ez li Mêrdînê bûm.
Tav hebû, hewa xweş bû.
Ez bi qasî nîvseetekê li çayxaneya bi navê "Medenîyet"ê rûniştim; çendî bêhna medenîyetê ji tevgera wan nediçû jî, dîmen xweş bû û min têr li berîyê nerî, ew berîya bi hatina biharê re mîna bûkekê xwe xemilandibû...
Piştî wê ez rabûm, çûm cem hevalê xwe. 
Mala wî li jortir bû. 
Em li terasa wî rûniştin.
Erê, tav hebû, hewa xweş bû, lê car caran çilapekên sermê jî xwe li nav çavê me diqewimand.
Bi tesîra şerabê me hîs nekir, lê îro xwe di laş û bedana min de da der û min serma girt, mixabin.
Û nuha jî fişefişa min e, geh pozê xwe dikişînim, geh dipişkim.
Di nava rojê de Seadetê wek her car dîsa li dora min, li ber bêvila min zîz bû; geh xwarin ji min re çêkir, geh jî leymon û nehne û çay ji min re bir û anî.
Berî nîvro û piştî nîvro nêzîka esir du caran ji bo xebatê ez derketim xanîyê jor; 
ev serê hefteyekê ye li ser dosyayekê dixebitim.
Sê-çar seetan ez xebitîm û daketim jêr.
Li ber televîzyonê min pal da û nigên xwe rada.
Seadetê jî hat li miqabilî min rûnişt.
Di netflîksê de min fîlmek vekir û me bi hev re dest bi temaşekirina fîlm kir.
Navê fîlm çi bû ma?
Ka bise ez bînim bîra xwe...
Haa! Temam.
Pieces off a woman
anku
Perçeyên jinekê.
Fîlmekî depresîf bû; bi zarokanîna jinekê fîlm dest pê dike û piştî zaroka wê çêdibe, wê dixe himbêza xwe, wê bêhn dike û di nav destên wê de can dide, dimire...
Axir, ez ê fîlm nenirxînim, tenê ez ê qala xwe û Seadetê bikim dema bi hev re me li sahneya fîlm a welidandinê nerî.
Qolincan dest pê kir, mêr derpîyê jinê jê şeqitand.
Zikê wek teştekê hata serberzik û berzikê derket meydanê.
Bû pepûk pepûka Seadetê.
Ebe ket hundir.
Ji hêlekê ve ebe, ji hêlekê ve mêrê wê hewl didan jinê ji qolincan xelas xelas bikin.
Ji Seadetê re bû kul, bû derd...
"Weyla! Ji xwe re li wî zikê wek teşta hevîr binerin! Ew qûna wek selikekê! Weyla! Tew wek bira destê xwe li ser qaçika xwe digerîne û dibe nalenala wê! Tufîîî! Wîîî! Heya jî nemaye..."
Min got, "Seadetê! Ma tu dizanî bê ji bo her fîlmekî çi qas pere qezenc dikin?"
Got, "De gû di nav pereyan de be lo! Weleh tew vî pereyî tevna civakê xera kir. Pere pere pere! Ma qey têrxwarinî tune ye!"
Min got, "Seadetê, rehmetîyê Napolyon jî werê digot!"
"Napolyon!"
Piştî fîlm qedîya, ez fikirîm.
Li ser mirina zarokekê, zarokeke bi danûstendina du nefesan re xwe teslîm kir jin û mêr bi haweyekî depresîf huzûr ji hev re nehiştin.
Li ebeyê gilî kirin.
Medyayê bi rojan nehişt ev bûyer ji rojevê derkeve.
Û em!..
Ew keç û xortên me yên wek xezal û fêrizan di hîjdehsalîya xwe de, di bîstsalîya xwe de, di bîstûpêncsalîya xwe de, di bîstûheyştsalîya xwe û sîhsalîya xwe de mirin;
bi guleyên dijmin, ji ber serma û qefalîyê, ji ber tenêtî û birçîbûnê û carinan jî ji ber bêbextîya bêbextan...
Ne kes li ser wan girîya...
Ne kesî ew şuştin...
Ne kesî fatîheyek li ser wan xwend
û ne jî kesî dît li ku serî danîn û li ku binax bûn.

Gotina Dawî
Heger axa we ne azad be, mirîyên we jî ne azad in û her dinalin di bin axa xwe ya wek xwe ne azad de...

29 Mart 2021 Pazartesi

mêrdîn

Ji duwazdehan re panzdeh deqe mane û divê berî em derbasî roja din bibin, ez nivîsa blogê ya îşev binivîsînim.
Off!
Ji hêlekê ve welat xweş e, ji hêlekê ve jî carinan rûniştandin li meriv çênabe, loma jî piştî vegera li malê, meriv bi xwe re nabîne li ser mijarekê hûr bibe û binivîsîne.
Nuha jî dîsa li min wer hatîye; ez bi xwe re nabînim binivîsînim.
Pişt nîvro ez û Leylê derbasî Mêrdînê bûn; Mêrdîna kevn.
Çi bajarekî xweş, çi bajarekî efsûnî; ji nerîna wê çavên meriv têr nabin.
Muzeya xwezayî...
Heger rojekê Kurdistan bibe welatê kurdan, divê Mêrdîn bibe Parîsa kurdan ji qewla Şêro.
Bi taybetî jî Mêrdîna kevn.
Kesên ne hunermend, nivîskar, muzîkjen û sînemager bin, divê li vir nejîn.
Şêro û mazûvantîya wî...
Şeraba wî ya mîna qahweya binê wê bi mirdik
û şaneşîn...
Off!
Çi coşeke xweş e dema meriv li wê şaneşînê rûdinê û şerabê vedixwe.
Mêrdîn...
Şêro...
Şaneşîn...
Şerab...
Û cizba cin û pîrebokan a li ber muzîka kurdî.
Sibê belkî berfirehtir binivîsînim, lê nuha
ew qas!

28 Mart 2021 Pazar

seadetê û anarşîzma wê ya evînî

Îro ez li Xursê bûm, lê ez ê îro li ser çûyîna xwe ya Xursê, gera li wir û danûstendinên xwe nekim.
Bila bimîne ji rojeke din re; nuha ez wê hêz û enerjîyê di xwe de nabînim binivîsînim. Ez dixwazim bi serîyekî xweş û rehet, bi haweyekî berfireh li ser vê rojê binivîsînim.
Qesta min ji serîyekî xweş ne serxweşî ye, şaş fêhm nekin.
Ma te dît xema min e hûn şaş fêhm bikin.
Ez dikenim, lê hûn nabînin.
Mebesta ku ez dibêjim ez dikenim bi xwe jî ji bo hûn şaş fêhm nekin jixwe.
Û ev jî tê vê wateyê ku şaşfêhmkirina we ji bo min cîyê xemê ye û xema min e.
Min ji vê nakokîyê hez nekir.
Divê ez xwe ji nakokîyên hundirîn rizgar bikim, 
yan na ez ê di çavê xwe de xwe kêm hîs bikim.
Wek ez di hundirê we de bim, nuha hûn dibêjin, "Ji kîrê min be!"
Bêguman ji xêndî jinan...
Na na!
Ma jina ku got, "Te pê girt!" dikare bi rehetî bibêje, "Ji kîrê min be!" jî.
Axir, mijara me ne "pêgirtin" an jî "jikîrêminbe"ya jinê ye.
Ez vegerim ser mijara xwe ya esasî, lê...
Erê, lê!
Mijara min a esasî çi bû?
Ka ji kerema xwe re piçekî bêhna xwe ji min re fireh bikin.
Himm!
Himm!
Nizanim, tişt nehat bîra min;
belkî jî bêyî ku ez li ser mijarekê hûr bibim min dest bi nivîsandinê kir.
Ma ev hevokên li pey hev mîna rêsîyê nefelê rêz bûn nabe mijarek?
Axir ez kin lê xim û qut bibirim.
Min got, 
"Seadetê, Xwedê temenekî dirêj bike qismetê te, lê heger tu mirî û li hêla din tu xwe negihînî bavê min, tu yê çi bikî?"
Got,
"Lo lawo, hêl mêla din tune ye; derew e, derew!"
Min got,
"Yaw em bibêjin heye û tu mirî û li hêla din Xwedê te bike jina yekî din, tu yê çi bikî?"
Got, 
"Di heyatê de ez qebûl nakim!"
Min got,
"Keçê, ev qerar qerara Xwedê be, îja ez qebûl nakim çi ye!"
Got, 
"Ez ê xwe li wir jî bikujim û dîsa ez ê jintîya yekî din qebûl nekim!"
Min got,
"Ma qey Xwedê ranabe ji bo te sîstema xwe naguhere..."
Got,
"Diguhere, naguhere, bi kêfa xwe ye. Ji xêndî Cemîl ez ê ji tu kesî re jintîyê nekim!"

Gotina Dawî
Heger têkilî li ser bext ava bûbe, hemû hêz li hemberî wê têkilîyê têk diherin!

27 Mart 2021 Cumartesi

vê êvarê

Vê êvarê, 

berî şîvê bixwim ez derketim derveyî malê.

Piştî ez derketim derve, ez li xwe hayil bûm ku, 

vê sibehê wexta ji himbêza wê xanima ku nuha navê wê nayê bîra min derketim, min ji bîr kiriye ez xwe bişom, 

bi cenabet derketim ji malê.

Vê êvarê,

ji vexwarina doh bi şev, min hîs kir ku 

piçeki serê min, ji piçekî zêdetir jî mahdê min diêşe,

lê hew bû ez vegerim; 

min mifte li paş derî ji bîr kiribû, bi wê serêşayîyê.

Min go, tewkel bi xwedê 

û ez ketim kezeba rê.

Vê êvarê,

bayekî hênik li kîr û gunê min dixist,

tu nabêjî min ji bîr kiriye derpîyê kin li xwe kim li ser ecelê.

Min jî di ber xwe de digot, çima çep û rast lê dixe, tiralê bin dara xurmê.

Vê êvarê,

Jinek di ber min re derbas bû.

Bi min wer hat, pêsîreke wê mestir bû ji pêsîra dinê.

Min nahlet anî li çavê şeytanê neyarê Xwedê! 

Min go belkî çavekî min mestir e ji çavekî min ê dinê, loma li min wer tê.

Vê êvarê,

Rişma însanekî di destê kûçikekî de, 

ew li pey xwe digerand li nav gul û kulîlk û gîhaya parqê.

Û pisîkekê bi xêra gora mirîyên xwe tasek av dida pîra li hundirê xênî bi tenê.

Wexta pîrê devê xwe vekir û ji pisîka xêrxwaz re dua kir, 

taximê devê pîrê pengizî, gindirî bin tekerê tirimbêlekê. 

Şifêrê wê tirimbêlê berî ku pê li taximê pîrê bike, pê li firênê kir

û tirimbêl di cî de sekinî.

Pîrê bi du dengan kir lîrelîr ji bo şifêrê tirimbêlê.

Vê êvarê,

wexta min gava xwe avêt, 

min dît mêşek xirpişîye ser dilê mêşekê, doza zuriyetê dikin.

Min bi kefa nigê xwe ew eciqandin, 

bêyî ku zuriyet bi pey wan keve, emirqutî bûn,

mirin.

Vê êvarê,

li ser çeqilîkê darekê, du çivîk bi zimanê mirîşkan bi hevdu re dipeyivîn.

Xwîn ji zimanê min çû li ber dengê ne dengê wan..

Her du çivîk ji jor de hatin xwarê, 

di nav wê xwînê de perpitîn.

Vê êvarê,

Kîvroşkek bû şahidê zayîna qantirekê.

Ker hew bi dora bergîran ketin.

Eşîrek çêbû ji qantiran.

Vê êvarê,

Ji dêvla baranê, herfên tirkî bi ser min de barîyan;

her herfekê birînek di laşê min de vekir.

Vê êvarê,

Wexta min xwe li nav pêlên însên qeliband,

Ez li bêkêrîya Xwedê hayil bûm;

her ji deh însanan heşt, nîvco bûn.

Vê êvarê,

Ez derketim, lê min nizanîbû ez diherim ku derê.

Zebeşfiroşekî go ka were em zebeşekî bixwin li qiraxa rê.

Min go de here bîseksuelê kurmî yê dera hanê. 

Ez heteroseksuel im, 

bela xwe ji min bike, 

ma tu nabînî bê çawa çep û rast lê dixe bi hesreta karxezalekê.

Vê êvarê,

Ez carekê bi xwe hisiyam ku,

navrana min şil bûye, mîna zîpika biharê lê xistibe, serî bi ser stu ve xwar bûye.

Min go ya şeytanê melhûn! 

Bextê te tune ye.

Ma te tu kes nedît ji min pê ve tu qerf û tinazan pê bikî,

hey zalimê zalimistanê!

 

 

26 Mart 2021 Cuma

ji rojevê

Li ser daxwaza parlamentera HDPê Ayla Akat Ata ya xweparastina bi kurdî, serokê dadgehê gotîye, "Ez fêhm nakim çima eşqa kurdan piştî dikevin hefsê dest pê dike?"
Heger serokê dadgehê bi kurdî zanîbûya, ew ê bigota, "Heger ev ne fen e, ev çi ben e?"
Lê dîsa jî, ji gotina wî mejî difûre!
Ne tenê serokê dadgehê, divê kurd bi xwe jî vê pirsê ji xwe û ji wan kesên li ser navê wan kurdîtîyê dikin, bikin...
Bi qasî kurd ji xapandin û xwexapandinê re musaîd in, tu kes bi vê xezebê ne musaîd e.
Jixwe eşqa we ya kurdî rast û durist bûya, we kenê dijmin bi xwe nedianî û dijminê we yê weha berî qûna we neda tavê...

Îro profesorê kurd hêja Kadrî Yildirim xatir ji me xwest, serê xwe danî û koça dawî kir.
Spas ji bo xizmeta wî ya di ber kurdî de.
Spas ji bo keda wî ya di ber ciwanên kurd de.
Bi hêvîya ked û xizmeta wî li erdê nekeve, ji malbat, dost û hevalên wî re sersaxîyê dixwazim û dibêjim,
Ruhê te şad be!
Oxir be ji te re, mamoste!..

Gotina Dawî
Kurdî taca zerîn e, xwe li serê her kesî danîne!





25 Mart 2021 Perşembe

ji seadetê çend guhargotinok

Ez û Seadetê li ber televizyonê rûniştine, li bernameyeke xwarinê dinerin.
Min dît Seadetê mahdê xwe nexweş dike û dibêje, "Ne bi xêr! Ev tirk çi pîs in; gû jî bi ber wan keve, ew ê bixwin. Ka bê pransa jî xwarin e, tirk diherin vê pransayê dixwin!"
Fransa!
Min got, "Seadetê, ma fransa xwarin e tu dibêjî tirk dixwin?"
Got, "Ne fransa, pransa pransa!"
Min di ser xwe re li televizyonê nerî ku xwarinpêj ji pirasayê cureyeke xwarin çêdike...

Zîpik barîya.
Her hebek zîpik bi qasî nokekê bû.
Hew min dît Seadetê kevçî, çetel, meqes çi hesin bi ber wê dikeve, diavêje derve.
Şaş û metel li wê dinerim.
Min got, "Seadetê! Ma tu dîn bûyî? Ev çi kevçî mevçî ne tu difirfirînî, diavêjî derve ser wê axê?"
Got, "Berxê min, bi vî haweyî ez xwe diavêjim bextê Xwedê ji bo tahdeyê li erdê neke; heyfa wî pincarî, wê şênkayîyê..."
Min fêhm kir têkilîyeke xurt di navbera Seadetê û Xwedê û xwezayê de heye...

Got, "Lo lawo! Berê tenê şeytanek hebû, îro ro her însan bûye şeytanek..."

Min got, "Seadetê, yên temenê wan bi ser 65an ketine, derketina wan a derve qedexe ye; polîs we li ku zevt bike, ew ê ceza li we bibire..."
Got, "Kuro, ma rehmetîyê bavê min 2-3 salan temenê min mezin nivîsandîye; di esasê xwe de ez hîn nebûme 65, ez 64 im."
Min got, "De baş e. Wexta polîsan tu girtî, vê çîrokê ji wan re jî bibêje."
Got, "Çi çîrok kuro? Ez bira dibêjim, ev ne çîrok e..."

Got, "Berê, dema di şerê nav eşîran de jinan leçeka serê xwe datanîn erdê, şer betal dibû. Ev kûçikbavên tirkan, bi qasî eşîran jî ne medenî ne; ne guh didin jinan, ne guh didin pîran, kî û çi bi ber wan dikeve, lê dixin û diherin..."




govenda reş

Dilê Hisên ketibû qîza pismamê bavê wî.

Rehmê jineke têra xwe bedew bû.

Bavê Rehmê anku Hisênê Emo serekê eşîra xwe bû. 

Li wî lêfî û li wê beriyê peyv peyva wî bû.

Lê bavê Hisên anku Îsayê Heso, çendî ne xwedan mal û milk û nav bû jî, bi mêrxasîya xwe deng dabû; dengê wî li wî lêfî belav bûbû.

Hisên lawê Îsa yê mezin bû û dil xistibû qîza pismamê wî. Dinya jî xera bibûya lazim bû Îsa qîza pismamê xwe ji lawê xwe re bianîya.

Lê çawa?

Axir, Îsa û çend rîhspî bi tengala hev dikevin, diherin xwazgînî.

Hisênê Emo wan li odeya xwe ya her tim bi mêvanan tije diezibîne.

Îsa û rîhspîyên pê re bi şêwazeke maqûlane Rehmê ji Hisên re dixwazin.

Hisênê Emo, dil tune ye, lê rasterast jî gotina dawî ji wan re nake.

Qelenekî dide ber Îsa ku Îsa mal û milkên xwe gişan li ser bike jî, nikare Rehmê xelas bike.

Lê Îsa mêrekî bi sed mêrî ye û soz daye lawê xwe.

Îsayê Heso awirekê dide Hisênê Emo, Hisênê Emo newqê ji wê awirê vala dike. 

Baş pismamê xwe nas dike, Hisênê Emo. Û baş zane wexta têkeve xetê, serê wî jî tê de bifire, ji ya xwe venagere.

Axir, dem û zeman derbas dibe, çi di destê Îsa de heye ji bo qelen top dike û dibe dide pismamê xwe.

Îsa li qûn rûdine, lê ji ya xwe danayê. 

Ji lawê xwe re dawetekê çêdike bi du def û du zurneyan.

Roja dawetê ji wî lêfî bi dehan berbû vedihewin.

Bi dehan pez serjê dibin.

Kêf û şahî û govend li dar dikeve.

Û lawê Pîro dimire.

Dawet disekine.

Kes nizane wê çi bike.

Pîro perîşan e, lê ji ber ku bi mirina lawê wî dawet disekine şermezar e.

Ewrekî reş ê xemgîniyê li seranserê gund kon vedigire.

Pîro radihêje destmalekê, bang çend ciwamêran dike, dikevin destên hev û ji defvan û zirnevanan re dibêje, "lêxin!"

Bi dengê def û zirneyan govend dîsa digere û Pîro serê govendê dikişîne.

Wê kêliyê, ji çavên merd hêsirên bi xîret li ser destmala destê Pîro direqisîn...

23 Mart 2021 Salı

welatê dê

Doh piştî rêwîtîya sê rojan min xwe gîhand welatê yadê;
di esasê xwe de dê bi xwe welat in û meriv li ber bêhna wan her tim zarok e;
temen şeş be jî, şêst û şeş be jî, ferq nake.
Wek min soz dabûyê, bi kulmek baran ez hatim û hîn jî nesekinîye, dibare ev baran.
Berî sê rojan heger şêxekî gotibûya wexta ez hatim, ez ê kulmek baran jî bi xwe re bînim û bi hatina wî re baran bihata, heta hetayê wî şêxî yê nisîbê wê baranê bixwara û xelk ê bihata tobeyê li ber destê wî.
Lê mixabin, ne kulmek baran, min ewr çirand jî, kesî nehat negot "mala te ava!"
Lê...
Li ser mizgînîya min a baranê, Seadetê jî beroşek hûr û rêvî, ser û pê ji min re çêkiribû li ser agirê êzingan.
Careke din min fêhm kir xwarina herî xweş xwarina li ber destê dê çêdibe ye.
Meriv li kîjan devera dinyayê be jî, salê carekê teqez divê meriv were ji destê dêya xwe xwarinê bixwe;
xwarina ji destê wê antîvîrus e ji vîrusên îdeolojîk re û herweha meriv ji asîmilasyonê jî diparêze.

Gotina Dawî
Dê welat e û xwe bê welat nehêlin...


22 Mart 2021 Pazartesi

ez û siltan

Go, 

mamoste, ev sê roj in em bi hev re ne, tu bi qemyonek jin re peyivî; şarja telefona te îdare nedikir.

Min go,

di bextê te de, tenê ez bi jinan re dipeyivîm?

Go,

na, dengê du-sê mêran jî bi ber guhê min ket, lê dengê yekî ji wan jî dişibîya dengê jinan.

Ez kenîyam...

Min go,

tu têra xwe heyî ha. Erê qama te yek û şêst cm e, lê yek û şêst jî di bin erdê de ye.

Di bin simbêlê xwe yê ji piştîyê jinekê yê pûş girantir de bû fîqefîqa wî, kenîya.

Dû re destê xwe dirêjî berçavka min kir û da ber çavên xwe.

Go,

min jî xwe bi xwe ji xwe re digo gelo çima jin weha mîna kerîyê pez li pey mamoste ne. Heyran ez jî vê berçavka nîyhandokî bidim ber çavên xwe û bigerim, jin ê bi kerîyan li pey min jî herin û werin.



21 Mart 2021 Pazar

şifêrtî

go,
ne serî heye, ne binî, 
rêyeke dûr û dirêj
û kefenê me li ser pişta me, 
destê me li ser dilê me,
bi hêvîya bi silametî careke din em zarokên xwe bibînin,
bi şîyarî em xewnan dibînin,
bira!
wexta go zarok, 
min dît bê çawa ew lêvik bi haweyekî fedîyok di bin wî zir piştîyê simbêl de diricifin!
agir bi mala feqîrîyê keve!
ne ew xêrê ji bedena xwe dibînin,
ne jî zarok têr dibêjin "yabo!"
tew wexta keçika biçûk di telefonê de go îşev rojbûyîna min e...
tenê xwezîya xwe daqurtand û hew peyivî.
heger çend dilop hêsir gindirîn ser dil jî,
min nedî...




20 Mart 2021 Cumartesi

rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan.
Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim.
Her şifêrek kitêbek e û bi xwendina van kitêban ferhenga min piçekî din dewlemend dibe.

Êvarî min ji wan re şîv çêkir; 
goştê mirîşkê û savar, min savar bi ava ku goştê mirîşkê pê kelîyabû çêkir.
Ji qewla binxetîyên me, bi telaq min rebê savarê leqand; 
savareke doşilmekî, mîna qudret...
Piştî me şîva xwe xwar, jixwe çay jî amade bû, me çaya xwe jî vexwar bi civateke pir şên û xweş:

Rojekê Hemê ji Stenbolê barê xwe bar dike û lê dixe berê xwe dide Kurdistanê.
Li derîyê gumrukê disekine û karmendê wezîfedar ji bo kontrolkirinê tê cem Hemê.
Berî here li qaseya tirê binere, ji Hemê dipirse, dibêje:
"Barê te çi ye?"
Hemê dibêje:
"Kîr!"
Karmendê wezîfedar ewil dibêje qey Hemê qeşmerîyên xwe pê dike, loma jî pir hêrs dibe. Bi xeyd jê re dibêje:
"Ez ê kîr di te kim haa, qeşmer!"
Destê xwe li Hemê radike ku lê bixe, Hemê dibêje:
"Seyda! Xwe aciz meke, ez bira dibêjim wîî! Barê min kîr e. Tu bawer nakî jî, fermo were bi çavên xwe bibîne!"
Karmendê wezîfedar destên xwe dide paş qûna xwe û ber bi paş tirê ve dimeşe; ji Hemê re dibêje:
"Veke!"
Hemê çadirê radike, her du derîyên paş tirê vedike û ji karmendê wezîfedar re dibêje:
"Fermo!"
Karmendê wezîfedar destê xwe dirêjî kolîyekê dike, ber bi xwe ve tîne û wê vedike. 
Çav di serî de dibin tas, şaş û metel dimîne!
Ji hundirê kolîyê radihêje kîrekî lastîk anku kîrekî plastîk û ew kîr di nav destê wî de rep disekine.
Ji ber kîrê xwe fedî dike; kîrê plastîk rehet 25 cm heye.
Bi hêrs wî kîrî diavêje hundirê kolîyê û ji Hemê re dibêje:
"Ez mahmeleya te çê nakim!"
Hemê dibêje:
"Çima?"
Karmendê wezîfedar dibêje:
"Kîrên me ne besî me ne, te kîrên lastîkî ji me re anîye. Bi telaq min nehişt tu van kîran derbasî Kurdistanê bikî!"
Hemê dibêje:
"Heyran, ê min çi? Ez xwedîyê heqdestê xwe me. Ma ne kîrên min in. We ji şîrketê xwestîye û şîrketê jî heqê kirîya min daye min û min jî barê wan bar kiriye, anîye. Ez ê telefonî xwedîyê bar bikim, ji wî re bibêjin em derbas nakin."
Eman yeman, Hemê dike nake peyv bi serê karmendê wezîfedar re nare, radibe telefonî şîrketê dike, meseleyê ji xwedîyê bar re ta bi derzîyê ve dike. 
Xwedîyê bar jî bi telefonê xwe digihîne xwedîyê kîran- ê kîr kirîye.
Axir xwedîyê kîran jî telefonî gumrikê dike û meseleyê çareser dikin.
Karmendê wezîfedar radibe mahmeleya Hemê çê dike û Hemê tevî kîrên xwe di derî re derbasî hêla Kurdistanê dibe. 
Wexta tir bi rê dikeve û li karmendê wezîfedar dibihure, ji karmendê wezîfedar re li qornê dixe û xwe bi xwe dibêje:
"Kîrên we bi kêr bihatana, xelkê kîr ji we re nedişandin!"



19 Mart 2021 Cuma

otobana qahpikan

Zivistan e...
Berf û baran bi hev re dibarin.
Hisên bi qurma dîreksîyonê girtîye û diajo; di wê berf û qefalîyê de dixan ji ber tekeran dihere.
Seyfedîn jî li kêleka Hisên rûniştîye, ji Hisên re dipeyive 
û Hisên jî dest bi dîreksîyonê ve, guh li wî, çav li rê, ziq li pêşîya xwe dinere.
Otobana Entabê bi nav û deng e, pirê kesan navê wê otobanê kiriye "otobana qahpikan"
Li qiraxên rê nîv metro berf ketîye, heta çav çavan dibîne her der spî dike, tenê rêya otobanê di nav wê berfê de mîna marekî reş xuya dike.
Seyfedîn destê xwe diavêje nav şeqên xwe û dest bi firkandinê dike. difirkîne.
Bala Hisên dikevê. 
Hisên hîs dike dilê Seyfedîn di finêsan de heye.
Xwe kerr dike, deng nake.
Hîn weha difikire, Seyfedîn difitile ser Hisên, dibêje, "Hisên ez gunê te bixwim, hela ka çavên xwe bigerîne bê tu li qiraxa otobanê qahpikekê nabînî..."
Hisên dibêje, "Di vê berf û qefalîyê de çi qahpik yaw! Tu filîm î!"
Seyfedîn dibêje, "Kuro, ma jixwe di berf û qefalîyê de nîyhandin xweş e. Ez gunê te bixwim, ka çavên xwe bigerîne lo..."
Hisên lê dinere, Seyfedîn nasekine, ji mecbûrî li qahpikekê disekinin.
Seyfedîn ji tirê peya dibe, dihere li paş tirê berê qahpikê dide qubleyê û bi kerkî fîşekên xwe tê de  vala dike.
Kurmê xwe dişikîne, pereyê qahpikê didê, wê dişîne û ew jî tê, derî vedike ku rûne, Hisên dibêje, "Te nîyhabe min heta tu xwe helal nekî, ez nahêlim bi cenabet tu tekevî hundirê vê erebeyê."
Çendî dibe eman û yemana Seyfedîn û dibêje di vê berf û qefalîyê de çi helalkirin, çi cenabet jî, Hisên sûnda wî dixwe heger xwe helal neke ew ê nehêle siwar be.
Seyfedînê me ji mecbûrî dihere li ber depoya avê ya tirê disekine, xwe tazî dike û misîn dide ber devê depoyê.
Her ku misînekî li xwe dike, dibe ufeufa wî, bi gotina,"Eşheduenlaîlaheîllalah!" diranên wî li hev dikevin û mîna mirtibek li ribabê bixe û ew jî xwe li ber bihejîne, ji serma dilerize.
Heta digihêjin Mêrdînê, dibe pişkepişka Seyfedîn, hey dipişke.
Hisên jî, her cara Seyfedîn dipişke, di ber xwe de, xwe bi xwe dibêje, "Min di te kiro! Di berf û qefalîyê de nîyhandin xweş e, ne!" û di bin simbêlan de dikene.

18 Mart 2021 Perşembe

tir tir e tir ne tirr e

Nifirên jinan li min ketin!
Li gorî hesabê min, divê ez nuha di rê de bûma, lê ma sibê, mixabin.
Tira Siltan- Siltanê di bin barê simbêlan de xûl û xûz bûye-, di rê de maye, tekerê tirê top avêtîye.
Siltanê me yê qama wî yek û şêst cm û xwedîyê piştîyeke simbêl çar-pênc seetan bi tekerê topavêtî re şitexilîyaye anku meşgûl bûye.
Heger meriv baş bi dînamîkên kurdî nizanibe, tira Siltan dikare ji bo hinekan bibe tirra Siltan û ew Siltanê reben ê bîst û çar seetan li ser dîreksîyonê ye û ji rê firsendê nabîne serê xwe deyne ser çonga jina xwe û bi rehetî fisekê bike, dikare şaş bê fêhmkirin û navê wî wek Siltanê tirrek belav bibe.
Anuha telefonî min kir, pê li xazê kiriye, qûn li Bolûyê qetandîye, Bolû derbas kiriye; 
wer xuya ye ew ê bi şev xwe bigihîne Stenbolê û sibê berî nîvro em ê bi rê kevin û berê xwe bidin welatê zimên.

Min got "ziman" dîsa kurd, kurdî û canbazî ket bîra min. 
Dibêjin Osman Baydemîr ji bo jimartina serjimarê ya Îngiliztanê bang li kurdan kiriye û ji wan re gotîye wexta hatin hûn jimartin, netewa xwe wek kurd dîyar bikin.
Were were were were
Te ez hilandim êdî were
Lo lawo Osmano!
Bi salan di nav sîstema tirko de te sîyaset kir, me nebihîst tenê rojekê bi vî haweyî te destê xwe li sînga xwe xist û kir bûrtebûrt!
Yan hûn milet dixin şûna ker û pez û bi çavê ehmeqan li wan dinerin,
yan jî hûn zêde û zir ehmeq in!

Dewleta tirko wek holîka zarokan e; meriv serê xwe pê re biêşîne, meriv bi IQya xwe re dikeve şikê û kenê meriv bi meriv tê, wek meriv henekên xwe bi aqilê xwe bike; 
meriv serê xwe pê re neêşîne jî, ev ên ehmeq dikarin bifikirin ku bêdengîya me ji ber zanîn û vîzyona wan e.
Lê qebhet û hetiketîya herî mezin ew e ku kesên li ser navê kurdan sîyasetê dikin, difikirin ku bira jî ew ê dikaribin di nava vê sîstema hov û faşîst û nezan de bi haweyekî demokratîk doza heq û mafan bikin...
La hewle wela!
Erê weleh, la hewle wela!
HEP bû DEP,
DEP bû HADEP,
HADEP bû DEHAP,
DEHAP bû DTP,
DTP bû BDP,
BDP bû HDP
û ji HDPê jî DBP za, 
lê hîn aqil aqilê berê ye; hîn jî ne xwe nas kirine, ne jî dijminên xwe, heger DBP here bibe PTT jî...

Gotina Dawî
Dewlet şanogehek e û hemû sîyasetvan bi xwe jî dizanin sîyaset lîstikeke xapînok e, lê dîsa jî bi performanseke qels û pûç û beradayî xwe jî, hev jî, me jî dixapînin.
Lê tav jî tim dide qûna wan, haya wan ji wan tune ye; belkî jî heye, lê kêfa wan ji wê tînê re tê...
Û tîna tavê jî derbendên qûnê sist dike û xwedîyê qûnê dike fisek!

17 Mart 2021 Çarşamba

ez û rê û rêwîtî

Sibê berê min li Mêrdînê ye; ber bi welatê Seadetê ve anku ber bi welatê zimên ve ez ê herim.
Ji bo zimên biçêrînim, her ji çend mehan carekê teqez diherim.
Lê wexta diherim, ne tenê zimanê xwe, zikê xwe jî diçêrînim û têr dikim.
Tenê doxîn pirsgirêk e, lê heger ez hewl bidim û bixwazim, ez wê pirsgirêkê jî çareser dikim.
Çawa?
Guh nedinê!
Jixwe berê li çend deran, bi çend şêwazan, lê bi heman zimanî min gotibû:
"Ez ê hewl bidim li her bajarê rêya min pê dikeve jinekê li xwe mahr bikim.
Ma mahr tenê li ser mohra tilîya melê, yan jî li ser îmzeya karmendê wezîfedar ê fermîyetê maye?
Na!
Ez deve me û bi serê xwe me.
Piştî du dilan, du bedenan hevdu xwest, mesele diqede.
Û hêdî hêdî ber bi hedef û armanca xwe ve dibezim; hindik, pir hindik maye li her bajarekî malekê çêkim; bajarên ku her tim rêya min pê dikeve ha, ne hemû bajarên Kurdistan û Tirkîyeyê.
Hejmara bajarên Kurdistan û Tirkîyeyê, ji hejmara horîyên li bihuştê dibin para bawermendekî zêdetir e.
Bi şev û roj vîegrayê bi kar bînim û pişta xwe têxim ber xwe jî, ez ê di ber re negîhêjim.
Jin jîyan, ji min re azadî!
Ez rabûm li ser înternetê ji bo xwe li bilêteke balafirê gerîyam.
Mîratê, ji qelenê bûkekê bêtir e buhayê çûyîna ji Stenbolê ber bi Mêrdînê ve; 400-500 lîre.
400-500 lîre têra vexwarina araqa min a mehekê dike. 
Axir min lê nerî, tenê ez û 200 lîreyên xwe ne, min li derîyê sponsorê xwe xist.
TIR-TÛR!
Mala şifêrên tir mir û qemyonan ava be, hîç ez li erdê nehiştime û nehiştine ez li xwe biheyirim.
Siltanê qama wî metro û şêst santîm got, "Devlikenê delalîyê ber dilê jin minan, bêhna xwe fireh bike, xwe piçekî li min ragire, sibê piştî nîvro ez li Stenbolê me. Ez ê barê xwe deynim, barê nû lê bar bikim û çawa hatime, weha jî em ê berê xwe bi welatê zimên ve kin."
Min got, "Madem tu ev mêr î û xîret û namûsa te ji te û bejna te girantir û dirêjtir e, bi soza mêrên berê ku ji wan re digotin fêriz û pêlewan û egîd, li Pozantîyê goşt û kibab û şelxema te jî li ser min..."
Di bin simbêlê xwe yê pişta wî ji ber wî simbêlî xûl û xûs bûye de kenîya û got, "Şabaş û sed şabaş ji te re!"
Piştî min meseleya xwe ya rê û çûyînê jî safî kir, min telefonî Seadetê kir. 
Wek her car Seadetê li hêleke malê, telefona wê li hêleke din a malê bû; berî bike tûtetût bi bêhnekê Seadetê got, "Elo"
De îja nizanim bi min wer hat, an zimanê wê li hev gerîya, peyva "Elo" wek "Alo" hat guhê min.
Min got, "Sadoş tu jî êdî mîna hin jinan bi kubarî tev digerî ha! Îja alo!"
Bû tiqetiqa wê kenîya, got, "Bêlome be, îja alo! Ev ji min kêm bû..."
Min got, "Seadeta Emîna Eshed!"
Got, "Haa!"
Min got, "Sibê ez siwar im, du sibe ez mêvan im..."
Got, "Bi hûr, bi rêvî, bi ser, bi pê em bi te re ne ey serok! Bi hûr, bi rêvî, bi ser, bi pê em bi te re ne ey serok!"
Ez kenîyam, min got, "Bijî û sed eferim ji te re, Seadetê! Te bersiveke sublîmînal da pirsa min a sublîmînal."
Berî ez xatir jê bixwazim, min got, "Daxwazîyeke te heye?"
Got, "Devlikenê ca xwe, erd û zevî tî ne, heger tu dikaribî kulmek baran bi xwe re bîne."
Min got, "Wehh! Qey midur hew hesabê te dike, Seadetê? Berê wexta te radihişt tizbîya xwe ya nodûneh û te dest bi selewatan dikir, qudûmê wî dişikest, çongên wî dilerizîn, li hev diketin û digo guşş û dimîst û bi ser we de dibarand!.."
Kenê Seadetê di kejika guhê min de olan da û li hev vegerîya mîna meriv bi ser zinarekî de biqîre...

Gotina Dawî
Çendî derdê min ne kurd be jî, ez diherim li ser wê axê kurdî diçêrim...

16 Mart 2021 Salı

êş û êş

Ka ez îşev çi binivîsînim?
Rojeke giran e û li ser rojên weha jî meriv naxwaze quretîyan bike.
Erê, quretî, 
ji ber ku tenê em mane ji quretîyan re, mixabin.
Ji doh êvarî de me dest pê kiriye, bi çar zimanan em diêşin û diêşînin!
Bi kurdî me qala êşê kir û em dikin,
bi farisî me qala êşê kir û em dikin,
bi erebî me qala êşê kir û em dikin,
bi tirkî me qala êşê kir û em dikin...
Êş bi xwe jî li xwe şaş û ecêbmayî maye!
Wek bixwaze bibêje "Madem bi her zimanî hûn diêşin, çima her ziman hewl nade ji vê êşê re bibe çare û derman?"
Lê çi ye çare, çi ye derman?
Derman em bi xwe ne; çare ew e, heger bi qasî em li ser êşa xwe diêşin, em li ser bêxemîya xwe biêşîyana û mîna cihûyan me ji êşa xwe hişekî xwezan û sîstemzan biafiranda, nuha ji zû de me şirîkantîya xwe ya bi êşê re xelas kiribû.
Lê wer xuya ye em ê hîn pir biêşin, lewra em hînî êşê bûne; 
heger em neêşin jî, em ê hev biêşînin.
Û em wer jî dikin.
Em diêşin, diêşînin!
Navê me bûye Êşo!
Navê me bûye Êşê!
Û em hewl didin Êşistanê ava bikin, bi êşa xwe ya hezar salî.

Gotina Dawî
Ax ji xwînê têr bûye, êdî tov û bizirên mejî li ser wê axê bireşînin!..

15 Mart 2021 Pazartesi

cizb

Anuha ez rûniştime, min rûpela blogê vekirîye, xwe li ber xweş kiriye û ez hewl didim bixirpişim ser dilê wê, 
lê...
Lê ez nizanim ez ê çawa dest biavêjim namûsa wê 
û namûsa wê bilewitînim.
Tu yê sûnd bixwî hinekan destê xwe li zimanê min pêçaye, nahêle zimanê min bigere û peyvan biwelidîne...
Carinan li meriv wer tê, 
bi carekê mejî bloke dibe, 
di nava valayîyekê de hew xwe hîs dike ew bêarê mejî.
Di rewşên weha de di navbera hebûn û nebûnê de meriv xwe bêqîmet dihesibîne mîna boçika cixareyê.
Lêbelê...
Ez pir kêm peyva "lêbelê" bi kar tînim, lê ez dibêjim qey vê carê li vir ev peyv lê hat...
Erê, lêbelê...
Di emir û heyata xwe de min li tahma cixareyê nenerîye û nekişandîye;
ji xêndî çend cureyên kişandinê.
Kişandin heye, kişandin heye...
Xwedê meriv ji kişandina êşê û ji barê mêşê bisitirîne!
Barê bi meriv herî sivik, pirê caran ji barê herî giran girantir e; 
berevacî vê, barê bi meriv herî giran jî pirê caran ji barê herî sivik siviktir e.
Nuha xwe bi xwe hûn dibêjin:
Ez bikutim vê felsefeyê!
Hûn bi kêfa xwe ne.
Lê bi jinekê re kişandina çend gulp, an jî çend bêhn "tûtina qaçax" dihêle meriv qayîşê bi Xwedê re bikişîne; 
di hundirê serê meriv de di nava dojeh û bihuştê de tayekî leylanê heye wê kêlîyê.
Ew Xwedawenda li ser nava te rûdine, her du destên xwe bi her du hêlan ve dike û mîna teyrekê difire û baskên xwe li hev dixe, te li ser serê xwe dike Xweda...
Bêguman, Xweda bi nîyhandina Xwedawendan Xweda ne!
Gelo piştî bezandina bi çargavî ya teknolojîyê, Xwedê bi xwe jî bi xwe re nakeve şikê û xwe bi xwe ji xwe re nabêje ez heme, yan tune me?
Êdî hewa xweş dibe û roj bi roj bihar kirasê xwe dikişîne ser xwezayê.
Xweza, axx xweza!
Tu fahîşeyek î!
Her tişt ji nû ve ji te vedije û vedirişe
û jixwe Newroz jî nêzîk e.
Gelo hîn çend Newrozên din em ê bê dewlet derbas bikin?
Yan jî Newroza kîjan salê yê bibe mizgînîya serxwebûnê?
Offf!
Serxwebûn!
Çi peyveke xweş!
Xeyalkirin bi xwe dihêle dil bi cizbê keve.
Û em ê di Newroza sedsala serxwebûnê de mîna bawermendên Kakaî bi cizbê kevin, li ber erbaneyên Derwêşên îslamî...
Bijî kurdî!
Bijî kurdîya kurdan dike kurd!
Bijî welatê kurdî!
Anku bijî K-u-r-d-i-s-t-a-n!

14 Mart 2021 Pazar

reîz û rewşa min

Xwedê ji Reîz razî be, ez bi xwe jî pir jê razî me, lê tenê di mijarekê de ez jê pir aciz im.
Ka berê ez sedemên jêrazîbûnê bibêjim, dû re ez ê qala acizîya xwe ya ji wî jî bikim.
Erê...
Çendî jîyîna di bin desthilatîya Reîz de zor be jî, dilê min li vî miletê bêmejî yê mîna pez rehet dike.
Hesabê kesî nake. 
Li hundirê çavên tirkan dinere û ji tirkan re dibêje, "Ez hesabê jina xwe dikim, ez hesabê we nakim; hûn ji bavê xwe bêminet in!" û kêfa wî çawa dixwaze, weha dike.
Ji bavê kê zêde ye dengê xwe bike û li dij wî derkeve.
Di tu dem û zemanî de wek îro kemalîzm pûç nebûye û kemalîst nebûne qeşmer.
Heger piçekî din xwe bijidîne û nigê xwe li erdê bixe, peykerên Misto yekî li ser hev nahêle; ew ê pê keve, li seranserê Tirkîyeyê hemû peykeran hilweşîne, li ser hemû deran nav û gotinên wî jê bibe û qedexe bike.
Bi qasî di dem û zemanê Reîz de Tirkîye lawaz û qels bûye, tu dem û zemanî ew qasî lawaz û qels nebûye.
Bi qasî di dem û zemanê Reîz de tirk li ber çavê dinyayê bûne meymûn, di tu dem û zemanî de nebûne meymûn.
Heta...
Heger rehmetîyê Darwîn sax bûya, ji ber ku Reîs teorîya wî piştrast kiriye, Darwîn ê ew pêşnîyarî lijneya Nobelê bikira, ji bo xelata Nobelê ya zanistê bidin Reîz.
Lê wek min di destpêkê de jî gotîye, di mijarekê de ez pir ji Reîz aciz im.
Serê mehê, binê mehê buhayê alkolê radibe û hey radibe û hîç danakeve.
Lê ji ber rabûna buhayê alkolê kîrê me hew radibe hingî em difikirin, diponijin û nikarin herin du şûşe bîra bikirin û vexwin.
Min berê jî carekê gotibû,
Di dema hilbijartinan de, ez naçim ser sindoqan.
Jixwe bi çûyîna min a ser sindoqan deshilatî naguhere;
biguhere jî, ji bo min tiştek naguhere.
Û ne xema min e jî deshilatî ketîye destê AKPê, ketîye destê MHP, ketîye destê CHPê, yan jî ketîye destê HDPê...
Kirasê kurdî li ser yekê jî rûnane!
Lê bi soza mêrê berê, serokê partîyekê derkeve û bibêje, heger ez werim ser text û desthilatî têkeve destê min, ez ê buhayê alkolê û buhayê avê bikim yek, ez ê wê rojê (yanî roja hilbijartinan) di kezeba sibehê de berî dîk û mele biavêjin ber hev, ez ê herim dengê xwe-reya xwe bidim wê partîyê.
Bila Reîz li qusûra min nenere û li min negire!
Nan di zikê şêr de, pere di qûna gumgumokê de ye.
Û de were wê gumgumokê bigire û pereyî ji qûnê derxe...

Gotina Dawî
Text text e, lê ka bext!
 

13 Mart 2021 Cumartesi

pêl û pêl

"Ne doh, ne sibê, kêlîya tu dijî ye, jîyan!.."
Min got û min serê xwe rakir, li dora xwe nerî.
Dengê pêlên nerm ê bahrê li ser dilê meriv henûnîyekê diwelidîne, wexta bi kubarî tên xwe li kevirên qiraxa peravê dixin; mîna xortekî şermok bi şermokî li dora keçekê here û were û bi dizî pê biqurince
Av xwe li ber dilê keviran şêrîn dike.
Û kevir jî xwe tev nade; bi giranî tev digere.
Ma di kultura me kurdan de jî kesên giran her tim nebûne gula civatan û bi serê wan sûnd nehatîye xwarin?

"Gelo xizan seba çavfireh û comerd in xizan in, an dewlemend seba çavteng û bi tima ne dewlemend dibin?"
Piştî vê kêlîya helbestî, pirseke weha sosyolojîk hat xwe li ser mejîyê min danî û kon vegirt; hişê min tehenand...
Lê dinya hemû li ser navê te tapokirî be çi ye, ku jîyan ne fahîşeya te be...
Û bi himûgima bayekî ne pir delodîn qîrîn bi pêlan ket.
Wek bixwazin bibêjin, çima tu ji mijarekê derbasî mijarekê dibî...

Min çîpê xwe yê rastê ji qutîka xwe ya bîrayê re kiriye talde, ji bo tav nedê û germ nebe mîna mîza sofîyekî.
Gelo em ê bibin şahidê wê rojê ku sofî bi araqê destmêj digirin(!)
Û mizgeft bi ambîanseke meyxaneyî xemilîye... 

Tenê rûniştime, bi tena serê xwe.
Ez û şiva kîrê xwe...
Carinan divê tenê meriv bi kîrê xwe re bibe destbirak û guh bide wî, 
li wî guhdarî bike bê kî hat û kî çû di vî temenê dibeze de...
Û herî pir kê tesîr li wî kir, bêguman!
Ez dizanim, 
ya herî pir tesîr li wî kiribe, bêguman li vî dilê rezîl ê teres jî kiriye.
Piştî nivîsandina çend hevokan ez qurtek bîra jî vedixwim, ji bo dilê min alîkarîya zimanê min bike.
Teresê dil jî dil e haa!
Dema kêfa wî bixwaze, ji bavê kê zêde ye wî bigire;
bi çargavî dibeze,
lê çendî xwe nede dest 
anku xwe belî neke jî, ez baş dizanim hewl dide kîr ji rê derxe.
Û hêdî hêdî serê xwe radike û ji rê derdikeve jî, ew zalimê bêar ê bênamûs!

Pêlan xwe giran kir bi giranîya keviran
û qaqlîbazan xwe li ser avê danîye mîna bawermendên serî li ser şujdê, tinazên xwe dikin...

Û helbestvan tirsonek in; newêrin rasterast a dilê xwe bibêjin;
xwe li pişt peyvan vedişêrin!


12 Mart 2021 Cuma

serdana papa û nîqaşên li pey xwe hişt

Erê, ev du-sê roj in em li ser serdana Papa ya Kurdistanê dipeyivin, dinirxînin, dinivîsînin û dikenin...
ê ev serdan, tenê ne serdanek e, peyama li vê serdanê barkirî ye, vê serdanê ji serdanê derdixe, vê serdanê dike serîhildan.
Lê ka aqil!
Gelo di vê serdanê de û piştî vê serdanê, ew pûla wêneyê Papa li ber nexşeya Kurdistanê ye, ji me re tiştekî nabêje?
Yan jî di vê serdan û pûlê de peyameke sublîmînal tune ye?
Yan jî dibe Papa nîşaneya mizgînekê be?
Yan jî... 
Yan jî... 
Yan jî...
Yanî tenê kêfa Papa xwest û kurd û Kurdistan meraq kir û berê xwe da Kurdistanê!
Yanî sibehekê Şeytan bi Papa kenîya, rabû ser xwe, çû serşokê xwe da bin avê û xwe helal kir û ji peyayên xwe re got, "Zû xwe amade bikin, em diherin Kurdistanê!"
La hewle wela!
Belkî em na, lê xelk û alem him ji bo xwe, him jî ji bo me ketine nav hewldan û hazirîyekê, çendî haya me ji me û vê hewldan û hazirîyê tune be jî.
Ne em di nav hewldan û hazirîyekê de ne, ne jî ji bo hewldan û hazirîyan plan û programeke me heye.
Piştî çûyîna Papa agir bi erdê ket.
Ereban xwe aciz kir!
Farisan xwe aciz kir!
Tirkan xwe aciz kir!
Û ya herî balkêş, 
hinekan ji "me" xwe ji ereb û faris û tirkan bêtir aciz kir.
Li ser zixt û ford û gefên dagirkeran, Papa bû gulokek agir û ket dawa me kurdan.
Û me kurdan jî wek her car bi bin xwe de berda, mixabin; 
bi bin xwe de berda, ji ber ku haya me kurdan ji hazirîyan tune ye, em kurd bê plan û bê program tev digerin.
Di referandûma serxwebûnê de jî me ev senaryo dît.
Ne planek, ne programek, ne hazirîyek...
Û bi nav destê me de teqîya!
Li welatê min,
her tişt bi xweberî anku doxaçlama dimeşe, mixabin.
Karê me kurdan ev e, 
xebat û kêf û şer e, 
lê ne xebata me xebat e, 
ne kêfa me kêf e, 
ne jî şerê me şer e.
Çîroka me, çîroka "Qûna mirîşkê û hêka betê..."
Heyran!
Yan berpirsîyarîya xwe bi cî bînin, 
yan jî destê xwe ji pêxîla me kurdan bikişînin.
Êdî bes e!
Piştî her çirûskeke hêvîyê hûn ê rabin bi satil û sîtilan avê li xwe kin, ji bo ew çûrisk ji hêla dakirkeran ve şaş neyê fêhmkirin û pê re pê re vemire.
Bes e yaw, bes e!
We ev kurdên ji agir neditirsîyan di nav lepên tirk û ereb û farisan de kirin teres; êdî em kurd hew xwe nas dikin.



11 Mart 2021 Perşembe

hewî û fantezî

Hecî Ezîz derpîyê wî yê xetxetî lê, kursîya xwe ya biçûk derxistîye sikakê, ber derîyê hewşê, her sê jinên wî jî xwe dane tengala wî û dipeyivin, dikenin, kêf kêfa wan e.
Yê ji derve li wan binere, ew ê nizanibe ev jin hewîyên hev in; 
ji hewîyan bêtir dişibin xwehên hev, dişibin hevalên hev.
Hecî Tajdîn jî mîna Hecî Ezîz mêrê sê jinan e, lê berevacî jinên Hecî Ezîz, her sê jinên wî jî gû bi hev didin, şer û pevçûn ji malê kêm nabe; jîyanê li hev jî, li Hecî Tajdîn jî dikin dojeh.
Ji rojan pêncşem e...
Hecî Tajdîn, wek her car nimêja xwe ya esir li mizgeftê dike, derdikeve nîvseetekê li cem Şewketê beqal rûdine û radibe ber bi malê ve dimeşe.
Hecî Tajdîn û Hecî Ezîz li heman taxê rûdinin, lê di navbera malên wan de deh-duwazdeh mal hene. 
Hecî Tajdîn her sibeh û her êvar wexta dihere sûkê û vedigere malê, di ber mala Hecî Ezîz re derbas dibe.
Hecî Tajdîn nêzîkî mala Hecî Ezîz dibe, lê dinere wek her car dîsa Hecî Ezîz û her sê jinên xwe li devê derî rûniştine, dipeyivin, dikenin, kêf dikin.
Hecî Tajdîn keserekê ji kûr ve dikişîne û xwe bi xwe dibêje, "Qey quzê gur bi vî teresî ve ye, yaw!" digihêje texma wan, silavekê dide Hecî Ezîz û nasekine.
Hecî Ezîz jî silava wî lê vedigerîne lê nahêle Hecî Tajdîn here, jê re dibêje, "Va ye çay tê, ka were qedehek çay vexwe."
Çendî Hecî Tajdîn dixwaze here jî, li ser daxwaz û bergerîna Hecî Ezîz nake der û ber bi wan ve dihere. 
Hîn Hecî Tajdîn negîhaştîye cem wan, jina biçûk bi lez dihere ji hewşê ji Hecî re kursîyekê tîne, dide destê Hecî Tajdîn û Hecî Tajdîn jî cîyê xwe li kêleka cîranê xwe xweş dike.
Çaya wan tê...
Jinên Hecî Ezîz, yek avê di qedehan de werdide, yek çayê dadigire, yek jî serwîs dike.
Li hember vê xizmeta ji dil Hecî Tajdîn dîsa dilê xwe dibijîne Hecî Ezîz, nahletekê li siûda xwe tîne û dilê wî bi halê wî dişewite.
Hecî Tajdîn qurtekê li çaya xwe dixe û bêyî ku wan bi xwe bihisîne, bi haweyekî dizî difitile yek bi yek li rûyê her sê jinan dinere. 
Di dilê xwe de dibêje, "Ji çav û awirên wan huzûr difûre." dû re difitile ser Hecî Ezîz, devê xwe dixe guhê wî, bi dengekî nizm dibêje:
"Kuro, ev quzê gur bi te ve ye, çi ye! Jinên min bi çavê dijminatî li hev dinerin; bi şev û roj şer û pevçûn ji malê kêm nabe. Hesreta min kulmek aramî, kulmek huzûr e, lê tu yê bibêjî qey van bêbavan bavê hev kuştine, wexta li hev dinerin, ava reş di çavên wan re tê. Ne huzûr ji wan re heye, ne huzûr ji min re hiştin, van kûçikbavan! Tu bi qedrê Xwedê bikî, ev tu çi didî van jinan ku ev jin ew qasî xwe bi huzûr û bextewar hîs dikin?"
Dibe hakehaka Hecî Ezîz, dikene. Ji kenê Hecî Ezîz her sê jin jî li hev dinerin û dikenin, tenê Hecî Tajdîn sar disekine.
Piştî kenê Hecî Ezîz disekine, ew jî xwe bi hêla Hecî Tajdîn ve xwar dike, devê xwe dixe guhê wî û bi dengekî nizm û bi şêwazeke fuqûrî dibêje:
"Qey xêr di terik de nemaye, êdî tu hew di ber wan re digihêjî û dilê wan xweş nakî, Hecî!"
Kenekî fûqurî ji nav lêvan dipeke. Berî ku xwe bi alîyê xwe ve rast bike, Hecî Tajdîn devê xwe ber bi guhê wî ve dibe, dibêje:
"Ma mîrato ne kanî ye! Bi qasî qaweta piştê her ji sê şevan ez diherim dibim mêvanê yekê û..."
Peyva xwe nabe serî. Hecî Ezîz dibêje:
"Yanî hefteyê şevekê dor tê yekê."
Dîsa dibe hakehaka wî, dikene:
"Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat"
Hecî Tajdîn bêyî mahdê xwe dibêje:
"Yanî..."
Hecî Ezîz dibêje:
"Hefteyê rojekê tu di min nî, ez ê jî rabim xwe aciz bikim û jîyanê li te bikim dojeh, Hecî!" 
Hakehaka Hecî Ezîz li wê sikakê olan dide. Bi hakehaka Hecî Ezîz re wechê Hecî Tajdîn diqulipe, mahdê wî ne xweş dibe.
Hecî Ezîz dîsa devê xwe dixe guhê wî, dibêje:
"Ez ê taktîkekê ji te re bibêjim, Hecî; her şev vê taqtîkê pêk bîne, heger tu ne bûyî Nûrî û jinên te jî xwe horî hîs nekir, ez xêrê ji kîrê xwe nebînim." 
Jixwe kenê wî hazir e, dîsa dibe hakehaka wî û li hêla jinan dinere. Jin jî texmîn dikin mijara li ser dipeyivin mijareke fuqûrî ye, ew jî bi haweyekî fedîyok li hev dinerin û dimizicin.
Hecî Ezîz dîsa serê xwe ber bi serê Hecî Tajdîn ve xwar dike, devê xwe dixe guhê wî û dibêje:
"Hecî, her sê odeyan betal bike, bila her sê jinên te jî nivînên xwe bînin li odeyekê raxin û her şev tu û her sê jin bi hev re xwe li ser wan nivînan şilfîtazî bikin..."
Çav di serê Hecî Tajdîn de dibin tas; bi haweyekî şaş û metel lê guhdarî dike:
"Hin şevan bila yek gunê te bimêje, yek qûna te bialêse, yek li ser kîrê te rûne û tu jî, qumanda tvyê di destê te de ji xwe re li bernameyên sîyasetê binere û guhdarî bike. Hin şevan jî ji xwe re pişta xwe bide bahlîfê, her sê jin jî li ber çavên te bila mîna maran xwe li hev bipeçin, hev bimêjin, bialêsin û tu jî bi xwe xweş bînî..."
Ji nişka ve Hecî Tajdîn radibe ser xwe, li Hecî Ezîz dinere, difitile ser jinên wî, yek bi yek li wan jî dinere û dibe "tobe tobe"ya wî û ber bi malê ve dilezîne. 
Hîç li xwe nazîvire.
Piştî çend gavan Hecî Ezîz bi dengekî bilind û bi şêwazeke tolazane bi ser wî de diqîre:
"Hecî, Hecî! Ji bîr neke, ha! Mifteya huzûrê, kîrê te ye û tenê kîrê te dikare avekê li wî agirî bike û huzûr û aştîyê bîne!"
Kenê Hecî Ezîz pêl bi pêl li ser wê kolanê li hev diqulipe.
Tê gotin piştî wê rojê kes nema dengê şer û pevçûnê ji mala Hecî Tajdîn dibihîze...

10 Mart 2021 Çarşamba

serok papa

Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû.
Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin
û bêhişî û ehmeqî jî pirê caran dikeve xizmeta dijberê meriv...
Ew pûla li ser navê Papa derket pêyasê, bû agir û bi erdê ket.
Ew pûl, 
ew pûla ku wêneyê Papa li ber nexşeya Kurdistanê ye, di nava rojê de di destê dagirkeran de her li ba ket.
Yekî danî, yekê rakir...

ax kurdistan kurdistan 
navê te çi şêrîn e
dinya alêm dizane 
em şer dikin ji bo te
ji bo serxwebûna te
mezin bûye şerê me
em ê dijmin derxînin
ji ser çîya û erdê te

Belasebeb negotine reklam reklam e, çi erênî, çi neyînî;
bêguman propaganda jî propaganda ye, çi baş, çi xerab.
Heger dijminên meriv qeşmer û nezan û ehmeq bin, carinan bê hemdê xwe kar û kirinên wan dibin belaya serê wan û dikevin xizmeta kesên li dij in.
Zûrezûra cewrên Asenaya dêlegur e, lê ew zûrezûr tirs û xofa ji nava dil e; 
ew zûrezûr nîşaneya serxwebûna welatê min e.
Axir...
Papa hat û çû, lê wexta hat, ji bo kurdan hêvî bi xwe re anî, wexta çû jî, aqil û mejîyê tirkan bi xwe re bir û çû.

a wa hat û a wa çû
siwar hat û peya çû
serok papa mezin papa papê me
papa ronîya çavê me 
dengê dil û hişê me
papa ronîya çavê me 
dengê dil û hişê me
serok papa mezin papa papê me

wexta papa ji wê de hat 
kirasê spî xweş biriqand
wexta papa ji wê de hat
sîya wî da ser kurdistan
serok papa mezin papa papê me
papa ronîya çavê me
dengê dil û hişê me
papa ronîya çavê me
dengê dil û hişê me
serok papa mezin papa papê me

9 Mart 2021 Salı

şeveke ji şevan

Îşev du mêvan tên şîvê.
Lê min soz da wan ku ez ê bi destê xwe ji wan re şîvê çêkim.
Ji qewla Seadetê:
"Ku goşt hebe, çêkirina xwarinê çi ye!.."
Erê bi wî serê we yê delalî, goştê pez û dewêr jî heye, goştê mirîşk û elokê jî...
Lê ez ê ji wan re ne di sêlê de goşt çêkim, ne jî di beroşê de, ez rabim ji wan re makarnaya bi kirêma û bi sînga mirîşkê û bi kuvarkan çêkim.
Mîratê!
Navekî kin jî tune ye meriv lê bike.
Îja makarnaya bi kirêma û bi sînga mirîşkê û bi kuvarkan...
La hewle wela!
De ez ê bibêjim makarna û hûn sax!
Çêkirina vê makarnayê jî têra xwe teşqele ye ha!
Paqijkirina kîloyek kuvark bi serê xwe şoreşek e.
Heta meriv paqij dike, pişta meriv dikeve ber meriv, mîna çemê Feratê xwêdan di qûna meriv de dide der.
Piştî paqijkirina kîloyek kuvark, ku Penelope Cruz jî were serê xwe deyne ser sînga meriv, meriv ê xatir ji kîrê xwe bixwaze û serî biavêje xewê; 
bêguman ji bo jinekê jî Brad Pîtt heman tişt e...
Xêr û gunehên wan ne di stuyê min de, de îja dibêjin nabe meriv kuvarkan bişo jî; 
xwedêgiravî ku av bi kuvarkan dibe, him vîtamîna wan kêm dibe, him jî mîna kîrê kalê heyştê salî diqermiçin, xwe dicivînin ser hev, ne xêr tê de dimîne, ne jî bêr.
"Bêr" ji bo hûnandin û aheng û estetîka hevokê min bi kar anî. 
Wexta hûn gîhaştin vê hevokê, hûn dikarin çavên xwe ji "bêr"ê re bigirin, anku hûn dikarin di ser re gav bikin.
Hûn bi kêfa xwe ne!..
Axir!
Min jî got emrê min ji Xwedê re, bila xort nebêjin "Ma ezibandina te ya şîvê ji bo xwarina kîrê qert ê qermiçî bû?" ez rabûm, min pişta xwe xist ber xwe, lê xwêdanê di qûna min de neda der- ji ber ku hewa cemidî ye-, min bi hûrgulî kuvarkên xwe paqij kirin, hûr kirin û ew danîn qiraxekê, dû re min sînga mirîşka xwe hûr hûr jê kir, piçek rûn avêt binê miqilkê û goştê xwe avêt binê miqilka xwe.
Goşt û rûn avêtin ber hev, mîna dengbêjekî serhedî.
Qij û hey qij!..
Jixwe sê çar dendî sîr ji berê de paqijkirî, li ber destê min bû.
Li ser çavikê din ê ocaxê jî min beroşa avê danî ser êgir, ji bo makarnaya min û sosa min bi hev re amade bibin.
Te dît piştî meriv makarnaya xwe di sefokê de diparzine, heger meriv nelezîne, ew makarna mîna hevîr giş bi hev ve dizeliqin.
Erê, ez serî li we gêj û li xwe jî germ nekim, piştî nîv seetê makarnayê min ê bi kirêma û bi sînga mirîşkê û bi kuvarkan hazir û amade bû.
Ya star!
Heta meriv bi nav dike, ziman di devê meriv de diweste û rep disekine.
Ji xwendina helbestên helbestvanên li bin naylonan hînî kurdî bûne dijwartir e, mîratê!
De îja hingî bi tahm, hingî bi ekl çêbûbû, meriv qêmîş nedikirê bixwe. 
Bêhna jê difûrîya mirî ji gorê radikir, lê yê dixwar jî dikir mirî, haa!
Wek edebîyat û wênesazî û pêykersazî û awazsazîyê, çêkirina xwarinê jî bi serê xwe hunerek e.
Û temîya min li we, tenê ji bo çêra zikê xwe nezewicin û nekevin bin mineta jinê.
Dev ji wan berdin.
Heta sibê bila bi slogana "Jin, jîyan, azadî" xwe ne wek xwe nîşan bidin.

Gotina Dawî
Ji bo jîyaneke bextewar û hûn bextewar bijîn, di sê tiştan de xwe bikin hunermend û bi çavê hunerê lê binerin:
1- Di karê xwe de.
2- Di çêkirina xwarinê de.
3- Di nîyhandinê de.

8 Mart 2021 Pazartesi

rojên sembolîk

Baş e ku rojên sembolîk hene, yan na me yê çawa ji bo demekê xwe bîrbir, xwenas, xweşbîn û medenî hîs bikira?

Bi xêra roja dayikan, em dibin lawekî baş-keçeke baş û qedirzan. 
Dayikên me yên 364 rojan nayên bîra me, wê rojê em bi gotinên qelew ku pirê wan haya wan jî ji wan gotinan çênabe, xwe dixapînin û li ser hebûna vê rojê em xwe ewlad hîs dikin.
Yeka din bajo ber!

Bi xêra roja mamosteyan, em li rojên xwe yên dibistanê vedigerin û bi kulman spasîyan dişînin ji wan mamosteyên xwe yên bi darê zorê em ji kurdîbûnê tirsandin û berê me dan tirkîbûnê.
De xalo de xalo, çemê çetelê çemekî sar e xalo!

Bi xêra roja heywanan, em xwe ji binhişîya xwe ya hov dûr dixin, ji bo kêlîyekê em dibin dilovan û xwe ji heywanan heywantir hîs dikin; bi wê însantîya xwe ya xapînok em xwe qure dikin.
A wa hat û a wa çû, siwar hat û peya çû...

Bi xêra roja bavan, em bavê xwe jî bi bîr tînin û spasîya kîrê wan dikin ku ne ew kîr bûya, ne dê dibûn dê, ne jî em di malzaroka dê de dibûn xwe.
Mala bavê min mala mêran e, çadira Bavê Lalo tîştîşî bûye, qetîyaye.

Bi xêra roja zimên, em hemû kes wê rojê dibin bilbilê zimanê xwe û bi quretîyan em zimanê xwe ji hemû zimanan xweştir û dewlemendtir dikin û roja din jî wek her car dîsa em radibin bi zimanê ne zimanê xwe dest bi felsefeya derew û hîle û quretîyan dikin.
Beyta Feqî ye kubra Xanî ye
Kubra Xanî ye zimanê kurdî

Bi xêra roja alayê, wê rojê, çepgir û rastgir, dîndar û xwedanenas, netewperest û lîberal, muhafazakar û kominîst, anarşîst û lîberal, her kes dibe dewletxwaz û serxwebûnxwaz û azadîxwaz, lê di esasê xwe de pirê ji van kesan dikarin wê alayê bikin telîs û bi wî telîsî derkevin dizîyê.
Milîtan milîtan milîtan
Milîtan milîtan Kurdistan
Simbêl qeytan dayik bi qurban
Milîtano!..

Bi xêra roja jinan, wê rojê, çi qas mêrên hov hene, hemû bi fîstanekî jinane digerin û pirê jinan jî tenê ji bo xatirê pîrozbahîya wê rojê dikarin hemû mêrên her roj qedrê wan digirin lê wê rojê gulekê ji bîr dikin, bikin qurbana wan mêrên hov ên wê rojê bi fîstanekî jinane digerin. 
Dû re jî meriv bixwaze nexwaze, çîroka "heft jinan û serê mirîşkê" xwe li nav mejîyê meriv diqewimîne.
Aqilê sivik, barê giran...

Lê neheqîyek heye.
Roja jin û mêran anku roja dayik û bavan heye, lê çima roja transeksuelan anku roja nêromêyan tune ye?
Qey seba ji nîyhandina wan zarok çênabe?
Axir...

Gotina dawî
Hemû rojên Kapîtalîzmê li hemû xwelîserên bûne kole û xulamên kapîtalîzmê pîroz be!

7 Mart 2021 Pazar

ji papayê rêzdar re nameyek

Birêz Papa!
Na na...
Bi gotina "birêz" ditirsim tu dilê xwe bigirî û bibêjî, "Ma ez Evdila Ocalan im, tu ji min re dibêjî 'birêz'" loma jî ya baş ew e, ez bi "rêzdar" dest pê bikim, lê ji kerema xwe re kumê li serê "e"yê  ji bîr neke û "ê"yê wek "e"yê nexwîne. 
Ez nikarim seetekê ji te re qala rez û rêzê bikim û berî ez têkevim ser dilê nameyê û bi nav de herim, ji qudûm ve bikevim.
Lê na na!
Ez cudatîya di navbera "rêzdar" û "rezdar" bikim, da ku piştî tu lê hayil bûyî, tu ranebî doza rez mezan li min nekî;
jixwe dagirkerên bêbav gund mund bi ser serê me de hilweşandin, ne rez hiştin, ne pez, îja bi vê şaşfêhmkirinê ez nebim deyndarê te û rezekî.
Û jixwe tu dizanî, dema gotinek ji devê me kurdan derdikeve, serê me jî tê de bifire, vegera ji wê gotinê tune ye.
Erê, Rêzdar Papa!
Baş bala xwe bide kumê li serê "e"yê û xweşik bixwîne.
Ne Rezdar Papa, Rêzdar Papa!
Ez zû bi zû ji kesî re nabêjim Rêzdar; herî dawî ez ne şaş bim min ji Şahînê Bekirê Soreklî re gotibû, "rêzdar" û li ser vê gotinê pevçûn û şerek qewimîbû...
Tu yê duyem î ku ez jê re dibêjim "Rêzdar"
Rêzdar Papa!
Berî ez dest bi nameyê bikim û xwe di nav peyv û têgeh û qalib û hevokan de wenda bikim, dibêjim, Tu bi xêr hatîyî welatê me bêjîyên Xwedê û di ser ser û çavan re hatîyî!
Wek cenabê te jî dizane, piştî maka me Kurdistan bi dizî bi Xwedê re ket nav danûstendineke cinsî û Rêzdar Xwedê bihîst maka me avis e, berê xwe ji maka me guherî û maka me Kurdistan mineta Xwedê bir danî serê gîyaran û bi dizî za û em çêkirin û li ser van çîya û zinaran belav kirin.
Di lîteraturê de ji yên wek me re dibêjin "bêjî" anku "pîç"...
Rêzdar Papa!
Bi salan e em di bin destê birayên xwe yên dêmarîyê de anku di bin destê zarokên Xwedê yên ji wan re dibêjin "misilman" û bi dil û daxwaza dê û bavê xwe çêbûne de em têra temenê deh Xwedayan bi zilm û zordestîyê rû bi rû man; li ser me hemû rêbazên êşkenceyê ceribandin.
Lê êdî him em westîyan, him jî em bi çavên xwe dibînin heta talîya temenê xwe jî em van bêbavan li pişta xwe bikin û wan li ser serê xwe bigerînin jî şêkir tune ye.
Rêzdar Papa!
Ez Devliken Kelogirî, lê ji kerema xwe re tu jî wek hin ciwanik û ciwamêran nekeve pey wateya nav û paşnavê min û şaş û metel nebîne.
Bi kin û kurmancî ez ji rêzdarê xwe re bibêjim, mîna şev û rojê him ez dikenim, him ez digirîm; ez him dikenînim, ez him bi girî ve dikim!
Lê heger tu avekê li vî agirê dilê me bikî, ez ê careke din hew paşnavê xwe bi kar bînim û "Kelogirî" ji ferhenga zimên derxim.
Ez dizanim, tu nûnerê Xwedê yî û Xwedê êdî ji ber ûjdanê xwe hew dikare bi rehetî serê xwe deyne ser bahlîfê û rakeve. 
Ji bo ûjdanê xwe rehet bike, tu şandî welatê me, lê temîya min li te, ne bi ûjdanê Xwedê, bi çavê ûjdanê xwe û bi guhê dilê xwe li me, li halê me, li bêdewletîbûna me binere, bifikire û guhdarî bike bê em çi jîyaneke teres dijîn di bin desthilatîya misilmanan de.
Heger tu gilî û gazinên me bigihînî cîyê cî û ji bo em li ser axa welatê xwe mîna her netewê azad û serbixwe, di nava aramî û huzûrê de bijîn, tu ji me re bibî piştevan, soz ji wan sozên mêrên berê ku êdî ew soz bûne toz û li pêyasê nemane, ji bo ez di rêya xiristîyanîyê de ji miletê xwe re pêşengîyê bikm û berê wan bidim qibleya we, ez ê di kefa destê te de şeraba pîrozwerîyê vexwim û hewl bidim her kesî têxim rêya rêzdar Îsa.
Hêvî dikim di demeke nêzîk de nameya min ê bigihêje ber destê te.
Lê ji kerema xwe re li ser kîrê xwe nenivîsîne û bixwîne.

Têbinî anku Jêrenot
Papayê Rêzdar!
Heger tu daxwaza min pêk bînî, ez ê nod û neh jinebîyên kurd li te mahr bikim.
Û ji qewla Laleş Qaso, tu sax!


6 Mart 2021 Cumartesi

bobelat

Di 1938an de ji bo li makeqanûnê qanûneke din zêde bikin, parlamenterekî Asenaya dêlegur li parlamentoyê bi pêşnîyareke balkêş li derîyê komîsyona wezîfedar dixe.
Qanûna hatîye pêşnîyarkirin jî ev e:
"Her kî bi tirkî nepeyive, divê bi pereyan were cezakirin."
Herweha vê hûrgulîyê-detayê jî lê zêde dikin:
"Û qismek ji wî pereyî jî ew ê ji kesên altax-sîxûr re bê veqetandin."
Erê, ev jî ji bo her kes li her kesî bide û her kes ji sîya xwe jî têkeve şikê...
Ji roja ev komara tirkperest ava bûye û heta nuha her tim hewl dane bi kuştina kurdî kurdan qir bikin-tune bikin; 
çi wexta li kurdan nerîne, ava reş di çavên wan re hatiye.
Bi kin û kurmancî, bi qasî dijmin di warê girîngîya zimên de hesas û hişyar e, em ne hesas û hişyar in, mixabin.
Lê îro ro...
Heger dewlet ji netewên ne tirk ên li ser vê axê dijîn, bi taybetî jî ji kurdan re bibêje, "Her kî bi tirkî bipeyive, ew ê bi pereyan were cezakirin û wek qanûn vê jî li makeqanûnê zêde bike, bi cezakirina kurdan, dewlet ê ekonomîya xwe ya têkçûyî ji nû ve xurt bike.

Sîbel Uresîna em wê wek evîndara akepê û Erdogan nas dikin, bi navê "We go yekjinî, ew çi ye?” kitêbek nivîsand û van rojan ev kitêb derçû...
Li ser medyaya sosyal hevalekî nivîseke di der heqê vê nûçeyê de par ve kiriye û hevalekî jî hatîye li bin vê nivîsê şîrove kiriye, gotîye,"Jinên lezbîyen li dij yekjinîyê-monogamîyê ne; pirjinîyê-polîgamîyê diparêzin.
Dema min ev şîrove xwend, bişirîm. 
Di esasê xwe de ne dûrî aqilan e, lê kêm e.
Fantezîyeke balkêş e.
Lê ez ê çarçoveya vê fantezîyê firehtir bikim.
Haa!
Yên ji mecbûrî hewî tê ser wan ne tê de...
Min got meseleya lezbîyentîyê ne dûrî aqilan e, lê lezbîyen mêran tehamûl nakin, loma jî tew ez dibêjim yên ji nîyhandina komî-grûbî hez dikin vê zîhnîyetê diparêzin.
Ji mejîyê nuxumandî fantezîyên ecêb dizên!

Navê mirinê tahl e û xwezî li ser rûyê vê erdê kuştin, qirkirin, komkujî û qetlîam hîç nebûna, 
lê mixabin ji ber ku însan hîn jî ji kodên hov ên heywanî rizgar nebûne, her kes hewl dide bi hêz û qudreta xwe, xwe biparêze û li ser nigan bimîne.
Lê em kurd tiştina tev li hev dikin.
Ne em dizanin li pey dozekê herin û xizmetê ji doza xwe re bikin, ne jî em dizanin dijminatîyê bi dijminê xwe re bikin.
Heger meriv bi xwe re ne rast û durist be, kes ji destê meriv rastî û duristîyê jî nakire.
Îja em bi xwe re ne rast û durist in, em radibin rastî û duristîyê difiroşin dijmin û neyarên xwe.
Xwe nexapînin; lewra ji xêndî we her kes bi ruhê we yê xapînok hisîyaye...
Siltanê dewleta Eyûbî Selahedînê Kurd him li pey doza xwe diçû, him dijminatî bi dijminên xwe re diajot, him jî bi sekn û helwesta xwe li cem dijminên xwe xwedan qedr û qîmetekî mezin bû.
Ew jî ji mezintîya wî dihat...
Lê kurdên îro yên li ser navê kurdan serkêşîya vê dozê dikin?
Hûn çima qûnalêsîya dagirkerên xwe dikin?
Ma wexta bûyerek diqewime û çend leşker dimirin an jî tên kuştin û hûn radibin bi rêya çapemenîyê daxuyanîya sersaxîyê belav dikin, çi tê ser we? 
Çi dikeve destê we? 
Çi li we zêde dibe? 
Kî ji we re dibêje eferim?
Bawer bikin, hûn dixwazin bawer nekin, wexta dagirkerên we çav li wan daxuyanîyên we yên fisgenî dikevin, bi qûna xwe bi we dikenin û heger li cem wan berê qîmetê we pênc quriş be, piştî van hetîketîyan qîmetê we dibe du quriş û nîv.

Gotina Dawî
Bêhna xwe fireh bikin, hindik ma qantir bizê!

5 Mart 2021 Cuma

stenbol

Nuha ez di otobusê de me, ji Kadikoyê ber bi malê ve diherim.
Mal li rojhilatê Ataşehîrê ye.
Serê min piçekî çeqilkêf e; bi birayên xwe re li Modayê li qiraxa bahrê me çend qedeh vîskî vexwarin.
Xwedêgiravî ez ji trafîkê revîyam, min berê xwe ji trafîkê guherî, tew min çavên xwe vekirin ku ez di nav trafîkê de asê mame.
Belasebeb negotine, rêya herî baş, rêya her tim meriv tê re dihere û tê ye...
Lê tip jî dibêje, ji bo nexweşîya xurifînê-alzheimer divê meriv her tim rêya xwe biguhere, rabûn, rûniştin, tevger û hereketên xwe biguhere; tevger û hereketên rûtîn xurifînê-alzheimerê no dike anku ditehenîne.
Ka îja em konfora xwe tercîh bikin an li tipê guhdarî bikin û xwe ji xurifandinê dûr bixin?
Di esasê xwe de, piştî demekê di nişka ve ez dixwazim bixurifim û her kesî, her tiştî ji bîr bikim. 
Qet nebe belkî wê çaxê meriv bi huzûr, bê kul, bê derd (ji êşa kurdîtîyê dûr) sînga xwe ji mirinê re veke û bi bişirîn serî deyne.
Axir...
Çima carekê ez di rêya xwe ya her tim de perîşan bûm, êdî her cara ez ji Kadikoyê vedigerim malê, ez çavê xwe li rêyeke din digerînim.
Binhiş tiştekî ecêb e, pirê caran dikeve pêşîya aqil û mentiqê.
Lê bi qasî tecrûbeyên min ji min re dibêjin, divê her tim meriv li dengê dilê xwe guhdarî bike, lê çi fêde, carinan meriv lê dihere û pengiz dibe.
Vê qedexeyê malik li me xera kir, anku li milet...
Her kes xwe dide benda seeta berî qedexeyê; berî qedexe dest pê bike bi seetekê wek meriv qulmoza mozan der bike, kes di hundiran de namîne, her kes xwe li derve diqewimîne.
Min di dîn û dîyaneta Stenbolê nîyhî!
Ne serî heye, ne binî...
Û li Stenbolê ji xêndî sinifa bûrjûvazî meriv tenê kesekî jî bextewar nabîne.
Ji dilqê însên bêhuzûrî difûre.
Li vî bajarî tu kes ji bo bijî li vir najî, tenê ji bo birçî nemîne û nemire, li vir dijî.
Jîyîna kûçiktî!
Lê li vî bajarî kûçik jî ji me çêtir dijîn; qet nebe bê berpirsîyarî dijîn; li her deverê ji bo wan xwarin jî heye, av jî 
û jixwe pirê wan xesandî ne; dixwin, vedixwin û li ber sîya dar û dîwaran xwe vedizelînin;
problema wan a seksê jî tune ye jixwe...
Gelek însan dilê xwe dibijînin wan, lê li vî bajarî kûçiktî jî bi destê kesî nakeve zû bi zû û bi erzanî.
Bêdewletî, di bin kûçiktîyê re ye vî zemanî, lê aqilê me ji kîsê xelkê ye, bi vê xwelîserîyê em ê tu carî negihêjin meqamê kûçiktîyê jî, bi rehetî.
Û têr, birçî...
kûçik her direyên û terka kûçiktîyê nakin tu carî...

Gotina Dawî
Kîrê kerê xwe di quzê jina wan kesan kim ku em li ber derîyê tirk û ereb û eceman kirin parsek û belengaz û sêwî!