10 Ekim 2020 Cumartesi

jin

Ji bo jinên tenê jin


jin 


jin im ez

Ji min zêde dibin hûn

şaristanî ez bi xwe me

û di bin nigên min de ye cenet.


jin im ez

dê me ez

xwîşk im ez

lê ne tiştek im ez


civakê ez ji xwe re kirime namûs

û civak e namûsa min

namûs

ka namûs

kîjan namûs

bênamûsa bêbextîyên we me ez

têm recimkirin

bav diavêje kevirê ewil

dû re bi dor

mêr 

law

û hemû kes

lê 

ne bi kevirên we

jixwe ez mirime bi bêbextîyên we


jin im ez

bênnamûsîya xwe bi namûsa min

bêbextîyên xwe bi xwîna min neşon

barê ûjdên giran e mêrxasino

can daye

dilê we

ûjdanê we

bextê we


li çavên min binerin

bi çavên min li xwe binerin

bila destê we nericife

dilê we bi min neşewite

hûn ne min

hûn xwe dikujin

xwe


jin im ez

mirina min mirina we

mirina we mirina însanetîyê ye

xwîn dawerivîye çavên we

de min bikujin

min ji xwe xelas bikin

û berî avêtina her kevirî

"elahuekber" ji bîr nekin

Bila misilmantî rizgar bibe

û misilman serbilind bigerin