Îroj ez ê Evdilbarî bi we bidim naskirin.
Evdilbarî ji gundê Qubikê ye. Wek hûn zanin- belkî jî hin ji we nizanin-, Qubik êdî wek taxekê li rojavayê Qoserê dikeve. Qoser jî ji xwe her Qoser e, cîyê ku Şeytan lê avis bûye...
Evdilbarî kesayetekî balkêş e.
Her sibeh berî ji malê derkeve derve, radihêje kitêba pîroz, sê caran destê xwe li kitêbê dixe û dibêje, "Weleh weleh weleh, heta derew li ser rûyê vê erdê hebe, peyva rast ê ji qirika min dernekeve" û xwe li derve diqewimîne.
Berî em ji bîr bikin, herweha Evdilbarî şifêrê tirê ye, anku barkêş e.
Geh diajo Iraqê, geh diajo Îranê, geh jî diajo bajarên mezin ên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqerê û hwd.
Rojekê Evdilbarî û çend hevalên xwe li ber tira xwe rûniştîne û civat gerandine.
Evdilbarîyê me jî, wek hûn zanin sûndxwarî ye û lazim e her derewan bike.
Difikire difikire, tilîya xwe ya eşhedê dide ser cênîkê xwe û di ber xwe de dibêje, "Yaw ez çi derewê bikim, ez çi derewê bikiiiimm?" ji nişka ve zingînî ji serî tê, dibejê, "Heh! Bi şeref hat bîra min" û serê xwe radike li hevalên xwe dinere, dibêje:
-Haa hevalino!
Hevalên li dora wî rûniştine, dibêjin:
-Hêêêê Evdilbarî?
-Ma we bihîstibû carekê li vî welatê xopan çi hat serê min?
Hevalên wî li hev dinerin, dimizicin, dibêjin:
-Çi hatibû serê te? Ka bibêje Evdilbarî!
Evdilbarî bi haweyekî dema dengbêj berî dest bi kilamê bikin qirika xwe paqij dikin, bi wê kubarîyê qirika xwe paqij dike û dibêje:
-Carekê li alîyê bajarê Silêmanîyê hin kes şifêrên me direvinînin.
Hevalên wî bi hev re dibêjin:
-Êêê?
Evdilbarî didomîne:
-Em li wan gerîyan negerîyan, me ew nedîtin. Talîya talî em neçar man û ji mecbûrî em li Hecîyê me gerîyan. (Hecî jî bavê wî Hecî Newaf e)
-Êêê!
-Min got, "Bavo şifêrên me hatine revandin û em nizanin kê ew revandine." Hecî got, "Temam, êdî ev mesele kete alîyê min. Ez ê vê meseleyê safî bikim û wan xelas kim, xeman nexwe." Hecîyê me hêrs bû, qeherî, dîn bû û xwe avêt telefonê, li Evdilla gerîya.
Heval li hev dinerin. Yek ji wan dibêje:
-Kîjan Evdila, kuro?
Evdilbarî bi haweyekî qure dibêje:
-Ma çend Evdila heye! Hela hela! Evdilla Evdila, Evdillayê me.
-Evdilayê we kî ye kuro?
-Yaw hûn çi ehmeq û bêhiş in. Ez dibêjim hûn bi qastî xwe dixeşimînin. Apo law Apo!
Hevalên wî şaş û metel li hev dinerin...
-Hecîyê me di telefonê de ew perîşan kir. Got, "Yaw di navbera me de çi heye, çi malê me û we di ber hev de ye, hi ii Evdila?" Evdilla lê vedigerîne dibêje, "Hecî! Ma ne eyb e! Çiyê me yê di ber hev de hebe? Li qisûra zarokan nenere. Bi şaşî ew revandine. Em ê çend quriş pere jî têxin bêrîkên wan û bi silametî bişînin."
Hevalên derdora wî dikin pîqînî û dikenin. Yek ji wan dibêje:
-Yaaw ma CIA û MOSSAD û MÎT li pey wî ne. Ev bavê te çawa bi telefonekê xwe gîhand wî?
Evdilbarî bi kenekî qerfî dibêje:
-Berî Evdila here Fîsê ji bo avakirina rêxistinê civînê çêbike, hefteyekê li mala me bû mêvanê Hecî. Heta destê sibehan ew û Hecî li ser vê meseleyê dipeyivîn, qirik li hev diqetandin. Û ez vê jî bibêjim, yê ewil jê re got Apo jî Hecî ye. Piştî Hecî jê re got Apo, êdî kesî hew jê re got Evdila...