28 Şubat 2022 Pazartesi

dalkurd û kurd

Pîrozbayî
Nahlet li bêdewletîyê bê!
Heger wek xelkê dewleteke me jî hebûya, bawer bikin di qada futbolê de, navê me yê jî bi Brezîlya û Îtalya û Fransa û Portekîzê re bihata bilêvkirin, lê qeda bi dinyayê keve û Xweda, ewil ji xwe, dû re jî ji mezin û rîhspîyên me ne razî be!
Lewra...
Ka ji axê ye, ka ji germê ye, nizanim; hin xusûsîyetên me dişibin hev.
Û futbol jî yek ji van xusûsîyetên hevpar e.
Ev ne quretî ye, lê yê bixwaze, dikare wek quretîyê jî bihesibîne; IQya me kurdan li gorî cîranên me ne xerab e, çendî ji ber bêtifaqîyê îroj em bindestên van ehmeqan bin jî.
Axir, îroj mijara me ne futbol e, lê mîna huner û edebîyatê, em bixwazin nexwazin futbol jî êdî bê sîyaset nameşe û her weha ji bo neteweyan bûye qada lobî, dîplomasî û danasînê; bi kin û kurmancî, çekeke xurt e.
Li ser meseleyê:
Heger Messî yan jî Ronaldo kurd bûya, ew ê di qada navneteweyî de tesîreke çawa li dîplomasî û danasîna kurdan bikira? 
Lê bi şertê xwe kurd bihesibanda, haa!
Yan na, 
jixwe îro ro, di nav tirk û ereb û farisan de bi hezaran hunermend û nivîskar û lîstikvan û sînemagerên bi eslê xwe kurd lê ji bo tirkîyetî û erebîyetî û farisîyetîyê dixebitin hene.
Min got axir lê min terka sîyasetê nekir!
Ev sîyaset jî bûye nexweşîyek û em sîyasetnexweş in, mixabin; 
em dikin nakin, nikarin xwe rehet bikin ji vê nexweşîyê.
De baş e, hesab bikin heya vir we nexwend.
Ji nû ve axir...
Serekê Dalkurdê yê nuh Welatê Hemîdê Smaîlaxa ye.
Ji peyva serok merokan hez nakim loma min serek nivîsand, lê ji dêvla serek meriv dikare weha jî binivîsîne:
Berpirsê Dalkurdê yan jî Rêberê Dalkurdê...
Erê lo, zimanê me behr e, tenê meriv bi avjenîyê bizanibe, besî meriv û sed û yek bavên meriv dike.
Lê ka aqil!
Ez vegerim ser meseleya me...
Wey li ser xêrê be û sereketîya Dalkurdê li bejn û bala te pîroz be, Welato.
Çendî modeya serdema me: "Bavên baş ewladên fahş be" jî, carinan ev rewş bermeqlûb jî çêdibe.
Ji bavekî baş ewladekî baş çêbûye!
Û Welat bi sekn û helwesta xwe dibêje:
Bavên baş ewladên fahş out!
Bavên baş ewladên baş în!
"Berxwedan jîyan e, xwebierdêdan mirin e!"
Ev, ne gotina pêşîyan e, lê bi îhtimaleke xurt piştî sed salên din ev ê jî têkeve wê kategorîyê; heger heya wê çaxê qedr û qîmetê pêşîyan bimîne.
Nifşê Z!
Ya star!
Mîna kulî ye ev nifş; tenê xerc dike, nade ser hev.
Min got:
Em zarokên Qezê (Qoser) felaket in. 
Herin lêkolînekê bikin, hûn ê bi xwe jî bibînin di nav partî û rêxistinên kurdan de, di nav dezge û sazîyên kurdan de, di nav nivîskar û hunermendên kurd de her ji sê kesan yek ji Qezê ye.
Heyran!
Em jêhatî ne, lê xelk ji me re dibêje "qure!"
Erê, belkî carinan rişma egoyê ji destê me difilite, 
lê ev jî vê rastîye naguhere;
em jêhatî ne!
Û wa ye dîsa yekî ji me rişma Dalkurdê xist destê xwe 
û em pê bawer in ew ê wê rişmê hîç sist neke 
û her bişidîne 
û bi çargavî bibezîne.

Hêvî
Hêvîya me ji Dalkurdê ev e ku mîna Barcelonaya Katalonyayê, Dalkurd jî bibe nav û dengê hemû kurdan û di qada futbolê ya navneteweyî de Kurdistanê sembolîze bike.
Heger Welat bixwaze, jixwe ew ê bixwaze, di warê lobî û dîplomasî û danasîna kurdan de, Dalkurd dikare ji sîyasetvan û sîyaseta kurdan bêtir tesîrê li neteweyan bike û bihêle neheqîya li kurdan dibe, di qada navneteweyî de bê peyivandin.

Daxwazek
Welatê Hemîdê Smaîlaxa, heger derfet çêbû, herin li Kurdistanê temelê akademîyekê biavêjin û zarokên kurdan ên xwedan qabîlîyet li wir bicivînin û wan perwerde bikin.
Bawer bike, heger ekîbeke xurt ava bibe û ew ekîb bajar bi bajar bigere, ji her bajarekî Kurdistanê Messîyek, Ronaldoyek ê derkeve.
Ji min gotin, li we kirin!..

Gotina Dawî
Erê, ji ber bêdewletîyê ez nebûm futbolîstekî agresîf û cirnexweş, lê ji ber bêdewletîyê ez bûm nivîskarekî agresîf û cirnexweş.
Bêdewletîyê rêyek li ber min girt, lê her weha rêyeke din jî li ber min vekir.
Gelo ez poşman im?
Çendî ji futbolê hez bikim jî, bi nivîskarîyê min xwe nas kir.
Û her tişt bi xwenaskirinê dest pê dike.
Bi hêvîya li ser axeke azad, bi azadî ez xewn û xeyal û fantezîyên xwe binivîsînim, bikim fîlm û bi konfora wan xebatan jî, ez herim li stadyûmên welatê xwe rûnim, di destê min de bîra, ez li maçan temaşe bikim û bi cizba bextewarîyê kevim.
Bi min, ev ne xeyaleke utopîk e!..
De em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin bê utopîk e yan ne utopîk e(😉)

27 Şubat 2022 Pazar

hinek dibin xweda hinek dibin xwedan

De were kirasê xwe neçirîne û xwe neke qurbana xelkê.
Min got qey,
Xîret û cesaret tiştekî werê ye!
Namûs û şeref û heysîyet tiştekî werê ye!
Lê ji kê re çi lazim be, li pey wî tiştî dihere, mixabin.
Hinek didin pey xîret û cesaret û namûs û şeref û heysîyetê, 
hinek jî xwe dikin ax û didin pey xwelîyê, xwelîyê li serê xwe dikin.
Hinek dibin Xweda!
Hinek jî dibin xwedan!
Zelînsky destê xwe li sînga xwe dixe û bi serbilindî dibêje, 
"Em ne rûs in û em ne ji kulturekê ne; kultureke we heye, kultureke me heye. Em ê nehêlin hûn me asîmile bike û em ê berxwe bidin û asîmile nebin."
Û dema meriv bikole jî, di esasê xwe de ukraynayî û rûs merivên hev in; ava cihokekê ne anku ji kokekê ne.
Lê serokê sererd û binerd û dûvikên wî anku hedepeyî çi xwelîyê li serê xwe dikin?
Bi zorê diherin xwe bi tirkan ve dizeliqînin û bi dilê xwe terka xwe û kultura xwe dikin û xwelîya wan li serê xwe dibarînin.
Ji bo wî qewmê ku kes nizane ji kîrê kê pengizîne, terka qewmê xwe yê ji koka darê jî qewîmtir û kevntir dikin.
Weleh hûn ne yên şîretan in jî!..

Gotina Dawî
Mixabin!
Kurd bê xwedî ne jî, bê Xweda ne jî!..



26 Şubat 2022 Cumartesi

li ser zanînê çend quretî

Bi min, êdî berî meriv bi şarezatî û zanatî pesnê yekî bide, hewce ye meriv li kesayeta wî, li sekn û helwesta wî binere.
Di dema nuha de, ya herî rehet bidestxistina zanînê ye;
bi hezaran, bi sedhezaran cur bi cur kitêb hene; 
heger bidestxistina kitêban zor û zehmet be, telefonên baqil hene, komputer heye, înternet heye û çi li ser telefonê, çi li ser komputerê bi rêya googleyê meriv dikare Xwedê jî, Şeytên jî têxe bêrîka xwe û xwe bike rebê wan.
Ma hiş û hafize ji hiş û hafizeya komputerê xurttir heye?
Bi kin û kurmancî,
komputer heta dev tije agahî û zanîn e, lê kî çawa bixwaze, li gorî berjewendîyên xwe dikare weha bi kar bîne.
Di dîroka dinyayê de bi dehan, bi sedan mînakên weha hene ku; 
pirê kesên di eslê xwe de jîr, zana û xwedan vîzyon bûne, lê dema meriv dinere, meriv dibîne van kesan, bi hemû enerjîya xwe ew xusûsîyetên xwe yên zanîn jê difûrîya, li dijî însanetîyê bi kar anîne.
Loma jî,
kesayet û sekn û helwest berî her tiştî tê; heger kesayet û sekn û helwest tune be, ew zanîn bi rehetî dikare têkeve bin xizmeta zalim û zordestan.
Û dû re...
Ji qewla pêşîyên me mêrdînîyan:
"Xêr dibe xîyar" û jixwe hûn dizanin ew xîyar çi tîne serê meriv!
Di civaka me kurdan de jî pirê kesên weha hene; jîr, zana û têra xwe xwende.
Lê...
Ji ber ku kesayet qels û lawaz e, ew zanîn û xwendin zû zû li kesayetê bar nabe û wextê ew zanîn û xwendin tesîrê li kesayetê neke jî, populîzm mîna marekî reş pê ve dide û kesayet jardadayî dibe; ne sekin dimîne, ne helwest; di navbera wê kesayet û komputerê de tu cudayî namîne; êdî kî çawa bixwaze, li gorî berjewendîyên xwe weha bi kar tîne.

Lezgin Chali dibêje: 
"Kurdîyeke pesnê Ataturk bide, çêtir e ji tirkîyeke pesnê Şêx Seîd û Seyid Riza û hwd bide..."
Heger nêta meriv ne xerab be û meriv li ser meseleyê kûr bifikire, meriv ê bibîne bê ciwamêr bi çi nêtê gotîye û dixwaze balê bikişîne ser çi.
Heger em bi nêteke xerab jî li gotina vî ciwamêrî bifikirin, encam ê ev be anku em ê vê peyamê jê derxin:
Kurdên bi kurdî pesnê Ataturk bidin, kurdên pûç û xerab û xwenezan in, lê kurdên bi tirkî pesnê Şêx Seîd û Seyid Riza bidin jî, ne kurd in, kurdên bûne tirk in anku kurdkokenlî ne.
Bi kin û kurmancî,
heger agahîyên şaş û xerab li kesayetekê barkirî bin, bi perwerdeyî û hewldaneke xurt meriv dikare wê kesayetê veguherîne û xurt bike, 
lê heger zimanek miribe, ji nû ve dinya jî xera bibe êdî meriv nikare wî zimanî ji gorê derxe.
Bi gotineke din:
Kurdên xerab û nezan û xwenezan ên bi kurdî dipeyivin û bi kurdî dijîn, çendî xerab û nezan û xwenezan bin jî, ew îhtimal heye ku sibê, zarokên ji wan çê bibin, him xwedan kesayeteke baş bin, him jî kurdîzan bin, lê heger kurdî miribe, çi baş çi xerab, çi xwende çi bîrbir, mixabin ew ê tu hêz û zanîn nikaribe wê kurdîya mirî ji nû ve vejîne.

Gotina Dawî
Wextê em van tehlîlan dikin, ne ji bo bi kurdîzanîna xwe, em xwe li ser serê we qure bikin, ji bo wextê hûn di nav xelk û alemê de bibêjin em kurd in, xelk û alem bi qûna xwe bi we nekene û kenê guran bi we neyê em van tehlîlan dikin.
Lê heger hûn israr bikin, em dikarin xwe qure jî bikin, ne xem e.
Û ev jî nabe eyba me, dibe eyba we!..



25 Şubat 2022 Cuma

şer û durûtî

Masturbasyon!..
Xuya ye pelandin û mizdana memikan û firkandin û alastin û xwetêwerkirina quz ê tu carî nebe qismetê me kurdan; em qewmê masturbasyonê ne û tenê para me yê masturbasyon be, mixabin.
Di sîyaseta me de tahmeke masturbasyonîst, di huner û muzîka me de tahmeke masturbasyonîst, di kultur û edebîyata me de tahmeke masturbasyonîst, di fikr û felsefeya me de tahmeke masturbasyonîst, di sekn û helwesta me de tahmeke masturbasyonîst...
Tew ez dibêjim seba ku 
em ji dawa dêyên tu carî orgazm tahm nekirîye ketine, ji hemû kirin û tevgerên me tahmeke masturbasyonîst difûre.
Em zarokên masturbasyonê ne û kodên orgazmîst li me nehatine barkirin.

Durûtî û teresî!..
Tirkên ku bi zîhnîyeta xwe ya hov û dagirker dewleta xwe ya îroj ava kiriye û hîn jî bi wê zîhnîyeta xwe ya hov û dagirker tev digerin û roj bi roj hewl didin sînorê dagirkerîyê firehtir bikin, rabûne li dijî dagirkerîya rûsan derdikevin û xwe wek neteweke demokrat û humanîst nîşan didin.
"Gurîyo navê min li te, kumê min li serê te!"
De îja...
Heger rûs ne di bin tirkan re bin, ew bi du gotinan zimanê wan jêke û têxe quzê kerê!
Te dî heger ne di bin wan re bin, haa!
Tenê bibêjin,
"Hey keran di jina we û sed û yek bavên we nîyhayo! Hela em ker û dagirker û em ketin nav sînorê Ukraynayê û me ew der dagir kir, lê kê nîyhabû jina we, ji Asyaya navîn we da rê û hûn hatin, we li ser axa netewên din dewlet ava kir û nuha jî hûn di nav sînorê Sûrîyeyê de ne; we ew der dagir kiriye!"
Îja heyran!..
Gû birayê rêxê ye!

Reîs xurifîye yan qerf û henek û tinazên xwe bi me dike, nizanim!..
Ew bi xwe yek ji endamên Natoyê ye, lê ji Natoyê re dibêje, "Tenê bi şermezarkirinê ev mesele safî nabe."
La hewle wela!

Gotina Dawî
De ka werin em van teresan bispêrên Xwedê, berî ku Şeytan bi Xwedê bikene!..

24 Şubat 2022 Perşembe

niqaşeke beradayî

Min li nîqaşa Edîp Yuksel û Hişyar Ozalp guhdarî kir.
Du kurdên her yek bi nigekî lê dixe...
Edîp, li Amerîkayê di nav konforê de nanê bixwê dixwe û tirên şor dike, Hişyar jî rabûye doza simbilên serjêkirî yên dema xelayê dike...
Berî her tiştî îslamê nîyha me, em qulqulî kirin, dû re dor bi dor,
komunîzm û sosyalîzm û humanîzm û quzilqurtîzman...
Bi kurdên bê dewlet ên kirasê humanîzmê li xwe kiriye re nekevin nav nîqaşa kurdîtîyê;
lewra ew ji bilî kurdîtîyê her gû ne, tenê xwe kurd nabînin.
Ê heyran, yekî xwe kurd nebîne, heqê meriv tune ye rabe destê xwe li sînga wî bixe û jê re bibêje, "Lo lawo, çima tu ne kurd î!"
Haa!
Heger we dî bêhurmetîya kurdan kir, herin destê xwe li sînga wî bixin û bi kin û kurmancî jê re bibêjin, "Nehewte" û qedîya, çû!
Heyfa wê enerjîya meriv ku meriv radibe li kurtêlxwir mirtêlxwirên werê xerc dike.
Wê enerjîya xwe di ber dewletbûyîna xwe de xerc bikin, da ku sibê ew dewlet ava bû, yên wek Yuksel ji fedîya bêkêrî û xwelîserîya xwe serê xwe bera ber xwe din û nepeyivin.
Axir...
Maça Barselona û Napolîyê dest pê dike; ez rabim ji xwe re qahweyekê çêkim, nigên xwe radim û kêfa belek bikim.
Nizanim, lê hinek dibêjin di wê biwêjê de gotina "belek" kûçik e.
Kêfa belek anku kêfa kûçik!
Ê de bi serê wî Xwedayê qul bi qul ez lê digerim, lê rê bi ser naxim, di dema nuha de kêfa kûçik dikin, însan nakin.
Li ser meseleyê:
Kêfa Dewlet Bahçelî dike, kes nake, lê kûçik jî hew Dewlet Bahçelî ji xwe dihesibînin.

Gotina Dawî
"Belasebeb serî li kesan mezin nekin, dû re ew serî bi zorê li ser qûnê diedile."
Gotina Pêşîyên Kundan

23 Şubat 2022 Çarşamba

kompleks

Ne tenê sîyaseta me, kultura me jî bi tirkî dilewitînin.
Ji ber zimanê sîyasetê bi tirkî ye, sîyasetvanên kurd jî kêm zêde wek tirkan û ji tirkan tirkîyeyîtir
difikirin, 
dinerin,
tev digerin.
Loma jî bi qasî misqalekê xêr û fêdeya wan li kurdan tune ye.
Îroj min bala xwe da mîzaha kurdan, li ser youtubeyê min li çend kurteşoneyan anku li çend skêçan temaşe kir.
Ji kultura kurdan dûr, bi zimanekî çêkirî yê mekanîk û kêm zêde bi şêwaza dagirkerên xwe hewl didan "ken"ê mêvanên li salonê rûniştî bînin.
Dema meriv ji zimanê xwe, ji axa xwe, ji erf û adet û folklor û kultura xwe dûr be, meriv li ser dev û rûyan tenê mîna pîneyekê beloq disekine.
Wek çawa destê sîyasetvanên kurd ji wê hetiketîyê nabe, her weha destê kesên di nav kultura kurdî de dixebitin jî ji wê hetiketîyê nabe.
Di esasê xwe de ew hetiketî, kompleksekê jî di xwe de dihewîne.
Çi nezan çi zana, çi xwende çi nexwende, kurd di nav destê dagirkerên xwe de jan didin, lê janeke ew bi xwe jî nizanin tesîrê li ku dera wan dike.
Lê ew jan bê hemdê wan, wan jî diêşîne, mixabin.
Îroj dema min li wan temaşe dikir, kenê min bi belengazîya wan dihat, lê li ser bextreşîya kurdî agir bi kezeba min diket.
Bala xwe bidin nivîskarekî, heger wî nivîskarî di her hevokê de carekê, du caran xwe avêtibe bextê "ku"yê, bizanibin ew nivîskar baş ne hakimê zimanê xwe ye
anku nikare xwe bi zimanê xwe bîne ziman/îfade bike.
De îja...
Heman tişt ji bo kurdên hewl didin qerf û henekan bikin jî derbas dibe.
Ji ber ne hakimê zimanê xwe ne,
ji ber ne hakimê qerf û mîzaha miletê xwe ne, 
ji ber ne xurt û jêhatî û afirîner in,
ji ber ji ax û kultura vî miletî dûr in, kirasê mîzahê li ser wan baş û xweş rûnane.
Îja çi dikin ji bo ev kiras li ser wan beloq xuya neke?
Pîne dikin; serî li pîneyan didin.
Bi peyvik meyvikên tirkî hewl didin heneka xwe xurt bikin.
Û jixwe kêm zêde yên diherin li wan guhdarî û temaşe dikin jî dişibin wan, 
loma jî hetk şûna mîzahê digire û ez û kurdî jî li hev dinerin û kirasê xwe diçirînin.

Gotina Dawî
Zimanê xwe biçûk nebînin; heger hûn zimanê xwe biçûk bibînin, hûn ê li ser zimanê xelkê ji zimanê xwe jî biçûktir bibin.
Zimanê we têra we û sed û yek bavên we dike, heger hûn ji dil bixwazin û jê hez bikin.
Zimanê we têra qerf û henekan jî dike.
Zimanê we têra çîrok û roman û helbestê jî dike.
Zimanê we têra huner û felsefeyê jî dike.
Lê tenê...
Erê, lê tenê 
zimanê we têra bêhişî, ehmeqî û bêkêrîya we nake.


22 Şubat 2022 Salı

2.02.2022

Ji rojan îroj:
22.02.2022 ye.
Jimareke qut û gilover; tu demançeyê jî di serîyan xî, jibîrkirin ne mimkun e.
Bi 2an dest pê dike, bi 2an diqede; ji serî heta binî 2 ne...
Ji bo rojên sembolîk rojeke ne xerab e.
Loma jî,
xêr û guneh ne di stuyê min de, li gorî nûçe û lêpirsînan dibêjin, îroj gelek 1an ji bo xwe bikin 2, 2 bi 2 xwe bi hev girtine û ji bo mahra xwe bibirin ber bi salonên mahrê ve pengizîne.
Lê ez ê mahra xwe nuh nekim heta nebe:
2.2.2222

Rûs û Natoyê li hev rep kiriye!
Kî yê ji ber kê daqurtîne yan jî kî yê kê qul bike, em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin.
Lê wer xuya ye em ê hemû pê bigirin!

Dibêjin,
piştî li ser înstagramê hejmara şopînerên Ronaldo bi ser 400 milyonî ketiye, Xwedê hesidîye û wî bi xwe jî bi navekî feyk/sexte ji xwe re hesab vekirîye.
Lê bi texmîna min, Xwedê ev hesab ne ji bo populer bibe vekirîye, bi îhtimaleke xurt, ji bo ew jî Ronaldo bişopîne, vekirîye, lewra ez dibêjim qey ew ji Ronaldo populertir e(!) çendî derfet tune be kes pê re wêneyan bigire jî...
Ne belî ye!
Belkî piştî çend teqtîkan ji Ronaldo hîn bibe, rabe xwe kifş bike.
Min go nizanim!..
Agir bi mala populîzmê keve!
400 milyon şopîner.
Ya star!
Li mala xwe rûne, tenê rojê bi markayekê wêneyekî xwe belav bike, ew ê tirînîyê ji ca pereyan bîne.
Law law law!
Xwedê di hinekan ne û Xwedê bi hinekan de, nabêje tu lawê kê yî.
Ez rebenê Xwedê jî...
Bîst û çar seetan bi kurdî
dipeyivim, difikirim, dixwînim, dinivîsînim, xewnan dibînim, xeyal û fantezîyan li hev siwar dikim, lê li ser înstagramê hîn tu carî hejmara şopînerên min bi ser hezarî neketîye; dev ji înstagramê berde, ji sibehê heta êvarî li ser twîtterê tenê bi kurdî dinivîsînim, ji 377 kurdan pê ve kes min naşopîne.
We got kurd qedrê qelemkurdîyan digirin?
Tew! Mala bavê we!..
Bi serê Şêx Telhed, bi qasî kurd ji qelemkurdîyan nefret dikin, ji dagirkerên xwe nakin.
Axir...

Gotina Dawî 
Teknolojîyê qûn li populîzmê qetandîye, populîzm ê jî qûn li me...



21 Şubat 2022 Pazartesi

dinya ber bi ku ve dihere

Bi şeref Pûtîn psîkopat e û wer xuya ye ji tevlihevî û kaosê hez dike, zewqê jê distîne.
Amerîka û Ewrûpa li hêlekê, Rûs û hevalbendên xwe li hêlekê, dinyayê kil dikin mîna hêlanê.
Ka di vê hêlanê de kî yê di xew re here, kî yê şîyar bimîne, bi hev re em bimînin, heger Xweda henekekê bi me neke û em xatir ji ruhê xwe nesitînin.
Dibêjin dinya xera bûye, lê dinya dinyaya berê ye; însan har bûne û perçeyan ji xwe dikin.
Her sal em dibêjin, sal bi sal, xwezî bi par...
Mixabin, çendî pêşketina teknolojîyê rehetî bi xwe re anîbe jî, bi çar çavan em li hizûr digerin.
Nifşê berê, yek bi yek çûn...
Nifşê nuha, çav vekirî, li ser nigan mîna mirîyan digerin:
Ne hest heye, ne bext heye, ne ûjdan...

20 Şubat 2022 Pazar

roja sembolîk

Mala Xwedê ava be ku rojên sembolîk hene. Qet nebe salê carekê be jî, meriv bi xêra wê rojê wî tiştî bi bîr tîne.
Rojbûyîn!
Roja dayikan!
Roja bavikan!
Roja dildaran!
Roja mamosteyan!
Roja cilûbergan!
Roja alayan!
Û hwd...
Sibê jî roja zimanê zikmakî ye. Û bi xêra vê rojê, sibê gelek kurdan ê li kurdî bihilkume.
Wek hemû rojên sembolîk roja zimanê zikmakî jî rojeke sembolîk e û ji bo min bi qasî misqalekê qîmetê wê tune ye.
Û rojên sembolîk jî li ser meriv mîna kirasekî tenik/transparan disekine; hewceyî tav ê nake, her tişt kifş û zelal e.
Roja we ya sembolîk pîroz be!

19 Şubat 2022 Cumartesi

serxwebûn nêzîk e

Li ber çavan lê ji guhan dûr dîplomasîyeke qerase dimeşe; zarên bavan dimeşînin, lê pê nahisînin.
Nizanim, lê wek deh kes ji min re bibêje ew sal îsal e; zarên bavan ê serxwebûnê ragihînin; belkî jî dengê dilê min wer dibêje.
Min got ya bi xêr.
Lê bi vê serxwebûnê şeple yê bi me bikeve; hin ji me yê ji kef û şadîyê, hin ji me jî ji zikreşîyê...
Vî zemanî ne firehîya sînoran, tenê serxwebûn hewce ye; 
bila bi qasî sînorê gundekî be lê bila serbixwe be.
Lewra serxwebûn vejîna ji nû ve ye.
Serxwebûn, şîn û şênbûna kurdî ye û kurdî jî nîşaneya siberoja kurdan bi xwe ye.
De ragihînin lawo ragihînin, da dilê hinekan xweş, kezeba hinekan jî reş bibe.
Û...
Şabaş ji siberoja kurdan re, şabaş!





18 Şubat 2022 Cuma

miridî û xwerizgarkirin

Got,
"Heger te felsefeya wî xwendibûya, tu weha nedipeyivî."
Min got,
"Ne felsefeya wî, lê min gelek nivîs mivîs û kitêb mitêbokên wî xwendin. Tew ez dibêjim ji ber hayê te ji derew û dizîyê tune ye, te ew li ber çavê xwe kiriye feylesof û te ji xwexapandin û xeyal û fantezîyên xwe yên şîzofrenîk felsefeyek çêkirîye, mixabin. De îja ji bo tu bi wê felsefeya tu bi xwe jî nizanî tiştekî çawa ye, dîn û gêj û har nebî û bi çolê nekevî, here wê "felsefe"ya wî têr bixwîne; 
erê têr bixwîne, ji bo tu wî nas bikî bê çawa tu û yên wek te di nav destê wî de bûne pepûk û kûklayên textikî."
Got,
"Himm!"
Min got,
"Ne himm, heya ji hundirê serê te neyê himehim û gumegum, tu yê wî jî, xwe jî nas nekî."
Got,
"Ji ber li her çar perçeyan ên wek te hene, em di vî halî de ne."
Min got,
"Ji bo her çar perçe bibin perçeyek û xwelîya wî perçeyî li serê te û yên wek te bikim, ez ê di xwe nim û yên wek xwe pir bikim."
Bêhnekê bêdeng ma, dû re hewl da tiştekî bibêje, lê ew felsefeya derewîn bi gazî û hewara wê de nehat...
Min got,
"Tu hîn ciwan î û berî ciwanîya te di qirika te de bibe girêkek û siberoj di ber te de bimîne, xwe ji wê derûnîya mirîdî rizgar bike."
Deng nekir.
Hindik mabû ez di bin simbêlan de bikenim û bi jîrbûn û zanebûna xwe, xwe qure bikim, xwedênehiştê bi dengekî dawidî qêrîya û got,
"Bijî serokê sererd û binerd!"

Gotina Dawî
Mirîdî proses û qonaxa piştî qansêrê ye. 
Sibê, bi îhtimaleke xurt ew ê ji qansêrê re derman peyda bibe, lê dermanê mirîdîtîyê ne li cem Xweda heye, ne li cem Şeytan heye, ne jî TIB dikare çareyekê jê re bibîne, mixabin.

Jêrenot anku Têbinî
Heger rojekê li derdora we mirîdek mir, netehebin, nerin sersaxîya wî; mirîd jixwe mirî bû!..

17 Şubat 2022 Perşembe

rojev germ dibe sar dibe

Pûtîn dibêje, 
"Amerîka bi zorê me dikişîne nav şerekî."
Sekreterê giştî yê Natoyê jî dibêje, 
"Pûtin rehet nasekine, asoxî ew ê me mecbûrî şerekî bike."
Him!
Him!
Bêhna xelkê xerîb tê!
Him!
Him!
Bêhna xelkê xerîb tê!..
Bi zaroktî me pir digot; "Him him, bêhna xelkê xerîb tê! Him him, bêhna xelkê xerîb tê!"
Erê, vê pêla dawîn bêhna şerekî xerîb tê, 
lê destê kê di bêrîka kê de ye, ne belî ye.
Rûsya dixe stûyê Amerîkayê; Amerîka jî dixe stûyê Rûsyayê.
Lê ez ditirsim tew talîya talî ev îhale li ser me kurdan bimîne! 
Jixwe her tişt ji bin serê me kurdan derdikeve.
Li ser meseleyê:
Heger em kurd nebûna, 
hewcedarî bi dehan dîn û îdeolojîyan nedima.
Wek çawa Xweda yek e, pêxember ê jî yek bûya;
xiristîyan û yahûdî û îslam ê di bin navekî de bibûna yek û êdî şer û pevçûn û kaos nedima.
Heger em kurd nebûna,
ne komunîzm derdiket, ne sosyalîzm derdiket, ne jî komarparêzîzîm û lîberalîzim û faşîzm û nasyonalîzm û quzilqurtîzm.
Heger em kurdan nebûna,
belkî gur û pez bi hev re biçêrîyana; 
mirîşk bifirîyana;
keran hêk bikirana.
Çi zanim, heger em kurd nebûna,
belkî pengûenan terka cemedan bikira û êdî li germîyanan bijîyana;
qantir bizana;
meymûn bipeyivîyana;
keroşkan diranên xwe firçe bikirana;
kîso bi çargavî bibezîyana.
Heta heger em kurd nebûna,
belkî ji dêvla jinan mêr avis bibûna û wan zarok bianîya.
Na na, tew ez dibêjim heger em kurdan nebûna, 
bi îhtimaleke xurt, pêdivî bi Xweda nedima û belkî wê çaxê jî Xweda xwe bi esmanê heyştan ve daliqanda û qûna wî ji esmanê heftan xuya bibûya.
Û me bi hev re li jor binerîya û bi hev re jî bigota:
"Haho! Ew qûn e yan gerdûn e!"

Gotina Dawî
Yan em kurd nebûna, yan jî Xweda û zarokên xwe nebûna;
lewra
em her du nifş di gerdûnekê de hilnayên.

16 Şubat 2022 Çarşamba

qapûtê bav û zexelîyên tifaqan

Law oldar e, îmana wî jî temam e, tenê rojekê jî rekatek nimêj lê nare; qûna wî her belot e û serî li erdê ye. Ji kirina nimêjê enîya wî bûye wek pêşîya qemyona ford.
Lê berevacî wî, 
îmana bav ne temam e û ji alîyê bawerîyê ve piçekî qels e; bi sî û starê nimêjê nakeve; ji sê mehan carekê yan av bi canê wî dibe yan nabe.
Ji bo bav nimêj bike, law pir hewl dide; di ber de reş û şîn dibe, lê bav ji ya xwe danayê.
Rojek, du roj, sê roj...
Bav hew xwe li ber zixtên wî digire û dibêje, "Temam ez ê nimêj bikim, lê bi şertekî!"
Kêfa law tê, dibêje, "Heger tu çel rojî li ser hev nimêj bikî, bi soz ez ê qapûtê tu dibêjî, ji te re bikirim."
Law jî law e.
Sofî ye, lê ji fen û fûtan re ne safî ye. 
Xwe bi xwe dibêje, "Ma jixwe yekî çel rojî li ser hev nimêj bike, dû re tu bixwazî wî ji nimêjê bikî jî êdî hew diterikîne; hîn dibe, dielime û werê diajo..."
Bav dibêje, "Baş e, ez ê çel rojî li ser hev nimêj bikim."
Û li hev dikin.
Rojek...
Hefteyek...
Du hefte...
Sê hefte...
Mehek...
Çel roj...
Roja çel û yekê bav tê cem law, dibêje, "Min şertê xwe anî cî, ka qapûtê min."
Law dibêje, "Ez nakirim!"
Bav dibêje, "Çima?"
Law dibêje, "Ê ma ev çel roj in tu nimêja xwe dikî. Û jixwe yekî çel rojî li ser hev nimêja xwe bike, êdî roja çel û yekê hewceyî kesî nake, bi xweber radibe dihere nimêja xwe dike; loma jî ez nakirim."
Bav jî dibêje, "Lo lawo, tu ji vî kîrê min ketîyî, loma ez baş dizanim bê çend ta mû bi qûna te ve hene. De bi wî serê te, tenê rojekê jî min destmêj negirt, çel rojî bê destmêj min nimêj kir."

De îja heyran!
Meseleya HDPyê û partîyên din jî kêm zêde mîna çîroka bav û law û qapût e.
Kes bi kesî ne bawer e û her kes li pey a xwe ye.
Bi qasî 
ez dinerim, 
ez dixwînim
û ez dibînim, 
di çavê her du tifaqan de jî HDP taşeron e.
Tifaqa cumhûrê hewl dide di ser Evdila Ocalan re kurdan ber bi xwe ve bikişkişîne, tifaqa miletê jî hewl dide di ser Selo başqan re...
Çerxedolab e!..
Û kêkirkê ye!
Lê em vê jî ji hev re bibêjin, ji bo nezanên hay ji nezanîya xwe tune: 
Di esasê xwe de peyv peyva Evdila başqan e, Selo başqan tenê li gorî senaryoyê her ji çendekî carekê dibêje, "xalo ez vaaa me" û hew!
Bi kin û kurmancî:
Ê madem tu xwe bi ava zemzem û kewser û zerganê bişoyî jî, di çavê wan de tu her gemarî û şolî yî, 
wê çaxê, 
xwe erzan nefiroşe!
Bila derîyê te ji tifaqa cumhûrê re jî vekirî be, 
bila derîyê te ji tifaqa miletê re jî...
Yanî birê bavê min, ji qewla rehmetîyê apê min Meheme, stratejîk tev bigere.
Lê...
Xweş xeber e, lê pê ne bawer im.
Lewra,
taşeron her taşeron in û her li pey komîsyona xwe ne; kî çi zêde bide, li wir in.

Gotina Dawî
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!

15 Şubat 2022 Salı

ne di dînan ne, ne jî dînan bera ser xwe de

Bi min:
Reîs di projeya xwe de bi ser ket; projeya danûstendina bi serokê sererd û binerd re...
Deng ji alîyê Edîrneyê bilîya û muxalefet bêyî HDPyê li dora maseya gilover civîya.
Serokê sererd û binerd, carinan bê hemdê xwe be jî, bi kêr tê û rojevê serobinî hev dike.
Kurd jî di nav de, her kes pê digire!
Qet nebe êdî em ne tenê ne...
Reîs dîreksîyon xistîye destê xwe û pê li xaza teqîyayî dike; kî dikeve ber, bi erdê ve dipelçiqîne, dike nanik.
Reîs hesabê kesî nake û wêrek e. 
Muxalefeta ku newêre navê HDPyê bîne ser zimanê xwe, Reîs eşkere bi Rebê wê re di nav danûstendinên dîplomatîk û pragmatîk û taktîkîk de ye. Di ser serokê sererd û binerd re gefan li HDPyê dixwe. Eşkere berê xwe dide wan û dibêje, "Yan hero yan mero!"
Jixwe HDP jî dibêje, "Hero jî mero jî em bi te re ne rêbero!.."

Wek min berê jî gotibû, carinan tenê ji bo ez IQya "entelektuel"ên civakê bipîvim ez li derîyên hin odeyên twîtterê dixim.
Heger pîvan sohbet û nîqaşên van odeyan be, kurdan pê girtîye, Kurdistan av û av çûye û li ser kurdî jî el-fatîhe!
Pêr di odeyekê de, bi navê Avukat Mûrat ciwamêrek dipeyivî; hedepeyî û akepeyî civîyabûn.
De îja ya star!
Wî Mûratê qersî (Bi qastî ez "t"ya dawîyê nakim "d" lewra ji tirkekî bêtir yekbûna Tirkîyeyê diparast. Û bi ser wî halê xwe yê qirdik û reben û teres, bêhna xwe teng dikir û gilî û gazin li kurdên wek min û çend kesên wek min dinerin/dibînin/difikirin, dibarandin.
Sedema hêrsbûna wî jî, çima em doza azadî û serxwebûn û veqetandina ji Tirkîyeyê dikin.
Û bi sedan kesên di wê odeyê de bi gotinên vî teresê ew bi xwe jî hay ji teresîya xwe tune, xwe aciz dikirin û hewl didan gotinên wî pûç bikin.
Hey ehmeqino!
Kesên pûç, hewce nake meriv enerjîya xwe xerc bike û hewl bide gotinên jixwe pûç in, pûç derxe.
Pûç û pîç heman tişt in û ne erênî, ne neyînî tesîra wan hîç e;
loma jî wextê xwe bi hîç û hîçan re nebihurînin.
Hey teresên ji pişta teresan!
Jixwe şerê me ne bi we re ye û we biryara xwe daye. 
Bi dewşirmebûyîna xwe hûn ketine pey berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora we di nav vê teresîyê de veşartî ye.
Şerê me ne bi we re ye; şerê me bi wê dewleta ku ji bo konforeke erzan we xwe firotîyê re ye.
Ji bo em ji wê dewletê veqetin, çi ji destê me bê, em ê texsîr nekin, lê heqê we ye jî, bi konfora ku vê dewletê daye we, hûn xwe bextewar hîs bikin û ji bo dawî li vê konfora we ya erzan neyê, hûn hebûna vê dewletê biparêzin.
Û hûn tiştekî ji bîr dikin!
Li ser wê teresîya xwe rûnin û kêfa wê konfora xwe ya erzan derxin. 
Neyên bi wê IQya xwe ya nare qûna mirîşkekê bi ser me de nekin barebar û gilî û gazinan nekin, da ku em jî wê teresîyê qebûl bikin û wek we bibin parêzvanên mîsakimillîyê.
Bi kin û kurmancî,
em dizanin we cilika bênamûsîyê kişandîye ser serê xwe, lê me jî nekişînin bin wê cilikê.
Cilika we tenê dikare ji me re bibe pîne û jixwe pîne jî beloq disekinin.

Û Edîp Yuksel.
Kêm kes ne tê de, jixwe ji roja roj de min ji dilsozî û samîmîyeta oldaran bawer nekiriye.
Û tew oldarên kurd!..
Ya star!
Oldarên tirk û ereb û faris, berê dibêjin qewm û qewmiyetî, dû re ol û îslam û bawerî; tenê bêhişên me, di rêya bêhişîyê de qewmê xwe dikin ax.
Edîp efendî jî bi wê tirkîya xwe ya nazik û kubar ku dîksîyona wî ne kêmî ya Zekî Muren û Bulent Ersoyê ye, radibe ji Amerîkaya xopan pesnê komara Ataturk dide û Şêx Seîd jî wek kesekî feodal û şerîetparêz dihesibîne.
Xwedê giravî mîna yekî enternasyonal destê xwe li sînga xwe dixe û dibêje, "Însan im, ez însan."
Her kes însan e, Edîp efendî; çi kurd, çi tirk, çi ereb, çi ecem, çi alman, çi îngiliz, çi amerîkî, lê berxê xalê xwe, tu tiştekî ji bîr dikî:
Kurd bi kurdîbûna xwe, tirk bi tirkîbûna xwe, ereb bi erebîbûna xwe, alman bi almanîbûna xwe, îngiliz û amerîkî bi îngilîzîbûna xwe însan in.
Ka berê, tu jî wek van kesan here bibe xwe, dû re kerem bike were em li ser însan û însanîyeta te bipeyivin.
Tu nanê bêxwê dixwî, tirên şor dikî.

Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bi nekurdan re li ser meseleyên kurd û kurdî û kurdistanî nepeyivin û bi wan re nekevin nîqaşê, yan na xwe gûyekî dihesibînin.

14 Şubat 2022 Pazartesi

14ê sibatê

Xidir hat li ber derî sekinî, li derî xist.
Di destê wî de pakêtek hebû; pakêt bi aheng hatibû xemilandin.
Kewê derî vekir. 
Bi vekirina derî re Xidir bi haweyekî mizawirî di bin simbêlan de kenîya û mîna xwê di qûnê de be, xwe ricifand.
Kewê got:
-Ma te xêr e Xidir, mîna kerê kêç ketibê tu xwe diricifînî!
Xidir bi çav û birîyên xwe bi haweyekî ji Kewê re bibêje li jêr binere, bir û anî.
Ewil bala Kewê neket pakêta destê Xidir, li nav nigên Xidir nerî, got:
-Xêr e, dîsa li te rabûye, çi ye!
Xidir pakêta destê xwe ber bi Kewê ve dirêj kir, got:
-Surprîz!
Ji kêfa devê Kewê çû li paş guhên wê sekinî, got:
-Wîî! Ev çi ye kuro?
-Waa! Ma îroj ne 14ê Sibatê ye. Te got qey ez ê ji bîr bikim. Hahew hahew! Weleh te hîn mêrê xwe nas nekiriye. Di vê mintîqeyê de di ser min re romantîk tune ye.
-De bi wê qurana li dîwêr a hîç devê wê venebûye, min ev suprîz ji wî dewarê Serhanê kurmî hêvî dikir, ji te hêvî nedikir.
-De here qûna xwe li avê bixe lê! Îja Serhanê kurmî! Ka veke ka! Min di te û Serhanê kurmî nîyhê!
Kewê ew pakêt ji destê Xidir girt û bi hev re derbasî hundir bûn.
Xidir hîn qûna xwe danenîbû ser kulêv, Kewê bi kêf û heyecan ew tîroş mîroşên rengîn ên ser pakêtê vekirin. Berî devê pakêtê veke dîsa fitilî ser Xidir. Ji bextewarîya wê kêlîyê bîbikên çavan direqisîn.
Bi vekirina pakêtê re, kêfa wê lê qewitî, gû ji rûyê wê barîya û ji nişka ve ew pakêt avêt erdê û got:
-Ev bû surprîza te, Xidirê romantîk!
Wek şeytan bi Xidir bikene, nema dizanîbû wê çi bibêje. Devê xwe bir û anî, got:
-Keçê, ma tu dizanî kîloya kerengan bûye çi qas, hi ii? Hema hema qayîşê bi goştê elokan re dikişîne. Li ser şerefa vê rojê êvarî ji me re wan kerengan bi nav hêkan bide û ji me re di miqilkê de raqelîne. 
-Kuro Xidir, di roja valentîneyê de mêrê xelkê radibin ji jinên xwe re gul û çîçek û vîbratoran dikirin û wê şevê bi haweyekî romantîk derbas dikin, tu rabûyî wek dîyarî ji min re kerengan dikirî. Ma kereng û valentîne!
-Keçê, min gul û kulîk fêhm kir, ev îja vîrbator çi ye?
-Kîrê romantîk e, kîrê romantîk!
Xidir bi haweyekî fiqur di bin simbêlan de kenîya û mîna kûçikê hestî di ber de mabe kir xirexir; got:
-Ma kîr ji kîrê min romantîktir heye, Kewê. De ka dev ji kîr mîrê xelkê berde, here rehmetekê li gora bavê xwe bîne, wan kerengan paqij bike. Êvarî ez ê li kerengan xim, bi şev jî kereng ê li te...
Û bû hakehaka wî, kenîya. Kewê rahişt pakêta kerengan û bêyî dilê xwe ber bi mitbexê ve meşîya. Di ber xwe de kir vinevin, got:
-Heqê te, bi şev ji dêvla vîbratorê, meriv yek bi yek wan kerengan di qûna te ke, tevî stirîyan! 

Gotina Dawî
Di serdema împaratorîya Romayê de, du keşeyan di 14ê Sibatê de qûn li hev kiriye kewara mêşan û îroj jin û mêrên medenî û modern, vê rojê wek roja dildaran pîroz dikin.
Xwelîya heft gundan li serê we be!

13 Şubat 2022 Pazar

şoreşgerên şornexweş

Bala min lê ye, ev demek e hin mirîdên mejîsist rabûne pev ketine, mîna ji "quz"ekî ketibin, bi haweyekî bêsenkron hewtehewta wan e, direyên û êrişî derdora xwe dikin; 
ku yekî kurdîhez, kurdistanîhez zevt dikin, lê dibin yek.
Û tew ku ew reben piçekî nerm an jî feqîr û belengaz be, çû jê de! 
Wî pirtikpirtikî dikin!
Gelî ciwanik û ciwamêran, min jî nedixwest ez mijareke weha bi şêwazeke weha vebêjim, lê hewce ye meriv bi ziman û şêwaza wan bi wan re bipeyive.
Mixabin ji vî zimanî fêhm dikin; wekî din fêhmkirin tune ye.
Erê, mîna ji "quz"ekî ketibin, rabûne bi wê nezanî û xwenezanîya xwe zimandirêjîya kurdên kurdîperest û kurdistanperest dikin.
Û vê yekê jî, li ser navê netewe û niştiman û gel mel dikin.
Hayê wan ji bayê felekê tune ye bê netewe û niştiman û gel tiştên çawa ne, li cîyê xwe yê germ rûniştine û li ser xwîna zarokên dê û bavên belengaz quretîyan dikin.
"Tirên we ji cîyê germ in"
Erê weleh, tirên we ji cîyê germ in.
Bi wê quretîya xwe ya pûç û belaş hûn ê rabin zarokên xelkê bişînin nav êgir û li ser xwîna wan zarokên ew bi xwe jî nizanin di ber çi de xwîna xwe dirijînin, bingeha konfora xwe saz bikin.
Ê ne heqê we cîyê berê ye ha!
Cîyê berê!
Herin wateya "cîyê berê" ji zarokên mêrdînîyan bipirsin, xusûsî jî ji dinêserîyan anku ji qoserîyan...
Ew qeşmer meşmerên mejîsist ên êrişî kurdan dikin, heger meriv bike karê xwe û rabe emelên wan bide ser hev, bawerîya we hebe, ew emel ê nere qula diranê kurdekî ji wan kurdan; 
lê de îja di ser wî halê xwe re jî, ne eyb û ne fedî, bi wê bêemelîya xwe hewl didin emelê xelkê bilewitînin.
Hûn bi xwe dilewitin!
Wextê peyv tê peyvê jî, hemû bi hev re mîna estrumaneke neakortkirî dibêjin, "Hûn barzanîcî..."
La hewle wela!
Hey min kîrê barzanîyan di we kiro!
Hema sed uzr û qebhet û şaşî û kêmasîyên barzanîyan hebin jî, qet nebe navê wê axa ew li ser dijîn Kurdistan e û zimanê wê axê jî kurdî ye. 
Û tenê ev yek wan ji we kurdtir dike û hûn sax, ji qewla Seyda Laleş Qaso.
Bêlome be!
Navên xwe kirine, Kawa, Niştiman, Welat, Ronya, Zîlan, Rodî, Sîdar, Herekol, Cûdî, Zerya, Zagros û nizanim çi û çi û çi, lê dema tu li emelên wan dinerî, têra şikefteke Herekol û Zagros û Cûdîyê nake.
Êdî hewce ye li dijî van xwenenas û kurdnenasan kurd dengê xwe bilind bikin û bi dengekî gur ji wan re bibêjin, "Biqeştin, ji pêxîl û pêsîra vî miletî bikevin!"
Bes e ji derdê we; heta ji qewla we, te dî sloganeke we ya pûç û beradayî hebû:
Êdî bes e!
Emelên wan nare qûna mirîşkekê, ew ê rabin li ser navê "gel" bipeyivin; 
ew ê rûnin li ser navê "gel" bipeyivin; 
ew ê li ser piştê vekevin li ser navê gel bipeyivin; 
ew ê li ser dev vekevin li ser navê gel bipeyivin; 
gel gel gel!..
Hewce ye meriv bi ser vê xwebawerîya wan a teres de bimîze, yan na meriv bi xwe dibe teres. 
Hey we quzê wê xwaro!
Gel çi ye, hi ii, gel çi ye?
Gelo dibe "gel" ji "gelgela" tirko hatibe!..
Jixwe ne ji "gel" be tirk tune ne, bi xêra we "gel"an tirk radibin xwe li ser serê me qure û mezin û rep dikin.
De îja!
Axir...

Gotina Dawî
Erê weleh!
Gundîyên di gundên xwe de bi tirkî dipeyivin, radibin li ser medyaya sosyal, bi wê tirkîya xwe ya şikestî li dijî serxwebûnê derdikevin û bi sloganên ekolojîk û komunal û demokratîkkonfederal û cînselozgurlukçî pesnê hetiketîyê didin.
De were kirasê xwe neçirîne!

hîç

Li dijî Reîsê sererd û binerd, îroj hemû partîyên muxalîf li dora maseyeke gilover rûniştin û ji bo siberoja Tirkîyeyê qirik li hev qetandin.
Lê...
Bêyî HDPyê!
Û HDP pir li ber xwe ket, ji ber ew ê jî di vê projeyê de cî negire.
Heyf!
Neheqîyê li HDPyê dikin; 
lewra HDP ji wan û silsila wan bêtir li ber Tirkîyeyê dikeve û li ser Tirkîyeyê diêşe.
De îja, 
Tirkîye, ne xema kîrê Reîs e û ne jî xema kîrê muxalefetê ye, her kes li pey textê xwe ye, lê hewce ye em quzekî jî ji bîr nekin.
Jixwe her tişt li dora wî quzî dizîvire!..
"Quz û qizwan di kevçî de, min qizwan xwar, quz ma di cî de."
Hêvîya min ji Xweda,
heta hûn nebin hîç, Reîs ê ji ser serê we kêm nebe!

Gotina Dawî
Muxalefet muxalefeta Reîs dike, 
lê heta ber derîyê qesrê; 
piştî li derîyê qesrê dixin û derbasî hundir dibin, tenê HDP dimîne muxalefet; 
lewra bi qasî dilê HDPyê li ser Tirkîyeyê diêşe, dilê kesî naêşe.
Û...
Ne ji pîç be, hûn ê nebin hîç!
Bijî Pîç!


11 Şubat 2022 Cuma

saliho û edhemê

Saliho li civatekê rûniştîye.
De îja hema Saliho jî Saliho ye!
Wekî mêrdînîyên me gotîye, gamboreyekî zilaman e; tenê serê wî sîh û sê kîlo ye; 
de îja hesabê qûn û zik û navpiştê li we...
Bi kin û kurmancî, 
rehet sed û pêncî kîlo ye.
Fîstanê wî yê spî lê ye, li dawîya odeyê enîşka xwe xistîye bahlîfa kêleka xwe û hûrê xwe bera erdê daye.
Wek hûn dizanin, li her gundî ilhez xwedênehiştek jî heye.
Wê şevê yek ji wan xwedênehiştan jî li odeyê, li texma Saliho rûniştîye.
Edhemê jî nabe!
Tu yê sûnd bixwî ji bêvila Şeytên ketîye...
Li Saliho dinere, dinere û dibêje:
-Ha xalo!
Saliho difitile ser wî, dibêje:
-Kerem bike, bavê xalê xwe!
Edhemê, ji tepelika serê Saliho heta binê nigên Saliho bi haweyekî fiqurî dûr û kûr dinere û kêlîyekê çavên Edhemê li ser têra zikê Edhemê asê dimînin; dibêje:
-Xalo, ev tu ji min re nabêjî wextê tu çêbûyî, tu çawa ji quzê ca xwe derketî?
Saliho hîç bi xwe tahde nayne. Bi bêhneke fireh hilmekê ji cixara xwe dikişîne û dibêje:
-Xwarzê! Ca min jêhatî bû, bi hawayekî ez derxistim, lê ez bawer im heger ez di zikê ca te de bûma, ew ê ca te biçirîya û quz ê lê bibûya kewara mêşan!..

9 Şubat 2022 Çarşamba

şevek ji şevan

Îroj rojeva Tirkîyeyê Halîl Falyali bû.
Lê weleh ez ê wî nexim rojeva xwe; jixwe ez bixwazim jî, ez ê nikaribim; di ser sed û bîst kîloyan re ye û di her kîloyeke wî de sed kîlo gemar û pîsî heye.
De îja Falyali jî, ne yek û ne didu ne; bi potansîyel, her ji deh kesan yek Falyali ye li vî welatî.

Sosreta herî mezin ew e, hîn jî wextê dibe qal û behsa Apo, peyva tecrîd li ser zimanan dide lotikan.
La hewle wela!
Bi wî serê we yê ku mêjî tê de li xwe heyirîye, mêrekî zewicî ji Apo bêtir di bin tecrîdê de ye.
Eyb e, şerm e, fedî ye, lê ez piçekî din pê de nerim, lewra Şivan dikare doza telîfê li min bike.
Erê, eyb e, şerm e, fedî ye!
Weleh wextê ez ji devê xwendeyan peyva tecrîdê dibihîzim, ez li ber daran dikevim.

Her sal ez dibêjim, 
de îsal ez ê ji xwe re tirimbêlekê bikirim, îsal ji xwe re tirimbêlekê bikirim, lê heyran, buhayê tirimbêlan sal bi sal li xwe diqulipîne û meriv dibêje xwezî bi par.
De jahr di tirimbêlê de be!
Ez tirimbêlê bikirim, ji bo bê tirs ez li wê tirimbêlê siwar bêm û bi dilê xwe bigerim, hewce ye ez bibim şirîkê petrolgehekê; yan na bi heqê lîtreyek benzîn meriv dikare danekî zikê xwe têr bike.
Agir bi mala kapitalîzmê bikeve û hezar rehm li gora siwarê Das Kapîtalê be!
Baş e biskilêta min heye, yan na min ê pê bigirta!

Gotina Dawî
Ji bo meriv kurdbûna nivîskarekî kurd test bike, di nava rojê de, li ser twîtterê bala xwe bidin twîttên wî; kurdbûna wan di nav hevokên wan de veşartî ye.

8 Şubat 2022 Salı

bereketa baranê

Şewqî bi xezebekê xwe li derîyê qahweyê qewimand, bi zingînîya derî re şênîyên rûniştî veciniqîn û di ser stuyên xwe re zîvirîn, li hêla derî, li Şewqî nerîn.
Şewqî şilûpil bûbû. Berî derbasî hundir bibe, dîsa fitilî, li derve nerî.
Got:
-Euwww! Me got bibarîne, bibarîne, lê ne bi vê xezebê! Yê te jî orte tune ye. Ya sîkme ye, ya qîyame ye!
Sofî Eledîn, tizbîya wî ya nodûneh di dest de, bi mirûzekî tirş got:
-Bereket e, bereket e, hey minafiq!
Şewqî got:
-De here qûna xwe li avê bixe lo! Îja bereket e! Zarok di qula wî xanîyê sar û rût û tazî de ji birçîna kîrê hev dimêjin! Bereket e! Na na, ew bereket ne lazim e; heger dilê wî heye bereketê bibarîne, ji dêvla baranê bila genim bibarîne.
-Kuro, hey ehmeq! Ma ne ji wê baranê be, zad şîn dibe? Bi xêra vê bereketê ye ew zad.
-Mazot hew tê kirîn, gubre firîyaye, ceryan bûye agir, tu rabûyî te bi qûna baranê girtîye. Ka bila Midur berê meseleya mazot û gubre û ceryanê safî bike, ya rehet baran e. 

reîs û muxalefet

Sînorê konforê sal bi sal teng dibe.
Berê, gelek tiştên însanî yên gelekî normal dihatin dîtin, îroj wek konfor tên qebûlkirin.
Çûyîna kafeyekê,
xwarina nanekî li restorantekê,
gera bi texsîyekê,
vêxistina ceryana xanîyekî,
xwelibergermkirina sobeyeke ceryanê,
kirîna fêkîyan
û gelek tiştên bi vî rengî...
Heyfa meriv, meriv welatîyê welatekî paşdemayî û civakeke nezan e.
Dewleta ku ew ê nikaribe welatîyê xwe bextewar bike, hebe çi ye, nebe çi ye!..

Piştî Reîs bi koronayê ket, (ez bi xwe bawer nakim bi koronayê ketibe; dişibe taqtîkekê) ji bo şandina peyamên şifayî, muxalefet bi hev re ketin qayîşê.
Û Reîs li qesra xwe ya hew şîrê çivîkan jê kêm e, di bin wî simbêlê xwe yê mizawirî jê difûre, kenîya.
Nizanim, lê belkî di ber xwe de ji wan re gotibe, "Min di we kiro!" jî...
Bay Kemal bû Kemal bey û careke din ji raya giştî û çapemenîyê re got, li vê dinyayê tenê ji bo ji Reîs re xweş bikim, ez ê her muxalefet bim û tu carî dernakevim ser textê desthilatîyê.
Li Tirkîyeyê bi qasî hêza Sezen Aksûyê heye, hêza muxalefetê tune ye.

Îroj, serîlêdanên ji bo dersa kurdî ya bijarte jî bi dawî bûn,
lê...
piştî ev mijar ji rojevê ket, hewce ye rojek berî rojekê em mijareke din ji me kurdan re bibînin,
yan na wext ê derbas nebe û heger wext derbas nebe û em bitengijin jî, vê carê îja ez ditirsim ji bo em xwe û hev aciz nekin û ber bi depresyonê ve nerin, em rabin dest bi xwendinê bikin.
Jixwe bêdewletîyê mala me şewitandîye, de îja bi ser de depresyon jî bê, em ê hîn nuh pê bigirin!

Gotina Dawî
Xweda çêke, 
lê Xweda bi xwe jî dizane êdî çilvirîye û hew dikare tiştekî çêke.




6 Şubat 2022 Pazar

depresyon û andropoz

Nizanim çima, lê îroj qet kêfa min ji tiştekî re nayê; dev ji tiştekî berde, kêfa min ji min re nayê!
Li ber mirêkê disekinim, li xwe dinerim, lê tu yê sûnd bixwî min bavê xwe kuştîye! Yê li min dinere, tinazê xwe bi min dike.
Ez çi bûm serê saza!
Û ez çi bûm goştê qaza!
Wextê em zarok bûn, me wer digot. 
Ka îja ev biwêj ji bo çi hatine gotin, nizanim.
Di esasê xwe de, vê sibehê ez xweş û baş şîyar bûm; min taştêyeke xweş jî xwar...
Lê çi qewimî, piştî xwarina taştê qewimî!
Axir, ji bo ez ji wê rewşê derkevim, ez rabûm li ser youtubeyê min li çend stranan guhdarî kir, nebû.
Min guh da nirxandin û şîroveyên çend sîyasetzanan, nebû.
Li ser ekranên tvyên tirkan min li bernameyeke magazînê temaşe kir, nebû.
Li ser hev min li maça Sampdoria û Sassuolo û li maça Barselona û Atletîko Madrîd nerî, nebû.
Nebû, nebû, nebû!
Min çi kir, nebû.
De îja...
Bi ser van kul û derdan de, kula Dinêserê jî bû zêdeyîya ser kezebê; 
Şemrexîyan qûşa me dinêserîyan qetand. Di Di futbolê de Şemrex Dinêserê têk bir.
Lê çi têkbirin!
15-1
Û ez ketim depresyonê!
Anuha Emîn Erbanî û Bismillî Zeko werin di ber min de rûnin û bibe ximexima wan û çipirîskên êgir jî ji ber têlên tembûrên wan here jî, êdî ez ê ji vê depresyonê dernekevim.
Weyla agir bi mala we bikeve lo lawo futbolîsino!
Ne yek, ne pênc, ne deh, tam panzdeh gol!..
Hey we quzê wê xwaro! Ma qey we kevir bi nigên xwe ve girê dabûn, law?
Tîma ku di maçekê de 15 golan bixwe, hewce ye meriv futbolîsên wê tîma gişan ji mêranî bixe û ji bo keşetîyê berê wan bide Manastira Mor Gabriel.
Na na, ez ê îşev ji we re tu jahrê nenivîsînim.
Ez ê ne qala sîyasetê bikim, ne qala huner û edebîyatê bikim, ne jî li ser sosyolojî û psîkolojî û belengazîya me kurdan binivîsînim.
Agir bi mala we futbolîsên Dinêserê bikeve û hew!
Ka çi heqê we hebû!
Heger ev depresyon li min biazire, li min giran bibe û ez ber bi andropozê ve herim, Xweda ji min û we re mezin e!
Hêvî dikim ez neketibim andropozê!
Ka bila îşev di ser min re derbas bibe, semptom û nîşane yê rewşa min kifş bike bê ez ketime vê malmîrata andropozê yan na.
Ê de baş e, vê gavê bi xatirê we û şeva we bimîne xweş.
Ka ez herim biceribînim!..

5 Şubat 2022 Cumartesi

rojev mojev

Reîs bi koronayê ketîye!
Na na!
Dibêjin, 
"Korona bi Reîs ketîye!.."
Ev zêdeyî du salan e vîrusa covîdê bûye belaya serê dinyayê. 
Li seranserê dinyayê, ji hemû neteweyan zanist û zanyar bi haweyekî kolektîf anku bi hev re, pê ketine, bi şev û roj dixebitin ji bo ji vê malmîrata koronayê re dermanekî, çareyekê bibînin, lê mixabin, heta nuha ne dermanek peyda bû, ne jî çareyek hat dîtin.
Û wek her car dîsa Reîs bi hewara dinyayê ve hat!
Û koronayê pê girt!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Reîsê me!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Rêberê gelê me!
Ha wa Serok Reîs hat!
Ronayî bû, roj hilat!
Ha wa Serok Reîs hat!
Ronayî bû, roj hilat!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Reîsê me!..

Wa ye dîsa şofêrê terextora sergo anku şofêrê terextora çopê Hatîp Dîcle derket pêyasê.
Tê bîra we!
Şofêrê terextora çopê Xetîbo, fikra Kurdistana serbixwe bi xwe re bir li ser sergo vala kir û vegerîya, lê di şûna fikra Kurdistana serbixwe de, xwe li ser sergo ji bîr kir;
lewra 
fikra Kurdistana serbixwe, roj bi roj di nav keç û lawên kurdan de geş dibe, xurt dibe...
Lê...
Ka bê vê carê mezinên wî çi erk û wezîfe dayiyê!
Wa ye dîsa serê xwe ji qulê derxist û got,
"Xalo ez vaaa me!"

Li gorî encama lêpirsekê/anketekê, li Wanê serjimara mêran ji serjimara jinan zêdetir e. 
Mêr: 582 hezar
Jin: 560 hezar
Ferq: 22 hezar
Ji bo mêzîn serast bibe, hewce ye em 22 hezar jinî ji Ukranyayê transfer bikin.
Off!
Mêrên wanî û jinên ukranyayî...
Çi celebekî ecêb ê ji wan bikeve.

Tirk şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne.
We bihîstîye tenê rojekê tirk li dijî sûc û qebhetên dewleta xwe derketine?
Na.
Wê çaxê,
ker di ca biratîya gelan ne!

Gotina Dawî
Kê got qantir nazê?
Wa ye zaye!..




4 Şubat 2022 Cuma

teyrê tawis

hûn dikarin
xanîyan
gundan
bajaran hilweşînin
hûn dikarin
welatan bomberan bikin 
û hûn dikarin
hemû candaran biqelihînin
erê hûn dikarin
hûn dikarin
bi ser erdê de esmên jî bînin xwarê
xanî ji nû ve lêdibin
gund û bajar ji nû ve ava dibin
candar û şênî ji nû ve zêde dibin
lê ji bîr nekin
heger hûn kurdan bikujin 
û kurd nemînin
însanetî nîvco dimîne

vê sibehê
di rengê tawis de
we xweda kuşt
belkî jî
xweda bi xwe xwe kuşt
bihuşta li ser wan perîkan reng vedabû
bi qêrîna zebanîyan reş xeniqî

vê sibehê
mala kurdekî bi ser serê wî de hilweşîya
bi destê zarokên xwedayekî
agir ketibû mala wî kurdî
lê wî kurdî terka însanîyetîya xwe nedikir tu carî
ji hêlekê ve 
hewl dida bi hêsirên xwe vemirîne wî agirî
ji hêlekê ve jî 
agir bi kezeba wî ketibû
lewra 
mazûvantîya wî nîvco mabû 
nikarîbû ji mêvanên xwe re taştê çêke 
wî rebenî

erê 
vê sibehê 
di nav wî agirî de xweda şewitî
û bêhneke berazî belav bû li wî erd û esmanî

3 Şubat 2022 Perşembe

noş ji bêhişîya me re

"Aqilê ji kîsê xelkê"
Pêşîyên me gotîye, "Bila aqilê te ne ji kîsê xelkê be!"
Çima wer gotîye?
Ji ber ku,
heger aqilê te ji kîsê xelkê be, ew aqil ê ne di xizmeta te, ew ê di xizmeta xelkê de be.
Û jixwe werê ye jî!
Kesê rişma aqil dixe destê xwe, wî aqilî ji bo berjewendîyên xwe dibezîne.
Bi gotineke din:
Heger aqilê te ji kîsê xelkê be, ew aqil êdî ne aqilê te ye.
Ew gewde di bin wî aqilî de hemaltîyê dike, lê aqil wî gewdeyî ji bo berjewendîyên xelkê dibetilîne.
Em vegerin, werin îroj...
Îroj, ji ber ku aqilê me ji kîsê xelkê ye anku em hemaltîya aqil dikin, ew aqil li ser me tenê mîna barekî xuya dibe.
Û di bin wî barî de em dieciqin.
Dewleteke me tune ye.
Li ser axa xwe em mîna parsekan dijîn.
Bi aqilê xwe yê ne yê xwe em kodên belengazîyê li hev bar dikin.
Dewlet tune ye...
Ji bo dewlet çê bibe, neteweyek anku miletek hewce ye, lê ew aqilê ji kîsê xelkê nahêle em bibin netewe anku milet.
Û tenê ji neteweyan re anku ji miletan re dewlet heye.
Heger dewleteke te tune be, kes hesabê te jî nake; tu mayî, tu mirîyî, ne xema kesî ye;
loma...
Zimanê me li ber sekratê ye, qêreqêra wî di esmanê heftan re derdikeve, lê ji ber ku tu bêdewlet î, Xweda jî dengê te nabihîze.
Em ji ser axa xwe mîna bêhişan li seranserê dinyayê belav bûne û em çûne ku jî, li wir kes hesabê me nake, her kes me li gorî dewleta em jê derketine nas dike û her weha li wî cîyê em lê bi cî dibin jî, tenê pîneyek in.
Wextê aqilê te ne aqilê te be, xwîna te jî erzan e 
û bazirgan jî ji xwîna erzan hez dikin.
Heger aqilê te ji kîsê xelkê be, tu carî dewleteke te yê çênebe.
Û heger dewleteke te çênebe jî, di kokteylên dîplomasîya dewletan de, xwîna te şerab e.
Noş, ji bêhişîya me re!

Gotina Dawî
Pêşîyan gotîye, "Aqilê sivik, barê giran e" lê ji bo em bikarin di bin aqilekî giran de bi sivikî tev negerin, hewce ye em rişma wî aqilî ji destê xelkê derxin û ji bo xwe bibezînin!..





2 Şubat 2022 Çarşamba

enternasyonal

Porê wî dirêj, di her du guhên wî de guhar û li ser bêvila wî jî berçavkeke ecêb...
Rewşa xort bi Xalo pir ecêb hat; pir bala wî kişand.
Xalo her du destên xwe dan paş qûna xwe û bi awirên tije meraq ber bi xortê nûjen ve meşîya.
Bi tirkîyeke şikestî got:
-Tu ji ku yî, xwarzê?
-Ez ji Dêrsimê me
-Waa!
-Erê, xalo, lê çima bi te ecêb hat?
-Nizanim. Tew min tu şibandî ecnebîyan; min texmîn nedikir tu kurd bî.
-Xalo, jixwe ez ji kurdbûnê wê de me; ji zû de ye ez ji qalikê xwe derketime.
-Çawa yanî?
-Yanî ez bûme enternasyonal, enternasyonal!
-Ew çi ye, gidî?
-Yanî êdî ji bo min qîmetê nasname û ziman û netew û dewlet û sînoran tune ye.
Xalo destê xwe avêt paş stuyê xwe, xwirand û di ber xwe de got:
-Te quzê ca xwe xwaro! 

1 Şubat 2022 Salı

kurd û kurdî

Bi min, ji meseleya "kurdîhilbijêre"yê girîngtir mesele, meseleya rastnivîsîna nivîskarên kurd e.
Bi lez û bez hewce ye nivîskarên kurd xwe hînî rastnivîsîna kurdî bikin; 
yan na, li ser bergên kitêban navên we pir beloq xuya dikin.
Eyb e!
Qonaxa em hatine lê asê mane, hîn jî di wî serîyê mejî tê de li xwe heyirîye de meseleya "wî/wê-ê/î/a" çareser nebûye; hîn jî em nizanin em ê di hundirê metnekê de "wî/wê-ê/î/a"yan çawa bi kar bînin.
Û tew em radibin qayîşê bi edeb û edebîyata xelkê re dikişînin û doza xelata nobelê dikin.
"Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!"
Gelî ciwanik û ciwamêrên nivîskar ên qayîşê bi populîzmê re dikişînin û ji ber bêkêrîya we ziman li xwe dixe û digirî!
Di axaftin û nivîsandina kurdî de kesê nedîyar "nêr" e; ji "kes-ê nedîyar" jî dîyar e; lê zaroka nedîyar "mê" ye; her weha ji "zarok-a nedîyar" jî dîyar e.
Heger dilê meriv bi kurdî lêxe û mejîyê meriv bi kurdî fermanê belav bike, ev, ne meseleyeke pir zor e.
Bi kin û kurmancî,
sûc û guneh û qebheta rebena binhişîyê tune ye;
lewra,
kurdîbûn û nekurdîbûna we di binhişîya we de veşartî ye.

Yanî dikeve serê we, 
Evdila Başqan û Selo Başqan wek hev nefikirin?
Bi gotineke din,
Ka bifikirin, Evdila Başqan û Selo Başqan her du jî tembûrvan in û hatine li dawetekê lê dixin. Gelo dikeve serê we, wextê Evdila Başqan ji govendê re li miqamekî bixe û tam govend xweş bigere, Selo Başqan jî rabe miqam biguhere û bi miqamekî din lêxe?
Evdila Başqan reb e!
Pêxember tune ye.
Rêxistin ji bin fermana Evdila Başqan dernakeve.
HDP?
Li ser navê Reb, di navbera rêxistinê û dewletê de ji bo proje û senaryoyan enerjîyê xerc dike.
We got Reb!
Çendî rep bike jî, bîst û çar seetan di bin ÇAV de ye!.. 

Gotina Dawî
Heger IQ di qûna mirîşkê de be, aqil derdikeve parsê...
... ji bo kulmek mentiq!