4 Ekim 2020 Pazar

hestên tevlihev

Kurtesohbeteke pênc sal berê. 

Vê sibehê ez lê rast hatim, piçekî hestyar bûm û min xwest bi rêya blogê bi we yên nexwendîne re jî par ve bikim:


Vê sibehê serê min li ser çonga Seadetê paldayî me. 

Piçekî nerehet bûm, loma jî min xwe ji Stenbola xopan ber bi Mêrdîna xwe ve gindir kir. 

Hest û hîsên sîh sal berê...

Zivistana welêt...

Sobeya êzingan...

Û germayîya Seadetê...

Mijar vebû û em dûr û kûr çûn. 

Keçikantîya Seadetê...

Hest û hîsên ciwanî...

Rahmetîyê Cemîl...

Egîdî û mêrxasî...

Lêf...

Û eşqên li wî lêfî...

Go, "Dilê Edûlê di Cemîl de bû. Ji bo guman çênebe jî, Edûlê ez jî bi xwe re dibirim hevdîtinan...

Zaro bûm, lê êdî min dengê dilê xwe dibihîst.

Û min zanîbû di dilê min de lehîyek li hev diqulipe. 

Min ji dilê xwe re got, 'Dilo rewşa te ne tu rewş e. Min neke benîştê devê vî lêfî.'

Û Cemîl ji ser Edûlê vegerîya bi qudra Xwedê û berê dilê xwe da min."

Bişirî!

Min got, "Seadetê, te bavê min ji rê bir, ne weha?"

Got, "Na weleh, wî dilê xwe xist min, berxê min, lê bi dilê min bû jî, nikarim derewan bikim."

Keniyam!

Min got, "Seadetê, wer xuya ye, ez jî li rahmetîyê bavê xwe hatime, te got çi?"

Got, "Ma ji ku zanim, berxê min, qey werê ye."

Bi qasî kêliyekê serên me di ber me de, em ponijîn. Bi tîna agirê sobeyê re bala me belav bû. 

Hişê min çû cem welatiyên ku li ser axa welatê xwe bûbûn bîyanî û jîyaneke penaber dijîyan.

Min kesereke kûr kişand ji kezebê. Fitilîm ser Seadetê, min got, "Haa Seadetê!"

Got, "Kerem bike, ezbiqurban!"

Min got, "Em li ber agirê vê sobeyê nasitirin, hindik maye em xwe bi sobeyê ve bizeliqînin, ew rebenên li bin konan nuha çi dikin gelo?"

Çavên Seadetê tije bûn, deng jê derneket.

Min got, "Seadetê, heger ez di şûna Xwedê de bûma, piştî van rûdanan, min ê werîsek biavêta stuyê xwe, xwe bikuşta!

Got, "Ma jixwe ji mêj de ye deng û pêjna wî nayê. Belkî jî xwe ji kerba kuştibe, nizanim!"