21 Eylül 2018 Cuma

lehengê bîr û xewnan

Dibêjin, ku meriv bi helbestekê jî dikare bibe helbestvan! Ev helbesta nivîskarê malpera me Devliken Kelogirî îzbata vê yekê ye. Û meriv dikare bi dehan berevokên helbestan çap bike, lê ne helbestvan be, ji ber ku di wan berevokan da helbestek jî tune. 

Ji vê helbestê hîsek dixuliqe, ku kê ji zimanê xwe hez bike, wê ji hemû hezkirîyên xwe jî hez bike û hemû hezkirî jî wê jê hez bikin. Vêca dema asta bikaranîna wî zimanî wek zimanê Devliken Kelogirî ser dereceya bilind be, helbest jî têra xwe dagirtî û kûrfikir be, êdî ji qalibê helbestê dertê û dibe hunermendî.

Têmûrê Xelîl

Vê sibehê
Piştî banga melê 
û azana dengê çend dîkan,
hîn ro hilnehatibû,
ji nişka ve şiyar bûm.
Û tu niqutî dilê min, yabo!
Ne ku tu hatibûyî xewna min,
hema weha bê sebeb,
tu hatî,
te li deriyê bîra min xist.
Erê, tu niqutî dilê min,
lê girêkekê xwe li qirika min li hev bada.
Ne çû xwarê,
ne jî kela min rijiya.
Tengînefes bûm wê kêliyê!
Bêyî ku ez bigirîm,
hew min dît nîvniquteke hêsir diherike
ji qiraxa çavê min ê rastê.
Lê te ez çep çêkiribûm,
çima ji çavê min ê rastê?
Gelo eksê berê min dida rêyeke çep,
hişyariyek bû ev?
Nizanim.

Cemîlê Hisênê Îsa!
Mêrxasê dema xwe!
Hazircewabê civatan!
Lehengê xewnên jinan!
Wê rojê bi qasî bejnekê
min li wî wêneyê te yê li odeya yadê lê radikeve, nerî.
Te dî şipiya ye ew wêne.
Ne şaş bim, 
hefsî yî tu di wir de.
Bejn û bala te ya egîdî,
awirên fêrizî,
temberîka te ya bi hêla rastê ve şikinî,
simbêlê te yê mîna simbêlê aktorên sînemaya wê demê têra xwe cidî,
bedlê te yê modela îtalyanî
û wek her tim ew sekna te ya qure û bixudî...
Careke din min fêhm kir, 
bê çima bi xezebeke bêhudûd Seadetê dil xistiye te lehengî!
Ma hew Seadetê?
Hew Xwedê zane kî û ne kî...
Erê, Cemîlo!
Bavê mino!
Bi qasî dêya min e,
hîn jî dilketiya te ye ev jin.

De Xwedê bi xêr bigerîne, Cemîlê Hisênê Îsa,
mêvantiya te ya vê sibehê.
Piştî bi salan heger tu hatibî,
û te li deriyê vê bîrê xistibe,
yan av li bîrê şolî bûye
yan jî bîr ji bîr ketiye.

Hîn zû ye, ne wextê taştê ye.
Hîn şiyar nebûye ji xewê, Seadetê.
Lê bira tu zanibî,
piştî her banga melê,
di bin wê çavdêriya te ya mêrane de,
serî dihere sicadê.
Nuha di xew de ye.
Belkî di xew de bi te re ye...
De ka ez jî serî bavêjim xewê,
bê çi derdikeve ji vê bîrê,
bê çi derdikeve ji mêvandariya te ya vê sibehê...

14 Eylül 2018 Cuma

Hezkirina heywên yek ji elamet û nîşaneyên xwadayî ye

Seadetê rahişt sênîkekê û ber bi Reşo ve meşiya.
Sênîka ku xwarin tê de, li ber Reşo vala kir.
Reşo bi kêfxweşî xirpişî ser wê xwarinê.
Dû re Seadetê fitilî ser min û bi bişirîn got:
"Wê rojê ez çûm Amedê cem mala Sewdetê. 
Pismamekî min jî li Amedê rûdine. Jixwe tu nas dikî, Hecî Evdal. 
Zarokên wî ji me re şîv çêkirin. 
Goştê pez avêtin ser savarê. 
Em li ser sifreyê rûniştin, me şîva xwe xwar. 
Piştî me têr xwar, li ser sifreyê londera hestiyan çêbû. 
Reşo ket bîra min. 
Min got, 'Hecî Evdal, bonciyekî me heye, pir delalî ye. Heger ez van hestiyên ser sifreyê ji boncîkê xwe re bibim, hûn ê bi min nekenin?' 
Hecî Evdal keniya, got, 'Na na, em ê çima bi te bikenin. Xêr e.' 
Keçika wî rabû ew hestî ji bo min xistin kîsikekî û wexta ez rabûm, min rahişt kîsikê xwe.
Kîsikê min ê hestiyan di destê min de ez hatim li tirimbêlê siwar bûm û min berê xwe da malê. Erê weleh, ji bo Reşo min ji Amedê kîsikê hestiyan kir destê xwe û min ew hestî anîn Qoserê.
Min çawa sola xwe ji pê kir, min kîsikê xwe yê hestiyan bir li ber Reşo vala kir.
Reşo serî di ber de, teriya xwe kil kir di ser wan hestiyan de.
Ciwanikino! Ciwamêrino!
Hezkirina heywên, yek ji elamet û nîşaneyên Xwedayî ye.
Heger baweriya we ji Xweda hebe...

Gurên Lahmecûnan

Li Qosera Mêrdînê du kesên ji eşîra Bêreşiyan birçî dibin û diherin Dogan 47yê lahmecûnan bixwin.
Ji bo siparîşan garson tê cem wan:
-Kerem bikin, ez çi ji we re bînim?
-Hela ka tu anuha her ji me yekî re pênc lahmecûnan bavêjî firinê... Dû re Xweda mezin e!
Garson bi serê xwe erê dike û vedigere cem hosteyê lahmecûnan.
Pênc dibe deh, deh dibe panzdeh, panzdeh dibe bîst...
Piştî ku têr dixwin, ê di ber firnê de bi çikêrina lahmecûnan gêj, xwediyê restoranê kêf dike.
Du kesan tam şêst û heyşt lahmecûn xwarine.
Hesabê xwe didin.
Berî ji restoranê derkevin, xwediyê restoranê bi bişirîn difitile ser wan:
-Bi telaq, du muşteriyên min ên din jî wek we hebin, pişta min nayê erdê.

19 Temmuz 2018 Perşembe

Kurd û Netewperestî


Hîn jî em netewperestiya xwe û netewperestiya tirk-ereb-farisan di heman kategoriyê de dinirxînin. 
Dewletên wan hene…
Li ser axa dewletên xwe, bi awayekî azad,
bi zimanê xwe dipeyivin.
Bi rêya zimanê xwe, xwedan kulturek in.
Wêjeya wan, hunera wan, muzîka wan, sînemaya wan heye û ev dînamîk dihêlin ku di qada navnetewî de xwedan xatirek-qîmetek bin.
Û tevî van hemû destketî û xwedan xusûsiyetan jî, ji netewperestiyê wê de, li ser qirkirina kurdan nijadperestiyê-faşîstiyê dikin.
Lê bêvila me naşewite!

Berî hilbijartinan ez li taxeke Stenbolê dimeşiyam.
Jixwe dema hilbijartinan her tax û kolan û qad bi flama û al û weneyên partiyan dixemilin. 
Ez carekê li xwe zîvirîm ku tirimbêla HDPê ji wê de tê û dengê stranekê bi kurdî olan dide.
Du-sê gavan ji min wê de zilamekî navosere ku qilêr û qirêj û gemar ji her derê wî difûriya sar sekinîbû li hêla tirimbêla HDPê dinerî.
Him serxweş bû, him jî tînêr mînêr-balî malî kişandibû; bi zorê li ser nigên xwe diedilî.
Dema tirimbêla HDPê bi xezeb û bi strana kurdî di ber wî re derbas bû, bi dilq û mahdekî nexweş got, “Ez di quzê jina we terorîstan im! Ev der Tirkiye ye. Yek ziman! Yek milet! Yek dewlet!”
Erê, heta serxweş, tînêrkêş, esrarkêş, qewad û pêzevengên xelkê jî netewperest in, lê em qaşo welatperwer û şoreşgerên welêt ji sibehê heta êvarî qûnalêsî û xwelîseriyê dikin.
Wekhevî!
Biratiya Gelan!
Demokrasî!
Sosyalîzm!
Komara Demokratîk!
Jiyaneke Ekolojîk!
Û hwd…
Û dû re em gazinan dikin, “Çima dewleteke me jî tune ye?”
Berî meriv bibe xwedan dewlet, pêwist e ewil meriv bibe milet.
Û ji bo meriv bibe milet jî hin tiştin divê.
Ziman…
Û bi hebûna wî zimanî, kulturek, wêjeyek, hunerek, muzîkek, sînemayek, bi kin û kurmancî, civakek ku bi nirxên kurdî xemilîbe divê…

Rengê we, baweriya we, îdeolojiya we, tercîhên we çi dibe bila bibe, berî her tiştî, heger hûn welatekî ji xwe re bixwazin, pêwist e hûn ji zimanê wê axê hez bikin û bi zimanê wê axê li wê axê guhdarî bikin-bipeyivin, yan na ew ax ê guh nede we û hûn ê tenê di bin wê axê de bibin kulmeke ax, bêyî ku li ser we tiştekî nuh şîn-şên bibe.
Piçekî din ez meseleyê zelal bikim:
Ji bo hûn bibin xwedan dewletek û li ser axa wê dewletê bi awayekî azad û serbixwe hûn bibin her tişt, pêwist e hûn bi helwesteke netewperestî xwe ji zîhniyeta netewperest a faşîst biparêzin.
Berê bibin netewperest, li ser dînamîkên netewperest xwe bikin cîranê cîranên xwe, dû re wê netewperestiya ku hûn aciziyê ji ber dikin, hilweşînin û lîberal tevbigerin.
Bibin çepgir…
Bibin rastgir…
Bibin dîndar…
Bibin qûnek…
Bibin qûnde…   
Bibin enternasyonal…
Bi kin û kurmancî, hûn çi dixwazin, bibin ew.

Îdeologê tirk Nîhal Atsiz gotiye:
“Heger kurdekî xwe ji kurdbûna xwe şuşt û xwe wek tirkekî dît jî, hûn dîsa wek kurdekî lê binerin û muameleya kurdekî pê re bikin.”
Yanî hûn xwe bi ava zemzem û kewserê jî bişon, di çavê tirkekî de hûn her kurd in.
Lê heger hûn ê bibêjin, ne xema me ye,
ne xema min e jî û hûn sax.


18 Temmuz 2018 Çarşamba

Qereçî û Kurd

"Xwezî me jî bi qasî qereçiyan ji kurdî hez bikira"

-PARADOKS-

Qereçiyên nav me pir resen-hur in. Kurmanciya wan zêde nelewitiye; heta ez karim bibêjim hîç nelewitiye. Xwebixwe ne û zêde kar û barên fermî nakin, loma her bi kurmancî dijîn.
Li çiya û zozan û beriyên Kurdistanê bi rengê axê, bi zimanê axê dijîn. Pîne li zimanê wan neketiye.
Cemîlê aşiq-qereçî, yek ji aşiqên Mêrdînê yê herî berbiçav-popîler e. 
Şahê defê ye. 
Di dawetên herî navdar û rewşên herî awarte de her ew li pêşiyê ye û defa wî di stuyê wî de, her dike gurmînî...
Wê rojê ew û birayê min li deverekê li hev rast tên û dipeyivin.
Birayê min wek her xortî telefona wî di dest de di feysbûkê de ye. 
Cemîlê me li kêleka wî rûdine. Û lêgerîna birayê min a li ser feysbûkê bala wî dikişîne, difitile, li ser stuyê xwe re lê dinere. 
Birayê min di rûpela min de ye, nivîsên min dixwîne. 
Cemîlo çav li wêneyê min dikeve. Çav di serî de dibin tas. 
Bi haweyekî ecêbmayî dibêje, 
"Ahoohoo! Ev kî ye law? Çi simbêlê wî heye. Viya kare bi simbêlê xwe zilaman daliqîne." 
Birayê min dikene, dibêje, "Birayê min e." 
Piçekî din xwe li ber xweş dike, dibêje, "Ez viya nas dikim, kuro. Ev ne hunermend e?" 
Birayê min dibêje, "Nivîskar e." 
Piqînî bi Cemîlo dikeve, dikene, dibêje, "Kuro, ma navê wî çi xweş e; him Devliken, him Kelogirî..." û dîsa dibe hakehaka wî. 
Piştî kêliyekê zingînî bi telefona wî dikeve. Tu nabê hinan mitorsiklêtê wî dizî ye û yê lê digere diz kifş kiriye. 
Ji nişka ve dengê wî bilind dibe û hêrs û aciziya wî li wê derê olan dide. 
Peyva xwe xelas dike nake difitile ser lawê xwe, dibêje, "De heydê bilezîne em herin. Maşalê jina wî ciwan be. Em ê îro li kêfê xin..." û lê dixin diherin...

-ARAF-

Em qerf û henekên xwe bi qereçiyan dikin, lê qereçî ji me duristir û dilsoztir in. 
Qet nebe vediguherin çi, heqê wî tiştî didin. Me ew di nav xwe de asîmle kirin, lê îro ew ji me bêtir li ruhê kurdî xwedî derdikevin.
Tirkan hatin em dagir kirin, em veguherîn xwe-em kirin tirk, lê îro ne em wek xwe kurd man, ne jî em bûn tirk...

-TRAJEDÎ-

Hoo kurdino!
Bes xwe biêşînin, bes xwe aciz bikin. Û bes serê xwe bi kurd û tirkan re biêşînin; jixwe piştî demeke ne kin û ne dirêj, em ê hemû vî kirasê tirkî li xwe kin û ev mesele yê jî ji kokê de hal bibe.
Jiyan bi tercîhan dimeşe.
Û tercîha kurdan entegrebûn e.
Entegrebûn jî mertal e ji bo tirkîzmê.

-PERDEYA DAWÎ-
Piştî mirina kurdan û mirina xwedayê berê û nuha, kurdî yê li ser xweliya bêxîretiya wan, ji nû ve ji alî xwedayekî nuh şên bibe.

-GAZÎ Û HEWAR-
Kurdînino!
Zimanê xwe ji jahra van zimanfiroşan veşêrin.
Hûn zimanê xwe biparêzin, da ku ew ziman roj were,  ji qirbûna we re bibe mertal.


14 Temmuz 2018 Cumartesi

Kêfa Kêfo lê qewitî


Wê salê hîn nuh televizyonan dest bi weşana fîlm û bernameyên erotîk kiribû. 
Li ser her xaniyî peykek hebû. 
Dema meriv li ciyekî bilind li bajêr dinerî, bajar wek erdekî kuvarkan xuya dikir.
Havîn bû...
Wê salê jî wek her sal her kes li ser xaniyan radiket.
Kêfo jî yek ji wan doxînsist û tolazan bû ku her şev piştî malî radiketin, bi dizî ji ser xênî peya dibû, dihat xwe li ber televizyonê pîs dikir û carina jî xwe ji yên di televizyonê de pîstir dikir.
Dîsa şevek ji wan şevan, heraretê Kêfo radibe û xew nakeve çavan.
Heta derengê şevê xwe dide benda dê û bavê xwe, da rakevin û ew jî dakeve jêr, here li ber televizyonê rûne û bayekî ji ber serê xwe berde.
Bi wî halî di xew re dihere.
Carekê çavên xwe vedike ku seet çarê sibê ye; bi dizî û hêdîka xwe ji selemê bera jêr dide.
Di tariyê de dihere xwe li ber televizyonê vedixe û çav li ser çîp û memik û qûnên tazî zîz dibin.
carekê ku destê wî bêhemdê wî dihere nav şeqên wî; kîr lê bûye sing.
Hebekî miz dide, difirkîne, lê bi zuhayî kurmê wî naşikê, radibe dihere serşokê.
Derpiyê xwe dadixe heta çongan û bi sabûnê dibe çelpeçelpa wî. Tam êdî dike pişta wî bê û bi xwe xweş bîne, bi pêjna reşekî li ser stuyê xwe re dizîvire ku bavê wî wek kabûsekî ziq lê dinere.
Kîrê wî di nav destê wî de bi awayekî ceryanê pê girtiye û ecêbmayî sar disekine.
Bav dibêje:
-Qawet be ji te re, berxê min.
Kîrê Kêfo di nav destê wî de, deng jê dernakeve.
Bav dewam dike:
-Nesekine berxê min, nesekine; dewam bike.
Kêfo bi lez derpiyê xwe dikişîne ser navika xwe û direve ser xênî; di nav nivînan de xwe dike term.
Dibe sibe, her kes ji xew şiyar dibe, dadikeve jêr, lê Kêfo ji fediya hetîketiyê xwe li xew datîne. Ro bilind dibe; di bin lihêfê de xwêdan ji kejika stuyê wî diherike qelîşteka qûnê, lê nabêje ay serê min jî.
Hefteyekê bi rû bavê xwe nakeve.
Rojekê bav lê dinere ku weha nabe, xwe dide bende.
Kêfo dadikeve jêr ku bavê wî hîn derneketiye.
Bav dibêje:
-Normal berxê min. Eyba vî tiştî tune ye. Xortanî ye; me jî di xortaniya xwe de qûn û qûş li keran diqetand.


8 Temmuz 2018 Pazar

Kurd bi qasî kurdî hene

Rast e, mamoste Îsmaîl Beşikçî wek tirkekî destê xwe datîne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nake; her vê brînê kul dike, kul dike da em bi jana brîna xwe bihisin.
Dema em bi xwe qala jana vê brînê dikin, zêde tesîrê nake, lê dema ji zimanê mamoste Îsmaîl Beşikçî dizê, ew zayîn deng û olan dide.
Ji dil ez vê helwesta mamoste Îsmaîl Beşikçî pîroz dikim.
Sosyolog e û lewma jî ji sosyolojiya kurdan baş fêhm kiriye.
Xwedîlêderneketina kurdî, kurdan ber bi qirbûnê ve dibe û jixwe qir dibin jî êdî, hêdî hêdî...
Li seranserê Tirkiyeyê-Kurdistan jî di nav de, bi qasî sîh milyon kurd dijîn.
Lê çi qas ji wan kurd in?
Çi qas ji wan bi rengê xwe yê kurdî dijîn?
Sîh?
Bîst?
Deh?
Û ne pênc jî...
Ji roja ku min xwe nas kiriye û ez ji xwe re dibêjim ez kurd im, ez têgihiştime ku kurdbûn bi kurdî dest pê dike, wekî din kî çi dibêje, tenê derew e, xwe û derdora xwe xapandin û megalomanî ye.
Ji roja roj min gotiye, ji destê kurdekî berhemeke ne bi kurdî, bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurtir dike-ferz dike.
Ne tenê kesên bi zimanê dagirkeran dinivîsin, siyasetê dikin, kar û barên rewşenbîrî bi rê ve dibin, herweha nivîskarên xwedêgiravî xwe wek şowalyeyên zimanê kurdî dibînin jî, dema berhemên xwe diqulipînin-werdigerînin zimanên dagirkeran, di nav heman nakokî-paradoks-xwenezaniyê de ne. Û bi tenê xizmetê ji dagirkerên xwe re dikin.
Mamoste Beşikçî li ser Selahadîn Demîrtaş rexnenivîsek nivîsiye. Dest û dilê wî sax bin, lê jixwe roja ku li zindana tirko min bihîst Selahadîn dest bi eşqa tirkî kiriye, min ew rexne kir û min heman xalên di vê nivîsa xwe de mamoste Beşikçî destnîşan kirine, wê rojê yek bi yek nivîsîbû.
Lê baş e, Mamoste jî vê zîhniyeta ku bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurt dike-ferz dike, xistiye nav çavên me.
Lê ka ew çav ku bibînin...

6 Mayıs 2018 Pazar

Heger ne fen e, ev çi ben e!

Yan di stratejiyê de şaşiyek heye yan ev stratejî stratejiyeke şeytanî ye.‬
‪Nizanim, hezar dek û dolab tên aqilê meriv.‬
‪Çima weha difikirim?‬
‪Îhtimala ku namzedê serokomariyê yê HDPê bibe serokomar, heger ne di bin "0"ê re be, ne di ser "0"ê re ye jî.‬
‪Lê îhtimala ku namzedên parlamenteriyê yên HDPê bibin parlamenter zêde ye.‬
‪Çima Selo nekirin bernamzed ji bo parlamenteriyê, lê kirin namzedê serokomariyê?‬
‪Heger dilê we bi ser Selo ve ye, çima we ev kir?‬
‪"Heger ne fen e, ev çi ben e?" ji qewla bav û kalan.‬
‪Êdî meriv hew zane wê ji çi bawer bike.‬
‪Komplo...‬
‪Teorî...‬
‪Tirk...‬
‪Çep...‬
‪Çepîtî...‬
‪Gelo van bêbavên tirkperest bi zaneyî Selo avêtin nav lepên gur û çeqel û roviyan an xwestin Selo têkeve rojevê û mîna kelemekî di çavên wan re here?‬
‪Her çi be jî bû û derbas bû.‬
‪Li ser dijminatiya partiyên tirk û li ser bêbextiya bêbextên di nav kurdan de, êdî ji bo Selo divê herkes dev ji her teoriyê berde û bi destek û piştgiriyeke mezin di dil û mejiyê neyarên xwe de biteqe da heger komployeke şeytanî hebe jî bi wê destek û piştgiriyê ew komplo pûç bibe.‬
‪Bi salan e ev bêbav me dixapînin û em êdî hîn bûn.‬
‪Lê hînbûn her tim ne xûyeke baş e. ‬
‪Hînbûn pirê caran nahêle meriv ji qalibên kurmî rizgar bibe.‬
‪Loma jî divê êdî em nebêjin, "de tişt nabe, ji xwe halê me her ev hal e, emrê me ji Xwedê re."‬
‪Divê êdî em vî halê xwe jî, vî aqlê xwe jî biguherin û hew bi lîstik mîstikên dijmin bixapin.‬
‪Madem Selo avêtin nav êgir, de werin ji êgir re avê bikşînin bi dilê xwe.

29 Nisan 2018 Pazar

Li ser Rembetîko...

Dema min li "Rembetîko" temaşe kir, careke din ez bûm şahidê "kultura diziyê" ya tirkan.

Gelo tirk ji Asyaya navîn nehatibûna Anatoliya û Kurdistanê dagir nekiribûna, îro wê bi çi pesnê xwe bidana?

Û ne tiştek.

Piçek ji rûman, piçek ji ermeniyan, piçek ji lazan, piçek ji ereban, piçek ji kurdan û bi pîneyên ewrûpiyan ji xwe re kulturek çêkirin.

Û ya trajîkomîk, bi me hûn hene, lê hûn me tune dihesibînin.

Di esasê xwe de hûn tune ne.


Derhêner Costas Ferrîs fîlmekî serkeftî diyarî sînemayê kiriye.

Ji destpêka fîlm heta dawiya fîlm, meriv bi pêlên muzîkê diherike.

Lê sahneya fînalê tesîreke ecêb li ser min hişt.

Di vî fîlmî de dîsa kifş dibe ku huner tenê ji azadiyê hez dike û guh nade astengan. 

Di demeke xwe ya fire de li vî fîlmî temaşe bikin, hûn ê poşman nebin.

23 Mart 2018 Cuma

Kertîperestî

Kurdên ku ji ruhê nijadî bi dûr ketine, bi hev re ketine pêşbaziya humanîzmê û bi zîtokên mejîsistî îmanê li ruhê nijadperestiyê diçikînin!
Bajooo!
Ji qewla helbestvanekî:
"Piştî çûna te,
 bi ser sergoyê bajêr ketibûm, 
dimeşiyam..."
Erê, 
piştî çûna mejî, 
li welatê xwelîseran ez li nîvkîlo mentiq digeriyam.
Mejî di alifên dewaran de,
ker û golikan dilê xwe dibijandin mentiqê.
Pîştî çûna te,
serî bû qûn, qûn bû serî
û ji dêvla gotinan gû herikî ji zimanê te...
Yanî li gorî mentiqa van xwelîseran ew humanîst in em nijadperest.
Çima?
Ji ber ku 
em bi helwesteke "nijadperestî" li dij dagirkeriya dagirkeran disekinin.
Ji ber ku
em ji tesîra hebûna dagirkeriya dagirkeran a li ser xwe aciz in.
Ji ber ku
li hember zimanê wan em zimanê xwe,
li hember kultura wan em kultura xwe,
li hember nirxên wan em nirxên xwe diparêzin, ew humanîst in, em nijadperest.
Û hezar heyf û xebînet, ev xwelîserina van rûreşî û bêbextî û rexneyan jî bi helwest û zimanê dagirkerên me li me digirin.
Hîn û hîn "sûcê miletan tune ye, sûcê sîsteman heye" li gorî nêrîna wan.
Û miletên van sîsteman, bi oldar û ateîstên xwe, bi çepgir û rastgirên xwe, bi netewperest û lîberalên xwe, bi nezan û zanayên xwe piştgir û piştevanên sîstemên xwe ne.
Lê hûn xwelîserino?
Dev ji vê qûnalêsiya xwe berdin.
Heger hûn ne xwedî dewlet bin, hûn nikarin bibin nijad jî.
Loma jî nijadekî tune nikare nijadperestiyê jî bike; heger bike jî tenê nijadên din ê bi qûna xwe bi wan bikenin.
Hoo xwelîserên ji xwe dûr!
Hûn ne wek xwe man, ne jî bûn wek kujer û dagirkerên xwe.
De bikin hewtehewt û bizirin heta hûn can didin û dibin berate.
Û ji bîr nekin!
Di bin axê de kurm û mar û tûpişk ê jî dilê xwe nebijînin berateya we;
ji ber ku hûn hilikî heram in.


15 Mart 2018 Perşembe

Hema Wilo

Xwedayê jêrîn ewqas ne ehmeq e rabe rişma rêvebiriya sîstemeke weha ecêb ku şîfreyek di hundirê şîfreyekê de veşartiye têxe destê Trump û Putîn.
Trump û Putîn, tenê fîguran in di nav van şîfreyên di hundirê xwe de şîfreyan dizê.
Û hîn em nebûne şîfreyek ji wan şîfreyan, mixabin...
"Huner çep û çepele
Şev û roj here were
Karê me Kurda ev e
Xebat û kêyf û şer e
Rê dûr e delîv teng e
Huner evîn û ceng e
Şivano bêje bêje
Êvar e li me dereng e"
De ka fermo em bi hev re li strana Şivan Perwer a bi navê "Lo me çi kir" guhdarî bikin...

Gelo Şivan jî li vê stranê guhdarî dike yan tenê got û derbas bû.
Bi ya bin, gotiye û derbas bûye, lewra ew bi xwe jî bêyî ku haya wî ji van şîfreyan hebe pirê caran çeqoberî lê dixe û dihere...



11 Mart 2018 Pazar

Kurd-Dewar

Kurd
Kurdewar
Kurd-dewar
"d"yek kare bi qedera meriv bilîze.
Bi "d"yekê meriv dibe kurd,
bi du "d"yan meriv dibe dewar.
Û mixabin dewar ji kurdan bêtir in.

Tesîr ji tesîra seksê xurtir tune ye.
Di dinyayeke mêrane de anku di dinyayeke mêr desthillat de, tesîra jinê ji tesîra mêr bêtir e.
Mêr birçiyê quz e û quz jî quzê jinê ye.
Bixwaze dide, nexwaze nade.
Împaratoran împaratorî li ser quz kirin.
Lê kurd hîn jî hînî tesîr û hêza quz nebûne.
Û kurd tenê ji bo pirkirina zarokan seksê dikin, mixabin.
Quz huner e;
divê meriv bi awayekî estetîk li dorê here were.

Min got:
"Tu çi cahil û nezan î."
Xwe qure kir, got:
"Min çar salan zanîngeh xwend. Zirdîplomeyeke min heye. Tu ji kê re dibêjî, "cahil û nezan, axe?""
Êdî li zanîngeha fakulteya cahil û nezaniyê ava bûye.
Piştî perwerdehiyeke akademîk-zanistî ya çar salan meriv dibe cahil û nezanekî zanistîk.
Ez cahil û tu nezan,
em ê bi hev re bikin dîlan
û bijî pêşketina mejiyê însanên ne însan...

Ev serê çend rojan e pişta min diêşiya.
Şaş fêhm nekin, ne ji ber niyhandin mîhandinê ye.
Ya rast, hûn şaş fêhm bikin jî hûn zanin.
Axir, ji haziran çêtir nebe, li nexweşxaneyekê hevalekî min doktor e.
Ez lê geriyam, da ji bo MRê ji min re randevûyekê eyar bike.
Ciwamêr pê re pê re ji min re randevû stend û li min geriya.
-Devliken, tu îşev karî werî vir?
-Kengî?
-Piştî nehan.
-Erê, ez karim.
-Baş e naxwe. Îşev hevalê nobedar yê MRê kurd e û te nas dike. Nuha jî kitêba te ya Doxînsistîzmê dixwîne. Dilê wî jî heye têkeve terîqata me, seyda.
-Wey Xweda kêmaniya we nede.

Belkî kitêbên min bi hezaran nayên firotin, lê tesîrê li dilê çend kesên dilsoz dike.
Jixwe ji me re dostên dost, dostên dilsoz lazim in.
Û hûn sax!







10 Mart 2018 Cumartesi

Em Mazoşîst in

Ez li bajarekî Îngilistanê hatibûma dinyayê û li gundekî Londonê mezin bûbama, îro wek gundiyekî îngiliz min ê li gorî çarçoveya kultura îngilizan şivantî bikira û li çiya û zozanên wê li pey pez ew ê bi ewoewoya min bûya bi îngilizî.

Ez li bajarekî Fransayê hatibûma dinyayê û li gundekî Parîsê mezin bûbama, îro wek gundiyekî fransî min ê li gorî çarçoveya kultura fransiyan karê şerabê bikira û li nav rez û bexçeyên wê min ê ji tirî şerab çêbikira him vexwara, him jî bifirota bazarê bi fransî.

Ez li bajarekî Japonyayê hatibûma dinyayê û li gundekî Tokyoyê mezin bûbama, îro wek gundiyekî japonî min ê li gorî çarçoveya kultura japonan masîvanî bikira û li nav bahrê piştî girtina her masiyî min ê bigota "banzaî" bi japonî.

Ê heyran, em kurd in û li gorî çarçoveya kurdî çêdibin, mezin dibin û bi firê dikevin.
Jiyan her jiyan e, li ser her axê û li her welatî.
Û li ser her axê jiyan bi zimanê wê axê tê jiyîn.
Dema meriv zimanê wê axê biguhere, bi genetîka wê axê tê lîstin û mîna meriv li ser kerpîçên herînî bi keviran xanî lêkê, ew kesayet virnî dimîne anku xurt li ser xwe naedile.
Her cara em ê qala jiyîna kulturekê bi zimanê wê kulturê bikin, hin bêbav ê derkevin ji me re felsefeyeke beradayî biparêzin.
Heyran, heger we baş bi felsefeyê zanîbûya, jixwe we yê zanîbûya tiştên ku hûn diparêzin li dij sosyolojiya wê axê, li dij sosyolojiya wê felsefeyê ye.
Însan û ziman, mîna ax û kuulturê bi hevdu girêdayî ne.
Heger bi zimanê wê axê kulturek ava bûbe, hûn nikarin bi zimanekî din wê kulturê bijîn.
Her ax bi kultura xwe û her kultur bi zimanê xwe xweş e û geş dibe.

Tu ziman ji tu zimanî ne pîroztir e,
herweha tu ziman ji tu zimanî ne kêmqîmetir e jî.
Tu netew ji tu netewî ne pîroztir e,
herweha tu netew ji tu netewî ne kêmqîmetir e jî.
Çawa ku her kes bi zimanê xwe, bi netewa xwe serbilind û serfiraz e,
mafê kurdan jî heye bi zimanê xwe û netewa xwe serbilind û serfiraz bin.
Lê ev tercîhek e.
Kes nikare bi zorê kesî bike kurd,
herweha kes nikare bi zorê ji kesî re bibêje, ""tu çima kurd î" jî.
Êş û xweşiya wê ji me re,
ji ber ku em bi dilê xwe-ne bi zora kesî dikin.
Em ji wê êşê kêf û zewqê jî distînin.
Em mazoşîst in, çi ji we re?
Lê ji kerema xwe re ji mazoşîstiya me re nebin mazot.
Û hew!

8 Mart 2018 Perşembe

Mele Evdî û Hecî Hemê

Li ber sekratê li ser nivînê xwe vekitîbû.
Çav sist, bêtaqet, lihêf kişandibûn heta binya rîha wî.
Çend ta rîh ketibû bin lihêfê, çend ta rîh jî li ser lihêfê bel sekinîbûn.
Jina wî li ber serê wî hêsir digindirand.
Piştî çend deqeyan meleyê gund teva şaşik û cubê xwe derbasî hundir bû.
Hecî Hemê bi zorê çavên xwe vekirin.
Bi dengekî mirarokî kir pistînî:
-Keçê ji wî quzjingeyî re bibêje bila neyê li ber serê min rûnene, bêhna mirinê jê difûre.
Hecî Edlê di ber xwe de got:
-Tobe! Tobe!
Mele Evdî hat li ber serê Hecî Hemê rûnişt. Kêliyekê bêdengî çêbû.
Mele Evdî got:
-Hecî, tu dikî ji dinyaya derewîn koç bikî herî dinyaya rastîn. Eşheda xwe bîne.
Lêvên Hecî Hemê zuha bûbûn. Xwest bipeyive, ziman negeriya.
Hecî Edlê destê xwe xist ber serê wî serê wî piçekî rakir, ji tasa avê ya li ber serê wî qurteke av dayê. Zimanê xwe bi dora lêvên xwe xist û di ser xwe re li Mele Evdî nêrî, got:
-Tu kî yî? Tu hatiyî ruhê min bistînî?
Mele Evdî bişirî, got:
-Na Hecî, ez Mele Evdî me. Te xwe şaş kir. Hîn dor nehatiye Ezraîl.
Hecî Hemê li jina xwe nêrî, dû re fitilî ser Mele Evdî, ziq li çavên wî nêrî, got:
-Ez bikutim jina te, Mele Evdî!
Hecî Edlê şaş û ecêbmayî li Mele Evdî nêrî, şerm kir, got:
-Mele, li qusûra wî nenêre, dike ruhê xwe teslîm bike, nizane dibêje çi.
Mele Evdî hêrs bû, got:
-Ker di jina wî ne! Ez cara ewil dibînim di ber sekratê de kîrê yekî radibe.
Fitilî ser Hecî Edlê, got:
-Heşayî te Heciyê!
Hecî Edlê got:
-Jixwe Hecî jî niyhabû jina te, em bûn ji ber hev, tişt nabe, Mele.
Mele Evdî devê xwe xist guhê Hecî Hemê, got:
-Bi xêr dema tu çûyî dinyaya rastîn, li vê dinyaya derewîn ez ê ji bo te CDyeke taybet hazir bikim û bînim têxim ber kevirê serê te, tu yê bibînî bê kî dikute jina kê. Dema tu aciz bûyî jî, lê binêre û bi xwe xweş bîne.

7 Mart 2018 Çarşamba

Kurdî Heram e

Em zanin kurdî zimanekî heram e û kurd ji heram hez nakin.
Herweha pariyê heram di qirka wan re derbas nabe.
Lê mixabin, em jî tenê karê heram dikin 
û mîna meriv li nav jinbiyan kîrê xwe derxe em hewl didin kurdiya heram bifiroşin kurdên helal.
Ne sûcê wan e, sûcê me ye.
Heta nuha jî min çavê xwe bernedaye pereyê kitêban.
Min nivîsiye, çap bûye û weşangeran û kitêbfiroşan ji xwe re li hev kirine.
Ji her çapekê sed kitêbek jî dane min, min jî li dost û nasên xwe belav kirine.
Belkî ez şaş bim, lê min dil nekiriye li ser kursiyekê rûnim, xwe qure bikim û kitêban îmze bikim.
Wek ku meriv bi zorê malê xwe di stuyê xelkê rake.
Ya rast, dema Doxînsistîzm çap bû, li ser daxwaza hevalê weşanger min xweliyeke weha carekê li serê xwe kir, 

lê dû re poşmam bûm, mîna şeytan bi min bikene.
Kurdî hîn nebûye zimanê kurdan, em hewl didin mîna zarokên xelkê yên têr xwe binepixînin.
Kurd hewl didin derbasî kultura popîler bibin, 

lê zimanê xwe li pey xwe dihêlin.
Bi kîrê xelkê niyhandin nabe!
Axir, min xwest bibêjim min tu carî bi çavê bazirganî li nivîsandina kurdî nenêrî-xwezî ew derfet hebûya û min jî wek xelkê karîbûya ji zimanê xwe pere qezenç bikira; ew tiştekî din e.
Kurdî heram e û kurd ji heram hez nakin.
Berî nuha bi du-sê mehan kitêba min a sisiyan "Xweşzûgotinokîzm" derket.
Jixwe dema derket ez ne li welêt bûm, li Bakuyê bûm.
Li ser daxwaza hevalan min jî ji zarokan re got çel-pêncî kitêbî bibin Şevîn Cafeyê da hevalên li Stenbolê dijîn karibin bi dest xin.
Zarok pêncî kitêbî dibin datînin Şevîn Cafeyê.
Du meh di ser re derbas bûn, xwediyê Şevînê ciyê xwe dewrî ciwamêrekî din dike. 

Jixwe her du ciwamêr jî nas in.
Axir, rojekê min ji wan zarokan re got, "ka hela bipirsin bê çi hat serê wan kitêban?"
Yek dispêre yê din; xwediyê berê dibêje ew, ê nuha dibêje ew...
Cafe bi milyaran dewrî hev kirin, ew pêncî kitêb di danûstendina wan de wenda bûn; her duyan jî xwe lê nekirin xwedî.

Ya rast ez heq didim wan jî; 
her kitêbek bi sed euroyî ye; 
pêncî kitêb pênc hezar euro dike.
Di rewşeke wek rewşa îro de pênc hezar euro heqê texsiyekê ye.

Loma jî normal e hesab li bin guhê hevdu ketiibe û serê wan tevlihev bûbe.
Nahlet li çavê şeytên bê!
Min jî ji ciwamêrekî re got here binêre, yên çûne hey çûne, yên mane bi xêra xwe belaş li keç û xortên xwendekar belav bike.
Erê bi serê we, eynê weha.
Me dev ji piştgirî û destekê berda, qet nebe bi nav kedê de nemîzin gidî.
Û di dawiya vê gotarê de ez dîsa dubare bikim:
Kurdî heram e, kurd helal in û kurd malê heram naxwin.

5 Mart 2018 Pazartesi

Midnight Express-Trêna Nîvê Şevê

Midnight Express-Trêna Nîvê Şevê, fîlmekî xweş û têra xwe balkêş.
Bill Hayesê emerîkî dema dixwaze ji Tirkiyeyê vegere welatê xwe, berî têkeve balafirê polîsên tirk wî bi du kîlo eroîn digirin.
Û piştî wê girtinê tofaniyeke nedîtî tê serê wî.
Di hefsê de tiştên gardiyan û rêvebirên hefsê tînin serê vî belengazî nehatiye serê kûçikekî kuçeyan ê gurî.
Ji bo du kîlo eroîn, rebeno bi saxî mirinê tahm dike.
Lê di dadgehê de mîna meriv cercûrekê di serê hev de vala bike li pêş çavê dadger û dozger û polîs û eskeran dilê meriv li tirkan rehet dike.
"Heta nuha min dengê xwe nekir. Min bêhna xwe fireh kir, lê ez ê êdî xwe negirim, lewra we bi min da bawerkirin ku piştî pêncî û sê rojên din ez ê azad bibim. We ew hêvî da min, min xwe hêvîdar his kir, lê nuha hûn hêviyên bin ji binî de dikujin. Bi min pir komîk tê ku neteweke wek we beraz, ku bêhna berateyan jê difûre, tew ne eyb û ne fedî hûn ji goştê berêz re dibêjin heram e. Ez bikutim keç û lawên we, ji ber ku hemû beraz in! Tu jî beraz î dadger. Hûn hemû beraz in. Bila Îsa van bêjiyên heram bibexşîne, lê ez ê wan nebexşînim. Ez ji we û dewleta we nefretê dikim. Ez ji we hemûyan nefretê dikim."
Bi rastî di vî fîlmî de jî eşkere dike bê em bi qewmekî çawa re dijîn.
Bê em bi hovîtiyeke çawa re rûbirû ne.
Di vî fîlmî de rastiya vê zîhniyetê destnîşan dide.
Di vî fîlmî de em dibînin derve, hundir ferq nake, her der dojeh e.
Her kê firset dît bila li vî fîlmî binêre, pêşniyar dikim.




3 Mart 2018 Cumartesi

Na

Nizanim, dibe ez dîn an tiredîn bim jî,
yan jî serserî û beradayî.
Ne normal im, bi xwe zanim, lê heger hûn normal bin jixwe ez wê normaliyê naxwazim.
Tew ez dibêjim ê normal ez im, hûn in anormal.
Temam, ez qebûl, meriv çi bixwaze meriv wê bike û jixwe dike jî.
Lê ez bikutim mejî ku bi kêrî mentiqê nayê!
Yan jî ez bikutim wê mentiqê ku ji wî mejiyî dizê!
Kêm zêde heman wateyê didin, lê di destê meriv de çiqas alternatîf hebe baş e.
Yaw ma di bedenekê de du labat li heman hêlê nanerin?
Çav li hêlekê, guh li hêlekê ne...
Poz li hêlekê, ziman li hêlekê ye...
Qûn li hêlekê, serî li hêlekê ye.
Kengî-çi wext kesayet weha belawela bû, nizanim.
Gelî ciwanikên bedew û ciwamêrên çeleng,
anuha hûn ji çi hez dikin bikin, lê...
Erê, lê ne xav bin!
Xav nayê xwarin û kî tahm bike lê hayil dibe.
Xwe bin, xwe.
Û bi min, rast û duristbûn ne zor e yaw!
Ya zor û zahmet derew û lîstin e.
Û hûn lehengên derewan in.
Derew jî derew jî,
erê derew jî sinhet û huner e.
Lê carina pere dike, carina nake.
Mesela:
Di huner û sînema û wêjeyê de derew pere dike û meriv pê navdar jî dibe,
lê di qada însanetiyê de, na.
Na!
Ji bextê we re dibêjim na.
Ji ûjdanê we re dibêjim na.
Ji kesayeta we re dibêjim na.
Ji sekn û helwesta we re dibêjim na.
Ji derdê we, her tu tîpên ku pirê caran nivîsên min dixemilînin, li ber çavê min lewitîn, bûn du dijmin.
Li "n" û "a"yê dinêrim, mejiyê min dileqe.
Offf!
Ez di rebê tîpan nim!
De biqeştin herin ji xwe re rakevin.
Jixwe piçika aqil di serê min de hebûya, vê seetê ez ê ne li ser dilê kompîturê, li ser dilê xanimeke bedew veketîbûma.
Seet çi ye?
Seet çûye li quzê dêya melê sekiniye, hindik maye azan bide.
Ez berê xwe bidim kê jî vê seetê derî li min venake.
Bise ez ji xwe re fîlmekî vekim û piştî fîlm herim serê xwe bişom. Belkî wê çaxê ez ê karibim bi rehetî serî bavêjim xewê.
Ez çûm...

1 Mart 2018 Perşembe

Paradoks

Malbat bi xwînî ye.
Malbat ji çend kesan pêk hatibe, ew xwîn wan kesan bi hevdu girêdide.
Dê, bav, bira û xwişk...
Baş, xerab ji hevdu qut nabin.
Çawa ku başiya yekî tesîreke erênî li malbatê bike, herweha xerabiya yekî jî bi awayekî neyînî tesîrê li malbatê dike.
Bi hev re,
di başiyê de serbilind in, di xerabiyê de serberjêr.
Lê bi ya min, pêwist e hin tişt biguhere.
Heger birayê min bêkesayet û pûşt be, ne mecbûr im ez jî wê bêkesayetî û pûştiya wî qebûl bikim û xwe jî wek wî bikim bêkesayet û pûşt.
Heta merheleyekê meriv kare li pî barê hevdu rabe, lê piştî merheleya bêkesayetî û pûştiyê dest pê kir, pêwist e meriv nekeve pey herikandina wê xwînê.
Cehenma xwînê kiriye heger ew xwîn ê min bibe li tofana qirêjiyê biqewimîne.
Wek nimûne:
Birayê min kesekî welatperwer û xweşmeriv e, lê ez xayîn û merivekî qirêj im.
Heger birayê min nikaribe min ji wê qirêjiyê vegerîne jî, heqê wî li wî tune ye ku xwe bi min bilewitîne û min û xwe di çarçoveya qirêjiyê de rê bide û li çavên însên binêre bibêje, "birayê min e, xayîn be jî birayê min e, xwîna min e."
Di vê jiyana qahp î pûşt de, başiyê jî wateya xwe ji bîr kiriye.
Başî ew e ku hewce bike karebe nahletê li xwe jî, li xwîna xwe jî bibarîne.
Başî ew e ku hewce bike karibe ji hemû rengên xerabiyê re bibêje xerab in.
Lê mixabin,
ez dibînim gelek kesên di civatan de qala maqûlî, ciwamêrî, welatperwerî û xweşiyê dikin, di heman demê de bi wan taybetmendiyên xwe yên baş re dikevin nav nakokiyeke ecêb.
Bira pûşt e, bira bêkesayet e, bira rezîl e, bira xwefiroş e, bira qahp e, lê ew pişta xwe dide bext û ûjdanê xwe, piyê xwe di piyê birayê xwe re derbas dike û dimeşin bi awayekî serbilind.
Encam:
Xwe nexapînin, jixwe em naxapin.
Hûn hemû bêkesayet û pûşt in!


28 Şubat 2018 Çarşamba

Hec û Umre

Hec ne bes bû, umre jî derket.
Yê dihere hecê dibe hecî, lê yê him dihere hecê, him dihere umrê dibe çi gelo?
Hechecîk?
Nizanim, lê sosreteke mezin e.
Wek henekekê ye, lê bira ye.
Ez tirk û ereban fêhm dikim, bes derdê kurdan çi ye?
Tirk û ereb xwedan dewlet in û bi wê serxweşiyê her fanteziyê dikin,
çûna hecê jî fanteziyek e ji bo wan.
Lê em?
Yek têr, deh birçî mîna parsek û belengazan em li bin guhê dîwaran dikevin,
ji tenêtî û bêxwedîtiyê em hew zanin em ê destê xwe ji bo çi vegirin ji bo çi venegirin, ev ciwanik û ciwamêr her sal radibin diherin bi hezaran dolar li dolarên wan erebên pîs î fahş zêde dikin.
Hec...
Hec nebû, umre...
De îja ew erebên pîs î fahş jî bi pereyên van bêhişên me diherin li Ewrûpa û Emerîkayê li hotelên pênc-şeş-heft stêrk li ser pêsîr û navikên fahîşeyan araqê vedixwin û bi cizba îlahî dikevin.
Berê kal û pîr diçûn xweliya hecê li serê xwe dikirin, lê piştî îslam bi awayekî siyasî wek şewbekê ket nav xelkê, êdî xort û ciwan, kal û pîran wek aksesuar bi xwe re dibin.
Mîna jinên strîptîzî dikin, ew mêrên nîvtazî, li ber çavên wan berçavkeke seksî, di nigên wan de sandaletên buha yên bi markaya xwe navdar
û bi telefonên Iphone 7-8-9-10 çiqeçiqa wan e xwe dikişînin anku selfî dikin.
Ez bi xwe wexta çav li wê rewşa wan a meymûnî dikevim, mahdê min ji min dixele ku ez jî wek însan di wê kategoriyê de me.
Serî heye,
çav hene,
guh hene,
poz heye,
dev heye,
ziman heye,
lê ya ku van lebatan bi rê ve bibe tune ye.
Mejî!
Seriyekî vala û bê mejî.


26 Şubat 2018 Pazartesi

Wekxwebûn

Meriv çi be, meriv ew e;
ne kêm, ne zêde...
Yanî qûna xwe belot nekin. Serê we di bin axê de ye
û tav dide qûna we.

Eşîr-eşîrtî bi zemên re duguhere.
Çawa hin qehreman piştî demekê kare bibin xayîn û hin xayîn jî piştî demekê kare bibin qehreman,
zîhniyeta eşîrtiyê jî doh xerab bû, îro baş e.
Doh xerab bû, ji ber ku di navbera kurd û Kurdistanê de zir dîwarek bû. 
Min digot eşîra min,
te digot eşîra min,
wî digot eşîra min,
me digot eşîra me,
we digot eşîra me,
wan digot eşîra me.
Îro baş e, ji ber ku di navbera hebûn û nebûnê de qaweteke sosyolojîk-civakî ye.
Piştî bi derketina partî-rêxistinên siyasî-politîk re, kurd polîtîze bûn, bi wê polîtîzebûnê re kurdayetî di nav kurdan de roj bi roj mehiya-hiliya-şikest;
lê di vî şerê siyasî-politîk de zîhniyeta eşîrtiyê di navbera man û nemanê de dîwarekî stûr-qalind lêkir; 
anku bi vê zîhniyetê kurd ji dewletê dûr ketin, lê vê zîhniyetê nehişt wek netew-milet kurd wenda bibin.

Pir nivîskar-derhêner-stranbêjên ku gelek însan bi serê wan sûnd dixwin, min kitêb-fîlm-stranên wan di nêvî de terikandiye.
Û paşê ez têgihîştim ku gelek kes ji gelek tiştan fêhm nakin û dinirxînin û rexne dikin.
Em ne mecbûr in wek hin kesan binêrin-bifikirin.
Û hin kes jî ne mecbûr in dilê xwe bibiijînin me; 
dilê xwe nebijînin me,
hûn hûn in,
em em in.
Lewra,
Em dilê xwe bibijînin çi em dikin.
Hûn nikarin,
ji ber ku hûn nikarin hûn ê biêşin.
Xwe neêşînin da em jî li ser we neêşin.

Di navbera erê û nayê de di erênayê de nemînin;
heger na, hûn ê jî wek min him ji Stenbolê bimînin, him ji Mêrdînê.
Gelo ez nuha li ku me?
Her kê ez dîtim, ji kerema xwe re bi telefona hevalekî-hevalekê li min bigere,
ev du roj in ez bê telefon im.
Bi rastî jî tenê ji bo rehetî û konfora bêtelefoniyê mabe, ez ê piştgirî û destekê bidim fikra jiyana ekolojîk,
lê xwediyê vê fikrê ne xuya ye.

 
 

21 Şubat 2018 Çarşamba

Şêrîno Zimano

...
Teva binkirasê xwe yê tenik ê saya ku dora sermemikên wê di bin de bi rengekî qahweyî çav diezibandin gunehan, li ber paceya odeya rojhilat sekinîbû.
Ji çavên nepişî diyar bû nuh ji xewa şêrîn şiyar bûbû.
Pace vekirîbû û bayekî hênik xwe li nav porê wê diqewimand.
Porê wê yê hineyî, li ber nerbûna wî bayê hênik nazê xwe dikir li tava nuh xwe rê dida.
Serê memikan xwe li binkirês diqewimandin, mîna mihîneke rehwan bi xezeba siwarekî hêçketî bi çargavî bibeze, ji ber maç û ramûsanên şeva çûyîn.
...
Ziman, mirêka hest û hisan e.
Ziman, dil e.
Ziman, deng û qîrîna wê axê ye ku em li ser dijîn.
Ziman, pênasa jiyîna kulturî-ramanî-kevneşopî ye.
Zimanê axekê çi be, meriv li gorî zimanê wê axê digirî-dikene, diêşe-şad dibe.
Meriv bi kîjan zimanî bijî, hest û hisên meriv li gorî wî zimanî dibezin...
Û ziman çi be, dil jî ew e.
Kesayeta meriv li ser zimanê meriv ava dibe, şên dibe, geş dibe û rûdine.

11 Şubat 2018 Pazar

Sat Axa Satil Axa-Qûn Axa Qantir Axa


Heyat her çiqas rezîl û teres be jî destê meriv jê nabe;
loma jî,
di ambiyansên romantîk de, li ser mêrxasî û qehremaniyeke birçî qûna qedehên şerabê li hev nexin û bi gotinên qure û bi sloganên têr xwe nekin mêrxas û qehremanên birçî.
Em zanin bê çend ta mû bi qûna kê ve ye.
Piçekî giran bin!
Ji mêj de ye kêfa min hew ji siyaseymegalomaniyan siyasetmedaran re tê, lê wê rojê nûnerekî
HDPê-nav ne hewce ye, peyveke xweş kir.
“Li ber tvyan rûnenin û bi derew merewên çapemeniyê-medyayê mejiyê xwe nebetilînin; ji xwe re Tolstoy bixwînin…”
Jixwe me Tolstoy xwendibûya, hûn nedibûn nûner…

Balkêş e, îslamîstên terk-î însan, li pêş çavên hemû pêxemberan dest avêtin namûsa Xweda, tenê kurdan namûsa wî parast, lê mixabin îro, ne li jêr, ne jî li jor xîret peyda nabe;
Xweda xwe kerr kiriye, pêxember lal in.
Û wek her car dîsa, di ber “bê”namûsiya Xweda û “bê”xîretiya pêxemberan de kurd tenê dimirin.
Mirineke bi xîret sed carî çêtir e ji jiyaneke rezîl û teres…

Kurd neteweke ecêb e.
Ne ji xwe re sîstemekê dixwaze, ne jî entegreyî sîstemên xelkê dibin.
Wexta ruh anarşîst be, ne ji xwe re sîstemekê dixwaze, ne jî ji tu kesî re.
Berî her kesî divê kurd bi ruhê xwe re şer bikin û ew ruh were qanihkirin.
Û Xweda sadîst e.
Li asîmanê heftan li bin siya darekê rûniştiye, vîskiya wî di dest de, bi bêhişiya zarokên xwe serxweş dikeve û piştî wê serxweşiyê bi orgazmeke ekolojîk demsalan diguhere.
Lê kurd her tim di heman demsalê de ne;
demsala xwînê!
Heger Xweda ne sadîst bûya, ji dêvla bi hezaran ziman, ew ê tenê zimanek çêkiribûya û hemû zarokên wî yê di bin siya wî zimanî de bisitiriyana.
Û em ê ji şewba netewbûn û dewletbûnê xelas bibûna.
Lê ji berk u Xweda zarokên xwe bi xwe çêkirine, dê jî ew e, bav jî…
Û ji ber weha jî, em nikarin bibêjin, “Yan xal e, yan fahl e”
Bav sadîst e, zarok jî li bav tên.

Seet dudu û nîv û hîn min taştê nexwariye.
Jixwe berî ez dest bi vê nivîsê bikim, min çayê danîbû ser êgir.
Li ser êgir nuha çaya min bûye qetran mîna şerabeke tîr.
Seadetê ji me re kulmeke qelî anîbû ji welêt.
Ez rabim qeliya xwe biavêjim binê miqilkê û du-sê hêkan biavêjim ser.
De hûn bixwînin;
ji we re qawet, ji min re efiyet be…


16 Ocak 2018 Salı

Bextê Xweda Tune ye



Mûrad û Sadiq heval in.
Mûrad kesekî dilpak û piçekî kawik e; Sadiq jîr û jêhatî ye; nanê xwe ji kevir derdixe.
Pîqabeke Mûrad heye, lê ew pîqab belasebeb li ber derî betal sekiniye.
Sadiq tê ji Mûrad re dibêje, "Mûrad, tu feqîr î; zarokên te hene. Ka were em ê ji halê fêkî û zebze bikirin li pîqaba te kin û bibin ji xwe re li gundan bifiroşin. Karekî baş e û ez jî, tu jî ji xwe re pariyeke nan bixwin."
Pêşniyar û teklîfa Sadiq xweşiya Mûrad dihere û roja din serê sibehê radibin diherin pîqabê dikişînin halê, fêkî û zebzeyên xwe dikirin, li bîqaba xwe bar dikin û didin kezeba rê berê xwe didin gundên hêla Dêrikê.
Meha rojiyê ye.
Mûrad bi rojî ye, Sadiq ne bi rojî ye.
Piştî li çend gundan digerin dibe êvar wexta fitaran.
Panzdeh-pîst deqe maye ji fitaran re.
Nêzîkî gundekî ne.
Mûrad diajo, Sadiq li paş pîqabê ye.
Rê ne xweş, keremkortî ye.
Koncalek derdikeve pêşiya pîqabê.
Sadiq devê xwe tije dike ku bibêje "baldar be" Mûrad li koncalê diqelibîne û tekerê pîqabê diteqe.
Ji hêrsbûna ronî di çavên Mûrad de namîne.
Deriyê pîqabê vedike derdikeve derve; her du destên xwe ber bi jor vedike û dibe barebara wî, "Ka wek te bû? Te niyha dêya me! Te dilê xwe li me rehet kir? Ma meriv li hev wer dike! Meriv li evdê xwe wer dike! Ji sibehê heta êvarî ez xwe tî-birçî bihêlim ji bo te rojiyê bigirim, tu rabî li min wer bikî! De bi telaq min hew rojî girt û va ye ez ê rojiya xwe bişikînim! Û bila te niyha be min ku ez careke din ji bo te rojiyê bigirim!.." û ji Sadiq re dibêje, "Tu ka wê şûşeya avê!"
Sadiq li seeta destê xwe dinêre, deh deqe ji fitaran re maye. Û şûşe di dest de ji ber wî direve.
Li dora pîqabê hevdu gêj dikin.
Mûrad xwe digihîne Sadiq, şûşeya avê ji Sadiq distîne û bi ser xwe dadike; têr vedixwe û dibêje, "Oxxx! Min kir te!"

2 Ocak 2018 Salı

Min ê Dua Bikira

Nizanim em çi navî li vê nexweşiyê bikin?
Zekema Teknolojîk?
Almewta Elektronîk?
Şewba Xwelîserîk?
An Bapêşa Mejîsistîk?
Gelo ev nexweşî tenê li cem me kurdan heye yan ev nexweşî nexweşiyeke navnetewî ye?
Li ser medya sosyal li çare û dermên digerin.
Yek wêneyê bavê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Bav li ser kêlekê veketiye derpiyekî xetxetî kişandiye ser atlêtê spî, ziman ji dev kişiyaye mîster Ruhstîn li benda emrê birêz Xwedê ye.
Yek wêneyê dêya xwe li ser rûpela xwe belav dike-Dê li ser piştê veketiye, her du destên wê ji wê fireh, çav bi zorê diherin ser hevdu.
Yek wêneyê kalkê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Kalik bi xwe êdî gazî mîster Ruhstîn dike da kêliyekê berî kêliyekê were wî ji wî ezabî xelas bike.
Yek wêneyê pîrka xwe li ser rûpela xwe belav dike-Pîrik li ber sekratê ye, belkî mîster Ruhstîn bi xwe jî xwe negihîne ser.
Ji me şopînerên xwe ji bo dê û bav, pîrik û kalik û nizanim çiyê xwe dua dixwazin da nexweşên wan sipîsax bibin.
Heyran!
Heger min zanîbûya tesîra duayên min ewçend xurt e, duayên min ê ne ji bo dê û bav û kalik û pîrika te yên mîster Ruhstîn jî hew kare wan xelas bike bûna.
Mesele,
Kurdî kurd celî kirine; min ê dua bikira da ku kurdî kurd efû bikira.
Civak ji nezaniyê ji pez xerabtir bûye; min ê dua bikira da ku civak piçekî li mejiyê xwe hayil bibûya.
Mirîdîtî prosesa piştî qansêrê ye û ji sedî heyştê kurd bûne mirîd; min ê dua bikira da ku ew mirîd bi cizma êqil biketana û li xwe vegeriyana yan jî heger venegeriyana jî bimirana û em ji wan xelas bibûna.
Partî û rêxistinên kurdan ji xêndî kurdan ji her miletî re xizmetê dikin; min ê dua bikira da ku piçekî bi kurdî çend nifir li dijminên kurdan jî bikirana.
Serokên kurdan ne serokên kurdan e, serokên malbat-eşîr-derdor-zîhniyet-îdeolojiya xwe ne; min ê dua bikira da ku serokekî kurdan jî wek serokê xelkê çêbibûya û serê me ji ber bilind bûya.
Ne bext maye, ne ûjdan; min ê dua bikira da ku ev miletê xwedan dîrok û medeniyet li bext û ûjdanê xwe vegeriya.
Ji xwelîseriya siyaseta siyasetmedarên ji siya xwe ditirsin, helwest bi kurdan re nema ye; min ê dua bikira da ku kurd bibûna xwedan helwest.
Em hew jinên xwe ji mêran nas dikin; min ê dua bikira da ku jinên me jî bibûna wek jinên xelkê bedew-seksî û bêhna jinîtî û şehwetê ji wan bifûriya.
Ol û îdeolojiyan malik li me kurdan xera kirine; min ê dua bikira da ku xela li ol û îdeolojiran rabûya.
Ji tesîra siyaseteke qirêj, ne huner, ne edebiyat, ne jî sînema pêş dikeve li ser axa welatê min; min ê dua bikira da ku kesî hew qala siyasetê bikira.
Zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê bi zimanê vê civakê nizanin, min ê dua bikira da ku zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê zimanê nas bikirana û bielimiyana. 
Heyrana çavê we!
Heya dor were dê û bavê we, pîrik û kalkê we, li ser zimanê min ne "D" dimîne, ne "U" dimîne, ne jî "A". 

Tecrûbeya Ewil

Elawedîn û Qudbedîn du pismam in û li gund dijîn.
Çavên xwe vekirine xwe li gund dîtine.
Tenê rojên cejnan çûne bajêr.
Emrê wan bi şivantiyê derbas bûye.
Rewşa wan nebaş dibe, êdî şivantî hew bi qîma wan tê.
Dipeyivin, bi hev dişêwirin, biryarê didin herin Stenbolê û piştî haziriya xwe dikin berê xwe didin Stenbolê.
Xwe li Hemdîn digirin.
Hemdîn jî gundiyê wan e.
Hemdîn berî ew werin ji wan re kar jî dîtiye.
Axir, tên Stenbolê, Hemdîn dihere wan ji otogarê radihêjê û wan tîne malê.
Êvarî li ser sifreyê rûdinin, bi hev re şîvê dixwin.
Piştî şîvê çaya xwe çêdikin û datînin ber xwe.
Him çayê vedixwin, him sohbet dikin.
Ji vir, ji wir peyv tê ser meseleyên fiqurî.
Her du pismam piçekî jî fedîyok in.
Li hevdu dinêrin û dizîvirin ser mazûvanê xwe.
Elawedîn dibêje, “Hemdîn, daxwazeke me ji te heye.”
Hemdîn bi awayekî meraqdar dibêje, “Tiştekî ku ez karibim…”
Elawedîn li Qudbedîn dinêre, lê napeyive.
Hemdîn dibêje, “Bibêjin, hûn çi ji min dixwazin?”
Elawedîn dibêje, “Weleh pismam va ye emrê me bû bîst, lê ji quzê keran pê ve me quz nedîtiye. Berî em dest bi kar bikin te ji me re du qahpik bianiya û me kîrê xwe biçêranda…”
Hemdîn dikene, dibêje, “Ya rehet ew e. Sibe êvarî ez ê hal bikim.”
Roja din êvarî her du pismam li malê ne li derî dibe grmînî.
Qudbedîn bi lez dihere ku derî veke.
Ku derî vedibe, Hemdîn û yekî bi simbêl li devê derî sekinî ne.
Qudbedîn dibêje, “Tu bi xêr hatiyî xalo.”
Hemdîn digere nagere wê êvarê jin bi dest nakeve, ew jî dihere ji taxa qûnekan ji wan re qûnekekî tîne.
Derbasî hundir dibin. Hemdîn û qûnekê bi simbêl li ser qoltixekê, Elawedîn û Qudbedîn jî li kêleka hev li ser qoltixekê rûdinin.
Kêliyekê deng ji kesî nayê.
Dû re Hemdîn ji yê qûnek re dibêje, “Derbasî wê odeyê bibe.”
Yê qûnek radibe ser xwe dihere derbasî odeyê dibe.
Her du pismam bi awayekî şaşbûyî û ecêbmayî li hev dinêrin.
Hemdîn li Qudbedîn dinêre, dibêje, “Qudbedîn ka berê tu derbasî hundir bibî, li benda te ye.”
Qudbedîn ewil li Elawedîn dinêre, dû re dizîvire ser Hemdîn, dibêje, “Hemdîn, ez ê di wî nim an ew ê di min ne?”


Serê Salê Binê Salê

Ji roja em ji dawa dêya xwe dikevin heta roja em dîsa li dêya xwe vedigerin, tenê zemanek heye;
temen anku emir...
Û dê her tim ji kezeba xwe re dibêjin, ”Emrê min ji te re be, berxê min."
Anku "Ji emrê min têkeve ser emrê te, berxê min.”
Roj bûne hefte, hefte bûne meh, meh jî sal.
Û sibe em derbasî saleke din dibin; ji temenê me saleke din kêm dibe,
lê salek li tecrûbe û zanîna me zêde dibe.
Min ji xwe re du şûşe bîra û du şûşe şerab kirî.
Wek salên berê ez ê li ber televizyonê rûnim û ji xwe re li qenalekê bigerim; di kîjan qenalê de dansoz hebe ez ê li ser wê qenalê bisekinim û li ber reqsa wê dansozê xwe bi bîra û şerabê waftîz bikim.

Dansoz!
Dansozan dev ji dansoziyê berdan ji ber dansoziya bêaran.
Di siyasetê de dansoz...
Di edebiyatê de dansoz...
Di hunerê de dansoz...
Di têkiliyên hevaltiyê de dansoz...
Di hez û eşqê de dansoz...
Ji serî heta binî dinya bûye dansoz.

Dinya!
Ji roja dinya ava bûye heta nuha, bi rêya ol û îdeolojiyan însan hîç wext ji zîhniyeta pez xelas nebûne.
Wek pez dinêrin.
Wek pez difikirin-nafikirin.
Wek pez guhdarî dikin.
Wek pez îtaat dikin.
Wek pez meriv berê wan dide ku diherin wir.
Bi vê zîhniyetê pêdivî bi mejî tune ye; mejî di hundirê wî qafikî de tenê kulmeke mast e.

Pez!
Pez rengekî din ê mirîdtiyê ye.
Mirîd kwîr in.
Mirîd kerr in.
Mirîd mîna mirîşka gêj gêj û sewsî ne.
Û bi saya serê van mirîdên kwîr-kerr-gêj îsal jî kurd ji nekurdan rizgar nebûn.

Kurd!
Anku kesên bi kurdî dijîn.
Kurdîjiyîn.
Meriv hez û eşq û êşên xwe dike bêjê û bi wan bêjeyan zimanekî diafirîne.
Ew ziman dibe meriv bi xwe.
Û ez te, tu wî, ew ê din hîn dike û em hemû bi hev re dibin qewmek bi xêra vî zimanî.
Meriv hînî zimanekî din jî bibe, ew ziman ê nikaribe wek zimanê meriv ji hez û eşq û êşên meriv re bibe deng;
her tim hêlekê xav bimîne.

His!
Meriv bi hiskirinê nabe kurd.
Meriv bi kurdî dibe kurd.
Di nava rojê de meriv herî pir kîjan zimanî bi kar bîne, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.

Ziman!
Ziman man û neman e.
Û heger rojekê zimanê we ji we bikeve, li erdê hûn kîjan zimanî bibînin, êdî ew e zimanê we.
Qewmek li ber mirinê be, zimanê wî qewmî kare ji nû ve wî qewmî vejîne,
lê heger zimanê wî qewmî li ber mirinê be, ew qewm bi mirina zimanê xwe re dimire û hew radibe.

Serê salê, binê salê, xwedê zimanekî bide vî qewmê li ber sekratê!