27 Ekim 2020 Salı

ger û geşt

Ev du roj in deng û pêjna min nayê.
Serê sibehê şîyar dibûm û bi şev berî raketina vedigerîyam malê.
Doh ez û Hemdila- him dostê min e, him merivê min e. Ewladekî baş, mêrekî çê, bavekî qenc û dostekî hêja ye-, me berê xwe da Midyadê. 
Wexta meriv ji Qoserê hildikişe, digihêje Mêrdînê, tevî ku ne dûrî hev in jî, mîna meriv ji parzemînekê derbasî parzemînekê bibe, du bajarên ji hev cuda ne.
Li Qoserê kultura gundîtîyê serdest e, li Mêrdînê kultura bajarvanîyê...
Heger rojekê vegereke min hebe, teqez ez ê li Mêrdînê bi cî bibim û bijîm. 
Jîyina wê ya modern û medenî heger ji ya Stenbolê ne wêdetir be, ne kêmtir e.
Axir, ji bo dîyarîya Leylanê min soz dabû hevaleka xwe Gulê- Gulê wek navê xwe gul e û tenê xweşî jê difûre. Xwezîya min bi dilê xwendevanên wê-, loma min got hey em ê di Mêrdînê re derbas bibin, ez emanetê wê deynim deverekê. 
Erê, min emanetê wê bir teslîmî kafeyekê kir, dû re bi telefonê ez lê gerîyam, min haya wê jê çêkir û em ketin rêya xwe, me berê xwe da Midyada xopan...
Ji Mêrdîn heta em gîhaştine Midyadê, ez û Hemdila çavên me her duyan li her du qiraxên rê, em li petêxan gerîyan, 
lê demsal ne demsala petêxan e heyran, ne petêx, ne jî zebeş bi ber çavên me ketin.
Bila Kekê Xelîl- Bavê Sîmko-, li me negire û heta sala bê bifîkîne.
Li nav Midyadê em nesekinîn, rasterast em derbasî manastira Mor Gabrîel a suryanîyan bûn.
Ew manastir li cîyekî pir xweş ava bûye. 
Cîyê wê bilind û hawîrdora wê çîyayên nizm lê bi dar xemilîye, çendî ne gur be jî...
Bi rêbertîya rêberekî ciwan ê suryanî me manastir nas kir.
Piştî ger û naskirina manastirê, hêdî hêdî me hîs kir em birçî dibin.
Navnîşan dîyar bû, berî em ji Qoserê derkevin, me gotibû em ê li Kafro's Pîzzeria pîza bixwin.
Suryanî jêhatî ne. 
Gundê ku di salên 90î de xera bûbû, ji nû ve ava kiribûn. 
Suryanîyên piştî hilweşandina gund çûbûn li Ewrûpayê bi cî bûbûn, vegerîyabûn, ji nû ve gundê xwe ava kiribûn, 
lê çi û çawa avakirin!
Her xanîyek mîna koşkekê-qesrekê...
Bi kevirên derdora Mêrdînê gundek ji xanîyên bêhempa ava bûye. 
Meriv xwe li bajarekî herî modern ê Ewrûpayê hîs dike.
Û di nav gund de jî Kafro's Pîzzeria...
Helal be ji ciwamêran re!
Tenikbûna hevîrê pîzayê, pijandin, terz, tahm, bi rastî jî ne kêmî pîzayên îtalîyayîyan bû.
Vê sibehê jî Hemdila berê me da Wêranşahrê.
Ka meriv ji bo çi dihere Wêranşahrê, nizanim.
Ji Qoserê jî nexweştir e.
Lê jixwe em ji bo xwe neçûn, ji bo xatirê her du dayikan (Meryem û Seadetê) em çûn me serîyek da Nebî Eyub-Eyub Pêxember.
Em li ber serê wî rûniştin û ji xêndî min rêhevalên min dest bi dua û îbadetê kirin.
Çendî beşdarî îbadeta wan nebûm jî, di dilê xwe de ez bi Nebî Eyub re peyivîm, ji bo zû bi zû nekevim antropozê, min peymanek bi Nebî Eyub re îmze kir.
Li gorî peymanê:
1-Heta nodsalîya xwe ez ê ji hukim nekevim.
2-Ji ber doxînsistîyê guneh ê ji min re neyê nivîsandin.
3-Her ji bo orgazma jinekê du xêr ê ji min re were nivîsandin.
4-Ji nuha şûn de ez ê dîn û pêxemberan li ber çavê însên reş nekim.
5-Heger li hember jinekê fedîkar derkevim, doxîna min li stuyê min bigere û negihêjim mirazê xwe, xwe bi xwe peyman betal dibe û heta talîya emrê xwe ez çi gunehî jî bikim, Nebî Eyub ê bibe kefîlê gunehên min, loma jî ew guneh ê tesîrê li sicîla min neke.
Piştî lihevkirina li ser vê peymanê, em derbasî restorantekê bûn û me li kibaban xist û em vegerîyan malê...
Navê restoranê jî pir balkêş bû:
"Pisîka Bi Sebir"
Wexta meriv ji Qoserê dihere Wêranşahrê, berî meriv têkeve Wêranşahrê li hêla çepê dikeve.