19 Temmuz 2018 Perşembe

Kurd û Netewperestî


Hîn jî em netewperestiya xwe û netewperestiya tirk-ereb-farisan di heman kategoriyê de dinirxînin. 
Dewletên wan hene…
Li ser axa dewletên xwe, bi awayekî azad,
bi zimanê xwe dipeyivin.
Bi rêya zimanê xwe, xwedan kulturek in.
Wêjeya wan, hunera wan, muzîka wan, sînemaya wan heye û ev dînamîk dihêlin ku di qada navnetewî de xwedan xatirek-qîmetek bin.
Û tevî van hemû destketî û xwedan xusûsiyetan jî, ji netewperestiyê wê de, li ser qirkirina kurdan nijadperestiyê-faşîstiyê dikin.
Lê bêvila me naşewite!

Berî hilbijartinan ez li taxeke Stenbolê dimeşiyam.
Jixwe dema hilbijartinan her tax û kolan û qad bi flama û al û weneyên partiyan dixemilin. 
Ez carekê li xwe zîvirîm ku tirimbêla HDPê ji wê de tê û dengê stranekê bi kurdî olan dide.
Du-sê gavan ji min wê de zilamekî navosere ku qilêr û qirêj û gemar ji her derê wî difûriya sar sekinîbû li hêla tirimbêla HDPê dinerî.
Him serxweş bû, him jî tînêr mînêr-balî malî kişandibû; bi zorê li ser nigên xwe diedilî.
Dema tirimbêla HDPê bi xezeb û bi strana kurdî di ber wî re derbas bû, bi dilq û mahdekî nexweş got, “Ez di quzê jina we terorîstan im! Ev der Tirkiye ye. Yek ziman! Yek milet! Yek dewlet!”
Erê, heta serxweş, tînêrkêş, esrarkêş, qewad û pêzevengên xelkê jî netewperest in, lê em qaşo welatperwer û şoreşgerên welêt ji sibehê heta êvarî qûnalêsî û xwelîseriyê dikin.
Wekhevî!
Biratiya Gelan!
Demokrasî!
Sosyalîzm!
Komara Demokratîk!
Jiyaneke Ekolojîk!
Û hwd…
Û dû re em gazinan dikin, “Çima dewleteke me jî tune ye?”
Berî meriv bibe xwedan dewlet, pêwist e ewil meriv bibe milet.
Û ji bo meriv bibe milet jî hin tiştin divê.
Ziman…
Û bi hebûna wî zimanî, kulturek, wêjeyek, hunerek, muzîkek, sînemayek, bi kin û kurmancî, civakek ku bi nirxên kurdî xemilîbe divê…

Rengê we, baweriya we, îdeolojiya we, tercîhên we çi dibe bila bibe, berî her tiştî, heger hûn welatekî ji xwe re bixwazin, pêwist e hûn ji zimanê wê axê hez bikin û bi zimanê wê axê li wê axê guhdarî bikin-bipeyivin, yan na ew ax ê guh nede we û hûn ê tenê di bin wê axê de bibin kulmeke ax, bêyî ku li ser we tiştekî nuh şîn-şên bibe.
Piçekî din ez meseleyê zelal bikim:
Ji bo hûn bibin xwedan dewletek û li ser axa wê dewletê bi awayekî azad û serbixwe hûn bibin her tişt, pêwist e hûn bi helwesteke netewperestî xwe ji zîhniyeta netewperest a faşîst biparêzin.
Berê bibin netewperest, li ser dînamîkên netewperest xwe bikin cîranê cîranên xwe, dû re wê netewperestiya ku hûn aciziyê ji ber dikin, hilweşînin û lîberal tevbigerin.
Bibin çepgir…
Bibin rastgir…
Bibin dîndar…
Bibin qûnek…
Bibin qûnde…   
Bibin enternasyonal…
Bi kin û kurmancî, hûn çi dixwazin, bibin ew.

Îdeologê tirk Nîhal Atsiz gotiye:
“Heger kurdekî xwe ji kurdbûna xwe şuşt û xwe wek tirkekî dît jî, hûn dîsa wek kurdekî lê binerin û muameleya kurdekî pê re bikin.”
Yanî hûn xwe bi ava zemzem û kewserê jî bişon, di çavê tirkekî de hûn her kurd in.
Lê heger hûn ê bibêjin, ne xema me ye,
ne xema min e jî û hûn sax.


18 Temmuz 2018 Çarşamba

Qereçî û Kurd

"Xwezî me jî bi qasî qereçiyan ji kurdî hez bikira"

-PARADOKS-

Qereçiyên nav me pir resen-hur in. Kurmanciya wan zêde nelewitiye; heta ez karim bibêjim hîç nelewitiye. Xwebixwe ne û zêde kar û barên fermî nakin, loma her bi kurmancî dijîn.
Li çiya û zozan û beriyên Kurdistanê bi rengê axê, bi zimanê axê dijîn. Pîne li zimanê wan neketiye.
Cemîlê aşiq-qereçî, yek ji aşiqên Mêrdînê yê herî berbiçav-popîler e. 
Şahê defê ye. 
Di dawetên herî navdar û rewşên herî awarte de her ew li pêşiyê ye û defa wî di stuyê wî de, her dike gurmînî...
Wê rojê ew û birayê min li deverekê li hev rast tên û dipeyivin.
Birayê min wek her xortî telefona wî di dest de di feysbûkê de ye. 
Cemîlê me li kêleka wî rûdine. Û lêgerîna birayê min a li ser feysbûkê bala wî dikişîne, difitile, li ser stuyê xwe re lê dinere. 
Birayê min di rûpela min de ye, nivîsên min dixwîne. 
Cemîlo çav li wêneyê min dikeve. Çav di serî de dibin tas. 
Bi haweyekî ecêbmayî dibêje, 
"Ahoohoo! Ev kî ye law? Çi simbêlê wî heye. Viya kare bi simbêlê xwe zilaman daliqîne." 
Birayê min dikene, dibêje, "Birayê min e." 
Piçekî din xwe li ber xweş dike, dibêje, "Ez viya nas dikim, kuro. Ev ne hunermend e?" 
Birayê min dibêje, "Nivîskar e." 
Piqînî bi Cemîlo dikeve, dikene, dibêje, "Kuro, ma navê wî çi xweş e; him Devliken, him Kelogirî..." û dîsa dibe hakehaka wî. 
Piştî kêliyekê zingînî bi telefona wî dikeve. Tu nabê hinan mitorsiklêtê wî dizî ye û yê lê digere diz kifş kiriye. 
Ji nişka ve dengê wî bilind dibe û hêrs û aciziya wî li wê derê olan dide. 
Peyva xwe xelas dike nake difitile ser lawê xwe, dibêje, "De heydê bilezîne em herin. Maşalê jina wî ciwan be. Em ê îro li kêfê xin..." û lê dixin diherin...

-ARAF-

Em qerf û henekên xwe bi qereçiyan dikin, lê qereçî ji me duristir û dilsoztir in. 
Qet nebe vediguherin çi, heqê wî tiştî didin. Me ew di nav xwe de asîmle kirin, lê îro ew ji me bêtir li ruhê kurdî xwedî derdikevin.
Tirkan hatin em dagir kirin, em veguherîn xwe-em kirin tirk, lê îro ne em wek xwe kurd man, ne jî em bûn tirk...

-TRAJEDÎ-

Hoo kurdino!
Bes xwe biêşînin, bes xwe aciz bikin. Û bes serê xwe bi kurd û tirkan re biêşînin; jixwe piştî demeke ne kin û ne dirêj, em ê hemû vî kirasê tirkî li xwe kin û ev mesele yê jî ji kokê de hal bibe.
Jiyan bi tercîhan dimeşe.
Û tercîha kurdan entegrebûn e.
Entegrebûn jî mertal e ji bo tirkîzmê.

-PERDEYA DAWÎ-
Piştî mirina kurdan û mirina xwedayê berê û nuha, kurdî yê li ser xweliya bêxîretiya wan, ji nû ve ji alî xwedayekî nuh şên bibe.

-GAZÎ Û HEWAR-
Kurdînino!
Zimanê xwe ji jahra van zimanfiroşan veşêrin.
Hûn zimanê xwe biparêzin, da ku ew ziman roj were,  ji qirbûna we re bibe mertal.


14 Temmuz 2018 Cumartesi

Kêfa Kêfo lê qewitî


Wê salê hîn nuh televizyonan dest bi weşana fîlm û bernameyên erotîk kiribû. 
Li ser her xaniyî peykek hebû. 
Dema meriv li ciyekî bilind li bajêr dinerî, bajar wek erdekî kuvarkan xuya dikir.
Havîn bû...
Wê salê jî wek her sal her kes li ser xaniyan radiket.
Kêfo jî yek ji wan doxînsist û tolazan bû ku her şev piştî malî radiketin, bi dizî ji ser xênî peya dibû, dihat xwe li ber televizyonê pîs dikir û carina jî xwe ji yên di televizyonê de pîstir dikir.
Dîsa şevek ji wan şevan, heraretê Kêfo radibe û xew nakeve çavan.
Heta derengê şevê xwe dide benda dê û bavê xwe, da rakevin û ew jî dakeve jêr, here li ber televizyonê rûne û bayekî ji ber serê xwe berde.
Bi wî halî di xew re dihere.
Carekê çavên xwe vedike ku seet çarê sibê ye; bi dizî û hêdîka xwe ji selemê bera jêr dide.
Di tariyê de dihere xwe li ber televizyonê vedixe û çav li ser çîp û memik û qûnên tazî zîz dibin.
carekê ku destê wî bêhemdê wî dihere nav şeqên wî; kîr lê bûye sing.
Hebekî miz dide, difirkîne, lê bi zuhayî kurmê wî naşikê, radibe dihere serşokê.
Derpiyê xwe dadixe heta çongan û bi sabûnê dibe çelpeçelpa wî. Tam êdî dike pişta wî bê û bi xwe xweş bîne, bi pêjna reşekî li ser stuyê xwe re dizîvire ku bavê wî wek kabûsekî ziq lê dinere.
Kîrê wî di nav destê wî de bi awayekî ceryanê pê girtiye û ecêbmayî sar disekine.
Bav dibêje:
-Qawet be ji te re, berxê min.
Kîrê Kêfo di nav destê wî de, deng jê dernakeve.
Bav dewam dike:
-Nesekine berxê min, nesekine; dewam bike.
Kêfo bi lez derpiyê xwe dikişîne ser navika xwe û direve ser xênî; di nav nivînan de xwe dike term.
Dibe sibe, her kes ji xew şiyar dibe, dadikeve jêr, lê Kêfo ji fediya hetîketiyê xwe li xew datîne. Ro bilind dibe; di bin lihêfê de xwêdan ji kejika stuyê wî diherike qelîşteka qûnê, lê nabêje ay serê min jî.
Hefteyekê bi rû bavê xwe nakeve.
Rojekê bav lê dinere ku weha nabe, xwe dide bende.
Kêfo dadikeve jêr ku bavê wî hîn derneketiye.
Bav dibêje:
-Normal berxê min. Eyba vî tiştî tune ye. Xortanî ye; me jî di xortaniya xwe de qûn û qûş li keran diqetand.


8 Temmuz 2018 Pazar

Kurd bi qasî kurdî hene

Rast e, mamoste Îsmaîl Beşikçî wek tirkekî destê xwe datîne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nake; her vê brînê kul dike, kul dike da em bi jana brîna xwe bihisin.
Dema em bi xwe qala jana vê brînê dikin, zêde tesîrê nake, lê dema ji zimanê mamoste Îsmaîl Beşikçî dizê, ew zayîn deng û olan dide.
Ji dil ez vê helwesta mamoste Îsmaîl Beşikçî pîroz dikim.
Sosyolog e û lewma jî ji sosyolojiya kurdan baş fêhm kiriye.
Xwedîlêderneketina kurdî, kurdan ber bi qirbûnê ve dibe û jixwe qir dibin jî êdî, hêdî hêdî...
Li seranserê Tirkiyeyê-Kurdistan jî di nav de, bi qasî sîh milyon kurd dijîn.
Lê çi qas ji wan kurd in?
Çi qas ji wan bi rengê xwe yê kurdî dijîn?
Sîh?
Bîst?
Deh?
Û ne pênc jî...
Ji roja ku min xwe nas kiriye û ez ji xwe re dibêjim ez kurd im, ez têgihiştime ku kurdbûn bi kurdî dest pê dike, wekî din kî çi dibêje, tenê derew e, xwe û derdora xwe xapandin û megalomanî ye.
Ji roja roj min gotiye, ji destê kurdekî berhemeke ne bi kurdî, bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurtir dike-ferz dike.
Ne tenê kesên bi zimanê dagirkeran dinivîsin, siyasetê dikin, kar û barên rewşenbîrî bi rê ve dibin, herweha nivîskarên xwedêgiravî xwe wek şowalyeyên zimanê kurdî dibînin jî, dema berhemên xwe diqulipînin-werdigerînin zimanên dagirkeran, di nav heman nakokî-paradoks-xwenezaniyê de ne. Û bi tenê xizmetê ji dagirkerên xwe re dikin.
Mamoste Beşikçî li ser Selahadîn Demîrtaş rexnenivîsek nivîsiye. Dest û dilê wî sax bin, lê jixwe roja ku li zindana tirko min bihîst Selahadîn dest bi eşqa tirkî kiriye, min ew rexne kir û min heman xalên di vê nivîsa xwe de mamoste Beşikçî destnîşan kirine, wê rojê yek bi yek nivîsîbû.
Lê baş e, Mamoste jî vê zîhniyeta ku bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurt dike-ferz dike, xistiye nav çavên me.
Lê ka ew çav ku bibînin...