Piştî xwendina hin helbestan, derûnîya min dibe êşkencexane
û herf di bin hişê min de ber diavêjin.
Di wê navberê de telefonek ji min re tê.
Xwedîyê deng bi dengekî li dengê xwe digere
û ji min dipirse ka ev deng dengê kê ye.
Xwe bi xwe dipirse,
xwe bi xwe bersivê dide
û xwe bi xwe digihêje wê bawerîyê ku bi şaşî telefon kirîye.
Li deng difikirim,
li xwedîyê deng difikirim
û deng dide dengê bin hişê min:
bû vîzevîza bê,
di nav porê min re çû û hat,
teyrek firîya,
ji dengê baskên wî sê mêş gêj bûn!..
vîqevîka ambûlansekê ji dûr hat,
xwe negîhand ser,
her sê mêş jî mirin!
di rê de ambûlans li pîreke peloxwarî qelibî,
zarokeke du serî û bi nigekî ji ber çû,
taximê devê wê pengizî
diranek jê şkest,
û heft doktor
sî û du rojan xebitîn ji bo wî diranî bi wî taximî ve bicebirînin.
li qiraxa çem masîyek bi avê bêhiş ketîye,
dengê girî tê ji taxa jêrîn
û zimanek mirîye,
malbatek li ser digirî,
derî û pencereyên cîranan girtî ne
û şer derketiye,
di nava gumgumok û marmarokan de...
li ser teriyên jêkirî porê xwe radikin çend jinebî!
her perpitandinek nifirek e,
nifir dibare bi ser qewmekî de.
berê ziman mir,
dû re ew,
û her dawî jî,
ax bi ser xwe de girîya!..